KOVARE DICLE HIJMARA 17 BESI K- LATINI.pdf

Page 1

Sal 3

2020/2/20

Hejmar 17

GUNDÊ BARAYÊ;

Diclepress13@gmail.com

DI DEMÊ ‘EŞÎRETA SIMOQIYA HATIYE AVAKIRIN Dexîl garo:”Eşqa min a ji bo helbestê bê dawiye” Dewleta Tirk li Başîqa çi kiriye û çi dike?


ş: selahedîn çekdar


DICLE Lêkolîn, Belge û Lêgerîn Jimar: 17 SIBAT : 2020

di vê hijmarê de

Sala 2020’i dê li herêmê pêşî li şerên nû veke 4 ZERDEŞTÎTÎ BERXWEDANEKE RESEN Û ESÎL A ÇANDA KURD E 5 ELIYÊ QEREJDAXÎ: BILÛR EVÎN, HEZKIRIN Û DÎROK E 14 HUNER BI PERA NAYÊ KIRIN 16 GUNDÊ BARAYÊ; DI DEMÊ ‘EŞÎRETA SIMOQIYA HATIYE AVAKIRIN 24 FETWAYÊN OSMANÎ-TIRKIYÊ LI DIJÎ ÊZÎDIYAN 29 ‘ÇANDA DENGBÊJIYÊ PARASTINA DÎROKA KEVNAR A GELÊ KURD E’ 31 TRADÎSYONÊN OLÎ YÊN BI ROJÊ RE PÊWENDÎDAR 33 ÇÎROKA BIRAHÎM XELÎL Û NEBÎ SIMAYÎL 37 HUNERMEND NE TINÊ KARÊ WÎ STRAN GOTININ 44 Gotinin zêrîn a jiyan, rastiya jiyan nîşan didin 54 CÎROKA ÇAR BiRA 55 Gelî û gundên çiyayê Şengalê 56 PÊŞKETINA DÎROKÎ YA ZIMANÊ NIVÎSÎNA KURDÎ(beşî(2)) 61 XAKA ÊZIDIYAN VEGUHERÎ NÎŞANGEH Û POLÎGONA DEWLETA TIRK A FAŞÎST 69 JIN Û PARASTINA CEWHERÎ 71 Dewleta Tirk li Başîqa çi kiriye û çi dike? 72 Dexîl garo:”Eşqa min a ji bo helbestê bê dawiye” 76

Xwediyê Kovarê û Rêvebera weşanê: Faris Herbo Xidir Cigirê Rêveberê weşanê: Sikran Ridînî Meshuc el.şemerî Berpirsê weşanê: Azad Ebdal kirêt

Desteya Weşanê - Xelîl Murad Şilo - Omran Sekran Ridînî - Îbrahîm Emo Kiçî Sepandin û Derhênerî: Qasim Xelif Abdulla

Navîşan:

Şengal -SincarTel: 07504197663 07500496100 E. mail: Diclepress13@gmail.com Hejmara roxstgirtin li sendîkaya rojnamevanî îraqî 1773


Ji Edîtor Sala 2020’i dê li herêmê pêşî li şerên nû veke Xwendvanên hêja ...

Bi têketina sala nû re hêj roja duy-

emîn bi çalakiya DYE’yê ya li Bexdayê pêk anî re carekê de rojeva cîhanê guhert. Kuştina fermandarê artêşên qudsê û muhafizên şoreşa Îranê Qasim Sileymanî û yek ji fermandarên Heşdî Şabî Ebû Mehdî El Muhendîs, Îran û DYE anîbûn ber şer. Di vê dema derbas bûyî de dewleta Îranê jî li gorî xwe êrîşên misillemê kirin. Di van êrîşên fuzeyî de bi şaşitî xistina balefireke Ûkraynayê, rewş tevlîhevtir kir. Ev êrîşên du alî yên pêk hatî li ser xaka Iraqê pêk hatin, bu sedem ku li Iraqê pêvajoyeke nû destpê bike. Dewleta Îranê di asta ku dihat payîn de nekarî bersivekî bide van êrîşan û ev jî weke ku Îran nikare şer bike hate şîrovekirin. Îran a di bin fişar û pêkûtiyên giran de derkete holê ku nikare bi şerekî li hemberî DYE’yê rake. Daxuyaniyên hişk cihê xwe ji yên nerm re hiştin. Lê belê ev nayê wê wateyê ku pirsgirêk çareser bibin . sûîqasta DYE’yê ya li dijî Qasim suleymanî ku ji bo Îranê derbeke giran bû, pêşî li şerekî nû yê herîmî vekiriye. Di pevçûn û şerê her du dewletan de welatê ku herî zêde zerer dîtî jî Iraq e. gelê Iraqê bi mehan e li ser piyan li kolanan e. ev rabûnên gel vegeherîn raperînên ku hukumetê biguherîne û hê jî didomin. Îstîfaya serokwezîr Adil Ebdulhemîd û piştî wî serokkomar Berhem Saleh jî hat ber îstîfayê û vê jî rê li ber krîzeke cidî vekir. Iraq ku di hundirê xwe de van pirsgirêkan

dijî, piştî kuştina Qasim Suleymanî tevlîhevtir bû. şîa di navbera xwe de parçebûn û pevçûnê dijîn. Kurd û suni tevlî danişîna parlamentoyê ku dengdana ji bo derketina leşkerê DYE’yê dihat kirin nebû û ev jî rewşa parçeyî ya Iraqê nîşan dide. Parçebûneke fermî nebe jî parçebûneke fiilî derketiye holê. Ji her aliyî ve Iraqê dide zorê ku Iraq veguheriye qada şer. Ligel pirsgirêkên xwe yên hundirîn, zextên Îran û DYE’yê yên li serê, Iraq aniye ber parçebûnê. Van geşedanan hiştiye ku li herêmê pirsgirêkên nû rû bidin. Herêma Kurdistanê jî bi awayekî cidî ji van geşedanan bandor bûye. DYE, Îran û Tirkiye ji bo ku Kurdan bixin bin bandora xwe wê bikevin nav hewldanan û dê di vê mijarê de zextan jî lê bikin. Dewleta Tirk dê geşedenan ji nêz ve bişopîne û heke rewşeke şer qewimî wê hewl bide ku jê sûd wergire. Di encama pêkanîna polîtîkayên êrîşkar ên dewleta Tirk, dema em êrîşên wê yên li ser Sûriyeyê, Rojava, Lîbya û Başûrê Kurdistanê bigirin ber çav, wê destwerdanên ber bi hundirê Iraqê ve, di serî de Kerkuk, Musul û Şengal û herêmên bi nakok bike. Erdoganê dîktator ku bi DAÎŞ’ê re dê ji xwe re qadên nû yên dagirkirinê veke. Xwendevanên hêja... Ji her aliyî ve em ketine pêvajoyeke nû. Li nakokî û pevçûnên herêma em lê dijîn, krîza DYE û Îranê jî lê zêde bûye. Ev rewş heta ber derizgeyê şerekî herêmî hatiye. Ligel nakokiyên navxweyî yên herêmê,

bi destwerdnên derveyî re jî hatiye rewşeke xirabtir. Tê payîn ku şer dijwartir bibe. Qada Şengal a ku Êzidî lê dijîn jî dê jê bandor bibin. Divê em weke civaka Êzidî vê metirsiya nêz dibe ji niha ve bibînin û ji her aliyî ve amadekariyên xwe bikin. Wisa diyar dibe ku dê pirsgirêkên Iraqê yên siyasî, leşkerî û aborî ku ji pêvajoyeke metirsî re derbas dibe dê hîn bêtir giran bin. Bêguman dê gelên Iraqê gelek neyînî ji vê pêvajoyê bi bandor bibin. Êrîşên DAÎŞ û dewleta Tirk ku ji vê aloziyê sûd werdigirin dê zêdetir bin. Lewre divê Êzidî van gelek baş bizanin û li gorî vê amadekariyên xwe hebin. Divê em ti car dijminatiya dewleta Tirk a li dijî Êzidiyan jibîr nekin. Îro nûnerê hişmendiya DAÎŞ’ê dewleta Tirk e. Tê zanîn ku dewleta Tirk ji her aliyî ve DAÎŞ xwedî kir û di ikarên xwe yên qirêj de bikar anî. Divê civaka Êzidî van guhertin û geşedanên li herêmê pêk tên bibîne û ji niha de helwest pêş bixe û di derbarê pêşketinan de bihîstiyartir be û teqez xwe bi xwe biparêze. Ligel hêvî û daxwazên erênî, em bi şerekî herêmî hişyar bûn. Navenga şer zêdetir pêş bikeve. Dê hem li Iraqê hem jî li Şengalê êrîşên sûîqastê pêk bên. Divê Êzidî ji bo pêkanîna tifaqa xwe hewldanên xwe zêdetir bike. Divê xweparastin û xwerêveberiya xwe pêş bixin. Yekane çareserî ew e ku Êzidî rêxistinbûna xwe, yekîtî û parastina xwe pêk bînin. Li ser vî esasî em hêvîdar u sala nû bibe wesîleya ku yekîtiya Êzidiyan pêk bê. Bi hêviya ku bi hejmareke din de bi we re bin serkeftin.


Diclepress13@gmail.com

Fikrî

5

HEJMAR 17

2020/2/20

SAL 3

KOVAR DICLE

Abdulla ocellan

Zerdeştîtî Berxwedaneke resen û esîl a çanda Kurd e


KOVAR DICLE

SAL 3

2020/2/20

HEJMAR 17

Şaristaniya Îslamê ji sedsala 13. û pêve di hundur de bi girtina deriyên îçtîhadê, ji derve bi êrîşên Moxolan û di bin seferên Xaçperestan de êdî bi ser xwe ve nehat û ket pêvajoya rawestîn û paşveçûnê Têgînên Kurd, Kurdistanê û Ji bo Dîroka Wê

Em

xwexta Kurdan û komên din ên hindikayiyan wek civak û Kurdistanê wek welat bi nav dikin, pê re hin zehmetî derdikevin holê. Li cografya Rojhilata Navîn têgîna welat bi gelek awayên curbecur tê kirin. Eger em ji serdema navîn dest pê bikin, tarîfên welat ên li ser hîmê dînî zêdetir in; wek Diyarê Îslam, Diyarê Kuffar. Li gorî qewm û etnîsîteyê jî cihêbûn hatine kirin, lê sînorên wê zêde zelal nînin. Dema sînorên komeke etnîk û qewm were pirsîn, bersivên bêne dayîn zelal nînin. Bi giştî cihûwarên mayînê yên eşîr û qewman têne diyarkirin, Li gorî pêkhatineke siyasî nînin. Pêkhat-

6

Fikrî

Diclepress13@gmail.com

inên siyasî zêdetir bingehê wan bajar in. Ji lewra cografya wan a lê bi bandor jî bajar e. Cihûwarên eşîran jî zivistan havîn diguherin. Sînorên mulk ên xanedaniyên xurt jî ji maneyeke siyasî dûr in. Lê bi giştî sînorên Ereb, Tirk, Kurd, Fars û qewmên hînê di asta jêr de li gorî çand û zimanên dipeyivin, têne destnîşankirin. Di bingehê têgîna Kurdistanê de peyva ‘Kur’ radizê û ev peyv bi koka xwe Sumerî ye. Di zimanê Sumerî de Kur tê maneya çiya yan jî koh. Daçeka ‘tî’ jî aîdiyetê îfade dike. Bi vî awayî gotina Kurtî tê maneya qewmê çiyayî. Em BZ dikarin heta 3000 salan paş ve biçin. Em li wir dibînin hinek navên din jî hatine bi karanîn. BZ di salên 1000 de cîranên wan ên başûr Lûwiyan ji herêma Kurdistanê re bi maneya ‘welatê gundan’ peyva Gondwana bi kar anîne. Gond di zimanê Kurdî de hînê jî wek gund tê bi kar anîn. Di dema serdestiya Asûriyan de peyva Naîrî bi maneya xelkê çem dihat xebitandin û heta em dizanin di navbera Dîcle-Zê de Federasyona Naîrî hatiye avakirin. Ji beşê wê yê berfireh re peyva welatê Med, Madaîn, Maden hatiye bi karanîn. Di demên serdestiya Asûran de BZ di navbera salên 1300-1600 de em dibînin ev peyv û nav bi awayekî berfireh hatine bi karanîn. Em peyva Ûrartû jî dikarin bi heman analîzê bibêjin çavkaniya wê Sumerî ye. Ûr bi maneya girikê bilind e. Mirov dikare bibêje ku Ûrartû tê maneya cihê bilind, welatê bilind û welatê zozanan. Ji ber ku Sumer li Mezopotamya Jêr diman timî navên bilindahiyê îfade bikin li zozanê Kurdistanê kirine. Peyva Hûrî

jî bi îhtimaleke mezin ji heman çavkaniyê tê. Tê maneya xelkê welatê bilind. Yanî dîsa bi maneya qewmê çiyê ye. Komagenes bi koka xwe bi navkirineke Helenî ye. Qraliyeta Komagene BZ li derdora 250 û PZ sala 100 li Semsûra îro jiyaye. Peyva ‘kom’ hînê jî ji bo komên nîv-koçer û cihûwarê wan bi maneya zom tê bi karanîn. Peyva ‘gen’ jî bi maneya nijad, qebîle û eşîretê tê. Komagene tê maneya diyarê eşîrên nîv-koçer. Di serdema navîn de, di dema serdestiya sultanên Ereb de peyva ‘beled el-Ekrad’ bi maneya herêma Kurdan tê bi karanîn. Sultanên Selçûkiyan ku bi Farisî dipeyivîn, bi maneya îro ji bo diyarê Kurdan, peyva Kurdistanê bi awayekî fermî yekem car wek xwediyê dewletê bi kar anîn. Pişt re sultanên Osmaniyan, nemaze bi dema sultan Yawûz Selîm re peyva hukûmetên Kurdistanê û eyaletên Kurdistanê pir tê bi karanîn. Bi Qanûnnameya Eraziyan a di sala 1848 û 1867 de eyaletên Kurdistanê fermî têne avakirin. Di demên Meşrûtiyetê de mebûstiyên Kurdistanê têne tesîskirin. Mistefa Kemal di salên 1920 de gelek beyan û talîmatên naveroka wan Kurd û Kurdistan, dane. Polîtîka înkarê, bi awayekî fermî zêdetir piştî tepisandina serhildanan bi polîtîkayên asîmîlasyonê pêş ketiye. Bi maneya welatê Kurd û Kurdan Kurdistan, belkî jî wek welat û xelkê herî kevin ê dîrokê xwedî cihekî cihêwaze ji bo navê wê were hildan. Lê em wexta ber bi roja me ya îro ve tên, ji maneya siyasî wêdetir bi maneya jeoçand tê bi karanîn. Bi biryardana ji bo damezrandina dewleta federe ya Kurdistana


Diclepress13@gmail.com

Iraqê, êdî peyva Kurdistanê wê bi maneya siyasî jî pirî caran derkeve pêşiya me. Ya girîngtir, bi bûyerên siyasî yên PKK’ê rê li ber wan vekir, Kurdistan ji peyvekê wêdetir wek têgîneke siyasî û civakî di qada navnetewî û herêmî de bi awayekî berfireh hatiye naskirin. Kurdistan bi awayekî stratejîk qadeke 450 hezar kîlometirkare di navbera Fars, Azerî, Ereb û Tirkên Anatoliyayê de zevt dike. Li Rojhilata Navîn cografyayeke bi daristan, bi çiya, bi deştên xêrûber, çem û çavkaniyên avê ye. Ji bo heywan xwedîkirinê mêrg û çîmenên wê pir in. Erd û zeviyên wê ji bo her cure mêwe, pel, pincar û zad li cih in. Di dîrokê de şoreşa herî mezin a neolîtîk şoreşa cotkariyê(BZ 11.000-4.000) li navenda vê cografyayê pêk hatiye. Çavkanî û rêbuhurka şaristaniyan e. Ev rewşa wê ya stratejîk, derfet daye ku Kurd xwe weke qewm biparêzin, lê di warê şaristaniyê de - bi sedema rêbuhurbûn û da-

Fikrî

girkeriyê - bûye sedem paş ve bimîne. Ravekirin û tarîfa civaka Kurd hînê hêsantir e. Gelê Kurd û heywan xwedîkirin, cotkarî û çiya heman tişt in. Bajarîtî weke têgîn ji Kurdan dûr e, belkî jî gundîtî di dîrokê de rastiyeke civakî ye ku pêşiyên Kurdan pêk anîne. Kurd çendîn gundî û koçer bin, ew çend jî ji bajartiyê dûr in. Komagene pir baş rave dike ku nîv-gundîtî û nîvkoçertî nîzama tevgerê û cihûwarê hezar salan ê Kurdan e. Bajarên wan jî zêdetir dagirkeran ava û tijî kirine. Lê ev nayê wê maneyê ku Kurdan bajar ava nekirine û nebûne xwediyên şaristaniyê. Di serî de dewletên Ûrartû, Med û Mîtanî, tê zanîn ku bûne xwediyê gelek bajar û şaristaniyan. Di serdema navîn de têra xwe bajar û hukûmetên eyaletan ava kirine. Lê ji ber ku dewlet û hukûmetên ku ava kirine, temen dirêj nebûne, bajar zêdetir bûne biryargehên hêzên dagirker û ji civakên hawîr-

7

HEJMAR 17

2020/2/20

SAL 3

KOVAR DICLE

dorê pêk hatine. Di serdemên seretayî de Sumer, Asûr, Aramî, Pers û Helen bandora mora xwe li ser berhemên çandî û nivîskî dixînin. Lê di serdema navîn de ziman û çanda Farisî û Erebî şopên xwe hîştine. Gelek rewşenbîr, dewletdar û fermandarî bi vî ziman û çanda cîran rol lîstine. Tevî ku çand û zimanê Kurdî hîm û kokek wê ya kevnare heye jî bi sedema pir hindik bûye zimanê nivîsê û nebûye zimanê dewletê, nekariye belge li dawiya xwe bihêle û pêş bikeve. Dîsa jî çanda Kurdî bi rêyên cuda, bi hebûna xwe ya etnîk a dijî û berhemên dîrokî heta roja me ya îro tê. Çand û zimanê Kurdî, bi îhtimaleke xurt ku - gelek arkeolog vê dîtinê parve dikin, wek çand û zimanê yekemîn şoreşa neolîtîkê li qûntara çiyayên Zagros-Torosê daye destpêkirin, bi demê re bingehê hemû çand û zimanên koka wan Hînd-Ewrûpiye, pêk aniye. Tê texmînkirin ku BZ ji salên 9000’î pê


KOVAR DICLE

SAL 3

2020/2/20

HEJMAR 17

8

Fikrî

Diclepress13@gmail.com

ve ne bi fizîkî, lê bi awayekî çandî Kurên Şerefxan li cografya Hînd-Ewrûpayê belav bûye. Em pêkhatina wê bi xwe jî ên navenda wan dikarin BZ 15.000-10.000 bibin. Bi îhtimaleke mezin, bi derketina Bedlîs bû, begtiya ji çaremîn serdema qeşayî(BZ herî demdirêj ava 20.000-15.000) wek ziman û çanda herî otoktan –xwecih- pêk kirine. Vê begtiyê hatiye. Etnîsîteya Kurd BZ di salên 6000 de êdî pir cihêwaz dike. Em heta dema sultan li ser dika dîrokê yekem car wan Qanûnî Silêman bi navê Hûriyan(BZ 3000-2000) dibînin. Sumerî li ser daristan û hebûna xwe madenên xwe, nifşên Hûriyan jî bi dewlemendiya xwe ya şaristaniyê dewam kiriye. bi hezar salan bi têkoşîneke êrîşparastinê li ber hev dane. Ev di- Taybetiyên civaka yalektîka dîrokî bi Babîl, Asûr, Hîfeodal rê li ber tît, Îskît, Pers û Helenan re dewam dike. Belkî jî ti qewm û nifşan bi veguherîneke qasî Kurdan di êrîşên beramber ê koçer û bicihbûyan de cih ne- girîng a zêhniyeta girtiye. Ji bo şaristaniya Sumeran civaka Kurd bigihîje Hîtît, Lûwî, Îon û Persan, rola Hûrî û Medan diyarker e. Ji vekirine ber vê rastiyê ye, ku gelên behsa wan tê kirin, nêz dûr ji koma çand Di Dîroka Heredot de pir eşkere tê û zimanê Hînd-Ewrûpa ne. dîtin ku ziman û çanda bandora xwe li Helenan kiriye çavkaniya

wê Medî ne. Helenî BZ heta salên 900-400’î pir zêde di bin tesîra Mediyan de jiyane. Gelek hêmanên çandî yên maddî û manewî di vê serdemê de ji çavkaniyên Ûrartû-Med-Persan wergirtine û bi senteza xwe dewlemend kirine. Tê texmînkirin ku pêşiyên Kurdan Hûrî(BZ 2500-1500) dîsa Mîtaniyên bi koka xwe Hûrî(BZ 15001250), Naîrî(BZ 1200-900), Ûrartûyî(BZ 900-600), Medî(BZ 700-550) di van deman de bi konfederasyonê eşîran û qraliyetan jiyane. Civaka Kurd a di vê demê de hiyarerşîk e û derbasî dewletê dibe. Mirov çav didêre ku nîzamekî xurt ê bavikanî danîne. Ji ber ku di serdema neolîtîk a cotkariyê de jin hînê fonksiyonel e, di civaka Kurd de giraniya jinê heye. Îhtimaleke xurt e, jinê ev hêza xwe ya ku demeke dirêj bi kar aniye, bingehê wê şoreşa cotkariyê ye. Hêmanên mêbûnê yên di ziman de û kulta xwedawend Starê belge ne ku vê heqîqetê piştrast dikin. Zerduştî BZ di salên 700-550 de wek şoreşeke zêhniyeta Kurd pêş ket. Zêhniyeta Zerduşt xwe dis-


Diclepress13@gmail.com

pêre cotkariyê; ji heywan pir hez dike, li ser hîmê wekheviya jin û mêr e, wek têgihîştineke exlaqî ya azad e. Ev çandek e, hem bi cihoka Persan diherike Rojhilat, hem jî bi cihoka Helenan diherike şaristaniya Rojava û bandoreke xurt li wan dike. Li ser xeta çanda Rojava-Rojhilat ji hev dibe, bandoreke xurt li ser herduyan jî dike û di şikilgirtina şaristaniyê de herî kêm bi qasî Mûsevîtî û Îseviyetê rola çavkanîbûnê lîstiye. Şaristaniya Persan, ya rastîn şaristaniyeke ku Medan ava kiriye û şaristaniyeke Med-Persan e, tevî nifşên Persan dewam kiriye. Di Dîroka Heredot de ev rastî pir eşkere xuya dike. Ji serî heta dawî etnîka duyemîn e, şirîkê împaratoriyê ye. Di dema Sasaniyan de jî heman rewş dewam dike. Di hemû şaristaniyên Îranê de eger mirov rola Kurdan di rêza duyemîn de bibîne, wê helwesteke realîst be. Pêşiyên Kurdan di serdema seretayî de nîzama baviktiyê pir xurt dijîn, lê cihêbûyîna çînayetiyê bi heman kûrahiyê nejiyane. Tevî ku hiyarerşiya wan xurt bû, cihêbûna çînan qels bû. Ev yek ji bandora eşîrtiya koçeriyê ya li çiyan e. Komên eşîr-qebîleyan wek komên xizman di nava xwe de keys û firsend nadin pêşketina koletiyê. Jixwe koletî zêdetir berhemeke bajaran e. Di civaka Kurd de hêmanên folklorîk zêdetir destanwarî ne. Ji ber ku destan bi giranî qehremaniyê tînin ziman, bi îhtimaleke mezin ji serdema hiyarerşiyê mane. Kokên awazên di destana Mem û Zîn, Memê Alan û Derwêşê Evdî de heta muzîka Sumeran diçin. Dîsa îhtimaleke

Fikrî

mezin e, bi cihoka Sumeran ji nifşên Hûriyan BZ di salên 4000 de digihîje me û afirêneriyek wan e. Nîzama muzîk û lîstikên Kurdan, li Rojhilata Navîn çanda herî zêde gurr û xwedî nirxê hunerî ye. Mirov hebûna dîrokî ya Kurdan herî zêde dikare di muzîk û govendên wan de bibîne. Dîsa mirov bi heman awayî dikare biçavdêriya li sekna jinê, di kinc lixwekirin û şêwazê wê de, di tenikahiya rûniştin û rabûna wê de bibîne. Esaleta nifşên Kurd çavkaniya wan serdema seretayî ye. Xwezaya tund a çiyan, berxwedana li dijî dagirkeriyên domdar û bêrehim, dîrokeke demdirêj di pêkhatina vê esaletê de xwedî roleke bingehîn e. Em fêm dikin ku di ketina serdema navîn de dema Helenê şop hîştine. BZ di salên 3000’î de Abgara navenda wan Ûrfa, Komageneya navenda xwe Semsûr Samosat û melîkiyeta Palmîra ya li Sûriyê xwediyê heman taybetiyane û di bin tesîrên xurt ên Helenê de ne. Ya rastîn, di dîrokê de yekemîn mînakên herî delal ên senteza Rojhilat-Rojava pêk anîne. Ev şaristaniyên ku heta fetha Romayê dewam kirin - herî dawî ketina Palmîra BZ di 269 de ye - qonaxa herî girîng a pêşketina li herêmê temsîl dikin. Berhemên dîrokî yên li Palmîra, Nemrûd û Ûrfayê ji wê demê mane. Ev şaristanî têkiliyek wan a zêde bi Kurdan re heye. Di wê demê de em dibînin ku du ziman Aramî û Helenî wek hevrikên hevdu derdikevin pêş. Li hemberî van şaristaniyên serdest ên zêdetir bi bazirganiyê re mijûl dibin, Kurd jî zêdetir bi cotkarî û koçertiyê hawîrdora xwe ava dikin.

9

HEJMAR 17

2020/2/20

SAL 3

KOVAR DICLE

Di nav Îslamê de Zerdeştîtî mîna çandeke têkoşer û berxwedanê ye. Berxwedaneke resen û esîl a çanda Kurd e, li dijî biyanîbûn û xerîbketinê. Elewîtiya qels û xwe bi Îslamiyetê nuxumandiye û alîgiriya Hz. Elî dike Berhemê vê nîzama heta roja me ya îro dewam dike, hene. Xerîbtiya navendên bajêr û Kurdîtiya gund û koçertiyê mîna dualîteyeke diyalektîkî ne. PZ di serê sedsala 3. de împaratoriya Sasanî derket holê û di nav wê de jî giraniya Kurdan neguherî. Zerduştî bingehê îdeolojîk bû, xwe spartibûnê. Nûbûna wê ew e, PZ di salên 210-276 de Manî dike peyxember. Ji hemû dînan Manî dixwaze sentezekê biafirîne û pê zêhniyeta bingehîn a împaratoriya Sasanî û Romayê bihûne û pê re aştî û Ronesansekê pêk bîne. Lê li xezeba rahîbên Zerduşt ên muhafezekar diqewime û tê kuştin. Dîsa jî wek xeteke xurt a zêhniyetê heta roja me ya îro şopa xwe


KOVAR DICLE

SAL 3

2020/2/20

HEJMAR 17

Di navbera Xirîstiyantî û Zerduştiyê de hevrikiyek bûye. Nestûrîtî ekoloke Xirîstiyaniyê ye, di bin bandora Sasaniyan de wek hevrikek tevgeriyaye. Xirîstiyantî nasnameya Sûryantiyê werdigire hîştiye. Belavbûna Xirîstiyaniyê jî li vê demê rast tê. Nemaze di ser Ûrfa û Nisêbînê re - Nîzîbîs - wek navendên xurt ên Xirîstiyaniyê bandorê li ser Kurdan dike. Hin cih dibin Xirîstiyan, lê hebûna Zerduştiyê li cem Sasaniyan serketineke tam a Xirîstiyaniyê asteng dike. Em dikarin texmîn bikin ku avahiyên feodalîzmê li cem Kurdan di dema Sasaniyan de(PZ 216652) pêş ketine. Mirov dikare Manîtiyê wek Îslama zû hatiye, binirxîne. Manî bi xwe Hz. Muhammedê zû hatiye dunyayê ye. Lê bandora şerên dijwar ên di navbera împaratoriya Sasanî û Romayê de - nemaze li ser xeta Amed-Nisêbînê - bi salan dewam

10

Fikrî

Diclepress13@gmail.com

dike. Berovajî dema Helenîstîk civak rûyê pêşketina rehetiyê nabîne. Di navbera Xirîstiyantî û Zerduştiyê de hevrikiyek bûye. Nestûrîtî ekoloke Xirîstiyaniyê ye, di bin bandora Sasaniyan de wek hevrikek tevgeriyaye. Xirîstiyantî nasnameya Sûryantiyê werdigire. Bi vî awayî Asûrî di vê demê de têra xwe bi liv û lebat dibin. Nexasim gelek xebatên qîmeta wan ya arşîve heye, kirine. Di belavbûna Îsewiyetê de ji Grekan zêdetir rol lîstine. Gelek pîskopos perwerde kirine û gîhandine. Texmîn tê kirin ku wêjeyeke xurt pêş xistine. Li Ûrfa, Nisêbîn û Sêrtê akademiyên pêşketî ava kirine. Di avakirina navenda zanistê ya Gundî Şahpûr a Sasaniyan de para wan berçav e. Zimanê Aramî wek zimanê hevpar bandora xwe dewam dike. Grekî ber bi Rojava qada Bîzansan ve diçe, Aramî li Rojhilat dibe zimanê serdest ê bazirganî, wêje û dîn. Em dikarin texmîn bikin ku Kurd di vê demê de(PZ 250-650) kevneşopiyên xwe yên feodal pêş de birine û di vî warî de civakê xwe veguheriye. Pêşketina feodalîzmê cihêbûna di avahiya etnîk de jî nîşan dide. Di civaka Kurd de tayên feodaltiyê her ku diçe xurt dibin. Di serdema pêşketina şaristaniya feodalîzmê de şoreşa Îslamê dikeve rojevê. Ya esas, Îslamiyet têkiliyên tund ên koletiyê û tayên etnîk ên li pêşiya pêşketinê kelem in li ser hîmê bajarbûnê vediguherîne û nîzamekî hînê pêşketî, civaka feodal li ser bingehê şoreşa zêhniyetê û îdeolojîk ava dike. Ya li Ewrûpa, Hînd û Çînê bi tekamuliyet û beridandinê pêk tê, li vir bi rêya şoreşê diqewime. Îslamiyet di şaristaniya

Rojhilata Navîn de şoreşa herî mezin e. Hema hema heta sedsala 12. di pêşketina civaka feodal de rola avakirina polîtîk û îdeolojîk dilîze. Bi hilweşîna Sasaniyan re(PZ 650) Îslamiyet di nava Kurdan de jî bi lez belav dibe û arîstokrasiyeke feodal diafirîne. Hêzên dewletparêz û hîyarerşîk ên Kurd di bin bandora Erebkirineke xurt de vediguherin û di vê demê de dibin yek ji komên herî xurt a siyasî û civakî. Bi Xanedaniya Eyûbiyan a Kurd(PZ 11751250) xanedaniya herî xurt a siyasî li Rojhilata Navîn pêk hatiye. Di nava Kurdan de jî têra xwe bi tesîr bûn e. Li aliyê din, sultantiya Selçûkiyan a ji Ebbasiyan PZ di 1055 de împaratorî wergirt, bi Kurdan re jiyaye. Hînê jî mîna li Kerkûkê ev jiyana hevpar bêyî şer derbas bûye. Dewletên feodal ên bi koka xwe Kurd mîna Şeddadî, Kurên Buveyh û Merwanî(PZ 990-1090) pêşketine. Her weha gelek begtî û hukûmetên Kurd hatine avakirin. Kurên Şerefxan ên navenda wan Bedlîs bû, begtiya herî demdirêj ava kirine. Vê begtiyê heta dema sultan Qanûnî Silêman hebûna xwe dewam kiriye. Taybetiyên civaka feodal rê li ber veguherîneke girîng a zêhniyeta civaka Kurd vekirine. Şop û bermahiyên Zerduştiyê ji bilî li cem Zerdeştiyan - Yêzîdiyan - tine bûne. Bi îhtimaleke mezin ev guherîn di pêşketina hevkarên Kurd de xwedî roleke dijşoreşê ye. Li bajarên dibin misilman, zimanê Erebî bi tesîre, lê dîsa jî di çand û zimanê Kurdî de paşketin nîne. Yekemîn tomarkerê destanan bi awayekî nivîskî wek Ehmedê Xanî di vê demê de derketine holê.


Diclepress13@gmail.com

Çanda bi Îslamê nuxumandî, mîna li cem her koma etnîk hatiye dîtin, li cem Kurdan jî pir kûr rehên xwe berdane. Tevî vê yekê li Başûrê Kurdistanê bi eşîrên Ereban re nemaze bi Şemmeran re heta roja me ya îro - şer timî dewam kiriye. Destana Derwêşê Evdî destana van şeran e. Ev destanek e, şopên xurt ên çanda Kurd nîşan dide û di koka xwe ya Zerdeştiyê de israr dike. Tê texmînkirin ku di sedsala 18. de qewimiye. Di nav Îslamê de Zerdeştîtî mîna çandeke têkoşer û berxwedanê ye. Berxwedaneke resen û esîl a çanda Kurd e, li dijî biyanîbûn û xerîbketinê. Elewîtiya qels û xwe bi Îslamiyetê nuxumandiye û alîgiriya Hz. Elî dike, piştî Zerdeştiyê çanda Kurd a herî têkoşer e, mîna Şîatiya Kurd be. Li

Fikrî

11

beramberî vê yekê, nemaze Kurdên Başûr ên nêzî deştê bi baweriya Îslamê ya Sunnî dibin xwedî karektereke hevkar û paşverû. Ev derdorên xwedî zêhniyeta bazirgan-feodal çanda nifşên xwe înkar dike, nûnerên vê zêhniyetê ku li herêmên nêzî Ûrfa, Mêrdîn û bajarê Sêrtê di nav îxaneteke super de ne. Pir bi awayekî seyr û ecêb, hevkar in û berjewendîperest in. Kurdên di bin bandora Îranê de hînê kêmtir xira bûne. Cewherê xwe yê netewî hînê bi awayekî otantîk diparêzin. Di vê demê de têkiliyeke girîng di navbera dewlet û nifşên etnîk ên Tirk-Kurd de ne. Ji şer dûr in, bi bandor Bîzansan jî piştgiriya hevdu dikin û di nav têkiliyên dostane de ne. Xirîstiyantiya Ermenî û

HEJMAR 17

2020/2/20

SAL 3

KOVAR DICLE

Suryaniyan jî di vê yekê de roleke girîng lîstine. Şerê Melazgirê yê 1071’ê di cewherê xwe de şereke ku xwe dispêre îttîfaqa Kurd-Tirkan. Eger sultan Alparslan xwe ne spartibûya Kurdan, mumkîn nebû bûbûya xwediyê serketinê. Di vê demê de eşîrên Tirkmenan ên di nav nifş û çanda Kurdî ya bi cihbûyî de, li asîmîlasyoneke girîng qewimîne. Vê pêvajoya heta dawiya sedsala 19. dewam kir, bi komarê re berovajî dageriya. Kurdên bi tevahî dikevin bin bandora çanda feodal a serdema navîn, çendîn çînîbûyîna feodal dijîn ew çend di jiyana azad de paş ve dikevin. Koletiya feodal timî li dijî azadiya eşîrtiyê pêş ketiye û di xerîbketina zêhnî de qonaxeke girîng pêk tîne. Tevî


KOVAR DICLE

SAL 3

2020/2/20

HEJMAR 17

gelek rewşenbîrên Îslamê yê Kurd gihîştine jî, ji ber meylên dewletê yên hevkar nekarîne bandoreke mayînde bikin. Di serê pesindar û hevkarên dewletê de Îdrîsê Bedlîsî tê. Li Çewlîkê di hilbijartinên herêmî yên herî dawî sala 2004’ê de komeke koka wan terîqeta Neqşîbendî - terîqeta Şêx Seîd sloganeke pir balkêş qiriyane wek “Îdrîs-î Bedlîsî li vir e, Yawûz Selîm li ku ye?” Mirov dikare li bendê be ku serokwezîr Erdogan rola Yawûzekî duyemîn bilîze. Eger îxaneta Neqşîbendiyê bi tevahî li Kurdistanê neyê nirxandin şensê şoreşa rohnîbûnê nîne. Li beramberî vê, rohnîbûna Elewiyên bi koka xwe Kurd hînê erênî bûye. Em wexta bandora dînamîkên

12

Fikrî

Diclepress13@gmail.com

PZ di serê sedsala 3. de împaratoriya Sasanî derket holê û di nav wê de jî giraniya Kurdan neguherî. Zerduştî bingehê îdeolojîk bû, xwe spartibûnê. Nûbûna wê ew e, PZ di salên 210-276 de Manî dike peyxember

dîrokî li ser mezheb û terîqetên îro lêkolîn bikin, em dikarin gelek tiştan hîn bibin û bigihîjin encaman. Ev derdor rohnîbûyîna komarê bi ‘kemalîzmê’ gunehbar dikin û bawer dikin ku wê bi vî awayî rûyê xwe yê kirêt di nav gelê Kurd de veşêrin. Heta paşverûtî û berjewendîperestiya nuxumandî ya gelek terîqetên bi koka xwe sunnî, neyên teşxîs û teşhîrkirin, wê welatparêzî û demokratiyeke têkûz a Kurd pêş nekeve. Şaristaniya Îslamê ji sedsala 13. û pêve di hundur de bi girtina deriyên îçtîhadê, ji der ve bi êrîşên Moxolan û di bin seferên Xaçperestan de êdî bi ser xwe ve nehat û ket pêvajoya rawestîn û paşveçûnê. Heta sedsala 13. li ser


Diclepress13@gmail.com

navê şaristaniya Rojhilat alîkariya şaristaniya Ewrûpayê kiriye ku Ewrûpayê gavên xwe yekemîn diavêtin, pişt re ket pêvajoya rawestînê(PZ 1200-1500) û pêvajoya paşveçûnê(PZ 1500-1918) ji aliyê Osmaniyan ve bi zehmetî hatiye meşandin. Her çend dema Osmaniyan li dijî Rojava ya mezin dibû xweparastina dawî be jî sîstema wê ya ji aliyê îdeolojîk, polîtîk û aborî ve paşvemayî pêşî li serketina wê girt û nekarî hilweşîna wê asteng bike. Çînên serdest ên Kurdan, bi giştî bi dema Yawûz re di nav împaratoriya Osmaniyan de bi otonomiyên xweser û berfireh destekdarên herî nêz bûn. Ev rewşa heta serê sedsala 19. dewam kir, ji sedsala 19. û pêve bi hatina herêmê ya mêtingeriya Rojava, xira bû. Di vê yekê de rêveberiya navendî ya qelsbûyî û polîtîka zêde bac û esker berhevkirinê jî roleke diyarker dilîze. Dostanî û piştgirî cihê xwe ji serhildanan re dihêle. Ji sedsala 19. û pêve civak û dîroka Kurd dikeve qonaxeke nû. Têkiliyên ku bi Osmaniyan re xirabûne rê li ber serhildanan vedikin. Mîsyonerên Îngilîz û Fransî jî bandorê li dêrên Ermenî û Suryaniyan dikin ji bo cihêtîxwaziyê bikin û bi vê yekê rê li ber tevlîheviyekê vedikin. Têkiliyên di navbera Ermenî, Asûrî û Kurdan de jî xira dibin. Ji ber ku hem têkiliyên wan hemû di nava xwe de xira dibin û hemû têkiliyên wan bi rêveberiya Osmaniyan re têk diçin, ev dibe sedem di dîroka wan de rûpelekî bi keser û xemgîr vebe. Ev pêvajoya di sala 1918 de piştî şerê cîhanê yê yekemîn destpêkir, bi giranî ji aliyê çand û fizîkî ve bi tas

Fikrî

13

Pêşiyên Kurdan di serdema seretayî de nîzama baviktiyê pir xurt dijîn, lê cihêbûyîna çînayetiyê bi heman kûrahiyê nejiyane. Tevî ku hiyarerşiya wan xurt bû, cihêbûna çînan qels bû. Ev yek ji bandora eşîrtiya koçeriyê ya li çiyan e. Komên eşîr-qebîleyan wek komên xizman di nava xwe de keys û firsend nadin pêşketina koletiyê fiyekirina Ermenî û Suryaniyan bi encam bû. Têkiliyên Kurd û Tirkan tevî ku pir zirar dîtin jî di asta yê Ermenî û Suryaniyan de qut nebûn. Ji lewra şerê rizgariya netewî yê di sala 1920 de bi hev re meşandine. Sêyemîn hevkarî û hevpariyeke mezin a stratejîk mîna bi Alparslan û Yawûz re pêk anîne. Dîrok pir baş şahid e ku

HEJMAR 17

2020/2/20

SAL 3

KOVAR DICLE

eger mîna rola Kurdan a di serketina Alparslan a 1071 de, ya di serketina Yawûz Selîm a 1514 de li dijî Sefewiyan û di serketina 1516 û 1517 de li dijî Memlûkiyên Misrê nebûya, qewmên Tirk wê nikarîbûna Anatolî fetih bikarana û wê împaratoriya Osmaniyan nekarîbûya li rojava û rojhilat belav bibûya. Vê trenda dîrokî heta salên 1920 dewam kiriye. Sêyemîn hevpariya stratejîk karîbûye pêşî li belavbûna emperyalîst bigire û firsendê bide serketina şoreşa komarê. Lê ji ber ku tebeqeya jor a Kurd a feodal ku bi awayekî kevneşopî hînî hevkariyê bûye, bi sedema komarê şaş dinirxîne û pir bi hêsayî bi niyetên emperyalîzmê dixape, serî hildidin û ev yek jî dibe sebeb ku sazûmankarên komarê polîtîkayên xwe biguherînin. KurdTirk bi hev re ji projeyên azadiyê dadigerin û ev yek di dîroka wan de dibe sedem pêvajoyeke pir neyînî bijîn. Bi vê têkçûna stratejiya têkiliyên Kurd-Tirk, înkarkirina Kurdan, paşvehîştina wan, asîmîlasyona bi darê zorê dest pê kiriye û kiriye ku bi tevahî Kurd li derveyî sîstemê werin hîştin. Çendîn bûne Tirk ew çend jî hatine qebûlkirin. Vê yekê polîtîka hînê kûr kirine. Di salên 1970 de li tevahiya dunyayê tevgereke rohnîbûnê hebû, polîtîkayên bi ser rastiya Kurd û Kurdistanê de mîna ewrekî reş tarî girt, rê li ber tevgereke nû ya rewşenbîr a Kurd vekir û pişt re di şexsê PKK’ê de pêvajoyeke berxwedanê ya eskerî û siyasî dest pê kir. Bi vê re, di têkiliyên Kurd-Tirkan de pir êş û şer bû, lê gav hatiye avêtin pêvajoyeke bi şeref.


KOVAR DICLE

SAL 3

2020/2/20

HEJMAR 17

14

ÇAND

Diclepress13@gmail.com

Eliyê Qerejdaxî:

Bilûr evîn, hezkirin û dîrok e

Li Sûr a kevnare, huner û çandekî bi qasî birca kevnar û dewlemend ji bilûra kalekê difûre. Ev bi hezaran sal e ev çanda ku bûyî awaza gelek hestan li cihê berxwedanê bilind dibe. A: DENÎZ ÎKE Bilûr, heta niha wekî estrumanekî şivanan hatiye nasîn û bi gotinên pîpikê henek pê hatine kirin. Her wiha bi flûtê ya rojavayê tê tevlîhevkirin. Bilûr, heta van rojan hatiye û di orkestrayan de bi hezkirin tê guhdarkirin. Niha jî bûye estrumanekî lêxistinê ya hemdemî. Dema

ku em di kuçeyên Sûr a kevnare re derbas dibûn, hunerek û çandekî qasî bircan kevnar û dewlemend ji lûleya bilûra kalemêrek difûre. Ev bi hezaran sale ev çanda ku bûyî awaza gelek hestan li cihê berxwedanê bilind dibe. Ev kalemêrê ku bi bilûrê dinalîne Alî Ucun yê ji herdu çavên xwe astengdar e. Li bejna xwe cil û bergên herêmî yên bi rengê gewir û serê xwe jî bi kefiya belek pêçaye û bi bilûra xwe dinale. Li aliyekê bi bilûrê dinale li aliyê din jî bi dengê xwe yê xweş klamên dengbêjiyê distêre. KÛRAHIYA DILÊ MIROVAN

Li civata Alî Ucun ciwan, jin, mêr û kalemêr kombûne û guh didin hunera kevnar. Alî Ucun ku di nava civakêde bi navê Eliyê Qerejdaxî tê naskirin, di sala 1963 de ji dayik bûye, ev nêzîkî 49 sale bilûrvaniyê dike. Qerejdaxî evînek hezar salî ya xwe bi çanda Kurdan re kiriye yek û ji lûleya bilûran difûrîne. Bi bilûrê xwe berdide di nava kûrahiya dilê mirovan û di nava tiliyên xwe de vê kevneşopiyê diparêze. Ji bo ku ev hunera kevnar û dîrokî neyê ji bîr kirin dixwaze hînî ciwanan jî bike. Qerejdaxî dibêje, eger mirov hîn bibin, divê ji berî her tişt bi zimanê van awazan têbigehinin û hez bike.


Diclepress13@gmail.com

‘HELBET EZ Ê ROJEKÊ BIBINIM’ Qerejdaxî di sala 1970’an de dema zarok bû nexweşiyekê derbas dike û her du çavê xwe winda dike. Malbata Qerejdaxî wî li gelek nexweşxaneyan û bijîşkan digerîne, lê ji ber xîzaniyê û ji bo emelyatê pereyek zêde tê xwestin û nikare bê emelyat kirin. Dema ku Qerejdaxî nexweşî derbas kiriye ew 7 salî bûye û niha temenê wî 58 salî ye û dibêje, hêviya min heye ku ez carek din bibibînim. Lê ji bo dîtina çav, guhaztin divê û ev jî mesrefek zêde dixwaz e. Lê tu carê min hêvî winda nekirye. Helbet ez ê rojekê bibînim. ‘XWEZÎ LI WAN ROJAN’ Qerejdaxî piştî çavê xwe winda dike hemû heskirina xwe dide bilûrê û dest bi lêxistina bilûrê dike. Qerejdaxî bi xwe hînî bilûrê bûye û bi salan şivanî kiriye. Qerejdaxî dibêje, piştî çavê xwe winda kir wî hemû sebra xwe daye bilûrê û wiha qala jiyana xwe dike:“Ez li gundê Şahdiyê hatime dinyayê û heta 45 saliya xwe min jiyana xwe li gund derbas kir. Ez

ÇAND

15

hîna zarok bûm min nexweşî derbas kir û herdu çavê xwe winda kir. Piştî min çavê xwe winda kir hevalê herî nêzî xwe min bilûr dît û dest bi lêxistina bilûrê kir. Di ciwantî û heta berî 15 salan jî min şivantî dikir. Li gelek herêmên Amedê min şivantî kir û li ber keriyê pez min bilûr lêdixist. Dema min bilûr lêdixist keriyê pezê min jî baştir diçêrî. Dema pez ji min dur diket min dest diavêt bilûrê û min dinalî, di nava çend kêliyan keriyê pezê min li dor min kom dibû. Wê demê ji niha gelek xweştir bû. Ji ber hinek sedeman ez neçar mam hatim bajêr û niha li Amedê dijîm. Lê ez gelek bêriya wan rojan dikim û xwezî li wan rojan tînim”. BILÛR DERMAN E Qerejdaxî anî ziman ku bilûr, çandek pir kevnare ye û hemû nirxên Kurdan di nava xwe de vedişêre. Qerejdaxî da zanîn ku divê em vê hûnerê baş fêr bibin û bidin fêr kirin. Qerejdaxî, wiha dirêjî da axaftina xwe:“Bilûr ji bo birînê dermanê kewê ye û ji hemû derdan re birîn û bêhn e. Ji ber ku evîn, hezkirin, dîrok

HEJMAR 17

2020/2/20

SAL 3

KOVAR DICLE

û xemên me vedibêje. Di demê berê de tenê ev amûr hebû û Kurdan bi vê amûrê huner dikir. Weke vê serdemê evqas amûr tunebûn. Tembûr hebû ew jî yek têl bû. Niha hevalê min yê herî qedîm û baş bilûra min e. Dema bêhna min teng dibe, ez aciz dibim dest diavêjim bilûrê û bi bilûra xwe dinalim. Bilûr dilê min rehet dike. Lê belê her ku diçe ev çanda kevnare winda dibe. Divê em xwedî li vê çandê derkevin û vê çandê zindî bihêlin.” ‘XWEDÎ LI ÇANDA XWE DERKEVIN’ Her wiha di dawiyê de Qerejdaxî, gazincên xwe yên di der barê hunermedên çanda biyanî dixin nava çand Kurdan de anî ziman û wiha got:“Gelek hunermendên Kurd hene bi Kurdî dibêjin lê belê çi eleqeya wan bi çanda Kurdî re tuneye. Çanda biyanî xistine nava çanda me de. Dema ez guhdarî wan dikim ji xwe şerm dikim. Li dijî qirkirina çandê ez bang li hemû stranbêj û hunermendên Kurd dikim ku xwe nas bikin û xwedî li çanda xwe derkevin”.


KOVAR DICLE

SAL 3

2020/2/20

HEJMAR 17

16

ÇAND

Diclepress13@gmail.com

Navenda Çand û Hunera Şingalê

Huner bi Pera nayê Kirin

Navenda

Çand û Hunera Şingalê Cih Bajarê Xanesorê, ya ku li despêka Sala 2015an li Serdeşta Çiyayê Şingal li bin Xîvetan de hatiye vekirin, lê mixabin li wî demî ji ber layanên Siyasî rê nedidan bi Fermî karê xwe bi rêvebibin. di Hevpeyvînek taybet de Helbestvan û Şanoger Azad Hisên wek berdefkê Navendê, yê ku ji Nehiya Til ‘izêr e û niha jî li Bajarê Xanesorê dimîne li derbarê vê çendêde di axive:-

A: XWEDÊDA SEYDO - Dîroka damezirandina Çand û Hunera Şingalê? * li beriya Sala 2014an tu Navend û cihên Tayîbet bi vî karî rabin nebûn li Bajar û Gundên girêdayî Şingalê nebûn, û piştî Fermana Sala 2014an gelek guherîn li Şingalê hatin kirin û li despêka

Sala 2015an li Serdeşta Çiyayê Şingalê li bin Xîvetan hatiye vekirin, û li zor û zehmetiyeke dirêj ku li wî demî Layanên û Partiyên Siyasî yên ku li Şingal de heyîn rê nedidan me ku bi Şêweyekî Fermî kar û Xebatên xwe bi rêvebibin, û Çanda xwe ji Miletê xwere bidin xweyakirin û xwe bikin xizmeta Gelê xwede û gelek tiştan bi wan bidin rûnkirin, û gelek Endamên me yên ku li Bajarên Xanesor, Digur, Sinûn, Borikê...hwd. zehmetî di kêşan ku karibin ji Seyteran derbasbibin û Perwerdên xwe berdewam bikin, herwisa Amûrên me yên Mozîkî di kêm bûn belkî Perwerda bi Tembûrekê di hat dayîn ji ber himara kêm Şagirt dihatin lê Tembûr nebûn ku Fêrî bibin, û eger destek Têlên Tembûrê hebana wek deh destên Têlan li ba me wisa û bi vê derfeta kêm jî me karê xwe berdewam dikir û me karê xwe neda sekinandin hi-

tanî vê rojê jî. - Beşên ku li ser di xebitin çine û Şaxên vê Saziyê li kurin? * Wek Navenda me ya giştî li Bajarê Xanesorê ye û Şaxên wêjî li Digur, Borik, Şingal û Serdeşta Çiyayê Şingalê jî heye, û heke li demê pêşde Xelkê me yên Penaber li Başûrê Kurdistanê vegerin ser cih û warên xwe wek Pilan li pêşiya me heye ku em Şaxên xwe li Cihên dîjî bidine vekirin û her girêdayî Çand û Hunera Şingalê, û herwisa Beşên Şano tên dayîn û Şano tên çêkirin berî demekî Komên Dîlanê hebûn û nihajî li Navenda Kevana Zêrîn li Bajarê Xanesorê tên dayîn, û em wek Naven jî beşên me Şano, Helbest, Stran û berhemên Tomarkirina Stranan li Stodyo yê Navendê tên Tomarkirin, lê netinê ji bo Endamên Navendê ji bo Milet jî Mînak Kesên ku Helbestan çêdikinlê li aliyê


Diclepress13@gmail.com

Huner bi Pera nayê Kirîn lê gelek Hunermend derdikevin Şahiya lê naxwazin xwe bikin Xizmeta Xelkekî de ji ber wêjî em hinekî zehmetiya pêre dikêşin, lê hindek jî qani’i jî dibin hewildanên me ji bo vê çendê hene

ÇAND

17

- Peywendiyên we li gel Navendên derveyî welêt di çi astê dene? * Peywendiyên me bi Navenda Çand û Hunera Rojavayê Kurdistanê Şaxê Şehbayê re heyne û Derveyî Welêt bi Endamên Koma Berxwedan re ya li Elmaniya, û Koma Zerdeştê Kal têkiliyên me pêre çêbûn û li Başûrê Kurdistanê jî Koma Êzîdxan em pêre têkildarin, herwisa Hunermendên ku ne di Koman de jî yên Welêt û Derveyî welêt têkiliyêm me pêre heyne û di berdewain, û Hunermend û Kesên ku em nasnekin jî em hewil didin bikevin nav têkiliyê. - Wateya Çand û Hunerê çiye di Civakê de? * Çand nasnameya Gelaye yanî Mirovekî ku Çanda wî nebê wek Kesekî winda û bi Zimanê ‘Erebî wek tê gotin(Tiqafe we EL-Fen), Mirovekî ku bê Tiqafet bê ji her tiştî yê qute ji ber wêjî Çand wisa hatiye Pênasekirin ku Nasnama Gela ne, û ya dinjî bi giştî Hunerê Dinyayê yanî ne tinê em Mînaka Rojhelat yan Bakûr yan Başûr bidin her Mirovekî û her Gelekî bi Hunerê xwe tê naskirin, Mînak li demê kevin berî nêzîkî Dused salî Mirovê ku me ne dîtîn lê bi Cil û Bergên wan yanjî bi Dengê wan dihatin naskirin, û hita nihajî dibîjin Kirika(qirika) Bakûrî û Kirka Şingalî...hwd.bi wê ya diyare û her insanekî bi Çanda xwe û bi Kiltûrê xwe û bi Exlaq û Baweriya xwe di hate naskirin ji ber wê çendêjî Çand Nasnameya Gelaye.

Madî de nikaribin Berhemê xwe derxînin, em wek Navenda Çand û Hunera Şingalê bi wan re alîkarin di vî alî de û herwisa Perwerde li ser Tembûr, Erbane(Def), Şano û Amûrên ku Tayîbet Mamoste heyîn em kar li ser wan dikin, û hindek Amûre wek Mînak Bilûr û ‘Ûd ji ber ku Mamostayên wan nînin û emjî hewil didin ku em hindeka ji Endamên xwe bişînin Cihên Fêrkirinê yên Tayîbet, û wek Mînak Endamek ji yên me li Akademiyê Xwendî li Rojavayê Kurdistanê û Fêrî Tembûrê bûyî û Endamên me yên li Stodyo jî em hewil didin ku wanjî Fêr bikin û wan jî bînine Asta Mamostatiyê û ewjî karibin Xizmeteke vê Civakê - Hun li Civakê de di xwazin çi bikin. bidin avakirin û Karê li pêşiya

HEJMAR 17

2020/2/20

SAL 3

KOVAR DICLE

we çiye? * Wek Baweriya me Êzidiyan de gelek tiştên me yên Pîroz û Çandî û Honerî bi Fermana hatîne winda kirin û gelek tiştan em hêlayne Roja meya Îro, û gelek tişt eger ne ji ber wanba me nikarî hita îro jiyan bikin ji ber wê çendêjî hewildaneke me li ser vê çendê heye ku Çanda me ya hatiye windakirin em diyarbikin û Zindî bikin, û ji bo her Xelkekî Şirovebikin û bigihîne Miletê xwe yê Êzidî ku ka berî em di çi Astêde bûn û me Çawa Jiyan dikir û niha ji ber çi ev tişt bi serê me tên Armanca ma Serekî eve, em Milet bi Çanda wan bidin Naskirin û Fêmkirin belkî wisa li me hatiye ku niha gelek ji Xelkê me nizanin Çand çiye ji ber ku rastiyeke em Êzidî herdem, li Ferman û zehmetî û Komkujiyê re derbas bûyne û Pertûkên ku hatîne Nivîsan Dijmin Şewitandîne, Kesên ku li Dilê Xelkekî de heyîn dijmin nehêlaye bidin xwiyakirin û ew tişt bi wanre çûyne Gorê û gelek Mînakên dî hene ku em bi Miletê xwe bidin Fêmkirin, ku Deshiladariyê li wî Demî qebûl nekiriye ku bidin xwiyakirin û yanjî Pertûkên me bi zora ji me dibirin û di Şewitandin, ji ber wêjî tiştê ku li nav Civakê de heyn em Lêkolînê dikin li ba Rûspî û Dîroknasên xwe û li ba Dayîkên xwe, em van tişta Kom dikin ku e karibin carek din van tişta Zindî bikin û em bidin xwiyakirin, û ya dinjî Huner em li ser vê çendê Mejxol dibin ji ber ku Dîroka me Êzidiya wek Dîrokên Gelên din kêm li Pertûkan de hatiye Nivîsan û ketiye Pertûkxana de, û piraniya Ferman û Kêfûxweşiyên me bi Strana me û Xerîbiya me û Salf(Çîrok) û serhatî û Çîrokên me


KOVAR DICLE

SAL 3

2020/2/20

HEJMAR 17

maye hitanî Îro, ji ber wê çendêjî em hewi didin vî tiştî bi parêzin û bi Tayîbet Strana xwe bi Parêzin ku gelek Stran hene, li aliyê Jinde em behsa ên wek Zerîfa Ûsê, Stiya Ês, Xatûna Fexra, Stiya Neqşa...hwd. her yek ji van ji mere Dîrokeke, û divê em van tişta bi Parêzin û di aliyê dinjî de Mêrxwazên wek Êzdî Mîrza, Derwêşê ‘Efd, Dawidê Dêwid, Ş.Mam Zekî Şingalî, Xêriyê Şêx Xidirê...hwd.Em di xwazin tiştên Kevin û nû hemûyê bi hevre Zindî bikin bidine xwiyakirin û bi Parêzin wek Arşîv, û bi Gelê xwe bidin Fêmkirin da ku zanibin em Kîne û ji ber çi em gihiştîne Roja meya Îro. - Waneyên we tinê Hunerî ne yan Çandî jî ne? * Çand û Huner herdû bi hevre girêdayî ne bê gûman Perwerdeyên me yên tên bi rêvebirin em li ser Çandî jî re di axivin, netinê li ser vê Fermanê re belkû Fermanên berî nihajî û Çanda me ya ku hatîye qirkirin û winda kirin û ketiye bin Bandora hinek alîyên dî, em hemûyê didin berçav û Şirove dikin ji bo ku Milet jî zanibin çi hatiye serê me û em ji ber çi berdewam di Fermanan re derbasdibin, ankû ne tinê li aliyê Hunerî li aliyê Exlaqê baweriya Êzidiyatê li çi Astê debû û niha gehiştiye çi Astê em van tişta hemûka Şirovedikin û didine xwiyakirin. - Ji bo ku Filklorê Şingalê winda nebe û pêşve biçe hewildanên we di çi Astê dene? * Dema ku Wêneyek li ser Televziyonê derkevê yanjî Wênesazek wêneyekê dirûst bike û Ban

18

ÇAND

Diclepress13@gmail.com

Aramanca me ya sereke ewe ku em vê çendê nehêlin, yanî em karibin Hunermenda ji bin bandora Pere derêxin ev bûye tasîreke mezin li ser Hunermendan netinê li Şingal li Cîhanê hemûkê em di xwazin vî tiştî nehêlin doreke wê li ser Xelkê çêbibe em jî bi rêya Şanoyê van tiştan didin xwiyakirin, û hemjî li ‘Îd û ‘Erefat û xweşî û Şahiyên me Êzidiyan de û tayîbet rojên Pîroz li Salê de wan roja em bi Cilên Folklor(Kiltorî) em li Şahiya pêşkêşî milet dikin, hewildanên me bi vî rengî hene û belkî li gelek Şahiya em derketine pêşiya Milet û em di xwazin wek tiştekî bidin xweyakirin wek gotineke me ya Şingalî di bîjê”ji Mala xwe despêke û dûra Şîretan li Cîranên xwe bike” em jî vî tiştî dikin Mînak wek Cilên Şingalî Keras, Şalk, Kumê Kolav û Piştêne, û hem li aliyê jinan jî de Keras, Zebûn, Şalik, Qutik, Kofî, Berdefk, em jî bi van tiştan hewil didin bidin xweyakirin da ku Xelke jî çav li

me bike û bi rastî ne ku li gor Fikir hatiye guhartin, lê ev jî bûye çavlêkirnek Qapîtalîzma ku niha tê meşandin li seranserî Cîhanê bi giştî tasîr li ser me kiriye ku em ji Çand û Kiltûrê xwe dûrbikevin, wisa ev guhartin li aliyê Cil û Bergan de hatiye pêşxistin lê bê gûman divê her riyek hebê ku Mirov karibê dîsan vegerê Kiltûrê kevin û Xulk(Şêwe) û rengê wê yê xweşik yê nberê.her cihekî ku em karibin biçinê ne tinê Şingal û cihên asêjî em diçinê ji ber ku em karibin ji Behrê Dilopekê Xizmeta vî Gelî bikin, ji ber ku em vî tiştî nekin yek vî tiştî ji mere nakê ji ber ku bi hezarên Sala ye ‘Alem tê me bi Rêvedibe û me Serûsûtiyê(li gorî xwe bi rêvebirin) li me dike, ji ber vê çendêjî divê em rabin serxwe û em ji xwere bikin û em yên xweyne em xwe nasbikin û Serê sala nûjî ya 2020 em wek Çand û Huner Şahiyên xwe li dardixin, û rojên me yên Tayîbet de jî ne tinê Serê Salê wek Çarşema Nîsanê, Şêvberat, Batizmî, Xidi û Elyas, Rojiyên Êzî, Çilê Zivistanê û Havînê... hwd.yanî li van rojên meyên Pîroz de em Şahîya li dardixin û herwisa em wek Navenda Çand û Huner tevlî 2 Festîvala(Mehrican)a bûyne, carekê li Rojavayê Kurdistanê(Qamişlo) û carekê li Bajarê Silêmaniyê bi navê Festîvala(Sorne) û em wek Koma Çiyayê Şingalê, ku ji despêka Fermanê de hatiye avakirin û hitanî Îrojî em wek Kom di Beşdarin û Carekêjî li Rojava Koama me ya Şano û Koma me ya Zarokan jî beşdarî nav Festîvalê bûn, Komên ku li vê Navedê heyîn evin Koma Çiyayê Şingalê û Koma Şano bi navê Zarokên Şingalê û Koma


Diclepress13@gmail.com

Stêrkên Sor. - Ji bo yekbûneke Hunermendên Şingalê ew çi Pîlan heye? * Zehmetiya ku em di kêşin eve ji ber ku Derî û Dilê me ji Milet hemûyê re yê vekirî ye ne tinê Êzidî jî her Kesekî ku karibe Çanda xwe bi Parêze, Navenda Êzîdxanê Şingale ji ber ku Êzidî li tu cihî nayêne naskirin eger Şingal nebê ji ber ku Şingal ji mere Dayîk û Babe, û nihajî Kar û Xebatên ku em dikin jî bi zor û zehmetiyekê hem ji aliyê Madî û hem Manewî ve ji aliyê Mamostayên Amûran ve, û belkî Derfetên her Kesekî ji dervejî bê ji yên me bêhtir hebin lê Ruxmê vê çendêjî em Karê xwe bi rêvedibin, û em jî gelek îşê di kêşin bi şev û roj jî em bi hindek kesan re di axivin hitanî ku xwe nasbike û Civaka xwe nasbike, û karibe bikeve xizmeta Civaka xwede û em karibin bi hevre kar û xizmetekê ji bo vê Civakê bikin bê

ÇAND

19

HEJMAR 17

2020/2/20

SAL 3

KOVAR DICLE

gûman em hedem di hewildanê dene. - Ji bo ku Hunera Kurdistanê hemûyê bibe yek rêz û ji bo yek tiştî xebatê bikin Fikreya we çiye? * Em li vê Navendê de Kardikin ji bo ku em bi hevre karekî bikin lê bi rastî gelek Hunermend hene ji Kerasê Huner derketine ji Xemla Huner Derketine, yanî Huner bi Pera nayê Kirîn lê gelek Hunermend derdikevin Şahiya lê naxwazin xwe bikin Xizmeta Xelkekî de ji ber wêjî em hinekî zehmetiya pêre dikêşin, lê hindek jî qani’i jî dibin hewildanên me ji bo vê çendê hene û ji ber ku em karibin Xelkekî li hev Kombikin, û eger em Hunermend bin wek Hunertiya xwe Karbikin wek ruhê xwe xizmetê bikin, Mînak dema ku Helbestvanek Helbestekê di nivîsînê Îşek di gehe canê wî ji ber wê Mecbûre wek Keziyekê Peyva

Lê ev jî bûye çavlêkirnek Qapîtalîzma ku niha tê meşandin li seranserî Cîhanê bi giştî tasîr li ser me kiriye ku em ji Çand û Kiltûrê xwe dûrbikevin, wisa ev guhartin li aliyê Cil û Bergan de hatiye pêşxistin


KOVAR DICLE

SAL 3

2020/2/20

HEJMAR 17

Rexnên me li ser Hunermendan heyne Mirovekî ku bibînê û zanibê û em hêvîdarin tu kes dest nede Peyvên Strana Folklor û pî ne lîzê, ji ber ku bi zor û zehmetiyê û kedekê hatîne nivîsandin û avakirin

20

ÇAND

Diclepress13@gmail.com

lêk bi Hûne, û Îşa Dilê xwe karibe bi Hestên xwe bîne Ziman herwisa Hunermend jî gereke bikeve xizmeta Civaka xwe ji ber ku Hunermend nayê naskirin eger, Xelkek li pişde nebê yanî eger Civakek li pişde nebê ew nayê naskirin Hunermend bi Civakê heye ku Civak nebê Hunermend nîne. - Peywendiyên we bi Hunermendên Civakê re çawa ye û hûn di çi alîde alîkariyê didine wan? * bê gûman em ne ti Minezimeyne ku em karibin alîkariyekê li aliyê Madîde pêşkêşbikin ji ber ku Aramanca me ya sereke ewe ku em vê çendê nehêlin, yanî em karibin Hunermenda ji bin bandora Pere derêxin ev bûye tasîreke mezin li ser Hunermendan netinê li Şingal li Cîhanê hemûkê em di xwazin

vî tiştî nehêlin, yanî roj bi roj em şerê vî tşûiştî dikin eger her kesek bikeve bin bandora Perede divê li bin barê Huner de kesek nekeve bin bandora Pere de, ji ber ku Pere ewe yê ku Mirova dide guhartin dide xapandin û Mirova dibe ser zinara dakû karibe bi êxîne, Alîkariyên ku em ji Xelkê re dikin Stodyo yê me heye û em Strana û Helbesta ji Civakê re Kesê ku Madîya wî nebê em jîre Tomardikin, û Kesekî ku bi xwazê xwe Fêrî sazê bike em Perwerda vedikin û Kesekî ku bi xwazê xwe Fêrî Şano bike em Perwerdê vedikin, li hemû Beşên Huner de yên ku em pê karibin û eger Mamostayên me hebin em bi şev û roj di xizmeta Civakê dene, û ev ji bo me tiştekî pir Pîroze lê li aliyê Madî de em nikarin ji tu Kesî re bikin ji ber ku Tasîr nebe, û di aliyê Mamosta


Diclepress13@gmail.com

jî de ne wek Minezima bi Pereye ku Mirov karibê rehet razîbike wî Hunermendî berê wî bidî kur û Hunermend nabê wisa Razî bibê, lê tinê em ji bo jiyana wî ya rojane ji bo pêdawîstiyên rojane em alîkariyeke piçûk didinê. - Rexneyên we li ser Hunermendan çine? * Her Însanekî peyvek çi Helbest yan Şano yan Stran û Xaleke Pênûsê ji Çarçoveyê Huner Saz kir û çêkir em li serîde destxweşiyê lîdikin û herdem Serkeftî bê, lê Rexneyên me lik ser gelek Hunermendan heyne lê em naxwazin bi navbikin ji ber ku hindek jî derdikevin Şahiya, ne ku em li dijî vê çendêne lê rexnên me bi wî Şêweyîne wek gelek Stran li xweşiya tê gotin lê ne cihê wê ye bê gotin û gelek Stranên me tên gotin neyên Semeyê ne, Mînak Strana (Hey hê hawarê) li Şahiya hindek Hunermend di bîjin lê ev Strab Dîroka wê Fermanekê ye, û dema ku li Stranêde tê gotin(Şerê Birahîm Paşa kete danê Îvarê û Seferek li me rabû Sefera Nafî El’Amê) ankû ev Dîroka Fermanekê ye, lê eger li Şahiyekê bê gotin û Keç û Xort li ber Dîlanê bikin ev ne ciyê wê ye yanjî Strana(Şingal Şewitî mij dûmane) û gelek Stranên dî li ser, vê Kuştinê û vê Fermanê bi Tayîbetî çê nabê li Şahîya bê gotin ji ber ku ne ciyê wêye, û dîsan Rexnên me li ser Hunermendan heyne Mirovekî ku bibînê û zanibê û em hêvîdarin tu kes dest nede Peyvên Strana Folklor û pî ne lîzê, ji ber ku bi zor û zehmetiyê û kedekê hatîne nivîsandin û avakirin yanî her tişt di xemla xwede yê xweşe

ÇAND

21

Mirovekî ku karibe Peyvên Stranê bi guhere tê wateya wê çendê ku di xwaze wê Fermana bide ji bîrkirin û di xwazê zû Dîroka Mirov winda bibê, û Însanê ku Dîroka û Baweriya xwe û Çanda û Hunera û Gelê xwe ji bîrbike tu tişt namîne dema ku Gulên Biharê, li Werzê Zivistanê derkevin wê ne di ciwan bin û herwisa li werzê Havînêjî Gulên Werzê Biharê dekevin wê ne di Ciwan bin, yanî her tiştekî li Dema xwede û her Peyvek li wextê xwede ji ber wê çendêjî ew Stranên Fermana li zor û zehmetiyekêde hatîn Nivîsandin, hêviya me ji her Hunermendekî heye ku dest nedine wan Strana û peyvan ne guherin ji ber wê çendê Rexnê me li ser Hunermendan heyne, ji ber ku hitanî niha Dayîk ji Kezebê di nalin û ev Stran ne yên Şahiya ne û hêviya me heye ev tişt bê Dîqat kirin û her kesek hisab jê bê xwestin, û ez di wê baweriyê deme eger ew kes tinê Demjimêrekê ji 24 Demjimêran bi Fikirewê pê bi-

HEJMAR 17

2020/2/20

SAL 3

KOVAR DICLE

hise ji ber ku ber bi çave her kesek dibîne û her Însanek ji xwe destpî bike, û ya dinjî hindek Layanên Siyasî destê xwe dikine van tiştan û hindek Hunermend hene ew bi xwe ji Stranê Fêm nakin nekû bi zanebûn vî tiştî dikin, wek Mînaka Strane(Heyhê Hawarê) dema ku ev Stran li ser Fermanekê hatiye çêkirin wek Fermana 3ê Tebaxa 2014an ku Miletê me têre derbasbûyî, û em hemû jî di zanin ku ji alînên Siyasî ve Gotinên wê hatine guhertin ji ber ku em nikarin xwe ji rastiyê dûrbixin, lê Şêx Şamo Peyvên Stranê guhartin û kirin(Hey hê hawarê Dewlet bûne vê carê) û ji ber ku qîmet û rêz nedida wê Stranê û bi wateya wî ev Stran ne tiştekî baş di got, Mirovekî ku karibe Peyvên Stranê bi guhere tê wateya wê çendê ku di xwaze wê Fermana bide ji bîrkirin û di xwazê zû Dîroka Mirov winda bibê, û Însanê ku Dîroka û Baweriya xwe û Çanda û Hunera û Gelê xwe ji bîrbike tu tişt namîne ji ber vê çendêjî hindek Mirov bi zanebûn dikin û hindek jî nozanin û Fîmnakin. - Şano di Civakê de û Dîroka wê çiye? * Şano Neynika(Xodîka) Civakê ye û her Însanekî xwe bibîne Leystikvan yanjî bi xwaze cihê xwe di Şanoyê de bigire tiştekî pir Pîroze, ji ber ku Şano Dayîka Hunere em di karin wisa bi nav bikin û Bandoreke Şano li ser Civakê heye lê Mînak Hunermend wê Stranekê pêşkêşke, lê tinê Mirov bi Guh Gudar dike lê dema ku Şano bê çêkirin Bandoreke Şano li ser Xelkê heye yanî Mirov lê komdibin û her kes di xwaze ku bibîne, lê li


KOVAR DICLE

SAL 3

2020/2/20

HEJMAR 17

Me wek Navenda Çand û Hunera Şingalê Piroje kiriye Pêşiya xwede ku em karibin her Heyv Stranekê ji yên Kevin Tomarbikin û bikin Berhem, lê wek Nivîsîna Pertûkan me nedaye Pêşiya xwe û em vê çendêjî wek Kêmasiyeke xwe dibînin Civaka me ya Êzidîde Xelkê me ne gehiştiye wê Astê ku Şano Fêm bike û zanibe Şano çi tişte, û belkî me gelek zor û zehmetî dîtine hitanî ku me karîbe em Rêzefîlîmekî yan jî Şano yekê çêbikin û em zehmetiyeke mezin di kişînin hitanî ku em karibin Malbatekê bidin Razîkirin, ku Keçeke wê Malbatê bê li Şanoyê de bi lîze ew jî ber ku nayê fêmkirin Şano dibînin wek tiştekî bi ken û ne Fêmkirina wanjî bê guman ne sûcê wane, me got ku Însanê em bi Rêve dibirin ne du hêlan ku em xwe nasbikin ji ber wê çendê hindek zehmetiyê me hene lê dîsan jî Astek başde tê Fêmkirin, û tayîbet piştî Fermanê gelek guhartin çêbûne û li dema pêşde wê bêhtir bê Fîmkirin lo

22

ÇAND

Diclepress13@gmail.com

Cicakê de ku Şano çiye û her Însanekî ku rolekî bi tinê lîst, bi Şanoyê ve tê girêdan ji ber ku Şano Cidayî Şaxên dî yên Hunere lê li Şingal de Karê wê hindek zehmete, Salim Hisên li Tîpa(Koma) Gir ‘izêr debû û yekemîn kes ku li Şingal de Şano çêkirî ew bû li Sala 1985 z, di Saln Heştiyan de dest bi Şanoyê kir û hitanî Roja meya Îro li ser karê xwe yê berdewame, lê ew wek Tîpa(Koma) Gir ‘izêr li despêkê Şano pêşkêş dikirin lê piştî wê derbasî Berhemînana Rêzefîlma kirin, û Quris(Kasêt) li wî demî girêdidan û li wî demî Xelkê pir lê temaşe dikirin û pir jê hezdikirin û di karîn xwe ji Îş û Keserên Civakêre bikin Şano û Pêşkêşî Molet bikin, û di karîn ji tiştekî besît(Piçûk) yê ku li nav Civakê de Rûbide û hitanekî bi tiştekî Mezin dikarîn bi rêka Şano bi Xelkekî bidin Fêmkirin, û bi heman Şêwe em jî li ser Karê xwe Kêmasiyên ku li Civakê û Windayîyên Civakê em bi rêya Şano bi Xelkê xwe didin Fîmkirin, gotinek bi ‘Erebî heye di bîjê”bi awayekî ne Restewxo” ankû bi Şêweyekî ku Mirov dubînê û hem dikarê Rexnejî bike û Mirov dikarê bi Şêweyekî bi ken jî bide xwiyakirin, yanî bi her Şêweyekî Mirov dikarê bide xwiyakirin lê a Sereke Mirov bi Şêweyekî ne Zindî dide xwiyakirin. - Berhemên we çine? * Rêzefîlim hitanî niha nehatine Berhemînan ji ber ku Ekter(Lîstikvan) di kêmin lê wek din Kurte Fîlim heyne ji Pênc Çirke û hitanî bi Rib’ê Demjimêrê me Berhemînayne, dema ku em bibînin wek Rûdaneke Nexweş

bikeve nav Civakê de em pê di êşin, û em li wî demîde radibin serxwe û bi Rêya Şano yan Skêcekî bi Civakê bidin diyarkirin ku çi Tasîra wî li ser me heye, û çi wateya wê heye em bi Civaka xwe didin xwiyakirin lê wek Rêzefîlim yanjî wek Jincîre(Xelek) nehatine Berhemînan, Bernameyên me yên Televziyona yên Yek demjimêr hene û herwisa di Çarçoveya Huner de çi li Beşê Wênesazî, Çandî, Hunerî, Stran, Şano...hwd. - Daxwaza we ji bo Keç û Xortanên Civakê çiya? * Daxwaza me bi Tayîbet ji her Malbateke Êzidî heye û her Malbateke Şingalî ku li kî Erdî bê ku Nebine Rêgir Tayîbet li pîşiya Keça, ji ber ku Keç ya Azad bê û karibê Kar û Xebatê ji bo Civakê bike û ji Sedî Sed dikare ji Mêr bêhtir Kar û Xebatê bike, lê Civak me ya Êzidî dibin rêgir û nahêlin ku Keç Tayîbet li aliyê Huner de xwe bide Fêrkirin û Zane bibê, belkî berî Pezdeh uan Bîst Sala eger Keçekê Stan gotiba dikirin wek Şermî û di gotin Kêrnayê lê niha pîşde çûn heyne di wî alîde, û em ji hemû Xelkê xwe bi hêvîne ku nebine rêgir li pîşiya Xort û Keça ku karibin li aliyê Çand û Hunera xwede Gava bavêjin û Pîşde çûn hebê, her Însanekî ku Çand û Hunera xwe naskir û bi xwaze cihê xwe li Kîjan Beşî de bigire û bigehê Asteke wisa eger ku Malbata wê ne Razî jî bê û pişre Piştgiriyê jî bike, û Ez bi xwe yek ji wanim dema ku min dest bi Şano kir di Zarokatiya xwede gelek Caran wek Nakokî li navbera min û Babê min d derdiketin, û di got tu yê çawa biçî ser Sehnê û ‘Alem wê bi te bikenê û tu çima xwe bi


Diclepress13@gmail.com

Simbêl yan bi Rîh dikî û tu vî Rolî di lîzî û hitanî Şazdeh Saliya min jî li pey min bû û nerazîbûnên xwe diyardikirin, lê min Şerê wê çendê dikir ji ber ku di Ruhê mindeye ji ber ku ez nikarim xwe jê Qutbikim û piştî borîna Demî û Berhemên me dîtîn, û Êvarekê ez bi Babê xwere axivîm û min got Şano eve û em ji ber vê çendê dixwazin bilîzin û vî tiştî bidin fêmkirin, ji wî demî ve bû wek Piştevanekî ye ji min re û li kî Cihî bê eger ew ne amadebê jî di bîje min ji min re bîne ku7 ez lê temaşe bikim, ji ber wê çendê Ez di wê Baweriyê deme ku her Însanê nebû rêgir li pîşiya Zaroyên xwe ku bên Cihê xwe di nav vî Karî de bigirin ewê Poşman nebin û wê Kêfxweş jî bin. - Pilanên we ji bo Nivîsîna Pertûka û Belavbûna wan li Welatan çine? * Hitanî vî Demî Hazirtiyên me ji bo Nivîsîna Pertûkan nehatine kirin lê wek Navend Stranên Îdoyê Kutî, Hey hê Hawarê û gelek Stranên me yên Şingalî me kar kiriye kuy em Berhembînin, lê Hunermendên me hene ku em di xwazin bên û bi Dengê xwe

ÇAND

23

Stranan Tomarbikin lê nayên, lê me wek Navenda Çand û Hunera Şingalê Piroje kiriye Pêşiya xwede ku em karibin her Heyv Stranekê ji yên Kevin Tomarbikin û bikin Berhem, lê wek Nivîsîna Pertûkan me nedaye Pêşiya xwe û em vê çendêjî wek Kêmasiyeke xwe dibînin ji ber ku li ser me Erke, û em li Dinyayê Belavbikin li ser ên wek Îdoyê Kutî, Qasimê Meyrê, Biroyê Şerqî, Xidir Feqîr, Qepal, Celo, Çêlî...hwd. ên sax û ên ku çûne Rehmetê bikin Pertûk û bi Xelkekî bidin Fêmkirin û xwiyakirin, lê pêşiya meye ku bi Deng û li gor Îmkaniyên xwr em Strana çêbikin yên Kevin û Careke dî bidin Nûkirin, û Gotina min ya dawîn jî ji bo Civaka me ya Êzidî divê li pêşiyê Êzidî Çanda xwe û Baweriya xwe nasbikin, û xwe Nasbike yanî Mirovekî ku xwe Nasneke wê nikaribe Karekî bike û yê ku Çand û Hunerê Nasneke em daxwazê jîdikin ku Pirs bike û Lêkolîn bike, Çand û Huner çi Xizmetê ji bo Civakê dike û çiye û karibin bibin Deriyek ji Mala xwere ku bên em bi Hevre Kar û Xebatekî bidin Meşandin ji bo Êzîdxanê.

HEJMAR 17

2020/2/20

SAL 3

KOVAR DICLE

Salim Hisên li Tîpa(Koma) Gir ‘izêr debû û yekemîn kes ku li Şingal de Şano çêkirî ew bû li Sala 1985 z, di Saln Heştiyan de dest bi Şanoyê kir û hitanî Roja meya Îro li ser karê xwe yê berdewame, lê ew wek Tîpa(Koma) Gir ‘izêr li despêkê Şano pêşkêş dikirin lê piştî wê derbasî Berhemînana Rêzefîlma kirin


KOVAR DICLE

SAL 3

2020/2/20

HEJMAR 17

24

dîrok

Diclepress13@gmail.com

Gundê Barayê

Di demê ‘Eşîreta Simoqiya hatiye avakirin

Gundê Barayê yê ku dikevîte Bakûrê Çiyayê Şingalê, li ser Dîroka vî Gundî(Şemoyê Milhim Hisên) ku yê 84 Sal Ji Gundê Barayê, lê niha li Dugirê dimînê li derbarê Dîroka Gundê Barayê de wiha axivî:-

A: XATUN XIDIR - Gundê Barayê li kê Salê hatiye avakirin? * Gundê Barayê yê ku di kevîte Bakûrê Çiyayê Şingal, li demê ‘Eşîreta Simoqiya hatiye avakirin ankû evê ‘Eşîretê Gundê Barayê avakiriye, di gotine yekî Salih Cemo wî bi xwe ji minre di got ku navê min(Hamoyê Reşwa) bû û navê yekî(Deliyê Reşwa)bû ku herdû birayên hevbûn, û herdû kurên Reşo bûn û bi Reşo bi navbûn û pêşiyê wan ji Parîs hatiye, ‘Eşîretên Geliyê Hinarê û ‘Eşîreta Si-

moqiya li hevnekirin li ser avê ku ava wan tevlî hev dibû, ji ber wê çendêjî ‘Eşîreta Simoqiya Çawik Qulkirin û av anîn aliyê Bakûrê(Şemal) Çiyê, û piştî wêjî ku Geliyê ‘Ênter li nêzî wane xelkê Gundê Barayê bi wanjîre li hevnekirin û ava wan li Qendîla Rojhelat(Şerqî) re li Geliyê Baba Zahid re ava wan derxistin, Salih Cemo ku ev zemaneke çûye ber dilovaniya xwedê wî ev tişt ji mere di gotin, û di got”ava Barayê yan bi Qeyka ba Mirov jê derbasnedibû” ku ev tişt berî Zemanê meye, û beriya ‘Eşîreta Simoqiya navê Barayê hebû, eger Gawirstanî bû yan Emrîka yan jî Birîtaniya bû yan çi Dewleta Ecnebî bûn, Ecnebî beriya me ‘Eşîreta Simoqiya li Barayê debûn, avabûna Gundê Barayê Pîşiyê ‘Eşîreta Simoqiya ku bi Binemala Kok Axa bi navin ji Rûsiyayê hatine, û nihajî asasa ‘Eşîreta Simoqiya binemala

Kok Axa ye li Rûsyayê ne ku pîşiyê Simoqiya ne, ku ewjî Çar Bira bûn şuxleke bi Xîret kirin û hatin Barayê, di navê yekîjî Şemo bû ew gihişte Misilmana û niha ‘Eşîreteke bi navê Şemata ji wî çêbûye, û Biray ê dî bi navê Xidir Osman niha li Mihetê bi cih dibin ku ewjî birayek ji yên Simoqiyaye, û herdû Birayên din hatine Çiyayê Şingalê ku navê yekîjî digotinê Bekir dahate Bîra Bekira li binê Bîrê Marekî pêveda hate kuştin, piştî Hersê Biraya Şemo, Xidir û Bekir ku ev Hersê Bira ji Parîsê hatibûn tinê yekjî maye bi navê Mûs Xerîb e, hate Gundê Barayê jiber kû wî demî Qîranî li Qîrankê bûn û Cerfrî bûn û Helîqîbûn ankû ev ‘Eşîret dû mal û Sê mal bûn ne gelek kes bûn û her hindekajî li cihekî bûn, li wî demî Qîraniya û Pîşiyê Simoqiya li hev nekir û ji Pîşiyê Simoqiya Dexisîn(Çavberdanê) ji ber ku


Diclepress13@gmail.com

Si’ûdeke baş li ba Pîşiyê Simoqiya bû ankû Keramet, û Mûs Xerîb li Gundê Barayê jiyana Hevjîniyê pêkanî û xwedayê mezin Dû Kur danê bi navê Hetê û Mendê, ku Hitê bi binemala Qsim Hesenkî jî dihêne naskirin ku ‘Izam niha Zemberê di jenê ku di bîjine wan Hetka, ew Mamên Simoqiyane ji ber ku Zîdebûn li wan nebû û çar Kur ji Mendê Mûska Çêbûnû Mendê û Hetê Birayên hevbûn, û ji Mendê Mûska jî Çarên Kur Xwedê danê ewjî ‘Elî ku Pîşiyê ‘Elî Çêmka ye, û Ûskê Pîşiyê yên Ûskê ye, Xelîfe Pîşiyê yên Rîvya ye û ‘Ebdela Pîşiyê yên Mehmûde, û Hiçoyî jî ji yên ‘Ebdelaye. - Wateya Navê Barayê çiye? * Navê Barayê pir kevne ankû berî Demê Simoqiyan jî Bara bi nav bû û wateya wêjî Mînak dema ku Diniya Dû Şeqbin û herdî bi hevebin ankû Barek bi temamî, û ji kevinde ev nav heye û wî demî Kaniyên avê û Çandinî lê hebû, beriya ku Simoqî li Barayê bi cih bibn Qîranî li Gund bi Cih bûn lê piştî ku Simoqî hatîn Barayê Herdû ‘Eşîretan Qîraniya û Simoqiya li hevnekirin, û ‘Eşîreta Simoqiya ji Gund ‘Eşîreta Qîraniya derxistin û Simoqî li Gundê Barayê bi cihbûn, piştî wanjî ‘Eşîreta Heska li barê bi cih bûn disan ‘Eşîreta Simoqiya ‘Eşîreta Heska ji Barayê derxistin, û bi heman Şêwe ‘Eşîreta Helîqiya jî ji Barayê derxistin û piştre Cefrî jî ji Barayê derxistin, lê hita nihajî ‘Eşîreta Cefriya girêdayî ‘Eşîreta Simoqiya ne bi Xêr û Şer, Pîşiyê Simoqiya bi Keramet bûn û li demê ‘Eşîretan li hevkirin nebû ‘Eşîreta Simoqiya ji Gundê Barayê berdida her ‘Eşîreteke ku dixwestin li Gundê Barayê bi cibibin, û li wî demî Pîşiyê ‘Eşîreta Korkorka û ‘Eşîreta Qîraniya li nav

dîrok

25

Di Baweriya me Êzidiyn de tê ku Rojek wê bê û Besira ji Bexdayî ku Payîtextê Îraqê ye Kevintire, û wê ji Bexdayî biçin Besrayî ji bo peydakirina Ste û Beriste yan jî Kevrê Zeybeq ku Demek wê bê Agir li Dinyayê namînê ji bilî li Besrayê ku ew jî Ste û Beriste ne ‘Eşîreta Simoqiyan debûn û ‘Eşîretên ku Tinazilî ji ‘Eşîreta Simpqiyan re kirî li balê Stirîn, û yên ku Tinazilî jêre nekirî ji Gund derxistin û Simoqî li Gundê Barayê bûn ‘Eşîr, ji ber wê çendêjî ji Sinûrê Sûryayê û ne ji çi Sinûrên din ne di wîrîn li Gundê Barayê bi cih bibin li wî demî Mezneyek ji yên Şemir ji Sûryayê, bi ‘Eşîreta xwe êrîşî Gundê Barayê kirin pez û Deveyên xwe berdana Erdê Simoqiya û lê Çerandin, ji ber wêjî Çil Rojî li ser ‘Eşîreta Simoqiya û ‘Eşîreta Şemir bû Şer li Gundê Barayê ku li demê mede bû û ez mêr bûm li wî demî û min dikarî Tûfingê hilgirin, lê di Encamê Çil Rojî de Guleyek li Mirovekî ji herdî ‘Eşîretan nekeft lê Kesek bi navê Elyas Miçolî ku ji Gundên Barayê û Bindebûn tinê Guleyek li wî

HEJMAR 17

2020/2/20

SAL 3

KOVAR DICLE

ket û ew hate kuştin, lê li dawiyê ‘Ereban kesên xwe ji bo êrîşê zêdekirin û li wî demî Mezinê ‘Eşîretên ‘Ereba hinarte ba Simayîlê Hemed Meto ku li wî demî Mezinê ‘Eşîreta Simoqiya bû, ‘Erebeyek(Turimbêl)Simoqiya li nav xwede jîre Kirîbûn û bi wê ‘Erebeyê Êrîşî ‘Ereban dikirin û Laşên wan ji Newçeyên Şer rakirin lê Guleyek li Kesekî ji Simoqiya nekeft, û piştî ku Çil Roj derbasbûn Hikûmeta Sûriyê jî tevî ‘Eşîretên ‘Ereban Şemir dîsan êrîşî Gundê Barayê kirin, ji ber wê çendêjî ‘Eşîreta Simoqiya Sikaleya xwe li ba Hikûmeta Îraqê Tomarkirin, ji ber wêjî Hikûmeta Îraqê jî ji bo Bersivdanê êrîş kirin li wî demîde Harîkareî(Mi’awin)ekî Kurd li nav Siriya Artêşê debûn bi navê Çemkoyê Hesenê ‘Elî Axa, Turumbêla Serbazî(Mider’i) bi ser Neqêde keft û Xortên Simoqiya dest avêtinê û banî Tawisî Melek kirin û Turubêla Serbazî rast kirin, li dema Şêrde ku dibîjinê Doqa Kiçik ew û Gaza Hemrana û Reqîbê Holê li Turumbêla xwe ya ‘Eskerî de bû destê xwekire Gaza Hemrana û kesekî ‘Ereb li ser Hawinê bû lê Hedef nanî, lê ew Harîkar(Mi’awnê) Kurd rabû serxwe û Birnoyeke Hostanî li dest de bû û Xelefê Qero ‘Îsa ku ji ‘Eşîreta Qîraniya ye ewjî Birnoyek li dest debû ku li rexa wî bû ewjî rabû ser xwe, yê Kurd gotê”Ez gorî danişe wê te bi kujin” yê Êzidî lî vegêra û gotê”Bi xwedê hitanî ku tûyê li ser piyayî ez rûnanîm da tu li Kurdistanê nebîjî min yekî mêr li nav Êzidiya nedît”, û piştî ku yê Kurd xwe berda Erdê Xelef jî xwe berda Erdê û yê Kurd gote yê ku li ser Hawinê tû Hedefê naynî, lewma yê Kurd dest avîte Hawinê û Guleya berî ku berda li ‘Erebeyeke Eskerî da û kesek tîde kuşt û dûvre Sê Hawin bwedane nêv malên wan


KOVAR DICLE

SAL 3

2020/2/20

HEJMAR 17

ku Çadirên wan li Kêlka Silêman bûn li nav Erd û Aqarê Simoqiya debûn, jin û Zaroyan ber bi Çolê bazdan û Artêşa Îraqê ber bi Çadirên wan bazdan lê yê Kurd qebûl nekir û nehêla ku tu ‘Esker alavên wan bînîn, ji ber ku yê Kurd di got”Em nehatine alavan bibin em hatine ku Xîretekê bikin” û bi wî awayî ew bela ji ser Simoqiya çû Şer bi domahîk hat, ji ber ku Hikûmeta Îraqê bi meve rabû û Xortên Simoqiyanjî berxwedanî kirin û piştî Çêl Rojî Şer bi dawî bû, Milkoyê Hemed ‘Îsa Çadir li kora Qeseba vegirtin ji Koma Artêşê re xwarin ji wan re tanîn, û Simayîl bi biçmê Turumbêla xwe êrîş dikir ser Newçeyên wa û laş ji Newçeyan radikirin.

26

dîrok

Diclepress13@gmail.com

Piştî Hersê Biraya Şemo, Xidir û Bekir ku ev Hersê Bira ji Parîsê hatibûn tinê yekjî maye bi navê Mûs Xerîb e, hate Gundê Barayê jiber kû wî demî Qîranî li Qîrankê bûn û Cerfrî bûn û Helîqîbûn ankû ev ‘Eşîret dû mal û Sê mal bûn ne gelek kes bûn

- Li wî Demî jiyana wan li ser çibû? * Li wî demî jiyana Xelkê li ser Çandiniyê bû ku hindekan jî Rez û hindekan jî Dexil di çandin û li wî demî bi Kumên Kulavî, ankû tijî genim û Cih Erd di çandin û min tê bîra di gotin”Filan Kesî hewçend Kum tinê Gundê Barayê avabû, û piştî wê Çandîne”. ‘Eşîretan xwe pî girtin ji belengazî bû û nihajî ‘Eşîretên Korkorka û Qîrani- Ji ber çi Gundê Barayê Giringiya ya tevlî ‘Eşîreta Simoqiya dijîj li Baxwe hebû? rayê, û ji bilî ku Rezan Dû Qub jî li * Girirngiya Gundê Barayê vedi- Gundê Barayê hene bi navê Şêxanê gerîte wê çendê û ji ber ku Av û Erd Şemsa û Siwarê Gêdûkê ku ji kevwê pir giring bû û gelek Tuximên inde hebûn û Silavgeh jî li Çiyê Kîmyayî(Mi’edin) li vî Gundî çi ji ava heyne, û Quba Siwarê Gêdûkê ji Kewê, û çi ji axa wê Vekolînerên Ecnebî vide heye lê Quba Şêxanê Şemsa ne di hatin û jî derdixistin û ji Keskiya ji kevinde heye, ‘Eşîreta Simoqiya wêjî Derman Çêdikirin ku hita nihajî Miriyên xwe dibirin Goristana Siev çende heye, Av, Keskî, Ax û Kevir lavgeha Deqê Mêra ne Qube lê jî di giring bûn. ‘Eşîreta Hiçoya Miriyên xwe li ber Quba Siwarê Gêdûkê ji ber ku li - Li wî Demî nêzîka çend Mala li Gundê Jorî bûn, û Zarokên ku diçin Barayê hebûn? ber dilovanya xwedê dibirne ber * Piştî ku Pîşiyê Simoqiya hatî û jiya- Quba Şêxanê Şemsa û Simoqî dibna Hevjîniyê pêkanî ji nû Mal li ine ber Silavgeha Deqê Mêra yanjî Gund Çêbûn ankû ji Malbatekê bi Hesen Deqîq ku wateya wêjî ewe ji

ber ku bi Keremê li Deqîqekê(Çirkê) de Çêbû ji ber wê dibîjinê Deqê Mêra, ji bilî van tiştên ku me behiskirîn ku li Barayê heyne wejî Kevirê Zeybeqe ku Kevrekeî pir bi qîmete û bi behayekî giran tê Firotin, û tiştekî dinjî heye bi navê (Ste) ku ewjî Hesineke û dema Mirov wî Kevirî û(Ste)yê ankû Hesinî li hevdide Agir jî di pijiqe û Mirov dikarê ji bo Agir dadanê bikarbîne, û wek ‘Edet li nav Êzidiyan dema Pirsikên Agir li Rûyên Zarokan tên Mirov wî Steyî û Kevirê Zeybeq li hevdide û agir bi ser Rûyê Zarokê ku Pirsik li Rû heyîn dijenê û bi vî rengî Pirsik ji Rûyê Zarok diçin, û di Baweriya me Êzidiyn de tê ku Rojek wê bê û Besira ji Bexdayî ku Payîtextê Îraqê ye Kevintire, û wê ji Bexdayî biçin Besrayî ji bo peydakirina Ste û Beriste yan jî Kevrê Zeybeq ku Demek wê bê Agir li Dinyayê namînê ji bilî li Besrayê ku ew jî Ste û Beriste ne, ku li wî Demî tu tiştê bi navê Teknolojiya li ser Erdê ankû li Dinyayê namînê ji bilî Ste û Beriste ankû Kevirê Zeybeq û Pûşîyek jî heye xweş Agir pê dikevê di gel Ste û Beristeyê, û di despêka Avabûna Barayî Hêjîr jî hatibûn Çandin ku Xwarin yanjî Fêqiya herî xweşe li Dinyayê de, û di Baweriya me Êzidiyan de tê ku bi Hostaya Tawisî Melek Fêqî û hemû tiştên Xwarinê li Çiyayê Şingalê hatine Çandin, û Kanîjî li Gundê Baratê heye û ne gelek Mal yên Xweyî pez û ji bo debara jiyna xwe li vî Gundî ne, û Girek heye bi navê Girê Bûka ku pir ji kevindeye ji ber ku dema jiyana Hevjîniyê dû kesan pêkanîba wê li li ser Girê Bûka Şahî gêraban, û Şahî(Dawet)ên berê ji bo çêkirina xwarina qedêra kesên ku tên Şahiyê bi dehan Keç li dora Destar di kombûn û Genim ji bo xwarina Şahiyê


Diclepress13@gmail.com

çêdikirin, û tişta herî xweş ewew ku li ber girandina Destar re Xorta bi dengê xwe Stran digotin û Keçan jî lî Vedigêra ankû Stran bi hevre di gotin lê bi niha ew Xweşî û ew ‘Adet nemaye, û evjî Stranek ji yên wî Demî ye:Ho Bejnê wele Bejnê, Ho Bejnê wele bejnê Êvara ‘Eyin bi ‘Eynê, û Evara ‘Eynib ‘Eynê Cila deyne weke berê, Îvare li me derenge Xew xweş bû li berê Keynê, Xew xweş bû li berê Keynê Hê bejnê Guliya Darê, Hîjbabê ji Guliya Darê Hersê Mehên Beharê, û Hersê Mehên Beharê Xew xweş bû li berê yarê, û Xew xweşbû li berê yarê Ho bejnê Guliya Giwîzê, û Hîzbabê Guliya Giwîzê Hersê Mehên Payîzê, û Hersê Me-

dîrok

27

hên Payîzê Xew xweş bû li berê Qîzê, û Xew xweş bû li berê Qîzê Ho bejnê bejnê bejê, Ho bejnê bejnê bejnê. * Dema ku ev Stran dihate gotin nêzîka Bîst Keçika Mîrkutê xwe bi Pesta Stranê ankû li zemanê gotina Stranê re li Danê didan, ku Demê bab û Kalan wê wek xwe bimînê hercaran, û dema ku me bi Das û Qeynaxan di Çinî dîsan Stranên Palayê li ber lîdana Dasê bû Çinînê dihatin Gotin, û dema me Dexil di Çand bi Şevan em li ber di nivistin hitanî ku Mewsimê Çandinê bi dawî nehata, û ji Barayê wek Qewil bêja û Zanayên dînî ji vî Gundî derketine û kesanên Aqilmend wek:-’Ebasê Dirbo, Bişarê Hisên, Çûkoyê Elyas, Hisênê Biro û Reşwê Pîr Qasim ev hemûjî li wî demî Mirov ji Sibê hitanî

HEJMAR 17

2020/2/20

SAL 3

KOVAR DICLE

Îvarê ji balbûna wan û galegala wan têr nedibû, min tê bîra ku Malê me nêzîk hevbûn em bi êvarê diçûn Civata wan û wan ev galgal dikirin û di gotin”Rojek wê bê Xêrê sekinê û Rojek wê bê Rûbarên Xwînê wê rabin û Rojek wê bê Fitoyê nadine Şêx û Pîra û Birayê axretê, û Rojek wê bê Genim namînê û Rojek wê bê Mîhên Çav zer namînin, û Rojek wê ew roja ku Nanê Cînara biçe Mala Cîrana hin Xêr heye û wekî din Xêr namînê. - Beriya Fermanê nêzîka Çend Malbatî li Barayê Hebûn? * beriya Fermanê pir mal û Malbat hebûn li Barayê û bi Dehan Keriyên Pez hebûn, û beriya Fermanê nêzîka Çarsed Malbatî li Gundê Barayê hebûn û Hemûjî ji ‘Eşîreta Simoqiya


KOVAR DICLE

SAL 3

2020/2/20

HEJMAR 17

bûn, Gundên wek:-Kerkê, Hemsik, Bara, Xoxata, Dugirkê û Warkê bi Xwedî jî ev Gund Hemû ku beriya Fermanê yêt avabûn û hemûjî Simoqî bûn û Barayê Asasa ‘Eşîreta Simoqiya bû, Babek ji ‘Eşîreta Korkorka û ji ‘Eşîreta Qîraniy jî li nav Simoqiya de ne û Erdê wan jî tevayî Hevin, û Tûtin jî li Barayî dihat Çandin ku li dema berê her Xelîlekê Tûtinê bi Dînarekî Îraqî dihate Firotin, û Piştî avakirina Gunda li Sala 1975 bi biryara rejîma Sedam Hisên Komalgeh(Micemi’i) û Bajar li deştê hatin avakirinû her hinek malbata li Bajarekî bicih bû, û li demê Gundê Barayê ankû li dema Kevin ez û gelekên dinjî ji vî Gundî Stranbêj bûn yên ku karibin li ba Nesaxa û li Şahiya bîjê ezbûm, û li wî demî netinê ez bi deha li nav Simoqiya de hebûn Dengbêj û Salifbêj, lê wî demî bêhtir Xelkê li deng û Slfên min gohdar dikirin lê her kesekî Dema xwe û

28

dîrok

Diclepress13@gmail.com

Serf û wicha(Pêkanîn) xwe y û jiyê min 84 Salin, li wî demî digotineke yekî bi nav Şemoyê Xelef ‘Esaf û zavayek li Gundê Barayê Hinartine pê me û em çûn li Civata wan rûniştin min xwe Ceriband, û ji Se’et Nehê berê Sibê Zava rûnişt û me Stran got li wî demî ku ‘Adet bû Gundiya jî Xwan û her tiştên din jî tanîn mala Zavê, û Îvarî piştî ku me Şîva xwarî dîsan me dest bi Stran Gotinê kir hitanî bi ser mede bûyî Se’et Nehî berê Sibê tû Kesî bi min re li Stran Gotinê neqedan ji bilî Şemoyê Xelef ‘Esaf ku niha çûye ber Dilovaniya Xwedê, me herdûyan Stran li hev vedigêra ji Se’et Neh hitanî bi Se’et Neh, û evejî Stranek ji yên Palayê yê Demê Bab û Kala ne û pir kevne:Xezala min Delala min deb hêrîn Xezal Hêrî, Xezala min Delala min deb Hêrîn Xezal Hêrî Xezala min Delala min Şivana Pez da Bêrî, Xezala min Delala min

Şivana Pez da Bêrî Xezala min Delala min Kur Şivanka Cihêlîbî, Xezala min Delala min Kur Şivanka Cihêlîbî Xezala min Delala min Xezalêt mejî Dûne, Xezala min Delala min li ber malaêt mere Çûne Xezala min Delala min Sekvaniyên me wê li dûne, Xezala min Delala min Xezalên mejî Sêne Xezala min Delala min li ber malên mere têne, Xezala min Delala min Sekvaniyên me wî li pêne Xezala min Delala min Xezalêt mejî Çarin, Xezala min Delala min Xezalêt mejî Çarin Xezala min Delala min li ber Malêt mere bi Xarin, Xezala min Delala min Sekvaniyên me di Gohdarin Xezala min Delala min Xezlaêt mejî Pêncin, Xezlala min Delala min li ber malêt mere bi Sêncin Xezala min Delala min Bîhna Memkêt wê di Gêncin, Xezala min Delala min Xezalêt mejî Şeşin Xezala min Delala min li ber malêt mere di meşin, Xezla min Delala min bîhna Memkêt wan çid xweşin Xezala min Delala min ji bîhna Memka Sekvanî Serxweşin.

Çil Rojî li ser ‘Eşîreta Simoqiya û ‘Eşîreta Şemir bû Şer li Gundê Barayê


Diclepress13@gmail.com

gotar

29

HEJMAR 17

2020/2/20

SAL 3

KOVAR DICLE

Fetwayên Osmanî-Tirkiyê li dijî êzîdiyan

Prof. Dr. Îlhan Kizilhan

Kî îro dizane ku Êzîdî heta şerê

Çaldiranê yê di sala 1514 de li Ormiyê, Karsê, Antepê, Adiyaman, Erzerum, Elazîz, Amed, Heleb, Şamê, Batmanê heta Şingalê û gellek cihên din xwedî cih û war bûn? Kî qet navê eşîrên mezin wek Dasinî, Xaltî, Dunbelî, Dennayî, Mehmudî û gellek eşîrên din bihistiye ku gellek caran li dijî împeratoriya Osmaniyan û Farsan şerekî mezin kirine? Kî dizane ku bi fermana Osmaniyan û Farsan heta sedsala 20an nêzîkî 1,8 milyon Êzîdî bi zorê misilman, him Sunnî û him Şîî, kirin e? Kî dizane ku nêzîkî 1,2 milyon Êzîdî di vê demê de hatine kuştin?

