2 minute read

Hiso Îbrahîm: Peymana Hewlêr-Bexdayê amadekirina fermaneke nû ye

Delîlê vê yekê ew e ku piştî vegera

ewlehî û aramiyê li Şengalê û vegera koçberên Êzidî ev peyman pêk hat. -Hikumeta Iraq û PDK’ê îdia dikin ku armanc ji vê peymanê belavkirina ewlehî û aramiyê û vegera koçberên Êzidî li Şengalê, heya kîjan astê ev îdia rast in? Ev îdia bê bingeh in. Ji ber ku ewlehî û aramiya li Şengalê, li Bexda û Hewlêrê nine. Têkildarî vegera koçberan jî ew behsa êzidiyan nakin, lê belê behsa kesên ku li nêzî Şengalê dimînin dikin, ew kes di êrişa 2014’an a li ser Şengalê de hevkarî dan çeteyên DAIŞ’ê, ew behsa kesên serên zarokên me jê kirin û jinên me firotin û niha li Hewlêrê di hembêza PDK’ê de ne.

Advertisement

* Agahî hene dibêjin ku hewldanên parçekirina civaka Êzidî hene, gelo ev rast in, heger rast bin kî li pey wan hewldanan in?

- Belê, ev agahî ji sedî sed rast in. gotineke pîşeyî heye dibêje”Kurmê dare ji darê ye”. Ji malbata Barzanî hin kes hene li pêşiya her destkeftiyek ku gelê Kurd qezenc dikin ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî dibin kelem, ew kes niha hewl didin bi rêya malbata Şeşo civaka Êzidî parçe bikin. Hin kes ji vê malbatê bûne kurmê darê Êzidxanê diqelişînin. Îstîfaya ku Qasim Şeşo beriya erkedarkirina Bavê Şêx pêşkêş kiribû, tenê şanoyek bû. Ji ber ku xwest Meclisa Bilind a Şengalê di 1’ê vê kanûnê de ava bike, anku piştî rakirina alên Rêveberiya Xweser û Hêzên Parastina Şengalê li gorî peymana Bexda û Hewlêrê. Armanca vê yekê parçebûnekê di civaka Êzidî de çêbibe. Lê şaneya wan bi bin ket, civaka Êzidî plana hin endamên malbata Barzanî û Şeşo nas kirin.

ser Şengalê, ji civaka Êzidî û gelê Kurd çi tê xwestin?

- Niha derfet heye ku civaka Êzidî rol û rêveberiya xwe nîşan bide. Divê hemû Êzidî yên li Şengal û cîhanê li derdora vê rêveberiyê kom bibin û li hemberî komployên li dijî êzidiyan bêdeng nemînin, ji ber ku bêdengiya wan xiyanetî ye. Li ser vê yekê em bang li hemû êzidiyên ku di bin ebaya PDK’ê de dixebitin dikin ku ji koletiyê li dijî wan tên kirin xilas bibin û li hembêza Êzidxanê vegerin û ji bo berjewendiyê civaka Êzidî bixebitin. Her wiha em bang li gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê yên ku piştî êrişên çeteyên DAIŞ’ê destek dan me ku hişyar bikin û li hemberî siyasetên ku hin ferdên hin malbatan li dijî wan pêk tînin bisekinin. Em bang li gelê Kurd ê li Kurdistanê û cîhanê dikin ku li hemberî xeteriyan rêza xwe bikin yek.

..........

This article is from: