21 minute read
FEROYÊ ISKÊN BAVÊ ELÎ MÊRXASÊ NEQÎBAN
KELEş KIwExî
Ka bavê Qaşemê? Ka Ridwanê(Ridwana) bavê Temo? Ka Welatê Xaltan û Zewa mîra? Şemza bavê Misto û Xirbehê Feqîra? Ka serdarê Sîwaran, Bavê Qaşêmê Feroyê Iskên û Keleşê Çelo, bi Eliyê Gelho gula xorta, kû diparastin ew ax a pîroz? Ka çiyayê Xendeqiyan, keleha mêrxasan? Ka Basbût û Gedûk, Kelok û Awiskê? Ew jî çûne pê re, Welatê Xerzan, maye îro ji kê ra? Xerzan yek ji wan cihan e ku xwedî dewlemendiyek çandiniyê û Erdnîgariyek berfireh e. Ji gelek Eşîrên cude, kû di nav de gelek Olên cude jî hene re malovaniyê dike. Wek mînak: Elmedîna, navendê Ermeniyan bû. Ridwan, navenda Êzidiyan bû. Qesra Henqasrê, navenda pencinaran bû. Keleha Comaniyê, navenda Reşik û Raşkotanan bû. Çiyayê Sason(Hezoyê) navenda Mala Êliyê Ûnis bû. Êlih, Bajar bi xwe di dsetê mala Ferhoyê Hîzêr Axa de bû... Xaltî, ji 4 milan ve pêk tên: Xendeqî, Anqosî, Qizilî û Neqîbî. Eşîrên Êzidiyên Xaltiyan, di navbera wîlayeta Sêrtê û Batmanê(Elihê) de li derdora navça; Qurtelan, Eruhê(Elmedîna) û Bişêrî(Qubînê) de dijiyan. “Ezdiyên Xaltî dibêjin ku, peyva“Xaltî” navê eşîrê, yan qebîlê nîne. Xaltî navê war e, cih e. Navê Herema wan e... Dewleta Tirk jî vala nedisekinî. Dixwest ku her bi çi awayî dibe bila bibe herêmê bixe bin dêsten xwe. Ji bo vê yekê jî li heremê gelek fitnê û fesadî dan destpêkirin. Mixabin Eşîrên Kurdan anîn hemberî hevûdû û li herêmê carek din şerê Eşîrî geş kir. Wek mînak, mala Faro kû Pencinarinê û mala Dibo kû ewji anîn hemberî hev. Mala Quto û Mala Nezîr anîn hemberî hev. Sunnî û Ermen, Êzidî û Sunnî anîn hemberî hevûdû. Herem tevlî hev kir. Hetanî îro jî tê gotin kû li herêma Xerzan ji gundên Êzidiyan 366 Gund hebûn. Îro mixabin tenê
Advertisement
çend gundên biçûk mane. Elmedîna, navenda Ermeniyan bû û îro mixabin tu kes tê de nemaye.! Malbata wek Mala Êliyê Ûnis û mala Faro, ji kokê ve tine kirin. Serê hemûyan jê kirin û ji Paşayên xwe re birin. Ji sala 1820’î hetanî derdora 1930’î, ji yên kû li hemberî vê pergalê rabûn û herem ji Fîtnê û fesadiyê parastin, tenê Mîrzikê Zaza kû Serokê Xaltan bû, Neqîbiyan, Mala Êliyê Unis û Ahmedê Iskan kû ji Eşîra Pencinaran bû herem parastin. Piştî ku Bişarê Çeto hat kuştin û Cemilê Çeto jî dîl hat girtin û wî avêtin Zindana Amedê, ji nû ve qirêjiya Dewletê fahm krin. Lê dereng bû. Piştî Fermana Şêx Mîrzayê êdî Paşayên Osmaniyan ferman li ser fermanê dan destpêkirin û herem dorpêç kirin. Mixabin Divê em rastiye bêjin ku yekitiya Kurdên heremê çê nebû, tifaq ava nebû. Ji Fermana Herênza Şêxan bigre hatanî ya Bajarê Ridwanê, qirkirina Êzidiyan dan destpêkirin. Dewlet bi planên xwe mijûl bû û Eşîrên Kurdan yên heremê jî bi hev lebikî bûn. Divê ve nivisê de Ez dixwazim hinekî behsa demên berî salên 1900 bikim. Eşîra Neqîbiyan kû gelek lehengên xwe di vê rê de dan, li hemberî Dewleta Tirk sekinîn û şer kirin. Iroj di nava Stranan de navê gelek lehengên wan tê gotin. Wek Feroyê Iskên, Qasim, Kolos, Qaso û Bişar. Feroyê kurê Iskanê Zoro bû mala Zoro mezinê Neqîbiyan bûn, Zoro kurê Mirzê Axayê Mirzê ji kurê Telî Axa bû. Fero, Qasim û Bişar birayê hevbûn. Dara Bişar bi vî rengî berdewam dike. Zoro yê Bavê Bişar, Bişar, Iskan -Aqo, Kolos, Kinhê, Hemê, Celal. Apê Celal îro jî dijî û li derveyî Welat e. Mixabin dara Fero û Qasim ne diyar e. Feroyê Iskên, li dijî Dewleta Osmaniyan û êrîşên wan li ser Welatê Xalta û dagirkirina herêmê roleka mezin lîst û peşêngî kir. Ji Êzidîyan hêz ava kir. Qasî 30 salî rêbertiya heremê kir û herem ji ber êrîşên dewletê diparastin. Dema kû bahsa Neqîbiyan dihate kirin, xelkê bi çavêkî mezin qîmet didan wan û camêriya wan. Dema digotin Neqîbî, yekser Hebareşê Xaltan dihate bîra wan. Xelkê ji qahremanê Neqîbiyan re digotin Hebareşê Xalta. Cihê kû Heberaşê
Xaltan tê re derbas dibûn av disekinî. Kesekî newêribû hesab ji wan bixwazê. Nav û dengê Hebareşê Xaltan hiştiye kû gelek dayîkên ku li ser Kurê xwe stran gotine, pesnê wan bidin. Feroyê Iskên kû di nav Civaka Êzidiyan de cihekî wî yê Piroz heye û hîn hetanî îro jî ji Çîrokên serhildana wî têne gotin û behskirin. Qahremaniya wî hiştiye ku gelek Dengbêj navê wî di nav Stranên xwe de bi cîh bikin û bêjîn. Hertim dema kû li xelkên heremê bûye pesêrtangi û ketine zahmetiyê hawara xwe gihandine Neqîbiyan ku ji wan re habareşê Xaltan dibêjin. Şema dayika Filît jî dema kû li delavê başo, çola texeriyê li ser laşê Filît disekine, ew jî dibêjê xwezî ji xwe ra, navê Xwedê re wextê li bavê Hesên bû pesertangî hingî çend peya yê Neqîbiyan Lê derkitina yên wek Kolos û Aqo . Di derdorê sala 1850-1860 de Fermana Hisayê Mîrzayê Mîro û Hesenê Pûrto tevlî Qeymeqamê Nîzamê li herêma Xaltan rabû ji gotinan hêzek gelekî mezin bi xwe re rakirin ser heremê. Xaltî çûn cem Gelho. Bavê Eliyê Gelho, Apê Gelho kû şerwanekî bi nav û deng bû. Jêhatî bû û êdî kal bûbû. Tenê guhê wî baş mabûn. Çav kêm bûbûn. Destên wî dirihilîn. Ji çok ketibû. Mêrxasên Xaltan xwestin şewra xwe bi Apê Gelho bikin. Ji ber kû emrê wî di şerên giran de derbas bûbû. Apê Gelho, ji gotinan gelekî fikirî û got: Herin şer bikin, lê bila Xaltî li pêş, Neqîbî li paş bin. Dema kû Neqîbî bibînin kû xwîn ji Xaltan hat, wê gelekî bi hêrs şer bikin. Neqîbî paşmêrê başin. Stran: Weylo lo weylo weylo lo weylooo Bila nehatibûya bayê Zozana, belê bayekî kûr e. Bila nehatibûya bayê zozana, bayekî kûr e. Bila neke lê neketiye li wan Qalacê Bakisyanê. Li we Zewa Mîra li Ridwana bavê Temo. Li wê Herenza Şêxan bila ne weşanda pelê Qizwan û Tihokan. Gelho dibêje, ji xêre Xwedê û xwedanê me Şêx xisin ve wextê li Eliyê min û Xortên Êzidiyan bû Pezer tangî roja mirinê ez wê Rojê ji wan re wergeriyabûma ser dema xwe yê berê. Ez li Bozê swarbibûma û min dabûya pêşiyê serefa Dakan û Qizilan û Serefê siwarê neqîbiyan dabûna dû min. Em ketibûna dû dijminan û neyaran, me xilaskira Ridwana Bavê Temo. Baxemsa bavê Eyo û Mihama hetanî bereka Adiya, hey kesera dilê min wa Eliyo. Heyfa min tê wê hayfê, Gelho li ser laşê Elî sekinê û dibêjê kurê min rabe, de kurê min rabe, kula Elîye min kuleka giran e, te helayê ji bavê xwe re hey derdê dilê min wa Elîyo. Vê carê plana qirkirinê mezintir ji ya Herenzê û Ridwanê bû. Ji ber kû hejmara Êzidîyan jî hindik mabû. Ev çend sal bûn ku Ferman li dû Fermanê rakiribûn. Gulê go Hezarê deranê Ji alîkî ve êrîşên Eşîrên Sunni yên heremê nebes bûn. Vêca Fermana Dewletê jî rabû li ser Welatê me. Fermaneka bi xafiltî, ji nişkê ve hat. Ji heremê gelek kesên bikin dabû peşîye wan. Civaka kû hîn birînên wan ji Fermana Ridwanê ne kevin zarokên ku hin tirs di Çavên wan de kû rehat nikarin bun razin disa eriş û eş. Wê rojê Xwedê zû dengê hawara Neqîbiyan bihîst. Feroyê Iskên, Sîwarê bozê deng li temamê heremê kir û got bila her kes ji hidama xwe de êrîş bikin û teslîm nebin. Fero hemû şervan kom kirin û tedbîra xwe danîn. Payayê xwe yê herî sivik Êliyê Gazo şand kozika peşî û yên din li derdor belav kirin ji bo kû heremê bernedin. Stran: Feroyê Iskên, Awiska bavê Qaşemê li berê latê Gulê sê dengan ban kir li Hezarê kir e gazî. Hezarê deranê gulî da birê î girana Eskerê Hisayê Mirzayê mîro û Emerê Pûrto Qeymeqamê Nezamê, hayla gulî da birê eb beyana rojê re bi sê Tabûran hatin ser welatê Xalta. Ji jêr û jor de ketin tê de, ji jêr û jor de ketin tê de. Ma ne,
gelek hene şade û şûde, Feroyê Iskên sîwarê Bozê bavê Elî û Qaşêmê sê denga ban dike gelî sekmanê Êzidiyan gelî bav û biran, xebateka mêran bikin lap hilînin, destê xwe ji Cakmakê kavik ziwîn ê hilînin, sist nekin çavên xwe ji Eskêren tirkan, nehîlin min derbeka giran lê da li Qumandarê dewletê li wî Rêsûlê Elî, min got bila ev hayfa Elîye Gazo, kurê jinêbiyê wî şervanê me yê kozika pêşî be. Me pozê Eşîretan perikand, perên me qut kir, cird û berdê hikumetê . Ezê bi Awiska bavê Qaşemê ketim li kolê da, ma ne î giran e Eskerê Hisayê Mirzayê mîro û Emerê Pûrto Qaymaqamê Nezamê de Hezarê bi sê Tabûran ve hatin ser welatê Xalta, ji Jêr û jor de ketin te dê, ji jêr û jor de ketin tê de. Ew şade û şûdê, Feroyê Isken siwarê Bozê bavê Elî gelek hene. Sê dengan li Sekmanê Êzidiyan kire gazî bi xebitin û lap hilênin destê xwe ji Cakmakê kavik Ziwî sist nekin, çavê xwe ji Eskerên tirkan negerînin, me neqînin, weyla li min rebenê. Me derbeyek lê dabû li Qumanderê Dewletê, me got ev heyfa Elîye Gazo kurê jinebiyê wî şervanê me yê kozika pêşî ye. Nayê nayê Hawara Qasoyê neqîba nayê. A dûr e du re, ji banê xêra şewitî li îmdada bavê Elî sîwarê Bozê nayê. Ma ne gelek hene şade û şûdê Feroyê Isken sîwarê Bozê bavê Elî sê denga ban dike, gelî sekmanê Êzidiyan gelî bav û biran xebateka mêran bikin lap hilînin, destê xwe ji Cakmakê kavik ziwî ne hilînin, sist nekin çavê xwe ji Eskêren tirkan, nehêlin meneqînin. Ma nayê bîra we, me wê rojê bi destên Eskerên Tirkan girtin û der anîn ji mala Maksî kermoyê file, ji bin wan xendek û kadinên kayê. Bi wî rengî Feroyê Iskên siwarê Bozê, Fermanê dişkêne û heremê bernade ji Tirkan re. Fermana Hisayê Mirzayê Mîro û Emerê Pûrto, jî pûç bû û şikest. Lê mixabin bihevçûna Êşîrên heremê berdewam bû û nesekinî. Hetanî roja îro jî li ser Gundê Kelhokê berdewame û hinek kes dixwazin Êzidiyan ji heremê dûr bikin, bi zor dêrxin...
DILzAR DîLOK
Piştî Sûmeran, mîtolojiya Babîlan heye. Babîl, weke mala xwedayan tê pênasekirin. Di Sûmeran de girîngiya avê pir zêde ye. Jixwe di wê demê de çandiniya avî pir pêş ketiye û cokên mezin çêdikin. Her wiha di pêvajoyê Sûmeran de xwedanwendî jî hê heye. Ew di pêvajoya Babîlan de jî îfadeya xwe dibîne. Mîtolojiya Babîlan jî, di bin navê “Enîma Elîş” de hatiye nivîsandin. Bz di navbera 3-2 hezaran de tê dest girtin. Di destana Babîlan de, Tîamat û kûrê wê Mardûk heye. Heya wê demê şerê ku di navbera xweda û xwedawendan de pêş dikeve, xwedawend têk naçe. Hemû xweda danehevên xwe ji Mardûk re dibêjin, Mardûk jî darbeya dawî li Tîamat dixwîne. Bi aweyekî sîmgesel, Tîamat darbeyeke mezin dixwe. Piştî pêvajoya Sûmeran, darbeya ku Tîamat dixwe; ew darbe Sûmer û Babîlan jî ji hev cuda dike. Mardûk, bi wê darbeyê li ser laşê Tîamat erd, daristan, ezman, av û hwd ava dike. Ew bûye çandeke deshilatdariyê. Mesela Hallac kûştine, her parçeyekî laşê wî avêtine cihekî. Parçekirin, li hemberî yekparebûyinê tunekirinek e. Divê em di her tiştî de yekparebûyinê bigerin. Parçekirin jî, hebûn parçekirin e. Hem weke kes, hem weke rêxistin bi vî rengî ye. Tîamatê jî parçe parçe dikin, da ku yekparebûyin çênebe. Mardûk, ji bo derketina olên yekxwedayî jî bingeheke ava dike. Nêrîna yekxweda ya zilam, bi Mardûk re derdikeve. Bi darbeya ku Tîamat dixwe, çanda xwedawendiyê û jin darbeyeke dixwe. Em ji vê yekê re dibêjin Şikestina Çandî ya Yekemîn û Şikestina Yekemîn a Zayendî. Şikestina mezin ewilî çêbûye ew e. Bi mîtolojiya Grekan, ew çand tê timamkirin. Mîtolojiya Grekan jî, çanda dawî ya mîtolojiyê temsîl dike, piştî wê serdema mîtolojiyan xilas dibe. Mîtolojiya Misir û Hîndî ûhwd jî hene. Lê em yek bi yek venakin. Bi kurtasî Çanda Şikestinê ku bi Mardûk despê dike, bi Zeûs tê timamkirin. Jixwe mîtolojiya Grekan, li derdora Zeûs tê avakirin. Mardûk darbeyê li Tîamat dide, lê mirina Tîamat jî gelek tiştan diafrîne. Lê Zeûs bi xwe zarokan çêdike. Hemû qûrnazî, entrîka, dek û dolap di Zeûs de
hene. Zeûs jinan dixapîne; yekê dixwe, yekê dixapîne. Jina Zeûs jî Hera ye. Lê Zeûs bi xwe, Atenayê tîne dûnê. Ya rast taybetmendiya afirandinê ya jinê, di şexsê Zeûs de tê dizîn. Atena jî dema ku tê dûnê, li gel mertal û cilên xwe yên zirxî tê dûnê. Ango jineke ku xwediyê taybetmendiyên zilam e tê dûnê. Ango jina ku zilam dixwaze, tê dûnê. Niha jî jina ku zilam dixwaze, divê li gorî zilam biaxife, li gorî zilam rabe û rûne, li gorî zilam tevger bike heye. Bingeha xwe ji wê derê digire. Ji ber ku Zeûs dixwaze taybetmendiya zayin-afirîneriyê ji destê jinê bidize, mirov fêm dike ku hê jî berxwedaniya xwedawendan heye. Di Hera de, xwedawendiya Înana û Tîamat naye pênasekirin, lê di mîtolojiya wan de jî berxwedana jinê heye. Her wiha berxwedaniya Prometheûs heye. Zilam jî ber xwe dide. Ango çanda berxwedanê heye. Mesela Prometheûs, ji birayê xwe re dibêje, “ji destê xwedayan tiştekî negire û nexwe, heram e. Ji xwedayên zalim diyariyan negire.” Ango çandeke berxwedanê li derdora jinê heye, lê darbeyeke mezin jî jinê xwariye. Di encama Şikestina Zayendî ya Yekemîn de li ser civakê gelek tesîr çêdibin. Jin ji xwedawendiyê tê xistin. Jin ji panteona-meclîsa xwedayan tê avêtin. Di civakê de reng û dengê jinê, tê qutkirin. Ber bi yekrengiyê ve çûyin destpê dike. Berê reng û cudahiyên cur bi cur hene, lê êdî divê her kes li gorî Mardûk be. Êdî dixwazin civakeke yek-rengî ava bikin. Ew taybetmendî û hewildan, her yek li hemberî civakê êrîşek e. Ji ber ku em dixwazin vê êrîşê li ser civakê rakin, em dibêjin Konfedaralîzma Demokratîk yek-rengiyê qebûl nake. Dîsa dema ku êrîşek li ser civakê çêdibe û civak nikare xwe îfade bike, di nava civakê de afirînerî kêm dibe. Pûçbûyinek çêdibe. Mesela îro pergala deshilatdar hemû zarokan komî dibistaneke dike, yek-rengî wan perwerde dike, ji ber ku zarok nikarin tiştekî din jî bifikirin, afirînerî çênabe. Mesela ew şoreşa afirîneriyê ku di neolîtîkê de pêş ketiye, êdî xilas dibe. Ango ew serdem dibe serdema rawestîna mirovahiyê. Mirovahî li cihekî diqelibe û disekine. Ew tişt di salek û du salan de çênabin, jixwe 2 hezar sal pêvajoyê pevçûnan a Sûmeran destpê dike. Bi guhertina çand, ziman û fikir, pêvajoyekî din dide destpêkirin. Piştî vê demê, çanda şer û deshilatdariyê destpê dike. Ango çanda şer û deshilatdariyê, bi Şikestina Yekemîn destpê dike. Dîsa fikrê talankirin û ganîmetê, dixwazin weke çand di nava civakê de bidin rûnişkandin. Mesela Gilgameş, bi alîkariya Enkîdû, darên sedîrê hemûyan qut dike û daristanê talan dike. Ew jî encameke wî pêvajoyî ye. Rista jinê, êdî di civakê de kêm dibe. Ji ber ku nirxên jinê di xwedawendiyê de hatibûn komkirin û vegeriyabû çandeke, bi wate bû. Lê êdî xwedawendî jî, ji rastiya jiyanê tê dûrxistin. Êdî deshilatdariya zilam, di nava civakê de destpê dike. Em îro vê çandê weke baviksalarî pênase dikin.
Şikestina Duyemîn a Zayendî Şikestina duyemîn jî, bi pêvajoyê olên yekxwedayî ve girêdayî ye. Ew şikestin ji olên Îbrahîmî destpê
dike, di Îslamiyetê de weke lûtkeyeke jiyan dike û heya îro jî tê. Ferqek di navbera herdu şikestinan de heye. Di şikestina yekemîn de jin, ji xwedawendiyê tê dûr xistin. Lê di şikestina duyemîn de jin ji mirovbûnê tê dûr xistin. Di olan de jin êdî weke mirov jî naye dîtin. Mesela du jin, weke yek mirovî tên pênasekirin. Her wiha dê jin çawa biaxife, kîjan cil û bergan xwe bike hemû tên diyarkirin. Dev ji mirovbûyinê jî berde, jin êdî weke hebûneke vê gerdûnê jî naye dîtin. Tesîreke pir ne baş ya şikestina duyemîn li ser civakê heye. Şikestina yekemîn û duyemîn, di heman demê de
şikestineke çandî di civakê de çêdikin. Ji milê herdu zayendan ve jî şikestinê çêdike. Di encama ew şikestina duyemîn ya zayendî de, jin ji rastiya xwe dûr dikeve, ji zayenda xwe dûr dikeve, ji hezkirina zayenda xwe, mirovbûna xwe dûr dikeve. Bi kûrtasî xwebûna xwe dûr dikeve. Jin parçe parçe dibe. Jin weke bireser tê dîtin, zilam dikare li ser jinê hemû kiryaran pêk bîne. Jin dibe milk. Kapîtalîzmê jî şikestina yekemîn û duyemîn ji xwe re weke bingeh dîtiye û heya îro jî tesîra van şikestinan heye. Mirov li gorî van ol û zîhniyeta perwerde dibînin, mejiyê xwe li gorî wê ava dikin. Ji ber vê şikes tineke çandî li ser civakê çêdibe. DAIŞ’a ku îro weke hovîtiyeke derketiye holê jî, AKP jî di encama van şikestinan e. Dema ku olên yekxwedayî bi pergal dibin, encamên wisa derdixînin holê. Ne tenê ji ber ku DAIŞ û AKP dijminê me ye em wisa pênase dikin. Mesela li ser civaka me jî tesîrê van şikestinan heye. Em tenê nabêjin, ji ber ku ol temsîl nakin AKP û DAIŞ ne baş in. Olên yekxwedayî, çandeke ava dikin, ew çand jî xistina jinê û mirovahiyê bi xwe re pêş dixe. Divê em wisa bigrin dest. Di hersê olên yekxwedayî de, tiştên ku mirov bi xwezayî jiyan dikin, qirêj nîşan didin. Mesela di encama têkiliya zayendî de zêdebûn çêdibe. Ew di hemû xweza û mirovahiyê de wisa ye. Lê di hemû olan de, zayendî qirêj tê dîtin. Di Xiristiyantiyê de rahîp û rahîbe hene, bi awayekî cuda xwe jê dûr digirin. Lê bi awayekî têkiliya zayendî tê jiyîn. Bi taybetî di Îslamê de têkiliya zayendî qirêj tê dîtin. Lê ji aliyekî ve jî tahrîk-kirin
heye. Ji milekî pir zewacî û destdirêjî heye, ji aliyekî ve jî têkiliya zayendî qirêj tê dîtin. Ji ber ku hem tê qedexekirin, hem jî pir zêde jiyîna wê teşvîq dikin, mirov ji xwezaya xwe qut dibe. Em dikarin yek bi yek jî vekin. Mesela di Tevrat’ê de dibêje, “jin keça pêximber be jî, çavkaniya fîtne û fesadiyê ye.” Meseleya bihûşt û dojehê jî di Sûmeran de derdikeve. Dîsa bi pênasekirineke cuda be jî, Adem û Hawa di Sûmeran de jî heye. Di Tevratê de jî ew tişt sazî dibin û tên nivîsandin. Meselaya Nuh, meseleya Adem ûhwd; mîtolojiyên beriya xwe digirin û weke çîrok dinivisînin. Bi çîrokan di nava endamên civakê de zîhniyeteke çêdikin. Çîroka bihûşt û dojehê jî bi vî rengî ye. Her wiha karê ku jinê re hatine diyarkirin, karê malê ûhwd hemû di Tevrat’ê de hene. Ya dîtir jî, di Tevrat’ê de çavbirçîbûn weke tiştekî ku nebaş tê nivîsandin; lê bi riya tîcaretê heman tiştî pêk tînin. Hem di kesayeta Îbrahîm de, hem jî di kesayeta Muhamed de heye. Ew jî bi xwe re çandeke ava dike. Mesela faîz qedexe ye, tu nikarê pereyekî bidê yekî û çend qatê wê jê bistînê. Lê weke berhem tu dikarê tiştekî bidê wî û pişt re nizanim çend qatê wê jê bigrê. Dikarê tiştekî bi pereyekî bistînê, lê sed qatî wê bifiroşê. Hinek pîvan jî jê re hatine diyarkirin, lê pêşî lêvekirin jî heye. Ew di mirov de çavbirçîbûnê pêş dixe. Her wiha pergala pirzewacî, pergaleke fûhûşê ye. Jinê weke bireser dibîne. Zîhniyeteke wisa di nava civakê de pêş dixin. Ew jî çavbirçîbûnek e. Dîsa di Tevratê de, divê têkiliya zayendî, li ser esasê zarok çêkirinê be. Ew jî pîvaneke zilamperest e û jin weke makîneya zarokan dîtin e. Her wiha koçberbûyina wan û ji nava hin bûyeran re derbas bûna wan jî heye, dibe ku tesîra vê jî hebe. Lê di encamê de zîhniyeteke zilamperest, di hemû cihên Tevratê de heye. Derketina Îsa, hinekî din cuda ye. Bi xwe serokê tarîqatekê ye. Lê yên ku Xiristantiyê sazî dikin, xwe ji Îsa qut dikin. Di Xiristiyantiyê de jî cihê jinê qet tune ye. Tenê weke keseke ku pêximber Îsa aniye dunê tê zanîn. Ango tenê navê wê heye, lê dengê wê tune ye. Dibêjin, “xweda pûf kiriye, Meryem ducanî bûye û Îsa aniye dunê.” Çawa Îsa aniye dunê, ew jî ne diyar e. Jin ew qesî bê nasname hiştine. Serokatî dibêje, “Meryem, bermahiya xwedawendiyê ye.” Di Xiristiyantiyê de, Ezîzî û Ezîzetî heye. Mirov hewildanên bi wî
rengî dikare baş jî binirxîne, lê zayendî qirêj tê dîtin, di tarîqatan de kiryarên cur bi cur li ser jinê pêş dixin. Mesela di bin navê pîrhevoktiyê de, şewitandina jinan di Xiristiyantiyê de tê pêş xistin. Dadgehên Engîzasyonê tên ava kirin, êrîşî hevjiyana azad ya wê demê dikin. Di navenda wê de jî jin heye. Xirîstiyantî, hêdî bi hêdî hemû tarîqatên dervayî xwe ji holê radike û di civakê de yekrengiyê pêş dixe. Dihêle ku hemû rengên cuda yên di nava civakê de ji holê rabin. Tesîra Îslamiyetê jî heval kêm zêde dizanin. Mesela di derketina Muhamed de, rista Xetîceyê heye. Lê pir naye ziman, bi awayekî şênber naye vekirin. Dîsa rewşa Ayşe û Fatma heye, lê ya esasî beriya Îslamiyetê di olên gelên Ereb jiyan dikin de tesîra jinê pir zêde ye. Weke pûtên sereke Lat, Menat û Uza pênase dikin. Ew pût weke xwedawend têne dîtin. Wisa risteke wan a mezin tune, lê weke bermahiyên xwedawendiyê ne. Serokatî jî dibêje, “şaştiya esasî ya Îslamiyetê, qedexekirina wan olên beriya xwe ye.” Lewma olên yekxwedayî, yek-rengiyê ava dikin. Ne ku civaka Ereb hemû dayiksalar bûn û li derdora jinê çandek ava kiribûn, lê nirxeke jinê û hevsengiyeke civakî hebû. Bi Îslamiyetê re ew jî ji holê tê rakirin. Dema ku Îslamiyet dibe olê deshilatdariyê, bi taybetî bi Xelîfetiyê di nava civakê de çandeke dijberî jinê tê avakirin. Şikestina duyemîn de, çawa ku jin ji mirovbûnê qut dibe, ji qadên civakî jî tê dûrxistin. Mesela serê jinê girtin, derketina derva qedexe kirin, her cihê laşê jinê veşartin, hemû kiryarên olên yekxwedayî ne. Ji ber vê tesîrên ev şikestina duyemîn, li ser civaka me pir zêde ye û li ser me jî heye. Dibe ku ji aliyê şêweyî ve me xwe guhertibe, lê weke zîhniyet tesîra wê li ser me hemûyan heye. Mesele tenê ne Mislimanbûyin, rojî girtin û îbadet kirin e jî. Weke zîhniyet tesîrên şikestina duyemîn, li ser hemû Rojhilata Navîn hene. Şikestineke pir mezin di nava civakê de çêkiriye. Hemû taybetmendiyên feodaliyê, bi tesîra Îslamiyetê di nava civaka me de hatine rûnişkandin. Êdî hinek tişt di me de dibin çand û em bi xwe re tînin nava hevalan jî. Mesela dema ku hevalên jin ewilî tevlî gerîla dibin, hinek serê xwe digirin. Demeke dirêj jî tesîra vê li ser hevalên jin hebû, heya pêvajoyê arteşbûyinê jî cih bi cih tesîrên wê dihatin dîtin. Divê em tesîrên van tiştan li ser xwe ji aliyê
mejî ve bidahûrînin. Jixwe dahûrandina wan tiştan, dahûrandina zayendperestiyê ye. Zayendperestî, tesîrên şikestina yekemîn û duyemîn in. Tesîrên wan di me de çandeke pêş dixin, zîhniyeteke ava dikin. Nahêle ku em ji kolebûnê derkevin û xwe azad bikin. Ji bo hevalên jin mirov dikare wisa bibêje. Hevalên xort jî nikarin xwe ji tesîra wê deshilatdariyê û tesîra wê ya koletiyê derxînin. Tesîrên wê di xwe de dahûrandin, dahûrandina zayendperestiya civakî ye. Jixwe zayend û zayendperestî ji hev cuda ye. Zayend, tiştekî xwezayî ye, di hemû hebûnên gerdûnî de heye. Lê li gorî zayendê şêwaz, liv û tevger, sekin û nêzikbûn ava kirin, nasname pêş xistin; zayendperestî ye. Jixwe bi zayendperestiyê zîhniyeteke hegemonîk ava dibe û dibe nêzikbûna deshilatdariyê. Mesela di civaka me de tesîreke pir mezin a zayendperestiyê heye. Em van tiştan jî weke çandeke digirin dest. Divê mirov di van mijaran de lêhûrbûn û nîqaşên xwe kûr bikin. Bi rastî em çiqasî ferqa tesîrên zayendperestiyê ku li ser me çêkirî ne. Mesele ne tenê rê û rêbazên çort in, ango ne tenê tundî û dengê xwe li hemberî jinê bilindkirin e. Mesela hevalekî xort dikare li hemberî hevaleke jin pir zirav jî biaxife, lê bi awayekî zirav dikare deshilatdariya xwe jî bimeşîne. Divê em pîvanên şêweyî daneynin. Her wiha hevalekî xort, bi niyeteke paqij û saf dikare tesîrên zayendperestiyê, tesîrên şikestina yekemîn û duyemîn jî jiyan bike. Ji ber vê yekê divê bi kûranî girtina dest hebe. Tenê bi niyetî û şêweyî girtina dest rast nabe. Ji bo jinê jî, bi zilam re nîqaşkirin û dengê xwe bilindkirin, ne pîvaneke azadiyê ye. Naveroka nîqaşên me çi ye, em çi jiyan dikin, em hebûna xwe çawa îfade dikin? Her tişt bi hebûnê destpê dike. Dema ku em li ser şikestina yekemîn û duyemîn diaxifin, beriya ku em biaxifin divê em xwe bipirsin, ka di zîhniyeta me de tesîra wan çiqas e. Dema ku em tesîrên şikestina yekemîn, tesîra olan, tesîra pozîtîvîzmê li ser xwe biavêjin; dervayî wê weke ‘ez’ çi dimîne? Divê em bikaribin lêpirsîna vê bikin. Tiştekî pir kêm dimîne. Lewma tesîrên van tiştan pir zêde li ser me hene. Rast e, tesîra Tevgera Azadiyê jî li ser me heye. Lê tiştên ku em ji Tevgera Azadiyê fêr bûne jî, em nikarin vegerînin zîhniyet û pratîkê. Bi rastî jî van zîhniyetên dîtir, di me de çi ava kirine, em çawa jiyan û gerdûnê mezî dikin, di me de pergaleke çawa ava bûye? Ger pergalên deshilatdar, Di kesayetên me de cih bûbûn, divê em bizanibin ku em bireser in. Ji ber vê divê em di destpêkê tesîrên van pergalan li ser xwe bibînin. Mirov dikare vegotineke wisa bike, lê em dixwazin bi nîqaşên hevalan vê mijarê timam bikin. Her wiha ger hebin, heval dikarin pirsên xwe jî bikin.