Sal 3
2019/12/15
Hejmar 16
Diclepress13@gmail.com
JINA KU JI QADA CIVAKÎ HATIYE QUTKIRIN Di Xizmeta Mêr De Ye
D. HADÎ: Şîreta min ji gel re eve kû derziyên cemedê bikar neynin PÎR GIRO YÊ SITIRANBÊJ KÎ YE?
ÇÎROKA TOFANÊ DI NAVBERA EFSANE Û ZANISTIYÊ DA
ş: devrim dilbirîn
Dıcle Lêkolîn, Belge û Lêgerîn Jimar: 16 BEFRANBAR : 2019 di vê hijmarê de
Xwediyê Kovarê û Rêvebera weşanê:
Faris Herbo Xidir
DEWLETA ÎRAQÊ, NE BERÊ FERMANÊ Û NE JÎ PiŞTÎ FERMANÊ ÎRADEYA GELÊ ÊZÎdÎ NAS NEKIRIYE 4 DÎROKA SARISTANIYÊ, DÎROKA HUNDAKIRIN Û HUNDABÛNA JINÊ YE 5 21HEZAR Û 949 DAIS‘IYÊN KU DEWLETA TIRK EW BERDANE LI KUDERÊ NE ? 10 SENGAL PARÊZGEHA ÊZÎDXANÊ YE 12 PÎR GIRO YÊ SITIRANBÊJ KÎ YE? 16 SÛHREVERDÎ, DI RUH DE MADDE, DI MADDE DE RUH DIBÎNE 18 BERMAHIYÊN EL-QAÎDE, EL-NUSRA Û DAIS`Ê DI BIN ALA OSMANÎ DE NE 20 ÇAND NASNAMEYA CIVAKÊ YE 24 BERCEZ XELEF BEHDO KIYE? 29 JINA KU JI QADA CIVAKÎ HATIYE QUTKIRIN Jina Zêdetir Di Xizmeta Mêr De Ye 31 MEKANÎZMEYA GUHERÎNA DESTÛRÊ Û XALÊN GUHERÎNA WAN TÊ XWESTIN 40 GOTININ PÊSÎNIYAN EZMÛNA RASTEQÎN A JIYANÊNE 44 PÊSKETINA DÎROKÎ YA ZIMANÊ NIVÎSÎNA KURDÎ 45 JINÊN CIWAN Û ZEWACA BIÇÛK 52 MALBAT Û JINÊN CIWAN 54 ÇÎROKA TOFANÊ DI NAVBERA EFSANE Û ZANISTIYÊ DA 57 ÊLA ZUQURIYA 61 PIRSGIRÊKÊN CIWANÊN EZÎDÎ Ê YÊKITIYÊ 65 DEMA BERÊ LI HER GUNDEKÎ ÊZÎDIYAN SILAVGEH HEBÛN 68 ÇÎROKA ÛSIVÊ HESINÊ ŞEREF Û ŞEMOYÊ ‘EMER DELÎ 69 ŞÎRETA MIN JI GEL RE EVE KÛ DERZIYÊN CEMEDÊ BIKAR NEYNIN 72 HAŞIM SEYDO: WAN SAZIYÊN MIROVÎ TÊN ŞINGAL HEMÎ GIRÊDAÎ HIZB Û CIHIN SIYASINE 76
Cigirê Rêveberê weşanê:
Sikran Ridînî Meshuc el.şemerî Berpirsê weşanê:
Azad Ebdal kirêt Desteya Weşanê
- Xelîl Murad Şilo - Omran Sekran Ridînî - Îbrahîm Emo Kiçî Sepandin û Derhênerî:
Qasim Xelif Abdulla Navîşan:
Şengal -SincarTel: 07504197663
07500496100
E. mail: Diclepress13@gmail.com Hejmara roxstgirtin li sendîkaya rojnamevanî îraqî
1773
Ji Edîtor DEWLETA ÎRAQÊ, NE BERÊ FERMANÊ Û NE JÎ PiŞTÎ FERMANÊ ÎRADEYA GELÊ ÊZÎdÎ NAS NEKIRIYE Xwendvanên hêja ...
Şerê cihanê ya sêhemîn kû navenda
wî rojhelata navîne, êdî mîna her dû şerê cihanî a yekim û dûhemîn jî nabê û hem muadilat a siyasî û hem jî hevsengiyên siyasî evqas tevlihevin kû mirov nikarê cûdabuna hêz û aliyan li hevdû derxînê û li gorî wan hêz û aliyan, pozisyona xwe jî diyar bike. Yanî ne di vî şerî de dost û ne jî dijin bi hesanî li hevdû nayîn cûdakirin, dostê herî sitiratijîk li demjimêrîkde dibê neyarê te û bi neyarê te ra jî li hev tên û berovajî wê jî raste, ji ber vê yekê zehmete di neha de mirov hinin pêş ferzan(texmînatan) diyar bike û çav li rê bê kû sibê encamên wisa jî derkevin. Li Sûryê piştî ketina paytexta xelafeta daîş’ê dihat paîn kû rewişa Sûriye li ser hêmayêk a siyasî ber bi çareseriyêkî ve biçe, lê wisa derneket û hem hêzin heremî û hem jî hêzin hegemonîk wekî kû dixwastin li Sûryê de encamên kû dixwastin bi dest nexistî bûn. ji ber vê jî hewcehî dihat dîtin kû hem şer û hem jî aloziya Sûryê berdewam bike û li wî alozî û tevliheviyê jî ne girgîn bû ji wan re çiqas mirov canê xwe bidin, an jî hal û mal û mûlkê wan bêne xirakirin û talankirin. tenê tiştê kû ji wan re girînge, berjewendiya madî, siyasî, serbazî û desthelatdariya li heremêye. Li Sûryê ji derveyî rêveberiya xweseriya dimokratîk a rojava û bakurê Sûryê, ne rejîm û ne jî hêzin mudaxil û ne jî çeteyên kû
xwe wekî opozisyonê dibîn xwedî firmoleyêkî çareserî nebun û nînin ji bo pêşeroja suriye. ji ber vê yekê wan hêza jî naxwazin çareseriya kû rêveberiya xweseriya dimokratîk a rojava û bakurê suriye wekî mînak û rêya çareseriya suriye bipejrînin. di encama lihevkirina Emrîka, Rusiye, Tirkyê hewıl didin hem wê rêya çareseriyê li Sûryê asteng bikin û hem jî destketiyên gelê kûrd bi pêşengiya tevgera azadiyê ji holê ra bikin. Di neha de ev şer û berxwedaniya kû li rojava û bakurê Sûryê rêve diçe, şer û têkoşîn û berxwedanêkî bi rumet li hember bêçareserî û xetimandina sistîma cihaniye, ji ber wê erkê her mirovêkî azadîxwaz û xwedî wijdane mîna şehîd Egîd Şengalî xwedî li wî berxwedanîyê derkevê û bi hemî awayî destekê bide serketina şoreş a rojava û bakurê Sûryê. Di navbera pêşbirkê ya deselat û li ser kûrsîya deselatdarî xwe sepandin û dijayetîya mirovahî û gelan her kû diçe li rojhelata navîn kûrtir û pir nakoktir dibê û heta rewiş gehiştiye astêk kû êdî gel jî naçarin ji bo bı destxistina mafên xwe çek û her cûreyê çalakiyan rewa bibînin, ji ber kû ne dewlet û ne jî hêzin hegemonîk û saziyên qaşo mafên mirovan li ser maf û heq û hiqûqê hemwelatî nayên deng. berovajî vê yekê jî xwe li astê serkotî kirin û çewisandin û koçber kirin û wêran kirina mal û halê gel û gûhertina dîmogirafiya heremê jî kerr û kor kirin. Nêzî sê mehane di encama vê goh
nedana xwastekên gel, li îraqê bi taybetî jî li çend hereman de, êdî sebra gel gehiştiye dawî û li navenda bajêran, bêy kû rojêkî navber bidin dinava çalakî û xwepêşandanan de ne û hewl tê dayîn daxwaziyên gel di çarçoveya guhertina hikumet û perleman û helweşandina deselata heyî bi cih bikin. Sîstima desletadariya îraqê ji vê kû heye êdî nema karibê daxwazin gelê îraqê bi cih bînê, nexasim daxwazin kêm netew, etnîk û eqeliyatin kû li îraqê dijîn, di nav van de jî gelê êzîdî. Artaş û saziyên dewletê di dema fermana li ser civaka êzîdî, ev gel bê parastin di nav çengê çeteyên hov a daîş’ê bi tengê hêşt, piştî pênc salin kû ev gel dixwazê carêka din rabin ser pêya, lê dewletên dagirkera ser kurdistan, bi taybetî jî dewleta tirk û hevkarên daîş ê ya rêxistin bûna vî gelê hezim nake û hewl didê pîlana kû bi daîş’ê nekarî pêk bînê vê carê bi rêka balefirên çekdar a bê mirov, yekîneyên parastina vê gelî bike aramanc û wisa jî tirs bixê nava gel û rê li vegera gel ji bo şengalê bigre, dewleta îraqê jî li hember vê destdirêjiya dewleta tirk heta neha jî bêdenge, ev tê vê watayê kû dewleta îraqê ne berê fermanê û ne jî piştî fermanê îradeya vê gelî nas nake û nekirye, ji ber vê yeke pêwîste gelê me êzîdî bi xwe û hêza parastina xwe û îradebûynana xwe bawer be û yekyetiya xwe xort bike, û bê du dilî daxwaza mafên xwe û bi cîhkirin û damezrandina sîstima xwerêveberiya xwe bide.
Diclepress13@gmail.com
Fikrî
5
HEJMAR 14
2019/12/15
SAL 3
KOVAR DICLE
Abdulla ocellan
Dîroka şaristaniyê, dîroka hundakirin û hundabûna jinê ye Pirsgirêkên Zayendperestiya Civakî, Malbat, Jin û Şênî Têgihîna jin, weke cûre mirovek ku cewaziya wê ya biyolojîk heye, dibe yek ji serekeya sedemên bingehîn ên korîtiya di mijara rastiya civakî de. Cewaziya zayendî, bi tena serê xwe, nikare bibe sedema ti pirsgirêkên civakî. Çawa ku dubendiya di her piçik(zere) a di gerdûnê de, di ti hebûnewer de, weke pirsgirêk nayê girtin dest, her wisa dubendiya di hebûnewera/ê mirov de jî nikare weke pirsgirêk bê nirxandin. Bersiva ku ji pirsa “gelo çima hebûnewer dubendî ye?” re bê dayîn, dikare ancax bibe felsefî. Tehlîla ontolojîk(zanista hebûneweran) dikare li bersiva vê pirsê(ne pirsgirêkê) bigere. Bersiva min ev e: mirov nikare bi cûreyek dîtir heyîna hebûnewerê, ji bilî dubendiyê, pêk bîne. Dubendî, şêwaza gengaz a hebûnê ye. Eger jin û zilam bi awayên xwe yên heyî nebûna û di şûna vê de bêzayendar bûna, wê dîsa jî nekarîbûna xwe ji vê dubendiyê rizgar bikarana. Ew bû-
yera ku jê re tê gotin cot-zayendîtî jî ev e. Pêwîst e mirov neheyire(şaş nemîne). Lê, dubendî tim meyldar in ji bo xwe bi rengekî cewaz çêbikin. Her wisa mirov dikare di meyla vê dubendiyê de bigere li bingeha ku ji zekaya gerdûnî(Geist) re jî weke delîl lê bê gerîn. Herdu aliyên dubendiyê ne baş in û ne jî xirab in; lê tenê cewaz in û neçar in ku cewaz bin. Eger dubendî bibin weke hev, wê heyîn nikaribe pêk were. Ji bo mînak, bi du jinan yan jî bi du mêran, nikare pirsgirêka xwe zêdekirina hebûna civakî bê çareserkirin. Lewre, nirxa pirsa “çima jin yan zilam? nîne, yan jî eger li bersiva vê pirsê bê gerîn, mirov dikare bersiveke felsefî bide: Gerdûn divê(neçar e, di wê meyle de ye, di wî aqilî de ye, di wê arzûyê de ye) ku wisa çêbibe, loma. Lêkolînkirina jin, weke kombûna têkiliyên civakî, ji ber vê sedemê, ne tenê watedar e, lê ji bo derbaskirina(tehlîlkirina) girêyênkor ên civakî jî, pir girîng e. Şikandina korîtiya derbarê jinê de, wisa ye ku,
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/12/15
HEJMAR 14
6
Fikrî
Diclepress13@gmail.com
heman weke ku mirov atomê perçe bike, ji ber ku nêrîna serwer a zilam bexşangî qezenc kiriye. Ji bo şikandina vê korîtiyê, pêwîst dike ku mirov hewldanên mezin ên rewşenbîrî pêş bixe û zilamtiya serwer birûxîne. Her wisa pêwîst e mirov di enî(bere) ya jinê de jî, ew jina ku hema hema ji xwe re kiriye şêwaza heyînê û di rastî de weke civakî hatiye avakirin, tehlîl bike û ewqas jî birûxîn e. Hemû şikestinên xeyalan ku hatine jiyîn di nekarîna xistina jiyanê utopya, bername û rêgezan, ên di serkeftin an ne-serketîbûnên tevahiya têkoşînên azadî, wekhevî demokratîk, exlaqî, polîtîk û çînî de, şopên şêweya têkilî(ya di navbera jin û mêr de) ya serwer(a bi desthilatî), ku nehatiye şkandin, di xwe de werdigirin. Têkiliyên ku tevahiya newekheviyan, koletiyan, zordarî(destpotî)yan, her wisa faşîzmê û milîtarîzmê xwedî dikin, çavkaniya xwe ya sereke, ji vê şêweya têkiliyan digirin. Eger em bixwazin li wan peyvên ku navên wan pir derbas dibin, her wekî wekhevî, azadî, demokrasî, sosyalîzm, derbasdariyên ku nebin sedema şkestina xeyalê, bar bikin; pêwîst
Em jîngehê bi şêniya deh, pêncî milyarî bihizirîn, eger bi vê lezayiyê biçe) kêlî bi kêlî rûxanê dijî. Bê gûman, dema mirov bi jinekê re bibe xwedî zarok, di cewher de bûyereke pîroz e; nîşandera wê yekê ye ku wê jiyan neqede e ew tora têkiliyên ku li derdora jinê hatine honandin, ku bi qasî civak û xwezayê kevn in, were ji hevxistin û perçekirin. Ji bilî vê, wekî din ti rê nîne ku mirov bibe azadiyê, wekheviyê(ya guncav li gel cewaziyan), demokrasiyê, ya rasteqîn, û exlaqek ku dûrû nebe. Ji dema derketina xerarşî û pê ve, li zayendperestiyê, weke bîrdoziya desthilatî, wate hatiye barkirin. Ji nêzîk ve bi çînîbûn û desthilatîbûnê ve têkildar e. Tevahiya lêkokîn û çavdêriyên arkeolojîk, antropolojîk û yên
rojane, nîşan didin ku heyamên wisa hebûne ku jin çavkaniya otorîteyê bûye û van heyaman li demeke dirêj belav bûne. Ev otorîte, ne otorîteya desthilatî ya sazbûyî li ser berhema-bermayî ye, berevajî, otorîteyeke wisa ye ku çavkaniya xwe ji berdarî û zayokiyê digire û heyîna civakî bihêz dike. Zekayan hestî, ku bandora wê di jinê de zêdetir e, bi vê heyînê re xwedî pêwendiyên xurt e. Sedema ku jin di şerên desthilatî de, yên sazbûyî li ser berhema-bermayî, ciyekî zêde diyarker negirtiye û şêwaza we ya heyîna civakî, bi vê rewşa wê ve têkildar e. Vedîtin(keşf)ên dîrokî û çavdêriyên rojane bi eşkereyî nîşan didin ku zilam di pêşketina desthilatî de, ya pêwendîdar bi pergala xerarşî û dewletî re, rola pêşeng lîstiye. Ji bo vê, pêwîst dikir ku otorîteya jinê, ku heya qonaxa dawî ya civaka neololîtîkê pêşketî bû, bihata şikandin û derbaskirin. Dîsa vêdîtinên dîrokî û çavdêriyên rojane piştrast dikin ku li ser vê, têkoşînên mezin, ên şêweya wan cûrbecûr û dema wan dirêj, hatine kirin. Bi taybetî mîtolojiya Sumer, heman weke hema hema bîrewerî(hafiza) ya dîrok û xwezaya civakê, xeylî(gelek) ronakker e. Dîroka şaristaniyê, di heman demê de dîroka hundakirin û hundabûna jinê ye. Ev dîrok bi xweda û bendeyên xwe ve, bi ferwerdar(hukumdar) û rajêr(tebaa)ên xwe ve, her wisa bi aborî, zanist û hunera xwe ve, dîrokêk wisa ye ku têde kesayetiya serwer a zilam zexm bûye. Lewre, hundakirin û hundabûna jinê, bi navê civakê, ketin û hundakirina mezin e. Civaka zayendperest, encama vê ketin û hundakirinê ye. Zilamê zayendperest, dema serweriya xwe ya civakî li ser jinê ava dike, ewqas dilbijok(biîşteh) e ku her cûre miziş(temas)ê, dike pêşaniyeke serweriyê. Hertim têkiliya serwerî hatiye barkirin li diyardeyeke biyolojîk weke têkiliya zayendî. Zilam qet ji bîr nake ku li ser jinê bi hewaya serkeftinê mizişa zayendî(temasa cinsî) çê kiriye. Di vî milî de xûy(adet)ekî pir xurt wergirtiye. Dinya xwedê(gelek) bêje nûvedaye(îcad kiriye), herwekî “ez şiyam/bi ser ketim”, “min karê wê qedand”, ‘dêlik/qancûx’, “kêm neke li zikê wê cehşik, li pişta wê doqik(çov)!”, ‘fehîşe, orispî’, ‘lawê mîna qîzan’, “tu qîza xwe serbest bihêlî, wê bireve ber yan daholvan, yan zirnevan”, ‘serê wê, tavilê girê bide- wê zû mar bike’ û wekî vana, bi rengekî bêhêjmar çîrok û xeberoşkên dirûv têne vegotin. Pir eşkere ye bê ka pêwendiya zayendî û desthilatî di nava civakê de çawa bandorker e. Rastiyeke sosyolojîk e ku tew di roja me ya îro de jî, her zilam li ser jinê xwedî mafên bêhêjmar e, ‘mafê kuştinê’jî têde. Van
Diclepress13@gmail.com
“mafan” her roj têne bikaranîn. Têkilî, bi piraniya raser, di karakterên taciz û tecawizê de ne. Malbat, di vê pêwendiya civakî de, weke dewleteke piçûk a zilam, hatiye avakirin. Sedema xurtbûna berdewamî di dîroka şaristanî de ya saziya ku jê re tê gotin malbat bi şêwaza xwe ya heyî, ji ber wê hêza mezin e ku dide emrazên desthilatî û dewletê. Ya yekemîn, malbat li derdora zilam tê desthilatîkirin û bi vî rengî tê kirin şanika(hucreya) civaka dewletê. Ya duyemîn, xebitîna bêbergîdan a bêsînor a jinê, tê xistin bin misogeriyê. Ya sêyemîn, zarokan mezin dike û bi vî rengî, pêdiviya şêniyê dabîn dike. Ya çaremîn, weke modêla rolê, koletî û ketîbûnê li tevahiya civakê direşîne(belav dike). Malbat, bi vê naveroka xwe ve, di rastî de bîrdoziyek e. Ew sazî ye ku bîrdoziya xanedaniyê têde sazbar dibe. Her zilam, xwe di malbatêde weke xwediyekî xanî, têdigihe(dibîne). Sedema ku malbat, weke rastiyeke pir girîng, tê têgihîn, ji ber wê yekê ye ku vê bîrdoziya xanedaniyê pir çalak e. Jin û zarokên malbatê çiqas pir zêde bin, zilam ewqas ewlehî û anûr(rûmet) qezenc dike. Her wisa girıng e ku mirov malbatê, bi awayê wê yê heyî, weke saziyeke bîrdozî binirixîne. Eger hûn jinê û malbatê, bi awayên wan ên heyî, ji bin sîstema şaristaniyê, her wisa ji bin desthilatî û dewletê bikişînin, wê bi navê pergalê li dû, pir hindik tişt bimînin. Lê, berdêla vê şêwaza heyî, şêwaza heyîna jinê ya biêş, hejar, ketî û têkçûyî, ya di bin rewşa şerê berdewamî yê di kûraniya kêm de ye, ku naqede. Hema hema duyemîn zincîreke yekdestî jî ya dirûv û parelel li gel a ku, yekdestiyên sermaye bi dirêjiya dîroka şaristaniyê li ser civakê dane berdewamkirin, ‘yekdestiya zilam’a li ser cîhana jinê ye. Hem jî yekdestiya wî ya xurt a herî kevn e. Eger mirov heyîna jinê, weke cîhana mêtingeha herî kevn, binirxîne, wê vê yekê mirov bibe encamên hîn rasteqîntir. Belkî jî ya herî rast ew e ku mirov ji bo jinan bêje, gelê mêtingeha herî kevn ku nebûye netew(milet). Modernîteya kapîtalîst, tevî hemû xemlandinên lîberal, çawa ku ew statuya ji kevn ve mayî nekiriye azad û wekhev, bi ser re jî erkên lêk(zêde) li jinê bar kiriye û wê girtiye bin statuyeke girantir ji ya kevn. Statuyên weke erzantirîn karker, karkera malê, karkera bêmize, karkera nermeyî, xizmetkarî û wekî vana, nîşan didin ku rewşa wê zêdetir giran bûye. Bi ser re jî, weke hebûnewera herî magazînel û navgîna reklamê, îstîsmarbûna wê zêdetir hatiye kûrkirin. Tew bedena wê jî, weke navgîneke kedxwariya herî cûrbecûr, di asta meta de tê ragirtin, ku sermaye dev jê bernade. Navgîna tehrîka berdewamî ya
Fikrî
7
HEJMAR 14
2019/12/15
SAL 3
KOVAR DICLE
Tevahiya lêkokîn û çavdêriyên arkeolojîk, antropolojîk û yên rojane, nîşan didin ku heyamên wisa hebûne ku jin çavkaniya otorîteyê bûye û van heyaman li demeke dirêj belav bûne
reklamgeriyê ye. Bi kurtasî, nûnera herî berdar a koleya/ê nûjen(modern) e. Ma mirov dikare bihizre malekî hêjatir û bûhatir ji navgînek bêsînor a zewqê û ji koleyek ku bi mirov herî zêde bide qezenckirin? Pirsgirêka şênî, ji nêzîk ve pêwendîdar e bi zayendperestî, malbat û jinê re. Zêdetir şênî, zêdetir sermayeyê. ‘Jinîtiya malê’, karxane(fabrîka) ya şêniyê ye. Her wisa em dikarin jê re bêjin karxaneya hilberandina malên, anku ‘haveynên’ herî bûha ji sîstemê re, ku pêdiviya wê herî zêde bi wan heye. Mixabin, malbat di bin serweriya
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/12/15
HEJMAR 14
yekdestîperest de hatiye xistin nava vê rewşê. Dema ku hemû zorî û dijwarî bi jinê têne kirin, nirxa mal jî, ji sîstemê re diyariya herî hêja ye. Şêniya ku zêde dibe, herî zêde jinê perîşan dike. Di bîrdoziya xanedaniyê de jî wisa ye. Malbatperestî, weke bîrdoziya herî guzîde ya modernîteyê, qonaxa dawî ye ku xanedanî xwe gihandiyê. Van hemû mijaran bi zêdeyî yekpare dibin bi bîrdoziya dewlet-netewperestî re jî. Ma çi dikare hêjatir be ji gihandina berdewamî zarokan ji dewlet-netewê
8
Fikrî
Diclepress13@gmail.com
re? Zêdetir şêniya dewlet-netew, tê wateya zêdetir hêz. Wate ku sedema peqîna şêniyê, berjewndiyên jiyanî yên tund ên yekdestiyên sermaye û zilam in. Zorî û dijwarî, qehr, kêferat(derd û kul û keser, keder, kerb, xem), heqaret, êş, tewanbarî, hejarî, birçîtî û hwd. ji jinê re; kêf û qezenca wê jî, ji ‘beg’ê wê û sermayedarê wê re ne . Di dîrokê de ti serdem, bi qasî ya roja me ya îro, ew hêz û ezmûnê nîşan nedaye ku jinê weke navgîneke pir-alî ya kedxwariyê, bikar bîne. Jin, weke
mêtingeha pêşîn û paşîn, kêliya herî hestyar(krîtîk) a dîroka xwe dijî. Di rastî de, hevpariya jiyanê, ku bi jinê re, bi felsefeyeke bikok a barkirî bi azadî, wekhevî û demokratî were rêkûpêkirin, di wê şiyanê de ye ku xweşiyê, başiyê û rastiyê di asta herî têkûz(tûmandar) de pêk bîne. Ez, weke kes, jiyîna bi jinê re di nava statuyên heyî de, bi qasî ku pir bi pirsgirêk dibînim, ewqas jî kirêt, xirab û şaş dibînim. Jiyîna bi jinê re di bin statuya(rewşa) heyî de, mijarek e ku ji zarokatiya min û vir
Diclepress13@gmail.com
ve têde wêrekiya min herî lewaz e. Ya mijara gotinê jiyanek e, ku wê ajoyeke pir xurt a weke ajoya zayendî jêpirsîn bike. Ajoya zayendî, ji bo xatirê berdewamkirina jiyanê ye. Harîqayeke xwezayê ye, ku pêwîst e pîroziya wê hebe. Lê yekdestiyên sermaye û zilam, jinê ewqas qirêj kirine ku, ev şiyana harîqaya xwezayê, hatiye veguherandin bo saziyek ku, mîna ‘karxaneya haveynî’ metayên herî pispayebûyî hildiberîne. Dema ku bi van metayan civak tê serûbinkirin, jîngeh jî di bin gira-
Fikrî
niya şêniyê de(ji bo niha şeş milyar e; em jîngehê bi şêniya deh, pêncî milyarî bihizirîn, eger bi vê lezayiyê biçe) kêlî bi kêlî rûxanê dijî. Bê gûman, dema mirov bi jinekê re bibe xwedî zarok, di cewher de bûyereke pîroz e; nîşandera wê yekê ye ku wê jiyan neqede. Bêdawîtiyê bi mirov dide hîskirin. Ma dikare hestekê ji vê hêjatir hebe? Her yek cûre, di bin vê rastiyê de, heyecan(coş) a xwe berdana ji bêdawîtiyê re dijî. Lê ev rewş di mirovê roja me ya îro de di asta, weke hozanek dibêje, “haveyna me,
9
HEJMAR 14
2019/12/15
SAL 3
KOVAR DICLE
belaya serê me”, de tê jiyîn. Nikare were înkarkirin ku em careke din bi bêexlaqî, kirêtî û şaşîtiya mezin a yekdestiyên sermaye û zilam re rûbirû ne, ku dijberî Xwezaya Yekemîn û Duyemîn in. Ya/yê bi destê mirov hatiye avakirin, dîsa dikare bi destê mirov were xirakirin. Li vê derê, ya mijara gotinê, ne zagoneke xwezayê ye û ne jî çarenûs(qeder)ek e. Her wisa, yên mijara gotinê, rêkûpêkkirinên malxirab ên yekdestiyan in, ku destên şebeke, yên zilamê fenek(qurnaz) û xurt û yên jiyana biqansêr û bihormon in. Min tim wê kûraniya jiyanê ya hevwatebûna cota herî harîqa biqasî dikare bê zanîn ya di gerdûnê de, bi kûranî hîs kiribû. Min wê wêrekiyê nîşan da ku ez girîngiya hizirîna bi jinê re destpêkê, her wisa pê re gotûbêjkirina li ser ka li ku dere, kînga û çiqas xirabûn hebe û derbaskirina wê, deynim pêşiya hemû têkiliyan. Tenê jina ku xurt be, bihizire, karibe biryarên baş, xweş û rast bide, dema bi vî rengî min derbas bike, karibe min heyranê xwe bihêle û karibe bibe muxetaba min, bê gûman yek ji kevirên koşe yê lêgerîna min a felsefî ye. Min tim bawer kir ku wê sirên herikîna jiyanê ya li gerdûnê, bi vê jinê re, bi aliyên wê yên herî baş xweş û rast re, wate bibîne. Her wisa min bawerî bi exlaqê xwe jî anî, ku bi qasî ku ti zilam nikaribe bi ser bixe, şêwaza min a heyînê bi malê li pêş min ê ‘zilam û sermaye’ re, anku bi hurmuza xwedî not hezar şî re, qet par neke. Wê demê têgîna, ji femînîzmê jî wêdetir, ‘jîneolojî’(zanista li ser jinê), dibe ku armancê çêtir pêşwazî bike.
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/12/15
HEJMAR 14
10
raport
Diclepress13@gmail.com
21 hezar û 949 DAIŞ‘iyên ku dewleta Tirk ew berdane li kuderê ne?
bi dewleta Tirkiyê re ji bo sînorên xwe ji DAIŞ’ê re bigre 2000‘an de derket û di 2014‘an de belavî Rojhilata Navîn gelek hevdîtin çêkirin. Lê belê Tirkiyê sînorên xwe ne girbû. Diyar e çavkaniyên ku DAIŞ mezin kirine dê hîna tin û ji me re gotin em nagrin. Lê piştî ku kurdan beşek sînor kirin bin kontrola xwe Tirkiyê, li ser sînor dîwar gelek nîqaş li ser were kirin. Li ser esasê berjiwendiyên aborî dibe an jî li ser lihevkiri- danîn û sînor girtin”. na îdeolojîk dibe bi DAIŞ’ê re gelek dewletên peywendiyên wan hene û di rêza yekemîn de jî dewleta Tirk e ku ji Piştî daxuyaniya McGurk pêşketineke ku vê têkiliyê piştrast dike derketin holê... xwe ev jî tişteke neveşartiye. Rêxistina behsa mijarê ku cîhan bi lanet behs dike, dewle- 27‘ê Cotmehê bi operasyoneke hevpar ya Amerîka û ta Tirk xwedî lê derdikeve û têkiliyên xwe yên bi DAIŞ’ê QSD serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir El- Bexdadî nêzî nore tu caran înkar jî nekiriye, heta hin caran weke“zarokên qteya çavderiya Tirk hema 5 km nêzî bajarê Hatay yê li gundê Barîşa hat kuştin. bi hêrs” penase kiriye û xwedî lêderketiye. Bi dehan caran dîmenên leşkerên Tirk û DAIŞ ên gelekê Kuştina El-Bexdadî di qadekê de di bin dagirkeriya germ nêzî hevdibin derketin. Ji aliyê çapemeniyê de jî dewleta Tirk de peywendiyên ber bi çav ên di navbera DAIŞ û dewleta Tirk de radixe. hatin kişandin. Bi hezaran endamên çeteyên cîhadîst û bermahiyên Dîsa li cihekê din ê bin kontrola dewleta Tirk de ye li DAIŞ bi rêka Tirkiyê derbasî nav axa Sûriyê bûn û serî Cerablusê, cîgirê El-Bexdadî Ebû Hasan El-Muhacîrê bi operasyoneke hevbeş a QSD û DYA‘yê ve hate kuştin. jêkirin, talan kirin û komkujî pêk anîn. Rojnemavanên li ser DAIŞ lêkolîn kirin jî dibêjin ku di Dewleta Tirk jî vê carê daxuya kirin wê bi operasyonekê aliyê girseyî de herî zêde û herî bi hêz cihên xwe rêxistin xwişka El-Bexdadî Rasmiye Awad li Ezazê girtine. Dewleta Tirk mil bi milê bi DAIŞ’ê re bazirganiya petrolê dike Tirkiyê ye. Nûnerê Taybet ê berê yê Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de yê û gelek karên qirêj dikir, îro qaşo bi operasyonan bi Amerîkî Brett McGurk rojên buhûrî têkiliya dewleta Tirk hezaran çeteyên digire bin çavan di deriyê dadgehê yê ya bi DAIŞ‘ê re eşkere kir û bi vî awayî anî ziman:“Me pêşde digire li deriyê paş de jî serbest berdide.
Rêxistina herî xeternak a li ser rûyê cîhanê”DAIŞ” di sala
Diclepress13@gmail.com
raport
11
HEJMAR 14
2019/12/15
SAL 3
KOVAR DICLE
Li gorî daneyên wezareta edaleta Tirk; li 2015; hejmara çeteyên DAIŞ’ê yên li zîndana Tirk de: di hundirê heman salê de çeteyên hatine binçavkirin 2850. Ji vana ji bilî 41 kesan ango 2 hezar û 809 kes derheqê wan de tu lêpirsîn nehatiye meşandin. 2016; 4 hezar û 605 kes bi gumana DAIŞ’î ne hatine binçavkirin, ji vana tenê 513 kes hatine girtin û derheqê 7 kesan de ceza hatiye birîn. 2017; 2 hezar 300 DAÎŞ’î hatine binçavkirin û hêjmara girtiyan jî 470 ji vana jî tenê behsa 28 kesan tê kirin. 2018, di encama zextên di raya giştî ya navnetewî de hişt ku dewleta Tirk van hejmaran zêdetir bike. 3 hezar û 15 DAIŞ’î hatine binçavkirin û hejmara girtiya weke 161 hezar hatiye diyar kirin. 2019; ji bo êrîşên xwe yên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewa bide nîşandan û bingeh ava bike ev hejmar ji aliyê dewleta Tirk de weke 4 hezar û 517 tê dayîn. Di nava 10 mehan de ji aliyê dewleta Tirk de DAIŞ’î yên hatine binçavkirin 13 hezar û 696 e. Di Adara 2019‘an de piştî QSD’ê DAIŞ têk bir û şunde Li gorî van daneyan; ji 2015 heta 2019‘an dewleta Tirk dewleta Tirk di daxuyaniyên xwe de dema behsa DAIŞ hejmara kesên DAIŞ’î dizane û kiriye binçavan; 26 hezar kir navên wan weke terorîst derbas kirin. û 466 e. Di 9‘ê Cotmehê û vir de dema êrişên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpê kir û şunde hema her roj di çape- Ango 21 hezar 949 DAIŞ’î ji aliya dadgehên Tirk de meniya Tirk de DAIŞ’î yên bi operasyonan tên binçavkiserbest hatine berdan rin di nûçeyan de derbas dibe. Dewleta Tirk ji bo êrîşên xwe yên dagirkerî û komkuji- Ev hejmar xwe dispêre danayên fermî yên dewleta Tirk. yên li ser Kurdan rewa bide nîşandan navê DAIŞ’ê der- Ji aliyê din de gelek tiştên ku ketine raporên îstîxbaratê bas dike û bi vî awayî dixwaze peyameke bide raya giştî jî hene. Li gorî belgeyên îstîxbarî yên Nordîc Monîtor ya cîhanê. weşandine, tê gotin ku ji 1‘ê Çileya 2014‘an heta 30‘yê Dewleta Tirk zêdetirî 40 hezar çete şand Sûriyê. Ji bilî wê Tîrmeha 2016‘an çeteyên hatine girtin gelek ji wan ji û li gorî daneyên qaşo binçavkirin û girtinan dide nîşan aliyê dadgehên AKP de derbasî qeydan nehatine kirin û ku têkiliyên wî hê jî bi DAIŞ’ê re berdewam dikin. ew serbest hatine berdan. Li gorî belgeyên malperên ji aliyê dewleta Tirk de weşandiye çeteyên DAIŞ’î yên hatine binçavkirin tenê ji sedî 37 derbasî qeydan kirine. DAIŞ’î yên derbasî qeydan nekirine dema dagirkirina Efrînê de ji aliyê dewleta Tirk de hatine bikaranîn. Herî dawî jî di 9 cotmehê de êrîşên dagirkirina Bakur Rojhilatê Suriyê de hejmareke mezin ji van çeteyan cilên van dan guhertin û bin navê “Artêşa Niştimaniya Suriyê” de van komên çeteyan cardin berdan qada Suriyê.
Vî çiyayî bi her awayî qencî bingeh girtiye û qencî jî belav kiriye. Çiyayekî jixwe bawer û serbilind e. Bi cesareta xwe bi wan taybetmendiyên xwe bandorê li ser zindiyên di nava xwe de dike
Çavkanî: ANHA
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/12/15
HEJMAR 14
12
GOTAR
Diclepress13@gmail.com
Şengal Parêzgeha Êzîdxanê ye
Aysel AVESTA
Çiyayê Şengalê bi navê xwe yê din
parêzgeha Êzîdxanê. Vî çiyayî li hemberî 73´ê fermanan civaka Êzîdî di sînga xwe de hewandiye. Ji kaniyên xwe av da û bi siya darên xwe bû star ji bo wan. Çiyayê Şengalê di navbera Dîcle û Feratê de ye. Ji Rojhilat ber bi Rojava ve dirêj dibe. Piştî neqebekê êdî Çiyayê Kolik ber bi Rojava ve dest pê dike. Başûr û Bakurê çiyê deşt in; deştên bi xêr û bêr. Cihê herî bilind di Çiyayê Şengalê de wek Çilmêran tê zanîn û bilindahiya wî 1.463 metre ye. Dirêjahiya çiyê 100 kîlometre ye. Gelek gelî û newal di nava çiyê de
hene û ber bi Başûr û Bakur ve xwe dirêj dikin. Li çiyê bi piranî darê berû hene. Lê ji ber ku gelek caran bûye navenda êrişan û hatiye şewitandin daristanên wê gelek kêm mane. Di warê erdnîgariyê de di xaka başûrê Kurdistanê de ye û li nêzî Rojavayê Kurdistanê ye. Çar aliyê Şengalê bi gundan xemilîne. Ji berê de ev der weke navenda bazirganiyê hatiyê bikaranîn. Li aliyê Başûr (Qiblet) û Bakur (Şemal) du xanê bazirganiyê lê hebûne. Xelkê herêmê, berê sewalên xwe dianîn van xanan. Li aliyê Bakur Xanesorê, li aliyê Başûr jî Xana Şawaniyan heye. Xan weke cihê seknê û bêhnvedanê dihatin bikaranîn. Dema bazirgan dihatin tevî sewalên xwe lê diman. Pirraniya perestgeh û pîrozgehên civakê li vê deverê ne. Li aliyê Başûr Qibên Amadîn, Miheme Reşa, Şêx Hesen û Melek
Fexredîn hene. Ev ziyaret, zahmen li ber wan hene û xelkê herêmê diçin serdana van deveran û ziyaretî dibin. Ji aliyê Bakur ve jî Şêxê Mihema, Xatûna Fexra, Pîra Fat, Şêşim, Şêxmend, li Geliyê Kersê Şêbilqasim, Şerfedîn, Pîrê Ewran, Şêhşim, Şêx Berekat û Amadîn hene. Her wiha gelek. kaniyên weke çem diherikin jî hene, weke mînak li Başûr Kaniya Solax, Kaniya Şingal, Kaniya Kizilkent. Li aliyê bakur jî Kaniya Barê, Kaniya Kersê weke Çemê Kersê jî tê naskirin. Dîsa gelek Kaniyên biçûk yên, weke Kaniya Leylê, Kaniya Şêb û Kaniya Hisênok hene. Bi hejîrên xwe navdar e Dema mirov behsa Çiyayê Şengalê bike, hejîr tên bîra mirov. Yek ji wan deveran jî Geliyê Kersê ye. Geliyê Kersê bi darên hejîra xemiliye. Di heman demê de bi hinar û tituna
Diclepress13@gmail.com
xwe jî tê naskirin. Kaniya Harûniya jî bi hinarên xwe navdar e. Kaniya Barê jî dikeve rojhilatê Çiyayê Şengalê nezî Geliyê Şîlo ye. Ev herêm jî bi hejîr û zerdelên xwe tê naskirin. Kaniya Kizilkent jî bi zeytûnên xwe navdar e. Kaniya Solax ji ber ava wê diherike gelek rengên fêkî li dora Çemê Solaxê tên çandin û dibin debara xelkê herêmê. Devera herî bilind li Şengalê Çilmêra ye. Li ser serê Çilmêra qubek heye.
GOTAR
13
Jixwe di baweriya civaka Êzîdî de devera bilind pîroz tê dîtin. Çilmêra jî devera herî bilind e li serê çiyê. Dîrokzan Heso Brahîm dibêje;´Li gorî baweriya civaka me çilmêr çil teyar ango çil melek ji asîman dadikevin û tên bi hawara jinan ve”. Li gorî ku pêşiyên me jî dibêjin, Şêx Adî ji Lalişê çil mêran dişîne Çiyayê Şengalê da ku Şerfedîn biparêzin. Şerfedîn di baweriya civaka Êzîdî de gelek bi qîmet e. Yê ku ji van çil
HEJMAR 14
2019/12/15
SAL 3
KOVAR DICLE
Dirêjahiya çiyê 100 kîlometre ye. Gelek gelî û newal di nava çiyê de hene û ber bi Başûr û Bakur ve xwe dirêj dikin. Li çiyê bi piranî darê berû hene. Lê ji ber ku gelek caran bûye navenda êrişan û hatiye şewitandin daristanên wê gelek kêm mane. Di warê erdnîgariyê de di xaka başûrê Kurdistanê de ye û li nêzî Rojavayê Kurdistanê ye mêran re serkêşiyê dike Brahîm e. Her çil mêr tên ba Şerfedîn. Ji wan re tê gotin Behdîn ango Xwebexş. Ew çil mêr Şerfedîn û Çiyayê Şengalê diparêzin. Paşê ji deverên Çiyayê Şengalê jî mêr tên Çilmêran. Li Çilmêran şêx û pîr li hev diciviyan. Ji wê demê û pê ve li ser serê girê Çilmêran qub tim hebûye. Di qubê de serderî (micêwir) diseki
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/12/15
HEJMAR 14
14
GOTAR
Diclepress13@gmail.com
Şerfedîn di baweriya civaka Êzîdî de gelek bi qîmet e. Yê ku ji van çil mêran re serkêşiyê dike Brahîm e. Her çil mêr tên ba Şerfedîn. Ji wan re tê gotin Behdîn ango Xwebexş. Ew çil mêr Şerfedîn û Çiyayê Şengalê diparêzin nin. Vana xwedî li qubê derdikevin û çirayê pê dixin. Di felsefa ola Êzdayetiyê de ji xwe hejmara çil pîroz e. Weke minak çilê zivistan û havînê, çilrojiya miriyan, çilê jinan(dema diwelidin). Dîsa li Rojavayê Kurdistanê gelek dever bi hejmara çil tên binavkirin. Weke Çilaxa. Yanî dema mirov li dirêjaya dîrokê mêze bike, dikare gelek çîrokên wiha zêde bike. Çilmêra di heman demê de her dem weke navendeke kombûn û parastinê jî hatiye bikaranîn. Ji ber ku devereke stratejîk bûye. Di 3´ê Tebaxa 2014´an de jî 12 siwarên hemdem li Çilmêran Êzîdî ji fermana çeteyên DAIŞ´ê parastin. Wekî din Sindiklop
heye. Sindiklop jî weke cihê keştiya (sefîneya) Nebî Nûh tê naskirin. Li gor gotinên pêşiyan, dema ava tofanê rabûye, keştiya Nebî Nûh xwe li vir girtiye. Çendî av rabûye jî Sendikilop sere xwe li ber rakiriye û anehêlaye derbas bike. Ji xwe di dîrokê de xelkê Şengalê jî di van çiyayan de serî ji ti kesî re netewandine û li hemberî hemû fermanan xwe parastine. Dîsa li çiyayê Şengalê gola simoqa heye. Gola Simoqa weke cihê eşq û evîndaran jî tê zanîn. Gelek stran û
destan li ser hatine gotin. 366 şikeft û geliyê şîlo Geliyê Şîlo bi şikeftên xwe navdar e. Li gelî 366 şikeft hene. Li gelî yek kaniyeke avê heye û ji bo wan şikeftan av ji kaniya Şîlo hatiye belavkirin. Li gorî baweriya civakê li geliyê Şîlo cin jî hene. Ji lewma heta niha jî qala cinê vê herêmê tê kirin. Li pişta Geliyê Şîlo, Çiyayê Kolik heye. Çiyayê Kolik jî bi kewên xwe navdar e. Kewê Çiyayê Kolik ti caran nareve û serî ji kesî re danayne.
Diclepress13@gmail.com
GOTAR
15
HEJMAR 14
2019/12/15
SAL 3
KOVAR DICLE
Heta tê gotin, gelek lehengên Êzîdxanê yên wekî Derwêşê Evdî jî çûne vê herêmê ango çûne nêçîra xezalên çiyê. Gola Xatûnê jî dikeve rex Çiyayê Kolik pişta Hesekê û nêzî gundê Holê ye. Li gorî temen mezinên civakê navê Hesekê ji Heska tê
Ev kew ji derveyî kewê li ser axa xwe ti kewên din qebûl nake. Dîsa Xezalên vî çiyayî jî gelek bi nav û deng in. Kaniyên Birşîrîna Heyraman û Xeremoz lê hene li gorî gotinan Xezalên Çiyayê Şengalê carê diçûn ser van kaniyan û av jê vedixwarin. Heta tê gotin, gelek lehengên Êzîdxanê yên wekî Derwêşê Evdî jî çûne vê herêmê ango çûne nêçîra xezalên çiyê. Gola Xatûnê jî dikeve rex Çiyayê Kolik pişta Hesekê û nêzî gundê Holê ye. Li gorî temen mezinên civakê navê
Hesekê ji Heska tê. Heska niha jî li Şengalê navê Eşîrekê ye. Gola Xatûnê weke Gola Xatûna Fexra jî tê naskirin. Xatûna Fexra li vê herêmê xwedawendî kiriye û weke pêşenga olî jî tê nasin. Heta niha jin her sal ji bo Xatûna Fexra rojî digirin. Çiyayê Şengalê li gel êş û fermanan bi gelek çîrokên evînê jî navdar e. Yek ji wan jî çîroka Leylê û Mecnûn e. Heta niha jî li gundê Zerwa yê Şengalê kaniya Leylê heye. Dîsa destana Xensê û Reşo heye.
Xensê û Reşo ji gundê Heyalê bûne. Gelek çîrok û stranên li ser evîna wan hatine gotin. Her wiha çîrok û strana Xezala Çiyayê Şengalê heye, û hinek jê re dibêjin Xezala Hafis Paşa. Dibêjin Xezal û Hesen aşiqên hev bûne û di dema fermana Hafis Paşa de dîl hatine girtin, lewma negihane miradê xwe. Şengal di heman demê de bûye hêlîna lehengên bi nav deng yên weke Derwêşê Evdî, Mihemeyê Evdo, Zerêfa Osê, Memoyê Elî, Xelef Sincara, Esê Mecdîn, Kekê Kemal, Xeriyê Şêx Xidir, Berxwedan, Bêrîvan, Lava û Mam Zekî Şengalî ku ji bo parastina ax û rûmeta Êzîdîxanê li ber xwe dane û serî ji dagirkeran re netewandine.
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/12/15
HEJMAR 14
16
ÇAND
Diclepress13@gmail.com
Pîr giro yê sitiranbêj kî ye?
Pîr giro pitir ji sitirana mazî çinê hez kirye
A: Nesrîn Şengalî
Dilsozê
ax û cih û warê xwe, evîndarê mazî çinan, dengêkî efsaneyî yê gelî û banên çiyayê şingalê li gel tîrêjêkin berî yên rojê li hev dialand. Pîr giro pîr hemo şêboyê feyo çêlkî li sala 1907ê li gundê fesqîn li qeza nisîbîn li bakurê kurdistanê hatiye dinê. Pîr giro sê birayê wî bi navên(xelef, cercur, şemo) û xoşkêka wî bi navê xensa hebu. Pîr giro û malbata xwe ji ber zilma dewleta osmanî neçar bun
cih û warê xwe berdin û koçberî çiyaya şingalê bibin. Li sala 1913 derbasî îraqê dibin û li gundê qoweysî ser bi nahiye sinunê li bakurê çiyaya şingalê nîştecih dibin. Pîr giro li sala 1920 li gel malbata xwe diçine gundê cidalê li başurê çiyayê şingalê û li cem hemoî şero kû li wî demî de sitiranbêjêkî navdar buye li gundê wan dimînin. Pîr giro li sala 1922 bi alîkariya mamostayê sitiranê biroyê şerqî dest bi gotina sitiranê kirye û yekemîn sitirana wî jî(besa xelîl)e ji devê biroyê şerqî wergirtiye, wî sitiranî li sala 1925 li ber cemaya şerefedîn jî gotiye. Pîro giro li gundê cidalê dû caran zewciye, hevjîna wî ya berê xezal hesen elî û ji wê hevjîniyê sê kurik bi
navên(pîr miço, xidir û ferho) û dû keçik bi navên(mencê û baranê) pêk hatiye. Navê hevjîna dûhemîn jî xerîb mehma kemal e û ji wê jî keçkêkî bi navê şemê tê dinê. Pîr giro hemî corin sitiranê gotiye ji bilî sitirana xerîbiyê, sitirana kû here pitir jê hez kirye, sitirana(mazî çinê) buye. Pîr giro şervanêkî zekî û şerkerêkî zîrek bû, ji wan taybetmendiya xwe jî ji sitirana şer hez dikir, piştî sê salan sitirana xwe tomar kirye. Li çaxane zilkê li bajêrê şingalê, pîr giro pitir ji bîst û pênc kasitan tomar kirye û li gel piraniya sitiranbêjan mîna(mihemed arif, îsa berwarî û ebdala zeynê)jî sitiran gotiye. Li dema cejna batizmî gelêkî ji gotina sitiranê hez dikir û ji ber wê jî gelêk
Diclepress13@gmail.com
ÇAND
17
Rehmetî pîr giro tembur bi awayêkî pir bi zanistî û bedew lê dixist, yekem tembur jî li destê êzîdiyêkî bakurê kurdistanê werdigrê ê heya mirina xwe jî bi wê temburê sitiranê digot. Pîr giro ne tenê sitiranbêje, di heman demê de jî baxçevanêkî jîhatîbû sitiranin pîr giro li hemû deverin êzîdiyan hatiye belv kirin, heta li nava êzîdiyên ermenistanê jî. Pîr giro li sala 1968 serdana êzîdiyên bakurê kurdistanê û bi taybetî jî serdana êzîdiyên eşîra çêlka li qezaya midyadê a mêrdînê û sê heyîvina li wan deveran sitiran gotiye û êzîdî û misilmana wan gundan lê kombune ê li gel pîr nehroz li wî derî jî sitiran gotiye. Rehmetî pîr giro tembur bi awayêkî pir bi zanistî û bedew lê dixist, yekem tembur jî li destê êzîdiyêkî bakurê kurdistanê werdigrê ê heya
mirina xwe jî bi wê temburê sitiranê digot. Pîr giro ne tenê sitiranbêje, di heman demê de jî baxçevanêkî jîhatîbû , baxçêkî wî daran hebu li rêx çiyaya şingalê li kevrê henga li ser seriyê gelî kersê. Pîr giro beşdarî şorişin kurdî jî bûye bi taybetî li salin 1966 heta 1975 û gelêk caran jî naçar hatiye kirin terka mal û halê xwe bike û mala wî jî hatiye şewtandin û li sala 1966 diçe gundê kersê û li sala 1970 diçe welatê şêx ê li gundê xanka û qebaxa û li wî nîştecih dibê.
HEJMAR 14
2019/12/15
SAL 3
KOVAR DICLE
Li sala 1971 li gundê pîtunê dimînê û li sala 1972 diçe gundê qoweysa ziravik dimînê û li sala 1973 vedigerê qoça cimê û piştî reva li gundan li sala 1975 li komelgeha dihola li bakurê çiyayê şingalê ru dinê. Pîr giro li sala 1978 hevjîna wî xerîb diçe ber dilovaniya xwedê û li sala 1984 heta sala 1986 li gel hevjîna xwe ve ji aliyê îstixbarata emna rijîmê ve têne zîndanî kirin. Li sala 1986 sê kurkin wî ji ber zilma rijîmê direvin û diçin elmaniy yê û li sala 1990 hevjîna wî (xezalê) ya doyem jî diçe ber dilovaniya xwedê. Pîr giro mirovêkî vekirî û nazik û bihin fire bu, dilê kesî ji xwe nedihêle her tim daxaza tifaq û tebaî dikir, li gel xelkê gund her tim lîstoka damê dilîst û tituna kersê dikişand û ji xwerina hejîrin çiyayê şingalê jî pir hez dikir û her dem bi zarokan re xarinê dixwar. Pîr giro çend hevalên wî taybet hebu, mîna pîr salih mehma, miradê hesen musa, seydo gulê ... Cil û bergin pîr giro yên çêlkaniya kevin bun û hetanî mirina xwe jî bi kom û koloz û kiras û bersing bu. Ji derviyî zimanê kurdî bi ti zimanekî nedizanî, ji ber wî jî sitiranên wî bi peyvin kurdî û paqij dihatin gotin. Rojêk ji rojan lingê pîr giro şikist û piştî demêkî kurt û bi sedeme wî çendê û piştî jiyanêka pir kol û êş û hicran li sala 1998 çavê xwe ji dinyeyê daxist û xatir ji gel û welata xwe xwest. Pîr giro ji zarokin xwe wesiyetê dike piştî mirina wî li ber kolanan û li ser gora wî sitiranê wî bêjin û dengê wî li gelî û zinarin çiyayê şingalê bilorînin. Mezara pîr giro li zehmanê avdil omra li be mezargeha şerefedîn li çiyayê şingalê hatiye danîn.
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/12/15
18
HEJMAR 14
GOTAR
Diclepress13@gmail.com
Felsefeya Rindî û Ronahiyê
Sûhreverdî, di ruh de madde, di madde de ruh dibîne
Loqman Polat
Serdarê hêza Îslamî, serokê dewleta
Eyubiyan, Selhadînê Eyubî bi eslê xwe Kurd bû. Ew di dema hukumdariya xwe de mirovekî adaletperwer û demokrat bû. Lê ev demokratbûna wî ji bo Kurdan nebû, ji bo yên din bû. Di dema Selhadîn de fîlozofekî Kurd ku navê wî Şahabettîn Sûhreverdî bû dijiyan. Ew mirovekî herî zana yê dema xwe bû. Lê çi heyf e ku, Selhadîn jê marî kir, pêre hesûdî kir û dawî jî wî da kustinê. Min wexta ku romana Mehmed Uzun
``Mirina Kalekî Rind`` xwend, felsefeya rindiyan gelek bala min kisand. Lehengê romanê kalê rind felsefeya rindîtiyê diparêze. Paşê min li ser vê felsefeya wan li gorî çapa xwe lêkolîneke pir biçûk kir e. Damezrevanê vê felsefeyê Şahabettîn Sûhreverdî(1153 - 1191) zana û ramanwereke Kurd e. Wî felsefeya Zerdûşî û Mazdeiyê bi dîtin û ramanên xwe ve hunandiye û felsefeya rindîtiyê pêk aniye. Ev felsefe di Kurdistanê û Îranê de û di Suriyê û Misirê de gelek belav bûye. Felsefeya Şahabettîn Sûhreverdî rindî û ronahî ye, zanîn û îlîm e. Însanî û etîk e. Wî felsefeya xwe ji bo pêşketina însaniyetê pêşkês kiriye. Li gorê wî, zanîn û raman-îlîm
û fikir-li cîhanê tiştên herî bi nirx in, bi qîmet in. Ew civaka ku têde hiqûq tunebe, zanîn tune be, pêşve nakeve. Ji bo pêsketina civakê aqil, zanîn, îlîm pêwîst e. Sûhreverdî van dîtinên xwe di berhema xwe ya bi navê``Heykelên Nûr - Peykerên Ronahiyê`` de tîne zimên. Di dema me de, yanê di esra bîstan de; civaknas, fîlozof, ramanwêr, siyasetvanên sosyal girîngiyê didin dîtîna``Her tist ji bo însan``. Mirov dinêre, ev dîtina ku îro bi her awayî tê parastin û bûye dîtina bi mîlyonan kesan, ji vir neh sed sal berê, yanê di esra yanzdan de ji alî Sûhreverdî ve hatiye parastin. Sûhreverdî gelek girîngiyê daye însanan, ji însanan hez kiriye, felsefeya xwe li ser evî-
Diclepress13@gmail.com
na însanan hunandiye û fikr û ramanên xwe li ser bingeha ``Her tist ji bo însanan`` damezrandiye û vê fikrê xwe, dîtin û ramanên xwe belav kiriye. Wî guhartin û pêşketinê di însanan de dîtiye. Wî ji sîstema cîvakî fikrên sosyal cîvakî parastiye, heta mirov dikare bibêje fikrên wî fikrên sosyalîstiyê ya klasîk e, îdealên wî wek îdealên Xalacê Mensûr îdealên wekheviyê, azadiyê, ronakbîriyê ne. Şahabettin Sûhreverdî, wek îslamiya desthilatdar nefikiriye. Ji xwe ew di jiyana xwe de tim li dijê desthilatdariya îslamiya dagirkeriyê derketiye. Ew, xwedê wek Muhamed taswîr nake. Taswîra wî ya ji bo xwedê li ser bingeha hulqandina însanan e. Ew însanan li ser hertistî ve dibîne û xwedê jî di însên de dibîne. Sûhreverdî dibêje ; ``Însan xwedayê
Sûhreverdî, di ruh de madde, di madde de ruh dibîne. Li gorî wî madde dikare bibe ruh, bi can bibe, û ruh dikare bibe made, bê can bibe. Îslamiya doxmatîk vê fikrî qebûl nake. Li gorê wan ruh nabe made
GOTAR
19
nîvco ye, Xwedê însanê mukemel e.`` Ew xwedê wek însan, însan wek xwedê dibîne. Însan bi eqil û fikrê xwe, bi hihûqa xwe, bi hestên xwe, bi evîna dilê xwe spehiye, însan ji guhertinan re, ji pêşveçûnê re vekiriye û bi vê hawayî digihîşe ronahiyê. Rindî fazîleta însanan e. Sûhreverdî, di ruh de madde, di madde de ruh dibîne. Li gorî wî madde dikare bibe ruh, bi can bibe, û ruh dikare bibe made, bê can bibe. Îslamiya doxmatîk vê fikrî qebûl nake. Li gorê wan ruh nabe made. Însan ji ruh çêbûye. Made tune. Di felsefeya Sûhreverdî de zeman û mekan heye. Di cîhanê de her tişt li ser hevûdu tesîr dike. Made tê guhertin, made di gelek şiklan de ye, lê berdewamiya xwe her didomîne. Bi kurtahî felsefeya
HEJMAR 14
2019/12/15
SAL 3
KOVAR DICLE
wî, felsefeya tarîtî û ronahiyê ye. Ji ber vê felsefeya wî, ew hatiye xîşm û xezeba îslamîstan. Desthilatdarên îslamî lê hatine xezebê û bi hawakî trajîk wî kuştine. Di kuştina wî de, trajediya herî balkêş jî ev e ku; ew fîlozofekî Kurd bû û ji alî Sultanekî, Serdarekî Kurd de hate kuştinê. Kurdekî weha deha, zana, çawan mirov wî dikuje? Heger Selhadînê Eyubî wî nekuştana, bêhêjtana fikr û ramanên wî di nav civakê de belav bibana, dê îro gelê Kurd gelek di pêşte bana. Azad bana. Lewra, di felsefeya Sûhreverdî de ji dagirkeran re xizmet kirin tune ye, berxwedan heye. Gera li pey heqîqetê heye, rêveçûna di riya ronahiyê de pêşketin heye, spehîtî û rindîtiya însên heye.
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/12/15
HEJMAR 14
20
RAPORT
Diclepress13@gmail.com
Bermahiyên El-Qaîde, El-Nusra û DAIŞ`ê di bin ala osmanî de ne
Dewleta tirk a dagirker û şefê wê
faşîst Erodganê li bakû û rojhilatê sûrî komkûjiya pêk tine, bi fosforê jin û zarokan dişewtîne, bajaran wêran dike û demografiya herêmê diguherîne. Gelo ew çeteyên ku bi dewleta Tirk li ser erda Sûriyê van tiştan dikin kî ne, rabirdûya wan çi ye û hovantirîn sûcên wan çi ne? Di dirêjahiya 8 salan de nav, reng, cil, bawerî û şiklên komên çeteyan hatin guhertin an jî di nava xwe de parçe bûn û navên cûda li xwe kirin. Lê hemû di dawiya rê de di demek kin de li ser masaya hikumeta
AKP`ê ya tirkî ya bi serkêşiya Receb Teyyîp Erdogan kom bûn. Erdogan ew hemû ji bo ku osmaniya nû zindî bike bi kar anî. Di vê dosyayê de em ê van komên çeteyên ku niha xwe bi navê qaşo “artêşa watanî ya sûrî” bi nav dikin bidin nasîn. Kombûna Ehrar El-Şerqiye Ew komek çeteyên tundrew, li ser destê sûriyên li Ewropa û Tirkiyê hate avakirin. Ji aliyên siyasî û rêxistinî girêdayî Ixwan El-Muslimîn e. Ji aliyê leşkerî ve ew dirêjahiya Ceb-
het El-Nusra ne, cihên wan parêzgeha Dêrazorê ye. Ji fermendarên wê yên ku rolek mezin di xurtkirina vê komê û avakirina wê de lîstine, çeteyên bi navê Ebû Marya El-Qehtanî yê iraqî ye. Ew bi xwe serçeteyekî Cebhet ElNusra bû. Ev kom desteka xwe ya lojîstik yekser ji dewleta Tirk ji bargeha li Dîlokê digire û têkiliyên wê bi istixbarata Tirkiyê re gelek baş e. Ew kom ji destpêka damezirandinê ve Hêzên Sûriye Demokratîk û YPG`ê wek dijminê sereke ji xwe re dihesbîne, ji ber ku ji bo berjewendiya Tirkiyê şer dike.
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/12/15
HEJMAR 14
Ew komek çeteyên tundrew, li ser destê sûriyên li Ewropa û Tirkiyê hate avakirin. Ji aliyên siyasî û rêxistinî girêdayî Ixwan El-Muslimîn e. Ji aliyê leşkerî ve ew dirêjahiya Cebhet El-Nusra ne, cihên wan parêzgeha Dêrazorê ye Koma Sultan Murad
22
RAPORT
Diclepress13@gmail.com
bû ku milîsên ku komên turkmenî yên çekdar li bajarê Helebê û bakurê gundewarê kom dike ava bike. Lîwa El-Sultan Mihemed El-Fatih, Lîwa Eşbal El-Aqîde û Lîwa Zekî Turkmen ragihand ku ew bi temamî bi Lîwa Şehîda Turkmen, Lîwa ElEwel Muşat, Lîwa Meham El-Xase û Lîwa El-Yermûk di bin navê Firqet ElSultan Murad bûne yek. Di Adar’a 2013`an de avakirina Lîwa Sultan Murad hate ragihandin. Fermendariya ji sê kesan pêk tê, berpirsê giştî Yusif El-Salih, fermendarê meydanî Fehîm Îsa û fermendarê leşkerî Ehmed Osman. Kom bi têkiliyên xurt bi çeteyên Heyet Tehrîr El-Şem (El-Nusra berê) ve li hermên bakurê gundewarên Heleb û Idlibê girêdayî ye. Binpêkirin û sûcên Furqet Sultan Murad Ev kom di sala 2016’dan de bi desteka asmanî û bejahî tev li êrişên li ser bajarê Keseb ê bûn. Bajar wêran kirin û bi deh hezaran ji ermenên bajêr û gundên wê koçberkirin. Her wiha tev li êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Sûriyê bû. sicilek wê dirêj di talankirin, kuştin, revandian bi zanabûn der heqê kurdan de li Efrîn, Ezaz û Heleb heye. Li rex destavêtina sivîlan, revandin û şantajkirinê li beramberî fîdyayan û talankirina milkên taybat û giştî. Ev kom îro tev li êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibe. Destê wê di komkujiyên sivîlan de li Serêkaniyê de heye.
Ev kom ji pêkhateyekê girêdayî turkmenên Sûriyê hate avakirin. Tirkiyê desteka lojistîk, perwerdeya leşkerî û desteka asmanî jê re pêşkêş dike. Di komên turkmenên Sûriyê de ev kom ya herî sereke ye. Istixbarata Tirkiyê bi serkêşiya Hakan Fîdan piştî ku komên Lîwa ElSultan Mihemed El-Fatih li gunde- El-Cebhe El-Şemiye warê Helebê û lîwayên Şehîd Zekî Turkmenî û Eşbel El-Aqîde di bin Ev koma ku bi taybet li Helebê xwe sîwanekê de kom kir, Koma Sultan bi cih kiriye, mezintirîn yekitiya Murad ava kir. Armanc ji wê gavê ew
komên çeteyan a li bakurê Sûriyê ye. Ev kom ji çeteyên Nuredîn El-Zenkî, Artêşa El-Mucehîdîn, El-Cebhe ElIslemiye, Kombûna Fisteqêm kema umêrt, Cebhet El-Esala û El-Tenmiye, Herekêt Hezim, Siqûr El-Şam, Ensar El-Îsalm, Lîwa El-Heq, Artêşa ElÎsalm, Feyleq El-Şam û gelek komên din pêk tê. Binpêkirinên van koman Komên navborî li rex artêşa Tirk a dagirker êrişî Efrînê kirin. Dizî, talankirin, kuştin û revandina sivîlan û daxwaza fidyeyê têne naskirin. Ji sûcên herî hovane yên koman; di Tîrmeha 2016‘an de çeteyên Nûredîn ElZinkî mîna rêbazên DAIŞ‘ê zarokek 15 salî li rojavayê Helebê qetil kirin û dîmenê qetilkirinê kişandin. Komên Feyleq El-Şam û Ceyş ElÎslam ên ser bi Îxwan El-Muslimîn li gundewarên Efrîn, Heleb û Girê Spî komkujî pêk anîn. Koma çete ya El-Cebha El-Şamiya piştî gundê Dadatê yê rojhilatê Girê Spî di encama êrişeke dijwar a bi desteka balafirên Tirkiyê de dagir kirin, jinên li gund mabûn ku hejmara wan 11 bûn kom kirin, heqaret li wan kirin, paşê jî telefonên wan ên destan û zêr û pereyên wan desteser kirin. Her wiha li ciwanekî astengdar kirin dan piştre ew birin Tirkiyê. Furqet El-Hemzat Komeke çete tundrew e. Ev kom ji aliyê dewleta Tirk ve hat perwerdekirin û di Nîsana 2016‘an de hate ragihandin. Koma Tirkmen a bi navê “Lîwa Semerqend” a ji Ozbakistanê tevlî bû. El-Hemzat ji komên destpêkê yên Tirkiyê bû ku di 2016‘an de li gel artêşa Tirk a dagirk-
Diclepress13@gmail.com
er
ji
RAPORT
23
HEJMAR 14
2019/12/15
SAL 3
KOVAR DICLE
deriyê
Qerqemîş derbasî bajarê Cerablusê bû û bajar dagir kirin. Endamên koma “Furqet El-Hemzat” biyanî û herêmî ne, piraniya wan ji çeteyên DAIŞ, El-Nusra û komên dîtir ên li Idlib, Reqa û Dêrazorê ne. Diri El-Hesekê (Mertala Hesekê) Ji bermahiyên komên çete ne, yên li rex DAIŞ û El-Nusra li dijî YPG û YPJ‘ê şer kirin. Ev koma ya di bin sîwana Ceyş El-Wetenî (Artêşa Netewî), Feyleq El-Sanî ango Feyleq El-Mûxaberat de tevdigere. Çeteyên ku bi eslê xwe ji Hesekê di nava komên wekî “Diri El-Hesekê”, “Tûgeya Mişel Temo” û “Tûgeya Şehîdên Hesekê” de cih digirin. Pira-
niya wan beşdarî êrişên li ser Efrînê jî bûn. Li Hesekê jî li hemberî rêjîma Sûriyê şer kirin, piştre li herêma cizîrê li dijî YPG û YPJ‘ê jî şerkirin. Ev koma çete di dagirkirina efrînê de jî cih girtin. Niha jî di êrişên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de dih digirin û li bajarê Serêkaniyê û hin gundên derdora wê de bi cih dibin. Encam ... Dewleta Tirk a dagirker bi avakirina van komên çete axa Sûriyê parçe dike, komkujiya dike, demografiya herêmê digûherine û li şûna xelkê herêmê çeteyan bi cih dike. Li Idlibê dewleta Tirk a dagirker çeteyên cîhanê ji Tatar, Ûygur û Ozbekî li xeta sînor kom kirin da ku di
Koma sultan murad, Ev kom ji pêkhateyekê girêdayî turkmenên Sûriyê hate avakirin bin kontrola wê de bimîne. Heman tişt li Cerablus, Efrîn û îro li Serêkaniyê û Girê Spî dûbare dike da ku xeyalên Erdogan ên osmaniya nû pêk bîne. Çavkanî: ANF
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/12/15
HEJMAR 14
24
çand
Diclepress13@gmail.com
ÇAND NASNAMEYA CIVAKÊ YE
Cihan Eren
Di roja me de ger guhertinek pêwîst
be, pêwîstiya guherînê tê ferqkirin, di vê derê de mijara herî girîng ew e ku mirov çawa li paşeroja xwe dinihêre. Di vê mijarê de pir girîng e ku mirov paşeroja xwe ya çandî çawa digire dest. Ji ber ku mutleq ji sifrê yan jî ji nişkê ve afirîndin ne mimkun e. Tiştên ku em dibêjin pêwîstî ne jî encama nakokî û pevçûnên paşerojê yên di roja me ne. Ji vê hêlê ve tiştê ku di guherîna nasnameya çandî de herî bandorker û diyarker in, bûyerên ku em jê re dibêjin cêribandin,
danehev (birikim) û kevneşopî ne. Ev bûyer di jiyana mirov de risteke diyarker dileyîzin. Ev rastî, di mirov de realîteya ka paşeroja xwe înkar dike yan bi temamî qebûl dike, bi awayekî zanistî nêzî paşeroja xwe dibe û dixwaze neyîniyan derbas bike yan na derdixwe holê. Mirovek kevneperest (muhafezakar) e an ji pêşketinê re vekirî ye, tiştên nû yên ku wê biafirîne li gor cewher û şexsiyeta civaka ku aydî wê ye ne yan nînin? Têkiliya van hemû pirsan rasterast bi rastiya ku me li jor diyarkirî ve heye. Ev, ji bo guherîna çandî û ji nû ve afirîneriyê heta bibêjî girîng e. Di vê mijarê de tevî nêzikahiyên ne zanistî ne û bi înkarwarî nêzî paşerojê dibin jî, paşeroj di roja me
de xwe dide ferzkirin, dide jiyankirin. Di hin deman de li gel ku guherîn û veguherîna civakî xwe bi lezgînî dide ferzkirin jî sedema ku pêwîstiyên nû bi zorekê tên bicîanîn û bi berhemên nû bi lez û bez ji viya re nebûna bersiv; berxwedana çanda paşerojê ye. Her wiha li ser esasên bi awayekî herî baş û rast damezirandina pêşerojê, guherîn û veguherîn afirandin, dîsa di esasên ku mirov paşeroja xwe bide ber lêpirsîneke rast de pêş dikeve. Ger ev pêk neyê û bê înkarkirin, tiştên ku wê bên afirandin wê pir zêde bi bingeh nîn bin, zêde mayînde nîn bin û nikaribin pirsgirêkan çareser bikin. Ger di vê mijarê de nêzikahiyeke pir kevneperest bê nîşandan wê pêwîstî bi cî neyên. Wek mînak dema mirov
Diclepress13@gmail.com
li rastiya civakî ya Rojhilata Navîn dinihêre, mirov wê bibîne ku guherîneke civakî bi awayekî tund xwe dide ferzkirin. Lê civakên Rojhilata Navîn ji ber ku paşeroja xwe nadin ber tehlîleke rast, an jî çanda xwe ya paşerojê tenê bi Îslamiyetê didin sînorkirin û di vê xalê de pir kevneperest in, tevî ev daxwaziya guherînê ya tund jî guherîn pir zor pêk tê. Di civakên Ewrûpayê de jî ji ber ku bi awayekî înkarî nêzî paşerojê bûne tim guherîn pêk hatiye, lê ev guherîn civakê pir monoton kiriye, pir bê kok hiştiye û aniye rewşa civakeke bêruh. Yanê dema ku hilberînên çandî tên kirin an jî nirxên çandî tên afirandin, rast nêzikahî dayîna mirov ji bo jiyaneke civakî ya saxlem jêveneger e. Civakek paşeroja xwe çawa digire dest, çawa dinirxîne û perwerdeya wê çawa dide, ev rewş berhemên çandî yên hem îro û hem jî wê siberoj biafirîne û nasnameya çandî jî rasterast bandor dike. Di vê maneyê de ji bo guherîna çandî rast xwendina guherînê, şîrovekirin û lêpirsîna guherînê û bi demê re pêkanîna wê wek afirîneriya çandî ya pir girîng dertê holê. Ev jî bêguman bi serê xwe çandek e. Şêwaza nirxandina paşeroja xwe ya mirovan bixwe jî çanda wan îfade dike. Di van xalan de jî tiştê zêdetir bandorker e jî zîhniyet e. Rêbaza fikirînê ya ku em ê bikaribin wek; mirov çawa difikirin, mantiqa wan çawa dixebite, awayê lêpirsîna wan çawan e, pîvanên qebûl û redê çi ne, tiştekî çima qebûl dikin, çima red dikin pênase bikin, yanê asta zîhniyeta mirovan li ser berhem û guherînên çandî bandorê dike. Ji bo jinûveafirîna çandî mijareke girîng a ku em ê destnîşan bikin jî ev e. Mirov bala
çand
25
xwe bidê, ev hemû taybetiyên ku mirov di nav rastiya civakî de dijîn in. Ev taybetî bi awayekî di şexsiyetê de şênber, berbiçav dibin, yanê di kes de xwe didin der. Her wiha dibe wek nasnameya mirovan. Erênî an neyînî, mirov bi awayekî vana di jiyana xwe de şênber dikin an jî pêk tînin. Di ser viya re xwe pênase dikin. Nirxa çandî ya herî girîng a dike ku li ser esasê tiştên ku mirov bi keda xwe derdixin holê pênase dikin çanda manewî û pê re ya ku wê veguhere bûyereke madî îdeolojî ye. Ev, birastî navlêkirina çalakiyan, pîvan danîn û karê di nav xwe û berhema xwe de pêwendî danînê ye. Ji ber ku fikir dema wateyek felsefî û îdeolojîk digire ev rê dide ku di mirov de bername û proje bi pêş kevin. Dema mirov di vê astê de qebîliyeta fikirînê qezenç dike ev bixwe re pêşbîniyê jî tîne. Piştî vê astê êdî mirov tenê ne li ser esasê bicînana pêwîstiyên ku dibînin pir ji rêzê, sekinandî an jî pir hêdî, pêş nakevin. Bi sîstebûma fikirînê re, heta pêwîstiyên civakî xwe bi awayekî xurt nedin hîskirin jî, mirov pêwîstiyên xwe yên muhtemel, gengaz, ên dibe ku derkevin pênase dikin û ji bo ku vana bi cî bînin dikevin nav hewldanekê. Di guherîna civakî de ev merhele, bi bingehgirtina guherîn û veguherîna di aqilê mirov de bi pêş dikeve. Di rêk û pêk-kirina jiyana civakî de îdeolojî di vê merheleyê de dikeve dewreyê. Ev, zêdetir ji aliyê rastiya civakî ve pêvajoyeke ku li civaka dewletparêz rast tê ye. Ya rastî, pêşketina ku aqil bi dest dixe, di merheleyeke ku wê civakê bibe pergaleke azadiyê û derfetên viya bi dest dixe de aqil tê dewletîkirin. Di vê derê de ji bo çandê bûyereke
HEJMAR 14
2019/12/15
SAL 3
KOVAR DICLE
Mirov dema bi hesta “Em mecbûr in wek civak bijîn” hesiyan û di viya de rê girtin, mirov dibe heyînek, heyberek û bûyera ku em jê re dibêjin çanda rastî jî bi vî awayî derdikeve holê duyem dikeve dewreyê. Di afirandina çandê de merheleya yekemîn; tevî dijwariyên xwezayê encamên pratîk ên di daxwazî û hewldana jiyanê de derdikevin holê bû. Di afirandina çandê de merheleya duyemîn jî piştî ku civakîbûna bizanebûn bi pêş ket, pêşketinên ku bersivên ji pêwîstiyên nû yên têkiliyên civakî bi xwe re di fikra mirov de, di şêwazê jiyanê û têkiliyan de diafirîne re rê li ber vedikin in. Mirov piştî ku civakî bû û ket nav têkiliyên civakî, bi pêwîstiyên ku ji taybetiyên civakî dertên holê re rast tê. Jiyana civakî berdewamkirin û çareserkirina nakokiyan, bi vê merheleyê re bi qasî bersivdayîna xwezayê pêwîst dibe. Ji ber ku civak wek mîna xwezayê qada ku xwe tê de û li ser dide jiyankirin e.
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/12/15
HEJMAR 14
26
ÇAND
Diclepress13@gmail.com
Di civakên Ewrûpayê de jî ji ber ku bi awayekî înkarî nêzî paşerojê bûne tim guherîn pêk hatiye, lê ev guherîn civakê pir monoton kiriye, pir bê kok hiştiye û aniye rewşa civakeke bêruh
Sekna mirov li hember xwezayê –bi taybetî di pêvajoyên destpêkê yên dîrokê de- zêdetir ajalî ye. Mirov dikare bibêje ku xwedîbûn û parastin, bi giranî bi awayê teqlîtkirina ajalan e yan jî di navbera mirov û ajalan de hê cudahiyeke diyarkirî pêk nehatiye. Di nav sekna vê pêvajoyê de jî bêguman tiştên aydî mirov hene. Taybetiyên ku di ajalan de nîn in ên aydî civaka mirov pêk hatine. Lê ev zêde eşkere û diyarkirî nîn e. Lê mirov dema bi hesta “Em mecbûr in wek civak bijîn” hesiyan û di viya de rê girtin, mirov dibe heyînek, heyberek û bûyera ku em jê re dibêjin çanda rastî jî bi vî awayî derdikeve holê. Vaye tam jî bi gotina çandê wek heyînek civakî her tiştê madî û manewî yên ku mirov li ser xwezayê afirandiye wiha dertê holê. Jixwe nirxên ku mayînde dibin jî bi vî awayî dertê holê. Ji ber ku ji bo mayîndebûnê pêwîstî bi civakîbûnê heye. Çima? Ji ber ku civak bi afirandina bîra xwe, hişê xwe (hafiza) mayîndebûnê pêk tîne. Di civakîbûnê de nirxên çandî di hest û ramanên mirovan de tên nexşkirin. Em dikarin ji viya re bibêjin ku nirxên madî vediguherin manewiyatê, her nirxên manewî jî vediguherin bûyerên madî. Yanê fikir –pratîk- diyalektîka fikir, bi civakîbûnê re di jiyanê de cihê xwe saxlem ava dike. Civakîbûn mayîndebûn û berdewamiyê pêk tîne, ev ji mirovahî afirandina wê tê. Wek mînak; em niha civakek in, civaka Kurd in. Zîhniyeta ku me di nav civaka Kurd de girtiye, berdewamiya zîhniyeta serboriyên ku Kurd bi hezaran salan in dijîn in. Ji ber wê yekê tiştên ku bi deh hezar salan berê hatine jiyankirin bi awayekî ji ber ku em bi hev re ne, li
Diclepress13@gmail.com
gel hev in di me de jî tên jiyankirin. Mayîndebûna civakî xwe bi vî awayî dide dewamkirin. Yanê mirov di nav civakekê de tê dinyayê, di nav wê civakê de biaqil dibe, hişmendî qezenç dike û di nav wê civakê de dibe xwedî tecrûbe. Li gor şêwazê jiyana wê civakê dibe xwedî nasname. Her wiha di nav paşeroj û pêşerojê de pirek datîne û berdewamiyê pêk tîne. Li ser vî esasî bi çandê xwedî nasname bûn an jî çand vediguhere şêwazê jiyanê. Wek heyîneke/î civakî mirov, ji bo çareserkirina nakokiyên xwe yên di têkiliyên jiyanê de û wek mirovekî xwe di nav civakekê de îfade bike çi rêbaz pêwîst bin di çandîbûnê de girîng e. Di vê derê de jî rewşeke cuda dertê holê. Demek heye ku mirov di jiyana xwe de bi awayekî ajalane ji ajoyên (güdü) xwe re bûye bersiv. Ji bo berdewamiya mirovbûnê bandorên girîng ên vê demê çêbûne. Lê çand, wek afirandineke mirov a rasterast, bi kokberdana civakîbûnê re wek encama pêvajoya ku berdewam dike dertê holê. Di vê maneyê de em, çandê wek rûdana derve ya civakê yan jî nasnameya wê îfade dikin; bi civakîbûnê re, tiştên ku mirov afirandine, digirin dest. Pênaseyeke wiha zêdetir çandê îfade dike. Ev îfadeyên dawîn, ji ber ku ji lêhûrbûnên ku pênaseyên Rêbertî di me de daye avakirin re hîn nêz disekine, dema em çandê pênase dikin em hîn zêdetir dikarin bibêjin ku pênaseyên me bi xwe ne. Piştî ku civakîbûn pêk tê, di nav jiyana civakî de berhemên çandi, nasname û afirandinên wê jixwe em dikarin bi rihetî bigirin dest. Mirov di kîjan pêvajoyê de çi afirandine, çawa afirandine, fikra wan çi bûye? Kîjan zimanî bi kar anîne, kîjan hunerê bi
ÇAND
27
pêş xistine, li ku derê bi pêş xistine? Di kîjan pêvajoyê de kîjan şêwazê hilberîn û fikirandinê, kîjan awayê jiyanê zêdetir li pêş bûye? Ev jixwe tiştên ku bi xetên giştî tên zanîn in. Bi giştî em civakê wek civaka demokratîk a komunal û civaka dewletparêz ji hev vediqetînin. Em civaka dewletparêz jî di nav xwe de wek dema koledarî, dema feodal û dema kapîtalîst ji hev vediqetînin. Derbarê vana de jî dîsa dahûrandin hatine çêkirin. Rêber APO bi paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadixwaziya cinsî gihandiye îfadeyeke hîn zelal. Di vê derê de tiştê ku em ê ji bo çandê diyar bikin; ji ber têkiliya rasterast a çandê bi mirov re, têkiliya çandê bi nasnameyê re, têkiliya çandê bi hebûna civaki re, mijara berhemên mirov ên ku veguheriye heyîna civakî, dema pergalên civakî diguherin bi viya ve pêwendîdar dijîn e. Di dema civaka komunal de mirov dema tiştan diafirîne, tê maneya ji bo berdewamiya jiyana demokratîk a komunal tiştan ava dike. Ger di dema civaka dewletparêz de jî hin tişt tên avakirin, qismekî girîng ên van afirandinan ji bo berdewamiya vê jiyanê afirandinekê îfade dike. Ji ber ku her nirxê çandî ruhê dema ku tê de hatiye afirandin di nav xwe de dihewîne. Ruhê berhemekê, yanê erka wê cuda be jî, awayê bikaranîna wê nikare ji rengê dema ku tê de ye dûr be. Yanê her berhem ji bo armanceke diyar tê bikaranîn. Ji bo çandê mijareke girîng a ku em ê diyar bikin jî, mirov di têkiliya xwe û xwezayê de, amûr dixwe navbera xwe û xwezayê. Mirov ji ber biyolojiya xwe û hêza xwe ya fizîkî, dema ku rasterast bi xwezayê re tê ber hev di sekneke ku qelsiyên, bêhêziyên
HEJMAR 14
2019/12/15
SAL 3
KOVAR DICLE
Rêbaza fikirînê ya ku em ê bikaribin wek; mirov çawa difikirin, mantiqa wan çawa dixebite, awayê lêpirsîna wan çawan e, pîvanên qebûl û redê çi ne, tiştekî çima qebûl dikin, çima red dikin pênase bikin, yanê asta zîhniyeta mirovan li ser berhem û guherînên çandî bandorê dike. Ji bo jinûveafirîna çandî mijareke girîng a ku em ê destnîşan bikin jî ev e. Mirov bala xwe bidê, ev hemû taybetiyên ku mirov di nav rastiya civakî de dijîn in
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/12/15
HEJMAR 14
cidî jiyan dike de ye. Mirov van qelsiyên xwe bi afirandina amûran derbas kiriye, ji holê rakiriye. Her wiha ger em bibêjin hemû afirîneriyên mirov di heman demê de ji amûrên ku xistiye navbera xwe û xwezayê pêk tên em ê nekevin xeletiyan. Hemû berhem an jî hilberînên mirov di heman demê de tiştên ku bi amûrên ku xistiye navbera xwe û xwezayê û jê feyde girtiye bi pêş xistiye ne. Em kîjan berhem an jî afirîneriyê bigirin dest ew dizane, her berhem an jî afirandin ji bo mirov mutleq amûrekî jî hewce dike. Wek mînak fikir di vê maneyê de amûreke ku rê dide mirov pê xwezayê fêm bike. Ziman, amûrekî ku mirov ji bo têkiliyên di navbera xwe de ava bikin bi kar tînin e. Dîsa mirov ji bo çalakiya aboriyê ya ku em dikarin wek hilberîneke pir teknîkî pênase bikin gelek amûr derxistine. Ji bo ku xwe pê biparêze
28
ÇAND
Diclepress13@gmail.com
û serî li piştgiriya wan dide gelek amûr hene. Ji bo starê, ji bo ku mirov xwe bide jiyankirin gelek awayên stareyê hene. Di vê maneyê de di nav berhemên çandî de amûrên ku mirovan çêkirine, guhertine û veguhertine cihekî xwe yê girîng heye. Di nav berhemên çandî de mirov ji bo ku pêwîstiyên xwe bi cî bînin yên ku herî zêde hatine guherîn û veguherîn, ev amûr in. Bi taybetî di amûrên ku em dibêjin amûrên teknîkî ne de her tim guherîn û veguherîn tên jiyankirin. Guherîn û veguherîna her amûrî di mirov de rê li ber fikir û pratîka nû vedike. Ev jî bi xwe re pênaseyeke nû tîne. Her pênase bi xwe re hêza fêmkirinê ya nû jî diafirîne. Her hêza fêmkirinê jî bi xwe re hem di nav jiyana civakî de, hem jî di berhemên ku afirandiye de dibe sedem ku nûbûn derkevin holê.
Ev rastî, di mirov de realîteya ka paşeroja xwe înkar dike yan bi temamî qebûl dike, bi awayekî zanistî nêzî paşeroja xwe dibe û dixwaze neyîniyan derbas bike yan na derdixwe holê
Diclepress13@gmail.com
ÇAND
29
HEJMAR 14
2019/12/15
SAL 3
KOVAR DICLE
Bercez Xelef Behdo kiye?
A: Cemîl Qîranî
Ez wek Bercez Xelef Behdo tême naskirin, bavê Kamîran. Ez sala 1969’an li Gir Şabak ya girêdayî nahiya Sinûnê ji dayîk bûme. Malbata me ji 10 neferan pêktê. 5 kûrê min û pênç keçên min hene. Sala 1987’an min dest bi gotina sitranên folklorî yên çiyayê Şingalê kiriye û sala 1990’an min fermî dest bi gotina
stranê kir. Ez bi bavê Kamîran, li nav xelkê Şingalê de hatime naskirin. Destpêka ku min sitran digotin min dixwest ez xwe fêrî tembûrê jî bikim, lê belê ez fêrî tembûrê nebûm, jiber ji min re zehmet hat. Stranên kul i ber dile emin xweşin sitrana Şerê Mala Kuto Nîser in. Min dû sitran nivîsandine. Yêk ji wan li ser fermana 3.08.2014 ya ku bi ser Şingalê de hatîye, yêk jî li ser xerîbiyê ye, li ser van keç û şebabên Êzidiyan yên kû terka dayîk û bavên xwe dikin û berê xwe didin welatên xerîbiyê.
Lê hêj derfet neketiye destê min ku ez van sitranan tescîl bikim. Ez wek sitranvanekî çiyayê Şingalê, keyfa min ji sitranên Şera re tê, ji berk u ew sitran ne ji ber xweve hatine, her sitranek wan li ser fermanek kul i ser xelkê Şingalê de hatiye. Divê em wek sitranvanên çiyayên Şingalê, em nehêlin ku ev sitran wûnda bibin. Kesê ku bi ser deste emin fêrî stranan bûyî, yêk li gundê me hebû navê wî Silêman Ehmed bû, wî tembûr jî dizanî û got ku ez guhdariya te dikin û dixwazim ji destê te fêrî strangotinê bibim. Ez wek sitranvanekî çiyayê Şingalê,
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/12/15
HEJMAR 14
30
ÇAND
Diclepress13@gmail.com
Ez wek sitranvanekî çiyayê Şingalê, keyfa min ji sitranên Şera re tê, ji berk u ew sitran ne ji ber xweve hatine, her sitranek wan li ser fermanek kul i ser xelkê Şingalê de hatiye. Divê em wek sitranvanên çiyayên Şingalê, em nehêlin ku ev sitran wûnda bibin ez li ser destê dayîk û bavê xwe fêrî stranê bûme. Ji ber kû dayîk û bavên min jî sitranbêj bûn û koçkû dîvanan de sitran digotin û min hindek sitran jî ji xalê xwe Qapalê Dûmo girtine.Û niha min dû sitran ji yêkî ereb jî hilgirtiye. Ji ber ku ew jî kûrmancê Şingalê bu. Ez wek sitranvanekî çiyayê Şingalê, sitranvanên kum in sitran pêre gotine, min sitran bi Qapal re gotine, bi Xidir Feqîr, Qasimê Meyrê, Kekê Şêxmûs, Mîrze Mesîr û Nasir re min gotine, yên ku çûne ser dilovaniya xwudê. Yên hêj saxin û min bi wan re si-
tran gotine jî mîna Celo, Xelo, Çêlî û Dexîl Garo, Şemo, Kamo, Kesko re min sitran gotine. Ez wek sitranvanekî çiyayê Şingalê, min li Başûrê Kurdistanê sitran gotine û min li welat Şêx sitran gotine û min li Radyoya Şingalê de sitran gotine û min di radyoya Dengê Çira Şingalê de jî sitran gotine. Ez wek sitranvan, ez dibêjim sitran ji keç û jinê re ne eybe û ez bi eybî jî nabînim. Ji ber ku jin jî insan e, mêr jî insan e. Hema ez dayîka xwe mînak bidim, dayîka min jî sitranvan bu û ez li ser destê dayîka xwe fêrî sitranan bûm.
Ez ji şebabên mere dibêjim evên ku nû dest bi sitrana folklorê çîyayê Şingalê dibin, sitranê bi şiklikî rast bibêjin û guhartinê nexin sitranan de. Ji ber ku ev sitran ne ji ber xwe ve hatine, hemû ji şeran, fermanan û talanan hatine. Heke nizanibin jî bila ji xwere pirsbikin, ne eybe. Lê bi eybiye heger sitranê bi xeletî bibêjin û xirabikin. Ji ber ku dîroka Êzidiyan di van sitranan deye. Ji ber ku çênabe ku em wek sitranvanên çiyayê Şingalê em bihêlin ku ev sitran werin wûnda kirin.
Diclepress13@gmail.com
JIN
31
HEJMAR 14
2019/12/15
SAL 3
KOVAR DICLE
Jina Ku Ji Qada Civakî Hatiye Qutkirin Jina Zêdetir Di Xizmeta Mêr De Ye
alî firat
Dîlîtiya jinê heta bibêjî hatiye kûrki-
rin. Tevlîbûna wê ya ji qada civakî, huner, spor û zanistê hatiye qedexekirin, ji qada civakî hatiye qutkirin û di malê de hatiye hepskirin. Derketina wê ya derve, têkiliyên civakî, bi temamî ji destûr û venêrîna mêr re hatiye hiştin. Ya herî xerab jî bi viya hatiye bawerkirin. Pêwendiyên wê yên bi xwezayê re hatine qutkirin, di pişt dîwarên bilind, pişt perdeyan de hatiye veşartin, di xaniyên betonî de hatiye hepskirin. Qadên ku jin lê tên gel hev û ked didin, hilberînê dikin, parvekirinên civakî dikin wek cihên xeyb û paşgotiniyan hatine demxekirin. Bi vî awayî pêşî lê girtine ku jin hêz bidin hev, dîtin û nêrînên xwe par ve bikin. Ji ber ku her tim di nav malê de ye û heman karên giran dike di warê zîhnî de nikare pêşketina ku dixwaze bi dest bixe. Bêzarbûna ji karên malê, fizîkî û ruhî gelek nexweşiyan jî bi xwe re tîne. Tevlîbûna wê ya tu çalakiya sporî jî ji aliyê mêrê serdest ve guncaw nayê dîtin. Pê tê qebûlkirin ku dinyaya li derveyî malê xetere ye. Jin, bêyî reza mêrekî ji malbatê, hevserê xwe yê ku wê pê re bizewice jî nikare bi îradeya xwe ya azad hilbijêre. Di gelek civakên Rojhilata Navîn de piştî ku hevserê jinê dimire, ji bo ku namûsa malbatê neçe ba kesekî din, zarokên wî nebin malê
mêrekî din an bi birayê hevserê xwe re, ger ev nebe ji malbatê bi mêrekî din re tê zewicandin. Ji bo vê zewacê jî li erêkirina jinê jî nayê nihêrtin. Wê çend zarokan bîne her tim ji aliyê mêr ve tê diyarkirin. Ji ber ku jin li gor civaka baviksalar wek mal tê dîtin di zewacan de awayê berdêliyê pir tê dîtin. Li hember keçeke ku ji malbatekê hatiye girtin keçeke din didin wê malbatê û dema yek ji aliyan bi hevsera xwe re li hev neke û berdan çêbibe şert datînin ku yê din jî hevsera xwe berde. Tu hewcedarî nabînin ku fikra jinê bipirsin jî, ji ber ku ew tenê maleke mijara guhertinê ye û divê dol bigire. Jixwe ji ber ku her tim wek mal tê dîtin bi qelen tê zewicandin. Dîsa serê her jinê buhayek ku nirxa wê ya madî diyar dike tê dayîn. Yê ku vê buhayê bide dibe xwediyê jinê û dibe xwediyê mafê bi dilê xwe bikaranîna wê. Ji her jina ku bixwaze bi serê xwe jiyan bike re her cure êrîş rewa tê dîtin. Yan jî di nav qalibên jiyana modernîteya kapîtalîst de bi feraseta azadiya takekesî, ya rastî bi feraseta azadiyeke çelexwarî ji hemû nirxan tê qutkirin û di rewşeke ji berê xerabtir de tê kolekirin. Di hunera ku rêya herî xweş a xwe afirandin û hilberandina mirov e de jî hêza wê ya afirîner hatiye çewisandin, dengê wê qedexe, heram û guneh hatiye hesibandin. Tenê dikare ji êşên xwe re zêmaran bilorîne. Yek ji hunerên herî kevn ê mirovahiyê muzîk û çanda dengbêjiyê wek şêwazeke xweîfadekirina jinê her tim hebûye. Lê ji ber ku qada civakî bi temamî ji jinê re hatiye girtin
êdî hema bêje tenê mêr dengbêjiyê dikin. Em di gotinên van dengbêjiyan de dibînin ku jin xwedî kapasîteyeke hunerî ya çiqas bihêz e. Ji ber ku gotin her tim ji devê jinê tê gotin. Jin di serdema dayîksalariyê de di ber her karê xwe de muzîkek, newayek afirandiye û hemû karên xwe bi vî rengî meşandiye. Dema ku zarok di xew radike, çandiniyê dike, li ser debrê, li aşê, di giha dirûn û berhevkirinê de, şîr dotinê de, di teşî ristinê de, tevn çêkirin, cil û bergan şûştin, paqijî kirin û hemû karên rojane û demsalî yên hwd. bi stranan kiriye. Ev di heman demê de pîroziya ku ji bo afirandinê tê dayîn e jî. Çîrok, çîrvanok, stran, klam û destan hemû afirîneriyên jinê ne. Di her karê ku kiriye de ciwankariyê (estetîkê) li pêş girtiye, afirîneriya xwe jî tevlî motîfên ku ji xwezayê girtiye kiriye û bi honandina wan nexş bi nexş nexşandiye û xweşikiyan tevlî jiyanê kiriye. Lê bi sazîbûna pergala baviksalarî re ev hemû hunerên jinê yeko yeko hatiye qedexekirin û wek guneh hatine dîtin û ji dest hatine girtin. Ya ku ji wê re maye; tenê bi karên nav malê re mijûlbûn û bi hunerên destkariyê qîma xwe anîn e. Her wiha qada civakî ya ku bi temamî di venêrîn û serdestiya mêr de ye û jin li dervayî hatiye hiştin veguheriye karesatê. Qada civakî ya ku merhamet, dilovanî û xweşbîniya ku ji xwezaya jinê tê, tê de tune be her tim şer li pêş e. Şer, kuştin, birîndarkirin, dizî, talan, xesp û derew ji bo pergala baviksalarî êdî jiyana rojane ya pir ji rêzê ye.
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/12/15
HEJMAR 14
32
JIN
Diclepress13@gmail.com
Diclepress13@gmail.com
JIN
33
HEJMAR 14
2019/12/15
SAL 3
KOVAR DICLE
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/12/15
HEJMAR 14
Pêşxistina zanista jinê, parçekirina hemû rûpoşên ku hemû zanist li mirovahiyê ferz dikin e. Ji bo azadiya jinê çalakiya bingehîn a ku divê hemû jin bikin, li hember zanistparêziya di ser kuştina jinê Di Siyaseteke Ku Wê Jin Tevlî Bibe de Derfeta Berdewamkirina Aqlê Serdest Ê Mêr Tune Ye Jin, tevî ku hêza avaker û pêşeng a civaka exlaqî û polîtîk e piştî ku aqlê serdest ê mêr dibe desthilatdarî derbarê meşandin û diyarkirina jiyana xwe û jiyana civakî û siyasî ya civakî de mafê gotinê ji dest wê hatiye wergirtin. Tevlîbûna jinê ya siyasetê heta sedsala dawîn jî bûye sedema cezakirinên giran. Ev qad weke qadeke tenê aydî mêr hatiye diyarkirin. Di rastiyê de, di gelek qadên jiyana civakî de tevî ku hêza birêvebir a rastî jin e jî keda wê bi zanebûnî nayê xuyakirin, ev ked, ji aliyê mêrên herî bêkêr û ji qabîliyeta birêvebirin û meşandina kar bêpar ve jî tê desteserkirin. Tenê birêvebirin, meşandin û îdarekirina karên malê ji wê re hatiye hiştin ku ev jî jixwe her tim
34
JIN
Diclepress13@gmail.com
wek karên hewce nakin, ji rêzê û sivik tên nîşandan. Di polîtîkaya ku mêr dimeşîne de tu car dîtin û nêrîna wê nehatiye girtin, jixwe ji ber ku her tim kêmaqil tê dîtin bi viya hewcedarî jî nayê dîtin. Di hin demên dîrokê de di tevlîbûna wê ya siyasetê de jî zêdetir ji komplo û qurnaziyan re ew kirine amûr lê tu car wek kirdeya siyasetê nehatiye dîtin. Li kêleka qralê xweda yê mêr, xanedan, pêxember û rêveberin din tenê weke amûra xeml û sûsê sekiniye, tu carî mafê gotinê nedanê. Di siyaseteke ku wê jin tevlî bibe de derfeta ku aqlê serdest ê mêr xwe berdewam bike tune ye. Ji ber ku ev rastî tê zanîn her tim bi pêkutî û qedexekirinan re rû bi rû maye. Lê di du sedsalên dawîn de piştî ku zanîna jinê bi pêş ket û bi rêxistin bû bi têkoşînên dijwar ên ku daye bûye xwedî mafê tevlîbûna siyasetê û hilbijartin û hilbijêrînê. Lê hê jî di hin dewletên ku hê jî bi dogmayên olî yên giran tên birêvebirin (weke Siûdiya Erebistanê) ji van mafan bêpar e. Di roja me de jî tevlîbûna wê ya siyasetê di rengê mêr de ye. Ango bi rengê xwe tevlîbûna siyasetê pir bi sînor e, kêm e. Civaka exlaqî û polîtîk a bi pêşengiya xwedavenda dayîk, bi modernîteya kapîtalîst re, bi polîtîkayên qirêj ên aqlê zilam veguheriye civakeke bêexlaq. Di Qada Aboriyê De Qirkirinên Jinê Yek ji qadên ku qirkirina jinê ya herî zêde û kûr lê tê pêkanîn jî aborî ye. Jin afirînera çandinî û aboriya malê ye. Piştî ku di pêşengiya jinê de ax hat çandin û çandiniya bi rêk û pêk hat kirin berhemeke pir muazam derdikeve holê. Her kes bi qasî hêza xwe û bi dil tevlî vê hilberînê dibe.
Berhema ku bi hevkarî ji aliyê komê ve tê derxistin, ji aliyê jinê ve bi wekhevî û adilane, bi qasî pêwîstî pê heye û bi qasî ku wê bikaribe xerc bike tê belavkirin, tu kes birçî namîne. Birçîbûn û rewşên wek vê tenê di encama bûyerên xwezayê yên weke xela, lehî û sermayê de pêk tên. Aboriya ku bi desteserkirina mêr êdî ji bin destê jinê derdikeve êdî tenê di xizmeta beşekî diyar de ye. Rêbertiya me vê rewşê di parêznameyên xwe de gelek berfireh dinirxîne. “Ya ku hat desteserkirin jin bixwe, zarok û lêzimên wê yên din bûn, danehevên çanda manewî û madî ya hemûyan bûn, talana aboriya malê ya destpêkê bû. Li ser vî esasî em dibînin ku rêxistina rahibê proto, şaman, şêxê bi tecrûbe û mêrê bi hêz dest didin hev û hêza (rêveberiya pîroz) hiyerarşîk a baviksalar a destpêkê û herî demdirêj ava dikin, ev di hemû civakên di merhaleyên heman de heye. Heta merhaleya çînîbûn, bajarîbûn û dewletîbûnê, di jiyana civakî û aborî de aşkere ye ku ev hiyerarşî roleke diyarker leyîstiye. ‘Zilamê qurnaz û bi hêz’ wek dizekî dikeve aboriya malê ya jinê. Bi talanê qîma xwe neanî. Ya girîngtir jî her tim jinê di bin destdirêjiyê de digire û ocaxa malbatê ya pîroz vediguherîne cihê çil heramiyan. Tu carî ruhê xayînekî ku dizane çi dike terk nekir, berneda. Tovên daneheva sermayeya yekem di van her du mekanan de hate avêtin. Ya yekem; li nêzî aboriya malê, malê bixwe dagir kirin, ya duyem; li hember yekdestdariya hatiye rewakirin a fermî ya dewletê, wek yekdestdariya taybet, di navendên çil heramiyan de an nêzî wan cî girtin”. Piştî bi vî awayî talanê dest pê kir
Diclepress13@gmail.com
êdî civak careke din bi xwe ve nehat. Desthilatdariya li ser berhema zêde û sermayeyê hat sazkirin li ser hemû civakê hat sazkirin. Di bingeha şeran de zêdetir xwedîderketina zîhniyeta desthilatdar a li berhema zêde hebû. Di her şerekî de bi hezaran, bi milyonan mirov hatin kuştin, gund, bajar û navçe hatin talankirin. Êdî ne tenê jin mirovahî dihat kolekirin. Axa ku di serdema dayîksalar de dest bi çandiniya wê hat kirin, mirovahiyê xwedî dikir û parçeyek ji xwezayê ye jî hatiye mulk-kirin. Kes an jî malbatên ku parçeyên axê yên pir mezin di dest xwe de digirin, kole û gundiyan bi nanozikoyî didin xebitandin. Di vê derê de koletiya jinê hîn cuda ye, birastî qatqatî ye. Ji ber ku carekê hem koletiya xwediyên axê û amûrên hilberînê dike hem jî li malê koletiya hevser, bav û mêrên din ên endamê malbatê dike. Jixwe êdî ji hilberînê hatiye qutkirin û di malê de tê hebskirin, wek malek bûye mijara dan û stendinan. Di qadên sewalkarî û çandiniyê yên ku hê jî tê de hilberîn û karên herî giran dike de jî keda wê her tim biçûk tê dîtin, wek karên herî ji rêzê, sivik û bênirx dike lê tê nihêrtin û wisa jî tê nîşandan. Dema ku keda bingehîn dide, hêza kar a esas e jî weke alîkar be tê nîşandayîn, di navenda kar û xebatê de her tim mêr tê rûniştin û ev hemû pêvajo navê wî digirin. Piştî pêşketina bazirganiyê jî kirdeya wî mêr e. Hemû têkiliyên bazirganî yên ji aliyê mêr ve tên birêvebirin her tim li ser esasê kâra herî zêde ye. Diyardeya kedê her tim di pişt perdeyê de dimîne. Mirov jî tê de her tişt dibe mijara bazirganiyê. Wek mal û mulkek dan û stendinên koleyan ji dema ku baviksalarî bi sazî bû û heta îro berdewam dike.
JIN
35
Ji ber ku li ser berhema zêde her tim pêşbirka bi rêkurtê, ango bi kedeke kêm rûniştin heye, beşên di vê pêşbirkê de tên dagirkirin û di bin de dimînin her tim mehkûmî birçîbûnê tên kirin. Kî ev beş jî aliyekî mezin ên civakê ne. Ango beşeke mezin ê civakê (ji % 80-90) tevlî hilberînê dibe lê tenê beşekî biçûk (ji %10-20) ji berhemê para pir digire. Bi taybetî piştî şoreşa senayiyê, bi destpêkirina makînebûnê, vê car mirov wek koleyên bi destheq tên xebitandin. Kedxwariya herî mezin jî bi kapîtalîzmê re dest pê dike. Mirov, saetên gelek dirêj, di şertên xerab de, tenê bi nanozikoyî tên xebitandin. Jina ku bi destheq dixebite û debara esas a malbatê dike, her tim weke alîkarî ji bo debara malbatê dide bav, bira, kekê xwe an jî hevserê xwe tê dîtin û wisa tê nîşandan. Bi ser de bav, hevser an jî mêrên din ên endamên malbatê dest datînin ser destheqa wê. Tenê beşeke bi qasî bikaribe pêwîstiyên xwe yên biçûk bi cî bîne jê re tê hiştin. Li kargehê mêr tenê vardiyayek dixebite lê jin kar, mal, hevser û zarok jî tê de çar vardiya dixebite. Piştî ku ji kargehê derket jî ji bo rolên xwe yên malê bi cî bîne baz dide. Dema wê ya bêhnvedan, xwe dana hevdu û tevlî çalakiyên çandî bûyîn ya qet tune ye yan jî pir bi sînor e. Ji ber ku her tim di nav bazdanek de ye û nikare bi qasî ku pêwîst e li xwe binihêre di temenê ciwan de ji hev de dikeve, bi nexweşînên başiya wan tune ye re rû bi rû dimîne. Li kargêhê tevî ku bi mêr re heman karan, heta pirî caran karên zêdetir sebir, dem, baldarî û qabîliyetê dixwazin dike jî bi cihêkariya cinsî re rû bi rû dimîne. Nikare bi mêr re heman destheqê bigire, xwedî heman ewle
HEJMAR 14
2019/12/15
SAL 3
KOVAR DICLE
Zilamê qurnaz û bi hêz’ wek dizekî dikeve aboriya malê ya jinê. Bi talanê qîma xwe neanî. Ya girîngtir jî her tim jinê di bin destdirêjiyê de digire û ocaxa malbatê ya pîroz vediguherîne cihê çil heramiyan hiya kar nîn e. Her tim weke hêza kar a erzan tê dîtin. Li kargehê bi acizkirin û tacîza mêr re rû bi rû dimîne. Lê bi tirsa ku wê ji kar bê avêtin an jî ji ber ku dizane jixwe pergala hiqûqê ya bi şexsiyeta mêr wê mêr ceza neke bûyerên ku tên serê wê nikare bibêje. Lîberalîzma ku îdeolojiya kapîtalîzmê ye jinê tenê nekiriye karkera bêdestheq a malê, wê weke objeyeke cinsiyetê kiriye meta û daye bazarê. Di mêr de tenê ked tê metakirin, jin bi hemû beden û ruhê xwe tê metakirin. Bi vî awayî koletiya herî xetere hat avakirin. Ew êdî ne tenê jina mêrê xwe ye. Bi hemû kesayeta xwe tê metakirin. “Ji koletiya her kesî re amade bûn, an vebûn ji koletiya ji kesekî re qat bi qat xeteretir e. Dehfika ku modernîteyê ji jinê re daniye ev e”.
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/12/15
HEJMAR 14
Li nêzî aboriya malê, malê bixwe dagir kirin, ya duyem; li hember yekdestdariya hatiye rewakirin a fermî ya dewletê, wek yekdestdariya taybet, di navendên çil heramiyan de an nêzî wan cî girtin
36
JIN
Diclepress13@gmail.com
Di serdema modernîteya kapîtalîst de jinên Rojavayî êdî zarokan naynin. Di civakên xizan de jin bi pir zarok anînê pêwîstiya hêza kar a erzan a welatên senayîbûnê bi cî tînin. Bêyî ku keda jinê ya bêheq hebe ne tenê karkerek ne jî xwediyê kar dikare bijî, heta nikarin pêwîstiyên xwe yên herî ji rêzê jî bi cî bînin. Ev realîte bixwe jî rastiya aborî ya bingehîn a ku pergala dizek dixwaze ser bigire ye. Yek ji derbeyên herî mezin a ku li jinê hatiye xistin jî ev e. Jina Ku Cinseltiya Wê Hatiye Qedexekirin, Çewisandin Cinseltiya ku Rêbertiya me weke yek ji operasyonên ku aqlê mêr li ser jinê daye meşandin bi nav dike di qirkirina jinê de di rola amûreke mezin de ye. Di hemû xwezayê de cinseltî bi zêdebûnê re eleqedar e û bi armanca berdewamiya jiyanê ye. Lê ev rewş di mirovê mêr de bi armanca dîlgirtina jinê ye. Di pergala dewletparêz de ji ber ku zeafa cinseltiyê ya mêr û
hêza jinê ya bi rêya cinseltiyê îqnakirina mêr tê zanîn cinseltî ji bo jinê her tim qedexe û guneh e. Ew tenê ji bo zewqa ku mêr dixwaze bidê û dol bigire amûrek e. Mêr, bi jinê re têkiliya cinsî ya yekem wek xerakirina bekareta jinê digire dest. Û dema viya dike jî bi rastî desthilatdariya xwe ya li ser jinê nîşan dide. Bi xerakirina bekareta wê êdî xwediyê wê yê esas ew e. Di hin civakan de berya vê têkiliya yekem mêr li jinê dide. Ev pêkanîn bûye weke kevneşopekê. Bi lêdana destpêkê wisa bawer dike ku wê li ser jinê desthilatdariyê deyne, wê ditirsîne, dike ku ji hemû daxwaziyên wî re serî deyne. Hele jî jin ne bakîre be ev rewş nîşan dide ku beriya hevserê xwe li derveyî yê ku civaka mêrê serdest û cinsiyetparêz ji bo wê diyar kiriye re têkilî daniye. Ew êdî qirêj bûye û mirinê heq dike. Weke metayekê mafê bikaranîna yekem ji dest mêrê xwe girtiye. Mêr yan wê dikuje yan jî dişîne ‘mala bavê wê’ û dibêje
Diclepress13@gmail.com
ku bi kêrî wî nayê û wê naxwaze. Bi vê rewşa wê, jinê teşhîr dike û dihêle ku civak jî bi çavekî qirêjbûyî lê binihêre. Belê ya li mala bavê wê li hêviya wê ye jî fermana mirinê ya ku wê ji meclîsa malbatê derkeve ye. Ji ber ku jin bi îradeya xwe tevgeriyaye û ev jî nîşaneyek e ku wê mêr nikaribe li ser wê kontrolê deyne. Navê bênamûsiyê li viya tê kirin û jin tê qetilkirin. Di cîhana roja me de jî ji bo jin cinseltiyê daxwaz neke tê sinetkirin. Û ev rewşa derveyî mirovahiyê bi fetwayên olî tê rewakirin. Ji bo parastina namûsa jinê ev, weke pêkanîneke pêwîst tê nîşandan û civak bi viya tê bawerkirin. Jina ku sinet bûye êdî nikare daxwaziyên cinsî bike, bixwaze jî êdî nikare pêk bîne. Sineta jinê ya ku fizîka jinê xera dike, ji pir cure nexweşiyan re rê vedike û carna jî bi mirinê bi encam dibe, di qirkirina jinê de bi qasî ‘Recm’ê paşverû û dermirovî ye. Heta roja me jî di tu civakê de jin nikare bi dilê xwe cinseltiyê bijî. Cinseltiya ku li derveyî zewacê bijî şerm, guneh û sedema mirinê û weke sosret tê dîtin. Tevî ku cinseltiya jinê di bin pêkutiyeke wiha de tê giritin, di roja me de êdî amûreke seksê û îştaha cinsî û desthilatdarî her tim li serê tê cêribandin e. Ji wateya pîrozî ya ku di civaka xwezayî de ji bo cinseltiyê dihat dayîn tu şop nemaye. Jinê veguherandine amûreke seksê. Bi taybetî di civaka kapîtalîst de cinseltî heta asta jirêderketinê hatiye derxistin. Pergala bazarê ya kapîtalîst ji bo zêdetir xwe bazar bike di her qadên jiyanê de motîfên cinsî belav dike. Bi vî rengî îştaha mêr çêdike û jinê pêşkêşî bazarê dike. Bacên ku ji kerxaneyan tên girtin di nav hatiniyên bacê yên dewletan
JIN
37
de di rêza yekem de ne. Jixwe êdî tu maneya mala taybet û mala giştî (kerxane) jî nemaye. Ji ber ku êdî her der û her jin êdî jina mala taybet û kerxaneyê tê hesibandin. Îstîsmara cinsî, bi pornografiyê li ser bedena jina ku hatiye metakirin serdestiyeke kûr ava dike. Dikin wek beşeke endustriyê û jin tê dagirkirin, mêr tê tevizandinê. Hemû endamên civakê ji rê tên derxistin û tînin rewşeke wisa ku ji têrbûna cinsî pêştir nikarin tiştekî bifikirin û biafirînin. Mamoste Û Hîndekara Mirovahiyê Ya Dilxwaz Û Berdewamî Jina Dayîk Jin hêza xwe ya herî mezin ji hilberîn û zayokiya xwe digire. Jina dayîk ji zayîna zarok dest pê dike û her tim di nav karê hîndekarî û perwerdeyê de ye. Xwarin, vexwarin, meş, cil lixwekirin, axaftin û hemû tevgerên din ên ku di jiyanê de pêwîst in bi awayekî bi rêk û pêk dayîk dide zarokên xwe. Vana bi hezkirineke mezin, sebreke bêdawî, bi kedeke mezin û bi enerjiyeke naqede bi cî tîne. Ev perwerde di tevahiya jiyanê de berdewam dike. Waye di vê maneyê de jina dayîk ji gavên yekem ên destpêkê yên ku mirov dest bi mirovbûnê kiriye ve mirov perwerde dike. Piştî ku pergala dayîksalar torên xwe yên bi la... davêje ser civakê ev rola jinê jî tê tunekirin. Wekî ku mêr zarok xwedî dike, mezin dike, perwerde dike û tevlî jiyanê dike, jin tenê wek a ku diwelidîne di civakê de cî digire. Sînorên zanîn û zanebûnê wek zanîna xwedin û nivîsandinê, di dibistanên pergalê de perwede dîtinê tên danîn. Di vê maneyê de jî ji saziyên perwerdeyê yên heyî jî li derve tê hiştin û her tim nezan tê nîşandan. Zîhniyeta desthilatparêz her tim ji jina perwerdekirî
HEJMAR 14
2019/12/15
SAL 3
KOVAR DICLE
Piştî şoreşa senayiyê, bi destpêkirina makînebûnê, vê car mirov wek koleyên bi destheq tên xebitandin. Kedxwariya herî mezin jî bi kapîtalîzmê re dest pê dike. Mirov, saetên gelek dirêj, di şertên xerab de, tenê bi nanozikoyî tên xebitandin ditirse. Ji ber ku jina ku li hember pergalê xwe xurt kiriye, perwerde kiriye û bûye xwedî hêza parastina cewherî, xwe birêxistin kiriye, bela serê pergalê ye. Ger bixwîne, di pergaleke rast a perwedeyê de bê perwerdekirin wê çav-vekirî be û wê evqas rihet baz nede her xizmeta mêr. Ji ber vê yekê destûr nadin ku bixwîne û xwe bi pêş ve bibe. Di pergala kapîtalîst de karê perwerde û hîndekariyê zêdetir bi jinan tê kirin. Ji ber ku jin jixwe bi xwezayî, di her qada jiyanê de perwerdekar e. Qirkirinên jinê yên ku me heta niha vekirin di jinê de birînên kûr vekirine. Ne tenê di jinê de, di civaka ku hatiye bêexlaqkirin de jî rê li ber
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/12/15
HEJMAR 14
38
JIN
Diclepress13@gmail.com
Çanda destdirêjiyê ya li ser jinê tê pêkanîn di pergala kapîtalîst de berbelav bûye û hatiye kûrkirin. Jin, di roja me de tevî destdirêjiya bedenî bi ruhî, mêjî û bîrî jî rastî destdirêjiyê tê. Pergala şaristaniya kapîtalîst ji ber ku mêr jî kiriye bin destdirêjiyê, birêvebirina girseyên rastî destdirêjiyê hatine ji bo pergalê rewşeke hîn hêsan û bi feyde ye. Ev rewş di pergala mêr de navê afirandina girseyên hatine pîrek-kirin e. Ji bo mirovahiyê yek ji encamên qirkirina jinê yên herî hilweşîner jî texrîbkirina xwezayê ye. Zîhniyeta mêrê desthilatdarparêz jinê di malê de hebs kiriye û hemû têkiliyên wê yên bi xwezayê re qut kiriye. Ji bo vê zîhniyetê êdî xweza ji bilî qada jiyanê ya ku mirovahiyê xwedî dike û diparêze amûra kâra bazirganiyê ye. Bi taybetî jî piştî pêşketina şoreşa senayiyê bi hêrsa kâra zêde çavkaniyên xwezayî kirine qurbana armancên xwe yên aborî, hevsenga xwezayê serûbin kirine. Qadên daristanan tune kirine, av û hewayê qirêj kirine, ahenga ekolojîk şikandinên kûr û texrîbatên giran a xwezayê xera kirine, texrîbatên vekiriye. Jina ku bi berdewamî dûçarî vegera wan nemimkun hiştine. heqaret, pêkutî, destdirêjî, qetlîam û zordariya mêr bûye di warê ruhî de Pêlên Berxwedanê Yên Jina Ku di nav pêxîrtengiyekê de ye. Bi fizîkî Serî Natewîne jî ger ne li gorî pîvanên ecibandinê Bêguman dîrok tenê ji van qirkirinan yên mêr be pêxîrtengiyê jiyan bike pêk nayê. Li gel ev hemû kolekirin û xwezayî tê dîtin. Ya herî xetere û bi serîtewandinan bi hemû heybeta êş jî êdî bi çavê mêr li xwe dinihêre. Ji xwe yek jî dîroka serhildan û berxber vê yekê ye ku jina ku rastî qirkir- wedanê heye. Ruh, nirx û afirîneriinê hatiye di rewşeke bi xwe nebaw- yên xwedavenda dayîk ew qas bi er, reşbîn, bintûte, ji hêza parastina hêz û berxwedêr in ku her kêlî di bîra xwe bêpar, ji xwe şerm dike û nas- mirovahiyê de veşarî ne, di demên nameya wê ya cinsî hatiye parçeki- herî tarî yên dîrokê de jî xwe bi rêxrin de ye. Ne di wê ferqê de ye ku li istin kirine û karibûye li hember peraliyê yên ku cinsê wê diperçiqîne cî galên koledar serî rake. Her çiqas nedigire. Ji bo li gor pîvanên eciband- hatibe nivîsandin jî yek jî ev dîroka inê yên mêr bin her wekî bi hev re di mirovahiyê heye. Serdest pergalên nav pêşbirkê de ne.
Lîberalîzma ku îdeolojiya kapîtalîzmê ye jinê tenê nekiriye karkera bêdestheq a malê, wê weke objeyeke cinsiyetê kiriye meta û daye bazarê. Di mêr de tenê ked tê metakirin, jin bi hemû beden û ruhê xwe tê metakirin
xwe weke bêdawî bin nîşan didin û berxwedanan tune nîşan didin û bêwate dikin, van berxwedan û serhildanên bi rûmet vedişêrin û ji bo tune bihesibînin çi tiştê ku ji destê wan tê hebin dikin. Aşkera ye ku bêyî keda jinê bi tu awayî wê jiyan berdewam neke. Di bingeha hemû afirîneriyan de misoger keda jinê heye. Ger hûn vê kedê bikişînin wê jiyan bisekine. Lê jinê tu carî vê keda xwe texsîr nekiriye, guh daye dengê wîcdana xwe û hêza ku ji mirovahiyê re divê daye. Di malbatên ku kakilê dewletê ne de jin di malên ku tê de hatine hebskirin de, bi parastina nirxên xwe hewl dane bidin jiyankirin. Zimanê zikmakî yên gelan her tim parastine, zarokên xwe bi awayekî herî paqij û saf, biexlaq perwerde kirine û mezin kirine. Li hember pergala zalim a mêr her tim di nav têkoşînê de bûne. Eşîret, qewm, etnîsîte, cemaet, mezheb û terîqat, kole û fîlozof li hember desthilatdariyan her tim di nav berxwedanekê de bûne. Ku ev jî stûna bingehîn a civakê pêk tînin. Her çiqas hatibin çewisandin, qetilkrin, kolekirin, ji cih û warê xwe hatibin kirin, şandibin sirgûnan, birçî hatibin hiştin, di îşkenceyan re hatibin derbaskirin, hatibin bişaftin jî, di her qelşîteka dîrokê ya ku dîtine de, di her fersendê de dîsa şerê hebûnê dane. Jin, di van hemû berxwedanên esîl û zehmet de hêzeke girîng, wek qehremanên bê nav cî girtine, rola sereke lîstine. Ji bo azadiyê bûne çavkaniya best û îlhamê. Bi aqlê xwe yê hestiyar, bi sebra xwe, bi keda bêsînor a ku dane heta roja me karibûne bibin çavkaniya jiyanê. Nirxên komunal ên civakê parastine, bûne barhilgirên vana yên rastî û nawestin. Viya li gundan,
Diclepress13@gmail.com
li bajaran, li keşîşxaneyan, li perestgehan, li akademiyan û li partiyên siyasî kirine. Tevî ku pêwendiyên wan ên bi xwezayê re hatine qutkirin jî li çolterê dîsa bûne kedkarên herî cefakar ên çandiniyê, helwestên xwe yên bi xwezayê re dost tu carî neguhertine. Di hemû şoreş û serhildanên du sed salên dawîn de, her tim li refên pêş cî girtine, ji bo hêviya jiyanê ya mirovahiyê ava bikin, civaka rastîn bidin jiyankirin ji fedakirina canê xwe paşve nemane. Li hember dagirkeriya piralî ya kapîtalîzma hov têkoşînên herî berfireh ên kedê, her tim di pêşengiya jinê de hatine dayîn. Di hemû destkeftiyan de rol û para jinê heye. Ber bi dawiya sedsala 18. wek awayê fikrekê femînîzm derketiye holê. Di destpêkê de bi daxwaza di civakê de bi zêdekirina mafên ku wê jin jê feyde bigire bi mafên mêr re
JIN
39
bînin asta wekhev, mafê dengdanê, ji heman karî re heman heqdest û mafên perwerdeya jinê û hwd. derketiye holê. Gelek teorî û bi viya re paralel gelek rêxistinan çêkirine. Li hember cihêwaziya cinsî di civakê de li xwe haybûneke cidî derxistine holê û gelek destkeftinan bi dest xistine. Bi têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd re jinên Kurd jî bi bedelên ku berê hatine dayîn, bi nirxên cins ên ku hatine afirandin û bi destkeftiyan rêxistinbûneke cidî afirandine. Ji bo mirovahî ji nû ve bibe xwediyê nirxên komunî yên ku zîhniyeta baviksalar bi mirovahiyê daye windakirin Partiya Jinê ya Azad damezirandine, artêşên xweser ava kirine û hê jî têkoşîna vêya ya bi hêz û naweste didin. Bûyîna hêviya azadiya jinên Rojhilata Navîn û hemû jinên dinyayê ji xwe re kirine wek rêgez.
HEJMAR 14
2019/12/15
SAL 3
KOVAR DICLE
Ji wateya pîrozî ya ku di civaka xwezayî de ji bo cinseltiyê dihat dayîn tu şop nemaye. Jinê veguherandine amûreke seksê. Bi taybetî di civaka kapîtalîst de cinseltî heta asta jirêderketinê hatiye derxistin
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/12/15
HEJMAR 14
40
RAPORT
Diclepress13@gmail.com
Mekanîzmeya guherîna destûrê û xalên guherîna wan tê xwestin
Şîe rêveberiyêkî mîna Komara Îranê dixwazin
Di destûra bingehîn a Iraqê de mekanîzmaya guhertin û sererastkirinê hatiye diyarkirin. Niha jî hewldan ji bo sererastkirina destûra bingehîn a Iraqê hene. Kurd, Şîe û Sunnî dixwazin di sererastkirina destûrê de xwestekên wan werin bicihanîn. Em ê di vê dosyayê de behsa hûrgiliyên guhertina destûrê û xalên xwesteka guherînê li ser hene bikin.
A: Dana Emer Piştî xwepêşandanan li Iraqê dest pê kirin, ji aliyê hikûmet û Parlamentoya Iraqê ve behsa gelek reforman hate kirin. Sererastkirina destûrê jî yek ji wan reformane ku aliyên siyasî yên Iraqê hewl didin xelkê Iraqê
pê bidin sekinandin. Piraniya çavdêrên siyasî diyar dikin ku sererastkirina destûrê ne xwesteka sereke ya xwepêşanderane û aliyên siyasî dixwazin ji bo berjewendiyên xwe wek xwesteka sereke ya xwepêşanderan nîşan bidin. Lê herî dawî daxwaza sererastkirina destûrê ket warê bicihanînê . Ji bo sererastkirina destûrê komîsyonek ji 21 parlementerên Iraqê hatiye avakirin ji bo kar li ser sererastkirina destûrê bikin. Mekanîzma guherîn û sererastkirinê Destûra bingehîn a Iraqê ji 143 xalan pêk tê. Li sala 2005’an piştî xal hatin amadekirin û bi anketê ji xelkê Iraqê hate pirsîn piştre hate pejiran-
din û pêkanîn. Di destûra Iraqê de mekanîzmeya guherîna destûrê bi vî rengî hatiye diyarkirin. Di madeya 142’an a destûra Iraqê de tê gotin, ji bo guherîn û sererastkirina destûra Iraqê pêwîste destpêkê parlamentoya Iraqê komîsyonek ji parlementeran ava bike ku ew komîsyon nûnertiya hemû pêkhateyên Iraqê bike. Erkê komîsyonê ew e raporek di nava çar mehan de amade bike û radestî parlementoyê bike. Divê di raporê de behane û sedemên pêwîst ji bo sererastkirina destûrê werin nivîsîn. Piştî komîsyon karê xwe temam kir û şûnde divê ew komîsyon were hilweşandin. Niha ev komîsyon pêk hatiye, 21 endamên wê hene û ji van 6 endam Kurd in. Vê komîsyonê 11’ê Mijdarê yekem civîna xwe li dar xist. Li gora
Diclepress13@gmail.com
destûrê divê ev komîsyon heya 11’ê Adara 2020’an karê xwe temam bike. Li gora heman xala 142’an a destûrê dema vê komîsyonê rapora xwe amade kir û pêşniyarên xwe radestî parlamentoyê kir, ji bo pejirandinê pêwîste piraniya parlementeran yanî ji 329 parlementeran herî kêm 218 parlementer dengê ‘erê’ bi kar bînin. Qonaxa sêyem jî piştî ku ev xal ji aliyê parlamentoyê ve hate erêkirin, xalên hatine erêkirin wê bi referandûmê ji gelê Iraqê were pirsîn û dema referandûmê jî du meha derbas neke. Qonaxa çarem, xalên hatin sererastkirin dema di referandûmê de piraniya dengan li ser hate dayîn yan jî ji sedî 23’ê dengdêran li sê parêzgehan yan jî zêdetir red nekin, wek xalên sererastkirî yên serkeftî têne hesibandin.
RAPORT
41
HEJMAR 14
2019/12/15
SAL 3
KOVAR DICLE
Xalên sererastkirina wan zehmet in Di benda pêncemîn a xala 142 de tê gotin, heta guhertinên di vê xalê de bigihêjin biryarekê têkildarî guhertina destûra bingehîn ji hukmên xala 126 tê cudakirin. Her wiha dibêje: Rêgezên bingehîn ên di beşa yekemîn a destûra bingehîn de cih digirin û têkildarî azadiyan û mafan a di beşa duyemîn de cih digirin, tenê piştî du hilbijartinên li pey hevdu bi erêkirina ji 3’yan 2’yê endamên meclîsê, bi qebûlkirina gel a di referandûmê û di nav 7 rojan de bi erêkirina Serokkomar dikare bê guhertin. Di vê çarçoveyê de divê sererastkirina destûra bingehîn xala yekemîn û duyemîn a destûra bingehîn negire dest û ev jî bi vî awayî ne: Xala 1: Komara dewleteke, serwer, serbixwe û federal e. Şeklê rêveberiya wê Komarparêz nûnertî (parla-
Piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an Desthilatdariya Kurd ji xakên di bin kontrola xwe de beşeke zêde ya bi qasî ji sedî 52 winda kir. Lewma Kurd zexta bicihanîna xala 140 a destûra bingehîn zêde kirin
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/12/15
HEJMAR 14
42
RAPORT
Diclepress13@gmail.com
menter) û demokrat e. Ev destûra
Li gor tê behskirin daxwaza sereke ya Şîeyan ewe, guhertina hukmê parlamenteriyê yê Iraqê ye û avakirina şêwazekî rêveberiya mîna Komara Îranê ye. Bi vî awayî wê Şîe hem desthilatdariyê bi dest bixin hem jî wê desthilatdariya Sunniyan û Kurdan kêm bibe
bingehîn yekparetiya Iraqê diparêze. Xala 2: Nabe qanûneke ku bi hukmên Îslamê yên nayên guhertin, bi prensîbên demokrasiyê, maf û azadiyên bingehîn re nakok bê derxistin. Xalên daxwaza guherînê li ser hene Di nav pêkhateyên Iraqê de çend xalên tê xwestin di destûra bingehîn de bên guhertin an jî metirsiya li ser guhertina wan heye hene. Weke mînak Şêwirmendê Serokê Parlamentoya Iraqê Emîn Bekir diyar kir ku du daxwazên Sunniyên Iraqê hene. Ya yekemîn avakirina herêmeke Sunnî ye ya ji çend parêzgehên li naverasta Iraqê pêk bê ye. Ev xwestek jixwe di destûra bingehîn a niha ya Iraqê de heye. Di Xala 119 de wiha tê gotin: Ji parêzgehekê yan jî zêdetir parêzgehan weke hatiye diyarkirin daxwaz bê pêkan e bi referandûmê herêmek bê avakirin. Yek; li ser daxwaza
ji 3’yan yekê endamên meclîsên parêzgeha tê xwestin bibe herêm daxwaz were. Du; ji 10’an yekê welatiyên li parêzgeha tê xwestin bibe herêm daxwaz bê kirin. Sunniyên Iraqê ku heta niha di vê mijarê de daxwazek wer nekirine, eger bixwazin herêmek bê avakirin divê li gor xala 119 a di destûra bingehîn de tevbigerin. Emîn Bekir da xuyakirin ku yek ji daxwaza din a Sunniyan jî ew e, xala 134 û 135 a di destûra bingehîn de bê guhertin ku ev xal bi taybet behs dike bi taybet dewamkirina xebata li ser jiholêrakirina koka partiya Baas e. Di xala 134 de tê gotin, Dadgeha Ceza ya Bilind a Iraqê bi sifeta desteya darazê wê di mijara ku li dozên rejîma dîkta ya berê û alîgirên wan kirine bigire dest karê xwe bidomîne. Di xala 135 benda 1’ê de wiha tê gotin, Lijneya Jiholêrakirina Koka Partiya Baas bi sifeta desteyeke serbixwe di çarçoveya qanûnan de wê
Diclepress13@gmail.com
bi organên daraz û rêveberiyê re bi koordîneya pêwîst wezîfeyên xwe bidomîne. Deste girêdayî Parlamentoya Gel e. Ji ber di rabihuriyê de piraniya serkirde û endamên partiya Baas Sunnî bûn, bi xala têkildarî Jiholêrakirina Koka Partiya Baas piranî kes di girtîgehan de ne. Dîsa li parêzgehên Sunniyan avadanî û xizmet zêde nayê kirin dixwazin ev her du xala bên rakirin. Yên Kurd jê ditirsin Piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an Desthilatdariya Kurd ji xakên di bin kontrola xwe de beşeke zêde ya bi qasî ji sedî 52 winda kir. Lewma Kurd zexta bicihanîna xala 140 a destûra bingehîn zêde kirin. Xala 140 Xala 140 a bi taybet ji bo çareserkirina rewşa herêmên di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta Herêm Kurdistanê de pirsgirêke bi vî awayî ye: Yek; Organa rêveberiyê ji bo xala 58. A Qanûna Îdareya Demkî ya Iraqê bi hemû bendên xwe were bicihanîn gavan diavêje. Du; Xisûsên di Organa rêveberiyê ji bo xala 58. A Qanûna Îdareya Demkî ya Iraqê bi hemû bendên wê de cih digirin û di berpirsiyartiya Hikûmeta Guzare de ye, heta li gor vê destûra bingehîn organa rêveberiyê bi temamî bê hilbijartin wê bên domandin. Ev xebat, ji bo normalkirin, serjimarî û tespîta îradeya niştecihên li Kerkûkê û li deverên din ên bi nakok herî kêm heta 31/12/2007 divê referandûm bê temamkirin. Lê belê Ev xal di wextê wê de nehat bicihanîn. Niha jî metirsiya Kurdan
RAPORT
Ji ber ku hemû pêkhate ger ne bi rêya nûnerên xwe jî be, dikarin di dema dengdana referandûmê de sererastkirina destûrê red bikin. Ji bona wê dikarîn bêjin ku sererastkirina destûrê jî mîna hemû mijarên din bi danûstandin û lihevkirina aliyên siyasî yên Iraqê dikare pêk bê
43
HEJMAR 14
2019/12/15
SAL 3
KOVAR DICLE
Xala 110: Desthilata federal polîtîkaya maliyeyê, rejîma gumrikê, derxistina pereyan, nîzamkirina polîtîkaya bazirganiyê ya li herêm û parêzgehên Iraqê diyar dike. Xala 111: Petrol û gaza xwezayî mulkê hemû Iraqiyan e. Xala 112: Hikûmeta federal rêveberiya derxistina petrol û gaza xwezayî bi hikûmetên herêmê û parêzgehan re pêk tîne. Dahata tê bidestxistin, bi edalet li gor şêniyan li tevahiya welat belav dike. Ev xal li gor berjewendiyên siyaseta hikûmeta niha yên berê nînin ku bi serê xwe petrol difirotin derve. Tevî vê jî tirsa wan ew e, di vê mijarê de desthilata wan ji ya niha kêmtir bibe. Daxwazên Şîeyan Li gor tê behskirin daxwaza sereke ya Şîeyan ewe, guhertina hukmê parlamenteriyê yê Iraqê ye û avakirina şêwazekî rêveberiya mîna Komara Îranê ye. Bi vî awayî wê Şîe hem desthilatdariyê bi dest bixin hem jî wê desthilatdariya Sunniyan û Kurdan kêm bibe. Encam:
ew e di destûra bingehîn a nû de ev Ya derdikeve ewe di dema guherîxal bê rakirin û li şûna wê yeka din na destûrê de ti guhertinek bê rola pêkhateyên Iraqê nayê pêkanîn. Ji bê bicihkirin. ber ku hemû pêkhate ger ne bi rêya nûnerên xwe jî be, dikarin di dema Petrol û gaza xwezayî dengdana referandûmê de sererastHer wiha hikûmeta Herêma Kurd- kirina destûrê red bikin. Ji bona istan û nûnerên Kurd ên li parla- wê dikarîn bêjin ku sererastkirina mentoya Iraqê dixwazin xalên 110 destûrê jî mîna hemû mijarên din û 111û 112 li gor berjewendiyên bi danûstandin û lihevkirina aliyên bên destgirtin û bi taybet têkildarî siyasî yên Iraqê dikare pêk bê. desthilata federal.
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/12/15
HEJMAR 14
44
çand
Diclepress13@gmail.com
Gotinin Pêşîniyan
Ezmûna rasteqîn a jiyanêne
A: XATUN XIDIR Di Gotinen Peşıyan De Av
dive bet rehtin ÇÎNÎ
DI GOTINEN PEŞIYAN DE AGIR
* Agir bi çiyan dikeve ter u hişk * Kaniya ave her çiqas dur be, tu tev dişewite. * Ava xurt serevraz diçe. gaven xwe direjtir bike. * Agire xweş agire dare hişk e. * Av di ciye gels de diqete. EFRÎQÎ * Agire gur di qurman de ye. * Av di gole de bimîne we genî bibe. * Dive mirov di agire mezin de * Av heta girav nebe zelal nabe. * Mirov ji ave çedibe, le bi nanî zindî bişewite. ye. YEN DINYAYE JAPONÎ * Agir u pembu bi hev re * Wexte bîr çikiya, we bihaye ave be nasazin. zanîn * Ava di cuhe de çuyî, edî venagere. HINDÎ SCOTLANDÎ FARISÎ * Ye dîn agir vedixe, aqil wî * Kese ku ji bo ave jî mun be, bimire * Dilopa ave, kevir kun dike. vedimirîne. baştir e. RUSÎ ÎNGLÎZÎ HINDÎ * Av u agir, ji her tiştî baştir cihe xwe * Agire kem, ziyana wî zede ye. * Ava boş, denge we kem e. vedikin. ÎTALÎ HINDÎ ELMANÎ * Dijmin agir xweş dike u dost * Av her çiqas giranbiha be jî, dema * Ava sekinandî aş nagerîne. ave le dike. genî bu. SPANYOLÎ YEWNAN
Diclepress13@gmail.com
LÊKOLÎN
45
HEJMAR 14
2019/12/15
SAL 3
KOVAR DICLE
PÊŞKETINA DÎROKÎ YA ZIMANÊ NIVÎSÎNA KURDÎ
A: Nesrîn Şengalî
Beşa(1) Geliyê Rîfê, parzemîna Afrîkayê, bi parzemîna Asyayê ve dide girêdan. Ev Geliyê Rîfê bi Riha, Semsûr û Malatya yê bi dawî dibe û ev herêm dibin kontarên Çiyayên Toros-Zagrosan. Li gor daneyên zanistî, heta niha fosîlên prîmatên nêzik mirovan li Bakurê Afrîkayê, li derdora Gola Vîktoryayê(beriya 5 milyon sal), bi serdemên homo-habîlîs û homo-erektûs hatine dîtin. Mirovahî pêlbipêl ji Bakurê Afrîkayê belavî cîhanê bûne û çengeke girîng yê vê belavbûna mirovahiyê li ser rêka Geliyê Rîftê heta herêmên derdorên Riha, Semsûr û Malatyayê yên ku
dibe bêndera destpêkirina qontarên Çiyayên Toros-Zagrosan tên. Di serdema homo sapîens de, mirovahî bi qasî 300.000 salan li van herêman jiyaye. Piştî Bakurê Afrîkayê duyemîn rista belavbûna mirovahiyê ya li ser rûyê cîhanê herêmên TorosZagrosan dilîze. Li herêmên derdorên Çiyayên Toros-Zagrosan, BZ.20.000-15.000 sal berê dawî li çaremîn serdema qeşayê tê. Li gor daneyên di destê me de jeostratejiya herêmên TorosZagrosan, ji bo mirovahî ji çanda komkirin û nêçîrvaniyê ya ku bi mîlyonan salan bi wî awayî derbazkirine, ber bi çandiniya xakê û xwedîkirina lawiran ve guhertinan bidin çêkirin, herêm ji her alî ve destdayî ye, dide diyarkirin(Di warê fauna û folora de). Gelek arkelok û dîroknas; destpêka ‘Şoreşa Neolîtîkê’ li derdora qontarên Çiyayên Toros-Zagrosan ku(Hîlala Zêrîn) pêşketiye parve
dikin. Mirovahî, li van herêmên derdorên Çiyayên Toros-Zagrosê bi hezarê salan, bi serdemên; paleolîtîk(Serdemek pir kin derbazkirine. Wek wêneyên pezkuviyên-destpêka nivîsên bi wêneyî- li Malatya, Semsûr, Qers, Wan û Colemêrgê), mezolotîk û neolîtîk jiyan e. Li gor lêkolînên di Perestgeha Xirabreşkê(Riha/Gobeklîtepe) de peşketî, BZ.12.000’an ve gelek berhemên binirx yên weke wêneyên lawiran, peyker û bi awayê nivîsên hiyegrolîfî ku li ser diwarên perestgehê hatî çêkirin, hatine dîtin. Ji bo vê jî mirov dikare bibêje; çavkaniya destpêka nivîsîna hiyegrolîfî ne ji aliyê Sumer, Misir û Çîniyan ve hatiye dîtin û bikaranîn, berovajî ji aliyê wan qabîleyên(Proto-Kurdan) xwecihî ve hatiye afirandin, bikaranîn, pêşxistin û belavkirin. Ev vedîtînên li Perestgeha Xirabreşkê(Riha) hemû teorî, tez û dîroka antropolojiyê ya
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/12/15
HEJMAR 14
Koma ziman-wêjeya Aryen çi di warê ziman de çi jî di avakrina hevsengiya hest û ramanan de xwedî kokek kûr e. Ev yek jî bi mercên erdnîgarî û dîrokî ve girêdayî ye”. Di navbera salên 12.000-4000 BZ. de dema dirêj a bi cihbûn û bi sazîbûna vê çandê û vî zimanî rave dike
di vê mijarê de vala derxistiye û ji bo vê di derbarê dîroka mirovahiyê de weke sûpernova tê destgirtin. Ev yek girîngiya herêma Mezopotamyaya Jorîn(Toros-Zagros) dide diyarkirin. Xaka Mezopotamyaya Jorîn(Welatê proto-Kurd lê dijîn, her û her lê niştecih in) ji bo destpêkirina ‘Şoreşa Neolîtîkê’ ji aliyê malbatên lawiran(pez, bizin, beraz, hesp, kuçik, pisîk û hwd...) ve, ji aliyê malbatên şînahiyan(pir cûrên giyayên tên xwarin, genim - Ev genimên li herêma Qerejdaxê yên bi navê Emmer û Einkorn BZ.10 hezar sal hatiye dîtin, nîsk, nok, ceh, maşik, şokul, gelek cûrên darên fêkiyan û hwd) ve heta bê xwestin destdayî ye û bi awayeke rêkûpêk her çar demsal tê
46
LÊKOLÎN
Diclepress13@gmail.com
jiyankirin. Ji bo destpêkirin û afiran- bi mercên erdnîgarî û dîrokî ve girêdineke pîroz bi her awayî şert û merc dayî ye”. Di navbera salên 12.000guncav in. 4000 BZ. de dema dirêj a bi cihbûn û bi sazîbûna vê çandê û vî zimanî Ziman û çanda Kurdan heya roja rave dike. “Li nêzîkî vê serdemê her îro di van deman re derbaz bûye: cûre kuzikvanî, ji bo ajotina zeviyan bikaranîna nîr û lawiran, teke1- Dema Aryanî lik, tevin, destar, hûner û hwd… saz 2- Dema Sumeriyan bûye… her wiha xelkê herêmê îro jî 3- Dema Hûriyan van amûrên çandê û koma gotinên 4- Dema Awesta(Med) van amûran rave dikin, bikartînin, 5- Kurdiya Kevin ev jî nasnameya devera kakil yan jî 6- Kurdiya Navîn dendik ronî dike. Di zimanê Ewrupî 7- Kurdiya Nû de îro jî bi dehan peyvên têne bikaranîn meselaya çavkaniyê zelal 1-Dema Aryanî: dike. Mirov hinek ji van gotinan Mirov dikare wateya peyva Arî wiha wiha rêz bike: Geo-cih, erd, jin, roj, bigire dest; a yekem tê wateya erd- bra, mur-mirin, sol, neo-nû, ga, granxak. Yanî çandiniya erdê, rakirin û gram, meş, xweda-guda-gudea û danîna erdê û niştecihbûyîn, a du- hwd”. wem jî tê wateya agir. Peyva Arî, di Hemû zimanzan û dîroknas destwarê etîmolojî û etnolojî de jî pey- pêka nivîsê ji ‘nivîsa wêneyî’ divek Kurdî bixwe ye. girin dest. Li gor encamên hatine Ji aliyê daneyên di destê me de, bidestxistin; li hinek herêmên din li Mezopotamyaya Jorîn, ziman yên cîhanê jî ‘nivîsên wêneyî’ yên di û çanda ‘Şoreşa Neolîtîkê’ ji aliyê serdema Paleolîtîk de hatine xêzkigelên(Proto-Kurd) wê herêmê ve rin hene. Weke li Mezopotamyaya hatiye pêşxistin. Berhemên dîrokî Jorîn jî; Gevaruk û Tîrîşîn a ser herêyên heta niha li Kurdistanê hatine dî- ma bajarê Colemêrgê: Wêneyên li tin û derxistin, li gor beramberkirina ser tehtan hatine xêzkirin hene. Bi zanistên; antropolojî, arkeolojî, etî- awayeke bawerî-sêrhvanî di nav hev molojî û etnolojiyê, gelê ku ‘Şoreşa de wêne hatine xêzkirin. Yazılıkaya Neolîtîkê’(Şoreşa Ziman-Şoreşa û Kurbanağa: Nêzî gundê Camişli Gundewarî) pêşxistine gelê Kurd in. girêdayî Kaxismana Qersê cihên serLi gor lêkolînên dîrokî û arkeolojiyê, dema paleolîtîkê, bi sedan wêneyên ev pêvajo BZ.12.000 sal ta BZ. 4000 cûrbecûr yên lawirên weke xezal, sal, bi pêşengiya Proto-Kurd ve bizinênkuvî, hesp, ga, ker hwd hapêşketiye. Her wiha Şoreşa Ziman tine xêzkirin. Put(Yedisalkım) li ya ku bi pêşengiya dayikê pêşketî, di bajarê Wanê; beriya 15 hezar sal, çanda Aryaniyan de bandoreke herî ser dîwarên şkeftan wêneyên xumezin û bingehîn rist lîstiye. Rêber dawend, xezal, bizinênkuvî, bi rengê APO li ser vê pêvajoyê nêrînên xwe sor û qehweyî hatine boyexkirin, hawiha dibêje:“Koma ziman-wêjeya tine dîtin. Palanlı: Li ser rêya Malatya Aryen çi di warê ziman de çi jî di û Semsûrê, ciheke girêdayî serdema avakrina hevsengiya hest û raman- paleolîtîkê, gelek wêneyên mirov û an de xwedî kokek kûr e. Ev yek jî bizinênkuvî hatî xêzkirin, hatine dî-
Diclepress13@gmail.com
tin. Mirov dikare bibêje ew ‘xêzên wêneyî’ dibin destpêka dîroka nivîsînê. BZ. 12.000 salan, bingeha nivîsîna hiyegrolîfî di vê serdemê de, herî kevn li Perestgeha Xirabreşka Rihayê, hatiye dîtin. Li gorî lêkolînên ku heta niha ji aliyê Prf. Klaus Schmidt ve hatine pêşxistin 16 tîpên nivîsên hiyegrolîfî hatiye keşif kirin. Ji aliyê wî vê tê gotin:“Ev wêne dişibin xêzikên(nivîsên) hiyegrolofî”. Di navbera hiyegrolîfên li Xirabreşik û hiyegrolîfên Misrê de heft hezar sal heye. Herî zêde çand û zimanê Aryenî di navbera BZ.6000-4000’an(tilxelef) de serdema xwe ya zêrîn dafirîne. Mirov vê serdemê dikare weke destpêka serdema Hûriyan jî bigire dest. Li Mezopotamyaya Jorîn, BZ. di navbera salên 6000-4000’an de, di serdema Til-Xelefê(Lêkolînên li ser bajarokê Rajavayê Kurdistanê ya girêdayî bajarê Serêkaniyê hatine kirin, ev serdem bi navê wî bajarokî hatiye bi nav kirin) de, pêvajoya Şoreşa Neolîtîkê herî pêşketî û kakil e ku li derdora Dayîka-Xudawend ve hatiye afirandin û di dîrokê de rist lîstiye. Ev çand û zimanê Aryenî bi tevayî Mezopotamya Jor û Jêrîn belav bûye, bi serkêşiya Proto-Kurd ve, di warê belavbûnê de ne bi awayê fîzîkî, herî zêde bi awayê çandinîzîhnî li çar aliyan(Rojhilata Dûr Hîndîstan-Çîn, Bakur KafkasyaRusya, Rojava Awrupa, Başur Mezopotamya Jêrîn û Misir) belav dibe. Bi vê belavbûnê re bingehê hemû zimanên ku koka wan Aryanî ne bi hebûna çand û zimanên wan komên mirovên ku li herêmên heyî lê dijîn, li gor şert û mercan sentez dibe, di warê çand û zimande yên nêzî hev bikartînin û di hinek aliyan de
LÊKOLÎN
47
Her çendî, çand û zimanê Aryenî ji aliyên gelên weke Kurd, Fars, Belûcî û Afganan ve hatibe afirandin jî, lê dema mirov di dirêjahî û kûrahiya dîrokê digire dest û daneyên dîrokî yên heyî lêkolîn dike de, çand û zimanê Aryenî herî zêde ji aliyê proto-Kurd ve hatiye afirandin dişibin hev pêş dikeve. Di erdkolînên ku li Kurdistanê hatine kirin, BZ.5000-4500’an de şopên êrîşên çanda El-Ubeyd(Ji malbata çand û zimanê Semîtîk) ku tê bi navkirin li ser Mezopotamyaya Jorîn hatine kirin tên dîtin. Di serdema neolîtîkê de, êrîşên çanda El-Ubeyd ya ku li ser Mezopotamyaya Jorîn hatî destpêkirin û şûnde li Mezopotamyaya Jêrîn bi avabûna şaristaniyê re ta roja me bê navber(BZ. 5000PZ. 2014) êrîşên ser çand û zimanê Proto-Kurdan(Kurdan-Mezopotamyaya Jorîn) kêm nebûye. Bi avabûna şaristaniyê(BZ.4000) re gelê Kurd jî li ser heman xakê bi navên, weke Kurtî, Hûrî, Gotî, Kasît,
HEJMAR 14
2019/12/15
SAL 3
KOVAR DICLE
Mîtanî, Naîrî, Urartuyî, Medî, Sobarî û hwd. jiyana xwe dayîne berdewamkirin. Her çendî, çand û zimanê Aryenî ji aliyên gelên weke Kurd, Fars, Belûcî û Afganan ve hatibe afirandin jî, lê dema mirov di dirêjahî û kûrahiya dîrokê digire dest û daneyên dîrokî yên heyî lêkolîn dike de, çand û zimanê Aryenî herî zêde ji aliyê protoKurd ve hatiye afirandin. Di herêma Kurdistanê de asawarên ku hatine derxistin vê yekê piştrast dikin. Ev yek herî zêde di berhem, motîf, mûzîk, lîstik, govend, efsane, destan, ziman û çanda Kurdan de dikare bîbîne. Mirov, vê çand û zimanê Aryenî bi kurtasî wiha dikare bîne ziman: Mirov çanda Kurdan herî zêde di mûzîk(dohol, zirne, bilûr, erbane, kemançe, tembûr) û govendên wan de dibîne. Bi heman awayî bi çavdêriya di sekna jinê, cil û berg lixwekirin û şêwazê wê de, di nazikî û narîniya rabûn û rûnştina wê de dibîne. Çavkaniya esaleta nifşên Kurdan ji serdema çand û zimanê Aryenî ya seretayî digire. Mêcersûn ku yek ji Rojhilatnasan e, di geryanameya xwe de dibêje:“Kurd zor camêr, wêrek û netirs in, pir ji nêçîr û yariyan hez dikin. Ew dixwazin li deşt û çiyan bijîn. Ji bindestî û koletiyê hez nakin û jê aciz in. Gotina wan yek e. Gelekî wêrek û zîrek in. Zû fêrî ziman, kar û pişeyan dibin. Gelekî ji ax û nîştimana xwe hez dikin û xwe li serê didin kuştin. Kurd gelekî bexşende, dilovan, dilêr, camêr, lêbor, mêvandar û mêvanperwer in. Di nav Kurdan de jin xwedî payeyeke berz in û zilamê Kurdan gelekî rêz û hurmetê dide pevjîna xwe. Di pêkanîna karekî de jê dipirse. Jin jî mil bi milê zilaman
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/12/15
HEJMAR 14
dixebitin. Di cotkirin, xwedikirina lawiran, maldarî, zarok xwedîkirin û bênderan de mil bi milê pevjînê xwe dixebite. Jina Kurd gelek bi namûs e… Keç bi dilê xwe dizewice. Dildarî û reşbelek(cergûhêz: Di govendê de destên hevgirtina jin û mêran) di nava Kurdan de bi nav û deng e û hemû ji şahî, dawet û govendê hez dikin. Ew vê yekê nîşan didin ku Kurd diltêr, rûxweş, bihiş, zana û wêrek in”. Ji pirtûka ‘Dîroka Wêjeya Kurdî’ Feqî Huseyn Sağniç. 2-Dema Sumeriyan: Gelek nêrînên cûrbecûr li ser derketina Sumeriyan hene. Li gor hin belgeyan dibêjin, Samî ne, hin dibêjin Arî ne, heta hinek dibêjin, ji nijadekî cuda ne û li ser dika dîrokê tinebûne. A rastî avabûna Sumer, di encama çand û zimanê Semîtîk û çand û zimanê Aryanî ku ji senteza
48
LÊKOLÎN
Diclepress13@gmail.com
herdu çandan derketiye holê. Heta beriya avabûna Sumeran, formên civakî bi awayên; klan, qabîle û eşîret bûne. Xwe bi nasnameyên tabuyan dayîne nasîn. Ji bo vê heta beriya avabûna Sumeran ti komên gelan nabêjin; ez Kurd im, Ereb im, Fars im û hwd. Bi avabûna Sumerê re forma xanedaniyan bi bandor dibe û qebîle û eşîretên ji heman ziman û çandêne, bi navên cuda cuda dayîne nasîn. Sumeran di serdemên cuda cuda de navên wek Kurtî, Hûrî, Gotî-Gudea, Sobarî, Kasîd, Mîtanî, Naîrî, Urartuyî û Med li dapîr û bapîrên Kurdan kirine. Şaristanî, bi Sumeran destpêkiriye. Sumer her çendî li ser bingehê şaristaniyê pêşketibe jî(Teza dijberî civaka exlaqî û polîtîk-civaka komûnal) lê çavkaniya xwe ji Şoreşa Neolîtîkê ya li Mezopotomyaya Jorîn digirin. Wek, nivîsîna hiyegrolîfî, ziman, mîmarî, çandinî, rêveberî, baw-
erî û hwd… Di nav çand û nivîsên mîxî yên Sumeriyan de bandoreke mezin ya çand û zimanê Aryaniyan heye. Weke; peyvên Kur=bilind, welatê çiyayê bilind+ti jî pêvaka xwedîtiyê(aîdiyet), yekem car gelê Kurd bi navê “Kurtî” ji aliyê Sumeriyan ve hatiye binavkirin. Hûrî: Gelê welatên bilind. Gotî: Gelên bi lawirên Ga xwedî dikin û çandiniyê ve xerîk dibin. Go=Xuda=Gotin=Xudayê herî bilind. Naîrî: Gelên robaran. Gelên di navbera herdu çemên Zê û Xabûr(Xabûra Hesekê) de jiyane. Li gor fonotîka Sumeran, tê peytandin ku gelek gotinên koka zimanê Hûrî-Aryenî derbasî zimanê Sumeran bûne. 3- Dema Hûriyan: Mirov çand û zimanê Hûriyan weke berdewamiya serdema peleolîtîka jor(BZ. 15 hezar sal) heta serdema neolîtîkê bi taybetî BZ.
Diclepress13@gmail.com
6000-4000(Til-Xelef) sal beriya derketina şaristaniyê(Sumer) bigire dest. Di heman demê de çand û zimanê Aryenî yên qala wê tê kirin jî çavkaniya xwe ji çand û zimanê Hûriyan digire. Serdema Hûriyan, piştî pêvajoya çanda Aryen-Proto-Kurd destpêkiriye û bandora çanda Aryen di vê pêvajoyê de diyarker e. Li gor arkeolojî, etîmolojî, etnolojî û antropolojiyê rêvebirina vê pêvajoyê jî bi pêşengiya Kurdan pêşketiye. Weke Rêber Apo jî dibêje:“Komên ‘Aryen’ yên ji proto-Kurd, Fars, Afgan û Belûciyan di vê goftûgoyê de li rêzên pêş cihê girîng digirin. Nameze rengê zimanê Hûriyan ku proto-Kurd in, diyar bû, aîdiyeta çand-zimanê Aryen yê xwe dispêre gelên otantîk zelal bû. Teza ez bi xwe jî rast dibînim ew e ku herêma kakil ya Şoreşa Neolîtîkê tenê bi vê çand û zimanî çêdibe. Herêma kevan jî ji rêzeçiyayên Toros-Zagrosan pêktê û weke ‘Hîlala Bibereket’ jî tê bi navkirin…” Bi vî awayî mirov dikare bêje ku Hûriyan(Çand û zimanê Areyenî) pêşengî ji koma zimanên Ariyaniyan re kiriye û pirsgirêkên wê yên çavkaniya ku xwe dispêre koka wê çareser kiriye. Di serdema Babîliyan de, gelek belgeyên Kurdan yên kevnare bi alfebeya Aramî hatine nivîsîn. Ev belge li şkeftên herêma Rojhilatê Kurdistan Hewramanê hatine dîtin. Her wiha ev belgeyên Kurdî ku hatine dîtin li ser çermên xezalan hatine nivîsîn. Di demên dawiyê de gelek belgeyên ku bi zimanê Hûrî hatine nivîsîn tên dîtin. Belgeyên ku di bajarên Orkîş(Amûdê) û Hîtîtan de hatine peydakirin, di derbarê Hûriyan de agahiyên berfireh didin. Gelê Hûrî, berdewama civakên ku
LÊKOLÎN
49
BZ 6.000’an çanda neolotîk û Şoreşa Ziman gihandine sazîbûnê û çanda Til Xelefê avakirine. 4-Kurdiya Avesta: Ev nivîsa Kurdî di serdema Medan de pêşketiye. Hinek lêkolînên cûrbecûr di derbarê Nivîsa Avestayî de hatine kirin hene, dibêjin; ev nivîs ji 44 tîpan pêkhatiye. Hin lêkolînvan jî dibêjin; ev nivîs ji 48 û 60 tîpan jî pêkhatiye. Di vê mijarê de nerînên cûrbicûr hene. “Ew nivîs ji aliyê rastê ve bo aliyê çepê dihate nivîsîn. Ev alfabe di her warî de pêşketîbû û ti kêmasiyek tê de nedihat dîtin. Pirtûka pîroz “Avesta” bi vê xetê hatiye nivîsîn. Hemû şareza û zimanzan li ser wê baweriyê ne ku zimanê Avestayê ew ziman e ku Med pê axivîne. Mamoste Mihemed Taqî Behar di berhema xwe ya bi navê “Rêbaznasî”, rûpela 65’an de dibêje: Alfabeya Bizmarî ya Medan” 42 tîp bûne ku ji wan tîpan 36 tîp ji tîpên bizmarî yên Aşûriyan wergirtine û 6 tîpên din li gorî fonotîka Medan li zêde kirine. Piştî ku Hexamenişî hatine ser kar û bûne desthilat, wan jî ew alfabeya Medan bikaraniye û li ser keviran bi tîpên Medî nivîsandine”. A-Zimanê Avestayî Her wekî me got piraniya şareza, zimanzan û lêkolîner li ser vê baweriyê ne ku çavkaniya zimanê Kurdî Medî ye ku Avesta bi vî zimanî hatiye nivîsîn. Mîcerson dibêje:“Çavkaniya zimanê Kurdî, zimanê Medî ye. Li gorî belgeyên dawî ku bi dest ketine, Avestaya Zerdeşt bi vî zimanî hatiye nivîsandin”. Rojhilatnasê navdar Darmetito dibêje:“Avesta bi zimanê Medan,
HEJMAR 14
2019/12/15
SAL 3
KOVAR DICLE
Li gor lêkolînên dîrokî û arkeolojiyê, ev pêvajo BZ. 12.000 sal ta BZ. 4000 sal, bi pêşengiya Proto-Kurd ve pêşketiye. Her wiha Şoreşa Ziman ya ku bi pêşengiya dayikê pêşketî, di çanda Aryaniyan de bandoreke herî mezin û bingehîn rist lîstiye yanê bi zimanê Medî hatiye nivîsandin. Zimanê Kurdî, paşmayê zimanê Medî ye”. Noldkeş dibêje:“Ger nivîsên paşayetiya Medan bi dest bikevin ez bawer dikim, dê şik bikeve giyana berdenivîsên Persiyan”. Hirtsfiludê bi nav û dengê Rojhilatnas dibêje:“Zerdeşt ji binemala Sipîtameya Med e ku di destpêkê de desthilatdarê bajarê Rey bûn. Peyva sipîtme navê binemaleya Zerdeşt e ku di gatayan de wekî Spîtme hatiye nivîsandin û bi wateya regez(nijad)a spî, yan binemala spî ye”. Pilînûsê mezin ku Berî Zayînê di navbera salên 79-23’an de jiyaye, di cizya sêyem û benda duyem a perawa xwe ya bi navê “Mêjûy(dîrok)
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/12/15
HEJMAR 14
Li gor lêkolînên di Perestgeha Xirabreşkê(Riha/ Gobeklîtepe) de peşketî, BZ. 12.000’an ve gelek berhemên binirx yên weke wêneyên lawiran, peyker û bi awayê nivîsên hiyegrolîfî ku li ser diwarên perestgehê hatî çêkirin, hatine dîtin Xorskî” de dibêje:“Zerdeşt ji binemala Med e û Avesta jî bi zimanê Medî nivîsiye”. Babe Yadîgar ku yek ji pêşeng û hunermendê mezin ê sedsala heştemîn e, di berhema xwe ya bi navê “Zulal Zulal” de dibêje:“Zerdeşt ku ji binemaleya Spîtemê ye, di dema paşayetiya Guştasip Şahê Keyanî de serî hildaye û gel, deste deste bi dora wî kombûye û rêz û rêçikên wî hîn û fêr bûne. Wî jî agir pêxistiye û gel ji bo nasîna Xwedayê yekane hay daye”. Mînorskî dibêje:“Her çend ku zimanê Medî ji bilî çend navên taybetî ti tişt li cih nemaye jî, lê belê piştî ku ew sened û belge ketine destên
50
LÊKOLÎN
Diclepress13@gmail.com
me, derdikeve holê ku gelê Kurd paşmayê qewmê Med e û diyar e ku zimanê wan jî beşek ji zimanê Medan e ku Avesta pê hatiye nivîsîn”. Herodot di dîroka xwe de çend peyvên Medî dane ku ew peyv niha jî di zimanê Kurdî de hin caran têne bikaranîn. Ji bo mînak Herodot dibêje:“Medan ji hêlesegan re gotiye sipako” ku niha jî di zaravayên Kurdî de ji segan re dibêjin sipak, sipa, sipe û siplot”. Bi van mînak û belgeyên ku me diyar kirin, xuya ye ku zimanê Kurdî paşmayê zimanê Medî ye û Avesta ya ku Zerdeşt diyarî me keriye, her bi zimanê Medî hatiye nivîsîn. Her wekî me got Pilînûsê Romî ku berî zayînê di salên 79-23’an de jiyaye, di berhema xwe de gotiye:“Zerdeşt ji binemala Med bûye û Avesta jî bi zimanê Medî nivîsiye. Êdî ger di paşerojê(pêşeroj) de Medîstan an Kurdistan bikeve ber lêkolînê
û berdenivîsan şûnewarek bi dest bikeve ev mebeste bi tevahî dê ronî û diyar bibe”. Rûberûkirina hin peyvên Avestayî û Kurdî Avestayî Kurdî Espe Hesp Axistî Aştî-aşitî Afirîne Aferîn Oxistir Wiştir, hiştir Benge Beng Paşne Paşne, paş Tenûre Tenûr Xezûre Xezûr Rane Ran Geoşware Geoşware, guhar Mawenge Mang, Meh Masiye Masî Mûşte Muşt Neîze Nêze Nicen Cinîn Nifrîne Nifrîn
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/12/15
HEJMAR 14
52
CIWAN
Diclepress13@gmail.com
JINÊN CIWAN Û ZEWACA BIÇÛK
VEJIN JIYAN
jinên ciwan xwe perwerde, rexistin û zana bikin dikarin pêşiya zewaca biçuk, kuştin û întîharê bigrin
Dêma
mirov dibêje civaka xwezayî,keda jînê, hebûna jinê,îrada wê û jiyana ku jinê bi keda xwe afirendî tê bîra mirov. Di civaka xwezayî de jin hemû tiştî bi keda xwe, bi fikrê xwe diafirînê,bi tena serê xwe, bi hêza xwe a jiyanê diafirînê. Lê belê zihniyeta desthilatdar vê yekê hezim nakin û di serî de ciwana û bi hemû hêza xwe vê hemû kesî li dijî jine rexistin dikin. Lewma hemu armanca wan jiyana ku bi destê jina hatiya afirandin, keda ku hatiya dayin li ser
esase tunekirinê yê. Beramberî vê jî desthilatdariya xwe, jiyanê kole li ser van ferz dikin. Lê belê jin zu zu ve desthilatdariyê vê zilmê qabul nakin û berxwe didin, heya roja me yî îro jî hinek aliyên de di pêkanîna çanda civaka xwezayî de biryara hemu tistî jin dedê, ji bo zewac, zarok anînê jî biryarê jin dide. Di wê demê de zewacek em bejin weke roja meyî îro nîne. Kes ne giredayî kesî ye, jin na zawicê. Yanî zextek ji bo zewacê li ser jin nîne. Lê piştî zihniyeta desthilatdar derketî holê biryarên ser jiyana jinê giştî; bav, bira, xal, mam û hwd. her zilam dide. Malbat dêma zextê li ser zarokên xwe dikê teybet ser jinê, vê carê jin çareseri yê di zewacê de dibînê û hema bi çi awayî bê,di zewicê. Lê belê ev zewaca ku bê îradeya wê pêk tê dibê sedê ma ku edî jiyanakê wê nemîne. Di roja me ye îro de jî gelek jin bi vî awayî, di temênekî biçuk(zarok tê) dizewicin. Hinek
bi zext û zordariya ku malbat li ser wan dide meşandin, hinek kes jî berbisyartiya zewacê nizanin, ev nezanabûn dibê sedema edî ji xwebûna xwe derbikevin û bibin a kesêkî. Bi taybet di hinek civakên me de ev bi destê kapîtalîzmê, û şêrê taybet e ku dijmin dide meşandin re wekê tiştekî pir normal tê nîşan dayîn. Wek ku pêwîsta her ciwanekî ku hatiye 13, 14 saliya xwe pêwîsta bi zewicê. Em nikarin ji bo vî/vê temenî bejîn ciwan jî ji ber ku ev têmen têmenekî ku zaroktiyê ye. Di vî emrî de yek kes jî na wê zanebûyîna zewacê de yê, na jî dikare berbisyartiya zewace rake. Bi taybet ev mîjar wek ku mîjarekê bi eşê,heman dême de rol û mîsyona dijmin divir de dîtin jî heman dême esasî ye. Bi taybet bi rêka dîn, ol û bi civakê re bi zanebûn tê giredan wek ku qewlê me de an kîtabê ku ji civakên re pîrozin li wan cihê dinivîsê dest digrin. Tiştekî ku pêwîstê neyê nîqaşkirin, pêşiya wê
Diclepress13@gmail.com
neyê seknandin û dêma ku ev tê nîqaşkirin jî wekê xeta ke sor tê raberkirin. Lê belê em vê baş dizanin ku na civaka xwezayî de, na di ol û baweriyên de madeyêkê bi vî şeklî nîne. Ev giştî xwesetêke meşru kirina zewaca biçukê. E ku ji vê rewşe surdwerdigrê ji hêzen kapîtalîzme ne. Dêma k udi vê rewşê de em Şengalê civaka xwe yî Êzidî destdigrin, beriya fermanê û piştî fermanê heger em qiyasekê bikin. Her çiqas di milê xwedî îradebûyîn,hêz,nasnameya xwe yî jin xwedî derketin de pêşketinên pir mezin hebin jî. Pirsgirekê ke sêrekê jin di têmenê zaroktî de zewacê. Lê dêma ku em lêkolîna vê dikin an civaka xwe a berê tînin bîra xwe ev rewş na wîsa bû. Lê belê çi bû sêdam ku edî jinên ciwan tenê zewacê difikirin? Çi dibê sêdem ku jinên ciwan tên asta întîharê û întîhar dikin? Di bingeha van giştî de em vê dibînin ku bêperwerdebûyîn û bêrexistinbûyîn heyê. Wekê civaka Êzidî bi taybet wekê jinên ciwan e vê civakê xwe ji fermana xilaskirin, xwe zêdekirin, an ji ber xwe ji daîşê xilasbikin zû zewicandin na alternatîfekê, na rêyekê na jî serkeftinekê. Lê belê wekê ku em çiqas zu bizewicin, em çiqas zaroka çêbikin, an em zu bizawicin heger em zû bizewicin daîş me bigrê jî wê nikaribê me xwe mehir bikê vê tu carî em nikarin jiyan bikin. Aqsê wê ev mirina kê bi saxî yê û xeraptir e. Piştî fermane şunve bi taybet me ev dît ku, bi rexistinbûyîn û bi perwerdeyên re giredayî jinên Êzidî çawa dikarin bibin xwedî îrade, xwedî maf û xwedî hêz. Bi van perwerdeyên re giredayî jinên ciwan hêza xwe dîtin dijmine xwe naskirin û parastina xwe a cewherî pêş xistin. Lê belê di mile dide dêma ku em dinerin, jinên ciwan ku neketina vê ferqê û hina jî dijmine xwe xistin bi reka zewacê de dibînin bi wî tê-
CIWAN
53
menê xwe e zaroktî de zerarekê e ku dizewicin, em dibînin ku ne mafên wan, ne îradeya wan, ne jî parastina wan dimîne. Lewma têne erkê kî wê dimîne ev jî dibê, zarok çêkirin,û karê malê kirin e. Heman dême de ev rewş li ser nefsiyête jin(derûnîpsîkolojî) û fîzîka wê jî bandorekê mezin dide avakirin. Bi taybet dinav civaka me a Êzidî de wekê nexweşiyekê sêrekê, nexweşiya halê nefsî ye. Di encama vê de jî bi sedan jinên ciwan, xwe întîhar dikin. Lê belê tu kes beramberî vê na serî hildidê, nedipirsê, ne jî lêkolîna vê tê kirin. Cihê ku normalîze tê jiyankirin. Tê maneya ku dijmine me li wir serketi ye. Ev jî, ji bo civakê me dibe binkeftina herî mezin. Di civakê me de di şexse jin de; têkoşîn û berxwedaniyekê bêhempa tê meşandin û bû sedan jin di vî milîde bûna sembol. Ev ji bi rexistin û perwerde re pêk hatiye. Erkê her jinekê ciwan jî ev e ku vê xetê ji xwe re bixe mînak, bixe xet û bi xwe sembol û li ser vê xetê bimeşê ye. Encax em wekê jinên ciwan xwe perwerde, rexistin û zana bikin em dikarin pêşiya zewaca biçuk, kuştin û întîhara bigrin. Encax wê dême em dikarin şîdeta li ser jin xilas bikin û bi gihîşîn xeta Berîvana, Nazeyan û Nergîzan û encax em wê dême polîtîkayên dijmin en qirej xilas bikin. Di ol û baweriya me de tişta herî paqij û a ku herî binîrxê jine. Vegera vê jina paqij jî bi destê me de ye, dur nîne. Bo vê jî her jinekê ciwan, pêwîstê her ser piya bê, xwe perwerde bike û xwe bigîşîna jina azad. Encax wê dême wê tola jinên Êzidî e ku dilhatina girtin, firotin û kuştin hilînê. Beramberî zewaca zarok, têmenê zarok tî de zarok anîne dinê, têmenê zarok tî de întîhar û têmenê zaroktî de mirin neqebulkirin di destê me de ye. Erk û karê me yî serê ke jî ev
HEJMAR 14
2019/12/15
SAL 3
KOVAR DICLE
e. Bo vê jî wekê jinên ciwan, jinên Ezidî pêwîstê em li beramberî zihniyeta ku jinê dixe kole, jine dikujê her tim têkoşînekê bêhempa bidin meşandin. . . EM ZAROKIN Em zarokin na bûkin, Hatin dinê zarok bûn û mezin nebûn Destê me de bûkek ji bo liyistandinê, Lê me femnakir ji bo çi bû, liyistîk bûn, rastiya me, Bûka destê me bûn jiyana me, Em zarok bûn, me nizanî bû emê her zarok bimînin Rasti, heqîqata ku hatibû raberkirin ne ev bûkê destê me bûn! Em zarok bûn, em biçûkbûn destê mezin li ser me bûn Milekî de zilame kal û pîr, milekî de mermiyê ku ji laşê me mezintir! Em tucar mezin nebûn … Nehiştin ku em mezin bin, Em zarokin, nebûkin Destê me de axa welatê me, ruyê me de hîna ken hebû, Em zarokbûn, me zarok anîn dine, Dinav pêçeka qedera ku em mehkum hatibûn kirin de, Bav, bira, xal,mam, û kî nêma ku em naxistin bûk Em zarokbûn, ma zarok anîn dinê Em zarokbûn û axa destê me ser me de hatê avetin. . Em zarokbûn, mezin nebûn Pêçeka sipî, bû kirasek sipî û kirasî sipî bû kefenek sipî Em zarok bûn tu carî mezin nebûn. .. Di dîroka olan de ji pêçekê xistin nav axe, Di dîroka nû de a ku hat guhertin çibû Ruyê mirinê hatê guhertin. . . Lê reng sipî ma. . . û hîna jî em zarok bûn …
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/12/15
54
HEJMAR 14
JIN
Diclepress13@gmail.com
MALBAT Û JINÊN CIWAN
Xûnav xidir
Dêma ku em dîrokê binêrin, di ci-
vaka yekem de ango’’civaka xwezayî de’’ statuya jinê ber bi çav diyar dibê. Ji rêvebirina civakê bigira heta perwerdekirina wan, ji behrem afirandinê bigire heta pêşxistinên wan û ji keşîfkirina genim bigire, heta keşîfkirina dermanan. Civak bi
awayekî wekhev, demokratîk û kominal jiyan dikin. Bê ku berjewendiyên şexsî hebin. Jina xwedevand ciwan û zarok mezin û perwerde dikirin. Bi taybet jî jinên ciwan e ku civakê re pêşengtî dikirin. Da ku bi rengekê rast civakê bi re ve bibin. Lê piştî derketina zihniyetê zilamê deshilatdar ev civak her ku çû qêliş bû, lê belê li kelaka wê jî berxwedaniya bi pêşengtiya jin û jinên ciwan dihat meşandin. Bi vî zihniyetî re giredayî sîstema tebeqê li pêş ket, li ser esasê perçiqandina civakê(dinav de jin) pê
re sistema malbatê a ku civakê qut kir û parçebûyînê da avakirin derket holê. Malbat bû dewleta biçûk, bav mezinê malê ye(reîs) bira tebeqeya piştî wî ye, herî dewî jin û zarokin (kole). hata heger zarok xort bê, beriya jin tê. Di vir de rola jinên ciwan çawa bû? Ketin di çi rewşê de bû? Û di roja me ya îro de çi bandor li ser wan hatiye kirin?Malbat nefsiyetekê neyinî di kesayeta jinên ciwan de da avakirin. Sedema yekemîn ew e ku newek heviyekê di navbera keç û xortan de bû. Ev jî di zaroktî de dest pê dike. Mînak; dêma ku keçek ji dayik bibe aciz dibin çima keçe ne kur e, heta di rengê cilan de cûdahî dixînê ji ber rengê pembe(cembelî) li wê dikin, lê dema kur ji dayîk bibe cilên rengê şîn li wî dikin. Her wiha ji keç xwe re bûk û tiştên malê tînin, lê ji kur re demançe yan tirempêl tînin. Yanî ji keçan re dibêjin ku pêşeroja te bi tenê karê li male ye, zarokanîn e û xizmetkariye(xulamtî) û yê serdest jî zilam e ji ber ku ew tenê dikare ji derve bike bi hinceta ku malê xwedî bike. Di vir de em dibînin ku jinên ciwan bi çi nefsiyetê mezin dibin. Ji ber vê yekê çareserî di vir de dibînin. ew jî bi temenekî biçûk te di zewicin da ku ji pirsgirekên malbatê xilas bibin, an jî zewacê wekî xweşiyekê ji xwe re dibînin. Her wiha pirsgirekên ku zihniyeta zilamê desthilatdar jinê wekî namûsê digire dest û wekî mulkiyet ji xwe re dibîne ango amurekê kirin û firotinê. Ji ber vê jî jinên ciwan her di bin wê nefsiyeta ku zeîfin, kêrî tiştekî nayên û hwd dimînin. Ev yek şikestin dide avakirin, digihîşê merheleyêke ku xwe întîhar bikin û dawî li jiyana xwe bînin.
Diclepress13@gmail.com
Di roja me ya îro de nava civaka Şengalê em meyze bikin, asta xwe întîharkirina jinên ciwan pir zêde bûye, sedema yekemîn jî nerast perwerdekirina malbatê tarzê jiyanê û tenê bi xwe ve zêdegirêdan e. Ji bo wê jinên ciwan bi awayekî şaş difikirin û tev digerin. Taybet di dema ciwantiyê de heger perwerdeyekê dirust nebe, zemîna pir tiştên cuda vedike. Heman demê dehêle ku di temenê 12-13 salî yan jê biçûktir de birevin. Piştî wê ji ber vê nefsiyetê ranakin û binyeta laşê wan tam nepişiya ye gelek jinên ciwan lal dibin, nexweşîyên nefsî û yên cûda bi wan re derdikevin heta digihîje asta mirinê. Wekî ku me anî ser ziman, ev yek di zarokatî de dest pê dike. Zarokên niha jî bi fikrê xerizî, mezin dibin, hêzkirin wek hezkirina keçek, xortek dibînin. Heman demê zarokên keç, bi vî emrî ew bi xwe ji zarokan xwedî dikin û li ser vî esasî mezin dibin. Ji bo wê heger rewşa zarok û ciwanan wisa be, wê rewşa civakê bi giştî jî wisa be. Bi kurtasî
JIN
55
em dikarin bêjin ku pirsgirekên sosyolojî yên civaka Şengalê pir zedê li pêş in. Çareseriya vê jî vegerandina ruhê ciwantî, sererastkirina nêzîkatiyên malbatê li ser esasê ku hevdû temam bikin. Li gorî heman netewa demokratîk û hevjiyanekê azad. Ya girîng jî naskirina xwe û dijminê xwe yê ku evqasî pirsgirêk daye avakirin. Ev jî bi tifaq û yekitî encax çêbibe. Da ku civakeke bi tendurist û azad pêş bikeve. Bi taybet Rêber Apo malbatê wekê qeraqola herî mezin pênase dike. Perwerde ya yeke mîn, di mal de tê avakirin. Malbat çi bide avakirin mirov li ser wê bîngehê dimeşê, pêşketin û paşketin jî livir tê destpêkirin. Heger îro li ser xeta welatpareziye de lewazî hebê, zimane xwe jibîrkirin, dîroka xwe, ol û baweriya xwe nênaskirinek hebê pirsgirekê vê a yeke mîn malbat e. Bi taybet dêma ku jinekê ciwan bi xwaze ji bo ax û welatê xwe xebat bide meşandin ango bi huriyeta xwe tiştekî bikê, helwest û refleksên malbatî xurtir dibin û wê dêma malbat
HEJMAR 14
2019/12/15
SAL 3
KOVAR DICLE
Pirsgirekên ku zihniyeta zilamê desthilatdar jinê wekî namûsê digire dest û wekî mulkiyet ji xwe re dibîne ango amurekê kirin û firotinê. Ji ber vê jî jinên ciwan her di bin wê nefsiyeta ku zeîfin, kêrî tiştekî nayên û hwd dimînin
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/12/15
HEJMAR 14
dibe cihê zindane. Sînor dayîna pêş, jinên ciwan xistina nav qaliban de livir tê destpêkirin. Ev jî bi meyzekirin û hişmendiye re giredayî ye. Di hinek şexsen de bi nêzikatiyên hestiyarî di hinek kesan de jî bi lêdan, kuştin re dixwazin jinên ciwan bînin gorî xwestekên xwe. Di yek çîrokê de derhaqê nêzikatiyên malbatê de wisa dihat qalkirin. Di zêmanê berê de welatek heyê û ev welat bi desthilatdariyê vê tê rêvebirin. Dêmekê di gund de mîjarekê wisa belav dibê ku dibejin hutekî mezin heyê û ev hut zaroken diravîne û wan dixwe. Her roj beriya ku roj ava bibe, diçe ber deriyê malekê û derî dixe û ew malbat pewîste zarokekî xwe bidiyê de. Ev mîjar li hemu gundî belav bûye û tirsekê mezin daye avakirin. Di vî gundî de malekê pir belengaz heye ku sê kurên wan hene û her bi tirsa vê jiyan dikin. Lê belê çi feydê ew roj tê û hut tê ber deriyê wan. Dê û bav dinav girî, xemginiye de difikirin wê kî jen kurê xwe bidin. Her çiqas naxwazin yek zarokê xwe bidin jî, dizanin ku heger yekî nadin wê hut hemûyan bibe. Bo vê jî pêwîsta biçin hilbijartine, lê belê nikarin biryar bidin û qura dikşînin. Zarokên wa e herî biçuk dertê û bi girî zarokên xwe didin. Roj, hefta û sal derbas dibin. Her dinav xemginiya vê rewşe de dimînin û dinav mal û gund de her
56
JIN
Diclepress13@gmail.com
Civak bi awayekî wekhev, demokratîk û kominal jiyan dikin. Bê ku berjewendiyên şexsî hebin. Jina xwedevand ciwan û zarok mezin û perwerde dikirin kes ji bav re’’ tu çawa mirovî tê zarokê xwe da, te çima pê re şer nakir’’. Bav edî ji van gotina aciz dibê û radibe xwe kar dike û dibejê ez e biçim vî hutî bibînim û wî bikujim. Dinav zor û zehmetiyen de, bav çend şekala dirahînê heya ku hut dibîne. Deriyê wî dixe û dibejê; derkeve ez hatima ku tê bikujim. Hut dibejê bisekne û beriya ku tu min bikuje werê ez e tiştekî nîşanî tê bikim. Dêma ku bav dikeve hundir û dinerê ku cihekê wekê bihuştê hemu zarok liwirin û dinav xweşiye de jiyan dikin. Hut dibêje; binere hun mirovên belen-
gaz û feqîrin, heger îro zarokê tê li mal bane wê ji birçiya bimiri ye. Lê belê binere ez livir çiqas baş li wan dinerim. Bav îkna dibê û diçe mal. Lê belê vê care dayîk û gundî xeraptir dikin û dibejin’’ tu çawa beşerî, tu tirsonekî, wê hut zaroka mezin bike û wê paşra bixwe, tu hatiyê xepandin’’. Bav dîsa dinav xemgineyekê mezin de jiyana xwe berdewam dike. Sal derbas dibin, desthilatdarî, kuştin, lêdan û koçberkirina welat berdewam dike. Rojek ji roja gotinekê wisa belav dibê ku’’ dibêjin hut û suwariyên wî beramberi vê desthilatdariyê dest bi serhildane kirine. Di encama vê serhildan, têkoşîn û şerî de desthilatdarî xilas dibê, hut û suwariyên wî ji civakê re rojên xweş û geş tînin. Zarok piştî salan ku edî bu ye ciwanek tê male û di male de kefxweşiyekê mezin tê avakirin. Bav dibêje’’ Kurê min me hefû bikê, ma çû û tê da wî hutî’’. Ciwan bi acizî bersiv dide;’’ Tu min hefu bikê ku bi xera wî hutî me welat azad kir, me hun ji kuştin, lêdan û koçberiye xilaskir, û me hun azad kirin. Tu hîna jî van gotinen dibêje? Di vê çîrokê de jî em dibînin ku nêzikatiyên malbatî têne hestiyar û li gorî hestê xwe tevgerandin e. Lê a esasî ji bo jin û ciwanên ev e ku di malbaten de guhertin û veguhetine avakirin û beramberî zihniyetê hişk e ku nayê guhertin şer kirin e. Bi taybet di roja me yî îro de pewîstê em vê bibînin ku heya ku em di malbatên xwe de pêşketina nadin avakirin em nikarin di zihniyetê zilamsalarî de jî bidin avakirin. Heya ku em vî zihniyetî nedin şikandin, em nikarin dijmin jî bişkînin. Bo vê jî bi taybet jinên ciwan pewîstê di vî milîde pêşengtiyê bikin û bibin xwedî rol û mîsyon.
Diclepress13@gmail.com
LÊKOLÎN
57
HEJMAR 14
2019/12/15
SAL 3
KOVAR DICLE
Tîrêjên Çarşembê(Xelek – 12)
Çîroka tofanê di navbera efsane û zanistiyê da
ilmendiyê êdî bû serdar.
Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl)
Qonaxên hişyariya mirovî
Mirov
dikare sê qonaxan di pêşketina hişyariya mirovî da cuda bike: - Qonaxa mîtologiya: Di vê qonaxê da ji bo her tiştî şîrovekirina efsaneywî serdar bû. - Qonaxa ayînî: Di vê qonaxê da şîrovekirina efsanewî hinekê kêm bû. - Qonaxa zanistî: Di vê qonaxê da şîrovekirina zanistî li ser bingeha aq-
Mîtologiya jî bi xwe komek ji efsaneyên ayînî ye ku di civakê da, yan jî di çandekê da, serdare. Mijara wan bi gelemperî li ser afrîner û afrînberan û cîhanê ye, li ser pêkhatina wan û li ser diyardeyên suriştî û her tiştê bi van mijaran ra girêdayî ye wek heyberan û tiştên li pişt suriştê: wek xwedawendan, nîvxwedawendan, cin, perî, îblîs û feriştan. Danasîna mîtologiya bi vî awayî di jêderên pisporî yên xweserî van mijaran da hatiye. Em bawer dikin ku mîtologiya ne hemî ji efsaneyan û çîrokan pêkhatiye, ji ber ku, ji bûyerên wan ra hin bingeh di dîroka mirovatiyê da hene; lê belê ew pir
ketine bin guhartin, têfirandinan û mezinkirinan. Ew jî ji ber du sedeman: Yekem: Nizimbûna asta zanînê li ba mirovan di berbanga dîroka mirovayetiyê da. Ew li ber şîrovekirina hin bûyerên suriştî û civakî bê çare diman, axir radibûn hin şîrovekirinên di ser asta rastiyê ra jêra didîtin. Duwem: Di berbanga dîrokê da gengazî û îmkana nivîsandin û tomarkirina bûyeran li ba wan tinebû, û wisa xwe didan ser gotûbêjên devkî. Ji lew ra jî, bi derbasbûna van bûyeran bi awayê devkî, ji nifşekî heya yê din, ev bûyer diketin bin pir guhartinan. Divêt em bi gelemperî di siya van rastiyan da li mîtologiya gelan û hin bûyerên navdar û girîng di dîrokê da
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/12/15
HEJMAR 14
58
LÊKOLÎN
Diclepress13@gmail.com
temaşe bikin. Yek ji wan jî bûyera Tofanê ye. Bûyera Tofanê ji aliyê arkeologî da:
Tiştê ji sedî sed rast ewe ku bajarê”Ûr” bajarekî somerî ye, û dîroka wî vedigere hezarsala sêhem b.z. Lê gotina ku”Ûr” bajarekî kildanî ye, çewtiyeka dîrokî ye ji aliyê nivîskarên Tewratê da. Li ser vê çewtiyê çewtiyeka din jî hatiye avakirin ku pêximber Îbrahîm ji Aramiyane, ji ber ku Kildan liqek ji Aramiyane
Çîroka Tofanê ne bi temamî çîrokeka nîgaşî(xeyalî) ye, û ne jî bi temamî wisa raste. Bingeheka wê ya rastî heye û ev ji aliyê zanistiya nûjen va jî hatiye piştrast kirin. Zanyarê birîtanî yê zanistiya arkeologiyê birêz Leonard Woolley bi kolandin û lêgerînê li bajarê”Ûr” yê Somerî di navbera salên 1929 heya 1934-an da rabûbû. Lêgerîn bêhtir di gora padîşahî ya navdar da pêkhatin ku dema wê vedigere ser heyama berbanga senseletên(binmalên) padîşahî. Dema wê heyamê, li gor baweriyên zanyaran yên here nû, di navbera 3500 heya 2800 b.z. da hatiye çespandin. Piştî ku birêz Leonard Woolley pir çînên bi şopên jiyana mirovî derbas kirin ku stûrbûna wan 11 Pê(3,35 m) ji axa ku di bin avê da niştiye bû û ti tişt ji bermayên mirovî êdî têda tinebûn. Li ser wê çînê û yekser di bin wê çînê ra hin qermîtê şikestî hebû ku vedigere ser heyama pêş dema someriyan. Di pey ra gihîşte qata erdê teze ku şopa ti tiştî têda tineye. Zanyarê arkeologiyê ji rastiya 11 pêyan(dora 3,35 m) ji axa veniştî gihîşte wê encamê ku tofanek li wir pêkhatiye û divêt bilindbûna avê here kêm gihîştibe 25 pêyan(7,62 m). Birêz Leonard Woolley bi ser va zêde dike û dibêje:”Tofaneka bi bilindbûna avê mîna vê, li welatekî rast û nizim mîna yê Mêzopotamiya jêrîn, divêt firehiya avê li dora 300 mîl dirêj û 100 mîl pehn be. Nexwe, li ber me belgeyeka wisa heye ku tofanek li vir pêkhatiye ya ku di ti deman da di dîroka Mêzopotamiya da pêknehatibû”. Woolley bi cegerdariyeka bilind da xuyakirin ku ev tofana li vî welatî hên pêş heyama Someriyan pêkhatiye, ew tofan bi xwe ye, ya ku di pirtûka pîroz ya kevin da(di Tewratê da) jî hatiye gotin. Birêz Leonard Woolley dibêje ku ev tofan ne tofaneka cîhanî bûye û seranserê rûyê zemînê negirtiye bin xwe. Ew tenha li herêma deştên nizim yên başûrê Mêzopotamiya pêkhatiye; li cihê ku herdu çemên Dijle û Ferat nêzî hev dibin û ew herêma navbera biyabanê û çiyayên başûrê Kurdistanê ku ji bo jiyana mirov baş bû, xistiye bin avê. Mirovên ku wê hîngê li wir dijyan bawer dikirin ku welatê wan cîhan bi giştî ye. Birêz Leonard Wooley berdewm dike û dibêje, belkî dirêjahiya tofanê 400 mîl û firehiya wê jî 100 mîl be; yanê dor 100000(sedhezar) km çarçîk. Vê tofanê pirani-
Diclepress13@gmail.com
LÊKOLÎN
59
HEJMAR 14
2019/12/15
SAL 3
KOVAR DICLE
ya rûniştivanan daye ber xwe û tenha hejmareka biçûk ji wan mane. Ewên ku zindî mane, bawer kirine ku ev bobelat sezayê xweda ji mirovan ra ji bo gunehên wan bûye. Kesayetiya bi navê”Ziusudra” kesek ji ewên ku rizgar bûbûn bû. Ji lew ra jî, ew wek qehremanê Tofanê hate hejmartin. Ew bi xwe jî kesayetiya”Utnapishtim” di gotûbêja babilî da ye û pêximber Nûh di gotûbêja Tewratê da ye. Divêt bê gotin ku seriyê Kendava Somerî(Kendava farisî ya niha) di wan deman da digihîşte nêziya bajarê”Ûr”. Yanê dora 60 mîl(96 km) bakurî kenara ava kendavê ya niha.(Li nexşeyê temaşe bike). Ji hêla din va, ji hundirê ava kendavê da jî lehiya avê dihat, yan bi sedema bahozên tund, yan jî bi sedema erdhejên di bin ava deryayê da ku dikare pir herêmên dûr jî têxe bin avê; wek pêlên tsûnamî ku di sala 2011-an da li welatê Tayland û derdorên wî pêkhatin. Di heyamên kevin da, çemên Dijle û Ferat jî pir caran bi lehî û lêmiştên mezin dihatin. Heger me hesabê van hemî rastî û gengaziyan kir, ji me ra tê xuyakirin ku çîroka Tofanê bingeheka xwe ya rasteqîn heye. Lê belê, bi şîrovekirina efsanewî, bi rêya gotûbêjên devkî, ji nifşekî heya bi nifşê din, pir li ser hatiye zêdekirin û bûye tofaneka cîhanî giştî. Çewtiyeka dîrokî... û sererastkirin: Birêz Leonard Woolley derbarê Tofanê dibêje:”Hatina nûçeya Tofanê di pirtûka pîroz(Peymana kevin) da ne tiştekî wisa ye ku mirov lê mat bimîne. Ji ber ku ew dizanin, Îbrahîm ji wir, ji bajarê”Ûr”-a kildanî(rêwîtiya pêkhatinê, Eshah 11, 31) û pir gengaze ku wî bi xwe ra ev çîroka Tofanê ya di nav rûniştivanên Mêzopotamiya(Îraqa niha) da pir bi nav û deng bû anîbe welatê Ken’an(Filestîn). Tiştê ji sedî sed rast ewe ku bajarê”Ûr” bajarekî somerî ye, û dîroka wî vedigere hezarsala sêhem b.z. Lê gotina ku”Ûr” bajarekî kildanî ye, çewtiyeka dîrokî ye ji aliyê nivîskarên Tewratê da. Li ser vê çewtiyê çewtiyeka din jî hatiye avakirin ku pêximber Îbrahîm ji Aramiyane, ji ber ku Kildan liqek ji Aramiyane. Lê belê rastî ewe ku di dema Îbrahîm da ti Kildan li welatê Somer tinebûn. Piraniya dîroknasan dibêjin ku Îbrahîm di sedsala 19-an b.z yan jî sedsala 18-an b.z. da jiyaye. Lê Aramî ji beriya Sûriyayê da, di navbera 1400 heya 1200 b.z. da, ber bi bakur da, ber nawenda welatê Mîttanî(herêma Cizîrê li rojavayê Kurdistanê) çûne, û çûyîna wan ber bi rojhilat da, ber nawenda Îraqê jî di wê demê da ye.
Çîroka Tofanê ne bi temamî çîrokeka nîgaşî(xeyalî) ye, û ne jî bi temamî wisa raste. Bingeheka wê ya rastî heye û ev ji aliyê zanistiya nûjen va jî hatiye piştrast kirin. Zanyarê birîtanî yê zanistiya arkeologiyê birêz Leonard Woolley bi kolandin û lêgerînê li bajarê”Ûr” yê Somerî di navbera salên 1929 heya 1934-an da rabûbû
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/12/15
HEJMAR 14
Sedema vê çewtiya dîrokî ku nivîskarên Tewratê ketiniyê ewe; ku kelepora olî ya Cihûyan - di pêșî da jî Tewrat - hên ji dema pêximber Îbrahîm da bi awayekî devkî ji nifşekî çûye yê din. Nivîsandina wê di sedsala 6-an b.z. da pêkhatiye. Di wê demê da padîşahê kildanî Neboxez Neser(Buxtnesser) du caran êriş anî ser Filestînê. Cara yekem di sala 597an b.z. da û cara duwem di sala 568 b.z. da, dema ku paytext”Ûrşelîm”(Qudis) tar û mar kir û 50000(pêncî hezar) Cihû awareyî welatê Babil(Îraqa niha) kirin. Li wir aqilmendên Benî Israîl dest bi nivîsandina bermaya ayînî ya xwe kirin. Ji ber ku wê demê Kildan li welatê Babil desthilatdar bûn, nivîskarên Cihûyan bajarê”Ûr” yê somerî kirine”Ûr”-a Kildanan. Niha ne cihê wê yekê ye ku em mijara kok û binyata Îbrahîn û rêwîtiya
60
LÊKOLÎN
Diclepress13@gmail.com
- Georg Ro: Îraqa kevin, rûpel 161162. - Muhemmed Beyyûmi Mehran: Dîroka Îraqê ya kevin, rûpel 68. - Muhemmed Beyyûmi Mehran: Dîroka Îraqê ya kevin, rûpel 68 - William langer: Berfirehiya dîroka cîhanê, 1/52. - Georg Ro: Îraqa kevin, rûpel 162. - William langer: Berfirehiya dîroka cîhanê, 1/78-79. Ebdulhamid Zayed: Rojhilata Hemdem, rûpel 342. Seyed El-Qimni: Pêximber Mûsa û rojên dawî yên Til Amarna, C1, rûpel 347. - Thomas Li. Thomsen: Dîroka kevin ya gelî îsraîlî, r A. Jean Bottéro û yên Jêder: din: Rojhilata Nêzîk û Şaristaniyên - Taha Baqir: Pêşgotinek di dîroka destpêkî, rûpel 21, nîşe, 1. Fadil Ebşaristaniyên kevin da, rûpel 262. dulwahid Eli: Ji Somer heya Tewrat, - Taha Baqir: Pêşgotinek di dîroka rûpel 191. şaristaniyên kevin da, rûpel 262 Wergera ji Erebî: Mustefa Reşîd - Georg Ro: Îraqa kevin, rûpel 161. wî bigirin ber dest. Ev mijar bi xwe pir tevliheviyên dîrokî têda hene. Belkî em di demên dahatî da lêbikolin. Tiştê girîng ewe ku çîroka Tofanê ya somerî û verziyona babilî ku ji ya somerî hatiye wergirtin, derbasî bermaya Cihçûtiyê bûye û xistine nav wê. Ev tişt yan di dema pêximber Îbrahîm da pêkhatiye yan jî - ya here gengaz ewe - ku di dema awarekirina Cihûyan da bo welatê Babil, mebesta me sedsala 6-an b.z. ye, ku wê hîngê çîroka Tofanê bûbe beşek ji bermaya kirîstiyanî û di pey ra ji ya îslamî jî.
Diclepress13@gmail.com
DÎROK
61
HEJMAR 14
2019/12/15
SAL 3
KOVAR DICLE
ÊLA ZUQURIYA
Destpêka sedsala 19’an de li bakur rojavayê qezaya
Wanê gelek gundên kurdên êzdî hebûne. Ji bîranînên mezinan navê wan gundan evin: Çubuxî, Hecelî, Dêrcemeda Jorîn, Dêrcemeda Jêrîn, Çirax, Kanîsark, Yarimqa, Qelecûx, Şemsedîn, Belîcan, Ûte, Anzav, Sîmtatoş, Kurzot, Pişîkkombet, Hacîqijlax, Bêşparmak, Şîvekar Mûç. Ji wan di hinek gundan de jî kurdên êzdt, misilman û ermenî li gel hev jiyane. Ev herêm ji sînorên navbera rûs û tirkan hinekî dûr e, ji bo wê jî di çavkaniyên rûsan ên nivîskî de saloxî îi der heqa wan de kêm in. Malmezina êzdiyên wê herêmê berê malbata Simoyê Çeto(Simayîl axa) bûye, paşê desthilatdarî dikeve destê Xetîv axa û lawê wî Cîhangîr axa. Dema fermana dewleta Osmaniyê li ser êzdiyan a sala 1891’ê, ku bi navê termana Ferîq paşa wek fermaneke komkujiyê ya bi xezeb di dîroka kurdên êzdî de eyan e, di heman demê de fermana qirkirina êzdiyên ji waliyê Wanê re jî tê şandin. Walî serekeşîrên kurdên misilman ên wê herêmê dîcivîne û der heqa fermanê de ji wan re dibêje ku êzdiyên Şêxan û Şengalê li ber fermana Sultan
hatine rayê bi mîr û meclîsa ruhanî ve dest ji baweriya xwe berdane, êzdiyên Wanê jî gerekê bi çi cureyî nabe, biqulibînin. Dixwaze bi destê axa û begên kurdên misiiman fermanê pêk bîne. Çawa ji bîranînên pêşiyan gihîştiye me vê carê şerekeşîr xîreta netewî di ser a baweriyê re digirin û nakevin nav wê xiyaneta reş. Walî dibîne ku dê serokeşîr li dijî wî derkevin, bi xwestina wan qayîl dibe, ku bi alîkariya dewietê nûnerên êzdiyên wê herêmê bi xwe herin Lalişê û halê wir bi çavê xwe bibînin, eger êzdiyên Şengal û Şêxanê, mîr û meclîsa ruhanî cîest ji êzdîtiya xwe berdane, paşê bên ji xwe re rêyekê bibinin. Êzdî jî bi wê biryarê qaylî dibîn, Simoyê Çeto(Simayîl Axa), Pîr Hecî(ji pîrên Barî) û zilamekî murîd dişînin. Ewgerek herin bajarê Sêwazê, destûrê ji dewletê bistînin, ku herine Lalişê. Di rê de zilm û zorê tînin serê wan, da ku ew misilman bibin, vegerin ûêzdiyên herêmê bixapînin, bibêjin ku giva gotîna walî rast e. Pîr Hecî berk qayîl nabe, bi şûr serê wî difîrînin, Simayîl axa li ber wê ziLme teyax nake ji rû ve bi wan re qayîl dibe, lê yê murîd bi cureyekî direve, ji destê wan derdikeve, wê cewabê digihîne êzdiyên herêmê. Di wê navberê de, Xetîv axa, ku gelekî zengîn bûye, bi destê xanima walî(ji êla Sîpka bûye) bertîlê dîde ku walî dest ji wan bikişîne. Simayîl axa vedigere, lawê axê(gişk xwendî û zabitên dewletê bûne) jehrê didin bavê xwe. Roja çalkirina axê ji walî beyan tê ku dewleta Osmaniyê li êzdiyan hatiye rehniê. Heta niha jî êzdîyên Ztiqurî dibêjin“Xetîv axa êzdiyatî bi zêran kîrî”. Wisa bûye yan na nizanim, lê eyan e, di bin giraniya dewletên din de(Fransa, îngiltere, Rûsya) sultan pîştî komkujiya xwînrêj a mezin ji biryara xwe ya Şengal û Şêxanê jî paşde disekine... Dibe ew biyan henia jt wê paşde sekinandina fermanê dihat... Di pey wê bûyerê re desthilatdariya mala Simê Çeto qels dibe, desthilatdarî dikeve destê Xetîv Axa. Qedre Xetîv axa ne tenê di nav êzdiyan de lê wisa jî di nav êi û eşîrên wê herêmê yên kurdên misilman de bilind bûye. Dostên wî yên ermenî û aşûrî jî pîr bûne. Ew mirovekî biaqîl, edlayîhez û bêhesab zengîn bûye. Di pey wê bûyerê re êl jî êdî li pey wî diçe. Sal derbas dibin. Gelek tişt diguherin. Axayê rûspî texmîn dike, ku rojên dijwar ji bo êla wî tên, hewldanên dewleta Osmaniyê yên nû, di nava kurdan de damezirandina alayiyên Hemîdiyê, qenciyê bi xwe re naynin, wê jiyana êl û eşîran li hev bikeve, serekeşîrên dostê wî
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/12/15
HEJMAR 14
62
DÎROK
Diclepress13@gmail.com
dê nikaribin tifaq û aramiya herêmê xweyî bikin. Haîê êzdiyan wê xerabtir bibe. Difikirî, ku hêzeke zor pêwîst e ku êla wî ji wê zilmê biparêze. Ji bo ku di pey wî re mezinahiyê li êlê hike, ji nav her şeş lawên wî hişê wî Cihangîr dibire. Cîhangîr axa sala 1874’an li gundê Çibûxliyê, qezaya Bêgiriyê, wîlayeta Wanê ji diya xwe bûye. Hê di zarotiyê de dî nava zarokên axê de Cîhangîr wêrek, bi huner, jêhatin û zîrekiya xwe ber bi çav dikeve. Rûspiyan gilî dikirin, digotin li wê herêmê siwar û nîşandarên weke wî tune bûn, tirs, xof nizanibû. Zilm û zordestî, neheqî, koletî tehemûl nedikir. Ji aliyê xeysetê xwe ve saû bû, bi derewan nizanibû, rastgo bû û helal. Di bîraninan de tê gotin ku Xetîv axa êdî bethal nexweş bû, li ber mirinê, bi destê Şekir efendiyê katibê xwe, 46 hezar zêr, bêhesab mal û milk teslîmî lawê xvve, Cîhangîr axa dike û temiyê didê:“Cîhangîrê min ez tê derdixim ku rojine gtran li hêviya êlê ne. Hebûn pir e. Li ber nenihêre. Malê dinê qirêja destan e. Çek û sîlihan, hespan bikire, siwarên xwe yên çekdar hazir bike. Êla xwe pê xweyî bike...” Di pey mirina bavê re(bi texmîna şahidên wan bûyeran, Xetîv axa di navbera salên 1904 û 1906’an de di 90 saliyê de çûye ser dilovaniya Xwedê) Wisa dest bi çîroka desthilatdariya Cîhangîr axa, wî mêrxasê efsaneyî dibe. Cîhangtr axa di demeke kin de bi destê ermeniyên dost ji
Sala 1918’an berê xwe didin Îdirê dixwazîn li navçeya Surmeliyê bi cî bibin. Lê dibihîzin ku leşkerên rûsan dever terikandine, leşkerê tirkan jî ber bi wir tên, di ser pira Qereqelê re derbas dibin digihîjin gundê Serdarabadê nav leşkerên dewleta Rûsyayê çekan dide kirîn û anin. Keriyek pez dişîne bajarê Helebê, difiroşiiî, ji wir hespên baş dikirin, tînin. Wisa ku êdî dikare 300, 350 siwarên rind sîihkirî derxe meydanê. Damezirandina alayiyên Hemîdiyê yekitî û tifaqa beglikên kurdan wêran dîke. Sal derbas dibin. Çiqas jî
Diclepress13@gmail.com
Dema fermana dewleta Osmaniyê li ser êzdiyan a sala 1891’ê, ku bi navê termana Ferîq paşa wek fermaneke komkujiyê ya bi xezeb di dîroka kurdên êzdî de eyan e, di heman demê de fermana qirkirina êzdiyên ji waliyê Wanê re jî tê şandin navbera Cîhangîr axa û serekeşîrên kurdên misilman xweş bûye, siyasiya hikumdar û qulixçiyên dewletê berbirî kêmneteweyan, mîrovên ji baweriyên din xerab dibe. Ciwantirk tên ser hikum, siyasiyeke nexweş a hişk li dijî êzdiyan, ermeniyan û kêmneteweyên din dest pê
DÎROK
63
HEJMAR 14
2019/12/15
SAL 3
KOVAR DICLE
dibe. Di serokatiya wîlayeta Wanê de yên wisa d digirin ku li dijî temamiya kurdan bûne. Serokeşîrên herêmê, jî bo ku bikaribin xwe ji wê siyasiya dewletê ya nû biparêzin, di nav wan de wisa jî Cîhangîr axa alayiyên Hemîdiyê çêdikin. Lê naxwazin li hemberî rûsan şer bikin. Dinihêrin haîl xerab e, hero li dora êla wan neheqî şer û pevçûn in, sala 19145an qirar dikin êla xwe biguhezin deşta Çuxuriyê(Senceqa Bazîdê). Wê demê li wir ev gundên êzdiyan hebûne: Remanqule, Tûtek, Giyadîn, Karakend, Qizildîz, Sarîbex. Malbata axê dikeve Ûlûkendê, berekên din dikevin Pîrxalan, Saribulaxê, Giyadînê û ciyên din. Êla Cîhangîr axa Zuqurî bûye, Mendîka, Mendesora, Berava. Qeza Çuxuriyê de jî ev berekê êzdîyan hebûne: Reşa, Bûdika, Mendika, Kurtika, Desiniya, Divana, Mamereşa, Çuxreşa, Receba, Mendesora, Qazana.. Pîrê wan Omerxana bûne, şêxê wan jî Şemsanî bûne. Zilamên Çuxure jî tevî çekdarên axê dibin, hesabê siwarê wi zêde dibe. Nivîskarê kurd ê eyan Ahmedê Mîrazî jî diçe digihîje Cîhangîr axa. Hîm katibê axa bûye, him dengbêjê wî. Li vir axa tevgirêdanê xwe li gel leşkerên rûs û serokên ermeniyan xurt dike, dîsa pismamtiya xwe li gel axa û begên eşîrê berdewam dike. Lê hêzên xanê Makûyê, alayiyên Hemîdiyê, tevi çend beglikên wê herêmê yên talançî, bi piştgirtina leşker û hikumdarên Osmaniyê rihetiyê nadin xelqê êzdl, bi ser gundan de digirin, talan dikin, mêran dikujin. Hicûmî
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/12/15
HEJMAR 14
64
DÎROK
Diclepress13@gmail.com
kurdên misilman bi çêleka xwe ve dikeve destê kurdên. êzdî. Nivîskar jî ji aîiyê êzdiyan ve di nav wî şerî de bûye. Êzdî bi gotina wî dixwazin pîrekê û çêleka wê bişînin gunde wê, bal kurdên misilman. Ji bo nav û bêqezyabûna jinikê nameyeke wiha ji aliyê din re dişînin: “Gelî pismaman! Rast e em îro li hev bûne neyar, hev dikujin, bûne birakuj. Piştî dijminatiyê dostanî jî heye. Em ê wextekî ji kirina xwe poşman bibin, yên di pey me re rabin wê bi me bikenin û bibêjin: Bira jî birê bikuje? Ew êdî şixulê paşê ye. Niha rast e em neyar in. Lê namûs başqe ye, çimkî namûs avêtine ber kûçikê, kûçikan jî pê lê nekirine. Lawikê me îro çûbûne dewriyê, ev kulfeta bi çêlekeke sor ve di zanga Qerehesarê de dîtibûn û anîbûn. Niha jî em bi ser we de verê dikin, ez bi wî Xudayî bikim, ku em û hûn tev dihebînin, ev kulfeta han bê şik û bê şubhe qebûl bikin. Me tevan jî wisa li wê nihêriye, çawa li xwîşka xwe ya helal, bi xatirê we. Ahmedê Şewêş”. Name xweş hatiye nivîsandin. Naveroka wê rastiyeke bi êş u birîn e, pirsgirêka gelê kurd a bi dewranan e. îro jî, ji bo tifaq û rastiya kurdewariyê hewce ye mirovên kurd li dora naveroka ve nameya kurt a çend xetî bifîkirin. Sala 1918’an berê xwe didin Îdirê dixwazîn li navçeya Surmeliyê bi cî bibin. Lê dibihîzin ku leşkerên rûsan dever terikandine, leşkerê tirkan jî ber bi wir tên, di ser pira Qereqelê re derbas dibin digihîjin gundê Serdarabadê. Bi siwarên xwe ve tevlî leşkerên enneniyan dibin û di şerê ser Serdarabadê yê bi nav û deng de leşkêrên tirkan dişkênin û paşde davêjin. Di altindariya wî şerî de emekê kurdên êzdî, xasma siwarên Cîhangîr axa mezin bû. Çawa me berê jî nivîsiye, hema wan rojan leşkerên tirk êdî gihîştibûn gundên êzdiyan ên berpala Çiyayê Elegezê, navçeya Axbaranê, qir û talan dikirin. Hêzên ermeniyan nikaribûn pêşiya wan bigirtina. Cîhangîr axa wê der heqê de dibihize û pala Çiyayê Elegezê, di riya kese re di ber gundê ermeniyan Tanegermesê re xwe digihîne navçeya Axbaranê û li dijî ieşkerê tirkan dikeve şer. Tirk dişikên û şûnde direvin. Êla wî berê di wan gundên êzdiyan de bi d dibin paşê derbasî Deşta Araratê dibin. Çêbûna dewleta ermeniyan dirêj nakişîne, Sala 1920’î li Ermenistanê jî qeydê Sovyetê çêdibe. Dawî li desthilatdariya axa û began tê.
ser gundên êzdiyên wê herêniê, Dêrcemedê, Tûtekê û Remequlê dikin, dixwazin dawiyê li wê qewetê bînin û talanên wan ji xwe re bibin. Ew şer eyan e û wek Şerê Dêrcemedê tê bîbîranîn. Di bîranînan de dibêjin şerê mirin û jiyinê bû. Sîwarê axê yên cêribandi bi mêranî şer dikin. Dijmin bi sosretî meydana şer dihêle û direve, Gilî dikiri, ku Cîhangîr axa her tim li pêşiyê bûye, Kaftr Hirço(navê hespê wî) di bin de mîna teyran difiriya, giva guleyên dijmin lê nediketin. Tirsa wî ketibû ser dijmin, gava navê wî dibihîstin, bê hemdî xwe radibûn, direviyan. Nav û dengê Axê di pey şerê Dêrcemedê re mezintir bû... Kilama li ser şerê Dêrcemedê heta niha jî li nava êzdiyên Ermenistanê bi kubarî tê strîn. Êzdî tê derdixin, ku dewleta Osmaniyê berê şûrê xwe daye wan, niisilmanî jî rakiriye diji wan, hazir dibin qîra wan jî tevî ermeniyan binin, disa riya revê didine ber xwe... Kî ku dixwaze rastiya bûyerên salên 1918 û 1920’an, koçberiya êzdîyên Ermenistanê û sebebên navbera kurdan de şerên birakujiyê yê bêfikir bibihîze, bira pirtûka bîranînana nivîskar Ahmedê Mîrazî Bîraninêd Min” bixwîne. Rast e bi sebebên siyasiya welatê Sovyetê nivîskar der heqa gelek bûy- Çavkanî: Ji pirtûka Eskerê Boyik Bi kurtayî dîroka Êzeran de sergirtî dinfvise, lê di nav wê nivîsa kurt de jî ke- dîyên Ermenîstanê ser û nerazîbûna wî dixuyê. Di pirtûkê de perçeyek heye, ku ji bîra min naçe. Kurd li dijî kurdan şer dikin û pîrekeke
Diclepress13@gmail.com
CIWAN
65
HEJMAR 14
2019/12/15
SAL 3
KOVAR DICLE
PIRSGIRÊKÊN CIWANÊN EZÎDÎ Ê YÊKITIYÊ
XÛNAV PÎRAN
Rojhilata
Navîn di şexsê xaka Şengalê de em dikarin wekê dergûşa mirovahiyê û dergûşa yekemîn a civak bûna mirovan pênase bikin, li ser vê xakê bi pêşengtiya dayikên xwedawend û mirovahiya ku despêka civakbûnê avêtine jiyan ber bi pêş ve çûye û heya roja me yî îro hatiye. Jiyana ku bi hezaran sal berî niha mirovên vê xakê avakirine, jiyanekê ku bi xweşikbûn, nirx û pîvanên civakê, exlaq û pêkve jiyanê hatiye xemilandin û koka xwe ji zulm, zordarî û desilatdariyê nagre jiber vê jî gelên rojhilata navîn hertim bi desilatdarî û çewisandinên civakê re nakok bûne û nepejirandine. Di nav van
pêkhateyan de pêşengtiya civakê jin û ciwanan kirîne. Ciwan dinamizim û enerjiya civakêne û pêşketinên mirovahiyê ne. Di hemû guhertinên civakê de, parastina nîrx û keda ku hatiyê afirandin de rolekê mezin e ciwana çêbûye. Bi taybet şerê ku di roja me yî îro de diqewimê de xeteriyên mezin li ser xaka me jî heyê û her tim di hedefa dijmin de ev cih jî heyê. Jin û ciwanên Êzidî jî çawa ku di dîroka kevnar de pêşêngtî kirine di roja me yî îro de jî jin û ciwan vê pêşêngtiyê ber bi serkeftine vê dibin. Bi taybet tişta ku dinav civakê de dihêle ku hîna jî ew kevnarbûyîn, xwedî derketin, parastin derbikevê pêş, destkeftiyên ku nehatina windakirin e. A serêkê jî di civakê de polîtîk û ehlaqî mayîne. Ev jî dihelê ku civaka me a Êzidî tune nebê û bikaribê dinav tifaqê de jiyan bikê. A herî serêke jî wekê mirovek ketina ferqa hebûna xwe tiştekî herî girînge.Heya
ku nikaribê hebuna xwe nasbike, wê nikaribe ku jiyan jî bike. Bi hebûna xwe naskirin vê giredayî xwe parastin pêş dikeve.dinav vê hebûne de parastina hemû nîrxan tê. Yek ji va nîrxa jî, ol û baweriya ku heyî ye. Ev ji civaka xwezayî bi giredanbûyîn û baweriya totem destpê dike heya niha berdewam dike. Di roja me de ev bawerî û ol ji ber werin tunekirin di bin metirsiyekê mezin dene jî, bo vê jî her dinav parastinade dimîne. Wek ol û bawerî destkeftiyekê herî mezin jî zimanê dayîkê ye ku ji dervê de her bin bandora erêba de mayê û xwestekê dijmin a serêkê jî şuna zimanê Kurmencî zimanê erêbî pêşxistina. Lê civakê me a Êzidî beramberî van politikayên tu car kefa dijmin neaniyê û di mile ziman de jî parastin her çêbûye. Bi van re giredayî her beramberî tunekirine nîrxen civakê, di xwezayî de parastina cewherî pêşketiya û ji ber civakên
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/12/15
HEJMAR 14
Rixmê deskeftî û nîrxên ku civaka me a Êzidî de tên parastin heman deskeftiyên de giredayî xalê ku bi taybet pêşiya jin û ciwanên de dibin astenk, pirsgirekên ku tifaqbûyîne, yekitiyê û rexistinbûyîna lewaz dikin heyê me tiştê herî girîng jî ev ê ku xwedî parastin bûyîn û parastina xwe pêş xistine. Rixmê deskeftî û nîrxên ku civaka me a Êzidî de tên parastin heman deskeftiyên de giredayî xalê ku bi taybet pêşiya jin û ciwanên de dibin astenk, pirsgirekên ku tifaqbûyîne, yekitiyê û rexistinbûyîna lewaz dikin heyê. Bi taybet wekê jin û ciwanên Êzidî em di ferqa vê dene ku heya ku em van pirsgireken derbas nekin, jiyanakê azad û wekhev jî pêk naye. Heger em va pirsgireken bînin ser ziman; •
PIRSGIRÊKA JINÊN CIWAN: Jinên Ciwan dinav her civakê de ji ber nasnamê ya xwe a ciwantî û jin-
66
CIWAN
Diclepress13@gmail.com
bûyîne têne perçiqendin. Lê belê bi taybet dinav civaka me yî Êzidî de li ser ol û bawerî jî perçiqendinek heyê. Me herî zelal di fermana 3/8 ‘te berçava ev dît ku jinên ku hatin revandin, bi zore xwestin ji ola Êzdaî derxînin û bixin misliman. Bi taybet ev polîtîka li ser jinên ciwan pêk hat. Ji ber ku nezewicîbûn, xwestin li xwe mehir bikin û bikşînin ser ola xwe. Bi vê re giredayî jî di civakê me de tirsak hat avakirin lewma bi emrê biçûk tê zewicandin destpê kir. Ev wekê parastinekê tê destgirtin. Lê belê di encama vê de îro bi sedan jinên ciwan xwe întîhar dikin û tên kûştin. Dîsa jinên ciwan, ji ber hewiya xwe a jinbûyîne ji pir kara dur tên xistin. Xwendin, ji mal derketin, huriyeta xwe ava kirin de mehrûm tên girtin. Bi taybet şerê taybet li ser jinên ciwan tê meşandin û jinên ciwan ji aborî, siyasetê, perwerde, parastin û hwd. Ji pir tişta dur têne xistin. •
CIWAN Û PIRSGIRÊKA ÇANDÊ: Çand jiyana mirovahiyê diyar dike. Yekser hebûna mirovan dide diyarkirin. Bo vê jî bi taybet moderniteya kapitalîst û dijmin bi qîrkirina çandî re dixwaze miletê me teslîm bigre. Hedefa wî a yekê mîn de jî, ji ber ku ciwan pêşengê vê civakenê van politikayen xwe li ser ciwana dide meşandin. ji çanda xwe dur ketin jî îxaneta herî mezin e. Ev jî şerêkî zirave ku li ser ciwana tê meşandin. Bi taybet li Şengalê li ser ciwana polîtîkayekê ku xariç(Avrupa) xweşik nîşan dikin û rûye ciwana dizîvirênen koçberiyê tê meşandin. Ev jî bi rêka munazameyên ku qaşo di bin alikariya gel de tê kirin. Bi van polîtîkayên xwe re dixwazin jin û ciwana ji axa me dûr bixînin
û hestê welatpareziyê pêş nakevê. Kesên ku ji axa xwe welatê xwe dur dikevê jî hêlandinekê mezin jiyan dike û tunebûyîne re rû bir û dimîne. Heman dême de civakbûyîn tê tunekirin û tenê kesayetî jiyan kirin dertê hole. •
CIWAN Û PIRSGIRÊKÊN ABORI: Bi taybet li Şengalê xalekê herî girîng û a ku di her milîde pirsgirekê yek jî aborî ye. Şerêkî ku birçî bihelê û muxtacî xwe bikê hatiye meşandin. Bi taybet ev şer li ser ciwana hatiye meşandin û ciwan ji kedê, ked dayîne dûr hatina xistin. Giredayî keda xwe, karek kirin ked dayîn her hatiye astengkirin. Bi zanebûn ciwan koçberî xariç, Başur û hwd. Hatina kirin û ciwanên ku ji bo aîşêta xwe bikin mecbur hatina xistin, û dêma ku çûna xariç dibin pişaftinê(asîmîlasyon) re derbas bûne. Heman dême ji donema Saddam û heya a Berzanî jî karekî her giredayî şexsa hatiye kirin û hurriyeta ciwana hatiya tunekirin. Lewma aboriye kê cewherî pêş neketi ye. Ciwan bi vî şewazî her hatina ferkirin. Bo vê jî bi taybet di roja me a îro de bê îstîkrarsiztiyekê mezin pêş dikeve. •
CIWAN Û PIRSGIRÊKÊN PARASTINA CEWHERÎ: Wekê ciwanên Êzidî erkê serê kê ku dikevê ser mile me yek jî parastina nîrxwe civaka xwe kirin e. Bi salan bi fermanan re derbasbûyîn di xwezayî de jî vê pêş dixîne. Lewma dijminên ku dixwazin xwe xurt û dagirkeriyê bikin jî vê dizanin ku heger dixwazin hakimiyet destê wan de bê pêwîstê destpêke Milet bêparastin bihêlin û ciwana ji hişmendiya parastina cewherî(parastina meşrû)
Diclepress13@gmail.com
dûr xistin e. Dêma ku nikarin vê bikin erkê dewleta a yêkemîn dibê ev ku ciwana xistina leşkerê xwe û beramberî welatê xwe dayîna şer kirin e. Divir de jî hişmendiya parastina cewherî namîne. Ji ber ku di vê parastine de nehêzkirina xakê, ne jî a gel heye. Têne hişmendiyekê ku ji gelê welatparez re dijminatiyê dike û ji bo dirav vî karî dikê tê avakirin. Bi taybet cihê ku ciwan ji hişmendiya parastina cewherî dûr dikevîn ew welat her tîm dibê cihê erîşan. Bi taybet jinên ciwan û ciwanên Êzidî beramberî vê zihniyetê pêwîstê xwedî rol bin û parastina xwe a cewherî xurtir bikin. • CIWAN Û PIRSGIRÊKEN PERWERDE Û REXISTINBÛYÎNÊ Di roja me yî îro de em dinav behrakê ave a zanyarî ye de jiyan dikin ku e ku bixazin wê jê bigrin, lê belê e ku nizanibin wê her ji vê behre mehrûm bimînin. Bi taybet wekê jin û ciwanên Êzidî pêwîstiya me ji her tiştî behtir ji perwerde heye. Ji xwarin û vêxwarine behtir pêdiviya me heya ku em xwe perwerde bikin, zana bikin û pêş bikevin. Lê belê asta xwendin, zanyarî, lêkolîn, meraq pir kêm hatiya hiştin. Bi taybet jî jinên ciwan ji vê mehrûm hatina xistin. Di milê aborî de civak her ketinek jiyan kiri ye. Ev jî bûye sedêma ku xwendin pêk neyê, jin û ciwanên Êzidî her paşketî bimînin û pêş nekevin. Di vî milî de belengaziyekê pir mezin tê jiyankirin. Heman dême de hêzkirin jî pir lewaze. Bê perwerde mayîn dihelê ku ciwan dîroka xwe, ol û baweriya xwe jî jibîr bikin. Ev jî bi xwe re jibîrkirinekê hebûne dide avakirin. Heman dême de sîstem her dixwazê civakbûyîne, civatê, kominal-
CIWAN
67
bûyîne tune bike. Şexsa, ezezetiye pêş bixîne. Lewma tişta herî jê acize civakên rexistinî, kesên rexistinî ne. Di zane ku heger rexistin çêbibe wê dawîya wen werê. Di van milen de jî wekê ciwanên Êzidî di mile xwe perwerde kirin û rexistinkirin de lewaz mayîn derte. ENCAM: Ev pirsgirêken ku me anî ser ziman giştî şerê ku dijmin dide meşandin û politîkayên wî re giredayî ye. Dijmin her diwaze ku di welatê me de şer, pevçûn û alozî xilas nebê. E ku herî zêde jê bandor dibê jî jinên ciwan û ciwanin. Lewma bo vê jî pêwîstê ku herî zêde ciwan xwe rexistin bikin û bibin xwedî îrade. Ev jî wê bi tifaq û yekitiya gelan re wê pêk werê. Bi taybet ji bo xweseriya Şengalê kar kirin erke sêrekê ê ciwanên Êzidî ye. Ev xweserî jî bi destê ciwanên Êzidî projeyên jiyanê avakirin re wê pêk werê. Ji dervê hevî kirin vê tucarî wê pêk neyê. Ji bo her jinekê ciwan û ciwanên Êzidî jî pêwîstî heyê ku em ji bo civaka xwe têkoşînekê bêhempa bidin meşandin. Da ku carekê dî welatê me de ferman çênebin û em bigîhîşîn xweseriya xwe. Ji bo vê jî pêwîstî heya ku em civakbûyîne bidin avakirin. Huriyet û jiyanekê ehlaqî û polîtîk bidin avakirin. Dîsa pêwîstê ku ê herî zêde çanda xwe biparezê û beramberî hişmendiya avrupayî şer bike ciwan bi xwe ye. Heman dême de beramberî hişmendiya ku jinê biçûk dibîne, qebûl nakê û îşkencê dike her tim şer bike, wekhêvi û hevjiyana azad esas bigre. Jinên ciwan jî pêwîstê xwe aîdî tu kesî nebînin, xwebûne esas bigrin û huriyetê bi zewace re, derketin Avrupa re nebînin û xeta jina
HEJMAR 14
2019/12/15
SAL 3
KOVAR DICLE
azad ji xwe re esas bigrin. Ji bo vê jî xwe perwerde kirin, rexistin kirin û beramberî zihniyeta zilamsalarî şer kirin kare herî esasî pêwîste werê dîtin. Rastîya dijmin pêwîstê tu car neyê jibîrkirin û parastina cewherî her hebê. Her wiha têne ji bo gelê Êzîdî ne, ji bo hemû gelên bindest bi hişmendiya parastina cewherî têkoşîn werê meşandin. Li ser van esasen encaq wê eme bikaribin ku serkeftinên mezin di Şengalê de bidin avakirin. Ev jî tiştên hêsan nînin, lê belê em dizanin ku bi rexistin û ruhê ciwantî re mutlaq em e serbikevin û xeyalên wan şehîdên ku li ser vê xaka pîroz xwîn rijandinê pêk bînin.
Jinên ciwan, ji ber hewiya xwe a jinbûyîne ji pir kara dur tên xistin. Xwendin, ji mal derketin, huriyeta xwe ava kirin de mehrûm tên girtin. Bi taybet şerê taybet li ser jinên ciwan tê meşandin û jinên ciwan ji aborî, siyasetê, perwerde, parastin û hwd
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/12/15
HEJMAR 14
68
RAPORT
Diclepress13@gmail.com
DEMA BERÊ Li HER GUNDEKÎ ÊZîDiYAN SiLAVGEH HEBÛN
A: KOVARA DICLE
Bi biryara hikûmeta Îraqê li sala
1975 z, ku miletê li Çiyayê Şingalê dimînin dakevin deştê û bajaran ava bikin, bi vê biryarê miletê Êzidî ji Çiya daketin deştê û bajar avakirin ji yek ji wan bajaran jî bajarokê Xanesorê ye. Dema ku mirov ji aliyê Rojhilat ve derbasî nava vî Bajarî dibe Silavgehek heye, li derbarê vê çendêda berêz(Xelef Elyas) wek pêzanîn li ser wî cihê pîroz dibêje: piştî avakirina Bajarê Xanesorê bi Salekê anku li sala 1976z de ev Silavgeh hatiye avakirin. li dema berê li her Gundekî Êzidiyan yên kevin Silavgeh hebûn, dema berê dema ku yek diçû rehmetê li despêkê dibirin ber Silavgehan û nû
ji wir dibirin Goristanên qubeyan. piştî avakirina Bajaran bi Salekê ankû li sala 1976 ev Silavgeh hatiye avakirin, me wek ‘eşîra Aldexiya biryar da ku Silavgehekê çêkin ji ber ku dema ku yek biçe ber dilovaniya xwedê li ber Silavgehê û ji nû ji wir bibin Goristanê li ber Quba Şêbilqasim, û bi alîkariya hindek kesan ku çûne rehmetê ev silavgeh hatiye çêkirin. li ser vî asasî dema ku Zarokên ji deh rojî hitanî şeş mehî dema ku ji dayik dibûn û diçûne rehmetê li ber vê Silavgehê dihatin binaxkirin kû hitanî nihajî nêzîkî sed gorên zarokan li ber vê Silavgehê ne, ji ber ku berî malek li wir nebû û xilwehî bû li wir hatiye avakirin. dema ku mirov ji Nehiya Sinûnê berê xwe dide Bajarê Xanesorê beriya ku mirov der-
basî bajêr bibe Silavgeh xweyaye û avaye, ev Silavgeh’eşîra Aldexiya çêkiriye kurehên wêjî hene wek: Korka, dawida, bazoyî, kosadî, xalî, ‘itoyî. ev hemû jî ji asil Aldexîne, û piştî ku Silavgeh hatiye avakirin Qewala Tawis aniye bajarê Xanesorê, Tawis li ser Silavgehê danîn û du’a lê hate kirin ji wî çaxîve kirine asas go miriyên xwe li ber daynin û bibin goristanên xwe. li 3ê tebaxa 2014 dema ku DAÎŞ ê ferman bi ser miletê Êzidîde anî ev Silavgeh hat wêrankirin û xerakirin, min bi destê xwe gule ji dîwarên wê derxistin, û piştî ku bi hemeran hatiye xerakirin, ciwamêran dîsan’eşîra Aldexiya kêç û kevir anîn û xilmet kirin û ji nû ve dîsan avakirin.
..........
Diclepress13@gmail.com
ÇAND
69
HEJMAR 14
2019/12/15
SAL 3
KOVAR DICLE
ÇÎROKA ÛSIVÊ HESINÊ ŞEREF Û ŞEMOYÊ ‘EMER DELÎ
A: XWEDÊDA SEYDO
Gelî bira rojekê Ûsivê Hesinê Şeref
ku mezinê mezinê’Eşîra Reşka û Hewêryabû, Ûsivê Hesinê Şeref li dawa Şemoyê ‘Emer Delîde yê te’irandîbû ankû kirîvên yek yên xwînêbûn, Şemoyê ‘Emer Delî bi esil Kurde û ji Tirkiyê ye, û Hesinê Şeref ji welat Şêx bû ku bi esil Êzidî bû. bû salek ku herdûyan yek û dû nedîtibûn û bîriya yek kirbûn ku kirîvên hevdû yên xwînêne, hevjîna Hesinê Şeref gotê ku li wî demî axabû gotê”axa arê me nemaye û mîhvanên ‘eybiyê ji mere tên min di xwest ku tu bîjiye sêçar zilaman ji
yên me biçin Aş û barek didû Ar bînin”. axa got”weleh başe” bi vî awayî hesinê Şeref emir li ser sêçar xortan da û gote kurê xwe Ûsiv mêhvan ji mere tên û mala me bi sêble û mala me mala berû mêhvana ye herin Aş belkî hûn tixarek didû dexlî me li Aş dihêrin, gelî bira çar dewar(qantir) dane ber xwe û barê wan genim û berê xwe dane Aş, û arê xwe li aş de hêran û vegeryan û hatine nîvê rê gehiştine deşta Cûdî ku li Bakûrê Kurdistanê ye, û dema ku gehiştîne deşta Cûdî xala xwe dayê dît va zilamek rastî wan tê ku bira lêk derketin, Ûsivê Hesinê Şeref û hersêçar hevalê xwe li Şemoyê ‘Emer Delî derketin ku Ûsiv li dawa Şemoyê ‘Emer Delîde yê sunet kiriye û kirîvên hevdû yên xwînêne ew salekê yek û dû nedîtîne gelekî kêfa wan hatê û çûne çavên yek û dû û
destên hevdû maçkirin û li ba yek rûniştin, û kîs û qelûn dane yek vî cixarek ji ba wî vexwar û wîjî cixarek ji ba vî vexwar û ketine galegalê, Ûsiv gote hersêçar hevalê xwe” herne malê û dewarên xwe bibin mal û ez û kirîvê xwe yê xwînê ev saleke temame me yek û dû nedîtiye emê dûsê cixare li ba yek û dû vexwin” gotin bi xwedê qence. Şemoyê ‘Emer Delî kîsê titûnê avîte ba Ûsiv, û Ûsiv cixarek ji kîsê wî kêşa vexwar, Xincerek li ber Ûsiv reye xincereke qeftka wê zêre nîvî zêre û nîvê dî zîve û e cehwere xincerek esliye e zîlan kêşe, Şemoyê ‘Emer Delî dest kirie xincerê û kire destê xwede û li viyalî û wiyalî qulipand û got”xwedê heye kirîvê minî xwînê ev xweş xincere li ba te”, Ûsiv gotê”xincera min xweş li te hilalbê” wî got “ne bi xwedê min xincera te navê”.Ûsiv
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/12/15
HEJMAR 14
Bi vî awayî hesinê Şeref emir li ser sêçar xortan da û gote kurê xwe Ûsiv mêhvan ji mere tên û mala me bi sêble û mala me mala berû mêhvana ye herin Aş belkî hûn tixarek didû dexlî me li Aş dihêrin rabû dîsa xincer kire kalande û li bere kir, dîsan vî cixarek avîte ba wî û wîjî cixarek avîte ba vî, dîsan Şemoyê ‘Emer Delî dest avête xincerê û xincer ji ber kêşa û got”xwedê heye xincera te e qenc ba”, Ûsiv gotê “bi xwedê xincer ji tere min xincer navê”, bi vî awayî bû cara sisiyan Şemoyê ‘Emer Delî dest avête xincerê û ji ber kalan kêşa û bi viyalî û wiyalî xwede qulipand, lê Ûsiv bi hajî tiştekş nîne Ûsiv wî cixara Şemoyê Emer Delî di pêçe, Şemoyê Emer Delî dest avête xincerê û ji ber kalank kêşa û hita kû xwedê qewetê didê daweşandê li newqa Ûsivê Hesen Şeref da û li vê newqê û li wê newqê dide, û Ûsiv tijî xincer kir û bazda û xincer bir û çû malê.bi vî awayî Şemoyê ‘Emer Delî , Ûsivê Hesenê Şeref li wêderê kuşt ew
70
ÇAND
Diclepress13@gmail.com
kirîvê wî yê xwînê wisa bê bext bû, herdisê hevalên Ûsiv diçine mal û maljî pirsiyarê ji wan dikin dibêjin”kanî Ûsif”, ew dibêjin”de xwedê şehdebe Ûsif û Şemoyê ‘Emer Delî ku kirîvên yek yên xwînênêbûn li filan deşta Cûdî li hev rast hatin û çûne çavên yek û dû û silametî lêk dan û kêfa wan jêkre hat Ûsif li ba wan ma û bi xwedê em hatin” axa got dê başe, rojek çû û nehat dû roj çûn nehat, û bi vî awayî sê roj çûn nehat çar roj çûn nehat. Hesinê Şeref got”bi xwedê qîleke Ûsive eve sê şêv çar şêv çûn nehat malnemîrat carê hinek ji we pîve herin. dema kû bi wê riyê de çûn û piştî wê sêçar şêvan Ûsiv dîtin vingîna mêşa li sere wî hişk boyî û ewî kuştiye kalanê xincerê li bereye lê xincer ne li bereye gotin”bi xwedê kesekî Ûsiv ne kuştiye ji Şemoyê Emer delî derkeve, li vir û li wir kesekî ‘ilim(agahî) ji Hesinê Şeref re anîn gotinê”Şemoyê ‘Emer Delî wî keriyek pezî bi qalçaxî daye ber xwe ew û sêçar kesin û xincera kurê te li bereye, wê wî pezî bi qalçaxî ji Tirkiyê bînin Sûriyê, Hesin bawer nekir got”nexêr” wan got “xwedê şahdebê”. bi vî awayî Hesinê Şeref Selefeke Swara bi xwere hilgirt û rabû çû rêka Çiyayê Cûdî li ber wan girt, Şemoyê ‘Emer Delî û sêçar kesên dî li ber pêzin Hesin lî da tivingê û Şemoyê Emer Delî girtin li Şemo nêrîn dîtin ku xincere li ber Şemoyê ‘Emer Delî re ye, gotinê”malmîrat te Ûsiv kuşt” wî got”min Ûsiv kuşt”, li ser çiye ji ber çiye, Şemo dibêje”xwedê mala min bire mîratê li temaya vê xincerê min Ûsiv kuşt, wî sê caran gote min xincer ji tere lê her min got min navê, û timayî kete dilê minde min rabû kuşt.piştî vê axaftinê yekser des û çavên Şemoyê Emer Delî şidandin, û
Hesinê Şeref bire mala xwe, û gote kurê xwe:-tûjî vî bikuje ji ber heyfa Ûsiv, rabûn Şemoyê ‘Emer Delî jî kuştin.
Evjî strana Çîrokê ye:Axayo axayo axayo axayo axayo axayo Ji Cizîra Botan û virde wa cembeliye, ew êla Hesinê Şerefkakê dolmizê ew êleke girane êleke wa rengîne Wê datanîn warê par Biharî li warê zozên, delolo axayo danîbûn li warê dev geliya Ewê datanîn li warê par biharî li zozên li warê dev geliye, de Hesinê Şeref tû rabe ser xwe Û tû serê sîzerê berde nav êla Reşkan û Hewêriyan, Silopiyan û bergewiya û selefeke siwara û reşîşeke peya bi xwere hilgire Emê bikevne qûntara Çiyakê Cûdî, delolo axayo riya xaziya bigire axayo mene xwedê mêrekî mezine, ew kare vê neqlê bi dest meve bîne Emê bikujin malkmîratê Şemkê ‘Emer Deliye, de axayo barke de axayo barke li darê zozên serî û zimanê xwedê li ‘Eşîra te geriya lo axayo Axayo axayo axayo axayo axayo ji Cizîra Botan û virde na kure, ew êla Hesinê Şerefkakê Dolmizê êleke girane êleke wa rengîne Ewê datanî li warê par biharî li warê zozên, delolo axayo danîbûn li xopanê warê qere gula De Hesinê Şeref tû rabe serxwe, û tû serê sîzeriyê berde nav Êla reşkan û Hewêriya, Silopiyan û Bergewiya û selefeke siwara û reşîşeke peya bi xwre hilgire Emê bikevine qûntara Çiyakê Cûdiye, belkî xwedêye îro bi dest meve bîne emê bikujin malikmîratê Şemkê ‘Emer Deliye
Diclepress13@gmail.com
Min dît hizin û giriykî bê teşe ketiye Cizîra Botan, û tû berê mizgînê bişîne li cem warê Heme tolê delolo axayo nav wan Êzidiyên dil bi kule Axayo barke axayo barke êla te reviya, serî û zimanê xwedê lê geriya lo axayo Axayo axayo axayo axayo ji Cizîra Botan û virde, ne erde ew êla Hesinê Şeref êleke girana Êleke wa rengîne, ewê datanîn li warê par biharî li warê zozên delolo axayo danîbûn li warê xopanê dev geliya Hesinê Şeref tû rabe ser xwe tû serê sîzerê berde nav êla Reşkan û Hewêriya Silopiyan û bergewiyan, selefeke siwara reşîşeke peya bi
ÇAND
71
xwere hilgire Emê bikevine qûntara Çiyakê Cûdî, eve kete serê sê salî temam, ew tirba Ûsivê minî çav belek maye li zozanêt jorî zozanêt mila meydanê Ew roja hitanekî vê rojê tirba Ûsivê minî çav belek, ji min re bûue kul û mered û derde axayo barke axayo barke êla te reviya serî zimanê xwedê li eşîra te geriya Hey Ûsivo...Ûsivo qurbano dilê min wêşe wêşe, eskerê Şehê ‘Ecemî girane ev sê rojêt me temam di bûn ewê dora malê me li vê dinyayê wa girtîne ji mêje Minê şadî nişwetê Ûsivê bira siwarê Temo, ew babê tewlas axayê minî
HEJMAR 14
2019/12/15
SAL 3
KOVAR DICLE
giran sê denga ban dikê Cindî ‘Evdî keko lawo mêrî çêbe nepilîne, kozên xatûnan û herema ne şemirîne Ele bira li vê dinyayê ew mêrî mêrîne, heke roja qewamê giran serê xwe li ber’erz û ‘eyalê xwede bide Hey de berdê....berdê bira berdê nazgira ‘Erebê girane xwe berda erdê, şîr û mertalê Ûsivê bira ew siwarê Temo babê tewlas axayê minî giran ji giranî xwe berdaye ser baqa zendê Minê şadî nişwetê Ûsivê bira gelek hene, sê denga ban dikê Cindî Evdo keko lawo ew mêrê çêbe nepilîne, kozên xatûnan û herema ne şemirîne were şadî nişwetê Ûsivê bira gelek hene, ewê şêr xweş dike ele babo li derê newala ‘Elî Kendê Hey Ûsivo....Ûsivo bila nehate sira qelenê vî zozanî, û qurbano ji birîna xwe tûyî çawanî ‘Emrê te Sêzdeh sale ji wê rojê hitanekî vê rojê tî timî bi serb qadayî, te ji çavê xwe ji kelemê dijmin û ne hîleta ne gêrayî, ew şadî nişwetê Ûsivê bira ew siwarê temo gelek hene roja qewamê giran ew serê xwe li ber ‘Êriz û Eşîrê xwede dan de Ûsivo, Ûsivo qurbano neçe wez bi tere.
Emer Delîde yê sunet kiriye û kirîvên hevdû yên xwînêne ew salekê yek û dû nedîtîne gelekî kêfa wan hatê û çûne çavên yek
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/12/15
HEJMAR 14
72
TENDUROSTÎ
Diclepress13@gmail.com
Nexweşiyên Werzê Zivistanê Derdikevin pêş çine?
Şîreta min ji gel re eve kû derziyên cemedê bikar neynin wî ji cemedê nebe divê tim xwe ji cemedê bi parêzê, hebên cemedê hene (antî biyûtêk) gel bi karneynê başe, ji ber ku Cemed giş navê wan Vayrosatin nexweş çi qasî derman û hebên Cemedê bi karbînê ti feyda wê nîne, ji ber ku di vê rewşêde derman û heb ger hatin xwarin wê bergiriya leş(Mena’a) kêmbik û ti feyda leş pê nîne.
Li
derbarê Nexweşiyên ku li Werzê Zivistanê derdikevin pêş D.R Hadî ‘Elî ku tayîbetmende bi nexweşiyên Çareseriya giştiye û bîst salin Dixtore, û iyada taybet li Bajarê Xenesorê li navenda bajêr daniye li kovara dicle re qala wan nexoşiyan dike li werzê zivistanê mirov toş dibê... D.R HADÎ dibêje; li her civakêkî de nexoşiyên kû derdikevin cudane. Doktor hadî ev jî got: şîreta min ji gel re ku derziyên Cemedê(iltihabat)a bi kar neynin.
A: XEMGÎN ŞENGALÎ - Nexweşiyên ku li Werzê Zivistanê derdikevin pêş li nav civakêde çine? * Li nav her civakekê nexweşiyên ku derdikevin cidayne, û piraniya Nexweşiyên ku li Zivistanê derdekevin pêş li werzê zivistanê(Cemede)
yanjî sermaye, ji ber ku li navbera danê rojê û îvarê rewşa germî tê guherti, ankû bi rojê germe û bi şevêjî pir sare gelê mejî xwe gelek na parêzê ji vê rewşê di encamde bi Cemedê(Serma)yê di kevin û nexweş dibin, ew cemed jî navdare çareseriya giştî de ku 100 hezar corên wê cemedê hene, dema ku mirov bi corekê ji wî hersedî di keve bergiriya leşî(Mena’a) çêdibe û carek din mirov ji eynî wî corê pê keftibû yanjî nexweşnabe, û her carê mirov bi corekê din nexweşbibe ne eynî corê berê ku pê nexweşbûyî, dema ku Cemed bi tinê bê nexweş divê xwe zêde bi parêzê, ankû dema ku germî zêde çêbû divê tişekî bixwe ku germiya leşî daxê, kepûyê mirov di herikê û ji bela’îmê xwe acizdibin nekû bi rastî bela’îm di cemidin lê acizin û bi zorê xweziya xwe daqurtînin, divê di vê rewşêde tiştên gerim vexwê wek Şorbe, ne ku haya
- Nexweşiyên ku li Zivistanê li nav civaka Êzidîde derdikevin çine? * Nexweşiyên ku li werzê zivistanê li nav civaka Êzidîde derdikevin pêş, ji ber ku li nav her civakekê nexweşî di cidane ji wanajî wek: cemed, pisgirêkên gurçika, Cemeda Bela’îma, Cemeda Sîng, Ba(teşinicat). Mirov çi qasî xwe bi parêze başe Fîtamîn(C) bi mirov bi karbîne, û eger ser îş hebê yanjî germiya laş zêdebê dermana bi karbînê, ji bo herikîna kepo ewjî dermanê wê heye, lê şîreta min ji gel re ku derziyên Cemedê(iltihabat)a bi kar neynin, tabî dixtor heldibijêrê ku ev nexweşî Vayirosî yanjî Certomiye, Certûmî ankû bektiriya û Vayrosî ankû nexweşiyên vayrosî. dema ku nexweşî Vayrosî bê mirov dermana bi karbînê û bi karneynê her wê nexweşî Heftiyekê berdewambikê, û wekû me got 100 hezar corên Cemedê hene eger salekê mirov bi yekê keft wê salek din yanjî carek din bi wî corê nexweşiyê nekeve, ankû dema ku mirov bi wî corê nexweşiyê di keve wê bergiriya leş(Mena’a) çêbibê û carek din bi wî corî nakeve.nexweşiya didûyanjî Cemeda Bela’îmaye û piraniya wanjî zarokin ku bi nexwşiya Cemeda Bela’îma di
Diclepress13@gmail.com
kevin, ji ber ku bergiriya leşê Zarokan ji nexweşiyan kême laşê wan dijî nexweşiyan nikare xwe bi parêzê gelekî, û Bela’îm em di bêjin”rêza parastinê ya laş ya yekemîne li dijî nexweşiyê”, ankû beriya ku nexweşî dakeve laş dakeve zik dakeve Sîng de Bela’îmi, Bela’îm li dijî nexweşiyê radibe ji ber wê çendêjî di kevin yanjî di Cemidin(iltihab) digirin.
TENDUROSTÎ
73
HEJMAR 14
2019/12/15
SAL 3
KOVAR DICLE
ber ku karê malê pire û xwedîkirina Zarokanjî li stûyê dayîkê deye.
- Piskulojiya Mirov çi karîgeriyê di êxe ser nexweşiyên ku li her werzekî ji yên salê derdikevin? * Raste, lê dema ku Werzê Zivistanê bê aliyê Piskolojî bêhtir karîgeriya xwe li ser mirov heye, ji ber ku mirov çûnû hatin tevger kêm dibê, bi egerîjî Vayîrosat û Ceratîm jî karê - bi çi şêwayê ji kesekî bo kesekî wan ji bo êrîşkirina ser leşî pirdibê ev din tê veguhastin? jî karîgeriya xwe heye li ser piskolo* Nexweşiya Cemed tê veguhastin jiya Mirovan. dema ku li malbatêde kesek li nav cihê kesekî din razê, yan carna di - Çareseriya wê bi dermanan yanjî bêhnijê(Pişkandin), û dema ku nevsî bi Sirûştî baştire? wî kevçiyê xwarinê bê yan eynî wê * Çareseriya Nexweşiya Cemedê bi qedehq avê bê qedaha çayê bê bi tayîbetî çi qasî Sirûştî bê wê baştir bê vî şêweyî nexweşî tên veguhastin, wek: Şorbe, Sewayîl, Zihûra, Ni’na, û veguhastin bêhtir girêdayî dayîkê Pûng, Rîhan ku bi kelînê û vexwin ye, û bav kêm li malê di mîne li kare, çareser dibê, û bêhtir tiştên gerim ji ber wê çendê girêdayî Dayîkê ye vexwê, yanjî Leymûn û Hinara, lê rewşa Dayîkan pir nexweşdibê ji eger bû Cemeda Bela’îma
Çareseriya Nexweşiya Cemedê bi tayîbetî çi qasî Sirûştî bê wê baştir bê wek: Şorbe, Sewayîl, Zihûra, Ni’na, Pûng, Rîhan ku bi kelînê û vexwin çareser dibê, û bêhtir tiştên gerim vexwê
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/12/15
HEJMAR 14
Îşên ku li serîde derdikevin hemûjî girêdayî hevdûye, pisgirêkên ku ji Cemedêbe laş gerim dibe ewjî serî pêre nexweş dibe, av kêmdibê pigirêkên Kurçika derdikevin yan Cemed daket sîng pêwîste ‘ilacê bistînê, ji ber ku gelek hene nevsî wê Vayrosê nêva wan diçê gelek jî vedireşin û piraniya wanjî Zarokin, ji ber ku me got Zarok parastina leş li dijî Nexweşiyan kême û mirov neçar dibe ‘ilacê bi karbînê ewjî Sîlan ji nexweşre tê danîn ji bo ku ziwa nebê, ew tiştê ji laşê wan diçe û tê
74
TENDUROSTÎ
Diclepress13@gmail.com
vedigere normaliyê. pisgirêkên gurçika ku derdikevin ji Zivistanê diniya Cemidiye, û piraniya nexweşên me em wan şîret dikin ku avê pir vexwin lê di bêjin Diktor em nikarin avê vexwin yanjî dilê me naçe avê, em jî ji nexweşên xwere di bêjin ji xwere bike wek karekî mînak her rib’ekî qumek ji avê vexwe, lê dîsan jî piraniya nexweşan vê şîretê bi kar naynin di vê çendêde Kurçik karê wê ewe ku jara di laşde derxe ji derve bi rêya mîz ji laş derdikeve, ji ber vê çendêjî avê gelekî di xwazê eger av neyê ser karê Kurçikan kêm dibe û çi qasî av bê ser kurçikan ew ji remlê paqij dibin, û eger av nebê wê çevriya Kurçika bi xwere derêxê ew çevrîjî dema ku li Kurçikan de di mînê û kom dibê li dawiyê di be wek remla hûr di zikê kuçikande çêdibê, rojane rojane ew Remil li zikê Kurçikande di gehê hev di gehê hev dibin kevir, û gava dibê kevir vêce pisgirêkan derdixin ku kevirê piçûk bê wê bi dermanan dakevê, lê eger kevir mezin bû û bû 6milîm bê vêcar pisgirêke yan wê bi digînê yan na wê nîştergerî jêre bivê, ji ber wê çendêjî
çi qas mirov xwe bi parêzê çêtire wek bi Erebî gotinek heye dibêje”parastin çêtire ji’ilacê”yanî mirov xwe bi parêzê çêtire ‘ilacê bixwe, û karê Kurçikan jî venagere wek berê dermanê Kuçika yê yekemîn ave çiqas mirov avê vexwê baştire. - Mijûl bûna Mirov bi eliktiron û gelek tiştên din çi karîgerî li ser laş heye? * Îşên ku li serîde derdikevin hemûjî girêdayî hevdûye, pisgirêkên ku ji Cemedêbe laş gerim dibe ewjî serî pêre nexweş dibe, av kêmdibê pigirêkên Kurçika derdikevin ewjî tavêje serî û ser êş çêdibe, û dema ku laşê Mirov ba digire ewjî ‘edelatên mirov gişt di gihin hevdî û vezilandin yanjî îsrahet bi wanre namîne ewjî karîgeriyê dike û serê mirov pêre nexweşdibe, êşa serî bi hemû êşên dinve girêdaye lê ne Nexweşiyeka li halê xweye em di bêjin hevdijiyeke ji nexweşiyekêre lê bi nisbet ser îşanê ne Nexwşiye. - Nivistin ji laşê Mirov re çi qas pêwîste?
Diclepress13@gmail.com
TENDUROSTÎ
75
HEJMAR 14
2019/12/15
SAL 3
KOVAR DICLE
xwarin û keskayî kêm tê xwarin û liv û tevger tineye, û xwarinê gelek xwê dixinê ev jî gişt pigirêkin, xwê nahêlê çevrî û av ji laşê Mirov derkevê û ew jî dihêlê ku(Dexit) bilind bibê û dîsan nexweşî vedigere ser Kurçika ku(Dexit) bilind bû wê ziyanê bigihîne mejî û di, û dema Şekir bilind bê fîzyolojiya laş gişt tê guhartin û venagerê wek berê.
* Razan ji laşê Mirov re pir pêwîste rojane bi kêmahî di vê ji 6 se’eta hitanî 9 Se’eta divê mirov razê, jêre tê gotin endamên ne mirî wek mejî û laş giştî rehetiya xwe distînê û ‘esebiya mirovbê deng dibe ev hemûjî ji bo ku taqet bi laşê mirov re çêbibe û roja din karibê karê xwe berdewambike. - Nîşanên derketina Nexweşiya çine? * Nîşnên der keftina îşan bi Mirov re, mirov di hisê ku laşê mirov hemû têşê û carnanjî kepû di herike û carnanjî hêstir ji çavên mirov tên û hinek mirov ji ber nexweşiyan gêjdibin ji ber ku hêza wan kême. gava ku bela’îm bê êş dadikeve sîng de û hinek nexweş dibêjin em di kevine taya sar yanjî sarûgermî dibin, kuxik çêdibe ewjî kuxika heye ya ziwa û kuxik heye bela’îm heye, û gelek nexweş tên dibêjin pişta me têşê lê newqa wane nizanin bêjin Kurçikin şaşdibin di navbera êşa piştê û êşa Kurçikê ji ber ku nêzî hevdûyne û nexweş ji carnan li nav çîrokên xwede Dixtor winda dike, mirov pir pirsa li ser êşa nexweş dike hita ku bi gihe rastiya êşa nexweş yanî di bêjin pişta me têşê lê di rastîde pisgirêkên Kurçikane neyên piştê.pisgirêkik din
jî pisgirêka ba(teşenic)ewjî piraniya xwe girêdayî cew girêdayî Zivistanê ye li navber roj û êvarê cidahî heye di germêde û nexweşjî cilên zivitanê li xwenake xwe na parêzin pişta xwe gerim nakin, hinek nexweş jî di bêjin em nikarin rabim ser xwe nikarim ji nav ciya rabim ji ber ku ew ‘edelatên laşê wî gişt hatiîne şidandin û li dora hestiya ‘edelat hene, hinek jê xwar di meşin û hinek jê seqet dibin ji ber ku bayekî pir ketiye laşê wande, û çareserîjî li gor pileya wê di mînê lê piraniya wê ‘ilac jêre divê û nexweşjî divê alîkar be, piraniya wan ew ‘edele gerim bûn jêre divê yanî çiqasî xwe gerim bikê ew edele xwe berdidê, û divê ti livîn şaş neke ankû nabe werzişê bike taybet dema ku li piştêdebê divê xwe gerim bikê hita ku ‘edele xwe berde, ku livîneke şaş kir inzîlaq çêdibê û dema ku inzîlaq çêbû wê nexweşiyê li ‘asaba bike li piştêre derbas dibin û ew berpirsiyarin ji livîna laş bi giştî, divê çareseriyê wergirê ku çareser nebû heye ling pûç bibê ku pûç bûjî venagere wê bi mînê seqet li jiyana xwe gişîde eger tedawî nebû. gelek caran nexweş sedana me dikin ku (Dexit)givaştin heye, şekirê wan bilinde û dihniyatê wan bilinde evanajî bi xwarinê tê karkirin û rojane bi nêzîkî goşt tê
- Xwarina pêwîst li Zivistanê bê xwarin çiye? * Li Zivistanê çiqasî mirov Keskatiyê bikarbînê başe, û mirov xwê gelekê bi karneynê başe dûrî xwê û Şekir bikevin başe, Şekirê çayê bi taybet û Şirînahî hemûjî di kevin laşde û zû bi zû dernakevin û dibine pisgirêk di laş de û dibin Nexweşî ji Mirov re, Goşt ji Heftiyê carek bê xwarin bese laş kifayeta xwe distînê û bese, pirotînatin hene ji laş re giringin baqilwat hene ji goşt çêtirin ku mirov bi karbînê di kevin laş de fêdê li laş dikê û ziyanê nagihînê, Werziş Mirov karibê bi karbînê başe ji bo jiyanek tenduristî, rojane nêzî nîv demjimêrî bi meşê û werzişê bike, xwarinên wek mast û şîr kilsa zêde dikê û dibe kevir û çiqasî Mirov Keskatiyê bi karbînê başe.
Dema ku nexweşî Vayrosî bê mirov dermana bi karbînê û bi karneynê her wê nexweşî Heftiyekê berdewambikê
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/12/15
HEJMAR 14
76
hevdîtin
Diclepress13@gmail.com
Haşim Seydo:
wan saziyên mirovî tên şingal hemî girêdaî hizb û cihin siyasine
Li hevpeyvînêkî taybet de cêgirê Hevserokê Meclisa gelê Xanesorê(PÎR HAŞÎM SEYDO) li ser sîstima rêveberiyê û rewişin gelê me li şengalê li paş pênc sal bi ser fermanê re. Pîr Haşim dibêje; Sîstemê me û yê dewlwtê pir ji hev cidaye dema ku îro ev Rêvberî karê xwe dide meşandin ji aliyê gelve û bi nêrînên gel ev rêveberî hatiye avakirin. Li ser rewişa gelê kû vedigerin şengalê jî seydo dibêje: xwesteka me hemiyan eve kû her kes vegerê ser cih û warê xwe û jiyanêkî nû dest pêbikin.
A: xatun hemd
* piştî Fermanê jimara xelkê ku vegeryayî gund û bajarokên Şingalê çendin? - li gorî serjimêriya li ber destê me ankû bi nêzîkî 80 hezar kesî vegeryaye ser mal û halê xwe, ew jî li aliyê Bakûrê Çiyayê Şingalê bicih dibin, ankû ew serjimêrî jî li gund û bajarokên wek; Barê, Behrava, Xanesor, Sinûn, Dugur, Dihola, Borik, Gohbel, Zorava, Herdan, Şingale. yanî li ser van Gund û bajarokan ev serjimêrî berbelave.
avahiyên xelkê hatine ji navbirin û teqandin, ku li beriya Fermanê miletê ku jiyana xwe bi çandiniya dexil û dan, û li ber ava Bîra(Sîba) dibirne ser, xala didûyan jî ewe ku ji ber devera Beac û Erebên derdorê metirsî li ser xelkê çêkiriye û heta neha xelkê wan deveran ditirsin. * miletê ku vegeryayî ser mal û milkê xwe jiyana wan li ser çiye¬? - Ji ber kû milet bêhtir vegeryaye aliyê Bakûrê Çiyayê Şingalê, jiyana wan li ser çandiniyê û xwedîkirina pez, û beşek jî li gor imkaniyê xwe kirîn û firotinê dikin, li gor ku jiyaneke bi zehmet diborînin lê ew mecbûrin ku bi van şêweyan debara jiyana xwe bikin.
* JI ber çi egerê milet venegeryaye aliyê Başûrê Çiyayê Şingalê? - Sebeba ne vegeryana Xelkî li aliyê Başûrê Çiyayê Şingalê vedigerê bo wê çendê, kû bi hezaran bombe û mayînên ne teqyaî li van gund û bajaran mayîne, û nêzîkî ji %95 mal û * Hûn wek Meclis di çi alîde
Diclepress13@gmail.com
Sebeba ne vegeryana Xelkî li aliyê Başûrê Çiyayê Şingalê vedigerê bo wê çendê, kû bi hezaran bombe û mayînên ne teqyaî li van gund û bajaran mayîne, û nêzîkî ji %95 mal û avahiyên xelkê hatine ji navbirin û teqandin
hevdîtin
77
mal vegeryane malê xwe, û xizmeta ku ji aliyê me wek meclis tê kirin li aliyê xwarin û vexwarin, û li alyekî dî jî tankerê avê diçe û malên xwe pê paqij dikin, û eger kehreb ne gehê ankû stûn nebin ev pisgirêk ji aliyê Şaredariyê ve tê çareserkirin, û çi kêmahiyê ku hebin jî di karê xwede ji bo xizmetkirina gel berdewame. * li aliyê Tenduristîde ku beşeke ji Meclisê ta çi astê xizmet tê kirin? - Tevî ku Tenduristiya mirov li pêş her tiştiye lê mixabin piştî ku rêya di navbera Rojava û Şingalê de hatî girtin alîkariyên derman li vê rêyê re di hatin dayin, lê bi mixabinî ve ji dema ku Şingal ji destê çeteyên DAÎŞ ê ve hatî rizgarkirin û hitanî roja îro ti alîkarî ji aliyê navend(Merkez) ve nehatiye kirin ji bo gelê deverê, piştî ku rê hate girtin zehmet heyne ji aliyê pêdawistiyên dermanan ve ji ber kû derman kêmin li gorî ku heyî, û Diktor jî kêmin, her dermanekî ku em bidin nesaxa ew jî bi kiryane ji cihên wek Mûsil û cihên din hitanî ku em karibin peyda bikin, û Nexweşxaneyên me bi qasî 24 Saatan vekirîne û nesaxên ku em pê karibin çare dikin û dermanên li gor derfet û imkanên xwe didinê, û nesaxên ku em pê nikarin em vediguhêzin cihên cuda ew jî li gor derfetên em pê nikaribin.
xizmet pêşkêşî milet kiriye? - Ji aliyê xizmetgozarîve, xizmeta ku ji miletê vegeryayî re tê kirin ji aliyê meve, çêkirina cadeyan ku ji ber sedema êrîşên DAÎŞ ê bo ser deverê xirabibûn û taybet kopriyên nêva cadeyê ku xirabûbûn, me wek meclis û şaredarî ku şaxa girêdayî meye çêkirine. ji aliyê din jî ve xizmetên wek av û kehrebe jî tê kirin, li gor ku drfet kêmin jî lê têkirin li gorî qoweta xwe. * riya li navbera Rojavayê Kurdistanê û Şingal de, Stratîjiya wê * malên ku vedigerin ji aliyê Me- çiqas giringe ji bo gelê deverê? clisê ve çawa pêşwazî li wan tê ki- - Ji bo riya li navbera Rojava û Şingal rin? de nêzî 15 Şehîda li vê riyê gehan - vegera milet berdewame û ro- şehadetê, hitanî ku hat vekirin rê jane milet vedigere ser mal û milkê xaleke gelek başbû taybett ji bo mixwe, li Bajarê Xanesorê bi taybetî li letê Şingal ji bo haletên Mirovî, belkî navbera meha burî, nêzîkî pazdeh rojane bi dehan malbat ji Şingal berê
HEJMAR 14
2019/12/15
SAL 3
KOVAR DICLE
xwe didan Rojavayê Kurdistanê ji ber ku ji aliyê derman û Diktoran ve alîkarê ji nesaxan re di hat kirin, û bi pereyekî kêm him derman û çareseriyên nexweşan de dihat standinû, û yekî ku bi xwestiba cih û genim yanjî her tiştekî bi xwesta di karî li vê rêyê re derbasî Şingalê bike. * ji aliyê kê ev rê hatiye girtin û çi hewildan ji bo wê hatine kirin? - Ev rê ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve hat girtin bi mixabinîve, û hita îro hikûmeta Îraqê û aliyên Siyasî û perlemantoya Îraqê, Êzidiya nabînin wek hemwelatiyê xwe û ewjî li erdê Îraqê de dijîn, bi mixabinîve ji beriya Fermanê û pişrtî rûdanên DAÎŞ ku bi xwîna Şehîda hat vekirin û rizgar kirin, lê mixabin Hikûmeta Îrqê dest danî ser, belkî nêzî 160 Kîlo Metirî ev rê hatibû vekirin, ewqas sinûr ji bazirganiya wan re vekirîbî lê mixabin ev 4 metir bi tinê ji miletê Şingalê re vekirîbû lê ewjî hat girtin, hewildanên ku me kirîn ne tinê yek carî û dû carî belkî bi dehan me wek Meclis hewildan kirin, lê em dibînin her tiştê ku girêdayî Êzidiya ji aliyê Hikûmeta Îraqê bûye wek edetekî ku tiştek ji Êzidiyan re nakin.hitanî ku ev rê vekirîbû Dayîk û xwîşkên me yên ku ji destê kafira ji destê DAÎŞ tên rizgarkirin ew jî bi alîkariya Hêzên Sûrya Demûkratîk(HSD) kû bi xwîna Şehîda bû, û dema ku di gihan ser Sinûr pirsgirêk ji aliyê Hikûmeta Îraqê derdiketin hita kû bi tinê em Êxsîrên xwe ji wiyalî satir derbasî viyalî satir bikin û bi dehan caran jî rê ne di hate vekirin jî, lê bi tinê bi şêweyekî ku qalçaxî em êxsîrên ku rizgar bûyin derbaskin bi wî şêweyî serderî bi mere dikirin.
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/12/15
HEJMAR 14
78
hevdîtin
Diclepress13@gmail.com
Alîkariyên Mirovî, dema ku me got Sazî û Dezgehên Mirovî yên ku li deverê hazir pitiriya wan girêdayî partiyan û hizbanin, û girêdayî Siyaset û cihatên dinin bi navê Mirovî nav li xwe kirine * perwerde aliyê herdû wezaretan çi pisgirêk hene? - Ji aliyê dibistanan û sîstemê perwerdê, îro bi mixabinîve rêveberên dibistanan yên beriya Fermanê hemû jî li milê Başûrê Kurdistanê bi şêweyekî asê mane li wir, ji ber ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê rê nedayne ku bi şêwekî rehet û aram vegerine ser cih û warên xwe, rêgirî ne tinê li wan hita ew malbatên me yên ku vedigerin nahêlin cil û alavên xwe bi xwere bînin, yanî tinê yekî ku karibê amlbata xwe bi tiûmbêlekê bînê. ji aliyê mamostayan ve bi awayekî belkî ne bi awayekî rastewxo lê ew destûrê nadin ku bên dibistanên xwe, û mamostayên ku bi ser wezareta perwerda Îraqê û ewjî rê nadin ku em li deverê Di-
bistanan vekin ji ber ku di bîjin ew rêvberê berî niha ku li ser perwerdê di sekinî ewî hazir bê hita ku em karibin derê Dibistanan vekin. pitiriya şagirtên ku diçin dibistanê asta wan tinê li Sinûnê heye, û nêzîka 300 şagirtî ji Xanesorê diçûn Sinûnê ji aliyê Xizmetgozariyê ve dû pas hatin kirîn, û ya din jî ji Kobanê ji bo şagirên Şingalê hatibûn şandin, lê ev çende jî ne çareseriye me bi qasî
imkanên li destê xwede alîkarî kir, lê mixabin ne Hikûmeta Îraqê û ne jî tu aliyên berpirs vê çendê nabînin, û bi rastî em wek Meclis gelek astengiyê dibînin ji bo ku şagirt Dibistana xwe bi dawî bînin. * Sazî û Dezgehên Mirovî çi alîkariyê li deverê dikin? - Alîkariyên Mirovî, dema ku me got Sazî û Dezgehên Mirovî yên ku li de-
Diclepress13@gmail.com
verê hazir pitiriya wan girêdayî partiyan û hizbanin, û girêdayî Siyaset û cihatên dinin bi navê Mirovî nav li xwe kirine lê bi mixabinîve tinê fikir û berjewendiyên siyasetêne tiştê ku jêre tê gotin tinê ew pêktê yanî ne li gor rewşa milet kardikin.ji ber rewşa Îraqê bi giştî û taybet Şingalê valatiyên ku heyîn pirin, berpirsê vê valatiyê helbet wê Hikûmeta Îraqê berpirs bê eger Şingal dîtiban wek
hevdîtin
79
parêzgehekê ji Îraqê û xelkê dîtiba hemwelatiyê xwe wê îro ev valatî vala nemana, ne tinê li Şingalê lê li parêzgehên dinjî valatî pirin. * egerê venegeryana xelkê bo aliyê Bakûrê Şingalê, tevî ku hatiyê rizgar kirin çiye? - Egerê venegeryana milet bo nav Şingalê yekem piştî rûdanên DAÎŞ ê baweriya milet şkest, li wî demîde
HEJMAR 14
2019/12/15
SAL 3
KOVAR DICLE
PDK li Şingalê bûn lê bi mixabinîve li kêliya Se’etekê de Şingal vala hiştin, li aliyê Hikûmeta Îraqê de wanjî heman tişt kirin Şingal bi tinê hêlan, dîsan eger îro emnahî û baweriyek heye û miletê ku vedigerin jî hemûjî bi xêra xwedê û xwîna Şehîdaye, eger îro firokeyên Tirkî li erdê Îraqê bidejî yê ku li ber vê çendê nerazî û li berxwebidejî ewê baweriyê dide miletê Êzidî ku li ber xwe bisekinin
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/12/15
HEJMAR 14
80
hevdîtin
Diclepress13@gmail.com
Egerê venegeryana milet bo nav Şingalê yekem piştî rûdanên DAÎŞ ê baweriya milet şkest, li wî demîde PDK li Şingalê bûn lê bi mixabinîve li kêliya Se’etekê de Şingal vala hiştin, li aliyê Hikûmeta Îraqê de wan jî heman tişt kirin
Firokeyên Tirkiya erdê Şingalê cida cida bombebaran kirine, em di bînin eger Hikûmeta Îraqê parastina Şingalê û erdê xwe kiriba wê Tirkiya erdê Îraqê bombebaran ne kiriba, çima nikare biçe li Bexda yanjî Mûsilê bide, lê Şingal îro bê xwedane û mixabin Hikûmeta Îraqê nivistiye û haya wê ji tiştekî nîne, îro ne tinê Şingal rewşa Îraqê bi giştî xirabe, û hitanî niha tu daxwiyanî Hikûmeta Îraqê li dijî bombebaranê derneketine hlê, û em dibînin ev egerekê mezine ji bo venegerana xelkê bo cih û warên xwe, bi rastî gihiştiye wê astê ku em xwe ne ji Îraqê hesêb bikin, ji ber eger em girêdayî Îraqê û erdûhemwelatiyê wê ban hita niha me ti daxwiyanî û nerazîbûn ji aliyê ne perlemantoya Îraqê û nejî Siyasetmedarên wê ve nedîtine, tinê wek çîrokekê tê û diçe û bi mixabinî ve yek pirsa vî tiştîjî nake.
hinekş li vî alîde metirsî li ser Şingalê heye, ya dinjî dinjî welatiyên ku di wezîfekêde wek Diktûr û gelek tiştên din ji aliyê Hikûmeta Kurdistaanê ve rêgirî lê tê girtin.miletê sivîl ne ku wezîfedarê Dewletê dema ku li Fermanê çi ji tirsa û çi ji neçarî terka erdê xwe da û çû bi rengekî ku xwe avîte bextê Kurdistanê, piştî ku erdê wî hatiye rizgarkirin ji destê çetayan di xwazê vegerê ser cih û warê xwe lê ji aliyê Kurdistanê ve rêgirî lê tê girtin, û ji aliyê Îraqê ve ti xizmet nayên kirin ku vegerin ser cih û warmn xwe, bi qasî imkaniyê li Destê mede heyin wek Rêveberiya Şingalê em alîkarî dikin lê têrê nake, eger ev peywendî û têkiliyê Îraqê bin bi Şingalê re wê milet nikaribê vegerê ser cih û warên xwe.çend caran
* Rewşa venegerana xelkî û men li kempa wê çi qasî din bi domê? - Rojane em di têkiliyadene bi malbatên xwe yên bi Kampan re, netinê Şingal lê derdora çiyayên Zaxo ji aliyê FirokeyênTirkîya ve tê bombebaran kirin, û Hikûmeta Kurdistanê jî serê xwe li van pisgirêkan na îşînê û tinê bi kirîn û firotina neft û bi Siyaseta xwe de ketiye û yekî jî hajî miletê Êzidî nîne, heke li virjî bê xwedanin û li Kurdistan jî neçarin li wir bimînin, û li vir jî eger ne ji bombebaranên firokeyên Tirk ba wê milet vegeryaba ser cih û warên xwe û wek berê dest bi jiyaneke nû kiriban.ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve ti hewildan nînin ku mielt vegerê ser cih û warên xwe, em wek Rêveberiya Şingal xwestibû Mirûran bişînin Şingal, belkî bi de
han artêşa Îraqê gotin kê destûrdaye ku ev bên karbikin, em dibînin eger em bi xwazin xizmetekê ji Şingalê re bikin ji aliyê Hikûmeta Îraqê û Kurdistanê ve tê qedexekiri, ne xizmetekê ji Şingalê re dikin û ne jî dihêlin ku Rêveberiya li Şingalê de heyî bi rhetî bi şiklekî destûrdayî karê xwe li virde bid emeşandin. * Sîstemê Rêveberiya li Şingal de ku heyî ji alîyê kê ve hatiye hilbi-
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/12/15
HEJMAR 14
Bi biryara gel ev Rêveberî hatiye avakirin, cidahiya di navbera hilbijartinên me û yên Dewletê heye * gotina dawî ji bo civaka Êzidî û rewşa heyî? - Daxwaza me ji her cihekî ku îro xwe bibînê berpirsiyar li rewşa Êzidiya li çareseriyê bigerin, ne tinê malbatek û didûne belkî bi hezaran îro penaberbûyîne li çola dimînin û bi sedhezaran Êzidî belav bûyîne û beşek jî çûyine xorbetê û beşê din jî li Herêma Kurdistanê di jî li bin xîveta li Zivistanê debara wan
82
hevdîtin
Diclepress13@gmail.com
nabê ji cemeda û havînê ji germa, û daxwaza me ji xêrxwaz û berpirs ku karibin bi zûtirîn dem çareseriya Êzidiyan bikin, Êzidî îro di belav û penaberin û mihtacî wasn kesane ku karibin carek din destê Êzidiyan bigihînin yek, û karibin dîsa vegerînin ser cih û warên wan û jiyanek nû destpîbikin, û ya din jî em parçek ji Erdê Îraqê û hemwelatiyê wê ne em dijîn li vî erdîde daxwaza me ji wan jî ke ku ne tinê bi nav em hemwelatiyê Îraqê bin û li erdê Îraqê de jiyan bikin belkû em dixwazin ji her mafekî Mirovan ve mafê me bê dayin, tiştê bandora xwe li ser Şingalê heyî ew jî ji ber çend egerên Siyasî ne, lê em dibîjin îro ê ku tinê li Şingalê de xwe bi rêvedibin û xwe kirîne wî cihê xizmetê de ku karibin xizmetê ji vî miletî re bikin ew jî yek bi yek hemû jî zarokên Êzidiyane û zarokên Şingalin, û xwesteka me ji her cihekî
ku bêtir liu ser rewşa vanên li Kurdistanê li Kampa dimînin vegêrine ser cih û warên wan, û em dibînin mala ne ya mirov bê nabe mala mirov sedsalî jî li ku derê bimînin mala wan û erdê wan her Şingale û xwesteka me jî ew jî vegerine ser cih û warên xwe û em karibin carek din destê xwe bikin destê yekde û em jiyaneke ji nû destpê bikin, û van destên Siyasî û partiyan cark din ji nav xwe derêxin û destê biratiyê bikine yekde û em di bîjin serkeftin ya meye û em carek din Şehîdên xwe bi bîr tînin û em spasiya her aliyekî dikin ku li van salên derbasbûyîde destê alîkariyê daye miletê Êzidî taybet li Şingalê û karibê li ser cihê bav û kalên xwe vegerê, û fikir û kar û xebatên ku bav û bapîrên me ku dayin ber xwe û hita astekî birîn e mdi xwazin emjî ser temam bikin û em jiyaneke ji nû destpîbikin.