Sal 2
2019/3/20
Hejmar 12
Diclepress13@gmail.com
Abdulla ocelan: Çi qas bi zehmet be jî êzîdî di xeta welatparêziyê de bi israr bin DI ÇARŞEMA SERÊ NÎSANÊ DE TAWSÎ MELEK TÊ SER ERDÊ Jinên êzidî: Em bi YPJ`ê serbilindin
Ş: HEDIYE XWEDEDA(ARÎN ŞENGAL)
Dıcle
Lêkolîn, Belge û Lêgerîn Jimar: 12
Adar : 2019
Berpirsyarê Giştî: Aram Kerîm Baban di vê hijmarê de ADAR DIREŞÎNÊ NÎSAN DIXEMLÎNE ...............................................................4 NETEWEYA DEMOKRATÎK XWE NASIPÊRE DESTHILATDARÎ Û DEWLETÊ ................................................................................................................... 5 BABEKÊ XUREMÎ - JI SÊWÎTIYÊ BÛYE RÊBERÊ ŞOREŞEKÊ!........................ 16 SERDAR ŞENGALÎ; HETA ŞINGAL RIZGAR NEBE YEK KÊLÎ JI ŞER DÛR NEMÎNIM ................................................................................................................. 22 DIYARDEYÊN HEVBEŞ DI NAVBERA ATÛNÎ Û ZERDEŞTIYÊ DA ..................... 25 PÎR DI WATEYA ‘EZMÛNDAR, GELEK TIJÎ Û PAQIŞ, ÎLAHÎ’ TÊ BI KAR ÎNAN ................................................................................................................. 28 SERPÊHATIYÊN FERMANÊN ÊZDIYÊN DI HERÊMA XER-ZAN DE .................. 34 JI BO PÊŞKETINÊ CIVAKÊ SIHETA XWE BIPARÊZIN ...................................... 40 BABA TAHIRÊ URYAN HELBESTVAN Û FÎLOZOFÊ KURD ............................... 42 DI ÇARŞEMA SERÊ NÎSANÊ DE TAWSÎ MELEK TÊ SER ERDÊ ........................ 45 Rêber apo ji bo gelê êzîdî: Çi qas bi zehmet be jî di xeta welatparêziyê de bi israr bin ......... ................................................................................................................. 50 Hêza Şengal: Min Hêza Xwe Ji Jinên ypj,ê girt .................................................... 55 Ziman nasnameya miletekiye ............................................................................. 58 Kongireya Netewî li Nehriyê ... Şêx Ûbeydullahê Nehrî(1830 - 1883) .................... 61 Şehrazad û Çîrokên Hezar û Şevekê ................................................................ 69 Jinên êzidî:Em bi YPJ`ê serbilindin .................................................................... 72 Bayik: Dema ku tecrîd bişkê, faşîzm jî dişkê ......................................................... 73
Director: Samî Emer Qasim Xwediyê Kovarê: Alî Hisîn Hecî Desteya Weşanê - Hisîn Hecî Nefso - Xemê Berdkat Xwedêda - Şêrzad Şemo Qasim - Hemed Beşar Xelef - Îbrahîm Emo Kiçî - Berekat Îbrahîm Hisîn Sepandin û Derhênerî: Deriya Rûnahî Navîşan: Şengal -SincarTel: 07504197663 07507782806 07507174358 E. mail:
Diclepress13@gmail.com
JI EDÎTOR ADAR DIREŞÎNÊ NÎSAN DIXEMLÎNE Xwendevan ên hêja: Demsala zivistanê derbas bû. Her zivistanek biharekî xwe jî heye. Sala biharê bixwere zindibûyîna xwezayê tîne. Di nav de mirov jî zindî dibin û geş dibin. Xêr û bereketa biharê jî bi nav û deng e. Em derbasî meha Adarê bûn û pey re jî meha Nîsanê ye. Derbarê vê yekê de gotinên dapîr û bavpîrên me hene. Dibêjim Adar direşîne Nîsan dixemlîne. Wateya demsala biharê di nav cewherê vê gotina kevnar û resen de ye. Bihar di dîroka gelê me de pir cîhekî bi wate û giring e. Weke mînak Cejnê Newroz di 21’ê Adar ê de ye. Ev li dijî zilm û nehaqiya bûye berxwedan. Serkeftin û azadî di nav heyamên dîrokê de Adar xweşiyên xwe û li kêlaka wê nexweşî û gelek zor û zehmetî her wiha xemginî jî çêbûne. Weke mînak 3’ yê Adarê de şehîdên Xanesorê. Ew êrîşeke xiyanetê û muamereyeke xirab bû. Ew lîstokek ji şerê taybet bû. Gelek destên qirêj di nav de hebûn. Vê carê û bi rengeke cuda fermana 3‘yê Tebaxa2014‘an xwestin pêkbînîn û encam bigrin. Lê belê helwesta gelê me û berxwedana pêşiya wê muamarera hatiye girtin û vala derxistine. Bi vê wesîlê em di carek din şehîdên xwe yê xanesor Şingalê bi rêzdarî bi birtînîn. Ewê hertim di hişê me û dilê me de û di nav tekoşîna azadiyê de bijîn. Waye rojên Newrozê nêzîk dibin. Wa gelê me li seranserê welat û dervayî welat Cejna Newroza xwe pîroz dike. Ew berxwdanê we wê bixwere azadiyê bîne. Ji niha de bila Newroza gelê me û Ezidxanê û tevahiya gelê me he rwiha azadîxwazan pîroz be. 8’ê Adarê Roja Jinê Cîhanê ye. Di vê rojê de jin dadikevin kolan û meydanan û tekoşîna azadiyê bilind dikin. Li welatê me li serên çiyan, çol û çiya jinên gerîlla
YJA Star li Ezidxanê YJŞ û li Rojava YPJ li dijî dagirker û faşîstên DAÎŞ tekoşînekî dîrokî meşandin û serkeftinên dîrokî hat avakirin. Lê tekoşîna jinan li ser tevahî mirovahiyê û bi taybet jî li ser jinan bandorekî erenî û hêviyên mezin ava kir. Ev pêşketin berdewam dikin û wê berdewam bin. Pêşentiya jinan di dirokê de û di roja îro jî gelekî bi wate ye û rista wan hêviyên azadiyê pêş dixe. Mînak Leyla Guven vaye 3 meha derbas dibe ketiye greva birçûbinê. Armanca çalakiya wê jî, ji bo tecrîd li ser Rêber Apo rabe. Leyla pêşengti kir û piştre bi sedan jin û mêr li zindanê dagirkeran, li welat û gelek welatên cîhanê tevlî çalakiya dîrokî bûn. Bi taybet tevlîbûna jin, mêr û ciwanên herêma Şengal jî tevlî vê çalakiyê bûn û rengê xwe tevlî pêvajoya dîrokî kirin. Di vê ji bîr nebe ku her daxuyanî û helwest û çalakiyên ku li herêma Şengalê çêdibin pir balkeş in û bandora wan jî çêdibe. Ji bo gelê Kurdistanê û mirovahiya giştî jî rewşa civaka Ezidî û herema çiyayên Şengalê pir ji nêzde dişopînîn. Di meha derbasbîyî de ango meha Sibatê de Mîr Tehsîn Beg çû li ser dilovaniya xwe. Bila serê malbatê wan û civaka Ezidxanê sax be. Ew ji di temenê xwe yê zarokatiyê de û heyanî dawiyê di nav civakê xwe de cihekî wê bi wate hebu û xwedî kedekî demdirêj bu. Adar diçe û Nîsan destpê dike. 3 mehên biharê ne. Her mehek xwedî rist û wateyeke. Her yek ji wan erkek daye ser milê xwe. Lê belê Nîsan di navbera Adar û Gulanê de meheke gelekî bi wate ye. Di nav bîr û bawerî û çanda Ezidiyan de meha Nîsanê cîheke pir giring îfade dike. Di meha nîsanê de meha herî ji bo xwe cîhekî taybet dane nîsanê. Gelek nirxandin kûr û fireh her
wiha siberojan eleqedar dikin hene. Yek ji wan Çarşema Sor e. Çarşema Sor di tevahiya azadîxwazan û bi taybet li tevahî civaka Ezidxanê pîroz be. Her rojek û her mehek ji bo her mirovî û ji bo gel pir girîng û jiyanî ye. Di asta cîhanê de xetimandin û gelek pirsgirêk jiyan dibin. Di aliyê siyasî, civakî, leşkerî, aborî û ekolojî de gelek pirsgirêkên giran hene. Rojhilata Navîn di van mijaran de di nava îmtîhanekî derbasî dibe. Pirs gelekin û li bersiva xwe digerin. Di vê qonaxê de rista civakan pir giringe. Civak jî herdem zêdetir pêwîste ku bi zanebûn û rêxistin tevbigerin. Ev ji bo civaka Ezidxan jî gelekî jiyanî ye. Rewşa cîhanê ya Rojhilita navîn û ya li Kûrdistanê yekser wan jî eleqedar dike. Di vê ji bîr nebe kû ‘’av disekine lê dijmin nasekine’’ fermana li ser Êzidiyan bi gelek rê û rêbazan şerên taybet berdewam dike. Bi riya tirs û pera, bi riya helandina çandê bi derew û hîleyan û belavkirina bi hêvitiyê dixwazin tifaq û tevahiya Ezîdxan belav bike. Ev jî reng û ziraviyên berdawa fermanê ye. Di vê bihara sala 2019’an em ji bo herêma Şengal weke hebûn û geşbûna bihara rengîn di nav civaka xwe de pêşketinên rêxistin bûn û tifaqa Ezidxan pêşbixin. Carna bi sed salan an jî di hezar salî de firsendên guncaw û dîrokî bi dest nakevin. Îro ji bo Êzidxan ew derfetên guncaw amade ne. Bi şev û roj em ji bo tifaqa xwe û ji bo xweseriya demokratîk a herêma Şengalê kar bikin. Misogeriya statuya herêma Şengalê wê ne tenê ji bo vê heremê be, wê ji bo tevahiya Ezidiyên welat û ji bo yên dervayî welat jî dibê navend û wê bibe hêviyên pêşeroja zarokên Ezidxanê. Em ji bo zarokên Ezidxanê bingeheke ava bikin, ew jî xweseriya demokratîk e.
Diclepress13@gmail.com
FIKRÎ
5
HEJMAR 12
2019/3/20
SAL 2
KOVAR DICLE
LI ROJHILATA NAVÎN ŞOREŞA ZÊHNIYETÊ NETEWEYA DEMOKRATÎK XWE NASIPÊRE
DESTHILATDARÎ Û DEWLETÊ ABDULLA OCELLAN
Dibe ku pêşkêşkirina parêznameya
şexsekî di asta gerdûnî de mirovan matmayî bihêle û weke tiştekî zêde mezinkirî bê dîtin. Lê tişta ev parêzname dixwaze îspat bike jî ew e, gerdûnî û xwecihî bi hêsanî ji hev nayên cihêkirin. Em bi diyardeyeke gelekî vemirî ya mîna Kurdan ku gelekî hatine jibîrkirin û di nava refên tozgirtî yên dîrokê de hatine hiştin, me gav avêt serhatiya xwe û pirsgirêka ji vê diyardeyê deryê derketiyê holê nîşan daye ku çareserî bi tenê di asta gerdûnî de pêkan e. Mirov bi xwe hebûneke gerdûnî ye. Ji ber ku mirov hebûneke gerdûnî ye, bi tevahî raz û sirrên der barê gerdûnê de li cem mirov veşartî ne. Ev nayê wê maneyê, cudahî û nirxa tekîtî, xwecihî û kêliyê tineye. Berevajî gerdûnîtî bi beş û tekîtiyê pêkan e. Gerdûnîtî tevahiya hemû beş û
tekan îfade dike. Di gerdûnê de her tekek û beşek beramberekî xwe heye. Li muqabilî vê jî di her tek û beşekî de şopa gerdûnîtiyê hî heye. Pêvajoya jêre bûyîn tê gotin, fonksiyona diyalektîkî ya di navbera beşî û gerdûnî de ye. Em tên û diçin gelekî serî li vê prensîba bingehîn a felsefeyê didin, ji ber ku Kurd yek ji wan diyardeyên dîrokî û civakî ye, gelekî zêde hatiye înkarkirin û îmhakirin. Yekdestdariya mêtinkarî û zordestiyê ya di mentiqê şaristaniya dewletdar de tevahiya dîrokê ji ser serê Kurdan ti carî kêm nebûye. Kurd weke mîrasgirê herî kevin ê civaka qebîleyê ya bi hemû heybeta xwe bi şoreşa neolîtîkê rabûye, ewqasî di vê serdema mirovatiyê de bist bûye, hema bêje şopên jiyana panzdeh hezar sal berê hê jî li ser hene. Li aliyê din jî dikeve
bin bandora hêzên gemeonîk ên global ên serdemê. Di vê çarçoveyê de wê weke ferd çi bi serê me bihata? Em dikarîbûn ji civakbûnê derketana? Em heta nebûna beş, xwecih, em ê çawa bibûna global? Me hê nû gavên xwe avêtibûn jiyanê, Kurdîtiyê weke zincîrekê lingên me girêdabûn. Derketina ji Kurdîtiyê belkî bibûya çareserî û mirov bi vî awayî bifikiriya. Lê di berdêla çi de? Hingê ji mirovbûnê wê çi di destê me de bimana? Pirsgirêka Kurd ne weke her pirsgirêka neteweyî bû, ne weke her pirsigrêkeke civakî bû jî. Eger weke Kurdîtî em behsa rengekî gelekî mêşmirî dikin, hingê em jî bi awayekî mîna hovan di çarçoveya marjînal de mehkûmê wê bibûn. Cezayekî gelekî giran e ku mirov weke hovekî marjînal mehkûmê jiyanê bibe. Parastin çiqasî kûr û berfireh
KOVAR DICLE
SAL 2
2019/3/20
HEJMAR 12
6
FIKRÎ
Diclepress13@gmail.com
Li Rojhilata Navîn bi navê jiyanê bi tenê nexweşî heye. Bi dewleta netewe ya di xwe de pirsgirêk bi ber bayê ketin dibû mîna bîrekê mirov dikişand hundirê xwe û bi tenê bi vî awayî me karîbû em xwe nas bikin. Li aliyekî di kûrahiya dîrokê de em li xwe digeriyan, li aliyê din jî di pêngavên serdemê, modernîteyê de ku pê parçeyên me yên mayî dadiqurtand, me pê hewl dida rastiya xwe nas bikin. Em ji ya xwe nedihatin xwarê û me dixwest em bibin ferdên mirov ên bi rûmet û vê jî weke wezîfeyekê li ser me ferz dikir ku em ji her alî ve heqîqetê keşif bikin. Wezîfeyeke bi vî rengî jî di çarçoveya gotina navdar a Hegel de em bi ser şopê xistin. Ma ne Hegel gotibû “Rastî Yekpare ye”. Jiyana min a şexsî sedema parêznameya min e, parêznameya min jî ya jiyana min a şexsî ye. Ez ne weke her kesî, lê weke Kurdekî bi pirsgirêk neçarî jiyanê bûm û ev jî encama bi pirsgirêk a diyardeya Kurd e. Ji bo mirov weke civak li ser piyan bimîne, divê mirov li dijî ferd û civaka bêpirsiyarî ya lîberalîzm hewl dide bi hemû hêza xwe pêk bîne, li ber xwe bide. Qutbûna ji civaka Kurd a ji hêza xweparastinê mehrûmkirî bi awayekî nîsbî bêhtir hêsan e. Jixwe çerxa ku civakê bi demê re qir dike ji bo bi awayekî hêsan qutbûn çêbibe
şertên pêş hemû amade kirine. Lewma bêyî xatirxwestin jî qutbûna ji Kurdîtiyê pêkan e. Ji ber ku gelê bêparastin hêza wî ya lêpirsînê tineye encamên bi vî rengî yên malkambax derdikevin holê. Ji nava gelekî qutbûn evqasî bi awayekî xweber bi hêsanî pêk bê, mirov nikare ji wî gelî mîna civakên modern û civakên dewleta netewe li bendê be, xwedî li welat, ekonomî, jiyana azad û parastina nasnameyê derkeve. Bendewariyeke bi vî rengî tewş e. Emperyalîzm û mêtingerî timî bi pey ferd û civakên bêparastin dikevin. Bi hemû hêza xwe hewl didin ferd û civakên bêparastin çêkin. Di vê mijarê de dema dor tê Kurdan rewş bêhtir kambax û malwêranî ye. Kurdan ne bi tenê nikarîbûne xwedî li hebûna xwe ya civakî derkevin, nikarîbûne welatê xwe û azadiya xwe biparêzin, herweha ew xistine rewşekê ku ji xwe tirsiyane, ji xwe reviyane û ji ber xwe şerm kirine. Diyardeya Kurd û rewşa wê ya problematîk bi gelek awayên bi heman rengî mirov dikare diyar bike. Ez gelek caran ji serhatiyên xwe û çîroka xwe mînakan didim û sedema vê jî ew e ku ez alîkariya vê wesifkirin
û rengdaneyê bikim. Lê ev wesif û rengên wan ji ezman nehatin, bi destê mirovan bi xwe hatin afirandin. Kî ne, ev mirov, peyayên kîjan hêzan in? Bersiva van pirs û pirsgirêkan hemûyan wê yekparetiya rastiyê îspat bikira. Yên ez kirim êsîr bêguman ev hêz bûn. Hemû jî bi maske bûn. Ti ji wan weke xuya dikir nebû, nikarîbûn weke xuya dikirin jî bibûna. Ji bo mirov li rastiya wan a sergirtî serwext bibûya hewcedarî bi xebateke mezin hebû. Ji bo min gavavêtina nava van serhatiyan û dewamkirina wan, ji jiyana mirovên destpêkê yên li nava daristanan belkî bêhtir zor û zehmet bû. Ji ber ku mirovên modern ên xwe amade kiribûn hebûneke civakî tesfiye bikin, bi awayekî mirov nikare wan bi ti cinawir û hovên ti serdemê bide ber hev bi tehlûke bûn, bi pîlan bûn, bi rêxistinî bûn û xwediyê cihêwaziyekê bûn ku kuştin kiribûn huner û pê radibûn. Eger min jiyan bi Kurdîtiyê re, Kurdîtî jî bi jiyanê re wekhev nedîtiya, min ê ti carî nikarîbûya civakbûneke rastî fêhm bikira. Pîvana bivênevê ya jiyaneke hevgirtî bi rastiya civakbûnê re têkildar e. Di dîroka modernîteya
Diclepress13@gmail.com
kapîtalîst de rola dane zanistên civakî ew e, qutbûna ji rastiya civakî rewa û heta weke pêşketinekê empoze dike. Li ser navê zanistê derbeke girîng a li civakbûnê tê xistin jî ev e. Dema di çarçoveya Kurdan de behsa vê yekê bê kirin, qutbûn bi rizgarbûnê re wekhev tê dîtin. Kurdan bi xwe qutbûna ji xwebûnê kirine sedema rizgarbûna xwe. Dema mirov bibêje ti têkiliya min bi xwebûna min re nemaye, ev kare mirov rehet û biste jî bike. Piştî gavavêtineke bi vî rengî jî heman kesên gav avêtine bi kîjan nasnameya hatiye pêşiya wan re bûne yek, di heman demê de bi çavkorî û çavsorî xwedî li wan nasnameyan derdikevin. Em van sedeman hemûyan bi armanca diyarkirina beş û tektiya diyardeya Kurd diyar dikin. Em heta beş û tekîtiya Kurdîtiyê rast diyar nekin, em nikarin cihê wê di nava gerdûnîtiyê de jî diyar bikin. Em li binê dîrokê li deverên kûr li prototîpên diyardeya Kurd digerin da ku em xwecihtiya wê rast fêhm bikin. Ji ber ku em dizanin, bi tenê bi awayekî dîrokî mirov dikare li diyardeyên civakî serwext bibe, em vê lêkolînê dikin. Lê em çiqasî neçar
FIKRÎ
Rola îndustriyalîzmê di kara herî zêde de bingehê tevahiya pirsgirêkên civakî û neteweyî ye man ku di tekîtî û xwecihtiyê de li Kurd bigerin, ewqasî jî em neçar man ku fêhm bikin di gerdûnîtiyê de jî xwedî maneyekê ye. Xwecihtî û xwesertî bi tena serê xwe hîç raveker nebûn. Ravekirineke temam an têrê bike bi tenê bi analîza rewşa wê ya di gerdûnîtiyê de pêkan dibû. Lewma me tevahiya dîrokê gerdûnîtiyên hukim li hemû xwecihtiyan kirî weke dîroka gerdûnî xist ber lêpirsîn û lêkolînê. Ravekirinên me yên der barê dîroka şaristaniyê û modernîteya kapîtalîst de encamên vê lêkolînê bûn. Mirov Kurdîtiyê bi tenê weke diyarde lêbikole, ji bo terîf û danasîna wê têrê nake. Ji ber ku aliyekî din ê
7
HEJMAR 12
2019/3/20
SAL 2
KOVAR DICLE
meseleyê heye, ew jî çawabûna wê ye. Kurdîtî ji dema ku weke diyarde bi gewde bûye pirr zêde bi pirsgirêk bûye û lewma jî Kurdîtî bêşens e. Şert û mercên jeopolîtîk jiyana bi pirsgirêk weke çarenûsê pê daye qebûlkirin. Me dît, di tevahiya serdemên dîrokê de ev bi vî rengî ye. (Me Kurdî halê xwe wer dî) Jixwe dema dor tê modernîteya kapîtalîst, pirsgirêk êdî ne bi tenê pirsgirêk in, bi temamî dibin qirkirin. Êdî guftûgo tê kirin, gelo wê karibe hebûna xwe biparêze yan na, heta wê hebe yan jî tinebe. Mirov xwe bide ber Kurdîtiyeke pirsgirêkên wê û diyardeya wê ewqasî dîrokî û berfireh, tiştekî wisa ye ku mîna mirov xwe bide ber barê çiyayekî. Me PKK û varasyonên wê bi sedema xwe bidin ber vî barî me ew kirin amûr û navbeyncî. Hêsan nîne ku mirov xwe bide ber barên civakî. Hela ev bar di nava lep û pencên qirkirinê de bin, mirov dikare fêhm bike ku kesên bibin navbêncî û xelaskar hewldanên wan çiqasî di rîskeke mezin de ne. PKK û yên ji wê zêdebûn, hem xwecihtiya Kurd weke diyardeyeke bi pirsgirêk, hem jî di warê gerdûnîtiyê de li beramberî vê diyardeyê çi tê weke heqîqet îfade dikin. Xwe weke berdevkên sereke yên heqîqeta Kurd û çalakgerê wê îlan dikin. Êdî PKK û yên jê zêdebûn weke îfadeya diyarde û heqîqeta Kurd dest bi rêwîtiyeke diyalektîk kirin. Kengî diyarde-bîrwerî(heqîqet) bibe rastî pêvajoya em jêre dibêjin pêkhatiye diyalektîk an tevgera rizgariyê derdikeve holê. Mirov dikare vegotin û çalakiya PKK’ê bi awayekî naskirin û gerdûnîbûna nasname û beşa Kurd terîf bike. Vegotin û çalakî ji bo diyardeya Kurd a gelekî bi krîz e,
KOVAR DICLE
SAL 2
2019/3/20
HEJMAR 12
Desthilatdarî û dewlet weke rêxistiniyên şîddetê çiqasî mezin bibin û destwerdin civakê, ewqasî pirsgirêkan mezin dikin
8
FIKRÎ
Diclepress13@gmail.com
weke îdeaya çareseriyê û pratîka wê manedar dibe. Kengî modernîteya kapîtalîst bû hêza hegemonîk li dijî diyardeyên di nava civakê de bûn pirsgirêkên mezin, bi heman awayî bi vegotin û çalakiyan bersiv hatin dayîn. Nexasim sosyalîzma pêkhatî, demokrasiya civakî û tevgerên rizgariya neteweyî tevgerên bi vî rengî ne. Modernîteya kapîtalîst karîbû ev hersê tevgerên rizgarîxwaz ên wekhevî û azadiyê di nava
hêmanên xwe de bihelîne. Hindek be jî PKK ji van hersê varyantên sosyalîzma zanistî bi tesîr bû. Lewma mirov dikarî bû li bendê be ya bi serê wan de hat bi serê PKK’ê de jî bê. Kengî PKK’ê di warê îdeolojîk, polîtîk û eskerî de zor da derfetên çareseriyê pirsgirêkên bi wan re rûbirû bû bi yên van varyantan re wekhev bûn. PKK’ê pirsgirêkên bi vî rengî yên ji ber xeta xwe ya îdeolojîk û polîtîk, hewl da bi teorî û têgînên der barê modernîteya demokratîk de bibihure. Ji ber ku li nava dinyayê sosyalîzma pêkhatî ji hev de diket, qîmeta xwe nedima û ya bi serê neteweparêzî û demokrasiya sosyal de hatibû bi serê PKK’ê de neyê gavavêtinên bi vî rengî yên îdeolojîk û polîtîk hewce dikirin. Ji bo ku di nava hêmanên modernîteya kapîtalîst de nehele bivênevê dibiyabû alternatîfa wê pêk bianiya. Modernîteya demokratîk a alternatîf li hemberî sê hêmanên bingehîn ên modernîteya kapîtalîst kara herî zêde, dewleta netewe û îndustriyalîzmê bi sîlehên xwe neteweya demokratîk, ekonomiya komînal û îndustriya eklojîk bi awayekî îdeal gav avêt. Eger têgînên modernîteyê nehatana guftûgokirin wê qutbûneke radîkal ji kapîtalîzmê çênebûya. Di serî de meylên sosyalîzma zanistî û anarşîst, gelek alternatîfên îdeolojîk ên rastgir û çepgir ku xwe antî-kapîtalîst dihesibandin, bi sedema ku nikarîbûn kapîtalîzmê weke modernîteya hegemonîk analîz bikin û ji wê bibihurin bi ser neketin. Lewma diviyabû mirov guftûgoyên li ser modernîteyê berfireh bikira û bi vî awayî mirov ê karîbûya teorî û têgînên modernîteyên cuda ji nû ve manedar bikira. Modernîteya demokratîk a me xwest em weke alternatîfekê
Diclepress13@gmail.com
biberidînin yek ji van paradîgamyên modernîteyên cuda ye. Bêguman gera li modernîteyên din jî pêkan bû. Serdestiya modernîteya demokratîk ew e, bi perspektîfa desthilatdarî û dewletdariyê li pirsgirêkan nanêre. Hem sîstemên şaristaniyê yên di dîrokê de di çarçoveya desthilatdarî û dewletê de çêbûn, hem jî nûnerê şaristaniyên dîrokî yê serdema me modernîteya kapîtalîst, bi perspektîfa desthilatdarî û dewletdariyê nêzî pirsgirêkên civakî dibin. Lê bi herhalî desthilatdarî û dewlet, pirsgirêkên dixwazin bi riya şîddetê çareser bikin, ew bi xwe çavkaniya wan pirsgirêkan in. Desthilatdarî û dewlet weke rêxistiniyên şîddetê çiqasî mezin bibin û destwerdin civakê, ewqasî pirsgirêkan mezin dikin, pêşde dibin û bêçareserî dihêlin. Tevahiya dîrokê ezmûnên şaristanî û modernîteyan bi bêhejmar mînakan îspat dikin ku hewldanên di vî warî de çiqasî pirsgirêkan diafirînin. Modernîteya demokratîk modelên çareseriya pirsgirêkan ên bi perspektîfa desthilatdarî û dewletê rexne kir û li ser alternatîfa çareseriyê ya navenda wê ne dewlet û ne desthilatdarî mitale kir. Di encama vê mitalekirinê de têgîna çareseriya demokratîk derket holê û beridî. Lê ev têgîn têkiliya xwe bi têgîna‘demokratîkbûn û mafê mirovan’ a lîberalîzmê re tineye, bi temamî berevajiyê wê îfade dike. Lîberalîzma xwest sosyalîzm û mafê ferd dejenere bike, li têgîna demokratîkbûn û mafê mirovan xwedî derket. Lîberalîzm bi xwe demokratîk nîne, lê kirasiyê demokratîk li xwe dike. Tevî ku dibe îdeolojiya ew sîstema mafê mirovan ji holê radike, weke parêzvanê sereke yê mafê mirovan dadikeve
FIKRÎ
meydanê. Modernîteya demokratîk bi çareseriyên xwe yên demokratîk, bi teorî û têgînên xwe yên der barê wekhevî û azadiya mirov de hewldanên jirêderxistinê yên lîberalîzmê pûç dike û maskeyên li ber rûyê wê tîne xwarê. Heman tiştî der barê diyarkirina mafê çarenûsî yê neteweyan de jî pêk tîne. Lîberalîzm îdeolojiya modernîteya kapîtalîst e. Sîstema kapîtalîst jî bi xwe pirsgirêka neteweyî derxstiye holê û lîberalîzm bi xwe berdevkiya vê sîstemê dike; ji bo çareseriya pirsgirêka neteweyî modelên desthilatdarî û dewletdariyê pêşniyar û ferz dike. Çawa ku meyla kara herî zêde daneheva sermayeyê zêde dike, modelên desthilatdar û dewletdar jî desthilatî û dewletan timî zêde dikin û pirsgirêkên neteweyî dikin derketina ji nava wan ne pêkan be. Li gorî vê modelê dewlet desthilatdariyan bi awayekî bêdawî zêde dike û bi vî awayî kare kîjan pirsgirêka neteweyî û hindikayiyan çareser bike. Ji dusedî zêdetir dewletên fermî yên heyî hene û li van dewletan beşên wan ên xwecihî û bi hezaran ên nû bêne zêdekirin wê çawa pirsgirêk bêne çareserkirin. Jixwe dewletên netewe û desthilatdarî yên bi awayekî daneheva sermayeyê ya bi sazî bûyî ne, çiqasî zêde dibin zordestî û mêtinkarî zêde dibe ango her cure pirsgirêka civakî û neteweyî zêde dibe. Rastiya desthilatdarî û dewletê ya serdema me vê nirxandinê têra xwe piştrast dike. Modernîteya demokratîk di vê mijarê de weke encama çareseriya demokratîk nêzîkatiya xwe ya neteweya demokratîk nîşan da. Neteweya demokratîk netewebûyîneke welê ye, xwe nasipêre desthilatdarî û dewletê, gel xwe bi xwe dike netewe û polîtîka ji bo vê hewce pêk tîne.
9
HEJMAR 12
2019/3/20
SAL 2
KOVAR DICLE
Lîberalîzm îdeolojiya modernîteya kapîtalîst e. Sîstema kapîtalîst jî bi xwe pirsgirêka neteweyî derxstiye holê Ne bi tenê polîtîka jî hewl dide îspat bike ku bêyî bibe desthilatdarî û dewlet, dikare bi saziyên xwe yên ekonomî, xweparastin, huqûq, dîplomasî, karûbarên civakî û xweseriya çandî netewebûyîna xwe pêk bîne û xwe weke neteweya demokratîk ava bike. Li gorî ew pîroza modernîteya kapîtalîst di serdema me de bi tenê şêweyekî dewletê pêkan e, ew jî dewleta netewe ye. Çawa ku her kes yeqîn dike, dewleta netewe ya lîberalîzmê laîk jî nîne. Berevajî, têgihiştina dewleta netewe ya xweserî serdema navîn bi şêweyekî modern bi neteweperestiyê hatiye cîlakirin; bi gotina Hegelî bi Şoreşa Franseyê re rewşa berbiçav a xwedê ye ku hatiye rûyê erdê. Hegelî bi vê şîroveya xwe hukmekî di cih de daye û gelekî rast e. Em cîla li ser rûyê dewleta netewe çiqasî jê bibin, em ê di binê wê de pûtên xwedayên serdema destpêkê û navîn bibînin. Em heta bi vî awayî rûyê rastî yê dewleta netewe nebînin, em ê nikaribin ti pirsgirêka civakî û neteweyî fêhm û çareser bikin. Modernîteya kapîtalîst bi şerên dewletdariya netewe yên çarsed salên dawiyê komên mirovan, komên et-
KOVAR DICLE
SAL 2
2019/3/20
HEJMAR 12
Di dîroka modernîteya kapîtalîst de rola dane zanistên civakî ew e, qutbûna ji rastiya civakî rewa û heta weke pêşketinekê empoze dike
10
FIKRÎ
Diclepress13@gmail.com
nîk û kategoriyên civakî yên cihêreng parçeparçe kir û di nava gola xwînê de xeniqand, lewma çareseriya neteweya demokratîk ji bo van civakên di nava çarsed salên dawiyê de ketine ber çerxa qirkirinê ya modernîteya kapîtalîst çareseriya pirsgirêka neteweyî ya herî aştiyane, azad, adil û bêyî xwînrijandinê ye. Mirov ji bo îndustriyalîzma modernîteya kapîtalîst a bi armanca herî zêde wê bi kar tîne jî heman tiştan bîne ziman. Rola îndustriyalîzmê di kara herî zêde de bingehê tevahiya pirs-
girêkên civakî û neteweyî ye. Sedema yekane ya pirsgirêkên hawîrdorê ye. Li hemberî îndustriyalîzma bi tenê ji kara herî zêde û daneheva sermayeyê re xizmetê dike, dinya me nikarîbûye du salan jî li ber xwe bide. Ji bo daneheva sermayeyê bi vî awayê xwe yê heyî dewam bike wê pêdivî bi çend dinyayên din jî hebe. Jixwe dinya me li ber îflas û têkçûnê ye. Modernîteya demokratîk bi teorî û têgînên xwe yên ekonomiya komin û îndustriya ekolojîk li dijî harî û çavsoriyên modernîteya kapîtalîst
Diclepress13@gmail.com
FIKRÎ
11
HEJMAR 12
2019/3/20
SAL 2
KOVAR DICLE
Serdestiya modernîteya demokratîk ew e, bi perspektîfa desthilatdarî û dewletdariyê li pirsgirêkan nanêre
a xwe disipêre kara herî zêde û îndustriyalîzmê, ji bo parastina ferd û civakê derfet û îmkanên herî baş ên sîstematîk pêşkêş dike. Mirov heta zanista polîtîka ekonomiya lîberal ku kara herî zêde û îndustriyalîzmê mîna dewleta netewe pîroz dike û weke heqîqeta bi tenê nîşan dide, rast rexne bike, mirov ê bibîne ev amûr tevî civakê hawîrdora wê jî hildiweşînin. Sosyalîzma zanistî îndustriyalîzm hîç rexne nekir, li kara herî zêde jî bi awirekî ekonomîk temaşe kir û li hemberî wê weke
alternatîf ekonomiya dewletê danî û ev şaşiya wê ye. Ev bi awayekî lîberalîzma çepgir bû; çareseriya pirsgirêkên civakî ji desthilatdariya dewletê re hiştiye. Di encamê de bi hilweşîna sosyalîzma pêkhatî re derket holê ku ekonomiya bi destê dewletê û îndustriyalîzm amûrên çareserkirina pirsgirêkên civakî nînin. Modernîteya kapîtalîst xwe kir hegemonîk, weke rastiya bi tenê ferz û rewa kir û ev di bêtesîrkirina hemû muxalifên wê de bi roleke girîng rabû. Li şûna ku guftûgo di
çarçoveya modernîteyê de bêne kirin, bi tenê bi aliyê daneheva sermayeyê bi sînor ma. Modernîte jî bi giranî hêmanên wê hat qebûlkirin. Nêzîkatiyên modernîteyê di helandina tevahiya muxalifan de diyarker bûn. Nêzîkatiya pirr modernîst a sosyalîzma pêkhatî sedema bingehîn a tesfiyeya wê bû. Modernîteya demokratîk bi tenê polîtîka ekonomiyê ya kapîtalîzmê ne, sîstematîka wê jî rexne dike. Weke sîstemeke hegemonîk têkiliya wê bi dîroka şaristaniyê re, guhertinên wê yên di diyardeya bajar, çîn û dewletê de kirî, li ser bingehê kîjan hêmanan modernîteya xwe hûnandiye û bi tevahî wê rexne dike, rastiya wê derdixe holê. Modernîteya kapîtalîst bi hegemonya îdeolojîk a li ser zanist, felsefe û hunerê timî xwe rewa dike. Nava van qadên bingehîn ên zêhniyetê pûç dike, wan dike amûr û bi vî awayî zirara dide civakê mezin dibe. Zanist, felsefe û huner êdî amûrên ravekirina heqîqetê nînin. Weke amûrên bi temamî ketine xizmeta kapîtalîzmê, rola wan bi rewakirina sîstemê û bi dest ve anîna kara herî zêde têne bi sînorkirin; bi vî bawayî ji cîhana serdema navîn bi tehlûketir
KOVAR DICLE
SAL 2
2019/3/20
HEJMAR 12
Emperyalîzm û mêtingerî timî bi pey ferd û civakên bêparastin dikevin. Bi hemû hêza xwe hewl didin ferd û civakên bêparastin çêkin bi dogmatîzmayan dixeriqin. Rexneyên modernîteya demokratîk der barê qadên zêhniyetê de bi tenê bi çareserkirina dogmatîzma di van qaddan de bi sînor namîne. Ji bo zanist, felsefe û huner di civakê de bi awayekî hêja bi rola xwe rabin pêşî li wan vedike. Jixwe modernîteya demokratîk bi xwe jî kengî modernîteya kapîtalîst ji aliyê zanistî, felsefî û hunerî ve rexne bike kare xwe bi sazî bike, amûrên xwe yên têgînî çêke. Ji pêxîrtengiya cîhana zanîngeh û akademiyan a modernîteya kapîtalîst bi avakirina saziyên akademîk ên der barê her qada civakê û zanîngehên azad de bibihure û çareser bike. Hegemonya îdeolojîk a sîstemê çiqasî ji hev de bikeve, ewqasî jî pêşî li zêhniyeta modernîteya demokratîk vedibe. Ev jî pêşî ji nû ve li avabûna modernîteya demokratîk vedike. Şoreşa Kurdistanê ya bi teorî û têgînên modernîteya demokratîk ji nû ve hatiye hûnandin, eger bi awayekî hêja pêşketina xwe ya pratîk dewam bike, wê ne bi tenê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêk bîne; çareseriya xwecihî ya şoreşê di heman demê de bibe yekpare çareseriya herî tekûz a gerdûnî.
12
FIKRÎ
Diclepress13@gmail.com
Her şoreş di heman demê de xulaseya bi tevahî şoreşên rabihuriye û tê wê maneyê ji wan bihuriye. Li gorî potansiyela wê û hêzên li dijî wan têdikoşe divê Şoreşa Kurdistanê hem ji dîrokê hem jî ji modernîteyê hesab bipirse. Eger di vê çarçoveyê de hesabpirsînê bi awayekî serketî bike, wê alîkariya herî girîng bi gerdûnîtiyê re bike. Li ser riya gerdûnîbûnê Rojhilata Navîn rawestgeheke stratejîk e. Eger di roja me ya îro de wê şoreşeke cîhanê bibe, hemû nîşane didin xuyakirin wê ev di çarçoveya çanda Rojhilata navîn de bibe. Bandora şoreşên Ewrûpayê li Rûsya, Rojhilata Dûr, Emerîka Latîn û Efrîkayê ti carî ji modernîteyê nebihurîn. Heta pirraniya wan di xizmeta modernîteya kapîtalîst de bi rolên girîng rabûn. Bi rêbertiya ‘Partiyên Kominîst’ Şoreşên Rûs û Çînê di belavbûna modernîteya kapîtalîst li nava dinyayê de bi roleke girîng rabûn û dema ev rola wan li ber çavan bê girtin, hingê em çi dixwazin bibêjin wê baştir bê fêhmkirin. Şaxên şoreşên dinyayê yên di çarçoveya modernîteya kapîtalîst de li Rojhilata Navîn bi ser neketin. Bêguman di vê de para çanda herêmê bi awayekî girîng hebû. Çanda modernîteyê nikare bi temamî çanda herêmê fetih bike. Ji ber ku berxwedaneke bi hêz a çandê heye. Ne bi tenê çanda Îslamî li ber xwe dide, ji çanda Îslamî wêdetir çanda herêmê ya mîrasgira tevahiya serdemên dîrokê li ber xwe dide. Berxwedan bi tena serê xwe têrê nake ku mirov hegemonya modern hilweşîne û alternatîfê wê pêk bîne. Ji bo avakirina modernîteya dijber hostetî divê. Di vê mijarê de Şoreşa Kurdistanê dikare ji wezîfeya avakirinê re pêşengiyê bike. Rewşa
Kurdistanê di vî warî de ji her alî ve di cih de ye. Beriya her tiştî di nava sê neteweyên mezin ên herêmê de cih digire. Ji aliyê Ereb, Tirk û Îranê ve dor lê hatiye girtin. Jixwe van neteweyên navbihurî her yek ji wan parçeyekî Kurdistanê xistine bin serweriya dewleta xwe ya netewe. Herweha Kurdistan weke welat gel û çandên din ên qedîm di nava xwe de dihewîne. Di serî de Ermenî û Suryanî, Tirkmen, Ereb û hêmanên din ên çandî û neteweyî kêm zêde bi cihbûyîne. Tevahiya dîrokê navenda xweparastin û derketina holê ya gelek dîn û mezheban e. Di serî de şoreşa mirov a Homo Sapiens a dîrokê ji şoreşên mezolotîk, neolîtîk, koledariya antîk û serdema feodal re bi rola dergûşê rabûye. Di roja me ya îro de jî çarenûsa ‘Şerê Cîhanê Yê Sêyemîn’ ê modernîteya kapîtalîst wê bi bûyerên li Kurdistanê karibe diyar bibe. Em dema van faktoran hemûyan li ber çavan bigirin, di çarçoveya modernîteya demokratîk de ji bo Şoreşa Kurdistanê nebe şoreşa demokratîk a Rojhilata Navîn zêde ti sedem namîne. Li pêşiya wê hinek asteng hebin jî bivênevê pêşketinê bibe. Pirsgirêka Kurd li Kurdistanê di çarçoveya neteweya demokratîk de bê çareserkirin, wê li pêxîrtengiya dewleta netewe li Rojhilata Navîn û xetimîna bûye sedema wê, bandoreke mezin bike. Ji niha ve xuya dike ku li Tirkiyê, Iraq, Sûrî û Îranê pêxîrtengî, xetimîn û şerên dewletên netewe bûne sedema wan bi tenê bi çareseriya neteweya demokratîk çareser dibin û ji bilî vê riyek din gengaz xuya nake. Eger di dewleta netewe de israr dewam bike, ev tê wê maneyê pirsgirêk û şerê dewam bikin. Eger wekî din dewletên
Diclepress13@gmail.com
netewe (mînak dewletên netewe yên Kurd û Filistînê) bêne avakirin wê ev dewletê alîkariya çareseriyê nekin, bi tenê wê li pirsgirêkên heyî yên nû zêde bikin. Eger tişta weke çareserî pêşkêş bikin hê bêhtir kapîtalîzm û îndustriyalîzm be, çawa ku li gelek guherên dinyayê tê dîtin, wê ev rewş bêhtir krîz, bêkarî, şer, talana hawîrdorê û qirêjbûna avhewayê be. Şoreşeke Kurdistanê ya ne bi tenê bi hêmana neteweya demokratîk a modernîteya demokratîk bi hêmanên wê yên din ekonomiya komin û îndustriya ekolojîk pêk bê û li ser mîrateya şoreşên rabihurî mezin bibe û ji wan jî bibihure, wê karibe bibe destpêkeke têkûz a şoreşên sedsala 21. û kevirê çarqozî yê goşeyê. Di çavkaniya pirsgirêkên civakên Rojhilata Navîn de desthilatdarî û dewletdariya zêde heye. Di tevahiya dîroka şaristaniyê de her hêza bi armanca çareseriya pirsgirêkan derket holê, ji bilî bi hêzbûn û bi destxistina
FIKRÎ
13
Kurd weke mîrasgirê herî kevin ê civaka qebîleyê ya bi hemû heybeta xwe bi şoreşa neolîtîkê rabûye erka dewletê çareyeke din nedît. Ji Împaratorê herî li serî heta bi mêrê malbatê her hêzê ji bo çareseriyê pêşî bi hêz bi kar anî û ev bû çoyê bi sêhr ê desthilatîbûn û dewletîbûnê. Şaristaniya Rojava şêweyên modern ê vê rêûresmê afirandin. Yeqîn kir ku bi cîlaya demokrasiyê wê desthilatî û dewletê demokratîze bibin an jî lîberalîzmê serî li vê sextekariyê da. Li Rojhilata Navîn a roja me ya îro hê jî pirsgirêkên sereke li ser bingehê desthilatîbûn û dewletîbûnê têne
HEJMAR 12
2019/3/20
SAL 2
KOVAR DICLE
çareserkirin û hewl didin bi vî awayî çareser bikin. Mînak li Iraqê li şûna dewleteke netewe bi sê yan hê bêhtir dewletên netewe, li Filistînê ji niha bi sê dewletan, li Afganistanê bi qasî hejmara eşîran bi dewletokan hewl didin pirsgirêkan çareser bikin. Jixwe elîtên desthilatdarî û dewletê têra xwe bûne bar û li van ên nû bêne zêdekirin, wê ev bi tenê zordestî û mêtinkariyê zêdetir bike û ji vê pêve encamekê nade. Ev jî tê wê maneyê pirsgirêkên civakî û şerê zêde bibin. Şoreşa Kurdistanê çareseriya neteweya demokratîk bi rêveberiyên konfederal û avakirina otorîteya demokratîk bi sazî bike, wê ev modelê girêkên kor ên desthilatdariya hezarê salan a Rojhilata Navîn û nexweşiyên wê yên dewletdariyê karibe çareser bike û rê li ber veguherînên bi kok veke. Çand û gelên Rojhilata Navîn tişta pirr hewcedarî wê ne, otorîteya demokratîk e. Ji bilî vê, ceribandina hêzê û pêngavên çareseriyê yên xwe
KOVAR DICLE
SAL 2
2019/3/20
HEJMAR 12
disipêrin erka dewletê, çawa ku me di mînakên wan ên heta niha ceribandî de dîtine, wê rê li ber jiyanekê vekin ku di bin pirsgirêkên giran ên civakî de bimîne. Li Rojhilata Navîn bi navê jiyanê bi tenê nexweşî heye. Bi dewleta netewe ya di xwe de pirsgirêk bi ber bayê ketin. Hegemonya Rojavayî kengî nikarîbû xwe li herêmê bi sazî bike, bi kêmanî bi dewletên netewe yên mînîmalîst karîbû bi sîstema xwe ve girê bide. Di vê qonaxê de ku em gihiştinê, vê rêbazê îflas kiriye, têkçûye. Şoreşa Kurdistanê bi saziyên di asta neteweya demokratîk de pêk bîne û ava bike, wê karibe vê rêûresmê berevajî bigerîne. Li ser bingehê çandên hevpar ên di dîrokê de hatine parvekirin wê karibe Yekîtiya Neteweyên Demokratîk pêk bîne. Divê mirov hêmanên demokratîk ên çanda Rojhilata Navîn piçûk nebîne. Kevneşopiyên qebîle û eşîrê yên hê jî bi hêz in, rêûresmên dînî û cemaetî
14
FIKRÎ
Diclepress13@gmail.com
bi pîvan û saziyên netewebûyîna demokratîk re bi yek bin, pêkan e ku bibin hêza demokrasiyê. Divê mirov ji bîr neke ku desthilatdariya despotîk çiqasî ya bi karanînê be, hewcedariya bi demokrasiyê jî bi kêmanî ewqasî pêdivî pê heye û dikare pêk bê. Li her devera desthilatdarî bi hêz be li wir hêza potansiyel a demokrasiyê jî mezin e. Pirr eşkere derketiye holê, Rojhilata Navîn bi têgihiştinên heyî yên netewe û desthilatdariyê bi rêve naçe. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên neteweyî û herêmî ji niha ve divê ban û sîwana Yekîtiya Neteweyên Demokratîk bi lez bê avakirin. Li ber çavan e, ti dewlet bi tena serê xwe nikare serî bi pirsgirêkên mezin dibin serî derxe, lewma yên xwe nedin ber yekîtiyê û jê birevin, ew tê wê maneyê bêîddîa ne, û ev helwest bi xwe bi bêçareseriyê re yek e. Mirov nikare dewletbûyîna netewe ya Kurdistanê (li ser navê Kurdan) weke pêşketineke şoreşgerî binirxîne. Bi tenê wê li pirsgirêkên
giran ên herêmê yeka din bê zêdekirin. Dewleta netewe ya Kurd a li Iraqê tê ceribandin, eger bi netewebûyîna demokratîk dor lê bê girtin û mirov karibe wê weke yêdekeke lihevhatinê ya pêvajoyê bihêle, hingê dikare li Kurdistanê û li nava Rojhilata Navîn bi roleke erênî rabe. Naxwe divê mirov li bendê be ku ji problematîka Îsraîl û Filistînê girantir rê li ber pirsgirêkan veke. Çareseriya modela neteweya demokratîk ferz dike, ne înkara dewletên netewe ye, bi çareseriya destûra bingehîn a demokratîk ve girêdayîmayîna wan ferz dike. Li Ewrûpaya Rojava zewaca dewlet û demokrasiyê yekane modela çareseriyê nîne. Berevajî, modelek e ku pirsgirêkên wê gelek in, û çareseriya wan paşve dixe. Li Rojhilata Navîn modela ku divê bê ceribandin, çareseriya destûra bingehîn a demokratîk e; hebûn û xweseriya neteweya dewletê û neteweya demokratîk dike bingeha xwe. Ji bilî
Diclepress13@gmail.com
vê, modelên yekîtiyê yên derkevin holê wê ji Konferansa Îslamê û Yekîtiya Ereban (divê mirov Konseya Dewletên Tirkî jî li vê zêde bike) wêdetir neçin. Neteweyên li hundir bi sîstema destûra bingehîn a demokratîk ve girêdayî (li vir mabest ji netewe ew e, neteweya dewletê û neteweya demokratîk li hev dikin û ji vê netewe yan neteweya neteweyan pêk tê), di nava xwe de Yekîtiya Neteweyên Demokratîk pêk bînin, bêguman wê ev pêşketineke mezin be. Ev yek wê bi tenê aştiyeke mayînde pêk neyne, wê bi yekîtiya îndustriya ekolojîk û ekonomiya komînal a girseyan ji bêkariyê rizgar bike wê berhemdariyeke ekonomîk û Ronesanseke çandî jî pêk bê. Di vê serdema teknolojî û agahiya heyî de ti kes nikare bêkarî, ekonomiya bêber û jiyana çandî ya hêvî jê nayê kirin weke çarenûsekê bibîne. Yên ku wisa bibînin an ji aliyê îdeolojîk ve çavên wan kor bûne yan jî bi hegemonya îdeolojîk a sîstemê radibin û rûdinên. Rojhilata Navîn, bi tenê li bin banê Yekîtiya Neteweyên Demokratîk dikare bi rola xwe ya gerdûnî ya di dîrokê de gelekî dirêj ajotiye bigire destê xwe û pê rabe. Çawa ku ez timî dibêjim, Kurd mîna rola xwe ya di dema şeveqa şaristaniyan de vê carê li ser bingehê şaristaniya demokratîk dikarin bi rola xwe rabin. Potansiyela Şoreşa Kurdistanê û çareseriya neteweya demokratîk a Kurd ji bo vê her cure hêza (hêza fizîkî û entelektuel) pêdivî pê heye bi zêdeyî pêşkêş dike. Şoreşa Kurdistanê ji her demê bêhtir Şoreşeke Rojhilata Navîn e. Netewebûyîna demokratîk a Kurd jî Yekîtiya Neteweyên Demokratîk a Rojhilata Navîn e. Hingê Şoreşa Kurdistanê bi Yekîtiya
FIKRÎ
15
Neteweyên Demokratîk ên Rojhilata Navîn gerdûnî bibe. Gelek yekeyên dewleta netewe yên modernîteya kapîtalîst weke Neteweyên Yekbûyî û gelek yekîtiyên herêmî (yekîtiyên dewleta netewe yên li Ewrûpa, Asya, Emerîka û Efrîkayê), ji roja hatine avakirin heta niha ji ti pirsgirêka herêmî û global re çare nedîtine. Ji ber ku dewleta netewe ji aliyê binyewî ve xetimî ye û bi sedema kapasîteya wê ya pirsgirêkan mezin dike û wan paşve dixe, yekeyên Neteweyên Yekbûyî û yekîtiyên herêmî yên bi vî rengî jî di heman rewşê de ne. Li şûna van mînakên têkçûyî avakirina yekîtiyên nû û yekeyên ji yekeyên dewleta netewe bihurî pêdiviyek e ku divê dereng neyê xistin. Herçî pêdivî bi Yekîtiyên Neteweyî Yên Demokratîk ên Herêmî heye, lê wekî din bi awayekî lezgîn pêdivî heye ku li şûna Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Neteweyên Demokratîk a Dinyayê bê pêkanîn. Ev yekîtiya ji dewletên netewe bihurî wê ji yekeyên neteweyî yên demokratîk pêk bê. Em çi herêmî, em çi global bifikirin, Yekîtiya Neteweyên Demokratîk ne bi tenê ji yekeyên dewletê, divê bi tevlîbûna rêxistinên civaka sivîl pêk bê. Aştiya dinyayê bi dewletên netewe yên çavkaniya şer in, pêk nayê. Di heman demê de bi saziyên modernîteyê yên çavkaniya krîzan in, xweşhalî çênabe. Mînakên heyî têra xwe vê rastiyê piştrast dikin. Çawa ku aştiya dinyayê bi neteweyên demokratîk dibe, pêdiviyên bingehîn û mafê xebatê yê gelên dinyayê jî ne bi yekdestdariyên fînansê yên li pey kara har û çavsorî diçin, lê bi yekîtiyên îndustriyê yên ekolojîk, ekonomiya ekolojîk û komînal dibe ku xebatê weke azadî dihesibînin û vê xebatê ji bo her kesî dixwazin.
HEJMAR 12
2019/3/20
SAL 2
KOVAR DICLE
Em pêxîrtengiya modernîteya kapîtalîst weke avabûn bi tenê ji aliyê ekonomîk, civakî û polîtîk ve nabînin; em bi vê re pêxîrtengiyeke bi kok û kûr a heqîqetê dibînin. Timî li gorî bûyerên têgihiştina li heqîqetê mirovatî berdiye. Kapîtalîzmê têgihiştna li heqîqetê feraziye kiriye û bi vê di dîroka mirovatiyê de rê li ber jiyana herî xirab, krêt û şaş vekiriye. Li ser riya jiyanan şaş jî jiyana RAST nabe. Li ser riya jiyana xirab û krêt jî jiyana QENC û XWEŞIK nabe. Ji bo jiyanê ji şer û krîzan girantir felaketek heye ew jî ew e, mirov bi awayekî kolewarî bi qutiyên jiyanê yên ferazî girê didin û wan pê bi awayekî bi kok ji têgihiştina heqîqetê qut dikin; ango li ser riya jiyaneke xirab, krêt û şaş a berê hatiye xêzkirin mehkûmê jiyanê dikin. Guftûgoyên bi giştî li ser modernîteyê, bi taybetî jî li ser modernîteya demokratîk dikarin têgihiştna me ya li heqîqetê ji nû ve pêş bixin. Em ê karibin pê ji riyên şaş, krêt û xirab ên jiyanên me têk dibin qut bibin û bikevin ser riyên jiyanên rast, qenc û xweşik. Ji bo vê, em karin bi şoreşa modernîteya demokratîk, bi felsefeya civakî dibe, bi riya zanist û hunerê têgihiştina xwe ya li heqîqetê bi hêz bikin û jiyana rast, qenc û xweşik pêk bînin.
Di gerdûnê de her tekek û beşek beramberekî xwe heye. Li muqabilî vê jî di her tek û beşekî de şopa gerdûnîtiyê hî heye
KOVAR DICLE
SAL 2
2019/3/20
HEJMAR 12
16
ÇAND
Diclepress13@gmail.com
BABEKÊ XUREMÎ - JI SÊWÎTIYÊ BÛYE RÊBERÊ ŞOREŞEKÊ! Ebasiyan di sala 750 an de bi têkbirina Emewiyan Xelîfetî û îqtîdar bi dest xwe xistin û heta sala 1258’an ku neviye Cengizxan’ê Hulagû (mûxil) ew têk birin, îqtîdara xwe meşandin. Piştî Harûn Reşîd bi dorê kurên wî, Emîn, Memûn û Mutasim desthilatdariya xwe dimeşînin û êşên giran bi gelan didin kişandin. Şoreşa Cawîdan û Babekê Medî (795-838)
KELEŞ KIWEXÎ
Derketina Babek di dema Ebbasiyan
de pêk tê ku wan jî wek Emewiyan zext li gelên mixalif dikirin. Di wê serdemê de gelên heremê di nav tirs û xofê dijîn û rastî tên berovajîkirin. Di eslê xwe de Ebasî jî wek Emeviyan ne li gor îslama destpêkê tevdigeriyan. Li ser vê mirov dikare bêje ku tevgerên Komunal û yên azadîxwaz ne bi cewhera îslamê re, bi îslama desthilatdar re şer dikirin.
Îslama ku Emewiyan dimeşandin, ne îslama di xizmeta gel de bû. Ew bi armanca Erebkirina heremê, (belav kirina çand û keltora deselatdarî yê), tunekirina çandên gelên Mezopotamya û yê Anatoliyê tevdigeriya û daxwaza zewq û sefaya îqtîdaran pêkdihanîn. Emeviyan li ser kuştina Hezretî Elî îqtîdara xwe ava kirin, Ebasiyan jî li ser vê xwînê desthilatdariya xwe meşandin û dewlemendiyên heremê desteserkirin. Rihê Berxwedana Xuremî li dij vê xetê, xeta civakên azadîxwaz û şoreşger temsîl dike.
Babek li gundê Merendê li Kurdistanê bi sêwîtî û di rewşa faqiri de mezin bû. Jixwe ew sêwî bû, mixabin di zarokatiya xwê û beşek ji dema xortaniyê dûri dayika xwê jiya ye. Wî ji wek hemû zarokên gundan jiyaneke bi zahmet derbas kir, bi şivanti û gavantiyê debara xwê dikir. Di temenê 18-salî de vegeriya ba dayîka xwe û di pey ra ket nav tevgera şoreşgerî ya Xuremiya ku bi rêberiya kesekî bi navê wî Cawîdan. Tevgera Cawîdan yek ji tevgerên Xûremî bû ku piştî kuştina Eba Muslimê Xurasanî di sala 754 e li pay hev pêkdihatin. Wê hingê gelek şoreş pekhatin , Pêkhatina van hemû şoreşan li pay hev nîşana we yekê ye ku ev şoreş li dijî dagîrkeriya ErebîÎslamî pêkdihatin. Ferqa rebertiya Babek ji reberen din ew bû kû di dema serektiya wî de, li çiyayê Bez du tevgerên Xûremi yên dijberî hev hebûn. Ya yekem bi rêveberiya Cawîdan bû û ya deyem bi rêveberiya Ebo Îmran bû. Rêberê her tevgerekê têdikoşiya ku tevgera din têxe bin bandora xwe. Tevgera Cawîdan tevgereka kurdî
Diclepress13@gmail.com
niştîmanî bû, armanca wê rizgarkirina gelên Ariyanî ji Îslametiyê û desthilata ereban bû. Cawîdan û alîgirên wî xwe ji Îslametiyê paşva kişandibûn û vegeriyabûn ser ayîna Ezdatî. Ew bi armancên xwe her bawer bû û bi her awayî dixwest wan bi cih bîne. Ji ber wê, bi zanîn û baldarî, berî mirina xwe Babek kiribû rêveberê şoreşê. Babek bi hêz û şiyana wî ya rêveberiyê hebû, lehengekî aqilmend, dilsoz û armancên şoreşê bawer bû. Piştî mirina Cawîdan li ser daxwaz wî Jina Cawîdan û rêberên din ên şoreşê, Babek wek rêveber ji bo şoreşê hilbijartin. Rojêke ji rojan Cawîdan çûye bajarê Zencan li bakur-rojavayê Îranê, daku du hezar mîhên xwe bifiroşe û gava vegeriyaye çiyayên Baz, li Rustaqa Meymed berf bariyabû û
ÇAND
17
danê êvarê bû. Dinya sarbû, Cawîdan û hevalên wi dê bicemidiyana. Wan xwestin li mala serokê vî gundî bibin mêvan. Lê belê serokê gund ew nehewandine, ew şandine mala dayîka Babek, ku ew hêjayî vê mala feqîr dîtine. Bi vî awayî Cawîdan û yên li gel wî bûne mêhvanên dayîka Babek. Dayîka Babek agirekî xurt ji wan ra dadaye û Babek xizmetkariya wan kiriye û sewalên wan bi cih kirine. Paşê Cawîdan wî dişîne ku xwarin û vexwarinê ji bo wan ji dikana Gund bikirê û kayê û cê jî ji bo sewalan bîne. Cawîdan dibîne ku Babek xortekî aqilmend, çalak û mêhvanperwer e. Ew radibe ji dayîka Babek ra dibêje ku pêwîstiya wî bi kurê wê heye daku ew karê rêvebirina gundên wî, mal û sawalên wî bikê û dibêje ku ewê her mehê 50 dirheman bide wî. Dayîka Babek razî
HEJMAR 12
2019/3/20
SAL 2
KOVAR DICLE
dibe û wisa Babek dibe yek ji alîgirên Cawîdan. Gelek niviskaran li ser Destana Babek nivisinê le mixabin piraniye wan Babek wek keseki Azerbaycanî destnîşan dikin. Lê birêz Engin Erkiner wi wek keseki Zerdeşti û Kurd bi navdike. Reveberê Gele Kurd Abdullah Öcalan jî Babek wek keseki Kurd bi navdikê. Nişana arteşa Xurremiyan a wê deme Tayrê Tawus ê kû li cem Êzîdiyan Sembola oliye. Wê demê Xurremiyan ji miriyan re digotin, “Kiras-guhertin”, yanê nedigotin “ew mirin.” Ev gorin a Êzîdiya ye. Jixwe erişên Abbasiyan li ser Xuremiyan ji bona kû wan bi zorê bikin Sunî bu, Ebu Îmran êrişê tîne ser herêma Cawîdan. Cawîdan şerê wi dike, ji neçarî xwê diparezin û şêr giran dibê. Cawîdan wî dikuje û bi xwe jî bi şêweyekî xedar birîndar dibe. Ew
KOVAR DICLE
SAL 2
2019/3/20
HEJMAR 12
18
ÇAND
Diclepress13@gmail.com
Nişana arteşa Xurremiyan a wê deme Tayrê Tawus ê kû li cem Êzîdiyan Sembola oliye vedigere çiyayên xwe û pê dihesê ku temenê wî êdî temam bûye. Piştî sê rojan ew kiras duguherê (dimirê). Jina Cawîdan hin gelekî ciwan bû, ji bona kû ew Şoreş tek neçê û berdewam bike firehtir û hêztir bibê li gori usulên wê demê Babek mahêr dikê û dibê Hevsera wî; ew û Babek wisa li hev tên ku êdî Babek bibe rêveberê alîgirên Cawîdan; sêwiyek bû reberê Şoreşêkê. Li kêleka Ali Miziyar, Azin û Nevet dest bî fereh bûna Şoreşê kir. Ji çiyayan daketin deştan, newalan, çolan; çiya bi çiya, gund bi gund û herem bi herem geryan û civinên gel lidarxistin. Şoreşa Cawidan di çiyayekî de îzolebû û tenê bi heremekê li ser lingan mabû. Êdî bi fikir û ramanên Babek, têkoşîn ferehtir û bihêztir dibe û li heman demê de tevlîbuna mirovan ya vê şoreşê roj bi roj zedetir dibû. Hejmara şervanen Cawidan tenê 3-4 hazar kesbûn, Babek di nava cend mehan de ev hejmar gihandibû dorberên 30 hazar şervanî. Li Samarayê hêviyên gelan û yên jinan hatibûn fetisandin. Kesên ku nedixwestin rastiya jînê ya di dîrokê de bê zanîn li Samarayê dîrok berovajî kiribûn. Ger mirov di dîrokê de desthilat-
dariya mêr û li hember vê qehremaniya jinê nebîne nikare vate bide Huremizmê û Babekê. Babek di dema xwe de jiyanek civakî ya ku angoreyî wê demê pêşketiye ava kiribû û ji bo berdewamiya vê jiyanê 20 salan li ber xwe dabû. Lê mixabîn ji ber hin kêmasî û şaşitiyan ev tekoşîn mayînde nebû. Rêber Apo sedemên serneketina Babekiyan bi vî awayî şîrove dike: Yek ji van kêmasiyan ew bû ku Babek li dij devletên desthilatdar bû lê sîstemên wan bi kar anîbû.
Ya din şûna ku pişta xwe bida çiyê, kete Kelê û parastina xwe di wê kelê de pêkanî. Kêmasiyek din ew bû ku hemû alîkarên Xuremiyan birêxistin nekiribû. Kêmasiya sisê ew bû ku hesabê Ola îslamî ya di nav civakê de baş nekiribû. Kêmasiya çaremin ew bû ku hêza xwe bi awayek ideolojik, felsefî, olî bi rêxistin nekiribû xwe bi çalakiyan têr dîtibû. “Piştî mirina Hz. Mihemed tasfiyeki-
Diclepress13@gmail.com
rina ehlîbeyt û pê re jî desthilatdariya Emewî û Ebasiyan sîstemek tund û paşverû ava kiribûn. Li dû têkçûna Gelek terîqatên ku civak û gel temsîl dikirin Rojhilata Navîn ket nav taritiya bi xof. Sedsala 10-12an pêvajoyek îdeolojîk û polîtîk bû û bandora xwe li ser dirêjiya dîrokê kir. Di vê pêvajoyê de tevgerên bindestan û ya gelan wek xewaricî, Xuremî, Babekî, Qirmeti, Hasan Sabahî u îsmaîliyan, di serî de bi dehan tevgerên batinî tekoşînek dijwar dan. Bi awayeki bibûn temsîla Sosyalîzmê. Lê mix-
ÇAND
19
abin ji ber kêmasiya van hêzan bi ser neketine. Lê dîsa jî tekoşînek azadî û wekheviyê de cîhek dîrokî û vatedar digrin.” Artêşên Ebasiyan di hovîtî û zilma xwe de sînor nasnedikirin. Li hemberî wan Babek û alîgirên wî biryara xwe li ser ‘AN AZADÎ AN MİRİN’ ê dan. Ew ne tevgerek têkçûyî bû, ew destanek azadiyê ya dîrokê bû. Encama vê berxwedanê jî bi riya îxaneteke navxweyî çêdibe. Her wisa rêberê vê tevgerê li Samara hatibû qetilkirin. Babekê ku li samara bi ser
HEJMAR 12
2019/3/20
SAL 2
KOVAR DICLE
mirina bi hovane de çûbû, ew bû sembolek rûmet û mîrasa berxwedana çîna xêzan û bindestan. Hêvîdikin ku Babek daxwaza lêborîna xwe ji xelîfe bike, lê belê Babek li pêş wan öokdaynayne û helwesta xwe ya berxwedanê li pêş celadan jî didomîne Saîd Nefîsî di pirtûka xwe ya “Babek” de vê berxwedanê bi vê awayî derbîran dike: “Dema Babek dîl girtine û anîne cem xelîfe Mutesîm, Mutesîm ji wî re waha gotiye: ‘Ey Babek, te tiştek
KOVAR DICLE
SAL 2
2019/3/20
HEJMAR 12
wisa çêkiriye ku tu kes nekariye vî tiştî bike. Niha jî divê tu ji herkesî bêtir tehamul bikî’. Babek jî jê re dibêje. ‘Tuyê di demek nêz de tehamula min bibînî.’ Mutesîm ferman dide û dibeje: “Li ber çavên min herdû destên wî jê bikin.” Li ser daxwaz û fermana Mutesîm dest û lingên Babek li ber çavên Mutesim jê dikin. Dema destekî Babek jê kirin, wî bi destê xwe yê din xwîna xwe ya ku dirijiya erdê li serçavên xwe da û rêye xwe bi xwîna xwe sor kir. Mutesîm bi şiklek matmayî li Babekê Medî zivirî û jê pirsî: ‘Hey kûçik ev çi kare tu dikî?’ Babek bi awayekî ji xwe bawer bersiva wî dide û dibêje: ‘Serçavên însanan ji ber xwîna di laşê mirov de sor xûya dike. Lê dema xwîn jê vala bû spî û zer dibe. Niha ez bawer dikim ji ber herikandina xwîna ji laşê min, serçevên min ji zer an spî bûye. Dibe ku hin kes vê yekê nezanin û wisa fêm bikin ku qaşo ez tirsiyame. Ji ber vê ez vê xwîna xwe li ser çavên xwe didim ku kes zerbuna serçavên min nebîne.’ Mutesîm ji bo ku êşeke bi girantir bi Babek bide kişandin, ji celad daxwaz kir ku şûra di dest wî de ji navbera parsûyên wî bixe û dilê wî jêke. Herwiha bi fermana Mutesîm celad zimanê Babek jê kir, bedenê wî li wir bi dar de daliqandin û serê wî jêkirin û şandin Bexdayê û li wir li ser pirekî ji bo demekî bi darek de aliqandin. Piştre serê Babek ji wir girtin û birin Xoresanê û li wir li navçe û gundan gerandin. Armanca desthilatdaran bi tirs û xofê, rakirina navê Babek ji dilê gelan bû.” Babek di bin şûra celat de li Mutesîm vegeriya û wiha got: “Wek hemû mustebîdan tu jî şaşî û hun şaş difiki
20
ÇAND
Diclepress13@gmail.com
“Destana min destanek wisaye ku, Ne ji Babek destpêdike û ne jî bi wî bi dawî dibe!” rin. Ji ber ku destana min destanek wisaye ku ne bi Babek destpêkiriye û ne jî bi Babek bi dawî dibe. Ey bêbext û neçarno hun tu car û tu wext ji jiyanek azad û bi rûmet fêm nakin. Ew hestek e ku dema dikeve dilê mirovî, mirov pê dişewite. Azadî... Ew, dixwazî bila şêrîn be, dixwazî bila tehl be, tenê ew e qiblegeha min. û mustebîd ê ku min dikuje wê tu carî fêm neke ku bi kuştinê fedaiyên azadiyê tu car tune nabin, berovajî ew bi vî awayî di dilên gelan de hê xurt û mayînde dibin.” Bayezîdê Bestamî ango Bayezîd kurê Teyfûr kurê Isa kurê Surûşanê Bestamî Ebû Yezîdê Bestamî. Bi eslê xwê ji Xorasanê ne di serdeme Abbasiyan de bû. Ew li bajarê Bestamê li Îranê hat dinyayê. Bapîrê wî li ser dînê Êzidiyan jiyana xwe bidawî kir. Bapîrê wî sê kurrê xwê hebûn: Adem, Isa û Elî. Bapîrê wî êzidî bû û heya dawiyê Ola xwe neguherand. Navê Bapîre wî tegotin kû Surûşan e û navê bevê wi ji wek Tayfurê kurê Isa te gotin. Bayezîd di sala 804 P. Z. Li bajarê Bestamî Parêzgeha Simnan kû yek ji 30 Paarêzgehên Iranê bû ji dayik buyê ku dikeve bakûrê rojhilate welêt. Di sala 874 P.Z. kiras guhe-
randiyê (miriye). Bayezîd yek ji sofiyên navdar yên Îranî bû, bi esle xwê yek ji pêşiyên Şexê Şemzaniyan bû. Bayezîd piştî gera xwê ya gelek direj ku salan li gelek welatên Ereban wek derwêşekî bi faqirî û bî belangazî, bê cîh û war, bê nan û av geriyaye û sê dewreyan çûye mektebeyê Sofitiyê bi dehên caran çûyê hec li Mekeyê. Bestami rojekê ji rojên xwedê li Girfaqîra nêzî Lalişa Nûranî dibe mêvan. Ji civaka Ezidiyan re bahsa serpêhatiyên Babek dike. Hingê berxwedana Babek geleki bandora xwê li ser wan kiriye. Mamosta Xeyrî Şengalî jî bahs dikê ku Babek pêşiyê Şêxê Şêmzaniya yê û Bayezîd ji bi eslê xwe ji malbata Babek e. Bi gotina Xeyri Şengalî, Bayezîd dibê mêvanê Şemzî Êzdînemir ku we şevê xwedê nevîyek dayê wan. Şeşims ji Bayêzîd daxwaza ku navêki li nevîyê wî bikê, dikê ee jî navê Babek Qahremanê Destana Çiyayê Bez lêdikê. Xeyrî Şengalî dibejê ku Bayezîd bi zanebûn çuye Lalişê û bahsa Serhildana Xurremiyan û bi taybet qahremanê destanê Babek kiriye. Ji bona ku Destan neyê ji birkirin û winda nebê. Hatani iro ji salê carekê di meha Cotmehê de çirayek ji bo Şêx Babek tê vêxistin. Jêre dibêjin “Çira Şêx Babek,” ango Şêx Babekê Şemsanî li Gundê Sireçkê. Rahmetiyê Rêsan Hasan(Rêsan Hesên Bastamî) ku Niviskarekî êzîdiyan e (bi eslê xwê ew jî Bastamî ye) dibejê: “ji ber kû bi zorê malbata mala Bayêzîd misilman kiribûn ew bi zanebûn hat Lalişê.” Nemîr mamosta Rêsan li ser Bayêzîdê Bastamî pirtukek bi navê Bayêzîdê Bastamî Extiyarê Mêrgehê nivisandiye. Di heman deme de li herema Şengalê hetanî Musilê ji aliyê Ezidiyan ve li hemberi zilm û zordariyê
Diclepress13@gmail.com
xelife Mutesîm Serhildan hatibû destperin. Reberê serhildana Ezidiyan Mir Cahferê Dasinî (Mir Cahfer) bu ku ew bi eslê xwê ji malbateka Pîra ye. Mir Cahfer kurê Pîr Hesîn e. Mirê deşta Herirê ye û di çiyayê Mexlûp de diman. Ew îro di nav civaka me êzdiyan de wek Pirê Hesîn Meman, ango Pirê Çil Pîran tên binavkirin. Mîr Cahfer li hemberi Mutesîm serhidanê pêktîne û 2 salan li ber xwe dide. Mixabin, piştî şikestina Serhildanê û vemirandina şoreşê. Mîr Cahfer li nêzî Musilê jehrê vedixwe û kiras dughorîne. Mutesîm disa ji biryarê dide û termê mirê êzîdiyan dibin bajarê Samarayê li keleka Babek. Ali Miziyar, Nevet û Azîn danin li peş çavên gel, cendekê Mîrê êzdiyan kirin percê û avetin ser erdê. Mutesîm li peşberi gel sekini û got: “Min milekî din ji milên kurdan şikand”. Civaka Ezidî jî, ji we rojê pê ve dibejin, “ku misilman bibin zêr
ÇAND
21
bikevin bêrîka we, binê berîka xwê qul bikin, da kû bikevê ji ber ku ew be xof in”. Elbet ev gotin ji hemû civaka misilmanan re derbas nabê, lê mixabin wê deme wisa zanibûn. Zilma Mutesîm hiştiye ku ji kerba ev peyv were gotin. Oldar Loqman Silêman berdevke Lalişê dibejê “sefera Nan û Mast” ji dema Mir Cewher maye. Piştî şehadeta Mîr xelkê Samarayê xera xwê ji bo Mir tînin Lalişê, ji we demeve ev ji bo me buyê gerdîşeke olî. Dîroknas El-Teberî dibêje ku hejmara kuştiyên Xûramiyan gihîştiye sedhezarî, ji bilî jin û zarokan. Yên ku man çûn herêma bin destê dewleta Bîzans û li bakurê Kurdistanê hatin bicihkirin. Kurdên Kirmanc(Zaza, Dimilî) li herêma Dêrsimê û derdorên wê ji neviyên wan şoreşgerên Xûramî ne. Reberê Gele Kurd Serok Apo dibejê
HEJMAR 12
2019/3/20
SAL 2
KOVAR DICLE
Wê demê Xurremiyan ji miriyan re digotin, “Kiras-guhertin”, yanê nedigotin “ew mirin.” Ev gorin a Êzîdiya ye Di cîhanê dê yekem car ramana komînîzimê bi Mazdek destpê kiriye û Gerilayê yekem ji Babekê Medî ye kû herduk ji kurdin.Nişana Ala wi û parastina ronahiyê di fikre wan we demê de didin nişandan kû bi kok û binyata xwê herduk ji êzdî ne. Wek di nivisê de jî diyar dibê, ew ji mirinê re dibejin Kiras guherandin.
KOVAR DICLE
SAL 2
2019/3/20
HEJMAR 12
22
CANGORÎ
Diclepress13@gmail.com
SERDAR ŞENGALÎ;
HETA ŞINGAL RIZGAR NEBE YEK KÊLÎ JI ŞER DÛR NEMÎNIM
A: Dinya xidir
Cangoriyê ji bo azadiya welatê xwe
û kenê zarok û dayîkên welatê xwe Cemal nayîf, navê wî ya tevgerî; Serdar Şingalî ye. Serdar Şingalî bi eslê xwe ji Sîba Şêx Xidire lê li gundê Kuço ya girêdayî Şingalê di sala 1991 de ji dayîk dibê; heta 12 saliya xwe jiyana xwe li Kuço derbas dikê piştî wê ji ber pêdîviyên aborî ya malbatê derbasî gundê Qaposî ya girêdayî bajarê Şingalê dibin, du salan li wir derbas dikin û berê xwe didin gundê Xeyalê, herî dawî jî Serdar Şingalî di 15 saliya xwe de li ser esasê ku kar bikê û pêwîstiyên malbata xwe pêk bînê derbasî bajar’ê Dihokê dibê. Navê dayîka wî; Dişwar Mirade ya bav jî Nayîf’e, Serdar Şingalî di nava malbateke ku ji 5 bira û 3 xwîşkan pêk tê de mezin dibê her wiha di nava hemû xwîşk û birayên xwe de ya herî me-
zine ev jî dibe yek ji sedemên ku bi berpirsyartiyeke mezintîr tevdigerê. Malbata wî ya ku bi eslê xwe girêdayî eşîra Qîraniyane di nava hestên welatparêzî û hezkirina ji ax û warê xwe re wî mezin dikin. Serdar Şingalî li hember dayîk û xwîşkên xwe hezkirin û rêzdariyeke mezin her tim nîşan daye, bi nêzîkatiyên xwe û hewildanên xwe yên ji bo pêşketina xwîşkên xwe; reng û fikrên xwe yên bi zanist nîşan didê, ji xwîşkên xwe re her wiha digot:”ferî her tiştî bibin, xwe pêş bixin û ser bilind bin, di bin navê eybê de xwe cahîl û her mûhtac nehêlin”. Hevalê Serdar îradebûyîna ku azadiyê temsîl dikê rast didît û daxwaza vê dikir. Di rastî û dirêjahiya dîrokeke dirêj ku sedsalan di nava xwe de digrê; gelê me ya Êzidî; ya ku xwedî kûk û kûrahiyeke dewlemende her bi êrîşên hûv yên bi armanca qetil kirin, îmha kirin û bi dawî kirinê re ji milê des-
thilatdaran ve rast hatiye. Ev rastî tu caran berxwedaniya hebûnê di rihê gelê me yî Êzidî de xilas nekiriye, tam berwovajî wî, hezkirina jiyanê bi wate kiriye, îsrar û girêdana bi azadiyê re jî pir zelal nîşan daye, lê yek ji rastiyên ku pêwîste her were zanîn, qed neyê ji bîr kirin û kînê li hember dijminan her mezin bikê jî ewe ku her tim êş ji rihê zarokên gelê me re kiriye heval. Ji ber wê zarokên gelê me tu caran di nava êş, rastî û astengiyên ku dijmin ava kirî de nebûne xwedî zaroktiya xwe; bûne xwedî kesayetên ji zaroktiya xwe de xwedî êşên mezin. Serdar Nayîf jî yek ji van zarokên gelê me ye ku ji zaroktiya xwe de ji temenê xwe mezintir bûye û berpirsyartiyên ku wî derbas dikin girtiye ser milê xwe û bi cih aniye. Ev rastiyana dihêlin ku hevalê Serdar tenê salekê dibistan bixwînê û piştî wê ji ber rewşa malbata xwe ya
Diclepress13@gmail.com
CANGORÎ
23
HEJMAR 12
2019/3/20
SAL 2
KOVAR DICLE
“Dakê ger ez tevlî şerekî bûm bi min her ser bilind be” ...... Heya kengî miletê me yê di qetlîaman re derbas bibê
aborî hemû demê xwe di nava kar û xebatan de derbas dikê; dayîka wî behsa rol, ked û karê wî ya ji 7 saliya wî de dikê. Rûyê Serdarê biçûk îro di çavê her zarokek gelê me de tê dîtin ku di nava tîbûn, birçîbûn, tazîbûn, kûçberbûyin û windabûnê de keneke paqij radikin, diparêzin û tu caran winda nakin. Ev ken meşa ber bi azadiyê dide destpêkirin û ne winda kirina vî kenî hêviya her demî ya ji serfiraziyê re nîşan didê,
her wiha êşê her tim ya di rih de; kîna bê dawî li ya hember dijminan derdixînê. Hevalê Serdar jî wiha bû; di nava ewqas êş de her kenê xwe parastiye û hêviya xwe qut nekiriye. Her bi taybetmendiyên xwe yên; dilnizmî, rêzdar, kedkar û fedekar her wiha ji civaka derdora xwe mezin hezkirin jiyan kiriye û hatiye nas kirin, bi vî rengî her kar kiriye û bûye xwedî kedeke mezin. Beriya roja fermanê bi 4 rojan ji bo
serdanê derbasî Şingalê dibê; piştî 4 rojan ji hatina wî di 3-8-2014 de ferman bi ser gelê me ya li Şingalê de tê; ew dem hevalê Serdar tevî bav û birayên xwe li cihê xwe dimînin û dernakevin, piştî 8 rojan hemû jî berê xwe didin Qendîla Şingal’ê, ew dem heval’ê Serdar daxwaza xwe ya ne çûyînê û li şûna wê şer meşandinê bi van gûtinan tînê ziman: “xwezî me şer kiriba, encam çi bûya jî lê baştirî çûyînê bû” ema mixabin bê derfetiya heyî ku bi reva îxanetkaran çêbûyî dîsa rû di du rûtiya wê de ji gelê me re nîşan da ku bi sedema wan sîlahek heta li gel wan nebû ku pê şer bikin, piştî wê jî derbasî Qampa Newroz ya li Rojavayê kurdistanê dibin. Ew dem yekemîn tiştê ku heval Serdear dikê xwe gihandina hevalaye, li ser esasê daxwazê wî ya bi îsrar û ji dil derbasî perwerdê dibê, dema ku perwerdê bi dawî û bi encam dikê tê gel malbata xwe û ji dayîka xwe re vê dibêjê; “Dakê ger ez tevlî şerekî bûm bi min her ser bilind be”. Bi vî daxwaz û îddayî derbasî Şingalê dibê lê ji ber ku qed nizane sîlah bi kar bînê nêzî 15 rojan perwerde jê re tê dayîn piştî wê; her çiqas ku dayîka wî daxwaza dîtina wî dikê jî lê her tim ev helwesta xwe
KOVAR DICLE
SAL 2
2019/3/20
HEJMAR 12
tîne ziman: “Heta ku Şingal rizgar nebe yek kêlî ezê ji şer dûr nemînim”. Bi vî rengî riya ku bi îsrar dest pê kir berdewam dikê û di nava kêliyên herî zehmet ku welat û gelê wî her kêlî bi qêrîna hundirînê xwe re jiyan dikin bi rih û can tevlî şerê rûmetê dibê; Serdar Şingalî li her cihê ku maye rûpelên dîrokê xemilandî û ji nû de dîroka civaka xwe daye herikandin, eşqa jiyanê daye îfade kirin. Bi rastî jî heval Serdar bê hesab û bi fedaîtiyeke pir mezin rolê xwe di şer de dilîzê, her tim li pêş hevalên xwe bû, ji bo yî ku avekê ji hevalên xwe re bînê bê teredod jiyana xwe dixiste bin tehlûkeyan de; bi van taybetmendiyan mirov ji hevalê Serdar re dikarê bêjê; di xwe de civakbûn temsîl dikir ji ber her bi derdor xwe difikirî û bi vî rengî xwe derbas dikir. Her wiha bi zeka, zindîbûn û herikandina xwe re her ciwantî pênase dikir û derdora xwe geş û zindî dikir. Armanca wî ya mezin ku bala her kesî dikşand jî nas kirina Rêber Apo bû ji ber wê wan demên xwe piranî li gel şervanên Rêber Apo derbas dikê û bi şopandina wan, her mayî-
24
CANGORÎ
Diclepress13@gmail.com
na li gel wan û bi pirsên xwe diket dûnyaya lêgerînên bê dawî, bi van lêgerînan kêlî bi kêlî ber bi tavê ve hildikşiya û nêztirîn dibû ji qudsalûn û ezametê. Ev gûtin her li ser zimanê wî bû:”heya kengî miletê me yê di qetlîaman re derbas bibê” ji ber wê digot:” pêwîste em weke ciwanên Êzidî her xwe perwerde bikin û em ewqas xwe kûr bikin kî; em bikaribin bi xwe pêşengtî ji gelê xwe re bikin” ev daxwaz, armanc û helwesta Heval Serdar îro bû dengek ji bo hemû ciwanên Êzidî ku li ser şopa wî û rê hevalên wî ewqas gavan davêjin û dixwazin hîn mezintirîn bavêjin. Bi van fikirên xwe yên ku hestên berpirstrtiyê di asta herî jorê de dihewînê Roleke pir bi bandor di gavên berxwedanê de davêjê û bi vî rengî dibe yek ji pêşeng û xwedî rolên bingehîn di avakirina YBŞ’e de. Herî dawî jî Serdar Şingalî bi tevlîbûneke bi rih û can ji hemleya Sûlax’ê re di 30-10-2014 de û di encama şerê li hember dijminan de derbasî nava cangoriyan dibê. Bi tevlîbûna xwe ji nava kerwanên azadiyê re diyariyeke mezin da vê
axê; wate û nirxê ev ax mezintir kir û berê xwe da jorahiyan, bi çavkaniya ronahiyê re bû yek û xemiland ezmanên bê dawî, weke tîrêjên rojê ronahî da ber hemû çavên kûr û di tarîtiyê de mayî. Bi vî rengî şervantiya Rêber Apo temsîl kir, gihîştina armanca xwe îfade kir û bi ew kesayeta xwe yî ku encameke rast ya dîrokek dûr û dirêje, tekaneya riya azadiyê da nasîn; îsbat kir ku tenê bi Rêber Apo re dîroka rast tê jiyîn û vegera li cewhera pîroz tê bi dest xistin. Sembola keda pîroz û pêşengtiyê Serdar Şingalî bi şehadeta xwe qed nebû dawîyek ku di çavan de ehêsran her herikbar bikê; berwovajî vê tîlîlîyên bi dengê xwedewendan bilind kir û bû destpêkeke ku biryara terza jiyana rast ji heval, gel û lêgerînvanên azadiyê re nîşan da, bû weke kaniyeke herikbar, paqij, net û zelal; tu qirêjî newêrin nêzî bedewî, çelengî û zelalbûna ew ava ji kûrahiya axê tê û diherikê bibe, ji ber wê paqijî li ser rûyê vê axê mayînde kir û dayim herikbar hêşt.
......
Diclepress13@gmail.com
LÊKOLÎN
25
HEJMAR 12
2019/3/20
SAL 2
KOVAR DICLE
TÎRÊJÊN ÇARŞEMBÊ (XELEK – 8)
DIYARDEYÊN HEVBEŞ DIû nabêjin NAVBERA ATÛNÎ Û ZERDEŞTIYÊ DA nakin ku”Lavaya Rojê” ya geolog(zemînnas) ku li cihekî tay-
Lêkolînek li bingehan:
DR. SOZDAR MÎDÎ (E. XELÎL)
Atûnî û Zerdeştî du saziyên ayînî
serbixwe ne. Ji bo her yekê ji wan afrînerê wê, hêrzanvanê wê û pêximberê wê heye(Exnatûn / Zerdeşt) û dîtina xwe ya gerdûnî, ramana xwe ya ayînî(îdeologî), delîndêzên(şêwazên perestinê) wê, perestinên wê, dawer û sîmbolên wê hene. Herwisa, her yek ji wan xwediya bingeh, nirx, sincî û rewiştên taybete û xwediya
yasa û zagone. Ji lew ra, em angaşt
leşkerî û aborî. Wek çawa kesê
Exnatûnî tevaya Atûniyê derdibire û dinimîne û ne jî dibêjin ku“XorşîdYaşt” ya Zerdeştî, tevaya Zerdeştiyê derdibire. Ji ber ku baweriyên ayînî - çi biçûk bin û çi mezin - gelek zore ku ew bi lavijekê yan çend lavijan bêne şîrovekirin. Lê belê, bi alîkariya lavijên taybet yên her ayînekê, em dikarin bi seriyê wî tayê dezî bigirin, yê ku me digihîne wan bingehan, yên ku dîtina gerdûnî ya wê ayînê li ser hatiye avakirin û hem jî wek raman û felsefeya wê (îdeologiya); wek saziyeka çandî, civakî, sincîtî, derûnî, siyasî,
bet li ser zemînê bîreka yan jî quleka kûr dikole daku bi rêya wê hevedudaniya çînên wê herêmê nasbike, em jî dikarin bi rêya lavijan bigihînin nasnameya bingehîn ya ku ew ayîn li ser hatiye avakirin. Bi vê dîtinê û ji bona vê yekê”Lavaya Rojê” li ba herdu pêximberan Exnatûn û Zerdeşt ji me ra girînge. Divêt em bêjin ku ji bermaya exnatûnî gelek tiştên biçûk mane, ji ber ku oldarên xwedawend Amûn, yekser piştî wexerkirina Exnatûn li dijî baweriya Atûnî serî hildan, hewldan ku wê tineyî bikin û wisa tenha hin
KOVAR DICLE
SAL 2
2019/3/20
HEJMAR 12
Afrîner Ahûra-Mezda ew afirandiye, daku xêr û qenciyê ji bo seranserê cîhanê biparêze tiştên biçûk man. Lê belê, Zerdeştî piştî kuştina Zerdeşt zindî ma, tevî ku pir hate guherandin pê leyîstin. Gava em li van herdu”Lavayan” bi hûrbînî dikolin, em ji hin agahdariyên dervayî van jî alîkariyê distînin; bi taybetî jî ayîna Zerdeştî. Diyardeyên here balkêş ku bêhtir bala me kete ser, ev bûn: Hin diyardeyên Atûnî - Zerdeştî: 1) Baweriya yekxwedayî: Wisa tê xuyakirin ku Exnatûn û Zerdeşt bi xwedayekî yakane ji bo vê cîhanê bawer kirine. Raste ku Exnatûn hin caran xêr û bereketa xweda Atûn li ser welatê Misirê(bakur û başûr) tîne ziman û Zerdeşt jî di hin lavijên
26
LÊKOLÎN
Diclepress13@gmail.com
din da ji Ahûra-Mezda tika dike ku berhemên welatê Ariyan pir û dewlemend be, û ku di ber welatê Ariyan da berevaniyê bike. Lê belê, ev taybetmendî vedigerin ser çarçewa gerdûnî ji bo xwedawendiya her yekî ji wan; Atûn û Ahûra-Mezda. Exnatûn di axaftina xwe da taybetmendiya cîhanî ya xwedawend Atûn piştrast dike û dibêje:”Te ev cîhan afirand”. Ji hêla din va, Zerdeşt jî di peyvên xwe da cîhanîbûna Ahûra-Mezda piştrast dike, gava dibêje:”Afrîner Ahûra-Mezda ew afirandiye, daku xêr û qenciyê ji bo seranserê cîhanê biparêze” û ew derbarê av, çem û robaran dibêje:”Avno” Em we pîroz dibînin ku hûn ji bo paqijiyê diherikin, em we ji bo hemû cîhanê dixwazin” û dîsa dibêje:”Emê bifikirin, emê bêjin û emê wisa bikin ku her tişt û heyberê heyî bi başî û rindî ji bo tevaya cîhanê be”. Ji vê baweriya Atûnî / Zerdeştî ra, di zanistiya ayînan da, yekxwedayî tê gotin. Li dijberî wê pirxwedayî heye, yanê ew ayîna ku bi hebûna pir xwedayan ji bo her desthilateka gerdûnî bawer dike. Bi gelemperî, ew xwedayên êlîtî û neteweyî ne. Ji lew ra, em dikarin bêjin ku Exnatûn û Zerdeşt ew pêximber û daxwa-
zdarên yekxwedayiyê ne, û ji wê baweriyê bûn ku tenha yek xweda li ser vê cîhanê serdare. Zerdeşt di”Lavaya Rojê” da dibêje:”Dema roj germahiyê dide, hemû xwedawend radiwestin, bi sedhezaran ji wan”. Belkî li vir bê bawerkirin ku hatina navê xwedawend pirxwedayî ye li hember Ahûra-Mezda. Lê belê rastî ewe ku peyva “xwedawend” di pirtûka pîroz Avesta ya Zerdeştiyê da tê maneya“ferişt(melayîke)” û nayê maneya ku hin xwedawendên din bi Ahûra-Mezda ra taybetmendiyên xwedayiyê parvedikin. 2) Taybetmendiyên Xwedayî: Piraniya taybetmendiyên xwedayî yên Atûn û Ahûra-Mezda gelek dişibihin taybetmendiyên xweda di hersê ayînên yekxwedayî da(Cihûtî, Krîstiyanî û Îslametî). Ev bi awayekî pir zelal di“Lavaya Rojê” da li ba Exnatûn û Zerdeşt û di pirtûka zerdeştî Avêsta da aşkera ye. Di Îslametiyê da ji van navan ra dibêjin “navên xweda yên spehî”(esmau llahilhusna). Heger em van navan ji şêwazê wêjeyî ku di gotinên Exnatûn û Zerdeşt da hatine, derbixin, ewê bibin: “Afrîner, avakarê erd û asîman, yê zindî, yê hemdem, yê qeyûm(xwediyê desthilata gerdûnî), yê dilovan, yê zana, yê payebilind, yê şiyandar, yê aqilmend, yê jiyandar, yê mafdar, yê dademend, yê dayewer, yê zîba, û hwd . 3) Ronahî û Şahî: Em di lavayên Exnatûn û Zerdeşt da ti şop û nîşanan nabînin ku Atûnî û Zerdeştî du ayînên wisa ne, yên ku nav di mirovan didin ku herin talan, standina bi darê zorê û xwînrêjiyê bikin, bi behaneya ku mirovan ji bêbaweriyê rizgar bikin û bînin ser baweriya rasteqîn. Taybetmendiya giştî ya wan herdiyan ronahî, şahî û qencî ye. Bi tundî li ser wê yekê
Diclepress13@gmail.com
rawestiyane ku taybetmendiyên jîndarî, geşbûn, zîbayî û kamiranî bi xweda Atûn û Ahûra-Mezda va hatine girêdan. Di vî warî da ji peyvên Exnatûn: “Te zemîn bi zîbayiya xwe tijî kir. Tu zîba yî, zemîn çiqas xweşe dema tu hiltêyî, hemû sewal bihna xwe vedidin, dar û ber geşdibin, teyr û tilûr difirin, hemû pez semayê dikin” û ji peyvên Zerdeşt di”XorşîdYaşt”da:”û bexteweriyê hildibijêrin, bexteweriyê pêşkêş dikin û bexteweriyê didin. Geşbûnê didin cîhanê û nirxdariyê didin rastiyê. Rastî ji xêr û bereketan ya here başe”. Vê diyardeya baldariya bi bextewerî û şahiyê di Zerdeştiyê da bala Geoffrey Parrinder kişandiye, ew dibêje: “Ayîna Zerdeştiyê ayîneka bextewerî û şahiyê ye ... ji bingehên vê ayînê ye ku mirov bi jiyanê şahbibe û alîkariya yên din jî bike ku ew jî pê şahbibin”. 4) Cêwîtiya Ronahî û Tarîtiyê: Ji”Lavaya Rojê” tê xuyakirin ku dema dilovaniya xweda Atûn û AhûraMezda diçe, tarîtî li ser cîhanê dibe serdar, şer û têkçûn belav dibe. Ji gotinên Exnatûn:“Dema tu di asoyê xaherî(rojavayî) da diçî, tarîtî li zemînê mîna mirinê dibe serdar. Her şêrek ji lana xwe derdikeve û hemû ejdeha jehra xwe berdidin” û ji gotinên Zerdeşt: “Heger roj hilnetê, wê ...... vê cîhanê tar û mar bikin”. Xuyakirina herdu xwedayan Atûn û Ahûra-Mezda di (tîrêja rojê) da, jiyan, geşbûn û bexteweriyê dide cîhanê û dema tîrêjên rojê windadibin cîhan dikeve bin zora tarîtiyê û her tiştê ku bi tarîtiyê va girêdayî wek azar, şer, têkçûn û mirinê. Gelo cêwîtiya ronahî û tarîtiyê di Atûnî û Zerdeştiyê da wêneyê pêşîne ji bo cêwîtiya Xweda / ...... di hersê ayînên yekxwedayî da(Cihûtî, Krîstiyanî û Îslametî)?. Em bawernakin ku emê li dervayî rastiyê bin, gava em bêjin:
LÊKOLÎN
27
Erê. 5) Peywendiya kîp û germ:Di “Lavaya Rojê” da li ba Exnatûn û di”XorşîdYaşt” da li ba Zerdeşt, ti hêrzanê nade me ku axaftin ji koleyekî kirêt da(wek ku hin oldar xwe bi nefsçûkî nîşan didin) ji bo xwedayekî gewre û zordar, bi tirs û sawîr tê hinartin. Taybetmendiya axaftinê di peyvên Exnatûn û Zerdeşt da ji bo xweda wisa ye, wek axaftina zarok ji bavê xwe ra(li ba Exnatûn), wî gotiye:”Tu di dilê min da yî û kesek te baş nasnake, wek kurê te Exnatûn”. Ev peywendiya kîp û germ di navbera xwedayê afrîner û mirov da, di lavayên Zerdeşt da bi awayekî ne yekser di “Xorşîd-Yaşt” da tê xuyakirin, û bi awayekî yekser jî di gotina wî da:”Eve tiştê ku ez ji te dipirsim ey Ahûra! Bi min bide bawerkirin, belkî aqilmendekî weke te, wek dostekî te, hînî min bike, bi saya ku ez rêz û hurmetê ji te ra digirin” û di gotina wî da:”Ez gazî te dikim ey Ahûra ku tu li min vegerî, alîkariya min bikî, wek dostekî ku alîkariya dostê xwe dike”. Evin aliyên hevbeş, yên here diyar di navbera”Lavaya Rojê” ya Exnatûn û”Xorşîd-Yaşt” ya Zerdeşt da. Di lêkolîneka dahatî da emê li sedemên
HEJMAR 12
2019/3/20
SAL 2
KOVAR DICLE
vê diyardeya hevbeş bikolin. Jêder: Avesta, Yaşt 8, ayet 36, rûpel, 452. Û Yaşt 13, ayet 43, rûpel 536 û ayet 44, rûpel 537. Wiliams Durant, dîroka Şaristaniyê, 2/175. Avesta, Yaşt, 10, ayet 102, 103, rûpel 499. Avesta, Yasna, Haytî 38, ayet 3, rûpel 131. Avesta, Yasna, Haytî 35, ayet 3, rûpel 127. Li Avesta binêr, Vîndîdad, Fargard 10, ayet 1, rûpel 312, Fargard 19, ayet 20, rûpel 355. Yasna, Haytî 1, ayet 1, rûpel 42. Yasna, Haytî 1, ayet 11, rûpel 45... Yasna, Haytî 4, ayet 7, rûpel 59. Yasna, Haytî 50, ayet 10, rûpel 155. Firas El-Sewwah (Tehrir): Kana Dîroka Ayînan, pirtûk 5, rûpel 12. Avesta, Yasna, Haytî 44, ayet 1, rûpel 139. Avesta, Yasna, Haytî 46, ayet 2, rûpel 144. Wergera ji Erebî: Mustefa Reşîd
KOVAR DICLE
SAL 2
2019/3/20
HEJMAR 12
28
LÊKOLÎN
Diclepress13@gmail.com
ETÎMOLOJIYA NAVÊN QASTÊN(QATÊN) OLA ÊZDIYAN
PÎR DI WATEYA ‘EZMÛNDAR, GELEK TIJÎ Û PAQIŞ, ÎLAHÎ’ TÊ BI KAR ÎNAN
ALI HUSEIN KERIM
Navlêka “mîr”
Navlêka
mîr ji invanekî MîtanîHoriyan mariyannû derhatiye. Ev invan navlêka qatek ji zadeganên horiyan e. Li destpêka dîroka Mîtaniyan, bi kesên erebeya cengê diajotin re digotin maryanû. Paşê kesên liyaqê xizmetên mezin jî ev invana weldigirt in. Ev invan mîna beramberî şovalyetiyê ye. Lê belê paşê navê mîrên herêman jî gotine maryanû. Navlêka mîr, bi kurdiya resen e û wek emîr derbasî li nav erebî jî bû ye. Diyare pêyva emir ango ferman, ji inwanê mariyanû peyda bûye. Eîmolojiya Navlêka Mîr:
Mara. Xwedayekî bûdîsta ye. Di asta xwedayê hîndûyan Kama ye. Marama: Wek xwedayekî Polinezya tê naskirin. Maramalik: Xwedayekî binerdê yê Afganîstanê bû. Marduk: Xwedayê afinêr û netewî yê Babîlê bû.(B.Z. 2000-200). Navekî w3ı jî Merodaç e. Marî: Navê komek ji Dharanîsên bûdîsta ne. Makedayîxa dravîdiyan e. Navê xwedawendeke baskiyan jî Marî bû. Mari Mai(dayîka mirî): Xwedawenda veba yê ya hîndûya ye. Tamîlî jêre dibêjin Mariyamman. Marici(birqok): Xwedawenda bûdîstan ya ezmanî ye. Marnas: Berya Îslamê li bakûrê Erebîstanê xwedayekî wesayetê bû. Mars: Xwedayê cengê yê Roma(B.Z. 400 - P.Z. 400). Jêre Ares jî tê gotin. Martû: Xwedayekî wesayetê yê Mezopotamya. Car caran wek xwedayê bagerê jî hatiye bi nav kirin. Marutgana: Xwedayê bagerê yê hîndûyan. Mercurius: Xwedayê qasid yê li Roma. Meretseger: Xwedayekî li binerdê yê misiriyan. Mirsa: Xwedayê ronahiyê berya xiristiyaniyê li herêma Qafqas.
Kahniya jêderk ya navlêka mîr rêngdêra PHE *merio- ‘mirovê ciwan’ e. Yekser ji pêyva Hînd-Aryan marya‘mirov, ciwan, evîndar, daxwazkar, hespê kihêl, mirîvan’, maryaka- ‘nêr, mêr’ ji bo Kurdî mîrat maye. Li nav Zimanên Hînd-Ewropî çend nimûneyên dinê jî ew in: Av. mairya ‘hîlebaz, rêbir, xapxapok, xayîn’. Ev nav di Rîg-Vedayê de navê deavaya ye. Di Rig-Vedayê de deava navê Xwedê ye. Lê belê di Zerdûştiyê de bûye navê sembola ‘yê xirab’. Gr. μειραζ(meiraz) ‘kur’, μειρακιον(meirakion) ‘keçik’, Lat. maris(mas) ‘nêr’, maritus ‘zewac, hevser’, Alb. şemere ‘cariye, hempa’, merkoş ‘nêr’, Lith. mergo ‘xulam, Etîmolojiya navlêka “şêx” berdest’. Ev nav di yewnaniya kevin de bûye βριτομαρις(bratomaris) Şêx, di Kurdî de wek nav, inwan û ango Artemîs. navlêk tê bi kar anîn. Di rastiya xwe de ew cureyê rengdêrekî mirova ye. Xweda û Xwedawendên Navên wan Her çendî carnan di Zimanê Erebî de Dişibên Navlêka Mîr wateya ‘kal, pîr’ tê gotinê jî, di rastiyê de ne wusa ye. Ji ber ku ev rengdêr
Diclepress13@gmail.com
ji ber ‘agahdarbûn’ û ‘ ezmûndariya’ mirovên temen dirêj tê gotin. Şêx di Zimanê Kurdî de hevwateya pîr e û ev herdu navlêk jî bi kurdî ne. Her waha: Rengdêrê PHE *ṷeik- ‘hêz, enerjî: yê bijarte, yê serkeftî’ taybetiyên şêx destnîşan dike. PHE *keHs- ‘perwerde kirin, selimandin, şaret kirin’ ; Proto-Aryanî *saHh ‘yê dide fêrkirin, mamoste, perwerde’, Avesta Kevn sāh- ‘perwerde kirin, fêr kirin, mamosteyî kirin’ , Peh. sahîg ‘şayeste, liyaq’, Skt. Saktî ‘ji heft hêzên xezayê navê yekî ye’. Saktî enerjî û hêza gerdûnê ye. Av. saoka ‘tişta baş, sûd, bextewarî’, Skt. şaktî ‘hêzê afinêr, xulukdar’, Skt. sûkha(şûxa) ‘bextewar’, Luw. šahhan ‘serkirdayên feodalî’. Heya li vê derê pêyvên bi zimanê HîndEwropî yên ku durif û wateya şêx dest nîşan dikin me li pey hev rêzkir. Naha jî emê yên anegoreyî bi Zimanê Horîkî diyar bikin. Hurr. asxû/ašxû ‘hilovan, bilind’, šehalî ‘zelal, paqiş’, šî-/šîhî ‘çav, dîtin’ bi şêweyekî tekûz danezana çawabûna şêx şîrove dikin. Bi kurtayî mirov dikare bêje ku: Şêx, kesê ku ‘hilovan, homan, serkeftî, dilpaqiş, her tiştî dizane û dibîne û jîr’ e. Ji ber vê egerê gel yan jî bawermend şêxan derhozevan û xwayî keramet dizanin. Navê Xweda û Xwedawendan: Šakka(n): Xwedayekî keriyê ajalan li Mezopotamya. Sakra: Xwedayekî bûdîstan. Sakti(enerjî): Hêza afirandinê ya xwedayên bûdîst, jaîn û hîndûya ye. Sakyamuni(Sakyasê jîr): Bûdîst-Lamaîst. Li Tîbetê hatiye perestin. Securita: Xwedawendek li împarato-
LÊKOLÎN
29
riya Roma bû. NAVLÊKA “PÎR” Di Zimanê Kurdî de bi mirovê temen mezin, kal, rûsipî re dibêjin pîr. Lê belê ev hemû jî di wateya fîzîkî de ne. Wateya wê ya înwanî û derûnî jî heye. Ji ber vê egerê heman demê bi kesên xwayî ezmûn û rêberên olî re jî dibêjin pîr. Diyare navlêka pîr ji Kurdistanê derhatiye û gihiştiye wateya xwe ya derûnî. Ji wir derbasî hemû Anadolî û Yewnanîstan û hemû Ewropayê bûye. Ev pêyv di Kurdistan û Anadoliyê wek pîr, Ewrpayê jî wek prester, priast, presbyter, presbyteros, patriarch, patrik tê gotin. Di rûpelên dîrokê de navê rola pîran gelekî eşkere ye. Di Mezopoatamya, Anadolî, Misir, Yewnan û gelek deverên cîhanê de mirovên pîr, ango yên kal sembola sereke ya ezoterizmê(zanîsta nepenî) ne. Anegoreyî gelek ol û baweriyan pîr, sembola zanyariya komasî ya mirovahiya demên berê ye, yan jî binehişiya kollektif e. Ji ber vê egerê di dîrokê de navê pîr û yê şêwirdaran herdem bi hev re tê hizir kirin. Di jiyana rastî, xewn û xiyalan de rêzan û rêber her-
HEJMAR 12
2019/3/20
SAL 2
KOVAR DICLE
Qata binî ya qasta Êzdiya ye. Endamên vê qastê mercên olî pêk tînin û alîkariya bûjenî didin qastên ji ser xwe re
tim pîr in. Ew bûne sembola duristiyê. Her waha navê pîr û paqişiyê bi hev re tê bikar înan. Etîmolojiya nav û navlêka “pîr” Kurdî pêyvên mîna pîr, pir, pûr di wateya ‘temen mezin, ezmûndar, bav, gelek, tijî û paqiş, îlahî, hilovan, bîr û bawerî’ tê bi kar înan. Pêyvên mîna ber, berik, berê, buhurî jî di wateya ‘yê li pêş, dendik, tov, yê li ber, yê ji ezmûnan re derbas bûye’, bîr ‘çela av lê kom dibe, hafize’ de ne. Navê pîr wateya hevbeş ya van pêyvan hemûya ye. Jêderka etîmolojîk ya vî navî gelekî eşkere ye. Mînakî: PHE *per- ‘ji sera derbasbuye, berê’ , *pro- ‘sereta, berê’. ,
KOVAR DICLE
SAL 2
2019/3/20
HEJMAR 12
Wateya wê ya înwanî û derûnî jî heye. Ji ber vê egerê heman demê bi kesên xwayî ezmûn û rêberên olî re jî dibêjin pîr PHA *pǝtêr ‘bav’, *prāi-, *prəi-, *prī, *pri- ‘hesta dostaniyê, hevsengî, ahengi’ , PHE *bher-ĝh-, *bhor-ĝh-, *bhr-ĝh- ‘bilind, hilovan, xurt: çiya,
30
LÊKOLÎN
Diclepress13@gmail.com
gir’ . Ev pêyvên Proto-Hînd-Ewropî jêderka navê pîr yê sereta ne. Her wusa wek navû rengdêrên jêrîn gelek zimanên kevin hatine bi kar înandin. Wek nimûne: Skt. Brahma(bruhm) ‘xwedayê afinêr, wek afinêrekî’, Brahman: ‘cevherê gerdûnî’, para(puraa) ‘üstün, yüce; farklı’, param(purum) ‘metafizik’, pramata(r)(prumatur): ‘zanyar, kesê destnîşan dike’, prema ‘evîna îlahî’, priya ‘hezkar, eziz’, purana(puraan) ‘18 çîrokên kevn yê Vyasayê de’, purva ‘destpêk, berê’, prātar- ‘zû, li subê de, roja tê’, Skt. brhant- ‘bilind, xurt’, Pitri(s) ‘bav’,
Pra- ‘destpêk, sereta’, prana- ‘hilma destpêkê, jiyana destpêkê’, prûşa‘mirovê mengî, îdeal’. Av. be’rezô(berez)’ ‘berêz, homan, hilovan’, paurva yê/ya destpêkê, yê berê’, para ‘yekemîn, pêş’, fra- :‘destpêk’ Latin pro ‘destpêk’ Gr. πρωι(proi) ‘zû, subeh’, πρωμος(promos) ‘qumandar, leheng’. Hurr. bayri/wahri ‘bedew, ciwan’, burni/pur(u)li ‘mabed’, bur/wur ‘görmek’, ‘buru: sağlam’, pal-/pa-li ‘bilmek’ purapši ‘rahib, keşe’, Hurr. pu-u-ru ‘bi hêz, bi teqet’. Hitt. pariyan ‘ji wêdatir, pêştir, berê’, para- ‘durtir, wêdatir’, Hitt. par-kuuš ‘bilind’, Luw. par(a)- ‘ajovan, diajo’, parran- ‘berê, destpêk, parra’, parî ‘dûrtir, wêdatir’, parkuwa(i)‘paqişî, zelalî’, pariyan- ‘pile, berê’, pāriyanala/i- ‘wêdetir, pêştir’, paray(a) ‘bilind’, purpurriyamman ‘bêgavîtî’, purulliyašši(ya) ‘ji bo mihrîcanê’ Kassîdî bûr-/pûr‘hêz’, bûrî ‘beg, efendî’, Etrûşkî prumts ‘kurê kuran’, purth(ne) ‘desthilatdar’. Ji bilî van pêyvên zimanên kevnar, gelek navên xweda û xwedawendên curbecur ku dişibên pîr hene. Wek mînak: Birdu: Li Mezopotamya xwedayekî binerdê ye. Hevserê Manungal e û di asta Nergal de ye. Buriyas: Di demên şerî de xwedayê parastvan yê Kasîtiyan e. Di tablêtên mixî de tê gotinê ku dema Kassîdî Babîl dagirtine vî xwedayî ew parastin.(B.Z. sedsalên XVI.) Paramasva: Xwedayekî bûdîstan. Paramita: Îlahekî bûdîstan Filozofik Parasurama: Tenasuha xwedayê Vîşnû Parcea: Xwedayê çarenivisê yê Greko-Roman.
Diclepress13@gmail.com
Parendi: Xwedawenda bextewarî û adanê ya hîndûyan. Pariskaravastita: Xwedawendeke piçûk yê bûdîsta ye. Parjanya: Di Vedîkê de xwedayê baranê yê hîndûya ye û wek hemahenga îndrayê tê zanîn. Parna-Savari: Xwedawendeke bûdîsta ye û bi pelgên daran xwe poşandî ye. Parsva: Partula: Xwedayekî piçûy yê Romayê ye û bi karê zayînê re mijûl dibe. Parvati: Makexwedawend ya hîndûsa ye. Perende: Xwedayê bagerê berya xiristiyaniyê yê Arnavûtan e. Perkons: Xwedayê bagerê yê Litwanan berya serdema xirisitiyaniyê. Perse: Xwedayekî binerdê yê yewnanan e. Persephone: Xwedayê mirinê yê yewnanan e. Wek Kore, Persephesa, Pherephatta û Roman jî wî bi nave Proserpina bîrtînin. Perun: Xwedayê bagerê yê slavonan. (Li serdema pêş xiristiyaniyê) Peruwa: Xwedayê hîtîtiyan yê ku hespan diparêze. DPirwa: Xwedayekî Lûwiyan Portunos: Xwedayê derbasbûnê yê Roma. Prabhakari: Xwedawendeke piçûk ya bûdîstan. Prabhas: Xwedayê kar û bar yê hîndûyan. Pracanda: Awayekî xwedawenda Dûrga ya hîndûyan. Pradhana: Makexwedawendeke hîndûyan. Pradipatara: Xwedayekî piçûk yê ronahiyê(Bûdizm). Pradyuma: Xwedayê evînê li başûrê Hîndê. Prajapati: Efinêrê sereta û rêzdar yê hîndûyan. Prajna: Xwedawendeke bûdîstan.
LÊKOLÎN
31
Prajnantaka: Xwedayekî bûdîstan. Prajnaparamita: Navê xwedawendeke bûdîstan. Prajnapti: Xwedawenda perwerdê ya hîndûyan. Prajnavardhani: Îlahê zanyariyê yê bûdîstan. Prakde: Îlahekî cîwarî yê Efganîstanê. Pramudita: Xwedawendeke piçûk ya bûdîstan. Pranasakti: Xwedawendeke hîndûyan. Pranidhanavasita: Xwedawenda bûdîstan. Prasuti: Xwedawenda hîndûyan. Keça Svayambhuva û hevsera Daksa ye. Pratibhanakuta: Xwedayekî bûdîstan. Pratibhana: Xwedawenda bûdıstan ya rewşê diyar fike ye. Pratisamvit: Navê gelemperî yê çar xwedawenda ye(Budist). Pratyangira: Xwedawendeke bêd ya hîndûya ye. Pratyusa: Xwedayê refaqetê yê hîndûyan e. Prende: Xwedawenda evînê ya beriya xiristiyaniyê. Priapos: GrekoRoman bereket tanrısı
HEJMAR 12
2019/3/20
SAL 2
KOVAR DICLE
Qewal, ji piştî pîran qateke olî ya êzdiya ne. Erka wan gerandina sincaqê ye Priapus: Xwedayê sîberê yê romanan. Priti: Xwedawenda hez û kêfxwaşiyê ya hîndûyan. Priyadarsana: Xwedawendeke piçûk ya bûdîstan. Prometheus: Xwedayê lehengiyê û afinêrê mirovan yê yewnanan. Promitor: Xwdayekî piçûk yê kişt û kal li Roma. Pronoia: Di xiristiyaniyê de hebûna sereta ya gnostik. Proserpina: Xwedawenda mirinê li Roma. Proteus: Xwedayekî piçûk yê deryayê(Yewnan). Providentia: Xwedawenda besîretê li Roma.
KOVAR DICLE
SAL 2
2019/3/20
HEJMAR 12
Proxumae: Navlêka gelempêrî ya komek xwedawendên Roma-Kelt. Prsni: Xwedawenda sereta ya erdê(Hînd) Prthivi: Make xwedawend ya rûyê erdê(Hind) Pryderi: Xwedayekî Keltan yê dojehê. Puranai: Li başûrê Hîndê makexwedawend. Purandhi: xwedawendeke adanê ya hîndûyan. Purusa: Afinêrê sereta(Vedik, Hind). Purvabhadrapa: Xwdawenda saman û sermalê ya hîndûyan. Purvaphalguni, Purvasadha: Xwedawendên sermalê yên piçûk. QEWAL
32
LÊKOLÎN
Diclepress13@gmail.com
Şêx, di Kurdî de wek nav, inwan û navlêk tê bi kar anîn. Di rastiya xwe de ew cureyê rengdêrekî mirova ye Bi Zimanê Kurdî qewl soz û pêymanê, qal, gal gal jî gotina tiştên taybet destnîşan dike. Di warê oldariyê de soz û pêyman bi afrêner ango bi Xwadê re tê dayîn cu ev jî bi rêka lawijan pêk tê. Mirov derbarê hemû tiştan diaxife lê belê eger dixwaze axaftin bibe wek rêbaza jiyanê hingê qala wê dike. Gal galî jî heman tişt e û sohbetên olî, merîfetî û rewiştî dişamilîne.
Qewal, ji piştî pîran qateke olî ya êzdiya ne. Erka wan gerandina sincaqê ye. Lê belê erka wan ya sereke û herî girîng gotina qewil û lêdana def û bilûrê(qewal)ye. Jixwe navê wan ji qewilbêjî û bilûrwaniyê peyda bûye. Kahniya Jêderk ya navlêka “Qewal”:
Pêyvên PHE *gēi-,: *gōi-: *gī- ‘girî, stran û lawij-‘ ,*ghel- ‘qîrîn, bangkirin, girî û hawar’ *gṷei- ‘girî, gazinc’ jêderka navê qewal in. Navê qewal ji gotina qewil û lawijan peyda bûye. Her wusa gava destpêkê ya van gotinan jî pêyvên, ango gotinên PHE *gēi-,: *gōi-: *gī- ‘girî, stran û lawij’ ne. Herwusa ji wir derbasî li nav zimanên Hînd-Îranî bûne. Wek nimûne: Proto-Îranî gaH3 ‘istirandin, gazikirin’, Aryanî galbha-h ‘dilsoz’, gāyati-, gāti- ‘stran’, gātu, gīti, gatha ‘melodi’, Av. pairi.gā.vacah ‘yê ku distirê’ , bǝrǝzi.gāthra- ‘stranên birêzî, hilovaniyê’ Skt. gā- ‘istirandin’, Kohtanî gāha- ‘ayet’ Bakûriya Kevn ‘gjalla ‘deng’, Goth. gōljan ‘silavdayîn, pêşwazî kirin’, Lith. giedu, giestu, giedoti ‘istiran, lawij, wîtina çivîkan’, gystu ‘istirandin’. Hurr. alilan ‘zêmar’, kad- ‘gotin’, kul/
Diclepress13@gmail.com
gul- ‘gotin’ kalite ‘wîtewît, çivîk’ , Kassîdî qa-ta-a-a ‘ew hat bêje’, al‘axaftin’ . Pêyivên jorê rêzbûyî jî tê dîtinê ku navê qewal bi kurdiya resen e. Ji ber ku him di zimanên Hînd-Ewropî him jî di yê horîkî de bingehê vî navî gelekî zelal e. Her çendî di erebkî de jî pêyvên mîna qul ‘bêje ku’, qal ‘behsê bike’, gul, gel ‘got’ û gotilî ‘gotê’ hebin jî ew ji Zimanê Mîtanî, Horîkî, Kasîdkî derbasî wir bûne. FEQÎR Navlêka feqîr bi zimanê bazarê tê wateya kesê hêjar, kesê bêmal û bêsaman, kesê derfetên wan yên aborî kêm. Lê belê wateya vî navî ya derûnî jî heye. Feqîr tê wateya kesên dev ji jiyana bûjenî berdaye û bi tenê perestişê dike, derwêş e. Erk û pêywirên feqîrên Êzdiyan jî wusa ne. Ango hemû hebûna xwe fedayî Xwadê dikin. Feqîrên Hîndê û yên Kurdistanê him di asta nav, him jî ya wateyê de mîna hev in. Di nav civakê de aşîtî û ahengê pêk tînin. Etîmolojiya Navlêka Feqîr: Vî navî yan jî vê navê mirov ji du beşan de dikare binirxîne. Ji ber ku du wateyên xwe yê sereke hene. 1. PHE *b(h)e-, *b(h)eĝ- ‘bê, derî wê,’ + *kwer ‘kirin’ = b(h)ekwer ‘kesê bê kirin’ ango kurdî b(h)êkwar → bêkêr → bêkar → wêker → fekêr → fekar → feqar û di dawiyê de bûye feqîr. Ji ber vê egerê dikarin bêjin ku feqîr jî pêyvek ji pêyvên kurdî ye. Ev pênasiya wateya ku kesên hêjar e. Wateya wê ya derûnî jî li nav Zimanê Horiyan de dikarin bibînin. 2. Hurr. wayrî/wayr ‘bedew, baş, fexir’ paşê wek feqîr hatiye bi
LÊKOLÎN
33
lên kirin. Bi taybet dema ku derbasî nav zimanên samîkî bûye hatiye guhorandin. Kurdiya bi zaravayê Hewremankî fexir di wateya ‘başî’, ‘qencî’ û ‘pakiyê’ de tê gotin. KOÇEK Ev qata jî mîna feqîran dev ji jiyana bûjenî berdide û bitenê perestişê re mijûl dibe. Pêywireke wan jî şîrovekirina xewna ye. Helbet wateya nav û navlêkan bi girêdayî erk û pêywir û rola wan e. Hin kes dibêjin navê koçek ji guçik ‘guh’ derhatiye. Lê belê ev nêrîneke serasera ye. Wateya wê ya bingehîn ne wusa ye. Her waha: Hurr. kaššapte ‘afsûn, sêhr’ , kešše ‘kesê şanaz, kesê afsûnan dike, keşîş’, ag- ‘rêber, pêşeng’, eg=ušši ‚paqiş, zelal, dilpaqiş‘ pêyvên koksaz yê navlêka koçer in. Kešše + ag- = Keššeag ‘rêberê afsûnbaz’ → keššeg → koşek → koçek ‘keşîş yan jî rêberê afsûnbaz’. Jixwe taybetiyeke koçekan ji wendahî dîtina tiştan e. MIRÎD Qata binî ya qasta Êzdiya ye. Endamên vê qastê mercên olî pêk tînin û alîkariya bûjenî didin qastên ji ser xwe re û alîkariya derûnî ji wan werdigrin. Ji navlêka mirîd wateya ‘mirîvan, yê dimire, yê ku nexwaşê ango heyranê hin kesa ye’ derdikeve holê. Ev navlêk bi kurdiya resen e û ji Hînd-Ewropî û Horîkî mîrat maye. Wek nimûne: PHE *mer-, merǝ- ‘mirin, mirdin’(735:4), Skt. etî- ‘çû’, Lûw. i-ti‘çû’, Hîtt. i-it- ‘here’, Latt. eîtî ‘çûn’, Zimanê Kevn yê dêra Slavonî îdo-, îtî ‘çûyîn’
HEJMAR 12
2019/3/20
SAL 2
KOVAR DICLE
Her wusa: Hurr. mar-al ‘kuştin’, îdd- ‘çûyîn’, îzzûrî ‘bezvan’ PHE *mer- ‘mirin’ + itî = ‘yên dimirin, diçin mirinê, mirîvan’; Hurr. mar- + îdd- = marîd ‘mirîvan, yê dimire’ Ji lêkerên jorê jî diyar dike ku têkiliya navlêka mirîd çûyîna bi mirinê re heye. Ev hizreke sereke ya olên antîk e. Demek ji deman xweda û xwedawend bê mirin bûn. Paşê desthilatdaran xwe wek nûnerê wan dan xwûyandin. Her wusa ew jî mîna nîv xweda yan jî xwedawend hatin pêşwazîkirin. Mirovên dinêjî mirîvan in. Her wusa mirîvan di bin xizmeta xwedayan de ne. Bi goreyî hizra wan ew piştî dimirin diçin ba xwedayên nemir. Ji ber vê egerê divê ew xwadayan hêrs nekin. Li pêş wan çokvedin û ji bo jiyaneke aram û adan ber wan bigerin. Piştî ku hizira mirovan pêşve çû şûna nîv xwedayan, desthilatdar îjar bûn siya xwedayan. Ji pey re jî bûn maqûlê xwedayan. Ji ber vê egerê sîstema qatqatî berdewam kir. Naha tê zanîn ku mirîd û yên dinê hemû jî mirîvan in. Lê belê yên dinê dîsa jî maqûlê xwadê, mirîd jî ji bo xizmeta wan bikin hene.
Li destpêka dîroka Mîtaniyan, bi kesên erebeya cengê diajotin re digotin maryanû. Paşê kesên liyaqê xizmetên mezin jî ev invana weldigirt in
KOVAR DICLE
SAL 2
2019/3/20
HEJMAR 12
34
GOTAR
Diclepress13@gmail.com
DI NAV ZARGOTIN Û DOKUMENTAN DE
SERPÊHATIYÊN FERMANÊN ÊZDIYÊN DI HERÊMA XERZAN DE
dîroka ku hatiye serȗbinkirin de jî tȇ xwanȇ, heta ku Ewrûpiyên hevalbendên dagirkerên Kurdistanê ne hatibûne nava desthilatdariya Osmaniyan, piraniya mîrek, beg, seKEMAL TOLAN rokê konfedrasiyon û eşîrên me Kurdi nav civak, ol û herêmen xwe Ez hergav dêjim, dîroka Êzdiyatiyê dan de xweser(otonom) bûne. destpêka mirovatiya mezopotamiya yê û bi taybetî jî xizna nasnama Mînak: gelê Kurd e. Ezê niha zêde li ser Ji bo ku gelek xwandevan nikarin bi vê„Dîroka Kurdên Êzdî yên Welatê zimanê tirkî bixwînin, min ev mînaXaltiyan“ranewestim. Lê dixwazim ka jî tirkî wergerandiye ser Kurdî: bi kurtasî, hinek serpêhatiyên di Dewletê ji ber zahmetiyan nikarîbû nav zargotina me de mane û çend wan herêmên li serê çiyan bike berhem-dokumentên ku bahsa fer- bin bandora xwe. Derdor û navça manên Êzdiyên herêma Xerzan dikin Șîrvanê a ku li ser herêma Diyarbekibi we bidime danasîn. rê bû, hingê di bin bandora hêzên Belê li gorî min, di rȗpelȇn hinek Êzdiyan de bû. Di vî wextî de Êzdî di
van herêman de bi șiklekî serbuxwe dijiyan. Her weha ev herêman bi hebûna madenê xwe jî gelekî dewlemend bû û hêza dewletê, a ku bikarîbûna ji wan fêdebikirina tûnebû. Jixwe eger ku „desthilatdar û bazirganên me Kurden Êzdî, Asurî, Misilman, Elewî, Yarasanî, Ehlî-Heq, Şebek û hwd. jî di wextê xwe de zêde girîngî bidana bizava welatperwerî, nasnama xwe ya xwezayî û ew bi fatwa, nivişt, fahlik, çîrok û xewnên metîngehkaran nehatina xapandin, ewan jî ji bo berjiwendiyên kes, malbat û dînê xwe yê nû zilmzor li mîrek, serokeşîr(beg) û axayên Kurdperwer ne kirina û hestên dînê xwe yê nû, di ser yê Kurdîtiya xwe da ne girtina, wê Kurdistan jî vêga
Diclepress13@gmail.com
mîna her welatekî rizgar bûna. Lê mixabin „ji bo ku desthilatdarȇn Osamanî dikaribin bac û xeraca xwe, bi rehetî ji nava Kurdan bidine hevûdinê, ewan timî dijminantiya olî xistine nava gelên Kurdistanê, gelek serokeșîr, beg, axa û oldarên Kurdan bi rutba, nîşana û peran xistine bin bandora xwe. Mînak: 1. Binêrên li vê fermannaymeya ku „ Siltan IV Mistefa(1807-1808 -K.To.) ji Mîrê Şêrwan Salihê kurê Budaq Beg ra dibêje: - Tu û Mirad Paşa ji me re medenê derînin ( Medena Zêran ya gundê Madena Şêrwan Ş.Ep) û her wisa çiqas Yezîdî li cem we hene koka wan biqelînin. Eger ku qeweta we bi wan nekevê emê ji we re wezîr û alikarên din bişeynin. Eger tû hez bikî em ê tuxata te bidin te, (Yanê emê selahiyeta bê sînor bidine te Ş.Ep.) Eger tu hez bikî emê te li ser medenê û tûxata bidin seknandin”.
GOTAR
2. Şerê „Şêx Mîrza yê Anqosî (1828..?) ”Wezîro, wezîro oyo, erê wezirim rabe, iro li Doqatê Fermane rabe li Stenbolê Cumeatê xwe ji bext avîtin, li ber rêzê xwendekarê dînê Îslamê oy oy, Lo lo wezir wezîro oyo xopana Kelê sara Diyarbekirê, bê şewite dê Kanîne ezê nakewime ber kuştina, bavê Hesen û bavê Melo, Şêx Hesen, Şêxê Anqosiya, berxê koza Êzîdi, xortê nûhatî, ezê ketime ber wê yekê kuçîkê, koçerên van Mediyan û Keçkoriya, iro sê rojin li zozanê jorin lê ser pez û Berxê me danîne”... 3. Şerê Delan(1830) Heyla dayê Delane Heyla bavo Delane Şerê Xortên Neqîbiyan û
35
HEJMAR 12
2019/3/20
SAL 2
KOVAR DICLE
Heta ku Ewrûpiyên hevalbendên dagirkerên Kurdistanê ne hatibûne nava desthilatdariya Osmaniyan, piraniya mîrek, beg, serokê konfedrasiyon û eşîrên me Kurdan di nav civak, ol û herêmen xwe de xweserbûne Dewrêşê mala Dewrêş begê Xweştire ji şerê Ga û berane Ezê bi diyarî Delana Başo diketim, waye li ber tahte, Min dî eskerê mala Dewrêş begê hat û girane, ewanê derbekê dane li Hemo, Sîno û Xaço azbata bavê min rebenê, anîne ber mîratê. Ezê piştî xortên Êzîdiyan, Peyayên Neqîbiyan Çibikim ji Terş û Talanê giran, malê dinya yê” ... 4. Şerê Erenzê Rindê digo: Edlayê Erenza Şêxan bi şewite bi darê tere Erenza Xopan bi şewite bi darê tere Hesabê Cibo hatiye li Kela Rimêlê, bi tevlî koma Şêxên Ereban û eskerên: Eynikê,Eyndarê, Eynkafê, Eynberanê, çiqas Hecî, Sofyên Xerzan, Xiya û
KOVAR DICLE
SAL 2
2019/3/20
HEJMAR 12
36
GOTAR
Diclepress13@gmail.com
Bekiran hemû anîne bixwere”…
6. “Kelo di bin Miçoyê Îsa da nore-nor e
5. Şerê”Keşîş Polo û Miçoyê Îsa (Mîrza Axa-1830-1834)
Keşîş Polo dike gazî, dibê: Reşîd Paşa, paşayê xezebê, Min duh va ji te kuştiye, Hezar û pênc sed eskerê ser bi Keskî, ser bi por e“...
Ber Ridwanê çem dikişe Eskerê Şêx Qasim xwe da nave Mîrzê Axa û Keşîş Polo ê êgal lê kirin gazî: Me hezar siyarê we dane ber rimane“
7. Şerê „ Kolosê Aqo (yê ji binemala Zoroyê Mîrza Axa
ye. Mixabin serpêhatiya vê malbata Êzdî hêjî bi tamametî ne hatiye lêkolînkirin.) Lê hayê hayê hayê Ezê bi hafa Şimza bavê Misto diketim, waye di kortê de, lê hayê rê di nav gund de Fatimê digo: Koloso lawo! ne carê min di gote te, tu yê berê xwe nedî Ozmanê Emer,
Diclepress13@gmail.com
GOTAR
37
HEJMAR 12
2019/3/20
SAL 2
KOVAR DICLE
Padîşahê Osmanî, Walîtiya Bedlîsê û Şêxên Zoqeydê tevî mirîdên xwe yên wê demê(sala 1885-1887), bi hevûdinê ra gelek tadeyî, zordarî û heqaret li Êzdiyên şêniyên Batranê kirine
ji dilê bavê Wezîr dernayê heyfa Gaza Şorikê, ya çemê Delan, warê Şêxevinda. Kîna Ozmanê Emer kîneke pir kevne,”... 8. Şerê” Nemirê Mîrza I (1856?) Baximza bavê Eyo li serê rezan û baxan Leşkerê Qewaz başî, mîrê Licê û Banekan,
û digo: sebra min di hepsa Betlîsê de nayê“ ... û hwd. Siltan û paşayên Osmaniyan dûre jî, tevî wan Kurdên îxanetkar û bi alîkariya şêwirdariya hevalbendên xwe yên Ewrûpî-bi navê „Allah! Allah! -” êrîşkirne ser xelkê Mesihî, Ȇzdî ȗ Kurdȇn welatperwer, yên ku hîna li de derdora „Jesid -hanesuj ava Êzdîxane a di nav herêma Xerzan“Garzan“ê de mabûn. Dîsa„HGvM“Dû sal beriya vêga(di 1847 de k.t) begekî Kurd sê Qewalên Êzdiyan yên ku merivên qewleşkerê dewleta Nefî amê û Reşît al Usiv bune, li nêzî bajarê Betlîsê, bi torpîlê kuştine û Şerif Begê (waliyê Paşan dewletê) jî dest daniye ser dokubihevre êrîşeke giran birine ser ment, çiqas xêr û xêrata ku Qewaherdû taxan”… lan ji nava eşîrên Êzîdiyên li çiya û li bakurê Ermenîstanê diman dabune 9. Şerê” Nemirê Mîrza II hevûdin. Kolixên dewletê bi bêqanûnî zar û zêçên Êzîdiyan difirotine Hewê digo: hevûdin. „Lê Sêvê dahê, wayê li min wayê, Vêca gelek ji we dizanin ku, gelek peya yekî bi dengekî nerm digote: „ Nemirê axê, bavê min silav li te nivîskar û lêkolîneran jî di berhemên xwe de dane xwanê ku, siltanên Oskirine,
KOVAR DICLE
SAL 2
2019/3/20
HEJMAR 12
Ji bo ku desthilatdarin Osamanî dikaribin bac û xeraca xwe, bi rehetî ji nava Kurdan bidine hevûdinê, ewan timî dijminantiya olî xistine nava gelên Kurdistanê maniyan û hevalbendên wan yên Ewrûpî, timî ew serokeșîr, axa, beg ȗ oldarȇn Kurdan ji bo berjiwendiyên desthilatdariya xwe bi karanînine. Her weha min jî, di nav rûpelên tamamiya berhemên xwe de, gelek zilm û fermanên ku li da/bapîrên me Kurdên Êzdî hatine kirin, tomarkirine. Ezê niha jî, vê bîranîna
38
GOTAR
Diclepress13@gmail.com
ku rûspiyekî Êzdî, bi devê xwe ji min ra, li ser fermana Fetah begê Xerzan û Êzdiyên gundê Batranê(di nav herêma Xerzan/Misircê de ye (navê Batranê bi Tirki: Yellica Köyü ye) pêşkêşî zanîna we hêjayan bikim! Rûspiyê Êzdî dêje: Rojekê dema heft feqî(şagirtî û dadnasê şerîeta îslamê-k.t.-) ji Zoqê(Yanarsu Köyü-k.t.-) diçin, dibînîn vaye ku extiyarekî Êzdî yê ji gundê Batranê, tevî sebîk(nebî)ê xwe, di nav rez de rez di kesirînên. Feqî ji hevra dibêjin, werin emê vêga viyê Êzdî li virê bikujin û destê xwe kesk bikin. Gava feqî vê bîryarê bi deng ji hevûdinê ra dêjin, guhên yê extiyarê Êzdî giran bûye û dengê feqiyan ne bihîstiyê. Lê dengê feqiyan diçe nebiyê extiyar. Lawik hima dicîde bazdide diçe, li gundiyan dike hawar û dêje; Haware werin feqiyên îslamê dixwazin kalikê min bikujin. De di vî wextî de, 80 misas(darê ku cotkar gayên cot pê dajon-k.t.-) ji gundê Batranê de derdiket. Heta ku
gundî gazî havûdinê dikin, bi hawara yê extiyar ve tên, dibînin vaye feqiyan extiyar xeniqandine û çûne. Dûre Fetah begê mîrê Xerzan û tevî hêza xwe jî tên êrîşî ser gundê Batranê dikin. Heft roj û şevan nehîştine kesek bêye û ji gund derê. Hingê kalikê min sê birabûne û ji hevra dêjin, heran ha çênabe! Kî mêwa xwe dibên rûnên û yê Tawisî Melekê xwe divên rabin. Dû birayê kalikê min dêjin, heyran bi Xwedê, emê li ser mêwa xwe rûnên, bisilman bivin û ji ser milkê xwe barnakin. Lê kalikê min radibe ji Batranê direve tê, xwe li Êzdiyên gundê Qinaskê(Avcilar Köyü- k.t.) digre û mala me dûre ji wir jî hatiye gundê Bazbûtê. Jixwe, di van her sê belgenameyên ku di de hatine weşandin de jî xwanê dibe ku Padîşahê Osmanî, Walîtiya Bedlîsê û Şêxên Zoqeydê tevî mirîdên xwe yên wê demê(sala 1885-1887), bi hevûdinê ra gelek tadeyî, zordarî û heqaret li Êzdiyên şêniyên Batranê kirine. Batraniyan ji ber neçarî û bêçaretî yê, hediye - xelatên waliyên Osmaniyan û kincên alimên misilmaniyê(şêxên wê demê )girtine. Ewan ne bi reza dilê xwe, dev ji baweriya xwe berdane, mizgeft û misilmanî pejirandine. Her wisa di fermana Êzdiyên Basa ya sala 1915an û „komkujiya 38 Êzdiyên ji gundê Șimzê -1915/17 de“ jî xwanê dibe ku, Padîşah- waliyên Osmanî û serokeşîrên Kurd yên paşverû bi hev ra Êzdî qirkirine. Weke ku hûn dibînin kûl, derd, êş û ziyanên Fermanên me Êzdiyan û yên tevaya pêkhatiyên Kurdistanê, hew bi gotin û nivîsnadinê têne şîrovekirin. Lê hêvî dikim ku, piraniya rewşenbîrên Kurd, wê bêbextî û îxaneta wan mîrek, beg, axa, şêx,
Diclepress13@gmail.com
GOTAR
39
HEJMAR 12
2019/3/20
SAL 2
KOVAR DICLE
mele û serokeşîrên Kurd, yên ku destên wan di xwînrijandin û komkujiyên fermanên Kurdên azadîxwaz û welatparêz de hebûne, hîn baştir zelal û şermezar bikin. Çavkanî: 1. Kemal Tolan, Dîroka Kurdên Êzdî yên Welatê Xaltiyan 1- Kemal Tolan, Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan Tev Romanên Zindî ne, 2000 Oldenburg. Berdewam binêren li çavkaniya bi zimanê tirkî: -TANZİMAT ÖNCESİ OSMANLI DEVLETİ’NİN DOĞUDA MERKEZÎLEŞME ÇABALARI 1- Divê em Kurd dîroka xwe ne li goriya çavkanî, dokument û arșîva dagirkirên welatê xwe binivisîn! 2. Kemal Tolan -NASANDİNA KEVNEŞOPÊN ÊZDİYATİYÊ II 2012 2a- Lêgerîn, nasîn û lêkolînên li ser eșîra ÊŞÎRA REȘÎ -REŞAN-1 Lêgerîn, nasîn û lêkolînên li ser eșîra ÊŞÎRA REȘÎ -REŞAN-2 Lêgerîn, nasîn û lêkolînên li ser eșîra ÊŞÎRA REȘÎ -REŞAN- 3 Helmuth Graf von Moltke (HGvM.k.t.)- Briefe über Zustände und Begebenheiten in der Türkei aus dem Jahren 1835-1839, Berlin 1841. Helmut von Moltke; -Versamelte Schriften und Denkwürdigkeiten. Berlin. 1892. Band.2.Seite: 2933. Kemal Tolan, JI DÎTIN Û PÊNÛSÊN ŞAHIDAN Austen Henry Layard, Nineveh und Babylon (Nebst Beschreibung seiner Reisen in Armenien, Kurdistan und der Wüste. Übersetzt von J.Th.Zenker. Mit Bildern des Leipzig Dyk. (1855) James Brant, 1838 Yazinda Kurdis-
tan-istanbul 2014 M.S.Lazarev-Pirsa Kurdan (18911917)- Weşanên Roja Nû:49. Stockholm 1999. Wegera ji rûsî: Têmûrê Xelîl. John S.Guest, Yezidilerin Tarihi,2001 istanbul. Sinan Hakan -Kürtler ve Kürt Direnişleri 1817-1867/Osmanlı Arşiv Belgelerinde Osman Aytar- Hamidiye Alaylarindan Köy Koruculuguna .Istb.1992 Mehmet Raif Söylemez, Yezidi inancinda Melek-i Tawus -2015 Avesta. Mehmet Saki ÇAKIR- Yezidilik -2007, Gotara- ŞEYH ABDURRAHMAN-I TÂĞÎ VE NORŞİN TEKKESİ’NDEN YAYILAN KOLLARPrf.Dr.Ahmet Taşğin, Yezidiler2005, Türkiye Yezidiler Bibliyografasi-2014. Xerzî Xerzan, Mîrza Beg (Mîrzikê Zaza) ê Ridwanê (II) -Dîroka Êla Xaltiyanû hwgd.] 4. Kemal Tolan, Hevpeyvîna bi rûspiyekî Êzdî ra(nav û dengê vî rûspiyî li
Derdor û navça Șîrvanê a ku li ser herêma Diyarbekirê bû, hingê di bin bandora hêzên Êzdiyan de bû. Di vî wextî de Êzdî di van herêman de bi șiklekî serbuxwe dijiyan ba min in). 6a- Amed Gökçe, Osmanli ve ingiliz arşiv belgeleri-istanbul 2012 rûp.: 44-46 Gelek spas ku lêkolîner, dîrokzan û nivîskarê rêzadar Xerzî Xerzan, naverokan van belgenameyan bi kurtasî wergerandine ser Kurdî. 7a- Kemal Tolan, Serpêkhatiya 38 Êzdiyên ji malbata Misto
KOVAR DICLE
SAL 2
2019/3/20
HEJMAR 12
40 TENDUROSTÎ
Diclepress13@gmail.com
JI BO PÊŞKETINÊ CIVAKÊ SIHETA XWE BIPARÊZIN
Bo dil, xwarina kêm tevgera zêde baş e
Bo parsatina dilî pispor dibêjin divê kerkes di hefteyê de
3 roj rojê nîv siet bimeşe. Bi taybetî piştî şîva êvarê. Pispor dibêjin di dinyayê de mirina herî zêde ji nexweşîna dil û damaraye. Li Amerîkayê her salê nexweşên herî zêde yên ku diçin beşa acîlê, nexweşên dil in. Jimara wan li dora 1 mîlyon û 600 hezariye. Bo tenduristiya dil pisporên dil dibêjin ku meş bo dilî başe. Herkes dikare her tiştî bixwe lê divê bi pîvan be da tadê li dilî û bedenê neke. Mijara ku goştê sor nexwun tişteka şaşe lê divê ew goşt bi meşê bê hezimkirin. Bo rihetiya dilî divê mirov halê xwe yê nefsî baş bike û zêde nefikire da dilê mirovî neêşe. Razana nîzamî bo dilî gelek başe. Divê mirov têr û di wextê de razê da dilê mirov rihet bibe.
Şekirê di nava xwînê de bilind dibe, di mîzê de dîtina şekir e! Hormon a esasî ku şekirê di xwînê de xwedîrolek mezin di sazkirin de ye, ÎNSULÎN a ku di hucreyê Bêta yê di Pankreas de tê avzêkirin e. Pankreas însulîn qet çênakê an gelekî kêm e ku glîkoz a ku bibe enerjî di maç xwînê de serbest digere û bi kombûna di nav xwînê de sewîya şekir zêde dike. 2 cureyên wê hene. TÎP1 DÎYABET Bi giştî di zarok an di ciwanan de xuya dibe. Însulîn bi temamî nîne. TÎP2 DÎYABET Însulîn heye lê gelekî kêm e û nayê bi kar’anîn. Kesên ku nenexweş re îdeal sewîya şekir ê têrbûn ê di xwînê de 120mg/dl ye(piştî xwarinê bi 2 seeta). Di têrbûn an berçîbûnê de jê bilindtir tê xuya ku destpêka wê nexweşiyê an xwedînexweşî ye. Hetaheta berdewam e. Ji ber wê divê ku hay ji xwe hebin. GELO ÇI BIKIN - Ser ê 2-3 seet a xwerin ê bixwin. 3 Dan ê esasî, 3 Dan ê navber ê çê bikin. - Xwe tu car berçî nehêlin. - Tiştên ku Glîsemîk îndeks a wa kêm be hilbijêrin. - Rojê 2-3 lître av wexwin. Û tiştê wexwarinê bila bêşekir bin. - Haftîyê 2-3 car masî bixwin. - Rûnê ajalî xwe jê dûr bikin. - Şîr, mast, dew, penîr bila %50rûn bin. Her cure xwarin ê di hedê(porsîyon) wê de bixwin. EGZERSÎZ bikin. Da’n a giranîyê wê şekir bike navberekê de.! Alîkarîyê ji Dîyetisyen û nojdaran bixwazin.
..........
Taştê ji bo dil jî girîng e Nexweşîya şekir?
Di encama lêkolîna li Emerîkayê de diyar bû ku ji bo tenduristiya dil divê mirov teqez taştê bixwe. Li gor encamên lêkolînên ku di kovara‘Circulationê’ de
Diclepress13@gmail.com
hatin weşandin, mirovên ku taştê naxwin barê giran dikeve ser laşê wan û qeyrana dil jî ji sedî 27 li ser wan zêde dibe. Di çarçoveya lêkolînan de 16 salan li ser tenduristiya 27 hezar mirovên ku temenê wan di navbera 44 û 82 de ne, sekinîn. Di vê navberê de ji hezar û 500î zêdetir qeyranên dilî û têrnekirina dilî derketin pêşberî lêkolîneran. Doktorê lêkolîner Leah Cahîll encamên lêkolîna xwe diyar kir. Li gor lêkolînan divê mirov sibehê piştî rabûnê di nav saetek de taştê bixwin. Cahîll diyar kir ji ber ku êdî mirov taştê naxwin nexweşînên wek tansiyon, obezîte û diyabetê derdikevin holê, ev nexweşîn jî zirarê didin dil.
TENDUROSTÎ
41
HEJMAR 12
2019/3/20
SAL 2
KOVAR DICLE
BVO(Brominated Vegetable Oil-Rûnê kesyakî yê bi Brom) hetanî neha di nava gelek vexwarina de cih digirt. BVO bi xwe rûnekî wisane ji keskayî an jî mîwe tête bidestxistin. Di sala bihurî de ciwaneka 17 salî bi navê Sarah Kavanagh li Welatên Yekgirtî yên Emerîka helmeta dijî BVO hatibû destpêkirin. Di vê kampanyaya ku di change.org de ji navnivîsînê re hate vekirin bû sedem ku bi dehhezaran kes beşdar bibin. BVO li Ewrûpa û Japonya hatibû qedexekirin. Coca Cola jî biryar da ku BVO derxîne Coca-cola jî xwe amade dike ku vî rûnê ku xisarê dide mirovan ji nav nexwarinên xwe derxîne. Pêşberê Coca-Colayê yê herî mezin Pepsî jî sala çûyî ev derman ji nav vexwarinên xwe yên werzişê derxistibû. Bikaranîna zêde ya BVO dihêle ku xisar di hişê mirovan de çêbibe û tiştan zû jibîr bikin, arîşeyên çerm, arîşeyên hêrsbûnê û gelik nexweşiyên dîtir derdixîne holê.
Di têrbûn an berçîbûnê de jê bilindtir tê xuya ku destpêka wê nexweşiyê an xwedînexweşî ye Xisarê dide mêjiyê mirovan
A: Şirîn Çêlka
KOVAR DICLE
SAL 2
2019/3/20
HEJMAR 12
42
ÇAND
Diclepress13@gmail.com
BABA TAHIRÊ URYAN
HELBESTVAN Û FÎLOZOFÊ KURD
ku tê wateya Baba Tahirê Xwas. Ev nasnav nîşan û pajoya derwêşbûna wî ye. Jiyan Gelek agahdariyên li ser jiyana Baba Tahir negihiştine destê me û em bi ronakî nizanin ku bajarê ku wî di tê de ji dayik bûye kîjane(ango Baba Tahir gelê kî bajarê Kurdistanê bû). Guman dibe derdorê 1100 salan berê niha hatbûye cîhan. Baba Tahir bi salan li Hemedanê de dijî û mala wî ya herî dawî, ango gorgeha wî, di meydanek(bi navê Meydana Baba Tahir) de li bakûrê bajarê Hemedan e. Helbestvanî
A: DICLE YUSIF
Baba Tahir yan Baba Tahirê Uryan(z.
kiyê sedsala 11an e. Roja jidayikbûn û mira wî bi temamî ne kifş e, di çavkaniyan de gelek ji hev cuda dîrok nişan didin. Nasnavê wî
935 Hamedan - m.1010 Hamedan), helbestvan û fîlozofê kurd ê le- Nasnavê wî Baba Tahirê Uryan bû yê
Helbest û honraweyên Baba Tahir bêtir çarîn in û wek stiranan dihatin bikaranîn. Îro rojhelatzan van helbestan girêdidin pehlewiyan. Bedaxewe heta îroj helbestên wî yên bi kurdî wek helbestên bi farsî, lûrî yan têkilek ji farsî, lûrî û kurdî hatine naskirin. Bellam bi rastî ev ne rast e çimku heta niha gelek helbestvan û hozanên kurd, azerî, gîlek, mazenî û hwd., bûne ku bi zimanê fars helbestvanî kirine lêbelê heta niha yek helbestvanê Fars jî nebûye ku helbest û honraweyên xwe têkil kurdî bike yan hetan bi kurdî honrawe bibêje. Heger em ji dîmeneke rasteqîn û resen binêrin em dikarin bi vê rasteqînê ve bigihêjin encamek ku Baba Tahirê Xwas tenê hozaneki kurd bû ku heger dixwast bi farsî honrawe
Diclepress13@gmail.com
bibêje, honraweyên xwe têkil kurdî dikir! Hindek ji helbestên Baba Tahirê Uryan Xûdawenda! kê bûşim ba kê bûşim? Mije pirr eşkê xûnîn ta kê bûşim? Hemem kez der biranin sû te ayim To kem ez der biranî va kê bûşim?!)) Paçve Dilê min ji derdê te daîm xemgîn e Ez ji jana evîna te hêjar bûme nivîna min zemîn e Tenê guneha min ev e ku ez ji te hez dikim Ji her kî re ku ji te hez bike wesa dikey bi rewş û hale wî?! ….. ((Meger şîr û pelengî ey dil ey dil? Be mû daîm bicengî ey dil ey dil Eger destim fitî xûnit verîjim Bivînim ta çi rengî ey dil ey dil!)) Paçve: Te zêdetir (mişetir) ji hezaran dil be tarran (xaret) birin Ji hezaran jî mişetir ciger te xwîn kirin
ÇAND
43
HEJMAR 12
2019/3/20
SAL 2
KOVAR DICLE
Hezaran dax zêdetir (mişetir), min zêdetir jî hejmart Hêjî nejmartî ji ejmartî zêdetir in! ….. ((Sîye bextim ke bextim sernigûn bî Tûwe rûjim ke rûjim vajgûn bî Şûdim xar û xesê kûhê mûhebbet Zê destê dil ke ya reb ğerqi xûn bî!))
eceba nîye Ez ew darim ku di nav xwîn de reh rîşe yên xwe hene! ….. ((Ço mû yek sûte dil pervaneî ne Cehan ra hemço mû dîvaneî ne Heme marûn û mûrûn lane dîrin Menê bîçare ra vîraneî ne!))
Paçve: Dilberê! (Nîgarê!), dil û gîyana min bi destên te ne Hemî kar û barên min jî her wesa Ez nizanim ku vî derda evînê ji ku ve hatîye nav min Tenê dizanim ku dermanê vê derdê bi destê te ye ….. ((Dilî nazûk be sane şîşe’em bî Eger ahî kişim endîşe’em bî Sirişkim ger bûwe xûnîn eceb nîst Mû an darim ke der xûn rîşe’em bî!))
Paçve: Wek min ti perperikê dil şewitî nîye Di nav cîhan de dînîyekî wek min nîye Hemî maran û moriyan hêlanên xwe hene Lê ji minê hêjar re wêraneyek jî çine!
Paçve:
Dilê min mîna şûşe ye Heger ez gazî bikim û ax bikîşim di nav dilê min de endêş û tirs e Hêstirên min heger bûne xwînawî
Helbestên tevkurdî Mamoste Rehmet Mucteba Mînewî li muzeya Qonyayê de hindek parçe honrawe û çarîne bi zimanekî kevnar peyda kiriye ku yên Baba Tahir in. Ev helbestan bi giştî bi zaravayekî kurdî yê kevnar in ku îroj êdî nemaye. Lê vî zarava bi rastî pirdek e li nav ziman û zaravayên kurdî û em dikarin bêjin ku hewramî, soranî û kirmanckî girê
KOVAR DICLE
SAL 2
2019/3/20
HEJMAR 12
didine yek. Parçeyek ji wan helbestan: Zaricem dî werayî mûrc edxwerd Mûrcan du destî we Xweda derd Negehan bamed an bazûdarî Zariciş kûşt û mûran zaric edxwerd Dallê ce Elwend kohan kerd perwaz Baziş bikûşt û xûniş pak vaxwerd Bamed neçîrevan derdîn û dayîn Be wekdiş tîr û dall ej kar baderd “Bişe neçîrevan destit û ça dest Çi înet bedkere ej kar baderd” “Be name neşê îne wed ke min kerd Be min her an keran her wed ke min kerd!”)) Paçve: Min kewek dît ku mûrî dixward Mûran du destên xwe da ber Xwedê Bêgav bazek hat Kew kûşt û vêga mûran kew dixward
44
ÇAND
Diclepress13@gmail.com
Şahînek (dalek) ji çîyayên Elwend firrî Wî baz kûşt û xwîna wî jî vexward Nêçîrvanê bêpîyare û rehm hat Tîrek ji dal re da û wî kûşt [Mûran got:] “Biçe nêçîrvan, destê te neyje! Çimku te wî bedker kûşt Ev kar ku min kir nabe nîşana mezinahiya min Bi min jî her we bikin ku min (ji dal re) kir! Rûbaîya Baba Tahirê Uryan Du keziyên te li ber ruwê te ne, Gul û simbil li cem te bi hev re ne; Dema tu keziyên xwe belav dikî, Bi hemû mûyên wan dil bi dar de ne. Tu ku qamnazenîn û dilruba yî, Tu ku bêyî kilê çav bi kila yî; Tu ku xwedyê du keziyên siya yî Çer dipirsî ku çima awara yî.
Eger derdê min yek bûya çi dibû; Ger xema min hindik bûya çi dibû; Li kêleka min hebîb yan tebîbek, Ji herduyan yek hebûya çi dibû. Evîndar ew e ku herdem bi bela be; Mîna Eyûb bi kurman mubtela be; Weku Hesen binoşe tasa jehrê Mîna Huseyn şehîdê Kerbela be. Min bikujî b’zorê, tê j’kê bitirsî; Biqewrînî b’xorê, tê j’kê bitirsî; Ez bi vî nîvdilî j’kesî natirsim, Ey dilê du alem, tê j’kê bitirsî. Çavkanî - http://helbestenkurdi-piran. blogspot.fr/2012/04/baba-tahireuryan.html?m=1 - Hamzehʼee, M. Reza. The Yaresan: a sociological, historical and religio-historical study of a Kurdish community, 1990. - http://www.farsinet.com/hamadan/ babatahir.html
Diclepress13@gmail.com
ÇANDÎ
45
HEJMAR 12
2019/3/20
SAL 2
KOVAR DICLE
PÎROZBAHIYA CEJNA ÇARŞEMÊ DI NAV CIVAKA ÊZDIYA DE
DI ÇARŞEMA SERÊ NÎSANÊ DE TAWSÎ MELEK TÊ SER ERDÊ
meha Nîsanê. Li gor teybetmendiyên xwe ev cejn wek “cejna Tawisî Melek”, “Çarşema Sor”, “cejna Hêkesor”, “Çarşema Serê nîsanê”, “ceAVRAMAN FETÎ jna Basinbar” û h.w.d. tê binavkirin. Di dîroka ola êzdiya de yek ji cejna Sedema vê cejnê bi çend nava tê bihere pîroz û kevnar, cejna Çarşema navkirin evin: Serê Nîsanê ye. Ev cejn girêdayî afi1. Cejna Tawisî Melek randina cîhan û vejîna xwezayê ye. Qewlên wek “Afrandina kinyate”, “Qewlê Nijyar”, “Qewlê Silavên Me- Li gor baweriya êzdiya dema ax û av lik Fexredîn”, “Qewlê Şêx û Aqûb ji hev cuda nebibûn, Xwedê avakiMûsa”, “Beyta Çarşemê” û h.w.d. rina cîhanê û meşandina wê radestî vê mijarê bi zelalî radigihîne. Pîro- serwêrê meleka Tawisî Melek dike. zbahiya vê cejnê di dema me de, li Ew dem Tawisî Melek dadikeve jêr gor saljimara Girîgoryan(sala 1582) xwe li ser dara „Herherê“ datîne û li dikeve rojên çarşema 14-a ta 20 wê cîhê dest bi meyandin û afirandina cîhanê dike. Piştî ku erd hişk dibe,
Ew li roja çarşemê kras li cîhana afirandî dike. Kiras tê wetaya keskaya ku rûyê erdê dipêçe û dixemlîne. Ev avakirin di Qewlê Afirandina kinyatê wiha radigihîne: Xwedawendê me înê kir esas e Şemiyê biriye kiras e Çarşemê kir xilase Heft sed sal paş ev sûr hat dira nikase Bi bîr û baweriya êzdiya, cîhê Tawsî Melek xwe daye ser dara Herherê û destpêkê erd meya ye, ew cîhe, li ku niha Laliş rewastiya ye. Li gor vê baweriyê, dara Herherê ya ku di nav mij û tarîtiya gerdûnê de bilind bibû,
KOVAR DICLE
SAL 2
2019/3/20
HEJMAR 12
Li gor baweriya êzdiya, di çarşema serê nîsanê de Tawsî Melek tê ser erdê, ji ber wê her risteyên xwezayî yên vê rojê pîroz tên dîtin çavkaniya peydabûna hemû hebûnî ye. Ji ber vê rewşê û nîzama Tawisî Melek cejna Çarşem hem cejna Tawisî Melek tê binavkirin. 2. “Çarşema Sor” Peyva“sor” renga xwezayî a here
46
ÇANDÎ
Diclepress13@gmail.com
sereke ye. Ji ber ku afirîna cîhanê û vejîna xwezayê bi hêza agir û germê pêk tên, ji dema kevnar de, agir û tav bi rengê sor hatine senbolîzekirin. Ji xwe bandora germaya agir a here jor jî “sor” tê binavkirin. Mînaka wek“hesin sore”, “min sotin”, “min disojin”, “sotemenî” û h.w.d. koka xwe ji vê sorbûna germaya asta jor digire. Di heyama“Daysîn” ya 9000 berî dema me de, ji ber rengê sor ya agir û sorbûna ku şewetê tîne, Xwedanê tavê wek “Sûrî” an Sor/Sorî hatiye binavkirin. Ji ber van teybetmendiyên xwe Xwedanê rojê yê bi navê Sûrî, an Mîtra an jî Şêşims wek xwedanê peymana hatiye binavkirin. Dema peymana vê xwedawandê dihatin binpêkirin, cezekirina gunehkara radestî xwedawendê rojê dikirin, yê ku çawa bi germa xwe jiyan diafirîne û wisa jî dikare jiyan bişewtîne. Ji ber ku bi bihara ji meha Nîsanê destpêdike(rojên 21 adar ta 20 nîsanê di demên kevnar de diketin
meha Nîsan) germahiya agirê Tavê dijî kawosa zivistanê bihêztir dibe û dibe sedema vejîna xwezaya cîhana me, rengê sor bûye nîşaneya here sereke ya destpêka destpêkan. Ji ber vê ev reng bûye nîşana serhildana dijî kaosa desthilatdara. 3. Cejna Hêkesor, an Cejna Basimbar Di baweriya êzdiya de hêk, cîhana em li ser in destnîşan dike. Ew nîşana destpêka cîhan û raza(surra) jiyanê ye, ji ber wê ew girîngtirîn nîşaneya cejna Çarşemêye. Çawa hêk destpêkê weke hebûneka bê ruh xuya dike, cîhan jî avabûna xwe de wisa xuyakiriye. Dema hêk xave, ew erdê bi av, ya berî afirandinê diyardike, dema hêk nav avê de dikele û diqerime(dicebire), ew meyin û hişkbûna erdê diyardike, dema hêk tê reng kirin, ew erdê bi reng xemiliyayî diyardike. Bi germê re çawa ji hêk çûkên zindî
Diclepress13@gmail.com
dertên, wisa jî bi germê re, ji axê hebûnên zindî yên pir rengane peyda dibin. Di vê wetayê de hêk nîşana destpêka destpêkane û destpêka jiyanê ye. Ew jiyana li cîhana me bi çar demsalan xwe vediguhêre û didome. Sê rengên wê erênî, yê jiyanî ne, rengeka wê yê neyênî yê valatiyê ye. Ji ber wê sedemê, bi hêviya dagirtina valatiya kawosê hêkê bi rengê kesk, zer û sor rengdikin. Rengê kesk - bihara afirandêre, zer - havîna gîhandêre, sor - payiza hilberînere. Rengê sipî destnîşana zivistana kawos e. Pêşbirka bi lihevdanê şikandina hêka, dawîanîna vê kawosê destnîşandike. Bi vê rengê li gor sê demsalên xêr û bêr ji zindiya re digihînin, hêk û basinbar bi sê rengên van demsalan têne reng kirin. Lê bi demê re civakê
ÇANDÎ
47
rengên din di ser van rengan de zêde kirine. Lê di vê cejnê de, rengê here sereke rengê sore. Ji ber ku ev rengê hêz û agirê Xwedêye, heman demê jî nîşana desthilatdariya Wî ye. Bi vê re berenber, li gor baweriya êzdiya ji ber ku encamên bereketa hilberîna di dawiya demsalê de tên jimartin, ji ber we demsala payiz Mîrê demsala tê dîtin û rengê wê pîroz - sore. Ji ber vê jî rengê hêkên têne rengkirin, yê sereke rengê sore. Ji ber van herd sedeman navek ji navê cejna çarşemê “Cejna Hêkesore”. Hêkesor tê wetaya xêr û bereketa ku di “demsala Mîrê sor” de diyar dibe. Ji ber vê sedemê qalşikên hêkên cejnê di nav bax û bostan û gomên heywana de tê belavkirin, daku xêr û bereketên çandiniyê û heywana zêde bibe.
HEJMAR 12
2019/3/20
SAL 2
KOVAR DICLE
Di baweriya êzdiya de hêk, cîhana em li ser in destnîşan dike. Ew nîşana destpêka cîhan û raza(surra) jiyanê ye, ji ber wê ew girîngtirîn nîşaneya cejna Çarşemêye 4. Çarşema Serê nîsanê Sedemeka din ya pîroziya Çarşema
KOVAR DICLE
SAL 2
2019/3/20
HEJMAR 12
48
ÇANDÎ
Diclepress13@gmail.com
Peyva“sor” renga xwezayî a here sereke ye. Ji ber ku afirîna cîhanê û vejîna xwezayê bi hêza agir û germê pêk tên, ji dema kevnar de, agir û tav bi rengê sor hatine senbolîzekirin
Nîsanê bi hatina Şerfedîn Ristemkarê pêşerojê re pêwendîdare. Şerfedînê sibatê serê seharê, bûye girtiyê mixarê, dema dibe hezar û hin ji mixarê dertê, ji rojava berbi rojhilat rêdikeve tê Amedê û textê Meda ji bin dest dertîne, meha nîsanê dibe mîrê edebiya(ariya). Beyta Şerfedîn de tê gotin: Şerfedîn ji mixarê derket Sed hezar leşker qewşan li ber ket Nûra Alemê ser ket.
Bi navê Xweda û Tawsî Melek kişiyane dîwanê. Qewlê silavên Melik Fexredîn vê yekê wiha pişt rast dike: Hat çarşema serê Nîsan ê Hat Temûza îman ê Hat xebera wê dîwan ê
Çarşembû rojeke emîne Ezîz Tawisî Melekê min î nav şirîne Bi navê melik Şerfedîn, ji me re bûye dîne Beyta“Qiyametê” derbarê roja Bi vî awayî ev navên li jor me behsŞerfedîn dibe mîrê dîwana text û kirî hemû jî bi Nîsanê re pêwendîdabextê Meda wiha dibêje: rin. Her sê xalên destpêkê yê ku hatine destnîşankirin bi afirandina Çarşema serê nîsanê cîhanê re pêwendîdare, lê xala Şerfedîn mîre li dîwanê çaremîn ya bi hatina Şerfîdîn, bi azaEve îda Kurdistanê dî û vejînê, bi avabûna zemana Zêrîn Gul û çîçek, cewsan û beybûn re pêwendîdare, dema dînê Şerfedîn
dibe stûna herçar dîna. Ji xwe hersê rengên demsalê yên jîndar - sor, zer û kesk nîşana rengê ala Şerfedîne. Yek ji nîşana dema hatine Şerfedînê Mad bide diyarkirin, xuyakirina xerqa sor, zer û kesk di dest û zendê xeybetkar û tolhildêra de be. Pîrozbahiya cejna Çarşemê Pîroziya Çarşemê li gor ola êzdiya girêdayî avakirina gerdûnê û vajîna xwezayê ye, yên ku bi Tawsî Melek û Melik Zên re pêwendîdare. Li gor baweriya êzdiya, di çarşema serê nîsanê de Tawsî Melek tê ser erdê, ji ber wê her risteyên xwezayî yên vê rojê pîroz tên dîtin. Ji bo vê pêşweziyê her malbet sêşema berî cejnê mal û dorberê wê paqijdikin û dixemlînin. Di her xemlê de gerê hersê rengên jîndar yên sor, zer û kesk hebin. Amedekariya cejnê bi paqijyê destpêdike. Ji bo her tiştê ku dev lê bigere û dest lêkeve neherime, her kes sêrî de şûştin û paqijiya bejn û bala xwe
Diclepress13@gmail.com
dike. Li vê rojê mêr qurbaniyên cejnê serjêdikin. Jin bi rûnê beran sewik û xwerinên xêr û şahiya cejnê amede dikin. Wê êvarê li mal li koşeyên teybet agirê ji rûnê zeytûnê tê vêxistin û duwa tên kirin. Berî berbangê mezinên malê radibin amedekariya rêvebirina cejnê dikin. Ev hewildan bi duwayan destpêdike. Berbangê berî derketina Rojê zarok û ciwanên malê berê xwe didin deşt û baniya, gulên rengana kom dikin. Di sêrî de her kesek dest û çevê xwe bi xûnavên gul û keskayê dişon. Bi xunava vê rojê komkirî gustîl, guhar, morî, xadim û nîşanên din jî tên şûştin. Gulên vê rojê komkirî tînin mal, ji bo xemlê gul datînin cihên di malê de pêwist tê dîtin. Gulên mayin, di nava rojê de, di rasthatinan de pêşkêşî hevdu dikin. Jin berbangê de hêkan dikelînin û wan rengdikin. Ard an ji axa paqij yên ji deverên dûr anîne, bi ava ji kaniyê distrên û bi wê gilok çêdikin. Qaşûlên(qalikên) hêkên rengîn, govdeyên(baqên) ji gul û keskaya(karî) nîsanê, bi vê gilokê li jor û li du kêlekên deriyê malê dizeliqînin. Bi vê nîşanê malbet xêrhatina xêr û bêrên her sê demsalên jîndar û xêrhatina mêvanên xêrxwez dike. Ev prosêdûr bingeha xwe ji sêkoşeya pîroz ya Tav, Heyiv û Stêrka Berbangê digire, yên ku bi nav û peywirê Tawsî Melek(Tav û Sîn/Heyv) û xelatê wî(Stêrka Berbangê) yê ji Xwedê girtî re pêwendîdare. Di vê roja Çarşemê de malbet xwerina teybet çêdikin, sewik û hêk jî di nav de, bi navê “xêra miriya” wê xwerinê û buxçeyên ji fêkî û şîraniya pêk tên hildigirin, diçin li ser goristanê. Gor baweriya êzdiya, mirovên kirasguhastî li gel mîrê diniya û axretê ji bo xweşî, xêr û bêr
ÇANDÎ
49
û ji bo rehmê ji bo zindiyên xwe re duwa dikin. Ji ber wê zindî jî ji bo navê wan xêr didin û li ser goristana wan miriyên xwe bibîrtînin. Weke din jî xwerin û şîranî wek xêr ji mal derdixin û dişînin malên dunavan an cînaran, bi piranî xêr didin kesên belengaz. Xêra ji mal tê derxistin, her malbet li gor dilê xwe ji hilberînên ji zevî, bax û bostana û mast, rûn, pener h.w.d. datînîn. Ji ber ku wisa tê bawerkirin, ku bi wê xêrdariyê xêr û bereketa zêdebûnê dikeve nav heywan, zevî, bax û bostanê wan. Tê gotin ku “ger xêr ji malê derneyê, xêr û bereket jî nayê”. Li vê rojê gel bi cil û bergê cejnî xwe dixemlînin, gulê nîsanê dikin ber serê xwe. Bêtirê xwe keç, bûk û jin basinbar a ji hiriya rengên sor, zer û kesk hatine vegirtin dikin dest û stiyê xwe. Bi vê xemlê diçin serlêdanên silavgeha û malên lêzim, dost û cînaran, hevdu bi cejna Çarşemê pîroz dikin. Di van serlêdana de, jin sewik û şêraniya cejnê dibin malên serî tê lêdanê. Di nav civakê de, hêkên cejnê bi prosêdûra pêşbirkê derbaz dibe. Neferên malê berî hêka para xwe bixwin wan li hev didin. Hêka kî/ ke neşkî ew serkeftî tê dîtin. Mezin, zarok û ciwanên cînar tên gel hev, hêka li hev didin, ta ku kesê serkeftî diyar nebe. Qaşûlên hêkên vê roja pîroz nayên avêtin. Kesên xwedanê çandiniyê ne, bi hêviya bereket bikevin nav çandiniya wan û berhem zêde bibin, qaşûlên hêkên cejnê di nav zevî, bax û bostanên xwe de direşînin. Kesên xwedan çûkên malê, pez û dewarin, qaşûlên hêka dikin ber dîwarên kolik û tewla û li ser heywanên xwe de direşînin. Bi senbolî çend heywanên malê jî bi sor, zer û kesk tên xemilandin.
HEJMAR 12
2019/3/20
SAL 2
KOVAR DICLE
Li gor bîr û baweriya êzdiya, di vê mehê de kolandina axê, girtina masiya, nêçîra li ser çûkan û heywanên kovî gunehe girane û zerera mezine. Ji ber ku ax û hemû ruhber li ber pêvajoya zayin û zêdebûnê da ne. Ji ber wê dibêjin nîsan bûka salêye, ew tu bûkan di ser xwe re qebûl nake. Ji ber wê jî di meha nîsanê de zewac gunehe. Heman awayî di roja cejna Çarşemê û herwisa çarşemên din de jî xweşûştin, cilşûştin, neynûk û por jêkirin di nav êzdiya de guneh tê dîtin. Di vê rojê de xebat nayên kirin, roj bi xweşî û şahiya cejnê derbaz dibe. Dibê di vê rojê de mirovên ku ji hevdu xeyîdîne li hev bên an wan li hev bînin, da ku ew jî karibin serlêdanê hev bikin û cejna hevdu pîroz bikin. Di ola êzdiya de cejna Çarşema Sor hewqasî pîroz û giranbiha ye, heta bawermendên êzdiya bawer dikin, ku kesê di vê rojê de xatirê xwe ji jiyanê dixweze, bê darizandin diçe bihuştê.
Li gor teybetmendiyên xwe ev cejn wek “cejna Tawisî Melek”, “Çarşema Sor”, “cejna Hêkesor”, “Çarşema Serê nîsanê”, “cejna Basinbar” û h.w.d. tê binavkirin
KOVAR DICLE
SAL 2
2019/3/20
50
HEJMAR 12
CIVAKÎ
Diclepress13@gmail.com
RÊBER APO JI BO GELÊ ÊZÎDÎ:
ÇI QAS BI ZEHMET BE JÎ DI XETA WELATPARÊZIYÊ DE BI ISRAR BIN
A: MELEK XIDIR
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oca-
lan di sala 1997’an de bi boneya Cejna Serê Salê(Çarçema Sor) ji kalana Med Tv re axivî. Rêber Abdulah Ocelan di hevpîvîna xwe de bale dikişîne li ser rêxistina Êzîdiyan û bi taybet xwedîderketin û parastina ax û çendê. Rêber Ocalan dibêje, Êzidî li ku dêre bibin bila bibin pêwîste rûh û fikrên wan li ser welat û vegera welat be. Berfirehiya hevpeyvîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya bi Kanala Med Tv re wiha ye.
cejna we pîroz dikim. Serkeftinê ji we re dixwazim. Hemû gelê me re dixwazim axaftînekê bikim. We pir dixwest bi me re baxifin. Îro bi hemû gerîla re me axaftin kir û bi sedhezaran gelê me re civîn çêkir. Niha jî cejna we ye û ji bo me dîsa westandin nîne. Heger pirsên we hebin hûn dikarin bipirsin. Careke din we silav dikim, berî her tiştî pirsên we dixwazim.
Pêşkêşvan: Belê kesê ku pirsê wan ji bo Birêz Abdullah Ocalan hebin? A: Berî herî tiştî vê cejnê ji bo hemû mirovahiyê û cîhanê pîroz dikim û bi taybet li Serokê Netewî. Birêz Abdulah Ocalan di berxwedana te de û di ev karê ku bi taybet tu dike sibe ger Kurdistan azad bibe wê cihê gelê Rêber Apo: Silav û hurmet jî we re min çi bibe? Wê jiyana xwe çawa di
bin Serokatiya we de serbas bike? B: Belê Serokê birêz silav û hurmet. Ez vê cejnê li we pîroz dikim. Pirsa min ev e, beriya du salan we nivîsekê xwe de gotibû Kurdistan baxçeyeke gelê Êzidî jî di nav vî baxçeyî de kulîlkin. Niha gelê Êzidî bersiva we daye yan hûn ji bo gelê Êzidî çi dixwazin? Dîsa silav û hurmet ji we re. C: Silav û hurmet ji Serokê netewî re, ji vir heya Roma spas ji we re. Ji ber van îmkanên ku we daye me miletê me yê Êzidî û me gihandiyê vê merhelê û em bi çav kiriye, bi dest kiriye û bi pî kiriye, em ji we re spas dikin. Pirsa min ev e; ji 80 heya 90’î ji 90’î heya vê merhelê ji miletê Êzidî xwesteka we çi ye û heman demê de hûn dikarin kêmasî û pêşketinên me bibêjin?
Diclepress13@gmail.com
Pêşkêşvan: Bi taybetî ger pirsên we li ser roja me ya îro, li ser pirsgirekên netewî hebin em bigirin. D: Derketina Serokê netewî wekî derketina Madî Şerfetin tê dîtin, wekî mîladeke ji nû de ye, ji bo gelê Kurdistanê, bi taybetî jî ji bo gelê Êzidî wisa tê dîtin, ji bo vêna nîrxendinên we çi ne? Silav û hurmet. Pêşkeşvan: Belê Serokê giştî Birêz Abduleh Ocalan pirsên mêhvanên me bi taybetî dixwazim çerçoveyekê jê re çêkim da ku hûn bikaribin bi hêsanî bersiv bidin cihê Êzidiyan li ser xaka niştîman wê çi be? Ji gelê Ezidî çi tê xwestin? Cejnên Êzidî yên îro li ser Êzidiyatî ya îro rola wî çi ye? Rêbertî: Rastî hurmeteka min a mezin ji gelê me ê Êzidî re heya. Ez bîranîneke xwe ji were bêjim ez bawerim wê baştir bibe. Wexta ez hatim Roma, rojên destpêkê hinek
CIVAKÎ
51
Ez ji hemû ol û mezhêbên dîn zêdetir xwe nêzî we dibînim. Çima? Ev nêzîkatiya welat e, nêzîkatiya dîrokê ye, nêzîkatiya berxwedaniyê ye tengahî hebûn, tiştên ku derdiketin pêşiya me û di aliye din re jî dijminê me yê xwînxar dixwest xwîna me vexwe û ji xwe re cejneke berçav çêkir, wê demê me jî
HEJMAR 12
2019/3/20
SAL 2
KOVAR DICLE
armanca dijmine xwe naskir. Hatin û xwestin min bigirin, wek zarokan di televîzyonê de derketin di dîroka xwe de ev qas kêfxweş nebûbûn. Hêman di vî wextî de qasetêk hatibû hûn jî baş dizanin Derwêşê Evdî. Rastî min pir jî guhdar kir û min pê re dîrok naskir. Ez naxwazim qal bikim ji ber ku hûn bixwe jî ve çîrokê dizanin. Lê min nêrî ku çiqas qehremaniya Kurd di dîrokê de çêbûne, her perîşan bûne. Derwêşê Evdî jî em bi perîşantiyek mezin guhdar dikin. Lê di vir de hinek xalên girîng hene û heger hûn jî dixwazin rewşa xwe pêşeroja xwe fem bikin, ger hûn kêmek jî xwedî dil bin, Derwêşê Evdî tenê besî wê ye. Li qehremaniya wî eşqa dilê wî tenê binêrin. Ew ji nav we derketiye. Ji bo wê ez pir hurmet ji we re dikim. Tiştek xuyaye di vir de tu lê dinêrî hêleke hakîmê Ereban, hakimê Tirkan,Osmanî rastî meyzekin li ser Şengalê tu vê destanê guhdar bikî, li ser vê berxwedaniyê hatiye afirandin. Ev tiştekî pir mezin e. Dîrok a we ye. Dîroka rastiya Kurdiyatî ye. Min 10 cara 20 caran dema min guhdar kir şûnve ez ji xwe re fikirî, piştre min li ser vê min got, ev çi eş ê ev çi dîrok e. Di vir de deng heye, Seyîdxan jî li hemberî we ye. Hurmeta min hemû ji bo hûnermendê me re jî bila vê zanibin. Ez di vî milî de xurt nînim. Le bila hûnermendên me, me rakin ser piya. Ev çi gotina meseleye, ev çi egîdî ye? Ger tu xwe negihînî vê tu çawa hûnermend bî? Di deqê de min ev tişt fêmkir. Keç û xortên we jî hene, ger hûn vî tiştî fêm nakin dilê we germ nebe, ger hûn li ser vê êşa mezin û qehrêmeniya mezin nesekinin wê demê ez ê bêjim hûn îxanête li dîroka xwe dikin. Hûn nikarin xwedî dil xwedî keç û xortbin. Di vir de ev jî tê bîra
KOVAR DICLE
SAL 2
2019/3/20
HEJMAR 12
min, ez dinerim û dibêjim gelo em jî dimirin? Ger hûn hozanê me kêmek jî dirust bin, hinek xwedî dil bin. Di vir de hinek xal hene çine ev? Pirsgirêk, şer, birîndariya şer û dawî de mirina şehîdbûyînê ye. Dawî dîsa hinek gotinên Edûlê hene. Niha ez ji bo hemu hûnermendan re dibejim gotinên Edulê gotinên mezin in. Hûnermend û hozanên me hinek tişt jibîr kirine. Dinêre lê nizane wateya vê çiye? Lê belê her gotinek ji bo me pirseke mezin e, şexsiyeta Kurd, şexsiyeta paqij şexsiyeta egîdî heye. Di rastî de ji dil qut bûye, min ev tişt dît na xwe min ji bo Ehmedê Xanê jî got. Di destana Mem û Zînê de jî ev tişt heye. Niha ger tu xwe nagihîne van tişte wê demê tu ne hûnermendî, ne siyasetmedarî, ne gerîlayî. 300 sal, 200 sal rastî Kurdiyatiye me ketiye. Din bin destê Osmaniyan de,
52
CIVAKÎ
Diclepress13@gmail.com
di bin destê Ereban de di bin hakîmê Farisan de ketiye. Min ji keç û xortên we egîdî naskiriye Niha binêrin Kurd biçûk mane, na ku we biçûk dibinim, lê tiştek ecebe. Piştî berxwedaneke mezin şûn ve dijmin cejnek çêkiriye. Em pir êşiyan. Lê, me tiştek nû kiribû heta niha gava ku me avêtî him bi mirinê re ya him bi êşa. Me fersend nadît, naxwe ne ku hevalên me fersend didin mirinê. Her roj pir kes xwe dişewitandin. Di van du mehên dawî de xort û keçan xwe pir şewitandin. Di vir de ev hat bîramin 15 hevalên Derwêşê Evdî. Ên me jî gîhişt 60 hevalî xwe çawa dişewitînin. Ev bi hev re girêdayî ye. Ger tu dixwazî 200-300 sal berê fêm bikî, li van şewitandinên dawî
Di rastî de mejiyê we pir xurte, lê belê hinek milan de kêmahiyên we çêbûne. Dijmin jî ji vî tiştî sûd werdigire. Rê nedin van tiştan binêre û gelê me binêre rabûn ser piyan û meşiyan ji bo meşa Roma. Me dîsa cejneke pir mezin dît. Ev ji bo me dîrokin. Pêwîste encam jî werin
Diclepress13@gmail.com
girtin. Ez bi vê boneyê ji bo gelê me dibêjim, bi taybet ji bo keç û xortên me rabin ser piyan. Dibêjin em bi Serokatiya xwe re ne xwe dişewitînin. Ev tiştên pir bi mezinin, lê we bi çavê xwe dît, dijmin dixwaze me bixe. Ev vekirî li ber çavê we ya. Di hêlekê de we dihelîne, di aliyek din re dixe nav agir û tune dike. 200 salên berê jî ev hatibû serê me û bi qehrêmanî bersiv jî hatibû dayîn. Niha hûn dibêjin Serok ji me çi dixwaze? Egîdiya we maye, yan nemaye dilê we maye an nemaye? Ji bo min a girîng ev e. Tiştek din ji we naxwazim. Hûn bi dîroka xwe re ne, hûn bi çanda xwe re ne. Bi we re quwet maye an nemaye? Ez ji we vê dixwazim. Hezar caran spas. Lê belê bê egidî qehremanî nabe. Ger wisa nebe, ez nikarim ji we re silav bişînim. Dîsa ne gengaze ku ez ji hûnermendên me re hurmetê bikim. Ji bo min a girîng ev e. Çawa bê dîn û bê îman nabe, ez jî nikarim we bi vî şeklî qebûl bikim. Ez bi dîroka re bi şerefê re me. Nikarim bi tiştê biçûk re bim. Hûn serê min jî jêbikin, sed carî mirinê jî qebûl dikim, lê belê bi tiştên biçûk re jiyanê qebûl nakim. Êşa min û a we ev e. Na hûn dikarin wek xwe bimînin na ez. Hûn xwe dişêwitînin û ez jî bi vê pir diêşim. Di kar û xebatên min de, şewitandin ji bo dijmin e ne ji bo me ye. Me ev derfet çêkiriye me ev derfet daye hemû gelê Kurd. Lê, dîsa hûn nikarin û ev jî ji min pir diêşîne. Hûn baş dibînin ku di vê meşa dawî a ku me çêkir de, me dijmin rezîl kir û dijmin bin ket. Di cîhanê de rezîl bû. Lê, binêrin hinek hevalên me nikarin rabin ser piyên xwe. Nikarin xwe çêbikin. 200 salî ve binerîn kîjen keçê me wek Edûlê dikarîbûn deng bidin. Egîdê me binerîn eşqa wan mezine, lê belê binêrîn Derwêşe
CIVAKÎ
53
Evdî bi şerê xwe mezin e. Lê çiya jibîr kirîne. Ez ditirsim we jî jibîrkirîbe. Lê ev tiştên rast nînin. Ez bixwe siyasetmedarekim. Di milê îdeolojî û felsefê de xurt im. Ji bo min jî ev jiyan e. Wek qehremaniyê tiştên pir mezin dibînim. Ev jiyan a we ya jî felsefa we ye jî, lê belê we jibîrkiriye. Di hîn milan de hûn hatina xapandin. Eşa we divir de ye. Lê, dîsa di nerîna min de bi were dil ma ye. Ez rehmê ji we re dikim. Ez ji we pêşdetir jî dibînim. Min ji keç û xortên we egîdî naskiriye. Çiqas bi zehmet be jî di xeta welatparêziyê de bi israr bin Ez dikarim werim ser bîranîna xwe dîsa. Hûn heval Bînevş(Berîvan) baş nas dikin a Rojhilata Navîn ew hatibû gel me û keça Botanê ye. Ez bawer im şehîda duduyan bû. Xwe ji zinarê avêtibû. Di namêya xwe de jî nivîsandibû derhêqe çiyayê Cudî de, li ser Kurdistanê û welatpareziyek pir mezin nivîsandibû. Hîna ev name di bîra min de ye. Bi axa Kurdistanê re bi kulîlkên Kurdistanê re xwe xistibû yek û bi qehremaniya xwe dawî ye xwe anî. Ji bo min bîranîneke piri girîng û esas e û bi rastî bi Kurdistanê re bûbû yek. Ev destpêke û ez hêvî me ku hîn jî kesayetên wisa derbikevin. Gelek xortên Êzidî jî nas dikim, rastî jî gelek egîdên we jî hene. Bi 10’an bi 100’an şehîdên we jî hene, lê em bes nabînin. Di nêrîna min de ev jî lîstokêke dijminê hûn avêtine Ewropa û li Ewropa gelek derfet jî di destê we de hene. Ez dinêrim hûn gelek dixwazin keç û xortên xwe derdora xwe biparêzin jî. Lê, em ve jî baş dibînin ku keçeke întîhar kir û pêwîste hûn ve baş bibînin. Di pêşiya we de ev nîşana tehlîke(xetêrî) ye.
HEJMAR 12
2019/3/20
SAL 2
KOVAR DICLE
Hûn xwe dişêwitînin û ez jî bi vê pir diêşim. Di kar û xebatên min de, şewitandin ji bo dijmin e ne ji bo me ye. Me ev derfet çêkiriye me ev derfet daye hemû gelê Kurd Ger hûn di hîn xalan de xwe nasnekin rewşê nasnekin ev întîhar çi ye? An hûnê mirinê qebûl bikin an jî hûnê xeta welatparêziyê biparêzin. Ger hûn di xeta welatparêziyê de derbikiven hûne xiyanetê li Êzidiyatî yê bikin. Xiyanet kirin jî tişta herî xerab e. Çiqas bi zehmet be jî di xeta welatparêziyê de bi israr bin. Dîroka we vî tiştî emîr dike. Di rastî de mejiyê we pir xurte, lê belê hinek milan de kêmahiyên we çêbûne. Dijmin jî ji vî tiştî sûd werdigire. Rê nedin van tiştan. Li Ewropa jî hûn dikarin yêkitîya xwe xurt bikin. Bi hezar salan we berxwedan çêkir jî, lê di vir de PKK rabûye. Dema min Êzidî jî naskirin min got ; vana Kurdên ku heya niha her berxwedane. Li hemberî her tiştî Ji bo dîn û adetên xwe berxwedan e. Min her got, Êzidiyatî gelêkî baştir e. Van nêrîna xwe ez niha jî diparêzim. Hûn nikarin xwe ji Kurdistanê dûr bihêsibînin. Heya dawî xwediyê vê axê, xwediyê Kurdistanê hûn bi xwe ne. Xwediyê dîrok , çand û axa Kurdistanê hûn bi xwe ne. Lê, dîsa bi hîn lawaziyên we dij-
KOVAR DICLE
SAL 2
2019/3/20
HEJMAR 12
min darbe li we xisti ye, hûn xistina xeteke şaş. Lê, belê dîsa hûn dikarin di demek kin de li ser van bisekenin. Dîsa yekîtî û pêşde çûyina we xerap nîne. Gelek hevalên xebatker jî di nav we de hene. Ger hûn qîmet bidine hûn ê rola xwe baş bilîzin. Bi xwedî eşq hûn dikarin hûneriya xwe baş derbixînin. Ez ji hemû ol û mezhêbên dîn zêdetir xwe nêzî we dibînim Ez ji hemû ol û mezhêbên dîn zêdetir xwe nêzî we dibînim. Çima? Ev nêzîkatiya welat e, nêzîkatiya dîrokê ye, nêzîkatiya berxwedaniyê ye. Ez dîsa dibêjim ku bi vî şeklî em ê Kurdîtiya xwe bikin. Ger îslamiyet ji me re baş e, em ç tiştê baş bigirin, lê tiştê sexte derew çima em ê bigirin. Dînê xwedê ye. Bila dînê xwedê tiştekî baş bike, bila ji ên din re tiştekî baş bike. Ê tiştê baş bike nêzî me ye, yê nekin dûrî me ne. Mirov bi vî şeklî
54
CIVAKÎ
Diclepress13@gmail.com
dikare li ser bisekine. Wekî dîn jî ger ev îdeolojiya Ewropa jî me re tiştê baş bikin, emê li dora wan bibin. Lê, ger nebe jî û xirabî tîne wê demê dijminê me ye. Dînê we jî vî tiştî dixwaze. Dînê we bi hezar salan hûn heya vir anî, hûn nikarin xiyanetê bikin. Bêhtir hûn xwediyê Kurdistanê bin. Çima?Ji ber ku ji her kesî zêdetir we berxweda ye. Li ser vî esasî careke din ez cejna we pîroz dikim. Ji we bawerim. Ger hûn ji me bipirsin meşa me ya Roma pir bi zehmet be jî dimeşe. Teroreke pir mezin li ser me heye. Dema min ev çîrok xwend, ev dîrok guhdar kir li ser me hîn mezintir e. Lê, em neketin. Tersî wê bi hêzeke mezin em dimeşin. Sedemên ku ji me re dibin mirin, me niha xistiye sedema serkeftinê, ez niha dinêrîm ji bo me giştî mirin heye. Lê tarze mirina me li ser serkeftinê ye. Hûn jî vî tarzî ji xwe re bigirin. Dîn û ola we vî tiştî dixwaze. Egîdiya we vî tiştî dixwaze. Me dixwest pir tişt bid-
in we lê hûn jî dibînîn ku di qadan de pir dijmin heye. Terora ku li ser me dimeşîne ne hindik e. Berxwedaniya me jî ne hindike. Ez bawerim ku emê jî bi ser bikevin. Lî ser vî esasî careke din cejna we giştî pîroz dikim û ji we re serkeftînê dixwazim. Serkeftin!
Di destana Mem û Zînê de jî ev tişt heye. Niha ger tu xwe nagihîne van tişte wê demê tu ne hûnermendî, ne siyasetmedarî, ne gerîlayî
Diclepress13@gmail.com
JIN
55
HEJMAR 12
2019/3/20
SAL 2
KOVAR DICLE
HÊZA ŞENGAL: MIN HÊZA XWE JI JINÊN YPJ,Ê GIRT
A: EHLAM HECÎ
Di
fermana 3ê tebaxa 2014,an ku wek fermana 73,an di nav civaka êzidî û cihanê tê bi nav kirin û wekî komkojiya sed sala bîsû yekê jî tê navkirin. ev ferman li ser destê çeteyên daîş,ê û li kesayeta civaka êzîdî de jî êrîsa ser hemî nirx û bawerîn mirovatiyê û di bin navê îsalametiyê de hat kirin. çeteyên daîş,ê bi hemû hêza xwe kiriyarên li dijî mirovatiyê li himber civaka êzidî pêk anîn. Çeteyan herî zêde jin hedef girtin, bi dagîrkirina wargeha êzdiyan şengalê re daîş,ê dest bi girtin û revandina keç, jin û zarokên êzdiyan kirin, û bi hezran jinên êzidî li bazaran kirîn û firtin
pê hat kirin, û herî zêde jina êzidî di vê fermanê de êş kişand û rastî zametiyan hat, li himer ticawizî û bazirganiya bi jinên êzidî qetilkirina bi hezarn gel, û dagîrkirina axa pîroz, cihan bê deng ma, lê jina êzidî a ku herî zêde zametî dîtî, li hember daîş,ê serî netwand û li ber xwe dan, jinên êzidî li bin navê yekeniyên jinên şengalê(YJŞ) de xwe bi rêxistin kirin, YJŞ,e ji bo jina êzidî a ku rastî destdirêjiya çeteyan hatî bû hêviyêk, ji bo tolhildana jinan. YJŞ, ji bo tolheldana jinin êzîdî bi hemî awayêkî dest bi têkoşînê kir û piştî rizgar kirina şengalê şervanên yekîneyên jinên şengalê(YJŞ) ji bo rizgarkirina jin û zarokên êzîdî bi qsd’ê re beşdarî hemleya reqayê bûn. Keça êzidî(hêza şengal) yek ji wan keçaye ku di dema fermana 3,ê te-
baxê de ji hovîtiya çeteyan bê beş nebû û ji alyê YJŞ,ê ve hate rizgar kirin. hêza piştî rizgar kirina wê ji destê daîş,ê berê xwe da nêv yekaneyên jinên şengalê(yjş) û li himber daîş,ê serî netewand û çek rakir, hêza di nav refên yjş,ê de, bi peyî çeteyan ket heya axa pîroz a êzdixanê ji çeteyan paqjkirn, pişra berê xwe da payîtexta daîş,ê reqayê û kuzik bi kuzik ji peyî daîş,ê ket ji bo tolhildana jinaên êzidî. Hêza ku rastî gelek zametî û hovîtiya çeteyan hatiya, di nava yjş,ê de hêviyên mezin ava dike. Hêza şengal çîroka xwe ji dema fermanê heya neha ji mera wiha tîna ziman,”ez ji gundê dugûrême di fermanê 73 de piştê wen hêzên xayin jî piştême de reviyan. Em jî reviyan û me xwe gihand çiyayê şengal’ê. Lê cardin daîş’ê êrîşa me kirin. Ez û
KOVAR DICLE
SAL 2
2019/3/20
HEJMAR 12
malbata min hamu û bi hezaran kesin din jî yên êzîdî hatin dîl girtin. Em xistin zindanê û lî gelek cihên îraqê gerandin û her tim emê di zindanda bûn. Piştê wê em darbasê suryê kirin. Em li wir jî li zindan kirin. Her roj û her demjimêrêk daîşêkî dihat û keçek bi darê zorê ji xwera dibirin. pir caran lê me didan û gava me gohdariya xwesteka wan nedikir me pir lêdan dîxwer”.
56
JIN
Diclepress13@gmail.com
Eger ne ypg û ypj’ê bûya ez hîn di destê wanda bûm
Piştê ez ji malbata min qut kirin min nekarî tiştêkî ji wan re bikim. Min xwe bi hêz kir û ez jê destê wen reviŞengal dê nava axftina xweda wilo yam. Eger ne ypg û ypj’ê bûya ez hîn pêde çu:“ji her aliyan va jinê zah- di destê wanda bûm”. matiyê didîtin. Lê roxmê wî me her roj lêdan dixwar û pir zahmatî jî didî- Min hêza xwe jî jinên ypj’ê girt tin lê tucara jina êzidi teslim nebû. Me pir cara karibû xwe xalas bikin. Hêza şengal dê berdawamiya goLê ji ber malbatin me di destê wan tinin xweda behsa tevlbûna xwe ya daîşê hov dabûn ji ber wê jî bu ew di nava refin yjş’ê kir û got:“piştî kû hiza me nebû kû xwe xalas bikin. min wisa xwe bi hêz dît û ez karibim
Diclepress13@gmail.com
xwe jê destê dijman xelas bikim, taybet jî dema kû min keçin dê nava ypj’ê de ditin min biryara tevlbunê nava hêzên yekaniyên jinên şengalê yjş’ê da. Wê wextê min zanî jin çiqas bi hêze. Min hêza xwe jî ji jinên ypj’ê girt û ew ji bo min û jinin êzîdî bûnte mînakêkî jiyan û têkoşînê. Ji roja kû ez beşdarî nav refin yekîneyin jinin şengalê bûm e, min xwe lê ser felsefeya azadî û li ser fikrê rêber apo xwe perwerde kir û roj bi roj jî
JIN
57
xwe li hemî aliyêkî bi hêz kir û hirsa tolheldana dayîk û xoşik û bira û kes û karê me li dilê min da û hevalin minde zêdetir koka xwe dada, ji ber wê hirsa întiqamê jî mabû me wekî girupêk ji hevalin yjş’ê ji şengalê berê xwe da reqa jî bo kû em tola her jinekê û zarokê êzîdî hilînin. Neha jî û li her şert û mercêkî de Em amadene li har cihê kû dijmen hebê şer bikin û tola xwe rakin”. Hêza şengalî di dawiya da axaftinê
HEJMAR 12
2019/3/20
SAL 2
KOVAR DICLE
xwe jî got:”çawa min xwe weha bi hêz kir û perwerde kir. Her jinêke êzidî û hemû jinên cîhanê dikarin xwe li ser fikir û felsefeya rêber apo perwerde bikin. Min bawer nedikir kû jin karibê xwe wiha bi hêz bikin. Me hêza xwe jî li wê êşa kû me kişandiye girt û neha jî Ez pir kefxweşim ku îro ez dikarim bi serbilindî tola xwe hilînim û îro li wî baweriyê dam kû Heta jin azad nebê civak azad nabê”.
KOVAR DICLE
SAL 2
2019/3/20
HEJMAR 12
58
ÇAND
Diclepress13@gmail.com
ZIMAN NASNAMEYA MILETEKIYE
ÎBRAHÎM OSMAN
Ziman û Taybetiyên Zimên Ziman Çi ye?
Bi kurt û kurmancî, ziman nasname
ye. Nasnameya kesayetî û civakî ye. Ziman, rûmet û sedema hebûn û civakbûna mirova ye. Ziman, amrazê ragihandinê, ji hev famkirinê, dan û standinê ye di navbera mirovan de. Rê û rêgezên zimên ên xweser hene û li gorî vê xweseriya xwe ziman bi pêş dikeve, bi demê re xwe nû dike. Dîroka peydabûna ziman bi qasî dîroka mirovatiyê kevne. Ziman pergaleke a bi rêya dengan ji hev famkirinê ye û ji pêdiviyê peydabûye. - Ziman, amrazê ragohandinê ê herî pêşketî ye. - Ziman, pergala dengan a ji hev
famkirinê ye - Fikir û ramanên mirovan bi rêya ziman xwe didin der. - Ziman, hebûneke zindî ye - Ziman, hebûneke civakî ye - Ziman, hevbeşî û parvekirine - Yekîtiya zimanî, taybetiya sereke a netewebûnêye - Zimanê gelekî, bi dîrok, ol û çanda wî re pêwendîdare û bi wan hêmanan ve di nava hevsengiyê de ye - Ziman, stûna netewbûnê a navîn û sereke ye - Zimanê miletekî, xemla wî ye - Civak ji kesan pêk tê û ziman fikir, raman û hestên civakê ên hevbeş tîne holê - Ziman, pira herî zexm a yekîtî û yekparebûna miletiyê ye - Zimanê miletekî nasnameya wî ye - Asta dewlemendiya zimanê her civakê, asta pêşketina wê civakê dide diyarkirin - Ziman bi erênî û neyînî bandorê li hev dikin, peyvan ji hev digrin û li
gorî çand, irf û edet û miletiya xwe gotinan ji xwe re kiras dikin. - Pêşketina zimên bi pêşketina aborî û teknolojiyê ve girêdayî ye. Her ku aborî û teknîk pêş dikeve, tiştên nû peyda dibin nav lê tên kirin û ziman dewlemend dibe. - Bazara jiyanê di destê kê de be, zimanê wan serdeste. - Zimanê bazarê bandorê li zimanê malê û kolanê dike. Ev yek heta radeyekê digihîje asta pişaftinê. Rewşa zimanê Kurdî Divê destpêkê were destnîşankirin ku zimanê Kurdî, zimanê welatekî bi sedsalan bindest û gelekî (miletekí) parçebûyî ye. Zimanekî qedexe ê maleke wêrankirî ye. Zimanê Kurdî, zimanê êş û azarayê. Zimanê Ehmedê Xan î û ê giştiya dengbêjên Kurd ên dilşewitî ye. Dîwarê zimanê Kurdî li ser rikneke zexim hatiye lêkirin û rehên zimanê
Diclepress13@gmail.com
Zimanê kurdî zimanekî kevne. Lê ji ber sedemên ku me dane diyarkirin, di van 200 salên dawiyê de li gorî teknolojiyê û guhartinên van sedsalan pêş neketiye Kurdî digihîjin axê. Ev ziman, zimanê stranan, helbestan, evînan, wesifdayina bedewoyan û xweşbêjyane. Ev ziman, zimanê jinê ye. Ev ziman, zimanê Xwedê ye. Çawa ku peyva “jinê“ ji “jînê“ afirandiye, her wisa jî peyva“Ezdan“ jî ji ê ku“Ez dayî” afirandiye. Zimanê Kurdî yek ji Zimanê navbera her du çeman ê herî xwezayî, dewlemend û kevn e. Zimanê kurdî zimanê xwezayê ye, resene. Dewlemendiya vî zimanî ji xwezaya wî tê. Her tiştek, hebûnewerek bi çend gotinên cûda hatine bi navkirin. Kiyêm tişt hene ku tenê gotinek jê re hatibe dîtin. Zimanê kurdî, ji Kurmancî, Soranî, Zazakî(Dumulkî), Hewramî, Lorî û Goranî pêk tê Kurmancî: Li Bakur, Rojava bi giştî, Başûr herêma Behdînan, Rojhilat ji Ûrmiyê heta bi sînorê serhedê tê axaftin. Soranî: Li Beşekî Başûr û Beşekî Rojhikat tê axavtin.
ÇAND
59
Zazakî(Dumilkî), tenê li Bakur tê axavtin. Lorî, Goranî û Hewramî li Rojhilat tên axavtin. Kurdên Ermenîstanê û ên welatên Sovyeta kevn, ên Konya yê û Anatolya navîn bi giştî bi Kurmancî diaxivin. Ev sedsale ku welatê Kurdan Kurdistan, bi çar beşan ji hêla serdestan ve hatiye dabeşkirin û dagirkirin. Mîna mal û milkên Kurdan, zimanê wan jî hatiye dizîn û talankirin. Ev sed sale ku nîrê zulmê li ser stûyê zimanê Kurdî ye. Li her çar beşên welêt, hetanî van salên dawiyê, xwendin, nivisandin û axavtina bi zimanê Kurdî qedexe bû. Kurd ji ber zimanê xwe bi cizayê giran dihatin cizakirin. Di serdema derbeya leşkerî a 12 Îlona sala 1980 yi de, berdêla bi Kurdî ken û fîkandinê jî ceyayên giran bû. Dibistanên kurdî nebûn, saziyên yekkirina ziman nebûn. Dibistan û sazî dayik û mal bi xwe bûn. Zexteke giran li ser zimanê Kurdî hebû, îro jî heye. Bi rixma hemû qedexe, astengî û polîtîkayên pişaftinê, ger zimanê kurdî heta roja îro hatibe parastin û wenda nebûye, ji ber ku zimanekî kevnar û dewlemende. Para dayikên
HEJMAR 12
2019/3/20
SAL 2
KOVAR DICLE
Kurd di parastina zimanê Kurdî de rista sereke ye. Ji ber ku Kurdistan û miletê kurd bindeste, li her beşekî welêt zimanê bazarê zimanê dewleta desthilatdare. Li her beşekî welêt, xwendin tenê bi zimanê dewleta desthilatdar pêkane. Rêya xwendinê tenê bi zimanê dewleta desthilatdar vekirîye. Tu şensê te nîne ku tu xwendina xwe bi zimanê xweyî zikmakî bikî. Hemî rêyên din girtîne, xetimandîne. Lewre çarenivîsa pêşeroja mirovan bi dûrketina ji zimanê dayikê hatiye berbendkirin. Li dibistanan, kolanan, bazaran, li karên bazirganiyê, siyasetê û aboriyê tenê zimanê dewleta desthilatdar tê axaftin. Tu siûda mirov nîne ku bi zimanê zikmakî bixwîne û bibe tiştek. Kesê tenê fêrî zimanê xwe bibe, ne dibistanan dibîne, ne jî li derekê dikare kar ji xwe re bibîne. Paşeroj ji bo ên wisa nîne, wê birçî bimînin. Ev sed sal in ku qedexe li ser zimanê Kurdî heye û bi Kurdî tu kar û xebat jî nabin. Ji ber wê jî di serdema kapitalîzmê de hemû alavên teknîkî û nûjenî bi zimanê dewletên desthilatdarên Kurdistanê derbasî nava mala kurdî û zimanê kurdî dibin. Tirk, Ereb û Faris çi navî li wî tiştê nû peydabûyî bikin, ew wisa jî derbasî
KOVAR DICLE
SAL 2
2019/3/20
HEJMAR 12
nava mala kurdan û zimanê Kurdî dibe. Ji ber ku ew tişt bi rêya dewleta dagirker tê nava me, tu bixwazî an nexwazî, ev yek bandoreke xerab a neyînî li zimên dike û bi qasî li gorî perçeyan cûdabûnê dixîne nava zimên ewqasî jî zimên qels û lawaz dike. Ev yek reseniya zimên xerab dike, malzarika zimên kavil dike. Helbet ev rewş di serdema navîn a feodaliyê de ne wisa bû. Lema jî dema herî zêde a pêşketin û bilindbûna zimanê Kurdî, ku mirov dikare wekî bihara geşbûna zimanê Kurdî bi nav bike, serdema navîn e. Ahmedê Xanê, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Eliyê Herîrî tenê çend mînakên sereke ên vê serdema navîn ku bi zimanê kurdî berhem afirandine. Hêjayî gotinê ye ku li Bakur, dewleta Tirk bi avakirina komarê re, li ser zimanê kurdî bi taybet polîtîkaya asîmîlasiyon û pişaftinê da meşandin. Ji bo hilandina zimanê kurdî çi ji destê dewleta Tirk hat kir. Li Rojava û Başûr zimanê serdest Erebî bû. Li Rojhilat jî Farisî bû. Çawa ku kurdiya Bakur ketî bin bandora zimanê Tirkî, li Rojava û Başûr
60
ÇAND
Diclepress13@gmail.com
jî zimanê Kurdî ketî bin bandora zimanê Erebî û li Rojhilat jî a Farisî. Li Bakur gotinên Tirkî, li Rojava û Başûr gotinên Erebî û li Rojhilat jî gotinên Farisî şeridîne hewşa Kurdî û têkilî zimanê Kurdî bûne. Lema ji bo nifşê me tê gotin;“Dê û bavên wan ji Kurdî pêve bi tu zimanan nizanîbun, lê zarokên bi zimanê dayikê nizanin ji wan peyda bûn.“ Lê li gel hemû qedexe, bêderfetî û polîtîkayên pişaftin û çewisandinê, kurdên her çar beşan ên ku bi Kurmancî dipeyivin ji zimanê hev fam dikin. Ango dema kurdekî ji Amed ê, yekî ji Behdînan, yekî ji Urmiyê, yekî ji Qamîşlo, yekî ji Êrîvanê tên ba hev ji hev fam dikin. Çawa ku Kurdekî Bakur gava diaxive bêyî ku lê hay bibe li cîna gotinên Tirkî dixin nava axaftina xwe, ên beşên di jî di heman demê de Erebî û Farisî bikar tînin. Ev rastî û realîteya zimanê Kurdî ye. Zimanê kurdî zimanekî kevne. Lê ji ber sedemên ku me li jor dane diyarkirin, di van 200 salên dawiyê de li gorî teknolojiyê û guhartinên van sedsalan pêş neketiye. Mînak, di hêla destûr, hiqûq, matamatîk, tenduristî,
teknolojî, felsefe, uhw. din de, hê nû ketiye nava pêvajoya lêkolîn û nûbunê de. Lê ev xebat jî, hin bi aweyekî rêk û pêk bi ser hev de nehatine komkirin û belawela mane. Mirov dikare bibêje ku zimanê kurdî piştî serdema navîn(feodalî) pêşneketiye û li gorî kapîtalizmê xwe nû nekiriye û di xwezaya xwe a kevin de maye. Di van 20 salên dawiyê de, hin xebatên girîng bi taybet li derveyî welêt li Ewrûpa ji bo ziman hene. Hin kar û xebatên akademîk ên rêzimanî hene. Gelek alavên ragihandin û çapemeniyê hene. Nivîskarê kurdî jî peyda bûne. Lê hîn jî asta xwendin û nivisandina kurdî pirr kiyême. Çend nivîskarên kurd hebin hema bê ewqas jî xwendevanên kurdî hene. Saziyake zimanê Kurdî a netewî nîne. Xebatên ziman di asta kes û partiyan de asê maye. Tu nivîskarekî Kurd, wergêrek, şanogêrek, hûnermendek akademîsyenek di dibistan û akademyên kurdî de fêrî kurdî nebûne. Ji ber ku saziyên kurdan ên wisa di asta netewî de nînin. Kî ji dayika xwe, ji kolana xwe, taxa xwe, bajar an herêma xwe çi fêr bûbe ew e. Li gorî wî/ê kurdiya rast ew e a ku ew pê diaxive û dinivisîne. Her yekî/ê li gorî çap û derfetên xwe wekî takekes xebitiye. Ji nebûna saziyeke zimanê kurdî a hevbeş, bivê nevê li hin ciyan li ser gelek mijaran nakokî rûdidin. Divê ku em bipejirînin ev nakokî xwezayîne lê ne mayindene. Zimanê Kurdî mîna rûbarekî pêl bi pêl berbî yekbûna xwe diherike. Gelek golên biçûk çêbûne. Pêdivî heye ku di navbera wan der erq werin vekirin û tev biherikin ciyekî. ibrahimosman@gmx.ch
Diclepress13@gmail.com
DÎROK
61
HEJMAR 12
2019/3/20
SAL 2
KOVAR DICLE
KONGIREYA NETEWÎ LI NEHRIYÊ
ŞÊX ÛBEYDULLAHÊ NEHRÎ(1830 - 1883)
KAKŞAR ORAMAR
Salên hêsîrî û dûriya ji Kurdistanê
Piştî şerên giran yên li dijî Îranê dema
ku Şêx Ûbeydullah ber bi Şemzînan vedigere, di Tîrmeha sala 1881´an de Osmanîyan ew êxsîr kirin û birin Istembolê. Piştî salekê ew ji girtîgehê reviya û careke din vegerî Nehiriyê, lê hêz û dewletên Ewropa û Rûsiyayê zexta xwe li ser Osmanîya zêde û zêdetir kirin ku şerê serokê siyasî û dînî yê Kurdan bikin. Şerê serxwebûnxwazî û serhildana Şêx Ûbeydullahê Nehirî pirsgirêka Kurd kiribû meseleke navnetewî(intirnational) ku mixabin hêzên biyanî û dewletên Ewropa bi nêrîneke nigatîv lêdinêrîn. Tizarê Rûsiyê jî çimkî di şerê li dijî Osmanîyan de gelek herêmên rojhilatê Tirkiyê an jî bakurê Kurdistanê xistbûn bin desthilata xwe, piştgîrî neda Şêx Ûbeydullahê Nehrî. Ew li dijî pêkhatina welatekî Kurdî bû. Beriya wê serhildanê di sala 1830an de di navbera Rûsan û Şêx Şamil Dagistanî(1797-1871) şerên giran çêbibûn. Serhildana wî berdewamiya serhildanên berê bûn ku navenda wan li Qefqaziya bû û kesên weke Şêx Mensûr û Qazî Mirda li dijî hikûmeta Rûsya Tizarî şerên giran dabûn meşandin. Piştre encama wan pevçûnên dîrokî bû sedema pêkhatina komara otonom a bi navê Dagistan ku di nava 22 komarên otonom yên fedrasyona Rusya de ye.
Rûs ji wê ditirsiyan ku Şêxekî terîqeta Neqşbendî jî mîna Şêx Şamil pirsgirêkên mezin ji dewleta wan re biafirîne. Lê ew di ferqa wê ratsiyê de nebûn ku Kurdistan di nava sinorên Împaratoriya wan de nebû. Li vira xûya dibe ku sedemên din jî hebûne ku dûr nîne li ser hinek xalên aborîsiyasî ji berê de bi rayedarên Osmanî û Qacarî re lihev kiribin. Ingilîzan jî ji ber ku nedixwestin bi şoreşa Şêx Ûbeydullah re rewşek bê pêş ku Îran xwe nêzî Rûsiyê bike, li dijî pêkhatina Kurdistaneke serbixwe bûn. Nêrîna Robert Olson Li gor hinek jêrderên mîna pirtûka bi navê„Serhildana Şêx Seîdê Pîran“ ku ji aliyê Robert W. Olson(1920 - 2013) ve hatiye nivîsandin, tenê Împaratoriya Osmanî piştgîriya serhildana Şêx Ûbeydullahê Nehrî daye. Sedem:” çimkî dixwestin bi rêya wî him pêşiya reformên ku li Ewropa çêdibûn li herêmên di bin hakimiyeta xwe da bigirin û him jî bi rêya Kurdan xebata rizgarîxwaziya Ermeniyan rawestînin”. Pejirandina vê dîtina Rabert Olson hinekî zehmete. Ji ber ku eşkeye ku Osmanîyan neyartiya herî mezin bi vê malbatê re kirin û mezinên wan ji Kurdistanê dûr xistine. Herwiha Şêx Û Nehirî zû bi vê siyaseta Osmanîyan hesiyaye û li ser paşeroja her du parên Kurdistanê xwedî proje û pilanên domdirêj bûye. Ew bi nihînî hertim xebitîye ku peywendiya di navbera her du netewên Kurd û Ermenî da bihêztir bike. Ji ber wê jî di çaxê serhildanê da„Sîmyon Tiko Filovîç” ku
bixwe Ermenî bû, mîna wezîrê kar û barên derve yê Kurdan hildibijêre û ew jî vê pêşniyarê dipejirîne. Ew di wê baweriyê da bû ku bi rêya zagûnên îslamê hemû çîn û komên millî-olî dikarin di civakekê de bi hevre bijîn û hevgirtinê di navbera xwe de pêkbînin. Kongireya Netewî li Nehriyê Şêx Ûbeydullahê Nehirî beriya serhildana sala 1880an di sala 1879an de hemû axa, kesayetî û gire-girên Kurd li gundê Nehiriyê vexwendî mala xwe kirin. Hejmara wan zêdetir ji 200 kesan bûye. Dr. Seyîd Ebdulezîz Şemzînî di pirtûka xwe da vê civînê mîna“kongira kombûna gelê Kurd li Nehiriyê” bi nav dike. Di vê civînê da Şêx Ûbeydullah bi dengekî bilind wiha dest bi axiftina xwe dike:“550 sal beriya niha Împaratoriya Osmanî bi rêya zulim û zorê hat damezrandin. Di dirêjahiya van salan da ew ji rêya îslamê dûrketiye û ola Xwedênenasiyê ji xwe re kiriye kar. Ji ber wê jî di meşa dîrokî ya xwe de bêhêztir û nêzî tunebûnê dibe. Ezîzên min! werin em hemû bi hev re ji rêya axaftin û tecrûbeyên bav û kalan ibretê bistînîn û êdî serê xwe li hemberî zulim û zora Tirkan neçemînin. Ne tenê em Kurdên Tirkiyê belkî Kurdên Îranê jî divê rizgar bibin. Ev daxwaza yên beriya me ye ku divê di bin siya dîn da ji bo azadiya gelê xwe bixebitîn û ji axaftin û zaniyariyên wan tecrûbê bistînin û bigehijîn armancên xwe. Îro Împaratoriya Îranê bi Împaratoriya Osmanî re di halê ceng û şerkirinê de ne û niha derfetek dîrokî bo me hatiye pêş ku divê rabîn ser piyan. Heta ger dewleta
KOVAR DICLE
SAL 2
2019/3/20
HEJMAR 12
Di sala 1881an da dewletên Rûs û Ingilistanê karîn Şêx Ûbeydullah razî bikin ku qedera netewa Kurd bi awayekî din çareser bike Îranê bi Împaratoriya Osmanîyan re jî şer neke, tirseke me ji dewleta Îranê tune. Çimkî di hêza dewleta Îranê da nîne ku zêdetir ji sedhezar siwarên şervan amade bike ku di nava van şervanan da zêdtir ji nîva wan Kurdên me bixwe ne ku elbete ew jî weke me di bin zor û stema Îranê da mane. Mîna ku hûn agehdarin pareke dewlemend ji axa Kurdistanê di bin desthilatdariya dewleta Îranê da ye. Ji ber wê jî emê bizava xwe berê li dijî para lawaztir destpêbikin heya ku di encamê
62
DÎROK
Diclepress13@gmail.com
da birayên xwe di para dewlemend da jî rizgar bikin. Ev bizav û karê me yê bibe sedem ku pareke girîng a axa Kurdistanê bikeve jêr desthilatdariya me û hêzeke mezin bikeve destê me. Bi vî awayî emê xwedî bingeheke bihêztir bin ku li dijî dijminê xwe yê mezin yanî dewleta Osmanî şer bikin. Lê ger em bi çiyayên xwe ve dilgerim bîn, hingî li wira mesela xwarinê yê ji me re pirsgirêkan çêbike. Êca niha ka dîtina we di vê derbarê da çiye? Aya hûn amadene ku ji bo vê hereketê pêngavekê ber bi pêşve hilgirîn an ne?“ her dîtineke we heye, fermon bêjin“. Ji rûyê naveroka vê namê mirov dikare bibêje ku Şêx Ûbeydullahê Nehrî serokê herî dûrbîn û bi aqilê Kurdan bûye ku di dawiya sedsala 19an de xwestiye her du parên Kurdistanê careke din bigehîne hev û dewletekê bi navê Kurdistanê damezrîne. Di vê derbarê da şehîdê nemir Dr. Sadiq Şerfkendî(1937-1992) jî di pirtûka xwe a binavê:”Bizwtinewe Netewayetiyekanî Kurd” da wiha dibêje:“Di havîna sala 1879an da Şêx Ûbeydullah 200 kes ji serok eşîret û şêxên Kurd li herêma Şemzînan li gundê Nehriyê civandin. Di vê kom-
civînê da axaftin li ser çêkirina pilana şerekî bû ku gelek axaftin, nêrîn û behs li ser hate kirin. Encama destpêka axaftinê ew bû ku di çaxekî da şer li dijî her du împaratoriyên Osmanî û Qacarî bê kirin, lê Şêx Ûbeydullahê Nehrî pêngavek wiha li dervey hêza amadebûyiyan didît. Ji ber wê jî di wê komcivînê da karî raya hemû kesên amade bîne ser wê hindê ku berê hêrişî ser Îranê bikin. Payîza sala 1880an şer ji du aliyan destpêkir: Hêza yekê di bin fermandariya Şêx Sedîqê kurê Şêx Ûbeydullah de bo girtina bajarên Ûrmiyê, Selmas, Xoy, Maku û hêza duyê jî di bin fermandariya Şêx Ebdulqadirê kurê mezin ê Şêx Ûbeydullah û hevkariya Hemze Axayê Mengor û Feyzûlahbegê de bo girtina bajarên Mehabad, Minyanduaw, Meraxê û Tebrêzê bû. Êdî wan dest bi şerekî giran kirin”. Xiyanet û encamên wê Di her du hereketên Bedirxanî û Şemzînan da xiyaneta Kurdan rolekî mezin lîstiye:“Yezdanşêrê xizmê nêzê Bedirxanîyan xiyanet li wan kir û di şerê Ûrmiyê da jî Têymur Xanê serdarê Maku ku bixwe Ecem bû bi hevkariya eşîreta Celalî xiyanet li şervanên Şêx Ûbeydullahê Nehrî kir”. Mîna ku tê zanîn ev karê Têymur Xan bû sedema şikesta şerê şervanên Şêx Ûbeydullahê Nehrî li Ûrmiyê. Tenê hesin dikarî hesin bibire. Di şerê Ûrmiyê de şervanên her du aliyan dîsa jî piranî Kurd bûn ku li hemberî hev sekinîbûn. Karekî wiha careke din çîroka tehl a şerê Çaldiran û helbesta Ehmedê Xanî bi bîra Şêx Ûbeydullah anîn. Bêgoman di sala 1880an ger Ûrmiye biketa destê Kurdan rewşa şoreşê yê bigehişta astekî din û paşeroja serhildanê jî yê bi awayekî din bibûya. Ew nameyên ku di navbera rayedarên
Diclepress13@gmail.com
Osmanî û Qacarî, di navbera rayedarên Îngilîz û Rûsan da hatin nivîsandin û şandin, tev nîşanên wê hindê ne ku Rojava û Rojhilat ji azadiya Kurd û Kurdistanê bi tirs û xof bûne. Di wan salan da rewşa îdarekirina dewleta Qacarî û Osmanîyan tejî fesad, bertîlxwarî û rişwexwarinê bû. Hemû netewe ji zor û zulma wan dewletan westiyabûn. Ji ber wê jî ne tenê Kurd belkî Ermen û Nestûrîyan jî piştgîriya serhildana Şêx Ûbeydullahê Nehrî dikirin. Sala 1880an dema ku şerekî giran di navbera Kurdan û dewleta Îranê da destpêkiribû, Osmanî jî li dijî aliyê Kurd ketin nava liv û lebatê. Ji aliyekî din jî Tizarê Rûsiyê hevkariya Qacarîyan kir ku bizava Şêx Ûbeydullahê Nehrî xwe negehîne herêmên din yên Kurdistanê. Ji ber wê jî artêşa xwe li ser sinorên rûbarê Eres û hinek herêmên Serhedê li bakurê Kurdistanê amade kirin. Kurdistan ji aliyê hêzên sê dewletên Osmanî, Rûsiya û Qacarî ve hatibû dorpêç kirin. Giraniya şer gehiştibû pileya xwe ya herî bilind. Dewleta Îranê karî bi hevkariya Têymur xanê Makuyê ku fermandarîya feodal û caşên herêmê girtibû destê xwe, hêzên Şêx Ûbeydullahê Nehrî ber bi çiyayên Kurdistanê ve paşde bibe. Tirajêdiya xiyanetê heya roja îro jî di nava Kurdan de berdewame. Bi awayekî ku mirov dikare bêje di nava Kurdan de xiyanet bûye mîrasekî dîrokî. Şêx Ûbeydullahê Nehrî û Kêmnetewên olî Şêx Ûbeydullah di hemû nameyên xwe de bi hurmet behsa mafên kêmnetewên olî dike û ji wan dawa dike ku li dijî her du împaratorên Osmanî û Qacarî hevkariya Kurdan bikin. Ev jî nîşanên têgehiştina wî ya siyasî ne
DÎROK
63
ku Kurd ji aliyê dewletên serdest ve neyên xapandin û cudatiya olî nebe sedema kuştin û tevkujiyan. Nemir Dr S. E. Şemzînî di cihekî pirtûka xwe”cûlanewey rizgarî nîştimanî Kurdistan” da li ser salên dawiyê yên jiyana Şêx Ûbeydullahê Nehrî wiha dinivîse:“Di sala 1881an da dewletên Rûs û Ingilistanê karîn Şêx Ûbeydullah razî bikin ku qedera netewa Kurd bi awayekî din çareser bike. Ev hevdîtin bûn sedem ku Şêx Ûbeydullah ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd xwe bigehîne Istembolê û li ser vê meselê bi rayedarên Tirk re biaxive, lê Osmanîyan li cihê karekî wiha ew xistin girtîgehê. Bi qasî salekê Şêx di girtîgehê da ma heya derfetek hate pêş ku ji wira bireve û ji rêya Qefqaziya xwe gehande Kurdistanê. Lê her du dewletên Îran û Tirkiyê di sala 1883an de careke din ew girtin û derfeta wê hindê nedan wî ku dîsa ji nûve rêbertiya Kurdan bike. Şêx û hemû endamên malbata wî bi darê zorê sirgûnî Hicaza Erebistanê kirin. Şêx Ûbeydullah Nehrî di sala 1888an de li Mekkê wefat kir. Sala 1893an malbata Şêx tev vegerîn Tirkiyê û çalakîyên Şêx Ebdulqadirê kurê wî(1857-1925) di „komela Cemiyeta Tealî û Tereqîya Kurdistanê“ da berdewam kirin. Tevaya van karên
HEJMAR 12
2019/3/20
SAL 2
KOVAR DICLE
15ê Tebaxa sala 1882an sekreterê sêyê yê Sultan hate Wanê ku Şêx razî bike ji bo çûyîna bajarekî pîroz yê wilatekî Erebî û li wira akincî be. Wî ew daxwaz jî nepejirand û xwe gehand kela Oremar
wiha piştre bûne sedema îdamkirina Şêx Ebdulqadirê Gîlanî li Amedê ku hevçax bû bi şikesta serhildana Şêx Seîdê Pîran di sala 1925an da”. Şêx Ebdulqadir di çaxê serhildana Şêx Ûbeydullah da ciwanekî 23 salî bû ku fermandariya leşkerê Kurdan di destê wî da bû. Li rex wî mezin û serleşkerê giştî yê leşkerê şoreşê jî Hemze Axayê Mengor bû. Fermandarên ji wan jêrtir jî Mihemed Axayê Mameş, Mamend Axayê Pîran, Siwar Axayê serokê êla Zodî, Ebdullah Xan û Îbrahîmê Xanê Zerza bûn”.
KOVAR DICLE
SAL 2
2019/3/20
HEJMAR 12
64
DÎROK
Diclepress13@gmail.com
Nameya Colonel Emilius Clayton Şêx Ûbeydullahê Nehrî mîna lîderekî bihêz û hişyar baş agehdarî lîstên Osmanî û Ingilîzan bûye. Di vê derbarê de li 11ê Tîrmeha sala 1880an ji Başkala qayîmmeqamê Ingilistanê Colonel Emilius Clayton(1841-1921) ji Miycêr Tirotêr re wiha dinivîse:”Dema ez gehiştim vira“Tûson Paşa” ji min re got berî demekê efserek şandiye cem Şêx Ûbeydullah daku peyama wî bigehîne. Şêx gotiye:” Axaftinên ecayêb gehiştine guhê min. Goya Ermenî dixwazin welatekî otonom di Wanê da pêkbînin û Nestûrî jî di hewlidayînê da ne daku bi bilindkirina alayê Ingilîzan efsarê xûlamtiya wan bêxin stoyê xwe. Ez qet destûra karekî wiha nadim û ger pêwîst be yê(li dijî wan) jinan jî çekdar bikim”. Şêx qasidek şandiye cem Mar Şîmûn û ji wî dawa kiriye ku di şerê li dijî Tirkan de bi wî re bibe yek. Daxwazeke wiha ji rêberekî Ermeniyên vira jî kiriye û soz daye ku mafên wan biparêze. Şêx Ûbeydullah heta rûniştvanên gundên ku çar saetan ji Başkale dûrin jî, bixwe re kirine yek...”. Piştre Clayton nameya xwe wiha didomîne:”Mîna ku Paşa dibêje Şêx dixwaze ku kurê xwe ji bo piroja pêşniyaran bişîne Istembolê. Jêderên agehdar dibêjin Şêx di Pêşniyarên xwe de daye diyarkirin çaxê ku“ Ger Babê Alî rewşa nîvotonomiya Kurdistanê bipejirîne, xeraca salaneya xwe yê bi rêya“Bedirxan Begê” bişîne Istembolê û ger bi temamî otonomiya Kurdistanê bipejirîne, yê rêjeya xeracê zêdetir bike”. Xûyaye ku Şêx û Kurd jî bi eşkerahî dijberî dayîna her cûre êmtiyazekê bo Nestûrî û Ermenîya ne. Hevçax bi vê re Şêx dixwaze bi kişandina hemû Kurdan bo aliyê xwe, Nestûrî û Ermenîyan jî li dijî dewleta Tirk bîne
ba şoreşa Kurdan. Bêguman Şêx dixwaze desthilatdariya xwe li ser hemû Kurdistanê tekmîl bike, lê bi du pirsgirêkan re rû bi rû ye: 1. Dijberiya dijwar a du eşîretên pir bihêz 2. Dijmintiya kurê wî pêre. (Navê wî Şêx Mihemed Sidîq bû û Şêx zêdetir kurê xwe yê binavê Şêx Ebdulqadir bi cîgirê xwe dizanî). Ji xeynî vana herçend mumkine niha hêzeke zêde derdora Şêx girtibin, lê şikestek û heta şerekî tund bese ku bibine sedema rûvegerandina eşîret û serokên wan yên jixwe razî an jî mexrûr. Pêşkêşkirina destûra otonomî an jî hikûmeta bi awayê wekalet(niyabî) bi
550 sal beriya niha Împaratoriya Osmanî bi rêya zulim û zorê hat damezrandin. Di dirêjahiya van salan da ew ji rêya îslamê dûrketiye û ola Xwedênenasiyê ji xwe re kiriye kar
Diclepress13@gmail.com
DÎROK
65
HEJMAR 12
2019/3/20
SAL 2
KOVAR DICLE
nêrîna min karekî neyînî ye, lê rastî ewe ku zilamekî bihêz û bi aqil di serê vê sê kuçikê da cîh girtiye û bi baweriya min pêwîste ji aliyê dewletên Ewropayî ve hinek hevkarî ji vê şoreşê re bên dayîn. Meseleke din jî heye ku pêwîste bala we bikşînim ser: Ji ber rewşa hakim di peywendîyên siyasî-olî yên herêmê û têkelîyên berdewam ên di navbera Nestûrî û kilîseyên Inglîzî de, ev bawer bihêz bûye ku Nestûrî layîqî piştgîriya Ingilîzan in. Ev rewşa han ji aliyekî yê li hemberî Ingilîzan bibe sedema bedgumaniya gelên din yên rûniştî li herêmê û ji aliyê din jî yê bibe sedema ji holêrabûna etmosfêra baweriyê di navbera Istembol û Lomdon da. Îmza: Emilius Clayton(11.Gulana 1880 Başkala). Jiyaneke sade! Şêx Ûbeydullah di jiyana xwe ya şexsî da mirovekî sade, qanî, dîndar û gelek evîndarê bexteweriya netewa Kurd bû. Ew li cem Kurdan mîna pêxemberekî dihate hezkirin. Iskender Xûryanis di pirtûka xwe ya bi navê“Serhildana Şêx Ûbedullahê Şêmzînî li Kurdistanê” derheqa Şêx Ebdulqadir da wiha dinivîse:” Mala kurê Şêx di çadireke serbazî de bû ku bêxemil û rewş bû û Mihemed Axayê Mameş dabû wî. Tiştên selteneta wî du tatîyên diryayî û çar tebilên vekirî bûn û…”. Bi giştî ji wan name û jêderên dîrokî ku li ber destê mene armancên serhildana Şêx Ûbeydullahê Nehrî ev heft xalên jêr bûn: - Tevaya Kurdan bi bê cûdatiya malbatî, êl û eşîretî, herêmî
Rûs ji wê ditirsiyan ku Şêxekî terîqeta Neqşbendî jî mîna Şêx Şamil pirsgirêkên mezin ji dewleta wan re biafirîne. Lê ew di ferqa wê ratsiyê de nebûn ku Kurdistan di nava sinorên Împaratoriya wan de nebû
û zaravê li ser “bingehên netewî” li dora hev bicivîne û axa wan ji du dewletên Qacarî û Osmanî ku bi awayê şikilî anku di zahir da îslamî bûn, cûda bike. - Neyarên Kurdan(him Osmanî û him jî Qacarîyan) ji Kurdistanê derxîne. - Her du parên Kurdistanê yên di bin desthilatdariya Îran û Osmaniyan da ji bin desthilatdariya derbara Qacar û Babê Alî rizgar bike û bike yek ku xwedî navê xwe yê dîrokî anku Kurdistan be. - Ji aliyê bazirganî û jiyaneke baştir û rihet ve rewşa jiyana gelê Kurd bigûherîne. - Peywendiyên dostanî û biratiyê di navbera netewên Ermenî, Aşûrî û gelên din de bi bê cûdatiya dîn û ola wan pêkbîne. - Yekîtiyê bi gelên mislman ên Îran û Ereb re di wilayetên Mûsil, Bexda, Hicaz û Misirê de çêbike. - Erêkirina siyasî û hiqûqî a dewletên mezinên Êwropa bi dest bêxe û Kuridistanê ji destê dagîrkeran rizgar bike.
KOVAR DICLE
SAL 2
2019/3/20
HEJMAR 12
Bêgoman di sala 1880an ger Ûrmiye biketa destê Kurdan rewşa şoreşê yê bigehişta astekî din û paşeroja serhildanê jî yê bi awayekî din bibûya Ji xeynî van heft armancên girîng belkî armanca herî mezin ew bûye ku Şêxê Kurd bikarîbe xewin û xwezîyên hezretê Ehmedê Xanî cî bi cî bike ku tim di gotarên xwe de ev helbesta wî bi bîra gire-gir û şoreşgerên Kurd dianî:”Ger dê hebûya me êtifaqek/ Vêkira bikira me ênqiyadek...”. Ez di wê baweriyê de me ku Şêx Ûbeydulahê Nehrî hem baş bi kûrahiya felsefeya hezretê Ehmedê Xanî hesiyabû û hem jî agehdarî dîroka Kurdistanê bûye. Ji ber wê jî di “prosesa netewesazî û hişyariya gelê Kurd” de Şêx Ûbeydulah xwedî rolê herî giran û dîrokî bûye. Hejî gotinê ye ku Şêx Ûbeydullahê Nehrî ji bo gehiştina bi van armancan ji şêwaz û çalakîyên siyasî, dîplomatîk û leşkerî mifa distand. Xwedî hêzeke meinewî a mezin bû û gel bi çavên girtî fermanên wî cî bi cî dikirin. Ew rêz û hurmet heya roja îro jî ji wê malbata mezin re maye û berdewame. Azadkirina Mehabadê û dorpêça Ûrmiyê
66
DÎROK
Diclepress13@gmail.com
Mehabad wek navendekê ku mîr, beg û mezinên wê ticarî li hemberî Sefewî û Qacariyan serê xwe neditewandin, di nêrîna rêberê serhildana 1880an de jî xwedî hinek taybetmendiyên cuda bû. Meha rezbir a sala 1880an hêzên Kurdan di bin serokatiya Hemze axayê Mengûr û Şêx Ebdulqadir de hêrişî Mehabadê û herêmên din yên rojhilatê Kurdistanê dikin. Serokê Kurd li ser destpêka vê bizava xwe ya çekdarî dest bi çalakiyên siyasî jî dike. Di encamê de hema di destpêka şer de piraniya Kurdên Ûrmiyê û Mûkriyan destê hevkariyê dirêjî Şêxê Kurd dikin. Êdî ji wir û şûnde li hemberî Îranê hemû Kurdistanê serî hildabû. Berpirs û hakimên fasid û gendel encama karê xwe yê talankariyê hingî dîtin ku hemû gelê Kurd li dijî wan rabû û piştgîrî dane serhildanê. Meşe şervanên Kurd ber bi Miyanduaw, Meraxê û Melîkan didome. Li pey girtina wan bajaran, êdî Kurd xwe amade dikin ku ber bi bajarê Tebirêzê be biçin. Li Tebrîzê çeper tên amadekirin û dewlet ji xelkê dawa dike ku li dijî Kurdan çekan hilînin. Xala balkêş ew bû ku di dirêjahiya hemû şerên navbirî de Şêx Ebdulqadir hemû tedbîr bikar anîn ku can û malê xelkê rastî zirarê neyê. Li Mehabadê dewleta demkî hate ragehandin. Di şerê ji bo girtin û azadkirina Ûrmiyê de Şêx Ûrbeydullah bixwe fermadraê giştî bû. Xîvet û bargehên Şêx li rojavayê bajarê Ûrmiyê li nêzî gundê Bendê û çiyayê Sîrê hatibûn hildan. Ew cih îro jî bi navê” Şêx Tepe” tê naskirin ku aliyekî bajar yê mezine. Dewleta Îran ji bo parastina Ûrmiyê hemû hêza xwe a leşkerî, hêza Têmyûr Xanê Makûyî û hinek Kurdên xwefiroş bikar anî. Şer û dorpêça bajar 45 rojan berdewam bû, lê Kurd neçar bûn ku xwe ber bi herêma Mirgewer ve paşda bikişînin.
Nameyên balkêş û daxwazên girîng Di 5ê Cotmeha sala 1880an de Şêx Ûbeydullahê Nehrî di nameyekê da ji Dr. Koçran(Misyonerekî Emirîkayî bû ku bi salan li Urmiyê jiyabû ), wiha dinivîse:“Min Mela Îsmaîl şandiye cem te ku bi awayekî devkî bûyerên Kurdistanê ji we re bibêje. Ji we tika dikim ku li ser pirsgirêka Kurdistanê bi durstiyek temam berpirsyarên jor agehdar bikin da ku sedemên çûyîna kurê min bo Mehabadê bi başî eşkera û rohnî bibin. Milletê Kurd bi nifûseke zêdetir ji 500.000 malbatan rûberekî berfirhe ji herêmên çîyayî yên Rojhilata Tirkiyê û Rojavayê Îranê digirine ber xwe. Kurd neteweyeke ku bi taybetmendiyên xwe yên olî, netewî, etinîkî û nifşî an jî nejadî cudane. Kurd xwediyê adet, orf, ûsûl û zagonên xwe yên taybetîne. Kurd di nava tevaya netewan da mîna gelekî bêmentiq, hovsifet û paşdemayî ji karwanê bajarvaniyê hatiye nasandin. Îznê bidin min ez serokaniya babetekî wiha ji were eşkera bikim: Imparatoriya Osmanî û dewleta Îranê ji bo dewama sitemkarî û kedxwariya li ser netewa Kurd, ev tuhmetên wiha bêbingeh dane pal Kurdan daku kiryarên xwe yên nemirovane di Kurdistanê da şirove û bidomînin. We navê „Elî Axa“yê Şikak weke rêberekî eşîreteke rêgir û diz bihîstiye!, lê guneha vî rêberî tenê ewe ku li dijî otorîteya biyanî û dagirkeran şer dike, sitemkaran ciza û dagirkeran jî tenbîh dike. Di derbarê pêşnekeftina Kurdistanê da jî divê bêjim ku hakimên Osmanî û Îranî ji bo tesbîta otorîteya xwe di herêmê da û nîşandayîna bêliyaqetiya Kurdan, hertim di rêya pêşkeftina rewşa aborî û civakiya Kurdistanê da bûne asteng. Wan hertim xwestine ku bi rêya sivikkirina kesayetiyê, gelê
Diclepress13@gmail.com
Kurd xera û nebaş bidin nasandin û rûyê rastiyê Kurdan tevlîhev bikin û çewt bidin nasandin. Niha Kurd gehiştine wê rastiyê ku ti rêyek ji bo dewama jiyana di bin desthilatdariya Osmanî û Îraniyan da tune. Em yek netewe ne ku ji hev hatine cûdakirin û welatê me hatiye parvekirin. Em dixwazin mîna hemû netewên azad di cîhanê da, kar û barên xwe, bixwe birêve bibin. Em dixwazîn weke hemû gelên cîhanê xwedî mafên wekhev bin. Ev armanca me ye û sedema çûyîna kurê min bo Mehabadê jî ji xeynî vê tiştekî din nîne. Îro di Kurdistanê da cûdatî di navbera mirovên çekdar û neçekdar da tune. Bîr û rayên tevaya gelê Kurd bi rastiyekê ve çekdare:“Êdî em nikarîn di bin ala zordariyê da bijîn“. Osmanî û Îranîyan hişikkirina reh û rîşeya netewa Kurd ji xwe re kirine armanc.„ Herwiha Şêx Ûbeydullah di nameyekê da ku ji konsolê dewleta Ingilistanê yê bi navê(Clyaton) re nivîsandiye wiha dibêje:”Gelê Kurd milletekî cudaye..., mezhebê wan mezhebekî dine û adet
DÎROK
67
û orfên wan ji yên wan(Osmanî û Qacarî)yan cudane. Serok û hakimên Kurdistanê çi Tirk an jî Îranî nikarin bi vî awayî berdewam bikin..., bi van du dewletan re em nikarin wiha îdare bikin û bi hev re di nava jiyaneke aştiyane da bijîn. Pêwîste karek bê kirin ku dewletên Ewropî li ser vê pirsgirêkê bên agehdar kirin û di vê derbarê da lêkolînan çêbikin”. Bi vî awayî em di naveroka van du nameya da dibînin ku Şêx Ûbeydullahê Nehrî xwedî armancên dûr û dirêj bûye ku Kurdistanê ji destê her du împaratoriyên Osmanî û Qacarî rizgar bike û dewletekê bi navê Kurdistanê pêkbîne. Jiyan û mirina dûr ji Kurdistanê Li pey têkçûna serhildanê ku hevkariya Ingilîz û Osmanîyan tevî Îraniyan sedema wê a bingehîn bû, Şêx xwe gehande Nehriyê. Ji nûve amadekarî bo şerên dijwartir, lê Osmanîyan îsrar kir ku ji bo hevdîtinên siyasî biçe Istembolê. Silêman Paşa bi xapandikariyên xwe ew girt û şandin Istem-
HEJMAR 12
2019/3/20
SAL 2
KOVAR DICLE
bolê. Beriya desteserkirinê sultanê Osmanî kesên weke albay an jî Colenel Yusifbeg, Kemalbeg û hinek kesên din şandin Nehriyê ku bi awayekî fêrmî ji Şêxê Kurd bixwazin û wî razî bikin ku dev ji şerê li dijî wan berde, lê di karekî wiha de ew biser neketin. Şêx li ser daxwazên xwe rijdtir bû. 15ê Tebaxa sala 1882an sekreterê sêyê yê Sultan hate Wanê ku Şêx razî bike ji bo çûyîna bajarekî pîroz yê wilatekî Erebî û li wira akincî be. Wî ew daxwaz jî nepejirand û xwe gehand kela Oremar. Hêzên Osmanî kela dorpêç kirin. Şêx razîbûna xwe da diyarkirin ku biçe Mûsil û li wira bijî, lê nedxwest zû ji herêmê dûr bikeve. Dorpêça kelayê 18 rojan kêşa û di encama bombaraneke giran de ew kelaya dîrokî û qahîm biser hev de hate xwarê. Kela hate dagîrkirin. Roja 21.10.1882an bi fermana Babê Alî du fermandarên Tirk: Kamîlbeg û Mistefa Neîm Paşa tevî hêzeke mezin a leşkerî Şêx Ûbeydulah dîl girtin. Piştre ew û 100 kes ji endamên malbata wî ber bi Mûsilê ve şandin. Roja 27.11. 1882an ew gehiştine Mûsil û heya 14.12. 1882an li wira man, lê zextên
Di havîna sala 1879an da Şêx Ûbeydullah 200 kes ji serok eşîret û şêxên Kurd li herêma Şemzînan li gundê Nehriyê civandin
KOVAR DICLE
SAL 2
2019/3/20
HEJMAR 12
68
DÎROK
Diclepress13@gmail.com
berdewam ên rayedarên Osmanî ew bû ku wî bi yekcarî ji Kurdistanê dûr bikin. Roja 23.12.1882an ji Istembolê fermana Babê Alî geha destê Kamîlbegê ku şêxê Kurd ber bi Meddînê ve bibin. Ji Mûsil heya Iskenderun, Beyrût, Hîcar heya bajarê Ta`îf, Şêx û kesên pêre rastî êş û nexweşiyên giran hatin. Salek piştre dema ku li roja 12.10.1883an Şêx Ûbedullah bo ziyareta Hecê çûbû Medînê bi nexweşîya vereşînê koça dawî kir. Sê roj piştre xanim û kurê wî jî bi hemen nexweşiyê wefat kirin û her sê li guristana Mûela li bajarê Medînê hatin veşartin. Şêx Ûbeydulah di dema wefatê de 53 salî û hê ciwan bû. Salên dawiya jiyana wî bi hesreta dîtina welat derbas bûn. Salên reş ku tevî hemû endamên malbata xwe di bin çavdêriya tund a rayedarên Osmanî ku bi netirsî mirineke bêmirin ji xwe da her carê li welatekî derbas bûn. re hilbijartin ku jiyan û canê dîrokî yê şoreşê rizgar bikin. Li pey wan, ronaDoza ku hê didome... hiya hîvîyên mezin sirr û razên xwe di awayê mirina wan ya serbilindane de Çîroka vê şoreşê, destana hişyarî, veşartibû. Yên serkeftî û zindî ew bûn, xwenaskirin û azmona pêşengên rêya sultan û diktator jî kes nizane li kû gor azadiyê bû. Baştirîn mamostayên bi gor û wenda ne. dîrokê hemaseyên tije fîdakarî û Ger di singê dîrokê de hinek nav berxwedanên li dijî zalim û dagîrekên dimînin û dibine navdar, ger hinek welat e. Ji hêla din jî dersên tije şerma dibine Simko û Qazî, hinek dibine kur herî mezin a dîrokî, xwesparî, bêbextî û keçên axa xwe û ji dilê civakê wenû xiyanetê ne. Lê gere em ji bîr nekin da nabin, dibine Leyla Qasim, Marku rûpelên dîrokê ne bi navê kesên girêt, Qedemxêr, Zîlan, Seyîd Riza, xwefiroş belkî kesên zana, şervan, se- Mazlum Dogan, Ihsan Nûrîpaşa û yên rok û xizmetkarên doza azadiyê dini- din, hinek jî deyndarê keda hezretê vîsin. Ew ne di qada şer de reviyan û Ehemdê Xanî û Şêx Ûbeydulahê Nene jî di qada xebata siyasî de. Man û hrî ne. Di dilopên xwîna wan a germ man daku her dilopa xwîna wam bibe de bihareke tije awaz û xweşî hate afideryayek ku diktator û xayînên di randin. Dersên wefadarî û rûrastiyê, nava dilê xwe de bifestisîne. mêranî û qehremaniyê hingî sabit Erê şoreşa Ş. Ûbeydullah Nehrî rastî kirin ku ji pêşkêşkirina serê xwe netirşikestê hat, lê nehate tunekirin. Şêxê siya. Armanc ew ku bi wê îradeya xwe Kurd serê xwe netewand. Êdî ji wir û ya hesinîn milyonha kes rêya wan bişûnda jiyana şoreşê di awayê mirina domînin. Ew niha jî di nava me de ne wê de bû û ew çawa mirin bû ku berde- û dengê dilê wan di dilê yek bi yekê wamî, nasname, şerafet û kerameta me de tirpe-tirpê dike. serhildanê dida diyarkirin. Lîderên
Jêder û çavkanî: - Hevpeyvîna min bi Dr Ebdulezîz Şemzînî re - 1993 Ûrmiye - Dr Ebdulezîz Şemzînî, Culanewey rizgarî nîştimanî Kurdistan - Prof. Dr. Celîlê Celîl, Serhildana Kurdan - Mihemed Heme Baqî, Şorişî Şêx Ûbeydulay Nehrî(1880) le belgenamey Qacarî da - Serwan Ehmed Kavyanpur, Dîroka Ûrmiyê(Bi zimanê Fasrî) - Iskender Xûryans, Serholdana Şêx Ûbeydulah Şemzînî di çaxê Nasiredîn Şah de - Baba Merdox Ruhanî, dîroka navdarên Kurd - Dr Kemal Mezher, Lêkolînên li ser dîroka Îranê - Piraniya jêderan wefata Şêx di 12.10.1883an dinvîsin. - Ger li sala 1880an Şêx Ebdulqadir ciwanekî 23 salî bûye, wê demê sala ji dayikbîna wî 1857 e û di sala 1925an da ku hatiye şehîdkirin zilamekî 68 salî bûye.
Diclepress13@gmail.com
ÇAND
69
HEJMAR 12
2019/3/20
SAL 2
KOVAR DICLE
ŞEHRAZAD Û ÇÎROKÊN HEZAR Û ŞEVEKÊ
ABDULKADIR ULUMASKAN
Demekê
du qralên birayên hev hebû ne. Her yekî ji wan li welatekî hukim dikirin. Navê birayê mezin Şahriyar û yê biçûk jî Şahzeman bû ye. Her du bira jî pir ji jinên xwe hez dikirin û her xwestekên wan bicih dianîn. Di dawiyê de her du bira jî pê dihesin ku jinên wan bi wan re xayintî kirine. Her du jinan jî dikujin. Li ser vê Şah Şahriyar digihêje wê baweriyê ku hemû jin xayinin. Ji bona vê jî fermanê dide wezîre xwe ku her roj jinekê ji wî re bîne. Wê her şev bi keçekê re bizewice û ji bona nikaribin roja din xayintiyê bikin dê
serê sibê wê bikuje. Bi vî awayî demeke dirêj Şah, her şev bi keçekê re dizewice û roja din jî wê dikuje. Êdî li herêmê keç pir kêm dimînin. Ji bona vê jî wezîr dikeve nava xofek mezin. Ger ew ji Şah re kesî nebînê serê wî wê bê jêkirin. Keçikek wezîr, nave wê Şehrazad hebû ye. Şehrazad keçek pir biaqil û jîr bû ye. Wê bi gelek çîrokan dizaniye. Şehrazad ji bavê xwe dixwaze ku ew, wê jî ji Şah re bibe. Lê wezîr naxwaze qîza xwe bi destên xwe bibe ser mirinê. Lê Şehrazad bavê xwe dide bawer kirin ku ew ê him xwe û him jî hemû keçan ji kuştina Şah rizgar bike. Dema wezîr keça xwe ji Şah re dibe, Şehrazad ji wî destûrê dixwaze ku berî kuştinê ew bihêle ku Şehrazad ji wî re çîrokekê bibêje. Şah vê dax-
waza wê qebûl dike. Piştî zewacê, êvarê Şehrazad heta destê sibê ji Şah re çîrokek pir xweş û dirêj dibêje. Lê Şah dawiya vê çîrokê pir meraq dike. Ji bona şeva bê berdewamiya wê guhdarî bike, wê nakuje. Şeva dudan Şehrazad çîrokê diqedîne û dest bi çîrokek hîn balkêştir dike. Dîsa dibe sibe û çîrok nîvçe dimîne. Şah wê şevê jî Şehrazad nakuje. Bi vî awayî Şehrazad her şev çîrokekê ji ya berê xweştir ji Şah re vedibêje. Bi vî awayî hezar û şevek derbas dibin. Di nava demê de sê zarokên wan çêdibin. Şah dev ji kuştinê berdide û bi Şehrezadê re zewaceke bextewar didomîne. Şehrezad bi vî rengî hemû jinan ji mirinê rizgar dike. Ji bona vê Şehrezad wek sembola pêşenga azadiya jinan tê naskirin.
KOVAR DICLE
SAL 2
2019/3/20
HEJMAR 12
70
RAPORT
Diclepress13@gmail.com
ASAYÎŞA JINÊN ÊZIDÎ HATE AVAKIRIN
EM WEKE ASAYÎŞA JINÊ HAZIRIN HER MIŞKÛLKÊ JINÊ
DERKEVE EM ÇARESERKIN
A: Nedîme şemo
li
kêleka Asayîşa Êzîdxanê Cara yekemîn Asayîşa Jinên Êzîdxanê jî hat avakirin û bi hevbeşî li gel Asayîşa Êzidîxanê li Xanesorê dest bi parastinê û bicih anîna erka xwe kirin. Ji bo bersiva her êrîşeke derve û hundir were dayîn Asayîşa Jinên Êzidî li Şengalê hate avakirin. Jinên Êzidî û bi taybet jinên Şengalê di dema fermana sala 2014’an de rastî her cure êrîşan hatin, ji bo ku careke din ev yek pêk neyê wan xwe di her milî de birêxistin kirin û roj bi roj rêxistin û sazîbûna xwe berfireh dikin. Ji dema YJŞ’ê hatî avakirin heya roja me ya îro bi dehan jin û keçên ciwan cihê xwe di nav de girtine û tola jinên Êzidî ji DAIŞ’ê hilandine, her wisa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi
heman rengî beşdarî têkoşînê bûne. Di roja me ya îro de gelê me yê Êzidî û bi taybet jin pêwistiya wan ji bo parastina hundir jî heye, ji ber vê yekê Asayîşa Jinên Êzidî hate avakirin. Asayîşa Jinên Êzid dest bi pêngava xwe ya yekem kirin û li kêleka Asayîşa Êzîdxanê de cihê xwe girtin. Di derbarê parastina hundir de endama Asayîşa Jinên Êzidî Suad Kirêt ji kovarê mere axivî û got;”Ev yekem cara em wek Asayîşa Jinên Êzidî cihê xwe di nava asayîşê de digirin û bi hevbaşî kar dikin. Em pir kêf xweşin, ji ber ku gelê me bi me ser bilindin û kêfa wan jî pir hatiye û aram in. Ji ber em bi hevbaşî parastinê dikin. Bi taybet dayik û keçên me aram bûne . Em hêvîdarin ku her jineke Êzidî Asayîşa jinên Êzidî wekî hêza parastina xwe bibîne û beştarî wî erka pîroz bê. Ji ber ku mişikûlê herî zêde
nava civaka me de ten jiyan kirin yên jinê ne. Em weke Asayîşa jinê hazirin her mişkûlkê jinê derkeve em çareserkin”. Kirêt di berdewamiya axaftina xwe de aşkere kir ku ew hazirin ji bo gel her tiştî bikin, da ku carek din rû bi rûyî fermana neyên û wiha domand:”Piştî ferman û qetilîama ku hatiya serê gelê Êzidî di wan fermana de yên herî bêhtir êş kirşandîn jinên Êzidî bûn. Li ser vî esasî me erkek li ser milê xwe dît ku em ji nûva hêza xwe ava bikin. Yekîniyên Berxwedana Şengalê(YJŞ) û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî(TAJÊ) hatin avakirin û niha jî Asayîşa Jinan hate avakirin. Ev ji bo dijmin bersiveke herî xurte”. Her wiha jina ku beşdarî Asayîşa Jinan a li Xaneseroê bûyî Xalîde Xêro axivî û got;”Cihê kêfxweşiyê ye ji bo me û ji bo tevahî
Diclepress13@gmail.com
gelê Êzidî. Ev cara yekemîna Asayîşa Jinên Êzidî li kêleka asayîşa Êzdixan parastina hundirîn dike. Êşa ku me jinan dîtî wê tu zilam nikare li pêşiya me bibe asteng ji ber ku em jî xwedî hêzin û em dikarin xwe biparêzin. Ji ber ku me hêza xwe ji fikir û felsefeya Rêber Apo girtiye. Yê ku jin weke hêz dit û jin dikare xwe bi xwe biparêze Rêber Apo ye. Em jî weke jinên Êzidî li pê vê fikir û felesfeyê bin û xwe bikin hêz, rêxistin bikin û xwe biparêzin. Lemwa em dixwazin parastina dayikên xwe jî bikin”. Xêro di dawiya axaftina xwe de got:”Me nû dest bi kar û xebatê xwe kiriye û emê berfirehtir bikin, ruxmê kû me nû despêkiriye jî me karîbû aramiyê di dilê gelê xwe de çêkin, taybet şêniyên Xanesorê. Weke jinên Êzidî em dê Asayişa Jinên Êzidî li her devera Şengalê bidin avakirin.
RAPORT
71
Em wek jin xwe bi xwe biparêzin ji bo ku weke fermana 2014 serê me de hat nebe. Ger em jinên Êzidî weke niha perwerdekirî û rêxistinkirî bûna em nediketin destê çeteyên DAİŞ ê. dema me çek rakir û me asayişa jinên Ezidxanê avakir, em ketin wê ferqê ku em dikarin civaka xwe û bi taybetî jinên Êzidî biparêzin. Ew cihê ku jin bi xwe parastina xwe dikin aramî hatiye avakirin, dayikên Êzidî jî êdî bawerî didin û keçên xwe tevlî asayişa jinên Êzidxanê dikin. Em hazirin her meşek were kirin, her êrîşeke ser jinê were kirin em jinê biparêzin. Ji ber ku me ji bo parastina jinê çek rakiriye. Her pirsgirêkek ku jin jiyan dikin, zilm li ser wan tê kirin taybet ji aliyê mêr ve em hazirin bi pirsgirêka wan re rabin, mafê wan biparêzin û ji bo wan bibin hêza çareseriyê.”
HEJMAR 12
2019/3/20
SAL 2
KOVAR DICLE
Êşa ku me jinan dîtî wê tu zilam nikare li pêşiya me bibe asteng ji ber ku em jî xwedî hêzin û em dikarin xwe biparêzin. Ji ber ku me hêza xwe ji fikir û felsefeya Rêber Apo girtiye. Yê ku jin weke hêz dit û jin dikare xwe bi xwe biparêze Rêber Apo ye
KOVAR DICLE
SAL 2
2019/3/20
HEJMAR 12
72
RAPORT
Diclepress13@gmail.com
JINÊN ÊZIDÎ: EM BI YPJ̀ Ê SERBILINDIN
Jinên êzidî destnîşan dikin ku ew bi YPJ`ê ku bi sedan jinên êzidî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirine, serbilindin û dibêjin; DAIŞ berdewama fikrên Osmanî ye.
A: RÊNAS REMO - KADAR IBRAHÎM Çeteyên DAIŞ`ê bi tevahiya rêbazan hewl da civakê parçe bikin û fikrê xwe yê terorîst û qirêj belav bikin, bi taybet di nava civaka êzidî de. Civaka êzidî piştî êrîşên çeteyên DAIŞ`ê li ser herêma Şengalê di 3`yê Tebaxa 2014`an de bû armanceke sereke ji çeteyan re. Tevî wê jî hêzên PDK`ê civaka êzidî neparast. Di encamê de komkujiyeke nû li ser wan de pêk hat û bi hezaran jin û zarokên êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatin revandin û qetilkirin. Wê demê destpêkê YPG û YPJ li hember çeteyên DAIŞ`ê sekinîn û piştî avabûna QSD`ê şerên rizgarkirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate berdewamkirin. Ji erkên destpêkê
yên hêzan rizgarkirina jin û zarokên êzidî bûn. Di pêngavên QSD`ê de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sedan jin û zarokên êzidî hatin rizgarkirin. Jinên êzidî yên navçeya Tirbespiyê bi nêzîkbûna tunekirina DAIŞ`ê li ser erdê, kêfxweşiya xwe anîn ziman û destnîşan kir ku ew bi YPJ`ê ku erka rizgarkirina jin û zarokên êzidî girtiye ser xwe, serbilindin. YPJ`ê rûmeta jinên êzidî vegerand Zozan Şemo diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê hewl da civakê, bi taybet civaka êzidî, parçe bikin, ji Şengalê dest pê bike heya Sûriyê û bi hezaran jinên êzidî revandin û wiha dewam kir:”Lê QSD li dijî fikra tundraw sekinî û yekbûna civakê bi tevahiya pêkhateyan ve parast”. Zozan destnîşan kir ku ew bi YPJ`ê ku li dijî DAIŞ`ê sekinî û jinên êzidî rizgar kirin, serbilinde û wiha got:”YPJ cihê serbilindî û serfiraziyê ye, piştî ku rûmeta jinên êzidî
vegerand”. Ji aliyê xwe ve Semîra Şikrî destnîşan kir ku gelê êzidî li ber çavên cîhanê û bêdengiya wî ji ber çeteyên DAIŞ`ê êş û azar kişandine û wiha dewam kir:”Îro bi nêzîkbûna tunekirina DAIŞ`ê re em spasiya QSD`ê bi taybet YPJ`ê dikin ku jinên êzidî rizgar kirine”. DAIŞ`ê hewl da erkên Tirkiyê temam bike Lava Şero teqez kir ku DAIŞ berdewama siyaseta dewleta Tirk a Osmanî ye, ew siyaset têkbirina gelên herêmê yên resen bi taybet civaka êzidî armanc dike û ev tişt anî ziman:”Komkujiyên li ser Ermenan şahida siyaseta dewleta Tirk e ku DAIŞ`ê hewl da temam bike”. Di dawiyê de Lava Şero wiha got:”Cara yekemîn e di dîrokê de jin bi armanca rizgarkirina jinan çekan radike. Wek jinên êzidî em spasiya wan dikin. Her carê ku jinên êzidî rizgar dikin, em kêfxweş dibin”.
Diclepress13@gmail.com
HEVPEYVÎN
73
HEJMAR 12
2019/3/20
SAL 2
KOVAR DICLE
BAYIK: DEMA KU TECRÎD BIŞKÊ, FAŞÎZM JÎ DIŞKÊ
A: xatun ciwana Cemîl Bayik eşkere kir ku faşîzma li Tirkiyeyê ne faşîzmeke ji rêzê ye û got ku Hîtler belasebep negotiye ku wî fikrê xwe ji Tirkan wergirtiye. Bayik got, “Dema ku tecrîd bişkê, faşîzm jî dişkê. Ev jî ji bo mirovahiyê dibe xizmeteke mezin”. Hevserokê Konseya Rêveber Cemîl Bayik li ser sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê, berxwedana grevên birçîbûnê, ‘Plana Têkbirinê’ ya rejîma AKP’ê û 2. Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn dinirxîne û dibêjê: Çalakiyê sînorên zindan û Kurdistanê derbas kiriye. Dijberên faşîzmê hemû li refê çalakgeran e. Lewma ji niha ve di dîroka însanetiyê de bi cih bûye. Dibe ku çalakiyê li Kurdistanê dest pê kiribe, lê belê ji bo mirovahiyê
hemû ye. Ji ber vê yekê li dijî faşîzma Tirkiyeyê ye. Faşîzma li Tirkiyeyê ne faşîzmeke normal e. Hîtler jî gotiye, ‘min ew fikir ji Tirkan wergirt’, ev rastiyekê îfade dike. Ji bo rabûna li ber faşîzmê pêwîstî bi helwesteke li dijî tecrîdê heye. Dema ku tecrîd bişkê, faşîzm jî dişkê. Ev jî ji bo mirovahiyê dibe xizmeteke mezin”. Sîstema Îmraliyê “Sîstema Îmraliyê ji aliyê kê ve hate afirandin? Yên ku pêşengiyê ji modernîteya kapîtalîst re dikin ew sîstem afirandin. Çima? Bi dîtina me, îdeolojî û felsefeya Rêber Apo alternatîfa sîstema modernîteya kapîtalîst e. Alternatîfeke pir xurt e û her diçe tesîrê li ser jinan, gelan, ciwanan, hêzên sosyalîst ên li dijî vê sîstemê
ne dike. Ji bo wê jî dîtin ku eger pêşî li neyê girtin wê alternatîf xurt bibe, wê sîstema modernîteya kapîtalîst bixe nava rewşeke metirsiyê. Wê sîstemê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn ji bo xwe gelek gav avêt, sîstemek ava kir. Rojhilata Navîn ne weke cihekî din e, di bingeha hemû sîsteman de cihê xwe heye. Kurdistan jî li Rojhilata Navîn navendek e. Wan jî dît ku Rêber Apo sîstemê di navendê de dixe talûkeyê. Ji ber vê yekê wan xwestin pêşî li vê tevgerê bigirin, kontrol bikin, derbê lê bixin, tasfiye bikin ku sîstema wan bimeşe. Kî ne ev? Emerîka, Îngîlîstan û Îsraîl in. Yên ku vê sîstemê dimeşînin. Ji ber van sedeman Komploya Navneteweyî kirin. Gelek dewletên din jî tevlî komployê kirin, hêzên Kurd û gelek derdorên din jî tê de cih
KOVAR DICLE
SAL 2
2019/3/20
HEJMAR 12
girtin. Her kesên di komployê de cih girtin, di nav de berjewendiyê xwe dîtin. Komployeke bi vî awayî mirov dikare bêje ku di dîrokê de cara yekê ye tê kirin. Di encam de li gel hemû hewldanên tasfiyekirina fîzîkî, siyasî ya PKK’ê û Rêber Apo jî, Rêber Abdullah Ocalan, gerîla û gelê Kurd komplo têk birin”.
74
HEVPEYVÎN
Diclepress13@gmail.com
Di avakirina sîstema Îmraliyê de nûnerê CPT jî heye, sedema bêdengiya wan ya niha jî ev e. Bayik bi bîr xist ku CPT jî saziyeke modernîteya kapîtalîst in û got, “Ji bo wê jî li sîstema xwe, li êşkenceya Îmraliyê xwedî derdikevin. Tirkiyeyê jî hêzê ji wan digire”.
AKP’ê tiştekî nake. Karê ku dike, ev e: ka wê Erdogan çawa rizgar bike, desthilatdariya wî biparêze. Lewma têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo tê kirin, rastiya dewleta Tirkiyeyê û wan partiyan derdixe holê. CHP ew partî ye ku dewlet ava kiriye. Ew komara ku li ser tinebûna Ermenî, Asûrî û Kurdan ava bû, teşhîr dibe. Têkoşîna me ruh dide gelan. Ji ber vê yekê li dijî Kurd û Kurdistanê hemû dibin yek, li dora Erdogan kom dibin. Sedemên ku Erdogan li ser piyan dimîne ev in. Lingekî van ê din jî partiyên Başûrê Kurdistanê ne. Hemû di nava heman sîstemê de ne. Têkoşîna Rêber Apo hem rûyê wan ê rast derdixe holê, hem jî yê xiyaneta Kurdan. Lewma yek bi yek nikarin xwe li hemberî têkoşîna me li ser piyan bigirin, alîkariya hev dikin”.
Faşîzma AKP-MHP’ê bi xwe ne neteweyî ne
Hin hêzên Kurd bi rejîma AKPMHP’ê tevdigerin
AKP û MHP ji aliyê kê ve hate avakirin? AKP çawa hat û li Tirkiyeyê bû desthilatdar? Eger ku sîstema modernîteya kapîtalîst ew amade nekiriba, alîkarî nedabana wan, ne mumkun bû ku Erdogan bihata û bibûya desthilatdar. Hin kesên li derve û nava AKP’ê ev rastî eşkere kirin. Erdogan û Bahçelî her tim dibêjin, ‘em neteweyî ne, her tiştî em bi rengekî neteweyî dikin’ ev dereweke mezin e. Ji bo gelan bixapînin wan derewan dikin. Ew bi xwe ne neteweyî ne. Emerîka ew amade kirin û anîn desthilatiyê. Çawa neteweyî dibin? Ji bo desthilatiya xwe biparêzin, gelan bixapînin wisa diaxivin. Binerin çi wexta ku AKP û Erdogan ketine tengasiyê daîma Emerîka, Ewropa, Elmanya û yên din desten xwe dirêjî wan dikin û radikin ser piyan. Li derve vê dikin, li hundir jî bi giranî CHP vê dike. Binerin CHP, ji bo azadî û demokrasiye li hemberî
“Rayedarên Tirk bi rengekî eşkere dibêjin, ‘me şaşitiyek kir, em nahêlin ew şaşitî careke din pêk were’. Şaşitî ne bi nezanî kirin, ji mecbûrî kirin. Berevajî vê, eger îro ew li ser piyan bin, li ser desthilatdariyê bin, ev yek bi saya şerê têkoşîna li dijî PKK’ê ye. Ew bi xwe dibêjin, ‘beriya têkoşîna PKK’ê me nedikarî sînor jî derbas bikin. Îro rêya nav dewletan ji me re vebû, pasaportên me hene, bazirganiyê dikin’ û hwd. Çawa ku têkoşîna me rastiya dewleta Tirk û partiyên faşîst derxist holê, gelê Şêladizê jî rastiya gelê Kurd û Başûrê Kurdistanê derxist holê. Gelê Şêladizê got, ‘em bi dagirkeriyê re najîn, em sînoran nas nakin, em yekîtiya neteweyî, biratiyê dixwazin’. Ev yek bi rengekî eşkere anîn ziman”.
CPT jî di nava sîstema îmraliyê de cih digire?
AKP-MHP’ê pilana tesfiyekirina tevgerê danîne
Ev yek zehîfiya wan nîşan dide. Nîşan dide ku tevgera bi pêşengiya Rêber Apo tê kirin çiqasî xurt e. Eger tevgera me xurt nebûya, ev plan amade nedikirin. Dibînin ku tevgera bi pêşengiya Rêber Apo her mezin dibe, xurt dibe. Ne tenê li Kurdistanê, li derveyî welat jî hest û hêviyan diafirîne. Ji ber vê yekê dixwazin pêşî lê bigirin, derbê lê bixin. Ji destpêka PKK’ê ve plan li ser planan amade dikin, lê planên wan netîce nedan. Her tim PKK xurt bû. Beriya vê planê digotin ‘em ê di salekê de netîce bigirin’, lê dema planên wan têk çûn, vê carê jî ev plan amade kirin. Divê mirov rastiya dewleta Tirkiyeyê baş zanibin: ev dewlet, dewleteke netew-dewletî ye. Di bingeha wê de çi heye? Yek netewe, yek ziman, yek ol heye. Erdogan û Bahçelî vê her dubare dikin û ev yek faşîzm bi xwe ye. Dibêjin, divê her kes bibe Tirk. Yên ku dest ji xwe bernedin, ji bo wan mafê jiyanê bernadin. Vê jî eşkere dibêjin û dikin. Dewleta Tirkiyeyê bi temamî li ser vê esasê hatiye avakirin. Li ser şerê taybet hatiye avakirin. Lewma timî ji bo xwe dijminan diafirîne, gelên din qetil dike, dixwaze gelê Kurd qetil bike û hindik mabû ku bigihêje armanca xwe. Gelê Kurd li dijî wê li ber xwe da. Pêkhatina armanca wan li aliyekî, her ku çû rastiya wan derket holê. Rêber Apo ew planên wan hemû têk bir. Ji ber wê jî gotin: ‘PKK û Apo nehiştin em ‘yekbûna neteweyî’ pêk bînin, me dixwest netew dewletê li Tirkiyeyê tevî serdest bikin, lê têkoşîna Abdullah Ocalan nehişt ku em netîce bigirin’. Lewma ‘Plana Têkbirinê’ amade kirin. Eşkere dibêjin, ‘li ser navê Kurd û Kurdistanê çi hebe divê ji holê bên rakirin’. Dibêjin, ‘em vê netîce wernegirin, em nikarin bijîn’. Ew partiyên li ser vî esasî çêbûne, yek jî nikare bijî. Ji ber vê yekê dema mesele
Diclepress13@gmail.com
dibe netewe dewlet û Kurd, hemû alîkariya hev dikin. Yanî ev dewlet bi temamî li ser dijminatiya gelan, li ser dijminatiya gelê Kurd hatiye avakirin. Li ser vê siyaseta înkar û îmhayê dimeşîne. Kî li dijî vê siyasete disekine xayîn tê îlankirin û dibêjin ‘ev Tirkiyeyê perçe dike’ û diçin ser. Lazim e ev baş were dîtin. Ev girîng e, çima? Siyaseta ku Tirkiye li dijî gelan dimeşîne hîn ji aliyê gelek kesan ve nehatiye fêhmkirin. Çi digotin? Gotin, ‘Em vê siyasete dimeşînin; eger mirov bên kuştin, bajar xera bibin, sedem PKK ye’. Yanî dixwestin sûcên ku dikin bixin stûyê PKK’ê. Ji xwe ev karakterê faşîzmê ye. Faşîzm her tim, tiştên ku dike, berevajî nîşan dide. Şerekî psikolojik dimeşîne. Binerin, tiştên ku Erdogan û Bahçelî dikin cuda ne ji gotinên wan. Bajar talan dikirin, qebrîstan bombe dikirin, koçberî û qetlîam dikirin, digotin ‘em hendekan radikin, sedema van PKK ye. Eger PKK’ê ev nekira, me û Rêber Apo me yê pirsgirêk çareser bikira’. Çima? Ji ber ku tesîra Rêber Apo ya li ser gel baş dizanin. Bi vî şeklî dixwestin ku gel rastiyê fêhm neke. Dixwestin PKK’ê û gel, PKK’ê û Rêber Apo bînin dijî hev ku bikaribin tevlîheviyê bikin, pêşî li
HEVPEYVÎN
75
nerazîbûnan bigirin. PDK û yên din jî xizmet ji vê siyasetê re kirin. Ji ber vê yekê serê gelekan tevlîhev bû. Di wê derê de Erdogan û Bahçelî ev gav avêtin. Dewleta Tirkiyeyê dema ku li Îmraliyê hevdîtin dikir, ev ‘plana têkbirinê’ amade kir. Yanî di niyeta wan de çareserî tine bû, amadekariya van tiştên ku niha dikin dikirin. Dema ku fersend dîtin jî pêk anîn ji ber wê jî niha venaşêrin … Meşhûr e, tê gotin ku di Osmaniyan de lîstik zahf in, rast e, lê êdî ew lîstik pere nakin. Berê wan lîstikan pere dikir. Lê êdî Kurd hişyar bûne, wan lîstikan fêm dikin. Êdî lîstikên wan pêk nayên, ji ber wê jî mecbûr man e ku vekirî vê bikin”. Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn “Konferans di cih de ye, dema wê ye. Şerekî pir mezin diqewime. Hedefên wî şerî diyar in. Modernîteya kapîtalîst dixwaze bi vî şerî alternatîfên li dijî xwe ji holê rabike da ku bikaribe Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe bi rê ve bibe. Şerê ku tê kirin di esasê xwe de di navbera modernîteya kapîtalîst û modernîteya demokratîk de ye. Belkî şeklî li
HEJMAR 12
2019/3/20
SAL 2
KOVAR DICLE
dijî hinekan be, lê di esasê de şer ê modernîteya kapîtalîst û modernîteya demokratîk e. Ji ber wê jî ev Konferans girîng e. Divê alternatîfa Rêber Apo ji ciwanan re baş were vegotin. Civak çi bijîn, ciwan jî wê dijîn. Divê rastiyên ku Rêber Apo ji bo gelên Rojhilata Navîn afirand, fêhm bikin. Da ku bikaribin rol û wezîfeyên xwe jî pêk bînin. Divê îdeolojî, paradigmaya Rêber Apo ji bo gelan afirandiye baş fêhm bikin. Ew çiqasî baş bê fêhm bikin, pirsgirêkên Rojhilata Navîn zûtir wê çareser bibin. Ev jî bi îdeolojî, felsefeya Rêber Apo dibe. Li derveyî Rêber Apo kesekî ku ji bo gelên herêmê projeyek afirandiye nîn e. Tenê projeya Rêber Apo hey ku ew were fehmkirin, wê Rojhilata Navîn di şerê cîhanê yê sêyemîn de karibe pirsgirêkên xwe çareser bike. Heta dikare li ser kok û dîroka xwe ji nû ve rabe. Divê ev konferans xizmeta vê bike. Li nava civakan hemûyan ên ku herî zêde ji fikrên nû re vekirî ne, ciwan in. Rola ciwanan a di paradîgmaya Serokatî de pêşêngî ye. Wisa texmîn dikim ku konferans wê li herêmê ruhê demokrasî û azadiyê xurt bike”.