1 minute read

TI BI XWEÎDOKTORÊ HERÎ BAŞ

Herwaha ragehand; Vîtamîna B2 herî zêde di goşt, şîr, hêk, sebze û şînkatî de, beqliyatên hişk de pir zêde ye, bo Riboflavin jî ew xorakene çavkaniyên pir giring in.

Gelo sûdên Qehwê çine?

Advertisement

Lêkolînên zanistî aşkere dikin ku sûd û zirarên qehwê wek hevin. Patolog û toksikologê Zanîngeha Kolnê Kuno Guttler dibêje ku qehwe hişyariyê dide sîstema esab û herika xwînê bi hêz dike, dihêle ku mirov rehet oksîjenê bikêşe û ji ber vê mirov xwe zînde dibîne. Bi vî awayî mirov baştir hizir dike. Guttler diyar dike ku qehwe rêya demaran vedike û ji ber vê ji bo êşên migrenê pir başe. Li gor nûçeyeke Deutsche Welle Tirkî qehwe mirovan de fêrbûnê

Di bedenê de îltihab, sorbûna di çerim de, di bin lingan de şewat, di guh û bêvilê de perkdan, lerzîn, giranbûna di tevgerê de, xirab bûna di helandinê de, weşandina por, di çavan de şewat û zuhabûn, bandorên wê yên herî berçavin

çêdike û ji ber vê jî dema mirov dest ji qehwê berde eve jî dibe sedema ser êşê. Ji ber vê zanyar dibêjin fêrbûna qehwê ne başe. Gelek zanyar jî dibêjin ku ji ber qehwe beza li ser qurçikan dihelîne ji bo mirov ne başe ji ber ku dema mirov fêr dibe her tim laşê mirov dibin stresê de digre. Heta niha der barê mifa û zirarên qehwê gelek lêkolîn hatine kirin. Derketiye holê ku qehwe ji bo cu cureyên Diyabetê û nexweşiyên Parkinson û Alzheimer başe û laşê mirov ji van nexweşiyan diparêze. Ne tenê ji ber kafeinê, ji ber antioksidanên nav de jî qehwe mirovan li hember hemû madeyên zirar diparêze. Kuno Guttler dibêje di laşê mirov bi xwe de jî antioksidan heye ku wê/wî biparêze lê qehwe sîstema parastinê bihêztir dike.

This article is from: