3 minute read

BILINDKIRIN

JI EDÎtoR

BI RUHÊ MAMÊN ÊZIDXANÊ MAM ZEKÎ Û MAM BEŞÎR WÊ BERXWEDAN BÊ BILINDKIRIN

Advertisement

Xwendevanên hêja!

Bi vê hejmarê re derbasî salêkî nû dibin. Di destpêka sala derbasbûyî de bi destwerdana DYA’yê ya li heremê hat xwestin ku qonaxêke nû ya şer di navbera gelan de bê pêşxistin û nakokiyên heremê zêdetir bên ku rkirin. Her çiqasî hewldanêke wisa hatibe kirin jî, lê car din gelan û hêzin azadixwaz hewldan bi berxwedanê wan êrîşan bidin sekinandin, an jî herî kêm bên bêbandorkirin. Ji ber vê yekê di sala derbasbûyî de gelêk bedel hatin dayîn. Nakokiyên di navbera Îran û Emrîkayê de, derketina vîrûsa korona, qeyrana aborî, şerê Sûriye û pirsgirêka Idlibê, şerê Azerbaycan û Ermenistanê, hewldanin Emerîka û Yekîtiya Ewropayê(YE) yên ji bo sinûrdarkirina dewleta Tirk sepandina cezayên aborî û siyasî, hilbijartinên serokê Emerîkayê. Ji van hemûyan xetertir jî plangeriya hikumeta heremê Kurdistanê û dewleta navendî a Iraqê li dijî gelê me li Şengalê û destketiyên wê û xalên ku me peywendîdar dikin, mirov bînê berçavan, ev rewş nîşan dide ku li tevahiya herêmê hewayekî ciddî yê şer heye. Ev hewaya germ a şer û pevçûnan, tevahiya gelên herêmê bi awayekî neyînî bandor dike. Ji ber vê yekê jî tê xwestin ku yekyetiya civak û gelan, berxwedana hevbeş bê pêşxistin. Ger li hemberî metirsiya nexweşiya korona parastinêke hevbeş pêş nekeve, qeyrana ku di encama vê yekê de destpê kiriye her ku diçe ku rtir û berfirehtir dibe. Nexweşiyên civakî jî zêdetir û çareserkirina wan jî zehmetir dibe. Têkoşîna hevbeş bi pêşxistina ruh û yekiyetiya çandî û manewî ya hevbeş tê meşandin. Ji bo ku zemîna vê têkoşînê jî bê amadekirin, divê her endamekî/e civakê di asta xwe de bikeve nav hewldana vê yekê. Yanê heya ku şexs di civakê de negehêjê vê astê ku pêwîste di kesayeta xwe de şoreşa zihnî û exlaqî pêk bînê û bi nirxên civakê re bi awayekî xurt jiyanî bike. Mirovên ku li hemberî paşverûtiya kesayeta xwe bikare guhertinan çêbike, wê demê hêza pêkanîna vê guhertinê dikare di asta civakî de guhertinên erênî-pozîtîv bi xwe re bînê û di zemîna têkoşîna hevpar de jî bibe îlham û hêza dînamîkê ya guhartinan.

Xwendevanên hêja!

Du sal berê Mam Zekî Şengalî ku bi Mamê Êzidiyan dihat naskirin, di encama êrîşêke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker û faşist de hate hedef girtin û şehîd bû. ‘Ew’ bibû remza yekîtî û tifaqa civaka xwe ya Êzidî. Êdî ‘ew’ bibû “Mamê” vê civakê. ‘Ew’ bêrawestan, heta nefesa xwe ya talî ji bo yêkîtî û pêşeroja vê civakê xebitî. Em êşa windahiya ‘wî’ rêberê gele Êzîdî di kûrahiya canê xwe de hîsdikin û dijîn. Mam Beşîr jî weke hevrê û şopdarê wê çanda berxwedanê bê navber li nava civaka me a Êzidî de li ser heman rêyê xebtî û hewlda tifaq û yekiyetiya civakê me pêk bîne. Heta nefesa xwe ya dawî di oxira vê rêyê de canê xwe jî da. Ev çanda berxwedanê ji bo jiyanêke bi rûmet û azad, bi pêşengtiya Mamên Êzidxanê divê her tim bibe çandêke berxwedêr û jiyanî. Bi ruhê her du Mamên Êzidxanê li ser gelê me ferze ku asta têkoşîna xwe a azadî û xwerêvebirinê bilindtir bikin û heta serketinê bibin. Ji ber ku neyarên civaka me hebûn, parastin û xwerêvebirinê me hezim nakin û ji meha kanunê şûnde dest bi plangeriyeke qirêj kirin. Li ser gelê me û tesfiyekirina keda şeş salan ya gelê me ku berhema xwîna hezaran şehîdan hatiye avakirin, tên hedefgirtin. Di nav wan pirsgirêkan hemûyan de, ji bo me tişta herî girîng mijara tifaq, yekîtî û hevgirtinê ye. Di aliyê siyasî de, ji bo pêşeroja me yekîtiya civakî şerte. Divê em jibîr nekin qedera hemû Êzidiyan girêdayî yekîtiyê ye. Ji bo ku em bikarin li dijî her cure êrîşan rawestin, divê em hêzê bidin hev. Ji bo vê jî yekîtî ji civaka me re bi qasî nan û av girîng û pêwîste. Ancax bi vê ferasetê bêyî ku li ti astengiyan rawestin, em dikarin pêşeroja xwe biafirînin. Weke gel, pêwîst e em ji her demê zêdetir bi baldarî tevbigerin. Em hêza xweparastina xwe pêş bixin, rêveberiya xwe ya xweser xurt bikin û azadiya Şingalê mîsoger bikin.!

This article is from: