9 minute read
ESAnAyÎgERÎ TÊ wATEyA KU SAnAyÎ ROKA BÎRDOzÎ wERgIRTI y
Rehenda Modernîte ya Sanayigerî(Endustriyalîzm) û Modernîteya Demokratîk
Rastiyek e ku çaxa me(şêwaza jiyana me ya nûjen/modern) di rehendên mîslê nedîtî de rajêrî(girêdayî) sanayiyê ye. Her wisa nikare were înkarkirin ku şoreşa sanayî ya sedsala 19. duyemîn şoreşa mezin a civakî ye, ku piştî şoreşa çandinî pêk hatiye. Ew îdeaya ku sanayîbûn bêhempatiyeke modernîteya me ye jî, heman weke di daneheva sermaye de nitran e. Pêngavên sanayîgerî bi hejmareke zêde di xwezaya civakî de bi giştî û di civaka çandinî ya neolîtîk de bi taybetî, her wisa di civakên serdema şaristanî de, belkî di eyara sedsala 19. de nebin jî, hatine pêkanîn. Ji ber ku tevahî pêşketinên teknîkî, wek cûreyek pêngavên sanayî ne, pêşketin berdewamî ye. Û yên di serdemên pêngavan de pêk tên, hilpekînên wesfiyane ne. Mirov dikare bi hezaran nûvedanên sanayî bijmêre, her wekî yekemîn sanayiyên dîzik û xilik, destar, tevn(dezgehên raçandinê), tekel, gîsn, çakûçsindan(ê goşkaran), bivir, kêr, şûr, aş, papîrûs, kaxiz, amûrên cûrbecûr ên madenî û wekî vana. Lê, bêgotûbêj e ku şoreşa herî mezin a sanayî di destpêkên sedsala 19. de di bin serokatiya Îngilistanê de pêngaveke mezin avêtiye. Vê yekê, di gel ku cewaziyeke girîng a modernîteyê heye, tekanîtiya wê misoger nake, lê tenê cewaziya wê nîşan dide. Derbaseya ji sanayî(endustrî) bo sanayîgerî(endustriyalîzm) rewşeke hîn cewaztir e. Sanayîgerî tê wateya ku sanayî naveroka bîrdozî wergirtiye. Sanayîgerî, ku li hemberî çandinî û gund pêşket û wekî din zenaetkariya kevneşopî
Advertisement
ya bajêr girt hemberî xwe, di pêşketina xwe ya ber bi roja me ya îro ve, sedema di serî de felaketên ekolojîk tevahiya merezî(nexweşî) yan e. Elbet, sanayîgerî bîrdoziya yekdestiyên sermaye ye. Dema ku di dawiyên sedsala 18. de teng bûn wan qadên bikaranîna pere-sermaye(bi awayên xwe yên kevneşopî), ku di destên wan de gihîştibû mêjer(mîqdar)ên mezin, berê xwe dan sanayî, vê yekê çavkaniya xwe ji wê meyla zagona karê girtiye da ku pêşî li daketina rêjeyên karê bigirin û heta wan hîn zêdetir bilind bikin. Bi taybetî sanayiya raçandinê wisa ye. Dema ku hilberîna mekanîk, bi çavkaniyên nû yên enerjî(komir, hilm/ bûxar-elektrîk) re gihîşt hevdu, hilberîn ku peqînekê çêkir, rêjeyên karê ji nîşka ve bilind kir mezintirîn astê. Her wisa diyardeya dewlet-netew û hemberî(reqabet) ya tund a di navbera wan de, bi van rêjeyên nû yên karê ve pêwendîdar in. Sanayîbûn, anku endustriyalîzm ket pêşiya her tiştî. Ew bi xwe bû baweriya herî pîroz a dewlet-netewê. Ev pêşbirk, bêyî wendakirina ti tişt ji lezayiya xwe, heya roja me ya îro berdewam dike. Yeqîn(qenaet)a hevbeş e ku encamên wê ji niha ve gihîştine rehendên bixof. Ne tenê rûxanên ekolojîk di wateya teng de, di heman demê de nijadkujiyên bikoktir û berfirehtir ên çandî û fizîkî; her wisa şerên bi qasî ku nikaribe bi ti serdemên dîrokê re bêne berawirkirin, rehendên kûrewî(global), herêmî û navçeyî wergirtine; dîsa civak ku bi rêbazên bîrdozî-metafizîk û pirkirinên desthilatiyê ji nasnameya xwe ya exlaqî û polîtîk hatiye qutkirin; lewre komkujiyên qirên civakê; vana hemû ji nêz ve girêdayî meyl
yan jî ola sanayîgeriyê ne. Zanist û teknîk, ku ji alî sanayî ve têne bikaranîn, bi qasî ku nikaribe bi ti serdemên dîrokê ve were berawirkirin, naverokekê bîrdozî wergirtine. Sanayîgerî weke bêhempatiya modernîteyê, gefa herî mezin pêk tîne hem li nava singê û hem jî li pêşiya civakê. Sanayîgerî(endustriyalîzm) di şûngeha Pêker/faktora herî bingehîn de ye di meyla aşûtbûna desthilatiyan de, ku çandinî û gundan dirûxînin, bajaran weke qansêr mezin dikin, civakê bi tevahî digirin bin raçavî û kontrolê û ti çavikên wê nehêştine ku xwe çirpandibin/bernedabin nava wan. Dewlet-netew, weke forma bingehîn a serweriya desthilatî û bîrdozî ya sanayîgerî, di van hemû pêvajoyan de rola serekîn dilîze. Mirovahî weke xwezaya civakî, ji mêj ve ketiye bin gefa rasteqîn a mehşerî ya vê sanayîgeriyê, weke bêhempatiya modernîteyê. Felaketên ku serê xwe derxistine, fişekên nîşanê yên vê xeteriyê ne. Di vê de, arzûya ji bo berhevbûn û mezinbûna berdewamî ya sermaye, ku jê re tê gotin ‘zagona karê’, pirr eşkere ye ka çiqas wekhev e li gel dijberiya civakê. Ferzkirina li xwezaya civakê tim zagona danehevê, qira-civakê bi xwe ye. Nijadkujiyên daringî û çandî, bûne yekemîn gavên vê pêvajoyê. Encameke hevbeş a her zanyara/ê biaqil û hînekî xwedî wijdan e, ku digihîjê, ku, eger tedbîr nayêne girtin, mirovahî ripîrast(rasterast) diçe mehşerê. Lewre, sanayîgerî, ku weke bêhempatiya modernîteyê, tekaniya duyemîn e, tevlî kapîtalîzmê ve ku ‘cêwiya wê ya
Siyam’e, ne tenê qîma xwe nahînin bi lêdana mora xwe li modernîteyê; her wisa ne tenê bi navgîniya modernîtê dibin sedema aloziyên aborî, lê di heman demê de di tevahiya tevn û hêmanên jiyanî yên civakî de di qansêrbûna wê de rola serekîn dilîzin. Tam di vê xalê û wergiriyê de şûna modernîteya demokratîk a di heyîna civakî de bi hemû zelalî û pêwîstiya xwe derdikeve holê. Civak; yan wê bêza xwe ya bi çar nalan bo mehşerê bidomîne; yan jî wê bi pêngava xwe ya hembêzkirin, pîrozkirin û ji nû ve avakirina modernîteya demokratîk ve, bêje “rawest e [êdî bes e]!”. Maliyetên gevizîna li naverastê, her roja ku diçe, weke aşûtê mezin dibin. Van tespîtan nabêjin ku sanayî bi tevahî neyînî ye; lê, bal dikşînin ser felaketa sanayîgeriya li pey karê. Sanayî jî, heman weke di têkiliya aqilê analîtîk de, eger di rasterêya [bi sûda] civaka exlaqî û polîtîk de were bikaranîn, dikare mirov bibe jiyana weke bihûştê. Mirov dikare diyar bike ku pêngaveke sanayî, ku bi ekoloji û çandinî re dest bidin hev, ne tenê wê pirsgirêkên herî bingehîn ên aborî çareser bike, her wisa wê karibe tevahiya pêkerên din ên duyemînî yên pirsgirêkan veguherîne bo erênîtiyê. Ne zor e ku mirov rawêj bike ku, eger tenê xurdekariya maşîn(erebe)an raweste, wê di gelek qadan de, ji petrolê heya rêyên guhastinê û ji qirêjiya jîngehê heya biyolojiya mirovan, encamên di wesfa şoreşê de bizin(çêbibin). Heta, dema bê girtin ber çavan ku, eger sanayîgeriya deryayî bi vê lezayiyê biçe wê ti xêr ji derya û bejayiyê nemîne, wê baştir bê têgihîştin ku sînordarkirineke misoger a amyar(wesaît) an, çiqas girîngiya jiyanî di xwe de werdigire. Elbet ciyê lêkolîna berfireh a encamên guheranên bikok ên ku çêbin ji ber sînordarkirinên ku bêne danîn li ser sanayîgeriya di warê bi hezaran şaxan de, di serî de sanayîgeriya nuklear, sanayiya çandî jî tê de, van risteyan nînin. Tenê balkişandina ser vê û tegihîna rehendên wê yên şoreşane jî tew girîngiya mijarê radixe ber çavan. Ji bo rawestandina zagona karê, elbet çalakbaziya mezin a civakî jê re pêwist dike. Ji ber ku ajoya serekîn û hêmana arastekar a mod-
ernîteya demokratîk ne kar e, di girîngiya jiyanî de ye ku ew bibe bijareya herî guncav a şaristaniyê. Endîşeya serekîn a sîstema civaka exlaqî û polîtîk, ku xwe naspêre sîstema çîn-sermaye û karê, ew e ku nasnameya xwe azad bihêle û ji bo vê, amûrên xwe yên siyaseta demokratîk bike jiyanî. Lîberalîzm, ku bengiya bêsînor a qezenc û karê datîne pêşiya takekes, bi vê armancê bi berdewamî mizginiya modernîteya kapîtalîst û endustriyalîst weke yekane şêwaza jiyanê dide. Pêwîst dibîne, weke cûreyek olên çaxa yekemîn, ku sîstemê bihomîne(teqdîs bike). Sanayîgeriya çandî, şêweyeke nû ya sînornenas a vê homandinê ye. Têkoşîna aborî ya çînî û tevgerên ekolojîk û femînîst bi serê xwe, dikarin her cûre şerên desthilatî û wê modernîteya ku ewqas rehendên dêwane wergirtiye, bi modernîteyeke alternatîv rawestînin. Van çarsed salên serwerîperestiya kapîtalîst, vê rastiyê têr baş rave dikin. Pêwîst nake mirov bibe zanyarekî/e mezin a/ê civakî ji bo tenê mirov têbigihîje ku sedema hilweşîna sosyalîzma pêkhatî jî ew bû ku nekarî modernîteyeke alternatîv pêş bixista. Em pirr bi hêsanî dikarin rawêj bikin ku eger sosyalîzma pêkhatî tew ji sanayigeriyê re jî çareserî anîba, wê karîbûya raresiya xwe parastiba. Eger komên serekîn ên dijber/muxalif(utopyager, anarşîst, rizgarvanên netewî, ekolojîst û tevgerên femînîst), di serî de jî yên di xeta sosyalîzma pêkhatî de, ji bo qezenckirina şerê modernîte, ku serwerîperestiya kapîtalîst li pey wê dibeze û ji bo mora xwe lê bide her tiştên xwe datîne holê, karîbûna ji bo têkoşînên xwe yên modernîte, herî kêm rastereyekê(xetekê) di teorî û pratîkê de dabana rûniştandin, diyar e wê dîmena modernîteya îroyîn a cîhanê pirr cewaztir bûbûna. Xala tek û hevbeş ku têde wenda kirine, ew e ku pirsa “Gelo kîjan modernîte?” nepirsîne û ji bo bersivê, bi hev re nebeziyane li pey xeteke sîstematîk a teorik û pratîk; her wisa xirab(eyb) nedîtine ku heya qirika xwe bijîn wê
Ji bo rawestandina zagona karê, elbet çalakbaziya mezin a civakî jê re pêwist dike. Ji ber ku ajoya serekîn û hêmana arastekar a modernîteya demokratîk ne kar e, di girîngiya jiyanî de ye ku ew bibe bijareya herî guncav a şaristaniyê
şêweya jiyanê, ku kapîtalîzm û endustriyalîzm bi awayekî perçiqîner pêşkêşiya wê dikin. Li gel vê û ya herî girîng ew e ku piştî pejirîna netewperestiya-dewlet weke formeke serekîn a şêweya jiyanê, li şûna rexnekirina wê weke hêmaneke modernîte, elbet wê nediyar û zor be ku dozeke serekîn a muxalefet bi giştî û muxalefet a çep bi taybetî, xuyanîtî wergire. Mijareke ku ez lê diheyirim, di derbarê vê dîrûşmê de ye: “Cîhaneke dîtir, gengaz e”. Pêşkêşbûyîna vê dîrûşmê, mîna ku vedîtin/keşfek, peyamek yan jî heşmendiyeke girîng be, metel/heyreta min hîn bêhtir zêde dike. Dema ku li naverastê pirsgirêkên modernîte, weke dêwekî ku nakeve xirar(çuwal) derketine holê; dema ku sîstem ji her aliyê xwe ve av girtiye û dihilhile [dikermite weke pelikên masiyan]; her wisa dema ku bin û ser erdê serî hildidin, vedîtin,/ keşfa wisa bi mirov ‘pî!’dide gotin. Ma qey wê ji mirov pirs nekin û nebêjin; dema ku modernîteya zal a heyî(modernîteya ku kapîtalîzm û endustriyalîzm mora xwe lê dane) bi hemû pirsgirêk û harîtiyên xwe ve(ya qala wê tê kirin, şêwaza jiyanê ye) li naverastê ye, ma tu yê bi kîjan alternatîva xwe û qîma xwe bi rexneya xwe nehînî di tevahiya hêmanên serekîn de û bibî bersiv, her wisa karibî bibî bersiv? Ol, felsefe û dokrînên exlaqî, her wisa tevahiya pirzaniyên di dîrokê de ji bo ku bibne bersiv bo pirsgirêkên modernîte yên di serdemên xwe de hatine pêşxistin. Dikare bê gotûbêj kirin bê ka têrê kirine yan na. Lê ya girîng ew e ku hewldan bi navê civaka exlaqî û polîtîk qet ne kêm bûne. Modernîteya demokratîk, dema di ronahiya tevahiya van ezmûnan de, modernîteya kapîtalîst tevlî pirsgirêkên wê yên xweser ve, bi tehlîl û bersivên berfireh pêşwazî bike, ancax wê demê dikare wate derbibirre. Dîrok û rojaneyîtî, berevajiyê tê rawêj(texmîn)kirin, ne meydana zalî(serwerî)ya teqez a hêzên şaristaniyê ye. Dîrok bi propagandayê barkirî ye derbarê ku wisa ye. Çawa ku her dîroka hatiye nivîsandin ne rastî ye, her wisa her tiştê ku zanista civakî jî ji bo modernîteya roja me ya îro dibêje ne rastî ye; lê di rêjeya mezin de retorîka şaşwazkirin, korkirin û dogmakirina serweriya bîrdozî ye. Siyaseta demokratîk ne tenê bi wateya teng amûrek e ku civaka polîtîk dike erkdar; di heman demê de çalakiya wê ye ku civakadîrokî bi hemû aliyên wê rave dike. Ravekirina modernîteya kapîtalîst û endustriyalîst bi rêya siyaseta demokratîk, tenê dema ku bi heqîqetê re bibe yekpare, hingê wê hêza mezin a biryar û çalakî ya civaka exlaqî û polîtîk derbikeve holê. Wê demê, dê pirsa “Gelo jiyaneke hemdem û modernîteyeke çawa?”, bi şayanî bersiva xwe bibîne. Ezmûna çarsed salên dawî ya serweriya kapîtalîst îspat dike ku ti rêbazên dîtir bersivên têr û yên mirov bibne serkeftinê, hilneberandinê. Modernîteya demokratîk, bi sepanên xwe yên îdeayan, ji vê ezmûna dîrokî re bersiva xurt e.