11 minute read

E?DI wAn HER SÊ RIyÊn KARwAnAn DE, ÇI QAS KAR-wAn HATInE Û ÇÛn

DI wAn HERSê RIyên KARwAnAn DE, çI qASKARwAn HAtInE û çûnE?

MEHSûM bAgOK

Advertisement

Gundê Kolka

Rengê xanî, kevir û erdnîgariya gundê Kolka, gewre u bi renge xwe pir nêzî gundê Barê û Kersê ye. ew her du gund li jêra çiyê ava bûne. Lê Kolka li navsera çiyê ango li bilindahiya çiyê hatiye avakirin. Cihê gundê Kolka di aliyê erdnîgarî de gundekî stratejîk e. Riya Serdeştê di nav gund re derbas dibe. Li jêra başûrê gundê Kolka, kaniya avê heye. Dora kaniyê û jora wê jî daristan in. Darberûyên wê derê mezin in. Xuya dike ku ew darberû hatine parastin. Li kêleka kaniyê, ziyaretgehek heye. Destpêkê ew der silavgeh bû, piştre li cihê silavgehê qub tê çêkirin. Cihê kanî û qubê jî stratejîk e û pir xweş e, ji mesafeyeke dûr ew kanî u qub xuya nakin, li gorî zemanê berê were nirxandin ew der ji bo parastinê jî guncav e. Di roja îro de ew bi xwezaya xwe jî pir balkêş û xweş e. Li ber wê kaniya gundê Kolka aşê avê jî bi kar anîne. Kaniya avê, quba olî û aşê avê pir nêzî hev in û gund jî raserî wan e. Bi vî rengî, mijarên pêwîst kom bûne u risteke erênî bi cih anîne Aşê avê; ji bo gelek pêwîstiyên jiyanê bûne bersiv. Ango gelek tiştên çiyê ji bo civakê bûne pêwîstiyên xwemalî û çêkirina aşê avê jî yek ji wan pêwîstiyan e. Bi taybet di cihên ku av ji jor ber bi jêr ve diherike, çêkirina aşê avê pir guncav e. Di vê derbarê de aşê avê yê gundê Kolka û gundê Kersê risteke demdirêj lîstine. Pêwîstiyên van gundan çareser kirine. Weke din ji bakur, rojava, başûr û ji gelek aliyên derdor, xelkê gundan karwanên xwe anîne van aşan. Riya bi saetên dirêj bi rê ketine û hatine. Carinan di roja xwe de, carinan jî di rojeke din de karîne bigihêjin dora aş. Pirî caran gundiyên Kersê û Kolkan dora xwe dane kesên ku ji derve hatine. Ew hev du fêm dikin û alîkariya hev du dikin. Ev alîkariya di navbera wan de dibe sedem ku hev du fêm bikin û ev jî tê wateya qedir û qîmeta ku didin hev. Ev dibe beşek ji rengê jiyana komunal. Mirovên temen mezin ên kal, bîranên xwe dibêjin û wisa diyar dikin ku di demê wan de li deverên wan manewiyat û ruhê komînal xurt bû. Mirov bi xwe tenê nafikirin. Bandora ferdiyetê kêm e. Bandora komînaltiyê mohra xwe li şêwazê jiyan û çanda wan daye.

pêk bîne. Piştî fermana 73’an jî gelek gund û eşîrên Êzîdiyan û malbat hatine û li Serdeştê konê xwe danîne. Di roj îro de jî bi qasî bajarokekî kon hene. Wa ye hinek mirov di nava erdên xwe de xaniyan ava dikin. Bila xanî û gund di nava çiyayê Şengalê de ava bibin û hejmar jî pir bibe. Li gorî vê demê jiyan li gundên çiyayî xweştir e. Di nava Serdeştê de bajarekî biçûk jî dikare bê avakirin, bila navê bajarê me serdeşt be, ewê baş û balkêş be. Lê belê weke tercîh, xaniyên bikevir bêne avakirin, wê ya herî baş be. Jixwe kevir jî gelek in. Bila ew xanî li gorî çanda êzdiyan a kevnar be. Hundirê odeyan bila çarçik be. Lê belê bila odeyên gilover jî heb in. Jora derî û şibakeyan, bila şiklê kevanê be. Hinek şibake dibin ku bi şiklê gilover bin. Bila dîmenên xaniyên gund û bajarên me, çanda kevnar bînin bîra me. Em çanda xwe biparêzin, da ku yên ji derve ji bo ger û serdanan têne herêmên me, bila ji modêla xaniyên me bizanibin em kî ne. Bila hundirê xaniyan jî li gorî motîfa çanda me xemilandî be, cil û berg û xwarinên me jî ji çanda me bin. Bajarok û gundên wisa wê çi qasî xweş bin.

Rêya Karwanan

Di nava çiyayên Şengalê de rêyên karwanan jî beşek ji jiyana çiyê û civakê temsîl dike. Bi giştî di nava jiyana mirovatiyê de, bi taybet li her çar aliyên Kurdistanê û li çiyayê Şengalê karwantî cihekî girîng temsîl dike. Bi taybet li herêmên çiyayî, rista hêstir û keran derdikeve pêş. Herêmên deştê ji bo hespan guncav e. Li herêmên çol ango sehra jî ji bo hêştir ango deveyan guncav e. Li çiyayê Şengalê jî bi piranî xuya dibe ku ji bo baran û cotkirinê u ji bo xizmeta gundiyan a li herêma çiyayî ker u hêstir hatine bikaranîn. Karwantî ked û xizmet e. Rêyên karwanan dûr in. Car caran di germahiya havînê de û car caran jî di sermaya zivistanê de bi xeteriyên xwezayî re jî rû bi rû dimînin. Hin caran jî rastî êrîşên talanê tên. Şer, kuştin, jî çêdibe.

Karwanên ku bi xwe tên û diçin, di rêyan de rastî hev tên û piştgiriya hev du dikin. Tecrûbeyên xwe bi hev re parve dikin, ji ber ku jiyana karwanan bi piranî heman tişt e. Agahiyên pîr û kalan ev in; Di seranserî çiyayê Şengalê de 3 rêyên sereke yên karwanan hebûn. Yek ji wan li rojhilatê çiyê di rex Pîrê Ewran re derbas dibe. Ew rêya derbasbûna çiyê ya di navbera bakur û başûrê çiyê de ye. Riya duyem di geliyê Kersê de derbasî aliyê bakur û başûrê çiyê dibe. Ew rê dibe nîveka çiyayê Şengalê. Riya sêyem jî li aliyê rojavayê çiyayê Şengalê ye û jê re dibêjin deriyê Barê. Ango riya karwanan di gundê Barê re derbas dibe. Karwanan jî li ser wan riyan, karwantiya xwe berdewam kirine. Ji bo ku çiyayê Şengalê ji aliyê rojhilat ber bi rojava ve dirêj bibe, mesafeyeke dirêj derdikeve pêşiya mirov. Di dirêjahiya çiyê de cihên asê hene û karwan nikarin li her devera ku dixwazin derbas bibin. Teht û zinarên bilind û geliyên kûr rê nadin ku karwan derbas bibin. Ew qasî cihekî asê ye ku civakê bi tecrûbeyên xwe karîne van her sê riyên çûn û hatinê, keşif bikin û bi kar bînin. Mirovên berê ji xwezayê bandor bûne. Xwezayê nas dikin û di navbera xwe û xwezayê de, hevsengiyek ava kirine. Ew bi xwe jî mirovên xwezayî bûn. Ji bo vê yekê jî ji zimanê xwezayê fêm dikirin. Ji ber vê yekê jî ji mirovên berê re, dibêjin civaka xwezayî. Di wan her sê riyên karwanan de, çi qas karwan hatine û çûne? Wan şiverêyên çiyê pir tişt dîtine û bihîstine. Bi rêvekirin û rênîşandana xwe, piştgirî kirine. Li karwanan temaşe kirine û hejmartine. Karwan di riya xwe de dimeşin. Gelo rojekê ew şiverê baxivin wê çi bibêjin û çi nebêjin. Gotin û dem têra axaftina wan nake. Ji bo ku ew şiverê xwedî rabûriyeke demdirêj in. Bi sedsalan û bi hezar salan danehevek li gel wan kom bûye. Mirov jî dikarin xwe bixin şûna wan mirovên bi karwanan re û lêhûrbûnê derbarê wan de bikin. Lêkolînên xwe bikin. Bi tehlîl û şîroveyên xwe xizmetekê ji civaka îro re jî pêk bînin. Ji bo ku civakên siberojê bi aribin bingehekî bigirin û ji wan re bibe tecrûbeyek. Bi wan tecrûbeyan bikarin pêşdîtinan texmîn û hîs bikin da ku amadekariyên jiyanê her tim hebin. Mirovên ku mereq dikin, lêkolîn dikin û xwe berpirsyar dibînin. Di wan her sê riyên karwanan de bi meşê yan jî bi siwarî hatin û çûn, wê mirov ber bi karwantiya berê ve bigihîne gelek tesbît û şîroveyan. Li kêleka wê rêwingiyê di derheqê karwantiyê de li dengbêj, şivan, mirovên serwext û mirovên kal guhdar kirin, wê cihê xwe bigire. Pêşxistina pirsan û li bersiva wan pirsan gerîn, bêguman wê mirov bigihîne mijarên bi wate. Gerên wiha li gel mirovan, danehevekê didin çêkirin. Danehev jî bergehên mirovan pir reng û fireh dikin. Di encamê de têgihiştina ku çêdibe, amade ye ku bi nivîs û gelek şêwazan were parvekirin da ku bibe kedkarekî vê riyê. Tecrûbe û kombûn divê bi kesayetiyê re sînordar nemîne û divê bi civakan re were parvekirin. A herî guncav û rast jî, wê ev be.

Pêwîst e ku her mirov li ser wê çandê, xwe perwerde bike. Ji ber ku di vê demê de ezezîtî pir pêşketî ye. Ew, ji civakê dûr ketine. Hişmendiya wiha, hevsengiya di navbera kes û civakê de xirab dike. Ya pêwîst; divê di navbera kes û civakê de hevsengiya ku hev du temam dikin, pêş bikeve

Cihên ku av lê tune be, li wir jî jiyan tune ye û civak li wir kom nabin. Ji bo tevahiya jiyana zindiyan, av pêwîst e. Li gorî şopên dîrokê diyar dibe ku li çiyayê Şengalê û dewr û berê wê, av hebû. Pîr û kalên Êzîdî yên Şengalê hîn jî dibêjin ku ava kaniyên çiyayê Şengalê pir bû. Ava kaniyan biherîkîna başûrê çiyê, êdî weke rûbarekî lê dihat. Li hêla gundê Solax êdî av dibû wek rûbarekî. Di nava wê avê de, pir masî hebûn. Di demên berê de li ser wî rûbarî keştî (qayiq) jî hatine bikaranîn. Li gorî gotinên pîremêrên Şengalê, xaniyên şaristaniya bajarê dîrokî Hederê ji kevirên çiyayê Şengalê

çêbûne. Ew kevir bi qayiqê li ser rûbarê Solaxê birine. Li dora kaniyan û li her du aliyên rûbar jî çandinî pêş ketî ye. Ava Kaniya Sekêniyê ew qasî xweş e! Di heman demê de ava wê ji bo gurçîkan jî pir baş û şîfa ye. Ji gelek herêmên cuda û dûr mirov ji bo vexwarina ava Kaniya Sekêniyê û ji bo başkirina tenduristiya xwe hatine. Li Serdeşta çiyayê Şengalê, gundê Kolka heye. Li jêra gund, kaniyeke bi navê Kaniya Kolka heye. Ew kanî ji dûr ve nayê dîtin. Erdnîgariyeke kûr, bi dar û ber e. Ava kaniyê paqij û xweş e. Ava vê kaniyê ber bi rojavayê çiyê ve diherike. Ava kaniyên cuda jî têne ser ava vê kaniyê. Di encama ava pir kaniyan de êdî weke rûbarekî dibe. Civaka Êzîdî dibêje ku tê bîra pîr û kalan, li her du aliyên herikîna avê pir darên fêkiyan hebûn. Di navbera gundê Kolka û gundê Kersê de, ew qas dar pir bûn ku himbizbûna wan daran sî çêkiriye. Dema ku mirov di bin siya wan daran de dimeşiya rok xuya nedikir. Eger ku ew dem û roja me ya îro werin beranberî hev,

Cihên ku av lê tune be, li wir jî jiyan tune ye û civak li wir kom nabin. Ji bo tevahiya jiyana zindiyan, av pêwîst e. Li gorî şopên dîrokê diyar dibe ku li çiyayê Şengalê û dewr û berê wê, av hebû. Pîr û kalên Êzîdî yên Şengalê hîn jî dibêjin ku ava kaniyên çiyayê Şengalê pir bû

wê were dîtin ku guhertinên çi qas mezin çêbûne. Barê navê gund e. Li gund, kaniya Barê heye. Ew av bi navê kaniya Barê hatiye naskirin. Di her çar demên salê de, ew av bi merdîtî diherike. Avek ew qasî paqij û tamxweş e ku mirov nizane bi çi peyvan pênase bike. Ji bo xatirê kaniyê û ji bo pêwîstiya ava wê, mirov hatine û bûne mêvanê kaniyê. Kî dizane gelo çi qas şivan, karwan ango çi qas mirovan ji ava wê kaniyê vexwarine. Wisa diyar dibe ku her çi kesê li wê derê derbas bûye, li ser wê kaniyê bûye mêvan û bi vexwarina ava kaniyê enerjî girtine û dîsa dane riyan. Heyanî roja îro jî mirovên ku diçin nêzî wan derdoran xwesteka wan ew e ku biçin ser kaniya Barê. Bi ava kaniyê, gund û derdorên gund pir xweş û geş bûne. Mînaka çend kaniyan bû mijara nivîsa me. Weke din jî kanî hene. Piraniya van kaniyan zuha bûne ango çikiyane. Bi giştî were bidestgirtin êdî rewş diyar dibe. Mudaxaleya mirovan a bi plan, teknîk û bi sazî bandoreke neyînî li ser kanî, rûbar,

çem û golan kiriye. Bi taybet çêkirina bendavên avê, kolana bîrên kûr û behrî, bi xwe re çavkaniya gelek kaniyan kor kirine û fetisandine. Daristanên cîhanê her ku diçe tune dibin. Êdî ev yek jî bandorê li ser ewran çêdike. Îstikrar û hevsengiya barîna baranê jî xerab dibe. Li çiyayê Şengalê gelek mînakên balkêş hene. Li ser mijara ava kaniyan, mirov dikare pir behs bike. Di gelek serdemên cuda de êrîşên dagirkeran ên bi armanca dîlgirtina qewmê çiyayan ên li ser herêmê çêdibûn. Ji bo teslîmkirinê yan jî kuştinê dihatin. Gelek rê û rêbazên gemar û nemerdane meşandine. Ji bo civaka Êzîdî ceza bikin an jî qir bikin, kaniyên gund û çiyayên wan xerab dikirin. Şêwazê xerabkirina kaniyên wan jî ew e; qîr û kulavan têxin çavkaniya kaniyan, kanî bi wê ya kor dibe û êdî naherike. Di nava civakê de tê gotin ku gelek kaniyên wan bi vî rengî çikiyane. Weke ku ji mînakan jî xuya dike ku dagirker bi dijberiya civakan re sînordar namînin û êrîşî xwezayê jî dikin. Ji bo ku mirov dijminê xweza û mirovan nas bike, mînaka kaniyan gelek balkêş e. Li hemberî mirovahî û gelan çi qasî bi hêrs û kîn in. Di nava çanda gelê me de hezkirina kaniyê pir hêja ye. Li ser kaniyan pir çîrok, helbest û stran hatine gotin. Ew jî bi watedayîna kaniyan re eleqedar e. Di nava civaka me de li ser kaniyan ev tê gotin; “ Kaniya ku te jê av vexwar, gemar neke.” Ew qasî bi hezkirin û bi exlaqî nêzîkbûn ji kaniyan re heye. Ji bo ku li cihên ku ew av diherike, wê mirov jî ji wê avê vexwin. Bi xwe tenê nefikirîne, bi kesên ji derveyî xwe jî fikirîne. Ev pîvan ên jiyana xwezayî ne. Pîvanên bi vî rengî divê di roja me de bêne rojevkirin. Pêwîst e ku her mirov li ser wê çandê, xwe perwerde bike. Ji ber ku di vê demê de ezezîtî pir pêşketî ye. Ew, ji civakê dûr ketine. Hişmendiya wiha, hevsengiya di navbera kes û civakê de xirab dike. Ya pêwîst; divê di navbera kes û civakê de hevsengiya ku hev du temam dikin, pêş bikeve.

Barê navê gund e. Li gund, kaniya Barê heye. Ew av bi navê kaniya Barê hatiye naskirin. Di her çar demên salê de, ew av bi merdîtî diherike. Avek ew qasî paqij û tamxweş e ku mirov nizane bi çi peyvan pênase bike

This article is from: