4 minute read

nDIKESAyETA ŞEngALÊDEDIXwAzIn DESTKETIyÊn gELÊMETInEBIKI

Ji eDîtor

Di kesayeta Şengalê De Dixwazin Destketiyên gelê me tine bikin!

Advertisement

Xwendevanên hêja!

Heyva şibatê, yan jî heyva şevên tarî û reşbûnê, bêbextî û êşê ye. Heyva ku ji bo gelê me di her aliyêkî de êş ê û bextreşî bi xwe re aniye. Di vê heyvê de gelê me bi destê neyaran bi karesatên mîna Lozan, Cezayir, Qesrê Şirîn ku welatê wan hatî parçekirin re rûbirû hatine hiştin. Bi taybetî jî ku di vê deme de sîstima cihanî jî bi xwe di qeyran û kaosêkî mezin dijî û ji bo derbasbûna xwe jî her cûre bazariyên derveyî exlaq û pîvanin mirovahiyê dike. Di kî derî de jî bixwazê tenazûlatan ji bo parastina destketiyên sîstimê û parastina desthilatdariya xwe dike. Lewre divê ti kes ji ber vê xisleta pergalê matmayî nemîne. Dewleta Iraqê jî di nav de, her ku diçe rewşa wê ya siyasî, aborî û ewlehiyê xirabtir dibe û kî çî dixwaze û çawa dixwaze wisa tevdigere. hinek tenê derd û xem wan bidestxistina desthilatdariyê ye. Hinêk jî dixwazin desthilata berê vegerînin û hinêk jî dixwazin guhertin çêbibin. Lê belê naxwazin ev guhertin ji kîsê wan biçe û ew zehmetiyê bikêşin. Ev jî tê vê watayê ku ji bo guhertinêkî aqilane û pêkve jiyana azad û wekhev kes ne amade ye û nafikire jî. Di rewşeke wiha aloz, qeyranî ku nediyariyeke kûr heye de kîjan alî û enî, an jî rêxistin û civakê xwe rêxistin kiribe, xwe kiribe hêz, hêzên xwe yên parastinê xurt kiribe, dikare vê pêvajoyê baş bixwîne, rêve bibe û bi destkeftiyan bi dest bixe. Lê belê kî li gorî vê pêvajoyê negire dest û nêz nebe, li gorî vê hasasiyetê xwe rêxistin neke û neke hêz dê din av kaos û qeyrana herêmê de winda be biçe. Di vê rewşa aloz ku Iraqê tê de derbas dibe, dewleta Tirk û dewleta Îranê her yek dixwazin li gorî xwe teşe bidin hikumet û rêveberiya Iraqê, vê rewşa qeyranî ya li Iraqê heyî di çarçoveya berjewendiyên xwe de bikar bînin. Di wan demên dawî de dewleta Tirk rasterast hewl dide destketiyên Kurdan mîna dema referandûma Başurê Kurdistanê ji destê Kurdan derîne. Ji bo wê jî hewl dide PDK’ê û çeteyên ku bi navê ‘Pêşmergeyên Roj’ dîsa hinek kes û komên ku ji aliye hêzên îstixbarata Tirk (MÎT) ve hatine perwerdekirin û di derdora PDK’ê de cih digrin, li dijî destkeftiyên gelê me, di serî de li Şengalê û tevahiya welat bikar bînin. Lewre hewl dan ku bi navê rêkeftina Hewlêr-Bexdayê li ser Şengalê careke dîtir pêşmergeyan vegerînin Şengalê û îradeya civaka Êzidî ku xwe bi rêxistin kirî tune bikin. Qaşo ev rêkeftina wan jî li ser navê ‘çareserkirina pirsgirêkên Şengalê’ çêkirine, lê di rastiya xwe de tesfiyekirin û ji holê rakirina destketiyên gelê me yên li Şengalê ne. Hikumeta navedî ya Iraqê, PDK, dewleta Tirk û hêzên nêvdewletî jî qenciya gelê me yê Êzidî naxwazin. Naxwazin ku gelê me li Şengalê xwe bi xwe rêve bibe. Ew rêkeftina kul i dijî vîna azad ya Şengalê û Êzidiyan hatî çêkirin, rêkeftineke xwe dispêre berjewendiyên siyasî, îdarî, leşkerî û aborî ya di navbera hukumetên Bexda û Hewlêr de ye. Bazariyeke ku di navbera Iraq û PDK’ê de li dijî destkeftiyên gelê Êzidî hatî çêkirine. Hatina rayedarên leşkerî yên paye bilind ên tirk li Iraqê, ji bo temamkirina wê rekeftinê ye. Hûlûsî Akar û heyeta pê re wisa plan kiriye ku hem bi rêya hukumeta navendî ya Iraqê dawî li destketiyên gelê me, di serî de li Şengalê û li Başûrê Kurdistanê bi giştî bînê û hem jî dixwazin bi rêya PDK’ê hemû destketiyen gelê me yên beşên din ên kurdistanê ji holê rake û tune bike. Di salên 1975’an de dema k udi navbera Iraq û îranê de rêkeftin çê bû (Rêkeftina Cezaîrê), gelê me û destketiyên wî ji holê rakirin. Niha jî dixwazin vê rêkeftinê bi rêkeftinê di navbera Iraq-Tirkiyeyê de nû bikin û Cezayîreke nû li ser gelê me û destkeftiyên gelê me pêk bînin. Li hemberî van plangerî, dek û dolabên xêrnexwaz û neyaran ên li ser gelê me û desketiyên gele me pêwîste gelê me yê li Şengalê di vê qonaxê de beriya her tiştî yekîtî û tifaqa xwe ya navxweyî pêk bîne, rêxistinbûna xwe bi hêz bike û têkoşîna xwe ya azadiyê bilindtir bike, ji her alîyî de xwe ji vê pêvajoya nû ya li herêmê nexasim jî li Iraqê pêk tê xwe amade bike. Divê gele me bi hemû sazî û dezgehên xwe ve bi awayekî rêxistinkirî xwe ji hilbijartina Iraqê re amade bike û rê nede ku êdî ti kes li ser navê wan di perlamentoyê de de baxive, bike amûrê siyaset û berjewendiyên xwe. Divê gelê me bi awayekî xurt bikare temsiliyeta xwe bişîne parlamentoyê û ku bibe deng û daxwazên gelê me.

This article is from: