kovara dicle hejmara 15 besi k. latini.pdf

Page 1

Sal 3

2019/10/15

Hejmar 14

Diclepress13@gmail.com

AXA KÛ MÊRANÎ JÊ DIBARÊ SÛHREVERDÎ, DI RUH DE MADDE, DI MADDE DE RUH DIBÎNE QEPAL DÛMO XELEF KI YE?

TAJÊ: EMÊ HESABÊ FERMANÊ BIPIRSÎN


ş: Kerîm Şirnexî


Dıcle Lêkolîn, Belge û Lêgerîn Jimar: 15 october : 2019 di vê hijmarê de

Xwediyê Kovarê û Rêvebera weşanê:

DIVÊ JI BO ÊZÎDIYÊN ŞINGALÊ ŞANSEK WERE DAYÎN 4 ROLA BINGEHÎN A EXLAQ EWE KU CIVAK BIKE XWEDÎ HÊZ 5 ÇIYAYÊ ŞENGALÊ MIROVÊN KU XWE AVÊTINE HIMBÊZA WÊ, PARASTINE 12 DENGBÊJA ÊZÎDÎ YA JIN(SÛSIKA SIMO) 18 JINÊN ÊZIDÎ YÊN MOHRA XWE LI DÎROKA KURDAN XISTIN 20 STRANA KELEŞO Û ÇÎROKA WÊ 23 NAVÊ HERÎ KEVIN YÊ BAJÊR EDESSA YE 26 ÇÎROKA TOFANÊ Û ÇIYAYÊN KURDISTANÊ 30 ‘DIVÊ HUNERMED BIKARE BIBE DIL Û MEJIYÊ CIVAKÊ’ 34 ‘JI BER NÊZÎKATIYA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ YA LI ŞENGALÊ RÎSK DIDOME’ 37 QENCTIRÎN DERMAN, XWE PARASTINE 40 ‘JIYANA GERÎLA HELBEST Û ROMANA ZINDÎ YE’ 43 ŞANO, HUNERÊ MIROV YÊ FÊRBÛYÎNA JIYANÊ YE 44 GÎVARA: LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ MIN BIRYARA JIYANEKE NÛ DA 45 AXA KÛ MÊRANÎ JÊ DIBARÊ - QAHREMANÊ GUNDÊ KOVEX Ê! 49 QEPAL DÛMO XELEF KI YE? 56 KÊLIYÊK JÎ DÎROKÊ GUNDÊ SÎBA ŞÊX XIDIRÊ 57 OLA ÊZÎDIYA DE PÊNASE XWEDÊ (BEŞA 1) 60 RIZA ŞAH 4 SALAN HEWLA TÊKŞIKANDINA ŞOREŞA QEDEMXÊR Û CÎHAN XANIMÊ DA 64 GUHBEL LI SALA 1917 HATIYE AVAKIRIN 71 NANÊ DENGÊ ŞÎVÊ 73 TAJÊ: EMÊ HESABÊ FERMANÊ BIPIRSÎN 74 Feqîr Mîrza kiye? 78

Sûhreverdî, di ruh de madde, di madde de ruh dibîne Cejna gelê me ya Cemayê pîroz be

80 82

Faris Herbo Xidir

Cigirê Rêveberê weşanê:

Sikran Ridînî Meshuc el.şemerî Berpirsê weşanê:

Azad Ebdal kirêt Desteya Weşanê

- Xelîl Murad Şilo - Omran Sekran Ridînî - Îbrahîm Emo Kiçî Sepandin û Derhênerî:

Qasim Xelif Abdulla Navîşan:

Şengal -SincarTel: 07504197663

07500496100

E. mail: Diclepress13@gmail.com Hejmara roxstgirtin li sendîkaya rojnamevanî îraqî

1773


Ji Edîtor

DIVÊ JI BO ÊZÎDIYÊN ŞINGALÊ ŞANSEK WERE DAYÎN Xwendevan ên hêja:

Bermahiya herî dawî ya komekî biçûk a baweriyekê ku bi zorê xwe ji qirkirinê rizgar kiriye... bêyî ku hay ji leyîstik û dekûdolabên li ser wan tê meşandin hebin, rexmê hemî zorî û zehmetiyan, ji bo temamî tine nebin têkoşîn didin ku xwe bidine jiyandin. Ew gel, hema bêje, xistine rewşa amûrekî yê siyasetê... pirsgirêkên îdarî yên Êzîdiyên Şingalê ku ji bo wana di girîngiya jiyanî de ye, li benda çareserkirinê ne. Ew ji fermanekê derketine û dersekî herî girîng a ku ji wê fermanê derxin, bêguman mijara ewlekariyê ye ku ji bo wana pêwîstiya sereke ye. Hêzên leşkerî yên hikûmeta navendî ya Iraqê û pêşmergeyên kdp’ê, ji ber ku ev gel bêparastin hiştin, bûn sedem ku ew duçarî trajediya herî mezin a roja me ya îro bibin. Ji ber ku devê wan ji şîr şewitî, êdî pifî dew dikin û welê vedixwin. Êzîdiyên ku hewl didin bi derfetên xwe li ser lingan bisekinin, ji qirkirina ku hatî serê wan dersên girîng derxistin. Dixwazin pergala xwe ya îdarî û ya ewlekariyê ku xwe dispêre xweparastinê ava bikin. Dîsa, ji mafên xwe yên makeqanûnî sûd werbigirin û xwe bigihînin statûyekî xweser. Dixwazin mafên ku tewrî insanî, tewrî maqûl û tewrî rewa li gorî rastiya rewşa xwe pratîze bikin. Xwesteka wan a esasî ya ji dewletê ew e. yanî dixwazin vê rêbaza xwerêvebirinê ya ku piştî fermanê bi derfetên xwe ava kirine, bigihînin statûyekî qanûnî. Ev Meclisên ku Êzîdiyan ji xwe re di nava şer de ava kirine, her yek ji wan saziyekî xwerêvebirinê ye. Ji bo xwe ji wê rewşa derûnî û trawmayê derxin, careke din ji xwe û hêza xwe bawer bikin, xwe rêxistin bikin, di nava tifaqî û hevgirtinekê de bin, ev, xwestekên wan ên pir meşrû û safiyane ne. Mixabin, piştî fermanê tu hêzekî navnetewî, ji bo pirsgirêkên Êzidîyan bi

awayekî mayînde çareser bikin, hewce nedîtîne ku tu gavan bavêjin. Alîkariyên navnetewî negihîştine wan. Derfetên biçûk ên jiyanî nehatine dayîn. Pirsgirêkên wan ên binesaziyê, av, ceyran û pêwîstiyên wan ên xwarinê nehatine çareserkirin. Ew jî li aliyekê, mayînên ku ewlekariya wan tehdît dikin jî nehatine paqijkirin. Ji bo paşde vegera Şingalê pêwîst bû alîkarî were dayîn, lê mixabin berovajî wê, astengî derdixin. Heta, paşdeveger bi awayekî zanebûn tê astengkirin. Penabertiya ku îro bûye amûrê siyasetê, ji bo Êzîdiyan jî derbasdar e. Tirkiye, di mijara bikaranîna penaberan de pir mahîrtire. Ji aliyekê ve, ji bo ranta maddî dest bixe, ji aliyê din ve jî, ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî, penaberiyê weke darê di destê xwe de dişixulîne. Ji bo xwestekên xwe bi dest bixe, gava pêwîst dike, bi tehdîta ku ‘ez ê deriyê penaberan li ser we vekim’ dişixulîne û hewl dide, polîtîkayên xwe yên qirêj li Ewropa bide qebûlkirin. Rewşa Êzîdiyên Şingalê yên li qampên Başûr jî, ji vê rewşê ne cuda ye. Di vê pêvajoya dawî de jî, Êzîdiyan dikin amûrên siyaseta xwe ya hindirîn. Hewl didin pirsgirêkên Êzîdiyên ku di rewşa penabertiyê de ne, bavêjin ser stûyê hinekî din û ev bêbextî sûcekî pir qirêj e. Berpirsyar û sûcdarên astengkirina vegera Şingalê ya Êzîdiyên ku di qampên Başûr de kî ne, herî baş mirov dikare ji Êzîdiyan bi xwe fêr bibe. Lê şûna wê, li cihên din li sûcdaran gerîn, gafletekî mezin e. Komîseriya Penaberiyê ya Neteweyên Yekbûyî, ger xîret bike û ji ofîsa xwe ya li Bexda rabe were Şingalê û pirsgirêkan li cihê wê bi xwe bibîne, lêkolîn û tespît bikin, hingê wê rastiyê bizanin. Lê mixabin pêwîst nabînin vê bikin. Şûna wê jî, dikevin bin bandora hêzên desthilatdar de, agahiyên şaş ên ku ew hêzên serwer didin wana ji xwe re esas digirin û pirsgirêkên Êzîdiyan ji xwe re nakin xem. Ji bo avakirina Şingalê bizmarek tenê jî

li cihekê nedayîne. Rexmê wê, ketine nava bêexlaqiya ku Êzîdiyan ji bo berjewendiyên xwe bidin şixulandin û li ser vê mijarê xwe didin jiyandin. Heta niha, ti projeyekî şênber û berçav a hikumeta navendî ya Iraqê û rêveberiya Hewlêrê ji bo Êzîdiyan çênebûye. Di derbarê pêşeroja Şingalê de fikir pêşxistin, ji bo xwestekên xweseriyê, lêgerînên statûyê, pêwîstiyên aborî, civakî yên Êzîdiyan proje avakirin, dîsa, sazkirinû derxistina qanûn û makezagonên pêwîst, qet ne di rojeva wan de ye û ne di xema wan de ye jî. Ew tenê ketine pey destxistina rant û berjewendiyên xwe. Gava insan di nav pirsgirêkan û zorî zehmetiyan de dijîn, ew bikevin pey berjewendiyên xwe yên der-insanî, şermekî pir mezin e. Êzîdî naxwazin ew zilm û rojên tarî yên ku DAIŞ’ê anîbû serê wan, careke din dubare bibe. Xweparastin, mafekî insanî ye ku ji zayînê ve heye. Êzîdiyan gava ev mafê parastina xwe xistibûn destê hinekî din de, têra xwe êşa wê kişandin, hem jî bê hejmar caran... ji bona wê jî, daxwaza wan a bi îradeya xwe, xweparastinê û xwe bi xwe rêvebirinê mafê wan ê herî xwezayî ye. Rewşa ku piştî fermanê derketî holê, derfetên avakirina meclîs û hêzên xweparastinê da wan. Ji bo ku van destkeftiyên xwe bigihînin statûyekê, bêhejmar caran çûn ber deriyê dewletê. Lê mixabin her tim destvale vegeriyane û heta niha jî, tukesê bersivek nedaye wan. Pêwîst e ji Êzîdiyan re derfet werin amadekirin, ji bo wan şansek were dayîn û êdî wextê wê ye. Ji bo ku bikaribin di nava pergala ‘la merkezî’ de xwe îfade bikin, divê mafê wan were dayîn. Ev maf, di heman demê de, di nava makeqanûna Iraqê de jî mafekî meşrû ye. Gelê Êzîdî, ji bo ku van mafên xwe dest bixe, pêwîst e tevahiya hêza xwe kom bike û xwestekên we yên meşrû bide qebûlkirin.


Diclepress13@gmail.com

Fikrî

5

HEJMAR 14

2019/10/15

SAL 3

KOVAR DICLE

Abdulla ocellan

Rola bingehîn a exlaq ewe ku civak bike xwedî hêz Pirsgirêka Civakê ya Exlaq û Polîtîka Ez di ferqa fikareyên dabeşkirina pirsgirêkan de me. Nikare were paşçavkirin ku ev rêbaz, ku zanista bi navenda Ewrûpa aqilê analîtîk bê hed û hesab bikar aniye û bi vî rengî ew pêşxistiye, her çend di dîmen de hin destketiyên wê hebin jî, xeteriya hundakirina yekparetiya heqîqetê jî di xwe de werdigire. Ez ê bikaranîna rêbazê bidomînim, bi şertê li ber çavgirtina berdewamî ya aliyên ku dibin fikare yên vê xeteriyê, bi zanebûna ku wê rîskê di xwe de werdigire ku pirsgirêka civakî, weke ‘pirsgirêkan’were dabeşkirin. Ez ê hewl bidim ku di beşa Epîstemolojî de nêzîkatiyên cewaz guftûgo bikim. Me desthilatî û dewletê tewş li yekemîn beşa pirsgirêkên civakî bi cî nekir. Sedema vê ya bingehîn ew e ku çavkaniya sereke ya pirsgirêkan pêk tînin. Erka bingehîn a pêwendî û emraz ên desthilatî û dewletê, ku pêşî, bi hemû giraniya xwe li ser civakê û li gel sedsala 16, bi rengekî kûr di nava civakê de, binkeya xwe çêkirin, ew e ku civakê bêhêz û bêparastin bihêlin û bi vî rengî wê amade bi kin ji bo mêtina yekdestiyê. Pir girîng e ku mirov rola desthilatî û dewltê bi vî rengî pênase bike. Eger desthilatî û dewlet, tenê weke yekûna emraza zorê

û pêwendiyên wê were binavkirin, wê kêmasiyên cidî di xwe de wergire. Ez di wê baweriyê de me ku rola wan a herî girîng ew e ku civak bêhêz û bêparastin were hêştin û vê rola xwe pêktînin, bê rêya lewazkirina berdewamî ya tevnbûna polîtîk a civakê, ku navgînên wê yên ‘heyînê’ne, û bi vî rengî wan dixin nava rewşa ku nikaribin kar bikin û rola xwe bilîzin. Civak, eger herdu qadên ku em ji wan re dibêjin ‘exlaq û polîtîka’çêneke, nikare hebûna xwe bidomîne. Rola bingehîn a exlaq ew e ku civak bibe xwedî hêz û sepana rêsayên ku xwe bide berdewamkirin û li ser piyan bimîne. Civakek ku rêsayên xwe yên hebûnê û hêza xwe ya sepandinê wenda kiribe, tê wateya ku veguheriye komcivakên lawiran, ku di rewşek wisa de, bi qasî ku bê xwestin, dikare were bikaranîn û mêtin. Rola polîtîkayê jî di cewher de ew e ku rêsayên pêwîst ên exlaqî ji civakê re peyda bike û li gel vê, rê û rêbazên dabînkrina pêdiviyên bingehîn ên daringî û zihnî, bi berdewamî guftûgo bike û wana bike biryar. Polîtîkaya civakî, hêza gotûbêj û biryaran bi berdewamî pêşdixe û civakê, li ser bingeha van rastiyan, zindî dike û wê dike xwedî nêrîna zelal; her wisa wê digihîne şiyana ku karibe xwe rêve


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/10/15

HEJMAR 14

bibe û karên xwe çareser bike û bi vî rengî qada herî bingehîn a hebûna wê çê dike. Civaka bêpolîtîka, ew civak e ku, mîna mirîşka serjêkirî, hîn berî ku can bide, dipirpite. Rêya herî bibandor a hêştina civakek bêsazbar û bêhêz ew e ku ew civak were hêştin bêpolîtîka(bêsiyaset, bi gotina Îslamî bêşerîet), weke organa neçar a gotûbêj û biryaran ji bo hebûna wê ya cewherîn û pêdiviyên wê yên bingehîn ên daringî û arişî. Ti rê, ji bilî vê, nikare ewqas fikaredar be. Ji ber van sedeman e ku emraz û têkiliyên desthilatî û dewletê bi dirêjiya dîrokê di serî de saziyên bi navê ‘huqûq’li şûna exlaqê civakê û ‘dewlet’li şûna polîtîkaya wê, bi cî dikin. Erkên bingehîn ên desthilatî û dewletê, yên her serdemê, ew in ku civakê dûr bixin ji hêza wê ya exlaq û polîtîka, ku rola du stratejiyên bingehîn ên hebûnê dileyîzin; û li şûna wê, rêveberiya huqûq û serweriyê deynin. Eger ev herdu erk nebin, daneheva sermaye û yekdestiyên

6

Fikrî

Diclepress13@gmail.com

mêtinê jî nabin. Tevahiya rûpelên dîroka şaristanî ya pênc hezar salî tijî ne bi şikandina hêza civakê ya exlaq û polîtîka û bi danîna li şûna wê hêzê huqûq û îdareya yekdestiyên sermayayê. Dîroka şaristaniyê bi sedemên xwe yên tazî û rastîn, wisa ye û nivîsandina wê ya rast, dikare ancax bi van sedeman wate derbibire. Her wisa di cewhera tevahiya pevçûnên civakî yên dîrokê de jî ev rstî veşartî ye. Gelo, wê civak, ji alî exlaq û polîtîkaya xwe ve bijî, yan wê di rasterêya huqûq û rêveberiya yekdestiyên har ên mêtinê de, weke keriyek bê jiyandin? Ez dixwazim vê rastiyê derbibirim, dema ez dibêjim ku çavkaniya sereke ya pirsgirêkan, ‘mezinbûna kanserolojîk e’, ku nakeve heşê mirov, a huqûq û rêveberî ya desthilatî û dewletê ye. Wê bikêrhatî be ku mijareke din jî were ravekirin. Dema yekemîn xerarşî tê damezrandin û di rewşên ku ‘ezmûn’û ‘pisporî’ji bo civakê girîng dibin de, ‘bikêrîtî’bi navê civakê jê tê payîn, ferq nake ku

dewlet be yan jî otorîte be, navê wê çi dibe bila bibe. Eger civak dewlet û otorîteyê(desthilatiyê) ji binî ve neyînî nekiriye, ji ber vê bendewariya wê ya van herdu bikêrîtiyan e. Anku ji delwet û otorîteyê ezmûn û pisporî dipê û bi vî rengî, wer dizane ku wê karên wê hêsan bikin. Sedemên herî girîng ên xwe ragirtina wê, ev herdu pêker in. Ezmûn bi herkesî re nîne û pisporî jî nikare bibe karê herkesî. Lê, otorîte û dewlet van herdu bendewariyên mafdar bi dirêjiya dîrokê îstîsmar kirin û bi vî rengî, wan kirin qada dek(entrîka) di şûna huqûq de û beredayîtî di şûna ezmûn de, ya bêkêrên herî bê ezmûn û bêpar ji pisporiyê. Dejenerebûn û felaketên mezin, ji nêzîk ve têkildar in bi vê jirêderxistin û berevajîkirina mezin re. Di dîrokê de bi taybetî burjuwazî, ku tê wateya pêşketina kanserolojîk a çîna navîn, li ciyê navîn ê civakê, anku li navika wê rûniştiyê û bi vî rengî berjewendiyên xwe yên herî xweperest weke ‘huqûq’û rêveberi


Diclepress13@gmail.com

Dema ku exlaq kevneşopa raman a kolektîv dinimîne, erka polîtîkayê hinekî cewaztir e. Bêhtir ji bo ku li ser karên kolektîv ên rojane gotûbêj bêne kirin û biryar bêne girtin, hêza raman pêwîst dike ya xe ya herî bênijad jî weke ‘îdareya destûra bingehînî’pêşkêş kiriye û bi vê armancê desthilatî û dewletê dabeş kiriye li qadên sînornenas ên ‘emraz’ û qaşo ‘pisporî’ û bi vî awayî wan pir kiriye; vê yekê bûye tam felaketek. Dema civakê gotiye “ez ji baranê rizgar bibim, rastî ‘gijlokê’ hatiye. Gotûbêjên sînornenas ên li ser ‘Komar’, ‘demokrasî’, ‘destûra bingehîn’, ‘piçûkkirina rêveberî’û ‘sînordarkirina dewlet û desthilatî’, yên lîberalîzmê, ku ziraviya aqil a burjuwazî ye, hem perde davêjin ser rastiyê, hem jî divê weke wateyên barkirî bi derbiranên berevaj, bêne nirxandin. Şiyana çîna navîn a burjuwa, ya destûra bingehîn, komar, demokrasî, piçûkkirina rêveberî û sînordarkirina dewlet û desthilatî, tew bi qasî çaxa kevn jî nîne. Ji ber ku ya/yê van têgînên torîn(pîroz) aniye rewşa nêsazbar, pêkhateya daringî ya çîna navîn e, anku şêwaza hebûna wê ye. Dema ku civak xwe bi zorê radigirt li hemberî xanedaniyek û

Fikrî

qralekî çaxên destpêkê, ma wê çawa xwe ragire li hembêrî emraz û xanedaniyên burjuwa, ku bûne awayekî bêsînor? Ez bi zanebûn têgînên ‘xanedan û malbata burjuwa’bikar tînim. Ji ber ku ji heman çavkaniyê tên. Tevahiya hunerê reveberî û rêsayan, ji hêzên arîstokrasî û qral ên torînên mezin ên berya xwe çirpandiye. Şiyana wê ya afirana cewherîn nîne. Pêkera kanserolojîk a pêwendiyên dewlet û û desthilatî ya di nava civakê de, çavkaniya xwe ji vê xwezaya wê ya civakî digire. Xwezaya çîna navîn, bi faşîzmê barkirî ye. Lewre tevnên civakê yên exlaqî û siyasî(polîtîk) hatine kudkirin(seqetkirin) û bi vî rengî nikare kar bike; ev dibe ya sereke ya pirsgirêkên herî bingehîn. Bê gûman, tevn û qadên exlaq û polîtîka, nikare bi tevahî bêne tunekirin. Ta ku civak hebe, wê exlaq û polîtîka jî hebin. Lê ji bêr ku desthilatî û dewlet derketin, û hatin derxistin, ji bûyîna qadeke pisporî û ezmûnê, nikarin şiyanên xwe yên afirîner û sazbar bi cî bînin. Pir eşkere ye ku civak di roja me ya îro de, bi rêya çirpîna emraz û têkiliyên desthilatî û dewletê(medya, her cûre îstîxbarat, yekîneyên taybetkirî yên operasyonan, doktrînên bîrdozî û wekî vana) heya çavikên wê yên herî zirav, hatiye xistin nava rewşekê wisa ku bênefes maye, xwe nas nake, nikare ti rêgeza xwe ya exlaqî bisepîne, her wisa nikare gotûbêjên polîtîk ji bo pêdiviyên xwe yên herî bingehîn bike û biryaran bigire(siyaseta demokratîk ava bike). Dîsa, ‘hevparî(şîrket) yên kûrewî’, anku yekdestiyên ‘ezel ebed’, ên roja me ya îro, ku pir têne gotûbêjkirin û hêzên rasteqîn ên serwer in, peqîna herî mezin a sermaye

7

HEJMAR 14

2019/10/15

SAL 3

KOVAR DICLE

ya dîrokê di vê demê de pêk anîne û ev jî ji nêz ve bi xistina civakê nava vê rewşê ve girêdayî ye. Eger civak nehatiba xistin û belavkirin, wê nekarîbûya, bi rêya ewqas ferazî, anku bêyî destdana ti navgîneke hilberînê, qezenckirina pere ji pere bihata pêkanîn. Ên ku yekdestiyan bi dirêjiya tevahiya dîrokê qezenc kirine û van destketiyên wan ên ji hewayê, yên herî bi qebare(hacîm) yên roja me ya îro, li ser bingeha valakirina ji hebûna civakê, ji pişta wê û ji mejiyê wê têne pêkanîn. Ji ber ku “li hewayê pere tine ye!” Divê ez dubare bikim ku ne tenê emraz û pêwendiyên pirkirî bi rengekî bêsînor ên desthilatî û dewletê civakê dixin vê rewşê, lê di heman demê de bi navgîna medya, ku çavkaniyeke dîtir a sereke ya serweriyê ye ku herî kêm bi qasî vê bandorker e, fetha bîrdozî ya civakê tê pêkanîn. Eger civak bi jirêderxistinên netewperestî, olperestî, zayendperestî, zanistperestî û hunerperestiyê(sanayîbûna huner, bi taybetî ya spor) ve neyê gêjkirin, nikare ewqas were xistin tenê bi emraz û pêwendiyên desthilatî û dewletê; herwisa hevparî(şîrket) yên kûrewî yên ferazî(anku kapîtalafînans û pere-sermaye), û yekdestiyên dîrokî nikarin civakê ji xwebûna wê derxin û wê di mêtineke ewqas sînornenas de derbas bikin, mîna ku qiracivakê pêk bînin. Pirsgirêkên Civakê yên Heşmendî Bê gûman, eger bêpariya ji exlaq û polîtîka, ku yek ji mercên yekemîn e ji bo ku civakek ji mêtinê re vekirî were hêştin, û rûxîna heşmendiya civakî, ku hîmê ramanî ya van herdu tevnan e, neyên misogerkirin, ev bêparî nikare were pêkanîn. Ji ber vê


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/10/15

HEJMAR 14

sedemê, serwer û yekdestiyên mêtinger, ji bo armancên xwe, bi dirêjiya dîrokê weke yekemîn kar, ‘serweriya heşmendiyê’ ava dikin. Keşîşên Sumerî ji bo ku civaka Sumer ji berdariyê re, lewre ji mêtinê re, vekin, weke yekemîn kar, perestgeh(Zîgurat) ava kirine; ev jî, vê rastiyê bi şêweyeke pir eşkere îspat dike. Perestgeha Sumer pir girîng e, ji ber ku çavkaniya resen(orjînal) a dîrokê ya ji rêderxistin û fethkirina zihnê civakî ye, ku tê zanîn û bandora wê hîn jî didome. Min hewl da bi girîngî diyar bikim ku xwezaya civakî, ji pêkhateyên herî nerm ên zihnî çêdibe. Ta ku baş neyê têgihîştin ku civak xwezaya herî bi zeka ye, nikare sosyolojiyeke watedar were pêşxistin. Lewre zordar, serwer û fenek, ku weke çavkaniya mêtinê çavên wan li civakê biriye, ji xwe re kirine erka bingehîn ku, weke yekemîn karên xwe, derfetên zeka û ramîna civakê lewaz bikin û yekemîn yekdestiyê weke yekdestiya heşmendî, anku weke perestgeh pêş bixin. Perestgeh, weke resenî ya xwe, du erkan bi hev re pêk tîne: ya yekemîn; serweriya zihnî, weke navgîna serwerî, ta radeya dawî girîng e. Ya duyemîn; ji bo ku civakê ji nirxên wê yên cewherîn ên zihnî qut bike, pir destdayî ye. Pêwîst dike ku heşmendiya cewherîn a civakê, weke têgîn, baş were têgihîştin. Mirovahî, dema yekemîn kevir û çov girte destê xwe, vî karî bi rêya ramînê kiriye. Yekemîn tovên, ne navajo, lê yên ramana analîtîk mijara gotinê ne. Herku ezmûn berhev dibe, civak pêş dikeve; di cewher de ev, kûrbûna raman e. Civakek, çiqas ezmûn, lewra çiqas ramana xwe kûr bike, ewqas hêz û şiyan qezenc dike; her wisa baştir xwe xwedî dike, xwe diparêze

8

Fikrî

Diclepress13@gmail.com

Pêkera kanserolojîk a pêwendiyên dewlet û û desthilatî ya di nava civakê de, çavkaniya xwe ji vê xwezaya wê ya civakî digire. Xwezaya çîna navîn, bi faşîzmê barkirî ye û xwe zêde dike. Ev pêvajo rave dike bê ka pêşketina civakî çi ye û çima pir girîng e. Civak, herku bi berdewamî xwe dide ramandin kevneşopa xwe ya exlaqî, anku ramana xwe ya kolektîv, ku em jê re dibêjin aqil yan jî wijdan, çêdike. Exlaq ji ber vê sedemê pir girîng e. Ji ber ku ew, mezintirîn xezîneya civakê, daneheva wê ya ezmûnê, sedema wê ya mayîna li ser piyan û organa wê ya bingehîn a berdewamkirin û pêşxistina jiyana xwe ye. Ji ber ezmûna xwe ya jiyanê pir baş dizane ku, eger vêya wenda bike, wê ji hev bikeve. Hema hema bi tûjiya navajoyî, girîngî dide exlaq. Cezaya kesên

ku di civakên berê yên klan û qebîle de rêsayên exlaqî nedisepandin, mirin bû; yan jî dihatin avêtin derveyî civakê û terkî mirinê dihatin kirin. Hîn jî di koka ‘kuştinên namûsê de’, tevî ku pir tê paşevajkirin, van rêsayan hene. Dema ku exlaq kevneşopa raman a kolektîv dinimîne, erka polîtîkayê

hinekî cewaztir e. Bêhtir ji bo ku li ser karên kolektîv ên rojane gotûbêj bêne kirin û biryar bêne girtin, hêza raman pêwîst dike. Ji bo polîtîkayê, ramana afirîner a rojane şert e. Lê dîsa jî, civak pir baş dizane ku eger mirov xwe nespêre exlaq, weke çavkanî û weke daneheva raman, mirov nikare ne ramana polîtîk pêş bixe û ne jî polîtîkayê bi xwe, bike. Polîtîka qadeke jênerevîn a çalakiyê ye ji bo karên rojane yên polîtîk ên kolektîv(berjewendiya hevbeş a civakê). Her çiqas di mijara karan de ramanên cewaz, heta yên dijraber jî, hebin, ji bo gotûbêj û girtina biryaran şert in. Civaka bêpolîtîka nêcewaz e ji lawirek, ku, weke mînaka keriyê,



KOVAR DICLE

SAL 3

2019/10/15

HEJMAR 14

şoreşa çandiniyê çênebûye. Lê eşkere ye ku ji bo wê kevirtraşiyê û çikilana wan keviran, hebûna mirovên, lewre civaka, pir pêşketî pêwîst dike. Gelo, kî bûn ew? Çawa diaxivîn? Çawa xwe xwedî dikirin û çawa xwe zêde dikirin? Raman û adetên wan çawa bûn? Debara xwe çawa dabîn dikirin? Ti şop tine ye ku bersiv bide van pirsan. Weke şop, tenê bîrdarî(abîde) ya kevirê çikilandî jê maye - şîmaneya(îhtîmala) mezin e ku jêmayiyên perestgehê

10

Fikrî

Diclepress13@gmail.com

bin-. Li gorî ku gundiyên ji rêzê, tew di roja îro de jî ew hêza wan tine ye ku hilkişin wê derê, wan keviran bi rengekî watedar bitraşin û biçikilînin; civakên wan, ji gundiyan û komcivakên gundan, ên îroyîn, paşvetir nebûn. Em dikarin tenê mijarên dirûvî vêya texmîn bikin. Belkî jî pîroziya Rihayê(her çend hatibe çewtevajîkirin) jî, ji vê kevneşopa wêdetirî dîrokê, wek mîsala rûbarek, dipale û tê. Di vê wateyê de ez hebûn û girîngiya perestgeha civakî

gotûbêj nakim; lê ez girîngiya hebûn û erka perestgeha serweriyê gotûbêj dikim. Keşîşên Misirê jî, di çêbûna perestgeha serwer de, herî kêm bi qasî mînaka Sumer, rol leyîstin. Brahmanên Hindê ji wan kêmtir neman. Rojhilata Dûr bi tevahî de rewşa jêrtir de nebû. Perestgehên Emerîkaya Başûr jî serwer bûn. Ciwan, tewş weke qurban nedihatin bijartin. Hemû perestgehên zal ên çaxên şaristaniyê, serwer in. Mîna kopya



KOVAR DICLE

SAL 3

2019/10/15

HEJMAR 14

12

lêkolîn

Diclepress13@gmail.com

Çiyayê Şengalê star e

Çiyayê Şengalê mirovên ku xwe avêtine himbêza wê, parastine

Mehsum Bagok

Erdnîgariya çiyê bi nav û deng e. Li

herêmê û li seranserê Kurdistanê navê çiyayê Şengalê belav bûye. Navê çiyê balkêş e. Jixwe gelek sedemên vê balkişandinê hene. Li gorî hinek agahiyên ji nava gel, navê herî kevn ê çiyayê Şengalê heya serdema Ariyan diçe û ew nav Mencenîn e. Mencenîn jî tê wateya şirîn. Li gorî nexşeya heyî ev çiya di nav erdnîgariya Başûrê Kurdistanê de ye. Beşeke biçûk jî li aliyê Rojavayê Kurdistanê dimîne. Hawirdora çiyê deşteke berfireh e. Weke mînak ew

deşt derya be, çiyayê Şengalê jî di nava wê deryayê de giravek e. Ew çiya di nava wê deşta mezin de cih girtiye. Çiyayê me ji rojhilat ber bi rojava ve dirêj dibe. Sîlsîleya çiyê, bi giştî di navbera 60-70 km’an de ye. Çiya li gorî deştê cihekî pir stratejîk û asê ye. Di kêlî û demên ku çiyayê Şengalê tê bîra me de ye, yekser gelê Êzîdî tê bîra me. Dîsan dema Êzîdî tê gotin, yekser çiyayê Şengalê tê bîra mirov. Bi gotineke din jî mirov dikare bibêje Şengal û Êzîdî bûne navek an jî pênaseyek. Çiyayê me li gorî deştê pir bi heybet e. Çiyayê Şengalê star e. Bi stara xwe ji bo tevahiya zindiyan bûye cih û warê jiyanê. Di wê wateyê de çiyayekî mêvanperwer e. Vî çiyayî

bi her awayî qencî bingeh girtiye û qencî jî belav kiriye. Çiyayekî jixwebawer û serbilind e. Bi cesareta xwe bi wan taybetmendiyên xwe bandorê li ser zindiyên di nava xwe de dike. Bi cewherî zindîbûn û berhemên xwe li çiyayê Şengalê wê rewşê diyar dike. Şopên çandê û bermahiyên dîroka wê, rewşa çiyê ispat dike. Kêm be jî li ser erdnîgariya çiyayê Şengalê hinek agahî hatin parvekirin. Weke din li rojhilatê çiyayê Şengalê bajarê Tilefer heye. Bi şev ji çiyê ronahiya bajarê Tileferê xuya dike. Li rojhilatê bajarê Tileferê jî bajarê dîrokî Mûsil cihê xwe digire. Bajarê Mûsilê ji her du aliyên çemê Dicle ava bûye û çem di nava bajarî de derbas dibe. Mûsil bajarekî pir


Diclepress13@gmail.com

kevnar e û îro jî di asta Iraqê de bajarekî pir girîng e. Di bakurê çiyayê Şengalê de bajarokên herî nêzîk, Til Koçer û Rebîa ne. Til Koçer dikeve hêla Rojavayê Kurdistanê, Rebîa jî dikeve hêla Başûrê Kurdistanê. Ji her du bajarokan û wir de, di aliyê bakur de rêzeçiyayên Bakur û Başûrê Kurdistanê diyar dibin. Ew çiya dûr in, lê belê dema ku rewşa hewa xweş be, ew rêzeçiyayên ku dûr û bilind in, bi çavan jî xuya dikin. Ew rêzeçiya Heftenîn, Cûdî û Gebar in. Jixwe çiyayê Qereçoxê nêzîk e û xweştir xuya dike. Têkiliyên çiyayê Qereçox û çiyayê Şengalê pir in. Çûyîn û hatinên civakên her du çiyayan mirovê hev in. Weke din li bakurê çiyayê Şengalê rêzeçiyayê Bagokê jî tê

lêkolîn

13

xuyakirin. Têkiliyên civakên Bagok û çiyayê Şengalê xurt bûn. Li her du çiyayan jî gelek gundên Êzîdiyan hene, ew hev du nas dikin û mirovên hev in. Her du çiya jî bi nav û deng in û stratejîk in. Ji rojhilatê Pîrê Ewran, sîlsîleya çiyayê Şengalê dest pê dike û heyanî gundê Barê çiya bilind e. Dema mirov ji gundê Barê ber bi rojava ve diçe, ew sîlsîleya çiyayê Şengalê nizm dibe û diçe heya gola Xatûniyê. Tevahiya wê sîlsîleya çiyayê Şengalê, di navbera 60-70 km’an de ye. Li nêzî gola Xatûniyê bajarokê Holê heye. Li rojavayê gola Xatûniyê dûr be jî bilindahiya çiyayê Kezwanan diyar e û silavan ji çiyayê Şengalê re dişîne. Her du çiya jî rista hev du baş nas dikin. Her du çiya li gorî erdnîgariyê

HEJMAR 14

2019/10/15

SAL 3

KOVAR DICLE

dişibin hev du, lê belê çiyayê Şengalê asêtir û stratejîktir e. Başûrê çiyayê Şengalê bereyeke pir fireh e. Bajarokê herî nêzîk jî Baac e. Di vê hêlê de jî gelek gundên Êzîdiyan hene. Her wiha li başûrê çiyayê Şengalê gelek kaniyên bi nav û deng hene. Hin ji wan kaniyan ev in; kaniya Solax, Kizilkent, Qesirkê, Werdiyê, Cidalê, Heyalê û Sekeniyê. Bi van kaniyan jiyana gundewarî û çandiniyê bi zindî û xweşî derbas dibe. Herêma çiyayê Şengalê ji heyamên kevnar ve Êzîdî her li wir hebûne û li wir jiyan kirine. Di nava qonaxa dîroka bi salan gelek koçberî jiyan bûne. Ev koçberî di encama nakokiyên eşîrtî û pirsgirêkên cur bi cur de çêdibin. Lê belê koçberiya herî esasî û giran, di êrîşên dagirkerî û fer


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/10/15

HEJMAR 14

Vî çiyayî bi her awayî qencî bingeh girtiye û qencî jî belav kiriye. Çiyayekî jixwe bawer û serbilind e. Bi cesareta xwe bi wan taybetmendiyên xwe bandorê li ser zindiyên di nava xwe de dike manan de çêbûne. Pirengiya çivaka Êzîdiyên Şengalê, di pirengiya eşîran de diyar dibe. Weke mînak; eşîra Xalta, Çêlka, Şerqiya, Dina û Hiwêriya. Bi vî awayî bi sed hezarên mirovan li herêma Şengalê li hev civîyane û bi hev re jiyan kirine. Di roja îro de jî ev yek nûjen dibe, bi wate dibe. Di heman demê de jî ji bo civaka xwe jî dibe hêviyên pêşerojeke azad. Mijareke din; bi zêdebûna şêniyan re bikaranîna erdan, çandinî û avakirina gund, bajarok û bajaran jî êdî qada tevger û jiyanê li zindiyên di xwezayê de dijîn, teng dike. Hinek sedemên sereke jî ev in: Çiyayên me ji lawirên çol û çiyayan re bûye stargeh. Ew star ne tenê ji

14

lêkolîn

Diclepress13@gmail.com

bo wan çêdibe. Ew ji bo mirovan jî stareke dîrokî ye. Çiyayên me ji bo qlan, qebîle û eşîran jî bûye stareke prîoz. Ji bo jiyanê jî star e. Dema êrîş li ser civakan çêdibe jî, bi asêbûna xwe gel parastiye. Ew, li gorî deştê kelheke ku li dijî êrîşan li ber xwe dide û nayê zevtkirin. Di nava sîlsîleyên çiyayê Şengalê de bi sedan şikeft hene. Ji nav wan ên xwezayî jî hene, yên ku mirovan kolane û çêkirine jî pir in. Li beramberî germahiyê, ew cih û warên xweş in. Li dijî sermayê jî germ in û tenduristiya mirovan diparêzin. Ew şikeft bermahiyên çanda hezar salan e. Ew şahidên dîroka kevnar in. Di wan şikeftan de çandek pêş ketiye. Tecrûbeyên salan komîserhev dibin. Ew bermahiyên pir kevnar in. Ew şop û dîmenên wan, bi civak û mêvanên xwe re diaxivin. Mam Xidir pir mijarên girîng parve dike. Yek ji wan mijarên girîng jî ev e: Kalo wiha dest bi gotina xwe kir: “Xweda çiyayê Kizwana, çiyayê Şengalê û çiyayê Meqlûb(nêzî Laleşê ye) ji bo starê aniye ser rûyê erdî. Ew her sê çiya weke singên konê starê ne. Bi zimanê mîtolojî pênase dike. Şîroveyên wî pir zelal in. Di roja îro de jî ew çiya xwediyê girîngiyên stratejîk in. Tespît û şîretên mamê hêja pir di cih de bûn. Ew xwedî lêhûrbûn û pêşdîtin bû. “Fermana me rabû. PKK nehatiba em ji kokê çûbûn. Me got heyanî yek gerîla jî hebe, em ji vir naçin.” Ew di nava fermanê de jî ji Şengalê derneketiye. Heke PKK’ê çiyayê Şengalê berda, wê ev der bişkê. Ev der hîm û stûnê vê dinyayê ye. Eger PKK ji Şengalê derkeve, ferman li serê me hemûyan e. PKK li vir be,

ferman çêbe jî wê sivik be. Dema ku me xatir ji hev xwest, gotina wî ya dawî û şîreta wî ya ji bo hevalan ew bû: “ Ez ji we hez dikim bila guhê we li we be, eger ku hûn biçin cihekî, ji kesekî/ê re nebêjin û biçin.” Ew bermahiya wan, dibe zimanê wan. Şikeft jî xwe tînin bîra me û bandora wan jî pir e. Bê guman ew dîwarên şikeftan, hundirê wan û dor û berên wan baxiftana, wê çi qas baş bûya. Eger baxiftana dibe ku ava diherike, bisekiniya. Eger ew şikeft serpêhatiyên xwe parve bikin, wê ker bibihîzin, wê lal bi ziman bikevin û yên kor jî wê bibînin. Eger baxivin, wê erdhejek çêbe. Her wiha wê derew eşkere bibin û wê heqîqet were fêmkirin û wê ronahî jî, şewqa xwe belav bike. Hejmara Şikeftên li geliyê Şilo digihêje sedan. Ew di heyamên kevn de dibin şûnewarên bi wate, ji bo star û jiyanê gelekî guncav in. Xizmeta şikeftan a ji bo mirovan xwediyê wateyeke mezin e. Rista wan a dîrokî, mirov nikare înkar bike. Ger bê înkarkirin, wê çaxê dê înkara xêr û bereketa xwezayê û keda mirovan jî bê kirin. Ew hişmendî, mirov û civakê xerab dike. Di nava xwezayê de tiştekî bê wate nîn e. Biçûk û mezin hemû tiştên ku bi çavan têne dîtin û yên ku nayên dîtin jî hemû xwedî wate ne. Hîskirina tiştan girîng e. Fêmkirina zimanê xwezayê jî pir bi wate ye. Mirov xwe bixe şûna yên din û mirov bifikire û tiştên ji derveyî xwe jî bifikire. Şêwazên bi vî awayî yên fikirînê, hevsengiyê didin avakirin. Di navbera mirov û xwezayê, xweza û mirovan de jî ev rê û rêbaz divê erênî bin. Ew dibe tiştekî mirovî ango exlaqî û wijdanî.


Diclepress13@gmail.com

Ji rojhilatê Pîrê Ewran, sîlsîleya çiyayê Şengalê dest pê dike û heyanî gundê Barê çiya bilind e. Dema mirov ji gundê Barê ber bi rojava ve diçe, ew sîlsîleya çiyayê Şengalê nizm dibe û diçe heya gola Xatûniyê

lêkolîn

15

Li pala başûrê çiyayê Şengalê şikefta stûnê heye. Berê we li rojava ye. Ji dûr ve kesek nabîne. Kevir û darên wir ên xwezayî şikeftê kamuflaj dike. Hundirê wê fireh û dirêj e. Cihê wê û hundirê wê jî, ji gelek mirovan re carnan jî ji gelek lawirên di çiyê de, bûye stargeha jiyanê. Mirov bi hêsanî dikare vê mêvanperweriya şikefta Stûnê, bibîne. Ji şikeftên ku dikevin navbera başûrê çiyê û bajarê Şengalê re, Şikeftikên Bihariyan tê gotin. Koçerên demsala biharê, ew der bi kar anîne. Navê Şikeftikên Bihariyan ji vê derê tê. Şikeftikên Bihariyan ji mesafeyên dûr û nêzîk diyar nabin. Mirovan bi destên xwe û bi teknîkên besît kolane û amade kirine. Dîroka avabûna wan pir kevn e. Mirov heyanî çend gavan nêzîkî wê nebe, deriyê şikeftan xuya nake. Deriyên wan bi erdî re dibin yek. Mirovan li cihekî wiha çêkirine ku kesek texmîn neke ku li wir şikeft hebin. Wisa diyar dibe ku bi meşa çend kêlî û deman, mirov li çiyayê Şengalê bimeşe, wê tiştekî

HEJMAR 14

2019/10/15

SAL 3

KOVAR DICLE

balkêş yên xwezayê yan jî şop û bermahiyên dîrokî derkevin pêşberî mirovan. Di mijara şikeftan de, parvekirina çend cihan çêbû. Ji ber ku ew rengên Çiyayê Şengalê ne. Kes an jî gelên ku bawer kirine, xwe avêtine bextê Çiyayê Şengalê. Çiyayê Şengalê mirovên ku xwe avêtine himbêza wê, parastine. Çiya, wan diparêze. Weke din gelê Êzîdî yên li vê herêmê weke çiyayên xwe, mirovên bindest û mezlûm ên ku xwe avêtine bextê wan, parastine û xwedî li wan derketine. Di nava civaka herêmê de û heyanî ji welatên dûr jî wan taybetmendiya civaka Êzîdî bihîstîne û bûye cihê bîr û baweriyê. Her tu kesek xwe bavêje bextê Êzîdiyan, Êzîdî wan diparêzin. Eger ku xeterî û bedeldayîn jî hebe, ew vî tiştî qebûl dikin. Ên ku xwe avêtine bextê wan, ew wan radestî dijmin nakin. Ev pîvaneke pir bi qedr û qîmet e. Ev cewherê mirovahiyê ye. Ev cewherê ol û çanda wan e.


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/10/15

HEJMAR 14

Mînakek ji gelê Ermenî ku xwe avêtine bextê Êzîdiyan Mirovên pîr û kal wiha dibêjin; “ di serdema împaratoriya Osmaniyan de, komkujiya Ermeniyan çêdibe, karwanekî pirhejmarî xwe li stara çiyayê Şengalê û Êzîdiyên çiyayê Şengalê girtin da ku jiyana xwe xelas bikin xwe davêjin bextên wan.” Êzîdî bi bextê xwe hatine naskirin û ev çand belav bûye. Di vê mijarê de karwanê gelê Ermenî rast fikirîne û biryar dane. Heya ku xwe gihandine herêma Êzîdiyan di riyan de

16

lêkolîn

Diclepress13@gmail.com

gelek mirovên wan; zarok, ciwan, jin û mêr, pîr û kal ji birçîbûn, tîbûn, nexweşî û ji ber kemîn û êrîşan, jiyana xwe ji dest dane. Siwariyên dagirkeriya împaratoriya Osmanî li ser şopa karwanê Ermeniyan hatine çiyayê Şengalê û ji Êzîdiyan, karwanê Ermeniyan dixwazin. Destpêkê, Êzdî dibêjin kesek nehatiye û agahiya me ji wan nîn e. Siwariyên Osmanî li ser agahî û şopa Ermeniyên hatine û israr kirine da ku Êzîdî karwanê Ermeniyan radestî wan bikin. Di encamê de leşkerên Osmanî ji Êzîdiyan re dibêjin; “An

hûn ê Ermeniyan radestî me bikin, an jî weke Ermeniyan em ê fermana we jî rakin.” Êzîdî ji bo îqnakirina wan, hewl didin. Êzîdî jî dibêjin; li gorî ola me Êzîdiyan çênabe ku kesek ji ber dijminê xwe bireve û xwe bispêre me, em wan teslîm bikin û bêne kuştin. Eger em wan radest bikin, wê bêne kuştin. Ev yek jî li gorî ola me guneh e. Ev çandeke me ya kevnar e . Lê Osmanî qebûl nakin. Êzîdiyên çiyayê Şengalê fermanê li ser xwe qebûl dikin û Ermeniyan diparêzin û radestî dijminê wan nakin. Êdî siwariyên Osmanî êrîşên xwe dibin


Diclepress13@gmail.com

ser Êzîdiyan. Şêr çêdibe. Şer giran e. 40 mêrên Êzîdî ji bo parastina Ermeniyan jiyana xwe ji dest didin. Xwe ji bo bextên xwe feda dikin. Êzîdiyên çiyayê Şengalê host bi bihost çiyayên xwe nas dikin. Êzîdî ji berê de bi egîdiya xwe têne naskirin. Kesê ku di parastina Ermeniyan de li hemberî Osmaniyan pêşengtiya berxwedanê kiriye, Hemoyê Şero ye. Ew şervanên parastin û rûmeta xwe ne. Ew tirsê nas nakin. Leşkerên Osmaniyan bala xwe didinê ku êdî wê nekaribin karwanê Ermeniyan

lêkolîn

17

bigirin û gelek windahiyên wan jî çêdibin. Di encamê de ji neçarî destvala vedigerin. Tişta ku dixwestin, nekarîn pêk bînin. Di encama şerê giran de 40 mêrên Êzîdiyan jiyana xwe ji bo Ermeniyan feda kiribûn. Bi vê berxwedanê karwanê Ermeniyan jî rizgar dibe. Ev mînakek bû ji çand, bîr û baweriya Êzîdiyan. Di vê xalê de cewherekî bi exlaq û bi wijdan heye. Ev pîvanên pir bilind û pir hêja ne û cihên teqdîrê ne. Divê ev pîvan tim û tim hebin.

HEJMAR 14

2019/10/15

SAL 3

KOVAR DICLE

Di vê mînaka dîrokî de mirovahî heye. Cîrantî heye, dostanî heye, fikirîna kesên ji derveyî xwe heye. Xwişk û biratiya gelan heye. Ev yek cewherê çanda gelê me ye. Eger ku bedelên wê giran be jî , em bi vê çandê bawer in, keyfxweş in û serblilind in. Careke din diyar dibe ku ger destên xêrnexwaz û desthilatdar nebin, wê tevahî civakên pireng bikarin di nava aramiyan de û bi xwişk û biratiya gelan re jiyan bikin.


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/10/15

HEJMAR 14

18

çand

Diclepress13@gmail.com

Dengbêja Êzîdî ya Jin(Sûsika Simo)

bi derfetên xwe Koma Opera û Bale damezirandibûn

Îbrahîm Osman

Gava ku Sûska me û Karpêtê Xaço li

ber awaza bilûra Egîdê Cimo davêtin ber hev û distiran, harmoniya dengê wanî bi ahengî lihevhatî, mîna misk û embera ser sîngê dîlberan diherikî dilê mirovan. Vê melodiya buhiştîn dilên birîndar aşt dikir, dilên sax dax dikir û mîna rûbaran diherikiya ser heyamên xwînî û qurnên şikestî. Jina Êzîdî ya ku bi awaz, hûner û keda xwe zincîrên pola qetandin, dîwarên asê hilweşandin, rê li pêşiya xwe vekir û derket qada dengbêjiyê û wekî dengbêja jin a ewilî ku tê pejirandin, Sûsika me, Sûsika Simo ye. Sûsika Simo, li gel kilambêjiyê di heman demê de ew jineke şoreşger û sosyalîst bû di lêgera azadiyê de. Ew awazeke xweser a bi kul û kes-

eran barkirî bû. Wê stranên Kurdî distran bi stranan navdar bû û li dinyayê hate naskirin. Mirov dikare bibêje ku dengbêjiya Kurdî a ku rehên xwe ji kûrahiya dîrokê werdigre cara ewil di kesayeta jineke dengbêj de kulîlk vedan. Sûsika Simo him jin, him Êzîdî him jî Kurd bû. Gava ku mirov van her sê nasnameyên wê tîne ba hev, di wê heyamê de wekî jin derketina ser dika kilambêjiyê, li pêş civakê kilam gotin û çêkirina bernameyên radyoyê, mirov dikare pirr bi hêsanî bibîne ku vê jina xwedî vîna azad û werek ji bo pêşya xwe veke çiqasî zahmetî kişandine. Helbet wê ji bo her hilmeke azadiyê ked û berdêl daye. Sûsika Simo, keça malbateke Êzîdî ya ku ji axa kal bavan hatine sirgûnkirin û bi hisreta welat diqijqijîn. Ew bi deng û kilamên xwe û bi awaza xweyî şîrin bû dengê êşên civaka Êzîdiyên Qafqasyayê. Ew jineke şoreşger, sosyalist û ser-

hildêr bû. Wê di zarokatiya xwe de li gelek kilamên xerîbiyê, çîrok û serpêhatyên koçberiyê guhdarî kir. Ew bi cil û bergên ji rengê netewî derket ser dikê û nûnertiya netewa kurd kir. Ew bi strana Miho hat naskirin û bi strana ku ji bo rêberê şoreşa Rûs Lenîn star jî navdar bû. Sûsika Simo, di sala 1925’an de li herêma Elegezê gundê Mîrekêda ya girêdayî Axbaranê, keça dê û bavekî Êzîdî hate dinyayê. Malbata wê bi qefleyê mezin ê Êzîdiyan re ji ber zilma Romê revyabûn, koçî Ermenîstanê bûbûn. Piştî ew hate dinyayê bi demeke kurt malbata wê koçî Gumirê kir û li wir akincî bûn. Sûsika Simo, li Gumirê mezin bû, xwend û doktoreya xwe li wê derê qedand. Dest bi kar kir û çend salan di nexweşxaneyekê de xebitî. Lê jiyaneke di nava çar dîwarên nexweşxaneyê de asê bûyî, ne li gorî bizava pêtiya agirê lêgera azadiyê, ku di henasa wê de hil bûyî bû. Ew bi valeyiya hundirê xwe dihisiya.


Diclepress13@gmail.com

çand

19

mîna balindeyekê bilind bifire. Bifire here xwe bigihîne destpêka dîrokê, li wir dest bavêje kilamên miletiyê en xwelî girtî, toza ser wan daweşîne û derxîne ser dika jiyanê. Wê dixwest, mîna Kewsûsika dengxweş bi dengê xwe, rengê xwe û awaza xwe êş û janên gelê xwe bixwîne. Wê dixwest çîroka koçberên bêwar, tevkujiyên li pey hev bi ser Êzîdiyan de hatî, jiyanên qurifî, evînên nîvçemayî, vebêje bibe dirêş kûnêrên nêm girtî biteqîne. Sûsika Simo giyaşt mirad û merema xwe û ew bû dengê miletê xwe. Gava ku wê li radyoya Êrîvanê kilam distiran awaza wê di ser sûr û bedenên Amedê re derbas dibû digihîşt Xoresanê, di ser deşta Mûsilê re digihîşt kela xwîniyan çitayê Şengalê, ji wir xwe digihand çiyayê Kurmenc, di ser embara mêran re li Amanisan diket û li Mûnzûra Pîr û Rûspiyan olan vê dida. Sûsika Simo, cara ewil di sala 1946’ Lorîkên dayik wê ên li ser xerîbiyê an de bi erf û adetên Kurdî, rengê dihatin hizra wê. Lema wê dixwest netewî derket ser dikê û bi zimanê awaza xwe ji xwe re bike per û bask û Kurdî û Ermenî kilam gotin. Hetanî wê gavê tu dengbêjekî/e

Sûsika Simo, di sala 1925’an de li herêma Elegezê gundê Mîrekêda ya girêdayî Axbaranê, keça dê û bavekî Êzîdî hate dinyayê. Malbata wê bi qefleyê mezin ê Êzîdiyan re ji ber zilma Romê revyabûn, koçî Ermenîstanê bûbûn

HEJMAR 14

2019/10/15

SAL 3

KOVAR DICLE

Kurd li ser dika dewletê stran negotibûn. Sûsika Simo a ewil bû ku li Ermenîstanê derket ser dika dewletê kilam gotin. Cil û bergên wê kesî, sor û zerbûn û kofiyeke kurmancî li ser serê wê bû. Sûsika Simo bi derfetên xwe Koma Opera û Bale damezirandibûn û ew bi rêve dibirin. Ji bilî wê, bi Koma Şanoya Elegezê re jî derdiket ser dikê û stran distira. Wê ji reqs û govendê jî pirr hez dikir û ji komên folklorê re jî mamostetî dikir. Sûsika Simo di sala 1965’an de di asta xwe ya hûnerî ya tewrî bilinde bû. Wê li Qada Sor gelek konserên mezin pêşkêşî xelkê kirin. Bi rêya van konseran nav û dengê wê li temamiya erdnîgariya Sovyetê belav bû. Egîdê Cimo bi bilûra xwe û Karpêtê Xaço bi dengê xwe hevaltiya stranên Sûsika me dikirin. Van her sê navdaran bi hûnera xwe nav û dengê gelême wekî peyam giyandin dinyayê. Dengbêja qedirbilind Sûsika Simo, di 52 saliya xwe de di sala 1977’an de li Erivanê xatir ji jiyanê xwest.


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/10/15

HEJMAR 14

20

jin

Diclepress13@gmail.com

Jinên Êzidî yên mohra xwe li dîroka Kurdan xistin

Di dîroka Êzidiyan de ku li dijî ferman, qirkirin û sirgûnê hebûna xwe parastin, gelek jinên berxwedêr, lîder, nivîskar û hunermend derketin pêş. Di têkoşîna azadiyê û parastina çanda Kurd de rola wan girîng e.

man, qirkirin û sirgûnê hebûna xwe parastin, gelek jinên berxwedêr, lîder, nivîskar û hunermend derketin pêş. Di têkoşîna azadiyê û parastina çanda Kurd de rola wan girîng e. Meyan Xatûn, Binevş Agal, Eznîva Reşîd, Cemîla Celîl çend ji wan e…

A: PERWER YAŞ

MEYAN XATÛN: Meyan Xatûn sala 1873’an li gundê Baedre yê Şêxanê ji dayik bû. Wê demê yek ji komkujiyên herî mezin ên sedsala dawî li Êzidiyan û Şengalê hatekirin. Qirkirina destpêkê ya sedsala 19’an di sala 1832’an de bi fermana prensê Soran Mîr Mûhammed(Mîrê Kor) hate kirin. Li Şengalê Mîr Elî Beg ê Yekemîn hate qetilkirin. Meyan Xatûn jî hevsera Mîr Elî Beg ê Duyemîn bû. Di sala 1892’an de artêşa Osmanî ya bi fermandariya Omer Vehbî Paşa bi desteka hin eşîrên Kurd ên Misilman û Ereb careke din komkujiyê li Şengalê dike. Omer Vehbî Paşa mezintirîn fermana li Êzidiyan pêk anî û bi

Çeteyên DAÎŞ’ê dema ku 3’ê Te-

baxa 2014’an êrîşî Şengalê kirin, yek ji qirkirina herî giran a dîroka nêz a mirovahiyê kirin. Bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, bi hezaran jin û zarok hatin revandin. Ya ku bi serê Êzidiyan ve hat weke ‘Fermana 73’an’ hate pênaskirin û bi taybetî ji ber hovîtiya li jinên Êzidî hate kirin qirkirin weke ‘hovîtiya li jinên Êzidî’ hate pênasekirin. Jinên Êzidî bi taybetî bûn hedefa êrîşan, ji ber ku yên kevneşopî û çanda xwe gihandin vê serdemê ew in. Herî zêde wan li dijî ferman û asîmîlasyonê li ber xwe dan. Di dîroka Êzidiyan de ku li dijî fer-

hezaran Êzidiyên ku qebûl nekirin derbasî Îslamiyetê bibin qetil kir, li Şengalê bi zorê Îslamiyet ferz kir. Mîr Elî Beg ê Duyemîn û hevsera wî Meyan Xatûnê dişînin sirgûnê, eşya û berhemên pîroz ên Êzidiyan dişînin Mûsilê û deverên pîroz ên li Şengalê bi zorê dikin medrese. Di encama zexta Xiristiyanên li nava Osmanî navber dan qirkirina li Şengalê û Omer Vehbî Paşa ji wezîfeya li herêmê hate dûrxistin û ew birin Stenbolê. Di dema fermanê de Meyan Xatûn bi wêrekî û kesayetiya xwe ya otorîter Êzidî di nava yekîtiyê de hişt. Piştî ku hevserê wê jiyana xwe ji dest da, kurê wê Saîd tevî ku hîn biçûk bû demekê mîrtî kir. Di dema mîrtiya kurê xwe Saîd Elî Beg û neviyê xwe Mîr Tahsîn Beg (Di Çileya 2019’an de wefat kir) li pişt perdeyê timî lîdertî kir. Pêşengî kir ku Laleş ji nû ve bibe îbadetxaneya Êzidiyan û heta sala 1956’an dema wefat kir, di dîroka nêz a Êzidiyan de weke jineke girîng hate dîtin.


Diclepress13@gmail.com

Sala 1984’an li Elmanyayê tevlî nava têkoşîna PKK’ê dibe. Sala 1985’an derbasî Sûriye û Rojava dibe. Sala 1988’an ji bo karên gel ên li Cizîrê derbasî Bakurê Kurdistanê dibe BEGÊ SAMUR: Begê Samur di nava eşîra Dina de di navbera salên 1894-1958’an de li gundê Mishacerk ê Pirsûsê û gundê Oglakçi yê Wêranşarê yên Rihayê ma. Bi avabûna Komara Tirkiyeyê re yek ji wan Êzidiyan bû ku dewleta

jin

21

HEJMAR 14

2019/10/15

SAL 3

KOVAR DICLE

Navê wê ne tenê di dîroka berxwedanê ya Êzidiyan de wê di dîroka têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de bê bîranîn. Sala 1966’an li navçeya Qûbînê ya Êlihê ji dayik bû. Sala 1984’an li Elmanyayê tevlî nava têkoşîna PKK’ê dibe. Sala 1985’an derbasî Sûriye û Rojava dibe. Sala 1988’an ji bo karên gel ên li Cizîrê derbasî Bakurê Kurdistanê dibe. Di demeke kurt de li Cizîrê ‘efsaneya Bêrîvan’ deng vedide. Bandorê li her malê dike, li her jinan dike ku tevlî têkoşîn û berxwedanê bibe. DewleTirk nekarî wê bike Misilman û bi ta Tirk jî dide pey wê. Di 18’ê Çileya demê re di nava gel de veguherî ef- 1989’an de di şer de jiyana xwe ji saneyekê. dest dide. Li Cizîrê tê veşartin û tevî ku Êzidiye gora wê mîna tirbeyekê tê EZNÎVA REŞÎD: dîtin. Di sala 1926’an de li gundê Elegez ê Ermenistanê ji dayik bû. Di sala BEHIYE YASÎT (HACER): 1955’an de li radyoya Erivanê bû Piştî Binevş Agal jina duyemîn a pêşkêşvana destpêkê ya jin. Di nava Êzidî ye ku tevlî nava PKK’ê dibe. Di 27 salan de dengê wê ji Ermenistanê sala 1965’an de li navçeya Qûbînê ji gihaşt tevahiya Kurdistanê. Reşîd di dayik dibe. Di sala 1965’an de tevî sala 2000’î de jiyana xwe ji dest da. malbata xwe tê Celle û li wir PKK’ê nas dike. Piştî salekê bi rengekî çalak CEMÎLA CELÎL: tevlî şoreşgeriyê û refên gerîla dibe. Cemîla Celîl sala 1940’î li Erivanê ji Di 4’ê Kanûna 1989’an de tevî 11 dayik bû. Yek ji zarokên Casimê Celîl hevalên xwe dema ku hewl didan ji e ku xizmeteke girîng ji wêje, dîrok û çemê Dîcleyê derbas bibin kete kemuzîka Kurdî re kiriye. Malbata wê mîna hêzên artêşa Tirk. Cenazeyê ji Qersê sirgûnî Ermenistanê bûye. Yasît û 11 gerîlayan li Cizîrê li gel Xwişk û birayên Celîl hemûyan çand gora Binevş Agal hatin veşartin. û wêjeya Kurdî tercîh kirin. Prof. Dr. Ordîxanê Celîl wêje, Prof. Dr. Celîlê ESMER DEMÎR: Celîl dîrok û Cemîla Celîlê jî muzîk Piştî şehadeta Binevş Agal jineke din tercîh kiriye. a Êzidî ji Elmanyayê tevlî nava refên Di temenê xwe yê ciwantiyê de li têkoşîna azadiyê bû. Esmer Demîr radyoya Erivanê dest bi kar kir. Di 24 sala 1981’ê li gundê Dusayî yê saliya xwe de 75 stranên gelêrî yên Qûbînê ji dayik bû. Sala 1990’î li ElKurdî veguherand notayê û pirtûka manyayê tevlî nava refên PKK’ê bû û klamên Kurdî amade kir. Matery- navê Xanê Sîpan li xwe kir. Demekê alên ku kom kir di nêzî 10 pirtûkan li nava PJAK’ê gerîlatî kir. Di sala de weşand. 2008’an de li herêma Kalareşê di şerê dijî hêzên Îranê de tevî şeş BINEVŞ AGAL (BÊRÎVAN):


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/10/15

HEJMAR 14

22

jin

Diclepress13@gmail.com

Meyan Xatûn jî hevsera Mîr Elî Beg ê Duyemîn bû. Di sala 1892’an de artêşa Osmanî ya bi fermandariya Omer Vehbî Paşa bi desteka hin eşîrên Kurd ên Misilman û Ereb careke din komkujiyê li Şengalê dike

.......... hevlaên xwe şehîd bû. Xwarziya dama Meclîsa YJA Starê. Di 12-22’ê endamê Koordînasyona Êzidî Zekî Kanûna 2011’an de li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê di şerê dijî artêşa Tirk de tevî Şengalî bû. 13 hevalên xwe şehîd bû. ZEYNEP BOZKÛRT(BINEVŞ Çavkanî: EDESSA): Zeynep Bozkûrt xwest bide ser şopa - Jinên Kurd, Rohat Alakom, APEC, Binevş Agal û navê wê li xwe kir. 1995 Sala 1974’an li navçeya Wêranşarê - Dîroka Êzidiyan, John S. Guest, ya Rihayê ji dayik bû. Piştî ku li El- Avesta, 2001. manyayê tevlî nava refên PKK’ê - Ezîzeya Nemir a Kurdên Êzidî, Yaşar bû navê Binevş Edessa li xwe kir. Li Batman, Weşanên Tevn, 2014 Akademiya Mahsûm Korkmaz per- - Jin û civaka Êzidî, Rojnameya werdeya siyasî û îdeolojîk wergirt. Yenî Ozgur Polîtîkayê, Sibata sala Di têkoşîna xwe de piştre bû en- 2012’an dama Konseya Leşkerî ya HPG’ê, en- - Arşîva Newaya Jin, Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka û ANF’ê.

Cemîla celîl Di 24 saliya xwe de 75 stranên gelêrî yên Kurdî veguherand notayê û pirtûka klamên Kurdî amade kir. Materyalên ku kom kir di nêzî 10 pirtûkan de weşand


Diclepress13@gmail.com

çand

23

HEJMAR 14

2019/10/15

SAL 3

KOVAR DICLE

Strana Keleşo û çîroka wê

Amîda Kurd

Îro ez ê ji we re qala strana“keleşo” û çîroka wê bikim. Helbet bi dehan versiyonê vê stranê hene lê bi îhtîmalekî mezin çîroka ku ez ê bidim pêşberî we ya heqîqî ye. Niha çend versiyon hene li ser înternetê û ew jî bi cudahiyên piçûk hema bêje wekî hev in. Mînak yek dibêje”ji lobê were xwarê” yek dibêje”ji obê”. Di cihekî din de yek dibêje”lo bedaro” yek dibêje”nobedaro”. Em ê heta ji destê min hat vê meseleê safî bikin û hin gotinên stranê ku heta îro li tu derî nehatine nivisîn û bihîstin em ê li vir parve bikin. Min heta niha ev çîrok û ev gotinên nû tenê ji bavê xwe bihîstiye. Bavê min jî êdî extiyar bûye û gelek gotina jî ji bîr ve kiriye lê dîsa jî çîrok bi awayekî zelal di hişê wî de ye. Li

gor bavê min ev strana”keleşo” di bingeha xwe de strana”feqiyo” ye. Û ev stran bi dehsalan belkî bi sedsalan e di nava feqiyên medreseyan de hatiye strandin û li ber meqamê vê stranê feqiyên medreseyan govenda”Bêlinte”yê lîstine. Govenda bêlinteyê tenê di nava feqî û melayan de meşhûr bûye û bi piranî ew lîstine. Ev stran qala çîroka evîna keçikek û feqiyekî medreseyê dike ku keçik û feqî her şev dihatin ba hev û hesreta xwe dihelandin. Di navbera cihê ku lawik lê ye û gundê keçikê di vê navberê de navê keçikê Zîzan e- çemekî heye û divê wexta ku hev bibînin yek ji çem derbas bibe. Feqiyê reben şevekî ji ber diza nobedar e û li ser”Lodekî” nobetê digre. Berê feqiyên medreseyan ger ji bo nimêja sibê ger ji bo dizan nobet digirtin. Lê di vê çîrokê de bi îhtîmaleke mezin nobeta dizan digre. Û şevekî dora nobetê ya feqiyê me ye û li ser lodê -ne obe an jî ne lob

e- nobetê digre. Ew şev zîzanê tê û wexta ku ji çem derbas bibe û bi şaşî dikeve cihekî kûr û di avê de difetise û çîrok li vir dest pê dike. Li gor bavê min ji ber ku ev strana medreseyan bûye kurdên fille gotinên ku îşareta misilmaniyê ne jê derxistine. Herwekî gotinên”feqiyo” jê derxistine û li dewsa wî”keleşo” danîne. Herwekî di versiyona erîwanê de gotina”mele îsa” tune. Em werin gotinên stranê û em ê paşiyê hinekî li ser wan jî biaxivin. Feqiyo nobedaro Lawiko nobedaro Tu ji lodê were xwaro Can dilê min emrê te Masîko pelbeleko Vê avê şolî meko Zîzanê winda meko Can dilê min emrê te Feqiyo lo bi daro


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/10/15

HEJMAR 14

24

çand

Diclepress13@gmail.com

Bavê min jî êdî extiyar bûye û gelek gotina jî ji bîr ve kiriye lê dîsa jî çîrok bi awayekî zelal di hişê wî de ye. Li gor bavê min ev strana”keleşo” di bingeha xwe de strana”feqiyo” ye

Lawiko lo bi daro Şev reş e diz hezaro Can dilê min emrê te Masîko pelşîno Vê avê mereşîno Zîzanê meêşîno Can dilê min emrê te Feqiyo mele îsa Lawiko mele îsa Qeytanê devê kîsa Can dilê min emrê te Masîko pelspiyo Vê avê meçelqîno Zîzanê metirsîno Can dilê min emrê te Feqiyo pirê çêke

Lawiko pirê çêke Cot kevrê mermer lêke De tu navê min xwe lêke Can dilê min emrê te

feqî jî di nava avê de lêdigere. Û piştî vê êşê dixwaze ku pirê çêke. Ev rêzkirina gotinên stranê ji aliyê min ve hate kirin. Yanî min li gor mantiqa xwe rêz kir ji ber ku bavê min gelek tevlihev digot û di versiyonên ser înternetê de jî herkes ji çarînek din dest pê dike. Îca em werin îdîaya min. Li gor min ev stran di nava feqî(mele îsa) û Masîko de derbas dibe lewra wexta feqî li ser lodê nobeta diza digre zîzanê ji ber ku çem bêpir e tê de difetise îca”Masîko” banî”Feqî Mele Îsa” dike.

Çend versiyonên dinên vê stranê jî hene lê tu eleqeya wan û vê çîrokê bi hev tune. Lewra di wan versiyonan de tenê meqam yek e wekî din gotin ji binî ve cuda ne. Herwekî tê dîtin ku di versiyona ku min parvekiriye de hemî valahiyên versiyona erîwanê tije dibe. Çimkî di versiyona wê de kesî fehm nedikir bê çima nobedar e û bê çima pirê lê dike û bê çima qala diza û lodê dike. Çîrok gelek zelal e. Zîzanê difetise û Masîko:


Diclepress13@gmail.com

Feqiyo nobedaro Lawiko nobedaro Tu ji lodê were xwaro Can dilê min emrê te Feqiyo:

Masîko pelbeleko Vê avê şolî meko Zîzanê winda meko Can dilê min emrê te

Masîko:

Feqiyo lo bi daro Lawiko lo bi daro Şev reş e diz hezaro Can dilê min emrê te

çand

Feqiyo:

Masîko pelşîno Vê avê mereşîno Zîzanê meêşîno Can dilê min emrê te

Masîko:

Feqiyo mele îsa Lawiko mele îsa Qeytanê devê kîsa Can dilê min emrê te

Feqiyo:

Masîko pelspiyo Vê avê meçelqîno Zîzanê metirsîno Can dilê min emrê te

25

HEJMAR 14

2019/10/15

SAL 3

KOVAR DICLE

Masîko:

Feqiyo pirê çêke Lawiko pirê çêke Cot kevrê mermer lêke De tu navê min xwe lêke Can dilê min emrê te

Dawiyê Masîko ji Feqî dixwaze ku pirekî çêke û navê xwe û wî li ser binivisîne. Kurdno bêyî destûra min herkes dikare van agahiyan li her derê belav bike û parve bike. çavkanî bavê min”evdilayê silîvî” sererastkirin û berhevkirin marlo.


KOVAR DICLE

2019/10/15

SAL 3

HEJMAR 14

26

dîrok

Diclepress13@gmail.com

Riha

Navê herî kevin yê bajêr Edessa ye

A: XATUN XIDIR Dîrok Riha yek ji bajarên herî qedîm û kevnare yên cîhanê ye. Her wiha di dîrokê de Riha wekî hêlîna mirovahiyê û qada şaristaniyê tê zanîn. Heta niha gelek şaristanî hatine li ser vê axê serwer bûne. Li ser axa Rihayê gelek şerên dijwar pêk hatine. Dema ku navê Rihayê tê lêvkirin warê Nemrûd û Îbrahîm pêxember

tê bîra mirovan. Dema ku navê Ri- Antiochos navê xwe li bajêr kirîbe hayê tê lêvkirin şerê Îbrahîman ê li jî, demeke şun ve navê wî hatiye hemberî Nemrûdan tê bîra mirovan. jibîrkirin. Li ser navê îro, yanî li ser peyva RiNav hayê gelek îddaa hene. Li gorî nezariCîroka navê Rihayê wek dîroka ba- yekî peyva Rihayê ji zimanê Suryanî jêr tevlihev û kûr e. Navê herî kevin ji peyva Orha/Orihaî tê, bi erebî jî ji yê bajêr Edessa ye. Ev nav heta salê peyva Vurihaî (Ava Pir) tê. Herwiha, 300 berî zayinê dirêj dibe û ji dema hin kes navê Rihayê bi peyva yewnMakodoniyan maye. Navê Edessa anî Osruan, hin kes jî bi peyva latînî ji aliyê Seleukos ve li bajêr hatiye Urfayva girêdidin. danîn. Di salên 200 de, qralê Bîzans Piştre nav wek Riha, Urfa hatiye


Diclepress13@gmail.com

dîrok

27

guhertin. Nav ji alî tirkan ve wek “Şanliurfa” hatiye guhertin, lê bajar Piştî Îsa (zayîn) p.z. ji aliyê Kurdan ve Riha tê zanîn. 117 - 395 dema împeratoriya Roma 395 dema bîzansiyan Kronolojiya bajêr 639 dema ereban Berî Îsa (zayîn) b.z. 1071 dema selçukiyan 2000 - 1300 dema mîtanî û hûriyan 1514 dema Împeratoriya Osmanî 100 - 612 dema asûriyan Eyûbiyan jî gelek sala hukimdarî li 612 - 550 dema medan Rihayê kir. 550 - 332 dema persan 332 - 313 dema makedoniyan Ciyên dîrokî 132 hukumdariya Osroene Herêm ji alî tarix ve pir dewlemend

HEJMAR 14

2019/10/15

SAL 3

KOVAR DICLE

e. Kela bajêr li navenda bajêr e. Mizgeft û gola Halîl ul-Rehman jî ji alî gel û turîstan ve tên ziyaret kirin. Navça Xaranê bi xaniyên xwe yên taybetî ji bo turistan ciyek gerê ye. Bendava Ataturk jî ji bo gerê û sporên ser avê ciyek mûsaîd e. Erdnîgarî Ji xeynî hêjayiyên xwe yên dîrokî, xwezaya Rihayê him li cîhanê him jî li welatê me cihekî girîng digire û


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/10/15

HEJMAR 14

Li ser navê îro, yanî li ser peyva Rihayê gelek îddaa hene. Li gorî nezariyekî peyva Rihayê ji zimanê Suryanî ji peyva Orha/ Orihaî tê, bi erebî jî ji peyva Vurihaî (Ava Pir) tê di hundirê xwe de ajalên gelek nadîr xwedî dike.

Bajar di nav parelelên 36° 40´ û 38° 02´ bakur û merîdyenên 37° 50´ û 40° 12´ rojhilat de ne. Sînorên bajêr li bakur Semsûr û Diyarbekirê ve, li rojava bi Dîlok ve, li başûr bi Sûrî ve û li rojhilat jî bi Mêrdînê ve tê girêdan. Pîvana erdêer bajêr 18.584 km² ye. Erdê herêmê % 22,0 ji çiyan, % 16,3 ji deshtan û % 61,7 jî ji platoyan pêk tê. Li herêmê genim, ceh, nîsk, pembo, tirî û bi taybetî jî van salên dawî sebze û mewê jî li herêmê tên çandin. Li herêmê îklîmek reshayî heye. Havînan germ û zuha, zivistanan jî sar e, lê rojên bi berf li herêmê hindik in. Li herêmê ferqa navbera di germbûna şev û rojê pir e. Çiyayên herêmê Kismek ji çiyayê Qerejdaxê (1919 m)

28

dîrok

Diclepress13@gmail.com

dikeve hundurê hudûdên herêmê. Çiyayê bilind li herêmê tunene. Navên çiyayên herî girîng wiha ne: Çiyayên Takurtukir (1222 m) Tektek (801 m), Nemrûd (800m) Arat (771 m) Deşt, zozan, gelî û ajal Derê ku em jê re dibêjin deşt li vir peyda ye. Di deştan de dar tune ne, bi tenê riweyên giyayî yên ku wek firkên yeksalî mezin dibin hene. Dema ku meriv ji dûr ve lê dinêre, tu ajal nayên xuyane û ev der wek col xuya dike û mixabin ajalên ku tê de dijîn nayin zanîn. Di deştan de gelek ajalên cûda yên ku cinsên xwe pir kêm bûne tê de dijîn. Wekî gumgumokên mezin ên 1.5 metreyî, keftarên ku tenê di belgefîlman de serê xwe li hemberî şêran radikin û kergezên ku bejnê wan digihêje 2 metreyan. Sedemên ku ev ajalan nayin zanîn ev e ku ewan, ji ber ku di deştan de dijîn, xwe baş vedişêrin û hinek ji wan tenê di şevan de aktîf dibin e. Lê belê heger meriv hinek baldartir i vê deştê dinêre wê meriv karibe ev ajalên cûda û zindî yên ku xwe veşar dikin bibîne. Ev yek jî ferqa di nava nêrîn û dîtinê de ye.

Navên deştên Rihayê wiha ne: Deşta Xarranê; Mezinbûna deştê 2750 km² ye. Deşta Wêranşarê; Li rojhilatê deşta Xaranê ye. Mezinbûna wê 1200 km² ye. Deşta Sirûcê; li rojava yê deşta Xaranê ye, mezinbûna wî 700 km² ye. Deşta Curnê reş li rojavayê Qerejdax e. Ajalên herî balkêş ên ku xwe di deştan de vedişêrin ev in: Çem û gol Gola Xelîl el-Rehmen, Riha Çemê Feradê; Çemê herî mezin yê Kurdistanê ye. Ji erdên Semsûrê dikeve hundirê hudûdên Rihayê. Çem di nav sê welatan de diherêke û wala dibe Xelîca Besra yê. Çemên Culap, Cavsak, Belih, Xabûr û Zengeçûr şaxên Feradê ne û di herêmê ve diherikin. Gola Xelîl el-Rehmen; 150m dirêj û 39 m fireh e. Li mizgefta Xelîl el-Rehmen

e. Mehsiyên hundirê golê pîroz in û ji alî gel ve nayin girtin. Gola Aynîzeliha; 50 m dirêj û 30 m fireh e. Mehsiyên hundirê golê pîrozên û ji alî gel ve nayine girtin. Gola mezin û ya biçûk ji golên din yê herêmê ne.


Diclepress13@gmail.com

Çemê Feradê; Çemê herî mezin yê Kurdistanê ye. Ji erdên Semsûrê dikeve hundirê hudûdên Rihayê. Çem di nav sê welatan de diherêke û wala dibe Xelîca Besra yê Gola Bendava Ataturk

dîrok

29

domiya ye. Ji ber wê yekê ku çanda feodaltiyê û axatiyê serdest maye. Jiyan ji bajarvaniyê û şaristaniyê wêdetir di çanda gundan de girtî maye. Loma jî ji bilî vîn û biryara kes zêdetir bîryara civak û eşîrtiyê li ser dest maye. Her wiha li hemberî gotina mezinên civakê an jî eşîrê zêdetir bervêdan pêk nehatiye. Xwarinên herêmê Herêm ji alî xwarinan pir dewlemend e. Xwarinin herî pir li herêmê tên xwarin kutilkên dagirtî, Acîn(çîkifte), beqlewe, kunefe (qedayif), kebeb û lehmecun nin. Taybetiyek herêmê jî xwarina îsotên tûj yên sor in.

Serwetên bin erdê Herêm ji alî madenan ve ne dewlemend e. Li Rihayê tenê fosfat û mal- Aqît (reçela îsotê sor) zemên ji bo tûxla û kiremîdan ji bin Reçela îsotê Rihayê an jî bi devoka Rierdê dertên. hayiyan Aqît navê berekê ji pêjgeha Ol û civak Bajerê Riha yê wek Bajarê Pêxamberan tê naskirin. Li gor rîvayetê gava Adem û Hewa ji bihûştê ên qewrandin, tên li Xaranê bi cih dibin.

Îbrahîm pêxember, Eyûb pêxember û Îsa pêxember jî li herêmê mane. Li herêmê Misilmantî ji elewî û sunnî yan pêk tê. Kurd, Ereb û Tirk piranî ya serjimarê diafirandin. Gelê Rihayê zêdetir bi çandinî û ajalkariyê ve mijûl e. Têkiliyeke mezin nîşanî bezirganiyê nedaye û jiyana wan bi piranî li gundan

kurdî ye û bi heqîqî ji îsotên tûj ên Rihayê tê çêkirin. Parêzgeha Rihayê bi îsotên xwe yên sor û tûj bi nav û deng e, lewra tê gotin ku gelê Rihayî ji tûjbûna xwarinan pir hez dikin. Ewqas ku, gotineke pêşiyinan dibêje ‘Li Rihayê îsot êmzika bebikan e’! Ji ber vê yekê îsot beşeke girîng a xwarin û pêjgeha Rihayê ye. Herwiha, aqît jî, ji bo tûjkirinê weke sos an jî baharata gelek xwarinan tê bikaranîn. Ji bo aqîta îsotan divê ev malzeme hebin: 1kg ji îsotên tûj ên sor, 1 kefçiya çayê ji darçîn, nîv bardaxek ji rûna

HEJMAR 14

2019/10/15

SAL 3

KOVAR DICLE

zeytûnê û nîv kefçiya çayê ji îsota reş. Berî her tiştî îsotên sor divê bên şuştin, birrîn û ji dendikan pakkirin. Piştre îsot ji makîneya goştan tê derbaskirin û di amanekê de tê komkirin. Ji bo ku ava xwe kêmtir be xwê dixin nav, tev didin û li ber rojê rêdixin. Paşê îsota reş, darçîn û rûna zeytûne li ser ve tal dikin û baş tev didin. Êdî reçela îsota sor - an bi navê xwe yê otantîk ‘aqît’ - ji bo pêjgehê amade ye û kare wek ‘etûr an jî sos bê xwarin. Kincên herêmê Di serê jinan de sharpeyek (yamshak) hene. Keçên ciwan kofiyek bi sharpeyek sipî (neçek) li serê xwe dikin. Li ser fîstanên dirêj, çakêtek dirêj tê li xwe kirin. Îshlik bê yaxe nê. SHalwarên ku jêra wan teng di bin fîstan de tê li xwe kirin. Di nigan de gorên hirî û pêlavên lastîk yê resh hene. Zilamên herêmê entariyên ber wan girtî li xwe dikin. Çakêt, shalwar û îshlik jî li hinek deveran li xwe dikin. Di serê zilaman de “egalên sipî” hene. Di nigan de “qondere” yan jî “ lastîkên resh” tê li xwe kirin. Hewa Li Riha balafirgehek heye û navê wê Balafirgeha GAP’ê ye.


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/10/15

HEJMAR 14

30

lêkolîn

Diclepress13@gmail.com

Çîroka Tofanê û çiyayên Kurdistanê

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl)

(Hin agahdariyên giştî) Netewe û çand: Dagîrkeran hên ji demên kevin da du şêwazên têkbirinê li dijî gelan pêkanîne: - Têkbirina fîziyologî: Bi kuştin, xizankirin, awarekirin, nixumandin û tevlêkirinê - Têkbirina çandî: Bi têkbirina çanda gelan, bidûrxistin ji çanda wan û reşkirina wê. Bidûrxistina neteweyê ji çanda wê kiryareka pir tirsnak û xeternake. Ew tê maneya şelandina neteweyê ji giyanê wê, ji rahên wê yên resen û

petî û ji nirx û sinciyên wê. Yanê guhartina wê ku ew tenha bibe dirûv û teşeyeka vala, ji bo yên din bibe dûvik û kole. Li ser asta çandî, dagîrkeran çar şêwaz pêkanîne ku çanda kurdî tineyî bikin: 1- Têkbirina beşekî ji çanda kurdî bi behaneya ku ew çandeka rêwendakirinê û nebawermendiyê ye(kufir). 2- Çepelkirina beşekî ji çanda kurdî, daku Kurd bixwe û kesên din jê birevin, jê şerm bikin û xwe jê bi dûrbixin. 3- Wendakirina beşekî ji çanda kurdî, daku kesê Kurd bê rah û damar bimîne. 4- Talankirina beşekî ji çanda kurdî ku ew ne ya Kurdane; ew ya kesên dine, û ji encamên van siyasetên koloniyalîst û dirinde ew bû, ku Kurd gihîştin sedsala bîstan û ew ji çanda xwe ya resen tiştekî nizanin; ji bilî hin tiştên biçûk, û ji encamên van siyasetan dîsa ew bû ku her carê Kurdan

derbarê beşekî biçûk jî xeber bida, pisporên çandên dagîrkeran seferber dibûn û angaşt dikirin ku Kurd dîrokê zir û çewt dikin(tezwîr dikin) û tiştê ku ne yê wane angaşt(îddîa) dikin. Wek ku Kurd - tevî hejmara wan ya bilind - gelekî bê welat, bê dîrok û bê çand be. Tofan di bermaya cîhanî da: Em di vê lêkolînê da mijarekê digirin dest ku li ser asta cîhanê balavbûyî ye û pir tê naskirin. Lê pir kêm tê zanîn ku peywendiya wê bi welatê Kurdan(Kurdistan) ra heye. Mebesta me mijara Tofanê ye(Tofana Nûh). Belê, bûyera Tofanê bûyereka cîhanî ye. Dr. Muhemmed Beyyûmî Mihran dibêje: “Bi temamî li gor lêkolîna James Frazer çîrokên Tofanê li parzemînên Asiya, Australiya, Amerîka Bakur, Navîn û Başûr, hên pêş heyama ewropî belav bûne. Lê belê belavbû-


Diclepress13@gmail.com

na wê li parzemîna Ewropa kême û li Afrîkayê jî hên kêmtire, ... di çanda misirî kevnar da ti şopeka vê çîrokê nîne” . Ji tofanan ra, helbet rahên rastîn di dîroka mirovatiyê da hene, û peywendiya wan bi heyamên geologî qeşayî ra heye. Ya dawîn, heyama qeşayî çarem bû ku pêş 20000(bîsthezar) sal bi dawî bû. Li dawiya her heyameka qeşayî û bi encama bilindbûna radeyên germahiyê, berf û qeşaya ku kombûye diheliya û vedigeriya dibû tofanên pir gewre. Ji bilî vê, tofan di mîtologî û ayînan da jî hatiye gotin. Nivîsên mîtologî yên here kevin ku agahdariyan derbarê tofanê didin, nivîsên somerî ne. Emê li vir, li ser kok û binyata Someriyan û mîtologiya somerî pir ranewestin, ji ber ku ev mijareka pirșax û firehe. Tiştê girîng ewe ku piraniya lêkolînerên li dîroka Someriyan piştrast dikin ku ew ji çiyayên başûrê Kurdistanê(beşê dagîrkirî li Îraqê) daketine deştên başûrê Mêzopotamiya û li wir şaristaniyeka geş û here kevin li rojavayê Asiyayê pêkanîne û di warê mîtologî da jî ya here dewlemende. Vê şaristaniyê bandora xwe li hemû şaristaniyên rojavayê Asiyayê kiriye û beşek ji mîtologiya somerî ketiye nav ayînên asîmanî(Cihûtî, Krîstiyanî û Îslametî), bi taybetî jî çîroka afirandina gerdûnê û heyberan, û çîroka Tofanê. Ka em niha hin agahdariyên giştî derbarê çîroka Tofanê ya somerî bînin ziman. Hin agahdariyên gelemper: Şêwazê somerî ji navê Tofanê ra eve: “uru-ma-a” û şêwazê babilî: “abu-

lêkolîn

31

bu” ye. Bi gelemperî, derbarê navên somerî, divêt em zanibin ku ew ji aliyê bilêvkirinê da raserî pir guhartinan hatine, dema ji somerî derbasî akkadî, paşê babilî bûne, û di pey ra derbasî zimanên ewropayî di dema nûjen da bûne. Û cara dawî derbasî wergerên erebî bûne. Dîroka somerî - bi gelemperî - bi du heyamên sereke tê levakirin: - Heyama pêş Tofanê: Di vê heyamê da padîşahî cara yekem ji asîman da dadikeve ser bajarê “Erîdû” û paşê derbasî pênc bajaran dibe heya ku Tofan tê. - Heyama piştî Tofanê: Di vê heyamê da, padîşahî ji asîman da dadikeve ser bajarê “Kîş”(Kish) û senseleta Kîş ya padîşahî yekem, senseleta yekeme ku piştî Tofanê di destpêka hezarsala sêhem b.z. da serdarî kiriye. Nawenda wan bajarê “Kîş” bû li nêziya bajarê Babil. Hejmarek ji padîşahên wê lexema “Padîşahê Kîş” li xwe kirine. Di pey ra, senseleta bajarê “Ûrûk” padîşahiya yekem bû ku bi saya serdar û qehremanê xwe “Gilgamêş” bajarê “Kîş” stand û xiste bin desthilata xwe. Divêt em bêjin ku serdarî li welatê Somer ne padîşahiyeka nawendî bû, û seranserê welatê Somer ne di bin desthilata yek padîşahî da bû. Ew di navbera “dewlet - bajar”-an da beşkirî bû; wek çawa li welatê Yûnana kevin jî. Ji çîroka Tofanê ra pir gotûbêj hene. Ya here kevin gotûbêja somerî ye. Di pey ra gotûbêja babilî ye ku di bingehê da ji gotûbêja somerî wergirtine. Cudahiya here girîng û yekane di herdu gotûbêjan da li ser navê qehremanê Tofanê ye. Di gotûbêja somerî da navê qehreman “Ziusudra” ye û di ya babilî da “Utnapishtim”e .

HEJMAR 14

2019/10/15

SAL 3

KOVAR DICLE

Bi temamî li gor lêkolîna James Frazer çîrokên Tofanê li parzemînên Asiya, Australiya, Amerîka Bakur, Navîn û Başûr, hên pêş heyama ewropî belav bûne Qehremanê Tofanê “Ziusudra”(Utnapishtim) kurê “Webar-Tûtû” ye û ew babîrê qehreman Gilgamêşe. Ji ber keda wî ya mezin di çêkirina keştiyê da û xelaskirina cinsê mirovî ji têkçûna bi Tofanê, xwedayan bi dilovaniya xwe jiyana hemdem dane wî, û bilindkirine heya redeya asîmanî; ewe yê ku sir û raza mayîna mirov wek hemdem para wî ye . Wek çîroka afirandina gerdûnê û heyberan, û çîroka Tofanê kesayetiya “Ziusudra” ya somerî hate guhartin û bû ramaneka ayînî bingehîn ku derbasî hemû çandên rojavayê Asiyayê bû. Ev tişt, di Cihûtî û Îslametiyê da, di kesayetiya pêximber Xizir, mirovê hemdem da, tê xuyakirin, yê ku xweda şiyan daye wî, bi pir dirûvên cuda bê xuyakirin, û di rewşên dijwar da alîkariya tenikhalan û zorlêkiriyan bike . Ev kesayetî di Krîstiyaniyê da, di kesayetiya “Mar Circis”(Cercîs) da tê xuyakirin. Ev jî careka din girîngiya bermaya mîtologiya somerî ji bo têgihîştina bermaya çandî ya seran-


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/10/15

HEJMAR 14

32

lêkolîn

Diclepress13@gmail.com


Diclepress13@gmail.com

lêkolîn

33

HEJMAR 14

2019/10/15

SAL 3

KOVAR DICLE

serê rojavayê Asiyayê piştrast dike; û ji bo têgihîştina pêkhatiyên hersê ayînan(Cihûtî, Krîstiyanî û Îslametî). Wisa tê xuyakirin ku mijara “Ziusudra”(mirovê hemdem) di ayîna kurdî kevnar “Yezdaniyê” da jî hebû. Nîşana vê yekê ewe ku pêximber Xizir di bermaya beşên ayînî, yên ku ji Yezdaniyê veqetiyane da jî heye; wek “Êzdîtî”, “Kakayîtî”, “Alawîtî”(Elewîtî). Ji Xizir ra ziyaret li pir herêmên Kurdistanê hene. Ew bi wê yekê navdare ku ew li nêziya gol û kaniyên avê dimîne û cejneka wî jî di biharê da heye. Dema qehreman Enkîdû, dostê Gilgamêş yê pir jê nêzîk û pêra germ, mir û Gilgamêş ji mirinê pir tirsiya, biryar da ku here ba bapîrê xwe “Ziusudra”(Utnapishtim) yê ku piştî Tofanê hên hemdem mabû, daku raz û sira hemdemiyê nasbike. Û li wir “Ziusudra” çîroka Tofanê ji neviyê xwe ra got. Evê mijara me ya dahatî be. Jêder: - Muhemmed Beyyûmi Mehran: Dîroka Îraqê ya kevin, rûpel 56-57. Georg Ro: Îraqa kevin, rûpel 67. - Muhemmed Beyyûmi Mehran: Dîroka Îraqê ya kevin, rûpel 89-92. - Amer Suleiman, Ehmed Malik ElFityan: Hin semînar di dîroka kevin da, rûpel 75. Hesen Muhyeddin ElSehdi: Di dîroka rojhilata nêzîk ya kevin da, rûpel 52. - Fadil Ebdulwahid Ali: Tofan di jêderên asîmanî da, rûpel 17. - Georg Ro: Îraqa kevin, rûpel 55-56. - Muhemmed Beyyûmi Mehran: Dîroka Îraqê ya kevin, rûpel 58. - Muhemmed Beyyûmi Mehran: Dîroka Îraqê ya kevin, rûpel 70. - Li El Tabarî binêre: Dîroka El-Tabari, 1/365, 2/28.

Wergera ji Erebî: Mustefa Reşîd


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/10/15

HEJMAR 14

34

hevpeyvîn

Diclepress13@gmail.com

‘Divê hunermed bikare bibe dil û mejiyê civakê’

Hunermendê Kurd Zinar Sozdar taybet tê zanîn û herî zêde bi stirana diyar kir ku pêwîste huner weke xwe ya ‘Lê Lê Dayê’ tê heskirin. Sozpergalek siyaseta qirêj neyê bi- dar li ser Muzîka Kurdî ji me re axivî. karanîn û got, divê huner ji bo gelan bê kirin, hunermend jî bik- ‘DIVÊ HUNERMEND BIBE DIL Û MEJIYÊ CIVAKÊ’ are bibe dil û mejiyê civakê. Sozdar da zanîn ku di sala 1988’an de ji ber polîtîkayên şer ên dewletê A: DENÎZ ÎKE neçar ma ku koçî Almanya bike û anî Hunermend afirînerên hestên ci- ziman ku ji bo xwe bigîhînin Kurdvakî yên ku didin der in. Bi hunera istanê gelek hewildan wî hebûn û xwe dil û mejiyê civakê dineqişînin. wiha axivî: “Dema ez hatim Amedê Bakurê Kurdistanê weke hemî par- gel em gelek xweş pêşwazî kir. Gelê çeyên din ên Kurdistanê bi hunera Kurd ji bo azad li ser axa xwe bijî xwe dewlemend e. Hunermendê gelek bedel daye. Gelek zehmetî Kurd Zinar Sozdar yek ji wan e ku kişandine. Beriya her tiştî gelê me bi dengê xwe û rengê hunera xwe li ser axa xwe koçber bûye. Dema cihê xwe di nava heskiriyên xwe ez têm Amedê bê guman weke her de çêkiriye. Ew di sala 1972’an de kesek hestên min jî cuda dibin. Ji bo li navçeya Depê ya Xarpetê hatiye her hunermendan jî gelek cudaye ku dinyayê. Hunermend Zinar Sozdar li hemberî gel stranên xwe bibêje û ê di sala 1988’an de derket sirgûnê bikare bibe dil û mejiyê civakê. Di di muzîka Kurdî de bi cihê xwe yê şahiyan de hate dîtin ku gel bêriya awazên me kiriye û me jî bêriya

gelê xwe kiriye. Ez îro li Amedê me ji bo min tiştek cuda û bextewariyek mezin e”. ‘EZ BI STRANÊN XWE RE DIBIM GIYAN’ Sozdar dibêje, ji ber ku 30 sal e li welatê xeribiyê dijî, stran û awazên wî bêhtir li ser bêrîkirina axa Kurdistanê ye û wiha pê de çû: “Dema mirov li xerîbiyê bijî û ji axa xwe dûr be, bihar li mirovan dibe zivistan. Gotinek li herêma me heye ku dibêjin, 33 kilamên hirçê hene ku ew 33 kilam jî li ser hermî ne. Ji sedî 90 stranên ku min di albûmên xwe de xwendine, bêrî kirin û hesreta welat, dayik, çand, xwaza û evînê ye. Kesayeta min û stiranên min ji hevdû digre. Ez bi stranên xwe re dibim giyan”. ‘DIL Û MEJIYÊ CIVAKÊ’ Sozdar anî ziman ku huner afirînerên


Diclepress13@gmail.com

hestên civakî yên ku didin der in û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Divê hunermend bi hunera xwe dil û mejiyê civakê bineqişînin. Hunermend di heman demê de pêşengên civakê ne. Divê her hunermendek êş û jana civak dikêşe bikare bi awayek azad bilêv bike û bibe parçeyek ji gel. Ez bawer dikim ku kesên guhdarî stranên min dike, xwe di hundirê stranên min de dibîne”. ‘BINGEHA MUZÎKA KURDÎ DENGBÊJIYE’ Sozdar destnîşan kir ku dengbêjên Kurd ên nemir, Çand û Hunera Kurdan bi awazên xwe yên hestiyar heta roja me anîne û got:”Dengbêjan di heman demê de, hem dîroka Kurdan a nehatî nivîsîn, hem jî wêjeya Kurdan a devkî ji civaka Kurd re vegotine. Dengbêjên Kurd ji tunebûnê hebûn ava kirin. Muzîka Kurdî heta niha nehatiye cihê pêwîst, lê belê li

hevpeyvîn

35

gel hemû zext û êrîşan Muzîka Kurdî pêş dikeve. Ji bo ku em Muzîka Kurdî pêş bixin jî bar dikeve li ser tevahiya hunermendan. Divê hunermendên Kurd ji çanda biyanî birevin û berê xwe bidin çanda Kurdewar. Çanda me dewlemende û weke deryayekê bê sînore”. ‘HUNER JI BO GEL E’ Sozdar bilêv kir ku demên borî hêjmara stranbêjên Kurd ku bi hunerê mijûl dibûn kêm bûn û ev tişt got: “Niha ev hêjmar gelek zêdeye. Bes hin kes bi rastî hunerê dikin an jî tiştek din mirov nizane. Ji ber ku li gorî çanda me, an jî Kurdîtiya me hunerê nakin. Divê huner ji bo gel. Ji bo hemû stranbêjan rêza min heye, lê divê ku stranbêj eslê xwe û ji kûrhatine ji bîr nekin. Erka ku dikeve ser milê wan, di vî warî de divê bi cih bînin. Hunermend divê ji civakê dûrî nebe”.

HEJMAR 14

2019/10/15

SAL 3

KOVAR DICLE

Ew di sala 1972’an de li navçeya Depê ya Xarpetê hatiye dinyayê. Hunermend Zinar Sozdar ê di sala 1988’an de derket sirgûnê di muzîka Kurdî de bi cihê xwe yê taybet tê zanîn û herî zêde bi stirana xwe ya ‘Lê Lê Dayê’ tê heskirin


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/10/15

HEJMAR 14

‘BÊTEHAMULIYA LI DIJÎ KURDÎ YE’ Sozdar anî ziman ku piştî 10 salan û vir de dîsan ew vegeriyaye welat û li gelek herêman konser da ye û bal kişand li ser qedexeya li ser hunermendên Kurd û wiha got: “Şaredariya Nisêbinê ya HDP’î plan kiribû ku 28’ê Tîrmehê bi beşdariya Azad Bedran û Zinar Sozdar konserekê li dar bixe. Lê Qeymeqamiya Nisêbînê destûr neda ku konser bê lidarxistin. Ev qedexe û astengî bêtehmûliya li dijî Kurdî ye. Em hinceta Qeymeqamê Nisêbînê bi tu awayî qebûl nakin. Ez ê vê mijarê bi parêzeran re jî bi axivim. Ezê şopdarê vê yekê bim. Pêwist be ezê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Sedem bêtehamuliya li hemberî Kurdî ye. Demek dirêj e li Ewropa me. Ji bo ku ez li bajarê xwe konser bidim pir kêfxweş bûm. Lê ev yek jî qedexe kirin. Ger ku konser bi Tirkî

36

hevpeyvîn

Diclepress13@gmail.com

bûya wê destur bidana. Neheqiyê li Gelê Kurd dikin. Ez biryarê şermezar dikim”. ‘JI BO KURDAN QEDEXEYE, LÊ JI BO RAYEDARÊN DEWLETÊ SERBESTE’ Sozdar da zanîn ku berî çendîn salan ji ber ku strana bi navê ‘Gula baxçê min’ xwendiye doz li wî hatibû vekirin û wiha dom kir:”Li me Kurdan peyva Kurdistan qedexe ye, lê belê ji bo rayedarên AKP’ê peyva Kurdistan serbeste. Berî çendîn salan di konserekê de ji bo ku min strana xwe ya ‘Gula baxçê min’ xwend, bi hinceta di hindirê stiranê de ‘ka welatê min Kurdistan’ heye, serdozgeriyê doz li min vekir. Ez hunermendek Kurdim û bi Kurdî stirana dibêjim, lê dewlet Kurdî ji bo Kurdan qedexe dike. Ev rûreşiyek dewletê bi xwe ye”.

Ji sedî 90 stranên ku min di albûmên xwe de xwendine, bêrî kirin û hesreta welat, dayik, çand, xwaza û evînê ye. Kesayeta min û stiranên min ji hevdû digre. Ez bi stranên xwe re dibim giyan(jiyan kirin)


Diclepress13@gmail.com

raport

37

HEJMAR 14

2019/10/15

SAL 3

KOVAR DICLE

‘Ji ber nêzîkatiya Neteweyên Yekbûyî ya li Şengalê rîsk didome’

Di ser êrîşên qirkirina Êzidiyan re 5

sal derbas bûn. Neteweyên Yekbûyî tevî bangên saziyên xwe jî hîn weke qirkirinê nas nekiriye. Serokê Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê Îgrek diyar kir, ev helwesta Neteweyên Yekbûyî dikare rê li ber komkujiyên nû veke. Kurdên Êzidî ku yek ji civakên herî qedîm ên Rojhilata Navîn e hem ji ber baweriya xwe hem jî ji ber Kurd-

bûna xwe di nava dîrokê de her tim bû hedefa komkujiyan. Êzidî dibêjin ku heta niha 74 komkujî li wan hatine kirin. Ya herî dawî jî êrîşa ji bo qirkirinê bû. Çeteyên DAÎŞ’ê 3’ê Tebaxa 2014’an xwestin Êzidiyan bi temamî ji holê rakin. Di salvegera 5’an a Qirkirina Şengalê de Êzidî û dostên wan careke din ji Neteweyên Yekbûyî û raya giştî

ya navneteweyî dixwazin ku êrîşa li Şengalê hate kirin weke qirkirinê pênase bikin, her wiha DAÎŞ û dewletên hevkarên wan li dadgehên navneteweyî bên darizandin. Ya balkêş ew e, saziyên ser bi Neteweyên Yekbûyî hovîtiya li Şengalê hate kirin weke qirkirinê bi nav kirin, lê belê Neteweyên Yekbûyî bi xwe ji vê yekê vedigire. Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di Adara 2015’an de daxuyaniyek weşand û li gorî raporên xwe diyar kir, “Li dijî Êzidiyan sûcên şer û mirovahiyê hatin kirin, ev sûc dikevin çarçoveya pênaseya qirkirinê.” Konseyê piştî vê raporê ji Konseya Ewlekariyê xwest ku bikeve nava liv û tevgerê, lê karekî berbiçav nehate kirin. Komîsyona Lêkolînên Sûriyeyê ya Serbixwe ya heman konseyê jî di 16’ê Hezîrana 2016’an de raporek eşkere kir. Komîsyonê ragihand, ku ya ku DAÎŞ’ê li Êzidiyan kir qirkirin e û bang li hêzên navneteweyî kir ku berpirsyaran eşkere bikin. Di salvegera 3’emîn a Qirkirina Şengalê de jî Konseya Mafên Mirovan bi daxuyaniyekê ji Neteweyên Yekbûyî û Hêzên Navneteweyî xwest ku Qirkirina Êzidiyan nas bikin û ji bo darizandina endamên DAÎŞ’ê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bixin nava liv û tevgerê. Ne tenê Konseya Mafên Mirovan her wiha gelek saziyên civakî yên sivîl ên navneteweyî xwestin ku Qirkirina Şengalê bên naskirin. Di encama hewldana saziyên Êzidiyan ên li Ewropayê de, Parlamenta


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/10/15

HEJMAR 14

Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê û Parlamenta Ewropayê heta niha bi navê ‘alîkariya ji bo Êzidiyan’ alîkarî bi hin saziyan re kirine, lê belê alîkariyeke yekser a bi Şengalê re nekirine

38

raport

Diclepress13@gmail.com

Ewropayê 4’ê Sibata 2016’an qirkirina li Şengalê xiste rojeva xwe û qebûl kir ku li Iraq û Sûriyeyê li Xiristiyanan û hindikahiyên din ên olî qirkirin hatiye kirin. Tevî vê biryarê jî dewletên endam ji bo çareserkirina mexdûriyetê karek nekirin. Di salvegera 5’an a Qirkirina Şengalê de Êzidî dixwazin statuya xweser a Şengalê bê qebûlkirin. Serokê Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê Fîkret Îgrek der barê helwesta Neteweyên Yekbûyî de axivî. ÎGREK: BÊDENGIYA BERIYA PÊNC SALAN HÎN JÎ DIDOME Îgrek bi bîr xist, dema ku DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kir ne koalîsyona navneteweyî, ne jî Neteweyên Yekbûyî helwest nîşan nedan û got, “Bêdengiya wê rojê hîn jî didome. Tevî hemû hevdîtinên me yên 5

salan di serî de Neteweyên Yekbûyî gelek saziyên navneteweyî ji bo pêçandina birînên civaka Êzidî gaveke berbiçav neavêtin.” Îgrek raporên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bi bîr xist ku bûyerên li Şengalê qewimîn weke qirkirinê bi nav kir û got, “Tevî van raporan jî Neteweyên Yekbûyî û saziyên din bûyerên li Şengalê qewimîn weke qirkirinê nas nekirin. Êşên me hîn mîna doh teze ne, em bi tundî şermezar dikin ku 3’ê Tebaxê weke qirkirinê nehatiye qebûlkirin. Bi wesîleya salvegera 5’an a qirkirinê em bang li Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî dikin ku 3’ê Tebaxê weke Qirkirina Êzidiyan qebûl bike, di heman demê de em dixwazin ku her kesên pêwendiya xwe bi qirkirinê heye li dadgehên navneteweyî bên darizandin.”


Diclepress13@gmail.com

‘ALÎKARIYA YEKSER A BI ŞENGALÊ RE TI CARÎ NEHATE KIRIN’ Îgrek diyar kir, Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê û Parlamenta Ewropayê heta niha bi navê ‘alîkariya ji bo Êzidiyan’ alîkarî bi hin saziyan re kirine, lê belê alîkariyeke yekser a bi Şengalê re nekirine û got, “Neteweyên Yekbûyî heta niha çima heyetek neşandiye Şengalê? Di vê rewşê de ku êşên qirkirinê hîn jî didome çima Neteweyên Yekbûyî nexwest hevdîtinê bi mirovên li Şengalê re bike? Ji bo çareserkirina mexdûriyeta wan mirovan çima gaveke pratîkî neavêt? Em ê van pirsên xwe timî li vê saziyê bikin ku xwedî wezîfe û berpirsyariyê ye. Her wiha em ê polîtîkaya wê ya qirêj jî nîşan bidin.”

raport

39

‘QANÛN STATUYA XWESER NAS DIKE, LÊ WELATÊN ROJAVAYÎ BÊDENG IN’ Îgrek destnîşan kir, yek ji daxwazên bingehîn ên civaka Êzidî qebûlkirina statuya xweser a Şengalê ye û got, “Di 4’ê Tîrmeha 2018’an de Konseya Ewropayê biryar da ku hindikahiyên olî yên li herêma Nînova û Şengalê xwedî maf in ku xwe bi rê ve bibin. Konsey ji bo vê biryara xwe pêk bîne nekete nava hewldanan. Her wiha li gorî qanûnên Iraqê gelên ku metirsiya komkujiyê li wan hene dikarin xwe bi rê ve bibin. Tevî van hemûyan hêz û saziyên rojavayî zext li hikumeta Bexdayê nekirin ku statuya xweser a Şengalê nas bike.” ‘HELWESTA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ DIKARE BIBE SEDEMA

HEJMAR 14

2019/10/15

SAL 3

KOVAR DICLE

METIRSIYA QIRKIRINEKE NÛ’ Îgrek destnîşan ki rku li Şengalê metirsiya qirkirineke nû heye û got, “Şengal niha dorpêçkirî ye. Hem hêzên Iraqê hem jî Heşdî Şabî lê hene. Tirkiye jî timî gefan dixwe û bi êrîşên xwe nîşan dide ku komkujiyên nû dikarin li gelê me bên kirin.” Îgrek diyar kir, gelê Şengalê bi xwe birînên xwe pêçandiye û got, “Eger Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî helwesta xwe ya heta niha bidomîne, ev rewş wê bibe sedem ku plansaziyeke nû ya komkujiyan li gelê me bê kirin. Em careke din bang li Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî dikin, Qirkirina Êzidiyan a 3’ê Tebaxê û statuya xweser a Şengalê nas bikin.”

Çavkanî: ANF


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/10/15

HEJMAR 14

40

tendurostî

Diclepress13@gmail.com

Qenctirîn derman, xwe Parastine Yek ji nexweşî û acizmendara bêderman jî êşa Mîgrenê ye

Sûdê kuncî bo bedena mirovan

Kuncî riwekek dexlane, ji malbata

xweşik dike. 14- êşên bedenê dikêşe û hwd. Di derbarê kunciyan de Prof Dr. Îbrahîm Gokçek dibêje:”Di tibê de nebatek şîfayî ya pileya duwem tê hesibandin, lewre zêde lêkolîn li ser nehatine kirin. Lê Japon, ji her 2-3 mehan carekê ji bo paqijkirina bedenê li bedena xwe dixin û piştî 30 deqîqan xwe dişon”. Prof Dr. Ahmet Marankî, Zûlfîye Erdem û Mufîye Akin dibêjin:“Nirxa wê ya xwedîkirinê bilind e. Ji bo xistina kevirên sefrayê bi fayde ye. Ji bo nexweşiyên kezebê tê bikaranîn; zikêş û qebizê ji holê radike, aşikê hêsan dike. Di lêkolînên li ser heywanan hatine kirin de tesbît bûye ku şekirê xwînê daxistiye. Heft cûreyên êşbirên hevgirtî dihewîne. Bedenê nerm û xweşik dike. Ji bo nexweşiya şekir û sotiniyan bi fayde ye”.

kuncîyan e. Bejna wê bi tîrane 50 150 cm bilind dibe û kêm caran çik jê diçin. Dema kuncî digehin, wek genim tên çinîn û bi gurzan heyamekê tên hiştin da ku baş bigehin û qaşûlên wan hişk bibin. Paşê tên daweşandin. Bikêrhatinên kuncî: 1-Pêşîya qebizbûnê û edavan digire. 2- Heke bê vexwarin, ji bo rûvîkan gelek baş e. 3- Hinekî qelewiyê dike. 4- Ji bo rêlibergirtina edavan dibe alîkar. 5- Ji bo xistina kevirên sefrê tê bikaranîn. 6- Hêza zayendî (cinsî) zêde dike. 7- Li hember bêdesthilatdarî, bêhntengî û bronşîtê bikêrhatî ye. 8-Taybetiya wê ya antîoksîdan heye. 9- Aşikê rahet dike .10 - Kolesterol û şekirê xwînê dadixe. 11- Pêşiya penceşêran, xasma ya pişikê digire. 12- Ji bo nexweşiyên kezebê tê bi- Bikaranîn: karanîn. 13- Çerm û por nerm û 1- Rûnê masajê

2- Xwarin 1- Masaja rûnê kuncîyan: Hûn dikarin sererast rûnê kuncîyan li tevahiya bedena xwe xin, 30 deqîqan bisekinin û paşê xwe bişon. Heke hûn karê giran dikin û diwestin(dibetilin - mandû dibin) hinek rûnê kuncîyan bi tiliya xwe li nav herdu birû, pişta guh û binê piyê xwe bixin. Wê betilîna we derbas be û hunê xewek xweş bikin. Heke hûn pêre guhdariya mûzîkek sivik jî bikin, wê hê jî xweştir be. 2- Rûnê kuncîyan, ji bo xweparastina li hember tahrê(sotina tavê) gelek bikêrhatî ye . Heke hûn hinek rûnê kakao jî tev bikin û xwe bidin ber tavê yan jî ava gêzeran vexwin, wê bedena we zûtir pê qemer(bronz) bibe . 3- Ji bo kesên pîr û yên di movikên wan de kişil(kils) heye û êşên giran dikêşînin: Heke hinek rûnê bîberiye, ji bo varîs, bawîbûn û tevgêra xwînê


Diclepress13@gmail.com

hinek rûnê tirincok(melîsa) tev bikin wê fayda wê zêdetir be. 4- Rûnê kunciyan jî wek yê zeytê tev li hemi xwarinan û seletan dibe. 5- Hûn dikarin kuncîyan li ser hemi xwarinên ku ji hevîr çêdibin bireşînin. Êşa pişt û qorikê Nexweşiya Ankîlîzan Spondîlît nexweşiyekî bi êş e û li ser mazmazka we bandorekî romantîzal çêdike. Her wiha ev nexweşî carna ji aliyê gel ve wekî fitiqa piştê tê binavkirin. Lê belê ev nexweşî ne fitiqa piştê ye. Ji ber wî jî teşhîskirina vî nexweşiyê pirî caran 8 salan jî berdewam dike. Ji bilî wî ji aliyê doktoran ve ev nexweşî hin caran bi şaşî wekî fitiqa piştê tê dîtin Li ser nexweşiya AnkîlîzanSpondîlît de Dr. Yahya Kemal Burkan ku niha li Nexweşxaneya Memorîalê ya Amedê di beşa Rehabîlîtasyon û Tedawiya Fîzîkê de dimîne ev agahî dan: “Ev nexweşî bi piranî di temenê 20 salî de derdikive û bi piranî di

tendurostî

41

zilaman de derdikeve pêş. Heger tedawiya nexweşiyê neyê kirin, li ser rewşa kesê nexweş bandorekî psîkolojîk jî çêdike. Ji ber wî jî kesên ku pişt û qorikên wan biêşên divê teqez serî li doktoran bidin”. Rê û rêbazên parastina ji nexweşiya Ankîlîzan Spondîlît: - Cihê ku hûn li serê radikevin divê hişk be lê divê we bêhuzûr neke. - Divê bi awayekî ahengdar xwarin bê xwarin û cixare jî neyê kişandin. - Divê her tim mazmazkê mirovan bixebite û tu carî korse neyê bikaranîn. - Divê kesên nexweş rojê 20 deqe serpiştî yan jî serdevkî xwe dirêj bikin û divê mirov dema rakeve xwe nekişîne hev. Pirsgirêka Pêşerojê: Mîgren Teknolojî hem baş e û hem jî qûşê li meriv diqetîne. Her ku teknolojî bi pêş dikeve, hewa û xweza jî tê guhertin û ji fabrîqeyên teknolojîyê dûman, jehr û ziqûm bi ezmên dikeve, ev jî dibe sedema

HEJMAR 14

2019/10/15

SAL 3

KOVAR DICLE

Migren bi gellek mirovan re û bi taybet jî bi jinan re zêde peyda dibe. Heta niha jî çareserîyek yekser ji mîgrenê re nehatiye ditin û pirê caran derman jî tu faydeyê nagihînin êşa mîgrenê, serêşa giran


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/10/15

HEJMAR 14

Nexweşiya Ankîlîzan Spondîlît nexweşiyekî bi êş e û li ser mazmazka we bandorekî romantîzal çêdike. Her wiha ev nexweşî carna ji aliyê gel ve wekî fitiqa piştê tê binavkirin, Lê belê ev nexweşî ne fitiqa piştê ye

42

tendurostî

Diclepress13@gmail.com

peydebûna gellek êş û nexweşîyên bêderman. Yek ji nexweşî û acizmendara bêderman jî êşa Mîgrenê ye. Ango; serêşa giran û bêderman e. Di peydebûna mîgrenê de sedem û bandorên herî mezin kirêtbûna hewayê, stres û pirsgirêkên aborî ne. Gava hewa kirêt, stresa zêde û pirsgirêkên aborî dikevin ser hev, serê meriv dibe wek mak û kunmoza êş û derdan û di pêvajoyê de ev êş û derd nexweşîyên bêderman, serêşên jandar ji meriv re çêdikin. Ne tenê mîgren, lê herweha hewa ne pakij, stres û pirdgirêkên aborî karin bibin sedema nexweşîyên pençeşêr û hinek nexweşîyên din jî. Migren bi gellek mirovan re û bi taybet jî bi jinan re zêde peyda dibe. Heta niha jî çareserîyek yekser ji mîgrenê re nehatiye ditin û pirê caran derman jî tu faydeyê nagihînin êşa mîgrenê, serêşa giran. Li gora îstatîstîkên pisporên tenduristiyê, bi taybet kesên ku li bajarên mezin dijin, ji kesên ku li gun-

dan dijin zûtir raseri vê êşa xedar tên. Stresa bajêr, hewa ne pakij, bohranên abori û zehmetiyên jiyanê, dihêlin ku mirov zûtir raseriêşa migrenê bê û ev ji pirsgirêkek ji pirsgirêkên pêşerojê ye. Li gora istatistikên ku hatine çêkirin, jin ji zilaman zêdetir raseri êşa migrenê tên. Migren serêşandinek giran e û çare jê re nehatiye ditin. Pispor bi taybet di seri de stresê wek sedema heri mezin a migrenê dibinin û pêşniyaz dikin ku divê mirov xwe ji stresa zêde bi dûr bixin. Îcar tembîya min li we be gelî xwendevanan. Hay ji xwe û nexweşîyan hebin. Bi taybet jî gerek jin hay ji xwe hebin ji ber ku barê jinê ji barê mêr girantir e. Derdê mêr, derdê zarokan, derdê malê, dan û stendina pêwistîyên malê, mezinkirina zarok û xemxwarina wan û bi dehan sedemên din, dibin sedem ku jin zûtir ji taqat bikevin û têkevin kemîn û tor û dehfikên nexweşîyê. Ji ber vê, xwe ji stresê dûr bixin û bêhnfireh bin.


Diclepress13@gmail.com

bîranîn

43

HEJMAR 14

2019/10/15

SAL 3

KOVAR DICLE

‘Jiyana gerîla helbest û romana zindî ye’

Li herêmên gerîla di gera xwe em rastî gerîlayekî bi navê Ajwan Botan hatin ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Gerîla Ajwan anî ziman li ser felsefe û fikrên Ocalan tevlî nava refên têkoşînê bûye û wateya jiyanê li vir dîtiye. A: XELÎL DAG ŞAHO Piştî silavdayînê gerîla Ajwan Botan xwe bi me da naskirin. Ajwan anî ziman ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye û sedemê tevlîbûna xwe ji me re vegot. Gerîla Ajwan diyar kir ku di nava civakê de wî dît ku ji bo xwe najî û bi wê sedemê kete nava lêkolînê. Ajwan got:”Di nava gerîla de fêrî fikir û felsefeya Serok Apo bûm. Li ser vê felsefê min rastî û wateya jiyanê dît. Ji bo vê min ev rê hilbijart û dest bi têkoşînê kir. Bi vê sedemê min cihê xwe di nava refên gerîla de girt”. ‘BI FELSEFEYA OCALAN BERÊ XWE DAN ÇIYE’ Ajwan bal kişand ser bandora perwerdeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah

Ocalan û got:”Bi perwerdehiyê mirov xwe nas dike û her ku xwe nas dike ji bo jiyanê têdikoşe, rastiya xwe û gelê xwe nas dike. Kesê xwe nas neke nikare tiştekî ji bo xwe û derdorî xwe pêk bîne. Nikare tiştekî bide gelê xwe û heta nikare ji wê têbikoşe. Bi perwerdehiyê mirov xwe nas dike ji bo çi bijî, ji bo çi heye û wê bi kû ve biçe. Bi raman û felsefeya Serok Apo di jiyana gerîla de mirov xwe hê baştir nas dike. Ji ber ku ev jiyana li vir rast e, durist û derew li xwe nagire. Bi her awayî mirov pêş dixe, rastiya Rêbertî dizen û xwe zêdetir dide kar”. ‘HUNER RASTIYA GEL Û CIVAKÊ YE’ Gerîla Botan bal kişand ser girîngiya nivîsê ya di nava gerîla de û ev got:”Jiyana gerîla kêlî bi kêlî helbeste, roman û rastiyeke dagirtî ye. Divê ev hest, vîn û eşq bi rastiya dîrokê ve bê hunadin û ji bo gel bê ragihandin. Dema em li dîroka gelê Kurd binêrin, em ê bibînin ku tim şer û dagirkerî heye, ji bo wê gelê Kurd jî di her demê dîrok de rewşa xwe bi helbest û çîrokan hunadiye û ragihandiye.

Helbestên xwe jî li ser vî esasî ku di dîrokê de bibe mayînde mîrateyeke ya gel. Dema ku mirov lê binêre ku gelê mirov çi êşê dikişîne, dagirkeriya dijmin çiqasî li ser civakê kûre, dîsa welat tê talaknkirin vê rast bibîne û rast binivîse. Dema ku rast nivîsî wê demê tu wê rast jî bimeşî”. ‘CIWAN DIVÊ TEVLÎ BIBIN Û CIVAK JÎ LI GORÎ HÊZA XWE KAR BIKE’ Di dewama sobheta xwe de Gerîla Ajwan Botan bang li ciwanên Rojhilatê Kurdistanê kir û diyar kir ku divê ciwan tevlî nava kar û refên têkoşînê bibin. Botan got:”Divê ciwan li dijî dagirkeriya welat bêdeng nemîne. Divê her kes li gorî hêz û kêrhatiyên xwe ji bo welat kar bike û rê nede lîstikên dijmin, bi taybet jî sîxûriyê. Dijmin dixwaze Kurdan bi Kurdan bide qetilkirin. Dewlet dixwaze bi birsîbûn, bêkarî û terorê gel bikişîne aliyê xwe. Eger ku gel bixwaze ti hêz bi qasî ya wê bi hêz nîne. Eger gel yek be, hev bigire wê bikare bi hêsanî dijmin têk bibe. Ji bo vê ye divê em têbikoşin û bi ser bikevin”.


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/10/15

HEJMAR 14

44

çand

Diclepress13@gmail.com

Dîroka Şano

Şano, hunerê mirov yê fêrbûyîna jiyanê ye

Hewar Gabar

Şano, ji hunerên din cuda bi destpêka

jiyana mirovtiyê re destpê dike. Şano, hunerê mirov yê fêrbûyîna jiyanê ye. Jixwe raza bê mirintiya şano, ji vêdê tê. Koka şano, di têkiliyên mirovê destpêkê û xwezayê de veşartî ye. Mirovê destpêkê, ji bû bikaribe bi xwezayê re bi awayek hevseng jiyan bibe, xwe li himber boyer û qewmînên xwezayê biparêze û serpêhatiyên xwe bi toxmê xwe re parve bike, hunerê xwe yê jiyanê bi nîşan û tevgerên bedenê fêrî zarok û derûdora xwe dike. Wekû numûne; ji sedema zimanê peyvan pêş ne ketiye, dayika komker hunerê xwe yê kom kirin û berhev kirina pêwîstiyên xwarin û vexwarinê, bavê nêçîrvan jî hunerê xwe yê nêçîrvantiyê bi tevgerên bedenê nîşa zarok û li paş hatiyên xwe dikin. Li ser tahtên şkeftên Mezrebotan yên ji serdema jor ya Mezolîtîkê mayîn (B.M 60-15 hezar sal) wêneyên mirovên kevilên heywanan dayîn ber rûyên xwe û derbazî destê xwe kirîn û tevgerên rîtmîk dikin tên dîtin. Ev wekû rûpûş û qunstûmê destpêkê û mînakên ewil yên şano têne pejiran-

din. Rûpûş, rêyek herî bi bandor ya kes nasnama xwe derbaz dike û bi awayek giştî temsîl kirina hebûnên cor bicore. Wekî di roja me de jî tê ramandin, gerdûn û tevayê hebûnê wê zindî ye. Komikên ewil yên mirovan jî bawer dikirin kû xweza zindî ye û ruh û kesîtiya boyerên di xwezayê de têne dubare kirin. Bi demê re, perestgahên pesartî vê baweriyê yên mirovan pêşketin. Mirovan di demên kifş de, di van perestgahan de şahî li dardixistin. Di van şahiyan de xwe bi rûpûşan dinixwimandin û şadîtiya xwe bi leyîstokan ratêxistin. Di van leyîstokan de bi temsîlî derbaz bûyîna mercên zor yên xwezayê û hatina demên xweş zindî dikirin. Reqs û şahiyên ji bû barandina baranê, an jî ji bû di nêçîrê de biser bikevin, mînakên destpêkê yên leyîstokên bipîvanin. Şahiya Newroz, kîso gerî, Zêw û sersal mînakên herî kifş yên hatina Demsala Biharê û dawî hatina mercên zehmet ya Zivistanê ne. Demsala Peyîzê jî wekû demsla bereketê dihat pejirandin û di vê demsal de ji bû zêde bûyîna berhem şahiyên cor bicor dihatin li darxistin. Ev civîn, şahî û reqsên li perestgahan pêş dikevin dibin binyata pêşêketina Hunera Şano ya birêkûpêk. Bi destpêka Şaristaniyeta Koledar re û piştî mirov bi çînan ji hev hatin veqetandin, şahî û leyîstokên ji bû fêr

bûyîna jiyanê hatîn pêş xistin jî ketin di xizmeta wesf û pesnên xwidayên koledar, wezîr û mîrên wan de. Êdî hatina Demsala Biharê û bereketê, wekû serkeftina qral bi leyîstokan dihat temsîl kirin. Şahiyên qralê sala kevin temsîl dike û qralê sala nû temsîl dike dihatin li darxistin û her tim qralê kevin li hembêr yê nû têk diçû. Ev wekû temsîlî bi leyîstokan dihatin nîşan dayîn. Demek dirêj di van leyîstokan de qralê sala kevin temsîl dikir dihat kuştin. Bi demê re ev pevçûnên di navbera du kesan de dihat kirin, bi kesek dimre û ji nû ve diveje hatin sîmge kirin. Bi guhertina baweriyan re rengê şano jî dihat guhertin. Lê, tu demên dîrokê de tiştek ji wate û girîngiya xwe winda ne kiriye. Bi derketina olên yêk xwidayî re, êdî şano ji bû wesf û pesnên şamanan hati ye pêşxistin. Teybetiya şahiyên şamanîst; li cihê hêza xwidayî nîşa tevlîvan an jî temaşevanan bike, şaman xwe nîşa dike. Di van şahiyan de li gor quralên hatîn kifş kirin, şaman jixwe diçû û dibû berevanên benîyan yê axret û cîhanê. Di roja me de jî şano dewsên van her du meyla hildigre. Meyla yêkem û koka bûyî sedemê derketina hunerê şano; fêr kirina jiyanê ye; meyla duyem jî bi şaristaniyetê re destpê dike û ji bû qayim kirina textê xwidayan dibe hunerê benî kirina mirovan.


Diclepress13@gmail.com

hevdîtin

45

HEJMAR 14

2019/10/15

SAL 3

KOVAR DICLE

Gîvara:

Li dijî dagirkeriyê min biryara jiyaneke nû da

“Ji bo tolgirtina şehîdan û tinekirina dagirkeriyê min biryara jiyaneke nû da. Ji bo bersivdayîna dagirkeriya li ser Efrînê min berê xwe da qadên azad”.

gelê me dihat meşandin, xakên me yên bi nirx dihat dagirkirin, êdî min nedikarî temaşeyî vê dîmenê bikim. Di destpêkê de min ev pirs ji xwe kir û ev di jiyana min de serdemek nû da destpêkirin. Bersiva vê pirsê jî teA:SEMA GABAR - TEKOŞÎN AXÎN vlîbûna nava refên gerîla bû. Armanca min li ser xeta tevgera Azadiyê, bi Gerîlayê HPG’ê Gîvara Kurdan rêbazên têkoşîna Apoyî bersivdana qala beşdarbûna xwe ya nava re- dagirkerî û tevkujiyê ye”. fên gerîla kir. Gerîla Gîvara li Başûrê Kurdistanê mezin dibe, li hember ‘JI BO BERSIVDAYÎNA DAzilm û zordariya ku li ser gelê Kurd GIRKERIYA LI SER EFRÎNÊ MIN tê meşandin berê xwe dide Tevgera BERÊ XWE DA QADÊN AZAD’ Azadiyê û hebûna xwe di nava PKK’ê de nas dike. Gerîla Gîvara, wek her ciwanekî Gerilayê HPG’ê Gîvara Kurdan li Kurd li hember dagirkeriyê hêrseke warê fermandar Helmet de ji dayîk mezin dijî. Bi taybetî di dema dadibe û dibe yek ji şopdarê azadiyê. girkeriya Efrînê de êdî nikare bêdeng Bi naskirina felsefeya Rêberê Gelê bîmine û biryara têkoşînê dide. HesKurd Abdullah Ocalan re biryara tên xwe yên wê demê jî wiha parve beşdarbûna gerîlayên azadiyê dide. dike; “Ji ber zilm û zordariya heyî, Sedema tevlîbûna xwe jî wiha ve- min xeta Apoyî hilbijart. Li her çar dibêje; “Zordariyeke bê sînor li ser perçeyê Kurdistanê li ser gelê Kurd

pergala tinekirinê dihat meşandin ji ber vê yekê min biryar da ku ez beşdarî nava refên azadiyê bibim. Dewleta Tirk ne tenê li Bakurê Kurdistanê li her derê ku hebûna gelê Kurd heyî de êrîşên herî hovane heta roja îro pêk tîne. Li Rojavayê Kurdistanê di dema dagirkeriya Efrînê de li ser gelê me tevkujiyek pêk anîn, min nedikarî tenê dîmenên komkujiyê temaşe bikim. Kal, pîr, jin, zarok û ciwan dihatin qetilkirin. Gelê me yên bê guneh dihatin kuştin, diviyabû gava yekemîn a ber bi azadiyê bihata avêtin û serîrakirinek bihata jiyîn ji ber vê yekê min berê xwe da nava refên gerîla. Ji bo tolgirtina şehîdan û tinekirina dagirkeriyê min biryara jiyaneke nû da. Her ku raman û felsefeya Rêber Apo fêr dibim hîn zêdetir fikrekî netewî û azad pêş dikeve. Ji bona serkeftina gavên azadiyê min biryar da ku cihê xwe di nava refên Tevgera Azadiyê de bigirim. Tevlîbû


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/10/15

HEJMAR 14

46

hevdîtin

Diclepress13@gmail.com

Ji ber zilm û zordariya heyî, min xeta Apoyî hilbijart. Li her çar perçeyê Kurdistanê li ser gelê Kurd pergala tinekirinê dihat meşandin ji ber vê yekê min biryar da ku ez beşdarî nava refên azadiyê bibim na min jî di dema êrîşên li ser Efrînê de çêbû”. ‘XETA PKK’Ê BI RÊBAZÊN TÊKOŞÎNA APOYÎ VE BERSIDVA DAGIRKERÎ Û TEVKUJIYÊ YE’ Gerîlayê HPG’ê Gîvara Kurdan di berdewamiya nirxandinên xwe de balê dikşîne sîstema dagirkeriyê û wiha dibêje; “Ji aliyê sîstemên serdest ve li ser gelê Kurd êrîşên herî hovane tê meşandin ev pir eşkere li holê ye. Çavgirtina vê rastiyê bêwijdanî ye. Bi rastî kesên ku bi navê Kurdbûnê dijîn çawa dikarin çavê xwe êrîşên dagirkeriyê re bigrin û rehet razên. Zilm û zordariyek li ser netewa Kurd tê meşandin, xakên

herî bi nirx tên dagirkirin, çavên ku tenê temaşeyî vê dîmenê bike divê yekser bikeve nava tevgerê. Di destpêkê de min vê pirsê ji xwe kir û ev di jiyana min de serdemekî nû da destpêkirin. Bersiva vê pirsê jî tevlîbûna nava refên gerîla bû. Armanca min; li ser xeta tevgera Azadiyê, bi rêbazên têkoşîna Apoyî bersivdana dagirkerî û tevkujiyê ye. Bi sedan sal e gelê me êrîşên herî hovane re rû bi rû dimîne, divê em jî bi têkoşîna azadiyê re dijmin tengav bikin, tine bikin. Ji ber vê yekê tevlî nava refên gerîla bûm. Di

jiyana gerîla de me dît ku sîstemên serdest hewl didin ku li ser ciwanên Kurd dûrketina çandî pêş bixin. Li her derê gelê Kurd dihat qetilkirin, xakên me dihatin dagirkirin lê belê hestên Kurdbûnê di nava civaka me de ji aliyê sîstemê ve hatibû lewaz kirin. Ji ber vê yekê rastiyên heyî nedihat dîtin. Bandoriya pergalê û polîtîkayên ku dijmin li ser me dimeşînê pir kûr e, bêguman tenê bi fikir û felsefeya azadiyê ya Rêber Apo re mirov dikare ji bandorên heyî rizgar bibe û vegere cewhera xwe. Mirov



KOVAR DICLE

SAL 3

2019/10/15

HEJMAR 14

yana azad re roj bi roj bi hêz dibin û ji bona mezinkirina têkoşîna azadiyê bangawaziya gelê Kurd dikin. Gerîla Gîvara wekî gerîlayekî HPG’ê biryardariya xwe a di derbarê serkeftinê de wiha tînê ziman; “Ji bona azadiya gelan em ê her tim têbikoşin, li hember zordariyê bersiva herî xurt bidin. Wekî Kurdekî û gerîlayekî banga gelê Başûr dikim da ku di rêya azadiyê de cihê xwe bigirin. Êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker û faşîst dimeşînê ti carî nayê qebûlkirin. Her ku li hember êrîşên dagirkeriyê bêdengî bê jiyîn wê asta êrîşkariyê jî bilindtir bibe”. ‘TI HÊZ NIKARE LI PÊŞIYA ÎRADEYA GEL BISEKINE, JI BER VÊ ÇARESERÎ SERHILDAN E’ Ji milekî ve êrîşên dagirkeriyê didomin ji milê din de jî gerîlayên Kurdistanê bi awayekî çalak beşdarî pêvajoyê dibin. Gerîla Gîvara di dawiya nirxandinên xwe de girîngiya şerê gelê şoreşgerî wiha tîne ziman; “Taybet heke gelê me yê Başûrê Kurdistanê li hember êrîşkariyê bêdeng bimînin wê tevkujiyên mezin

48

hevdîtin

Diclepress13@gmail.com

çêbikin. Heke niha pêşî li dagirkeriyê neyê girtin, gelê me ber bi azadiyê ve nemeşin, li hember îxanetê nesekinin wê di demê pêş de dibe ku ji bona xilasiya wê pir direng be. Niha dem dema serkeftin, dema dema serîrakirinê, qebûlnekirina bindestî, koletî û dagirkeriyê ye. Gelê Kurd û bi taybetî ciwanên Başûr li hember zilim û dagirkeriyê ku bi hevkariya îxanetê tê meşandin, roj bi roj xakên Başûrê Kurdistanê tê firotin divê serî rabikin, beşdarî nava refên gerîla bibin. Divê her Kurdek, bi taybetî ciwanên Kurd bersiva herî xurt li hember dagirkeriyê bidin, divê em şahadeta heval Helmet bê bersiv nehêlin. Emê bersiveke wiha bidin dijmin ku êdî nikaribe gavekî jî di xakên me de pêşve biçin ango gavek jî li ser xakên me de bimeşin. Bi destê PDK’ê ve gelek cîhên Kurdistanê ji bona hêzên dagirker hatiye pêşkeşkirin. Gelê me jî baş dizanê ku kî piştgiriya gel dike an jî kî li gel dijmin cih digire. Tenê gerîlayek jî bimînê em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî bi gelê xwe re têbikoşin. Li hember dagirkeriyê em ê bibin bersiv. Li Şeladizê, binarên Qendîlê, Xakurkê

Armanca min; li ser xeta tevgera Azadiyê, bi rêbazên têkoşîna Apoyî bersivdana dagirkerî û tevkujiyê ye gelê me tên şehîdkirin lê rêveberiya Başûr bêdeng e. Ji ber vê yekê divê gel û gerîla bi hev re bersiva êrîşan bidin. Çareserî, serîhildana gel e. Ti hêz nikare li pêşiya îradeya gel bisekinê. Pêwîst e serhildan çêbibe, raperîn çêbibe. Mirovên xwedan wijdan divê bi hestên neteweyî bersiv bidin. Bi yekîtiya gelan wê meşa û hêviya azadiyê bi ser bikeve, dijmin wê li ser xakên Kurdistanê bê tinekirin”.


Diclepress13@gmail.com

çand

49

HEJMAR 14

2019/10/15

SAL 3

KOVAR DICLE

Axa kû mêranî jê dibarê - Qahremanê Gundê Kovex ê!

Keleş Kiwexi

Sîstemên Wîlayetan kû Osmaniyan ava kiribû, civak dîl girtibû û bê Rêber û Semyan hiştibû. Li ser serê Civakê Mîr û Beg desthilatdar kiribûn û herem bi herem radestî wan kiribûn. Desthilatdarî avakiribû, zordarî damezrandibû. Hamû kesên kû ne misilman bûn Fermana wan radikirin, gundên wan dişewitandin. Ji Cizîra Botan hetanî Mêrdînê, radestî mala Bedirxanan kiribûn. Belê we rast xwend. Bapîrê wan kesên kû Alfabeta Kurdî nivîsandin, mixabin gelekî zordarî li me û Welatê me kirine. Desthilatdarî li ser serê me dabûn avakirin, em ji çand û Ola me dûr dixistin. Osmanîtî li ser me ferz dikirin. Hemû kesên kû ne wek wan difikirîn mal û milkê wan, cîh û

warên wan talan û wêran dikirin. Gelek Egîd û mêrxasên Kurd li hemberî vê pergala(sîstemê) desthilatdariyê serî hildidan û mixabin gelek ji wan bi destên mala Mîrê Botan(Mala Bedirxanan) bûn cangoriyê ax û warên xwe. Yek ji wan jî Mûso bû. Mûso ji Mîrê botan re serî daneanî. Li hemberî wan sekinî û serî da lê sir neda. Di vê nivîsa kurt de hunê çîroka Mûsoyê Kovexê bixwînin. Di Gundê Kovexê de du Bira hebûn. Navê wan Melek û Sofî bûn. Melek gelek dewlemend bû lê mixabin bê dunde bû. Sofî yê birayê wî jî keseki belengaz, lê xwêdî Zarok bû. Rojekê ji rojên xwedê berz di navbere herdû hevjînên wan de çêdibe. Gelek şoran ji hev re dibêjin, gelek peyvên tehl li eniya hev dixin. Hevjîna Sofî ji Jintiya xwe re dibêje keçê porkurê ev çi pesna te ye tu xwe li min mezin dikî, hemû mal û milkê we wê bi zarokên min ve bimînê. Dema kû hevjîna Sofî

vê peyva tehl li eniya Jintiya xwe dixê. Gelek hêrs dibe, gelekî li ber xwe dikevê. Rûdinê û bi ser halê xwe de hûrik hûrik hêstiran dibarînê. Milkê Gundê xwe hinek dabû Mesîhiyan û hinek jî dabû Eşîrek Kurdên sunnî. Di nav wan Kurdên sunnî de Jinek ku li gor şartên wê demê tên gotin di mal de mabû, navê wê Zero bû. Zero emrê wê zêdeyî 30 Salî derbas bubû û ji gotin û qisedanan jî seqet bûye. Hevjîna Melek radibe diçe, bi destên wê digre û tînê mal. Gava hevjîne we Melek tê malê wî jî îkna dike û zewaca wan dibirin li hev mahr dikin. Sirf ji bo kû Melek, ê kû emrê wî zêdeyî 65 salan bû hew bê dunde be. Piştî demek Xwedê Kurekî dide wan û navê wî dikin Mûso. Mûso yê kû Zarokê gelekî bi qîmet, ne tenê Kurê Dayîkekê bû. Dayikên wî dido bûn. Tiştekî jê kêm tunebû. Piştî demek dirêj êdi mezin bû û bû Şivanê Malbatê. Mixabin Şivanê kû zarokên malxalanê wî bûn gelekî


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/10/15

HEJMAR 14

50

çand

Diclepress13@gmail.com

Temoyê kû Stranek li ser hatiye çêkirin û hetanî roja îro jî li Şengalê li ser Miriyan tê gotin, dibêjê ku Temo xwe gelekî sûcdar dibînê. Ji ber kû wî gelek Pezkovî ji Mîrê Botan re kuştiye

belayên xwe lê dixistin. Her roj êrîşî wî dikirin. Mûso hew zanibû ku Pezê xwe bibê kû derê. Mûsoyê ku Bavê wî Melek û Jinbava wî emrê xwedê kiribûn neçar mabû bi Dayika xwe Zero re bi tenê bijî. Hertim xemgîn bû û nizanibû çi bike. Seyekî(Kûçik) Mûso hebû. Mûso bi kû de biçûya ew jî li dûv wî diçû. Seyê wî hînî wî bubû. Gelek mehla xwe berdabû ser wî. Rojekê Dayîka wî got: Mûso gere tu biçê Hezexê Mewija bînî. Wê demê ji nîvî zêdetir xelkê Hezexê Mesihî bûn. Mûso rabû ji mecbûrî berê xwe da Hezexê. Wek hertim dîsa Seyê wî jî da duv wî û berê xwe dan Hezexê. Bi ser rê ketin. Dema nêzî bajêr bûn Seyên Bajêr êrîşî wan kirin. Mûso bi kuderê va biçuya Seyê

wî jî pê re diçû. Dema ketin pexê Hezexê ji hemû kolanan ve Seyê Hezexiyan hatin seyê Mûso. Berxwedana Seyê Mûso li hemberî Seyên Hezexê deng veda. Seyên Hezexê bi xezep û bi kîn hatin. Wek kû li wan bi qudusî bibin. Seyê Mûso ket nava berxwedaneke kû hamû Bajar hat û matmayî man. Ji aliyekî ve wan di qewitîne û ji aliyê din ve jî Mûso diparêze. Mûso, ji berxwedana wî cesaret digirê, radijê keviran davêjê

wan seyan. Xwe bi zorê digihînê nava Bajêr. Derbasî nava bajêr dibe û yek ser berê xwe dide dikanê. Mûso radijê Mewijan û tev seyê xwe ji bajêr derdikevin. Di vegerê de hişê Mûso hima li ser berxwedana Seyê wî yê. Carcarna dikenê, carna jî serê xwe dihejînê. Ji dîtinên xwe bawer nake. Ji xwe re dibêje çawa Sayê min karibû ewqas seyên bajêr. Êvarî, Mûso kir û nekir nikaribû razê. Dema çavên xwe dibir ser hev, berx-


Diclepress13@gmail.com

wedana Seyê wî dihat ber çavên wî. Carekê ji nişkê ve rabû ser xwe û sond xwar kû êdî ew bi zordariya Şivanan re bê deng nemînê. Mûso her roj li dû Şivanekî diçê û li wan dixê. Bi gopalê xwe dikevê ser dilê wan, hetanî kû jê re têslîm dibin. Her roj Şivanek ser şikestî tê mal. Gundî li hev kom dibin û dibêjin“Mûso li te xêr e. Ev çi ye? Tu çi dixwazî”? Mûso dibêje: Berî demekê Şivanên we li min dixistin we rojêke tiştek

çand

51

ji wan re negot. Lê îro hun tên wan diparêzin. Mûso li ser hêrsa xwe, ji mal Xalanên xwe kû ji Eşîra Alikane, daxwaza kû ji Gundê wî biçin dike. Alikan dibêjin Mûso Bavê te milk daye me, wî em hewandin Gund. Em bê gundin. Emê bi kû de biçin? Mûso dibêjê: Bavê min hew saxe. Niha ez xwediyê Gundim û ez we hew dihewînim. Piştî kû Mûso ev gal galên dijwar kirin, Alikan rabûn

HEJMAR 14

2019/10/15

SAL 3

KOVAR DICLE

ji Gund derketin û çûn. Roj bi roj Mûso bi nav û deng dibê, Mêrxas dibê. Êdî Nav û dengê mêrxasiya wî digihê Mîrê Botan jî. Mûso ewqas bi cesaret bûye kû hetanî xulamên mîrê Botan jî diqawitînê. Rojek, Mîr xulamên xwe dişînê Kovexê da kû bacê ji wê derê jî bigirin. Xulam jî radibin diçin Kovexê. Ji Mûso daxwaza Bacê dikin. Mûso yê ku qet Bacê nebihîstiye ji wan tiştan re xeribe, hin pirsan li xulamên mîr


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/10/15

HEJMAR 14

dikê. Xulam gelekî jê re behsa bacê dikin. Yek ji wan dibêjê ku ger ew nede wê bi zorê ji wî bistînin. Li ser vê peyva giran ew jî hima radibe, bi xençeran dikevê ser dilê wî û nîv mirî ji bin kona xwe derdixê derva. Xulamên Mîr bi wî halê xwe yek ser berê xwe didin Birca Belek, dîwana Mîr. Diçin ji mîr re dibêjin kû Mûso gotiyê ez bacê nadim. Mîr bi hêrsek mezin radibe ser piyan û dibêje çawa nade? Ew kiye kû gotina min li erdê dihêle. Bi lezgînî ji xulaman daxwaz dike ku çend ji xulamên şervanên xurt amade bikin. Xwulaman dîsa dişîne cem wî û dibêjin:

52

çand

Diclepress13@gmail.com

Mîr gotiye bila Mûso keremke werê Birca Belek. Mûso radibê diçê dîwana Mîrê Botan. Mûso di dîwanê de rûdinê, Mîr jê dipirsê: Mûso çima te xulamên min wisa li min vegerandine û te gotiye ez Bacê nadim. Mûso got Mîrê min ezê Bacê bidim û radibê vedigere diçe malê. Piştî demeke dîsa xulamên mîr diçin Bacê lê bi heman tiştî nadê, red dikê, li pey wan dikeve, wan diqewitînê. Xulaman dîsa vala bi ser mîr de vedigerinê. Mîr gelekî aciz dibê, dîn û har dibe û vê carê gazî wezirê xwe dike û je dipirse ku ew kiye ku min red dikê. Soz dide lê derewa li min

dike. Li vir dibê ezê bidim, dema xulam diçin nadê. Wezîr dibêje: Mîrê min ew ji ber Ax a Kovexê yê dema li ser ax a xwe be nadê, lê ku tê Cizirê, Birca Belek qabûl dikê. Wezîr fikrekî dide Mîr, dibêje ka em herin hinekî Ax a wê derê bînin bikin nav doşekek û gazî Mûso bikin, bila werê ser rûnê û dîsa tu jê bipirse ka wê çi bersivê bidê? Li ser vê fikrê Wezîr radibe Xulaman dişînê. Axê tînin û gazi Mûso dikin. Mîr qazî hamû Şervanên xwe yên jêhatî dikê. Wan li hev dicivînê û di birca belek de Kopmloyek qirêj tê amadekirin. Xençera Mûso gelekî bi nav û deng bû. Nevê wê Silva Zêra bû. Mûso bi xençera xwe gelekî xurt bû. Dema Mûso hat Birca belek hevserê Mîr ya herî ciwan kû geleki kêfa wê ji Mûso re dihat bi Cavên tijî hestir bi devêki şikestî bi devekî wa bû geri bi dizîka go Mûso ji hamû rojan îro neçe dîwanê. Dîwan li te nayê, bi xwedê tu ji wir de herî tu yê ji wir ve venegerî. Mûso ez qurban neçe Diwanê. Dema Hevjîna Mîr bi dilekî jikesti ev gotin ji Mûso re gotin, Mûso famkir kû haziriyek heye. Mûso radibe Silva Zêra dikê ber xwe û xencerek din jî dikê pişt stûyê xwe û vedigerê. Diçe diwanê, cihê wî hazir kirine. Hima yek ser dibin ser doşeka Komployê rûdinînin. Mîr bi zimanekî tuj dibêjê: Mûso, kûçik, tu çima bacê nadî? Mûso jî dibêjê: Mîrê min ez bacê nadim. Mûso bacê nade kesekî. Mîr di diwanê de gelek Mêrxas komkirine. Hemû di dîwanê de rûniştine. Yê kû li kêleka Mûso rûniştî, dibejê: Mûso min gelek navê Xençera te bihîstiye, ka carek Silva Zêra bide min da ku ez bibînim ev çi xençer e. Mûso Xencera xwe didê destê wî. Ew jî Xençera wî didê vi ali wi aliye din, bi xafiltî dirêji Mûso dike. Mûso


Diclepress13@gmail.com

yê ku tetbîra xwe girtiye radibe ji pê û Xencera veşarti ji pişt stûyê xwe dikşînê. Çar mêrxasan di birca belek de dikujê. Mixabin Xulamên Mîr tevli hemû Mêrxasen ku di dîwanê de amade, xwe davêjin ser Mûso, wî didin ber Xênçeran û dikujin. Bi kuştî wî ji şaneşîna qasrê re davêjin xwarê. Mîrê kû Desthilatdariya xwe mezintir dikir, xof dixist dilê xelkê, jê re derfet çêbû ku zêdetir tirsê bixê dilê xelkê. Gelek rojan meytê laşê wî li wê erdê ma. Xuşka wî pê hisiya kû Mûso kuştine û meytê wî li erdê bê xwedî maye. Radibê diçê ber Birca belek, di ser Laşê Mûso de disekinê, lê dinêre û lingên xwe lê dixê, dibêjê: Bi baweriya xudayên hemû alemê ez li ser te de nagirîm. Şêrê kû roviyan kuştiyo. Kesên kû dengê wê bihîstin yek ser çûn ji mîr re gotin. Mîr hat di pencera Birca belek re lê nêrî û got: Ger ev jin ewqas bi cesarete, gelo cesareta Mûso çawa bû? Xwezî min ew nekuşta. Wextek li ser bûyerê de derbas dibe û pişti 10-15 salan herdû Kurên Mûso mezin bûne û êdi hêrsa tola Bavê wan ketiyê dilê wan. Her roj xwe amade dikin da ku biçin û tola bavê xwe hilînin. Mîrê botan ku her roj diçû Havîniyê xeber girtin kû wê biçê Gundê Finik û Kereşa. Herdû zarokên Mûso diçin pêşiya Mîr, kozika xwe di Citikê de vedidin. Dema Mîr bi xulamên xwe ve hat, herdû zarokên Mûso bi tifinga Kurmancî nîşan berdanê. Lê mixabin hespê wî di bin de kuştin. Mîr ji ser pişta Hespê ket erdê û xulaman dora herdû Zarokan girtin û anîn cem Mîr. Mîr ji wan pirsî hûn kîne? çima we xwest ku min bikujin. Wan gotin ku em herdû jî zarokên Mûso ne, te bavê me kuştiye. Mîr got: raste hun rast dibêjin, herin min beşek ji

çand

53

Hoserê xwîna bavê we Mûso daye we. Temoyê Samo kû kesekî ji Şengalê bû, ji eşire Qiraniyan, milê hekresî bû. Ev çend salbûn kû Mîrê Botan ew li ba xwe dîl hiştibû. Mîrê Botan demek li kesekî segwan digeriye. Mîrê kû gelek meraqa wî ji nêçîrê re çê bu bû, nav û dengê Temo bihîstibû. Êdî biryar dabû xulamên xwe ku, wî bibînin û bînin cem mîr. Ji bo kû mîr hînî Neçîrvaniyê bike. Rojeke ji rojan xulamên mîr tên Şengalê û ji Temo re dibêjin Mîr gelek meraqa te dike û dixwazê ku tu werê Cizîra Botan Birca belek. Temo li ser banga Mîr yek ser diçê ji hevalê xwe Kêm Hesin re dibêjê. Kêm Hesin ji Eşîra Simoqiyan bû. Temo camêr bû. Kêm Hesin jî şareza û kesekî gelek zîrek bû. Temo dizanibû kû ew bêyî Kêm Hesin nikarê biçê Dîwana Mîr. Şengaliyan nedizanibûn ku Temo sax e. Mîrê desthilatdar bi zorê ew li cem xwe hiştibû.Temo û Kêm Hesin rabûn berê xwe dan Cizîra Botan. Di rê de Kêm Hesin got: Temo, dema Mîr ji te pirs kirin bersivan zû nedê. Li min binêre kû ez alîkariya te bikim. Temo û Kêm Hesin ketin ser rêya Birca Belek, derbasî Dîwana Mîr bûn. Dema Mîr çav li Temo ket, dît kû ji simbêlên mezin devê wî xwuya nake. Mîr ji xulamêk xwe re got biçe bêje kewaniyan bila Nîskekê ji Mêvanan re çêkin. Dema kû mêvan simbêlên xwe bi nîsk kirin herdûyan jî bikujin. Nîsk ji wan re hat, temo destê xwe avet ber pişta xwe û du mewij ji ber pişta xwe derxistin û di nav destê xwe de guwaştin. Bi simbêlên xwe de da, simbêlên xwe zirav kirin û li paş guhên xwe danîn. Mîr lê nêrî û acêbeka giran jê girt. Devê wî xwuya bû. Herdû camêran nîska xwe xwa

HEJMAR 14

2019/10/15

SAL 3

KOVAR DICLE

Wextek li ser bûyerê de derbas dibe û pişti 10-15 salan herdû Kurên Mûso mezin bûne û êdi hêrsa tola Bavê wan ketiyê dilê wan. Her roj xwe amade dikin da ku biçin û tola bavê xwe hilînin

rin, hinek nîsk bi simbelên temo va ma. Kêm Hesin jî dît û yekser li Temo nêri û got: Temo du Bazî(Şahin) we li hêlînêne, Pênc peya bişîne û ewê ji xwe re werinê. Temo yek ser destê xwe avêt simbêlên xwe û kişand paqiş kir. Mîr rabû li ber xulamê xwe sekinî û şaqamek li bine guhê wî xist û got te dit! Eger tu bûyay gelo tuyê ewqas şareza buyay? Mîr famkir kû ew herdû kes têgihiştîne. Rabû û êdî gelekî qîmet da wan. Ji Temo daxwaza kû wî hînî Nêçîrê bike kir. Temoyê kû di çiyan de mezin bûyî, dema di çiyan de qefz li xwe dixist û bazdida, Mîr dil kete jêhatiya wî. Temo Nêçîrvanekî gelek jêhatî bû. Ji gotinan rabûn, rûniştin, bazdan û qavzên wî tiştên ecêb bûn.


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/10/15

HEJMAR 14

Her wuha kesekî bi tîr û kevan jî gelekî zîrek bû. Temoyê kû Stranek li ser hatiye çêkirin û hetanî roja îro jî li Şengalê li ser Miriyan tê gotin, dibêjê ku Temo xwe gelekî sûcdar dibînê.

54

çand

Diclepress13@gmail.com

Ji ber kû wî gelek Pezkovî ji Mîrê Botan re kuştiye. Temoyê ku xwe efû nedikir, xwe dijminê Xwezayê didît, wî bi xwe jî li Şengalê gelek behsa mêraniya Mûso diker.

Her wiha Mîrê botan Şalûl’ê Berwarî kû ji eşîra Berwariya ye ew jî li ba xwe dîl girtibû. Ji ber kû Şelûl bi xençera xwe gelekî jehatî bû . Mîr dixwest ji wî hînî bi kar anîna xençerê


Diclepress13@gmail.com

Temoyê Samo kû kesekî ji Şengalê bû, ji eşire Qiraniyan, milê hekresî bû. Ev çend salbûn kû Mîrê Botan ew li ba xwe dîl hiştibû. Mîrê Botan demek li kesekî segwan digeriye. Mîrê kû gelek meraqa wî ji nêçîrê re çê bu bû, nav û dengê Temo bihîstibû. Êdî biryar dabû xulamên xwe ku, wî bibînin û bînin cem mîr bibe. Wî jî li nav Eşîra Berwariyan de gelek behsa camêriya Mûso kiriyê. HEY DAYÊÊÊ: Hey dayêêê, sibeye li min dabû sira bayîîî, li min û li van tivingên dirêj, tivingên Elîxanpaşa yîî, xizîneyên wan tivingan bi zîv û zêr id kildayîn. Ber û barûdên wan tivingan ji ber û barûdên Cizîra Bota yîn. Zerîfê digot ez çûm serê zozanê mehindan, min li wir dîtibû Nêriyekî

çand

55

Evoran, ji wan Nêriyên rihberdayîîîn. Min digot nêriyo, çima tuyê ji pîrî di van mexelan de mayî? Min dît vî nêrî pîrkîneka giran rahêlayîîî, wî hejandin dar û berên wî çiyayî. Wî nêrî digot, Zerîfê wa Zerîfê, bi navê Xwedê ezê ne ji pîrî di mexelan de mayîm, dîsa wî li me derketîn kesên weke Elîxan Serokê seyadiyan, Mîr Mihemed Beg ê Botî, peya yên weke Temo yê Samo, ew segvanê deng pêketî. Bi fecarê sibehan re, li hesra danê êvaran, li ber xwe dikin şalên zenga rohnan, di destên wan de hene tivingên bi maş û bi şelît, tîr û kevanên şixulê Dawidê kulek ji wan tîrên serhildayîn. Li pey me derdikevin serê zozanên mehindan, di ser serê kurik û baniyan re tavêjin makên kahran, tavêjin Pilingên zêrîn, tavêjin Qentarên pezên kovî. Van seyadiyan goştên laşên me xwarin, wan hestîkên me li şûna xwe hêlayîn. Minê ji tirsên wan seyadiyan, di nava mij û dûmanên geliyan re, quntarên çiyan li xwe badayîn. Hey kovan û sed kovan, kovana dilê minê wa Zerîfê. Hey dayêê sibe ye mijêê gelî pengandin, min dît wan qentarên pezên kovî, hatin û li serê zozanên mehindan,kulîlkên sosin û beybûnan ji devên hev û din revandin. hey dayê ezî birîndarim, birînên min kûrxedarin, min dît kesên wekî Zerîfxatûna keça serûmestê Eceman hatin û bi hêstirên çavên xwe yên reş ên belek,birînên min kewandin. Kovan û sed kovan,hey kovana dilê minê wa Zerîfê. Hey nêhriyo, naxên van nêhriyan id harin, gerdenên wan id hêlîne, serên wan reş û tarîne, sirên wan mixfî ne,

HEJMAR 14

2019/10/15

SAL 3

KOVAR DICLE

nifirên wan id xedarin. Min dît heyşanan gazî kirin dayîkên dotan,hûn rabin hefadiyekê li xwe bikin, wî li me derketîn kesên wekî Elî xan serokê seyadiyan, Mîr mihemed beg ê Bohtî, Temo yê Samo,Segmanê deng pê ketî. Li fecarên sibehan, li hesra danê êvaran, destên xwe tavêjin tivingên bi maş û bi şelît, derdikevin serê zozanê Mehindan. Di ser serê kurik û baniyan re tavêjin makên kahran tavêjin pilingên zêrîn,tavêjin qentarê pezên kovî. Tim û tim, di ber celebên pezkoviyan re id nobedarin Hey dayêê xwezî ji xêra navê Xwedê re, li van birînê min nedabûna kevanek ji wan kevanên serîşkestî serê vê tîrê hewîngên min girtin, wê herişandin goşt û hestî. Hûn bidin xatirê navê Xwedê, hûn rabin peyakî sivik bişînin serê zozanên mehindan, bila bi sê dengên bilind gazî bikê, Zerîfê wa Zerîfê, tu kula vî dilê minê wa Zerîfê. Tu were dermanekî ji birînên min re çêke, bi wan tilîkên xwe yên hekîman, bi ked û karên xwe yên wî destî. Hey dayêê xwezî vê tîrê li min nedabûya bi du kevanan, serê vê tîrê ji pola ji hesine, darê wê tîrê jî gurşîlane. Gelî hevalan, roja ku ez bimrim hûn min neveşêrin li ti zahmanan, hûn tirba min bikolin li serê zozanê mehindan, li pêşmiqambilî tirba kakê Têlî beg, li serê rêya nêçîrvanan. Xeber û cewabê bişînin serê zozanê mehindan, bila bi sê dengên bilind, dengê xwe bigihînin qertalên pezên kovî, nêhriyan û beranan. Ji wan re bêjin eva serê çend roj û şevên me qediyan, Elî xan serokê seyadiyan vê rojê serê xwe danî li qebristanan.


KOVAR DICLE

SAL 3

HEJMAR 14

2019/10/15

56

çand

Diclepress13@gmail.com

Qepal dûmo xelef ki ye?

Qepal di temenekî

piçûkde, bi dengê xwe ya xweş zelel û qirika xwe jî hatî û A: Nesrîn engalî bi dengikî filiklorî, li devera çayê şingalê bandoreka gelekê mezin çêkiriya û bi dengê xwe bûya pêşeng. Li her cihê ku sitran digotin li wî cihî tesîreka xwe hebû, û her kes pê tesîrdibû. Li dilê xelkêk şingalê de işqa sitranê çêdikir û her mirov dixwest li dengê qepal guhdarke. Ji ber ku di nava sitranên wîde ruh hebû, heqê sitiranê dideyê dikarîbû 4 setan li pê hev sitirana bêjê. Ji bo ko em nasbikin jiyana Qepal çawa derbasbûya, çi gotiya û karîbû çawa sitiran bêjê, tesîrekî çawa li xelkê şingalê kiribû bi degên xwe yê bi hêz ew qirika karîbû 4 setan li berxwebide û sitran bêje. Û di temenekî gelekê kiçikde desti bi gotina sitran filiklorî dika emê li jiyanê hunermend Qepal binêrin ka çawa derbasbûya. Qepal di sala 1950 an de li dundê adîka li bakûrê çayê şingalê hatiya dinê. Hevjîna wî jî keçmama wîbû wiha behsa Qepal dika û dibêjê; temenê Qepal deh salbûn gava ku ji ber pezê xwe dihata malê. Diçû li ser xanî rûdinişt û hemû zarokên gund li dora wî kom dibûn, wê demê wî jî dest bigotina sitiranê dikir û ew zarok gelekî kêfxweşdibûn. di wî temênê xwe yê deh salî zarokê gundê xwe bi dengê xwe û sitranê xwe hemû jî şad dikirin. Ji ber ku bi Qepal re hêza sitran gotinê hebû, gelekî bi hêz digot ji ber wê hemû zarok dibûn aşiqê sitiranê wî. Qepal di sala 1968 an de li gundê adîka bi keçmama xwe re zewicîya navê keçmama wî jî (meyan garis e) 9 zarokên Qepal û meyenê çêbûn û navên wan jî wihane(eto, îsa, mieawî, dûmo, sifyan, feramerz) û sê keçikê wan bi navê(nûra, besma, asme). Qepal bi gelek sitiran bêjên çayê şingalê re sitran gotine. Gelek caran bi Qasimê meyîrê re beşdarî çand bernemên hunerî bûye. Qepal bi seden sitiran li ser evînê, mêrxasiyê û egîdiyê gotine.û bi dehan jî hatine tomarkirin, ji nava wan sitiranên evînê ya herî bi nav û deng(mam û zîn, şah senem, haş xerîb, û leylê û macnûn, sor gul û hese şêra) û gelekî dîtir jî. Qepal têr jiyan nekiri ew dengê xwe yê ku bi seden kes bûbûn aşiqê dengê wî û sitranê wî. hemû hiştin ji ber ku di temenekî ciwan de di sala 1992 ji dinyeya hunerê Ş

xatir xwest û çû ber dilovaniye xwedê. Bi qasî ku jiyan kir bi dengê xwe yê filiklorî û sitranê xwe yên bi nav û deng di nava xelkê şingalê de bandoreke gelekî mezin çêkirbû. Lewma jî niha civak dixwzê dîroka Qepal naska û sitiranên wî jî guhdarke çi jiyan kiriya û çi gotiya ji bo xelkê xwe çi pêşkêşkirya û hunerkî çawa deya meşandin. Dema ku civak dixwezê dîroka hunermendekî wekî Qepla naske, ev tê wê manê ku navê van kesên bi vî rengî wê hertim di dîrokê de zindî bimînê ji bo wêyê xelik dixwzê li dû vî hunerî bigerî. Qepal jî yek ji van kesên ku wê her û her navê wî ji dîrokê neyê derxistin ew bi xwe dîroka.

Temenê Qepal deh salbûn gava ku ji ber pezê xwe dihata malê. Diçû li ser xanî rûdinişt û hemû zarokên gund li dora wî kom dibûn, wê demê wî jî dest bigotina sitiranê dikir


Diclepress13@gmail.com

dîrok

57

HEJMAR 14

2019/10/15

SAL 3

KOVAR DICLE

Kêliyêk jî dîrokê Gundê Sîba Şêx xidirê Sîba yanê bîrê avê

Çand û dîrok bi qasî kû xwedî

wataye, tabîr li nasname, hebun û jiyan ê dike. Li vir jî kêliyêk li dîroka sîba şêx xidirê emê bikolîn, gelo çewa ev nav li wî gundî hatiye kirin û kî lê dijîn u dîroka wî çiye? Ji bo kolandina wê dîrokê bi birêz(Mam mito)me gotebêjêkî saz kirye, ka emê goh bidîn, wê dîrokê çewa neqiş girtiye.

A: xwedêda seydo * Sîba bi xwe çiye? - Gundê Sîba Şêx xidir kevête Başûrê Çiyayê Şengalê bi dûratiya 30’KM. li nêzîkî salên 1955 û 1958 li demê ku hikûmeta Birîtaniya li Îraqê bû, li wî demî hikûmeta Birîtaniya Sîba(bîr) ji bo cıvaka Êzidî dikolan û gel jiyana xwe li ser xwedîkirina pez ya koçeratiyê diborandin. sê sîba(bîr) bi navê

Sîba Şêxa Xêşanî Hecî mîrza yê ji ‘Eşîra Feqîra, ya diwê bi navê Sîba Şêx xidirê û ya siya bi navê ‘îsa ji gel re kolan. li hersê Sîbaya Gund hatin avakirin, û qîraniya Gundên Mehmediya, Hecî Xidir, Xelef Milko, Salih Hemed û Miço Gund avakirin û ‘Eşîra Qîraniya gundên:-Mçiwê Şêbo, ‘Elî Mirado, Sivok Miradê Xelef. piştî vê çendê ‘Eşîrên Fedaxa û Qîraniya zilamên hevdû kuştin û ‘Eşîra Qîraniya dev ji Gund berdan û Fedaxa li gund bi cih bûn, li sala 1975 ‘Eşîra Qîraniya Gund avakirin Hikûmeta Birîtaniya ya wî demî gundê Sîba Şêxidirê bi EL- Cizîrê bi navkirin lê gelê Êzidî her li ser ya xwe man û bi Sîba Şêx xidirê bi navkirin, lê gelê Êzidî bê Silah man wek ku tê zanîn çendîn caran şer li navbera ‘Ereba û Êzidiyan de çêbûye lê tu carî civaka Êzidî ji bo Dişminan Dest dananiya, gelê me bi xçra Qîraniya pezê xwe li

derdorê Sikêniyê di çerandin û barê giran li ser milê Qîraniya û Simoqiya bû anku kuştin û şerê li gel ‘Eşîrên Ereban dikirin. li wî demî Silah dan Êzidiya û Sirî ji Êzidiyan re çêdikirin weke Siriya Dexîlê Seydo û Şimoyê Xifşê...hwd û nêzîka 15’de Siriya ji Êzidiyan re çêkirin û Silah danê. * ji ber çi bi Sîba Şêx Xidirê bi navkirine? - Ji ber ku li erdê Şêx Xidirê de bû bi ‘Erebî û Kurdî jî Sîbaye, û piraniya ‘Eşîra Qîraniya li Sîbayê mal avakirin.li wî demê ku Sirî avakirin ‘Eşîrên Ereba çûn gel Sedam Hisên û şikayeta Êzidiya kirin û gotina Sedam we sîlah dane Êzidiya sedam jî bi vî awayî bersiv da û got:-min ev sîlah danê û nasnamejî jêre çêkirine û ezê siriyên Firsane jêre ava bikim.yanî sîlahên xwe li tanîne malê û medenîne lê piştî ku deslata Sedam


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/10/15

HEJMAR 14

58

dîrok

Diclepress13@gmail.com

Sîba Şêx Xidirê jiyan dikin.

Ava Sîba Şêx Xidirê ne zêde tehil bû û nejî Şêrîn bû, beriya Fermanê jiyana wan li ser çandiniyê û xwedîkirina pêz bû lê piştî ku deshilat bi dawî bûyî yanî piştî Fermanê jiyana wan li ser ‘Eskeriyê û kar barê dinyayê ye bi dawî bû êdî ji Êzidiyan re bi zehmet ket ji ber ku Gundên wan li nava ‘Ereban de bûn, piştî ku deslata Sedam bi dawî bû Partî Dîmiratî Kurdistan hate deverê û Êzidiyan jî kef jêre kutan û sîlahên xwe danê. * Nêzîka çend ‘Eşîra li Sîba Şêx Xidirê debûn? - Li Sîba Şêx Xidirê ‘Eşîrên wek:Hekreşê, Mehmê, Silo ev hersê ‘Eşîre ku bira babên yekin li Sîba Şêx Xidirê hebûn, lê ‘Eşîrên wek:-Gênco, ‘Elî Şaqûlî....hwd ev ‘Eşîer bi esil ne Qîranî ne lê bi Şîmê Qîranîne anku bi xêr û şerên yekûdû ve radibin.’Eşîrên:Hekreşî, Silo, Mehmê, ‘Elî Şaqûlî, Şabî û babî û Gênco ev şeş ‘Eşîre li

* Eşîrên wek Zendîna, Feqîr... hwd? - Heke mirov li rastiya dîrokê binêre ‘Eşîra Zendîna jî Qîranî bûn lê çawa! Sê birayên bi navê:-Elyas, Remo û Zêndîn ji Welatê Hindistanê hatine yanî ev hersê bira pêşiyên Qîraniyane û çîroka wan jî bi vî rengiye:dema ku bi rêve ev sê bira ji Hindistanê hatin li destpêkê hatine Xetarê û ji wirjî ber bi Sîbayê hatin, lê bi rêve loka(Hêştira nêr) ku mala xwe li ser wî barkirine îşa, ciwamêrek lê derket û gotê”eger ku hûn bibin mirîdên min ezê loka(hêştira nêr) ya we sax bikim” ji wan hersê biraya Elyas got”ez mirîdê te”, wî jî lok saxkir û meşiyan, lê Zêndîn û Remo herdûyan jî ne gotin em Mirîdên te, careke dîjî dema ku lokê(hêştira nêr)bar dikin nexweş di keve dîsa ciwamêr derdikeve pêşiyê û di bêje”heke hûn bibin mirîdên min ezê loka we sax bikin”vê car Remo jî xwe kire Mirîdê wî, lê hîjî Zêndîn xwe nekire Mirîdê wî ciwamêrî û berî hersê jî mirîdên Xatûnê bûn, ciwamêr pirs ji Zêndîn dike”tû çima nabî Mirîdê min”.Zêndîn jî di bêje”tû dûrî meyî ez nizanim tu yê çawa seredana me bikî”, ciwamêr jî di bêje “nexêr ez yê dûrim” Zêndîn jî vê meseleyê ji Xatûnêre di bêje, Xatûn jî di bêje Zêndîn Mirîdê mine te ew herdû birine ez Zêndîn nadim bi vî awayî Zêndîn dibe Mirîdê Xatûnê, Remo û elyas jî dibine mirîdên Melek Fexre dîn. * Qîranî bi çi çima çawa û ji çi hatiye? - Qîranî ji Xetarê hatine Raşid û ji wir jî hatine Qîrankê û bi Qîrankê bi nav bûn ku li wî demî ta’ite beşkên

li Gundê Qîrankê di kolan û av jê derdiket, û li payîzê dibû Qîr û ji ber vê çendê navê wê bû Qîranî.pişre ji Qîrankê çûne Berkozê û ji wir jî çûne Sikêniyê û bi vê çendê belavbûn, pêşiyê Qîraniya û Zêndîna jî Xelîl Îska ye. * Nêzîka çend mala li Sîba Şêx Xidirê heye? - Bi nêzîkî 2 hezar û pênsed malî li Gundê Sîba Şêx Xidirê heye. * Piraniya xelkê tê jiyan dike Şêx, Pîr, Mirîd bîtirin? - Mirîd bîtir bûn li wî demî tinê maleke Pîr li nav debûn, û maln Şêx Xidirê, Şêx Hemo, Şêx Xelef, Şêxê Xatûnê Cemo, Şêx Seydo ku ji Şêxên Şêxhesena ne li nav debûn, û pîrên weke:- Pîr Xeto û Pîr Sima’îl li nav de bûn, Pîr Sima’îl li Heyalê bûn û Pîr Xeto li Sikêniyê bûn ku li wî demî heyal û Sikênî girêdayî Sîba Şêx Xidirê bûn. * Ava Sîba Şêx Xidirê tahil bû yan Şêrîn bû? - Ava Sîba Şêx Xidirê ne zêde tehil bû û nejî Şêrîn bû, beriya Fermanê jiyana wan li ser çandiniyê û xwedîkirina pêz bû lê piştî ku deshilad bi dawî bûyî yanî piştî Fermanê jiyana wan li ser ‘Eskeriyê û kar barê dinyayê ye. * Ereb li Sîba Şêx Xidirê hebûn? - Nexêr ‘Ereb nebûn lê tinê maleke ‘Ereb li Sîba Şêx Xidirê hebû lê ewjî ji nav barkir û Xelkê Sîba Şêx Xidirê bi temamî Qîranî bûn. * Peqîna Gir ‘izêr û Sîbayê çend kes hatin qetilkiin û çawa bû? - Li peqîna Gir ‘izêr û Sîbayê de nêzîkî 315 kesan jiyana xwe ji destdan Şehîd bûn, û nêzîkî 500 kes


Diclepress13@gmail.com

dîrok

59

HEJMAR 14

2019/10/15

SAL 3

KOVAR DICLE

birîndar bûn.ev peqîn jî bi xiyaneta Partî Dîmikratî Kurdistan PDK hat pêkanîn mînak li wê rojê seytereyên gund ku Pêşmergeyên PDK tê debûn hatin valakirin û dest ji nuxteyên xwe berdan yên ku loriyên bombebarkirî dîtîn agahî dan Pêşmergeyan wan jî got seyda yê nivistiye. * Miriyên Sîba Şêx Xidirê di li kur gordikin? - Miriyên Qîraniya yên Gundên Sîbayê di bine Girê Gewir û li wir gordikirin, û pişre quba Melek Fexredîn li ser zehmanê Girê Gewir avakirin. * Desladariya Birîtaniya ya wî serdemî çi yasa li ser Şengalê dan meşandin? - Li wî serdemî yekemîn serokê leşkerî bi navê Nicêman Paşa ku serok erkanê leşkarê Biîtaniya bû hate Cidalê û seredana Hemo Paşa kir hêjayî gotinê ye em xelkê Şengalê kî desladar hate bame ji dil paqijiya me em têne xapandin.çîrokeke kûr jî li vir despêdike:-Ebdûl Kerîmê Qregulî ku li gel heft malbata ji Erminstanê hatîne û Hemoyê Paşa em bi xwe girtîne em gelek spas darê Hemoyine, ‘Ebdul Kerîmê Qeregulî û hevjîna xwe li seranserî Çiyayê Şengalê li ba hemû mezin û muxtarên Êzidiyan geriya dawiyê jî hate ba Hemo Paşa û gotê”ezê te kime Dewlet ezê medresa(mekteba) û leşker ji tere avakim”Hemo Paşa jî got”ezê bi Şêwirmendên xwe bi Şêwirim”, li wî demî mala Mîra bihîst û ev gotin gotine Hemo Paşa”heke medrese(mekteb) li nav Êzidiyan de hatin çêkirin zarokên me wê dînê xwe bi guherin û bisilman bibin, Hemoyê Paşa jî ji Ebdûlkerîmê qeregulîre di bêje”medrese(mekteb)bi kêr dînê me nayên”ewjî di bêje “eger medrese bi kêr dînê we neyên şuxla we bi zehmete”ji wirjî berê xwe dide ba Dawid Paşa li pêşwaziyê heştîh

fetlî destê xwe li wiçkê xwe werkir û çûn, û miletê me li destê terora DA’ÎŞ ji nû destê xwe da hevjîna wî nicê- de hêlan bê xweyî. man Paşa sekinî û gon”ez bi serê te miletî kim sed salî din tu nebiye wek bişera. * Li 3ê teabaxa 2014 çi li Sîbayê qewimî? - Li 3ê tebaxa 2014 cara yekem li Sîbayê peqîn çêbû û piştî nîv se’etê li Gir Zerikê çêbû, sê cara êrîş kirin lê cara dawiyê ji ber ku sîlah nebûn em şkestin li nêzîkî se’et çarê du doşkayên wan ber bi Sîbayê ve çûn û hemû hêza ku heyî li deverê bi xwere hilgirtin û ber bi Başûrê Kurdistanê

Piştî ku deslata Sedam bi dawî bû Partî Dîmiratî Kurdistan hate deverê û Êzidiyan jî kef jêre kutan û sîlahên xwe danê


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/10/15

HEJMAR 14

60

lêkolîn

Diclepress13@gmail.com

Ola êzîdiya de pênase Xwedê (Beşa 1) Xweda di ol û felsefa cîhanê giştî de, jiyan û gerdûn afirandiye û dimeşîne

Avraman Fetî

Xwedê di nava civak û ola de hebûn

û mijara here serekeye. Ji ber ku mirovatî hebûna xwe û hebûna gerdûnê, jiyan û lebatê, dem û qederê di dayin û kiriyametên Wî de dibînin, ji ber wê navê Xweda di ast û rêza here jor de, di nav felsefa civak û olan de ciyê xwe here teybet digire. Li cîhanê bi giştî ne kêmî 5000 ol, şaxên ola û baweriyên cur be cur henin. Her netew an ol navê heman Xwedayê li ser zimanê xwe netewî bi nav kirine. Lê bi demê re hin keseyetên xwedan hêz, bi armanca destxistina desthilatdarî an dagirkeriyê, navê Xwedayê li ser zi-

manê wan hatiye pênasekirin, li ser netewên din ferzkirine, da ku ew jî wî Xwedayê wek wan binavbikin, bihebînin û îbadetê Wî bikin. Gelên dijî dagirkera serî rakirine an dijîtiya xwe nîşandane, rastî êrîş û komkujiya hatine. Dema di encamgirtinê de zehmetî derketiye pêş dagirkeran, wan navê Xwedayê gelê nestewêr berovajîkirine an jî înkarkirine. Li ser vê bingeha afirandî gelên biyanî bi “dewperestî” an “pûtperestî” tewanbarkirine. Bi hebûna têgêhîna “Xweda”, têrmîna yekxwedayî “monoteyîzm” û ya pirxwedayî “polêtêyîzm” bi demê re pêşketine. Sê olên sêmîtîk, yên ku bingeha xwe ji olên kurdî yên kevnar girtina û avabûne, xwe di nav têgîhîna monoteyizmê de rêzdikin. Binavkirina nave Xweda bi yeknavî, di nivîsên pirtûkên xwe pîroz de wek şert destnîşankirine. Dervayî

wê nave binavkirina Wî bi naveka din dervayî destûr tê nirxandin. Bilî vê şikilandin an sembolîzekirina Xwedê jî di zanista olên sêmîtîk de guneh tê dîtin. Berovajî wê di olên kevnar de şikilandin û senbolîzekirina Xwedê serbest bûye. Heta Xweda û xwedawend bi totema hatine şikilandin. Ji ber vê nêzîkatiyê olên kevnar bi “pûtparêziyê” hatine tewanbarkirin, rastî êrîş û komkujiyan hatine. Di vê mijara baweriyê de, nêzîkatiya êzdeyetiyê hewqasî adil bûye, ku wan navên Xwedê yên peyamber û xasa anîne nav gelên curbecur li ser çi zimanê be jî, bi rêzdarî nêzîkî wî navî bûne. Ti cudatî nekirine nav navê Xweda, yên bi zimanê netewên din de tên bikaranîn. Ti ferd li ser nihêrîn û baweriya xwe olî û netewî nehatine tewanbarkirin. Li gor êzdiya Xwedê her Xwedê ye, bi çi zimanî jî bê binavkirin ferqa wî nîne. Navê Xweda yê bi zimanê dema pêyamberên wek Îbrayim Xelîl, Mûsa, Dawid, Îsa û Mihemed hatine bikaranîn, di zanista ola êzdiya de bi rêzdarî derbazdibin. Ew nav navê heman Xwedayê, yê ku gerdûn û jiyan afirandiye û wan bi kiriyameta Xwe rêvebiriye û rêve dibe. Xwedê ne Xwedayê netewekî, olekî, gerdûnekiye, ew Xwediyê li ser tevahî gerdûnê ye. Ev Xweda, Rêberê li ser hemû Rêber û rêvebiraye. Li gor zanista ola êzdiya de tenê di tebaqa gerdûna me de hezar û yek navên Xweda henin. Ev pirnavî wek pir Xwedayî nehatiye nirxandin. Di vê mijarê de, bi bandora xwe li ser gerdûnê, bi teybetmendî, hêz,


Diclepress13@gmail.com

lêkolîn

61

HEJMAR 14

2019/10/15

SAL 3

KOVAR DICLE

nêzîkatî, zanebûn û pisportiya xwe Ew xwedanê pir nava ne. Di felsefa ola êzdeyetiyê de yeknavîtiya Xweda nîne û yeknavîtî li kesekî nayê ferz kirin. Ev pirnavî di “Qewlê Hezar û yek nav” de wiha tê diyarkirin: Sultan Êzî bi xwe padşahye Hezer û yek nav ser xwe danaye Navê mezin her Xweda ye Navên Xweda yên li ser zimanê netewên din pêşde hatine jî di nav van nava de cîh digirin. Ji ber ku sê navên Xwedê bi erebî, yên wek welle, bille, tille û navê bi îbranî Yil wek Hila di nav êzdiya de ku tê bikaranîn, di zanista êzdeyatiyê de jî derbaz dibin. Ev hemû nav navê heman Xwedayê afirandêre, yê ku her peyamber gor ziman û teybetmendiya Wî, Ew wiha binav kirine û îbadeta Wî kirine. Ji xwe “Qewlê ev yek ne gengaze. Ev navan hemû jî Padşê” vê yekê wiha piştrast dike. navên benda li Xweda kirîne! Ji ber van binavkirina hin feylesofên Padşaye min Reb û semede matêriyalîs dibêjin ku mirov ji xwe Rebê îsa, Mûsa, Mihemede re Xweda afirandine, ango wek zaniHemûya li ber kirine sicûde yarê ateyîst Voltêr dibêje: Xweda mirovan gor şêwa xwe afirandiye, Padşayê min Rebê jorî ye mirov jî bi wî rengî Xwedê afirandiKarê dinya bi destê wî ye ye. Dijî vê nihêrînê zaniyar Stêfan Ew Rebê şêxê minî Adî ye Vîşînskî dibêje: Mirov biryar girtin ku Xwedê nîne, lê ev birayar li gel Keseyetên navên Xwedayê Afrandêr Xwedê ne derbazdare. yên ku ji ber teybetmendî û ji zara- Bi zimanê kurdî navê Xweda yên ku vên curbecur pêşketî ji hev cuda di ola êzdeyetî de tê bikar anîn, bi dikin û wan nava dijî hev daytinin, giranî “Xweda” an “Êzî” ye! Peyva ew siyasetmedarin, yên ku dixwezin Xweda li ser zimanê kurdî - bi zaravê faktorê ji bo desthilatdarî û ber- va kurmancî ji du hevokên “xwe” û jewendiyên xwe bikar bînin. Ya rast, “da” pêk tê. Yanî yê ku xwexwe daye, ti kes, ti peyamber û xas navê Xweda ango yê ku xwexwe afirandiye. Navê bi xwe nezanibûne û nikarin biza- “Ezî” ji peyva “ez” tê. Ji ber ku dem nibin. Naskirina navê Xwedayê û qeder li ser wê bê bandore û Ew hewqasî pîroz û pak, ji bo mirovên li yekane Ruhe ku dikare bêje Ez an ser erdê jiyan dikin û di pêvajoya Min(ji van peyva “ez û min” peyva ceribandina hişk re derbaz dibin, Ezman derketiye holê). Lê bende û

Ruhên din heta ku Xwedê nexweze, ew nikarin bêjin ez vê yekê dikarim pêkbînim. Ji ber ku li gor bawerî, qederê wan dest Xwedê de ye! Navê Xweda “Ezî” bi pêwendiya afirandina mirovan ew dibe “Ezda”. Bi demê re ev nav wek Êzîdî, Ezdan, Yêzdan hatiye guhertin. Xêncî van her dû navên here zêde tên bikaranîn, pir navên din yên Xweda pênase dikin henin. Mînak: Avakar, Afirandêr, Bav, Bînaya çava, Cîhangir, Çêker, Cerbandêr, Ezdan, Ezî, Dadvan, Darezger, Daliver, Dengegir, Demguher, Dilpak, Dilovan, Hayadar, Hoste, Hila, Jîndar, Jorerêz, Gerdûngir, Gihandêr, Giştejor, Mêhrîban, Mamoste, Parazvan, Pîroz, Reman, Rêber, Rêvebir, Ronîdar, Ruh, Ruhdar, Ruhpîroz, Pêşendar, Ristedar, Ristekar, Ristemkar, Sebir, Sîdar, Star, Spêr, Şanîdar, Tevagir, Tevadar, Tevarêz, Xêrdar, Xêrxwez, Xweza, Veguhêr û


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/10/15

HEJMAR 14

Keseyetên navên Xwedayê Afrandêr yên ku ji ber teybetmendî û ji zaravên curbecur pêşketî ji hev cuda dikin û wan nava dijî hev daytinin, ew siyasetmedarin, yên ku dixwezin vê faktorê ji bo desthilatdarî û berjewendiyên xwe bikar bînin h.w.d. Li gor baweriya êzdiya Xweda yekane ruhe ku li ser hemû rûh û teneyane, yekane ruhe ku ti ruh û ferdên din nikarin bişibin Wî û bi Wî xwe beralî bikin. Ew ruhê ser hemû ruhan re ye, Hebûnekî bi raza xwe sebaba rûdana jiyanê ye. Xwe gîhandina Wî, naskirin, xwe beralîkirina bi Wî û fêmkirina Wî ne gengaze. Ew yekane û tekane Xwedane, yekî wekî wî nikare hebe. Xwedê bi kesî nehatiye afirandin, ew bê dê û bê bave. Ew bi tenêye, bê hevale, bê hevpare û nayê parvekirin. Ew li her derê ye, li her hebûnê de ye. Wek Qewlê Padşê (Xwedan) dibêje:

62

lêkolîn

Diclepress13@gmail.com

Îlahiyo te ne wekîl e Te nê delîl e û ne kefîl e Te ne hevale ne jî bedîl e Îlahiyo te ne tifal e Te ne dêye, ne bave û ne kale Bê te hemû tişt betal e Di baweriya êzdeyetiyê de Xwedê afirandêre hemû ruh û ruhberane, çêkere xweza û rista ye, Ew yekene Rûhe ku li ser hemû ruhber û zindiyane. Ew Ruhekî ji destpêkê destpêkana û sedema peydebûna destpêka gerdûn û cîhanê ye, sedema liv û lebat, jiyan û gihanê ye. Ew li her deran de ye û li her bedenê de ye. Ew li ser hemû hebûnên bi tene û bê tene bandorkare û kêlî kêlî li ser hemûyan hayadare. Bar û pîvana her hebûnê toz bi toz, dilop bi dilop tenê Ew dizane. Padseye min bi hezar û yek nave

Ev diniya li bal Wi sehet û gave Ew dizane li behra çend keşkûl ave Li besta çend kevir di nave Ewi Hewa kir buk, Adam kire zave Ew asta gîhanê de tewra bilinde û li jora hemû zanist û hişmendiyê ye, têgihînekî tewrayi ye. Xweda hêzeke ji çar û çar bêtir her aliyê de gihîştiye. Asta gîhana wî ya zanistî bê dawiye. Bê stûn bi hevgirêdana stêrk, gerik û peykerên li ezmana yên ku her yek li dor xwe û li dor tavê bi demên diyarkirî dizvirin, lebat û jiyana wir yên ku bi Xwedê tên meşandin ji bo mirovan razeka bê bersive û bersiva wê nikare hebe! Ev rewş di “Qewlê Erd û Ezman” de wiha tê gotin: Bi qudreta yêki berûne Bipirsin ji xelkê hûne Ka cawa ev ezman rewastiya ye bê yî stûne


Diclepress13@gmail.com

lêkolîn

63

HEJMAR 14

2019/10/15

SAL 3

KOVAR DICLE

ire demsal diyarkiriye. Her wisa ji bo denge bê xwedîkirin û jiyan hevpar be, pîvan û nasik diyarkirine. Bext û miraz, risq û nesîp ji Wî tên. Xwedê Ruhekî her here, Rêber û rêvebirekî her here. Dem li ser Wî bê bandora. Textê li erd û ezmana dest wî daye. Yê ruh û benda tîne ser text jî Ewe, yê ji ser text davêje jî Ewe! Di vê derbare de “Qewlê Padşê” wiha dibêje: Li hemû dema, li hemû wexte Ew rebê hemû ezman û texte Ji bal wî tên risq, nesîb û bext e

Bi qudreta padse ye min heqe Nijiyar kir carde tebeqe Ka ev ezmana cawa rewastiya ye, naleqe Li gor zanista ola êzdiya Xwedê hebûnekî li dervayî dest û çava ye. Ne dest digihêje Wî, ne reman, ne jî çav digihêjê. Kes nikare Wî rast û têrkar pênase bike, şêwa wî destnîşan bike. Çawa kiriyamet û hostetiya wî ji bo benda razeka (sira) kûre, wisa jî jiyan û fîzîkiya wî ne diyare. Di vê derbarê de “Qewlê Sena” wiha dibêje: Tu sirî, tu nezerî, Aqubetî, mehderî, Padşayî her û herî Li gor ragihandinên hin peyamber û xasan Xwedê bedena mirova wek şêwa bedenê xwe çêkiriye. Di vê wetayê de diyare bedenê Xwedê wek

bedenê mirovaye. Ji ber ku di Wî de xwerin, vexwerin, xew û rewastîn nîne, diyare bedenê wî ji hebûneka cuda pêk tê. Ev hebûn ênerjiyeka hewçend bi hêze, di gerdûnê de ti agirê karibe bandora xwe li ser wî bike nîne û nikare hebe. Stêrkên bi germa xwe bi dehhezaran derece germ jî li ser bedana Xwedê bê bandorin. Çawa mirov nikare li ber Tavê rawaste, ji wê diha bêtir jî nikare li ber roniya Xwedê rewaste. Keseyetên behsa dîtina Wî kirine gengaze an kopiya bedenê wî yê ênerjîk dîtine an jî di xewnan de dîtine. Weke din dîtina Wî bi xwe ne gengaze. Xweda di ol û felsefa cîhanê giştî de, jiyan û gerdûn afirandiye û dimeşîne, ji her hebûnê re şêwe û wetayekî daye û kêrdariyê ji wan re diyarkiriye. Ewî ji bo pîvandina demê, ji bo keddayin û vehesînê roj û şev avakiriye, ji bo xweza nefes big-

Ji ber wê dayin û keda Xwedê, raz û kiriyameta Wî, Rêbertî û Dadmendiya Wî, êzdeyetî mirova dewatî rêzdarî û îbadetê Wî dike, ji bo ji bext û nesîp bêpar nemînin her ferdekî dewetî duwayan dike. Ji ber ku hemû teneyên(matêriya-beden) zindî û ne zindî bi Xwedê hatine afirandin û ew aferin jî ji bo ruhberane, ola êzdeyetî mirova dewatî rêzdayin û xwedî derketina wan dike! Bê guman kêrdariya van teneyan jî tên diyarkirin. Lê ev mijara beşekî cuda ye!

Sê olên sêmîtîk, yên ku bingeha xwe ji olên kurdî yên kevnar girtina û avabûne, xwe di nav têgîhîna monoteyizmê de rêzdikin


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/10/15

HEJMAR 14

64

dîrok

Diclepress13@gmail.com

Riza şah 4 salan hewla têkşikandina şoreşa Qedemxêr û Cîhan xanimê da

Di Kakşar oramar

Serhildana Qedemxêr Melekşahî Dîktator û serok eşîret

16 salên desthilatdariya Riza Pehlewî de qedera serok eşîretên din yên Kurd ji a lîderên weke Simko baştir nebû. Serdar Reşîdê Erdelan heya demekê li dijî artêşa Îranê li ber xwe da, lê pişî ku hêza wî nema, çû cem Şêx Mehm-

ûdê Berzincî. Pişt re bi awayekî ku kes wî nasneke li ser sinorê Îran û Îraqê xwe veşart. Piştî ku rijîma Riza şahê Pehlewî hilweşiya, ew çû bajarê Tehranê û heya roja ku mir bi awayekî perîşan û sergerdan di halê awaretiyê da jîya. Çimkî Mihemed Riza Pehlewî jî da ser şopa bavê xwe


Diclepress13@gmail.com

û li ser siyaseta bişavtin û înkara komên etnîkî yên ne Fars bi îsrar bû. Ceifer Sûltanê Hewreman û Mehmûd Xanê Dizlî bi sedema wê hindê ku li Hewremana Kurdistana di bin desthilatdariya Îraqê de xizim û kesên wan hebûn, heya demekê di nava xizim û kesên xwe da bûn. Pişt

dîrok

65

re li gor peymana Seidabad ku sala 1937an di navbera Îran, Îraq, Efxanistan û Tirkiyê da hat çêkirin, desthilatdariya Îraqê ew ji herêmên li ser sinor dûr xistin. Êdî ew heya mirinê di jiyana awaretiyê da xanenişîn bûn û di rewşeke tirajîk da mirin. Serokên xanedanên mezin yek bi yek

HEJMAR 14

2019/10/15

SAL 3

KOVAR DICLE

wenda dibûn. Axa Şirey Caf jî di çaxê Riza Şah da, heya demekê li nêzî rûbarê Sîrwan, di nava tîreya Înaxîyên Caf da, li ber xwe da, lê di encamê da bi firr û fêlan hat girtin û ew birin girtîgeha Tehranê. Lê piştî hilweşîna rijîma Riza Şah, ew derneket û venegeriya


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/10/15

HEJMAR 14

Lê bi serokatiya van du şêre jinên Kurd, artêşa Îranê bi şeperzeyî û serşurî şikeste xwar. Di encamê da dewleta Îranê ket wê hizrê ku bi rêya pere û temaikariyê dubendiyê di navbera wan da pêkbîne herêma jiyana xwe. Ji bona wê jî kes û karên wî wisa dizanîn ku ew di girtîgehê da hatiye kuştin. Lê piştî têkçûna rijîma şahenşahî ya Îranê, ji xizmên Axa Şire re derket ku ew di girtîgehê de ji ber şikence û azarên cismî rastî nexweşiya xwe ji bîrkirin(alzaymêr)ê bûye û hema di çaxê hakmiyeta Riza şah de birine şêtxanê. Carna ew hinek baş dibû, ew ji nexweşxanê derdixistin, lê bi awayekî baş nedibû ku navê cihwarê jiyan an jî kesên nêzî xwe bi bîr bîne. Ew heya demekê di Tehranê de bi awareyî dijiya, careke din polîs û berpirsên artêşê ew digirtin û vedigerandin bo şêtxanê. Piştî serhildana sala 1979an ku rijîma şahên Îranê hilweşiya, ew di temenê 90 saliya xwe da, heya radeyekê baştir bibû. Welat û cihê jiyana wî ket bîrê û careke din piştî salên dûr û dirêj vegeriya herêma

66

dîrok

Diclepress13@gmail.com

Înaxî û nava kes û xizimên xwe. Dema ku li wira ji halê kur, keç, bira û kesên xwe pirsî pêhesiya ku piraniya wan ji aliyê dewletê ve hatine wendakirin, hinek jî bi mirina asayî mirine. Ji bona wê jî dubare hiş û bîra wî tevlîhev bû û ber bi Tehranê ve vegeriya. Di encamê de bi awayekî xemnak di jiyana awareyîyê da, li Tehranê koça dawî kir. Bi xwendina serbihûriya Axa Şireyê Caf nimûneyek ji reftara tejî tirs û xof a desthilatdariya Eceman dide kifşê ka ew li hemberî nirxên Kurdan û doza Kurdistanê xwedî kîneke çiqas kûr bûn. Rewşa ku heya roja îro jî berdewame. Sofîbegê Caf jî dema ku Rizaşahê Pehlewî leşker şandin ser herêma Caf a li Ciwanrû(d) dest bi têkûzkirina hêza xwe ya leşkerî kir. Di hemû dewrana desthilatdariya Riza Şahê Pehlewî da piraniya wan di girtîgehê da mirin an jî bi jehrê hatin kuştin. Ewên ku mabûn jî piştî hilweşîna rijîma Riza şah hatin azadkirin û careke din vegerîn herêma Ciwanrû, lê Sofîbeg bi komek ji çekdarên mêrxas re pir bi mêrxasî û dilêrî, li hemberî hêzên dewletê li berxwe da û çend caran artêşa Îranê şikênand. Wî li sinorê Îran û Îraqê, çiyayê Bemo ji xwe re kiribû qirargeh. Piştî Peymana Seidabad, dewleta Îranê ji bo ji holêrakirina bizava Sofîbegê Caf daxwaza hevkariyê ji dewleta Îraqê kir. Li ser vê daxwazê dewleta Îranê ji aliyê rojhilatê çiyayê Bemo, artêşek giran şand ser hêzên Sofîegê Caf û Îraqê jî ji aliyê Rojava ve hêzên xwe şandin ser wan. Di encama çend şerên giran da, Sofîbegê Caf xwe û mal û zarokên xwe, dan destê dewleta Îraqê. Ew ji aliyê berdevikê hêza polis û serokê hêza Îraqê ve mîna dîl bi zarok û jin û kes-

ên xwe re ber bi girtîgeha Beiqûbe hatin şandin, bi wê armancê ku li gor peymana Seidabad careke din wan bispêrin dewleta Îranê. Lê çaxê ku Kerîmbeg û Dawûdbegê Caf ji bûyerê agehdar bûn, çûn cem karbidestên dewleta Bexda û li ser daxwaza wan, ew azad kirin. Dema ku fermana azadkirina wan gehişte Beiqûbê, Sofbegê Caf di girtîgehê da wefat kiribû. Li ser wesiyeta wî, termê wî li jêriya çiyayê Bemo hat veşartin. Pişt re mîrên Caf mal û zarokên wî birin Kelarê, jiyaneke baş ji wan re pêkanîn û zarokên wan bi navê Cafên Îraqê ketin hundirî xwendingehan û dest bi xwendina xwe kirin. Piştî ku ew li başûrê Kurdistan cîgirbûn, berpirsyarên dewleta Îraqê hewil dan ku wan mîna penaber bihesibînin. Li ser daxwaza wan perê penaberiyê ji wan re dan xuyanîkirin. Di çaxê şerê cîhanê yê duyê da ku hakimiyeta Riza şah ji hole rabû, Yeiqûbbegê birayê Sofîbegê, ji girtîgeha bednav a Qesra Qecer rizgar bû û careke din vegeriya bo herêma Cafên Ciwanrû. Ji bo sipasbêjiyê bi leşkerekî mezin re çû Kelarê û dîtina mezinên eşîreta Caf li Îraqê. Piştî demekê kes û karên xwe tev vegerandin bo herêma Ciwanrûd li rojhilatê Kurdistanê. Xala balkêş di vir da ewe ku piştî têperbûna 40 salan, careke din dîrokê bûyer ji malbata Sofîbegê re dubare kir. Yanî dema ku Kurdên Rojhilatê Kurdistanê li dijî rijîma Xûmêynî serîhilda, Xelîlbegê kurê Sofîbegê bi hoz û kes û karên xwe re, di wê şoreşê da beşdarî kirin. Di encama şikesta şoreşê da wê malbatê jî bi hezaran kes û karên xwe ve mîna penaber çûn Îraqê. Serdarê Dawudbegê Caf gelek hevkariya Xelîlbegê da. Ji wan re miaşê penaberiyê derx-


Diclepress13@gmail.com

dîrok

67

istin. Ew ji ber bîranên xwe yên dema Xuzistanê di jiyana derbideriyê da ji zarokatiyê çend caran çû Kelarê. nav çû û mezinê wan li Tehranê mir. Di rwşeke wiha da dema ku Riza şah Qedera Şêx Xezelê Xuzistanê desthilata xwe bi ser hemû Îranê de Di çaxekî de kuŞêxXezel(1863-1936) dasepandin, dest kir bi girtina her xwedî desthilatdarî û hêzeke mirovekî navdar di Îranê da. Ew kesê mezin û fermanrewayê Xozistanê ku hinek dihat naskirin û jê ditirsiya, bû dewleta Riza şahê Pehewî bi dikuştin an jî heya mirinê di girîgehê şêweyek namerdane hêz û leşkerên da dihiştin. Herwiha di çaxê deswî li Xuzistanê ji holê rakirin. Ev di thilatdariya Rizaxan da ji ber zor û halekî da bû ku hemû başûrê Îranê li stema wî hezaran kes aware û derjêr desthilatdariya wî da bû. Rizaxan biderî dervey Îranê bûn. dostaniyek gelek bihêz bi Şêx Xezel Dîktatoriya Rizaşah bi qasekî tirsnak re peydakiribû. Wî ew bi rêya kar- û tejî êş û elem bû ku wî mirovên bidestekî xwe yê bi navê Zahidî û bi xwedî ramanên çep, rast, kompiawayê dostaniyê hêmin kir û şevekê rador, xwedî milk, kirêkar, cotyar, ew bi wê armancê ku şahîyeke rewşenbîr, şêx û mela mîna hev strangotinê li ser rêz û hurmeta Şêx dikuştin. tê pêkanîn, ber bi gemiya xwe vex- Di wan salan da general wend. Berê jî mêvandariyên wiha di Zahidî(fermndarê leşkerê Îranê) bi navbera wan da hatibûn çêkirin, ji qasekê bedgoman û bêbawer bû ku bona wê jî baweriya Şêx pir bi ber- heta kesên derdora xwe jî dikuştin. pirsên dewleta Rizaxan dihat. Ew di Wî him Dawer(wezîrê dadê) û him wê baweriyê da nebû ku yê li dijî wî jî Teymor Taş(wezîrê koşka şahê pilaneke wiha çewt bigêrin. Dema Îranê), her du jî bi stem û ceza kuştin. ku Şêx Xezel bi çend parêzvanên xwe re gehişte nava gemiya Zahidî, Qedemxêr û hêza caş û xayînan eskerên wî û ew bi firt û fêlbazîyê Tenê li herêma desthilatdariya desteser kirin. Êdî ew ji Xelîcê Fars Qedemxêr û Cîhan xanimê nebe, ber bi başûr ve birin û ji herêma ji- desthilatdariya Riza şah, li seranserî yana wî dûr xistin. Ew li eskeleya Îranê zal bibû. Riza şahê Pehlewî çar Boşehirê anîn xwarê û ji rêya Şîrazê caran li jêr fermandariya serleşker ber bi Tehranê birin. Li wira ew tes- Emîr Ehmedî, artêşeke mezin şande lîmî Rizaxan kirin. Lê ji ber ku di berê ser hêzên Qedemxêr û Cîhan de Şêx Xezel peywendiyek bihêz bi xanimê. Lê bi serokatiya van du şêre Îngilîzan re hebû, li ser şîreta wan jinên Kurd, artêşa Îranê bi şeperzeyî Riza şah heya radeyekê rêz jê re girt. û serşurî şikeste xwar. Di encamê da Beriya wê nivîsek pê da nivîasan- dewleta Îranê ket wê hizrê ku bi rêya din ku şêxê Ereb kom û îdara xwe pere û temaikariyê dubendiyê di ya herêmî hilweşîne û çekdarên wî navbera wan da pêkbîne û hêza bi bê şer, çekên xwe bidin rayedar- kirêgirtî û caş ji rûniştivanên her du ên Îranê. Di dawiyê da ew di xani- aliyên çiyayê Zagros damezrîne. Di yekî pîs da ket jêr çavdêriya wan destpêkê da bi awayekî nihînî û bi û piştî salekê bi destûra Riza şahê rêya mirovên xwe yên ku bi awayekî Pehlewî bi xwarina jehrê ew kuştin. veşartî ji wan re kar dikirin, peyBi vî awayî wî fermandariya emîrên wendî bi çend serokên eşîret û

HEJMAR 14

2019/10/15

SAL 3

KOVAR DICLE

Bi dîtina min qet pêwîst nake ez û tu tolê li wan bistînin. Çimkî em dizanin, Îranî bixwe di paşerojeke nêz da, hemû cure şîretên xerab yê bidin wan û bêşerefiyekê yê bi ser wan de bînin tîreyên gundiyan ve çêkirin. Dema ku Qedemxêr ji daxwaz û bizavên dewletê agehdar bû, çû nava wan gundiyan ku peywendî ji aliyê dewletê ve bi wan re hatibû çêkirin. Wê ji wan re wiha got:” Gelî gundiyan aghedar bin ku ger Riza şah bi ser şoreşa me de bi ser bikeve, li cihê kuştina himwelatiyên xwe, çiqas ku dirav, milk û malê dinê bide we, careke din tevê yê ji we bistîne û we bixwe jî yê bi sivkatî, azar û îşkence di girtîgehên bajaran de ji holê rake. Aya we nebihîstiye, bav û kalên me wiha kerem kirine:” Her kes bika bêgane perestî, ebînê şikestî- her kes bêgane perestiyê bike, yê rastî şikestê bê”. Wan ev gotin ji bo standina helwesteke mîna îro gotine...”. Gundiyan di bersiva wê da wiha gotin:” Baweriya te bi me hebe, emê heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/10/15

HEJMAR 14

Goleyê kuştinê bi min ketiye, tika dikim ku hûn morala xwe wenda nekin û bi hemû baweriya ku we bi doza me heye, heya serkevtinê şerê xwe bikin. Şoreşê bidomînin piştgîriya şoreşa xwe bikin...”. Piştî ku Qedemxêr ji wê hindê agehdar bû ku pîlana dewletê bo pêkanîna şervanên kirêgirtî vala bûye, ji rêze çiyayên Zagros, li herêma Elwend heya Piştkuh û sinorê Îraqê, li hemû deverên bi zehmet, nava şikevt, bîşe û darstanan da, qirargehên çekdarî damezrandin. Ji ber ku temenê Qedemxêr û Cîhan xanim ber pîriyê ve diçû, li her qolekê fermandariya şoreş û parastinê(parazvaniyê) sipartibûn destê yek ji zarokên xwe an jî şervanên din yên jîr. Ceifer xan û xanima wî Şirînê kar û barê şerê herêma Elwend birêve dibirin. Fermandarê başûrê Piştkuh heya sinorê Îraqê jî di destê Mensûrxan û Exter Keywanî yê de bûn û di bin çavdêriya Qedemxêr û Cîhan xanimê da, ji hozên Melekşahî û tîreyên Lekstan bi sedan çeperên

68

dîrok

Diclepress13@gmail.com

çekdarî ji genc, xort, jin û siwarên Kurd pêk anîbûn. Wan her duyan bi siwarên ku li pey wan bûn û ew diparastin, mîna du rêberên şoreşê hatin û çûyîna binkeyên hêza şoreşa xwe dikirin û şoreşgêr ji pilanên dijmin aghdar dikirin. Fatik: Keçeke qehreman Fatik ku berê bi “diza şevê” nav û dengê wê li her derê belav bibû, bi rêya şîretên Qedemxêr bibû jineke şoreşger. Êdî ew evîndareke doza Kurdistanê bû. Hertim li dijî neyarên doza xwe, cihê destê wê xuya bû. Bi qasekê nav û dengê bedewî, şervanî û zîrekatiya wê di nava gel da belav bibû ku xelkê helbest û stranên folklorî pêgotibûn. Heta niha jî ew helbestên ku di wexta xwe da xelkê li ser Fatikê gotine, nifiş bi nifiş bo rûniştivanên herêma Piştkuh û Elwend mane. Ta niha jî Fatik weke nimûneya bedewî, xweşikî û azayî keseke bi nav û denge an jî navê wê tê bihîstin. Di çaxê şoreşa Qedemxêr da, Fatik bi radeyekê tirs xistibû nava dilê leşkerên Îranê ku fermandarên şer di çaxê şer û pêkdadanê de, her çeperê şer ê ku Fatik li wira bûya, xwe ji wira dûr dixistin. Ew di nava leşkerê Îranê da jî bi(Fatikê kec kolah- Fatika kom xwar) navdar bibû. Şikesta artêşa Îranê Rojeke payîzê ji nişkave leşkerê Îranê di bin fermandariya sertîp Rehmetullahzade de, ji hêla çiyayê Elwend hêrşek giran anîn ser bargeh an jî binkeya Ceiferxan. Ceiferxan, wê demê bi xanima xwe Şirîn û komeke çekdarên din re, di çeperê xwe da bûn û bi hêrişa dijmin hesiyan. Wan dîtin ku leşkerek ji serbaz û efserên Îranî ber bi çeperê wan ve

tên pêş. Wan hevalên xwe ji armanc û hatina dijmin agehdar kirin ku carê goleyan li ser wan nebarînin(anku teqê nekin) heya ku ew nêz dibin. Di berê beyanê û derketina rojê de, dema ku tenê duhezar metro di navbera her du aliyan de mesafe hebû, leşkerên Îranî ji hêstir û hespên xwe hatin xwarê, cebilxane û metreliyozên xwe amade kirin û mijûlî tejîkirina wan bûn. Di halekî wiha da Ceiferxan fermana hêrş û agirbaranê da hêzên xwe. Gelek ji wan di rewşeke şepirzeyî da hatin kuştin û yên din jî ber bi paşve reviyan an jî paşekêşe kirin. Şoreşgerên Kurd li pişt dar û kevirên mezin, bi hesp û hêstirên xwe, xwe veşartibûn û bi wan hêstirên ku serbazên wan hatibûn kuştin, ji nava çem û dolan reviyan. Kurd ji nava çeperan derketin, çek û silahên kuştiyan civandin ser hev, serbaz û efserên birîndar bi ser şan û milên xwe da birin nava şikevtên ku bargehên wan li wira bûn. Pişt re careke din ji wira derketin ku dîsa hêrişî ser dijmin bikin. Di wî çaxî da efserekî Îranî bi metreliyoza xwe dest bi tîrbaranê kir û çar şoreşger kuştin û du kes jî birîndar bûn. Ceiferxanê fermandar û Şirîna hevkara wî bi vê rastiyê hesiyan ku metreliyoz ji wan re hatiye danîn ku şervanên Kurd pê bên kuştin. Ji bona wê jî ferman dan ku hêzên wan ji hev belav bibin û yek-du ji wan li pişta dar û dol an jî cihên nişîv da ber bi pêşve biçin. Jin û zilamên şoreşger, her yek ji aliyekî, ber bi pêşve çûn û cihê metreliyoz dorpêç kirin. Komeke çekdaran xwestin ku hêrişî ser wan bikin, lê Ceifer û Şirînê rê nedan û ji wan re gotin:”pêwîst nake ku bi şaşî û vala xwe bidine kuştinê. Rêya rast û durist ewe ku ji dûrve teqê li


Diclepress13@gmail.com

wan bikin û derfetê nedinê ku hevalên wan fîşek û cebilxanê ji wan re bibin. Piştî demekê zexîre û goleyên wan yê bidawî dibin. Wê demê ewê bi hêsanî bên girtin…”. Zêde wext derbas nebû ku fîşekên wî efserî bi dawî bûn û hawar kir ku silah û fîşekan jê re bibin. Ceifer bi dûrbînê li wî nêrî, çar serbaz û efserekî fîşek bardikirin, xwestin jê re bibin. Di wê demê de şoreşger amadeyî agirbaranê bûn, lê bêdeng man û dest venekirin heya ku ew bi temamî ketin ber meydana çavên wan. Pişt re ji çar aliyan ve destdirêjî li wan kirin û di cih da her pênc hatin kuştin. Barê fîşekan ji destên wan berbûne xwarê û demeke zêde derbas nebû ku metreliyoz ji agirbaranê sekinî. Şoreşger carek din rabûn ku hêrişê bikin ser wî efserî, lê Ceiferxan ji wan re got:” mumkine ku ewqas silah û fîşek li cem wî efserî mabin ku bi hêsanî neyê girtin...”. Ceiferxan ji dûr ve bi zimanê Farsî bangî efserê li pişta metreliyozê kir û

dîrok

69

jêre got:” Ger tu xwe bidî dest, bawer bike ku tu nayê kuştin û ger şer û berxwedanê jî bikî, ji ber ku hatî dorpêçkirin, 100% yê bêy kuştin.” Di çaxê vê banga Ceiferxan da teqekirin berdewam bû. Wî efserê Îranî bersiv da:” Ger soza rastiyê bidin ku min nakujin, ezê teslîmî we bibim.” Ceifer xan di bersiva wî da got:” Em Kurd, ewqas nemerd nînin ku dîlan bikujin...”. Pişt re ew jî ji çeperê xwe rabû û her du destên xwe bilindkirin û ber bi şoreşgerên Kurd ve çû, xwe teslîmî wan kir. Bi çekdarekî re ew ber bi şikevta ku bargeha wan ya leşkerî li wira bû, birin. Bi vî awayî hêza artêşa dewletê beriya nîvro bi temamî têkçû û tev revîyan. Şoreşgera di bin rêbertiya Şirîn xanimê da, dest bi komkirina çek û silahên dijmin kirin û dewarên wan jî civandin. Di hemen demê de li pey birîndar û termê kuştiyên xwe û dewletê jî digeriyan.

HEJMAR 14

2019/10/15

SAL 3

KOVAR DICLE

Kuştina Şirînê û gotinên dawiyê Wan rojan şer di navbera Kurd û artêşa Rizaxan de germ bû. Dema ku di şer da Şirîn xanim bi giranî birîndar bibû, bangî mêrê xwe Ceifer kir û wiha jêre got:” Goleyê kuştinê bi min ketiye, tika dikim ku hûn morala xwe wenda nekin û bi hemû bawerîya ku we bi doza me heye, heya serkevtinê şerê xwe bikin. Şoreşê bidomînin. Ger hûn li ser rêya yekîtî û têkoşanê biçin, ez baş dizanim û bi bawerim ku leşkerê tilyakî yê Eceman, qet nikare bi ser welatê me de bibe desthilatdar.” Ceifer xwest bi dersoka xwe xwîna ser rûmet, keziyên wê yên dirêj û çavên wê paqij bike, lê wê destê wî girt û wiha jê re got:” Xwîna min hişk neke, bila xwîna min ya şil têkelî axa xoştivî a çiyayê Elwend bibe. Çimkî ev kej û çiya ku cihê bav û kalên me ne, ewqas maf bi ser me de heye û pir şayanî wê hindê ye ku ji bo parastina wê ji zulma dagirkeran, axa wê bi xwîna hezaran kesên mîna min bê avdan. Perwerdekirina


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/10/15

HEJMAR 14

zarokan pir girînge. Serê min bilind bike ku bi yekcarî xatira xwe ji welatê xwe yê bedew bixwazim….”. Belê ji ber ku Şirîn aşiq û şeydaya çiyayê Elwend bû, pêwîst bû xwîn û termê wê jî tevlî axa wira bibe. Wê axa dêrîn mîna dayikeke cigerşewitî pareke cigera xwe di nava singê xwe de veşart. Dema ku xebera kuştina Şirînê gehişte Qedemxêr û Cîhan xanimê, xelkekî gelek zêde bo serxweşiyê çûn cem wan. Cergê wan şewtîbû, lê ji bo ku wire û morala şervanên xwe kêm nekin, wiha gotin:” zarokên me ji kesî ne hêjatir û zêdetirin. Pêwîste ew jî mîna kur û keçên xelkê di rêya parastina hoz, gel û welatê xwe da bên kuştin”. Têkçûna şoreşê Bi qasî 4 salan Riza şahê Pehlewî hewla têkşikandina şoreşa Qedemxêr û Cîhan xanimê da, lê ew bi ser neket. Bi sedan şer hem bi awayê partîzanî û him jî çeperî di navbera her du aliyan de qewimîn. Bi hezaran kes di navber her du aliyan de hatin kuştin. Ceifer xanê kurê Cîhan xanimê, Mensûrxanê kurê Qedemxêrê û Fatika Komxwar jî ji şehîdên vê serhildanê bûn. Lê ji ber ku rewşa siyasî ya wê serdemê li Îranê bi feydê Riza şahê Pehlewî bû, şoreş ber bi têkçûnê ve diçû. Li Sovyetê şoreşa Oktoberê biser ketibû. Ingilîz ditirsiyan ku ew şoreş bandorê li Îranê jî bike. Li Îranê pêwîstiya wan bi dîktatorekî xwînrêj yê mîna Riza şah hebû. Ji ber wê jî wan piştgîriya desthilatdariya wî kirin ku li dijî şoreşa Qedemxêr û Cîhan xanimê bi ser bikeve. Di encamê da bi hevkariya Ingilîzan, bi pere û bexşîna milk û tiştên din Rizaşah karî li derdora çiyayê

70

dîrok

Diclepress13@gmail.com

Elwend û Piştkuh bi rêya serok û moxtarên gundan ve, hezaran caşên çekdar li dijî şoreşê bicivîne. Ew bûn kirêgirtiyên wan. Mixabin wan li welatê xwe, li doza azadiya xwe xiyanet kirin. Civîna du lîderan Dema ku her du rêberên şoreşê bi vê pilanê hesiyan, bi hev re rûniştin û li ser rewşa xwe ya berçav û şertên Îran û cîhanê axivîn. Cîhan xanim li ser wê biryarê bû ku şoreşê berdewam bikin, lê Qedemxêr li dijî dewama şerkirinê bû. Wê di vê derbarê de wiha digot:“ Ji vir û şûnde li cihê şerê li hemberî leşkerê Îranê emê himwilatiyên xwe bikujîn. Wê demê axftina wan ya ku dibêjin:” bivir bo wê hindê dikare dar bibire ku destikê wê ji dar hatiye dursit kirin...“, yê bê bi cîh anîn. Qedemxêrê di dewama axiftina xwe de wiha got:“ mîna ku ez agehdarim dewleta Ingilîz bi pere, silah û sîxorên xwe hevkariya Rizaxan dikin û pêwîste ez û tu vê rastiyê jî bizanîbin ku mîna salên berê zarokên me nemne ku di enîya şer de ji me re pêşengiyê bikin û heya radeyeke zêde jî pîriyê hêz bi me re nehiştiye...“. Di dawiyê de Qedemxêrê bi belge û rastiyên rewşa şoreşê Cîhan xanim razî kir ku dawî bi şoreşê bînin. Qedemxêrê di dawiyê da ji Cîhan xanimê re wiha got:“ Ji ber mercên niha em neçarîn ku dawî bi şoreşa xwe bînin, lê ev wê hindê nagehîne ku em heya dawiyê bêhêvî bibîn. Ez pir başî dizanim, rojek yê bê ku rewşa Îran û cîhanê yê bi sûdê me bê gûherîn û bi serhildaneke nû re welatê me yê azad bibe.“ Cîhan xanimê jî di bersiva wê de wiha got:“ Niha ez pir xemgîn û xemxwara wê hindê me ku me nekarî

Ez pir başî dizanim, rojek yê bê ku rewşa Îran û cîhanê yê bi sûdê me bê gûherîn û bi serhildaneke nû re welatê me yê azad bibe tolê li wan himwealtiyan bistînin yên ku bûn bi sedema têkçûna şoreşa me û wa li wan bikîn ku ji nifşên îro û sibe re şîretek bimîne ku di paşerojê da kes nikarîbe xiyanetê li gel û eşîreta xwe bike“. Qedemxêrê dema ku xemgînîya Cîhan xanimê dît, li wê nêzîk bû û wiha got:“ Bi dîtina min qet pêwîst nake ez û tu tolê li wan bistînin. Çimkî em dizanin, Îranî bixwe di paşerojeke nêz da, hemû cure şîretên xerab yê bidin wan û bêşerefiyekê yê bi ser wan de bînin. Ev himwilatîyên me komeke ku hatine xapandin, kurtbîn û nefamin. Ez baş dizanim û pêşbînî jî dikim ku piştî şoreşa me bisekine, Rizaxan yê teva bêçek bike, herçî dirav û heyî yê ku dabin wan, careke din yê ji wan bistîne û bi serşûrî yê wan ber bi girtîgehên bajarên ser sinorên Efxanistan, Hindustan û Sovyetê bibe“. Piştre her du bi fermandar û şervanên şoreşê re civîyan û sedemêm rawestîna şoreşê ji wan re dan xuyanîkirin. (2)


Diclepress13@gmail.com

dîrok

71

HEJMAR 14

2019/10/15

SAL 3

KOVAR DICLE

Kêliyek ji gundê guhbel

Guhbel li sala 1917 hatiye avakirin

Li zimanê(şêx emer icac) çîroka gundê guhbelê, çîrokêkî balkêş û jiyaniye û heta astêkî jî berxwedanî û avadanî û hevgirtinê de radixe ber çavan. Em hev re çîroka gundê guhbelê gohdar bikin.

A: Nesrîn Şengalî

Gundê guhbel di sala 1917 an de

hatiya avakirin. Wî gundî li ser navê her dû bira, şêx xelef û berkat hatiye nav kirin. Wan avakriya li pê wan re bû bi navê miradê berkat ji wê demê de heya niha wiseya. Kehineyk avê hebû ew jî li gundê guhbel şêx xelef avakirî bû, ji ber wê dibêjin guhbel. Miradê berkat dexlê xwe çinî û derasa anî ser hemû çinî da hikûmet û got bikin avedanî ji gund re. Miradê berket kira komelge û ji wê demê de bûne 25 şarihê komelge, û 7 gundin

kevinin. Gundê mirad, gundê şivan, dundê şorka, gundê hiwêrî, gundê hemû, gundê kola xaînî, gundê kevin yê berkat yê hirîkobû, yê şinanîka, kor û lend bi giştî evin gundên guhbel ê. Heta niha jî bi koma xelk tê ba me heger ji gundê kole xan vebûbane niha ew jî bûbû wekî guhbel. Ji gelek ciha hatine guhbel, ji gundê şorka jî hatine ketine komelgehê. hejmara gundê guhbel berî 2014 an 5000 hezar mal bûn, me bi mala hejmar dikirin, lê niha bûne nêzî 400 malî li guhbel hinek çûne euripa û hinek li kurdistanin belebûn û 150 kes jî ketin destê daiş ê de. Gundê guhbel 18 km dûrî çiyayê şingalê ye. Ji bîlî êzîdiya tu kesî din nebû, tenê hink mal ji malên qotû hebûn piştre ew jî çûn, piştî ketina deselata sedem çûne şingalê. Gelek malê cihêş(bi eslê xwe ji netewe

ereb a) hebûn ew jî çûn. Berê hinek gundê erbe jî hebûn yên cihêş, şêx xelef hinek ji erdê gund de wan, bi giştî erdê kû şêx xelef daye wan 57 hezar donim bu. erd şêx xelef daye wan bê bedel dida xelkê cihêş. Heta niha jî tapoye me heya ev erd hemû bi navê şêx xelefe. Çûn û hatine me û gelê erbe berê bi hev re hebû, lê piştî fermanê ew çû û hatina me ji ber ku ew li me xiyanet kirin li dema ketina sedem de ew xiyanet kirin û tu kesî nedikarî rehet biçê cihekî ji ber wan. Niha disa Eerb vedigerin malên xwe. bê malin û bi çadirin jî lê dîsa jî vedigerin. lê mixabin xelekê me koşka wan hene lê neyên malên xwe ji ber kû dixwazin biçine euerpa, ev jî ji bo me ne başa, wisa axa me ji xelkê re dimînê. Wekî berê beweriya me bi wan erebe neyê ji ber me berweriya xwe lê anî bû lê çi bime kirin. Niha


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/10/15

HEJMAR 14

gave vedigerin dibêjin ne em bûn, lê gelo ew daiş kî bûn heger ne ew bûn. Evê li derdora me gelek jî destê wan di wê fermana 3ê tebexa 2014na de hebû. Hene niha ji bîrê avê û erdên me xera dikin, kê ew xelekê me hemû birin û kuştin eger destê yekî ji wan têde nebû ma kî bûn. 150 kesê me bi xwe li ser vê rê hatin girtin, emê çawa karbin silav bidin wan. Niha dixwazin em û ew bi hever lihevhatinê bikin, niha çand cara ji min re dibêjin lê ez nakim. 900 xanî li gundê guhbel niha şewitiye, emê çawa ji bîr kin û bi wan re lihevhatinê bikin em nakin. Me aliyê dewletê agadar kirin lê ew dibêjin tiştkî belge hebê bînin, me ne me bi çavê xwe ditin 7 seta li guhbel de şer bû em dizanin ku daişin por dirêj dev û çanê xwe digrtin û li destê wan de çekên mezin hebûn, ma ez ji kur zanim kîne û ji kurin lê em dizanin ku ferman anîne ser me. Dewlet jî, ji min re dibêjê ew kî bûn li destê we de belgeyek heye bînin, emê bi wan belgeya jî li gurî wê tev bigerin. dibêjin kê bi çavê xwe dîtiyê bila belek bîne, ev biryarin dadwerin. Jiyane xelekê guhbel berê fermanê, li ser ziraetê, kişt û kal bû, ji ber kû guhbel bi xwe heremêkî ziraiye. 350 bîrê avê li gund hebû, her bîrêkî 5 mal li ser wî avê debara xwe dikirin. Hineka tereter hebû, pez hebû, bacen hebû derase hebû, cihekî ziraî bû, xwe pê debar dikirin. Ji ber ku çandiniya me hebû em ne mihtacî tu kesî bûn, lê van erebên derdore me ew jî layîqî me nedîtin û hemû xerab kirin. Tereter me, deraseya me, pezê me birin, her tiştêkî me birin, em naxwazin behsa mal bikin, ji ber keçeke me yê ku wan birin ji xwe re, me bi malê dinê hemûyê nedide. Lê em dixwezin behse dîroka guhbel bikin, û tiştê wê yên ku bi destê wan çûne ji bo wê em behsa tiştên madî dikin. Niha ji 350 bîrê avê tenê 20 ji wan bîran dixebtin, malên ku li guhbel

72

dîrok

Diclepress13@gmail.com

hetibun çê kirin, zêdetir wekî koşkin mezin û pir xoş bun û xaniyan ne axî bun. em karin bêjin em ne mihtecî tu kesêkî bûn lê nehiştin, em wê jiyana xwe ya ku me li gundê xwe û li ser axa xwe jiyan dikir tamê ji didîtin. 12 hezar donim ji rubera guhbelê ya me ye, me bostêkî ji wî erdî jî nefirotine, ne ji bo xaniyêkî, dikanêkî, û ne jî ji bo pirojeyêkî, bab û bapîrin me bostêkî erêdê nefirotine. Kî bê bixwazê li guhbelê xizmetêkî bike em amadene erdê bidinê, ji bo kû xizmeta zêdetira gelê xwe jî bike. Erd ya me ye lê niha hewşê hemî xelkê guhbelê ji ya me mezintire. Ev gundê guhbel li destê meye, em xwediyê wî gundîne, navbera me û xelkê guhbel jî gelêkî xweşe, ew ji min hez dikin û ez jî wan hezdikim, xelkê guhbel bê min di mala xwe de xwarinê nedixwarin. Ezê li gundê guhbelê mam û li berxweda, em axê xwe neçin heta kû emê hebîn. Ezê hazirim ji bo xelkê xwe her tiştêkî bikim. Min terka şengal nedaye li 3ê tebaxa 2014 an heta neha me gelêk şîr jî bi daîş ê re kir, em ji gundê xwe naçin. Xelkê guhbel miriyên xwe dibin ber şerfedîn, evdel omere, û ber pîrê ewre, lê herî zêde dibin ber şerfedîn û evdel omera. Evdel omer cînere qube şerfedîne ji xerbve. Xelkê din jî miriyên xwe tanînin zehman yê êzîdyîa hemûyeka bes herî zêd xelê gundê guhbel dibin van cihan. Ji 3ê tebexa 2014 an xelkê me li her derê dinyeyê belev bûn. Bes niha li guhbel tenê 400 mal heya, ji ber ku gelek li kurdistanê mene û beşek çûye ewripa jî. Niha ji aliyê emnîve rewşa guhbelê başa, disa xelkê me wekî berê li hev komdibin di rê û rismên xwe de denyînûstandin di nabere xelkê mede heya. Ava gundê guhbel aveka şêrîne û gelkê xweşe, ava wê li kurbê şêrîn û xweşe berê 5 kanî hebû, ji xwe ber ava wan dihat, lê niha ne wekî

berêya heger kar lê bête kirin wê çêbibin. Niha piştî fermenê hinek bîr hatine çêkirin û hinek meketeb hatine avakirin, bircên xetê hatine çêkirin, û hinek navenda tendurostî jî çêbûne. Tenê ev tişt hatine çêkirin ne zêdetir. Heta neha ne hikumet xanî çêkirne û ne jî tawîzêk(tezmînatêk) dane ne yek serden dika.

Niha disa Eerb vedigerin malên xwe. bê malin û bi çadirin jî lê dîsa jî vedigerin. lê mixabin xelekê me koşka wan hene lê neyên malên xwe ji ber kû dixwazin biçine euerwpa, ev jî ji bo me ne başa, wisa axa me ji xelkê re dimînê


Diclepress13@gmail.com

raport

73

HEJMAR 14

2019/10/15

SAL 3

KOVAR DICLE

Nanê Dengê Şîvê

Gelê Êzidî, destek û alîkariya ji bo wan hatiye kirin li kûrahiya hişê xwe diparêz e û wekî kevneşopiyekê bibîr tîne. Malbata Êzidî ku 121 sal beriya niha ji ber fermanek Osmaniyan xwe spartibû Rojavayê Kurdistanê, nanê ji bo wan hatiye amadekirin, her sal rojek Çarşemê çêdikin.

A: ARGEŞ ŞENGALÎ Di sala 1898’an de dewleta Osmaniyan êrîşî Şengalê kir û komkujî pêk anî. Gelê Şengalê yê ku karîbû xwe ji fermanê xilas biek, dîsa ketibû ser rêya koçberiyê û belavî deverên Kurdistanê bûn. Malbata Xanê yek ji malbatên ku ji fermanê xilas bûne ye. Dayika bi navê Xanê Çerûta 4 zarokên xwe yên bi navê Ehmed Îsa, Husên Îsa,Qoto Îsa û Bekir Îsa digere ba xwe, derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe.

Xanê û 4 zarokên wê, xwe dispêrin mala yek ji mezinên Eşîra Cibûr Mehemed Emîn Mislit. Mislit li wan xwedî derdikeve û heta demekê dike mêvan. Di wê demê malbata Mislit ji bo Xanê û 4 zarokên wê nanek taybet çêdikin. Dema vî nanî dixwin, Xanê Çerûta ji zarokên xwe re dibêje “ez bi hêvî me ku dema em bi saxî û silametî li welatê xwe vegeriyan em jî her sal vê xwarinê çêbikin.” Piştî demekê rewşa Şengalê aram dibe û malbata Xanê jî vedigere warê xwe û li gundê xwe Barê bicîh dibe. Li ser daxwaza dayika Xanê, kurê wê yê mezin Ehmed Îsa dest bi çêkirina vî nanî dike. Çêkirina nan ji wê demê ve, wekî kevneşopiyekê ji aliyê nifşên nû yên malbatê ve tê çêkirin. Nanê ku navê, “Nanê Dengê Şîvê” lê hatiye kirin, her sal di meha îlonê

rojeş Çarşemê de tê çêkirin. Nanê ku 121 salin tê çêkirin, tenê di 3 salên piştî fermana 73’yan a sala 2014’an ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû pêkanîn, nehatiye çêkirin. Piştî fermana 2014’an îsal careke din dest bi çêkirina Nanê Dengê Şevê hat kirin. Niha nan li komelgeha Digurê ya Şengalê tê çêkirin. Dema nan tê çêkirin, welatî jî serdana malbatê dikin û dixwin. Nanê ku ji aliyê dayikan ve tê çêkirin, wiha tê amadekirin: Destpêkê 4 hevîrên mezin bi rûnê pez tên stirandin, piştre herçar hevîran dikin yek û liser yek sêlê wekî yek perçe tê pijandin. Piştî pijandinê cardin rûnê pez û hingiv li ser tê rijandin û ji bo xwarinê tê amadekirin. Ji ber ku 121 sal beriya niha ev nan li ser agirê daran hatiye çêkirin, niha jî bi heman rengî li ser agirê daran tê çêkirin.


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/10/15

HEJMAR 14

74

jin

Diclepress13@gmail.com

TAJÊ: emê hesabê fermanê bipirsîn

Encamnameya 1. kongreya TAJÊ

Meclîsa Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxanê(TAJÊ) encamnameya 1. kongreya Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxan(TAJÊ) ya ku di 10’ê Îlonê de li Xanesorê pêk hat eşkere kir. Di 10’ê Îlona 2019’an de Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxanê(TAJÊ) yekemîn Kongira xwe li bajaroka Xanesor a Şengalê bi diruşma ‘ Jina Êzîdî nasnameya resen û cewherî ya Jina Kurd e’ lidarxist. Bîryar hatibû stendin ku li hemberî hemû êrişên faşîzane ya hişmendiya desthilatdar a zilam têkoşîna jinê bi pêngava ‘Tu jî ji bo guhertin û azadiyê rabe ser piyan’ were bilind kirin.

A: xatun xidir Encamname wiha ye; “Di yekemîn Kongreya TAJÊ de 350

delege ji Kantonên Rojava yê Cîzîrê, Efrînê û Kobanê, Ewrûpa, Başûrê Kurdistanê û Şengalê beşdar bûn. Jinên êzîdî Kongre diyarî Rêber Abdullah Ocalan kirin, silav û hezkirinê xwe pêşkêş kirin. Tecrîta girankirî ku kesayetê Rêber Abdullah Ocalan li dijî vîna bi rêxistinkirî ya jinên azad tê meşandin wek tecrîtek li dijî tevahî jinên Êzîdî hate dest girtin û bîryara xurtkirina têkoşînê li ser hîmê mezinkirina rêxistina xwe ya xweser hate dayîn. Di rojeva Kongre de rewşa siyasî û bi taybetî êrişên li dijî jinê û dayîkên laçikspî ku faşîzm hewl dide feraseta xwe yê qirker bi encam bike bi tundî hatin şermezar kirin û rê û rêbazên berxwedanê bi berfirehî hatin gotubêj kirin. Di heman demê de berxwedaniya destanî ya jin û dayîkan li Bakûr û Tirkiyeyê, li Maxmûr û Başûr, li Efrînê û Rojava û bi taybetî

li Şengalê hatin silav kirin. Di Kongre de peyamên endama rêveberiya konseya KCK Sozdar Avesta û ya KJK hatin peşkeş kirin. Di peyaman de xurtkirina mîsyona TAJÊ, xebat û tekoşîna jinên Êzîdî ku wek hêviya ji tevahî jinên Rojhilata Navîn û Cihanî hate pênase kirin, derketin pêş. Di Kongre de di şexsê Mam Zekî tevahî cangoriyên 73 Fermanan û Azadiyê bi rêzdarî hatin bibîr anîn û soza xwedîderketinê hate dayîn. Kongre bi rojevek berfireh bal kişand ser rewşa jinên Êzîdî di warê civakî, rêxistinî, bîrdozî, siyasî û aborî de. Hate nirxandin ku di encama xebatên 5 salên piştî fermanê jina Êzîdî tevî zor û zehmetiyên mezin kedek û hewldanek bêhempa li ser esasê parastina cewherî, zanebûna cewherî û rêxistinbûyîn bu xwedî vîn. TAJÊ ya ku xwe li ser hîmê avakirina meclîsan û komînan, di heman demê


Diclepress13@gmail.com

de di hemû beşên jiyanê xwe bi rêxistin dike bû nasnameya jina Êzîdî. Bi mîsyona xwe ya pêşengtiyê bû hêza bawerî û bi armanca avakirina tifaqa navxweyî û navnetewî hemû jinên Êzîdî hembêz dike. TAJÊ di demên cûda de 2 konferansên xwe lidar xist û bi yekemîn Kongreya xwe bîryarên girîng stendin. Di encama nirxandina rewşa rêxistinî û pirsgirêkên civakî ku di kesayeta jinê de hemû tundiyan tên ceribandin û ji aliyê hişmendiya desthilatdar a zilamê serdest rewa tê dîtin, bîryar hate stendin ku divê ti jina Êzîdî bê rêxistinî û bê parastin nemîne ji lewra jî li dijî pirrjinî, temenê biçûk zewicandin, qelen, kuştin û xwekuştin hwd. wê têkoşîna jina Êzîdî were xurt kirin. Hate tespît kirin ku pirsgirêkên civakê li kîjan qadê dibe bila bibe wekhev in. Ji bo hêza çareseriyê xurtkir bê afirandin bîryara guhertin

jin

75

û veguhertinên radîqal di warê bîrdozî, civakî, rêxistinî û siyasî bi rêbazên wek semîner, konferansan, komxebatan, akademiyan hate dayîn. Her wekî din bîryarên girîng di derbarê dîplomasiya jinên êzîdî hatin stendin. Hate gotûbêj kirin ku divê jina Êzîdî di qada dîplomasiya navxweyî û navnetewî hemû polîtîkayên qirêj ku li ser hebûna wê tên meşandin deşîfre bike û li gorî vê bi hêza xwe yê cewherî li ser hîmê xwebûna xwe nûnertiya xwe bike. Bi tenê bi jina Êzîdî ya rêxistinkirî dê xweseriya demokratîk a Şengalê mîsoger bibe. Di berdewama Kongre de bal hate kişandin ku wê jina Êzîdî di bin sîwana TAJÊ de ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan di çarçovêya pêkanîna dadgehek navnetewî de, xebatên xwe di warê hiqûqî û dîplomasiyê bimeşîne û li ser hîmê tolrakirina fermanê hesabê

HEJMAR 14

2019/10/15

SAL 3

KOVAR DICLE

Ji bo rizgarkirina tevahî jinên û zarokên dîlgirtî, dîsa ji bo pêşaroja wan ya azad li axa pîroz mîsoger bibe Navendên tedawîkirina trawmayê bên ava kirin û xurtir kirin


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/10/15

HEJMAR 14

Ji bo fermana 73’emîn fermî wek qirkirina jinê were qebûl kirin û 3’yê Tebaxê bibe roja navnetewî ya li dijî qirkirina jinan xebatên heyî di warê dîplomasiyê û hûqûqî de werin xurtir kirin

76

jin

Diclepress13@gmail.com

bixwaze. Di dawiya Kongrê de hevpeymana TAJÊ û bîryarên girîng bi guhertina amblema TAJÊ hatin stendin û Meclîsek navendî ji hemû qadan a ji 31 jinan pêk tê, hate ava kirin. Kongre bi çoşek mezin bi diruşmên JIN JIYAN AZADÎ û BIJÎ BERXWEDANA ŞENGALÊ bi serkeftî bi dawî bu. Biryarên hatin standin Bîryarên ku di çarçovêya pêngava ‘Tu jî ji bo guhertin û azadiyê rabe ser piyan’ hatin stendin wiha ne: Bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xebatên cûrbicûr yên akademî, rêxistinî, civakî, aborî, parastinê, siyasî werin berfireh kirin û ji bo şikandina tecrîtê tekoşîna radîqal were pêş xistin. Da ku civaka Ezîdî bi pêşengtiya jinê bibe civakek exlaq û polîtîk û xweseriya demokratîk a Şengalê mîsoger

bibe, mezinkirina rêxistina TAJÊ li ser hîmê avakirina meclîsan û komînan were esas girtin. Ji bo rizgar kirina Şengalê ji her çar parçêyê Kurdistanê hevalên ku hatin, têkoşîn kirin û şehît ketin di şexsê heval Armanç Merdîn, Gulçîn Rojhilat û Evîn Dêrîk wek sembola bi rihê fedaîtî lî çanda koka xweyî kevnar xwedî derketin bê qebûl kirin. Li hember fermana ku li ser jin û civaka Êzîdî pêk hat di şexsê sê hevalan Bêrîvan, Arîn, Nazê, Lava wek sembola berxwedanvana jinên Êzîdî bên qebûl kirin. Li dijî tundiya jinê mîna pirrjinî, temenê biçûk zewicandin, qelen, kuştin, xwekuştin guhertina hişmendiya desthilatdariya zilam a serdest bi bilindkirina têkoşînê were ava kirin. Xebatên dîplomasiyê li ser hîmê avakirina eniya hevbeş a berxwe-


Diclepress13@gmail.com

danê

jin

77

HEJMAR 14

2019/10/15

SAL 3

KOVAR DICLE

bi

jinên rojhilata navîn û kêmnetewan mîna ereb, şîa, xiristiyan, asûrî, kakaî, zerdeştî, yarisan û hwd, werin xurt kirin. Ji bo fermana 73’emîn fermî wek qirkirina jinê were qebûl kirin û 3’yê Tebaxê bibe roja navnetewî ya li dijî qirkirina jinan xebatên heyî di warê dîplomasiyê û hûqûqî de werin xurtir kirin. Doza ku li hemberî hikûmetan mîna yê Almanyayê ji ber bêdengiya li hemberî hemwelatiyên wan ên çeteyên DAIŞ’ê hatin vekirin xurtir werin şopandin û meşandin. Girêdayî vê da ku çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan di çarçovêya dadgehek navnetewî bên darizandin bi mîsyona pêşengtî xebatên wê xurtir bên meşandin û hesabên fermanan were pirsîn. Li dijî siyaseta penabertî xurtkirina

xebatên vegera welat bi rihê sefeberiyê derbasî meriyetê bibe. Da ku jina Êzîdî xwe bigihîne nasnameya xwe ya aborîzana heqîqetê ji bo pêşxistina aboriya komînal xebatên mîna koperatîfan… hwd, werin pêş xistin. Ji bo rizgarkirina tevahî jinên û zarokên dîlgirtî, dîsa ji bo pêşaroja wan ya azad li axa pîroz mîsoger bibe Navendên tedawîkirina trawmayê bên ava kirin û xurtir kirin. Xebatên zanist û ronakbirî di derbarê jinên pêşeng mîna Zarîfe Ose, Dayê Zêro, Meyan Xatun, Sîtya Nîsra, Stîya Ez, Stîya Neqşa û her wekî din werin destpê kirin û di beşên çand û hûner, ragihandin, civîn û perwerde bên rojev kirin. Berhemên wê wek pirtûk werin çap kirin. Li dijî polîtîkayên bişaftinê ku ji aliyê pergala modernîteya kapîtalîst li ser jinên ciwan ên Êzîdî bi taybetî li qa-

dên Ewrûpa, li tevahî kampên penaberan mîna li Başûrê Kurdistanê tên meşandin pêngava avakirina rêxistina xweser a jinên ciwan ên Êzîdî were avêtin. Da ku jinên ciwan ên Êzîdî li ser hîmê nirxên xwe yên olî û çandî, bi nasnameya xwe ya jinê û ciwanî bibe xwedî vîna azad xebatên di aliyê siyasî, civakî, parastinê, perwerde, çand û hûner, werzîşî xebat bên xurtir kirin”.

Li dijî siyaseta penabertî xurtkirina xebatên vegera welat bi rihê sefeberiyê derbasî meriyetê bibe


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/10/15

HEJMAR 14

78

çand

Diclepress13@gmail.com

Feqîr Mîrza kiye?

Li sala 1980 dest bi gotina stirana folklorê kirye

A: CEMÎL QÎRANÎ

Navê min Mîrza Dervîş Hiseyn e. Ez

tê me naskirin bi navê Bavê Sebah di nava Êzidiyan de. Berê mala me li Çemê Cibra bû. Me piştre bar kir, em çune gundê Berana. Jêre digotin gundê Emrê Dawûd. Ez li wêderê çûme Medresê, di sala 1972’an de. ez gihîştime sefa sêyan mutewasit. Di sala 1982’an min dev ji medreseyê berda. Min dest bi strana folklorê, çiyayê Şingalê kir, di sala 1980 de. Min stran digotin lê min tescîl nedikir. Lê piştre di sala 1982’an min stran tomar kirin. Li sala 1984’an ez zewicîm. Deh zarokên min hene. Wextê ku min

dest bi stranên folklora şingalê kirî min guhdarî qewalê Şexmûz kir û ez ji wî fêrî stranên folklorê Şingalê bûm. Hingê mala qewalê Şêxmûz medresa çiyayê Şingalê bû û ez li ser destê wî fêrî stranan bûm. Qewala Şêxmûz yê eskerî bû, dema ku ji dewamê dihate mala me, min û wî bi hevre strana Şingalê digot. Ez wek feqîr Mîrza li Şingalê tême naskirin, yêkemîn strana ku min gotî strana Qadî Şilo bu û piştre min strana Meyremê got. Wî demî stranvanên me digot, heçî kesê strana Qadî Şilo heviz dikir ewê karîbe hemû rengan de stranan bêje. ji ber ku ev stran li perdên temborê hemuyan dide. û min stran bi peyv û awazên xwe jî çêkirine. Ji ber ku stranbêj kariben ji ber xwe çêbike nu ku tinê stranên elemê bêji û ez wek Feqîr Mirza di destpêka min

dest bi stranan kirî, keyfa min ji strana Hezîn(Xemgîn) re dihat. Ji ber ku strana hezîn moral dide mirov dema mirov stranan dibêje. Bi mixabinî em wek hunermendê çiyayê Şingalê, tiştek ji mere nayê kirin. Ji ber ku stranên folklorê yên çiyayê şingalê, rast wekî van qûban û mizargehan, ew jî tiştek muqadesin li Şingalê. Em wek hûnermend dixwazin, tiştek ji hûnermendên Şingalê re werin kirin, da ku ev hûner û folklor neyê wûnda kirin. Wekî fermana 03,08.2014 bi ser Şingalê de hatî, bi rastî jî wek hûnermendek dilê min li stranan sarbû. Nêzîkî salekê min û Şêx Çêlî me stran negot. Lê piştre xelkê gote me ya hûnê stranan bêjin, ji ber ku hûn hûnermendên kevnin, heger we stran terikand yê ev stran wûnda bibin. Ji ber ku ev şebabên me dest


Diclepress13@gmail.com

çand

79

HEJMAR 14

2019/10/15

SAL 3

KOVAR DICLE

Ez wek hûnermendek li çiyaye Şingalê, ez stranê ji keçik û jinê re eyip nabînim. Ji ber ku tiştekî normale ku keç û jina Êzidî stranê bêjin. Xweziya niha bi dehan hebana ku stranên folklorê li çiyayê Şingalê gotîbana bi strana folklorê ya çiyaye Şingalê dikin, guhartinê dikine nav folklor de, em dixwazin hûn dîsa stran bêjin. Ez wek hûnermendek li çiyaye Şingalê, ez stranê ji keçik û jinê re nabînim eyip. Ji ber ku tiştekî normale ku keç û jina Êzidî stranê bêjin. Xweziya niha bi dehan hebana ku stranên folklorê li çiyayê Şingalê gotîbana, lê serrastî gotîbana. Ji ber ku stranên me ne ji ber xwe hatine, her stranek ji me ji fermanek, ji qetlîamek hatiye, vêcar nabe ku em guhartinekê bikin stranê. Lê hima heke stranekî evîniyê bi, xem nîne tu guhartinê têde bikî, lê strana wekî Selîmê Mistê, Newax Îbrahîm Başa, strana Êzidî Mîrza, ya Qadî Şilo, stranên wisa nabe ku guhartin bikevi têde. Berê jinek hebu ku stran digot, He-

zuwa Stranvan her dem bî kîs û qalun bu û diçû koçkûdîvana û digeriya û stran digot. Lê hima niha ji ber mesela eşîrtiyê, ji ber wê yêkê nahêlin keç û jin stranan bêjin. Lê belê ez wekî hûnermendek çiyayê Şingalê, ez stranan ji keç û jinan re nabînim eyip. Niha 4 zarokên min jî strana folklorê Şingalê dibêjin û min stran li gelek cihan gotiye. Li Bakûrê Kurdistanê, Mîhricanek çêbû, me dawet kirin. Ez û Şêx Çêlî hatîbûn dawetkirin me bi hevre li wê derê stran gotin. Min li rojavayê Kurdistanê jî stran gotine û min di qenata Başûrê Kurdistanê de jî stran gotine. Stran bi Ekrem Reşo re gotiye. Ji derveyî Şingalê bi Seyîd Gebarî re min gotiye. Li gelek koşik û dîvanan min stran gotine, li gundên

li derdorê Şingalê. Yên ku min bi wan re stran gotî, mîna Celo Babê Ferhan, Şexmûz Bavê Elyas, Xelo Şingalî, Tahsînê Xidir Feqîr, Şêro Gurnoz. û ez wekî hûnermend min stranên folklorê yên Şingalê daye ser milê xwe, ez dibêjim ku barê hûnerê barekî giran e. Divê wextê ku hûnermendek stran got, divê zanibe çawa stranê bêji ji ber ku çênabe ku guhartinan mirov ji ber xwe bixe stranê de û divê hûnermend xwe Hizbî neki, ji aliyê ragihandinê ve vekirî be, nabe ger radyo, qenat biçin gel û bibêje na ez napeyivim û çênabe ku hûnermend xwe nefs mezin jî bike. Ji ber ku ji hûnermend re mezintahî eyibe(şerme). Wî erkek daye li ser milê xwe, çênabe xwe li ser kesekê mezin bike.


KOVAR DICLE

SAL 3

2019/10/15

80

HEJMAR 14

fikrî

Diclepress13@gmail.com

Felsefeya Rindî û Ronahiyê

Sûhreverdî, di ruh de madde, di madde de ruh dibîne

Loqman Polat

Serdarê hêza Îslamî, serokê dewleta

Eyubiyan, Selhadînê Eyubî bi eslê xwe Kurd bû. Ew di dema hukumdariya xwe de mirovekî adaletperwer û demokrat bû. Lê ev demokratbûna wî ji bo Kurdan nebû, ji bo yên din bû. Di dema Selhadîn de fîlozofekî Kurd ku navê wî Şahabettîn Sûhreverdî bû dijiyan. Ew mirovekî herî zana yê dema xwe bû. Lê çi heyf e ku, Selhadîn jê marî kir, pêre hesûdî kir û dawî jî wî da kustinê. Min wexta ku romana Mehmed Uzun ``Mirina Kalekî Rind`` xwend, felsefeya rindiyan gelek bala min kisand. Lehengê romanê kalê rind felsefeya rindîtiyê diparêze. Paşê min li ser vê felsefeya wan li gorî çapa xwe

lêkolîneke pir biçûk kir e. Damezrevanê vê felsefeyê Şahabettîn Sûhreverdî(1153 - 1191) zana û ramanwereke Kurd e. Wî felsefeya Zerdûşî û Mazdeiyê bi dîtin û ramanên xwe ve hunandiye û felsefeya rindîtiyê pêk aniye. Ev felsefe di Kurdistanê û Îranê de û di Suriyê û Misirê de gelek belav bûye. Felsefeya Şahabettîn Sûhreverdî rindî û ronahî ye, zanîn û îlîm e. Însanî û etîk e. Wî felsefeya xwe ji bo pêşketina însaniyetê pêşkês kiriye. Li gorê wî, zanîn û raman-îlîm û fikir-li cîhanê tiştên herî bi nirx in, bi qîmet in. Ew civaka ku têde hiqûq tunebe, zanîn tune be, pêşve nakeve. Ji bo pêsketina civakê aqil, zanîn, îlîm pêwîst e. Sûhreverdî van dîtinên xwe di berhema xwe ya bi navê ``Heykelên Nûr - Peykerên Ronahiyê`` de tîne zimên. Di dema me de, yanê di esra bîstan de; civaknas, fîlozof, ramanwêr, siyasetvanên sosyal girîngiyê didin

dîtîna ``Her tist ji bo însan``. Mirov dinêre, ev dîtina ku îro bi her awayî tê parastin û bûye dîtina bi mîlyonan kesan, ji vir neh sed sal berê, yanê di esra yanzdan de ji alî Sûhreverdî ve hatiye parastin. Sûhreverdî gelek girîngiyê daye însanan, ji însanan hez kiriye, felsefeya xwe li ser evîna însanan hunandiye û fikr û ramanên xwe li ser bingeha ``Her tist ji bo însanan`` damezrandiye û vê fikrê xwe, dîtin û ramanên xwe belav kiriye. Wî guhartin û pêşketinê di însanan de dîtiye. Wî ji sîstema cîvakî fikrên sosyal cîvakî parastiye, heta mirov dikare bibêje fikrên wî fikrên sosyalîstiyê ya klasîk e, îdealên wî wek îdealên Xalacê Mensûr îdealên wekheviyê, azadiyê, ronakbîriyê ne. Şahabettin Sûhreverdî, wek îslamiya desthilatdar nefikiriye. Ji xwe ew di jiyana xwe de tim li dijê desthilatdariya îslamiya dagirkeriyê derketiye. Ew, xwedê wek Muhamed taswîr nake. Taswîra wî ya ji bo xwedê li ser


Diclepress13@gmail.com

fikrî

81

HEJMAR 14

2019/10/15

SAL 3

KOVAR DICLE

bingeha hulqandina însanan e. Ew însanan li ser hertistî ve dibîne û xwedê jî di însên de dibîne. Sûhreverdî dibêje ; ``Însan xwedayê

nîvco ye, Xwedê însanê mukemel e.`` Ew xwedê wek însan, însan wek xwedê dibîne. Însan bi eqil û fikrê xwe, bi hihûqa xwe, bi hestên xwe, bi evîna dilê xwe spehiye, însan ji guhertinan re, ji pêşveçûnê re vekiriye û bi vê hawayî digihîşe ronahiyê. Rindî fazîleta însanan e. Sûhreverdî, di ruh de madde, di madde de ruh dibîne. Li gorî wî madde dikare bibe ruh, bi can bibe, û ruh dikare bibe made, bê can bibe. Îslamiya doxmatîk vê fikrî qebûl nake. Li gorê wan ruh nabe made. Însan ji ruh çêbûye. Made tune. Di felsefeya Sûhreverdî de zeman û mekan heye. Di cîhanê de her tişt li ser hevûdu tesîr dike. Made tê guhertin, made di gelek şiklan de ye, lê berdewamiya xwe her didomîne. Bi kurtahî felsefeya

wî, felsefeya tarîtî û ronahiyê ye. Ji ber vê felsefeya wî, ew hatiye xîşm û xezeba îslamîstan. Desthilatdarên îslamî lê hatine xezebê û bi hawakî trajîk wî kuştine. Di kuştina wî de, trajediya herî balkêş jî ev e ku; ew fîlozofekî Kurd bû û ji alî Sultanekî, Serdarekî Kurd de hate kuştinê. Kurdekî weha deha, zana, çawan mirov wî dikuje? Heger Selhadînê Eyubî wî nekuştana, bêhêjtana fikr û ramanên wî di nav civakê de belav bibana, dê îro gelê Kurd gelek di pêşte bana. Azad bana. Lewra, di felsefeya Sûhreverdî de ji dagirkeran re xizmet kirin tune ye, berxwedan heye. Gera li pey heqîqetê heye, rêveçûna di riya ronahiyê de pêşketin heye, spehîtî û rindîtiya însên heye.

Sûhreverdî, di ruh de madde, di madde de ruh dibîne. Li gorî wî madde dikare bibe ruh, bi can bibe, û ruh dikare bibe made, bê can bibe. Îslamiya doxmatîk vê fikrî qebûl nake. Li gorê wan ruh nabe made. Însan ji ruh çêbûye


KOVAR DICLE

SAL 3

HEJMAR 14

2019/10/15

82

gotar

Diclepress13@gmail.com

Cejna gelê me ya Cemayê pîroz be

ş

amed ingalî

Li ser dîroka roja reş ya 03.08.2014 tam 4 sal derbas bûye. Êşên me hîjan taze ne. Meha Tebaxê ji bo me bûye meha ferman, qetlîam, xwîn, hêstirên çavan. 14’ê Tebaxa 2007 qetlîamên li Siba Şêx Xidir û Tel Êzer pêkhatin. Qetlîama Koço di vê mehê de pêkhat. Cardin mamê gelê Şengalê kû rêberek yê gelê me yê Êzidî ye Mam Zekî Şingalî di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a faşist de me roja 15’ê Tebaxa 2018’an de wûnda kir. Em piştî mehek ewqas bi êş diçin serdana qûbeyên xwe û cemaayên xwe pîroz dikin. Em dest bi jiyanekî nû dikin. Em irf û edetên xwe, kevneşopiyên xwe, îbadetên xwe yên olî, nirxên xwe yên çandî dijîn, didin jiyîn. Em bi derfetên xwe hewldidin bijîn. Me cardin di vî demî de famkir ku ji derveyî me dostek me nîne. Berpirsên fermanên li ser me hatîn hêja bi giştî nehatiye eşkerekirin. Hêvîyên me yên piştî fermanê nehatine pêşvazîkirin. Di serî de dewleta Îraq’ê, rêveberiya Herêma Kurdistanê li hemberî Êzidiyan berpirsiyariyên xwe neanîne cih. ji bo ji nûve avakirina Şingalê, anîna asta têde bikarî bijî karekî baş, li ber çav nehatiye meşandin. Ji bo dîlên me bên rizgarkirin hewildanekî herî biçûk jî nehate nîşandan. Ji bilî rêveberiya Ro-

java, hêzên YPG û QSD tî hêz ji bo rizgarkirina dîlên me nebûye alîkar. Vîna ku gel xwe bi xwe birêvedibe, di parêze jî yêkser nasnakin. Ango hukumeta navendî û rêveberiyên herêmî re em bihêlin alîkarî dayîn, astengî jêre derdixin. Vegera Şingalê bi zanebûn ji aliyê PDK ve tê asteng kirin. Ev Korîdora ku bi armancê mirovî tê bikaranîn bi awayekî keyfî girtîne û xelkê mexdûr dikin. Hêzên navneteveyî jî ji bo Şingalê nebûne alîkar. Heya gelek saziyên ku bi navê ‘saziyên alîkariyê’ xebatan li ser mexduriyeta civaka Êzidî hewldidin vîna vî xelkê bişkînin. Hewildidin Şingalê vala bikin. Bi cûr be cûr wehdan rêyên ji bo derveyî welat vedikin û qirkirinekî çandî ferzdikin. Ji bo Êzidiyan hêj telûke, xeterî bi giştî derbasnebûye. Pêwîste li hemû qadên leşkerî, siyasî, aborî xwe bigihîne asta têra xwe bike. Tinê yêk hêz heye ku Êzidiyan biparêze, ew jî hêza xwe parastinê ya cevherî û rêveberiyên xweser e. Em neçarin xwe ji bûyîna amurên siyaseta hinekên din rizgar bikin û xwedî li xwe derbikevin. Tiştên ji derveyî me diqewimin me di her qadî de bandor dike. Herêm rewşekî ku ji bo şerên nû vekiriye jiyan dike. Pêwîste bandorên nebaş yên ji bandorên pêşketinên li derve em bas bixin hesabê û zêdetir bi hişyarî nêzbibin û parastina xwe bi hêztir bikin. Ji ber vê yêkê di van rojên ku em bi coşek mezin pîroz dikin de, em bi hatina gel hevre pîroz dikin divê em hêj zêdetir yêkbûnê bijîn. Li

cihekî wekî Şingal kû ji bo em bikarin sax bimînin gelek girînge ku em yêkîtiya xwe avabikin, tîfaqê pêşbixin, xwe birêxistin bikin. Ji derve çiqas alîkarî bê dayîn an bila bê dâyîn, heya kû em xwe bi xwe birêxistin nekin, neparêzin yê feyda ti alîkariyan jî çênebe. Em divê li her qadan xwe sazbikin. Divê em tûdem destûr nedin ku xwe ji derve li ser me ferzbikin, li ser vîna me xwe hûkm bikin. Em divê mafê xwe yê zagonî heya dawîyê bikarbînin. Em li gora mafê xweseriyê ku di zagona İraq’ê de heye, avakirina xwesteka navenda La de divê bi israr bin. Bi kurtasî heya ku em statûyê ji bo Şingalê bidest bixin divê em têkoşîna xwe ya zagonî û mafdar tîrtir bikin. Xwendevanên Hêja; Em hêvîdarin ev cejnên Cemaayê ku em pîroz dikin ji bo gelê me bibe vesîleya yêkîtiyê û aramiyê. Em divê ji van pêvajoyên ku me jiyan kiriye dersan derbixin û li hemberî xeteriyên li ser civaka me hişyar bin. Em divê hêza çareseriyê ku ji bo pirsgirêkên mere bibe derman bixwe pêşbixin. Ji her demî zêdetir bi rihekî hevgirtî divê em tevbigerin, bi piştgirî û piştevaniya hevdû re divê pirsgirêkên xwe re bibin çareserî. Divê em tûdemî ji bîrnekin kû ya ku Êzidiyan û Êzdiyatî bide jiyan kirin tekane hêz yêkîtiya me ye. Bi hêvîya ku ev cejnên ku em bi yêkîtî û hevgirtinê re derbas dikin bibe vesîleya avakirina paşeroja me, em cardin wek xebatkarên Kovara Dîcle cejna we pîroz dikin û ji were serkeftinê dixwazin.


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.