13 minute read

EDÛ gUnDÊn BI nAVÊ DAwIDIyÊ HEnE, EK LI SÛRyAyÊ Û yEK JÎ LI TIRKIyÊ y

çîROKA KAyA BEgê

Dû gunDên BI nAVê DAwIDIyê HEnE, yEKLI SûRyAyê û yEKJî LI TIRKIyê yE

Advertisement

A: şîrîn seydo

Kaya Begê li Gundê Dawidiyê bû ku li Tirkiyê bû ji Deverên Tirkiyê bi giştî Erdek ji Erdê Dawidiyê Şirîntir û Xweştir nebû û Çêl Şikayetî Kaya Begê ji ba Kurdan çû ba Xundkar, bi Merema ku wî Gundî ji Dest Kaya Begê bistînin û Xundkar jî biryar da ku ku Fermana Kaya Begê rake û Kaya Begê hate Mûsilê Şehînê Ûso, Şekirê Pêşîmam, Qewal Sivok, Hisênê Rengînê û Bayilozê Mesîhî bi xwe re rakirin û berê xwe da Xundkar û got”Ezê li ber Miletê xwe de Serê xwe bibim ji Xundkar re bila li Serê Min bê, ne Ferman li Serê Miletê Min rabê” Pîrek li Gundê wan bû got Mehmedo got ha ku di Stranê de tê Gotin Mihemed Kaya Beg lê di rastî de Mehmed e Pîrê gote, Mehmed”Kurê Min Sal û Nîvekê li ‘eskeriyê ye û nehatiye Malê eger tu çûyî Ttenbolê belkî Tu Pisyareke Kurê Min dikî” Mehmed jî got”Dayê li ser Çavê Min” ku Dû Gundên bi navê Dawidiyê hene, yek li Sûryayê ye û Yek jî li Tirkiyê ye ku Gundê Mehmed li Tirkiyê bû bi Navê Dawidiyê û ji ‘eşîra Xalta bûn û dema ku Mehmed Oxra xwe bi xêrkir Kurê Pîrê, ji bîrkir û bi rêket Sê Rojan li bendêye ku Xundkar bibînê lê nahêlin Hevdîtinê bi Xunkar re pêkbînê û Kesekî Mesîhî Xerat(Kesê ku daran di xeritîne), diçe hersê Rojan li derê Mihela wî de di rûnî hitanî Îvarê û dîsan ji wir ber xwe dide Xanê ku di Dema berê de Xan bûn û cihê Dewaran cidabû, û cihê Nivistinê cidabû mîna Otêlan bû û dema ku karê Mehmed bi dawî dibe diçe Xehwexanê dirûnê û Kurê pîrê hat çav lîket yekser diçe ba rêveberê xwe, û gotê”Mamekî Min hatiye û Pîredayîkeke Mine Ezê biçim pirsiyara Dayîka xwe bikim” Rêveberê wî gotê”kî Mamê Te ye?”Kurê Pîrê jî got “Kaya Begê” Rêveber dibîje”Gelo Tu Êzidiyî?”. Kurê Pîrê jî, dibîjê”Erê” Rêveberê Wî dibîjê”bi Xwedê eger Min zanîbûya Tu Êzidiyî niha Min Tu kuştibûyî de here efqas Deqe ji Te re Xwedê Şehde eger Tu Deqeyeke Kêm hatî Ezê Te bikujim, û eger Tu Deqeyeke jî zêde hatî Ezê Te bikujim” Kurê Pîrê jî got”Xemnîne” û Kurê Pîrê hate Çayîxanê ba Kaya Begê silav li hevkirin û Kurê Pîrê Pirsiyara Dayîka xwe kir, Kaya Begê jî got”bi Xwedê Dayîka Te Wesêt kiribû û gotibû Pirsiyara Kurê Min bike lê bi Xwedê Min ji bîrkiribû” Kurê Pîrê got”dê Mamo Ezî hatîme cem Te”

Mişwarekê(Demekê) kirne Galegal, Kurê pîrê got”Mamo bi xatira Te Ez biçim bi Xwedê Ez bi lezim” vêce eger Deqeyekê li pîş Demê xwe çû wê bikujê û eger Deqeyekê li paş Demê xwe çû wê bê Kuştin, bazdide û diçe û di wê Demê de Xundkar û Wezîrê xwe derketibûn bê bi çi Karî! û xala xwe danê dîtin ku wê he Leşkereke wek dînan bazdide bi Çolê de, gotinê bisekin bisekin Kurê bîrê bi dest got”Ez na sekinim” ji ber ku bi Dil tirse Xundkar gote Wezîrê xwe”here ev nasekinê bê ka çi bela vî Leşkerî ye” û Wezîrê Wî bi Hespê çû pêşiyê, û sekinan û dema ku lî zivirî û sekinî û bi Wezîr ve nêrî kurê Pîrê got “Tu dizanî çiye?”. Wezîr got “çiye?” Kurê Pîrê got”Tu dizanî Te gunehê Min hilgirt” Wezîr got”ji ber, çi?” Kurê Pîrê got”bi Xwedê Pîre Dayîkeke Min bû û Mamekî Min hatibûye vira û Min ji Rêveberê xwe xwest ku Ez bêm Pirsiyara Dayîka xwe bikim û Rêvberê Min ji Min re, gotiye eger Tu Deqeyekê li pîş Demê xwe hatî Ezê Te bikujim û eger Tu Deqeyekê li Paş Demê xwe hatî Ezê Te bikujim” Wezîr got”Na!!” Kurê Pîrê got”belê bi Xwedê” û, Xundkar jî digehe bal û Dema ku di gehe bal Wezîr gotê”Hal û Meselên vî Leşkerî evin” Xunkar gote Kurê Pîrê”ji ber çi?”. Kurê Pîrê dibîjê”bi Xwedê ji ber ku, Ez Êzidîme” Xundkar gotê”Tu bi Rast dibîjî” Kurê Pîrê got”Erê bi Xwedê” Kurê Pîrê nizanê ku Xundkar Wezîrin vêce Xunkar rabû Mektûbek nivîsî û Mora xwe lêda, û gote Kurê Pîrê”Here eger Tu çûyî vê nivîsê bide Rêveberê xwe” Kurê Pîrê çû û dema ku derbasî Fewcê dibe Qomîtan pîşber hat û gotê”Tu Deqeyekê taxîr bûyî û Se’eta ku, tuyê bînî li Jiyana xwe de ev Se’ete” Kurê Pîrê got”Emanetek bi Min re ye Ez bidim Te û her Ez dizanim Ku Tu yê Min bikujî” û dema ku Qomîtanê Fewcê li Mektûbê dinêre, Xundkar tîde Nivîsiye”Dema ku Ev Cindî(leşker) tê ba Te Tuyê Ritba(asta xwe ya leşkeriyê) bidêtê û bê Rêveberê Fewcê û Tuyê bibî Leşkerê wî” hêdî û ker rabû Ritba xwe, ji xwekir û da Kurê Pîrê û Kurê Pîrê bû Amirê(Rêveberê) Fewcê vêce Kesekî bi Esil Mesîhî bû gote Kurê Pîrê”Tu li vir Sekiniye çi eve serê sê rojan Tu têye vir”Kurê, Pîrê got”bi Xwedê hal û Mesel evin Ez hatime dixwazim Xunkar bibînim lê hîn Min nedîtiye” Yê Mesîhî gotê”dê here Sibe were Ezê Te nîşanî Xunkar bidim” vêce Kurê Pîrê, her li Fewca xwe ye û Sibehî Mehmed hat ba yê Mesîhî û Mektûbek jêr nivîsî û çû da herez(parastinvan) û derbasbû

vêce yê Mesîhî Necar(dartiraş) bû, bi tayîbet dartiraşê Mala Xundkar bû Mehmed derbasî ba Xundkar bû gotê”yele û xêr”. Mehemed got”bi Xwedê hal û Mesel evin Te Fermana Min rakiriye Ez hatime Min serê xwe ji Te re aniye, li ber Miletê xwe de bidim û Fermanê li Min raneke” Xundkar sekinî û gote Mehmed”bawerbike karê Te jiber destê Min çû û Karê Te eger li ber destê Min maba niha, Minê lêborîn daba Te û Miletê Te û Karê Te çû ba Dadwerê Îslamê here bi Xwedê Şehdebê eger wî çi ji Te re kir Min ji Te re kiribê” Mehmed çû ba Dadwerê Îslamê vêce, berî wê hate ba yê Mesîhî yê Mesîhî gotê”Xundkar çi gote Te?”. Mehmed Got”hal û Mesel eve wisa gote Min” Yê Mesîhî got”dê here ba Dadwer û eger Dadwer çi gote Te, were û bîje Min” vêce çû ba Dadwerê Îslamê û Ddwerê Îslamê gotê”bi Xwedê hitanî Sibe Roj derdikevê Fikaka Serê Te bi Tasek Zêre eger Te Tasek Zêr anî hitanî sibê, Ezê Te ‘efokim û eger Te nanî Ezê Serê Te jîkim” Mehmed gotê”mal avayo hita sibê Ezê Tasek Zêr ji kur peyda bikim bihêlibe ku Ez biçim malê” lê Dadwer got”Çare nîne” vêce, Mehmed jî hat ba yê Mesîhî yê Mesîhî got”çi gote Te?” Mehmed got”hal û Mesel eve û bi Xwedê Tasek Zêr Ez nikarim li Peyda bikim eger Ez neçûme Mal” vêce yê Mesîhî, gotê “Tu dizanî çiye Ez biçim rêyekî nîşanî Te bikim Tu yê karibî Tasek Zêrî xwe bînî” negelekî çû û nêrî dît ku Keçkek li deryekî de sekinîye gote Mehemd”dê were, carê” û Mehmed hat yê Mesîhî got”dê here carê eger Ew Keçik derbasbûbê here li wî derî bide û Ewê derî li Te vekin û Tu yê Tasek Zêrî xwe ji wê Malê bînî” Mehmed, got”dê bila” çû Keçik hîj neçûyî derbas bû û li Dêrî xist Keçikê hat Derî vekir Mehmed xala xwe dayê dît ku Keçkeke û Pîrejineke û Kalemêreke Keçkê pir jêkir, û gotê”Yele û xêr” Mehmed lî vegerand û got”bi Xwedê Fikaka Serê Min bûye bi Tasek Zêr û Min kir û Nekir defetnedane Min hitanî ku Ez biçim Mal jîre bînim Tasek Zêr, bidine Min hitanî Ku Ez vedigerime Mal Ezê Zêre we li We vegerînim” vêce Keçkê çû tasek zêr jîre pîva û kire buxçkekî de û anî da dest Mehmed, û gote Mehmed”here ji xwe re bibe û neyne” kêfa Mehmed hat û kenî vêce Keçkê gotê”Tu zanî çiye?” Mehmed got”çiye?” Keçkê, gote Mehmed”eger Xwedê li Te kire xêr û Te Serê xwe fikand(xelaskir) min divê Tu Min ji xwe re bixwazî” Mehmed wichê xwe berda Erdê Keçkê gotê”Ciwamêr, Min Tasek zêr da Te Tu Kenî û Min got Min ji xwe re bibe Te wechê xwe berda Erdê xulkê Te nexweşbû çima?”. Mehmed gotê”mene Em ne Maşekin Em bikêr, hev nayên” vêce Keçkê girîvana xwe nîşa da got”Tu dizanî çiye?” Mehmed got”çiye?” Keçkç got”Ezim û ev pîrejine û Ev Kalemêre û Kesekî din nîne û Em li virdene û were Min, ji xwe re bibe û Dak û Babên Min jî ji vir xelasbike” Mehmed got”dê Ezê biçim eger Kar çêbû Ezê riya xwe bi We bi êxim” vêce Mehmed Tasa Zêran bir û ji ber êvare sibe, û Tasa Zêran jêre bibê li Xanekê di nivistîne û Buxçika Zêran li ber serê xwe danî û dema ku nivistin û xew lî giran bû Qewal sivok ku Qewalê Êzidiyane rabû

Pîrek li Gundê wan bû got Mehmedo got ha ku di Stranê de tê Gotin Mihemed Kaya Beg lê di rastî de Mehmed e Pîrê gote, Mehmed”Kurê Min Sal û Nîvekê li ‘eskeriyê ye û nehatiye Malê eger tu çûyî Ttenbolê belkî Tu Pisyareke Kurê Min dikî” Mehmed jî got”Dayê li ser Çavê Min”

dest avîte buxçika, zêran û hilgirt û hespê xwe ji Xanê derxist û ji Stenbolê hate Behşîqê û Buxçika Zêra dizî û sibehî dema ku radibe û dibîne ku Buxçik nîne gote Xwediyê Xanê, Xwediyê Xanê got bawerbikî bi pişt nîşev ketibû Hevalê We rabû û Hespê xwe derxist û got”Karê Min heye lê tiştek di dest de bû niza çibû û bi rêket çû” nêrî ku Qewla Sivok bir, vêce Sibehî dîsan çû ciyê xwe sekinî li sderiyê yê Mesîhî de got”Yele û xêr”. Mehmed got”bawerbikî Şevê din hevalekî ji yên Min Buxçika Zêran dema ku Em dinivin radibê, dibe û li Hespê xwe swar dibê û

diçe Başîq û Behzanê yê Mesîhî got”dê here Tu yê Tasek Zêrî xweyî dîjî ji bal bînî” lê Mehmed got” bi Xwedê Ezê Serê xwe jîre bibim bila, Serê Min Jîbikê û bila nebîjî Weleh Temaya Zêrên Me ketiye berde û Ne li Fikaka Serê xwe dide eger serê min jîkir Min ji Derewan xweştire” û wê rojê Xundkar dişînê ba Kurê Pîrê, û dibîjê”bilanê bêt” Kurê Pîrêjî hat weke ku Xwedê çêkiribê rast li derê Xundkar de Mehmed dît gotê”ha Mamo hîn jî Tu li virî” gotê”çilo Te çilokir?”. Mehmed, got”bi Xwedê Mamo Tasek Zêr Fikaka Serê xwe Min anîbû lê Qewal Sivok bi Şev ji ber Serê Min hildigirê û li Hespê xwe swardibe û Buxçika Zêran bir, û çû Behşîq û Behzanê” yê Mesîhî got”dê Mamo Xundkar şandiye ba Min û Ezê çime bal û Tu jî bi Min re were çêdibê ku Ez Te derbas bikim” Mehemed got”Dê bila” vêce Mehmed, bi Kurê Pîrê re çû li ber derê Xurfa(Jûra) Xundkar sekinand û Ew derbasî ba Xundkar bû Xundkar gotê”Tu dizanî çiye?”. Yê Mehmed got”Çiye?” Xundkar gotê”Tu Êzidiyî” Mehmed, got”Erê” Xundkar gotê”Min ji Te divê Tu bibîye Serkêşê Leşkerê Min û Tu Îmzabikî ji Heft Salan re û bê Xiş û bê Fitneyî û bê Xiyanet Min divêt Heft Salan Tu bibî Serkêş Leşkerê, Min” Mehmed got”bi Xwedê Ezê ji tere Îmza bikim ne xişê Tu li ba Min bibînî û Ne Xiyanetê Tu li ba Min bibînî û Nejî Firq û dorê lê gotineke Min jî heye, Ez jîkê dûra Daxwaziyê ji Te bikim” Xundkar got”Xemnîne bila” û Kurê Pîrê rabû Îmze kir li ser Heft salan û gote Xundkar”Xundkarê Min” Xundkar got çiye? Kurê Pîrê got”Mamekî, Minê Ez dixwazim

Kurê Pîrê dibîjê”bi Xwedê ji ber ku, Ez Êzidîme” Xundkar gotê”Tu bi Rast dibîjî” Kurê Pîrê got”Erê bi Xwedê” Kurê Pîrê nizanê ku Xundkar Wezîrin vêce Xunkar rabû Mektûbek nivîsî û Mora xwe lêda, û gote Kurê Pîrê”Here eger Tu çûyî vê nivîsê bide Rêveberê xwe”

Tu Lê biborî karek ketiye serde Ez dixwazim Tu ‘Efobikî” Xundkar got”Kanî?”. Kurm Pîrê got”li ber dêrî ye” Xundkar got”bila Derbasbibê” dema, ku derbasbû dît ku Kaya Begê ye Xundkar got”pa Dadwerê Îslamê çi gote Te?” Kaya Begê got”bawerbikî gote Min hitanî sibê Roj derdikevê Fikaka serê Te bi Tasek, Zêrî ye û bawer bike Min Tasek Zêr peydakir li Buxçkekî debû û Hevalekî ji yên Min bi Şev ji ber serê Min bir û bi Şev revî çû Behşîq û Behzanê vêce Ev Ser Mine, lê belê Fermanê li ser ‘Eşîret û Miletê Min raneke”Kurê Pîrê got”Xunkarê Min bawerbikî Min divê Tu li Xatira Min Mamê Min Kaya Begê ‘efo bikî” Xundkar got”Bawerbike, li xatira Te Ezê ‘efo bikim” Xundkar radibe Kaya Begê ‘efo dike û Kurê Pîrê ji Xundkar re Îmzakir ku Heft Salan jîre bibê Serkêş ji Leşkerê Xundkar re ma Xundkar nedizanî, Kurê Pîrê Êzidî ye û bîtiriya Fermanên ku li Serê Miletê Êzidî radibin ji ber Fitneya ku tê çêkirin radibin li ser Miletê Me û Kurê Pîrê Heft Salan li Leşkerê Tirkan de Ma ku, Serkêşê Leşeker Xundkar bi giştî bû û Xwedê Heft Salên wî qedan û piştî ku her Heft sal qedyayîn ji Fewcê DesKera wî danê û Xundkar şande bal, got”bila bête ba Min” Kurê Pîrê hat Xundkar gotê”Te deskera xwe aniye?”. Kurm Pîrê got”Erê” Xundkar got”dê here Mal û Kaya Begê bi xwe re bîne û were ba Min” Kurê Pîrê hate mal, heke Rojekê û heke Dû Rojan û Kaya Begê bi xwe re bir û çû ba Xundkar û Xundkar gotê”Te Heft Salan Serkêşî ji Leşkerê Min re kir de Bawer bikî hitanî Roja Îro ne Fitneyî û ne Fesadî, û ne Xiyanet ne gazin Kesekî Gazinek i Te nekir ji Leşkerê ku bi Te re dijiya Hemûkê dê here Deriyê Min ji Te re vekiriye” û Xundkar gote Kaya Begê”eger Tiştek bi Kurê Pîrê, hat Min ji Te divê û eger Kesek ziyanê bigehînê û Marekî pîveda Min ji Te divê” Kaya Begê got”bila serçavê Min” û Kaya Begê jî rabû li ser vêçendê Îmzekir, û Kurê Pîrê serihî çû Malê û Xunkar dişîne bal û dibîjê”Tu Kaya Begê werin”. Kurê Pîrê û Kaya Begê diçine bal eger Daxwaziyek yan karekî wan hebê yê Bilbasî jî, Hefsidî(Hefsûdî kir) ji ber ku Gotiye eger tiştek pî

hat Ezê Fermana Te rakim û Yê Bilbasî ku Gundiyê Kurê Pîrê bû û ji ‘eşîra Xaltan ji Gundê Dawidiyê bû çû Kurê Pîrê kuşt, ku li Gundê Dawidiyê Xaltan, Alqosî, Qizina, niqîba, Bilka û Bilbasa bûn ev hepênc ‘Eşîrên Êzidiyan li Gundê Dawidiyê bi hevre di jiyan û piştî ku Kurê Pîrê hatî Kuştin Xundkar Fermana, Kaya Begê rakir ku yê ku tê zanîn Gundê Dawidiyê bi qasî Şingal hebû û Gundên Derdora wê jî girêdayî Gundê Dawidiyê bûn û dema ku Zanyarî gihiştîn Xundkar, ku Kurê Pîrê kuşt û Xundkar Fermana Gundê Dawidiyê rakir bi tayîbet Fermana Kaya Begê ku Sîh û Pênc Rojan Bilka, Niqîba, Qizina û Bilbasa Şer li ser bû wek Mînaka ‘Efrînê, dema ku Şer Ketiye ser de û Nehêlan Cendirmeyekî Tirka derbasî Axa Dawidiyê bibê lê ‘Eşîra Bilbasa Xayîn bûn û çûn gihiştine Tirka û piştî ku Bilbasa Xayîn bûyîn, Çeng sistî kirin ji ber ku nîvê ‘Eşîrê jî de ket û Bilbasa gihiştine Tirka û Piştî ku Bilbasa Xayîn bûyîn Dawidiyê Şikest û Kaya Begê girtin ‘îdam(bi darve kirin) û Kurd, anîn li Gundê

Bawerbikî Şevê din hevalekî ji yên Min Buxçika Zêran dema ku Em dinivin radibê, dibe û li Hespê xwe swar dibê û diçe Başîq û Behzanê yê Mesîhî got”dê here Tu yê Tasek Zêrî xweyî dîjî ji bal bînî” lê Mehmed got” bi Xwedê Ezê Serê xwe jîre bibim bila

Dawidiyê de bi cih kirin û Gundê Dawidiyê Radestî Kurdan kirin ku ev dawiya Mesela Kaya Begê û Kurê Pîrê bû û Hitanî niha ji ‘Eşîra Bilbasa li nav Me de ne lê Em nasnakin, û li Çiyayê Şingalê de hene û Bilbasa çûn bûne Bisilman û Hindek jî vegeriyan lê Navê xwe guhertin û Em nasnakin û Şerekî giran wek Şerê Sîba Şêx Xidirê, yê Qîraniya wek wan Bilka Şer dikir û Em li Dawiyê de dibîjin”Tiştê ku Em ji Êzidiyan re dixwazin Tifaq û Sitar û Îman ji Êzidiyên ku ji Hejî ne.

This article is from: