2 minute read

MAMOSTE Û PÎRÊ MIN HOZAN DILGEŞ

HOZAn XEMDAR

Gava mirov bixwaze li huner û sitranên kurdî guhdar bibe, bê guman wê gelek Hunermendên navdar bibîne,nexasim hunermendên ku bûne sitûn û bingeh di hunera kurdî de, mîna (Qasimê meyrê- pîr Miço- Faqîr Xidir- Qepal- Kawaûs AxaEyşêşanê …) û gelek hunermendên dî. Yek ji wana jî Hozanê mezin Dilgeş e. Huner û hunermend neynika gelane. Huner çande gelekî dê diyarkirin, hunermend jî çandê di afirinê. Hunermend girêdayî bi guhertinên dinava civakê deye. Ew xwe li gorî serdemê û nakokiyan didê guhertin, û cihê xwe dinava wan de digerê, dibe malê dîrokê. Hunermendê durist û resen ewe, ku cihê xwe dinava hest û dilê gel de bistînê, û bandora xwe lê bikê wê demê digihê armanca xwe ya hunerî. Huenermend ewa ku, dîrok û dirûşmê civaka ku jê tê der bide xuyakirin. wî çaxî dibe male gel, û gel jî biher awayî wî diparêzê. Hozan Dilgeş bixwe ew dibistaneye, bi wî çemê hunerî yê ku di herike,nûnertiyek giring ji serdemekî dîrokî ji çanda me dike. Ewî ev dibistan pêşvebiriye û mezin kirye. ew bi xwe damerizênerek yê wê ye û nûnerek bingehîne jê re. Ewî bi wê keda dewlemend gelek raman û serpêhatiyên netewî dane nîşandan, rê û astengiyên wê, û coreyên xebatê diyar kirine, heta ji me re bûne alavên pêşveçûnê. Hozan Dilgeş bi hinerê xwe pir core anîne holê,bi şêwazê xwe yê yekane û xweser, bi awayek efsûnî em girêdane. Biwan wan hestên xweyî netewî, civakî, evînî, şoreşgerî…). Jiyana vî hozanê mezin, mîna evrazê çiyayek bilind gelek hunermend û hunerhêz û hunerxwaz li ber siha wî dirûnin. Ji çemê wî yê bi şalele diherikê vedixun, bi hestên wî yên germ û nerm di nûşin. Hozan Dilgeş dinava têlên tembûra xwe re ev melûlî bi giyanî anî zimên. Bi dengê xwe yê Dawidî û nerm mina barana hêdî hêdî dihavînê de dibarê û diaxê de diçê xwar û qadan rewa dide, têr av dike. Yan jî mina dengê harmoniyên amûretek nerm rewan xwe berdide hundurê guhdaran, çendî bibihîzin jê têr nabin wan dibe jiyanek te jî hest germ bê têrbûn. Ev astengî û hejariya vê kesayetiya leheng. çewa ku xwe li ber vê jiyana bê derfet girt û dinava pencên wê de, bi qehremanî li ber xwe da, li hember cunta faşist. Hozan Dilgeş heman demê bû Moral û motîvasyonek mezin ji bo şoreşgerên kurdistan, li ber cunta 12 Êlûnê sala 1980 de. Hozan Dilgeş Gemiya wî li ti peravan ranewestiya, li ber dijwariya pêlan nehejiya. Dara wî ya ku rayê xwe biaxa xwe de kûr berdayî liber bayê sitemkaran ne tewiya. Wî serê Êzdîxan her bilind kir. Wî her rêya rast nîşanî gelê kurdistan kir. Wî her tim digot min, Xemdar em navê te bikin Dilgeş ê biçuk. Ji ber stranên min, ji min bêhtir li bîre tene!. Min jêra got pîrê min, zanê ez liber çi dikevim. Got li ber çi. Min got ez jî bo te dikim, lê nizam kê li duv min, ji minre bike. Jiber nivşen li Ewrupa mezin dibin bahwerya min biwan naye. Dilgeş kenî û got Xemdar li wê dinê ezê te pêşwazî bikim xema nexwe.

Advertisement

This article is from: