3 minute read

engalêGotin Stêrkek vemirî li banê Ş

GOtIN StêRKEKVEMIRÎLI bANê ŞENGALê

ÎBRAHÎM OSMAN

Advertisement

Xebera reş, xebera nexweş, ya tehl, ya mirovan di tevizîne û dihêle bê pergal, ne şev û rojê nas dike, ne jî sînoran. Ew mîna çemê qetranê diherike û zû bela dibe. Wexta zengilê telefona min ya desta lê ket, li derdorê danê nîvro bû. Ez dîsa rêwî bûm. Min siware dajot. Jimareya ku li ser ekranê telefonê diyar bû ji min re nenas bû. Lê ev telefon ji ciyekî nas bû. Lewre jimareya ku bi, 00964... destpê dikir min zanîbû ji ku ye. Min di dilê xwe de got, hebe nebe mam Beşîr e ji çiyayê Şengalê li min digere. Ji ber ku wî her carê bi nimareyek cûda telafonî min dikir. Min tavilê demildest bersiv da, lê dengê me ne çû hev. Xet lawaz bû. Min got ezê li ciyekî ewle rawestim û pişt re tekefon bikim. Lê mereqa min hîşt ku ez li WhatsApp ê binêrim. Gava min li WhatsApp e nêrî, min ev peyam dît: ”Tu zu bersiv bide baş dibe acile. Ez xwarziya te me Rîham.” Min ji xwe re got: Çiye ewqasî lezgîn? Ma wê çi hebe? Çi qewimî ye dîsa li Şengalê? Ez rawestiyam û min telefon vekir. Li ser xetê dengê Xwarziya min Rîham zirav, melûl û xemgîn hat guhê min. Min hizirkir tiştekî ne li rê heye. Çizînî ji dilê min çû. Lê min di eynê xwe dernanî. Çi bûbê eceb? Min mereq kir. Ji ber ku ew 6 sal di ser fermana Şengalê re derbas bûbûn û Şengal hê li xwe venegeriya bû, bi ser xwe ve nehatibû. Devê birînan hê vekirîbûn. Nûha jî gornepaşê serdemê hatibûn ku birîna Şengalê xwê bikin. Ji xwe ji 9 Cotmeha 2020 an ve jî, Şengal ji hêla PDK û Bexdayê ve di dorpêça êgir de bû. Deh hezar leşker anîbûn ku dest û milên Şengalê bişkênînin. Dixwazin hêzên parastina Şengalê, ji Şengalê derxînin û Şengaliyan bê pişt û parastin bihêlin. Min got dibe ku şer qewimî be. Xwarziya min Rîham got Mam Beşîr. Min got qey Mam Beşîr li wir e, li ba wê ye û dixwaze bi min re biaxive... Xwarziya min got:”Ez dizinim tûyê bi vê xeberê biêşî, lê ez neçarim bibêjim. Min got çi bû? Çi xebere ku ezê pê

biêşim. Got: “vê sibehê dilê Mamê te sekinî..” Di wê kêliyê de dinya sekinî. Ez tevizîm... Tu çu ez lalim Mam . Bi çûyina te ya bê xatirxwestin û berwext re, Şengal jî mîna min bê çira û bê pişt ma. Bi çûyina te re çira me vemirî Mamo. Tu stêrkek geş bû li ezmanê Êzîdxanê. Banê Êzîdxan û Şengalê bêyî ronkaya te tariye îro. Ax sare, ba camidi ye, ro dişwitîne. Şengal bêyî te xemgîn û sêwiye Mam. Çiyayê pîroz, kelha xwîniyan îro bêxwediye Mam. Min digot;“Mamo, bira ez êşa te nebînim. Eger min dît, bira ti pê te re ez nemînim.” Qewlê min û te hebû Mam. Min û te berî bîst salan soz dabû hev ku emê ji hev neqetin. Te ji mina Mam Zekî li ser axa pîroz canê xwe da. Ma ji canê te pê ve çî te hebû ku tu di rêya serfiraziya Şengalê de feda bikî? Tu jî li ser rêya tifaq û xweseriya Şengalê bê rawestan têkoşiya. Îro ji her demê bêhtir pêdiviya Şengala birîndar ji te hebû. Pênûsa min gunehkare, tilî û bêçiyên min gunehkarin Mam. Ezê çaw bi gerdenaxilyayî, çavên rijyayî bihizirim û nivîseke weha gunehkar li ser çûyina te binivisînim, mam. Ey hawar ev çi siûde, çi bexte, çi çarenûs û qedere ku di taliha me geryaye?

This article is from: