9 minute read

HITANÎ NIHE JÎ DIBÎJINÊ WARÊ XELEFÊ XAL ‘ELÎ

GunDê QEnDîLê HItAnî nIHEJî DIbîJInê WARê XELEfê XAL ‘ELî

Di hevpeyvînêk di gel hemwelatî biro berekat dîroka avabuna gundê qendîlê şirve dikin…

Advertisement

A: xense hebabî

- Gundê Qendîlê Kengî avabûye?

* Gundê Qendîlê yê ku di kevîte Başûrê Çiyayê Şingalê û bi nêzî Pênc Sed Metroyan ji Bajarê Şingalê Dûrdikevê ku Ew bi xwe Gundekî Çiyayî ye ji demekî kevin ve heye, Gundê Qendîlê Nêzîkî Dûsed Salin heye û li wî demî Xelefê Xal ‘Elî Mezinê Gundê Qendîlê bû û hitanî nihe jî dibîjinê Warê Xelefê Xal ‘Elî û hitanî bi Cihê Koçka wî di Gund deye, ku Ew yekmîn Kes bû Gundê Qendîlê Avakirî û niha Hindek Kes dibîjinê Qendîla Şingalê ji ber ku Ew bi xwe ji Bajarê Şingalê ne dûre û di Kevîte Qûntara Çiyayê Şingalê, ne tinê Ev Gund Dûsê Gundên din jî di Dema Berê de ku hatibûn avakirin û hitanî niha jî Şûnwarên wan mane û xwiyane û ji Gund û Sere ber bi çiyê Geliyê Dêr’as e, ku Ew jî girêdayî Gundê Qendîlê ye û av ji Kaniya Dêr’as dihat hitanî bi binê Gelî ku di bîjinê Bîrka Qaso û av tê di sekinî ku dukevîte nava Gund û Geliyê Dêr’as de, û hitanî nihajî Saygî(Kuna ser Erd ya ku av têre ji Kaniyê tê)wê xwiyaye ku ku av ji Kaniyê ji Serê Çiyê dihat û xwe ber dida Kaniyê û piştî ku Xelefê Xal ‘Elî çûyî ji ber ku li derdawa Şingalê de, bû ankû Nêzî Bajarê Şingalê bû vêce Xelkê Şingalê xwe bi serde girtiye û ji xwe ve niha li destê ‘Eşîra Hebaba deye ku Ew jî ‘Eşîreke ser bi Ciwana ve ye, û piştî wî Serdemî beriya Fermanê û Piştî Fermanê jî Erdê Wê di Firoşin û Xelk di kirê û Tîde Ava dike û lê bi cih dibê û Erdê wê bi Buhayekî baş jî tê Firotin ji ber kju Deverek Çiyayî û Nêzî Bajêr jî ye, Xelefê Xal ‘Elî ji ‘Eşîra Heska bû û bi Nav û Deng ketibû ûdihat naskirin ku digotinê Keleha Xwînê ji ber ku yê serdestî tevayî Deverê bû û Xwedan Şiyan bû, û hêjayî Gotinê ye Devera Şingalê bi Tevayî li bin Destê Xelefê Xal ‘Elî bû li wî Serdemî û heçî Kesê ku çi Kar kir ba Qenc yan Pîs wî pê dizanî û eger Keskî Tometek jî kiriba wî bi xwe, digirt û di Hewand û Tu Kesî nikarî li ber bi Axivê ji ber ku yê Kotek bû û Serdest û Deshilat bû li Serdemê

Wateya Navê Gundê Qendîlê bi Hindek Zimanên din, tê Wateye Çira û Fanos(Lampeya ku bi Gazê di xebitê) û her ji Despêka ku Gund hatiye avakirin bi Qendîlê bi nav bûye

xwe de lê Dinya ji Xwedayê Mezin re dimînê Mirovê Qelis, jî di Mirê û Mirovê Kotek jî di Mirê ku her li wî demî ‘Eşîra Heskan bi tinê hatibûn Gund û avakirin lê Piştî wan Ket bin destê ‘Eşîra Hebaba û piştî wan jî ‘Eşîrên Cuda Cuda, ketine Gundê Qendîlê de û Mal Avakirin û her hitanî nihajî Mirovên Xelefê Xal ‘Elî di hazirin li Gund de û her wisa Wateya Navê Gundê Qendîlê bi Hindek Zimanên din, tê Wateye Çira û Fanos(Lampeya ku bi Gazê di xebitê) û her ji Despêka ku Gund hatiye avakirin bi Qendîlê bi nav bûye.

- Li wî Demî jiyana wan li ser çibû?

* Her ji despêka ku Gundê Qendîlê avabûyî û hitanî nihajî jiyna Akinciyên vî Gundî li ser bi xwe dankirina Pez û jiyana Koçeriyê ye, û herwisa Çandina Rezan bû û hitanî niha jî Rez tê hene û cihê wan yê ji dema kevin ve jî xwiya ye û herwisa ji Şûnwarên Kevin yê Gundê Qendîlê, wek Xerban ku Şahidê herî mezine li Gund xwiya ne hitanî niha nîvê Xerban di avane û cihê wan bi asayî xwiya ye ku Cihê Xerbê Mala Xelfê Xal ‘Elî bû di Serdemê Kevin de, û herwisa Mirovên wan û kes û karên Mala Xelefê Xal ‘Elî di saxin û di bîjin”Eger Me bivêt Tu Kes nikarê li Gundê Qendîlê avabiket û ji Serdemê Xelefê Xal ‘Elî ve, û beriya wî jî Cihê Me bû û Erdê Me bû lê Me xwe ker kir û bê deng kir ji ber ku ne hêjaye piştî hewqas Salan” wek Malekî bi Mîrate ji ber ku Xelefê Xal ‘Elî Kotekî li Deverê dikir, û ‘Eşîra Ciwana rabûn li ber Peristegeha Laliş Nifir li Xelefê Xal ‘Elî kirin û ji gotina Ciwamêrê Îxtiyaê Mergehê got”Ez hîviya ji Melek Fexredîn dikim ku Bîhderên wan, di safîkirî bin û biçin li ser dayînin û wê Hingê ji gotina hîj Bîhderên wan ji hev safî nebûyînû hîj di Dîran dikirin Hemû Mirin û ‘Eşîra Ciwana girte ser Malê Xelefê Xal ‘Elî û ji xwe re birin, û piştî wan Guhertinên ku li Gunde çêbûyîn Ewin ku piştî Xelefê Xal ‘Elî Belengazên wek Me yên ku bê Cî û bê War xwe li Gundê Qendîlê giritn û piştî wî, her kesê hat wê bîjê Ez Muxtarim û Tu krs nabîjê here bîje Filan Kesî û her Kes dibîjê Ezim û Kesî din tune ye Min bi xwe Donimek Erd kirî hindek kes hatin ba Min Minjî gotê Min ji Filanî kiurî ye, lê niha û bi Tayîbet piştî Fermanê Muxtarê Gundê Qendîlê Qasim Dirbo ye ji ‘Eşîra Çêlka ye û Dexîlê Xwedêda Şêrê ku ji ‘Eşîra Ciwana ye herdû Muxtarên Gundê Qendîlê ne, û dema ku Pisgirêkek derkeve li nava Gundiyan de Ew Çareser dikin yan li Riya Çareseriyê di gerin û her wisa dema ku Me li Gund avakirî û Em hatin, Me Qesta kir ba Muxtar Gund Qasim û ji nû Em bûne Akinciyên Gundê Qendîlê.

* Hijmara Kesên ku li Gundê Qendîlê di mînin nêzîka Pêncîh Malbatiye li dema niha de û Ew jî ji ‘Eşîrên Çêlka, Zendîna, Şêx û Pîrin û nêzîka Sêçar Babkane, ku ji Babkên Cuda Cudane û Akinciyên Gundê Qendîlê ne û Avahiyên Gundê Qendîlê Hemû ne wek hevin Hindek ji wan kirîne Qesir ankû bi Bilokan û Hindek ji wan bi Kerpîça ne, ankû Xaniyên Axê ne û Mala Min bi xwe bi Axê ye Min Donimek Erd li dawiya Gund kiriye û Qesir têde avakiriye lê Hîj Min Temam nekiriye û yên din jî Hindekan jî Qesir, çêkirine û hindek jî hîj Axin.

- Xelkê Gundê Qendîlê Miriyên xwe li kur bin ax dikin?

* Xelkê Gundê Qendîlê bi Tayîbet ‘Eşîra Çêlkan Miriyên xwe dibine ber Mezarê Mam Reşan ku ji Gund ne Dûre û ‘Eşîra Zendînan dibine Girê Gewir Miriyên xwe, û Hindek ji Gundiyan Miriyên xwe dibine ber Mezarê Şerfedîn û her ‘Eşîretekê Miriyên xwe dibine ber Zehmanê xwe yê Kevin û herwisa yek ji tiştê sereke Dibistan jî li Gundê Qendîlê, heye ku Zimanê Kurdî ye û hitanî bi Qonaxa Navindiye û Zaroyên Me bi xwe diçinê bi Zimanê Kurdî dixwînin û herwisa Avakirina Xaniyan û Zêdebûne Akinciyan, ji Sala 2000 ve li Gundê Qendîlê despêkiriye ankû Ev Bîst Salin û hîj jî Xelk li Gund zêde dibin û wê hîj lê Zêde bibin û niha li Gund de Erdê ku hatî kirîn pire, lê Hîj nehatine û Avanekirine û eger hatin Ez Bawerim wê ji Komalgehekê Mezintir lê bê û niha hima bîje Erdê Gundê Qendîlê hemû jî yê kiriye lê Avanekirine, û yê Hazire tinê

Lê niha û bi Tayîbet piştî Fermanê Muxtarê Gundê Qendîlê Qasim Dirbo ye ji ‘Eşîra Çêlka ye û Dexîlê Xwedêda Şêrê ku ji ‘Eşîra Ciwana ye herdû Muxtarên Gundê Qendîlê ne

bên li hev payî bikin û avabikin lê her ji br ku Xelk belaye û Hindek li Kempan û Hindek jî Derveyî Welatin.

- Jiyana Xelkê Gundê Qendîlê li ser çiye?

* Di Dema niha de Hindek Pezî bi kirê ankû bi Hevpişkiye û Zaroyên Me Daran ji Çiyê tînin û dikine Fehim û di firoşin ji boyî ku debara jiyana Rojane bibê, û beriya niha Me Kevir dişkênandin û bi Qulabeyan di Firotin û li Gundê Qendîlê de her Core Kesayetî ji Gund derketine çi Xwedan xofa Îmanê û çi Dengbêj û Hunermend, û herwisa girêdayî Meselê eger Em bîjin Kula Xelefê Xal ‘Elî çi bû? li Serdemê Xelefê Xal ‘Elî ji ber ku Kotekî li Deverê bi Temamî dikirin li wî demî ‘Eşîra Ciwana çûn, li Geliyê Lalişê li cem Îxtiyarê Mergehê û Du’ayên wan Du’abûn herwisa Nifirên wan nifir bûn û niha wek Mînak eger Mirov çû Derçika Şexsekî û xwe avêtê û Deryekî Xêrê, lê vebê lê Em Mirovên vî Serdemî ne ji hejî Dayîna Xwedayê Mezinin û li Serdemê kevin de eger Keskî ziyan gehandiba Mêrekî Êzidî û çûbaye ber Silavgehekê wê Silavgehê, heqê wî dibir û Mesele jî wisabû demaku Îxtiyar Du’akirî û gotê Ez hîviyê ji Xwdanê vê Sicadê dikim ku berî Bîhdera Safî bibin Hûn biçin ji xwe re li ser daynin, û tiştê ku Me jî bihîstî Bîhderên

ankû hîj Ciwanin lê Mirov nizanê kîjî Keçke û Kîjî Jine û bi Tayîbet li wî Demî hitanî bi Cil û Bergên wan ne wek hevbûn û li wî demî Bûkan ankû dema Keç, nû di Zewicî Dû Salan hitanî Sê salan Kofiya Sor girê didan û Jin bi Desmala Spî bûn û Keçik bi Şa’rik bûn ankû bi Kefiyên Rengaw reng bûn û Ser vekirî bi Şermî yê ku, Ser berdayî ba Desmalek dida Serê xwe û eger Em bên Cudahiya di navbera Jiyana berê û ya niha de gelek Cidahî heye li demê berê yê ku Erdê xwe Cohtkiran bi Keran Coht dikirn, û yê ku Erdê wî heba nêzîka Dû ta Sê Tixaran di çand lê niha bi Terektorê ye eger Mirov bi xwazê beriya Heyvekê wê Bilokekî bi giştî ankû Hezar Donimî biçînê, û Serdemê berê Min di dît diçûne Dirûnê bi Xwedê Îvara Çarşema Nîsanê ankû Roja Sêşemê di çûn Derê Zeviyê vedikirin û piştî Cejnê li Danê Îvarê dîsan diçûn Çinîna Dexlê xwe, ku li wî demî bi Das û Qeynaxan di çinîn û Hindek Rûnê Pêz dikirine Qoçekî Pêz de û ji Dasên xwe re dibirin û Hindekan nêzîka Çêl Rojî Dirûna xwe xelas nedikir, û piştî ku Çinîn Xelas kirban bi Dewaran û Şelan di kêşan û tanîn bi Kêrê û Cerceran Hûr dikirin û bi Milhîban di Dîran û Ka bi Şiklekî di kêşan û Dexil bi Şiklekî di Kêşan, û Hindek Caran di gihişte nêzî Werzê Payîzê jî hîj Xelas nebûyî lê Jiyana niha wek ya Bajariya ye bi Xwedê Şivanên berê Pez digirtin tinê bi Gewrayê û Sêçar Mehan hertim Dûsê Şivan, pêve Mijûl dibûn û Pîrekan hitanî bi Qirşan tanîn ji bin Kozê re û Pez di Dohtin û bi Keran diçûne Avê û tinê Feyda wan Ew Gewrayî bû lê niha Mala xwedê ava, Dema ku Pez digirin bi Hevpişkî Ser û Ber bi nîviye û Feyda hemûyê bi nîviye û Roj derketî berdidin Çolê û Roj ava tînin Malê û Şîv jî nakin ji ber wê çendê niha Rehetire û wek Bajariya ye, Em wek Malek Koçerî Rûnê Pez çêdikin ku Betlê Rûn bi Şês Hezarî Îraqiye û Herwisa Keş jî

Avakirina Xaniyan û Zêdebûne Akinciyan, ji Sala 2000 ve li Gundê Qendîlê despêkiriye ankû Ev Bîst Salin û hîj jî Xelk li Gund zêde dibin

çêdikin û difiroşin ku Teneka Keşk bi Pêncî û Şêst Hezarî Îraqiye, û Dema ku haceta Me hebê Em Pezekê difiroşin ji boyî ku Haceta xwe pê bi qedînin û Gotina Min ya Dawî ji bo her Êzidiyekî Saxî û Silametiyê jêre dixwazim û Xwedê bike, Hemû bi Saxî û Silametî li warên xwe vegerin.

This article is from: