kovara dicle beşa kurdî latîni hejmara 13.pdf

Page 1

Sal 3

2019/5/30

Hejmar 13

Diclepress13@gmail.com

ABDULLA OCELLAN:

Zilam weke nûnerê dewletê yê di nav malbatê daye ÇÎROKEK JI FERMANÊ(PÊ LI HESTIYÊ ZAROKÊ MIN NEKIN) WEKE KANEKE WÊJEYÎ YA BÊ BINÎ ŞÊX FEXRÊ ADIYA SEMBOLIN OLA ÊZDAYETIYÊ(MARÊ REŞ SEMBOLA CIHANA BIN ERDÊ YE)


Ş: SIFYAN CASIM(GENCO SÎBA ŞEXXIDIR)


Dıcle

Lêkolîn, Belge û Lêgerîn Jimar: 13

Gulan : 2019

Berpirsyarê Giştî: Aram Kerîm Baban Director: Samî Emer Qasim Xwediyê Kovarê: Alî Hisîn Hecî

di vê hijmarê de Ji BO ŞENGALÊ SÎSTiMA NA MERKEZÎ PÊWÎSTE PIRSGIRÊKÊN MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK ÊN JI NÛ VE AVABÛNÊ ÇÎROKEK JI FERMANÊ(PÊ LI HESTIYÊ ZAROKÊ MIN NEKIN) RAH Û DAMARÊN ATÛNÎ Û ZERDEŞTIYÊ DI KÛRANIYA DÎROKÊ DA FRÎDA KAHLO, JINA BALHILGIRA ÊŞ Û ELEMAN SEMBOLIN OLA ÊZDAYETIYÊ(MARÊ REŞ SEMBOLA CIHANA BIN ERDÊ YE) HEWILDANÊN ZELALKIRINA MIJARA NAV, HERÊM Û DÎROKA ÊZÎDAHIYÊ DI BÎRANÎNÊN HEVALTIYA TEMBÛRÊ; MIHEMED ŞÊXO ŞEKIRÊ ZÊDE TAQETA MIROV LI HEMBERÎ GERM Û SERMA KÊM DIKE BI DÎROKEKE ŞAŞ RAST NAYÊ JiYÎN BERIYA KU PEYV MANEYA XWE WENDA BIKE KOÇBEREK ÊZIDÎ: REWŞA KOÇBERÊN LI KAMPAN XIRAB E WEKE KANEKE WÊJEYÎ YA BÊ BINÎ ŞÊX FEXRÊ ADI-YA Ji serkeftinê heya xiyanetê; Serhildana Koçgirî Bi hêvi û baweriya azadiyê berê xwe da çeperên tolhildanê Ji serkeftinê heya xiyanetê; Serhildana Koçgirî Bi hêvi û baweriya azadiyê berê xwe da çeperên tolhildanê Di ola êzidiya de pîroziya Rojê ZIMANÊ TEHLÎL Û ŞÎROVEYÊ DÎROKÊ

4 5 16 20 23 28 37 42 48 50 54 58 60 62 70 62 70 73 78

Desteya Weşanê - Hisîn Hecî Nefso - Xemê Berdkat Xwedêda - Şêrzad Şemo Qasim - Hemed Beşar Xelef - Îbrahîm Emo Kiçî - Berekat Îbrahîm Hisîn Sepandin û Derhênerî: Deriya Rûnahî Navîşan: Şengal -SincarTel: 07504197663 07507782806 07507174358 E. mail:

Diclepress13@gmail.com


JI EDÎTOR

JI BO ŞENGALÊ SÎSTIMA NA MERKEZÎ PÊWÎSTE

Xwendevan ên hêja:

Em bi hejmarek nû re bi were ne...

Piştî fermanê me careke din li ser xaka xwe bi girseyî Çarçema Sor pîroz kir. Bi hêviya ku Çarçema Sor a sala nû, bihar û nûbûna jiyanê di jiyana me de bibe destpêkekî nû. Weke civakekî êş kişandî, bi kelecana cejnê ji bo ji nûveavakirina jiyana xwe û xwedîderketina li nirxên bawerî, çand û pêşeroja xwe derketin, ji bo civaka Êzidî gelek nirxdare. Li dijî her hewldanên dijmin ên ku dixwazin Êzidiyan tine bikin, bi yekîtî û hevgirtina li derdora fikra azad bibin yek û bêne gel hev, tê wateya bi israr berxwedan û jiyanê. Hîn zêdetir xwedî li derketina li destkeftiyên piştî fermanê hatine bi destxistin, divê di nava hewldana standina statûyê de bîn. Ji bo hilbijartina Meclîsên Parêzgehan a ku wê di dema pêş de were kirin, ji bo hîn encamek baş were girtin, divê ji hina de xebatên aktîf werin destpê kirin. Ji bo civaka Êzidî di her firsetê de, xebatên siyasî û dîpmatîk meşandin şertin. Ji bo Şengalê sîstima na merkezî bingeh were girtin û statûyek yasayî ji bo civaka Êzidiyan were bidest xistin, ji bo pêşerojê gelek girînge. Ji

ber ku ji evqas komkujî û fermanan ders derxistin û ji bo pêşeroja xwe bi xwe biryardayîn mafekî xwezayî ye. Ji bo ku ev maf were bidestxistin, li her qadê pêwîste têkoşîn were kirin. Heta ku pirsgirêkên herêmê neyên çareserkirin, ji bo civaka Êzidî timî xeterî hene. Li dijî xetereyan pêwîste hişyar, bi rêxistinkirî û di nava têkoşînê de bin. Gengedanên herêmê Êzidiyan jî bandor dike. Pêşveçûnên li SûriyeRojeva, nakokiyên di navbera Îran û DYA’yê de, pirsgirêkên di navbera Rêveberiya Herêma Kurdan û Iraqê de hene civaka Êzidî ji nêz de eleqedar dike. Bi taybet siyaseta dewleta Tirk a êrîşkar li herêmê ji bo civaka Êzidî hîn zêdetir xeteriyê çêdike. Dewleta Tirk a ku di her fisetê de gefan li Şengalê dixwe, çavkaniya xwe ji binketina DAIŞ’ê digire. Binketina DAIŞ’ê vala derketina polîtîkaya dewleta Tirkiyeyê ye. Ji ber vê çendê bi êrîşkirinê dixwaze bi bandor bibe. Dijmintiya dewleta Tirk a li hemberî Êzidiyan xwe dispêre bîrdozî, siyasî û cudahiya olî. Zihniyeta DAIŞ’ê Êzidiyan çawa dibîne, ya dewleta Tirk jî dişibe wê. Civaka Êzidî di rewşa van rastiyan de ye, li hemberî pêşkeftinên çêdib-

in berjewendiyên xwe biparêzin û destkefiyên xwe biparêze û hêza xwe ya cewherî bi hêz bike de ye. Divê tebîrên xwe yên aborî bigrin. Xwe ji girêdan û hewcedariyan rizgar bike. Li ser bingehê gelek di nava şertên şer de çawa pêdiviyên xwe pêşwazî dikin de tevger bike. Ji ber ku Rojhilata Navîn heremêkî şere û her tim ev xeterî heye. Niha li Sûriyeyê hîn şer bi dawî nebûyî, Îran û DYA ber bi şerek nû ve diçe. berî her tiştî hîn xeteriya DAIŞ’ê bi dawî nebûye. Ango Êzidî di şertên rehet de jiyan nakin. Divê di her alî de tedbîrên xwe pêş bixin û li gorî şertên şer tevger bikin. Bi teqez divê em pirsgirêkên xwe yên jiyanî çareser bikin. Di nav wan pirsgirêkan hemûyan de, ji bo me tişta herî girîng mijara yekîtî û hevgirtinê ye. Di aliyê siyasî de, ji bo pêşeroja me yekîtiya civakî şerte. Divê em ji bîr nekin qedera hemû Êzidiyan girêdayî yekîtiyê ye. Ji bo li dijî her cureyên êrîşan rawestin, divê em hêzê bidin hevdu, yekîtî mîna av û nan girînge. Bêyî ku li ti astengiyan rawestin, dikarin pêşeroja xwe biafirînin. Bi van hestan gelê xwe silav dikin. Dubare bi hêviya hevdîtina hejmarek nû û rojên azad...


Diclepress13@gmail.com

FIKRÎ

5

HEJMAR 13

2019/5/30

SAL 3

KOVAR DICLE

PIRSGIRÊKÊN MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK ÊN JI NÛ VE AVABÛNÊ

ABDULLA OCELLAN

LÎBERALÎZM, BÎRDOZIYA SERWER YA SÎSTEMÊ YE

A- Pirsgirêka Şaristanî, Modernîte û Qeyranê

Sîstemên şaristaniyê, li gorî pêdivi-

ya pêkhateyên xwe, wesfa aloziyê di xwe de werdigirin. Alozî, ne rewşên wisa ne ku di encama Pêker/faktorên hundirîn û derveyîn, bi dirêjiya dem(zeman) û cî(mekan) yekcarna pêkhatibin. Sîstem bi xwe bi berdewamî alozî(qeyrana bi awayê pirole) hildiberîne. Mantiqê aloziyê gelek basît e: Li ser nirxên-zêdemayî û nirxên civakî, yên desteserkirî, çînên desthilatî û dewlet weke hîn fermîtir têne damezrandin. Van çînan, ku di nava singê civakê de têne damezrandin, li gorî pêdiviya pêkhateyên xwe yên çekdar ên rêxistî, bi berdewamî di nava meyla mezinbûnê de ne. Dema ku beşên kedkar ên civakê bi zorê debara xwe dikin û

ji ber nexweşî û şerên cûrbecûr zû dimirin, şêniya wan bi rêjeya çînên dewletê re kêm dibe. Lê, şêniya emrazên dewlet û her cûre desthilatiyan, ji ber xwe baştir xwedî dikin, diparêzin û pir hildiberin(wesfa xanedanî ya yekemîn desthilatî û dewletan aligirê malbatên mezin bû û ku şêniya wan pir bûna, [ji ber ku] polîtîkaya hêzê vêya pêwîst dike), bêhtir zêde dibe. Vê rewşa bêdengetiya berhemberî, ku sîstematîk e, tê wateya ku alozî ye. Çînên dewletê, ku zêdetir pir bûne û bihêz bûne, herku li ser civakê nirxan xesp dikin, nedombanya sîstemê dikeve dewrê. Ev e ew e ew rewşa ku jê re tê gotin heyamên aloziyê. Ji bo derketina ji aloziyê, du rê pêwîst in: A yekemîn; hêza ku di encama şerên sorbûyî yên serwerî de hevrik(hember)ên xwe tune bike,

weke serwerê/a nû derdikeve holê. Hêza serwer, ji ber hevrikên xwe yên ku berê xwedî par bûne diperçiqîne, dest datîne ser parên wan weke xwezayî û heya hevrikên nû derkevin holê, wer tê hesibandin ku aloziyê ji bo demeke diyar, weke rêjeyî, derbas kiriye. Ya duyemîn û bi piranî bi ya yekemîn re di nava hev de, hilberîna bêhtir berdar û rêbazên bazirganî û sanayî dixe dewrê û bi vî rengî zêdebûnên hilberînê pêk tîne. Sîstema serwerî, ku zêdebûnên hilberînê pêk anîbe, tê wateya ku heyam(serdem)a geşdariyê weke dijrabera aloziyê, bidest xistiye. Alozî di şaristaniyên çaxa yekemîn de bêhtir bi navberên dirêj û demdirêj in. Aloziyên ku bi navberên ji hezar sal heya du sed salan ajotine, pirî caran hatine jiyîn. Her heyama aloziya mezin, bi gelemperî, bi


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/5/30

HEJMAR 13

Tespîteke hevbeş a zanistan e ku bi bajarên bi hejmara zêde, ku ne herêmek, lê tew welatek jî wê nikaribe wan ragire

6

FIKRÎ

Diclepress13@gmail.com

guherana xanedanî û navendê bi dawî bûye. Mirov dikare van pêvajoyan ji şaristaniyên Sumer û Misir û vir ve bi rengekî belave bişopîne. Aloziyên Çaxa Navîn jî digel ku dirûv in, demajoyên wan bêhtir kurt bûne. Weke nîvekî, bi awayê demajoyên sed, heta sed û pêncî salî bi belaveyî hatine jiyîn. Digel ku li ser vê rêveçûna gelemperî pêk tên, aliyên xweserî yên aloziyên sîstema kapîtalîst hene. Diravîtî(pereyîtî) û yekdestiyên bazirganî di sîstemê de, destpêkê rola pêşeng dilîzin. Têkiliyên wan bi

hilberînê re sînordar in. Li beramberî vê, pere di aboriyê de bi belaveyî tê bikaranîn û ji ber pêşkêtina metabûna bazirganî û wergirtina wê ya taybetmendiyeke zal(hakîm), pir zêde dibe. Yekdestiya pere û bazirganî, bi pêvajoyê(demê) re, di deste hindik hêzan de kom dibin. Di vê rewşê de, hêza kirîna civakê ji ber [sedema] bêperetiyê dikeve. Ji ber ku hilberîna zêde ku derdikeve holê, nayê mijandin û dimîne, aloziyên berhema zêde, weke yekemîn awayê aloziyê, têne jiyîn. Li aliyekî, hilberîn(berhem)a zêde, ji ber ku nikare were firotin, tê rûxandin; li aliyê din, kedkar, ku ji ber bêperetiyê hêza wana kirînê dadikeve, ji ber hejerî û birçîtiyê qira wan tê. Di demeke kurt de berevajiyê wê jî tê jiyîn. Hilberîna ku pere nake, bi têra xwe dadikeve. Girêdana pereyê di dest de bi hilberînê re qut dibe. Li holê pir pere, lê hindik hilberîn heye. Bûhatiya jiyanê(enflasyon), ku zêde dibe, rewşeke nû ya alozî ye. Rêya ku tê dîtin(dozîn) ji bo derketina ji herdu aloziyan, ew e ku li gel şerên serwerî, ku rêya kevneşopî ye, lêçûnên dewletê werin zêdekirin û bi vî rengî hewl were dayîn ku beşeke diyar a mizedar(biucret) were afirandin û hilberîna zêde û kêm were qerebû/ telafîkirin. Aloziyên bi vî rengî di di çaxa serwerî ya çarsed salî ya kapîtalîzmê de bi belaveyî û di nava hev de hatine jiyîn. Lê, [niha] demajoyên wan hinekî din kurt bûne û daketine heya her pêncî û sed salî. Şerên serwerî, bi qasî ku nikaribe bi ti heyamên şaristaniyê re bêne berawirkirin, kûr û demdirêj bûne. Her wisa yekdestiyên ku tevlî şer bûne, di wergiriya -asta- netewî û navnetewî de bûne. Lewre yekem car bi şerên di asta cîhanê re nasdarî çêbûye.


Diclepress13@gmail.com

Şerên navçeyî û herêmî ti caran kêm nebûne. Ya wehîmtir ew bûye ku civak, herku çûye ji alî dewlet-netew ve bi tevahî hatiye mîlîtarîstkirin û hatiye xistin nava cûreyek rewşa şer. Bêhtir rasteqîn e ku mirov ji civakên roja me ya îro re bêje ‘rewşa şer’. Rewşa şer ku tê ferzkirin, ji du kanal(cok)an ve tê meşandin: A yekemîn, ku kanal(cok)a rêya rasteqîn e, ew e ku emrazên desthilatî û dewletê tevahiya çavikên civakê weke şebeke/torek radipêçin û wê dixin bin raçavî, venêran/kontrolû çewsanê. Ya duyemîn ew e ku bi kanalên teknolojiya înformatîk ku di nava pêncî salên dawî de bi şoreşeke wesfiyane pêş ketin, civaka hêmayî(xeyalî) hatiye xistin şûna civaka rastîn. Mirov dikare ji herdu awayên şer re jî bêje qiracivakê. Tevlî nijadkujiyên berê ku bi rengekî bêhtir sînordar dihatin sepandin, van qirên civakê, bi awayên xwe yên kûrtir û berdewamîtir, dawiya xwezaya civakî amade dikin. Belkî, weke afirîşên ku didirûvin cûreya mirov, hebûna xwe bidomînin: Lê weke girseya kerî û weke girseya faşîzmê. Bilanço(yekûn) ya qiracivakê, weke girantir ji nijadkujiyan, xwe di wendakirina wesfa exlaqî û polîtîk a tevahiya civakê de dide xuyakirin. Girseyên mirovan, ku tew di felaketên herî giran ên civakî û ekolojîk de jî xwe berpirsyar nabînin, vê rastiyê îspat dikin. Nikare bê înkarkirin ku rewşeke wêdetir ji alozî û qeyranê tê jiyîn. Kurtekirina, her çend dubare be jî, ka em çawa hatine vê rewşê, dibe ku bikêrhatî be di hêla bidestxistina yekparetiyê de. a- Dîrok, ji damezrînên yekemîn xerarşiyên desthilatî û serweriyên dewletan heya roja me ya îro, di wateyek de mezinbûna kumulatîv(xwe

FIKRÎ

mezinkirina weke giloka berfê ya ku herku were gêrkirin) a desthilatiyê ye. Demajoyên hem cî(mekan) û hem dem(zeman) tijî ne bi şerên desthilatî, ku cewhera dîroka şaristaniyê ne. Hemûyên wan, ji şerên navçeyî heya şerên cîhanî, ji şerên qebîleyî heya şerên netewî û ji şerên çînî heya şerên olî, bi pirkirina deshilatî û mezinbûna wê ya kumulatîv(lodane) ve bidawî bûne. Pirkirina desthilatî, tê wateya pêşketina çînî ya li ser nirxên civakî ku weke lamij(parazît) dijî. Rêveberî, ku destpêkê xerarşiyeke sînordar pêkdianî û carna jî bi ezmûn û pisporiyên xwe tevkarî li civakê dikir, dema ku veguherî bo awayê dewletê, bû qatqatî(qest). Komên qatqatî tevlî wesfên xwe yên xanedanî ve, bi rêya xwe rêxistinkirina bi awayê çînên imtiyazkar, bi qasî ku xwedayîtiyê îdea bikin, îmtiyaz wergirtin. Çaxên destpêkê tijî ne bi qralên-xweda û împaratorên ku nîşan didin ku desthilatî xwe bi îdeayên bi vî rengî biberdewamî mezin kiriye û xwe homandiye(pîroz kiriye). Çînên desthilatî û dewletê, ku xwe weke sêmendiya keşîşt +rêveber +fermandar(komûtan) birêxistin kirin, bi van awayên xwe ve dîsa jî zumreyeke sînordar bûn. Rêjeyeke pir hindik a şêniya civakî pêk dianîn. Lê, em ji nimûneyên bêhejmar dizanin ku, weke destpêka lamij/parazîtbûne, bûn awayê barekî giran li ser pişta civakê. Pîramîd, perestgeh û arena(meydan) wesfa vî barî gelek baş rave dikin. Zêdebûna desthilatî di çaxên navîn de ji lezaniya xwe ti tiştek wenda nekir. Dîrok dagirtî(tijî) ye bi şerên desthilatî ku, bi rêya belavbûna li ciyên hin firahtir, zêde bûne. Di vê de berhemdariya civakê jî, ku zêde dibe, dibe sedem. Tebeqe anku

7

HEJMAR 13

2019/5/30

SAL 3

KOVAR DICLE

Ji hev cûdakirina aloziyên bazirganî, sanayî û malî yên di derbarê yekdestiyên kapîtalîst de, şêwazeke tehlîlê ye ku serî lê tê dayîn çîneke fireh a arîstokrasiyan li xanedaniyên qraltî hate zêdekirin. Tevî vê yekê, ne gengaz e ku mirov hîn qala qansêrbûna çîna rêveber bike. Karesat/felaket destpê kir dema ku çîna navîn ku bi rêya hilweşandin û veguherandina pêkhateyên qraltî û arîstokratî, destpê kir bibe rêveberî, bû awayê çîna desthilatî ya burjuwazî û burokrasî. Bê gûman mirov dikare rêveberiyên beriya wê jî weke karesat(felaket) binav bike. Lê vana, ne di wê rewşê de bûn ku civakê bi tevahî daqurtînin. Şûngeha wan a çendîtî(quantîtê) û çawanîtî(qualîtê) guncav nebûn ji bo vê yekê. Desthilatbûna burakrasî û beşeke girîng a burjuwaya navîn, tevlî beşên jorîn ên yekdestîperest ên burjuwa, û bûyîna wan a çînên dewletê, tê wateya bicîkirina bi hezaran û bi deh hezaran hêzên nû yên xanedanî li şûna çend hêzên kevn ên xanedanî û qraltî. Her wisa tê wateya ku bi hezaran qral dikevin şûna yek qral. Yekbûna kesayetiya serwer a zilam, ku di civaka zayendperest de pêşket, û van hêzên nû yên qraltî tên wateya fethkirin û mêtingehkirina xwezaya civakî bi tevahî ji alî hêzên nû yên desthilatî ve. Hemû beşên civaka ex


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/5/30

HEJMAR 13

Bi mêtina aborî û dewlet-netew re, yekparebûna yekdestiyên serwerî yên bîrdozî û emrazên desthilatî derdibire, desthilatî bû her tişt. Lê, civak bû ti tîşt laqî û polîtîk di serî de jin, di şûngeha qurbanên vê mêtingeriya hundirîn de ne. Bi mêtina aborî û dewlet-netew re, yekparebûna yekdestiyên serwerî yên bîrdozî û emrazên desthilatî derdibire, desthilatî bû her tişt. Lê, civak bû ti tîşt. Ev e cewhera wê bûyera ku em jê re dibêjin ‘qeyrana desthilatiyê’. Sîstema kapîtalîst hêza zayander a vê qeyranê ye. Şebekeya kapîtalîst, bi çîna xwe ya navîn a hûtbûyî û bi yekdestiyên xwe yên sermaye, ku sînor nas nakin di mezinbûna li ser aboriyê de, ancax bi şêwegirtina desthilatî weke dewlet-netew, dikare hebûna xwe bidomîne. Ev e her wisa ew bûyera ku jê re tê gotin ‘xitimana sîstamê’. b- Civaka exlaqî û polîtîk, ku awayê asayî(normal) yê xwezaya civakî ye, rûbirû ye bi mayîna bêpar ji wesfên xwe yên bingehîn di çaxa me de, bi qasî ku nikaribe bi ti serdemên dîreokê re were berawirkirin. Civaka exlaqî û polîtîk, ku dewlet di hemû çaxên yekemîn û navîn de li hem-

8

FIKRÎ

Diclepress13@gmail.com

berî wê pêşket, li gel modernîteya kapîtalîst, neçar maye ku ciyê xwe bihêle(biterikîne) ji rêveberî(îdare) ya dewletê û xalên huqûqa pozîtîf re, ku bi rengekî bêsînor pir bûne. Wesfên civakê yên exlaqî û polîtîk di modernîteyê de ciyê xwe hêştine ji girseya kerîbûyî re û ji endamên hemwelatî yên kurmorîbûyî re, ku ti wate dernabirin. Hemwelatî ya/ yê qaşo ‘nûjen’(modern) ku di xwe de ti endîşeyeke exlaqî û polîtîk naguhêze, heyama xwe ya herî lewaz a bûyîna takekes, beravajiyê tê gotin, dinimîne. Girêdana wê/wî bi civakê re sînordar e [tenê] bi pîreka wî re, ku li ser wê rayeya împaratoriyê disepîne. Hebûneke bêkesayet e ku heliyaye di nava otorîteya desthilatî û dewletê de, bi qasî ku bi heyn/ dema Fîrewn re neyê berawirkirin. Ev hemwelatî, bi serweriyên fizîkî û bîrdozî û bi sepanên vana yên înformatîk û teknîk, ne tenê radestî pergala yekdestîperest bûye, lê hîn rastir, bûye endamekî faşîst ê dilxwaz, bi awayekî bê qeyd û merc, ê vê pergalê. Ev e ew bûyera ku ez jê re dibêjim ‘qeyrana kesayetiyê’. Xwezaya civakî nikare ji van kesayatiyan pêk were. Ji ber ku tevna wê ya bingehîn di wesfa exlaqî û polîtîk de ye. Lê, hûn bi find(mûm)ê jî bigerin, hûn nikarin van wesfan di vê kesayetiyê de bibînin(bidozin). Dewlet, bi van kesayetiyan ve dikarin bimeşin. Lê, ti civak nikare bi vê kesayetiyê ve were berdewamkirim. Hîn rastir, ev kesayetî tê wateya înkarbûyîna civakê. Li gorî ku wê dewlet nikaribe bêcivak be, careke din em bi wê rewşê rûbirû ne, ku dewlet û civak di nava hev de qeyranekê dijîn. Rewşa kesayetê bêkesayetî, ku xweperestî(ezezî)ya kapîtalîst gihîştiyê, ne tiştekî dîtir e,

ji bili sîketin(projeksiyona)a qeyrana ku hem civak û hem dewlet ew dijîn. Eşkere ye ku, heya civak û takekes neyên xistin nava vê rewşê, nikare gengaz bibe rêveberiya ne sermaye û ne jî yekdestiyên desthilatî û dewlet-netew ku form(şêwe) a yekbûyî ya dewletê ye. Qeyrana civakî tê wateya rewşeke wêdetirî qeyrana pêkhateyî. Dikare ya nû li şûna pêkhateyekê were avakirin. Lê, wendabûyîna wesfên bingehîn ên bûyîna civakê, ne rewşeke wisa ye ku bi ji nû ve avabûnê, bi hêsanî were derbaskirin. Lê, pêwîst dike ku civaka exlaqî û polîtîk ji nû ve were avakirin. Zorî li vê derê ye. c- Bajarbûn, dîtirek e ji hêmanên herî biqeyran ên modernîteyê. Civaka bajêr a pêşketiye di nava yekparetiya diyalektîk de li gel civaka çandinî û gund, erkên girîng ên civakî pêk aniye. Rola wê di pêşketina rasyonalîte(aqil) û sanayî de heye. Nakokiya wê bi jîngehê re henûz(hîn) pêş neketiye. Lê, pêvajoya dewletbûnê rola bajêr şewşandiye. Hatiye veguherandin bo şûngeha baregaha çîna rêveber û bi vî rengî di nava pêvajoya dîrokî de pêkhate ê heşmendiyekê wergirtiye li hemberî civaka çandinî û gund û ekolojiyê. Bi şûngeha navendî ya çîna bazirgan re, sazbarî li hemberî civakê, li gel çîna hilberîner, lê hatiye arastekirin. Van sazbariyên neyînî, ku di çaxên yekemîn û navîn de sînordar bûn, li gel modernîteyê wek aşûtê mezin bûne. Bajar, ku li gel şoreşa sanayî mîna qansêr mezin bûn, bûne navendên rûxîna civaka kevneşopî. Bajarê sanayî, ne bajêr e, lê bêbajarbûna bajêr e û derxistina wî ya ji bûyîna bajêr e. Ne ku bajarên [bi şêniya] bi milyonan, lê tew bajarên [bi şêniya] sed hezarî jî


Diclepress13@gmail.com

FIKRÎ

9

HEJMAR 13

2019/5/30

SAL 3

KOVAR DICLE

Li gorî ku wê dewlet nikaribe bêcivak be, careke din em bi wê rewşê rûbirû ne, ku dewlet û civak di nava hev de qeyranekê dijîn

dijraberî mantiqê bajêr in. Bajarê [bi şêniya] bi milyonan nabe, lê bajarên bi milyonan dibin. Eger li deverek bajarekî pênc milyonî hebe, tê wateya ku li wê derê bi rastî jî herî kêm pêncî bajêr hene. Taybetmendiya rûxîner a bajêr ji bo civakê, di vê rastiya wî de veşartî ye. Civakên asayî(normal) nikarin bajarên wisa ragirin û jîngeh ji xwe qet nikare wan ragire. Mantiqê di bin mezinbûna hejmarî ya bajarên bi vî rengî de ew e ku civaka ku ne kapîtalîst e were mêtingehkirin, desthilatî were pirkirin û çîna navîn were hilhatin(bilindkirin) bo şûngeha rêveber. Hersê pêker(faktor) jî, bi

tasfiyebûyîna civaka exlaqî û polîtîk, çêdibin. [Van hersê pêkeran] ne tenê gund û çandinî û civakên koçber tesfiye dikin; her wisa hunermend, zenaetkar, rewşenbîr û kedkarên din jî, ku beşên kevnepşopî yên xwedî erkên erênî ne, weke çanda hem daringî(madî) û hem arişî(manevî), wan dixin nava pêvajoya tesfiyebûyînê. Ji civaka bajêr tê derbasbûyîn bo girseya bajêr. Û qada çolter tê guhastin bo per(waroş)ên bajêr û bi vî rengî şûngehekê mêtingeh wendigire, ku pir zêdetir tê girtin bin venêran(kontrol)ê. Yekdestiya dewlet û sermaye bajêr û bajêr jî çolterê daqurtandiye. Û civaka ku ne

civak e jî jîngehê daqurtandiye. Li gorî ku ne civaka çolterê, ne jîngeh û ne jî kedkar û rewşenbîrên kevneşopî yên bajêr nemane ku bajêr ragirin, rewşa ku derdikeve holê, careke din rewşa wêdetirî qeyranê ye. Ne tenê karesat/felaketên jîngehî, lê qireke civakê ya rastîn, bi vê qansêrbûna bajêr re yekser têkildar e. Tespîteke hevbeş a zanistan e ku bi bajarên bi hejmara zêde, ku ne herêmek, lê tew welatek jî wê nikaribe wan ragire, denge(hevsengî) ya ekolojîk a cîhanê derbeyên mirinane xwariye. û tesfiyekariya civakê, tevnên civaka exlaqî û polîtîk in, ku hatine rûxandin ji alî çîna navîn a rêveber ve, ku weke gire(ûr) mezin bûye; girseya bêkar e; her wisa qelebalix(geremol)a hemwelatiyên bêberpirsyar e. d- Hêza serwerî ya yekdestiyên dijberî aborî, ku her diçe mezin dibin, çavkaniyên aborî kiriye rajêrî daneheva kar û sermaye û bi vî rengî wan dûr xistiye ji şûngeha wan a


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/5/30

HEJMAR 13

dabînkirina pêdiviyên bingehîn ên civakê. Kapîtalîzm xwe bi aloziyên xwe yên sîstemîk îspat dike ku, berevajî yê tê rawêj(texmîn)kirin, ne sîstema aborî ya herî berhemdar e, lê yekdestiya dijberê aboriyê ye. Bandora şebekeyên yekdestî yên kapîtalîst aboriyê, ji sîstemek ku pêdiviyên bingehîn ên mirovan hildiberand, veguherandiye bo sîstemek ku bi berdewamî daneheva kar û sermaye pêk tîne, di pîvanên ku bi ti serdeman re neyê berawîrkirin, tevî hemû tezên vajî yên siyaseta-aborî(ekonomî-polîtîk). Zanist û pêşketinên teknîkî di wê pîvangê de ne ku dikarin pêdiviyên bingehîn ên mirovan bi hêsanî dabîn bikin. Divê em di vê rastiyê de li aloziya sîstemîk û pêkhateyî bigerin. Alozî û qeyran(ku şîdeta wan hindik û pir e) ku bi berdewamî xwe diteyisînin bi kêmî û zêdeyî ya hilberînê, di serî de bi bêkarî(dîrok pir kêm qala kole û serfên bêkar dike), ku di dîrokê de mînaka wê nehatiye dîtin, û bi hejarî û birçîtiyan, her wisa şer û pevçûnan

10

FIKRÎ

Diclepress13@gmail.com

Tevlî nijadkujiyên berê ku bi rengekî bêhtir sînordar dihatin sepandin, van qirên civakê, bi awayên xwe yên kûrtir û berdewamîtir, dawiya xwezaya civakî amade dikin bêhtir kûr dikin, wan dikin demdirêj û bi vî rengî cûreyek rêveberiya qeyranê ava dikin. Dijberiya aaborî, neçarê rêveberiya qeyranê ye. [Ji ber] bi cûreyek dîtir rêveberî nabe. Pêwîst e baş bê têgihîştin ku rêveberiya dewlet-netew rêveberiyeke qeyranê ya dere-asayî(anormal) ye. Derxistina civakê ji bûyîna civak û veguherandina wê bo girseyeke

faşîst a kerî, ne tenê rêveberiyeke xweser bo Hîtler e, lê di heman demê de bi karakterê mîlîtarîst ê dewlet-netew tewê re pêwendîdar e. Rêveberiya dewlet-netew weke forma desthilatî ku tevahiya civakê dorpêç dike û xwe diçirpîne heya çavikên wê, neçar e ku bibe rêveberiya qeyranê, ji ber ku wê nikaribe pergala yekdestî bi cûreyek dîtir were domandin,. Afirandina netew, armanca wê ya dawî ye. Netewperestî jî, tevlî hêmanên din ên bîrdozî, ‘nebe nabe’ya şêwaza vê rêveberiyê ye. Ji hev cûdakirina aloziyên bazirganî, sanayî û malî yên di derbarê yekdestiyên kapîtalîst de, şêwazeke tehlîlê ye ku serî lê tê dayîn. Wekî din, qonaxên alozî û geşdarî, ku têne nitrandin, dûr in ji teyisandina sîstemê. Çerx(fetlok)ên ne nevendderdor, ne serwerî(hegemonya)hemberî(rekabet) û ne jî alozîgeşdarî, cewhara rasteqîn a sîstemê nateyisînin. Bê gûman, para van hemû rastiyan heye. Bi taybetî, tes-


Diclepress13@gmail.com

pîteke rast e ku qonaxa serwerî ya yekdestiyên malî(fînans) tê wateya heyama ku qeyran herî zêde diteyise. Lê, pir girîng e tehlîl werin pêşxistin, bi zanebûna ku, eger dijberiya sîstemê ya aborî neyê têgihîn, wê van hemû rastiyan zêde wate di xwe de wernegirin. e- Ne rasthatinî(tesadufî) ye ku qeyrana ekolojîk di heyama modernîteyê de peqiyaye. Ev qeyran bi dijberiya sîstemê ya aborî re pêwendîdar e. Pêkhateyîtî di xwe de werdigire. Dengeya biyolojîk di bingeh de bi têkiliyên sîmbîotîk(xwe domandin, bi rêya xwedîkirina berhemberî ya hev û din) ên cûreyan tê bidestxistin. Ya dibe para biyolojî ya zekaya gerdûnî, rêkûpêkkirineke bi vî rengî çêkiriye. Me hewl dabû em wê pênase bikin weke pêkhatin û pêşketina cewazîtiyên jiyanê. Dengeya biyolojîk girêdayî vê rêsayê ye. Min qala girêdana çêbûna cewazîtî bi şiyana azadî û bijartinê re jî kiribû. Cîhan(alem)ên mîkro(livik û paketên herî piçûk ên enerjî û daring/made) û makro(giravên enerjî yên di meziniya astronomîk de) bi sîstemeke dirûv dixebitin. Nikare were jêpirsîn sedemîtiya şêwazên têkiliyan, ku cewazîtiyan pêk tînin. Ji bo niha, em qîma xwe pê tînin, bi gotina “wisa ye, ji ber ku wisa ne”. Belkî jî nebesiya me ya li ser zanînê agahiyê- û feraseta me ya şaş a li ser zanistê, bêzar e ji têgihîna rastiyê. Xwezaya civakî ya mirov, di têkiliyên xwe yên bi jîngehê re, rejêrî vê rêsaya gerdûnî ye. Di heman demê de, ji ber xwezaya xwe ya tijî bi zekaya herî nerme, cûreyek wisa ye ku şiyana wê ya azadî û bijartinê, herî pêşketî ye. Lê, yekdestiyên dij-aborî yên kapîtalîzmê, bi vê rêsayê re binakok dibin. Çawa ku têkiliya

FIKRÎ

11

Tebeqe anku çîneke fireh a arîstokrasiyan li xanedaniyên qraltî hate zêdekirin. Tevî vê yekê, ne gengaz e ku mirov hîn qala qansêrbûna çîna rêveber bike sîmbîotîk vediguherîne(bo) têkiliya mezintirîn serwerî, desthilatî û zordarî jî girêdanên ekolojîk ên bi jîngehê re di pêkhateya hundirîn a civakê de vediguherîne bo têkiliya zordarî li ser xwezayê û mêtingehkirina wê. Tevahiya jîngeh û civakê digire bin zordarî xwe ya yek-alî û bi vî rengî dibe hût/dêw, heman mîna kevzên kujer, yan jî weke di her çi cûreyek dîtir a dirûv de tê dîtin. Dibe awayê hebûneke bi gewdeya dêw(Levîathan). Sîstemek, spartî tenê bi daneheva kar û sermayeyê, nikare bi cûreyek dîtir tevbigere. Eger di bergeh/îstîqameta vajî/ters de tevbigere anku şêwaza têkiliya sîmbîotîk esas bigire, wê zagona karê nexebite. Her wisa, wê sîstem neçar bimîne ku veguhere. Xweza û jîngeh, bi sîstemên mantiqên xwe yên cewherîn re berevajî yê tê rawêjkirin, di nava denge(hevsengî) yê de ne. Kirina qala dîliya(esareta) hêzên kor, nirxandineke şaş e. Yên ku vê hestyariyê dirûxînin, sîstema şaristanî yê û bêhtir jî modernîteya zordar a yekdestîperest a roja me

HEJMAR 13

2019/5/30

SAL 3

KOVAR DICLE

ya îro ye. Mezinbûna wek cûreya qansêr a çîna navîn, ku bûye awayê hêza desthilatî, her wisa mezinbûna qansêrî(kanserolojîk) bi şêwaza dirûv a bajaran, ku qadên bingehîn ên jiyanê ne, sedemên rasteqîn ên civakî yên rûxana li ser jîngehê ne. Hem bi rêya şerkirina li hemberî pêktateyên barkirî bi zekaya herî nerme ya xwezaya civakî û hem bi rêya veguherandina têkiliyên wê yên sîmbîotîk bi jîngehê re bo têkiliyên zordar û mêtinger, rê li ber van rûxanan vedike. Ji ber vê sedemê, di navbera qeyrana civakî(hîn rastir qira civakê) û qeyrana ekolojîk de, girêdaneke pir tund heye. Qeyranên di herdu qadan de, hevdu bi berdewamî xwedî dikin. Dema ku kara yekdestiyê, bi awayekî naçarî rê li ber zêdebûna şênî, bêkarî, birçîtî û hejariyê vedike, heman peqana şêniyê, ji bo derbaskirina bêkarî, hejarî û birçîtiyê neçar dimîne ku berê xwe bide rûxandina jîngehê. [Bi vî rengî] cîhana lawiran, nebatan û daristan dikevin bin xeteriyeke mezin. Bê gûman, vê rewşê weke kara zêdetir, li yekdestiyan dizivire. Çerx(fetlok) herku bidome(ji bo mînak, herku şênî bigihîje deh milyarî û hîn zêdetir mezin bibe), dengeya ragirtina cîhanê bi temamî ji hev dikeve. Qiyameta tê payîn, bi vî rengî pêk tê. Çawa ku awayê bijûndar ê mezinbûnê û awayê wê yê biqansêr di asta şanikan de şaşwaz dibin û bi vî rengî rê li ber qansêr û mirine vedikin, mezinbûnên kara yekdestî jî yên bi şêwaza dirûv, mezinbûna bijûndar(di her asta xwezaya civakî de) asteng dikin û bi vî rengî pêl li tetîka pêşketina qansêrî(kanserolojîk) ya civakî û jîngehî dikin. Bi ser de, ji alî bijîşkiyê ve dikare were ravekirin ku


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/5/30

HEJMAR 13

Di demeke kurt de berevajiyê wê jî tê jiyîn. Hilberîna ku pere nake, bi têra xwe dadikeve. Girêdana pereyê di dest de bi hilberînê re qut dibe. Li holê pir pere, lê hindik hilberîn heye

12

FIKRÎ

Diclepress13@gmail.com

nexweşiyên qansêrî jî yên biyolojîk, di cûreya mirov de, weke encameke van qansêrên civakî pêş dikevin. Diyar e, ne kêmtir e ji kurmoriyekê şiyana azadî û bijartinê ya heyînekê weke cûreya mirov ku asta we/wî ya zekaya nerme, herî bilind e. Gelo hatiye dîtin ku kurmorî bêkar mabin, ku mirov bi awayên zekaya xwe ya heyî bêkar bimînin? Eger zagona karê neyê raçavkirin, tenê sererastkirinên ekolojîk jî xwedî derfetên bicîkirinê(îstîhdam) ne ku karibin bi tena serê xwe tevahiya bêkariyê ji holê rakin. Bicîkirin(îstîhdam)ên biarmanca ekolojîk; li milekî, dema jîngehê rizgar bikin; li milê din, di-

karin bi bingehî dawî li bêkariyê jî bînin. Gengaz e bi sedan qadên wisa bêne dîtin -dozîn-. Lê ji ber ku li gorî zagona karê, ne kardar in, ji bicîkirin(îstîhdam) ê bêpar têne hêştin. Têkiliya di navbera kirina ekolojîk û sîstemê de biqeyran e û di wesfa nedombariyê de ye. f- Lîberalîzm, ku bîrdoziya serwerî ya sîstemê ye, bi awayên xwe yên çi klasîk û çi jî ‘neo’ nikare çareseriyê hilberîne. Lîberalîzm, ku wateya wê ya peyvê ‘azadîxwazî’–rizgarvanîye, têgînek e ku xwedî dîmaneweriya tund e. Ya ku ji kesek an jî komek re azadî bûye, li dijberê/a xwe weke koletî teyisiye, yan jî zêdetirîn azadî ji


Diclepress13@gmail.com

bo qralên-xweda yên çaxa yekemîn, kariye gengaz bibe ancax bi koletiya girseyên fireh ên gundî û serf. Lîberelîzm ji bo burjuwayên Çaxa Nû, meşiyaye di nava hev de bi koletiya fireh a mizeya herî hindik a proletaran, nîv-proletaran û kedkarên din re, ku koleyên şêwaza nû ne. Lîberalîzm dema ku bi wateya xwe ya fermî ji bo hemû çînên dewletnetewê, azadî ye; lê ji bo hemweletiyên ku bendeyên nûjen in, tê wateya bêkarî, xebata bêmize, hejarî, birçîtî, newekhevî, bêazadîtî û bêparî ji demokrasiyê. Pêwîst e di wateya teqez de baş bê dîtin ku lîberalîzm ne azadîxwazî ye. Hegel, dewletê weke navgîna herî baş a azadiyê hasibandibû. Lê, derket holê ku ev azadî, tenê ji bo çînên dewletê û burokrasiyê derbasdar e. Bi gotineke din, ya ku ji bo yekdestî(bijarteker) yên aborî û desthilatî azadiya zê-

FIKRÎ

13

detirîn e, ji bo hemûyên din û dîtir koletiya ji her nijadî ye. Pir girîng e ku lîberalîzm weke bîrdozî were naskirin. Ji bo pênaseyê têrê nake ku tenê jê re bê gotin xweperestî(ezezî) û azadixwazî. Weke têgîn, di Şoreşa Frensî de tevlî têgînên weke azadî, wekhevî û biratî derket pêş: Bi awayê wan têgînên navdar ên lîbertê(azadî), egalîtê(wekhevî) û fraternîtê(biratî). Weke têgîneke navendî, li aliyê xwe yê rastê, kevneparêzî(muhafazakarî) yê û li aliyê xwe yê çapê jî, pêşî demokratparêziyê û paşê sosyalîstan, dît(dozî). Xwe da xuyanîkirin bi awayekî nerm weke pêşxistina sîstemê(yekdestîperestiya kapîtalîst) bi peresanê bêyî ku pêdiviya wê bi şoreşan hebe. û kevneparêz(muhefazakar), dixwazî bi peresanê, dixwazî bi şoreşê bûya, bi tevahî dijberên pêşketina azadîx-

HEJMAR 13

2019/5/30

SAL 3

KOVAR DICLE

waz bûn. Lê qraltiyê, malbatperestiyê û dêrê bi bawerhişkî(paşverûtî) diparastin û sosyalîst û demokrati jî ji bo ku guheran bêhtir bilez çêbûna, şoreşan weke neçariyekê didîtin. Paydeya hevbeş a hemûyan jî modernîte bû. Herkes tevî ku hin îtîrazên wan jî hebû, di warê xwe nûjenkirinê de, xwe weke xwedî îdea didît. Jiyîn, bi rêya derbaskirina guherana bi xetên herî gelemperî, têrê dikir ji bo mirov bûbûya modernîst. Jiyana nûjen/modern a bi navenda Ewrûpa, ku bingehên wê bi bajarbûnê hatin danîn û bi Ronesans û Ronakbîrî bilez bû, asoya hevbeş a hersê bîrdoziyên serekîn jî dinimand. Pirsgirêk di wê yekê de asê dibû ka wê kê, kî, kîjan bîrdozî û partî, rêbaz û sepan, her wisa çalakî û şer, vê asoyê bi awayê herî baş bidest bixistana. Lîberalîzm vê rewşê pir baş tespît kir. Pê zanî(ferq kir) ku modernîte bi


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/5/30

HEJMAR 13

Alozî di şaristaniyên çaxa yekemîn de bêhtir bi navberên dirêj û demdirêj in. Aloziyên ku bi navberên ji hezar sal heya du sed salan ajotine, pirî caran hatine jiyîn mora kapîtalîst pêşdiket û dikarîbû hîn zêdetir bihata pêşxistin; bi vî rengî, dereng nema ku bi bîrdozî û pêkhateyên li rast û çepê xwe re, bi westa/hostetî bilîze. Xwe weke lîberalîzma rast û çep dabeş kir. Dema ku bi lîberalîzma rast ve, kevneparêzan bêbandor kir û ew di nava xwe de veguherand bo baskekî, bi lîberalîzma çep ve jî, demokrat û sosyalîstan biqismî li yêdeka xwe bicî kir. Li şûngeha navendî, bi vî awayî rûnişt. Di her kûrbûna qeyranê de, dikarîbû yek ji wana bigirta yêdeka xwe û bi vî rengî xwe xurt bikira. Burjuwabûyîna arîstokratan û demokratbûyîna sosyal(civakî) a beşek karkerên tawîzkar, bi derêjiya rêveberiyên qeyranê pêş ketin. Pareke pir kêm(cuzî) ji kara yekdestiyê, têra vê yekê dikir. Dijber(muxalif)ên li dijî sîstemê yên sedsalên 19. û 20. bi vî awayî, ne tenê dihatin bêbandorkirin, her wisa dihatin xistin şûngeha hêzeke yêdek, ji bo ku bunyeya bi qeyran di hemû pêvajoyan de bihata rêvebirin. Ser-

14

FIKRÎ

Diclepress13@gmail.com

weriya bîrdozî ya lîberalîzmê bi vî awayî dihate damezrandin. Lîberalîzm, ji bo domandina serweriya xwe ya bîrdozî, ji çar varyantên bîrdozî yên girîng, sûdwergirt: 1- Netewperestiyê bi şêweyekê bandorker bikar anî. Netewperestî, hem di rewakirina şerên hundirîn û derveyîn de û hem di çêkirina netew de bi deste dewletê, hevpeymanera guzîde ya lîberalîzmê bû. Yekemîn xeleka bijateker(eklektîk) pêk dianî. Gelek ezmûn bidest xist di derbaskirina qeyranên herî giran de bi rêya sorkirina hestên netewî. Bîrdoziyeke pîroz di asta ol de li netewpêstiyê hate kirmişandin. Di bin vê rûberê de, ne tenê qeyran bi hêsanî dihatin derbaskirin û domandin, her wisa li aliyê din, yekdestî dikarîbûn sîstemên xwe yên herî giran ên mêtinê û xirabûyî, bi heman rûberê veşêrin. 2- Rola netewperestî hate arastekirin li bîrdoziya olî ya kevneşopî. Lîberalîzm, olên kevneşopî, ku cewhera wan a taybetmendiyên exlaqî û polîtîk vala kir, wan di bin serweriya xwe de kir mîliyet. Hîn rastir, wan kir ola mîlî(netewî). Hestên olî, ku binekoka wan di kûraniyên civakê de hene, bi rengê netewperest hatin boyaxkirin, bi netewperestî re heman rolê, heta ya bêhtir kelijîner, leyîst. Carna, herdu bîrdozî ketin nav hevdu û bi vî rengî hewl hat dayîn ku netew li ser bingeha etnîkî û olî were avakirin. Bi taybetî bîrdoziyên Cihû û Îslam bi hêsanî bûn wekhev li gel netewperestiyê. Olên din(Xirîstiyanî, Olên Rojhilata Dûr û kevneşopên olî yên kevn ên Afrîka) jî li paş neman ku şûngeha dirûv bigirin ser xwe. Dihat wateya ku lîberalîzm jî mîrasa çanda arişî bi kanala olî diguhast bo şaristaniya kapîtalîst, ku mîrasa çan-

da daringî ya şaristaniyê dewr girt, û wê pê re dikir yekpare -entegre-. Di derbaskirina qeyranên sîstemê yên di rehendên nedomdar de, nikare were paşçavkirin rola bîrdoziyên netewperest ên olî, ku li lîberalîzmê hatin lêkkirin. 3- Bîrdoziya zanistprerestiya pozîtîvîst, bi taybetî weke varyanteke felsefî, tevkariya xurt ji lîberalîzmê re pêşkêş kir. Bîrdoziya pozîtîvîst, ku ji rêzdariya xurt a zanistên xwezayî sûd wergirt, di warê bandorlêkirina bîrdoziyên hem rast û hem jî çep de, rola sereke leyîst. Weke etîketa zanistî, bi hêsanî bi bîrdoziyan ve hate kirin û rê li ber mezintirîn paşêvajkirinan vekir. Bi taybetî, mora xwe li hemû derketinên bîrdozî yên çep xist. Sosyalîzma pêkhatî di vê mijarê de serkêşî dikir. Mirov bi zanistperestiya pozîtîvîst, ketin kemîna modernîzma kapîtalîst û li aliyê rastê, faşîzm di şûngeha bizaveke herî li pêş de bû ku hêza xwe ji zanistperestiya pozîtîvîst digirt. Pozîtîvîzm, bi vî awayî bijareyên bîrdozî di baweşînek de ji çepa herî pirole heya rasta herî pirole ji lîberalîzmê re pêşkêş dikir. Lîberalîzm, van bijareyan di mercên her cî(mekan) û dem(zeman) ên pêwîst de, bi xwe vidikir movik û wan bi kar dianî; ev dihat wateya ku di derbaskirina qeyranên xwe yên pêkhateyî de, bi mezintirîn awayî ji wan sûd werdigirt. 4- Zayendperestî di dîrokê de herî zêde di çaxa lîberalîzmê de weke hêmaneke bîrdozî hate pêşxistin û bikaranîn. Lîberalîzm ne tenê qîma xwe pê neanî ku jinê ji nava malê de veguherîne bo karkera bêmize; lê bêhtirî vê yekê bidest xist, bi rêya ku wê weke heyber(obje)eke zayendî kir meta û pêşkêşî piyaseyê kir. Dema ku di zilam de tenê ked hate


Diclepress13@gmail.com

metakirin, jin bi hemû beden û giyana xwe ve hate metakirin. Di rastî de ev dihat wateya ku şêweya herî xeternek a koletiyê dihate avakirin. ‘Pîreka Şiyê xwe’ tevî ku rengdêreke baş nebe jî, dibe mijara kedxwariyeke sînordar. Lê belê, metabûna bi hemû kesayetiya xwe ve, tê wateya koleya xirabtir ji koletiya fîrewnan. Vebûna ji koletiya herkesi re, qatbiqat xetertir e ji bûyîna koleya dewletek, an jî kesekî re. Ev e ew kemîna ku modernîte li jinê daniye. Jina ku di xuyaniyê de li azadiyê vedibû, dihat wateya ku diket şûngeha navgîneke herî rezîl a kedxwariyê(îstîsmar). Navgîna bingehîn a kedxwariyê, em ji navgînîtiya reklamê bigirin heya navgînitiya seks û porno, jin e. Ez dikarim bi hêsanî bêjim ku jin di guhastina kapîtalîzmê de hatiye xistin bin barê herî giran. Zilam, weke nûnerê dewletê yê di nava malbatê de, ji pêşxistina hem mêtin û hem jî desthilatiya li ser jinê, xwe weke berpirsyar û rayedar dibîne. Bi rêya belavekirina zordestiya kevneşopî ya li ser jinê, her zilam vediguherîne(dike) parçeyek desthilatiyê. Civak bi vê rê dikeve sendroma mezintirîn desthilatbûnê. Statuya jinê hest û ramana desthilatî ya bêsînor dide civaka bi serweriya zilam. Wekî din, kedkarên jin in û jin bi xwe ne yên

FIKRÎ

15

HEJMAR 13

2019/5/30

SAL 3

KOVAR DICLE

ku berdêl bi wan têne sencandin, di hemû tiştên neyînî de, ji çêbûna karkeriya tawîzkar heya bêkarî û ji karkeriya bêmize heya mizedariya herî kêm. Bîrdoziya zayendperestiya bijarteker(eklektîk) a lîberalîzmê, ne tenê vê rewşê paşêvaj dike û wê cewaz nîşan dide; her wisa bi ser de wê vediguherîne bo varyasyonên bîrdozî, ku ji bo jinan bi bayex hatine pêşxistin. Tiştekî wisa ye weke ku mirov koletiya xwe bi deste xwe bide pêsend kirin. Dikare bê gotin ku sîstem, bi îstîsmarkirina jinê re di warên bîrdozî û daringî(madî) de, ne tenê qeyranên xwe yên herî giran derbas dike, lê di heman demê de heyîna xwe jî misoger dike û wê dixe bin ewlehiyê. Jin di şûngeha mêtingeha herî kevn û herî nû ya dîroka şaristanî de bigelemperî û modernîteya kapîtalîst de bi taybetî, ye. Eger dikare ji her hêlê ve rewşeke qeyranê ya nedombarî were jiyîn, di vê de para mêtingehbûna jinê di serî de tê. Sîstema kapîtalîst a cîhanê, di serweriya yekdestiyên fînans ên kûrewî de di roja me ya îro de qeyranên xweser bo fînansê jî bi qasî aloziya gelemperî ya sîstemîk bi hevparî dijî. Aloziyên gelemperî yên sîstemî(çavkaniya xwe ji dijberiya aboriyê digirin) bi qeyranên xweser bo fînansê re(ya ku tê nimandin bi argûmanên kaxizên cûrbecûr ên xeyalî û wekî vana, ku pirî caran qut dibin ji hilberîna pere, ji zêr û heta ji Dolar) di nava hev de û pêvajoya herî binî ya dîroka xwe dijî. Sîstem, aloziyên xwe heya niha di bingeh de bi du rêyan derbas kiribû: Ya yekemîn, bi emrazên zora daringî(madî) yên desthilatî û dewlet-netewê, ku bi berdewamî têne pirkirin. Vana, her cûre şer, girtîxane -geh-, tîmarxane, nexweşxane, êşkancaxane, geto, her wisa nijadkujî û giren civakî yên herî xeternak in. A duyemîn, bi emrazên serweriya bîrdozî yên liberal ku bi rêya movikkirina berdewamî têne pêşxistin.(vana) ew bi xwe di navendî de weke bîrdozî û pêvekên wê netewperestî, olperestî, zanistperestî û zayendperestî ne. Di navberê de dibistan, padîgan/qişle, ayîngeh/îbadetgeh, organên medya û herî dawî tor/şebekeyên înternetê hene. Divê mirov sanayîkirina çanda hunerê jî li vana zêde bike. Lê, tew zanyarên ji rêzê jî dipejirînin ku van herdu rêyan jî wateyek wisa di xwe de werdigirin ku di şûna hilberandina çareseriyê de rêveberiya qeyranê pêşxistine. Alozî û qeyran, bi qasî ya berê jî be, nayên derbaskirin. Berevajî, alozî û qeyran, ku berê îstîsnaî bûn, niha bûne berdewamî: heyamên asayî/normal, weke awayê awarte/îstîsnaî bi hev re cî diguherînin. Digel ku di bingeha sîstemên şaristaniyê de hêmanên aloziyê hene, civaka mirov qet nebûbû şahîdê ya ewqas giran. Civak, eger bidomin, nikarin demeke dirêj xwe ragirin li hemberî rêveberiyên qeyranê. Yan wê ji hev bikevin, yan wê belav bibin; yan jî wê li ber xwe bidin û bi vî rengî sîstemên nû pêş bixin û wan derbas bikin. Niha em di heyam(dem)eke wisa de derbas dibin.


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/5/30

HEJMAR 13

16

FERMAN

Diclepress13@gmail.com

ÇÎROKEK JI FERMANÊ

PÊ LI HESTIYÊ ZAROKÊ MIN NEKIN

NESRÎN ŞENGALÎ

Zarokek bê dayik û bav bû, ne xuşk

hebû ,ne jî bira û bê mam û xal bû. Lewma: Zarok hin 7 mehî bû dema ku bavê wî jiyana xwe ji dest da û dayik jî nema, tenê ew hebû li ber dayika xwe ya pîr û bavê xwe yê pîr. navê dayika wî jî sarê revo bû. wê dayikê ew kurik bi navikê gûza xwedî dikir û her tim dixe hembêza xwe ji ber ku ew tenê bû û sêwî bû. pir delalî bû û her şev destê wî li ser zendê dayika wî bû. Dema ku fermana 3. 8. 2014 an hate

ser gelê şingalê bi hezaran mirov hatin kuştin, firoştin, revandin, mal û milkê wan hatin talankirin. Wê demê ew zarokê nazik delal jî tevî dayika xwe dikevin nav lepên wan hov û hirçan û dayik salek dimîne û dema dayik li wire jî her disa xeyrî dike hembêza xwe her şev hêsiran dibarîne ji bo zarokê xwe, ew ditirsê ku rojekê destê wan ji hev qut bikin. mirinê dixwaze lê qut bûne ji xêyrî naxwaze, mixabin ew roja reş disa tê ji dayika sarê re ferman li wê dibin di ferman rica û hêviya ji wan zalima dike ku ev zarokê wê tenê ew perçeyek ji bedena wê, kezeba wê, hemû nefes û jiyana wê ye. piştî ku ev gotin hemû ji wan re tên gotin

disa deyika sarê, ji ber xwe çend dike û bi gotina ku ew zarok yê mine tu kafirî ne yê te ye dayik qir dike, dilê wê dikele, hêsir ji çavên wê dibarin weka bayê baranê. Ji hêsirê xwe û kela dilê xwe yê gerim zarokê xwe baş nabîne ,,vêca ka berê xwe bidin zarok hale wî dibê çi, emrê wî ji 8 salin tiştê ku ew dibîne ji mejiyê wî mezintir ranake van hemû êş û derda dema ew hov tên destê dayikê ji yê wî qut dikin kezeba kurik dişewite li destê hov û hirçan deye wê dayika wî jê qut bikin ne diyare wê bi kurde bibin û çi jê bikin. lewma sebra kurikê reben li ti erdê nayê bê kes û xwedane. li devê gurên dev bi xwîn wê berê xwe bide


Diclepress13@gmail.com

kêderê nizane. bi kurde here disa nizane. Ew zarokê şêrîn gelek delal û nazdare. Dayikê mezin kir ji gura re hîşt agir bi kezebê ket . kurik ji ber wê girtin û dayik li pê xwe kişandin û birin. Her li hev dinêrin û li ezman qêrînê wan disekini. Dayika sarê tê mala xwe vêca ka were wê çawa sebir û tebata wê bê li kî cihî û kî warî wê bi tebitê ne seber û hedan wê çawa sere xwe deyne. Bê xeyrî wê çawa dilê wê bi hedinê kurik li wir her li bendê wê ew ji çav li rêya wî kurikê naz û nazdar lê ber lepê wan çeteya maye. Sebra dayikê wê çawa bê li dinya yê, her tişt li ber çavê wê reşe, jiyan ji wêre tahle, bê tame sere xwe her şev ser kevira datîne û li erdekî hişk rûdinê dixwaze bimre. li dilê wê bi hêviya dîtinek ji çavê zarokê xwe ya pênc sal bê kurê xwe derbas kirine û her şev dinya li wê buye dojeh. Carek ji carekê mirovek xeberek

FERMAN

17

xêrê dide û dibêje:‘’ew perçê ji kezeba te wê li te vegere’’, dilê wê jî wê nû li dinya yê vegere û nefesa wê hat ber wê. zarokê ji wê dixwezê dayika xwe zû bibîne ev pênc salin ji dayika xwe dûre, wisa maye bê xwedan li nav lepên çeteyan de, maye êxsîr maye tî û birçî, li çola maye bêriya şingala xwe kiriye dost û hevalên xwe kiriye… Dema tê bi çavên girî û dilekî şikestî vê dayika xwe çawa hembêz dike xweziya ji devê gura derketa, na xwaze dest ji dayika xwe berde. Dayik ji nexela hiltînê û şikur dike ji xwedê carekê din ew zarokê xwe bibîne. Niha werin em vêca êşa kurik guhdar bikin. Zulma ku ji destê wan bê wîjdana de gotine kurik yekem eve tiştê herî bi êş dema min bi zorê ew(dersê) wane yên islamê dixwend û her ku min dixwend ruhê min diçû ez dimirim. ji ber min zanibû ku ez êzîdîme. Min

HEJMAR 13

2019/5/30

SAL 3

KOVAR DICLE

lêdan dixwar, ez gelêk têşandim. Her tim dayika min û hemû hevalê min li bîramin bûn. Bi taybet wextê ku li min dixistin min qîr dikir û banî dayika xwe dikir. Min digot qey wê dengê min bigihê dayika min û wê bi hawara min ve were. Lê belê, dengê min nedibihîst û min nizanî ezê carek din vegerim. ji ber min nizanî dayika min li kure. Ez dimrim ji bêriya wê, xwezî her kesî zaniba bê min çawa bêriya dayika xwe kiriye. Em bi rojan bê xwarin û vexwarin diman. Dema em birçî dibûn ax bi me didan xwarin ez jibîr nakim wan rojên reş û ne ez tenê, bi hezara zarokê wekî min sêwîbûn, li ber dîwara bûn, bê kes û xwedan bûn, tî û birçî bûn. her kes dizanîbû ku em wekî berxikane û li devê gura de ne. Ma qey wîjdan nebû kes me xelas bikirina. Ma ne dibihîstin qêrîna zarokan li nav lepên wan hovan


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/5/30

HEJMAR 13

lewma sebra kurikê reben li ti erdê nayê bê kes û xwedane. li devê gurên dev bi xwîn wê berê xwe bide kêderê nizane. bi kurde here disa nizane. Ew zarokê şêrîn gelek delal û nazdare de û kezeba ewqas dayika dişewitî çima kes bi meve ne dihat? gelo me çikiri bû! em zarokê bê guneh bûn, min carna pirs dikir me tiştek kiriye gelo û ne dihat bira min ku me tiştek kiribe. Vê dikin qedera me lê ev ne qedere,,xeyrî birîndare û wiha behsa birîna xwe dike: Ez di xîfeta xwede bûm, ji xwe her roj li ber serê me dengê tang û topan dihat, em hemû zarok bizdiyabûn. Dema şer derket ez ji birîndar bûm. ez pir êşam ji milê xwe bîrîndar bûm, qêrîna min diçû ezmana û min di got: dayê xwezî tu niha li ber serê min be, gelo tu zanî ez bîrîndar bûme û kes nine birîna min derman bike. Ez ji nizanim ji ber ku ez jî zarokim û li nav destê wan hirçan deme, ew bi xwe hovin wê çawa birîna min derman bikin. beweriya min jî pê nebû, li disa ji ber destê min ê birîndar pir têşa û xwîn jî diherikî ez pir cemidîm min gelek sarbû, ez li erdê bûm, min alîkarî ji wan xwest ji bo ku birîna min bipêçin dema ez ber bi wan diçûm berê xwe ji min digêran û tu kes xwe

18

FERMAN

Diclepress13@gmail.com

li min nekir xwedî. Ez mam bi birîne xwe ve di nava xwînê de dema derbasbû ketim rêde. bi birîne xweve ez geham cihekî ku textûrek li wir dima min birîna xwe nîşanda bi destê min girt ez avêtim ji cihê xwe, hatim rûniştim û bi ser kela dilê xwe têr giriyam. tiştekî din ji min nedihat, min tenê banî dayîka xwe dikir. bi navê wê min sebra xwe tanî, ez bawer dikim dayika min jî, ji min hezdikir. wê demê ji ber ez pir têşam birîna min jî giran bibû , xwezî ev cihana bê deng zanibe derdê dilê me çawa ye, ezê bimirim jî û ji bîra nakim dema ku her roj agir bi kezeba min diket, her kesê ku min berê dîbû min ji bîr nekiriye û ez niha serbilindim ji ber ku min karîbû zimanê xwe yê şêrîn bi parêzim. pênc sala bi hemû hêza xwe çi kirin nikarîn zimanê min ji min bi dizin, êzîdîtî ya min ji min nebirin, min parast û ezê biparêzim heta ku ez heme. Ez niha li ba dayika xwe me, rehetim û ez wisa hest dikim ku nû hatime dinya yê… Dayik jî, wiha dibêjê: Weyla mala minê! kezeba dayika xwe bi şev û roj dengê te tê guhê min çibikim dem û dewran li min û te qulibîn û zeman guherî, birînê wî xedarbû lê li ber sere wî ti kes nebû. Ez ji dûrbûm min nizanî ku li kurê minî nazikî şêrî birînek çêbûye xwezî wê dema ez li ber sere wî bûma. Mala minê sêwiyekî li çol û çiya birîndar dilê wî di şewite û çava li min digerînê lê ez ne li wirim her roj dil û hinavê min dişewitîn. Ji ber min zanî tu li ber wan taq û dîwara bê kes û xwedan maye., ez qurban wê birîna tebim dayik tenê nexela hiltîne ji maçî kirina wî hembêz kirina wî têr nabim, dîsa jî şikur dikim ji ber ku min wî dîtiye û dibêje heger mirineka wî hebe û ez vê carê bibînim min soz daye ku

ez ê xwe jî li gora wî bikim. Ji ber ku jê têr nabim û ji ber em her du tenê ne. hema bila me bi hevre veşêrin, ez tenê vê dixwazim. Ev gotinê kul û birîna dayika sarê û zarokê wê yê sêwî ku ji destê çeta hatine derxistin e. Mirov dikare xwe jî perçek ji vê êşê bibîne. ji ber ku êşa wan yê her kesekî xwedî wijdane ew ji mirovin û dixwestin wekî her kesî jiyan bikin. Bi jiyana xwe radibûn dayik û zarokê xwe tenê bû li nava mala xwe de bû, li nav dost û hevalê xwe de bû, bi cîranê xwe re bûn, rehetbûn ji ber ku li ser axa xwe bûn, ne li devê gura debûn. Dema mirov li wan guhdar dike êşa wan dibine, hinek gotinê wan hene di dilê mirov de birînê çêdikin û nayên ji bîr kirin. mînak wek ku vê gotinê zarok digot birîna min gellekî têşa min pir sar bû û kes nebû birînê min bipêçe, ez jî zarok bûm û min nizanî çibikim. Min tenê navê dayika xwe bibîr dianî û wisa sebra min dihat. Ev gotina wî gellek bê êşe, gava ku mirov xwe li cihê wî de bibîne wê demê li ser dilê mirov ve êşek çêdibe. Zarokek wusa naz û nazdar mirov dixwest hema ji xwe re li nav çavên wî ên xweşik binêre lê ji ber ku ev 5 salin li nav destê gura de mabû ji girî çav pêva nemabûn bi kurde çûbûn ,,em ketine zemanekî wisa ku îro dayik zarokê xwe xwedan dike û mezin dike, dema tên devê gerwê wekî berxikên xweşik dibin ha wê demê gur ji xwere dikêşe û da diqurtîne. Bi hezara dijmin birin xwarin bi wan destên xweyên qirêj û gemar herimandin axa me ya pîroz, em di rojekî reşde man dijmin hat bi ser mede û berpirsek li dora me nema. leza wan û bazdana wan ji bo xelas kirina canê wan bû, ne ji bo ku wan zarokên li ber şîrê dayika xwebû ji nav lepên wan hirça


Diclepress13@gmail.com

FERMAN

19

û newala xwîn di herikî ,ji tank û topên dijmin wêranbûn mal û xanî helweşiyan, hemû zarok ditirsiyan, digiriyan, li pê dayikên xwe Di beziyan ber bi çiya di ketin û di qêriyan, bê nan û av li ber ser mê û germê qir û qîşa dihatin. Gellek kuştî û birîndar hebûn, bê kes û xwedan li qadabûn û heta niha jî ew hestiyê wan bê guneha li wan qada man bê kefen, bê gor, bê ax, li ber ba û baranê çûn û herifîn hestiyên me di bin lingê wan ê gemar de dimînin û bi êşa ji can tenê hestî dimînin. Lê ew hestî jî bê ax diminin, gellek dayikên kezeb şewitî tenê xwesteka wan ewe ku ew perçeyekî ji zarokên xwe bibînin û sebra xwe pê bînin. Niha jî dema dayik û xwuşk li wan xelaskin fermanbû, talanbû, qêrîna hestiyan digerin gotinê wane, bi êş zarokan bû, nalîna birîndara bû û hene dibêjin:‘’bila kes pêlî hestiyê berê me li çol û çiyayanbû , li deşt birakê min nekin’’, an jî dayik dibêjê;

Dema em birçî dibûn ax bi me didan xwarin ez jibîr nakim wan rojên reş û ne ez tenê, bi hezara zarokê wekî min sêwîbûn, li ber dîwara bûn, bê kes û xwedan bûn, tî û birçî bûn

HEJMAR 13

2019/5/30

SAL 3

KOVAR DICLE

‘’pêlî hestiyê zarokê min nekin, wê biêşe’’. ji kerba xwe ya giran nizane çi dibêjê ew nizane ew pênc salin ew berxikê wê li ber devê gurabûn û dema bûne hestî jî, li ber devê heywanê çolê bûn. gellek derd û kullê xelkê neyên jibîrkirin û neyên derman kirin jî, fermana 3. 8. 2014 an wek ku rojeke reş a li dîrokê de birînê xelkê şingalê nayên saxkirin. Bi çend gotinê ku me keçên we zarokên we ji destê çetan rizgar kirin, ew kesê van gotina dikin li şingalêbûn. Dema ew bûne êxsîr û dîl hatin girtin, niha bi gotina ku em dixwazin şingal bi parêzin û şingal perçeyek ji me ye, ew nikarin êşa hatiye jiyan kirin vegerînin rojên berê, jiber ku wan hêzên mijara gotinê şingal bi xwe ve girêdabûn û firotibûn.


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/5/30

20

HEJMAR 13

LÊKOLÎN

Diclepress13@gmail.com

TÎRÊJÊN ÇARŞEMBÊ (XELEK – 9)

RAH Û DAMARÊN ATÛNÎ Û ZERDEŞTIYÊ DI KÛRANIYA DÎROKÊ DA

DR. SOZDAR MÎDÎ (E. XELÎL)

Me gotibû ku Atûnî û Zerdeştî du

ayînên yekxwedayî ne û ew qaşa rojê wek zembola xwedayê yekane dibînin û ne wek xweda; wek ku hin kes guman dikin. Û bi me ra derbas bû ku taybetmendiya van herdu ayînan ronahî û xweşbînî ye; di wan da ne reşbînî heye, ne jî doza bikaranîna zorê, xwînrêjî û talankirina gelên din heye. Tenha maye ku em li sedemên diyardeyên hevbeş yên van herdu ayînan bikolin, ka gelo bandora yekê ji van li ya din bûye? Yan ev herdu di bin bandora baweriyeka hên ji wan kevintir da bûne? Berî ku em bersiva van pirsan bidin, ka em van ronahîkirinên dîrokî pêşkêş bikin, belkî ev me ji naskirina rastiyê va heya bi radeyekê nêzîk bikin. Hin ronahîkirinên derbarê rah û damarên Zerdeştiyê: Ronahîkirin-1: Di heyamên kevnar da, di destpêkê da, bawerî bi rojê wek xweda hebû. Di pey ra roj bû zembol ji bo xweda. Ev bawerî di nav pir gelan da belav bûbû; ji rojhilat da, ji Japonê bigire heya bi Hinûdên Amerîka li rojava. Heya niha jî li Japonê baweriya ku Mikado(emperatorê Japonê) ji

roj wek Asûras dihate binavkirin, û li ba pêşiyên Kurdan wek Soryaş, Asora û Ahûra dihate binavkirin. Li ba pêşiyên Kurdan navê rojê bi navê xwedayê rojê va hate girêdan; ji rojê ra”xûr” dihate gotin û di hin şêwezaravayên din da”hor” yan jî”sor” dihate gotin. Heya niha jî”Soran” navê herêmeka gewre ye li Başûrê Kurdistanê, û peyva”xûr” jî di navê bajarê kurdî”Xûrem-Abad” da maye; yanê bajarê rojê; û her wisa di navê herêma”Hewreman = Xûraman” da jî maye. Heya vê rojê jî gelê Ronahîkirin-2: vê herêmê ji alîgirên ayîna”Kakayî” Li Kurdistanê jî, bi destpêka çarîkê ya şemsanî ne; wek şaxek ji şaxên dawî ji hezarsala duwem b.z. Yezdaniyê . serdariya siyasî-çandî kete destê şaxê Ariyanî ji pêşiyên gelê Kurd. Ronahîkirin-3: Bi gelemperî di hemû ayînên Ari- Di her heyameka dîrokî da navê şaxê yanî da roj zembola xweda bû. Li serdar û bihêz ji pêşiyên gelê Kurd ba Ariyaniyên Vîdî li Hindistanê diavêtin ser hemû şaxên din. nifşên rojê(asîmanî) ye li wî welatî baweriya here serdare. Ji ber vê baweriyê qaşê rojê di nîveka alaya Japonê da hatiye nexşkirin. Hin padîşahên Hindistanê jî kok û binyata xwe birine ser rojê. Padîşahên Misirê jî xwe wek kurên rojê hejmartine û wisa gelê Înka jî yê Hinûdên Çermsor li Amerîka angaşt dikirin ku ew kurên rojê ne, roj diperestin û jêra diçûn sicûdê, wek xwedayê herî gewre .


Diclepress13@gmail.com

Kes nizane Misiriyên pêşî ji kû hatine. Hin zaniyarên lêkolîner bêhtir ji wê baweriyê ne ku ew ji hêlekê da ji Nûbî, Eĥbaş û Lûbiyan(Lîbiyan) û ji hêla din da ji revendên Samî û Ermenan peyda bûne

LÊKOLÎN

21

eke, pêximber Zerdeşt di dawiya heyama padîşahiya Madan da xuya bûye. Wê hîngê, di sedsala 9-an b.z. da navê Mad naskirî û belavbûyî bû. Emperatoriya Madan di sala 550-î b.z. da li ser destê Farisan hate şikestin û Zerdeşt di hundirê Ezdayiyê da reform pêkanî; ew ji sihirbazî û efsaneyan paqij kir û hêşt ku ew di çarçewa xweda”Ahûra-Mezda” da bimîne; ev navê nû ji bo xweda”Yezdan” û roj wek zemboleka pîroz di Zerdeştiyê da ma.

Wek nimûne, di hezarsala sêhem b.z. da navê”Sobarî = Sobartî” serdar bû, di pey ra navê”Gotî = Cûtî = Cûdî” û li dora hezarsala duwem b.z. navê”Xûrî = Horî = Ĥûrî” yanê rojeyî(şemsanî) li gor baweriya şemsanî bû serdar; wek çawa îro ji alîgirên Kirîstiyaniyê ra”Kirîstiyan” dibêjin û ji alîgirên Îslametiyê ra Misilman dibêjin. Bi gelemperî di heyama”Ĥûrî” da”çanda şemsanî”, ji wê jî”ayîna şemsanî” li nav pêşiyên gelê Kurd belavbûyî bû; bi taybetî jî Hin ronahîkirin li ser rah û damarên Atûniyê: di heyama”Mîttanî / Ĥûrî” da, ji ber ku padîşahiya Mîttanî di wê demê da piraniya axa Kurdistana mezin di- Ronahîkirin-1: Pêşiyên Misiriyan ne ji yek nijad û hundirand. regezê ne. Dîroknas Wiliams Durant dibêje:”Kes nizane Misiriyên Ronahîkirin-4: Erdnîgariya”Xûrî”(Sorî, Horî, Ĥûrî, pêşî ji kû hatine. Hin zaniyarên Ûrrî) û çanda xûrî ji Madan ra bû lêkolîner bêhtir ji wê baweriyê ne dûnda û werese; tevî ayîna şemsanî ku ew ji hêlekê da ji Nûbî, Eĥbaş û ya ku di çarçewa xweda Yezdan(Ezda, Lûbiyan(Lîbiyan) û ji hêla din da ji Mazda) da dizîvire û qaşê rojê zem- revendên Samî û Ermenan peyda bola wî ye. Li gor gotûbêjên ser bûne”. Hêjayê gotinê ye ku em bêjin: Dîro-

HEJMAR 13

2019/5/30

SAL 3

KOVAR DICLE

ka pêşiyên Misiriyan vedigere pêş sala 3200 b.z. û ku Ermen di sedsala 12-an ya b.z. da ji Balkanan hatine û li warên”Ûrartû”(warê Ĥûriyan) di sedsala 7-an b.z. da bicih bûne. Farisan di sedsala 6-an b.z. navê”Ermîniya” avêtin ser”Ûrartû”. Dîroknas Merwan El-Mudewer dibêje:”Ermîniya bi vî navî nedihate naskirin... ev navê Ermîniya wek ku em îro nasdikin tenha piştî salên 550 - 521 b.z. hatiye lêkirin” . Ji lew ra, peyva”Ermen” ku W. Durant gotiye, bi maneya rûniştivanên welatê Ûrartû ye ku hinek ji pêşiyên Misiriyan ji wan gelên ku di hezarsala 4-an b.z. da ji welatê Ûrartû bûn. Ronahîkirin-2: Di destpêkê da Misiriyan perestî ji xweda”Ĥûr”(Ĥûris) ra dikirin û ev xweda di dirûvê mirovekî da bû ku seriyê wî seriyê şahînan bû. Li dor sala 3000-î b.z. perestî ji xweda”Ĥatĥûr”(kebaniya xweda”Ĥûr”) ra kirine û bawer kirine ku ew xwedaya asîmane. Ev hin caran bi dirûve jinekê ku seriyê


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/5/30

HEJMAR 13

22

LÊKOLÎN

Diclepress13@gmail.com

kir û asta wî bilindtir kir, daku hinekê ji asta ayîna xweda Amûn kêm bike. Lawê wî Amûnĥûtebê Çarem(ji 1367 heya bi 1350 serdarî kiriye) wek şoreşekê li dijî ayîna xweda Amûn pêkanî, bi fermî ayîna xweda Atûn ferz kir û navê xwe jî kir”Axin-Atûn = Exnatûn”. Wêneyê xweda Atûn ne bi dirûvê mirovekî, jînewerekî yan pûtekî, lê belê bi dirûve qaşê rojê hate nexişkirin ku tîrêjên rojê ji asîman da têne erdê û bi destên mirovan têne pêşwazîkirin. Ev bû - pir bi kurtahî - rah û damarên ayîna Atûnî û ayîna Zerdeştî di kûrawê wek şahînane nexişkirine. Li ser seriyê wê di navbera du qoçên(quloçên) çêlekekê da bi qaşa rojê xemilandine niya dîrokê da. Tenha ma ku em ji pêra li peywendî û bandora van herdu ayînan li ser hev bikolin. . Li dor sala 2400-î b.z. ji xwedayê rojê”Reh” (‫ )ْعَر‬ra per- Jêder: estî kirine. Ev xweda bi dirûvê mirovekî bi rîşale ku tacek bi dirûve qaşa rojê li seriyê wî ye û marek li dorê 1 M. F. El-Bedîl: Sihirbaziya Efsaneyan, rûpel 160. hatiye gerandin. Padîşahên Misirê bi xwe nav li xwe 2 Ehmed Fexrî: Hin Lêkolîn li dîroka rojhilat a kevnar, kirine”kurên Reh” û bajarê”E’yn-Şems”(10 km li bakur rûpel 208. Wiliam Langer: Berfirehiya dîroka cîhanê, 1/ rojhilatê Qahîreyê) li ser navê vî xwedayî ye ku di hin 90 - 91. Cemal Reşîd Ehmed: Kerkûk di demên kevnar da, rûpel 33. deman da wek”Atûm-Reh” jî hatiye binavkirin . 3 Wiliams Durant: Çîroka şaristaniyê, 2/65. Û li Ehmed Fexrî binêre: Hin Lêkolîn li dîroka rojhilat a kevnar, rûpel Ronahîkirin-3: Li dor sala 2060-î b.z. xweda Amûn-Reh dibe xwedayê 134 - 135. malbata padîşahên Misirê. Maneya navê wî tê maneya”yê 4 Merwan El-Mudewer: Ermen di seranserê dîrokê da, ji zanînê veşartî = yê ku nayê dîtin” û yek ji şêweyên navê rûpel 82, 102. Û li Wiliams Durant: Çîroka şaristaniyê wî”Amîn”e. Fer’ewn Amûnĥûtebê Duwem bi destê xwe binêre, 2/303. Minorski: Kurd, rûpel 22. şeş dîlên ji Sûriyayê yên serhildêr jêra serjêkirin û kirin 5 Dr. Muhemmed Beyyûmî Mehran: Zarên Israîl, 1/ 421 qurban. Wisa tê xuyakirin ku şêweyê”Amîn” di Kirîsti- - 422. yaniyê da dibe bi maneya”tika”(rica) ji xwedê û bi vê 6 M. F. El-Bedîl: Sihirbaziya Efsaneyan, rûpel 143, 152. maneyê derbas Îslametiyê jî bûye. Ne ji xwerisk û adeta Samûel Nuh Kerîm: Efsaneyên cîhana kevnar, rûpel 29, Misiriyan bû ku peykeran ji xweda ra di perestgehên rojê 38. Herodot: Dîroka Herodot, rûpel 703 serinc. Seyed Elda deynin. Lê belê, bi derbasbûna sedsalan wêneyên Qimnî: Pêximber Mûsa û rojên dawî yên Til Amarneh, C xweda Amûn bi awayekî daringî durist kirin ku ew bavê 1, rûpel 82. Fer’ewne. Çîna oldar zêde bi ser vê mijarê da çûye û êdî 7 Dr. Ebduleziz Saleh: Rojhilata nêzîk ya kevnar, rûsihirbazî û nivîsandina berbenc û hicêban pêkanîne; pir pel 137 - 139. Mouris Krousie: Dîroka şaristaniyan ya jin qaşo li pêş xelkê ku ew jinên xweda Amûnin, di ras- gelemper, 1/ 95. Wiliams Durant: Çîroka şaristaniyê, 1/80, 2/168. Gean Putro û hinên din: Rojhilata nêzîk, rûtiyê da, di perestgehê da ji xwe ra bi wan şahdibûn . pel 353. Seyed El-Qimnî: Pêximber Ibrahîm, rûpel 130. 8 Mouris Krousie: Dîroka şaristaniyan ya gelemper, Ronahîkirin-4: Kelîja oldarên xweda Amûn li Misirê pir xurt bû. 1/97. Amûnĥûtebê Sêhem(1405 - 1367 b.z) hewl daye ku kelîWergera ji Erebî: Mustefa Reşîd ja wan hinekê kêm bike û doza perestina xwedayê rojê


Diclepress13@gmail.com

JIN

23

HEJMAR 13

2019/5/30

SAL 3

KOVAR DICLE

FRÎDA KAHLO

JINA BALHILGIRA ÊŞ Û ELEMAN

ÎBRAHÎM OSMAN

Jina balhilgira êş û eleman, wêneka-

ra navdar, jina şoreşger, jina azadîxwaz a vîn pola, jina serkeftinan Frida Kahlo. Azadîxwazên cîhanê tev bextewerin ku yeke mîna te rengîn di vê dinyayê re derbas bû Frîda. Frîda Kahlo kî ye? Ew bi xwe, di nameyeke xwe de weha xwe dide nasandin. ”Ez jina evînê, a êşê û a şoreşê me”. Frîda Kahlo, wênekareke navdar a Meksîkî ye. Navê wêyî rast Magdalena Carmen Frida Kahlo Calderón’ye. Wêneyên wê her çiqasî mîna xeta sûrîalîst werin dîtin jî, xêzkirinên wê tev êş û azarên rasteqîn ên dijwar radixînin pêş çavan. Xetên wênekariya wê qet ji rastiya jiyanê dûr neketine. Wê bi hûnera xwe tahlî û tûjiyên jiynê nîgarkiriye. Wê jiyaneke pir dijwar weke bager û bahozê derbaskir. Nexweşiya wê, serkeftinên di pîşeya wênekariyê de bi dest xistî, bi hûner û pêwendiyên xwe jineke têkoşere ku bala cîhanê kişandiye ser xwe. Pablo Picasso ji bo Frîda Kahlo weha dibêje; “Em nizanin wekî wê rûyê mirovan xêzbikin”. Madonna yek ji hezkirya Frîda Kahlo ye ku ji 70 wêneyên wê 50 heb kirîne. Gava qala wêneyan tê kirin, Frîda

Kahlo ya ku kofiyeke ji gulan li ser serîye tê ber çavê mirov. Ew ewqas ji xwe razîbû ku dikarîbû bibêje“Ez wekî wênekar hatim dinê”. Bi qasî wê jî werek bû ku bi hêsanî digot“ Ez wekî qehpik hatim dinê”. Jiyana Frida seranser têkoşînê. Mirov dikare bibêje ku ew têkoşera navdar a sedsala xwe bû. Frîda Kahlo di 6’ê Tîrmeha 1907’de li Coyoacan a Meksika hatiye dinyayê. Bavê wê wênekêş Wilhelm Kahlo, Cihûyekî bi eslê xwe ji Macarîstanê ye. Dayika wê Matilde Calderon

Gonzales, bi eslê xwe çermsor e. Frida ji çar keçên ji heman dê û bavî a sisya ye. Frîda Kahlo piştî bîrbir û xwe naskir, rojbûna xwe a 6 Tírmeha 1907’an guherî 7 Tîrmeha 1910’an roja şoreşa Meksîka. Ji ber ku wê dixwest rojbûna wê bi şoreşa Meksîka a modern destpêbike. Piştî ku Frida tê dinê bi demeke kurt, dayika wê nexweş dikeve û dikeve rewşeke giran ku êdî nikare şîr bide keça xwe. Di vê demê de ji bo şîrê xwe bide Frîda, dayikeke çermsor hate peyda-


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/5/30

HEJMAR 13

24

JIN

Diclepress13@gmail.com

Ji sedema nexwşiya kûdbûnê ku di şeş saliya xwe de Frida pê ketibû, lingê wê lareşî bubû û di sala 1954’an de gereke bihata jêkirin

kirin. Dihat hizirkirin ku ev rewş wê bandorê li Frida neke, lê diyar bû ku piştî gelek salan Frîda di wêneyekî xwe de rûyê dayika xwe a şîr dayê nîgarkir. Frida di 6 saliya xwe de bi nexweşiya kûdbûnê(felc) a zarokan nexweş ket. Ji sedema vê nexweşiyê lingekî wê li gorî ê din qels û zirav ma. Pir zarok ji ber heman nexweşiyê dimirin. Frîda bi ziravbûna lingekî xwe kefen çirandbû. Wê ji ber vê yekê timî fîstanên dirêj li xwe dikirin. Der û cîranan jê re digotin;“ Frida Ling Textikî“ û ew ji vê gotinê pir hêrs dibû. Li gel ku sê xweşkên Frida hebûn jî ew mîna lawikan mezin bûbû. Li salên dibistanê jî herî zêde bi lawikan re hevaltî dikir. Frida xwendekareke zîrek û serkeftîbû, bi salan di bin bandora nexweşiya kûdbûnê(felcê) de ma û ji ber vê sedemê jî biryara wergirtina perwerdeya pizîşkiyê da. Gava serlêdana wê ji bo Dibistana Amadekariyê a Netwî a li Mexico City beşê pizîşkiyê hat pejirandin, di dîroka dibistanê de tiştekî ku kesnedîtî pêk dihat. Lewra berê xwendekarên lawik bi tenê ji bo vê dibistana li Meksika a prestêj bilind dihatin pejirandin, Frida keça ewil bû ku gava xwe davêt vê dibistanê. Frida bi gelek xwendekarên vê dibistanê ku pişt re tev navdar bûn, hevaltî kir. Vizyona wê di hêla felsefe, wêje, pîşê û hûnerê de fire bû. Frida tevlî komeke anarşîst a wêjeyê bû. Hemû jiyana wê bi rûdaneke trafîkê hat guhertin. Roja 17 Îlona 1925’an, gava ku Frida bi hevalê xwe Alejandro Gomez Arias re bi otobosê ji dibistanê vedigeriya rojeke ji rêzê bû. Lê otobosa


Diclepress13@gmail.com

ku ew lê siyarbûbûn bi tramveyekê re li hev qelibin. Di vê rûdana trafîkê de gelek rêwî mirin, Frida jî giran birindar bû. Hesinekî stûr ku rêwiyan xwe pêve digirt di zikê Frida re çûbû xwar û xisarek dabû parsû û mofirkên wê û di pişta wê re derketibû derve. Ji xeynî vê Dest û lingên wê jî heciqîbûn. Hêvîya ku ewê karibe bijî nemabû. Ji xwe ew jî ji miriyan hesibandibûn. Pişt re di derbarê vê rûdana trafîkê de Frida ev gotibû: “Di heyamê min de otoboz ne ewlebûn; lewre hê nû dest bi ajotina wan hatibû kirin û pir bala xelkê dikişandin. Tramve valabubûn. Ez bi Alejandro Gomez Arias re li otobozê siyar bûn. Piştî demeke kin otoboz û tramve li hev qelibîn. Li hev qelibîneke ecyêb bû, ne bi lez bû, hêdî bû û giş hejandin. Ez hîn zêdetir hejandim. Ewil em li otobozeke din siyar bûbûn, lê gava ez pêhisyam ku min sîwana xweyî biçûçik ji bîr kiriye, ji bo em lêbigerin peyabûn û bi vî hawî li otoboza ku ez perçiqandim siyarbûn. Rûdan li zivronekê qewimî“. Frida ji ber vê rûdana trafîkê di mehekê de 32 operasiyon derbaskirin. Di laşê wê de hema bê dereke saxlem nemabû. Piştî mehehekê li 17 Cotmeha 1925‘an ji nexweşxanê derket. Dihat texmînkirin ku Firîda wê êdî bi hêsanî nikaribe rabe ser xwe û bi mehan li erdê bimîne. Li gel ku laşê wê pir diêşiya û birînên wê êşdijwarbûn jî wê êşên xwe bera hundirê xwe dida û nedida der. Ji sedema nexwşiya kûdbûnê ku di şeş saliya xwe de Frida pê ketibû, lingê wê lareşî bubû û di sala 1954’an de gereke bihata jêkirin. Bavê wê ku karê wênekêşiyê dikir, desteng bû her diçû rewşa wî a aborî

JIN

25

xerab dibû, ji destê wî nedihat ku lêçûnên(mesrefên) Frida bide. Çare di firotina kelûpelên malê ên bi nirx de dîtibû. Wî tenê Piyano û pirtûkên xwe hîştibûn. Tevayiya roja Frida di nava nivînan de derbas dibû. Bavê wê textekî razanê ê pir xweşik ji bo keça xwe bi destê xwe çêkitibû. Ji bo pêwendiya qîza xwe bi jiyanê re zexm biki, çi ji destê wî dihat dikir. Dayika wê Mathilde jî bo ku keça wê Frida xwe bibîni, neynikek bi qaçê xanî ve darde kiribû. Gava cara pêşin Ferîda laşê xweyî perçe perçebûyî di neynikê de dît bi erjengî veciniqî. Pişt re gava ku bi tenê ma destpêkir ew wênayê di neynikê de diyar dibû nîgar kir. Frida ji bo ku êşên xwe ji bîr bike, bênavber wêne çêkirin. Frida wêneyê xweyî ewil diyarî hezkiryê xweyî ewil Alejandro kir. Lê belê êdî pêwendiyên wan bi hev re nemabûn. Frida bi alikîrî û xwesteka malbatê gelek wêne çêkirin. Ew êdî baş bûbû û çêkirina wêneyan motivasyona wê xurt kiribû. Di sala 1927‘an de Frida dest bi meşê kir. Di vê demê de pêwendîyên xwe bi derdorên polîtîk û pîşevan re bi pêş xistin. Frida Kahlo, di sala 1929 de bû endama Partiya Kominîst a Meksîka. Frida di Tebaxa 1929‘an de bi wênekarê navdar Dîêgo Rîvera re zewicî. Frida di derheqê vê zewacê de di rojnivîska xwe de weha nivisîbû. Min ji Dîêgo hezkir, kêfa malbata min qet nehat, ji ber ku Dîêgo mirovekî kominîst bû. Lema ji xeynî bavê min tu kes ji malbatê nehatin daweta me. Di pêvajoya deh salên zewaca wan de du zarok ji ber Frida çûn. Zewaca wan gelekî bi nakok derbas bû.

HEJMAR 13

2019/5/30

SAL 3

KOVAR DICLE

Wêneyên wê her çiqasî mîna xeta sûrîalîst werin dîtin jî, xêzkirinên wê tev êş û azarên rasteqîn ên dijwar radixînin pêş çavan. Xetên wênekariya wê qet ji rastiya jiyanê dûr neketine Têkiliyên Dîêgo bi jinên din re çêbû û di sala 1939‘an de hev berdan, Frida di derbarê vê hevberdanê de ev nivisîbû: “Min çima Dest ji te berda Diego, ji ber ku di roja minî xerab de tu ne li ba min bû, lema min dest ji te berda. Gava tu tengav dibû te ev bi min re parvenedikir, te fikrên xwe bi eşkereyî ji min re nedigot, dema min ev famkir min dest ji te berda. Gava min famkir ku tu derewan li min dikî, min dest ji te berda. Gava te li çavê min dinêrî, ez pêhisiyam ku tu bi dilê xwe nanêre û tiştên hê te ji min re negotini hene, lema min dest ji te berda. Ji ber ku te nedixwest her sibeh em bi hev re şiyar bibin, gava min famkir siberoja me berbi derekêve naçe, min dest ji te berda. Ji ber ku te qîmet neda fikir û nirxên min, min dest ji te berda. Ji ber ku te hezkirineke germ a ku êşên min sivik bike neda min, min


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/5/30

HEJMAR 13

26

JIN

Diclepress13@gmail.com

Roja 17 Îlona 1925’an, gava ku Frida bi hevalê xwe Alejandro Gomez Arias re bi otobosê ji dibistanê vedigeriya rojeke ji rêzê bû. Lê otobosa ku ew lê siyarbûbûn bi tramveyekê re li hev qelibin

dest ji te berda. Ji ber ku tu li bextewarî û dihatûya xwe bi tenê fikirî û ez tune hesibandim min dest ji te berda. Ez êdî nikarim di wêneyên xwe de xwe bextewar xêz bikim û sedem tenê tu ye, lema min dest ji te berda. Ji ber ku ez ezî bi te re heye, min dest ji te berda. Ji vana gişan yeke bi tenê ne besbû ku ez dest ji te berdim. Ji ber ku hezkirina min pîroz bû. Lê gava ez li gişan fikirim min famkir ku te ji zûve dest ji min berdaye.

Ji ber vê yekê min jî dest ji te berda Diego”. Lê belê piştî salekê, di 1940 de wan zewaca xwe nuhkirin û cardin bi hev re zewicîn. Vê carê li xaniyê ku zarokatiya Frida lê derbas bûbû bi cî bûn. Di vê demê de Frida Kahlo bi alîkariya dostê xwe ê wênekar Andre Bre li New York ê pêşengeha wêneyan vekir. Di vê pêşengehê de aktorê navdar Edward G. Robinson, çar tabloyên Frida Kahlo kirîn. Frida bi vê pêşengehê navdar bû û pişt re li Parîsê jî pêşengehek vekir. Kesên

mîna Picasso û Kandinsky bi baldarî ev pêşengeh şopandin. Frîda di pêvajoya zewaca xwe de bi gelek zilaman re ket nava têkiliyan û yek ji van Lev Troçkî bû. Piştî ku hevjîna Troçkî bi vê pêwendiyê hisya, Frîda têkilya xwe ji Troçkî qut kir. Pişt re Frîda ji Meksîka berê xwe da San Fransisco û çû ba hevjînê xweyî kevn Rivera. Ciyê Dîêgo li ba Frida cûda bû. Li gel hemû pirsgirêkên wan jî Frida di derheqê mêrê xwe de ev rêzik nivisîbûn: “Destpêk Diego... Avaker Diego... Zarokê min Diego... Wênekar Diego... Bavê min Diego...Kurê min Diego...Hezkiryê min Diego ...Zilamê min Diego... Dostê min Diego... Dayika min Diego... Ez Diego... Gerdûn Diego”. Di Tîrmeha 1953 an de lingê Frîda ê rastê ji ber nexweşiyê hat jîkirin. Wêneyê wê ê herî dawî bi navê“Bijî Jiyan“ bû. Di 13 ê Tîrmeha 1954‘an de Frîda jiyanek tije êş û bi qasî wan


Diclepress13@gmail.com

JIN

27

HEJMAR 13

2019/5/30

SAL 3

KOVAR DICLE

jî tije serkeftin li şûnxwe hêla û ji vê dinyayê cûda bû. Ji Diego Rivera yê min re ... “Ji cerga min ji te hezkir û şûn de gelek zeman derbasbû. Gava ku min destpêkir ji te hezbikim, ez hîn keçikeke pir biçûçik bûm. Lê ez nuha jineke pîrim û laşê min dest bi rizandinê kirî ye. Diegoyê mino, a rastî hemû beden û laş dirizin. Hemû beden kevn dibin. Lê laşekî ku dilê wî bi kul bi hîn zûtir dirizi. Ê min dilekî minî bi kul heye Diego. Ji wê roja min ji te hezkir û pêde dilekî minî bi kul heye. Ez ê nebêjim ku te ez famnekirim. Te ez famkirim. Ji xwe êşa ku debar jiber nedibû ev bû. Te ez famkirim. Li gel ku te ez famkirim jî te canê min êşand Diego... Min jî xwest ku te fam bikim. Min hemû jiyana xwe, hemû şanikên jiyana xwe da oxira famkirina te. Tu çû kû ez jî çûm. Tu bi çi keniya ez jî pê keniyam. Te ji kê hezkir min jî ji wê hezkir. Tu bi kîjan jinê re pevşabû, ez jî bi wê re pevşabûm. Ew tişta ku te li ba min nedidît û tu li cem jinên din li wan digeriya, ji bo ku ez wê kifş bikim ew jinên te ew maçkiribûn min jî ew maçkirin. Jinên destê te pê bû, destê min jî bi wan bû. Te ji kê hezkir min jî ji wan hezkir Diego. Ji bo ku ez sedema nehezkirina te ji min re fam bikim, min ji wan hezkir!!! An jî min hewil da ji wan hezbikim... Dibe ku ji bo hêrsa hundirê xwe a li hember te dawerivînim min ev kiribe. Lê hêrsa min daneket Diego. Her carê mîna evîndareke ji ser xwe çûyî, ez dîsa li te vegeriyam. An jî ez qet ji te dûr neketibûm. Gava te ji min xwest bi te re werim

Amerîka, min digot qey tu ê min î. Dibe ku xwe xapandina minî herî mezin ev be. Ji ber ku tu nedibû ê min û ne jî ê jineke din! Tu nedibû ê kesî. Giyana te rê nedida vê yekê. Lê ez, ez her tim a te bûm. Çi zilamê ku ez pê re raketim ez a tebûm û raketim Diego. Di nava êş û janê de bi wan re pevşabûm... Min tenê dixwest zarokek te bînim dinyayê. Ax Diegoyê min. Gava zaroka me çênebû min ji vê malzaroka xweyî bernegirtî a perçebûyî nifret kir. Min xwest malzaroka xwe jêbikim û bavêjim. Ew organa ku nikarîbû zarokekê bide te li ser min bû bargiranî. Gava ez li ser çarşefên spî di nava xwînê de vedigevizîm, min dît bê te çawa bi dilşewatî li min dinêrî. Min dît ku tu ji mirina min ditirsiya. Tenê ji bo vê ez nemirim Diegoyê min. Da ku tu neêşe û gava te terka

min kir, min xwe spart wê roja ku ez di nava xwînê de vedigevizîm û te êş dikşand, lema min nameyên mişt êş ji tere nivisandin. Min rumeta jinbûna xwe xist binê lingan û nameyên ku bîna bêçaretiyê ji wan dihatin ji te re nivisandin. Min dixwest dilê te bi min bişewite û tu li min vegere. Ez bi vê jî razî bûm hezkiriyê min. Gava dayika min ji bo te got ew yekî kirête min ji wê nifret kir. Ên ku mîna min li te nedinêrîn min ji gişan nifret kir. Min tu carî famnekir ku çima xweşikbûna te nedidîtin... Beqê min, hezkiryê min Diego... Te êşa dinyayê a herî mezin bi min da kirin. Ji roja min ji te hezkir û pê de roj bo roj ez mirim. Lê delalê mino ger ez careke din bihatama dinyayê minê dîsa ji te hezbikira. Li gel ku min zanibûya ezê zindî zindî bihilim jî!” ibrahimosman@gmx.ch


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/5/30

HEJMAR 13

28

LÊKOLÎN

Diclepress13@gmail.com

SEMBOLIN OLA ÊZDAYETIYÊ

MARÊ REŞ SEMBOLA CIHANA BIN ERDÊ YE

ALI HUSEIN KERIM

Ajalên Pîroz Di ola Êzdayetiyê de hin ajal pîroz in. Heta ji van hinek bûne sembola vî olî. Ji van yê sereke Teyrê Tawûs e. Paşê teyrê Enqe(Sîmorg) heye. Jixwe tawûs wek tezahûra teyrê Enqer li ser rûyê erdê hatiye pejirandin. Boxe, dîk, kevok û mar jî pîroz in. Teyrê Tawûs Bi goreyî gelek baweriyan teyrê Enqe li ezmên dimîne û dibêjin ku ew li erdê di bin şiklê teyrê tawûs

xwepêşanî dide. Di efsaneyan de hatiye gotinê ku teyrê Enqe bêmirine. Eger wê bavêjin nav êgir û bişewitînin, dîsa ew ji xwaliya xwe vejîn dibe. Roleke wusa dane li teyrê tawûs jî. Dibêjin goştê teyrê tawûs xirab nabe. Li ser per û baskên wê bi taybet li ser dûwa wê hezar çav hene û ew çav mirov ji qeda û belayê diparêzin. Her waha bi wan re dibêjin çavên Xwadê. Teyrê tawûs sembola çiye? 1. Bêmirinî, 2. Şanazî û bedewbûn, 3. Duristî, 4. Hişyarî, 5. Serdestî, 6. Maneviyat, 7. Konetî(qurnazî). Ev heft taybetiyên sereke yên teyrê tawûs, li heman demê taybetiyên heft fêrişteyên ola Êzdayetiyê jî destnîşan dikin.

Bi kurdî navê tawûs, ji navê tav(roj) û Xwedê hatiye welgirtin. Ango ev cure teyr ji ber pirrengîbûnê û çawikên li ser perên wê şibandinê tav û Xwadê. Etîmolojiya navê tawûs: PHE *taus- ‘aram, aşîtîxwaz, bêdeng, aşbûyî’, PHE dieûs ‘Xwadê’, Luwî û Palayî Tiwaz, Tiyaz ‘Xwedayê rojê’, Anglo-Sakson Tiw ‘Xwedayê ezmên û yê şerî’ ye. Ji bilî van hemûyan Pêyvên Hînd-Ewropî *diwos ‘ezman, roj’, *diwyos ‘homan, pîroz’, *dyews ‘Xweda, ezman’ Dema mirov bala xwe bide navên xweda û xwedawendên jorîn, dibîne ku têkiliya wan hemûyan bi ezman û rojê re hene. Jixwe têkiliya Melekê


Diclepress13@gmail.com

Tawûs jî bi rojê re ye. Di zimanê Proto-Hînd-Ewropî de *dî-, *dîǝ-, *dîw‘rewnaq, roj’ bûye *dîeûs ‘Xwadê’ yanê roj wek Xwedê hatiye hizirkirin. Tekiliya vê bi Zimanê Kurdî re çiye? Pêyvên kurdî yên mîna tav- ‘roj, enerjî’, taw ‘hereret, germî’ ji PHE *dî-, *dîǝ-, *dîw- ‘rewnaq, roj’ ma ne. Hurr. tab-/taw ‘helandin, heraret’ jî meneya Tawîs diyar dike. Jixwe Zimanê Horîkî de paşekên mîna -ûš, -îš, -aš pir gelek in. Ji ber ku horîkî zimanekî fîtikî ye. Di dawiya pêyvan de dengên mîna s, ş, z, j, -îs, -îş, -îz hertim hatine bi kar înandin. Her wusa taw + ûs bûye Tawûs. Heta navê şahê xwedayên horityan jî Teššûb e. Bi Orartûyî jî Teîşeba ye. Di vî navî de Teššûb yan jî Teîşeba berê bûye Tesûv yan jî Teîsew. (Di Zimanê Kurdî de distûra dengê b bibe v heye) Her ji vê rêgehê re derbas buye û gihiştiye navlêka encamê ku ev jî Tawûs e. Tešš(ûb), Teîşe(ba) tîjikên rojê ne. Jixwe Teššûb di teswîrê xwe de li ser boxeyekî disekine û tîrêjên rojê yan jî tîrêjên berqwedanê di destê wî de ne. Her çiqasî Teşşûb/Teşşûw wek navekî horîkî bê dîtin jî, koka xwe PHE *dî-, *dîǝ-,

LÊKOLÎN

29

*dîw, dîeûs ‘rewnak, roj, Xwadê’ ye. Ango Te- = *dî-, *dîǝ-, -şûw = ûs û di encamê de bûye dîeûs û li dem û cihên cûda mîna Teşûw hatiye bilêvkirin. Ev çawa buye Kurdî? Zimanê Kurdî bi hev honandina zimanên Hînd-Ewropî û Horîkî bi ser û ber bûye. Kurdî tav + wîs/wûs → Tawîs/Tawûs → ‘yê tav ê, roj ê’. Melekê Tawîs jî dibe ‘Homanê Tavê’ ango ‘îlahê rojê’. Di vê mijarê de Rola Teyrê Tawûs çiye? Ji nav hemû ajalan de yê ku pir dişibê rojê teyrê tawûs e. Dûvên teyrê tawûs mîna rojê guloverin û diteyisin. Ji aliyekî dinê li ser her pûrt û perên wî çavîkên sor û zer hene û ew jî dişibên rojê. Heta dibêjin ku ew her yek çavekî Xwedê diyar dikin. Ji ber vê egerê kurdan navê tavê li vî teyrî kirine û jêre dibêjin teyrê tawûs ango ‘teyrê tavê’ yan jî teyrê deûs (Xwadê). Her wusa, di baweriyên curbecur de cihekî girîng yê teyrê tawûs heye. Role mezin di ola Êzdayetiyê de tê dîtin. Ev helwest tiştekî ji xweber nîne. Têkiliyên vê yên taybet bi baweriyên kevnar re hene. Têkiliya wê ya sereke bi olên Mezopotamya

HEJMAR 13

2019/5/30

SAL 3

KOVAR DICLE

Dibêjin ku li kuderê mirov zêde behsa mirinê bike, hema li wê derê bûyerê mirinê pêk tên. Heta Kurd tirba bi tilî û destên xwe nîşan nadin re, bi taybet ol û mîtolojiya Horiyan re heye. Dema mirov li nav pelgên dîroka kevnar dinyêre gelek caran rastî teyrê tawûs û teyrê Enqeyê tê. Xwedayê kişt û kalê Temmûz ê Babîlê wek teyrê tawûs hogiriya xwedawend Anatê dike. Li Yewnan û Romaya kevn tawûs sembola şahbanûya bû. Di Ola Xiristiyaniyê de jî tawûs sembola bêmiriniyê tê zanîn. Di ola hîndû û bûdîstan de tawûs şêweyê jiyana cîhanî destnîşan dike.


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/5/30

HEJMAR 13

Dayîkên Bûdha MahamayurîVidyarajnî li erebeyên ku ji hêla tawûsan dihatin kişandin sîyar dibûn. Etîmolojiya Temmûz/Dûmûz Sûmerî Dûmûz, Akadî Temmûz, navekî Hînd-Ewropî û Hûrîkî ye. Ev nav bi hevedudaniya PHE *dei-, *deiǝ-, *dī-, diā- ‘rewnaq, roj, Xwadê’ û PHE *meĝ(h)-: meĝ(h)- ‘mezin, gir, hilovan, qerase, mega’ ve çêbûye û wateya ‘Xwedayê Mezin’ dide. Diyare sûmeriyan ev nav ji der girtine. Ev jî eşkere dike ku têkiliyên wan bi Hînd-Ewropiyan re hebûnç Yan jî berê ew û Horî di nav hev de bûn. Ji ber ku Horîkî Te- ‘destpêka navê Teşşûb’ + Horîkî mûz- ‘rast û durist’ = Temûz ‘Xwedayê rast û durist’. Yan jî Hurr. Te- + maz ‘alîkar’ = Temaz ‘Xwedayê Alîkar’ derketiye holê. Brahma, wek afinêrê hemû tiştên ji sereta û heya heyayê tê bawerkirin. Gerdûn bi dengê Aum (om) ve afirandiye û di bingehê her tişî de şopa vî dengî heye. Ew li teyrê Hamsa siwar e. Ev teyr carna wek qazê carnan jî wek qûyê tê şanîdan. Lê belê Hamsa bi Zimanê Sanskrîtî tê wateya “So Ham” ‘ez ew im’, yan jî“Aham Sa” ‘ez ew nînim’. Hevsera Brahma Saraswathî jî teyrê Tawûs siware. Teyrê Tawûs him bedew e him jî êrişî

30

LÊKOLÎN

Diclepress13@gmail.com

Rola başiya mar di bûyera gopalê Mûsa de tê dîtin. Goplaê Mûsa dibe mar û hemû marên sêhirbazên misrê duxe. Diyare olên yek Xwedayî jî xwe ji hikarên mar yên razdar rizgar nekirine

zêde tê dîtin ya heftanî ye. Ev jî: Mîr, şêx, pîr, qewal, feqîr, û mirîd in. Lê belê di navbera wan de fexîra û çomez jî hene. (ev mîna xweda û xwedamendê piçûk in) Kirîb/kirîv, birayê axîretê Evlenme sırasında bir ekmeğin ikiye ayırıp gelin ile güveye verilişi olayı Hurrilerdeki kakkari olayı ile benzer. (Ev nivisên sor dê beşeke dinê de cîh bigrin) TEYRÊ ENQER (SÎMİR)

Sîmurg, teyrekî efsanevî ye. Derbarê vî teyrî li hemû deverên cihanê efsane û çîrokên curbecur hene. Di mîtolojiyên Yewnanî de jêre dibêjin fhoenix. Efsaneya sereke ya sîmurg ji jêderkên Hînd-Îranî dertên û jêre dibêbijin “mundane egg” ango “Hêk, maran jî dike. Kuştina maran ji hêla yan jî tovê dunyayê”. wê, heman demê tê wateya kuştin û dûrxistina hewesên mirov yên xirab. Etîmolojiya navê teyrê enqer: Di Brahmanî de gotinên sanskrîtî “So Ham” ‘ez ev im’, “Aham Sa” ‘ez Navê enqer bi heve dudaniya pêyva ne ev im’ û axaftina Xwadê û Melekê PHE *ank- ‘hêz, pêdivî’ û navê PHE Tawûs tîne bîra mirov. Ev gotin di *er *or- ‘teyr, teyrê deryayê ’ ve pêk nav ola Êzdayetiyê de jî hene. Xwe- hatiye. Mînakî: PHE *ank- + PHE *erda ji Melekê Tawûs dipirse: “Tu kiyî, = anker- ‘teyrê xurt’ derketiye holê. ez kî me?” Melekê Tawûs dibêje: “ez Mirov dikare nimûnekî dîsa bide. ezim tu jî tu yî.” (Misheba Reş) PHE *egnis- ‘agir’ + *er-‘teyr’ = egnisDi ola Êzdayetiyê de sîstema qastê er- → egnier- → enqer- ‘teyrê ji agir’. ya heft û ya neh heye. Sîstema ku Etomolojiya Navê Sîmir (Sîmorg)


Diclepress13@gmail.com

Heya naha derheqê navê teyrê sîmir gelek şîrovekirin çê bûne. Lê belê piraniya lêkolîneran hertim dora Zimanê Farisî hatine û çûne. Ji ber vê egerê negihîştine encameke tekûz. Ya rastî, navê teyrê sîmir berya zimanê farisiye Ji ber vê egerê divê yekser di Zimanê Proto-HîndEwropî de lê bigerin. Her waha: PHE *(s)mer- ‘hizirandin, bîranîn’ + PHE *er-, *or- ‘teyr’ = *smeer û dawiyê de bûye sîmir/sîmor yan jî sîmorg ango tê wateya ‘teyrê hizrê, teyrê bîrewar’. Jixwe, bi goreyî efsaneyek Îranî sê caran hilweşandina dunyayê dîtiye û ji ber vê egerê ew xwayî zanyariya hemû dema ye. Ango ji wê zanetir kes û tişt nînin. DÎK Dema behsa dîk tê kirin banga wî ya dema elendê tê bîra mirov. Ango ew teyrê berbangê ye. Berbang yan jî elende dema hilatina rojê ye. Dîk jî agahdarê wê demê ye. Ji ber vê egerê dîk mîna dawerê rojê hatiye hizirkirinê . Ji ber ku mizgîniya roja nû dide ew heman demê de sembola vehişyarî û vehereketê ye. Di ola êzdayetiyê de bûyerên bişibên temasûhê pîroz in û ji hêla Xwadê yan jî Melekê Tawûs pêktên. Her wusa, dema ku dîk bang dike mizgîniya tenasûhê dide. Ji ber vê egerê ew pîroz hatiye pejirandin. Mîna ku: Ji PHE *dei-, *deiǝ-, *dī-, *diā- ‘roj, Xwadê’ + *iek- ‘axaftin’ = *deik ‘yê ku agahdar dike , wek Xwadê diaxife’ → diek- ‘Xwedê dibêje’ → dîk ‘banga Xwadê’ peyda dibe. Diyare navê PHE *digh- ‘bizin’ jî her wusa maye. Ango dema totemîzmê ew û Xweda şibandine hevûdu. Xûyaye di

LÊKOLÎN

31

nav mercên Mezopotamya de pirtika -il bi navê dîk ve hatiye çespandin û bûye dîkil. Ev tê maneya dîk- + -El ‘El şahê xwedayan’ ‘dîkê şahê xwedayan’. Her waha dîk, sembola ronahiya ku dawiyê dide tarîkê ye . Bingehê hemû ol û baweriyan li ser tekoşîna navbera qenc û neqenciyê hatiye avakirin. Wek sembola neqenciyê tarî, ya qenciyê jî ronahî hatiye pejirandin. Subehê zû ji banga dîk pêve hemû hêz û bûyerên neqenciyê jî tune dibin. Dîk, ji kîjan ol û baweriyê dibe bila be ji bo hemû kurdan pîroze. Lê belê vî teyrê nav malê di nav êzdiyan de cihekî sereke wergirtiye.

HEJMAR 13

2019/5/30

SAL 3

KOVAR DICLE

Şeh kevintrîn amrazekî mirova ye. Tê gotinê ku ji destpêka dema neolotîk pêve şeh heye. Ji hingê ve şeh wek sembola mêbûnê, yanê ya organê mehlikiyê hatiye pejirandin

BOXE Boxe sembola hemû tiştên têra xwe xurt û jêhatî. Ew Li Kosmosê hêza birûsk, berq û bagerê ye. Li erdê sembola bereket û zayînê ye. Di kesatiya mirovan de hêz, lezgînî, wêrekî û hêza navajoyî ye. Li serdema horiyan Ajalê pîroz yê ku şahê xwedayan Teşşûb lê siyare, boraqa Mîtra ye. Êzdî jî gerdîşa Mîtra pêktînin û wek boraq boxeyan serjê dikin. Ango xwîna boxe dirêjînin. Bi goreyî Mîtrayîzmê ji xwîna boxe vejîn û tenasuh ango rekarnasyon pêktê. Etîmolojiya navê Boxe: Diyare PHE *bhēgh-: *bhōgh‘berxedan, dij rawestan’ jêderka navê boxe ye. MAR Li ser tirba Şêx Adî wêneyê marekî heye. Ji bilî vê kesên bi maran re mijûl dibe û wan re dilîze yan jî wan dihewîne ji hêla êzdiyan mirovên xwedî kerametan tên pêşwazî kirin.

Bi taybet marê reş sembola cihana bin erdê ye. Ango ya xwaliya reş e. Gotina “xwaliya reş” wek hizir, navlêk û biwêj cara destpêkê ji hêla horiyan bi ser û ber bûye. Ji wan jî belavî hemû hêlên cihanê bûye. Her wusa tê gotinê ku marê reş her tim seredaniya cihana binerdê, ango cihana xwaliya reş dike. Di lîteratûra kurdî de ji vêna re dibêjin erdê reş û tarî. Bi vê biwêjê dixwazin warê mirinê, devera ku ruhên miriyan diçinê destnîşan bikin. Heman biwêj wek “kara toprak” derbasî li nav tirkî jî bûye. Mar, di gelek çand û gerdîşan de wek fîgurekî sereke hatiye pejirandin. Bi taybet mar buyê mijûldariyek mezin ya xwediyê baweriyên ezoterîk. Helbet çend sedemên girîng yê vê babetê hene. Ji van ya sereke awayê fîzîkî yê mar e. Zirav û dirêje, dixuşxuşe bi dilopek jahr fîlan dukuje. Him li ser erdê hin jî li bin erdê dijî. Ev jî bûye sedema ku


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/5/30

HEJMAR 13

32

LÊKOLÎN

Diclepress13@gmail.com

Mar, di gelek çand û gerdîşan de wek fîgurekî sereke hatiye pejirandin. Bi taybet mar buyê mijûldariyek mezin ya xwediyê baweriyên ezoterîk. Helbet çend sedemên girîng yê vê babetê hene

mirov maran wek ajalên bi nehînî û razdariyê binirxînin. Ango ew agahdarê cihanên ser û binê erdê ye. Taybetiyek dinê ya mar jî guhortina kirasa ye. Tê gotinê ku mar parastvanên kahniya jiyanê, nemirinê û gencîneya mezin ya giyanê hilovan e. Diyare rola marê li ser diwarê tirba Şêx Adî jî parastvaniya wê tirbê, ava zamzemê ye. Ji bilî vejînîve ciwaniyê mar sembola tirs û mirinêye jî. Ango ji derbasbûna şêmûgê yan jî sînorên diyarkirî mar bi mirov vedide. Bi vî avayî mar dibe sedem û delîla ku mirov sînor bide ber hewesên dozînî. Her jixwe bi kurdî navê mar ji mirin û tirsê derhatiye. Di Ola Xiristiyanî û Îslamê de mar bûye sembola du rewiştan. Yek jê xapandina Hewa û Adem e ku ew jî bûye sedema ji buhuştê bên avêtin. Ya dinê jî, dema tofanê qula keştiya Nûh dixitimîne û nahêle av têkevê. Dîsa, rola başiya mar di bûyera gopalê Mûsa de tê dîtin. Goplaê Mûsa dibe mar û hemû marên sêhirbazên misrê duxe. Diyare olên yek Xwedayî jî xwe ji hikarên mar yên razdar rizgar nekirine. Zanîsta pozîtîf jî derbarê mar hinek şîrovekirin çêkirine. Ji nav hemûyan de ya Psihanalist Sigmond Freud pir balkêşe. Freud dibêje mar sembola seksê ye . Di binzanetiya mirov de gelek tiştên pelixwandî hene. Her waha ji wan yek jî dozîna seksê ye û bi şêweyê maran ji warê zanîna binî xwe dighîne warê zanîna li ser. Etîmolojiya Navê Mar Navê mar bi tenê Zimanê Îranî de tê bi kar înan. Ji ber vê egerê kok û jêderka vî navî Hînd-Ewropî ye. Her


Diclepress13@gmail.com

waha: PHE *nē-tr..., *nǝ-tr- ‘mar, marê reş’ di Zimanê Kurdî de wek mar tê bilêvkirin. Lê belê di kurdî de gelek pêyvên ku awa û rewiştiya mar destnîşan dikin hene. Mîna: PHE *mer- ‘ben, weris’ , PHE *mormo(ro)- ‘tirs, saw, erjeng’ ), Gr. μορμώ, μορμών (mormo, Mormon) ‘heçepîl, tirsnak’, Lat. formido ‘tirs, rêz û hurmeta olî’, Lat. natrix ‘marê avê, penîs’, Îr. nathir ‘xişxişok, mar’, Kîmerî neidr ‘mar’, Îzlandî naor, naora ‘reşe mar’ , PHA *mer-, *merǝ‘mirin’ , *mer-, *mer-s- ‘gir û hêrs, xişim’ , *mer-, mor-(u)- ‘reşayî, rengê tarî’ , Hurr. mar-al ‘kuştin, mirin’. Pêyvên li jorê nivisî rêwiştê mar didin xûya kirin. Mar, mirovan dukuje; mîna ben û werisa ye; tirsnak û bi talûke ye; di Kurdistanê de piraniya rengê maran reş e. DUR/MİRWARÎ Dur, elementê sereke yê Êzdayetiyê ye. Ji ber ku Yêzdan gerdûn ji mirwarî çêkiriye. Bi goreyî Misheba Reş, Xwadê di heft rojan de heft fêrişte afirand. Durekî spî çêdike û 40.000 salan di hundirê wî mirwarî de dikeve li nav înzîwayê. Piştî van çil hezar salan durr şikand û jê derket. Bi parçeyên wî erd û ezman, av û stêrk çêkir. Belê ji bo çi durr ango mirwarî? Gelo ev hizir tiştekî pîşadî ye yan bi zanetî ketiye li nav kozmogoniya Êzdayetiyê? Helbet mirov bi asanî nikare bighêje encama resen. Lê belê, derfetên selimandina vê hizrê jî hene. Mirwarî, tiştekî bi nîrx, hebûna wê kêm û bedew e. Çêbûna mirwar dişibê ya jîndaran. Ew di zikê îstiridya biqemûş û avê de çê dibe. Hemû ol û baweriyên berê devera

LÊKOLÎN

33

ku teyrê tawûs wek sembol nîşan dane, mirwar jî dane li ber wê. Yan jî teyrê Tawûs dane li ser mirwar. Ji ber ku ew wek sembola zelalî û paqişiyê hatiye naskirin. Mirovên antîk digotin mirwar wek sembola hîvê, afsûndar e; sembola cinsê mê, jiyan û zayînê ye. Îraniyên berê ji bo mirwar digotin “hêsrên çavên xwedayan.” Ji rojhilat heya rojava hemû gelên cîhanê dûrr madeyekî avsûndar ê ku hêza xwe ya vejîndariyê heye. Hebûna mirwar/dûrr tiştekî pir girîng diselimîne. Warê ku dûr lê çê dibe û dikemile av e. Ev jî tê maneya ku bi goreyî ola Êzdayetiyê aferîdeyên zindî cara destpêkê di avê de çêbûne. Gelekî balkêşe ku behsa almas, yaqûd û zumrûdan nayê kirin. Ew hemû cure keviran ji dûrrê giranbuhatir in. Lê belê dîsa jî behsa dûrrê tê kirine. Dema mirov bala xwe bide formûla kîmyevî ya dûrr rastî elementên jînê yê bingehîn dibe. Dendikê durrê % 6 madeyên organîk, dora wê jî % 90 ji kalsiyûm karbonatê û %4 jî ji avê peyda bûye. Her waha karbon, kalsiyûm, elementên organîk û av bingehê jiyanê ne. Helbet mirovên berya hezaran salan ev rastiya kîmyevî belkîm nizanibûn. Lê belê ji bo pakbûna ji hin cureyên nexwaşiyan dûrreyê hêrandî dixwarin. Diyare kosmogoniya dûrr ya ola Êzdayetiyê hizrek gerdîşî ye. Ji ber ku di vê babetê de behsa tov yan jî hêkekê tê kirin. Her waha di lîteratûra kozmogoniya gelek olên cîhanî de ji vê hêkê re dibêjin“aNDakoza, mundane egg, Anguinum Ovum” ango ‘hêka cîhanî’ yan jî hêka ku dunya jê derketiye. Çêbûn û kemilandina dûrr, di hundirê wê de înzîwaya Yêzdan ya 40.000 salan, şikandina

HEJMAR 13

2019/5/30

SAL 3

KOVAR DICLE

Heta dibêjin ku ew her yek çavekî Xwedê diyar dikin. Ji ber vê egerê kurdan navê tavê li vî teyrî kirine û jêre dibêjin teyrê tawûs ango ‘teyrê tavê’ yan jî teyrê deûs (Xwadê) wê û ji parçeyên wê çêkirina cihanê, roj, hîv, dunya, av û stêrkan hemû jî dişibên çêkirina hêkê û jiyana ji wê derketî. Her wusa efsanaya teyrê sîmir û hêka cîhanê jî çêbûn û afirandina gerdûn û jîndaran dişibê ya efsaneya durr ya êzdiyan. (mîna Destana Kerr Kulik hêk) Navê dûrr, diyare ji Zimanê Horiyan maye. Hurr. du- ‘jêr’ + ûr- ‘rastî’ = duûr ‘rastiya jêrê’ ango ji van herdû pêyvan navê dûrr ‘rastiya bin avê’ peyda bûye. ŞEH Kesên ji Ola Êzdayetiyê pêyva şeh bi Melekê Tawis re wek dijûnê dinirxînin. Lê belê li ser tirba Hesil Mameh û ji nav deqên êzdiyan de gelek wêneyên şêh hene. Ka em lê binyêrin di bingehê vê helwestê de çi derdikeve holê. Şeh kevintrîn amrazekî mirova ye. Tê gotinê ku ji destpêka dema neolotîk


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/5/30

HEJMAR 13

Diyare wateyên girîng yê gopal hene. Berya her tiştî amrazê desteg û alîkariyê ye. Jib o mirov mîna piyekî sisemîn e. Mirov jig opal hêz û desthilatdariyê werdigre pêve şeh heye. Ji hingê ve şeh wek sembola mêbûnê, yanê ya organê mehlikiyê hatiye pejirandin. Ji ber ku diranê şe por berhev dike û ev jî dibe sedema berhemdariyê yanê zayîn, dewlemendî û adanê. Di ezoterîzmê de eger diran jorêbin cinsê mêr û rojê, diranê wê jêrê, yan jî dora wê av û nexş hebin hinge dibe sembola mê bûnê(Xwedawend). Nexşê şeh yê li ser diwarê turbeya Pîr Hesil Memê diran li jorê, yên li wêneyê di pirtûka A. H. Layard, Nineveh and its remains de jî li jêr in. Li Pîr Hesil Mame nexşê şeh Diranên şeyî wek tîrêjên rojê jî hatine selimandin. Bi tîrêj û bingehê wê yê diran jê dertên yekheviya mê û nêr û dawiya kiryarên siruştî bûyera zayînê pêk tê. Di folklora kurdî de şeh diyariya sereke ya xortan ji bo keça ye. Di çîrokên kurdî de lehengê çîrokê şeh davêje erdê li pey wî deviyek mezin tiji sitirî çê dibe. Her waha

34

LÊKOLÎN

Diclepress13@gmail.com

dêw nukare xwe bighîne wî. Li wêneyê jêrê yê deqên li ser laşê jinên êzdiyan şeh çi diselimine gelekî baş diyar dike Hejmara 1: Cismê gilover hîv e. Hîv, hîjdemîn nepena Tarotê ye. Tarot ji pêyva kurdî terxan ‘cûda kirin, texsîs kirin, amade kirin’ maye. Ev pêyv wek tarh ‘derxistin, danîn, hîştin’ erebkî, wek taraux fransizkî mîna tarocchi jî derbasî li nav îtalkî bûye. Her çendî ji sala 1500 li Europa wek falê hatiye destpêkirin jî hebûna wê ji berya mîladê dest pê dike. Diyare ji magiyên Mîtanî û medan pêve heye. Ji bo ayende bê zanîn ji cîsmên kosmîkî û cîhanî kelkwerdigirtin. Ji van cîsman yek jî hîv e. Bi goreyî Tarotê hîv mîna pencereya ku ronahiya korik/loş jê dertê ye û ji wir keçeke ciwan bi harpê distirê. Di vê dîmenê de hîv destnişaniya mirinê, keçik jî ya giyanê/ruh e. Ji ber vê egerê pir caran di fala Tarotê de hîv pir caran mîna agahdarê bûyerên negatîf tê pejirandin. Di Mîtolojiya KurdÎ de rola hîvê nezikî ya Tarotê ye. Keçik û xemdariya wê mijara hevbeş e. Heta ronahiya hîvê ya korik jî hevbeş e. Bi goreyî Mîtolojiya Kurdî hîv û roj xwîşk û birane. Hîv xwîşk, roj jî bira ye. Hinek deveran hîv bira, roj xwîşke. An goreyî efsanê bira wenda dibe xwîşk jî li wî digere. Her waha xwîşk piçûk û xemgîne û digirî. Ev hemû jî bûne mijara Tarotê. Di îkonên horriyan de hîv û roj digel hev hatine çêkirin. Herdû jî wek xweda hatine perestin. Hejmara 2: Diranên şeh in û tîrêjên rojê destnîşan dikin. Ji ber ku tîrêj diyar dibin û berê wê li jor e. Her waha bi vî avayî şeh nêrzatiyê diselimîne. Ango roj e. Di vê pozisyonê de yekheviya hîv û rojê derdikeve holê.

Yanê Mîtolojiya Xwîşk û biratiya roj û hîvê şîrove dike. Di kompozisyona wêneyî ya deqkeşaniya jêrê de, hîv quncikê herî dûr cîhwar e û roj jî bi hemû şewqa xwe ve gerdûnê ronahî dike taku bikaribe xwîşka xwe bibîne. Hejmara 3: Deq yanê xal e. Xal sembola yekheviya jêderk û navendê ye. Ango tovê hebûnê ye. Ev wek hêka yan jî materyalê jêderk yê gerdûnê hatiye sêwirandin. Bi goreyî Mîtolojiya Kurdan ev Dûrrê Yezdan e. Wek di Mishefa Reş de jî tê gotin jêderka Roj, hîv û cismên ezmanî hemûyan durrê kozmîk e. Hejmara 4: Ev jî xaç e. Xaç nûnêrtiya çar dem(buhar, havîn, payîz û zivistan), çar enasir(hewa, erd, av û agir), çar taybetiyan mezin yê jîndaran (zayîn, jiyîn, mirin û tenasûh), çar şêweyên sereke yê jîndaran (yên digerin, yên difirin, yên dixuşxuşin û yên di avê de ne). Bi goreyî Schneider di navbera şeh û kelekê de têkiliyek pir nêzik heye. Ji ber ku herdû jî dikarin bibin dawêra av û agir . Lê belê şe, taybetiya semyanê, heyberên mê, Pîra Xapxapok û pêriya avê ye. Ji vê têkiliya di navbera şe û masî jî eşkere dibe. Bi tenê dûva pêriya avê wek ya masiya ye. Her waha dûvên masiyan û bê goşt in. Organê bê goşt jî mirin û goristanê tîne bîra mirov. Şeh dişibê dûva masiyan û pir caran wek sembola tirb û goristanan jî hatiye nirxandin. Ji ber vê egerê êzdî ji pêyvên ku şeh di serî de hebin hers dibin. Lewre mirinê tînin bîra mirov. Her wisa hemû kurd bi tewrekî bêxem û bêtirs behsa mirinê nakin. Dibêjin ku li kuderê mirov zêde behsa mirinê bike, hema li wê derê bûyerê mirinê pêk tên. Heta Kurd tirba bi tilî û destên xwe nîşan nadin. Eger tiştekî wusa bikin,


Diclepress13@gmail.com

tiliya xwe gezdikin û dixin li bin nigê xwe. Diyare wateya razdar (mîstîk, batinî) ya şeh hatiye ji bîrkirin, paşê jî ew weke dijûn hemberê Melekê Tawîs hatiye nirxandin. Lê belê ji bîrnekin di wêneyê destkêşiya John Usher ya sala 1965 an de şeh jî heye. li ser diwarê tirba Şêx Adî wêneyên şeh hene. Dîsa li ser rûyê jinên êzdî jî wêneyên deqî yên mîna şehî hene. John Usher, A journey from London to Persepolis, 1865. Etîmolojita nave“şeh”: Di Zimanê Proto-Hînd-Ewropî de nave şeh nayê zanîn. Lêbelê lêkera *skei- ‘jêkirin, traşkirin, ji hev cûdakirin’ wateya tiştên ku bi şeh bên kirinê dide xuya kirin. Him dengvedana pêyvê him jî wateyên wê dibe ku jêderka kurdî nave şeh be. Ji bilî vê bi horîkî gelek pêyiv hene ku awayê şeh destnîşan dikin. Mînakî: Mirov Hurr. šahri ‘baxçe’ dikare asanî vegerîne şeh. Ji ber ku por û baxçe dişibên hevûdû. Dibe ku şeh ji bo amraza ku baxçeyan paqiş dike hatiye bikar înan. Lê belê horîkî nave šiš-i-he ‘bêr, tevir, tirmix’ jêderka etîmolojîk ya şeh avayekî pir zelal eşkere dike. Lewra şeh bi xwe dişibê neprûçkê (tirmixê). Ango bi wateya neprûçka por hatiye gotin. GOPAL Tiştekî pir balkêşe ku li ser turbe û peresgehên êzdiyan wêneyên gopalan hene. Hinek kite kit hinek jî di destikê wê de çember heye. Diyare wateyên girîng yê gopal hene. Berya her tiştî amrazê desteg û alîkariyê ye. Jib o mirov mîna piyekî sisemîn e.

LÊKOLÎN

35

HEJMAR 13

2019/5/30

SAL 3

KOVAR DICLE


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/5/30

HEJMAR 13

Mirov jig opal hêz û desthilatdariyê werdigre. Ji ber van sedeman di ew mina sembola kesatiya mezin û desthilatdar hatiye nirxandin. Bingehê hemû sembolên ol û baweriyan nivisa hiyeroglîf e. Bingehê sembolên ol û baweriyên li Kurdistanê hiyegrolîfa Enedolî û ya Mezopotamya jorîn e. Bêhtirê wê ji ya lûwiyan derhatiye. Bêşek hinekî hikara ya Misrê jî tê dîtinê. Lê belê taybetiyên ya Lûwiyan zêdetirin. Bi taybet Lûwî ji vê nivisê de pir pêşkeftibûn. Hîtît, Hûrî, Ûrarto û cînarên dor û ber ji hiyeroglîfa lûwiyan sûd wergirtine. Sembolên Lûwîkî ‘kesekî girîng’ û Misirkî ‘rêber, şah’ wateya gopalên li ser turbeyên yêzdîyan eşkere dikin. Bi nîşandana gopalan dixwazin bêjin ku “li vê derê kesên girîng hene. Yan jî li vê derê turba rêberan heye. Semboleke bi taybet ya Êzdayetiyê jî çerxa salê ya li nav destikê gopal e. Gopal sembola desthilatdariyê ye. Mirov nave Gopal û çerxa Dem û Dewranê lê bike çêtir e. Bi vê sembolê ve dixwazin bêjin ku ev der cîhwarê Xwedayê ku dem û dewranê dughorîne ye. Jixwe ev sembol dişibê mohra xwedayê rojê Şimîgê/Şimîjê yê horiyan. Navê wî yê li Babîl Şamaş e. Xaça nivekê yanê milên nîvekê nûnêrtiya vegera demsalan diyar dike. Hata navê rojan bi kurdî ji nave rojê bi horîkî mane (şemî, yekşem, duşem, sêşem, çarşem, pêncşem, înî ). Jixwe demên antic hatina dema cotkariyê, çandin û dirûtina dexil, kişt û kal hemû bi goreyî vê salnameyê dihat durist kirin. Çembera yekemîn sembola gerîneya gerdûnê ye. Çar enasir, çar demsalan û mirin û vejînê diyar dike. Her waha ew cure çerx tegera kozmîk ya mîtolojiya kurdan e. Xaça orta wê hêza

36

LÊKOLÎN

Diclepress13@gmail.com

îlahî, çembera dora wê ware hêzê îlahî; çembera duyemîn ware vejînê, ya der û mezin jî hemû vexuyanên li kosmosê ne. Çerxa duyemîn sembola roj û ronahiyê ye. Çerxa Sisemîn Kevintrîn sembola olî ya mirovahiyê ye. Çerxên xaç di navê de ji dema serete ya dîrokê pêve hene. Bi taybet demên neolîtîk û bironzê gelekî hatine çêkirin. Lê belê hinge dihate çi wateyê bi temamî nayê zanîn. Naha jî ji hêla baweriyên ezoterîst û occultist tê bi kar înan û tê wateya erdê. Diyare baweriya Êzdayetiyê dixwaze bêje ku çar hêlên cîhanê hene û devera ku ev perestgeh lê ye navenda cîhanê ye. Her wusa ola Êzdayetiyê Laleşê wek navenda cîhanê dizanin. ETÎMOLOJIYA NAVÊ LALEŞ Laleş devera pîroz ya êzdiya ye. Mîtolojiya êzdîyan Laleşê wek navenda cihanê dide xûyakirin. Her waha ew der devera perestgeha navendî û hecê ye. Helbet her navek koka xwe, her bajarek avakerên wê û her perestgehek perestvanên wê hene. Laleş kevintirîn perestgeha cihanê ya ku heya naha tê bi kar anînê ye. Lê belê pir caran hatiye rûxandin û dîsa hatiye avakirin. Navê wê ji Zimanê Horiya mîrat maye û jêre digotin Alşe yan jî Alze. Ji hêla Horriyan hatiye avakirin û heya roja îroyîn hiker û gerdîşa wan li her deverên wê xûya dike. Alşe yan jî Alze navekî hevedudanî bi Zimanê Horiya ye. Bi horîkî Alla(nî) xwedawenda rojê ya binerdê ye. Dîsa El yan jî Al versiyona kenani ya Teşşûb ‘xwedayê bagerê’ yê horiya ye. eşe/îzî jî navê erdê ye. Her waha Alla +eşe = Alaeşe ‘erdê Xwedê’,

Çerxa Sisemîn Kevintrîn sembola olî ya mirovahiyê ye. Çerxên xaç di navê de ji dema serete ya dîrokê pêve hene. Bi taybet demên neolîtîk û bironzê gelekî hatine çêkirin yan jî ‘erdê xwedawendê’. Paşê ev bûye Aleş û Alşe. Di Zimanê Horîkî de pêyiv tu caran bi dengê l dest pê nakin. Diyare bi hikara mîtaniyan ev qeyde hatiye guhêrandin, ango bûye Laleş. Laleş tê wateya Erdê Xwadê yan jî Erdê Xwedawendê. Laleş, dema horiyan navê heremeke mezin e. Heta dikarin bêjin ku ji hingê pêve rêvebiriyeke xwe ye taybet hebû ye. Di nav konfederalizma horiyan de rewşa wê bi tewrekî xweser bû. Piştî hilweşandina deshilatdariya mîtaniyan navê Laleşê kêm hatiye bîhistin. Lê belê li serdema orartuyan dîsa perî çavan bû. Ji ber ku navê Kumanû li wê derê pêş dikeve. Kumanû deverên navend yên oldariya horiyan bûn. Ji wan yek li Gurgumê heye. Ya dinê jî Laleşê ye. Kummana cîhê perestgeha şahê xwedayan Teşşûb e. Allani ango Hebat hevsera Teşşûb e. Diyare li Alşê şûna xwedawendê, vê carê xweda derdikeve li asta pêşîn.


Diclepress13@gmail.com

GOTAR

37

HEJMAR 13

2019/5/30

SAL 3

KOVAR DICLE

HEWILDANÊN ZELALKIRINA MIJARA NAV, HERÊM Û DÎROKA ÊZÎDAHIYÊ

(ÊZDÎ-XALTÎ, XALDÎ, XALTANÎ …)

belavkir paşre lêkolîner, nivîskar û mamoste rêzdar xerzî xerzan jî, ev lêkolîna xwe di 17. 06. 2013 an de weşand. Min hingê ji xwere girt: vaye KEMAL TOLAN di piraniya naveroka van lêkolînan Pêşî dixwazim bînim bîra xwende- de xwanê dike ku, xaltî anjî xaltanî van an, dema ku min di sala 2004 an navê “şaristaniya padişahtiya xalde ev lêkolîna pirtûka 2006 an a xwe tan e’’. Xwediyê şaristaniyê ne, ji ber navê xwedayê xwe, şaristaniya xwe

wek ya xaltan bi nav kiriye. Lê biyanî û cîranên wan ji ber cih û erdnîgariya wan, ji wan re gotine ‘’ûrartû’’. Her weha zelal dibe ku êl, eşîr an jî qebîleyeke ku bi navê xaltî, xalta anjî xaltanî tûne ye. Vêca dema min dît, lêkolîner, nivîskar û mamoste rêzdar xerzî xerzan, di vê baldariya xwe de jî dêbêje, “di nav kurdên êzdî de êleke bi navê “xaltayî-xaltî, heye.”, min rabû ev name jê ra şand: Peyva xaltî anjî xaltanî ji navê împaratoriya xaltiyan û mîrgeha xaltiyan ketiye nav zargotina me û ne navekî „êlekê“ ye! Li gorî ku min bi dehên cara gotiye, kûrahiya dîroka me ezdayî-êzîdiyan ne weke ya hinek ol û netewên din e. Ji xeynî hinek zargotina me(qewl, dua û hwd), ew di tu belavok û delîlên ku li berdestan mane de baş ne hatiye nivîsandin û parastin… Min di lêkolîna xwe de jî daye xwanê kirin ku, “di wextê salên nêzî 1500 b.z. de, li derdora çiyayê araratê û ser erdê kurdistana îro împaratoriyeke xurt bi navê xaltiyan hebûye. “ û niha jî dîsa li gorî zanîna xwe dibêjim: Peyva xaltî an jî xaltanî ji wê wextê ku ezdayî-êzîdiyan împaratoriya xaltiyan bi rê ve dibir û bi taybetî jî, ji navê mîrgeha xaltan-xaltî-yan hatiye ketiye nav zargotina me. Dema mirov dêbêje xaltî anjî xaltanî, hingê ew devera ku cîh û herêmên împaratorî/mîrgeha xaltiyan tê de lê desthilatdar bû/maye tê fahmkirin. Lewma dibêjim, dema hinek êzîdî dibêjin; ez an jî em xaltî ne, ev hingê dibêjin, ez/em ji wî cîh û herêma ku


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/5/30

HEJMAR 13

38

GOTAR

Diclepress13@gmail.com

herêma sêrtê, êlihê, qubînê, misircê, heskîfê û hwd. de ji hevdû dipirsîn, tu ji kure? Li vir, êzdî li gorî mana ciyê êla xwe digot: ez anqosî, qizilî, neqîbî, xendeqî, basî û hwd. nim. Lê gava ew ji herêma xwe derdiketin, diçûn devereke din, mînak: yekî li herêma rihayê ji wan bipirsiya tu ji kure? hingê êzdiyên ji êla anqosî, qizilî, neqîbî, xendeqî, basî û hwd. Li virê digot:‘’ez/em xaltî ango ji mîrgeha xaltiya ne’’. Vêca dîsa dêbêjim, peyva xaltî anjî xaltanî wî wextê ezdayî-êzdiyan împaratoriya xaltiyan bi rê ve dibir û bi taybetî jî, ji navê mîrgeha xaltan-xaltî-yan hatiye ketiye nav zargotina me û „dinav me k.t.) kurdên êzdî de êleke bi navê “xaltayî-xaltî xaltaniyê tune ye. împaratoriya xaltiyan tê de lê herî Kekê rêzdar xerzî xerzan jî, di zêde desthilatdar mane-bûne, ango 12.03.2019 de ev bersiva ji min ra şand: “pêşî, dixwazim sipas bikim ji mîrgeha xaltî-yan didine kifşkirin. Mînak: dema êzdiyên li derdora bo hewl û helwesta te ya ji ber xwes-

Peyva xaltî anjî xaltanî wî wextê ezdayî-êzdiyan împaratoriya xaltiyan bi rê ve dibir û bi taybetî jî, ji navê mîrgeha xaltan-xaltî-yan hatiye ketiye nav zargotina me

tina zelalkirina mijarê. Belê, çawa ku min gotiye û dîsa dibêjim; “di nav kurdên êzdî de êleke bi navê xaltayî(xaltî-xaltanî) hebûye û îro jî heye û herêma wan jî (do û îro) wek “welatê xaltan” tê pênasekirin”. Helbet daneyên dîrokî hene ku mirov bikaribe vê “rastiyê” pêşkêşî raya giştî bike. Berî her tiştî, divê em pênaseya“netewa kurd” xweş bikaribin rave bikin. Netewa kurd û bi wateya xwe ya berfirehtir“gelê kurd”, pêkhateyek ya êl, êşîr, kom û civakên erdnîgariya kevnar a kurdistanê ye. Ji destpêka dîrokê ve, ji hêla cînaran û her weha ji hêla“kurdan” bixwe ve, bi dehan navan li vî“gelî” hatine kirin lê di bingehê de, ev navana pekhateyek afirandiye û ew“pêkhate“ jî îro wek “gelê kurd“ tê zanîn û wisa jî tê pejirandin. Ji destpêkê heta dema me a îro, ev gel


Diclepress13@gmail.com

bi navên “ko-tî, xorr-î, kur-tî ,kar-da, sûbarî, mîtanî, ûrartû-xaldî, medmad, û hwd.’’ hatiye pênasekirin û em îro baş tê digîhîjin ku, ev navana tev de ji boyî proto-kurdan (pêşiyên kurdan) hatine bikaranîn. Daneyên zexm ên piştrastkirî jî ev raman û rastî didin xuyan. Bi kurtî, em dikarin bibêjin ku, gelê kurd ê nûjen, pêkhateyeke dewlemend a êl, êşîr, kom û civakan e, ya ku xwedî dîrok û çandeke kevnar û ya herî girîng xwedî zimanekî kevnar e. Di hêlekê de çanda xorriyan, di hêlekê de çanda ariyan ev dewlemend afirandiye. Û dîsa zimanê kurdî yê îroyîn jî, bermahiya zimanên wan her du çandên qedîm e. Ji lew re bi hinek taybetmendiyên xwe ve(mîna zayendî, ergatîvî û hwd), zimanê kurdî ji zimanên din ên îranî cuda dibe û ev jî kevnarî û hevpariya wî dide xuyan. Ev kom, êl û civakan bi hev ra di dirêjahiya dîrokê de çand û dîrokeke hevpar û her weha zimanekî hevpar afirandine û “gelê kurd ê nûjen“ wisa pêk hatiye. Ev pêvajoyeke herî kêm 5 hezar salî ye û dewlemendiyeke mirovahiyê û cîhanê ye. Vêga em ê vegerin mijara xwe, bi rastî ev mijar pir kûr û piralî ye û di nameyekê de bi qasî zanîn û lêkolînên xwe ez ê hewl bidim mijar zelal bikim. Ji lew re, ev mijara girîng û veşartîmayî, yek ji lêkolînên min ên sereke ye. Ez bawer im bi ronîkirina mijara xaltiyan, dîroka kurdî ya ku ji hêla biyaniyan ve pir caran hatiye serobino kirin, dê bigîhîje rastiya xwe ya ew hêjayî wê ye. Divê em peyva xalda pêşî analîz bikin. Weke ku tê zanîn û hemû dîroknas di vê de hemfikir in, ev peyv(xalda), ji hêla gelê ûrartû ve ji boyî pênase kirina xwedayê xwe, hatiye bikaranîn û li vir xala girîng

GOTAR

39

jî eve ku, peyva ûrartû ji hêla gelên cinar(asûr, babilî, cihû û hwd.) Ve ji boyî wan hatiye gotin, bi wateya “ciyê bilind, welatê bilind, ne ku gelê “ûrartû“ xwe wisa bi nav kiriye. Ew ji xwedayê xwe re gotine “xalda“, ji xwe re gotine“xalda-yî, xald-î“(ev peyvsazî di peyva“êz-da-yî, êz-dî“ de jî, bi heman formê xwe dide xuyan). An ku kesê ji xalda hatibe, kes-gelê ji hêla xalda ve hatibe afirandin, an ku gelê xalda… Li vir taybetmendiyeke kevnar a zimanê kurdî jî li ber çavan e. Lewra, dîroknasên biyan(bi zanebûn an na), sedema bikaranîna pêveka-(î)yê qet nefikîriye, li ser wê nesekiniye. Ev jî bi serê xwe pirsek e…! Dîsa têkiliya nav bera beşepeyvên “xwe-da, êz-da û xalda“ balkêş e û bi taybetî peyva dawiyê… tevan de peyva dawiyê da ye û tev de gotinên pîroz û baweriyê ne û dîsa wekheviya dengê gotinên xalda û xweda jî bi serê xwe pirsek e. Gelo peyva“xweda“ ne forma nûjen a peyva“xalda“ ye…? Ne dûrî aqilan e lê em vê mijarê ji zimanzanan re bihêlin. Gelê ku dewleta xaldiyan(ûrartû) ava kiribû, xaldî bixwe ne. Xaldî jî neviyên-dûhatiyên xorrî-mîtaniyan û her weha weke ku asûr digotin yên“naîriyan(gelê robaran)“ bûn. Beşek ji wan, ji ber zilma aramiyan xwe ber bi jor, ber bi çiyayan ve kişandibûn û li wira an ku li “ûrartû(welatê bilind)“ bi cî bibûn. Li gel hemnijadên xwe yên ji berê de li wir bicî bûn(xorriyan), dewleteke bihêz ava kirin û bûne sedema tirsa asûran. Asûrî, gelek car êrîşî wan kir lê bi ser neket. Di dawiyê de bi êrîşên sikîtan ji hal ketin, hew xwe li ber wan girtin û di vê valahiyê de desthilatdarî gihîşte yek ji êlên hemnijadên wan, an ku mad-medan.

HEJMAR 13

2019/5/30

SAL 3

KOVAR DICLE

Konfederasyona eşîran a xaltan, weke ku welatê xwe (welatê xaltan), weke ku baweriya xwe (êzdîtî) û navê xwe parastine, hebûna xwe jî parastin e Ji boyî wan ev rewş ne pir xerab bû, lewra weke medan ew jî kurd bûn, çand û dîrok û zimanê wan yek bû û ev rewş (bivênevê) qebûl kirin û bi hev re ber bi rojavayê ve jî meşiyan. An ku xaldayî, hebûna xwe parastin. Ev parastin di berhema ksenefon(vegera dehhezaran-anabasîs) de xweş xuya dibe. Ji lewre, piştî 200 sal, sala 401-an a beriya zayînê, ksenefon dema li kurdistanê ye, li welatê kardûxan derbas dibe, rastî xaldiyan tê û navê wan, taybetmendiyên wan weke ku hene, wisa jî dibêje. Dema ku ji çemê botan derbas dibe, di artêşa satrab orantes ê persî de sê“êl“ dibîne û wana tomar dike. Yek ji wan êlan “xaldî“ ye. Yên dinê, ermen û mard in. Mard jî yek ji êlên medan e. Hin dîroknas dibêjin û (bi min jî wisa ye), neviyên medan bixwe ne, med bixwe ne, ji lewre mard û mad heman peyvin û tenê di hêla dengsaziyê de ketina tîpa “r“yê cudahiyeke biçûk diafirîne. Devera


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/5/30

HEJMAR 13

ku ksenefon pênase dike, îro jî li nav kurdan wek “welatê xaltan“ tê zanîn û çand û zargotina kurdên êzdî yên xaltayî de, ev dever dîsa herêma xaltan ên kurd e. Dîsa em baş dizanin, şeref xan ê bedlîsî jî di berhema xwe de pircaran navê “eşîra xaltan“ hildide û wan di nav êl û eşîrên xerzan û botan de dihejmêre. Dever dîsa heman dever e, başûrê gola wanê, xerzan, botan û weke em dizanin û zargotin û çanda me ya kevnar jî piştrast dike; “welatê xaltan…“. Divê em ji bîra nekin ku, di çand û dîroka kevnar a kurdan de, carna êl û eşîr navê xwe dide herêman, carna jî herêm navê xwe dide êl û eşîran… carna jî mirov nikare bibijêre ka navê eşîre an jî navê herêm… mînak; hek-

40

GOTAR

Diclepress13@gmail.com

ariyan-hekarî, botan-botî, xerzanxerzî, silîvan-silîvî, reşkotan-reşkotî, alikan-alikî, şêrwan-şêrwî û hwd… Navê xaltan-xaltî jî bi min wisa ye. Lê daneyên dîrokî û her weha daneyên baweriyên kevnar ên gelê kurd(êzdîtî û navên xweda û xalda) baş xuya dikin ku, xaldiyên kevnar, bav û kalên xaltiyên îroyîn in. Mîna sûbariyan çawa navê xwe ji dûhatiyên xwe“zebariyan“ re hiştibin. Weke ku, “zîlaniyên“ kevnar çawa navê xwe ji zîlan re hiştibin û hwd… Hem ji aliyê dîrokê ve, hem ji aliyê ziman û erdnigariyê ve û ya herî girîng ji aliyê baweriyê ve, ev têz bi hemû hêlan ve tê piştrast kirin. Ew eşîrên ku we gotara xwe de nivîsîne, tev de dibêjin “ em xaltanî ne, em xaltî ne“ û

dîsa dibêjin “em ji welatê xaltan in“. An ku, him êl e him jî welat e… Welatê xaltan, ax û herêma xaltiyan e. Kî ji wan navê xwe dabe ew çend ne girîng e, ya girîng dîroka wan a herî kêm 3500 salî û her weha hebûna wan a îroyîn e. Heger pirsa we ew be, bi min; erê navê êla xaltan(neviyên û dûhatiyên xaldiyên kevnar) navê xwe dayê vê herêmê û ev êl ya rastir konfederasyona eşîran a xaltan, weke ku welatê xwe(welatê xaltan), weke ku baweriya xwe(êzdîtî)û navê xwe parastine, hebûna xwe jî parastine. Him jî bi heman navî, bi heman baweriyê û di heman welatê(herêmê) de… rastî ev çend hêsan e û rastiyeke din jî heye, berê 150-200 sal ev herêm an ku welatê xaltan, ji hêla kurdên misilman


Diclepress13@gmail.com

ve jî bi heman navî dihat pênase kirin lê mixabin îro ev nav nayê bikaranîn. Sedema vê rewşê pir hêsan e. Jibîrkirina dîroka xwe ye,qebûlnekirina çanda xwe ye kevnar e û rewşeke pir û pir dilêş e. Îro li herêma xerzan, gelek eşîr hene ku dibêjin ew jî xaltî ne lê bi dengekî nizm dibêjin. Ev jî pirseke derûnî ye… Hêvîdar im, demên peş de hemû kurd xwe ji vê derûniya şermoke û tirsnak xelas bikin û rastiyên xwe weke hemû kurdên serbilind, ji hev re bi dengekî bilind biqîrin… Li gel silav û rêz. Bersiva min a li ser vê nama birêz xerzî xerzan - mijara welatê xaltan û her weha ya êl û eşîra wan… Raste birêz ez jî dêbêjim, gelên cînar

GOTAR

41

(asûr, babilî, cihû, zerdeştî, bisilman, farizî, ereb, tirk û hwd) Çi navî li me ezdayî an(êzdî-xaltî, xaldî, xaltanî, elewî, yarsanî, alê heq û hwd.) û peyva „ezda ku navekî xwedê ye û ezdahîtî jî maka hemû mîtologiyên xwezayî û pirtûkên pîroz kiribin jî, mîna te gotiye raste ku „daneyên dîrokî û her weha daneyên baweriyên kevnar ên gelê kurd (êzdîtî û navên xweda û xalda) baş xuya dikin ku, xaldiyên kevnar, bav û kalên xaltiyên îroyîn in. Kî ji wan navê xwe dabe ew çend ne girîng e, ya girîng dîroka wan a herî kêm 3500 salî û her weha hebûna wan a îroyîn e û ya rasttir konfederasyona eşîran a xaltan, weke ku welatê xwe(welatê xaltan), weke ku baweriya xwe(êzdîtî) û navê xwe parastine,

HEJMAR 13

2019/5/30

SAL 3

KOVAR DICLE

hebûna xwe jî parastin e. Rastiyeke din jî heye, berê 150-200 sal ev herêm an ku welatê xaltan, ji hêla kurdên misilman ve jî bi heman navî dihat pênase kirin lê mixabin îro ev nav nayê bikaranîn. Sedema vê rewşê pir hêsan e. Jibîrkirina dîroka xwe ye,qebûlnekirina çanda xwe ye kevnar e û rewşeke pir û pir dilêş e. Îro li herêma xerzan, gelek eşîr hene ku dibêjin ew jî xaltî ne lê bi dengekî nizm dibêjin. Ev jî pirseke derûnî ye… Hêvîdar im, demên peş de hemû kurd xwe ji vê derûniya şermoke û tirsnak xelas bikin û rastiyên xwe weke hemû kurdên serbilind, ji hev re bi dengekî bilind biqîrin. Ez di dawiyê de dîsa“wekî ku di ilm û qewlê me de hatiye gotin bawer dikim û dibêjim; heta êzîdiyatî neyê şîrove û nas kirin, dîroka ol û xelqên li mezopotamya yê jî zelal na be. Di qewl û duayên me de xweş xwuya ye, ku êzîdiyatî ne tenê di wexta ûrartûyan de hebûye, êzîdiyatî bingeha hemû olên xelqên arî û mezopotamyan e. Hinga ku dîroknas û lêkolînvan karibin van qewl û duayên me êzîdiyan baş şîrove bikin û ev ewrê reşî tarî li ser dîroka ola êzîdî rabin, dê ev kevnariya ola êzîditiyê, ku haveynê mirovatiya mezopotamya yê û bi taybetî jî ku xizna nasnama gelên kurd e zelal bibe. Belê weke hûn dibînin, herçiqas ez û lêkolîner, nivîskar û mamostê me yê rêzdar di hinek nêrîn û nirxandinên xwe de ne tam fikir bin jî, ez bi vê welatperwerî, dilgermî û zanîna kekê xerzî xerzan gelekî serbilind im. Lewma jî dêbêjim, sipasî ji bo van hewl û helwestên ku mamostê me yê rêzdar, bi me ra dostane parvedike hindik e. Xwedê bi saxî-serketina nivîskar û mamostê me yê rêzdar re be! Hêvîdar im ev berhev kirina min jî, bi dilê we xwandevanên hêja be û hinek ji we jî bikaribin rexne, nêrîn û nirxandinên xwe, yên li ser vê mijarê bi me ra parve bikin!.


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/5/30

HEJMAR 13

42

ÇAND

Diclepress13@gmail.com

DI BÎRANÎNÊN HEVALTIYA TEMBÛRÊ

MIHEMED ŞÊXO

Mihemed

Şêxo di dirêjahiya temenê hunermendiya xwe de hevaltiya tembûrê bi gelek hunermedên Kurd re kiribû. Em ê bîranîn Mihemed Şêxo bi, dengbêj Zeydan(Bavê Ferîd), kurapê wî bavê Hadî yê ku ji bo tembûrê şerê Mihemed Şêxo kiribû û Şefîq(Ebû Read) re parve bikin.

A: BÊRÎTAN MEDUSA Mihemed Şêxo hunermedê bi nav û deng ê ji Rojavayê Kurdistanê ye ku dengê wî yê zelal û têlên tembûra wî êşên Kurdan dianîn ziman. Mihemed Şêxo di sala 1948’an de li gundê Xecoka Mezin a girêdayî bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Malbata bavê

Mihemed Şêxo Şêxmûs malbateke feqîr bû. Bavê Mihemed Şêxo bi 5 birayên xwe re di sala 1956’an de ji gundê Xecokê derdikevin û li cihekî nêzîkî Xecokê bi cih dibin. Cihê ku nêzî kîlometreyekê dûrî Xecokê gundekî ava dikin û ji wî gundî re dibêjin Salihiyê (Xecoka Biçûk). Mihemed Şêxo di 8 saliya xwe de li gundê Xecokê dest bi dibistanê dike. Mihemed Şêxo di sala 1970’an de ji ber pirsgirêkan diçe Lubnanê, nêzî 3-4 mehan li wir dimîne, li Lubnanê bi çend hevalên xwe re koma muzîkê ya Serkeftin ava dike. Heta wê demê Mihemed Şêxo wek tembûrvan tev li xebatan dibe. Mihemed Şêxo di sala 1973’yan de di diçe Iraqê. Di sala 1974’an de diçe Başûrê Kurdistanê û li wir di radyoyên kurdî

de stranan dibêje. Sala 1975’an bi hinek pêşmergeyan re derbasî Îranê dibe. Li Îranê mamostetiya erebî dike. Li wir bi Nesrînê re dizewice. Mihemed Şêxo di 1984’an de dizivire Qamişlo. Mihemed Şêxo di Adara 1989’an de li Qamişlo jiyana xwe ji dest da û ji aliyê 70 hezar kesî ve li Goristana Hilêliyê hate veşartin. Heta niha gelek kesan li ser jiyana Mihemed Şêxo agahî bi civakê re parve kirine. Me wek ANHA xwest di bîranînên hunermendan de kesayeta Mihemed Şêxo nêzîktir nas bikin. Mihemed Şêxo yê tilîdirêj ne kesekî asayî bû Yek ji van kesên ku bi Mihemed


Diclepress13@gmail.com

Şêxo re mezin bûye, ji bo tembûrê bi Mihemed Şêxo re şer kiriye û hevalê wî yê dibistanê kurapê wî Ebdulhadî Elî (Bavê Hadî) (52) ye. Bavê Hadî dibêje Mihemed Şêxo ne kesekî asayî bû. Bejna wî 2 metre û tiliyên wî pir dirêj bûn. Kesek pir jîr û birçiyê fêrbûnê bû. Her tim yekemê dibistanê bû. Mihemed Şêxo heta refa 6’an li gundê Xecokê, refên 7-8 û 9 jî li Qamişlo taxa Xerbî xwend. Di refên 7 û 8’an de çavên wî xirab bûn. Mamosteyê wî ji bo emeliyata çavên wî pere kom dike, dişîne Helebê û çavên wî emeliyat dikin. Mihemed Şêxo ji bo bikeve ezmûnên refa 9’an pere ji bavê xwe dixwaze, lê ji ber ku malbat pir feqîr e, pere tune ye ku bide Mihemed Şêxo. Ji ber hejariyê dest ji dibistanê berdide. Dema ku bavê wî pere nade aciz dibe, bi tembûra xwe ya bûye hevala wî re ji Xecokê heta Til Berakê dimeşe. Li wir leşkerên Esad wî digirin û jê re dibêjin”Tu ajanê Îsraîlê yî”. Dema nasnameya xwendekariyê li cem wî dibinin, wî berdidin. Hîn di zarokatiya xwe de şerê tembûrê dikir Mihemed Şêxo di 11 saliya xwe de bi birayê mezin ê Bavê Hadî re diçû ber pez. Birayê Bavê Hadî li ber pez bilûr lê dixist. Yekem car Mihemed Şêxo li wir dest diavêje amûrên muzîkê û cara yekem bilûrê fêr dibe. Bavê Bavê Hadî, Hisên xerat bû. Tembûr jî çêdikirin û bi xwe jî li tembûrê dixist. Ji kurê xwe (Bavê Hadî) re tembûreke biçûk çêdike. Dema Mihemed Şêxo diçe mala wan, tembûra wî jê distîne û lê dixe. Bavê Hadî jî digirî û ji bo tembûrê bi Mihemed Şêxo re şer dike. Mihemed Şêxo jî bi dizî diçe mala kurapê xwe û tembûra

ÇAND

43

HEJMAR 13

2019/5/30

SAL 3

KOVAR DICLE

wî lê dixe. Yekî tembûrvan li ku be, Mihemed Şêxo li wir bû Roj derbas dibûn û Mihemed Şêxo wek derwêşekî li pey hunermendan dikeve. Her kesekî bizane tembûrê lê bixe, xwe digihînê. Yek ji van kesan jî Xelîloyê Êzidî ye. Xelîloyê Êzidî tembûrvanekî pir xurt bû û li gundê cîranê Xecokê, Xirbê Kurma paletî dikir. Mihemed Şêxo jî ji bo ku biçe gel wî û baştir fêrî tembûrê bibe, diçe bi wî re paletiya pembû dike. Bi Xelîloyê Ezidî re salekê ma û dibe heval û li gel wî baş fêrî tembûrê dibe. Hevaltiyên Mihemed Şêxo bi rêya tembûrê çêdibin. Şevên gundê Xecoka biçûk bi şevbêrkên Mihemed Şêxo xweş dibûn Gundê Salihiyê şevên xwe bi şevbêrkan derbas dikirin. Bavê Hadî, Mihemed Şêxo û hevalên wan her tim şevbêrk li dar dixistin, carinan dilxweş carinan jî bi stranan melûl dibûn. Bavê Hadî û Mihemed Şêxo bi zimanê erebî stran digotin. Carinan wî digot Bavê Hadî direqisî û carinan Bavê Hadî digot û ew direqisî. Yek ji hevalên wî ku bandora xwe li Mihemed Şêxo kirî jî dengbêjê ji Qamişloyê Helîmê Hiso bû. Jiyana wan bi feqîrî, tembûr, çîrok û reqsê derbas dibû. Bavê Hadî bîranîneke xwe ya şevbêrkan wiha vegot:”Şeveke havînê bû, bêhna me teng bûbû. Wî rahişt tembûrê, min jî misînê jinapa xwe girt û bi hesin li binê wê xist. Sibe zû jinapa min kir hewar, binê misîn qul bûbû. Wê demê feqîrî bû, jinapa min misînê

Di roja 9’ê Adara 1989’an de li ser mizgeftên Qamişlo dibêjin hunermed Mihemed Şêxo jiyana xwe ji dest daye. Hevalên wî yên tembûrê dikevin nava xemeke mezin xwe nedida malê dinyayê”. Ji nanê tisî pir hez dikir Bavê Hadî dibêje ku her çendî Mihemed Şêxo dilê gel bi stranên xwe xweş dikir lê hunera xwe nedikir tîcaret û pir feqîr bû. Herî zêde nanê tisî dixwar û pir ji nanê tisî hez dikir. Dema ew dişandin firinê, heta digehîşt malê, nan nivî dikir. Mihemed Şêxo kesekî pir feqîr bû, lê dilê wî zengîn bû. Tu carî ji bo malê dinyayê destê xwe li kesî venedikir. Ji bo ku bi zimanê xwe bistrê, çû Lubnanê Mihemed Şêxo di 1970’yan de diçe Lubnanê, çend mehan li wir dimîne û piştre dîsan dizivire Qamişlo. Piştî ku dizivire, di Koma Rimêlan a Erebî de kar dike. Lê hîn di ciwaniya wî de êşên Kurdan dilê wî pêça û dixwest bi zimanê xwe stranan bibêje û wan


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/5/30

HEJMAR 13

44

ÇAND

Diclepress13@gmail.com

Mihemed Şêxo hunermedê her kesî bû; hunermendê feqîr, zengîn, evîndar û welatparêzan bû. Armanca wî derdê xwe ji civakê re gotin bû Ji bo ku dengê Mihemed Şêxo qeyd bikin, nobedar bi cih dikirin

êşan di têla saza xwe de birêse. Wî di dawetan de stranên kurdî digotin, lê wekî hemû dewletên dagirkerên Kurdistanê, rejîma Sûriyê jî ziman û çanda kurdî qedexe dikir û nedihêla kes bi kurdî bistrê. Mihemed Şêxo ji bo ku bi kurdî bistrê, dest ji Koma Rimêlan berdide û dîsa dizivire Lubnanê. Li wir bi çend hevalên xwe re Koma Serkeftin ava dike û stranên kurdî dibêje. Yek ji van stranan jî ‘Ay Gewrê’ ye. Bavê Hadî heta sala 1980’yan tembûr lê xistiye û li Şamê di koma kurdî ya bi navê Xelat de 3 salan tembûrvanî kiriye. Piştî ku ji Koma Xelat

derket, dest bi karê sanayiyê kiriye û heta niha jî li Qamişlo karê sanayiyê dike. Yek ji hevalên Mihemed Şêxo jî Dengbêj Zeydan (Bavê Ferîd) e. Dengbêj Zeydan niha jî di Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo de di Koma Pale de dengbêjiyê dike. Dengbêj Zeydan di 17 saliya xwe de dest bi dengbêjiyê dike. Dengbêj Zeydan jî wekî Mihemed Şêxo dema li cihekî hunermendek didît, diçû cem û lê guhdar dikir. Dengbêj Zeydan piştî ku navê Mihemed Şêxo dibihîze, diçe cem û dibin hevalên hev.

Dengbêj Zeydan dibêje wî bi Mihemed Şêxo re gelek rojên xweş û nexweş derbas kirine. Dengbêj Zeydan bîranîneke xwe ya li gel Mihemed Şêxo wiha vedibêje: Wê demê sal 1976 bû. Rojekê biryar dane ku ji bo Mihemed Şêxo kasetekê dagirin. Mihemed Şêxo, Dengbêj Zeydan û bi çend hevalên xwe yên dengbêj re li mala Dengbêj Zeydan kom dibin. Ji ber ku stran bi kurdî bûn û stranên bi kurdî jî qedexe bûn, li serê her kolanekê ciwanek bi cih dikin. Ji bo ku eger leşker werin, ew Mihemed Şêxo ji wir derxin. Destpêkê Rifetê Darî strana ‘Fatima Salih Axa’ dibêje, piştre jî Mihemed Şêxo radihêje tembûrê û heta derengiya şevê distrê. Piştî ku kaseta xwe dadigirin, Mihemed Şêxo wê şevê li mala Dengbêj Zeydan dimîne. Dema ji bo razanê cihên Mihemed Şêxo datînin,


Diclepress13@gmail.com

ÇAND

45

HEJMAR 13

2019/5/30

SAL 3

KOVAR DICLE

Ji ber ku stran bi kurdî bûn û stranên bi kurdî jî qedexe bûn, li serê her kolanekê ciwanek bi cih dikin. Ji bo ku eger leşker werin, ew Mihemed Şêxo ji wir derxin ji ber ku bejna wî pir dirêj e, lingên wî dikevin erdê. Ew jî jê re balîfan datînin biniya doşekê. Dengbêj Zeydan û hevalên wan ji bo Mihemed Şêxo şevbêrk amade dikirin. Neçar bûn her şev li malekê buna, ji ber ku Mihemed Şêxo bi kurdî stran digotin. Sohbeta wî her tim li ser muzîkê bû

bi yek li gel nivîskar û hunermendan digeriya. Mehmûd Ezîz Şakir û Yusif Berazî jî ji van hunermedan in û gelek bandor li Mihemed Şêxo kirin. Di heman demê de hunermedê mezin Aram Tîgran jî gelek bandor li Mihemed Şêxo kiriye. Mirov dikare bibêje Mihemed Şêxo li deriyê gelek hunermendan daye û bûye heval bi wan re.

dar û welatparêzan bû. Armanca wî derdê xwe ji civakê re gotin bû. Li gel ku gelek feqîr jî bû, tu car hunera xwe nekiriye mijara ticaretê. Ji ber vê jî ji bo tenê bi kurdî bistrê û derdê Kurdan bîne ziman, di nava jiyana feqîriyê de li gelek welatan geriyaye û şewata dilê xwe bi gelê xwe re parve kiriye.

Dengbêj Zeydan dibêje rojekê Mihemed Şêxo hat cem wî, jê dixwaze Dengbêj Zeydan pê re biçe Dirbesiyê ji bo hesinê xanîçêkirinê jê re bînin. Di rê de ji Dengbêj Zeydan re dibêje ka kesata xwe dayne ser teybê. Ew jî kaseta xwe datîne. Strana Dengbêj Zeydan a”Birêse Bizaniya Cegerxwîn li ku ye, xwe dîlber birêse” lê dixe. Ew stran bala digihandê Mihemed Şêxo dikişîne. Piştî salekê Mihemed Şêxo hunermedê her kesî bû bi heman awazê strana”Agirê derdê Yek ji kesên ku tembûra wî bi temte îro sotime ez” derdixe. Jixwe hemû sohbet û axaftin li ser huner Mihemed Şêxo hunermedê her kesî bûra Mihemed Şêxo re jî Şefîq (Ebû û muzîkê bû. Mihemed Şêxo yek bû; hunermendê feqîr, zengîn, evîn- Read) bû. Şefîq dibeje ku ew 4 sal


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/5/30

HEJMAR 13

ji Mihemed Şêxo mezintir e. Dema Şefîq Mihemed Şêxo naşi, 16 salî bû. Wê demê mala wî li Qamişlo ye, Mihemed Şêxo jî li Qamişlo dixwend. Şefîq wê demê tembûr lê dixist û di dawetan de stran digotin. Rojekê Şefîq dibihîze ku kesek bejnzirav, biberçavk ku tembûrê pir xweş lê dixe, hatiye Qamişlo. Ew kes Mihemed Şêxo bû. Şefîq ji bo naskirina Mihemed Şêxo dikeve ser rê. Jixwe Mihemed Şêxo jî li hevalên tembûrvan digeriya. Mihemed Şêxo û Şefîq bi rêya tembûrê dibin heval, heta ku Mihemed Şêxo jiyana xwe ji dest dide. Şefîq dibêje ku Mihemed Şêxo pir ji helbestvanê mezin Cegerxwîn hez dikir, dema bibihîstiya Cegerxwîn li cihekî nêzîk e, hema xwe digi-

46

ÇAND

handê.

Diclepress13@gmail.com

Şefîq Mihemed Şêxo şand cem Mehmûd Ezîz

Şefîq, Mihemed Şêxo bi xwe dibe dawetan Wê demê sal 1972 bû. Hunermend Mehmûd Ezîz û çend hunermedên Ji ber ku malbata Mihemed Şêxo ne din li Lubnanê koma bi navê Newroz li Qamişlo bû, ew her tim li gel he- ava kiribû. Şefîq ji Mihemed Şêxo re valên xwe dima. Yek ji hevalên wî ku dibêje here Lubnanê cem Mehmûd li mala wî dima jî Şefîq bû. Wê demê Ezîz. Mihemed Şêxo jî dikeve ser rêya Şefîq di nava gel de dihat nasîn, ji ber Lubnanê. Şefîq çûyîna Mihemed ku di dawetan de distra. Lê Mihemed Şêxo wiha bi bîr tîne:”Mihemed ditirŞêxo nediçû dawetan. Şefîq dinêre siya, sê şevan cem min ma. Hemû rewşa aborî ya Mihemed Şêxo pir ne stranên min nivîsandin û piştre ket baş e, wî bi xwe re dibe dawetan da ser rê”. Şefîq ji bo bizane Mihemed ku debara xwe bike. Şefîq, Mihemed Şêxo gihîştiye armanca xwe yan ne Şêxo bi hunermedê mezin Rifetê her tim radyoya Lubnanê guhdar Darî re dide naskirin, Mihemed û dikir. Şefîq dibeje ku ew êvareke Rifet bi hev re dibin heval. havînê çûbû ser goristanan, dîsa di destê wî de radyo hebû. Carekê di


Diclepress13@gmail.com

ÇAND

47

û Zindanê bibêjin û biçin hepsê”. Dema wî stran got dayikan lîland, mêran jî gule avêtin. Gelê Qamişlo li wan kom bû. Piştî wê leşker hatin û Mihemed Şêxo girtin. Piştî demekê berdan, dîsa girtin, dîsa berdan û vê rewşê wisa dom kir. Mihemed Şêxo tu car serî neditewand, li ser êşên Kurdan diaxivî û stranên Mehmûd Ezîz hemû ji ber kiribûn û ew stran bê tirs digotin. ‘Eger ez ji bo muzîka kurdî neyêm girtin, tê wateya ez ne Kurd im’

radyoyê de dibêjin”Niha jî koma Newroz, bi dengê Mehmûd Ezîz û tembûrvanê mezin Mihemed Şêxo”. Şefîq li ser goristanê dest bi çepikan lê dixe, hevalek wî ji dûr ve wî dibîne û dibêje”Ha cinên te hatin te”. Ew jî stranê bi hevalê xwe dide guhdarkirin. Bi hev re serkeftina Mihemed Şêxo pîroz dikin. ‘Em ê strana Heps û Zindan bibêjin û biçin hepsê’ Şefîq got ku dema Mihemed Şêxo hat Qamişlo, di dawetekê de gazî wî kir. Bi hev re di dawetekê de stran gotin. Kesekî bang kir got”Mihemed Şêxo ji me re strana Heps û Zîndan bibêje”. Mihemed jî got”Em Hesp

Şefîq got ku carekê ji min pirsî tu di aliyê siyasî de bi kî re yî. Şefîq jî gotê”Ez bi Apociyan re me” û Mihemed Şêxo jî got”Ez jî bi wan re me”. Wê demê Mihemed Şêxo dikaneke kasêtên muzîkê ji xwe re vekiribû. Cara yekem kasêta Koma Berxwedan hatibû Rojava. Mihemed Şêxo ew bi mohra dikana xwe belav kir. Şefîq ew hişyar kiribû ku mohrê lê nexe. Lê wî wiha bersiv dabû Şefîq:”Eger ez ji bo muzîka kurdî neyêm girtin tê wateya ez ne Kurd im”. Leşkeran dikana wî girt û ew jî birin girtîgeha Hesekê. Şefîq anî ziman ku dema ew Navenda Çandê ya Qamişlo bi navê Mihmed Şêxo dibine, pir hestiyar dibe û wiha bang li ciwanên Kurd kir:”Dest ji folklora xwe bernedin û bibin şagirtên Mihemed Şêxo”. Birayê Mihemed Şêxo, tembûr, xelatên hevalên Mihemed Şêxo û bermayên wî di odeya mala wî ya li Qamişlo de kom kirine. Deriyê xanî girtiye û çûye Ewropayê. Lewma em nikarin xwe bigihînin tembûr û xelatên hevalên wî. ‘Dê kaniya Arî bizê, em ê vexwin çend me bivê’

HEJMAR 13

2019/5/30

SAL 3

KOVAR DICLE

Mihemed Şêxo û hevalên wan her tim şevbêrk li dar dixistin, carinan dilxweş carinan jî bi stranan melûl dibûn. Bavê Hadî û Mihemed Şêxo bi zimanê erebî stran digotin Di roja 9’ê Adara 1989’an de li ser mizgeftên Qamişlo dibêjin hunermed Mihemed Şêxo jiyana xwe ji dest daye. Hevalên wî yên tembûrê dikevin nava xemeke mezin. Lê yên wê rojê ketin nava xema mezin, ne tenê hevalên wî, gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ket nava vê xema mezin. 70 hezar kesan tev bi hev re ew oxir kir. Ew bi hesreta azadiya Kurdistanê çû gorê. Lê wî hêviyên azadiyê bi ristên”Dê roj min û hewe êt, kaniya Arî dê bizê, em ê jê vexwin çend me bivê” di strana”Ey Felek” de hûnandibû. Heval, dost û gelê Qamişlo bi strana wî ya”Gava ez mirim gelî zindiya, Min neveşêrin wekû hemiya, Gora min çêkin bin sîha çiya, Kêlêt min çêkin ji keziya, Hemî Adara hûn min şiyar kin, Da bikim şînê ji bo me hemiya” Mihemed Şêxo oxir kirin. Wekî ku Mihemed Şêxo ev stran ji xwe re nivîsî, bi wê stranê jî hat oxirkirin û stran li ser gora wî nivîsîn.


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/5/30

HEJMAR 13

48 TENDUROSTÎ

Diclepress13@gmail.com

HÊRSA MIROVÊN KÎNDAR DATÎNE

ŞEKIRÊ ZÊDE TAQETA MIROV LI HEMBERÎ GERM Û SERMA KÊM DIKE

Dayîkên delal, gelo hûn vana dizanin? Şîrê dayîkê, di navbera dê û bebikê de pêwendiyeke hezkirinê çêdike. Ji bo ku zarok hînî xwarinên bi sihet bibin û ji nexweşiyan werin parastin, dema ku derbasî xwarinên ji xeynî şîr bibin, divê mirov bala xwe bide ser hin xalên girîng. Dixtora Pispor Eda Durmuş xeletiyên ku dema derbasî xwarinên ji xeynî şîr dibin têne kirin, vegot: Ji bo ku bebik hînî tehmên din bibe, divê beriya 6 mehan xwarinên ji xeynî şîr werin dayîn. XELET E Ji ber ku dê xwarinên cûr bi cûr dixwe, tehma şîrê wê jî diguhere, bi vî awayî bebika wê jî hînî tehmên din dibe. RAST E Bebikên ku bi şev pir şiyar dibin, divê xwarinên ji xeynî şîr bixwin. XELET E Bebik nêzî meha 6emîn ji xew pir şiyar dibin. Divê zêdebûna kîloya bebik û dema ku dikeve xew werin nirxandin. RAST E Bebik mehê 1-1.5 kg distîne, ku bebik 500-600 gr bistîne divê xwarinên ji xeynî şîr bixwe. XELET E Zêdebûna kîloya bebikan, eynî najo, bebikên ku şîrê diya xwe vedixwin dibe ku piştî 4-6 mehan zêdebûna kîloya wan hinekî hêdî be. RAST E Heke bebik piştî ku şîr vexwar dest bi xewê neke, divê xwarinên ji xeynî şîr were dayîn.XELET E Piştî meha 4emîn, ji ber ku derdor bala bebikê dikişîne, dibe ku bebik zû ranekeve. RAST E Bebikên ku diya wan xwarinê pir naxwin, beriya meha 6emîn divê xwarinên ji xeynî şîr bixwin. XELET E

Heke dê pir nikaribin xwarinê bixwin, divê vîtamin û mîneral bidin dayîkê. RAST E Bebikên ku di navbera mehên 6-12an de ne, divê rojê nîv lître şîrê dayîkê vexwin. XELET E Eleqeya vê agahiyê bi zanistê re qet tune ye û xelet e. Mîqdara ku divê bebik bigire, divê mirov biwezinîne û ji bo her bebikê jî pîvanek taybet heye. RAST E Ji bo ku bebik bi sihet bin, divê goştê sor hindik were dayîn û rûn jî nekevin xwarinên bebikan. XELET E Divê însanên mezin kêm, zarok zêde xwarinên heywanan bixwin, ji bo bebikan rûnê herî feydedar jî zeyt e. RAST E Şekirê Zêde Dijminê Hinavan e Şekir ku wekî tiştê li Herêma Kurdistanê herî zêde tê bikaranîn e, dema kêm be di aliyê derûniyê de ne baş e, lê dema zêde be jî dijminê hinavan e. Li Herêma Kurdistanê, li gorî parçeyên din şekir zêdetir tê bikaranîn. Pisporên tenduristiyê dibêjin ev ne baş e. Li gorî lêkolînan, şekir herî zêde ji bo hêstewariyê baş e. Giyana mirov baş dike, mirov pozîtîf dibe û kêm be jî tengasiyan dide jibîrkirin. Tê zanîn ku şekirê toz li maskeyên ji bo cildê mirov tên amadekirin bê zêdekirin, noqteyên reş ên li sûretê mirov jê dibin. Şekir her wiha hêrsa mirovên kîndar datîne, tazebûn û bêhna qehweyê diparêze, di fêkiyan de jî heman rolê dilîze. Gelek nexweşîn jê peyda dibin Lê pispor dibêjin şekirê zêde jî ne baş e. Herî zêde ji aliyê


Diclepress13@gmail.com

zêdebûna şekirê di nav xwînê de, zirar dide. Ev dibe sedem ku mirov zû birçî bibe û xwarinê zêde bixwe. Ev jî hemû dibe sedema qelewbûnê. Diran kurmî dike, obezite, diyabet, nexweşiyên dil, kevirê di gurçikê de, penceşêr, tansiyona zêde, felc, ulser, bêhnçikandin, êşa bayê ya di canê mirov de, bêtaqetî û helandina hestî jî tenê ji çend encamên neyînî yên xwarina şekirê zêde ne. Şekirê zêde her wiha taqeta canê mirov li hemberî germ û serma û mîkroban jî kêm dike. Dermanên çavdêriya li ser ducaniyê metirsiya felcê zêdetir dike Li gorî zanayan dermanên ku jin bikar tînin yên çavdêriya ducanîbûnê dibe sedema felcbûna laşê mirovî. Li gorî derbirînên bijîşkan felcbûn di nav sedemên mirinê yê zilaman de di rêja 5. De ye, di jinan de di rêja 3. De ye. Sedema ku di jinan de felc bêhtir derdikeve ewe ku jin ji zilaman temendirêjtirin an ku bêhtir dijîn.

TENDUROSTÎ

49

Bijîşk dibêjin derveyî hîpertansiyon, kollestrola zêde û cigarê gelik sedemên taybet girêdayî jinan yên metirsî jî hene. Bisporên vê mijarê derdibirin ku bi taybet di jinên ciwan yên ducanî de li gorî mirovên dîtir metirsiya felcê zêdetire. Bispor dibêjin `Di dema ducaniyê de, bi taybet 3 mehên dawî yên ducaniyê û piştî bûyîna zarok tansiyona zêde ya ku xwe dide der sedemeke serekî ye ya felca asêker û xwînî. Hate debirîn, beriya ducaniyê jinên xwedî tansiyona bilind divê di bin çavdêriya bijîşkan de kêm hebên serêşê bikar bînin û di xwerinê de giranî bidin tiştên naveroka wan bi kalsiyumê dagirtî. Ducanên xwedî tansiyona bilind, piştî bûyîna zarok jî divê di bin çavdêriya bijîşk de bikaranîna dermanên xwe bidomînin. Bijîşk, jinan di warê bikaranîna dermanên bêşgiriya ducaniyê de hişyar dikin. Bijîşk dibêjin divê jin bê çavdêrî hebên pêşgiriyê bikar neyênin. Bi taybet di kesên bi temen, kesên cigare

HEJMAR 13

2019/5/30

SAL 3

KOVAR DICLE

dikşînin, kesên xwedan tansiyona bilind û kesên xwedî kollestrol de metirsiya felcê zêdetir dibe. Ji ber vê yekê kesên xwe neçar dibînin û van dermanan bikar tînin divê hey jê hebin û van aliyên neyênî hildin bin çavdêriyê. Wekî dîtir jî bijîşk dibêjin sedemên felcê asêbûna rayên mêjî bêhtir di jinan de tê dîtin. Di nexweşên ev felc bi wan re hatî dîtin sedî 70 ê jinin.

Bijîşk dibêjin derveyî hîpertansiyon, kollestrola zêde û cigarê gelik sedemên taybet girêdayî jinan yên metirsî jî hene A: Şirîn Xidir


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/5/30

HEJMAR 13

50

FIKIR

Diclepress13@gmail.com

BI DÎROKEKE ŞAŞ RAST NAYÊ JIYÎN


Diclepress13@gmail.com

FIKIR

51

HEJMAR 13

2019/5/30

SAL 3

KOVAR DICLE

XEMÊ ELYAS

Ên ku dîroka azadiya xwe nenivîsin

nikarin azad bijîn, ji ber ku dîroka rast mirovê raste, mirovê rast jiyaneke rast e. Sadi; dibêje ku dîrok; bûyerên ku di jiyana mîrovahiyê de berê qewimîne bê guhertin û bê şîrove bi şekleke xweru gihandina neslên nu ye. İbni haldun bi nêrîneke cuda dibêje;“beriya vegotina buyeran hevceye ku buyer bêne şîrovakirin” dîvê buyer kite kit neyê nekil kirin. Divê buyerên ku rudane di kîjan şert û mercan de rudane bê şîrovekirin û li ser bê ponijandin. Dîrok tenê ne nekil kirine. Voltaire jî dibêje; bi peyva“hevceye dîroknas buyera bê guhertin nekil bike” di zanîstiya dîrokêde girîngiya seknekî exlaqî tîne ziman. Montesqueau jî li ser mijara dîrok ê dibêje: bi peyva“aqileke xurt bandor li dîrokê dike” di pêşveçuna dîrokêde girîngiya aqil îşaret dike. Arnold toynbe dîrokê wisa şirove dike; bi nêrîna“şaristanî(medeniyet) di koletiyê de dest pê dike û di koletiyê de bi dawî dibe… dîrok ji tekerurê pêk tê” dîrok vê çewa bê jiyîn ji berêde diyar e. Çewa di koletiyêde dest pê kiriye wê car di bizivire koletiyê û xwe hergav dubare dike. Gustave le bon jî bi nêrînêkî cuda dîrokê digrê dest;“ bê lêkolîna deruniya netewek nivîsandina dîroka wê netewê tenê wê nêrîna nivîskar bihewîn e”. Bi vê nêrînê dibêje ku


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/5/30

HEJMAR 13

Fêmkirina rojê fêmkirina dîrokê ye. Dîrok di roja mede, roja mejî di dîrokêde veşartiye. Ev nêzikayî rêyeke nu û ronî li me vedike. kurtasî, bi şêwazê metodeke zanîstî û objektîf tespîtkirin, şîrovekirin, watedayin û encam derxistina bihurî ya xweza û mîrovahiyê ye mîrov wextê ku dîroka netwek binivîse hewceye ku mîrov li ser morola wê gelê jî lêkolîn bike. Û bi vî awayî le bon, girîngiya moral u deruniya gelan tîne ziman. Jaques gobert dîrok wisa pênas dike;“em hêj di jiyana beriya dîrokêdane, me kengê pirsgirêkên xwe çareserkirin wê demê dîrok destpê dike”. Bi vê nêrînê dîrokê tekoşîneke mîrovbuyînê dibîne. Mîrovahî wê ronakbîriya xweda dîrokê wek îradeyek bide jiyîn. A.ocalan jî xwendinêkî taybet ji dîrok ê re heye û dibêje; fêmkirina rojê fêmkirina dîrokê ye. Dîrok di roja mede, roja mejî di dîrokêde veşartiye. Ev nêzikayî rêyeke nu û ronî li me vedike. Dîrok: kurtasî, bi şêwazê metode-

52

FIKIR

Diclepress13@gmail.com

ke zanîstî û objektîf tespîtkirin, şîrovekirin, watedayin û encam derxistina bihurî ya xweza û mîrovahiyê ye. “heqîqet evîne, evîn jiyaneke azade” Lêgerîna jiyaneke azad di xwezahiya mirov de heye, bê dawiye û bêbirang e. Encax divirde ji bo encam bi destxistinê diyarker rêbaz e. Lewre bi rêbazeke şaş mirov nagihêje encameke rast. Encax bi rêbazeke rast mirov dikare encameke rast bidest bixe. Mirovê ku lêgera wî hebe wê çewa, wê bi çi, wê bi kîjan amuran wê bi kîjan rêbazê xwe bigihijîne heqîqetê? Li gor paradîkmaya dîroka fermî devletbuyin tê meşrukirin. Dîroka fermî tenê, şera navbera dewletan dinîvîse û wek dîroka kronolojiya çend dewlet helweşiyane, çend dewlet ava bûne, serok û rêberê dewleta kîne, çewa kehremanî kirine derdikeve hemberê me. Gel û etnisitên ku nebune dewlet û di pêşketinan de roleke giring lîstine hene. Gelo emê rasteqîniya dîroka wan çawa derêxin holê? Emê rastiya bandora wan a li ser dîrokê çawa bibînin û çawa binivisin? Erdnigariya kû kurd lê dijîn dergûşa şaristaniya mirovahiyê ye. Di pêşketina şaristaniya mîrovahiyêde cih û wareke gelek giringe û roleke girîng lehistiye. Kurd di neolîtîkê de girêdayî mane. Ji bo kû dîroka kurda baş bê zanîn hewceye kû serdema neolitikê baş bê lêkolînkirin. Fikr û ramanên wî, aboriyên wî, rêveberiyên wî, çandên wî, wêjeyên wî baş bêne fêmkirin û

di çarçova etimilojiya vande dîroka kurda bênivîsandin wê me bigihîne rastiye. Mifteya dîroka kurda di civaka neolîtîkêda ye. Heta kû dîroka serdema neolîtîkê bi tevahiya nepeniyên xwe bi zelalî neyê fêmkirin girêka dîroka kurda nayê vekirin. Di mirov de raman livir destpê kiriye, zanistî livir destpêkiriye, rêvebirin livir destpêkiriye, civakbûyin livir destpêkiriye, têgeha xweda û mîtoljiya wê li vir derketiye, ramanên bîrdoziye livir destpêkirine, di pêşengiya van zanînade pêşveçûnên herî mezin livir çêbûne. Erdnigariya ku kurd lê dijîn gelek etnîsite lê jiyane û jê derbasbûne. Gelek şaristanî ava bûne û xerab bûne. Gelek şer, pevçun û aşti dîtiye, ji ber vê sedemê jî di vê erdnîgariye de bandora çanda ya li ser hevdu asteke herî jorde çêbûye. Em dikarin bibejin ku dîrok tenê niviseke naverok siyasî nîn e. Dîrokeke rasteqîn û watedar ewe ku; çanda madî û manevî ya ku bi kurahî bandor li civak kiriye di xweda dihewîn e. Dîrok û kevneşopî çibin, îro û pêşeroj jî ew e. Mirov çiqas kevneşopiyan û dîrok nasbike mirovê ewqas îro nasbike. Bi tenê nêrînên îroyin, şîroveyên îroyin, çanda îroyin, civaka îroyin nêzîkbûyina dîrokê wê me têxe navşaşiyan. Wextê ku derheqê civak û dîrok te analîz bênekirin hewceye ku çêbûna etnikî, çêbûna gel û civakê liber çav bêne giritn. Ev xaleke girînge. Jiber ku pêvajoya çêbûnê bandor li genetikê her tiştî dike di tevahiya jiyanê her tiştî de jî ev pêvajo di-


Diclepress13@gmail.com

yarker e. Lewre pêşve çûyina mirovahî ya civakî domdare. Rêmana dîrokê a domdariyê heye. Ev domdarî zanînên civakê, teknîk û pêşketinên civakê, kemasiyên civakê hwd. Digihîne neslên(nefşin) nu. Civak di jiyana xweda rêçên jiyanê berê bi xurtî dihewînin. Nêrîna modernîst peşveçuyinan bi kapitalîzmê ve girêdide her tiştî di awrupayê de dide destpêkirin. Loma pêşketin û afirandinên ku li mezopotamya yê derketine holê; wek şoreşa çandinî û bajarvaniyê, wek bikaranîna nivîsê, wek derketina matematîkê, wek astronomî, wek teqvîm(salname) û hwd. Gelek pêşketinan nedîtîve tên, hewcedarî bi orjînaliya wan nabînin û wan dikin malên awrupa yê. Bi pêşketina paradîgmaya nu û bi

FIKIR

53

destkevtiyên lêkolînên ku li rojhilat hatin kirin gelek zanîst û dîroknas şaşwazî kir û ji bo dîrokê nêrîneke nu bi xwere anî. Derket holê ku tu tiştek bê bingeh nîne. Tevger û liva li ser rasteqîniya civakiya rojhilata navîn, rê û rêbazên rast wê me bigihîne dîroka veşartî. Wê me bigîne roniya rasteqîn. Wê demê wê evîndarên azadiye, lehengên azadî û dîroka rastîn wê bikevin nav tekoşîneke bêhempa. Wê demê wê tu kes nikaribin vê tekoşînê asteng bikin. Îxanet jî çêbin, qetlîam jî çêbin disa jî wê ber bi rastiyê ve ber bi armanca pîrozve wê meş bi dome. Wê demê dîrok wê ê me be, wê dilê herkesî bimere be. Rasteqîniya me wê bibe rasteqîniya pîrozbuyuna doza me. Gelê me wê demê wê bi serbilindayiyeke mezin bibe xwediyê azadiya ku hezar salane li bendê ye.

HEJMAR 13

2019/5/30

SAL 3

KOVAR DICLE

Dîrok û kevneşopî çibin, îro û pêşeroj jî ew e. Mirov çiqas kevneşopiyan û dîrok nasbike mirovê ewqas îro nasbike. Bi tenê nêrînên îroyin, şîroveyên îroyin, çanda îroyin, civaka îroyin nêzîkbûyina dîrokê wê me têxe navşaşiyan


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/5/30

HEJMAR 13

54

GOTAR

Diclepress13@gmail.com

BERIYA KU PEYV MANEYA XWE WENDA BIKE

DILZAR DÎLOK

Me pir caran got“peyv temenê xwe

dagirt, êdi dora çalakiyê hatiye.” Pir caran me anî ziman ku, peyv maneya xwe wenda kiriye. Lê belê, rastî ew e ku, peyv li ber sekeratê be jî, hîna bi temamî maneya xwe wenda nekiriye. Peyv, piştî hest, fikir û kirin derketiye holê û armanca derketina wê ya holê jî, ev tegîn gihandina deng e. Rastiyên ku peyv dibin amûr, maddeyên bingehîn a civak avakirine ne. û ev rastî ji ber ku hîna nemiriye, rewşa peyv a ku li ber sekeratêye dide, sedem heye ku, em bi watayên xurt dayine ve, peyv ji mirine xilas bikin. Wate nemiriye û peyvên ku, dixwazin bibin kincên wate, bi wateyên ku em didine ve, dikarin bibin gavên girîng a rêka azadiye. Dema ku lêgerina azadî tê bilêvkirin, jin tê bîra herkesî, lê belê, hemu civak tê vegotin. Di bingeha ve lêgerinê de, xwe li hemberi hemu hewldanên zordari, astengkirin û tune hesibandinê, xwesteka hebuna xwe parastinê heye. Zanabûna azadî di bingeha hebun da cihê xwe digire. û li hember pergalên desthilatdari, diktatoriyên zanistiye û hemu fikr û ramanên ku ji wata dûr, tekoşina hebuna a rast dayine, şewêye jiyanê serekê hildibijeri ku, heta jiyana azad ava bibe. Ji ber ve ji, lêgerinvanên ku, lêgerina azadi ji xwe re kirine riya esasi, demên cuda a jiyana xwe de, ev lêgerin hin rêxistinbûyin yan ji şertên cuda ra giredane

û bi vê rêkê ve hewl dane ku jiyana azad biafirînin. Yên ku rasti digerin, di destpêke de, di çavên xweyi dil da dawerivandin avakirine. û bawer kirine ku, destpêka rast mirov bi xwe de ye. Di dirokê de car caran bi navê tariqat yan ji mezheban hin rêxistin avakirine û bi vê rêke ve, ji xwe re kirine armanc ku, gavên xweyî yekemin watedar bikin, bigihînin civakê û di dirokê de ciheki watedar bigrin. Em pir bi dileki germ dikarin bêjin ku, ew hevldan, di lêgerina me yi wata da, stûna bingehîn avadike. Li hember vê jî, ji ber ku ev hevldan rêxistinbûneki têri bike re nehatiye temam kirin, di zemina civakî de cihê rast ne girtiye, ev lêgerin demên dirokê a kevn de hatine hiştin û îro bi rengeki baş nehatiye femkirin. û bi vê wataye de em dikarin bejin ki, têri nekirine ku, rêxistinbûyineki civaki a mirovan têri bike ava bibe. Hevldanên ku pêşiya herikandina xwezayi digrin, dibin astengiyên peşketina civaka xwezayi. Hişmendiya baviksalari di vê çerçeve de dibe astengiye bingehîn. Pêşigirtina peşketina civaka xwezayi a ji aliyê hişmendiyê baviksalari û bi berhemen heman hişmendî, têri nekiriye ku herikandin bide sekinandin, lê bele, di herikandinê de belavbûyin, bêserûberbûyin, parçebûyin avakiriye û her belavbûyin û parçebûyin, di herikandinê de, taluke zuha bûyine zêde kiriye, gumana çikandina kaniya jiyanê zêde kiriye. Îro, pêkaninên ku bi navê siyaset û rêvebertiya netewdewlet tê meşandin, dibin aş û civakê dihêrin. Civak, di bin pelçiqandinen van êrişan de, her diçe hur dibe, di

nav hêrandinê de hurbûyin jî, ji bo mirovan, weki kesayeten azad, ez bûyin tên ferzkirin û bi vê rêke ve, rihê bi hev ra jiyankirin a ku civakê diafirine tên parçekirin û qirkirin tê temamkirin. Kiryarên ev qirkirin jî, di cewher de dibe mêji û her gav ji civakê re hêza mêjiyê bêkontrol tên nişandan û her nêrineki di vê şanoya de derdikeve, dil û mêjiyê mirovan dike taristan. Kêm zêde tê zanin ku, xwe ji taritiyên pergala desthilatdar a ku mêjiyên me reş dike derxistin, iddiayên kesayetê azadbûyinê ve û li gor pêwistiyên vê iddiayê di nav hebuna civakî da xwe afirandinê ve peşbikeve. Û dîsa tê zanin ku, ev rewş, hebuna azad a ku di bingeha tenêbûyinê xwedayî de cih digire, tê watayê, bi gerdunê re yek bûyin. Di jiyankirina azad a kesayeteki de rewşa heri xêr û bêr, bi civakbûyine xwe ve, ewên ku, bi weki wî-wê re jiyankirin e. Di vê mijare de heger pirseki bê kirin, li gor firehiya azadî bersivên rengûreng bê dayin. Lê belê, ev demê ku, em şurên tuj li ser sere me ye û her lahzayeki em li ber talukayê pergala qirkirinê û hişmendiyên ve ru bi ru jiyan dikin, bersivê heri jiyanî, bi civakbûyinê xwe ve jiyan kirin be. Bi navkirinen civakbûyin, ne di wataye ku kesayet bibe geraneki, yan ji mirov ber bi pêkaninên giştî ve ru bi ru bimine. Civakbûyin, di pergala kapitalist de, bi watadayinên bi vê rengî ve tê istismar kirin. Li hember vê yeke sekinandineki pêşxistin ji vê bibe bingeha azadbûyine. Weki ku pir hatiye gotûbêj kirin, hişmendiyên ku, mirovan weki garanan dibînin yan ji mirovan di tasnifkirinên dubendî


Diclepress13@gmail.com

da teng dikin, navê sosyalizmê ji bi kar bînin, mirovan ji azadî dûr dixin. Xwezayî ye ku, hemu nêzikatiyên ji azadî dûr dixin, ber bi tunebûyine ve dixişikinin. Ev yek, rastiyekî jênerev e. Di bingeha vê tunebûyine de ji, dengeyên civak-xweza xirab kirin û tunekirina kesayet a bi navê civak avakirin heye. Dema ku civak bibe hicceta tunekirina qirkirinê, tê femkirin ku, mêjiyê zilam berhemên xwe pir zêde kiriye. û ev berhem, xistina bin kontrole sekinandina gerdun a ku nêziki asta heri baş, weki amurekî terore li ser mirovan, penç hezar sal hatiye bikaranin. İro dem hatiye ku, em êdi, hicceta hebuna xwe, civaka xwe, bûyina amureki istismarê ji destê hişmendiyê baviksalari derxinin. Xwe, malzemebûyinên qirkirinê xilaskirin, civaka xwe ji qirkirinan xilaskirine de

GOTAR

55

destpêke heri girîng e. Rastiya ku di bingeha ve yeke de cihe xwe digire ji ev e, beriya ku peyv watayê xwe wenda bike, bi civakê re peymaneki bê ava kirin. Pişti biryardayine tekoşina azadî gavê destpêeke, civakê xwe re soz dayin û ji bo sozên xwe pêkanine hewldayin e. Rêbazê bingehin a ku civak ji qirkirinê xilas bike ev e ku, li hember hemu pergalên qirkirinê, parastina rêgezên civaka demokratik, ahlakî, politik û azad a ku pir biçuk be ji hina jiyan dikin, wana zêde kirin û bi aktualizekirinê ve jiyanîkirin e. Jin, hêza pêşeng a azadiye ne. Gavên azadiyê ku jin, di nav civakê de tên avetin, bi giştî, pêkanina sozên hatiye dayin a ji bo civaka ahlakî, politik û azad e. Bi civak ra hevpeyman çêkirin, navbera xwe û civake de giredaneki naqate avakirin e. Civak

HEJMAR 13

2019/5/30

SAL 3

KOVAR DICLE

li peşbera xwe,wek hebuneki zindî dîtin e. Di jiyanê de wek perçeyeki naye berdan dîtin e. Hevpeymana kes a bi civakê xwe re, hevdîtinê heri baş a têginên kes û civakê ye. Di aliyeki de, nêzikî a ideal bûyine ye. Hevpeymana civakî çawa bibe? Bersiva vê pirsê heri baş jin dikarê bide. Ji ber ku, zayendê ku di afirandina civakê de heri zêde rol girtiye, jin e. Bi civak ra hevpeyman çawa bibe, kesekî çawa dikarî, bi civakê xwe re hevpeyman çêbike, soz çi ye, çawa bê dayin, dema ku kesayeteki sozên xwe bîne cih, civak sozê ku ji bo kesayetan daye, pêk tîne an na, çawa kontrol bike, bi civak ra hevpeyman li ku destpêdike, sinorên vê hene an na, ger hebe çi ne, ger tune be bêsinorbûyin heta ku derê ye, xwe dispêre çi… Pirs di vê mijarê de pir zêde ne.


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/5/30

HEJMAR 13

Li gor nêrina min, diroka hevpeymana civakî pir kevn e. Dema ku zarok tê cihanê, pîrikêki zayinê de rol dileyize. Ev pîrik (ebe), zarok ser serkî (ji lingan) digre û şeqemêki li dawiya zarokê dide. Serserkî sekinandinê de zarok, dema ku şeqem dixwe qîr dide û bi vê şiyarbûyinê ve dikeve farqe ku, pêwistê cihê ku nu hatiye, li gor vê cihê jiyana xwe ji niha da rêkupêk bike. Hevpeyman di vir da destpêdike. Rêbertiya me digot, li gor zindiyên ku tenê dema xwe jiyan dikin, mirov derveyi demên xwe derdikeve. Sewaleki nu çêlik aniye, dikarî çêlikê xwe bialîse, ji bo zarokê xwe rake piya, dikare bi dahfdayine ve, wê, bi rêve bibe. Têkiliyê zarok û dayik, ne wek têkiliye navbera du tiştê de ye, berovaji vê, wek têkiliye hebuneki tenê di nav hev du da ye. Têkiliyeki hêstyarî, têkiliyeki ajoker e. Lê belê mirov tê cihanê, derveyî du kes, kesayeteki siyemin jî tevlî vê têkiliye dibe. Mina-

56

GOTAR

Diclepress13@gmail.com

Iro dem hatiye ku, em êdi, hicceta hebuna xwe, civaka xwe, bûyina amureki istismarê ji destê hişmendiyê baviksalari derxinin. Xwe, malzemebûyinên qirkirinê xilaskirin, civaka xwe ji qirkirinan xilaskirine de destpêke heri girîng e

ka me de kesayetê siyemin, pirik (ebe)e. Ev kesayetê siyemin, perçeyê civakê a ku tevlî hebuna nu dibe ye. Mêvanê cihanê a nu ji çavkaniye digire û veya ber bi milên herikandinê ve rêvedibe. Rolê pîrikê, amadekirina mirovan ji bo jiyane, pir girîng e. Û zarokeki bi hejandina pîrikê ve tê ser hişê xwe, bi qîrinê destpêke ve, hebuna xwe ji cihanê re ilan dike. Civakbûyina ku bi pîrikê ve derdikeve holê û di navendê ve ilanê de cih digire, di vê lahzayê şun ve, dest bi mezinbûyinê dike û dema mirovan giştî de cihê xwe digire. Ew rewş dide nişandan ku, bi zayinê vê hevpeyman ji destpêdike. Îro minakên curbecur hene ku, di têkiliyê jin û civak da, giredanên naqate hene. Zimanê dayikê, çanda paqijiyê, fêrbûnên destpêkê a zarokan û hwd dide nişandan ku, jin ev peymana xwe bi rengekî xwezayî dimeşîne û di nav pergala baviksalarî de pir lawaz be jî, hîna tune nebuye, hîna nemiriye. Li ber qirkirinan de


Diclepress13@gmail.com

be jî, ji latan ne ketine de, giredana xurt, jin e. Xwezayî ye, ji bo me a girîng ev e ku, em, bi van giredanên lawaz ve jiyankirin zêdetir, bi riya rojanekirine (güncelleştirme) civaka ahlakî û politik ve, giredana heyî xurttir bikin û berê xwe bidin jiyana azad. Di vê derê de, em dikarin bêjin, jiyana azad, li ber latan da bibaskbûyîn e. Di roja me de ev giredan çêkirin û xurtkirin jî, bi civaka xwe re heypeyman çêkirin e. Hevpeymana civakî piralî ye. Ji ber ku civak, bi hemu jiyana mirovan ra giredayî ye. Jiyankirin û qasî ku jiyan dike, ji mirovên ku beriya me jiyankirine girtin, dîsa kombûyinên civakî a ku di kesayet de zêde dibe ye piştî xwe re hiştin, di zanabûna ve yekê de bûyin e. Bi civak ra hevpeyvin çêkirin tê watayê ku, di aliyê çand, politika, karên diplomatik, spor, huner, rêxistinên heremî û di hin mijarên cuda da, avakirinên yêkbûyineki rêgezî a ku kesên di civakê de dijin, bikaribin hevbeş bibin û bi rêkên yekbûnên rêgêzî a hevbeşbûyinê ve, ber bi civakê ahlakî û politik gav avetin. Tê ve watayê ku vîna jiyana azad danine holê û ji bo vê armancê ber bi çalakî ve çuyin e. Ji ber ku, hebuna herî xweşik a gerdun, mirov e. Vîna azad, li hember hemu rêbazên qirkirina civakî, hebuna xweyî azad, bi watayê ku her lahza nu dibe re pêşwazîkirin, cihgirtina xweyî di gerdune de kêfxweşî jiyankirin, her wext bir bi jiyana herî baş ve çuyin û encamên vê nirxandin û biryarên nu girtinê de xwedî vînekî bûyin e. Mirovahî bi salên direj pir zêde êş kişand. Di van salan da, ketina ferqê êşên ku hat kişandin û piştra jî, bi

GOTAR

57

armanca, hiccetên ku jan diafirinê ji holê rakirin, êşên nu girt ser xwe, berxwedanî kir, berdêl da. Ev hemu zanabûn û vîna azadî avakir. Îro vîna azad dibeje ku, êşên ku qasî tirsan zêde dibin, vana nepejirînin. Dema ku mirov bikeve ferqê vê yeke, bizanê ku di rewşên vê rengî de kirdebûyineki pir mezin heye, vê demê xeleka tirsê bişkîni. Qasî ku xelek tê şikandin pergalên qirkirinên civakê jî, ti şansê jiyanê nebînin. Hişmendiya dewletbûnê daninê serê lista şertên hebunê, tirsa herî mezin e. Bê dewlet jiyankirin, wekî bê xwedî, bê parastin mayin dîtin xapandineki mezin e. Ev xapandin, îro hemu civakan ra hatiye ferzkirin û fikreki çewt e. Çawa, di jinê hatiye kolekirin da, bi mêr ra giredan, di bin siya mêreki de jiyankirin wek jiyaneki serekî dîtin, ji bili vê jî wek jiyanekî ewlehî dîtin, îro pir zêde tê jiyankirin, a ku hişmendiya dewletperestî di civakan da afirand ji weki vê, beşeki pirekkirine (karılaştırma) ye. Wêrekiye bê dewlet jiyankirin, di hişmendiya jin da, mêr kuştin ra yek wata ye. Dema ku civak nu hat avakirin, qet ewlehiyê xwe, bi dewlet ve avanekir. Ti civaka azad, mahkum nebûye ku, laşê dewlet a ku hatiye werimandin, li pişta xwe bike. Ti car, di bin burokrasiye de fetisandin, wek ewlehiyeki nehatiye dîtin. Ti jina azad, bi mêr ve giredayî jiyankirin ewlehî nabine, berevaji vê, ev yek weki bareki dibîni û azadî, xwe bin ve barê xilaskirine ve, qaideyên bi hev ra jiyankirin avakirine ve û bi vîna azad tevlî jiyanê bûyine ve biafirîne, têkiliyê civakan bi dewletan ra ji heman astê de ye. Civak ti carî, xwe bi saziya dewletê re avanekiriye. Berevaji ve, her saziyê dewletê, komêki civakê tunekirine ve, ji xwe

HEJMAR 13

2019/5/30

SAL 3

KOVAR DICLE

re cih çêkiriye. Civak îro ji bo ku, hebuna xwe bide berdewamkirin û xwe ji qirkirinan xilas bike, derxistiye zanabune ku, ji dewlet dûr, bi vîna xweyî azad ve jiyana xwe birêbixe. Ev zanabûn dema ku dibe hevpeymanekî, her kesayetê civakî, zêdetirî nêzikî azadî û jiyana ahlakî dibin. Ji ber ve jî, bêriya ku hîna peyv watayê xwe wenda nekiriye, hîne dengê mirovan ji mirovan ra biyanî nebuye, hîne şansê bilindkirina rumeta mirovahî bi giştî nehatiye tunekirin, bi civaka xwe re hevpeyman çêkirin, civakbûyina me a ku, li ber qirkirinê em bikaribin ber bi azadî ve bibin, bi kesên civaka me re biryarbûna jiyana azad dane nişandan, rêka bêhempa a bersiva rast dayinê nirxên gerdunê û rêka bêhempa jiyana watedar e.

Me pir caran got “peyv temenê xwe dagirt, êdi dora çalakiyê hatiye.” Pir caran me anî ziman ku, peyv maneya xwe wenda kiriye. Lê belê, rastî ew e ku, peyv li ber sekeratê be jî, hîna bi temamî maneya xwe wenda nekiriye


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/5/30

HEJMAR 13

58

FERMAN

Diclepress13@gmail.com

KOÇBEREK ÊZIDÎ: REWŞA KOÇBERÊN LI KAMPAN XIRAB E

A: XELÎL ELÎ

Sewsena ku li gel zaroka xwe ya

2 salî 2017’an de ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûye û niha li kampeke Dihokê dijî, dibêje ti kes alîkariyê koçberên Êzidî nake. Sewsen her wiha daxwaza zelal kirina çarenûsa bav, bira û hevjînê xwe dike. Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a çeteyên DAIŞ’dê li ser civaka Êzidî ya li Şengalê de bi hezaran welatiyên Êzidî di komkujiyan re hatin derbaskirin û bi hezaran jin û zarok jî dîl ketin destê DAIŞ’ê. Hêzên Sûriya Demokratîk beşeke zêde ya dîlên di destê çeteyan de rizgarkiribin jî hîn çarenûsa gelek kesan diyar nîne. Malbatên wan jî bi hêviya ku wê rojek agahî ji wan bigirin çavê wan li rêye. Herî zêde jî jinên ketine destê çeteyan rûberûyê her cûre

hovîtiyên DAIŞ’ê hatine. Yek ji wan jinan jî Sewsen Xelefa 25 saliye. Sewsen çîroka ketina destê DAIŞ’ê, serpêhatiya xwe ya di dema destê çeteyan de û daxwazên xwe ji ajansa me re vegot. Sewsen Xelef niha temenê wê 25 saliye û dema kete destê çeteyên DAIŞ’ê 20 salîbû. Sewsen ji gundê Guhbel yê ser bi navçeya Sinûnê ya Şengalêye. Dema çeteyên DAIŞ’ê 2014’an êrîşê Şengalê kirin Sewsen li gel malbata xwe li navçeya Rabîayê ji bo zilameke bi eslê xwe ji pêkhateya Ereb yê bi navê Hewas Ebdû di çandiniyê de dixebitîn û bi vî awayî debara jiyana xwe dikirin. Sewsen dibêje, ew zilamê xwediyê kar ku malbata wê jêre dixebitî soz dabû wan ku ji bo nekevin destê çeteyên DAIŞ’ê wan biparêze. Sewsen dibêje, Hewas Ebdû hem soza

xwe negirtiye û hem jî xiyanetê li wan kiriye. Li gorî Sewsen dibêje, Hewas Ebdu wan radestê çeteyên DAIŞ’ê kiriye. Sewsen wiha behsa dema ketina destê DAIŞ’ê dike, “Hewas Ebduyê ji Rabîayê ji me re gotibû, ji bo hun nekevin destê çeteyên DAIŞ’ê ezê bi were bibim alîkar. Lê min û tevahî endamên malbata min bir li ser pira Qesaban a bajêr û me li wir radestê çeteyên DAIŞ’ê kir. DAIŞ zilam ji gel me birin û me jî li dibistaneke Telaferê kom kirin. Ji wir re digotin, zîndana Telaferê. DAIŞ’î rojane dihatin keçan jixwere dibirin û lixwe mehr dikirin”. Paşê çeteyên DAIŞ’ê xwişk û dayîka Sewsenê jî dibin cihekî cûda. Sewsen jî dibêje, ji bo wê nedin çeteyên DAIŞ’ê ew zilamekî Êzidî yê dîl naskiriye û pêre zewiciye. Sewsen wiha behsa serpêhatiya xwe dike,


Diclepress13@gmail.com

“Ji bo min li çeteyekî mehr nekin, min zilamekî Êzidî yê bi navê Salim nas kir û pêre zewicîm. Salim bavê 3 zarokan bû û tenê ji malbata xwe ketibû destê çeteyan. Salim ji gundê Girzêrik bû. Me ji çeteyan re got, em hevjînê hevin, lê ji me bawer nekirin, çûn muayeneyên bijîşkî ji me re kirin. Piştî salekî ez jê dûcanî bûm. Lê çeteyên DAIŞ’ê hevjînê min jî birin. Dema em destpêkê ketibûn destê DAIŞ’ê bav û birayên min biribûn, paşê jî hevjînê min birin. Dema dûcanîbûm min derbasê bajarê Reqa yê Sûriye kirin”. Sewsen dibêje, xwişk, bira û dayîka wê beriya salekî ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûne û niha li Elmanya dijîn û wiha pêde diçe, “Dayîk, xwişk û birayek min beriya min salekî rizgar bûn. Ez û keça xwe jî di sala 2017’an de birêya qacaxçiyek û di berdêla pereyeke zêde de hatin rizgarkirin. Lê hîn jî çarenûsa bav, 3 birayên min yên biçûk û hevjînê min ne diyare”. Sewsen niha li gel keça xwe ya 2 salî

FERMAN

59

HEJMAR 13

2019/5/30

SAL 3

KOVAR DICLE

li kampa Şariya ya ser bi parêzgeha batên ji bo vekirina goristanên komî Dihokê di rewşek nebaş de dijî û yên li Koço jî divê berdewam bikin û dibêje, “Niha ez li gel keça xwe ya vê xebatê berfireh bikin”. biçûk li kampa Şariya dijîm û ti kesê min nîne bi min re bibin alîkar. Li vir kesek alîkarî nade me. Tenê carna diçim Şengalê serdana tiyê xwe. Bihezaran kesên weke min di kampan de hene û ti kes alîkariyê bi wan re nake”. Sewsen rexne li hikûmeta Iraqê jî digire ku berpirsyariyên xwe yên li hember Êzidiyan pêk nayêne û wiha diaxive, “Eger Iraq me weke welatiyên xwe dîtiba, wê destûr nedaba bihezaran kes di komkujiyê re derbas bibin. Niha jî destûr nade dîlên ji aliyê QSD’ê ve tên rizgarkirin di korîdorê re derbasê Şengalê bibin û bigihijin malbatên xwe”. Jina Êzidî daxwazê ji hikûmeta Iraqê û hemû sazî û dezgehên peywendîdar dike ku ji bo çarenûsa dîlên winda bixebitin û got, “Daxwaza min ewe ku çarenûsa bav, bira û hevjînê min û bi hezaran dîlên di destê çeteyên DAIŞ’ê de diyar bibe. Xe-

Ew zilamê xwediyê kar ku malbata wê jêre dixebitî soz dabû wan ku ji bo nekevin destê çeteyên DAIŞ’ê wan biparêze. Sewsen dibêje, Hewas Ebdû hem soza xwe negirtiye û hem jî xiyanetê li wan kiriye


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/5/30

HEJMAR 13

60

ÇAND

Diclepress13@gmail.com

WEKE KANEKE WÊJEYÎ YA BÊ BINÎ ŞÊX FEXRÊ ADIYA

Di sedsala 12´an de Şêx Fexrê Adi-

yan, Pîr Reşê Heyran, Pisê Cemê, Pîr Xidir, Pîr Hevînd, Şêx Mend, Pîr Şeref û hinekên din dicivin û edebiyateke kurdewariyê, bi Kurmancî xweş xezîneyeke mezin ji qewl, beyt, dua, destan, qesîde, çîrok, xizêmok, payîzok û cûrên edebî yên din bi felsefe û hunurekî edebî dihûnîn.

A: CANO ŞAKIR

zanînê de û bi hinek beşên din re jî ku wî nivîsande û anîne ziman, Şêx Fexrê Adiya, Şêxekî Êzîdî bû. Di dema xwe de ji bo gelê xwe xwedî bandoreke pozîtîf bû. Heta ku hatiye naskirin ku ew di ser dema xwe re weke “Şêxê Şêxan” hatiya dîtin û naskirin. Bandora wî li ser wê dema wî pirr mezin bûye, ne tenê wisa di warê helbestgotinê û hûnandina hestên xwe yên edebî û wêjeyî de, di heman wextê de, ew bûye wek sembolekê di nav miletê xwe de. Wî bi mijarên xwe yên olî û hizrî êdî civak ji rêyên xerabî û şaşî dûr xistiye, lewma ew bandora wî heta dema îro jî heye, û hemî berhemên Şêx Fexrê Adiyanî wek peyvên pîroz tên xwendin û dîtin.

Şêx Fexrê Adiya(nî) zanyarekî bi eslê xwe Kurd ê Êzîdî ye ku di sed sala 12´an de jiyaye. Tê gotin ku piştî Şêx Adî (1073-1162) jiyaye. Şêx Fexrê Adiyanî, ji gelek zanyar û mezinên Kurdan re helbest û qesîdeyên olî nivîsîne, ji wan jî gelek helbestên ku bi şêwazê destanî tên gotin, heta roja me ya îro jî tên gotin. Serdema wî Şêx Fexrê Adiyanî, li ser dîrokê, felsefe, astronomî û fizîkê hizrên xwe û her wiha derbirînên xwe yên balkêş Şêx Fexrê Adiyanî, piştî Şêx Adî hat û di dema xwe de, hewl daye ku Şêx anîne ziman. Adî pirr baş bi mirovan bide fêhm kirin û naskirin; wek ku tê payîn ew Bandora Şêx Fexrê Adiyanî wek yek ji serwerên piştî Şêx Adî Li gorî nivîsên wî yên di van beşên hatiye nasîn. Yanî, bi qasî ku tê dîtin û bawerki-

rin, Şêx Fexrê Adîyanî, Şêx Adî ew di nava xelkê Kurdistanê de pirr baştir daye fêhmkirin. Di wê demê de ku pirr êriş li Êzîdiyan hebûn, ew li ser rêbaza Şêx Adî meşiya û hemû êrişên li ser dînê Êzîdîtiyê dan rawastiandin. Ji ber vê yekê, piştî ku Şêx Adî koça dawî kir anku kirasguherî, ew weka serwerê civakê ji bo birêvebirina olê ji aliyê meclisên olî ve hat bijartin. Dîrok û felsefe li cem wî Bi vî rengî, bandora Şêx Fexrê Adîyanî, pirr bi girîng e, û heta wî ola Êzîdîtiyê bi têgihiştin û baweriya civata wê û dîroka wê, pirr baş îfade kiriye. Şêx Fexrê Adiyanî, fîlozof û xasê ola Êzdiyatiyê ye. Şêx Fexrê Adiyanî ye yê ku di sedsala 12´an de jiyaye û yek ji yê mezintirîn zanayên ola Êzîdiyan e û gelek ji metnên ku wî nivîsîne, wek destanên helbestê û wek wêjeyeke têr û tije, edebeyatek bi taybetî ji bo ola Êzîdiyan û bi giştî ji bo gelê Kurd wî nivîsandiye. Her wisa, bi sedan helbest û qesîdeyên wî hene. Ji bilî wan jî, Şêx


Diclepress13@gmail.com

Şêx Fexrê, fîlozof û xasê ola Êzdiyatiyê ye. Şêx Fexrê Adiyanî ye yê ku di sedsala 12´an de jiyaye û yek ji yê mezintirîn zanayên ola Êzîdiyan e û gelek ji metnên ku wî nivîsîne, wek destanên helbestê û wek wêjeyeke têr û tije nivîsandiye

ÇAND

61

Fexrê Adîyanî, derbirîn û boçûnên xwe derbarê dîrok û felsefê de jî nivîsandine. Her wisa jî çîrokên ku wî bi destê xwe nivîsandin jî hebûne.

HEJMAR 13

2019/5/30

SAL 3

KOVAR DICLE

ji bo bingehê edebiyata Kurdan dibe milk û xezîne û ev bi felsefa ola Êzîdîtyê ya kevnar bi zanyariya xwedênasên bê qisûr dixemilînin û dikemile. Edebiyat û civakeke xurt Bi bibîranîn û salixdayinên oldar û alimên baweriya Êzîdiyan, di wê Di wê serdemê de Êzîdiyên li der- demê de hesabên wan berheman dora parezgeha Lalişê, atmosfereke pirr mezin bûye û bûne xwedî nirx û aştiyane û derfetên hişyarbûnê, bandor. xwenaskirinê û afrînêr xweş amede kiribûn. Rêveber û serkirdeyên ÊzîdiBerhemên wî yên edebî yan wisa komek qewlbêj, helbestvan, fîlozof, oldar û xwedênasên Li gorî hinek çavkanî û jêderên ku bi nav û deng, yên wek Şêx Fexrê hîna baş nehatine testpît kirin, ji Adiyan, Pîr Reşê Heyran, Pisê Cemê, dema Şêx Fexr 11 hezar qewl, beyt, Pîr Xidir, Pîr Hevînd, Şêx Mend, Pîr qesîde wî nivîsîne. Şeref û hinekên din li hev dicivin û Heger kesin li pey şopa vê xezîneya edebiyateke kurdewariyê bi cûre û wêjeyê baş lêbikolin, ev yek wê naveroka xwe balkêş, bi Kurmancî bikeve xizmeta wêjevaniya Kurdî û xweş xezîneyeke mezin qewl, beyt, her wêjevanek sûdê wê jê wergire. dua, destan, qesîde, çîrok, xizêmok, Ji bo ku ev wêjeya Kurdî dewlemend payîzok û cûrên edebî yên din bi bibe, pêwîst e wêjevanên Kurd di mêlodî û miqam, bi felsefe û hunu- serî de yên Êzîdî, bidin ser şopa berrekî edebî yê bilind dihûnîn. Ev jî, hemên Şêx Fexrê Adiyanî.


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/5/30

HEJMAR 13

62

DÎROK

Diclepress13@gmail.com

JI SERKEFTINÊ HEYA XIYANETÊ; SERHILDANA KOÇGIRÎ

KAKŞAR ORAMAR

Bi derbasbûna çend salan re êdî

bêdengyiek li herêma Koçgirî çebibû. Eşîretên Kurd û serkêşên serhildanê tevî wê bêdengiyê li bêliv û lebat nebûn. Elîşêr û Dr. Nûrî Dêrsimî nekarin xwe bigehînin Amed û Palo ku hevkariya Şêx Seîdê pîranî bikin, lê bi berpirsên komela Tealî û Terqî a Kurdistanê re di nava têkeliyan de bûn. Li Dêrsim û herêmên din mijûlî kar û xebatê bûn ku bihatina derfetekê re dîsa doza xwe bidomînin. Generalên Tirk bi rêya xayîn û Kurdfiroşan tim li pey şopa rêberên Kurd digerin. Ew dixwazin bi kuştina hinek himwilatiyên xwe re bibine xwediyê nanekê.(1) Di rêzên berê yên vê nivîsê de min li ser awayê kuştina Elîşêr û Zerîfe xanimê nivîsîbû, lê li vir bila hinek çewtiyên dîrokî jî bêne bîra me. Xiyanet weke mîratekê tim sedema sereke û bingehîn a tekçûna hemû serhildanên doza Kurdistanê bûye. Carna kesên herî nêzî rêberên Kurd ji piştve xencera bi jehr li hemberî wan weşandine. Bêguman di wan salên dijwar de Elîşêr vala negotiye:

Li vir ew behsa hevkariyê dike ku êdî ji wan re neçûye û bêpişt mane û pêre jî xiyaneta navxweyî ku ji hêla kesên herî nêz ve bû sedema kuştina wî û gelek kesên din yên bi bandor di nava bizava siyasî a Koçgirî de. Civînek û sondên ji bîrkirî!

Di pêvajoya serhildana Koçgirî de kombûnek li Ocaxa Hûsen Evdal hate çêkirin ku pir girîng û dîrokî bû. Ew civîn li ser esasê daxwazên mafên neteweyî li cihekî pir pîroz yê kurdên elewî hatibû çêkirin. Biqasî ku Mekke û Medîne ji misilmanên cihana îslamê re girîng in, ew ocax jî li ba elewî ya xwedî wateyeke wiha ye. Di wê civînê de wan dane diyarkirin ku ewê bi hêza çek û di qada şerên giran de wan daxwazên xwe bi dest bixin. Giregir û birêveberên hereketê ji bo tespîtkirina stratejiyeke diyar û domdirêj tevî Kurdên Koçgirî li herêma Kangalê ew civîn organîze kirin. Roj û dem hatin diyarkirin û di destpêka sala 1920’an li Ocaxa Hûsen Evdal civîneke mezin lidarxistin. Wê rojê di dawiya civînê de hemû rabûn ser piyan û sond xwarin ku wê heya dilopa xwîna xwe ya dawîn ji bo “Serxwebûna Kurdistanê û mafên xwe yên netewî ” têbikuşin. Xiyanetê li hev nekin û bi can û mal wê hevkariya hev bikin. “Ovacığın aşireti / Zapteyledi mem- Ev jî wê bibûya bingeha destpêkirina leketi serhildana welatekî azad û serbixwe Geriden imdat gelmedi / Hozat çek- yê binavê Kurdistanê. Pêwîste bê gomedi gayreti tin ku ocaxa navborî di nava hemû İkrar verenler elmaya / Zülfikarı Elewiyên herêma Koçgirî de cihekî murtezaya pir pîroz tê hesibandin. Pêkanîna kombûna li wir xwedî wate û peyGeriden teller çektiler / Biz amên olî-siyasî ên pir cuda ji civînên uymayız eşkiyaya…“ berê bû. Sedema wê jî ewe ku soz

û biryara di wî mekanê pîroz de tê dayîn, ne poşmanî pêre heye û ne jî kesên sondxwarî ji gotina xwe tên xwarê an jî xiyanetê li hevalên xwe dikin. Hêzeke wiha mezin a menewî ji wê civînê belavî nava civakê bû. Xelkê bi hemû hêza xwe piştgîrî didan wan û di wê baweriyê de bûn ew qet û qet di xweşî û nexweşiyan de gel di destê dijmin de nehêlin. Ew civîn bû sedem ku dijminahiya di navbera çend eşîretan de jî hinek sist an jî hema cihê xwe bide dostanî û hevalbendiyê. Ew tedbîra herî aqilane bû ku beriya destpêkirina serhildanê pêwîst bû ew nakokî û dubendî ji holê rabibin. Serekên wan eşîretan di dawiya civînê de hev û din hembêz kiribûn û bi hêzeke hevgirtî soza hevkariyê ji bo daxwazên netewî û bicihanîna wan dabûn hevûdu. Civîn bi wan meramên dîrokî li wî mekanê pîroz hatibû lidarxistin. Destpêk û bingeha wê serhildanê li pey wê civînê xwedî biryara xwe ya yekê û a sereke bû:“Me biryara serxwebûna Kurdistanê daye û heya serkeftinê jî wê xala pêşên a stratejiya me ev rastî be“. Ji hêla din jî ew civîn bi saetan wextê xwe dide wê mijarê ka:“ çawa ji dewletên biyanî daxwaza hevkariyê bistînin…“. Nîqaşên germ û dirêj li ser vê mijarê hebûn û di dawiyê de biryareke wiha didin:“ Em li dijî vê pêşniyarê û li gor eşîretan hevkariya hêzên biyanî yê kermaet û şerefa Kurdan kêm bike, pişta yê bi dahata gelê herêmê be û carê hevkarî ji derve nayê standin…“ Di civîna li Ocaxa Husên Evdal de biryara dawiyê avakirina hikûmeteke demkî a herêmî ye ku bikarîbe kar û xebata li herêmê di bind desthilatdariya xwe de îdare bike. Li pey


Diclepress13@gmail.com

wê civînê komîteya birêveber a serhildanê di bin serkêşiya Elîşêr de li dora hev kom dibin û bi rêya Cemîyeta Tealî û Terqî a Kurdistanê daxwazên Kurdan digehînin rayedarên dewleta Tirkiyê. Ji hêlekê amadekariyên ji bo komkirina pêwîstiyên aborî û ji hêla din jî xebatên ji bo tekûzkirina leşkerê serhildanê jî berfirehtir dibin. Her kesê ku xwe berpirsê kom an jî eşîretekê dizanî destûr dabû mirovên xwe ku di karekî wiha de hevkariyê bidine şoreşa xwe. Wiha bû ku cepxaneya ji bo destpêka serhildanê hêdî-hêdî amade dibû. Hêrişa yekê a leşkerî ji hêla Kur-

DÎROK

63

dan ve di havîna sala 1920‘an de li Zarayê pêk tê û serokhêzê Kurdan Misto di demeke kin de dest datîne ser qereqola Culfa Elî. Artêşa Tirk ji bo tevgera xwe a leşkerî bi dizî cepxanê dişande herêmê. Ew êdî bi wê rastiyê hesiyabûn ku agirê şerekî giran li gelek herêmên Kurdistanê yê dijî wan hilbibe. Roja 25‘ê Tîrmeha sala 1920’an Paşo Begê serok eşîreta Şadilan jî piştî ku ji Dêrsimê vedigere herêma Koçgirî, rêya cendirma dibire û dest datîne ser kerwanê cepxaneyeke mezin ya artêşê ku li dijî serhildana Kurdan komî serhev kiribûn. Ev du çalakî weke ku rojeke nû li ber Kurdên herêmê hilatibe. Hêvî û heyecaneke mezin dabû xelkê. Ji wir

HEJMAR 13

2019/5/30

SAL 3

KOVAR DICLE

û şûnde êdî desteyên şervanên Kurd bi eşkerahî dadiketin nava gund û bajaran, carna jî nedihiştin kes here leşkeriya dewletê û bacê bide wan. Herwiha di rûberekî berfireh yê erdnigariya herêmê de hêriş dibirin ser qereqol û qirargehên leşkerû, pêre çekên leşkerên Tirk ji wan distandin û rêvebiriya herêmê dixistin bin kontrola xwe. Tedbîrên dewleta tirk a dagirker Li ser vê çêbûna van rûdanên han meclîsa Tirkiyê dicive û ji Elezîzê komên şîretkirinê dişîne Dêrsimê. Li pey hatina wan koman jî eşîretên Kurd yên Dêrsimê jî gotina xwe


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/5/30

HEJMAR 13

dikine yek û ji meclîsa Tirkiyê û berdevkên wan dixwezin ku ew jî li gor bend û biryarên peymana Sevrê tevî Kurdan kar bikin û mafên wan ên siyasî-çandî binasin. Ew bi zelalî ji nunerên dewleta Tirkiyê re wiha dibêjin:“ Ger ew daxwazên me nepejirînin yê hingî hêzên Kurdan hêrişî ser qirargeh û bînayên dewletê li Sîwasê bikin, ji wir jî yê ber bi Enqerê û parlimentoya Tirkiyê bêxîn bin kontrola xwe… “ Armanca serhildêran wiha ye: Pêşîyê dixwazin Xozatê bidestbixin ku navenda Dêrsimê ye. Paşê yê tevî eşîretên Çemîşgezek û Koçgirî bajon ser Sîwasê. Piştî ku Sîwasê bidestxistin wê bajon ser Enqerê û daxwazên xwe bidin qebulkirin. Li gor vê pilanê piştî ku serhildan destpêkir wê Kurdên din jî piştgirya Koçgiriyê bikin. Bi vî awayî wê dewleta Kurdistanê a serbixwe bê damezirandin. Ji bo vê yekê jî li Kemahê, Diwrîxê, Refahiye, Hafîk, Qoçhîsar û Quruçayê dikevin tevgerê û dest bi çalakiyan

64

DÎROK

Diclepress13@gmail.com

dikin. Wê demê hikûmeta Sultan ya İstenbolê behsa otonomiya Kurdistanê dikir. Lê ew piştî teslîmbûnê bêhêz bibûn û hukmê wan nemabû. Ger ku Koçgirî biserkeve wê Kurdên din jî serhildin û yê nikaribin pêşî lê bigrin. Li hemberî stratejiya serhildana Kurdistanê stratejiya Kemalîstan jî ew bû ku Kurdistanê di destê xwe de bihêlin. Ji bo vê siyaseta xwe argumentên olî derdixistin pêş û behsa yekîtiya Kurd û Tirkan û biratiya misilmaniya dînê İslamê dikirin. Herwiha digotin dema ku Anadol ji dagîrkerên Yunanî paqijbikin yê hikûmeteke hevbeş ya Kurd û Tirkan damezrînin. Ji bo ku Kurdan bikşînin cem xwe jî tirsa rêxistina Ermeniyan a bi navê Daşnakê bi bîra Kurdan û şovenîstên Tirk tînin. Bi vê daxwaz û biryara serhildêrên Kurd re êdî dewlet dikeve nava lepelepê. Kemalîst ditirsin û ji gelek deverên welat leşkerê xwe dişînin herêma Koçgirî. Tabûreke cendirmeyan li

nêzî Karacawîran dikeve ber kemîna hêzên şervanên Kurd û tev teslîm dibin. Êdî zivsatane û dawiya rojên sala 1920‘an derbas dibin û sala 1921‘an liv û lebata du aliyên Kurd û Tirk bi hemû germahiya xwe berdewame. Meha herî sar a salê ye û roja 18‘ê wê mehê de kar û çalakiyên leşkerî ji Sîwasê ber bi Zarayê ve birê dikeve. Alaya Şeşem a artêşê a siware di bin serokatiya Mîralay Halîs Begê de ber bi Zara ve diçin. Ew ji xeynî hêza heyî di meşa xwe li ser Koçgirî bi darê zorê ji nûciwanên 15 salî heyanî zilamên têrtemen bi xwe re dibin ku şerê şervanên Kurd bikin. Ew alaya Tirk li Umraniyê bicih dibe û bi çar çavan li benda derbasbûna rojên zivistanê disekinin. Di heman demî de ji tirsa Kurdan dest bi karê şidetê li dijî xelkê sivîl dikin. Dixwazin hinek kesan bi darê zorê bikine mirovên xwe ku di warê êstixbaratê de hevkariya wan bikin. Lê êdî aliyê Kurd jî roja 25‘ê Çileya sala 1921‘an li gel hêzeke mezin a di bin serokatiya Rifat û Nûrî de hêrişî Alaya Um-


Diclepress13@gmail.com

raniyê dikin û hêzên Tirk piştî şerekî giran dişkînin. Di wî şerî de mîralay Halîs Beg tê kuştin. Efser, leşker û berpirsên din yên artêşa Tirk teslîm dibin. Êdî Umraniye jî dikeve nava herêmên azadkirî yên serhildêrên Kurd. Ev serkeftin dibe mijara xeber û nûçeyên wê demê yên Tirkiyê jî. Organa fêrmî a komela Kurd „ Roja Nû“ jî weke xeberekî girîng wê serkeftinê belav dike. Di 8‘ê Adarê de Elîşan Beg û Serekê Eşîra Koçan Bira Birahîm hêrişî Kemahê dikin û qaymeqam û fermandarên Tirk tevî leşkeran bi dîlî digrin. Di heman rojê de qaymeqam û leşkerên Kuruçayê jî bi dîlî dikevin destê hêzên Kurd. Serokên siyasî û leşkerî yên kurd Li gor zaniyarîyên Dr. Nûrî Dêrsimî ji xeynî serokên siyasî ên serhildanê desteyê şervanên Kurd ji van kesan pêkhatibû: Elîşan Beg, Mehmûd Beg, Husênê Beko, Alî Mahmûd Begê, Munzûrê Qasim , Atêş Beg, Eliyê Filîk, Seyîd Ebas, Heyder Beg, Xelîlê Eczacî, Ezamet Beg, Nûriyê Qeremanê, Tahir Beg, Zeynel Beg, İzzet Beg, Zalim Çavîş, Takî Beg, Rifatê Kor û Yuzbaşî Sadik Beg. Vana di karê leşkeriyê de hem kesên zîrek û wêrek, him jî her yek xwedî sedan şervanên siwar û mêrxas bû ku herêm baş dinasîn û bi hezeke mezin li pey cî bicîkirina armacên xwe yên azadiyê bûn. Ew tev di nava gelê herêmê de xwedî hêz û rêzdariyeke mezin bûn. Serfermandarê leşkerî yê hêzên serhildanê jî Yuzbaşî Sadiq Beg bû. Hejmara şerwanên Kurd bi giştî zêdetirî 6 hezar kesan bû. Êdî rûdan wiha li pey hev dihatin û seranserî herêma Koçgirî bibû qada serhildanê. Li Zara, Divriği, Kangal, İmranlî, Suşehri, Refahiye, Gürün û

DÎROK

65

Dersimê şoreşgerên Kurd ala Kurdistanê a ku Cemîyeta Tealî û Terqî a Kurdistanê dabû diyarkrin daleqandibûn. Rûber û firehiya axa ku serhildan têde germ û şerekî giran berdewam bû bi qasî 20.000 kîlometroyên çargoşe bû. Hevgirtina heyî hingî bihêz bû, armancên serhildanê mezin û di çavê Kurdên herêmê de pir pîroz bûn. Îlankirina rewşa awarte Di destpêka serhildanê de hêza Kurdan ji her alî ve serdestiya xwe ya leşkerî û siyasî dabû xûyanîkirin. Ji hêla din jî aliyê Kurdan yê manewî ji ber felsefeya Elewetiyê bihêz bû. Tirkan nekarîn bi rêbazên xapankariyê ku di bin maska komên lihevhatinê dişandin Kurdistanê, Kurda razî bikin û şer çênebe. Parlimena Tirkiyê di 1‘ê Adara sala 1921‘an de li herêma Koçgirî û hemû deverên ku di bin desthilatdariya serhildêrên Kurd de bûn rewşa awarte an jî sikiyönetîmê îlan dike. Li ser vê têkçûna tevgera artêşê, berpirsên meclîsa Tirkiye dîsa komek nû a şîretkirinê di bin serokatiya „ Dadgeha Bilind a dewletê“ de dişînin cem serok eşîretên herêma Koçgirî. Serokê wê komê Şefîq Begê Kurde û ji bajarê Bilîsê(Bitlîsê) ye. Şefîq Beg hingî ji berpirsên Kurd re wiha gotibû:” Yê M. Kemal piştî şerê Yûnaniyan mafê Kurdan bide wan û dewleteke me ya hevapr yê li vê erdnigariyê hebe….”, lê piştre demeke zêde jî derbas nebû ku wî bixwe jî fam kir ku Kemalîst tenê ji bo bidestxistina derfetan ew şandine Koçgiriyê û ji berê de karê wan li ser bingehê xapankariyê ava bûye. Kes nizane salên piştre Şefîq Begê Kurd bîranînên xwe nivîsîn an ne! Ev hewldanên Kemalîst û siyasetmedarên şovenîst bi temamî jî

HEJMAR 13

2019/5/30

SAL 3

KOVAR DICLE

Xiyaneta bêdawî weke mîrateyekî kambax û wêranker hêjî ji nava bizava siyasî ya Kurd nehatiye tunekirin. Ji Koçgirî heya roja îro ew xiyanet hêja jî bi heman karaktera xwe ya kirêt li çar parên Kurdistanê berdewame bêbersîv nediman û wan bi zemînesaziyên ji berê de hin serokên Kurdan bi pere û malên dinê dikşandin cem xwe. Piştî ku di 23‘ê Nîsana sala 1920‘an de wan meclisa xwe vekirin, ji Dersimê jî kesên wek Dîyab Axa(1852-1932), Meço Axa(?-?), Hesen Xeyrî(?-?) û Mistefa Beg(?-?) tevlî vê meclîsê kirin. Herwiha Kemal ji deverên din yên Kurdistanê jî ji xwe re hinek hevkarên din peyda kiribûn ku di rojên giran de li dijî netewa wan bikar bîne. Rejîma nû bi merema ku karîbe leşkerekî nû û xwedî hêz kombike û bişîne ser Koçgirî dest bi rêbazên xapandinê dike. Ew rêbaz ji Osmaniyên kalkên wan weke mîratekê ji wan re jî mabû. Ji bo ku gelê Koçgirî bixapînin û pêre jî karîbin leşkerên şervaniyê kombikin ji der û dorê


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/5/30

HEJMAR 13

66

DÎROK

Diclepress13@gmail.com

kesên ku nediçûn jî dihatin girtin û kuştin. Di destpêka dubendiyê hêdî-hêdî serhildanê de hêza Encamên rê li ber xiyanetê jî vedikir. Di vê Kurdan ji her alî ve navberê roja 14‘ê Adarê de ParlTirkiyê li herêmê biryara serdestiya xwe ya mentoya tevgereke mezin dide. Hêzên Keji bo fetisandin û vemirandina leşkerî û siyasî dabû malîst serhildana Koçgirî ji eniya Yûnan xûyanîkirin. Ji hêla leşker vekişandin û hêzên îhtîyadî û derdorê li dijî Kurdan kirin din jî aliyê Kurdan yê çeteyên yek û erkên wan dane diyarkirin. manewî ji ber felse- Di wê demê de fermandarê giştî yê Tirk Sakallı Nûredîn Paşa û feya Elewetiyê bihêz artêşa fermandarê mîlîsan jî Topal Osmanê bû ku xwedî hemû însyatifeke bû. Tirkan nekarîn bi Laz mezin bûn û dikariyan li dijî serrêbazên xapankari- hildêrên Kurd her karekî bikin. bi hinceta serkûtkirina seryê ku di bin maska Meclîsê hildanê: alaya Baybûrtê ya 11‘mîn, komên lihevhatinê leşkerê 14‘mîn yê siwarî, alaya a Gîresûnê, leşkerê 53‘mîn, dişandin Kurdistanê, Netewî lîwaya 13‘mîn a siwarî, hêza Erzcendirmeyên navçê û bi Kurda razî bikin û inganê, hezaran caş û milîsên herêmê û şer çênebe cih û warên dûrdest bi îmkanên mezin şandin ser Koçgiriyê. Piştî ku dîsa komên şîretkirinê dişandin cem hêzên mezin yên artêşa Tirk digehin serok eşîretên Kurd. Kemalîstan dix- herêmê li dijî sivîlan jî dest bi tevgera westin berî ku serhildan li Dêrsimê jî leşkerî dikin. belavbibe, tedbîrên xwe digirtin. Armanc ew bû ku hinek Kurdan Şerên dijwar û dawiya serhildanê bêdeng bikin ku karîbin leşkerê xwe yê şerkirinê bicivînin ser hev û Di meha Adar û Nîsanê de di nav bişînin ser herêmê. Di dema rûdana herdu aliyan de şerên xedar dest serhildanê de leşkerên Tirk li Roja- pêkirin. Artêşa Tirk li Koçgirî çi bi ber vayê Anadolê li dijî artêşa Yûnan ke- biketa bi destarê makîna xwe ya şer tibû pozîsyona hêrişê ku li wira jî dihêrand û diherifand. Hêza Kurdên rolê şervanên Kurd rolekî sereke bû. Koçgirî têr nekir ku li dijî artêşa Tirk Di eniya Yûnan de şerê yekem yê bi- û bitaybetî jî cehşên hevkarên wan navê İnönü diqewimî. Di vê eniyê de liberxwe bide. Şervan û serokeşîret ku qedera siyasî ya Tirkiyê pêve girê- ketibûn xema parastina sivîlan û bidayî mabû gelek ji leşkerên artêşa hêsanî nedikarîn hemû hêrişên xwe Tirk Kurd bûn. Mefrezeyên Tirk li cî bi cî bikin. Eşîretên Dêrsimê jî ji ber Kurdistanê li pey wan kesan digeri- ku befir neheliyabû û rê girtîbûn, niyan ku ji leşkeriyê reviyabûn. Her roj karîbûn xwe bigehînin hewara Koçbi dehan xortên Kurd bi awayê dest- girî ku roj bi roj dorpêça wê tengtir girêdayî dişandin eniya şer û gelek dikirin. Beşek ji wan eşîretan jî li

pey dîtina hovîtiyên artêşa Tirk refa xwe guherandin û xwe ji serhildêrên Kurd dûr kirin. Bi vî awayî serhildana Koçgirî digeha dawiya temenê xwe û di encamê de bi sedan gundên Kurdan hatin wêrankirin û şewitandin. Bi hezaran ji rûniştvanên wan gundan hatibûn kuştin. Herêm bi hemû heyiyên xwe ve ji aliyê çeteyên Topal Osman ve jî hatibû talankirin. Agir û xwîn dîmenê dawiyê yê rûpelên rojnameyên Tirkiyê ên wê hênê bû. Xeberên ku bizanebûn tije derew û bûxatên kêmbihîstî jî têrî xwe hebûn. Di encama wan leşkerkêşiyên bêrawestan da hinek serokên serhildanê di şer de tên kuştin, hinek ji wan bi bêbextî tên teslîmkirin û hin jî bi daxwaza xwe an jî ji rûyê neçariyê xwe teslîm dikin. Serokên ku tên girtin di dadgehên leşkerî de têne mehkemekirin. Cezayê îdamê ji bo 90 kesî dibirin. Lê Eşîrên Dêrsimê telgrafan dişînin Enqerê û dibêjin ger ew Kurdan îdam bikin, wê Dêrsimî jî serhildin. Li ser vê yekê Kemalîst dev ji îdama wan şoreşgeran berdidin. Heyder Beg li Sîwasê bi zorê didin rûniştandin. Elîşan jî diçe teslîm dibe. Paşê wan sirgûnî İstebolê dikin. Di sala 1931an de ew dizivirin welatê xwe. Rejima Kemalîst li Koçgirî li dij wan sûîqestekî çêdike. Alîşan tê kuştin, Heyder Beg jî bi birîndarî xelas dibe. Zulma ku Sakallî Nûredîn Paşa û Topal Osman li herêmê bi her awayî didin meşandin wisa hovane bû ku heta di parlimena Tirkiyê de jî dibe sedema nerazîbûna hinek nunerên bi esila xwe Kurd. Reng û rûyê wê zulma mezin hê jî di rûpelên rojnameyên wê serdemê de arşîvkirî ne. Mistefa Kemal mecbûr dimîne ku kiryarên hovane yên S. Nûredîn Paşa biparêze. Fermandarê Koçgirî


Diclepress13@gmail.com

Nûredin Paşa(1873-1932), ku di qetlîema Ermeniyan de jî xwedî rol bû wiha digot:” Li Tirkiyê yên digotin“ zo“ me ew îmha kirin, niha jî ezê yên ku dibêjin“ lo“ jî ji holê rakim.” Nûredîn Paşa ji ber ku li dijî Mistefa Kemal hinek dijbere, piştre ji aliyê wî ve tê kuştin. Topal Osmanê Laz jî ku weke xûlamekî hemû destûrên Mistefa Kemal anîbûn cih, piştî demekê ji aliyê wî ve di komployekî de tê bikaranîn û paşê jî tê kuştin. Piştî ku serhildana Koçgirî têkçû, êdî şervan û serokên ku ji ber kêra fermanên Tirka filitîbûn berê xwe dane çiyayên Dêrsimê. Rojên giran li ber şoreşgerên Kurd bûn û dîsa li pey derfetekê digeriyan ku agirê serhildaneke nû li wira an jî li herêmeke din ya welatê xwe hildin. Bi yekemîn serhildana Kurdistanî li herêma Koçgirî agirê xebateke nû li hemû Kurdistanê jî belavbibû. Piştî serhildana Şêx

DÎROK

67

Seîdê Pîran a 1925‘an, vê carê di sala 1926‘an de li Dêrsim û li Agirî serhildan teqiyabûn. Bi îdama Şêx Ebdulqadirê Gîlanî re Komela Tealî û Tereqî ya Kurdistanê li Istembolê hinek bêbandor mabû. Li Amedê jî xiyaneta li dijî Şêx Seîdê Pîran bibû sedem ku bêdengiyeke demkî li hemû Kurdistanê bê holê. Agirê kîn û nifretê weke volkanekê di dilê şoreşgerên Kurd de pengivîbû. Êdî dema serhildanên nû hatibû ku Xoybûnê jî hay jê hebû. Xapandkarî, dirûtî û xiyaneta Murad Axa! Mistefa Kemal ji bo bêhêzkirina tevgera netewî a Kurdan, ji mêj ve bû ku di nav gelek hewldanan de bû. Di civînên Erzirom û Sîwasê de dixwest vê yekê pêk bîne. Berevajî îdaayên xwe ku li wir behsa biratiya Kurdan û mafên wan dike, lê di têlgrafên bi dizî de yên ku ji fermandarên artêşa xwe a li Kurdistanê re dişîne jî berev

HEJMAR 13

2019/5/30

SAL 3

KOVAR DICLE

Armanca serhildêran wiha ye: Pêşîyê dixwazin Xozatê bidestbixin ku navenda Dêrsimê ye. Paşê yê tevî eşîretên Çemîşgezek û Koçgirî bajon ser Sîwasê. Piştî ku Sîwasê bidestxistin wê bajon ser Enqerê û daxwazên xwe bidin qebulkirin


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/5/30

HEJMAR 13

Di pêvajoya serhildana Koçgirî de kombûnek li Ocaxa Hûsen Evdal hate çêkirin ku pir girîng û dîrokî bû. Ew civîn li ser esasê daxwazên mafên neteweyî li cihekî pir pîroz yê kurdên elewî hatibû çêkirin. Biqasî ku Mekke û Medîne ji misilmanên cihana îslamê re girîng in, ew ocax jî li ba elewî ya xwedî wateyeke wiha ye

68

DÎROK

Diclepress13@gmail.com

ajiya vê yekê dike. Ew weke roviyên deştê xapandkar û ji fermandaran dixwaze ku bi hûrbînî serokên Kurdan bişopînin û ger pêdivî bibînin hinek ji wan bikujin. Bi merema pêşgîrtina serhildana Koçgiriyê ew hinek kesên xwe dişîne herêmê û dixwaze sê kesên xwedî bandor di nava gel de: Alîşan, Heyder Beg û Dr. Nûrî Dêrsimî jî wek nunerên meclisê tayîn bike. Lê ew daxwaza wî napejirînin, lê hinek kes jî têne xapandin û ji Rojavayê Dêrsimê ji eşîretên Xozatê ku bi salan li dijî Osmaniyan şerkirine, Dîyab û Meço Axa diçin Enqerê û nunertiya mecilisa Mistefa Kemal qebûl dikin. Li ser vê yekê Kurdên herêmê dibine du par û serê xelkê dişêwitînin. Di wê rewşê de ew bi dizî S. Nûredîn Paşa dişîne herêmê ku mirovekî xwînxare. Nûredîn Paşa çeteyên Lazan yên di bin serokatiya Topal Osman jî tîne herêmê. Ew jî xwînxwarekî naskirî û talankerekî xedare. Di qirkirina Rûmên Pontosê û Ermeniyan de xwedî rolekî negatîv bûye. Her du fermandarên Osmanî

ji mêjde bû ku bi bêwijdaniya xwe dihatin naskirin. Bi vî awayî ew tên herêmê û şerekî berbelav dest pêdike. Kurd dora wan dipêçin û Topal Osman birîndar dibe. Artêşa Erzinganê tê hewara wan û wan ji kuştinê xelas dike. Piştî vê yekê ew berê şûra xwe a kuştinê didin sivîlan û bi şewitandina gundan re dest bi qetlîamê jî dikin. Li ser zulma wan a bêdawî hinek eşîretên nêzî navenda Sîwasê derbasî nava refên hêza Tirkan dibin. Serokê wan Murad Axa ye. Ev mirov gelek serok eşîrên ku doza xwesparî û teslîmiyetê qebûl nakin jî bi davikên ji ber de danayî digire û teslîmî Tirkan dike. Ev Murad Axa di sala 1926‘an de ji alî şervanên Dersimî ve tê kuştin. Xiyanetkarek ku hêja kiryarên wî yên qirêj û gemar nehatine naskirin. Şerê Koçgirî yê ku di destpêka adara sala 1920‘an de dest pêkiribû heya dawiya meha Hezîranê a sala 1921‘an berdewam kir. Serokê Eşîra Giniyan Murad Paşa di dema serhildanê de xiyanet kir û di wê rewşê de bû sebeb ku gelek kesê


Diclepress13@gmail.com

din jî berevajî daxwaza xwe ber bi hêza dewletê ve biçin. Ew ji salên berê de bi awayê nehênî ji dewletê re xebitî bû. Hêza ku divêyabû ji Dersimê bihata jî nehat. Di dawiya Nîsanê de Heyder Beg tevî 25.000 sivîlan ji ser Pulûmurê dixwaze derbasî Dêrsimê bibe, lê li ser rêya wan serokê eşîra Qureyşî Kor Paşo Axa rêya wan dibire û nahêlê ew derbasî Dêrsimê bibin. Heyder Beg ji bo nekeve şerekî navxweyî ji neçarî dizivire û piştî demekî din teslîm dibe. Dêrsim û şervanên Koçgirî Piştî ku hêza Tirkan bi giranî tê ser eşîreta Heyder Beg, ew paşkêşiyê dikin û dixwazin ji ser Pulumurê herin Dêrsimê. Lê eşîrên deverê yên wek Qureyşan, Balaban û Baluşaxî ku di bin tesîra Generalê Tirk Kazim Karabekir de ne li dijî hatina wan disekinin. Ev jî nîşan dide ku hingî jî sewya agahedariya Kurdan a siyasîcivakî nizim bûye. Li ser vê yekê Heyder Beg naxwaze xwîna Kurdan birêje û dizivire Koçgirî. Piştî çend şerên din dest bi hevdîtinan dikin û dawiyê Heyder Beg teslîm dibe. Eşîrên din jî teslîm bûne. Alîşan û Elîşêr jî derbasî Dêrsimê bûne. Beşek ji şervanên Heyder Beg dişînin sirgûnê û yên din jî didin mehkemeya leşkerî. Elîşêrê zana û rewşenbîr di dema serhildanê de ji herêma Dêrsimê komên şervanan komkiribûn û tevlî serhildanê bibû. Hejmara şervanên wî di navbera 500 heya 2000 kesan de diguhurî. Wî di serhildana Koçgirî de tevî hêzên xwe bajarên Koçgirî yên wek Refahiye, İmraniye û Kemahê azad kirin û li herêmê digeriya. Bi têkçûna serhildana Koçgirî

DÎROK

69

re careke din berê xwe da çiyayên Dêrsimê. Piştî ku li herêmê rewşa leşkerî hat îlankirin, S. Nûredîn Paşa wek fermandarê herêmê terora dewletê dimeşand. Zavayê wî Alpdoğan jî 15 sal piştî wî li Dêrsimê heman hovîtî berdewam kir. Serhildan ji aliyê 40 hezar leşkerên dewletê û hezaran Kurdên ku xiyanet pejirandibûn, tê şikandin. Agirê ku li wêderê vemiriyabû û hêdî hêdî ronahiya xwe dida Amed, Agirî û Dêrsimê. Li pey têkçûna serhildanê 500 kes derxistin pêşberî mehkemeya leşkerî. 600 kes jî şandin sirgûnê. Bi hezaran kesên pîr, jin, ciwan û zarok ber bi çiya û herêm asê ve direvin ku gelek ji wana ji ber birçîbûn û cihgûherandinê jiyana xwe ji dest didin. Bi sedan kes jî di dema şerê dawiyê de hatibûn kuştin. Bi ser hevde nêzî 140 gundan têne şewitandin û talankirina mal û lawirên xelkê jî bibû karê çeteyên nava artêşa li herêmê. Encam û dawî Li vira sê xalên sereke hene ku ji 1920‘an heya roja îro ji rêber û serhildanên doza Kurdistanê re nebûne dersên baş. Hevgirtin û yekîtî di navbera hêza serok eşîretên Kurd de xwedî temenekî kurt û sedemeke bingehîn a têkçûna serhildanane. Têkçûna serhildana Koçigirî jî ji vira destpê dike. Xiyaneta bêdawî weke mîrateyekî kambax û wêranker hêjî ji nava bizava siyasî ya Kurd nehatiye tunekirin. Ji Koçgirî heya roja îro ew xiyanet hêja jî bi heman karaktera xwe ya kirêt li çar parên Kurdistanê berdewame. Dersên ku ji destpêk û têkçûna ser-

HEJMAR 13

2019/5/30

SAL 3

KOVAR DICLE

hildana Koçgirî bêne girtin, gelekin lê dersa herî mezin û dîrokî ewe ku heya hevgirtina partiyên siyasî çênebe, ne yekîtiya netewî ava dibe û ne jî xiyanet bi dawî dibe. (1). Gotineke pêşiyan a Amerîkayî ye ku wiha dibêje:“ Someboies dead anothers berad- Mirina hineka dibe nanek ji bo hineka…“ Têbînî û cavkanî: Kürdistan Tarihinde Dersim, Dr. Nuri Desimi. Cara pêşîn li sala 1952an bi Tirkî û li Helebê hatiye belav kirin. Hevpeyvîn: Hayder Işik, Mehmet Bayrak û Evîn Çîçek. Mêjûy Kurdistan, Dr. Kemal Mezher.

Roja 25‘ê Tîrmeha sala 1920’an Paşo Begê serok eşîreta Şadilan jî piştî ku ji Dêrsimê vedigere herêma Koçgirî, rêya cendirma dibire û dest datîne ser kerwanê cepxaneyeke mezin ya artêşê ku li dijî serhildana Kurdan komî serhev kiribûn. Ev du çalakî weke ku rojeke nû li ber Kurdên herêmê hilatibe


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/5/30

HEJMAR 13

70

CANGORÎ

Diclepress13@gmail.com

BI HÊVI Û BAWERIYA AZADIYÊ BERÊ XWE DA ÇEPERÊN TOLHILDANÊ

A: xatun xidir

Dîrok hertim bi xweşiya xwe nayê

bi bîranîn. Eger kû Kurdistan be ev dîrok êşa xwe henjî girantir dibe. Yek ji ev êşên heri mezin jiyankire ji gelê Şengalê ango Êzîdxanê ye. Vî gelî êşa 73 fermana jiyankire û dilê wan bi hesreta xweşiya walat keliya ye. Ruxmê van hemu êş û fermanan ev gel liser axa xwe maye û dest ji cih û warê xwe bernedaye. Weke ev hemu êş û ferman têra nekir di sê meha heşt ya sala 2014’n de bi destê dijminê xwin xwar DAİŞ’ê fermana 74’min hat jiyankirin. Cudahiya vê dirokê ewe ku bi vînek, evîniyek û berxwedaniyekê pir mezin keç û xurtên vê axa pîroz xwe kirin mertal û bun cenfîdayê gelê xwe. Yek ji van canfedayê gelê xwe Bapîr e. Bapîr - Xwedêda Berkat- di sala 1992’de li gundê Zorova’yê ji dayik dibe. Ew bi hemu zor û zehmetiyên

jiyanê û ruxmê hemu êşan, Bapîr di malbata xwe de bi hezkirinek û dilnizmiyekê mezin tê mezinkirin. Ew hênjî di zarokatiya xwe de bi rukeniya xwe, dil germahiya xwe ji aliyê hemu gondiyan ve hezkirinek u gêrêdaneki pir mezin ji xwere çêdike. Piştî digîhîje temenê xwandinê Bapîr bi hemû hêviyên xwe dest bi xwandinê dike. Ew ji bona pêwistiyên xwandina xwe pêk bîne hem kar dike hem jî xwandina xwe berdewam dike. Hetanî safa 12 dixwîne piştî wî dest ji xwandinê berdide. Ji berku zehmetiyê jiyanê dest ne dida ku Bapîr hem bixwîne hem jî kar bike. Di temenek biçuk de ew dibe stuna malbata xwe. Bapîr bi vê kesayeta xwe di dilê dayik u bavê xwe, xwîşk û birayên xwe û di dilê hevalên xwe de dibe gulek ji gulên biharê. dema xwîşkên wî, brayên wî an jî dayika wî xemgîniyek yan jî ne xweşiyek

jêra çêbuba hetanî wî çareseriyek ne dîtibîna rehet ne dibu. Bapîr jibona malbata xwe zarokê çareseriyê bu, zarokê malbata xwe yê hevkariyê bu u zarokê malbata xwe yê pêşerojê bu. Her ku diçe ew di nava gundê xwe de dibe mînak u heskiriyek. Di dilê Bapîr de jî weke evîna walat evîniya hevaltiyê jî çêdibe. Ew kengê li kûderê bi zanibe hevalek an jî gundiyek ê wî pêwîstî bi alîkariyê heye wî berê xwe dida wêderê u dibu alikar. Bapîr leyistokanî jî pir hezdikir, yaku herî zêde jê hezdikir jî, leyistoka fotbolê bû. Di vê leyistokê de dibu nimune u diket çavên hevalên xwe de. Teybetmendiyê Bapîr yê herî sereke yêk jî dengbêjiya wî bu. Dema dest bi stran û dengbêjiya xwe dikir hemu cîran û hevalên xwe li devdora xwe kom dikir. Wî bi destpêkirina stranên xwe mirov ber bi hêvi û xweşikbuna azadiyê ve dibir.


Diclepress13@gmail.com

Wî dîrok, rastî u êşa gelê xwe bi stranên xwe dianî serziman. Mirov ji stranên wî jî dizani kû hezkirina wî ya axa pîroz çiqasî mezin û kur e. Wî dest bi avêştina kîjan kar u xebatan bavêta tekez ji leyistokê heya her karêkî serkeftinê bidest dixist. Ev armanc û têkoşîna wî ya jiyanî bû sedema kû ew bibe xwedî kesayetek ne ji rêzê jî fikrandina kûr ya wî bi xwe bû. Bapîr dîsa weke heman demê jibona pêdîviyên malbata xwa pêk bîne berê xwe dîsa dide xerîbiyê u diçe bajarê Silêmaniyê. Dema ew li wê derê kar dike fermana 74 min dest pê dike. Di wan kêliyan de ji hevalên xwe re dibêje‘’di vê jiyanê de eger jibona gelê xwe tiştek hebe mirov bike pêwîste mirov pêşî li vê fermanê bigire’’ û berê xwe dide axa xwe. Ew bi vê xwasteka xwe rojek piştî roja fermanê yanî çarê meha

CANGORÎ

71

heşt ya sala 2014’n de tê navenda Şengalê u dikeve nava karwanê berxwedêrên Êzîdxanê. Dema fermana 74 min pêk tê, Bapîr, berê xwe dide qadên têkoşinê û ji bona rumeta gelê xwe şer dike û dibe şervanê axa xwe. Di destpêka fermanê cihê xwe di nava têkoşînê de digire û li hêmber dijminê xwinxwar şer dike. Dilê wî jibona tolhildana dayik, bav, keç, xort û zarokên Êzîdxanê yên kû hatine qetilkirin dikelê û êdi nema bikarê li cihê xwe de bisekinê. Dema Bapîr berê xwe dide qadên têkoşînê ji dayîka xwe re dibêje:‘’ezê biçim jibona rumet u şerefa gelê xwe şer bikim, eger ez vê erka xwe bi cîh neyînim mafê min yê jiyankirinê namîne. Eger kesên ku ji malbata min, ji gelê min û ji walatê min di destê dijminê min de hebe ez nikarim bibêjim ez zarokê vê axa

HEJMAR 13

2019/5/30

SAL 3

KOVAR DICLE

Bapîr jibona malbata xwe zarokê çareseriyê bu, zarokê malbata xwe yê hevkariyê bu u zarokê malbata xwe yê pêşerojê bu. Her ku diçe ew di nava gundê xwe de dibe mînak u heskiriyek. Di dilê Bapîr de jî weke evîna walat evîniya hevaltiyê jî çêdibe


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/5/30

HEJMAR 13

Ezê biçim jibona rumet u şerefa gelê xwe şer bikim, eger ez vê erka xwe bi cîh neyînim mafê min yê jiyankirinê namîne. Eger kesên ku ji malbata min, ji gelê min û ji walatê min di destê dijminê min de hebe ez nikarim bibêjim ez zarokê vê axa pîrozim

72

RAPORT

Diclepress13@gmail.com

pîrozim. Eger mirinêk hebe bila mirinêk bi şeref be. Mirina bi şeref ji ya bêşerefî baştir e’’. Li ser van gotinên xwe Bapîr dibe berxwedêrek mezin yê gelê xwe. Ji ber ku Wî qêrîna zarok u dayîkên Êzîdxanê jibîr nekiribu, talankirin, qetilkirin u qirkirina gelê xwe tucara qabul nekir. Bapîr bi hêvî û baweriya azadiyê berê xwe da çeperên tolhildanê. Di demek kurt de di dilê rêhevalên xwe de cîh digre û dibê pêşengekî vê berxwedanê. Li kû derê şer giranbûya Bapîr lê wêderê bu, li ku derê dijmin êriş bikira Bapîr tekez li wêderê cîh digirt. Ji ber ku êşa dilê xwe ya weki êşa gelê xwe zivirandibu tolhildanek pir mezin. Bapîr bi vê têkoşeriya xwe dema erîşa heştê meha 11 a sala 2014 ya geliyê Şîlo de cardin cihê xwe digire. Di encama vê êrişê de

Bapîr bi berxwedaniyekî pir mezin şer dike û jiyana xwe ji dest dide û tevlî karwana şehîdan dibê. Ew bi armanca rakirina heyfa tevahî cangorî û gelê xwe heyanî roja dawî bû xwedî kedekî û ticarî ji dilê hevalên xwede dernakevê. Her rêhevalekî Bapîr dema keseyeta wî gotubêj dike ji hindirê çavên wan de ew heskirina wî xwiya dike. Mirov dibînê ku ew jibona hevalên xwe buye minakek çawa. Ew bu bersiva hêviyên zarokan û êşa dilê dayikan. Ew bûn pira di navbera dayik u zarokên destên wan ji hev hatine qutkirin û durxistin. Ew bi vê vîna xwe, têkoşîna xwe u evîndariya xwe bû sembolek ya berxwedana Êzîdxanê. Ew bû dengê qêrîna bi sedan sala, bu navê cesaret, sekin, kesayet u rumeta cîwanên Êzîdxanê.


Diclepress13@gmail.com

LÊKOLÎN

73

HEJMAR 13

2019/5/30

SAL 3

KOVAR DICLE

DI OLA ÊZIDIYA DE PÎROZIYA ROJÊ

AVRAMAN FETÎ

Beşa I. Pênase û pîroziya Rojê Ola êzdiya ola yek Xwedayî ye, oleka ezmanî û xwezayî ye, bergehê bawermendên wê yê sereke Roj e, ango Tav e. Xwedanê wê di asta jor de Xweda bixwe ye, di şemiyê me de xwedanê rojê Şêşimse. Di felsefa êzdeyatiyê de tê gotin ku“Tav nûra Xwedê ye, Xwedê bi xwe Nûre”. Ev tê wê wetayê ku bedenê Xwedayê hemdem zindî bi xwe nûra ji agire. Tav teneyeka(bedenek) ne zindî ye, lê nûra wê sebeba hebûn û jiyanêye. Ji ber wê, her êzdî dema sibê zû ji xew radibe, berê xwe dide Roja ku ji Rojhilat radibe, silav û duwayê xwe li Xweda, Tawsî Melek û Şêşims

re rêdike, daxwezîya xêr û xweşiyê, miraz û ewlekariya ji wan dike. Ev duwa ne tenê dana berbangê, her wisa di her danê de tên kirin. Qewlê “Îmanî bi çi nîşane” derbarê hejmara duwa ya rojane wiha behs dike: Sibeye rojê pênc dane Mêr-milyaket silav vedane Nîşana Siltan Êzîd xerqe bû, rû erdê dimane Sedema Tav ji demên kevnar de bûye bergeha bawermendên êzdiya çiye û şopa vê bergehê di êzdeyatiyê de çine, emê hewilbidin bi nihêrîka kurt vê yekê ji we re ragihînin û şirove bikin. Dema em dikevin nav mijara şiroveya Tavê dibê neyê jibîrkirin ku her yek stêrkên ezmana bi serê xwe Taveke. Hejmara wan bi miliyarane.

Li gor zanîyara here kêm sed stêrkên ji Tavê mezintir û ronîtir henin. Mirov dema çavê xwe li jiyanê vedike, destpêkê Tavaroj û ronahiya wê dibîne, germ û xweşiya wê hîs dike û bi demê re xêra wî ya jiyanî heta astekî nas dike. Lê ew wê naskirinê têrkar nabîne. Zanîna pirsên wek ev tav çiye, çawa peydabûye, eger hebûye çawa hebûye, çawa bi wê giraniya xwe bê stûn û girêdan rewastiya ye, çawa germa wê û roniya wê kêm an zêde nabe, çawa zivira Tavê û zivira erdê li dor wê pêk tê, çawa bi hezaran salan dema vê zivirê nayê guhertin, eger dorvegera roj û şevê neba, demsal dor bi dor nehatiba, ew dem jiyana li ser erdê wê çawa biba, tim di remanê wî de maye. Avabûna gerdûnê, ya stêrk û gerikên bê stûn û bê girêdan, weke din dor hev û dor xwe digerin pir balê miro


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/5/30

HEJMAR 13

74

LÊKOLÎN

Diclepress13@gmail.com

Her êzdî dema sibê zû ji xew radibe, berê xwe dide Roja ku ji Rojhilat radibe, silav û duwayê xwe li Xweda, Tawsî Melek û Şêşims re rêdike, daxwezîya xêr û xweşiyê, miraz û ewlekariya ji wan dike. Ev duwa ne tenê dana berbangê, her wisa di her danê de tên kirin van kişandine. Bi rastî jî heya niha ti zanist nikara rast û têrkar derbarê avabûna Gerdûnê ya bi stêrk, gerstêrk û peykera rast şirove bike. Şiroveyên zaniyar û oldaran pirin, lê beşên tevli nihêrînên wan dibin an nabin jî pirin. Redkarên hemû nihêrînan diha pirtirin. Ji ber wê emê mijara derbarê Tavê tenê di çarçava zanista ola êzdiya de bigirin dest û binirxînin. Ev mijara here balkêş, ku bi hezaran salan bûye mereqa her bendekî di Qewlê “Erd û Ezman” de wiha tê vegotin. 1 Bi qudreta yêki berûne Bipirsin ji xelkê, hûne Ka cawa ev ezman rewastiya ye, beyî stûne 2 Bi qudreta padşaye minî heqe

Nijiyar kir çarde tebeqe Ka ev ezmana cawa rewastiyaye û naleqe Di vir de diyare, li gor zanista olê, avakirin û bicîhkirina teneyên ezmanî qudreta Xwedê ve girêdidin. Baweriya êzdiya de ti tişt bi serê xwe çênebe û bi serê xwe jî hereket nake. Çawa di malakê de xwediyê her cure tiştên pêwistiya malê hene û çawa ew tişt bi hosteyên pispor

hatine çêkirin, wisa jî bawerî heye ku teneyên ezmanî yên wek stêrk, gerstêrk û peyker wisa jî bi hosteyekî pispor peyda bûne û bi wê hosteyê jî tên rêvebirin. Navê wî hosteyê afirandêr û rêvebir di ola êzdiya de bi zimanê kurdî Xweda ye! Ev Xweda tenê di cîhana me de xwedanê hezar û yek nava ye! Hê ji di demên kevnar de Tav wek serê hemû teneyên ezmanî û ya sereke hatiye dîtin. Yek ji sedema pîro-


Diclepress13@gmail.com

ziya wê ewe ku Tav hebûna here sereke ya gerdûna matêriyaliye, ronîdarê here sereke ya jîyanî ye, dilê libata gerdûnê ye, amûrê sereke ya denga ezmanî û xwezayî ye. Hebûna cîhana me bi xêra wê Tavê ye. Gerikên bê stûn û bê girêdanî li dor tavê dizvirin, ew jî bi xêra hêza ênerjiya vê Tavê ye. Ya here sereke jiyana zindî ya li ser cîhana me pêk tên, di sêrî de bi xêra ronî û germa wê Tavê ye.

LÊKOLÎN

75

Çawa di ola êzdiya de gor teybetmendiya xwe hezar û yek navê Xweda hene, wisa jî dikare çend navên ronîdarên ezmana hebe. Ronîdara mijara me jî xwedanê çend nava ye. Naveka wê Tav e, navê din - Roj e. Ev herd peyiv jî kurdî ne. Bi van nava re parelel peyva“Şems” tê bikaranîn. Ev nav raste di dema Şêx Adî wan de ji erebî dikeve nav zimana me, hema koka vê peyvê ne erebiya. Dema di nava ariya de navê hefteyan wek

HEJMAR 13

2019/5/30

SAL 3

KOVAR DICLE

yekşem, duşem, sêşem binavdikirin, bapîrên me li ser ereba hukimdar bûne û wan şaristanî anîne welatê nifşên qewimên ereba, lê ne berovajî wê! Navê ronîdarê sereke “Tav” koka xwe ji peyva “tev, tevayî” ango ji diyarda “her tişt” digire. Bapîrên me hê destpêka dîrokê de zanibûne ku di hebûna jiyana gerdûnê de rola sereke bi hebûna Tavê ye. Wan zanibûne ku ti tiştên zindî yên em li ber


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/5/30

HEJMAR 13

Çawa di malakê de xwediyê her cure tiştên pêwistiya malê hene û çawa ew tişt bi hosteyên pispor hatine çêkirin, wisa jî bawerî heye ku teneyên ezmanî yên wek stêrk, gerstêrk û peyker wisa jî bi hosteyekî pispor peyda bûne û bi wê hosteyê jî tên rêvebirin

çava dibînin an dinasin, ne gengeza bê wê hebe û bijî. Destpêka her tiştî de Tave, bê wê ne destpêk û ne jî jiyan dikare hebe. Lewra ji tiştên matêrî de, ji tav ango stêrka pîroztir tiştek nikare hebe. Tav - agire, Tav

76

LÊKOLÎN

Diclepress13@gmail.com

- ronahîye, Tav - germahîye, Tav – roniya dîtinê ye, yanî bînaya çava ye, Tav - enerjî ye, tav - magnetîsa dor xwe gerika dizvirîne ye, Tav - hêza dengegire, Tav – demguhere, Tav amûrê demjimêre, Tav - ristedare, Tav - gîhandare, Tav - meşandêre û h.w.d.. Bi kurtî Tav her tişte. Ji ber vê hertiştî ji xwe Tav, Tav tê binavkirin û di nava teneyên ezmanî de ew di rêjeye yekemîn de cîhê here pîrozî digire. Lê heman ev ronîdarê bi navekî din “Roj”, koka xwe ji peyva “ra”, “rabûnê” digire. Ango dema Roj ji berê Rojhilat radibe, wê rabûnê, bi germa ronahîya wê jiyan peyda dibe û lebat destpêdikin. Di wê wetayê de jî dema ruh dikeve bedenê benda, bende zindî dibe û radibe. Ji ber wê peyva “ruh” koka xwe ji navê “Ro” an “Roj” digire. Ji xwe tê Zanîn navek ji navê kevnar yê Xwedanê rojê Mîhra ye ango Mîrê Ro an Rojê ye, navekî din “Ra” ye. Xwedayê hoptiya jî Ra dihat binavkirin. Ji ber ku bi çûyina Îdrîs peyamber li Misirê ev nav peyda dibe û hin tiştên dişibin sembola êzdiya di heman demê de peyda dibin û weta hin nîşanên wan bi

kurdî ne, diyare navê Xwedayê wan Ra jî ji bo me ne biyaniye! Ji xwe zaniyarê englîz Hornblaeyr û zaniyarê rûs Korostovsev M. A. diyardikin ku Xwedayên Hoptiya ji Asya Pêş ango ji Kurdistanê hatiye Misir. Nav, nîzam û qudreta Tavê di qewl, beyt, duwa û dirozgeyên êzdiya de derbaz dibin û di nava wan de wek hebûneka pozîtîv tê destgirtin. Roj temsîla xêr û xweşiyê, aferîn û jiyanê dike, şarezetî û gîhandariyê sembolîze dike. Her tiştên aliyê wê pozîtîv hebin, dikare aliyê wê yê nêgatîv jî hebe. Di pratîkê de aliyê Tavê nêgatîv ew - şewitandin û zuwa kirine, lê di baweriyê de, ew – darizande. Ji ber wê sedemê di olên kurdî kevn de, Xwedanê rojê wek xwedanê peyman û lhevkirinê hatiye dîtin. li cîhanê ti tişt û ti peyman bê mora Şêşims nabe! Ev yek di qewlê Şêşims de wiha tê pênasekirin: Ev Heftî û du milet e Hijdeh hezar xulyaqet e Şêşims hemûyan mor diket e Wek me li jorê diyarkiribû, hê ji demên kevnar mirovahî zanibûne


Diclepress13@gmail.com

ku xweşiya jiyanê sêrê de bi xêra Tavê ye. Ji ber wê Tav di dil û mêjûyê mirovan de bûye hebûna here pîroz ya matêriyalî! Li gor şop û pênesekirina qewl û beytên êzdiya em dikarin bêjin ku sedema Tav bûye hebûneka here pîroz evin: Roj bi hebûna xwe rojane, salane, hebûna here giranbiha û serekeye, ya mirov û hemû aferîna ye, heta ji bo miliyaketa jî ev derbazdare. Sêrî de ew ronî û bi roniya xwe jî germê dide, bi van dayinên xwe madeyên bê ruh zindî dike. Bi vê zindîbûnê xweza peyda dibe, bi peyda bûnê xwezayê ve jiyan digihêje. Bi xêra denga navbera şev û rojê, bi germ û ronahiya wê, bi ser şert û zirûfa bi Tavê tê afirandin, li ser vê erdê, ruhber û keskayî têne jiyanê. Bi wê re riste, xêr û bêr, pêwistiyên jiyanî peyda dibin, ya ku hemû ruhberan dinijîne. Bi vê dengeyê yê ku dibe sedema guhêra demsalan, ax hêz û nefes digire. Lê bi denga ro û şevê, bi bêhngirtina ji xewa şevê, mirov hêz û nefes digire. Agirê ku bûye perçeyek ji jiyana mirovan, di baweriya êzdiya de wek perçeyek ji roniya Tavê tê nirxandin. Bê hebûna agir çêkirina xwerin û amûrên kar û bar, germkirina beden û cîhê lê mayinê, ronîkirina rê û dorbera, di dema hereketên şevê de hewcadariya bi Tavê re rêzdariya wê diha bilindtir kiriye. Mirovên vê yekê dibînin û dinasin, xêr û feyda Tavê digirin, bê guman wê rêza here sereke bidin vê Tavê. Tenê ev rewşa bese ku mirovên li ser vê erdê dijîn, Tav ji xwe re bikin nîşan û hebûna here sereke, tradîsyon û prosêdûra jiyanê li ser bingeha zanîna Tavê avabikin. Di demên kevnar de, pêşiyên me bi pêşengtiya pîrên olên Mîhranî-

LÊKOLÎN

77

Şemsaniya, mazdahiya û zêrvaniya roja yekê ya hevteyê, meha pênca ya salê û heyama hezarsala pênca ya gerdûnî ji bo Tavê veqetandine. Heyama Tavê 6000 sal berî saljimara Xrîstiyana ye. Ola gelên horî ango arî yên bapîrê me ew dem xaldayîye , Xwedayê wan yê Mezin û Rêvebir Karda ye. Ev navê Xwedayê Tave ye! Karda tê wetaya qûwet! Di nava burcê astrolojiyê de ew di rêza pênca de cîh digire û bi Şêr tê senbolîzekirin. Şêr di nava heywanan de yê here erjeng û bi qûwat tê naskirin û di çîroka de jî ew wek padîşahê heywana gişta tê dîyarkirin, ji ber wê sedemê Xwedanê Rojê bi şêr hatiye senbolîzekirin! Ji ber ku olên kurdî yên li ser bingeha 7 teneyên ezmanî hatine avakirin ji 5 gerika, ji Tavê û ji Heyvê pêk tên, di nava wan de hebûna here sereke, yê here xurt û gişta dimeşîne Tav e, ji ber wê Xwedanê Tavê bi şêrê xurt û erjeng, yê ku bi hêza xwe desthilatdarî dest xwe de digire re hatiye beralîkirin. Ji ber wê Xwedayê Tavê Az(î)kard hatiye binavkirin. Di wan deman de, li ser navê vê Xwedayê, navê paytaxta împêratoriya Botan Azkard hatiye binavkirin. Ev Cîzîre Botana niha ye! Navê Azkard ji du peyvan pêk tên: “Az” yanî “Ezî” ango Xweda û ji peyva “kard” ango “quwet”. Ne rasthatiniye ku navê Xwedanê Rojê Karda û navê netewa me Kurd dişibin hev û lêkolîn jî diyardikin ku “kard” û “kurd” heman nave! Û nerasthatiniye ku dema dûmayên Şah Cemşîd Kaşşah/Kaşşû (Kassît) cara dubare Mêsopotamiya dikin dest xwe, vê werê Kardû-niyaj binavkirine, Ksênofontê yûnanî kurda “kardûx” binavkiriye. Girêdayî navê “Kard” em mijareka dîrokî bikin bîra xwendevanan. Di

HEJMAR 13

2019/5/30

SAL 3

KOVAR DICLE

Targûma Onkêlos (pirtûka cûhûwa) de “çiyayê Ararat” (Hebûn/Destpêkirin/Genesîs 8:4) çiyayê Kardû tê binavkirin, lê dewleta Ararat (Yêremya 51:27) “dewleta Kardû” tê binavkirin. Bûyera tê vegotin berî tofanê, di heyama Şêr de(6000-5000 B.Z.) pêk hatiye. Di vê heyama bin parastina Xwedayê Rojê Azkard de netewa kurd avabûye! Diyare ne rasthatiniye ku gelê me wek zarokên Rojê hatine binavkirin. Xuya ne tenê ji ber ku Roj peresta û nîşana netewî bûye ev nav hatiye li ser me, sedeme sereke xuyadike di heyama Xwedayê Rojê Azkard de peyda bûna netewê kurd e! Çavkanî: Peyva “Duwa” koka xwe ji peyva dew kirin ango xwestinê digire. Tê zanîn ji bo tenduristî, maf, xêr û xweşiyê mirov dew û xwesteka xwe ji Xweda dike. Çawa zaniyar piştrast dikin ku îslamê 5 çar duwa xwe ji zerdeştiya girtiye, wisa jî diyare peyva duwa wan ji me girtine. Navê Îdrîs peyamber bi kurdî Tewhat e, hoptiya ev nav kiriye Tot, ereba ew veguhert Îdrîs. Ev peyamber niştecîhê Samsûr a Bakûrê Kurdistanê bûye. Peyva Xalda û Karda hemane. Di zaravê kurdî de herfa “l” bi “r” re dikare bê guhertin. Mînak: Gil-gamêş û Girgamêş, an bila û bira. Dibêjin Skenderê Mezin xwestiya desthilatdariya Adyonos ango Adî dubare bike û xwe bigihîne sînora împêriya wî. Bi wê armancê ew berê xwe dide Rojhilat, hema hedefê wî wek wî xwestî serkeftî nebû. Di olên dereng yên Hindavropiyan de peyva “Az” an jî “Ez” vediguhere “As” an jî “Aj” Peyvên kard, kurd, karad, akrad di nivîsên mixî de, bê herfa dengdar wek “krd” derbaz dibe. Ji ber wê navê vê netewê bi her şêweyî hatiye xwendin.


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/5/30

HEJMAR 13

78

ANALÎZ

Diclepress13@gmail.com

ZIMANÊ TEHLÎL Û ŞÎROVEYÊ DÎROKÊ

DERWÊŞ GULŞA

Ji destpêka ku mirov xwe nas kiriye û îfade kiriye heya roja me ya îro, di her gihanek an jî merheleyekî jiyanê de, bi ferasetên cuda tehlîl û şîroveyên xwe yên jiyanê pêş xistiye. Beriya ku felsefe weke ferasetekî girîng a jiyanê pêş bikeve, insanan bi nêrîn, feraset û bi zimanê mîtolojiya (bi şêwazekî destanî û çîrokî qala bûyer an jî mirovan kirin) li pey wana re jî rêbazên olî dayîne şixulandin. Lê bi sîstembûna felsefê re, rêbazên felsefîk û zanistî hîn zêdetir derketîne pêş. Lê belê, her çiqas di roja me ya îro de buyer piraniya xwe bi nêrîn û tehlîlên felsefîk û zanistî-ilmî têne

kirin jî, bi taybet di nava hinek civak de, şêwazê şîrovekirina bi ziman an jî bi nêrînên mîtolojîk û dînî hîna jî xwedî cihekî girîng e. jixwe em ê di vê nivîsa xwe de, piranî li ser mijara wateya têgînê bi xwe, ku erebî jê re musteleh tê gotin jî, bisekinin. Ji bo mijara me hê baştir were fêmkirin, gotina Rêber APO ya ji bo girîngiya têgînê, wê armanca me ya ji gotinê hê jî zelaltir bike. “Di civaknasiyê(ilma civakê) de heta ku teorî û têgînên bingehîn neyên terîfkirin, zehmet e ku şîroveyên manedar bêne pêşdebirin.” Yanî ji bo ku em bikaribin nîqaşekî encamgir dest bixin, pêwîst e em bingeh, nasname û armanca esasî ya peyvan, têgînan û fikran baş nas bikin û baş terîf bikin.

ZIMANÊ TEHLÎL Û ŞÎROVEYÊ Şîroveya jiyanê an jî heqîqetê bi zanistî(ilmî) û felsefîk anîna ziman gelekî girîng e. Bêguman, roja me ya îro jî di tehlîlkirina mijaran de pêwîst e em ji rê û rêbaz û baweriyên weke mitolojî û ol jî sûd werbigirin. Ji ber ku di her destan an jî di çîrokekê de para rastiyê heye. Lê belê, li gorî şert û mercên roja me ya îro, ji bo ku em bikaribin xwe bigihînin encamekî baştir, dive em bûyeran hê zêdetir li gorî ilim û felsefê tehlîl bikin. Lê belê, li vir pirsek derdikeve pêşiya me; bi felsefeyek û zanistekî çawa… zanistên an jî ilmên pozîtîvîst ku di pêşengtiya ramangêrê Frensî Augoste Comte (1798-1857) de pêş ketiye, bûyeran pir perçeker digire dest. Yanî gava bûyerekê an jî têgînekê digire dest, piraniya xwe


Diclepress13@gmail.com

teng, yek alî û hinekê jî ji bingehê wê yê esasî qut tehlîl dike. Ev zanista navê vê derbas dibe, di şîrovekirina dîrok û civakê de di nav şaşitiyên mezin de ye. Ji ber ku heqîqeta dîrok û civakê, bi kokê wê yên xwezayî û bi hemî peresîn, serpêhatî û pêkhateyên wê ve nagire dest, di terîfkirina wê de jî kêm dimîne. Jixwe ji ber ku zanista îro, piraniya xwe di bin serweriya desthilatdaran de ye, ev şaşitiyên em dixwazin behs bikin, piraniya xwe bizanebûn û bi siyasetekî zirav têne kirin. Lê belê, zanista kûantûmê di mijara tehlîl û şîroveyan de li gorî zanista pozîtîwîzmê xwedî rê û rêbazên hê jî berfirehtir in. felsefeya kûantûmê de xweza esasgirtin heye. Bûyeran bi şêwazekî hîn azadtir girtina dest

ANALÎZ

79

heye. Em li vir dikarin mînakekî din bidin; zanista ku di bin nîrê desthilatdariyê de têgîna şaristaniyê tehlîl bike, wê şaristaniyê weke pêşketina herî mezin a dîrokê pênase bike. Lê belê, di rastiya xwe de bi avabûna şaristaniyê, felaketên herî mezin hatin sere insanetiyê. Pergala wekheviya xwezayî û azad ya di nava civakan de, bi avabûna şaristaniyê xera bû û feraseta koletiyê hate avakirin. Ger em bêjin ku pirsgirêkên civakî, bi derketina şaristaniyê hatine pêşxistin, em ê zêde jî ne şaş bin. Yanî tişta ku wate dide tehlîlên me nêzîkbûna me ya ji heqîqetê re û hişmendiya me ye. WATEDAYÎNA TÊGÎNAN Têgîn, rê û rêbaza ku me di derbarê

HEJMAR 13

2019/5/30

SAL 3

KOVAR DICLE

Ji ber ku heqîqeta dîrok û civakê, bi kokê wê yên xwezayî û bi hemî peresîn, serpêhatî û pêkhateyên wê ve nagire dest, di terîfkirina wê de jî kêm dimîne. Jixwe ji ber ku zanista îro, piraniya xwe di bin serweriya desthilatdaran de ye


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/5/30

HEJMAR 13

mijarekê de serwext dike û wê mijarê, li gorî feraseta ku em jê bawer dikin, hê jî kûr û berfirehtir li me dide fêmkirin e. Wateya kûr a têgînan, di roja me ya îro de pir dûçarî êrîşên ferasetên cuda cuda hatiye hiştin, pir pê hatiye leyîstin û mixabin heta astekê ji cewherê xwe jî hatiye dûrxistin. Wekî tê zanîn, têgîn an jî têgihîştin mifteya deriyê xwegihandina wateyê-maneyê ye. Mirov, li gorî feraseta ku xwe dispêriyê mane dide têgînan, tiştan. Pergala fikrê insan çibe û bingehê xwe ji kîjan zanistê, baweriyê bigire, têgîna navborî jî bi wî awayî binav dike, an jî maneyekî welê dide têgînê. Weke mînak, kesekî gelperwer, demokrat, û kesekî desthilatdar-silte têgînan li gorî fikir û baweriya xwe digire dest û welê mane didiyê. Yê gelperwer piraniya xwe li ser esasê wekheviyê, demokrasiyê, azadiyê mane dide têgînan. Yê desthilatdar jî li ser esasê navendparêziyê, nijadperestiyê, yekperestiyê têgînan digire dest, an jî maneyê lê bar dike. Bi gotinekî din, em bi kîjan ferasetê bijîn û fikr û armanca me ya jiyanê çi be, bendewariyên me çi be, em bi wî awayî jî nêzîkî têgînan dibin. Di demên pêş de, emê hewl bidin, ji despêka avabûna mirov û çanda mirov heya roja me ya îro, guherînên ku insan têre derbas bûne û asta ku îro gihiştiyê, bikin mijara nivîsa xwe. Lê belê, beriya ku em bikevin nava mijarê, pêwîst e em kurt be jî di despêkê de têgînên xwe yên weke dîrok, çand, civak, insan, ziman, exlaq (di nava wê de ferqa wê û hiqûqê) huner (di nava wê de estetîk û rêbazên din ên hunerê) û hwd. hinekê vekin.

80

ANALÎZ

Diclepress13@gmail.com

DÎROK: Gelo ji peyv zêdetir weke têgîn, dîrok ji bo me tê çi wateyê? Em bi kîjan rêbaz û ferasetê dîrokê digirin dest? Agahiyên ku îro di derbarê dîrokê de em dizanin çiqas rast in? Bersiva ku li vir em bidin van pirsan pir girîng e; ger em li gorî desthilatdaran-silteyê nêzîk bibin, emê dîrokê ji heqîqetê qut bigirin dest û ev tişt jî wê me bibe encamên pir şaş. Beriya her tiştî, divê agahiyên me yên li ser dîrokê kûr bin ku em bikaribin şîroveyekî xurt bikin. Ji ber ku dîrok heya roja me ya îro ji aliyê desthilatdaran ve hatiye nivîsandin, mixabin, dîroka civakan rast nehatiye zanîn. Bi nêrînekî rast pênasekirina dîrokê tiştekî pir girîng e. ger dîrok şaş were şîrovekirin, ev xeterî ye û ev tişt wê li hember dîrokê û tevahiya jiyanê, nêrîn û encamên şaş bi xwe re ava bike. Wekî tê zanîn, dîrok kombûn û daneheva zihniyeta insan e. Çand, an jî tiştên bi destê insan hatine afirandin jî encama kombûna vê zihniyetê ye. Dîrok, dayîka hemî zanist û zanebûna ye. Yanî pêşketin û paşketina zanistên din jî girêdayî zanist an jî zanebûna dîrokê ye. Dîrok kok e. Ger kok xurt be, şitil jî xurt dibe. ÇAND: Ji aliyê bêhejmar lêkolîner ve, ji bo pênasekirina çandê pir tişt hatine gotin. Heta dibêjin, li ser çandê haya niha, 164 pênase hatine kirin. Her çiqas terîfên çandê pir zêde bin jî, mirov dikare têgîna çandê, bi awayekî giştî wiha pênase bike. Ji tevahiya kombûna nirxên madî û menewî ku ji despêka pêvajoya insanbûn û civakbûna insan û pêve

hatine afirandin re em dibêjin çand. Danasîna civakan, herî baş û zelal, bi çandê mirov dikare bike. Di wateya dîrokî de nasandina civakê; têgihîştina civakîbûnê, beriya her tiştî ji bo avakirina nasnameyeke rast û nirxên çandî, şert e. Ji bona em bikaribin li ser esasê nirxên çandî hebûna xwe binav bikin, an jî nasnameyekî rast avabikin, beriya her tiştî divê em di maneya dîrokî de civak û civakîbûnê baş nas bikin. Çand bi, çîroka insanbûna insan re çêbûye. Di heman demê de, ev dibe pêvajoya çêbûna insanbûn û civakbûnê jî. Yanî dema em behsa çandê dikin, di rastiya xwe de em behsa civakê dikin.

Di wateya dîrokî de nasandina civakê; têgihîştina civakîbûnê, beriya her tiştî ji bo avakirina nasnameyeke rast û nirxên çandî, şert e. Ji bona em bikaribin li ser esasê nirxên çandî hebûna xwe binav bikin, an jî nasnameyekî rast avabikin, beriya her tiştî divê em di maneya dîrokî de civak û civakîbûnê baş nas bikin


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.