kovara dicle hejmara 9 besi kurdî latînî

Page 1

Sal 2

2018/09/30

Hejmar 9

Diclepress13@gmail.com

ÊDÎ DIVÊ EM BI ÎRADEYA XWE PERGALA XWE AVA BIKIN NAVÊ MELEKÊ TAWÛS TÊ WATEYA ÎLAHÊ ROJÊ CIVAKA KU XWE HERÎ KÊM BIKE ÇÎNÎ CIVAKA EXLAQÎ Û POLÎTÎK E



Dıcle

Lêkolîn, Belge û Lêgerîn Jimar: 9

di vê hijmarê de Êzîdî li benda pêçandina birînên xwe ne CIVAKA KU XWE HERÎ KÊM BIKE ÇÎNÎ CIVAKA EXLAQÎ Û POLÎTÎK E NAMEYÊN NAVBERA PADÎŞAHÊN MÎTTANIYAN Û FER’EWNÊN MISIRÊ

NAVÊ MELEKÊ TAWÛS TÊ WATEYA ÎLAHÊ ROJÊ ARMANCA WAN A SEREKE TENÊ DAGÎRKIRINA KELÊ BÛ PÊŞXISTINA JINÊ TOLHILDANA JI KOLETIYÊ YE LI GEL HEMÛ ZEHMETIYAN EM AXA XWE BERNADIN HÊ DI CIWANIYA XWE DE BÛ ZANYAR Û WÊJEVANEKÎ MEZIN Ew delalê ber dilê şeş xwişkan û tayê bi tenê ye Êdî divê em bi îradeya xwe pergala xwe ava bikin Bersîvêk rast ji fermanê re ji bo ferman neyê jiyan kirin rêxistinbûn pêwîste

TEBAX : 2018

Berpirsyarê Giştî: Aram Kerîm Baban 4 5 12 15 18 23 34 35 38 44 52 59

Director: Samî Emer Qasim Xwediyê Kovarê: Alî Hisîn Hecî Desteya Weşanê - Hisîn Hecî Nefso - Medihe Mirad Nemir - Şêrzad Şemo Qasim - Hemed Beşar Xelef - Îbrahîm Emo Kiçî - Berekat Îbrahîm Hisîn Sepandin û Derhênerî: Deriya Rûnahî Navîşan: Şengal -SincarTel: 07504197663 07507782806 07507174358 E. mail:

Diclepress13@gmail.com


ÊZÎDÎ LI BENDA PÊÇANDINA BIRÎNÊN XWE NE

JI EDÎTOR

Xwendekarên hêja

M

e divê nivîsa xwede giranî da fermanê. Di salvegera fermanê de dubare îşaret tê kirin û rêyên çareserî tê gerandin. Êzîdiyan yek ji fermana herî giran jiyankirin û hîna jî tê jiyankirin. Fermanekî ku encamên wê giran bû şopên wê ne paqijkirin û bandûrên ku dane avakirin derbaznekirin a rastî weke eyba mirovatî li holê di sekine. Êzîdî tenê hate hiştin. Ji pirsgirêka Êzîdiyan re hişyarbûna pêwîst ne hat nîşandan. Ev baweriya ku kêmahiye parastin, li mirasê çandî ya herî kevin xwedî derketin, ewlehiya vê civakê ya giyanî kirin, pêçandina birînên ku fermanê dane vekirin, êşên fermanê dayîna sekinandin erkekî bingehîne ku li pêşiya me disekin e. Piştî fermana Şingalê me 4 sal di paş xwede hişt. 3. 8. 2014 di dîroka Êzîdiyan de rojekî reşe. Êzîdiyên ku zilma DAIŞ ê heya hindirê hestuyê xwe hîskirî êşa vê roje carekedin nûkirin. Ji ber ku birîna civakî ku fermanê daye vekirin hina jî xwîn jê tê. Vê fermanê bîlaçoyek giran li pey xwe hişt. Gund hatin şewitandin û roxandin. Civak li rastê komkujiya komî hat. Gelek jiwan jin bi hezaran mirov hatin revandin. Bi hezaran mirov koçberbûn û li gelek cihên cihanê belavbûn. Hemû gund hatin valakirin. Mal û milkê wan hatin talankirin. Civakek rû bi rûyê tinekirinê ma. Êzîdiyên ku ewqas êş û azarên giran jiyan kir ruxmê her tiştî tekoşîna berdewamiya jiyana xwe didin. Piştî fermanê Êzîdîyên ku ketin rojeva cihanê û bi maxdurbûna fermanê re tenê hat hiştin. Hêzên nav neteweyî, neteweyên yekbûyî û saziyên weke vana hêj jî ferman weke fermî nasnekirin e. Dema ev komkojî dihat pêkanîn cihanê tenê lê dinêrî. Komkojiya ku li pêşiya çavan dihat jiyan kirin ruxmê wê hina jî ev ferman weke jenosîd nehatiye pejirandin û ji alikariya navnetewî mehrûm maye. Li hember fermana Şingalê bê xemî hatiye jiyankirin û eleqeya pêwîst nehatiye nîşandayîn îspata wê 4 salên ku derbazbûyî ne.

Bi derfetên xwe bi xwe û di şert û mercên gelek zehmet de Êzîdiyên ku tekoşîna jiyanê didin di her alî de pêwîstiyên wan bi alikariyê heye. Em ji navendên rehabîlîtasyonê bigrin heya alikariya derûnî, ji bo şert û mercên jiyanê bêne dest girtin heya alikariya maddî û manewî divê destê alikariyê bê dirêjkirin. Piştî fermanê bi hêza xwe ya cewherî li ser piya mayîn esas girtin, hîna jî di çadiran de jiyankirin û xaka xwe ne terikandin tekoşînekî berxwedanê ya pir girînge. Ji vê tekoşînê re destek dayîn erkekî mirovatiye. Di serê pirsgirêka herî bingehîn ya Êzîdiyên Şingalê de gehiştina statukoyekî siyasiye. Ji bo carekedin ferman neyêne jiyankirin xwe gihandina sererastkirina destura hiquqa yasayî ye. Ji ber ku hertim dibin xeteriya fermana de şerê jiyanê didin û xeteriya DAIŞ ê bi tevayî xelas nebûye. Ji ber vê berê her tiştî pêwîste pirsgirêkên Êzîdiyan ya siyasî, civakî, aborî û ewlekarî bêne derbazkirin. Çar salên ku derbazbûne de ti pirsgirêkên Êzîdiyan nehatiye çareserkirin. Ji bo ji nû de avakirina Şingalê bizmarek jî nehatiye lêdan, ti alikariya derve ne gehiştiye. Di mijara tespitkirin û rêya çareseriyê gerandin de, ji bo birînên fermanê were pêçandin pêwîste her kes berpirsyarî bigre ser xwe û erkê xwe bi cih bîne. Eger em mijarên bingehîn yên ku pêwîste rêz bikin: 1. Divê hikumeta Iraqê û rêveberiya herêma Kurdistan berpirsyariyên xwe yên fermanê bizane û îrada Êzîdiyan nas bike. Naskirina statuya siyasî û gihandina ewlehiya yasayî pêwîst e. 2. Hêzên navnetewî divê fermana Şingal fermî nas bike, weke jenosîd qebul bike û divê çerçovê de alikarî bide gelê Şingalê. 3. Hîna jî aqubeta bi hezaran jinên ku di fermanê de hatine revandin nayê zanîn. Ruxmê ku tê zanîn ev jinana di pazara koleyan de tê firotin bi zorê didin zewicandin di derbarê van windahiyan de ti hewldanên ciddî nehatine kirin. Ji bo Êzîdiyên ku li benda xelasiyê ne di asta navnetewî de hewldan dayîna destpêkirin û ji bo jin û zarokên ku rizgarbûne alikariya derunî

divê bê dayîn. 4. Êzîdî girtina bin parastina hêzên navnetewî de û gehandina ewlehiyê. 5. Ji bo gel yên ku şert û mercên penaberî jiyan dike ji bo vegera wan ya malên xwe alikariya ku pêwîste divê bê kirin. Cih û warên wan ji nû de bê avakirin û xebatên binesazî divê bê destpêkirin. 6. Teybet piştî fermanê politikaya KDP ê li ber Êzîdiyan pir xerab bûye û ji temsîla berjewendiyên Êzîdiyan durin. Divê dev ji vê sekna xwe ya neyênî berde, xwe ji sekna tewanbar derxe û divê berpirsyariyên xwe bi cih bîne. 7. Ji bo Êzîdî carekedin vegerin ser axa xwe şertên û mercên jiyanê avakirin û pirsgirêkên ewlekarî çareserkirin û pêdîviyên perwerde, tendurustî, çûn û hatin û xweyîkirinê divê bi cih were. 8. Di qada navnetewî de ji bo maxduryeta civaka Êzîdî bê derbazkirin alikariya maddî û manewî dayîn, ji bo Şingal ji nû de bê rewşa lê jiyankirinê divê hêzên navnetewî li berpirsyariyên xwe xwedî derkeve. Hîn gelek mijarên ku em rêz bikin hene. Ev 4 sale erkên ku ne hatine bi cih anîn û berpirsyariya mirovatî pêkanîn xwedî girîngiyek mezin e. Êzîdiyên li Şingalê di şetên pir xerab de dijîn li benda destê alikariyê ne. Di pêvajoya fermanê de yê ku midaxela Şingalê kir û Êzîdî ji qetlîamê rizgar kir ji derveyî PKK ê xizmeta ti kesî weke şênber gav nehatiye avêtin. Hem di milê ewlekarî de hem jî di milê pêdîviyên jiyankirinê de ji dervey alikariya ku PKK ê dayî ti alikarî nehatiye dayîn. Pêwîstiyên gel yên bingehîn yên weke av û xwarina esasî destpêkê PKK ê pêşwazî kiriye. Aliyên ku ketine hesabên siyasî û yên ku di bingehê berjewendiyên xwe yên teng de nêzîkbûn zerar daye Êzîdiyên Şingalê. KDP ku zemîn ji tehdit û êrîşên dewleta Tirk re vedike, xwe dispêre Tirkiye û dixwaze xwe di Şingalê de hakim bike û ev di qetlîama k udi Xanesorê de pêkhat de dijminahiya beramberî Êzîdiyan carekedin derxist holê. Di salvegera fermanê de bersiva herî baş ya ku bê dayîn rêveberiya xweser û statoya Şingalê dest girtin e.


Diclepress13@gmail.com

FIKRÎ

5

HEJMAR 9

2018/09/30

SAL 2

KOVAR DICLE

CIVAKA KU XWE HERÎ KÊM BIKE ÇÎNÎ

CIVAKA EXLAQÎ Û POLÎTÎK E

ABDULLA OCELLAN


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/09/30

HEJMAR 9

Bi modernîteya demokratîk, weke wê bê têgihîştin -tîpekîawayekî nû yê civakê, weke ne kapîtalîzm û ne jî sosyalîzm, nayê afirandin. Diyar dike ku van têgînan, têgînên propagandayê ne ku ji wesfandina civakê dûr in

Çernîteya awa ku gengaz e mirov modkapîtalîst bi awayê sê re-

hendên girîng bihizire, nêzîkatiyeke dirûv ji bo madernîteya demokratîk jî dikare derbasdar be. Li beramberî civaka hilberînê, civaka sanayî û civaka dewlet-netew a kapîtalîst, ku ji bo modernîteya kapîtalîst weke bêberdewamiyên bingehîn û wesfên xweser têne hizirîn, rehendên modernîteya demokratîk ên civaka exlaqî û polîtîk, civaka eko-endûstriyel û civaka konfederalîst a demokratîk derdikevin pêş. Rehend di hûrgilî(detay)yan de di hêla herdu sîsteman de dikarin bêne pirkirin. Lê ji bo ku bi xetên giştî bêne pênasekirin, van rehendên sêmendî dikarin wateyeke têr bidin. Rehendên modernîteya kapîtalîst di beşên beriya vê de ti tehlîlên berfireh de hatibûn derbaskirin. Hewl hatibû dayîn ku modernîteya demokratîk jî bi pêşketina wê ya dîrokî ve, bi berawirkirina wê ya bi modernîte û şaristaniya klasîk re û bi hêmanên wê yên serekîn ve, bihata xuyanîkirin. Dema li rehendên bingehîn were cûdakirin û

6

FIKRÎ

Diclepress13@gmail.com

ji nêz ve were pênasekirin, wê vebêjan(vegotin)a wê û nêzîkatiyên pratîk bihêz bibin. Her wisa gengaz bû ku civaka exlaqî û polîtîk, weke civaka demokratîk(komunalîteya demokratîk) jî bihata pêşkêşkirin. Dibe ku nêzîkatiya herî guncav a kategorik ev bûya; ku bibûya beramberî civaka kapîtalîst. Lê ji ber ku di xwezaya civaka exlaqî û polîtîk bi xwe de civaka demokratîk jî heye, me xwe dûr neda ji esasgirtina civaka exlaqî û polîtîk. Li ser vê mijarê di beşên cûrbecûr de hatiye rawestîn. Tişta ez ê li vê derê bikim, wê bibe berheveke serekîn. Beriya ku civaka exlaqî û politik biwesfînim, ez mijarekê di berbarê cewhera wê de çiqas dubare bikim, wê ewqas di cî de be. Ew jî têkiliya derûnî(cewherî) ya civaka exlaqî û polîtîk li milekî bi qencî, dilşadî, rastî û xweşikiyê re û li milê din, têkiliya wê ya bi azadî, wekhevî û demokratiyê re ye. Qencî û dilşadî ji xwe cewherên exlaq in. Rastî bi heqiqetê re pêwendîdar e. Tiştekî tewş e ku mirov rastiyê/heqiqetê, li derveyî civaka exlaqî û polîtîk bigere. Ya/ yê ku nikaribe bibe exlaqî û polîtîk, nikare rastiyê bibîne Û xweşikî têgîna armanc a estetîkê ye. Ez xweşikiya li derveyî civaka exlaqî û polîtîk, weke xweşikî nahesibinim. [Ji ber ku] xweşikî exlaqî û polîtîk e! Têkiliya azadî, wekhevî û demokrasî, ku sêmendên din in, bi civaka exlaqî û polîtîk re, xeylî hatiye tehlîlkirin. Ti civak, bi qasî civaka exlaqî û polîtîk, ne di wê hêzê de ye ku azadiyê, wekheviyê û demokrasiyê hilberîne û pêk bîne. Mijara yekemîn a berhevê di derbarê kapasîteya civaka exlaqî û polîtîk de ye, ku dikare biguhere û veguhere. Kapasîteya guheran û veguheranê,

ta ku rehenda exlaqî û polîtîk, weke heyîna bingehîn, ji holê neyê rakirin, dikare were hizirîn weke civaka herî berfireh. Bê gûman di ti civakek de nikare exlaq û polîtîka bi tevahî ji holê werin rakirin. Lê dikare erkên wan ta radeya dawî werin tengkirin. Ji bo mînak, di civaka modernîteya kapîtalîst de exlaq û polîtîka di bin zordariya dewlet-netew de hatiye daxistin asta herî kêm û heta hatiye tengkirin heya sînorên tunebûnê. Em li ser sedem û encamên vê yekê bi dirêjî rawestibûn. Gelo, tê wateya ku di vê rewşê de civak guheriye? Na(naxêr). Berevajî, tê wateya ku hatiye tengkirin, guheran û cewazbûna wê hatine rawestandin, heta hatiye neçarkirin bo homojenbûnê û di bin statuyeke pirr tund a huqûqî de hatiye fetisandin. Em kapasîteya wê ya guheranê li milekî bihêlin, di bin navê homjenbûnê de, ji bo çêkirina tek-cûre çand û hemwelatî, hatiye daxistin asta dubendiya em-a/ê dîtir û hatiye tengkirin. Di dîmen de, weke ku civaka nûjen/modern guheraneke bêsînor jiyabe, dîmeneke pir-reng tê pêşkêşkirin. Ev bi temamî medyatîk e û dîmena propaganda ye. Lê, rastiya di bin wê de tek-rengî ye; yan nêzî [rengên] bej e, yan jî reş e. Li beramberî vê, civaka demokratîk ku awayê modernîteya hemdem a civaka exlaqî û polîtîk e, bi rastî jî ew civak e ku cewaziyan bi awayê herî fireh dijî. [Têde] Her komên civakî, bêyî ku bêne neçar(mehkûm)kirin bo tekcûre çand û hemwelatî, dikarin bijîn di nava cewaziyên ku wê li dora çand û nasnameya wan de çêbibin. Komcivak, ji cewazbûnên çandî heya cewazbûnên siyasî, dikarin potansiyelên xwe derxînin holê û wan veguherînin bo jiyaneke


Diclepress13@gmail.com

çalak (aktif). [Di civaka demokratîk de] Endîşeya ti komcivakan a homojenbûyînê tine ye. Tek-rengî weke kirêtî, gebsoyîtî û hejarî tê ditin. Lê, pir-rengî zengînî, xweşbînî û xweşikiyê di xwe de werdigire. Tê wateya ku wekhevî û azadî di bin van mercan de bêhtir têne bidestxistin. Ancax wekhevî û azadiya spartî bi cewaziyan, heja ne. Ji xwe azadî û wekheviya ku bi destê dewlet-netew hatine çêkirin, mîna ku di tevahiya ceribandinên li cîhanê de jî hatiye îspatkirin, tenê ji bo yekdestiyan in. Azadî û wekheviyên rastîn, bi yekdesteyên desthilatî û sermayeyê neyên dayîn. Tenê bi şêwaza siyaseta demokratîk a civaka demokratîk têne bidestxistin û bi parastina cewherîn têne parastin. Reng e ev pirs were kirin: Gelo sîstemek çawa dikare ewqas cewaziyan ragire? Bersiva ji vê re were dayîn, di bingehe civaka exlaqî û polîtîk de yekîtî ye. Tekane nirxa ku her takekes û kom jê deman/tawîz nedin, pêdagerî (israr) ye ku weke civaka exlaqî û polîtîk bimînin. Merca tekane û bes ji bo cewazî, her wisa ji bo wekhevî û azadî civaka exlaqî û polîtîk e. Civaka demokratîk weke

FIKRÎ

awayê nûjen ê vê civaka dîrokî, xwe herku diçe bêhtir îspat dike. Liberalizm, ku bîrdoziya navendî ya sîstema fermî ya modernîzmê ye, xeylî argûman (bahane)an bikar tîne ji bo ku vê rastiyê paşevaj bike. Lîberalîzmê hema hema dike wekhev li gel demokrasiyê. Geremoleke tam a têgînan tê afirandin. Xwe wekhevkirina lîberalîzmê, tevî ku bîrdozî ye, li gel demokrasiyê, ku sîstemeke siyasî ye, mînaka tîpîk a vê yekê ye. Lê lîberalîzm di cewher de tê wateya rûxandina bêhevsar a takekes li pêşberî civakê, ku serweriya yekdestiyan a li ser civakê vêya îspat dike. Her cûre ezeziya ku demokratîk nebe, ji malbetê heya dewletê, di meyla dîktadoriyê de ye. Lê takekesiya demokratîk cewaz e. Dengdana wê ya hev beş, weke biryardariya civakê, berê pêşîn dide takekes. Û takekes, tenê dema ku vî dengi û vê biryardariyê esas bigire, nirxa wî/wê çêdibe û di civakê de ciyekî rêzdar ji bo xwe dibinê. Wê demê, ezeziya liberal wek cûre-yekdestiyeke bêsînor û bêhejmar, antî-demokratîk e. Her yek zimandirêjî û geremoliya têginên liberal yan jî neolîberal, nikarin vê taybetmendi

7

HEJMAR 9

2018/09/30

SAL 2

KOVAR DICLE

Modernîteya demokratîk, ne tenê têkoşîna çînî li ser bingeheke rast dike; her wisa civaka xwe bi desthilatî û dewleteke nû ve nafetisîne û nakeve vê kemîna dîrokî, Pêdizane ku çiqas xwe bike desthilatî û dewlet, çînîbûn jî di wê rêjeyê de pêş dikeve ya wê ya serekî biguherînin. Lîberalîzm, ku di hêla wateya wê ya peyvê de, weke ‘azadbûyîn’ jî tê bikaranîn, di sepanê de îspat kiriye ku nekariye vê jî veguhêzîne wêdetirî pêşketina bêsînor a yekdestiyan. Azadiya ku di dîmen de tê pêşkêşkirin, di pratîkê de li qeyd (pranga)ên pir-alî yên bîrdozî û daringî (madî) hatiye xistin, ku di dîrokê de tew di rejîmên fîrewnan de jî nehatine dîtin. Azadiya rasteqîn di civakek de, tenê dema ku bi rehenda civakî were destekkirin, dikare wate werbigire. Azadiyên takekesî yên ji alî civakê ve neyên destekkirin, dikarin tenê girêdayî bi însafa yekdestiyan ve wate wergirin, ku ev jî tê wateya rewşeke dijraberê giyana azadiyê. Ji xwe ti pirsgirêkekê lîberalîzmê ya bi navê wekheviyê tine ye. Civaka exlaqî di mercên modernîteya kapîtalîst de awayê herî tengkirî, hêştî bêerk û bêmeriyet ê dîroka xwe dijî. Dîsa, qadên huqûqî têne danîn li şûna rêsayên exlaqî, bi şêweya ku di ti serdemên dîrokê de nehatibe dîtin. Burjuwazî weke çîn,


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/09/30

HEJMAR 9

8

FIKRÎ

Diclepress13@gmail.com

exlaq bêmeriyet dike û serweriya xwe ya çînî di bin navê ‘huqûq’de, heya hûrgilî (detay)yên herî zirav, dike kod û li civakê ferz dike. Civaka huqûqî li şûna civaka exlaqî tê bicîkirin. Li vê derê em bi guherdetiyeke pirr girîng re rûbirû ne. Mirov di dîrokê de rastî hewldanên huqûqîkirinê tê. Lê, di ti yek ji wana de, bi qasî di ya modernîteya burjuwa de, li hûrgiliyan (detayan) nehatiye fetisandin. A di rastî de tê pêkanîn, yekdestîperestiya çînî ye di bin navê huqûqê de û afirandina yekdestîperestiya huqûqê ye. Ne gengaz e ku xwezayek ta radeya dawî girîft weke civak, bi huqûqê were rêvebirin. Bê gûman, ciyê huqûqê di civakê de heye, lê bi mercê ku dadwer (adil) be; bi vê wateya xwe jêveneger e. Lê, ya ku ji alî dewletê ve di bin navê huqûqa pozîtîv de li civakê tê ferzkirin, ne huqûqa dadwer e, lê yekdestîperestiya çîn û netewa zal (hakîm) e, ku li huqûqê hatiye barkirin û rêsaperestiya dewlet-netew e. Rûxîna exlaq hemwate ye li gel rûxîna civakî. Tiştên dibin û rû didin vê heqîqetê piştrast dikin. Di roja îro de, civakên guzîde weke DYE û Rûsya, bê statuqo, anku beyî rêsayên fermî yên huqûqe, nikarin tew yek saetekê jî xwe bidin jiyandin. Civak dibe qada hovîtiyê, weke em yekcarna di heyamên (serdemên) aloziyê de rastî wê tên. Di rastî de ev rewş rastiyekê derdibirre. Dema me dewlet-netewê pênase kir, me wê weke awayê şer ê ferzkirî li heya çavikên civakê, destnîşan kiribû. Ev rastî di heyamên alozî û qeyranan de tê îspatkirin. Potansiyela herî mezin a qeyranê civakên fermî yên huqûqê wê di xwe de werdigirin. Sedem jî bêpariya wan a ji rêgeza exlaqî ye. Sedema


Diclepress13@gmail.com

ku jîngeh di rehendên felaketan de qeyranan dijî, ew e ku li beramberî bêpariya ji rehenda exlaqî, huqûqa jîngehê jî hîn nehatiye pêşxistin. Bi ser de, jîngeh, ne mijareke wisa ye ku bi huqûqê were parastin, ji ber ku bêdawî ye. Lê, kartêkeriya huqûqî ta radeya dawî sînorker e. Lewre, sedema pirsgirêka ekolojîk, ketina ji rêgeza civaka exlaqî ye. Civakek ku nikaribe ciyê ku rêgeza civaka exlaqî heq dike bidê, domdariya wê, ne di bunyeya wê ya hundirîn de û ne jî di jîngeha wê de namîne. Rastiya rojaneyî vê yekê pirr baş rave dike. Heman mijar ji bo rêgeza civaka polîtîk jî derbasdar in. Dema ku rêveberiya dêwane ya burokratîk a dewlet-netewê were danîn li şûna polîtîkayê, sazbariya demokratîk a civakan namîne. Rêveberiya dewlet-netewê, ku xwe çirpandiye (têxistiye) nava civakê heya çavikên wê yên herî zirav, bi vê rewşa xwe ve, tê wateya awayê bifelç ê civakê. Civakek ku hemû pêkhatinên xwe û karên xwe yên hevbeş ji burokrasiyê re hiştibe (terikandibe), bi rastî jî hem weke mejî (zihîn) hem weke vîn (îrade), rewşeke giran a felcîtiyê dijî. Ne bêsedem e ku Ewrûpa, ku vêya têderxist (ferq kir), bi hemû hêza xwe ve rêgeza polîtîk a demokratîk hembêz kir. Sedema pêşxistina wê ya kêm-zêde, ew e ku li gel burokrasiyê, ji polîtîkaya civakî re jî qad hêştiye. Civaka polîtîk, li gorî dewlet-netewa modernîteyê, gef(tehdîd)ek e li dijî hebûna wê, yekîtiya wê û yekparetiya wê. Lê di rastî de, rêveberî û burokratîzma dewlet-netew, ku, wêdetir ji tengkirina hêmana polîtîk, weke awayê heyîna civakê, wer lê kiriye ku bi kardanî (fiîlî) nikaribe were bikaranîn, ne tenê weke şûrê

FIKRÎ

Demokles li ser civakê radiweste, di heman demê de saet bi saet wê [civakê] hûr dike. Pirsgirêka herî bingehîn a felsefeya polîtîk a çaxa me ev e û her wisa weke faşîzm jî di pratîke de astengiya herî mezin e li pêş jiyanê. Min vêya diyar kiribû: Hîtler weke kes têk çû lê sîstema wî gihişt serkeftinê. Dewletperestiya netew di wateya rakirina ji holê ya civaka polîtîk de, wekhev e li gel faşîzma Hîtler (Hîtler, her çend, ne yekemîn kes be ku vêya tam bi ser xistibe, lê ew kes e ku vêya bifermî ragihandiye (îlan kiriye) û lê xwedî derketiye. Civakek ku rêgeza wê ya polîtîk tinebe, neyê xebitandin yan jî ji holê bê rakirin, ew civak term (ceset) e û mirov dikare rewşa wê ya herî baş weke civaka metîngeh, derbibirre. Ji ber vê sedemê, sazbariya ku civaka demokratîk dide rêgeza polîtîk, xwedî girîngiya jiyanî ye. Her wisa weke sîstem, delîla herî bingehîn a raseriya wê ye. Dîroka şaristanî di wateyek de dîroka tengkirin, bêerkhêştin û bêmeriyetkirina civaka polîtîk e. Çînkirina civakê gengaz bûye, ancax dema ku têkoşîna polîtîk, ku pirr dijwar derbas bûye, bi sûda dewletê hatiye çewsandin. Divê mirov pirr bala xwe bide vê mijarê. Tew Marskîstan jî, ku bi pirsgirêka têkoşîna çînî re herî zêde mijûl bûn, nekarîne xwezaya çînbûnê bi rengekî rast destnîşan bikin. Nekarîne xwe bidin alî ji nirxandina weke ku çînbûn fezîletek be û pêşvebera şaristaniyê be. Weke pêdiviya materyalîzma dîrokî hesibandine nêzîkbûna weke ku têkiliyekê pirê û qonaxek be, ku pêwîst e teqez dîrok di ser re derbas bibe. Min di tehlîla xwe ya li ser şaristaniyê de, çînbûnê, weke tengkirin û bêerkkirina civaka exlaqî û polîtîk

9

HEJMAR 9

2018/09/30

SAL 2

KOVAR DICLE

Dîroka şaristanî di wateyek de dîroka tengkirin, bêerkhêştin û bêmeriyetkirina civaka polîtîk e. Çînkirina civakê gengaz bûye, ancax dema ku têkoşîna polîtîk, ku pir dijwar derbas bûye, bi sûda dewletê hatiye çewsandin Qencî û dilşadî ji xwe cewherên exlaq in. Rastî bi heqiqetê re pêwendîdar e. Tiştekî tewş e ku mirov rastiyê/heqiqetê, li derveyî civaka exlaqî û polîtîk bigere. Ya/yê ku nikaribe bibe exlaqî û polîtîk, nikare rastiyê bibîne nirxand; her wisa min bi girîngî diyar kir ku, herku çînbûn pêş dikeve, civak zêdetir dikeve bin serweriya desthilatî û dewletê. Dîrok di vê wateyê de têkoşîneke pirr dijwar a çînî ye. Lê em li milekî bihêlin ku pêşxistina çînbûnê bi xwe pêşveçûn û pêşketinek be, berevajî, paşketin û ketineke civakî ye. Weke exlaqî ne pêşketineke baş e, lê xirab e. Îdeakirina ku çînbûn, bivênevê rawestge


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/09/30

HEJMAR 9

Modernîteya kapîtalîst qonaxa dawî ya şaristaniyê ye, ku têde civaka polîtîk herî zêde hatiye tengkirin û bêerkkirin. Pêwîst e vê mijrê baş were têgihîn. Têkoşîna polîtîk, heta siyaseta demokratîk, li gorî lîberalîzm weke serweriya birdozî, ta radeya dawî pêşketî ye. Ev îdea, ku dema ji rûxarî ve lê bê nêrîn rast xuya dike, di cewher de tê wateya berevejiyê wê hek e ji bo pêşveçûnê û bi ser de destnîşankirina ku vê yekê weke ku derbirraneke Marksîst be, şaşîtiyeke cidî ye ku hatiye ketin navê. Pênaseya herî rast a civaka polîtîk, dema em wê bi civakên çînî re berawir bikin, ew e ku li hemberî çînkirinê bi berdewamî li ber xwe dide. Civaka ku xwe herî kêm bike çînî, civaka herî baş e. Serkeftina têkoşîna polîtîk, beyî xwe derbaskirina di çînkirinê de, dikare were destnîşankirin. Têkoşîneke polîtîk a serkeftî, tenê bêyî çînkirina civaka xwe, lewre bêyî xistina wê bin zora yek alî ya emrazên desthilatî û dewletê, dikare were îspatkirin. Di civakên ku zora desthilatî û dewletê heya qirika wan bê jiyîn de, wê bibe çewtiyeke cidî ku mirov qala têkoşîneke polîtîk a serkeftî bike. Ji

10

FIKRÎ

Diclepress13@gmail.com

bo civaka polîtîk îdeal e pejirîneke desthilatî û dewletê, ya ku, yan xwe qet nexistibe bin zora desthilatî û dewletê (zêde ne girîng e di vê wateyê de ku [zora] hindirîn yan derveyîn be û netewî yan dere-netewî be), yan jî spartî be bi rîzaya berhemberî ya weke encama lihevhatinek ku bi têkoşîneke dijwar hatibe destnîşankirin. Modernîteya kapîtalîst qonaxa dawî ya şaristaniyê ye, ku têde civaka polîtîk herî zêde hatiye tengkirin û bêerkkirin. Pêwîst e vê mijrê baş were têgihîn. Têkoşîna polîtîk, heta siyaseta demokratîk, li gorî lîberalîzm weke serweriya birdozî, ta radeya dawî pêşketî ye. Ev îdea, ku dema ji rûxarî ve lê bê nêrîn rast xuya dike, di cewher de tê wateya berevejiyê wê. Serdemeke wisa ye ku civaka exlaqî û polîtîk, di encama pêşxistina bi awayê herî mezin xweperestî û yekdestîperestî de, di dîrokê de awayê xwe yê herî bêerk dijî. Dewlet-netew weke girtirîn desthilatî, ew civak e ku girtirîn polîtîk nîne. Dewlet netew civakên wisa dizayîne. Heta li holê tiştekî bi navê civakê namîne. Civak, di nava dewlet-netew û hevparî (şîrket) yên ku bûne kûrewî de, hema hema hatiye helandin. Mîchael Fouchault, parastina civakê di vê xalê de, weke bingeha azadiyê dibîne. Wendabûyîna civakê (ji alî xweperestî û yekdestiyên pirole vê, weke modernîte bi xwe), weke wendabûyîna, ne tenê azadî, lê ya mirov jî, dinirxîne. Modernîteya demokratîk di vê wateyê de di rêjeya ku civak were parastin de, di bidestxistina azadiyê de jî tekane rêya çareseriyê ye. Civaka ku bi rêya siyaseta demokratîk xwe biparêze (li hemberî xweparastî, dewlet-netew û yekdestiyan), tevna

xwe ya polîtîk erkdar dike û xwe vediguherîne bo civaka demokratîk a nûjen/modern. Civaka demokratîk a nûjen, weke civaka ku li ser tevahiya karên xwe yên civakî, hem dihizire û dibêje û hem jî xwe dike biryar û derbasî çalakiyê dibe; cewazbûnê, pir-çandîtiyê û li ser vê bingehê wekheviyê dike jiyanî û bi vî rengî raseriya xwe îspat dike. Bi vî awayî modernîteya demokratîk, ne tenê têkoşîna çînî li ser bingeheke rast dike; her wisa civaka xwe bi desthilatî û dewleteke nû ve nafetisîne (şaşîtiya trajîk a dîrokî ya sosyalîzma pêkhatî) û nakeve vê kemîna dîrokî. Pêdizane ku çiqas xwe bike desthilatî û dewlet, çînîbûn jî di wê rêjeyê de pêş dikeve, lewre têkoşîna çînî tê wendakirin. Divê karibe vê pêzanînê weke yek ji taybetmendiyên xwe yên herî bingehîn destnîşan bike. Bi modernîteya demokratîk, weke wê bê têgihîştin -tîpekî- awayekî nû yê civakê, weke ne kapîtalîzm û ne jî sosyalîzm, nayê afirandin. Diyar dike ku van têgînan, têgînên propagandayê ne ku ji wesfandina civakê dûr in. Bê gûman civakek tê pêkanîn, lê ev civak, civaka demokratîk a nûjen e, ku têde rêgeza exlaqî û polîtîk mezintirîn rolê dilîze; çînîbûn nikare tê de zêde derfeta pêşketinê bibîne, lewre hev pejirandinek, ku têde emrazên desthilatî û dewletê yan nikaribin zora xwe ferz bikin yan jî bi lihevhatineke berhemberî pêk tê, her wisa azadî, wekhevî û yekîtî di nava cewazî de, weke taybetmendiya hem takekesîtî (ne ezezîtî, xweperestî) û hem civakîtî têde têne jiyîn. Zêdetir wekhevî, azadî û demokrasî, weke pêdiviyên xwezaya vê civakê, encama guheran û veguheranê ye, ku saziya siyaseta demokratîk rê li ber wê vedike.


Diclepress13@gmail.com

FIKRÃŽ

11

HEJMAR 9

2018/09/30

SAL 2

KOVAR DICLE


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/09/30

HEJMAR 9

TÎRÊJÊN ÇARŞEMBÊ XELEK - 5

DR. SOZDAR MÎDÎ (E. XELÎL)

Dijberî û dostanî:

H erêmên rojhilatê Derya Sipî (Sûriya, Libnan û Filestîn) di warên

aborî û geo-siyasî da ji bo Padîşahiya Misirê li başûr û Padîşahiya Mîttanî-Horî li bakur gelek girîng bûn. Bi taybetî jî - ji ber ku paytextê Mîttaniyan, bajarê Waşûkanî (Washukkani, bi erebî nav lêkirine Til Fexari-

12

DÎROK

Diclepress13@gmail.com

NAMEYÊN NAVBERA PADÎŞAHÊN

MÎTTANIYAN Û FER’EWNÊN MISIRÊ

ye) li herêma Cizîra niha, li rojavayê Kurdistanê bû . Di dema Fer’ewnê Misirê Amûnĥûtebê Duwem(ji 1436 heya 1413 b.z. yan jî 1428 heya 1400 b.z. serdarî kiriye) û padîşahê Mîttanî Sawşattar(1440 heya 1400 b.z.) da, di rewşa siyasî ya wê herêmê da hevsengî pêkhatibû û du hêzên din beramber van herdu padîşahiyan di asoyê dîrokê da xuyadikirin ku ew jî Padîşahiya Aşûr li rojhilat û Padîşahiya Hittîtan li bakur bûn. Ji lew ra, Padîşahiya Misirê û Padîşahiya Mîttanî li gel hev peymaneka aştiyê danîn û li gor wê Sûriya di navbera

wan da hate parvekirin. Di pey ra, di dema Fer’ewn Tiĥûtmûsê Çarem û padîşahê Mîttanî Artatamayê Yekem da ev peymana aştiyê êdî bû peymaneka dostanî û hevkariyê û ev dostanî bi peywendiyên zavatiyê di navbera herdu malbatên padîşahî da hate xurtkirin. Ev peywendiyên dostanî, hevkarî û zavatiyê di dema padîşahê Mîttanî Şûttarnayê Duwem (Shuttarna II, kurê Artatama, ji dor 1380 heya 1366 b.z. serdarî kiriye) û Fer’ewn Amûĥûtebê Sêhem (Amnûfîs) (1390 heyan 1352 b.z.) berdewam bûn. Fer’ewn Amûnĥûteb bi Tadû-Xî


Diclepress13@gmail.com

Bila Xweda xêr û bereketê têxe axa welatê birayê min ku hên ji niha bêhtir pir qat bibe. Ez hêvîdarim ku ev daxwaza min li te giran nayê û te dilteng nake. Ezê ji birayê xwe ra vê comerdiya wî deh qat ji tiştê ku bixaze vegerînim. Ev ax jî axa wî ye û ev mal jî mala wî ye .......... Di dawiyê da bila birayê min rê bide ku ji min agahdar bibe, derbarê derhatinên (mesref) zemawendê (dawetê) ku birayê min bi destê Manî şandibûn gihîştin min pa (Dadû-Xîpa) xwîşka Şûttarnayê Duwem ra zewicî bû û dixwast bi Tadû-Xîpa keça Şûttarnayê Duwem ra jî bizewice. Ev di sala dehan ya serdariya Amûnĥûtebê Sêhem da bû; yanê di sala 1380 b.z. da bû. Padîşahê Mîttaniyan ev daxwaza Fer’ewn pêkanî û keça xwe ya bedew Tadû-Xîpa li gel cihêzekî giran şande Misirê. Di Entîkxaneya(Arşîva) Til Amarne (Tebe) ya Misirê da heft nameyên padîşahê Mîttaniyan Tûşratta ji Fer’ewn Amûnhûtebê Sêhem ra hene ku kûraniya vê dostaniya

DÎROK

13

nevbera wan didin xuyakirin. Va ye em naveroka nameyekê ji wan nameyan didin xuyakirin. Bê guman, wergerandina wan şeş nameyên din û belavkirina wan, wê pir agahdariyan derbarê peywendiyên Padîşahiya Mîttanî-Horî û Padîşahiya Misirê bidin zanîn. Hin beş ji nameyên Tûşratta bo Amûnĥûteb: Tûşratta di nameyeka xwe da ji Amûnĥûtebê Sêhem ku navê wî pêş bibe Fer’ewn “Nîmûriya yan jî Îmûriya” bû dibêje:”Ji bo Nîmûriya,

HEJMAR 9

2018/09/30

SAL 2

KOVAR DICLE

padîşahê mezin, padîşahê Misirê, bira û zavayê ku ez pir jê hezdikim û ew jî ji min hez dike. Rewşa min başe. Hêvîdarim ku tu, malabata te, xwîşka min, kebaniyên te yên din, zarokên te, erebe û hespên te, welatê te û her tiştê te, hemû bi xêr û bereketeka pir bin. Dostaniyeka xurt hên ji dema bav û bapîrên me da, me bi hev va girêdide û hên jî hate xurtkirin. Dostaniya te bi bavê min ra gelek xurt bû. Ji ber ku niha jî dostaniyeka gelek xurt di navbera me da heye, te ev dostanî hên deh caran ji dema bavê min xurttir kir. Ev dostaniya me bi vîn û daxwa-


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/09/30

HEJMAR 9

za Xweda herku diçe xurttir dibe. Bi daxwaza Xweda Teşşûb(mezinê xwedawendên Horiyan) û Xweda Amûn (mezinê xwedawendên Misiriyan) ev dostaniya me wê herdem bimîne. Dema birayê min, şandiyê xwe Manî, hinart ba min, got:”Keça xwe wek kebanî ji min ra bişîne ku bibe padîşaha Misirê”. Ji ber ku ez bi ti awayî naxwazim dilê te bişikînim, min bi kamiranî got: “Ezê vê daxwaza te bi cih bînim”. Gava Manî ev keça ku birayê min dixwaze dît, pir pesna wê da. Ez bi hêvî me ku bi xêr selamt bigihîne welatê birayê min, bi hêviya ku Aştar (xwedaya Horiyan Şawûşka) û Amûn birayê min bidin şahkirin. Şandiyê min Cîliya gotinên birayê min gihandin min. Gava min ew bihîstin, pir li xweşiya min çûn. Bi wan diyariyên ku te şandibûn jî(lodên zêr) ez gelek şahbûm û min got:”Li ser van peyvan ev dostaniya me wê hemdem be”. Gava min ji birayê xwe ra şand, dîsa min got:”Deh caran bêhtir ji bavê min ra, min ji birayê xwe pir zêr tika kir û got:”Belkî tu vê carê bêhtirî ku te ji bavê min ra şandibû û her car ji min ra dişand, bişînî. Ma ne te ji bavê min ra pir zêr şandibû, amanên zêr yên mezin, misînên zêrîn û nîgarên zêrîn mezin. Min jî li hember wan pir tiştên ji mis(baqir) şandibûn. Belkî tu vê carê zêrnî pir bêhtirî ku ji bavê min ra hatibû, bişînî” . Tûşrattayê Duwem di nameyeka din da ji bo Amûmĥûtebê Sêhem dibêje:”Ji bo Amûnĥûtebê rûmetdar, padîşahê Misirê, bira û zavayê ku pir jê hezdikim û ew ji min hezdike, dibêjim, ez Tûşratta, padîşahê Mîttanî rûmetdar, birayê te ku ji te hezdike û bavê kebaniya te. Saxiya min

14

DÎROK

Diclepress13@gmail.com

başe. Ez silav û giramên xwe ji bira û zavayê xwe ra dişînim û herwisa ji xizimên te, kebaniyên te, zarok û maliyên te ra....” . Komek ji nameyên din heye ku padîşah Tûşratta ji Fer’ewnekî malbata heşdehmîn ya Misirê ra şandiye. Wek tê xuyakirin ji Amûnĥûtebê Sêhem ra hatine şandin. Ev hemû name di Til Amarna da hatine dîtin. Tûşratta di nameyekê ji wan da dibêje:”Di dawiyê da bila birayê min rê bide ku ji min agahdar bibe, derbarê derhatinên (mesref) zemawendê (dawetê) ku birayê min bi destê Manî şandibûn gihîştin min ... û wisa silav û giramên xwe hinartin ji ber ku birayê min diyariyên ku min bi rêya Manî xwastibûn gihîştin min Û ew nameyên ku birayê min ji min ra şandibûn (ku hin diyariyan jî bişîne) ezê pir û pir dilşad bibim. Birayê min! Eve hemû rastiya ku min got”. Di nameyeka din da bi hejmar 25 tê xuyakirin ku padîşahê Mîttanî Tûşratta ji Amûnĥûtebê Sêhem diyariya zemawenda keça xwe wergirtiye, ew dibêje:”Ev peykerê ku ji zêr hatiye lêkirin, ev Tadû-Xîpa ye, keça Tûşratta, padîşahê Mîttanî ku niha bûye kebaniya Îmûriya, padîşahê Misirê. Îmûriya ji bo wê peykerek ji zêr lêkir û bi temamê hezkirina xwe ra gihand Tûşratta”. Dr. Ebdulezîz Salih qala nemeyekê ji padîşahê Mîttanî da dike ku nabêje ew kîjane, lê xuyaye ku ji Tûşratta ye, ji bo zavayê xwe Amûnĥûtebê Sêhem dibêje:”Bira ez hêvîdarim tu zêrnî pir û pir diyarî min bikî. Ez her bawer dikim ku birayê min wê vê daxwaza min bi cih bîne û zêrnî ku bêhtir ji bavê min ra hinartibû ji min ra bişîne. Ma ne zêr li welatê birayê min mîna axa zemînê ye? Bila Xwe

Dostaniyeka gelek xurt di navbera me da heye, te ev dostanî hên deh caran ji dema bavê min xurtir kir. Ev dostaniya me bi vîn û daxwaza Xweda herku diçe xurttir dibe da xêr û bereketê têxe axa welatê birayê min ku hên ji niha bêhtir pir qat bibe. Ez hêvîdarim ku ev daxwaza min li te giran nayê û te dilteng nake. Ezê ji birayê xwe ra vê comerdiya wî deh qat ji tiştê ku bixaze vegerînim. Ev ax jî axa wî ye û ev mal jî mala wî ye”. Jêder 1 Muhemmed Beyyûmî Mihran, dîroka Îraqê ya kevin, rûpel 343 344. 2 Wilhelm Gernut, Horî, rûpel 64. Ehmed Hibo, dîroka rijhilat ya kevin (Sûriya), rûpel 182. 3 Wilhelm Gernut, Horî, rûpel 64. Cemal Reşîd Ehmed, xuyakirina Kurd di dîrokê da, 2/246, 255. Ebdulhemid Zayed, rojhilata hemdem, rûpel 478 - 479. 4 Tewfîq Sulaiman, lêkolîn li şaristaniyên rojavayê Asiyayê ya kevin, rûpel 314 - 315. 5 Ehmed Fekhri, lêkolîn li dîroka rojhilat ya kevin, rûpel 81. 6 Cemal Reşîd Ehmed, xuyakirina Kurd di dîrokê da, 2/92. 7 Cemal Reşîd Ehmed, xuyakirina Kurd di dîrokê da, 2/92. 8 Ebduleziz Salih, rojhilata nêzîk ya kevin (Misir û Sûriya), rûpel 238. wergera ji erebî: Mustefa Reşîd


Diclepress13@gmail.com

ÇAND

15

HEJMAR 9

2018/09/30

SAL 2

KOVAR DICLE

ETÎMOLOJIYA NAVÊ XWADÊ

NAVÊ MELEKÊ TAWÛS TÊ WATEYA ÎLAHÊ ROJÊ Mînakî:

ALI HUSEIN KERIM

Prewnaq, HE *dei-, *deia-, *dī-, *diā- ‘birqok, roj, xweda, xwedawend’,

Summ. dUtu ‘Xwedanê rojê’, *deu-, *dou-: *du- ‘ayîn, perestin, biqudret’ , Hitt. šiu-, Hurr. Hudana, Hudalera ‘Xweda û Xwedawenda çarenivîsê’, , Hînd-Aryanî dī-dē-ti ‘îşiq, ronahî, vexûyan’, dyāuh ‘buhuşt’, dēva-h ‘Xwadê’, Av. daēva ‘demon’ Farsi xwedavend, Kurdî xweda, xwadê. ChSl. bogŭ, SCr. bog, Russ. bog, Pol. bog, Boh. buh, Lith. dievos, Lett. dievs. Gr. θεός (theos), Zeus, Aides yan jî Hades, Lat. deus, İt. dio, Fr. dieu, Sp. dios, Rom. dumnezeu, zeu, Alb. zot. İr. dia, Nİr. dia, W. duw, Br. doue. Goth. guþ, ON goõ, tīvar, āss, Dan. gud, Sw. gud, OE god, ōs, NE god, Du. god, OHG got, NHG got. Kurdî Navê Xwadê ji pêyvên PHE yên mîna *dei-, *deia-, *dī-, *diā-, deus- ‘birqok, rewnaq, roj, xweda, xwedawend’ maye. Dîsa pêyvên PHE *deu-, *dou-: *du- ‘perestin, ayîn, biqudret’ jî vê diselimînin. Paşê ev di Zimanê Horiyan de wek Huda û hudalera ‘Xweda û xwdawenda çarenivîsê’ hatiye bilêvkirin. Jixwe li serdema Mîtaniyan Zimanên Horîkî û Hînd-Ewropî tevlîhev bûne û ji wê girêdaniyê bingehê Zimanê Kurdî hatiye avêtin.

Ji Dîrozeyeke Horriyan Çend Rêz û Riste 1. ḫur-li-li-ki-iš-ša-an me-ma-I : dHebad m˹už˺ni 2. ḫaž-o-l-ēž dHebad dŠarruma ḫaž-o-l-ēž 3. dDaru dDagidum dḪodena dḪodellur(i)r[a(<na)] 4. ḫaž-o-l-ēž en(i)-na ḫeyaronna ašt(i)-o-ḫḫe-na 5. wimmašš-i-až šalann-i-až ḫaž-o-l-ēž Analîza Dîrozê bi Zimanê Kurdî 1. (Ew Hurîkî dibeje): Hebat/ Hewa (tu) Mezinî! 2. hez û hesanî (ji bo) Hewa (Hebat) û Şero yê me! 3. Dara, Degidî (û) Xudeyan Xudaleran re! 4. hez û hesanî (ji bo) xiriyana êniyên sîti xanan! 5. hez û hesanî (ji bo) keştiya lê nîştinê! 6. Hezî ji (bo) Wîmaş û Şalanayê. Mirov di binehişî de Xwedê dişibîne bav, rêber û serdestê xwe. Jixwe pêyvin mîna PHE *tata-, teta- ‘bav, hezkar’ , Hurr. atta ‘bav’, Hint-Aryan tāta- ‘bav, kur, hezkar’, Gr. (Homerkî) τέττα ‘ho bavo, Alb. tatē ‘bav’, Lat. tata ‘bav’, Letonî teta, Litvanî tetis,

tete, tetyis ‘bav’Russ. tata, Romen. tata, Kurdî tata ‘bav’ (bi Zaravê Hewremî) û hwd. jî destnîşaniya durf û ahenga bi navê Xwadê dikin. Dema mirov berê xwe dide navên Xwedê yên bi goreyî curbecur zimanan dibîne ku ji bilî ChSl. bogŭ, SCr. bog, Russ. bog, Pol. bog, Boh. buh ku silavonî ne, yên dinê û bi kurdî wek hev in. Ji ber ku jêderka wan pêyvên Proto-Hînd-Ewropî *dei-, *deia-, *dī-, *diā- ‘birqok, rewnaq, roj, xweda, xwedawend’ in. ETÎMOLOJİYA NAVÊ MELEKÊ TAWÎS/TAWÛS Navê Melekê Tawûs tê wateya Homanê Tavê, ango Îlahê Tavê/Rojê. Melekê Tawîs/Tawûs, navekî kurdiya resen e. Di pêşnêrîn û pêşdarazê de mirov wêtrê ev navlêk ji navê teyrê tawûs derhatiye. Lê belê ne wusa


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/09/30

HEJMAR 9

16

ÇAND

Diclepress13@gmail.com

ye. Berewajiyê wê, navê teyrê tawûs ji wir derhatiye. Berya ku li ser vê rawestin ka em binyêrin koka van navlêkan ji kîjan zimanî ne. Etîmolojiya Melek

Ji nav hemû ajalan de yê ku pir dişibê rojê teyrê tawûs e. Dûvên teyrê tawûs wî mîna rojê guloverin û diteyisin. Ji aliyekî dinê li ser her pûrt û perên wî çavîkên sor û zer hene û ew jî dişibên rojê. Heta dibêjin ku ew her yek çavekî Xwedê diyar dikin. Ji ber vê egerê kurdan navê tavê li vî teyrî kirine û jêre dibêjin teyrê tawûs ango ‘teyrê tavê’ yan jî teyrê deûs (Xwadê)

Hurr. melku ‘îlah’ bingehê navê melek e. Ev nav ketiye li nav zimanên samiyan jî. Lê belê diyare reseniya xwe bi horîkî ye. Êzdî gelek caran navê “Mêrik” bi kar tînin. Jixwe ev pêyva xwerû ya melku yan ji melek e. Di Zimanê Kurdî de pir caran dengên r û l, d û z, b û w bi hev re cîh digohurînin. Heta di Zimanê Kasîtî de malî tê wateya ‘meriv/mêrik’ û Ma-ra-taš jî ‘xwedayê şer’ e. Mînakî: merkû → melkû melik → mêrik hadî → hazî ab→ av, aw Serdema Mîtaniyan ya herî bi nav û dengtirîn ya dîroka horiyan e. Hingê kasta mariyanû hebû. Mariyanû ‘zadegan, şovalye’ ji pêyva mêr ‘zilam, leheng, mêrxwas’ çêbûye. Ew di rewşeke taybet de bûye mêrik ‘tek mêr, yekemîn mêr, mêrek’ ango ‘zadeganê sereke’. Her wusa dengê r yê vê navlêkê bi hikara samiyan weke l hatiye bilêvkirin û ji vî navî navlêkên mîna melek ‘fêrişte’, melik ‘şah’, malik ‘xwedî mulk’ hwd. peyda bûne. Mêrik, diyare navê bavê xweda û xwedawendên horiyan yê Kûmarbî ye. Bi goreyî kozmogoniya hîndûsan ya kevn Kumaras rewşa brût ya bûjenê ye û hebûna giyana paqiş e. Her waha tê wateya tişta ku qet caran dest lê neketiye. Ev nav bi hevedudaniya ji pêyva kû ‘dijwar’ û mara ‘mirok, yê dimire’ ve çêbûye û tê wateya ‘yê ku qet namire, kes nikare bikuje’ derketiye holê. Jixwe ev rêwş


Diclepress13@gmail.com

di “Destana Şahîtiya Ezmanan” û “Destana Îllîlûkûma” ya horiyan de diyare. Her wusa di Zimanê Kurdî de mirov, merî ‘însan’ tê wateya ‘yê ku dimire, mirok’. Lê belê di nav ola Êzdîtiyê de merî, him dibe melî, melik, melek him jî dibe mêrik. Çima êzdî nabêjin merik, şûna wê dibêjin mêrik? Ji ber ku merik di wateya merivekî di rêzê de ye. Lê belê gava ku rewşa tewangê diyar dike û dibe mêrik, hingê tê zanîn ku behsa kesayetiyeke bijarte tê kirin. Her wusa ew jî Melekê Tawûs e. Her waha ji wate û hebûna navê Kûmarbî jî xûya dike ku birala (fîdan) navlêka Melek cara destpêkê di nav Zimanê Proto-Hînd-Ewropî de hatiye çik kirin û koka xwe berdaye li bin wî zemînî. Ji ber vê egerê di nav Zimanê Kurdî de jî pir tê bi kar înan. Kurdî fêrişte jî tê wateya melek. Lê belê di destpêka hizrê de melek wek mêran, fêrişte jî wek jinan hatiye sêwirandin. Paşê her çiqasî navên melek û fêrişte hevwateyî hatibin zanînê jî, cûdahiya wan bi lêkolîneke asayî tê dîtin. Etîmolojiya Tawîs/Tawûs PHE *taus- ‘aram, aşîtîxwaz, bêdeng, aşbûyî’ , PHE dieûs ‘Xwadê’, Luwî û Palayî Tiwaz, Tiyaz ‘Xwedayê rojê’, Anglo-Sakson Tiw ‘Xwedayê ezmên û yê şerî’ ye. Ji bilî van hemûyan Pêyvên Hînd-Ewropî *diwos ‘ezman, roj’, *diwyos ‘homan, pîroz’, *dyews ‘Xweda, ezman’ Deva: Di Vedîk û Pûranîkê de navê gelempêrî yê Xwedayê hîndîya ye. Ji Rig Vedayê de 33 deva hatine destnîşan kirin. Deva di Avestayê de bûye navê ‘demonan’ Dievs: Xwedayê ezmanan yê Lîtvaniyan (berya xiristiyaniyê)

ÇAND

17

Dionysos: B.Z. 1500 Xwedayê şerabê yê Yonaniyan e. Hin caran jî jêre Deunysos jî tê gotin. Duzhî: Li Afganîstanê herêma Kafir navê xwedayekî ye. Dyaus pîtar: Xwedayê afirînêr yê hîndûyan. B. Z. 1500, Dİ Sanskrîtê de navê wî Dyaûs’e. Roman Deûs, Yûnanî Zeûs. Eos: Xwedayê ezmên yê HîndEwropî ye. Dema mirov bala xwe bide navên xweda û xwedawendên jorîn, dibîne ku têkiliya wan hemûyan bi ezman û rojê re hene. Jixwe têkiliya Melekê Tawûs jî bi rojê re ye. Di zimanê Proto-Hînd-Ewropî de *dî-, *dîǝ-, *dîw‘rewnaq, roj’ bûye *dîeûs ‘Xwadê’ yanê roj wek Xwedê hatiye hizirkirin. Tekiliya vê bi Zimanê Kurdî re çiye? Pêyvên kurdî yên mîna tav- ‘roj, enerjî’, taw ‘hereret, germî’ ji PHE *dî-, *dîǝ-, *dîw- ‘rewnaq, roj’ ma ne. Hurr. tab-/taw ‘helandin, heraret’ jî meneya Tawîs diyar dike. Jixwe Zimanê Horîkî de paşekên mîna –ûš, -îš, -aš pir gelek in. Ji ber ku horîkî zimanekî fîtikî ye. Di dawiya pêyvan de dengên mîna s, ş, z, j, -îs, -îş, -îz hertim hatine bi kar înandin. Her wusa taw + ûs bûye Tawûs. Heta navê şahê xwedayên horityan jî Teššûb e. Bi Orartûyî jî Teîşeba ye. Di vî navî de Teššûb yan jî Teîşeba berê bûye Tesûv yan jî Teîsew. (Di Zimanê Kurdî de distûra dengê b bibe v heye) Her ji vê rêgehê re derbas buye û gihiştiye navlêka encamê ku ev jî Tawûs e. Tešš(ûb), Teîşe(ba) tîjikên rojê ne. Jixwe Teššûb di teswîrê xwe de li ser boxeyekî disekine û tîrêjên rojê yan jî tîrêjên berqwedanê di destê wî de ne. Ev çawa buye Kurdî? Zimanê Kurdî bi hev honandina

HEJMAR 9

2018/09/30

SAL 2

KOVAR DICLE

zimanên Hînd-Ewropî û Horîkî bi ser û ber bûye. Kurdî tav + wîs/wûs → Tawîs/Tawûs → ‘yê tavê, rojê’. Melekê Tawîs jî dibe ‘Homanê Tavê’ ango ‘îlahê rojê’. Di vê mijarê e rola Teyrê Tawûs çiye? Ji nav hemû ajalan de yê ku pir dişibê rojê teyrê tawûs e. Dûvên teyrê tawûs wî mîna rojê guloverin û diteyisin. Ji aliyekî dinê li ser her pûrt û perên wî çavîkên sor û zer hene û ew jî dişibên rojê. Heta dibêjin ku ew her yek çavekî Xwedê diyar dikin. Ji ber vê egerê kurdan navê tavê li vî teyrî kirine û jêre dibêjin teyrê tawûs ango ‘teyrê tavê’ yan jî teyrê deûs (Xwadê).

Melekê Tawîs/Tawûs, navekî kurdiya resen e. Di pêşnêrîn û pêşdarazê de mirov wêtrê ev navlêk ji navê teyrê tawûs derhatiye. Lê belê ne wusa ye. Berewajiyê wê, navê teyrê tawûs ji wir derhatiye. Berya ku li ser vê rawestin ka em binyêrin koka van navlêkan ji kîjan zimanî ne ………. Dema mirov bala xwe bide navên xweda û xwedawendên jorîn, dibîne ku têkiliya wan hemûyan bi ezman û rojê re hene. Jixwe têkiliya Melekê Tawûs jî bi rojê re ye


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/09/30

HEJMAR 9

18

DÎROK

Diclepress13@gmail.com

KELA DIMDIM Û KURDISTAN(CIHÊ KELA DIMDIM)

ARMANCA WAN A SEREKE TENÊ DAGÎRKIRINA KELÊ BÛ

KAKŞAR ORAMAR

(Besha DUYEMIN)

Li ser kevrekî xweristî û yekdest li

nêzî gundê Balaniş û di geliyê Qasimlo de çiyayek heye ku şahidiyê ji serhildaneke tije qehremanî û bi xwîn dike. Ew cih di çavê Kurdan de cihwarekî pîroze. Dimdim navê çiyeyekî bilind û dirêje ku berfirehiya wî kême. Pişta wî kevirî weke

pişta masî ye. Navê kelê jî ji navê çiya bixwe hatiye. Ji hêla rojhilat û rojavayê kelayê duleke pir kûr heye û kes nikare ji wira ber bi kelê ve biser bikeve. Ji aliyê rojhelat ve deriyekî bilind tê dîtin ku pişta xwe da ye çiyayekî bilind û hewşeke mezin li pey vekirina derî tê xuyanê. Ji aliyê rojava jî deryekî nevî tê dîtin ku du hewş li pey vekirina wî têne dîtin. Ji hewşa duyê rêyeke teng tê ber çavan ku di nava kevran de ye û tenê kesekî siwar dikare bi siwartî ji wira bê derve û ber bi bajarê deştahî û Ûrmiyê ve bê. Ji xeynî wê rêyê ti rêyeke din ji kelê nayê derve. Ji hêla rojhelatê

kelê ve Emîrxan dema avakirinê aveke kêm ji derve anîye û ew av tê nava hewzekê di nava hewşa kelayê de. Ava rûniştivanên kelayê ji êvarê heya sibê ji wê avê tije dibû û têrî wan dikir. Li ser wê hewzê jî kelayek bihêz hatibû duristkirin. Li aliyekî din yê rojhelatê kelê hewzeke din jî hatibû duristkirin ku bi ava baranê tije dibû. Li tenişt wê hewzê kevrekî pehn û berûn heye ku jêre dibêjin:“ Berê Şimşîrxan“. Di navbera wî kevirî û kela Dimdim de birceke pir bihêz hatiye duristkirin ku bi kelê ve venûsiyayî ye. Heya ew birc neyê girtin kela Dimdim jî nayê girtin. Li


Diclepress13@gmail.com

DÎROK

19

HEJMAR 9

2018/09/30

SAL 2

KOVAR DICLE

ger tu nayê vira, emê bêne hizûra te û çend rojekan li cem te bimînin, li pey tekbîrê Emîrxan meslehetê çawa dizane, emê weke wî bikin

aliyê rojavayê kelê jî cihekî tê dîtin ku tije befr û cemedê ye û jêre dibêjin:“ Sarîngeh an jî Soliq “ û hewzek li jêr wê hatiye durist kirin. Ew av bo demsalên ku havîn pir germ bûye sûd jê hatiye standin. Li ser wê hewzê jî kelayek duristkirine. Bi vê re kela Dimdim bi 5 kelên mezin û biçûk ve tê parvekirin ku navê wan wiha ye: 1. Kela esilî, 2. Kela jêr, 3. Kela avê an jî Suliq ku pişta wê bi erdê ve rast kirine û zû nayê ber çavan, 4. Kela cemedê an jî Buzliq, 5. Birca Mezin li dervey derwaza rojhilatê kelê. Di çaxê xwe de şah Ebasê Seferî kesek bi navê Mihemedbegê Biradostî kiribû mezinê herêmên Tirgever,

Mirgever û Biradost, lê Emîrxan serê xwe ji fermanên wî re neditewand û li dijî Qizlbaşan jî bû ku mirîdên şah Ebas bûn. Hatina Qizilbaşan û cîgirbîn awan li Kurdistanê û serbarî wê jî talan û kuştinên ku li gund û bajarên Kurdistanê dikirin, bûn sedem ku xanê Kurd heya dawiyê bi wan bêbawer be. Li ser wan nakokiyên di navbera Kurd û Sefewîyan de Osmaniyan gelek Kurd jî ber bi aliyê xwe ve kişandibûn. Emîrxan li gel kesekî bi navê Omerbegê mîrê Soran dikeve şerê li dijî Osmaniyan û li wira pîlekî wî bi şûra leşkerên Osmanî tê birîn. Ew şervanekî zîrek û bi cesaret bû. Li pey wê jêre digotin

Emîrxanê Çolax an jî Yekdest. Şah Ebasê Sefewî li pey girtina Yêrîvan û Nexçewanê bû û li pey rêyekê digeriya ku mêrxas û mîrên Kurd nêzî xwe bike. Bi armanceke wiha re wî karî Emîrxanê Çolaq jî nêzî xwe bike. Dema wesfa fîdakarî û mêrxasiyên wî bihîst ber bi hêrêma jiyana wî ve çû û ew kire mezinê Şino, Mirgewer û Tirgewer. Di hin çavkaniyan de jî tê diyarkirin ku ew wek mîr û mezinê Ûrmiye, Şino, Mirgever û Tirgever wezîfedar kiriye. Ew bû cîgirê Mihemedbegê. Mêranî û lêzanînên Emîrxan bûne sedem ku ji hêla Şah Ebas ve pir bê hezkirin û dercên wî di nava berpirsên hikûmeta xwe li


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/09/30

HEJMAR 9

kelayek kevnar a serdema Sasaniyan ( 224 – 651.z ) bi navê Dimdim heye ku ger şah îzinê bide ez ji nûve ava bikim ku di rojên tengaviyê da bikarê me bê. Kela Ûrmiyê xerab bûye û di nava bajar de ye, em di rojên teng de nikarin li wira şer bikin û hebûna xwe biparêzin herêmê bilindtir kirin. Karekî wiha ne bi dilê mezinên Qizilbaşan bû û ne jî axa û begên Kurd yên herêmê dilxweş dikirin. Qizlbaş oldarên fenatîk bûn ku li dijî Kurdên bi ola xwe sûnnî bûn. Li pey ji nûve avakirina kela Dimdim da dijayetiya mîrên Qizlbaş li dijî xanê Kurd pir zêde û li cem şah Ebas gelek fesadiya wî kiribûn. Di rewşeke wiha de di şerekî de ku Çixar Oglû(Çixalzade) yê serdarê Osmanî li dijî leşkerê Sefewî li nêzî bajarê Tebrêzê kir, Emîrxan bi zanebûn hevkariya şervanên şah nekir. Şahê Îranê li pey wî şerî hate Selmasê û bargeha xwe danîbû wira. Hingî mîrê Kurd çû dîtina wî. Şah Ebas tevî ku gelek raport li dijî mîrê Kurd jêre çûn dîsa jî heza wî berneda. Di wî şerî yê sala 1017 H. Qemerî) de Çixar Oglû rastî şikestê hatibû. Kela Ûrmiyê û Dimdim Di sedsla 17an de li bajarê Ûrmiyê

20

DÎROK

Diclepress13@gmail.com

kelayek hebû ku di nava bajar de bû û dagîrkirina wê ji hêla hêzên biyanî ve hêsan bû. Emîrxan ji bo parastina sinorên desthilatdariya xwe ket wê fikirê ku kela Dimdim ji nûve durist bike. Demek derbas bû û Emîrxan bi rêya nameyekê ji Şah Ebas re nivîsî ku:“ kelayek kevnar a serdema Sasaniyan( 224 – 651.z ) bi navê Dimdim heye ku ger şah îzinê bide ez ji nûve ava bikim ku di rojên tengaviyê da bikarê me bê. Kela Ûrmiyê xerab bûye û di nava bajar de ye, em di rojên teng de nikarin li wira şer bikin û hebûna xwe biparêzin…“ Emîr wek serleşekerekî şehreza û bi çavekî dûrbînane tedbîreke wiha kiribû û cihê kela nû li nêzî bajar destnîşan kiribû. Wî bi hevkariya sedan kesên derdora xwe û hostayên şehreza dest bi çêkirina wê kelayê kiribû. Di hedîtina Emîrxan û şah Ebasê yêkê li Selmasê wî izna karekî wiha da mîrê Kurd lê Pîrbudaqxanê hakimê Tebirêzê li dijî karekê Emîrxan sekinî û şah şiyar kir û jêre nivîsî:”Ger şah guhdarî min bike bila Emîrxan kelayê ji nûve durist neke û wî pilanek din heye ku li dijî şahê Îranê karekî xerab bike…” Şah Ebas guhdarî wî kir û jêre got ku mîrê Kurd li ser destûreke wiha agehdar bike. Karekî wiha ji dijberên „ Zêrîndest“ re dibe derfetek baş û dest bi belavkirina derew û boxtanan kirin. Wan avakirina kela Dimdim wek destpêka dijberî û serhildanekê ji şah re dan xuyanîkirin. Emîrxan bersiva şah nade û avakirina kelê bi awayê ku ew dixwaze, didomîne. Leşkerê Şah Ebas ji Erdebîl, Îsfehan û Tebirêzê tê Selmas, Xoy û herêma jiyana mîrê Kurd, lê di destpêkê de li dijî karê wî

bizavekê nakin. Ew dixwazin mîrê Kurd bi rêya axaftinê ji kelê derînin û weke gelek kesên din teror bikin, lê Emîrxan şehrezayî kar û kiryarên wan bû. Di rewşeke wiha de kesek ji Mûkriyan tê û xwe davêje bextê xanê Lepzêrîn. Navê wî Evdalxanê Mûkrî bû. Hingî Xan Evdalê Mukirî li dijî siyaseta Sefewîyan bû û bi bîst hezar siwar û şervanên xwe re hatibû cem Emîrxan û li Dimdimê pena girtibû. Di rewşeke wiha de mîrê Kurd ji hêlekê dildariya Xan Evdalê Mûkrî dida û ji hêla din jî nedixwest ku şah Ebasê Sefewî ji xwe nerihet bike. Wan salan Celalî ji destê Osmaniyan direvin û emîrên Qizlbaş jî bîst hezar kes ji wan tînin Kurdistanê û dixwazin ji bo meremên xwe yên domdirêj li dijî Kurdên Sûnnî mezheb sûdê bistînin. Şahê Sefewî ber bi bajarê Meraxê leşkêşiyê dike û ji Emîrxan xwest ku ew jî hêza xwe bi hêza Qizlbaş û Celalîyan re bike yek û bîne wira, lê wî ti bawerî bi Qizlbaş û Celalîyan nebû. Şahê ecem gelek xwestiye ku ger mîrê Kurd bixwe jî neçe wira, lê 300-400 kes ji şervan, wekîl an jî rihspîyên xwe bişîne cem wî ku hêcet li wî neyên girtin û dijberên wî nebêjin ku Emîrxan dijminê Şah Ebasê Sefewî ye. Emîrxan bersiva wî nade û kesekî naşîne Meraxê. Wî bersiva kaxeza Qizilbaş û Celaliyan jî neda ku jê dawa kiribûn:“ ger tu nayê vira, emê bêne hizûra te û çend rojekan li cem te bimînin, li pey tekbîrê Emîrxan meslehetê çawa dizane, emê weke wî bikin.“ Emîrxan dersên wiha baş xwendibûn û bersiva wan neda. Leşkerkêşiya yekê Du sedemên leşkerkêşiya Sefewîyan


Diclepress13@gmail.com

bo ser kela Dimdim hene: 1. Ji nûve avedankirina kela Dimdim li dervey bajarê Ûrmiyê û raportên dijberên wî bo şah Ebasê Sefewî. 2. Neçûna Emîrxanê Lepzêrîn bo Meraxê û pêşwazînekirina şahê ecem. Şah destûrê dide fermandarên leşkerê xwe ku ber bi Ûrmiyê û kela Dimdim hereket bikin. Armanca wan a sereke tenê dagîrkirina kelê bû, lê şah Ebas ji Pîrbudaqxan re wiha dibêje:“ Emîrxan ji Qizilbaş û Celalîyan bi gazince ye, herin wira û ger sûçê wan li hemberî mîrê Kurda hebe, 5000 tomenan bidenê û bila vegerin memleketê xwe, lê ger xeta a Emîrxan bû, wî tenbîh bikin û bigirin û bînin vira.“ Emîrxan bi rêya qasidekî ji şah Ebas re wiha dibêje:“ Ew leşkerê ku Pîrbudaqxan serkêşiyê jêre bike, ez fermana wan cî bi cî nakim û hevkariya wan nakim.“ Şah Ebas ji ber vê gotinê Pîrbudaqxan ji serleşkeriyê dide aliyekê û kesekî binavê Hesenxan dike serleşkerê şervanên xwe. Ew ber bi Ûrmiyê û kela Dimdim hereket dikin. Destpêka şerê Kurd û Sefewîyan wiha dest pê dike. Lê divê bê gotin ku beriya şer jî hevdîtin di navbera du aliyan de hebûne, bes wan li hev nekirine û Emîrxan li pey şiwira bi mezin û rihspîyên Biradostî re bi ti awayî baweriya xwe bi wan neanîye. Eşîreta Mukrî û serhildana Dimdim Xan Ewdalxanê Mûkirî û eşîreta Mûkrî di bûyera kela Dimdim de beşdar bibûn û hevkariya eşîretên Soma Biradost kiribûn. Derbarê bûyerê de lêkoler û dîroknivîs aşkera dikin ku ew bûyer, çîroka mêranî û

DÎROK

21

HEJMAR 9

2018/09/30

SAL 2

KOVAR DICLE


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/09/30

HEJMAR 9

dilêriya eşîreta Soma Biradost û Mukrî ye ku qehremanên destanê, Emîrxanê Lepzêrîn ji kesayetiyên navdarên eşîretên Soma Biradost bûye ku di encama şerekî de ku hevkariya Omerbegê Soranî kiribû, destekî wî hatibû jêkirin. Piştî dagîrkirina Azaerbaycanê ji aliyê leşkerê Osmanî ve, Emîr xan ku ji kiryara Turkên Osmanî nerihet û dilgiran bibû, çû cem Şah Ebas û li wira gelek hurmeta wî girtin û bi fermana Şah destekî zêrê spî ji bo wî çêkirin û li şûna destê wî yê jêkirî danîn û tevî dayîna paşnavê Xan, fermana hikûmeta Tirgever û Mirgever, Ûrmiye, Şino û serokatiya eşîreta Soma Biradost dan wî. Ew vegeriya memleketê xwe û li ser kavilên kela Dimdimê, keleheke qahîm bi heman navî (Dimdim) ava kir. Emîrên şîie ji ber cudatî û nakokiyên olî, ji Emîrxan hez nedikirin û bi vî awayî berdewam li cem şah xirabiya wî vedigotin û li dijî wî pilan dadirêtin. Bi taybet çêkirina kelha Dimdim dikirine hêcet û Pîrbudaqxanê hakimê Azerbaycanê ku pîlangêrê

22

DÎROK

Diclepress13@gmail.com

serekî yê meselê bû, şah ji îzna ku ji bo çêkirina kelehê dabû wî, poşman kir, lê Emîr xan bêpûtedan bi wan meseleyan avakirina kelehê temam kir. Di heman demê de Şah Ebas ji Emîrxan xwest ku Celaliyên ku ji destê sultanê Osmanî reviyabûn Îranê, di herêma Soma Biradostê de bi cîhwar bike, lê ji ber ku Emîrxan encama wî karî dizanî, qebûl nekir. Ew yek bû sedem ku Şah Ebbas artêşeke pêkhatî ji hêza Celalî û Qizilbaşên şah bi fermandariya wezîrê mezin Muitemêdulê, ji bo serkutkirina Emîrxan bişîne û ji ber ku nekarî Emîrxan razî bike ku cîh bide 8000 kesên Celalî ku ji destê Osmaniyan reviyabûn, di 26 ê Şeibana sala 1017ê Hicrî de kelehe dorpêç kir û bircên kelehê yek li pey yekê bi destê Pîrbudaqxan ê hakimê Tebrêzê hatine girtin û tenê cîhê ku ma û nekete destê wan, mala Emîr xan naskirî bi Keleha Narîn bû ku parêzgarên dawiyê têde çeper girtibûn. Di dawiyê de Emîrxan teslîm bû lê berevajî lihevkirinê, Qizilbaşan xwestin bi nemerdî wan bikujin,

lê dema Emîrxan rewş wisa dît tevî mirovên xwe hêriş kirine ser Qizilbaşan û bi standina sîlehên wan, ketine nav şerekî newekhev û gelek Qizilbaş kuştin. Lê ji ber kêmbûna sîleh û hejmara kesan, hemû parêzerên kelehê bi qehremanî hatine kuştin. Heta kesek ji wan jî sax nema û jin û zarok tev hatine kuştin an jî xwe ji dîwarên bilind yên kehê havêtine xwarê û teslîmî leşkerên Îranî nebûne. Birca keleha Dimdim ku nêzî salekê şahidê mêraniya wan qehremanên Biradostî û Mûkrî bû di dawiyê de jî laşê pakê wan şehîdan jî di hembêz de girt û bi axa xwe laşê bixwîn yê wan di nava xwe de veşart.

Ew leşkerê ku Pîrbudaqxan serkêşiyê jêre bike, ez fermana wan cî bi cî nakim û hevkariya wan nakim


Diclepress13@gmail.com

JIN

23

HEJMAR 9

2018/09/30

SAL 2

KOVAR DICLE

PÊŞXISTINA JINÊ TOLHILDANA JI KOLETIYÊ YE

EBDULLA OCELAN

D i zilam û jinên Kurd de ketibûna di têkîliyên zayendî de di asteke herî pêş de ye. Di felsefeya gundî de têkîliya zayendî ya kor bi şev û roj heye. Di dîtinê de gelekî binamûs e, nimêja xwe dike, bi xwedayê xwe re ye. Lê belê li gor min jiyana wan hemû têkîliya zayendî ya kor e. Ev têkîliya zayendî ji asta malbata pê-

vajoya hovîtiyê jî şûndetir e. Tiştê tê jiyîn ev e. Çi qasî bi êş e ku ji bo vê hovîtiyê qilifê binamûsiyê lê dikin. Dema ku mirov tîne asta malbatê di wir de rastiya Kurd ji hemû aliyan ve di têkîliya zayendî de hatiye fetisandin. Di rastiyê de bi hemû aliyan ve nasnameya netewî û welat çûye, her tişt di vir de hatiye wendakirin. Vê gavê tengasiya herî mezin hîna jî ev e. Ne zilam û ne jî jin dikarin bêhna xwe bistînin. Ev tenê bi nirxandinên wêjeyî yên dirêj û siyasî ve tê vegotin. Ji gundîtiyê, ji bo çi zilamekî baş der-

nakeve? Rexmî hemû hewldanan ji bo çi berpirsyarekî siyasî û leşkerî yê xwedî hêz dernakeve? Ji bo çi pêşmergeyan ji ber malbata xwe çil caran xwe firotin? Zilamê Kurd, ji bo çi ev qasî xwe firote Ewrûpayê? Ji bo malbata xwe û ji bo kar rojê çil caran parsekiyê ji dagirkeriyê re dike. Ji bo qaşo malbata ku xwedî namûs e, heta tenê ji bo jiyana xwe ya ji rêzê rizgar bike, li hemberî mûçeyekê (maaş) tiştekî ku nefroşin nîne. Ma rûmet û namûs maye? Exlaq li ku dera vî tiştî ye? Lê belê tenê vê xilas bike li hemberî îşkenceya dinyayê


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/09/30

HEJMAR 9

Israra di mayîna jineke lewaz de û ji bo yekî qûl û kolebûnê ne ji bo suda we ye. Berfirehkirina jêhatiyên xwe yên hilbijartinê û nirxandinê yên ku têkîliyan baş e. Lê belê bi rêgezbûnê, bi terbiyebûnê û bûyîna berendamê azadbûnê hunê bizanibin

24

JIN

Diclepress13@gmail.com

berxwe dide dikare ji çolên Erebistanê biçe wî milî dinyayê Swêdê. Ev di heman demê de dramek e. Şoreşger ji bo pirsgirêkan bi qaliban nêzîk nabin. Ew dizanin bi şêweyên afirandêr û bikaribe ber bi rizgariyê ve bibe nêzîk bibin. Wê demê hun dê çawa nêzikî van pirsgirêkan bibin? Ji ber ku hem min weke takekes jiyan kiriye, hem jî hêza min a çavdêriyê ya giştî heye dibêjim, li gor min ji beriya her tiştî pêwîst e azadiya zayendan were pêkanîn. Pêwîste têkîliya zayendî ji xapandinê, ji xistinê, ji bûyîna amurê avakirina mal û milk û malbatê derbikeve. Heta pewîste mirov têkîliya zayendî ji amurbûna ketinê derbixe. Ji ber ku têkîliya zayendî her dem weke bûyereke gelekî şerm

tê nirxandin. Têkîliya di navbera zayendan de, têkîliya zayendî weke tiştekî gelekî şerm tê bidestgirtin. Gelo ma ev nêzîkbûn rast in? Ger em li gor zanistî, li gor zanista azadiyê lê temaşe bikin girêdaniya têkîliya zayendî bi paşverûtiyeke mezin ve, bi girtîbûnê ve, bi pêşketina civaka çînî û bi pergala mal û milk ve heye û heta ev yek weke nîşaneke vê ya herî ji rêzê û hêsan e. Di vir de tawana herî mezin ku li hemberî mirovahiyê hatiye pêkanîn, bingehê bêexlaqiyê di bin navê exlaq de derdikeve holê ye. Bi namûsbûna di vir de navê rûyê wê yê din bênamûsî ye û rûyê din ê girêdaniya zêde bi mêrê xwe ve jî fahişetî ye. Her du jî bi hev ve gelekî girêdayî ne. Van hemûyan di Kurdistan’ê de civaka me fetisandine û dinya me ya hizirandinê tune kiriye. Ango derfet nedaye ji bo pêşketinên ku jê re tê gotin, taybetmendiyên netewî û rastiyên siyasî. Hun dikarin vê hizirandinê bêhtir bi pêş bixînin. A herî girîng jî hun dikarin li ser pêk bînin. Ez weke zayendekî xwe hindekî azad hîs dikim û şerekî min ê herî girîng jî ez xwe di asta azad de dihêlim. Gelo ma min bi vê yekê ve çi bi dest xist? Gel bi azadî, jin jî hindekî din bi wêrekî nêzikî min dibin. Ma gelo min ji bo gel got, bibêjin “Bijî Apo?” di carekê de her kesî li her cihî ev tişt got. Ma gelo ez jinê dikişînim gel xwe? Ger hun balê lê bikişînin, di we rêhevalên jin de pêwendiyeke kûr bi pêş dikeve û ji ber vê pêwendiyê di dîroka Rojhilat a Navîn de cara yekem ev qas jin bêtirs li serê çiyan çekê digrin destên xwe. Me rê ji vê yekê re vekir. Gelo ma ez nebûma dikarîbûn gavan biavêjin? Çepê Tirkan jî heye, bila gavan bidin avêtin. Misoger e ku girêdana vê bi sere-


Diclepress13@gmail.com

rastkirina jiyana min ve heye. Ji ber ku min dev ji asta xwe ya azadiyê berneda, civak û jin ber bi azadiyê ve diçin. Hunê hindekî bizanibin ku vê lêkolîn bikin. Rewşa azadiyê çi ye? Jin ji bo çi ber bi wê ve diçe? Ger mirov balê lê bikişîne, bûyera hezkirinê bi pêş dikeve, hunê hindekî dakevine çavkaniya vê yekê. Ev hezkirin çawa bi pêş dikeve? Pêwendiyên min hene, pêwîste ez ji bo gel berfireh bihizirim. Misoger bi sebreke mezin û rik li ser xebatan bim. Ji bo we jinan jî her dem ji bo cihekî diyar şer bikim, ji bo asta azad û têkîliyên azad şerekî bidim. Gelekî li pêş çav e ku min bi hêzeke kişandinê ya mezin ve jin kişandiye azadiyê. Gihiştina hindek encaman çêbû. Hindek pêşketin derketin holê. Bibînin ku rewşa min, rewşeke ku hindekî kar dike ye. Ez nabêjim, tiştê ku ez dibêjim misoger rast in û yekcar van qebûl bikin. Lê belê hindekî lêkolînkirinê bizanibin. Herî kêm ger hun girêdanê baş çêbikin, hunê bikaribin mifteya avsûnî ku digihê asta azadiyê bi dest bixin. Ev li gor min mifteyeke herî xwedî nirx e. Ev yek ji bo nîqaşê jî vekiriye. Ez di vê mijarê de dixwazim gelekî wêrek tevbigerim, her kesekî gotiye jin û bi ser de çûye. Nazim Hîkmet jî gotiye, “jina me ye, di sifra me de piştî gayê zer xwedî cih e” û bi ser de çûye. Ji hizirandina zarokeke xemilandî heta bi gelek taswîran diçe. Ango ku gelekî wêjeya wê hatiye kirin. Di encam de weke topeke di bin lingan de diçe û tê, heta dawiyê rewşeke xirab derketiye holê. Jinê di rûmet û şerefê de, di beşa duyem de cihê xwe girtiye. Gotina wê zêde nayê guhdarkirin, zêde cidî nayê girtin. Di pêvajoyên biryarên civakî û siyasî de cihê wê weke mirov tune hesab e. Ew qasî kêm e. Di mijarên

JIN

25

leşkerî de jixwe cihê wê tuneye. Di malbatê de jî cihê wê weke hatiye diyarkirin, “piştî gayê zer” tê. Eziyet û mineta dinyayê tê kişandin. Lê belê vê rewşê bi vî rengî qebûlkirin û ji vê re jî gotina rûmet li gor min heqareta herî mezin e ku li mirovan were kirin. Li dijderketina min her cureyê têkîlî û zewacan ku dibe encamên bi vî rengî heta çanda wê ji ber vê yekê ye. Ger hun lê temaşe bikin, sebra min mezin e. Ez mirovê rêgezê me. Ez bawer nakim ku yekî din bi qasî min hêza girêdaniya rêgezan bi tebat nîşan bide. Kesekî ku hindekî min nas dike, ji bo min dibêje, “navê te birêz rêgez e?” min bihîst ku berpirsyarek wisa dibêje. Digotin, “em

HEJMAR 9

2018/09/30

SAL 2

KOVAR DICLE

Dema ku jin bû mijara gotinê em nikarin wê ji jiyanê qut bigrin dest. Di Kurdan de “jîn” him tê wateya jiyanê û him jî tê ya jinê. Ev penaseyeke gelekî rast e, lê belê gelo ma ev ketiye çi rewşê? Li gel me jiyan jehr e, stirî ye, di nava birînan de ye, belayeke ku bi navê wê dikevine nava her cureyê bênamûsiyan


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/09/30

HEJMAR 9

26

JIN

Diclepress13@gmail.com

cara yekemîn, li rastî yekî tên ku jiyana xwe li gor rêgezan sererast dike.” Pêwîstiya min nîne ku ez kesekî bi erzanî bi xwe ve girê bidim. Lê belê doza civakî a mezin û rêhevaltiya mezin û dîsa ji bo gihiştina vê jiyana min bi xwe ye. Me ji civaka Kurd ya bêziman, kesayeta Kurd a ku hezar caran tune bûye ev qehreman afirandin. Nirxandina gav bi gav çawa hatine xeta qehremaniyê ne zehmet e. Ez nabêjim her tişt bi min dest pê dike, lê belê pêwîste ku mirov hewldaneke wiha jî baş bibîne. Hun dijmin bin jî vê yekê rast binirxînin. Bi wî rengî ye ku serokê artêşa Tirkan jî min rast dinirxîne. Ji kesayetên ku nedikarîn nefesa xwe bistînin û ji siya xwe ditirsiyan, afirandina vê rewşê gelekî girîng e. Heta ev yek tê wateya her tiştî jiyan bi xwe ye. Pêwîste mirov rêgezê wê jiyanê bizanibe. Di rastiyê de min bala xwe da rizgariya we, pergala têkîliya her zilamekî bigrin dest. Zilam xwe nade karên bi vî rengî, heta van tiştan bêwate dibînin. Hevalên me demeke dirêj e dibêjin, ew dixwaze bi van jinan ve çawa Partiyê bimeşîne û me vedibînin. Ev feraset demeke dirêje li ser pişta min weke barekî bû. Ew têkîliya taybet a ku min pêş xistiye, hemû têkîliyên ku piştre her kesekî ji bo weke ezmûnekî xwekuştinê dihizirî û weke ku min karekî herî xeter kiriye dinirxandin. Ji ber jinê tiştê zilam û hun rêhevalên me yên jin qebûl dikin, bûyîna mal û milkê yê nêzîkbûna hestyarî ya ku destpêkê nîşan daye ye. Zilam dibêje ji sedî sed jin malê min e, hun jin jî dibêjin “ez wisa bûm” ma hêsan qebûlnekirina min xerabiyek e. Bêyî ku jin û zilam werin dahurandin hindek rastî çi hatin, hindek


Diclepress13@gmail.com

li gor rêpîvanên malbatê, hindek li gor rêpîvanên mal û milk, hindek li gor erk û hêzên xwe dikevine nava nêzîkbûnan. Tiştê ku piştî vê bi pêş dikeve jî girêdana jinê ya bi malê û zarokan ve ye. Pêwîste mirov bi rengê ev çi qasî exlaqî ye, yan jî çi qasî xizmeta azadiyê dike binirxîne. Rexneyên di vê mijarê de gelekî berfireh in û dahurandin jî gelekî pêş de çûne. Gelo em bi kirina vî tiştî ve, gelekî we tengav dikin an jî gelo em pergala we serûbin dikin? Dibe ku ev hemû jî çêbibin, ez li rewşên ku derdikevine holê temaşe dikim ez tê digêhim ku dinya we ya hestan hilweşiyaye û ev ji bo bertekan rê vedike. Min hin dîtin nirxandin, li gor wan ez zilamekî bixof im. Nirxanên weke ma balkêş e mirov nikare bihizire yan jî ev gel Rêbertiya xwe nas dike, ma gelo dizanin Rêber bi vî rengî ye? Heye. Ez van hevokan him bi tirs dibînim, him jî bi xwe îftîhar dikim. Ji ber ku ez wiha me, ez ji bo xwe dibêjim bravo. Min ji dîrokê û rastiya koletiyê toleke baş wergirt. Ez xwe bi hêsanî naecibînim. Lê belê di hindek xalan de min hindek encamên bingehîn girtin. Di mijarên kê û kîjan hest em hilweşandin de hunê hindekî hişmend û ji dil bin. Hindekî baweriyê bi xwe bînin û xwe nas bikin. Ew nêzîkbûnên ku we jiyane çi bûn? Hun jin û civaka Kurd gelo dizanin? Zarokên deh diwanzdeh salî girtine dane zilamê temen mezin, gelo wan tu caran hezkirin û rêz dîtine. Serê wan ew qasî dixebite? Gelo ma tu tercîhên wan û raweyên wan ên hezkirinê çêbûne? Gelo ma ew layiqê tu hurmetê bûne? Hun baş dizanin ku pêwîst e, ji bo vê bersiva, naxêr were dayîn. Destên wan û dilên wan vala ye. Zimanê wan hatiye girtin, çavên

JIN

27

wan hatine korkirin. Bi rengekî girêdayî li cihekî hatine rûniştandin. Şerê min li hemberî vê yekê ye. Dibe ku dibêjin, “mafê her kesî ji bo dinya hestên erzan û têkîliyeke erzan a bi destxistinê heye.” Heta hun baş dizanin ku tê pirskirin, “tu çawa PKK di vê rewşê de dihêlî? Ev qas jin û zilam bêyî ku bizewicin çawa têne girtin? Hevalekî digot, “jin û zilam weke agir û barûtê ne, tu çawa di nava hev de digrî?” wê provakatorê jî digot, “emê di nava 48 demjimêran de pirsgirêkê çareser bikin. Kê dê bi kê re bizewice biryar bigrin, pirsgirêkê ji binî ve çareser bikin.” Di vê mijarê de provakatoran soz dabûn hev û digotin, “ger em Partiyê bikin destên xwe, emê we malên ku hun dixwazin, têkîliyên ku hun dixwazin de bigrin.” Bi sedan heta bi hezaran xebatkar bi vê riyê bêbandor hatin hiştin. Ger mirov baş lê temaşe bike, çîrok heman çîrok e. Ha zilamê li gund têkîlî bi vî rengî bi dest girtiye, malbat avakiriye, ji xwe re pîrek aniye, bûye mêr, ha di nava refên me de hatiye kirin, ji hev ne cihê ne. Gelo me jin û zilam serbest bihişta ma dê çawa çêbûya? Weke wan bi xwe digotin, yek kes nediçû Botanê, dê biçûna li Ewrûpayê bijiyana. Gelo ma hun dikarin mirovê li Ewrûpa dijî bikujîn jî, serê wî jî jê bikin, bibêjin, “were tu bûyî dewlet, te serxwebûn bi dest xistiye” û bînin welatê wî? Gelo ma hun dikarin kesekî bikîşinin şerekî wiha bi zehmet? Ger em li ser bihizirin, emê bibînin ku ev yek ne gengaz e. Wê rûberûyê her şêweyê heqaretê, her biçe ber bi komkujiyan ve biçe, lê dîsa ew ji xwe re weke çarenûs diyar kirine. Kê çi ferzî kê dike? Ferzkirinên min çibûn? Di serî de rastiya xwe binasin, ji bo vê yekê

HEJMAR 9

2018/09/30

SAL 2

KOVAR DICLE

Pêwîste mirov bi jinê ewle be, pêwîste mirov him jê bawer bike ku bi wê re jiyan dê hîna baştir were pêşxistin, him jî pêwîste mirov di nava hewldanên wê yên taybet de be. Pêwîst nake ku keçik xwe bikin nava zehmetiyan, em zêde tiştan ji wan naxwazin

Di rastiyê de rûmeta jina Kurd piştî gayê zer tê. Te çawa bi dest girtibe dê wiha be. Ma aliyê vê yê mirovî heye gelo? Jinê ev qasî ji dîrokê welat û ji çandê qut bigre dest piştre jî bibêje, canê min û malê min, bi ser de biçe. Bêrêzî û ferzkirina herî mezin di vir de ye


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/09/30

HEJMAR 9

PKK’ê û ji wê wêdetir sosyalîzma di nava PKK’ê de nas bikin. Herî dawiyê de jî xwe weke zayend nas bikin. Pêwîste em vê platformê vekirî bihêlin. Nûbûna herî girîng a ku em nîşanî we bidin, ew e. Hun platformeke vekirî bihêlin ku bikaribin xwe azad binirxînin. Destpêkê em derfeta hizirandineke ku xwe ji kaprîsan û ji azweriyan xelas kiriye pêşkeş di¬kin. Hun bi vê re bi rê bikevin, bi hev re nîqaşê pêşbixin, ji bo hev tiştên rast ferz bikin, çarenûsa xwe nîqaş bikin. Ji ber wê yekê jî pêwîst e kes ji bo tu kesekî nebe asteng. Bi taybetî ferzkirinên hemberî hev bila sînoran zêde tengav nekin. Tengavkirina sînoran nayê wateya

28

JIN

Diclepress13@gmail.com

“tu bûyî yê min û ez bûme yê te, hev kor nekin. Bi hezkirin û rêzdariyê ve dagirtî bin, lê belê kesek xwe nêzikî rewşên ku em dikarin jê re bibêjin, tengavkirinên fîzîkî ango tacîzê nebe. Ev yek hîn zêdetir ji bo we pêwîst bû. Ji ber ku pêwîstiya we bi hindekî hizirandinê û xwe komî serhevkirinê hebû. Ev yek ne ji bo komekê dihate kirin, ji bo dîrokê dihate kirin. Ji bo pêvajoyeke dîrokê gaveke azadiyê bidine avêtin, dihate kirin. Azweriyên we û şêweyê we yê hatina tekoşînê, hiştiye ku hun heta qirika xwe bikevine nava hêrsê, min li hember vê yekê li ber xwe da. Ji bo vê jî min hindek nêzîkbûn bi pêş

xistin. Min pirs kir ev çi azwerî ye? Min ev azwerî guherande welatparêziyê, têgihiştina gel, naskirinê û girêdaniyê. Me ev mijar him berfireh nîqaş kir û him jî me xwest em wê ferz bikin. Ev ferzkirineke rast e. Ji ber ku ez ji bo berjewendiyên we bi qasî nêvenga nîqaşê ya wekhev û azad bidim ew qasî jî maf û berpirsyariya tercîhkirinê didim we. Lê belê gelo ma tiştê girîng ev bû? Gelo ma ya girîng xwe tunekirin bû? Tişta girîng fêmkirina vê rastiya dîrokî ye. Gihîştina rêgeza rizgariya giştî ye û bi vê re jî rizgariya kes pêşxistine. Hate xwestin bi we re têkîlî di vê çerçoveyê de were sererastkirin. Piştî van diyarkirinên giştî di pratîkê


Diclepress13@gmail.com

de ji bo çi hîn jî hindek pirsgirêk tên jiyîn. An jî rewşên ku mirov dikare jê re bibêje sîxuriya objektîf derdikeve holê. Sedema jiyîna vê tênegihiştina rêgeza azadiyê ye. Sînor neanîna ajoyan e. Yan jî hêza avakirina girêdana siyasî nîşan nedan e. Siyaset xetek e, ev xet her ku diçe dibe rêxistin û çalakî. Ji ber ku bi wê re girêdanî nayê avakirin tê xwestin azweriyên bêrêgez were bilêvkirin. Di vê mijarê de em hindekî astengiyan çêdikin. Tişta rast ferz dikin, ev jî bi helwestên tund ve tê pêşiwazîkirin. Di encam de ev entrîka û paşbêjiyan derdixê holê. Ev jî dihêle ku pêşiya pêşketinên ku çêbibin were girtin.

JIN

29

Di vir de em Yalçin Kuçuk bi bîr tînin, di nivîseke xwe de dibêje, “Ocalan bi bûldozeran mêjiyan –ez dikarim li ser vê dilan jî zêde bikim- cot dike û gulan diçîne, mêjiyan vediguherîne baxçeyên gulan.” Di rastiyê de ew me lêkolîn dike û digihê hindek encaman. Bi rastî jî zewiya Kurd encax bi bûldozerê were cotkirin û ger hindek tov werin reşandin dibe ku gul an jî gihayên cuda şîn werin. Di bexçeyê Kurd a niha heyî de ne gul ne jî giha heye. Baxçe hatiye şewitandin, xirabe ye. Lîtav e. Mirov nikare ji bêhnê û ji nefretê jê derbas bibe. Ew kesên ku hindekî hêzên wan ên nêzîkbûnê hene dikarin vê yekê bibînin.

HEJMAR 9

2018/09/30

SAL 2

KOVAR DICLE

Dibe ku hindek ji we hez bikin, di vê mijarê de ez hindekî jinan û keçikan şermezar dikim. Ez zêde tolhildêr nînim. Lê belê rewşên ku nayên efûkirin tên jiyîn. Dîsa jî em wan efû bikin. Hindekî digihîne astekî ku devê wan dikare axaftinê bike, hindekî digihên hêza hizirandinê lê belê ji ber ku nikarin xwe ji hemû aliyan ve bi pêş bixin dikevin nava rewşên gelekî xeter. Ma gelo wan çi kirin ku çi dixwazin? Kîjan şer meşandin û dixwazin çi bistînin? Gelo hewldanên me heta ku derê fêm kirin? Ez bawer nakim derdê van ê Kurd fêmkirinê û di Kurdistan’ê de jiyînê zêde hebe. Tê xwestin ku xaleke girîng were derbaskirin. Lê belê di


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/09/30

HEJMAR 9

Di rastiya jinê de, rastiya me ya civakî û netewî hîn jî dijî. Zilam jî ji ber nokeriyê, xerîbûnê, ji ber ku xwe rojê çil caran li ber dijmin tewandiye tune bûye. Ji ber vê sedemê ew nikare nirxên netewî zêde temsîl bike. Jin çi qasî paşde be jî –jina ji bo Botanê Kurdê bêriya çar hezar salan temsîl dike- zêde ber bi bişaftinê ve neçûye. Her jinek di rastiyê de weke nirxeke netewî ye hemû provakatoran û oportunîstan de hewldanên ku di pêvajoyên bi vî rengî de ji cihê herî jiyanî derbeyê lê bidin heye. Tenê di vê mijarê de na, di gelek mijarên cihêreng de min bi sedan mînakên vê yekê dîtin. Mînak, şer di dema krîtîk de ye û ger rast nêzîkbûn çêbibe, dê gavê gelekî mezin werin avêtin, lê belê mirovek derdikeve holê û oportunîzmeke wisa ferz dike ku derfetên xwedî nirxekî zêrîn tê wendakirin. Bingehê van ê çînî heye. Wisa ye ku mirov dikarin bi min re gelekî balkêş bi-

30

JIN

Diclepress13@gmail.com

meşin. Hun baş dizanin ku ez bi astengiyan re şer dikim û dixwazim xwe nexapînim. Astê civakî û pîvana edaletê ya ku ez dibêjim xwe nexapînin gelekî girîng e. Em sosyalîzmê temsîl dikin. Ji bo têkîliyan ên diperçiqînin û tenê perçiqandin

bi qasî ku raberkirina hêza teorî ji bo pratîkê jî gelekî girîng e. Tu kesek vê jî nahesibîne, naxwaze hîn bibe. Ji ber ku bêdil in. Tiştê ku min kiriye, neqebûlkirina vê bû. Li hemberî girtîbûneke mezin me bi serê xwe şer kir. Hun jî dikarin bibêjin, em ji bo azadiyê şer dikin û dijîn. Lê belê gelo ev yek bi hewldanê me ve çi qasî digihên hev, hun çi qasî girêdayî me ne. Tengasiyeke we ya hundirîn çêdibe. Hun vê dizîvirînine bertekê û nerihetiyê. Bi vî rengî di dilê we de ji bo me cih namîne. Heta hîn wêrek-

bûna min, hîn zêdetir hatina min a hezkirinê xerab tê dîtin. Hemû jin, gelekî binirx dîtin şopa hêza kesekî bihêz e. Ev yek me ji bo we vekirî diyar kir. Ez ne li pey avakirina ast û haremê bûm û hîn jî di asta xizmetkarekî de me. Ez ji bo we xizmetê dikim. Gelo ma we dikarî ji mêrê xwe, ji evîndarê xwe pêwendiyeke wiha bidîta? Gelo evîndarekî we hebe ku bi vî rengî were derdê we guhdar bike, ev qasî xitabî dinya we ya hundirîn bike û pêwendî nîşanî pirsgirêkên we bike hebû? Hembêz dikir, bi we şadibû û du rojên din


Diclepress13@gmail.com

rûhê we derdixist. Ev gelekî vekirî ye. Ez zilaman herî kêm bi qasî we nas dikim, azweriyên we avahiya we ji bo vê yekê gelekî vekiriye. Hun di nava lewaziyan de ne. Wê ew bi kar bianiya heta dawiya temenê xwe we dê jiyaneke aloz bidomanda. Gelo ma ev yek tiştekî gelekî xweşik e? Gelo wê wendakirinên we yên mezin çênebûya? Berî her tiştî ma gelo mêrxasiya we, kesayeta we bêyî ku pêş bikeve ji dest nediçû. Gelo tiştên ku hatine wendakirin, qet nebûn? Van tiştan nîqaş bikin. Dibe ku zilam baş jî nêzî we bibe, we baş biparêze, gelekî hez jî bike, we kêfxweş jî bike lê belê gelo ma bi rastî jî kêfxweşî ev e? Wêneyê malbatên kêfxweş ên bi vî rengî têne çêkirin, gelo ma bi rastî jî wiha ye? Hun dema li civakê temaşe dikin wiha nebûna wê bi çavtirsandî pêşwazî dikin û dibînin. Gelo ma di têkîliyeke bi vî rengî de aramiya keçeke ciwan çi qasî tê parastin? Rêzdayîn û nirxdayîna wê çi qasî çêdibe? Li derûdora xwe ya herî nêzîk temaşe bikin, gelo çi qasî rûmeta we heye? Ger hizirandinên mirovekî asayî ji rêgeza azadiyê ya bingehîn û xeta siyasî qut bibe ew dikare her cure çorsiyê bike. Hele ku li şûna azweriyê ajoyên xwe rakirina ser lingan hizirîbe, ji wî her cureyê belayan derdikeve. Ji bo wê jî dê bibêje azadî, azadiyê jî bi vî rengî tê digihên. Ev nêzîkbûneke gelekî erzan e û wan îflah nake. Dîsa jî hilbijartin a we ye. Tiştê ku ez dixwazim bikim, bikaribim derfetên hilbijartinê jêhatiya ecibandin û hilbijartinê biafirînim. Ji ber ku xwe pêşkeşkirina min a ji bo we, ne encamê ketîbûnekê de ye. Di rastiyê de dixwazim vê yekê bi we bidim hîskirin. Ew mirovê hun ji xwe re weke Rêber dizanin jî, di

JIN

31

mijara jinê de pêwîste bi we re weke evîndarekî mijûl bibe ew qasî xizmet bike. Ji bo azadiyê jî wêneyeke ew qasî vekirî çêbike ku hun xwe nexelitînin. Pêwîste hun bibêjin ger Rêberek jî wiha dike, mirovên li hemberî me gelo dê çawa bike? Hunê bibêjin ku Rêberek ev qasî serdest e û bihêz e, wiha nêzikî me dibe, tuyê ji bo çi nêzîkbûneke wiha nîşanî me nedî? Pêwîste mirov vê di we de bîne rewşeke xwestekê. Ev jî her ku biçe bigihê asta tekoşînê. Ev şerê we yê azadiyê ye. Hun dizanin ku ev nêzîkbûneke gelekî bihosteyî ye. Ez nabêjim artîstiyê dikim, lê belê gelo yê ku min di vê de dihelê kî ye? Gelo em wiha nekin, ma em dikarin bi qasî milîmekî gavan bidin avêtin? Gelo ma di vî karî de kesên xwedî nêzîkbûnên azad in, weke we derbikevin? Ger hun bibêjin, “di rastiyê de heta vê derê ye, pêwîstiya me bi hilbijartina azad nîne, ya ku em biecibînin me ecibandiye.” Wê demê ezê ji we bipirsim, we ji bo çi şoreşgeriya xwe bihêz nekir, ji bo çi hun hatine vê derê? Ji bo çi hun binketî ne? Ji bo çi hun nikarin hêz bidin karekî rast? Li jiyana xwe temaşe bikin, hun dê bibînin ku ev yek bi vî rengî ye. Ji ber wê jî hun kêm in, di nava xeletiyan de ne. Misoger pêwîstiya we bi veguherînê heye. Hun dizanin ku nêzîkbûneke bi vî rengî çi qasî pêwîst e, diyare ku hunê ji nêzîkbûneke wiha encamên herî girîng derbixin. Ev tişt eşkere derdikeve holê. We ji bo çi xwe xiste vê rewşê? Min ji bo çi xwe xiste bin xizmeta we, ma ev yek pêwîst bû? Ez van pirsan ji we dipirsim. Ji ber ez şoreşger im. Di destepêkê de min tu caran nekire pirsgirêk û li ser pirsgirêkan ez bi caran rawestiyam. Di hizirandinê de û di helwestan de jî

HEJMAR 9

2018/09/30

SAL 2

KOVAR DICLE

gelekî şaşitî hebûn, bêyî bipirsim bi ser we de hatim. Hindekan ev yek weke ferzkirin fêm kirin, bi we re ez dem bi dem axivîm, li gor min dibe ku keçeke me, jineke me îro bibe perçeyekî welat. Di rastiyê de ev yek hindekî rast e jî. Di rastiya jinê de, rastiya me ya civakî û netewî hîn jî dijî. Zilam jî ji ber nokeriyê, xerîbûnê, ji ber ku xwe rojê çil caran li ber dijmin tewandiye tune bûye. Ji ber vê sedemê ew nikare nirxên netewî zêde temsîl bike. Jin çi qasî paşde be jî –jina ji bo Botanê Kurdê bêriya çar hezar salan temsîl dike- zêde ber bi bişaftinê ve neçûye. Her jinek di rastiyê de weke nirxeke netewî ye. Yê ku baş temaşe bike dikare vê yekê tespît bike. Ji ber wê jî pêwîst e weke parçeyeke welat were pêşwazîkirin. Dibe ku hun bipirsin “em kesên bêhnpêketî û tunebûyî ne, ji bo çi tu wiha weke helbestan dihizirî? Ji bo çi xeyalên te ew qasî

Ger hizirandinên mirovekî asayî ji rêgeza azadiyê ya bingehîn û xeta siyasî qut bibe ew dikare her cure çorsiyê bike. Hele ku li şûna azweriyê ajoyên xwe rakirina ser lingan hizirîbe, ji wî her cureyê belayan derdikeve. Ji bo wê jî dê bibêje azadî, azadiyê jî bi vî rengî tê digihên


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/09/30

HEJMAR 9

Di hizir û jiyana min de kesayet xistina pîrek, an jî zilamkirina sexte nîne. Ez di jiyana xwe de cih nadim van tiştan. Ev yek bi min gelekî kirêt tê. Hevjînî tiştekî xirab nîne, lê belê gelo hevjînî çawa pêş dikeve? Ev yek ji bo min hîn jî pirsgirêkeke şer e. Şer û mijûlbûna mezin dema ku ber bi vê yekê ve diçe girîng e mezin in?” Welatparêzek jî pêwîste wiha bihizire. Ev şêweyeke baş ê hizirandinê ye, xeyalekî baş e. Jin weke parçeyeke welat pêşiwazîkirin û wisa hizirandin mezinahiyek e. Her çi qasî hun layiqê vê yekê nebin jî pêwîst e mirov we bîne vê rewşê. Ma gelo xirabî di kû dera vê de ye? Di rastiyê de rûmeta jina Kurd piştî gayê zer tê. Te çawa bi dest girtibe dê wiha be. Ma aliyê vê yê mirovî heye gelo? Jinê ev qasî ji dîrokê welat û ji çandê qut bigre dest piştre jî bibêje, canê min û malê min, bi ser de biçe. Bêrêzî û ferzkirina herî mezin di vir de ye. Têkîlî û azadiya zayendî ku xwe dispêre vê, gelo çend qirûş qîmeta wê heye? Azweriya te şiyar bûye û te hembêz kiriye. Ev tişt dibe rêgeza koletiyê, rêgeza lawiriyê heta dibe xerîbiyê û dagirkeriyê. Di vir de rêxistinbûyîn û çalakî nîne. Vaye feraseta gundîtiyê ya rastiya têkîliya

32

JIN

Diclepress13@gmail.com

zayendî, ya kor ku bi şev û rojê li rastê ye. Ma ev azadiye yan ev namus e? Ez ji karkirinê eciz nabim, çawa ku ez di zaroktiya xwe de bi coşa hevaltiyê tevdigeriyam, hîna jî wiha me. Di hizir û jiyana min de kesayet xistina pîrek, an jî zilamkirina sexte nîne. Ez di jiyana xwe de cih nadim van tiştan. Ev yek bi min gelekî kirêt tê. Hevjînî tiştekî xirab nîne, lê belê gelo hevjînî çawa pêş dikeve? Ev yek ji bo min hîn jî pirsgirêkeke şer e. Şer û mijûlbûna mezin dema ku ber bi vê yekê ve diçe girîng e. Ji bo hindekan riya ku diçe hezkirinê weke av vexwarinê ye. Lê belê ev gelekî zehmet e. Li gel me riya ku diçe hezkirinê vekirî hiştin bi şerekî dijwar ve gengaz e. Ez dahûrandinan kurt dikim, lêkolînekirina vê guneh e. Devê wan hindekî axaftin dike, wê jî gelekî xirab bi kar tînin. Ez ditirsim, gelek dê bikevin rewşeke wisa ku ew hewldanên ku hatine kirin, dê înkarbikin û hewldan vala biçin. Dê vê fêm nekin û biçin. Encamê vê baş nabe, yê ku dîroka xwe û hewldanên ku hatine pêşxistin înkar bike, ne dibe sosyalîst ne jî di riya rizgariyê de dibe xwedî ezmûneke qayîm. Dê rewşa wan weke li welatên Rêel Sosyalîst de bibe. Hun di têkîliyan de gelekî zehmetiyê dikişînin. Baweriya we ya bi xwe gelekî lewaz e. Pêwîste mirov wêrek be. Di vî alî de ger hun bixwazin, ez dikarim xebatên jinê bi sînor bikim. Lê belê ez ditirsim hun xwe wenda bikin, ji ber ku ez bawer nakim zêde piştgiriya we hebe. Ez bawer dikim ku min hindekî tekoşîna jinê di teoriyê de û di pratîkê de wateya wê ya rêxistinî çi ye, fêm kiriye û ez vê yekê dikarim bimeşînim. Lê belê rewşa sabotekirina vê xebatê heye, di vê

mijarê de hun bi xwe dikevine nava kêmasiyan. Ev jî min dide hizirandin û dihelê ku ez tedbîran bigrim. Ger baş were temaşekirin, ev nêzîkbûn hetanî dawiyê zanistî ne û ji bo azadiyê bangewazî ye. Pêwîste mirov bi jinê ewle be, pêwîste mirov him jê bawer bike ku bi wê re jiyan dê hîna baştir were pêşxistin, him jî pêwîste mirov di nava hewldanên wê yên taybet de be. Pêwîst nake ku keçik xwe bikin nava zehmetiyan, em zêde tiştan ji wan naxwazin. Pêwîst nake ku hun bikevine nava hewldanên weke “em bibezine şer, çekê hilgirin, bibezine çiyê û yan jî pêwîst e ez xwe bipeyitînim” jî. Pêwîst nake hun xwe bi qasî hin azweriyan girêdayî hîs bikin. Pêwîst nake ku hun xwe bi zincîrên koletiyê ve jî girêdayî hîs bikin. Ez jî di nav de li hemberî we tu sazî û kes ne li hemberî zayenda we, ne jî zayendîbûna we, dikarin bibin xwedî bandorekî ferzkirinê. Hun dikarin hetanî dawiyê azad nêz bibin. Pêwîste ku jêhatiyeke we ya hilbijartinê hebe. Pêwîst e ku hun bikaribin xweşikbûnê bibînin. Heta hun wê bikin malê xwe. Dema ku jin bû mijara gotinê em nikarin wê ji jiyanê qut bigrin dest. Di Kurdan de “jîn” him tê wateya jiyanê û him jî tê ya jinê. Ev penaseyeke gelekî rast e, lê belê gelo ma ev ketiye çi rewşê? Li gel me jiyan jehr e, stirî ye, di nava birînan de ye, belayeke ku bi navê wê dikevine nava her cureyê bênamûsiyan. Jin jî di vê jiyanê de zayenda herî zêde hatiye katalîzorkirin û wiha jî tê bikaranîn. Armanca min ew e ku ez jiyanê bînim astekê mirov bikaribe bijî. Me xwest em wêneyekê ava bikin, me got ku ji jinê jî serok derbikevin, demeke dirêj e bi hindek rêhevalên me yên jin re, di vê mijarê de em kûr bûn. Ez hizirîm ku


Diclepress13@gmail.com

dibe hindek pêşketinên girîng çêbibin, ev xebat taybet bû û hindek tişt afirandin. Di vê mijarê de pêşketinên gelekî girîng hatin pêkanîn. Di dema pêş de wê bandorên hîn mezintir, di vê xebatê de werin dîtin û jixwe hatiye dîtin jî. Di hemû rabûnên gel de xebatên me bandorên diyarker pêk tîne. Ew jinên ku berxwedaniyên mezin kirin û çûn şehadetên mezin, me ew afirandin. Ew berhemên van xebatan in. Hindek xayin derketin, lê belê beşeke mezin ketine rewşa qehremanan. Pêwîste ez Bêrîvan a ku li Cizîrê cara yekê şêhîd ket bi bîr bînim. Dibistana seretayî qedandibû û ji bo li zarokên malbatê binêre çûbû Ewrûpayê. Di nava me de jî bû perçeyeke azadiyê û derket. Ev di nava pêvajoya ku bi min re kete têkîliyan derkete holê. Berê koleyeke reben bû, axaftin û ken nedizanî, piştre dît ku çi qasî qîmet tê dayîn, bi vî rengî bi sedan jinên azadîxwaz hene. Ma gelo rûmetdayîna me anî-

JIN

33

na asteke şervantiyê xirab bû? Dibe ku azweriyên xwe nejiyan, lê belê di dîroka gelê me de cihê xwe yê pîroz girtin. Tê xwestin ku ev tişt hemû şaş werin nirxandin. Di rastiyê de ev pêşketinên ku hebûna netewekî ne û rûmeta jinê ne. Hun li ser vê bingehê bi pêş dikevin, pêwîste em xwe bi vê yekê ve têr nebînin, hîna zêdetir pêşveçûn hebin. Xizmeta min tenê têr nake, ji bo hewldanên we him pêwîstî heye, him jî hun hêza bingehîn a vî karî ne. Di bûyera Kurd de misoger girtina we ya vî cihî gelekî girîng e. Lê belê hîna jî hun newêrek nêzîk dibin, hun zêde ji xwe ne ewle ne. Girêdaniya rêgezê tê derbaskirin, zêde biedeb nînin. Hun tengav dibin û carna digihên asta teqandinê. Ew jî diyar dike ku hun di gihiştinê de lewaz in. İsrara di mayîna jineke lewaz de û ji bo yekî qûl û kolebûnê ne ji bo suda we ye. Berfirehkirina jêhatiyên xwe yên hilbijartinê û nirxandinê yên ku têkîliyan baş e. Lê belê bi rêgezbûnê,

HEJMAR 9

2018/09/30

SAL 2

KOVAR DICLE

Siyaset xetek e, ev xet her ku diçe dibe rêxistin û çalakî. Ji ber ku bi wê re girêdanî nayê avakirin tê xwestin azweriyên bêrêgez were bilêvkirin bi terbiyebûnê û bûyîna berendamê azadbûnê hunê bizanibin. Nirxandina me ya ku em we weke rêhevalên dilsoz dibînin bila xirab neyê dîtin. Ev rewş pêwîste we ber bi xwe mezindîtinê û delalîbûnê ve nebe. Di heman demê de neyê gotin ku gelo niyet xirab in. Ne hun ew qasî pêşketî ne, ne jî nêzîkbûn bi niyetên xirab in.


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/09/30

HEJMAR 9

34

JIYAN

Diclepress13@gmail.com

WELATIYÊN ŞENGALÊ:

LI GEL HEMÛ ZEHMETIYAN EM AXA XWE BERNADIN

A: Nedîme şemo

Êgalêzidiyên li Serdeşta Çiyayê Şendijîn dibêjin ku ewê li hemberî

hemû zehmetiyan li ber xwe bidin û axa xwe bernadin. Di fermana 3’ê Tebaxa 2014’ê de gelê Êzidî yê Şengalê bi hezaran hate qetilkirin, revandin û ji ser warê xwe penaber bûn. Welatiyên ku xwe ji komkujiya çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, beşek mezin ji wan berê xwe dan Serdeşta Çiyayê Şengalê û li vir bicih bûn. Êzidiyên 4 salin li virin, dibin çadiran de dijîn û bi hemû zehmetiyên jiyanê re rû bi rû dimînin. Yek ji welatiyên Êzidî yê li Serdeşta Çiyayê Şengalê dijî Xelaf Îsmaîl e.

xelef der barê jiyana xwe de dibêje;“4 salin em di bin çadiran de dijîn. Carek çadira me agir girt û bi temamî şewitî. Carek din jî, ji ber rabûna lehiyê, çadira me kete ber lehiyê. Malbata me 12 kesin û Ji dema fermanê em ji Şengalê derketine û li Serdeştê bicih bûne. Zehmetiyên li vir em zehmetin pir mezin dikişinin. Îşmaîl xelef dibêjê, Hinek pere min hebû min ji bo zarokên xwe da çadirêkî. Lê çadira me zivistana borî kete ber lehiyê. Di havînê de agir carek din girt çadira me û hemû pere û nasname, eşyayên me çî hebu şewitîn. Kes xwedî li me naderkeve. Hemû kesê û dinya yê çavê xwe li me girtiye. Her çendî em qurbanên sereke ên destê çeteyên DAIŞ’ê ne, lê em ha-

tine jibîrkirin. Em 12 kes şev û roj ji derve dimînin. Cihek em têde bi rehetî runin nîne. Li gel ku em malbatek ji fermanê rizgar bûne jî, lê heya niha ti alikarî ji me re nehatiye kirin. Ez nizanim çewan hinek dibêjin em mafê mirovan diparêzin, ku heya malbatên weke ya min hebin. Ji bo me ya herî giring ewe ku em li ser axa xwe bijîn. Bila zehmetî hebin, lê em naxwazin ji dervey axa Şengalê, cihek din bijîn. Emê serî ji ti kesê re nedanîn. Me ji destpêkê ve dijî DAIŞ’ê şer kir û em ji ser axa xwe derneketin. Emê dernekevin jî”. Îsmaîl xelef û tev zarokin xwe dibêjin ewê li hemberî hemû zehmetiyan li ber xwe bidin û axa xwe bernadin.


Diclepress13@gmail.com

ÇAND

35

HEJMAR 9

2018/09/30

SAL 2

KOVAR DICLE

MIRADXANÊ BAZÎDÎ KÎ YE?

HÊ DI CIWANIYA XWE DE BÛ ZANYAR Û WÊJEVANEKÎ MEZIN

A: DICLE YUSIF

M iradxanê Bazîdî (z. Bazîd 1736 ‫ـ‬ m. Bazîd 1778) wêjevan û helbest-

vanê kurd ê klasîk e. Navê Mirad Xan ê din Miradxanê Bazîdî ye. Mirad Xan di sala 1736an de li Bazîda kevin hatiye cîhanê. Zaroktiya xwe di vî bajarê kevin ê dîrokî de bûrandiye. Di şeş saliya xwe de dest bi xwendina qur’anê kiriye. Piştî qedandina Quranê, di Medreseya Ehmedê Xanî de dest

bi xwendina zanînên olî, wêjeyî û teknîkî kiriye. Piştî xwendina xwe ya di Medreseya Ehmedê Xanî de, li medreseyên Wanê, Hekarî û Bedlîsê digere. Ji van medreseyan dera ku kêfa wî jê re dihat an jî dema ku liqayî seydayekî mezin dibû, demekê li wira dima û dixwend. Herwiha bi vî awayî zanîna xwe pêşdixist. Li Medreseya Bazîdê ku Ehmedê Xanî pirtûkxaneyek mezin tê de vekiribû, Mirad Xan jî mîna gelek hevdemên xwe, xwend û ji vê pirtûkxaneya Ehmedê Xanî sûdeke mezin wergirt. Bi vê çalakbûn û lêgerînên xwe de, hê di ciwaniya xwe de bû zanyar û

wêjevanekî mezin. Daxwaza Mirad Xan ew bû ku di rêya Ehmedê Xanî de bibe helbestvanekî mîna wî. Pêşbikeve û helbestên xwe ji derdora xwe re bixwîne. Ji ber vê yekê xwe berdabû ser dîroka jînenîgariya Ehmedê Xanî ya wêjeyî. Mirad Xan Ehmedê Xanî baş naskiribû û jê re rêzdariyeke mezin digirt. Ji seydana feqiyan û pêşrewiya civatan zêdetir, kêfa wî ji nivîsandin û xwendina helbest û destanan re dihat. Dema em li berhemên wî dinihêrin, em dibînin ku di warê nivîsandinê de gihayê vê armanca xwe û pir serkeftî ye. Wî helbest, destan û çîrok xweş nivîsîne û di dema xwe de, li ser van beşên


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/09/30

HEJMAR 9

wêjeyê pir pêşketiye. Ji berhemên Mirad Xan, çend helbest ji dîwana wî û çend malik ji destana Zembîlfiroş gihîştine destê me. Mixabin weke gelek helbestvan û wêjevanên me yên din jî, berhemên wî bi temamî berdest nebûne. Mirad Xan di malikekê ji ya Zembîlfiroş de, dema nivîsandina vê destanê wiha diyar dike: “Sed û nehwêd sal bûriye Paşî hezara hicrî ye Mirad Xan dibit serhatiye Bi şiîr û bi gotineke xoş” Herwiha Mirad Xan di vê malikê de bi awayek vekirî dibêje, min ev destan sala 1190ê koçî nivîsiye. Ev sal beremberî sala 1776an a salnameya zayînî ye. Destana Zembîlfiroş, weke tê zanîn û di destnivîsên ku gihîştin dema me de, ji aliyê bîst kesên ku navê wan diyar û ne diyar ve hatiye nivîsandin. Herwiha berhemên van hozanan îro di destê me de ne. Ji van nivîskaran yek jî Mirad Xan e. Destanek ji yên ku herî bi hişmendî û baş hatî nivîsandin, destana Zembîlfiroş a Mirad Xan e. Yê ku ser û binê vê destanê gihandî hev û dirûva vû des-

36

ÇAND

Diclepress13@gmail.com

tanê sererast kiriye dîsa Mirad Xan e. Mirad Xan destana Zembîlfiroş bi 254 malikan nivîsiye. Lê ji 254 malikan 129 malik gihîştine dema me ya îroyîn. Li gor şîroveya Mirad Xan, Zembîlfiroş şahzade ye. Lawê Şahê Amedê ye. Şahê Amedê serekê heft kişwaran e. Zembîlfiroş di heman demê de Walîahdê bavê xwe bûye. Zembîlfiroş xewnekê dibîne û dev ji kêf û zewqa Walîahdî û şahzadetiyê berdide. Bi jin û zarokên xwe ve dev ji tekyana bavê xwe berdide, weke belengazan qesta bajarê Mêrdînê dike. Xwe li koxeke tarî digire û ji bo debara kufletê xwe dest bi çêkirina selik û zembîlan dike. Selik û zembîlên ku çêdike kolan bi kolan digerîne û ji bo debara zarokên xwe dest bi firotina wan dike. Hozanê me Mirad Xan, vê mijarê bi van çend malikan wiha tîne ziman: Ey dil were carek bi coş Ley meclisa pir zewq û xoş Guh bidine sohbetek xoş Dikeyn behsa Zembîlfiroş Zembîlfroş kurê mîran e Lawe ku bejin reyhan e Xwedan koçek û dîwan e Le keyf û seyran şev û roj

Di heman rojê de bi destê jina xwe û zarokên xwe digire û ji bajêr derdikeve. Zembîlfiroş li bajarê Mêrdînê, li koxa ku tê de bicîh bûyî selik û zembîlên xwe çêdike û kolan bi kolan digerîne ku bifiroşe Şev û rojê keyfxweşî ye Bi eşq reqs û şahî ye Çû acizî dilde niye Ne dîtye saetek nexoş Şevekê şeva înî bû Xewneke ecêb diyî bû Li nav xewê de girî bû Dil û hinav lê hate coş Jina wî lê kird pirsiyar Bo çi digrî tu ey nazdar Ji ber çi ev tirs û hewar Ji ber çi rabûy mendehoş Şahzade dbêjit nazenîn Min dî xewnek xweş û şêrîn Qesr û qusûr hemû zêrîn Tu li nav horî perdepoş Le xwe hatim bême qesran Ez û tu pêkve bikin seyran Le min horî bû dergevan Lew ez hişyar bûm mendehoş Go derkeve tu neyê pêş Her li dunê


Diclepress13@gmail.com

bibe derwêş Nehêle qet roj û nivêj Bibe feqîrek xerqepoş Nehêle qet dilê feqîr Hişyar be te nebiye mîr Xwe neyêxe qeyd û zincîr Li qiyametê teng û nexoş Zembîlfiroş bi vî rengî xewna xwe vedibêje, digirî û li xwe dixe. Şahbanû nikare bi tu awayî şahzade bihewisîne. Mirad Xan dilmînî û şîretên şahbanû yên li Zembîlfiroş wiha tîne zimên: Jin dibêjit bibiya çavan Ji dil berde xof û tirsan Bab hakimê heft iqlîman Xwedan genc û eskerek boş Rabe here keyf û seyran Tu berde tol û tajiyan Bikuje ask û kûviyan Keyfê bike bi dilkî xoş Şahbanû li rewşa şahzade ango Zembîlfiroş nihêrî ku bi ti awayî, ji derdê wî re nabe derman û nikare pend ê şîretên xwe pê bide bihîstin. Rabû çû cem dayîka wî û jê re got, lawê te şahzade ji xew rabûye, digirî û li nav çavên xwe dixe. Ji dayîka wî dixwaze ku vê rewşa wî ragihîne şahê bavê wî û wezîran. Li ser vê yekê Şah wezîrên xwe dicivîne ku ji bo lawê wî çareseriyekê bibînin. Wezîran ji şah xwestin ku şahîtiyê radestî lawê xwe bike. Vê biryara bavê wî û wezîran jî ti bandor li

ÇAND

37

Zembîlfiroş nekir. Di heman rojê de bi destê jina xwe û zarokên xwe digire û ji bajêr derdikeve. Zembîlfiroş li bajarê Mêrdînê, li koxa ku tê de bicîh bûyî selik û zembîlên xwe çêdike û kolan bi kolan digerîne ku bifiroşe. Gulxatûna jina mîr wî dibîne û dil dikeviyê. Bangî wî dike, hildigire hundirê kelê û ya dilê xwe jê re dibêje. Bi ti rewşê nêzîkî Gulxatûn nabe û xwe di keleha bilind werdike, bi zindî difilite û vedigere mal. Di dawî de Şahê Amedê dibihîze ku lawê wî ji heft kişwarên wî, li bajarê Mêrdînê ye. Bi fermanekê lawê xwe

Li gor şîroveya Mirad Xan, Zembîlfiroş şahzade ye. Lawê Şahê Amedê ye. Şahê Amedê serekê heft kişwaran e. Zembîlfiroş di heman demê de Walîahdê bavê xwe bûye

HEJMAR 9

2018/09/30

SAL 2

KOVAR DICLE

ji Mîrê Mêrdînê dixwaze. Miradxan vî dîmênî wiha vedibêje; Wan hat û roja nêwî ye Mîr ji seyranê hatiye Dbêjit xulam û cindiye Herin bînin Zembîlfiroş Herin bo min derwêş bînin Paşazed bixemilînin Hemû bi siwarî bînin Be muzîqe û keyf û xoş Ney emrek bo min hatiye Zembîlfiroş le min xwestiye Ew kurê padîşahî ye Ji ber dînê xwe hatiye Mîr û wezîr hemû rabûn Lawik dîtin û înabûn Li ser textê mîr danabûn Şah û wezîr li pêş westabûn Zembîlfiroş ma heyîrî Bherdu çavan kire girî Mîrêm min navê agirî Cihî nima reş û nexoş Mîr dibêjî bserê te ye Hatî emir jbabê te ye Dixwazî jmin canê te ye Vêkra diçin bi keyf û xoş Mîr kaxizî da xwendinê Dixwazîtin tu û jinê Neşêm bidim axiftinê Lpêş padîşahê eskerboş Xulaman kehêl cemandin Mîrek û jin lê şidandin Mendal lkija wî danandin Ji bo qesrê şahê kêfxoş Mirad Xan digel destana Zembîlfiroş, gelek xezal û helbest jî nivîsîne. Heta dawiya temenê xwe jî nivîskariya wî berdewam kiriye û li bajarê Bazîdê çûye ser diloaniya xwe.


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/09/30

HEJMAR 9

38

ÇAND

Diclepress13@gmail.com

GULFÎDANÊ GO BARÊ FÎNCANÊ, JEHRA MARAN E, BAREKÎ PIR GIRAN E!

EW DELALÊ BER DILÊ ŞEŞ XWIŞKAN Û TAYÊ BI TENÊ YE

KELEŞ KIWEXI

FmilkêelekêYezdan dem û dewranê. Dinya e, dilî min liyan e. Bila

roja me derneketa ji rexê rojhilatê, şewq û şemala wê rojê xwe nedaya berîka Wêranşar ê. Beriya bê pîvan,kepesê Kîkan. Ne, dinyayek e pûç e, derewîn e. Wek lîstoka kaban e. Min dî roja me ji nîvro dageriya ye. Kureki bavan rahiştî darekî dûrbînê daye ber çavan, carekê ji berîka me yê jêrî derketî toz, ecacek, dûman û babexilka ber piyan e. Ji dûr ve tên sê

sîwaran e. Hinekan go ev sîwarên Tirkan e, hinekan gotin ev Gêsan û Tirkan e. Hinekan jî got na na, siwarên şerqiyan e. Gava nêzîkê konan bûn hat fêmkirin ku sê sîwarên Ereban e. Hatin li ber derê konê Paşeyê Milan peya bûn. Tu li wan dinêrî, tu dibê qay toza Erdê beriyê hemû li wan kom bûye, tu li kirasên wan dinêrî, tu dibê qey kefenê maran e. Sê Erebên reş yên dau berdayî bi habayên dirêj desmalên reş li dora serên wan pêçayî bûn. Xulam û nobedarên Paşê çûn serê haspên wan girtin. Her yek sêniyek av dan wan û derbasî binê kon bûn. Çûn li miqabilî Paşê rûniştin. Piştî demekê, xelkê binê konê, ji

wan pirs kirin: Xêre, hun kî ne, ji kû tên û ber bi kû ve diçin? Yekî ji wan Ereban got em qasirin, me xeberek ji we re aniye. Paşê got keremkin, xebera we ya xêrê ye, an ya şerê ye? Wan jî bersiv dan û gotin: Gerek e hun ji Uwêd begê Gêsî re werin rayê bi hamû tiştên xwe teslîmî Uwêd beg bibin. Eger hun teslîm nebin şereki giran wê li we rabe, gelek Eşîr û Beg li we bunê yek, wê êrişi we bikin.Mebesta wan ne ew e bibin keriyê miyan û boşê devihan rabotî Hespan e. Wê, bi destê zerî û esmerê Kurdan bigrin bi darê zorê ji xortên Tirkan û Ereban re bikin binê konan. Dixwazin ecêbekî bînin serê Kurdanê


Diclepress13@gmail.com

ku heta heftê û du bavên Kurdan rabin neçê ji bîra wan e. Cerd li Girê Edşanê PêlaKuçê sekiniye. Du roj wext dane we gereke hun bêne rê yê. Kesên kû di nav cerdê de Uwed begê gêsî û Eferê gêsî tevlî 1700 sîwarî , Kose weysi tevlî 200 sîwarên bi tîr û kevan. Eyub ê Mistefa Paşa û Cil-Brahimê Tirko tevlî 500 siwaran û Sivokê ser bi Por Şehxê Şemra yê herî bi xezeb. 1000 Siwarê ser pişta Delûlan di destê wan de rimên serê wan bi şahrkirî. (Çavkanî Şehx Teto) Ev 5 sal bûn ku Eyub Paşa yê Milan û mala Evdoyê Şerqî ji hev xeyidîbûn. Têkiliyên wan qut bubûn. Piştî rabûna wan qasirên Uwêd Beg Paşa fehm kir kû tenê çareya wi Derwêş û Sadûnê bira ne. Hima yek ser Paşa çû mala Evdoyê Şerqî, Eyşa Weliyê Poletrabû ji wan re xwarin û qehwe anî. Evdo dizanibû Paşe vala nehatiyê mevandariyê. Ji ber vê yekê jî yekser ji wî pirsî. -Paşe xêr e, ez bawer dikim tu bi daxwazek e hatî vê dê. Vêca hima ya xwe bêje, ka xê re çiyê? Paşê meselê hamû ji Evdî re got. Eyşê got: • Paşe em çi ji we re bikin jî, hun ji bi kirinên me di dawiyê de dîsa bi me dikenin, lê Derwêş ê we heye, bila biryarê ew bide. Evdî qelûna xwe pê xist û kişand. Ji dûmana qelûna Evdî, di binê kon de kesî kes ne didît. Paşê ji Evdî pirsî: - Ka tû dibê çi Evdi? Evdî got: Roja ku namûs ket meydanê divê mêr hebin. Paşe, tê bîra te roja kû ez û Kinhê kurê Musik ji eşîra Getikan di bin kona te de runiştibûn, Qasirê Çilbrahîmê Tirko hat daxwaza bacê ji te kirin. Tû tehdît kirin. Min û Kinhê me çav li hev kir û em rabûn me pozê herdû qasiran jê kirin û dan destê wan. Me got herin hûn ji sed û

ÇAND

39

yek bavê xwe de bê minetin.Te negot spas, van herdû Egîtan qenciyek kirin. Te got: Hun Ezidî ji xwe hertim bi kînin. Paşê dewleta Osmanî tu girtin û kirin hepsê. Min Derwêş şand, min got: Here Paşê ji nav destê wan kafiran rizgar bike. Derwêş tu ji hepsê derxistî û ani. Te got: Ma kurê Evdî çi kiriye, dîsa te ne şikirand. Em çi ji te re bikin tenê hima wê kêliyê ye. Paşe tê bîra te Şehab El-Xidir serokê hinizan hingî êrîşî Namûsa Kurdan kir, min hew xwe girt. Min Derwêş şand pêşiyê û min kir kû Derwêş serê wî jêkir û bir da Mencolê. Dîsa te ne got ‘we baş kir’. Stran Mencolê bi vî rengî ye: Mencolê digot, lê lê Hebabê xwişkê, sibeye xweş sibe ye. Bila neava be mala Şehab El-xidir, bi sihara sibê re hatin, terş û talanên me ji kok û ji bin de dane ber xwe ye. Vê rojê derbeka lêdane li Nohê Hezem li siwarê Xezalê, laşê wî Egîdî bê xwedî û bê xwedan hiştin li binê vê beriya me ya quble ye. Mencolê digot, lê lê Hebabê xwişkê, min dît li vê beriya me ya jêrîn bû toz. Min dît li me derdiketin xareka siwarên Hinizan û Cewalan, xareka siwarên reşbozan. Bila ne ava be mala Şahab El-xidir. Wê rojê derbeka lêdan e. Li Nohê Hezem li siwarê Xezalê. Heyfa min tê laşê Nohê Hezem siwarê Xezalê. Bê xwedî û bê xwedan hiştin li beriya me ya jêrî li bindîna Girbikoze. Hun gur ê derba xwe ne. Qencî ji we re nabe. Paşê got hemû tiştêh tu dibêjî rastin. Evdî; rast e, lê vê carê ev Cerd gelekî giran e. Siwukê ser bi por li me hatiye xezebê, Gêsan û Tirk jî bi wan re ne. Bi xwedê ew namûs û şerefê nahêlin ji Kurdan re. Evdî got: Paşe, ne ji bo te, lê ji bo xatirê Jinan

HEJMAR 9

2018/09/30

SAL 2

KOVAR DICLE

Çîlo got ji xwe em jî dixawzin bibin dexilê Milan û xwe bavêjin ber bextê Temir Paşê Milan. Birayê min Çîlo li wê derê destê biratiyê da Derwêş. Ew û Derwêş bûn dest û birayê hev. Çîlo bi salan li benda rojêk wek iro bû kû karibê qanciyêke bi Şerqiyan û Milan bikê û Zarokan kû ez bi vî temanê xwe yê kal bi tenê jî herim, ezê herim vî şerê namûs ê. Mêrê qenc carekê dimre. Derwêş di axeftina bavê xwe de fehm kir kû roja namusê ketiyê erdê. Hima yekser axeftin ji devê bavê xwe girt û got: Paşe tu here ezê sibê bêm. Evdî ji Kurê xwe Derwêş re got: Ji eşîra Milan jî siwaran bi xwe re bibê... Siwarên şerqiyan hatin derbasî binê konê paşê bûn. Xeber ji Edûlê re çû, ku Derwêş hatiye ku fîcana qehwê rake. Qulpînî li qirika wê ket û qeremên wê şikestin. Hima yek ser derbasî binê konê bû. Yekser çû ber Derwêş sekinî û jê re got: Bila Mila herin Cerdê, çima tu yê herî. Ma tu nizanî barê fincanê barekî giran e. Ma tu nabînî, di bin kon de 360 Milûk hene. Ma tu nabîni yek ji wan fincanê ra nake. Rakirina


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/09/30

HEJMAR 9

Em şeş Xwişk bi şev nivê şevê, me dev ji hamû mal û Sewalên xwe berdan, em li ser pişta Hespan siwar bûn û em ji ber Pismamên Bavê xwe reviyan. Pismamên xayîn, bang li xwişka min mezin Gozelê kirin û jê re gotin piştî mirina bavê te begiştî ya eşirê dikeve destê me û hun hamû xwişkên Çîlo ji me re bibin ber malî fîncanê li te nakeve Derwêşo. Bihêle ku bila Milan rakin... Piştî kû Paşê Edûl avêt bazarê, Derwêş fîncan rakir û vexwar. Paşe û tevlî heyeta binê kon ji Derwêş pirs kirin kû wê çawa û çend kesî bi xwe re bibê. Derwêş bersiv da û got kû, ewê tenê Şeşê ji Şerqiyan û Pêncê ji Milan bi xwe re bibê. Paşê got şervanên ku tu bi xwe re bibî bi nav bike: Derwêş got, emê 11 siwar herin. Navê Çîlo negotibû. Lê Çîlo xwe bi zorê bi wan re bi navkir. Derwêş ji Çîlo re got ez te nabin, ma tu nizanî ku kes Dexilan nabe şer. Lê feyde nekir. Navên Siwaran: 1. Derwêş 2. Sahdûn 3. Şiweş (Birayê Evdiyê Milhem) 4. Bozan (Bozan û Usiv Kûrê Emer axayê Şerqinê) 5. Ûsiv

40

ÇAND

Diclepress13@gmail.com

6. Ûsivê Brahîm (kekê Şhêx) 7. Girgirê Milî 8. Ferhan(Ferhan û Ibêd ji Aşîra Dotkanin kurê Ferhoyê Mistê ne) 9. Ibêd 10. Îsoyê Elî(Biraziyê Paşê bû) 11. Silêmanê Mistefê 12. Çîlo yê Îzolî Ji devê Gulfîdanê: Siwarên Kurdan bi erdê beriyê ketin. Xelkê reşa xwe derxistin, malbatên siwaran hizna xwê danîn. Hinek ji wan bi destgirtîn bûn û birakê min Çîlo tayê bi tenê bû. Em şeş xwişk bi hêviya wsi birakê tayê bi tenê bûn. Xwişka min a mezin Gozel çû pêşiya Derwêş, jê daxwaz kir kû Çîlo nebe. Lê, bê fêde bû. Gozelê ji ber bêhevîtiya xwe, xwe winda kir û ket erdê. Ez zaroka kû li ser dêste Çîlo mezin bûyîm, min xwe negirt û ez ketim dû siwaran, min xwe avêt hêbayê Çîlo û kir qîre qîr. Hawar hawar Çîlo Çîlo, Çîloooo neçe. Neçe. Ez bi erdê ve di xistim û haspê wî min bi xwe re dikişîne. Çîlo ji hezkirina min berê xwe nade min. Lê kel a dilê wi rabûye û hêstiran dibarîne. Bi dengekî bi dizî digirî. Ez dizanim ku ew min nade bi hamû malê vê dinê. Dixwaze ji min re bêjê ku hima careka din ez bidama ber himbêza xwe. Careka din bêhna porê min kiribûya. Careka din ez maç kirima. Ji ber ku ew dizane êdî vegera wî tuneye... Ez xwe ji hebayê wî bernadim. Min xwe bi herdû desta pê ve gêredayiye û Haspê wî min bi xwê re dikişîne. Carekê hima min xwe negirt û min bi dengekî bilind got Çîloooooo, Çîloo. Tu me şeş xwişkan ji kê re dihêlî. Tu yê me ji kî re bihêlî. Me ne Bav e, me ne Bira ye. Em sêwîne. Me tenê tu heyî. Neçe! Neçe! cerda Tirk û Gêsan. Bi xwedê çûyîna vê cerdê heye, lê veger nîne.

Keko neçe, neçe... Ez hê jî bi erdê ve di xirim û Hespê Çîlo min dikişinê. Bi xwe re dibê. Min dît ku di wê navberê de Sahdûnê bira dilê wî bi min şewitî. Hat, destê xwe evêt milê min û ez kişandim û hildam ser Haspê xwe. Li ber xwe kirim û rûyê min maç kir. Ez bi himbêza xwe ve şidandim. Ji min re got: Gulfîdan, Çîlo soz da ye, eger ew neyê wê herkes wî pîs bikin. Wê ew bê qîmet bi be. Edî tu qimeta Çîlo namîne. Ew jî wê wek wan milûkên ku ji binê konê Paşê Milan derketin û bazdayîn reviyayîn çûyin bi be. Rast e, ez jî naxwazim ku Çîlo werê. Lê Çîlo ji soza xwe wenagerê. Xwe pîs nakê. Min keserek berda û bi devekî bi girî ji Sahdûnê re got: Sahdûn bira ma tu nizanê em şeş xwişkên Çîlo ne. Xortên Milan faziqin. Her roj bela xwe li me didin. Ji tirsa Derwêş û Çîlo newêrin Gozelê birevînin. Ka nuha piştî we emê çawa bikin û kê me ji wan pîsan biparêze. Gava min ev gotin ji Sahdûn re gotin, deng çû Çîlo. Li min nêrî û hêstir barandin. Çavên xwe ji yên min dernexistin. Nêrî bi dilekî şewitî, lêvên xwe li ser hev birin û anîn. Hima ji nişkê ve desmala xwe avêt ser serê xwe. Ji bo kû hêstirên min nebînê. Sahdûn li bersiva min vegeriya û got: Gulfîdanê, hetanî mala Evdiyê Milhêm hebin tu kes nikare ziyanekê li we bike. Û Sahdûn li haspê xwe xist, çû pêşiyê, kêleka Derwêş. Ji Derwêş daxwaza kû Çîlo vegere kir. Di wê navberê de min xwe, ji ser haspê Sahdûn avêt erdê û hima bi ebayê Derwêş ve girt û xwe pêve zam kir. Min kir qîre qîr. Ez bi dengekî bilind û dengekî kezeb peritî giriyam. Min got: Derwêşooo, Çîlo nebe. Rewşa Çîlo û tu kesî ne yek e. Em bê kesin, bê kusin. Kesî me tune. Em ji


Diclepress13@gmail.com

dexilîn, me xwe li bextê we û mala Evdiyê Milhem girtiye. Ma Derwêşo, kes dexilan dibe şer. Min kir û nekir Derwêş deng nebir xwe. Hima min dît ji nişkê ve çavên min bûn gurîna hêstiran. Benzê li min qulibî benzê miriyê 70ê û 80ê salan. Min li Derwêş nêri û min jê re got: Derwêşo, kekê Sahdûn li hembrî sîh hezar malê Milan te xwe kiriye dûrbîn û da ye ber çavan. Serê xwe rake, binêre, bê ma çend qîz û bukên Milan li te kirine nifiran. Qiyameta xwedê bi te keto, te çima rakir Fincana qahwê li ser sifreya zêrîn. Ma tû nizanê ku Paşayê Milan kesekî bêbext e. Wê we bişînê Cerda Tirk û Gêsan. Tu caran li wê Cerdê nabe çare û derman. Ji bona keça paşayê Milan te çi heq li me heye. Bela xwe ji wan xortan veke. Derwêşo, tû wan herdû xortên ha dibînê? Herdû jî bi destgirtîne. Herdû kurê Ferhoyê Mistê ne. Dest-

ÇAND

41

girtiyên wan xwe bi girî kuştin. Yek jê Fatima Elo Şengalî û ya din jî Beyaza şeşberî ye. Derwêş te zû ji bîr kir kû xelkê digotin kurê Evdoyê Şerqî, şerqiyekî bi du peran`ê. Tenê dizê Hesp û Keran e.Milan digotin hingî kurê Evdoyê Şerqî lêvên Edulê metinê hîşa xwe winda kiriye. Nizanê ku wê xwe bidê kuştin.Derwêş te dî paşayê Milan fincana qehwê bi te da rakirin. Mexsûs Edûl xist bazara cerda giran û tû şandî Cerdê. Min şorê giran ji Derwêş re gotin, gotin, lê fêde nekir. Min xwe bi ebayê Derwêş girtiye, ez dikim qîre qîr û dibêjim Çîlo nebe. Lê gotinan nabê xwe, kurê Evdoyê Şerqî. Ez ji habaya xwe vekirim û avêtim erdê. Çîlo dîsa ji ber hawar hawara min desmala xwe ji ser serê xwe rakir, li min nêrî û hestir barandin. Sahdûn keseran ber dide û bi qehr li Derwêş dinêre. Siwar meşiyan û ez li dû wan bazdidim. Lê ez ji

HEJMAR 9

2018/09/30

SAL 2

KOVAR DICLE

Hima min dît ji nişkê ve çavên min bûn gurîna hêstiran. Benzê li min qulibî benzê miriyê 70ê û 80ê salan. Min li Derwêş nêri û min jê re got: Derwêşo, kekê Sahdûn li hembrî sîh hezar malê Milan te xwe kiriye dûrbîn û da ye ber çavan. Serê xwe rake, binêre, bê ma çend qîz û bukên Milan li te kirine nifiran


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/09/30

HEJMAR 9

42

ÇAND

Diclepress13@gmail.com


Diclepress13@gmail.com

Piştî kû Paşê Edûl avêt bazarê, Derwêş fîncan rakir û vexwar. Paşe û tevlî heyeta binê kon ji Derwêş pirs kirin kû wê çawa û çend kesî bi xwe re bibê .......... Roja ku namûs ket meydanê divê mêr hebin. Paşe, tê bîra te roja kû ez û Kinhê kurê Musik ji eşîra Getikan di bin kona te de runiştibûn, Qasirê Çilbrahîmê Tirko hat daxwaza bacê ji te kirin. Tû tehdît kirin. Min û Kinhê me çav li hev kir û em rabûn me pozê herdû qasiran jê kirin û dan destê wan qêrem ketim. Êdî min kir û nekir xwe, ez nikaribûm bigehim wan. Çiqas dimeşin dûr dikevin. Lê hê jî Çîlo li dû xwe li min dinêre, çavên xwe ji min neguhêze. Piştî demekê hingî durketin min hew dûrbûna wan jî dît. Ji ber çavê min winda bûn û çûn. Lê dil şewata min zêdetir bû û ez bêtir li ser Çîlo xemgîn bûm. Tirs bêtir ket dilê min. Ez rûniştim û hêstirên çavên min li ser xweliya

ÇAND

43

ziwa de wek barana buharê barîn. Min kir û nekir kela dilê min hênik nebû. Qaramên min şikestin. Dinya li ber min reş bû. Axret bi min şêrin bû. Roja kû Pismamên Bavê min li Semsurê bi dû me ketin û em li ber Çemê Firatê sekinîn ku me nikaribû derbas bin, hawara Izolian em dorpêç kirin bi dest û piyê Çîlo girtin kû bikin perçe û me hamû Xwişkan jî ji xwe re bibin li bîra min hat. Em şeş Xwişk bi şev nivê şevê, me dev ji hamû mal û Sewalên xwe berdan, em li ser pişta Hespan siwar bûn û em ji ber Pismamên Bavê xwe reviyan. Pismamên xayîn, bang li xwişka min mezin Gozelê kirin û jê re gotin piştî mirina bavê te begiştî ya eşirê dikeve destê me û hun hamû xwişkên Çîlo ji me re bibin ber malî. Ger Çîlo vê yekê qebûl neke emê bikin perçe û bavêjin çolê. Gozel dema ev bihîstin, qaremên wê şikestin, çokên wê hew li ber hatin. Piştî çend rojan windakirina bavê xwe nuha jî gefxwarina li birayê me Çîlo gelek ew êşandin. Gozel vegeriya malê û ji Çîlo re meselê got. Ji Çîlo rica kir kû vê pêşniyarê çiqas zahmet jî be qabul bikê.Çîlo di bin şevê de em xwişkên xwe li hespan kirin û dev ji hertiştê xwe berdan û em ber bi Ruhayê ve bi rê ketin û reviyan. Izolîan bi me hesiyabûn. Ji xwe ew li benda rojek wisa bûn. Hawar li me geriya bi dû me ketin. Hawar hawar em di çi halî de bûn. Şeva reş, kes kesî nabîne. Hespên ku di tariya şevê de muya spî di nav mastê de dibîne wê şevê bi zorê dimeşiyan. Di fecrê de me xwe bi koteki gihandin ber çemê Firat ê. Ava Firatê rabû ye. Kî dikarê jê derbas be. Em li wê dê sekinîn. Hawara Izolîan em dorpeç kirin. Bi dest û piyê Çîlo girtin kû

HEJMAR 9

2018/09/30

SAL 2

KOVAR DICLE

bikin perçe. Xwişka min Dilşa hingî bi dengekî bilind kire qîre qîr. Bawer bikin qey bavê min Silêman Begê xêr kirin sihut li me vegeriya di wê navê de. Ji nişkê ve hima milyaket bi me ve hatin. Me dît Pênc siwar li pişt me sekinîn. Qahreman, Egît, Faris û Pehlewan. Şûr ji nava milê xwe hêdi hêdi kişandin û bi nav hawara Izolîan ketin. Qira wan anîn. Meyt li erdê xirandin, avêtin meydanê. Çîlo ji nav destên wan kafiran derxistin. Izolîan bazdan, reviyan çûn. Her pênc siwar hatin em li hev kom bûn. Çîlo ji wan pirsî hûn kî ne? We îro başiya heri mezin bi min kir. Derwêş got em şerqî ne. Ez û Sahdûn kurê Evdoyê Şerqî ne. Ev herdûkên din jî Usiv û Bozan kurê Emerê Şerqî ne. Yê din jî Ûsivê Birahîm e. Ev der sinorê Aşîra mila ye. Em Şerqinê. Çîlo got ji xwe em jî dixawzin bibin dexilê Milan û xwe bavêjin ber bextê Temir Paşê Milan. Birayê min Çîlo li wê derê destê biratiyê da Derwêş. Ew û Derwêş bûn dest û birayê hev. Çîlo bi salan li benda rojêk wek iro bû kû karibê qanciyêke bi Şerqiyan û Milan bikê. Min ji xwe re digot Gozê rebenê, rabe bilezîne, zû koma xwişkan bi xwe bigre, here. Edûla zor Temir paşê, Fatima Eloyê Sincarî, Beyaza Hemo, Edûla Kîkî bîne, bejn û bala xwe bi xemlînin. Xwe zû bi erdê beriyê ve bigihînin. Emê herin xwe bavêjin tor û bextê Eyşê û Apê Evdoyê şerqî. Emê bêjin te çi heq li me hebû kû te berê Derwêş da cerda Gesan û Tirkan. Xwişka min Dilşayê ji apê Evdî re got, Apo demeke ji demê Salan Konê bavê min Silêman Begê, meskenê mahkûm û fîraran bû. Misînên qehwê bi agir de dikeliyan. Îro em sêwî mane li kolanan.


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/09/30

HEJMAR 9

44

RAPORT

Diclepress13@gmail.com

FERMANA 73’YAN Û JI NÛVE VEJÎN

ÊDÎ DIVÊ EM BI ÎRADEYA XWE PERGALA XWE AVA BIKIN

A: ÎBRAHÎM ÊZIDÎ

D i ser fermana 73’yan a Şengalê re 4 sal derbas bûn, lê hîn jî bi deh hezaran kes ji warê xwe dûr in, bi hezaran kes di destê çeteyan de mane. Li aliyê din gelê Şengalê ji xweliya fermanê jiyanek nû vejand. Civaka Êzidî ku di dîrokê de bi gelek fermanan re rû bi rû ma, di sala 2014’an de vê carê li ber çavê hemû cîhanê di fermanê re hat derbaskirin. Di 4’emîn salvegera fermanê de, birînên Şengalê hîn bi temamî nehatine kewandin, lê belê civaka Êzidiyan ji êşên hilweşandin, talan, qetilkirin, revandin û îşkenceyê jiya-

nek nû jî afirandiye. Gelo wê rojê çi çêbû, çi bi serê gelê Êzidî hat, çawa hatin rizgarkirin, piştî fermanê geşedanên li herêmê çibû û rewşa niha çiye? Bi minasebata salvegera fermanê, me li gel bibîrxistinek kurt a wê rojê, rewşa herêmê şopand. Dagirkirina Musulê Çeteyên DAIŞ’ê ku ji sala 2014’an ve li Iraq û Suriyeyê erdîngariyek mezin dagir kir û hovîtiyek mezin pêk anî, civaka Kurd û baweriyên qedîm jî kirin hedef. Çeteyan di 10’ê Hezîranê de bajarê Musulê dagir kir û komkujî pêk anîn. Her wiha cihên pîroz ên

baweriyan bi bombeyan teqandin. Hêzên Iraqê ji Şengalê vekişiyan Bi vê dagirkeriyê re li ser deşta Nînewa, bi taybet jî Şengalê ku navçeyek girêdayî Musulê ye û piraniya şêniyên wê Êzidî ne xeteriyek mezin çêbû. Hêzên artêşa Iraqê ku xwe ji Musulê vekişandin, navçeya Şengalê jî vala kirin. Çeteyên DAIŞ’ê jî, li herêmê komkujiyên xwe domandin û gef li hemû baweriyan dikirin. Lewma xeteriya li ser Şengal û civaka Êzidiyan zêdetir bû. Pêşmergeyên ji bo parastinê hatibûn, paşve hatin kişandin


Diclepress13@gmail.com

RAPORT

45

HEJMAR 9

2018/09/30

SAL 2

KOVAR DICLE

anîn. Di 2’yê Tebaxê ku civaka êzidiyan cejna Çilê Havînê pîroz dikir de, çeteyan saet di 02.00’ê şevê de êrîşî ser gundê Sîba Şêxidir û Gir Zerik yên li Başûrê Şengalê kirin. Li van herdu gundan ciwanên Êzidî heta saetên serê sibehê liber xwe dan û li bendê man ku pêşmerge alîkariya wan bikin. Lê ne hêzên pêşmergeyan alîkarî kir ne jî cebilxaneya gundiyan hebû. Di encamê de jî çeteyan gundî di komkujiyê re derbas kirin. 3’yê Tebaxê û hovîtiya herî mezin

Di dema ku çeteyan êrîşên zêde dikirin de, hêzên pêşmergeyan di saetên serê sibeha 3’yê Tebaxê de herêm bi temamî vala kir û xwe paşve kişandin Piştî ku hêzên Iraqê herêm vala kir, hikûmeta Herêma Kurdistanê 12 hezar pêşmerge şandin Şengalê. Di vê navberê de çeteyên DAIŞ’ê êrîşên xwe li derdora Musulê berdewam kirin û piraniya gund û bajarokên li derdora Şengalê dagir kirin. Bi vî rengî Şengal hatibû dorpêçkirin û êdî çeteyan berê xwe dabû Şengalê. Gelê Şengalê herçiqasî di nava metirsiyê de be jî, baweriya xwe bi hêza pêşmergeyan anîbû û wan jî bi çekên xwe amadekarî dikirin ku warê xwe biparêzin. Lê belê tişta ku ew difikirîn wê pêk nehatiba û

pêşmergeyan bêyî ku gel agahdar bikin wê herêm vala bikira. Fermana 73’yan Di dema ku herêm dihat valakirin de, çeteyên DAIŞ’ê jî êdî berê hemû êrîşên xwe dabûn Şengalê. Ji bilî rêya bajaroka Rebîa ya li ser sînorê Rojava, hemû rêyên Şengalê ji aliyê çeteyan ve hatibûn girtin. Ew rêjî dibin kontrola hêzên PDK’ê de bû, lê li wir jî rê nedihat dayîn ku pêdiviyên jiyanî bên derbaskirin. Di destpêka Tebaxa 2014’an de çeteyan êdî navenda Şengalê dida ber topan, lê dîsa jî destur nedihat dayîn ku welatî malên xwe bar bikin û li ser riya Rebîa derbasî herêmên bi ewle yên Başûrê Kurdistanê bibin. Tam di van rojan çeteyan bajaroka Rebîa jî dagir kir û Şengal bi temamî dorpêç kir. Êdî rêyeke gel ku derve nemabû. Di cejnê de hovîtî pêk anîn Çeteyan êdî ji çar aliyan ve êrîşî Şengalê dikir û komkujî pêk di anîn. Lê hovîtiya herî mezin şeva ku 2’yê Tebaxê bi 3’yê Tebaxê ve girêdide pêk

Di dema ku çeteyan êrîşên zêde dikirin de, hêzên pêşmergeyan di saetên serê sibeha 3’yê Tebaxê de herêm bi temamî vala kir û xwe paşve kişandin. Di dîmenên ku di çapemeniyê de hatin weşandin de pêşmergeyên ku Şengal terikandin digotin, “bi biryara ji jor em paşve diçin”. Tevî biryara ku hemû pêşmerge ji herêmê paşve biçin jî, komek biçûk a pêşmergeyan li hinek cihan berxwedan kiribû. Şengala ku bêparastin hatibû hiştin û gelê wê yê sivîl ketibûn nava pençeyên çeteyên DAIŞ’ê. Li gorî zanyariyan, wê demê li Şengalê 500 hezar û 750 kes diman. Çeteyan di 3’yê Tebaxê de êrîşî navenda Şengalê kirin û kî hatiba pêşiya wan qetil dikirin. Her wiha jin, zarok û mêr bi hezaran kes revandin. Êzidiyên li Şengalê ji bo ku nekevin destê çeteyan, berê xwe dan Çiyayê Şengalê. Bi sed hezaran kesên ku di nava wan de zarok, jin, pîr û kal hebûn xwe spartin çiya. Lê bi dehezaran kesan jî nekarîbûn xwe xilas bikin û di komkujiyê re hatin derbaskirin. Bi hezaran hatin revandin, windakirin. Debarê komkujî, kesên hatine revandin, windakirin û îşkencekirin de


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/09/30

HEJMAR 9

heta niha zanyariyên pir zelal nehatine diyarkirin û reqemên cuda tên dayîn. Li gorî lêkolînên ji aliyê saziyên cuda ve hatine kirin hin zanyarî wiha ne: Kesên hatine qetilkirin: 1293 Zarokên bê bav mane: 1759 Zarokên bê dayîk mane: 407 Zarokên bê dayîk û bav mane: 359 Zarokên ku çarenûsa dayik û bavên wan nayê zanîn: 220 Hejmara giştî ya zarokên ku bêdayik, bê bav mane û çarenusa dayik û bavên wan nayê zanîn: 2745 Hejmara kesên hatine revandin: 6417 (Ji vana 2760 jin, 788 zarokên keç, 2869 zilam û zarokên kur in). Gorên komî yên hatine dîtin: 68 (ev gor hîn nehatiye vekirin) Cihên pîroz ên hatine hilweşandin: 68

46

RAPORT

Diclepress13@gmail.com

Bi sed hezaran koçber Di dema fermanê de çiyayê Şengalê bibû tekane stargeha bi sedhezaran welatiyên li Şengalê û gundên wê. Ji ber ku hemû alî aliyê çeteyan ve hatibûn dorpêçkirin, ji 7 salî heta 70 salî sed hezaran kes derketin ser Çiyayê Şengalê yê ku di destanên lehengiyê de navê daye nivîsandin. Di dîmenên ku wê rojê ji aliyê çapemeniya azad ve hatin weşandin de, yek ji trajediyên herî mezin dihat dîtin. Ji derguşên li ser singa dayîka xwe heta dayik û kalên 70 salî hemû kesî bêav, bê xwarin berê xwe dabû çiya. Di rêwitiya ku li aliyekê çeteyan êrîş dikirin, li aliyekê germahiya havînê erd diqelaşt de, gelek zarok, kal û pîran ji birçîna û bê aviyê de jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên ji aliyê saziyên têkil

Di meha îlonê de jî Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi awayekî fermî hatin îlankirin. Bi vî rengî civaka êzidiyan cara yekem bi îradeya xwe hêza parastinê ava dikir dar ve hatine girtin, di fermanê de 360 hezar kesan ji cih û warê xwe koç kir. Bi sed hezaran kesên xwe spartibûn Çiyayê Şengalê di dorpêça çeteyên DAIŞ’ê de bûn û xeteriya komkujiyê li ser wan hebû. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê bi sed


Diclepress13@gmail.com

hezaran kes li Çiyayê Şengalê dorpêç kirin, komek biçûk a gerîlayên HPG’ê ku çend roj beriya êrîşan xwe gihandibûn herêmê, parastinek dîrokî kirin û rê li ber komijiyên mezin girtin. PKK’ê piştre komên nû ji bo parastina herêmê şandin. Şervanên YPG/ YPJ’ê li gel gerîlayan jî di navbera Rojava û Şengal de korîdora mirovî vekir. Piştî ku bi sedhezaran kes li Çiyayê Şengalê di dorpêça çeteyan de man û xeteriya komkujiyê liser wan zêde bû, tevgerên azadiya Kurd mudaxele kirin û parastinek dîrokî kirin. Lê belê hewldanên ji bo parastina herêmê ji dema ku xeteriya li ser Şengalê hatin dîtin, destpê kiribûn. Hikûmeta Herêma Kurdistanê 12 hezar pêşmerge şandibûn herêmê, lê bi êrîşa çeteyan a 3’yê Tebaxê re, ev pêşmerge paşve kişandin. PKK’ê û YPG’ê mudaxele kir Yek ji hêza bingehîn ku parastina Şengalê kir, PKK bû. Dema ku DAIŞ’ê Musul dagir kir, PKK’ê ket nava hewldanan û xeteriya liser Şengalê bi aliyên din ên Kurd re parve kir. Li aliyekê jî komek pispor ku ji 12 gerîlayan pêk dihat, ji bo amadekariyên parastinê şandin Şengalê. Lê belê ji hêzên PDK’ê 3 kes ji wan girtin. Fermandarê Biryargeha ya Parastina Gel Murat Karayilan rojek piştî fermanê tevlî bernameyek Stêrk Tv bû û têkildarî mijarê got, “Em amade ne Şengal, Kerkûk û Mexmûr biparêzin. Me hem bangawazî kir û hem jî hevalên me yên pêwendiyên derve çûn di hevdîtinan de pêşniyar kirin, lê qebûl nekirin. Eger di vê mijarê de hin tedbîr hatibana girtin wisa nedibû. Pêşniyara me nehat qebûlkirin,

RAPORT

47

komeke pispor, komeke ji bo hin amadekariyan bike me şand Şengalê. Lê belê pêşmerge ji van agahdar bûn, ji wan 3 heval girtin. Berî niha 20 rojan girtin lê hîn bernedane.” Di heman bernameyê de Karayilan destnîşan kir ku ew ê mudaxeleyî Şengalê bikin û gelê Êzidî biparêzin. Destana Derwêşê Evdî nûjen kirin PKK’ê biryara mudaxeleyê girtibû, lê gelê di dorpêça çeteyan de jî, di talukeyê debû. Tam di vê demê de gerîlayên ku ji bo amadekariya parastinê xwe gihandibûn Şengalê ketin dewreyê. Ji 12 gerilayan 3 hatibûn girtin, lê 9 gerîlayên din, ji aliyên ku çeteyan êrîş dikirin ve, Çiyayê Şengalê û bi sedhezaran kes parastin. Li Geliyê Kersê, gerîla nehiştin ku çete derkevin jor. Li aliyê ku li navenda Şengalê dinêre jî, gerîlayan bi doçkaya ku pêşmergeyan li pey xwe hiştibû, çete paşve ajotin. Wekî di destana Derwêşê Evdî de tê gotin, Derwêş bi 12 siwaran li dijî hezar 500 dijminan bi lehengî şer kir, bi heman rengî gerîlayan jî li ser heman xakê destanek nû nivîsandin. Ji 12 gerîlayan 3 ji aliyê PDK’ê

HEJMAR 9

2018/09/30

SAL 2

KOVAR DICLE

Di korîdora ku hatiye vekirin de, ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran welatî derbasî Rojava hatin kirin. Lê ev jî gelekî bi êş bû û di kelegerma havînê de, zehmetiyên gelekî mezin hatin kişandin ve hatibûn girtin, lê 9 hevalên wan, heta ku 2 tabûrên din ên gerîla xwe gihandin herêmê, Çiyayê Şengalê parastin. Avakirina YBŞ û vekirina korîdora mirovî Li gel mudaxeleya gerîlayên HPG/ YJA-STAR, şervanên YPG-YPJ’ê jî roja 4’ê Tebaxê ji bajaroka Cezza ya Rojava li dijî çeteyan operasyon da destpê kir û berxwedanek mezin hat nîşandan. Di vê navberê de bi alîkariya gerîlayên HPG’ê ciwanên Êzidî jî Yekîneyên Berxwedana Şen


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/09/30

HEJMAR 9

48

RAPORT

Diclepress13@gmail.com

kişandin. RIZGARKIRINA HERÊMÊ, VEGER Û JINUVE VEJÎN

Yek jî lingên esasî yên pergala nû jî perwerde bû. Cara yekem pergala bi zimanê dayîk hat çêkirin. Di vê çarçoveyê de akademiyên giştî û xweser hatin avakirin galê (YBŞ) ava kir. Di encama mudaxeleya gerîla û şervanan de derbeyên mezin li çeteyan hatin xistin. Li aliyekê parastin û kontrola li ser Çiyayê Şengalê hat pêkanîn, li aliyê din di navbera Rojava û Şengalê de korîdorek mirovî ku 70 kîlometre bû, hat vekirin. Bi vekirina korîdorê re bi sed hezaran kes veguhestin cihên bi ewle. Koçberî û bêdengiya cîhanê Di korîdora ku hatiye vekirin de, ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran welatî derbasî Rojava hatin kirin. Lê ev jî gelekî bi êş bû û di kelegerma havînê de, zehmetiyên gelekî mezin hatin kişandin. Tevî vê trajediya mezin jî,

cîhanê çav û guhên xwe girtibûn. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li gorî derfetên xwe seyare amade kirin û kom bi kom gel veguhest Rojava. Li gorî daneyên ku saziyên têkildar girtine, ji Şengalê 360 hezar kes koçber bûn. Lê nêzî 10 hezar kesan jî warê xwe terk nekir û li ser Çiyayê Şengalê dibin parastina gerîla û şervanan de man. Di dema veguhestina gel a ji bo Rojava de, Heyva Sor a Kurd û saziyên din ên Rojava pêdiviyên jiyanî yên mirovî ên wekî nan û av pêşwazî kirin. Girseyek gelekî mezin derbasî Rojava bibû, lê Rojava jî di nava ambargoyê de bû û ji bo hewandina koçberan zehmetî kişandin. Tevî van astengiyan jî li bajarê Dêrikê kampek bi navê Newroz hat. Bi hezaran kes li vir hatin bicîh kirin. Bi hezaran Êzidî jî, ji Rojava derbasî Başûrê û Bakûrê Kurdistanê hatin kirin û li kampan hatin bicîhkirin. Kampên ku hatine avakirin wiha ne: Kampên Bakûr ji aliyê şaredariyên DBP’ê (Partiya Herêmên Demokratîk) ve hatibûn avakirin û pêdivî dihatin pêşwazîkirin. Lê piştî ku hikûmeta AKP’ê şaredarî desteser kirin, ev kamp jî hatin girtin û gelê li vir birin kampên girêdayî AFAT’ê ku gelek kesên ji Suriye û cihên din lê hebûn. Li van kampan di şertên gelekî bi zehmet de careke din êş

Piştî vekirina korîdora mirovî, bi pêngavên rizgarinê re di nava salekê de xaka pîroz ji çeteyan hat paqijkirin. Gel dest bi vegerê kir û civaka Êzidî cara yekem ji parastin heta siyaset, çand, perwerde, tenduristî û aboriyê îradeya xwe derxist holê. Li hemberî êrîşên hovane yên DAIŞ’ê, bi sedhezaran sivîl hatibûn parastin û ji bo herêmên bi ewle hatibûn veguhestin. Lê çeteyan herêm dagir kiribû û xeterî her berdewam dikir. Lewma parastina gel û pêkanîna ewlekariya herêmê erkek di rêza yekem de bû. YBŞ û pêngavên rizgarkirinê Piştî ku gerîlayên HPG/YJA-STAR û şervanên YPG/YPJ’ê Çiyayê Şengalê xistin bin kontrola xwe û korîdora mirovî vekir, êdî dest bi amadekariyên rizgarkirina herêmê hat kirin. Di vê çarçoveyê de ciwanên Êzidî yên ku di dema êrîşên çeteyan de li kêleka gerîlayan tevlî berxwedanê bûn, bi alîkariya gerîlayên HPG’ê xwe birêxistin kirin. Di meha îlonê de jî Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi awayekî fermî hatin îlankirin. Bi vî rengî civaka êzidiyan cara yekem bi îradeya xwe hêza parastinê ava dikir. Lewma bi hezaran ciwanên êzidî di nava refên YBŞ’ê de cîh girtin. Li gel xebatên rêxistinkirina eniya parastinê, gavên rizgarkirinê jî hatin destpêkirin. Di 19’ê Kanûnê 2014’an de bi pêşengiya YBŞ’ê û desteka gerîlayên HPG/YJA-STAR li dijî çeteyan operasyon hatin destpêki-


Diclepress13@gmail.com

rin. Di berxwedanên dîrokî ku gelek şervan û gerîla şehîd bûn de, xaka pîroz bihost bi bihost dihat rizgarkirin. Di kanuna (meha 12) a 2014’an de bajaroka Xanesorê ku wê piştre bibe navenda avakirina pergala nû, hat rizgarkirin. Pê re jî gundên derdora wê hatin paqijkirin.

RAPORT

49

Şengalê di 13’yê Mijdara 2015’an de ji çeteyan hat paqijkirin. Rizgarkirina kesên di destê DAIŞ’ê de

Li gel pêngavên rizgarkirinê, ji bo xilaskirina zarok, jin û mêrên ketine destê çeteyan jî operasyonên taybet Avakirina YJŞ’ê rizgarkirina nav- hatin meşandin. Heta niha di encaenda Şengalê ma van xebatan de 3300 kes ji destê çeteyan hatine xilaskirin û radestî Di sala 2015’an de pêngavên malbatên wan hatine kirin. rizgarkirkirinê bi taybetî li rojava û başûrê Çiyayê Şengalê hatin berVegera gel û hîmê pergala nû firehkirin. Di vê navberê de hêzên parastina Şengalê herku diçû bihêz- Dema ku herêm hat rizgakirin û ewtir dibûn û gel ew hembêz kirin. Bi lekarî pêk hat, gelê êzidî ku ji neçarî taybetî tevlîbûna jinan bal kişand û koçber bibû jî, dest bi vegera xaka di heman salê de Yekîneyên Jinên pîroz kir. Tevî gelek astengî û êrîşan Şengalê (YJŞ) hatin avakirin. Bi hem- jî, veger heta niha jî berdewam dike. leyên rizgarkirinê re herêmên wekî Car caran êrîşên çeteyan li hinek Medîban, Sikêniyê, Geliyê Şilo (Geli- gundan dom kirin, her wiha di sala yê Şehîdan) û bi dehan gundên li 2017’an de komên çete ku hat gotin van deran, piştî berxwedanên gelekî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine rêxistinkimezin, hatin rizgarkirin. Pêngava rin, li Xanesorê êrîş pêk anîn. Her herî mezin ji bo rizgarkirina naven- wiha balafirên şer ên Tirkiyeyê Çida Şengalê hat avêtin. Di encama yayê Şengal bombebaran kir. Dîsa pêngava ku li gel gerîlayên HPG/ heta niha jî rêyên Duhok û Hewlêrê YJA-STAR û şervanên YBŞ/YJŞ’ê girtî ne û tenê rêya Musulê vekiriye. hêzên Iraqê jî tevlî bûn de, navenda Lê gel êdî bawerî bi hêzên xwe yên

HEJMAR 9

2018/09/30

SAL 2

KOVAR DICLE

Dema ku herêm hat rizgakirin û ewlekarî pêk hat, gelê êzidî ku ji neçarî koçber bibû jî, dest bi vegera xaka pîroz kir. Tevî gelek astengî û êrîşan jî, veger heta niha jî berdewam dike parastinê anî bû û vegera xwe domandin. Ji ber ku veger didome, heta niha reqemeke zelal nehatiye dayîn, lê li gorî rêveberiya Şengalê bi giştî zêdetirî 50 hezar kes vegeriyane ser xaka xwe. Bi vegera gel re, civaka êzidî dest bi xwe rêxistinkirinê kir. Dirûşmeya sereke jî ev bû, “Me ji dîrokê gelek sûd wergirtin, lewma êdî divê em bi îradeya xwe pergala xwe ava bikin”. Lewma di her qadek jiyanê de sazî û dezgeh hatin avakirin. Di 14’yê Çileya 2015’an de Meclîsa Avakar a Şengalê hat avakirin. Di bin sîwaneya meclîsê de jî sazî û dezge


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/09/30

HEJMAR 9

hên cuda hatin avakirin. Meclîsê di heman salê de li ser navê civaka êzidiyan ji hêzên navnetewî daxwaz kir ku fermana 73’yan wekî jenosîd bê qebûlkirin û Şengal wekî herêmek Xweser bê naskirin. Di heman salê de Meclîsa Jinên Êzîdî hat avakirin û bi mezinbûna meclîsê re navê wê wekî Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxan (TAJÊ) hat guhertin. Ewlekariya hundir, perwerde û çand Bi vegera gel û çêkirina pergalê re pêdiviya sîstema ewlekariya hundirîn jî derket holê. Lewma di Hezîran sala 2016’an de Asayîşa Êzidxanê hat avakirin û bi hezaran keç û xort tevlî bûn. Yek jî lingên esasî yên pergala nû jî perwerde bû. Cara yekem pergala bi zimanê dayîk hat çêkirin. Di vê

50

RAPORT

Diclepress13@gmail.com

Di dawiya 4 salan de dikare bê gotin ku li Şengalê jinûve vejandinek pêk hatiye û bi pergala ku hatiye avakirin re, îradeya Êzidxanê êdî xwe dide qebulkirin çarçoveyê de akademiyên giştî û xweser hatin avakirin, di van akademiyan de bi sedan mamoste hatin perwerdekirin. Piştre jî bi derfetên kêm li Xanesor û Serdeştê dibi;estan hatin vekirin, bi sedan zarok hatin perwerdekirin. Di rewşa niha de jî li navenda Şengal, Sinurê, Serdeşt û

Xanesorê perwerdeyên bi zimanê kurdî, erebî, ingilîzî tên dayîn. Li aliyê din jî bi hikûmeta Bexdayê re li ser pergala perwerdeyê hevdîtin tên meşandin. Di warê çandê jî gav hatin avêtin û di serî de baweriya Êzdayetiyê, ji bo çanda û zimanê civaka êzidiyan xebat hatin meşandin. Navendên çand û hunerê hatin vekirin. Xizmetguzarî, aborî û tenduristî Wekî lingekî girîng ê pergalê jî xebatên xizmetguzariyê hatin meşandin. Destpêkê li Serdeştê şaredarî hat avakirin û li ser pirsgirêkên rê, av û hwd hat sekinandin. Di salên dawî de jî li Zorava, Guhbel, Borik, Dihola, Digurê, Sinunê, Xanesor û navenda Şengalê şaredarî hatine avakirin û xizmeta gel dikin. Di warê aborî de jî xebatên ji bo ava


Diclepress13@gmail.com

kirina koperatîfan hatine destpêkirin û heta niha koperatîfên av û sewalvaniyê hatina avakirin. Her wiha ji bo koperatîfa çandiniyê xebat tê meşandin. Ji bo pêdiviyên tenduristiyê jî li Xanesor, Serdeşt û Şengalê nexweşxane hatine vekirin. Polîtîka Yek ji gavên herî girîng di qada siyasetê de hat avakirin. Êzidiyên ku di sala 2003’yan Tevgera Demokratîka Azadiya Êzîdiyan (TEVDA) ava kiribûn, di 24’ê hezîrana 2016’an de kongreya TEVDA’yê lidar xist û navê wê wekî Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan (PADÊ) guhertin. PADÊ di sala 2017’an de ji aliyê rêveberiya Bexda ve wekî partiyek siyasî hat naskirin. PADÊ bi navê xwe tevlî hilbijartinên 12’yê gulana 2018’an ên Parlamentoya Iraqê bû û li Şengalê zêdetirî 6 hezar deng girin. Bi mezinbûna pergalê re Meclîsa

RAPORT

51

Avakar a Şengalê jî di 30’ê gulana 2017’an de 2’yemîn kongreya xwe lidar xist û navê xwe wekî “Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê” guhert. Meclîsê di 20’ê tebaxa 2017’an de “Projeya Xweseriya Demokratîk a Şengalê” ku ji 23 xalan pêk tê, ji raya giştî re eşkere kir û daxwazên xwe vegotin. Gerîla ji herêmê vekişiyan Piştî 4 salan, Konseya Rêber a KCK’ê di Adara 2018’an de daxuyaniyek da û diyar kir ku li Şengalê ewlekarî hatiye pêkanîn û hêzên wan erka xwe bicîh aniye, lewma ew gerîlayên li Şengalê paşve dikişînin. Encam Di dawiya 4 salan de dikare bê gotin ku li Şengalê jinûve vejandinek pêk hatiye û bi pergala ku hatiye avakirin re, îradeya Êzidxanê êdî xwe dide qebulkirin. Hêzên parastina Êzidx

HEJMAR 9

2018/09/30

SAL 2

KOVAR DICLE

Bi mezinbûna pergalê re Meclîsa Avakar a Şengalê jî di 30’ê gulana 2017’an de 2’yemîn kongreya xwe lidar xist û navê xwe wekî “Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê” guhert anê YBŞ/YŞJ wekî perçeyek parastina herêmê hatine pejirandin. PADÊ wekî îradeya siyasî hatiye qebulkirin û hevdîtinan pêk tîne. Li ser pergala perwerde, çand û baweriyê bi rêveberiya Bexda re danustendin didomin. Wekî danahevan van hemuyan jî ji bo ku rêveberiya xweser bê pejirandin û di makezagona Iraqê de bê mîsogerkirin, hevdîtin û hewldan berdewam dikin.


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/09/30

HEJMAR 9

52

GOTAR

Diclepress13@gmail.com

BERSÎVÊK RAST JI FERMANÊ RE

NURHAQ SERHAT

Êeriyek zîdî, Civakek ji sirrê. Çand û bawji navê xweda. Xwediyên

dîrokek winda. Civakek berxwedêr û serî neçemok. Şopdarên nurê û cıvaka agir û rojê. Mirovên sir û keramete. Rêwiyên rastî, qencî û bedewiyê. Êzîdî… Qewmê TAWISÎ MELEK. Dema ku behsa Êzîdiyan tê kirin ferman an ku qirkirin tên bîra mirov. Bi sedema baweriyê, hezarên salaye qirkirin li ser civaka Êzîdî pêk tên. Îslama sîyasî, bi peyvek din siltayên îslamî dijminahî û her wiha qir kirina Êzîdiyan wek ferzeke dînî raber kiriye. Qir kirina Êzîdiyan, her dem bi sedem û qalikên olî rewa hatine

nîşandan. Civaka Êzîdî, tenê bi destên Osmaniyan bi dehan qirkirin jiyan kir. Di van serdeman de, wek civaka Êzîdî, baweriyên “bira”, yên wek Elewî, Yaresan, Kakayî û Şebek jî gelek qetîlam û êş jiyan kirin. Dijminahiya li dijî van civakan hîn jî rojane ye û her wiha didome. Pêk hatina fermana 03-08-2014 nîşaneyek bi êş a vê rastiyê bû. Civaka Êzîdî, ji qir kirinan re ne xerîb bû. Li ser wan, di serdemên borî de bê hejmar ferman an ku qirkirin pêk hatibûn. Hed û hesabê xayîntî û bêbextî yê nemabû ku li civaka Êzîdî nehati bû kirin. Êzîdî, di zane bûna vê rastiyê de bûn. Lê mixabin, şert û mercên sed salê cûda bûn. Dewlet-netewe a qewmî, bi siyaset û pêk anînên xwe civaka Êzîdî bêparastin hiştibû. Êzîdî, tu car wek serdema Dewleta qewmî de bûyî, wisa xafil û bê parastin nema

bûn. Civaka Êzîdî, jiber tehlûke an ku gefên qirkirine her dem xwedî rêveberî û parastin bûn. Roj û pêşeroja xwe an ku hebûna xwe bi xwe diparastin. Nedıbû ku erka xwe ya rêveberî û parastinê radestî hêzek bîyanî bikin. Vê yekê heya pêk hatina dewlet netewe an ku dewleta qewmî dewam kir. Sed sala 20’e mîn, li herêmê guhartin pêk hatin û her wiha şert û merc cûda dibûn. Êdî dem, dema dewletên qewmî bû. Li şûna ol perestiyê netewperestî pêş ketibû. Hîn rasttir, netew perestî tevlî olperestiyê bibû. Vê rewşê wek her civakê, jibo civaka Êzîdi jî şertên nû bixwere anî bûn. Ketina olperestiyê a pilana dûyemîn, ji bo civaka Êzîdî wek rewşek erênî xwuya dikir. Lê mixabin, rastî newusa bû. Olperestî û netewparêzî di zikhevde pêş diket. Vê yekê li ser Êzîdiyan tehlûke kêm ne dikir, berovajî zêdetir dikir. Di serdemên


Diclepress13@gmail.com

Hezim nekirin û her wiha dijberiya hêzên parastina Êzîdxanê YBŞ û YJŞ ê di domandin. Lê civaka Êzîdî astêngî û kelemên dijmin û xayînan nas nekir û rêya xwe ber dewam kir. Li rex hêzên parastinê yên wek YBŞ û YJŞ hêza xweya ewlehiyê an ku parastina a hundirîn jî rêkxistin kir. Bi sedan xortên Êzîdî bi mebesta ewlehiya civaka xwe beşdar bûn borî de êrîş û fermanên li dijî Êzîdiyan xwe dispartin sedemên olî. Lê di serdema dewleta qewmî de, Êzîdî, him wek ol û him jî wek qewmiyêt bi xeteriyê re rû bi rû bûn. Bi deste dewletên qewmî, wek çand, ziman, qewmiyet û welat bi giştî li ser gelê Kurd qir kirin an ku tine kirin hatibû ferz kirin. Ev yek, jibo civaka Êzîdî jî bê şansiyek bû. Qirkirina çandî û bedenî a liser gelê Kurd, civaka Êzîdî jî xistibû bin xeteriyê. Êzîdî, êdî ne tenê wek bawerî, di heman demê de, wek çand û ziman jî diketin bin lekmên qirkirinê. Rejima Be’esî a Ereb û tevî îslama tirk a sinî, li rex ol, dûrketina çand, ziman û welat jî li ser civaka Êzîdî ferz dikirin. Herî kêm li hember fermana çandî û netewî bêdeng mayîn ji civaka Êzîdî dixwestin. Rastiya serdemê ew bû ku; vê carê ne tenê Êzîdî, Êzîdî û gelê Kurd bi

GOTAR

53

hevre di nav yek pêçekekî de bûn û li ser wan qirkirinek çandî û fîzîkî rêve diçû. Her roja kû diborî lewaz dibûn û ji rastî û nirxên xwe yên civakî û netewî dûr diketin. Tişta ku ji wan re bibû par birçîbûn, belengazî, koçberî, mirin û ji hebûna xwe xerîb ketin bû. Bi siyaset, an ku rêkên birçîkirin û terbiyekirinê, têra xwe însanên ketî û xayîn jî dabûn çêkirin. Dijmin ketibû hindir. Yanî êdî kurmê darê ji darê bû. Xizmeta dijminan kirin ji ya civaka xwe şirîntir bibû. Ev yek bi xwe, çêker an ku zengila fermana 03-08-2014 an bû. Dewletên qewmî yên herêmê vê carê ne bi şerî’etê, siyaset an ku bi şurê qanûnî civak dorpêç dikir û her wıha teslîm bûn li wan ferzdikir. Civaka Êzîdî jî para xwe ji vê yeke girt. Dewleta Iraq soza parastinê ya qanûnê dida Êzîdiyan. Vê yekê di civaka Êzîdî de hêvîyek jî çêdikir. Miqabilê silteya olî, liser esasen qanûn, silteya sîyasî û qewmî jibo xwe baştir didît. Lê ev yek jî, ji hêviyên êzîdiyan re nebû bersiv. Dewleta-Netew bi rêka hemwelatiyê Êzîdî bê tanzîm, her wiha bê parastin hîştibû. Civaka Êzîdî, yekem car hebûna xwe teslîmî hêzek bîyanî kirîbû. Dest-

HEJMAR 9

2018/09/30

SAL 2

KOVAR DICLE

pêkê hûkûmeta navendî û piştre jî hûkûmeta herêmî ya bi navê Kurd, sozê parastinê didan Êzîdiyan. Li rex qanûnên navendî yên Dewleta Iraqê PDK’ê jî bi rêka hestên qewmî dixwest Êzîdiyan bêrêveberî û parastin bihêle û bi xwe ve girêbide. Sîyasetên her dû aliyan jî jibo Êzîdiyan xeterî avadikirin. Encamê vê sîyaseta dû alî ya ku li ser Êzîdiyan hate ferz kirin bi xwere ferman anî. Fermana 03-08-2014 encamek bi êş û ber çav ya vê sîyasetê bû. Civaka Êzîdî ji hêla van her dû hêzan ve jî, bê parastin û tenê hatibû hîştin. Di serî de jin û zarok, bi hezaran mirovên Êzîdî bi destê DAÎŞ ê hatin kuştin û her wiha bi hezaran jin, keç û zarokên Êzîdî hatin kolekirin û di bazaran de hatin firoştin. Dîsa jî kesên ku soza qanûn û namûsê ya parastinê dabûn Êzîdiyan bi Civaka Êzîdî ve nehatin û her wiha Êzîdî ji mirinê re terk kirin. Tişta ku li serê civaka Êzîdî de hatî wehşîyetek bû û her wiha sucek mezin yê mirovahiyê bû. Bêgûman ferman ji xwe ve çê ne bibû û her wiha encama bê şansîyekî jî nebû. Qirkirina civaka Êzîdî dubare buna planek qirêj bû. Li pişt wê kevne şopiyek wehş û dijminane a dîrokî


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/09/30

HEJMAR 9

hebû. Raste, qir kirin bi destê DAÎŞ ê pêk hati bû. Lê belê, yên ku plana fermanê saz kirî û her wiha hev karen wan hebûn. Lê belê, rastî bi vê yeke ve ne bi sînor bû. Qasî yên ku raste rast di pêk hatina fermanê de cih girtin, yên ku rê dane fermanê û xwe bê deng hîştin jî di heman astê de ber pirs û hevkarên vî sucî bûn. Dema ku ferman pêk hatî, xwe ne lipitandina dewlata Iraq û PDK ê rû reşîyek mezin û ispata vê rastiyê bû. Miqabilê vê helwesta ru reş û dijminane yên kû ferman hezim nekirin û bê dengî qebûl ne kirin jî hebûn. Ew jî gerîlayên PKK ê û gelê Rojava yê Kurdistanê bûn. Anku şagirtên Rêber Apo bûn. Rêber Apo berê de tehlukeya fermanê ferq kirîbû. Daxwaz ji PKK ê kiribû ku civaka Êzîdî bi tenê nehêlin û xwedî Êzîdiyan der bikevin. Lê bele rexmê daxwaz û hemû hewildanan, PDK ê ‘’bi gotina em Êzîdiyan diparêzin’’ rê neda

54

GOTAR

Diclepress13@gmail.com

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, jibo ku pirsgirêkên civakê yên tenduristiyê werin çareser kirin tevî hemû zehmetî û bê derfetiyan ket nav hewıldanan. Jibo ku pirsgirêkên civaka xwe yên tenduristiyê pêşwazî bike Nexweşxaneyên gel vekirin û her wiha hewilda kû pêwîstiyên civakê yên tendutistiyê bibe bersiv

ku PKK bi civaka Êzîdî ve were. Pir dem derbas nebû û ferman qewimî. PDK ya ku sozê parastinê didan, Êzîdî bi tenê û bêparastin hîştin. Bi xayînti û bê rumetiyek mezin, bi jin û zarok, civaka Êzîdî ji mirinê re terk kirin. Li rex vê yekê hikmeta navendî a Iraq jî xwe ne lipitand û tevî ku derfetên wê hebûn jî jibo kû Êzîdiyan biparêze balafireka xwe jî ra nekir. Tevî hemû bê derfetî û zehmetiyan şagirtên Rêber Apo sînor û astengî derbas kirin bi civaka xwe ve hatin. Bi vê hatinê mebest an ku gava yekem ewbû ku pêşî li fermanê were girtin. Lê ev yek ne besbû. Li dijî siyaset û plana qelandinê a li ser civaka Êzîdi pêwîstî bi bersivek rast û cûdatir hebû. Ew jî pêşxistina tanzîmê a civakî bû. Lewra tişta kû rê liber fermanan vedikir bê tanzîmî bi xwe bû. Civakek bê tanzim an ku bê rêveberî civakek bê parastine. bê parastin mayîn rê li pêşiya her cure êrîş û


Diclepress13@gmail.com

qir kirinan ve dike. Pêşî li sîyaseta qir kirinê girtin, ancax li ser bingeha siyaseta demokratik bi tanzim kirina civakê ve dikarî pêk were. Li hemberî sîyaseta ferman an ku qir kirinê rêya ku Rêber APO ji bo civaka Êzîdî pêşnîyar dikir evbû. An ku rêkxistina civaka Êzîdî bû. Li ser vî bingehî pêwîstî hebû ku civaka êzîdî xwe tanzim bike. Ji xwe, Fermana ku 0308-2014 li ser civaka Êzîdî de hatî, bi bahayê êşên mezin pêwîstiya tanzîm kirinê derxistibû holê. Civakek bê tanzîm bê parastine. Civakek bê parastin nikare hebûna xwe bi parêze. Ev rastî herî baş di nav lekmên qir kirinê de civaka Êzîdî dîdît. Lewma civaka Êzîdî di haletên fermanê de û tevî hemû êşên xwe bi awayek lezgînî dest bi xwe rêxistin kirinê kir. Civaka Êzîdî, bi fikra civaka demokratîk û her wiha bi mebesta pêk anîna xwesriya xwe, bi awayek lez û bez xwe rêkxistin kir. Encama herî rast a ku civaka Êzîdî ji fermanê derxistî ev yek bû. Civaka Êzîdî, ya ku di xwestin qir bikin, vê carê bi tanzîm kirina xwe bersifek pêwîst û dîrokî dida dijminan. Di bin şert û mercên fermanê û di rewşek dor pêç kirî de bi beşdar buna sedan keç û xortên Êzîdî hêzek parastinê hat rêkxistin kirin. Di Tebaxa 2014. hêza parasina êzdîxanê bi navê Yekîne yên Berxwedana Şingalê wek kurte nav YBŞ hebûna xwe îlan kir. Bi îlan kirina YBŞ ê re keç û xortên Êzîdî bi ruhekî can gorîyane li dijî DAÎŞ a hov ket nav berxwedanê. Wek gava yekemin li hemberî DAÎŞ civaka xwe parast. Her ku çû xwe perwerde û rêkxistin kir û her wiha hêza xwe mezintir kir. Bi vê yeke re, wek gava dûyemîn dest bi rizgar kirina xaka pîroz a Êzdîxanê kir. YBŞ, di pêvajoya rizgar kirina navend û

GOTAR

55

gund û bajarokên Şengal de erka xwe ya parastinê bi layîqî pêk anî. Bûn parazvanên rumetê û wiha tola zarok, qîç û jinên Êzîdî ji DAÎŞ a wehş a dijminê mirovahiyê girtin. Tevî gerilla yên PKK ê bi şahadeta sedan can gorîyên xwe derbeyên giran li DAÎŞ ê dan û her wiha xaka pîroz a kal û pîrên xwe li bin deste DAÎŞ ê der xistin. Bi tekoşîn, sekin û hel-

HEJMAR 9

2018/09/30

SAL 2

KOVAR DICLE

westa xwe ya can gorîyane xwe di dilê civaka Êzîdî de bi cih kirin û her wiha bûn bizotek ji agir û di dil û mêjiyê dijminên civaka xwe de tirs ava kirin. Bi heman şêweyî, keç û jinên Êzîdî jî li ser bingeha erka parastinê di qada leşkeri de xwe rêkxistin kirin. Sala 2015 bi navê Yekîne yên Parastina Jin a şengale bi kurte nav YPJ-şengal


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/09/30

HEJMAR 9

56

GOTAR

Diclepress13@gmail.com

Dewletên qewmî yên herêmê vê carê ne bi şerî’etê, siyaset an ku bi şurê qanûnî civak dorpêç dikir û her wıha teslîm bûn li wan ferzdikir. Civaka Êzîdî jî para xwe ji vê yeke girt. Dewleta Iraq soza parastinê ya qanûnê dida Êzîdiyan. Vê yekê di civaka Êzîdî de hêvîyek jî çêdikir

û di Sibata 2016’yan de jî, bi navê YJŞ an ku Yekîne yên Jinên Şengal wek jin hebûna xwe ya leşkeri îlan kirin. Ev yek di civaka Êzîdî de nuh bûn ek bû û her wiha hêja yê rumetê bû. Jina bê çare, belengaz û mihtacê parastinê êdî mirî bû. Di dil û mêjiyê keç û jinên Êzîdî de ruhê jîr û çalek ê Xatûna Fexra şîyar bibû. Di tîlîliyên van keç û jinên şerker de denge Xatûna Fexra bilind dibû. Bi saz kirina YJŞ ê jina Êzîdî êdî ne xelqeyek zeîf a ku mihtacê parastinê berovajî dibûn parazvanên namus û rûmeta civaka xwe. Bi YJŞ ê, jina Êzîdî ne tene li Şengal, jibo parastina rûmetê a civaka xwe û tol hildana zarok, qîç û jinên Êzîdî di rizgar kirina Reqa ya ku wek paytextê DAÎŞ dihat zanîn de jî cihê xwe girt. Di rizgar kirina zarok, xwîşk û dayîkên xwe yên di destê

DAÎŞ de er kek sereke ya rûmetê girt ser xwe. Bi vî awayî keç û xortên Êzdîxan wek şervanên rûmetê û parazvanên xaka pîroz hebûna xwe nîşanî dost û dijminan dan. Her wiha di dil û mêjiyê civaka xwe de xwedî rumet û bi ser bilindî xwe bi cih kir. Wek hêzên parastina a Ezîdîyan hebûna YBŞ û YJŞ ê di civaka Êzîdî û dostên wê de keyfxweşi yek mezin ava kir û her wiha di dile dijmin û xayînan de tirs û bê moralî ava kir. Lewma, him dijmin û xayînên derve û him jî di hevkarên wan yên di nav civaka Êzîdî de ev yek hezim nekirin û her wiha dijberiya hêzên parastina Êzîdxanê YBŞ û YJŞ ê di domandin. Lê civaka Êzîdî astêngî û kelemên dijmin û xayînan nas nekir û rêya xwe ber dewam kir. Li rex hêzên paras-

tinê yên wek YBŞ û YJŞ hêza xweya ewlehiyê an ku parastina a hundirîn jî rêkxistin kir. Bi sedan xortên Êzîdî bi mebesta ewlehiya civaka xwe beşdar bûn. Liser vê binghê hêzên Asayîşê hatin rêkxistin kirin ü her wiha Tîrmeha 2016 an de wek Asayîşa Êzîdxan saz bûna xwe ragihand. Ruxmê hemû gef û çav tirsandinên dijmin û xeyr nexwazan, civaka Êzîdî gav şunde ne avêt. Civaka Êzîdî, ya kû xwe nuh ji mirinê rizgar kirî, her ku çû tanzîma xwe ya civakî pêş xist. Bi mebest, an ku armanca Êzîdîxana xweser a demokratîk dest bi ava kirina meclêsên xwe kir. 14’ yê Çile ya 2015 Meclîsa Avaker a Xweseriya Şengal hat ava kirin. Li dû wê, 31’ê Gulana 2017’ an de Meclîsa Giştî a Xweseriya demokratik hat îlan ki-


Diclepress13@gmail.com

rin. Her wiha, Deste ya Rêveber a Şingalê hat saz kirin. Bi rizgar girina Êzîdîxan re vegera cih û warên xwe an ku Êzîdxanê her ku çu zêde bû. Bi van vegeran re Êzîdîxan hêdî hedî şên dibû. Bi vegerên çêbûn re di serî de navend, hemû Nahye û Gundên Şengalê de Meclîs hatin saz kirin. Bi van pêşketinan civaka Êzîdî kar û barên xwe yên rêvebirine de pêngavek mezin avêt û her wiha jibo Şengale ke xweser û demokratik ji bo xwe bingehek ava kir. Bi vê yekê nişan dan ku Êzîdî xwedî vîn û hêza xwe rêve birinê ne. Her wiha raber kirin ku, dikarin xwe bi xwe rêve bibin û erka xwe ya rêveberiyê dubare radestî hêzek biyanî nekin. Liser vî bingehî jinên Êzîdxanê jî tanzîmên xwe pêş xistin. Di sala

GOTAR

57

2015’an de meclisa xwe saz kirin. Di 20’ ê Îlona 2016 de, bi navê Tevgera Azadi ya Jinên Êzîdxan ‘’TAJÊ’’ tevgera xwe saz kirin. Pêşxistina meclis û tevgera jin, di jiyana Êzîdxanê de pêngavek dîrokî a nû bû. Qasî çareser kirina pirs girêkên jin, tev lê buna jin a kar û xebatên civakî yên wek meclis an ku rêveberî, parastin, perwerde, aborî, tendirûstî û hwd. din, di jiyana civakî de nuh bûnek ava kir. Her wiha, jibo jiyanek azad û demokratik bi xwere hêviyek anî. Li rex xebatên jin yên ava kirina jiyanek azad û demokratik, di tanzîm kirina civaka Êzîdî û ciwanan wê de ber pirsyartî girtin ser xwe. Bi navê Yekîti ya Cuwanên Êzîdxan xwe tevger kirin û her wiha di xebatên tanzîm kirina cuwan û civaka Êzîdx-

HEJMAR 9

2018/09/30

SAL 2

KOVAR DICLE

anê de er kek pêşengtiyê girte ser xwe. Pêş ketinek din a ji bo pêş xistina Şengal ek xweser û demokratik, saz kirina Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzîdxan PADÊ bû. 2016 avabûna xwe ra gihand û 2017 ji hêla Iraq ê ve wek partiyek fermî hebûna PADÊ hat qebûl kirin. Tevî ku partiyek nûbû, li gor tê xwestin xwe rêk xistin ne kirî bû û xwe bi civaka Êzîdî baş ne dabû nas kirin jî, hilbijartinên giştî a 2018 an de pişt girîyek ber çav a civaka Êzîdî girt. Li ser bingeha pêş xistina civakek azad, xweser û demokratik hebûna PADÊ di civaka Êzîdî de hevîyek da ava kirin. Rêk xistin û sazî buna civaka Êzîdî tenê bi van pêş ketin û nuh bunan ve sînordar nebû. Cara yekem, bi deste


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/09/30

HEJMAR 9

xwe dibistan an ku medreseyên xwe vekirin û bi zimanê dayîkê dest bi perwerde kirina zarokên xwe kirin. 23 yê Adara 2015 bi navê Saziya Ziman û Perwerdê a Şêngalê Saziya xwe ya Perwerdê ava kirin. Bi armanca perwerde kirin û pêş xistina mamostê yên zimanê dayîkê bi navê Ş Rêzan Peymangeha xwe ve kirin. Bi vê pêngavê, civaka Êzîdî cara yekem bi derfetên xwe û her wiha bi zimanê dayikê li ser çand, tarîx û ola xwe derfet dît kû zarokên xwe perwerde bike. Jibo pêşî li biyanî bûn an ku bişaftinê were girtin ev yek pêngavek jiyanî bû. Bi pêş xistina qada perwerdê û her wiha li ser bîr û baweri ya xwe perwerde kirina zarokên xwe dikare pêşî li bişaftin û qir kirina çandî bigre. Li dij fermana fizîkî û çandî yek jê bersifa pêwîst a civaka Êzîdî jî ev yek bû an ku zarokên xwe bi xwe perwerde kirin bû. Di bin şert û mercên giran û tevî hemû bê derfetiyan, civaka Êzîdî di rêveberiya Meclîsa Xweser û

58

GOTAR

Diclepress13@gmail.com

Demokratîk a Şengalê de xwe bi her awayî rêxistin kir. Li rex rêveberî, parastin, perwerde û hwd. jibo pê diviyên xwe yên jiyanî pêşwazî bike di qada xizmetê de jî jiyana civakê hat rêxistin kirin. Bi mebesta pê diviyên jiyanî û rojane yên civakê bêne pêşwazî kirin Şaradarî hatin ava kirin. Di serî de Şengal, li hemû gund û bajarokan şaredariyên gel hatin saz kirin. Tevî hemû bê derfetî û zehmetiyan jî pêdiviyên civakê yên jiyanî û rojane bi destên xwe an ku bi rêka Şaredariyên xweseriya demokratik pêşwazî kirin û dikin. Xalek sereke a xizmetê jî tenduristiya civakî bû. Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, jibo ku pirsgirêkên civakê yên tenduristiyê werin çareser kirin tevî hemû zehmetî û bê derfetiyan ket nav hewıldanan. Jibo ku pirsgirêkên civaka xwe yên tenduristiyê pêşwazî bike Nexweşxaneyên gel vekirin û her wiha hewilda kû pêwîstiyên civakê yên tendutistiyê bibe bersiv.

Wek encam; mirov bi hêsanî dikare vê yeke bibêje. Li miqabilê qewimîn an ku qir kirina ku li ser civaka Êzîdî pêk hatî tiştê ku hatin kirin ne ji rêzê bû. Civaka Êzîdî, li hemberî ferman an ku qirkirina ku li ser pêk hatî mûcîzeyek pêk anîbû. Lê belê, ne mûcîzeyek olî an ku îlahî bû. Sir an ku û hêza civakê a rêxistin kirî bi bû. Bi vê yekê carek din xwiya bû kû hêza her mezin civak bi xweye. Dijminên mirovahiyê bi destên DAÎŞ a wehşî xwestin Êzîdîyan qir bikin an ku koka Êzîdî yan biqelînin. Mûcîze li hember vê yeke bû. Bi yek peyvê mirov dikare bêje ku civaka Êzîdî di hâlete mirinê de jiyan afirand. Bi peyvek din, li dijî ferman an ku tine bunê hebûn ava kir. Tevî hemû êşan civaka Êzîdî jiyan kir siyaseta qir kirine bi ser neket an ku mebesta wan pêk nehat. Berovajî a kû bi ser ket hêza civakê a tanzîm kirî civaka Êîzdî bû. ..........


Diclepress13@gmail.com

RAPORT

59

HEJMAR 9

2018/09/30

SAL 2

KOVAR DICLE

JI BO FERMAN NEYÊ JIYAN KIRIN RÊXISTINBÛN PÊWÎSTE

A: Hêlîn Asemîn

CmezinivakadibeÊzîdîji borûferman bi rû bi fermanê neyê jiyan ki-

rin rêxistinbûn pêwîste. Civaka Êzidî ku di dîrokê de bi gelek fermanan re rû bi rû mane, di sala 2014’an de ku di vê carê de jî li ber çavê hemû cîhanê gelên êzidî ku di fermanê re derbas bû ev car ji 72 fermanên berê zehmetir bû ji ber ku di vê fermanê de piranî jin û zarok hatin revandin û kuştin. Roja fermanê 3 Tebaxa 2014 an de ku civaka Êzidî li hemû cîhanê her wiha hemû gelên xêrxwez vê rojê raja tarîtiyê li ser xwe dibînin.Gelên Êzîdî 73 ferman jiyan kirin di encama van fermanan de xêrnexwezên ku ferman bi sere gelê êzîdî de danîn jin ji xwe re kirin armanc , ji bo ku cavkek tunebe dibe ku jin tunebe eyîne xêrnexwezan jina êzîdî ji xwe re kir armanc ji bo ku

civaka êzdatî tune bike. Di 4’emîn salvegera fermanê de, birînên Şengalê hîn bi temamî nehatine kewandin, lê belê civaka Êzidiyan ji êşên hilweşandin, talan, qetilkirin, revandin û wêrankirinê rû bi rû man heya vê kêliyê bi wê êşê re mezin dibe. Di derbarê vê mijarê de jinên êzîdî yên bajarê Serê kaniyê li ser bîranîna fermanê her wiha êş û ezarên ku gelên Êzidî bi tayîbet jin ku dîtin ji me re wiha behs kirin: Yek ji jinên êzîdî daye Şemê got ku di dema fermanê de çeteyên DAIŞ gelek jin û zarokên şengalê revandin.Çeteyan jin û zarokên Şengalê li erbîstana siûdî, Musil, Reqa, Tebiqa, Minbic û hwd piranî jinan li cihên an go bajrên ereban dihatin firotin, hêjayî gotinê ye ku çetan li gor xweşikbûna jinan her wiha temenê wan jin ji hev dabeş dikirin û fiyata wan ji hev cuda bû her ku jin ciwan bû fiyatê wan jî buhatir bû. Di berdewamiya axaftina xwe de

Şemê di yar kir ku fermana ku bi serê wan de hatî sûçê wê pêşmergeyên KDP ne û wiha got:”Heke ne ji çûndina pêşêmergeyan ji Şengalê dibe ku ferman bi serê me de nedihat û wihqas jin û zarokên me jî ne diket dest DAIŞ de jî ji ber ku pêşmergeyan di gotin em li virin eme Şengal bi parêzin ka parastina wan. Gelê me bawareya xwe tam da Pêşmergeyan lê wan em hiştin û ew beriya me reviyan. Ger ne ji PKK ê bûya kesek di şengal de nedima wê çeteyan hemû gelên Şengalê bifrotana û bi kuştana. Yê ku xwe gihande hawara gelê Êzdî PKK bû, PKK gelê êzdî ji zilama çeteyan derxist û em bi rêxistin kirin. Di dawî de Şemê spasiya PKK kir û wiha got: PKK e ji çiyan daketin em rizgar kirin, dema me bihîst ku jin û zarokên Şengalê hatine revand em gelekî xemgîn bûn.Me berê xwe da Şengalê jib o alîkariya gelê me yî êzîdî yên Şengalê Her waha Zeko Xidir jî waha got:’’Fer-


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/09/30

HEJMAR 9

60

RAPORT

Diclepress13@gmail.com

man û kumkujî tu carî li ser civaka êzîdî xelas nebû ye her sal gelê êzidî komkojiyan re derbaz dibe.dema despêka şoreşa rojava jî despêkê êrîş anîn li ser gundê me. Dîsa heval hatin gundê me ji çetan girtin. Wê demê em 25 jin hatin giritin em di malekî de man çetan ji me re gotin bila zilamên gund bên gel me ji bo ku em we berdin lê dîsa ev yek hîleyên çetan ji bo zilaman bikujin û jinan jî birevînin. Zeko dawiye jî waha got:’’ji ber ku em her dem civaka êzîdî di komkujî û fermana re derbas dibin gelê me hate belav kirin piraniya wan li dervayî welat jiyan dikin, ez dibêjim ku bila her êzidiyek bê li ser axa xwe jiyan bike ji ber ku dem ne dema berê ye her wiha civaka êzîdî jî ne êzidiyên berê ne mînaka wê Şengale niha gelên Şengalê xwe bi rêxistin dikin. Encar xelef jî waha dibêje:’’gelê êzidî buna yek ev ferman û komkojî ne tihatin sere wan ji ber ku li xwe xidî dernakevin zor û zehmetiyan jiyan dikin. Ez dikarim bêjim ku fermana şengalê jî ne ji xweda çêbu ji berê hatibu pilan kirin. Xelef waha berdewam kir:’’Gelê şengalê di sala 2014‘ ê de gelek zor û zahmatiyan ra derbaz bûn. Em jî wek gelê rojava ên êzidî wî demê çûn şengalê me xwest em ji wanre bibin alîkar. Civaka êzidî li ku derê bê gelek zehmetiyan jiyan dike. Mînak gelê şengalê çawa zor û zehmetî jiyan kir, niha gelê efrînê jî wê zorahiya jiyan dike. Xezne hayder ji waha dibêje wek gelê rojavayê kurdistanê ên êzidî ji bona ku bikaribin arîkariya gelê şengalê bikin çûn şengalê. dema em çûn şengalê me dît ku gor ku em dixwazin naye meşandin em êzidî hemû yekin ji bo we jî dema keç û xortê şengalê çûn me got zarokê me ketin destê dayîşê.


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.