Ev jî jenosîdeke hêdî, sîstematîk û zane bû. Êrişa dawiyê ya Osmaniyê di sala 1918an ji Merdînê heta Şingalê dom kir û dîsa qirkirineke mezin anîn serê êzîdiyan. Beriya vê jî, ji xwe hejmareke mezin Êzîdî ji Serhedê reviyan Ermenistanê. Împeratoriya Osmaniyê têkçû, lê êrişên li dijî êzîdiyan di komara Tirkiyê de hatin rawestandin? Bêguman na. Ji xwe heta niha Êzîdatî wek oleke fermî qebûl nekirine. Di nasnameyan wan de xacek îşaret dikirin, an jî îslam û car cara jî “bêdîn” dinivîsandin. Di dema komara Tirkiyê de li ser navên eşîrên Kurd û tarîqetên misilman erîşeke civakî û psîkolojîk li dijî êzîdiyan destpêkir. Yekcar di dema Adnan Menderes de bi hezaran mizgeft li gundên êzîdiyan ava kirin û her roj melle û îmam ji derve dihatin nav gundên êzîdiyan da ku wan misilman bikin. Di salên 50î û 60î de bi

taybetî li herema Riha, Kiziltepe û Pirsûsê melleyên tarîqetên Qadirî û Neqişbendiyan gund bi gund digeriyan û heta hejmarek Êzîdî misilman nekirina, ji gund dernediketin. Şahidê misilman yê îro li jiyanmayî ji min re wiha got:“Ev tarîqet dihatin û êzîdî gellek aciz dikirin. Heta miriyên êzîdiyan ji goristanê dîsa derdixistin û li gorî “şertên îslamî” vedişartin.” Êdî Êzîdî bêçare man. Her derketina ji gund wek tehlûkeyeke mezin bû. Jinên xwe li gundan vedişartin, ji ber ku gellek car jinên wan bi kotek û zorê ji wan distandin. Wexta dîsa jî bi mecbûrî diçûn bajaran ev dihatin şermezarkirin û car caran jî êrîşî wan dikirin. Kalekî êzîdiyan, ku niha 86 salî ye, wiha dibêje: “Îro jî ev gotinên zarok û ciwanan ku gotin li ser dînê min digotin li ber guhê min e. Wan em gellek êşandin. Heta îro jî gellek misilman xwarina êzîdiyan naxwin. Ev dibêjin xwarina me


KOVAR DICLE

SAL 3

2020/2/20

HEJMAR 17

30

gotar

Diclepress13@gmail.com

heram e”. Wek tê xuyakirin, jenosîda li dijî êzîdiyan di dema dewleta Tirkiyê de tenê şiklê xwe guhartiye, lê dom kiriye. Lewra jî heta salên 70 û 80î tenê 30 heta 40 hezar Êzîdî li gişt Tirkiyê mabûn. Di dîrokê de oleke wiha kevn û mezin hêdî hedî, bêdeng li Tirkiyê hate tinekirin. Ev hejmara mayîn ya bicûk berê xwe da Ewropayê û pirraniyan wan îro li Almanyayê dijîn. Hejmara “hemwelatiyên Tirkiyê” yê Êîzdî ku îro li welatê xwe dijîn 600 heta 800 kesî ye. Ez behsa hejmara penaberên Şingalê nakim. Ev ji xwe naxwazin li Tirkiyê bimînin. Ev qirkirin êdî têr nake, hikûmeta Tirkiyê dîsa wek fetwayekê êzîdiyên ji Şingalê ne wek ol û ne wek penaberan qebûl dike. Êzîdî bênav û bêstatû ne. çawa bapîrên wan yên Osmaniyan Êzîdî qebûl nekirin, nasnameya wan ya olî û etnîkî înkar kirin, îro ev raman, ev fatwayên kevn di serê hinek berpirsên Tirkiyê de heye. Mirov bixwaze nexwaze ji xwe dipirse: Nexwe ferqa dewleta Tirkiyê ya îslamî û DAIŞê çî ye? Belkû ferqek hebe: DAIŞ eşkere dibêje ku Êzîdi“kafir in” û divê werin kuştin, talankirin û keç û jinên wan werin markirin an jî firotin. Divê mirov ji wan berpirsên Tirkiyê bipirse, ma gelo dilreşiya we li dijî êzîdiyan çî ye? Êzîdiyan çi zerar dane we ku hûn hevqas dijberiya êzîdiyan dikin, hûn hevqas ji wan aciz in û nefret dikin? Ez naxwazin bawer bikim, lê rastî û bawerî herdem ne wek hev in. Nexwe DAIŞ li ser mijara êzîdiyan li ser bingeha fetwayên di dema împeratoriya Osmaniyê de êzîdiyan qir dike? Dilxwazên împeratoriya Osmaniyê îro kî ne û dixwazin vê mîratê li Tirkiyê dom bikin?


Diclepress13@gmail.com

çand

31

HEJMAR 17

2020/2/20

SAL 3

KOVAR DICLE

‘Çanda dengbêjiyê parastina dîroka kevnar a gelê Kurd e’

Gerîlayê HPG’ê(Bengîn Bar- BER XWE DA Û ÇANDA XWE PARAST’ man) li çiyayên Kurdistanê bi awaza xwe çanda dengêbêjiyê diparêze. Hem dibêje hem jî Gerîlayê HPG’ê Bengîn Barman hem klamên dengbêjiyê dibêje dîroka gelê Kurd zindî dike. hem jî gelekî ji guhdarîkirina wan A: TÊKOŞÎN AXÎN/JÎNDAR klaman hez dike. Gerîla Bengin dibêje; “Gelê Kurd xwedî dîrokeke ŞÎLAN pir kevnar û dewlemend e, lê ev Dîroka gelê Kurd dîrokek pir kev- dîrok her tim ji aliye dagirkeriyê nar û dewlemend e. Li hember ve hatiye tine kirin. Lê belê gelê êrîşên dagirkerî û qirkirinê gelê Kurd jî bi berxwedanê bersiv da Kurd her tim li ber xwe daye û vê yekê”. parastiye. Di serdema niha de Gerîla Bengîn bi dewamî got, êrişên giran lê tên kirin, lê belê “Heta roja îro pergala dewletê heta niha jî wek çîrokên kevnar gelek zordarî li gelê Kurd kir da dîroka gelê Kurd zindî dihêle. Bi ku karibe çanda Kurdayetî lewaz taybetî di nava gerîlayên HPG û bike û tine bike. Li dijî vê yekê YJA Starê de klamên dengbêjiyê gelê Kurd her tim di nava berxxwedî cîhekî pir girîng e. Ji ber vê wedanê de çanda xwe parastiye yekê pir tên gotin û guhdarîkirin. û çanda xwezayî ji xwe re esas girtine. Ev berxwedanî bi gelek aliyan ve hatiye meşandin, yek ji ‘GELÊ KURD HER TIM LI

wan şêwazan jî çanda dengbêjî ye. Bi rêya hunerê xwestine jiyana xwe ya kevnar bi nifşê nû re parve bikin, ji ber vê yeke xwedan cîhekî girîng e”. ‘DIVÊ CIWAN ÇANDA DENGBÊJIYÊ RAST FÊHM BIKIN Û LÊ GUHDARÎ BIKIN’ Gerîla Bengîn di nava hevalên xwe de jî her tim stranên dengbêjî dibêje û bi rêya van destan û çîrokên kevnar kêfa wî tê. Gerîla Bengîn got, “Ez bi bavê xwe re diçûm şivantiyê û wiha fêrî stranên dengbêjiyê bûm”. Gerîlayê HPG’ê Bengîn got, “Dema ku mirov li dengbêjiyê guhdarî dikin, mirov dikeve kûrahiya dîroka gelê Kurd û ev jî kêfa mirovan tîne. Ji ber ku dîroka me gelekî dewlemend e. Bi taybetî dema ku


KOVAR DICLE

SAL 3

2020/2/20

HEJMAR 17

32

çand

Diclepress13@gmail.com

Gelê Kurd xwedî dîrokeke pir kevnar û dewlemend e, lê ev dîrok her tim ji aliye dagirkeriyê ve hatiye tine kirin. Lê belê gelê Kurd jî bi berxwedanê bersiv da vê yekê .......... Divê ciwanên Kurd di serdema niha de hişyar bin, lewra dijmin ji gelek aliyan ve êrîşê gelê Kurd dike bi taybet jî ciwanan dike kal û pîrên me klaman dibêjin, ev yek bandoriyek mezin li ser me çêdike ji ber ku dîroka me her tim zindî dihêle. Em di nava van rastiyan de dijîn, dema ku stranên dengbêjî tê gotin dûbare dûbare vedigerin dîroka xwe. Divê ciwanên Kurd di serdema niha de hişyar bin, lewra dijmin ji gelek aliyan ve êrîşê gelê Kurd dike bi taybet jî ciwanan dike. Armanca êrîşên xwe ji ber ku ciwan, hêza dinamik ya civakê ne û dihêlin ku civak li ser piya bimîne ango zindîbûna xwe

biparêze ji ber vê dijmin hewl dide destpêkê ciwanan bixe. Bêguman şêwazê êrîşkirina wan jî cur be cur e. Bi taybetî ji aliyê hunerê ve êrişên giran dikin. Dijmin hewl dide ku di nava civakê de arebeskê, pop û hwd. belav bike. Bi rêya rêzefîlman û fîlman dixwaze bala ciwanan ji çanda Kurdayetî dûr bixin. Dixwazin ku ciwanên Kurd li ser rastiya civaka xwe û exlaqa xwe nefikirin û jê dûr bikevin. Banga me li ciwanên Kurd ew e ku hîn zêdetir çanda Kurd, hûnera

Kurd bi taybetî di warê dengbêjî de rast fêhm bikin û guhdarî bikin. Dijmin dixwaze me bixe, em jî divê neyên lêyîstokên wan. Divê em bizanibin ku tişta ku dijmin bide me tine ye ji ber vê yekê divê şerê taybet baş bê fêhmkirin. Her gaveke dijmin û helwesta wan ji bo xistina gelê Kurd e. Em dibînin ku di roja îro de çanda dengbêjiyê ji bo gelê Kurd pir xerîb e, ji ber vê yekê bangawaziya me ew e ku xwedî li çanda xwe derbikevin”.


Diclepress13@gmail.com

lêkolîn

33

HEJMAR 17

2020/2/20

SAL 3

KOVAR DICLE

Di ola êzdiya de pîroziya Rojê(B.2)

Tradîsyonên olî yên bi Rojê re pêwendîdar

Avraman Fetî

Tav ango Roj di nav gelan de, tey-

bet jî di nav gelê me de hewçend pîroz hatiye dîtin ku heta ew bûye bergeha îbadetê, bingeha bawerî û jiyanê. Bawermend her hebûnî bi wê ve girêdane û pîvana dem, demjimêr, saljimêr û karên demsalan li ser bingeha wê kirine sîstem û jiyan meşandine. Ji ber ku gelê me xwe zarokên xanadana heyama Rojê dîtine ji ber wê navê pir zenda ango xoza koka xwe ji navê Rojê an ji navê Xwedanê Rojê digirin. Mînak: berekên Gelûtî, Mîxayilî, Rojkî, Şamî, Şemesorkî, Şemsikî, Xaldî, Ûtî, ocaxên şêxên Şemsaniya û h.w.d., koka xwe ji navê Rojê digirin. Di demên kevnar de, li ser bingeha zivira Tavê ya li ezmana di nava gelan de mîtolojiyên curbe cur hatine afirandin. Di hin ji wan de weke ku Xwedanê Rojê, Tav danîye li ser bora zêrîn ya ku bi sê an jî pênc hespan bi şev û roj, bê sekin li dor cîhana me digerîne. Ev hejmar dişibe 3 danên dema rojê û 5 demên duwayên rojane. Pênc duwayên rojane yên ji bo navê Xwedê, ya bawermendên êzdiya, zerdeştiya, mîhraniya girêdayî pênc demên rojê ne, yên ku bi rewşa sekina Rojê li ezmana têne diyarkirin. Zanista êzdiya, di beyta Cindî de

xîreta benda jî bi Rojê re tê girêdanê. Ji ber ku bi rabûna Rojê jiyan destpêdike, ev beyt dewa xîretê li me dike, dewa keddayin û jiyanê li me dike, ji bo ku em zû ji xew rabin, dem û firsenda bi Rojê tê dayin, bê ku dem winda bikin, em wê bikar bînin. Beyt wiha dibeje: Cindiyo rabe roj e Bes vê xewê hindoj e Xewa berê sibê zor ezab û doj e Cindiyo rabe rab e Bes bi vê xewê tu şab e Xewa berê sibê zor ezab e

”Şems bela wî bidê”, an jî ”Şems belayekê ji wî ra bîne”, Roja wî tarî be” û h.w.d.. Dema xêr ji yekê re bixweze jî bi heman wê şêweyî nêzîk dibe. Wek mînak: “Şems li te bê rehmê”, “Şems te biparêze”, “Şems bi xêr û bereketa te re be!” û h.w.d.. Di vir de gor nêzîkatî diyare ku xêrxwez dewsa Mîrê Rojê, xwe dispere alîkariya Rojê ango “Şems” ya ku teneyê ezmanî ye, ne zindîye ku heta karibe dewsa mêr û miliyaketa duwa û banga benda bibihîze û alîkarî bide wan. Ev nêzîkatiya ji Tavê re çarna bûye sedeme ku bawermendên olên din êzdiyetî bi pûtparêziyê tewanbarbikin, heta hin kesên ji civaka me bi xwe jî di vê nihêrînê de nin. Ev nihêrîna şaşe û tewanbarkirine êzdeyetiyê ye. Ji xwe neyar dixweza êzdeyetî bi pûtparêziyê biçûk û bê wete bike. Bê ku ew bikevin nav me, em bixwe xizmeta neyarên xwe dikin. Ango berovajîkirina neyar nikare di nav me de pêk bîne, bi hêsanî dewsa wan em vê yekê pêktînin. Berê xwe berbi roj kirin û duwa kirin nayê wê maneyê ku êzdî ebadetê xwe ji Tavê re dikin. Ebadet û duwa ji Xwedê re tê kirinê. Ev yek di beyta Çarşembe de wiha tê ravekirin:

Bi şopandina dîrokê dertê holê ku sonda êzdiya, ango sonda kurda bi giştî, ta niha jî bi giranî girêdayî navê Rojê ye. Peyvên sondxwerinê yên wek “bi Şems”, bi vê Rojê”, “bi vê îşqe” ango “bi vê ronahiyê kim”, ez bi Şems kim, an “ez bi vê rojê kim” û h.w.d., rojane tên bikaranîn. Bi Rojê ve girêdayî di nava kurdan de, teybet jî nava êzdiya de tradîsyona silavdayinê wek ”Roja te bi xêr”, û rêkirina mêvanan an neferên male li ser rêwîtiya dûr, duwayên “rêya te ronî be”, “roniya Rojê li ser tebe” an jî “Şems bi te re be” an “Şems piştovaniya te be” an jî Şems mertala te be û h.w.d. duwa dihatin kirin. Dema çarşemê roj hiltê ye Gelê hewqasî girêdayî ola xwe ya bi Roj tê senbolîzekirin, heta car- Hincî mêrê zû rabe ji xewa berê sibê ye na dewsa mire Rojê, herçiqasî Roj Medih û sena bike bo navê hebûnekî ne bi zar û ziman be jî Xwedê ye nave wê bi xwe bikar tinin. Mînak dema li ser yekê aciz be an zîver Duwayê Tawisî Melek li wê ye be dibêje: “Tesmîlî Şems dikim”,


KOVAR DICLE

SAL 3

2020/2/20

HEJMAR 17

34

lêkolîn

Diclepress13@gmail.com

Oleka xwedanas nikare bi pûtparêzî re bê beralîkirin! Çawa Qudus bergeha xrîstiyana ye û xaç nîşana wan e, çawa Mekke bergeha

misilmana ye û Heyv nîşana wan e, wisa jî Roj bergehê êzdiya ye, hem nîşana vê olê ye. Weke din gor baweriya êzdiya û olên din jî bedenê ruhên pîroz Xweda, horî û melekan ji agir pêk tê û ew agir hêza bedenê wan e. Xwerin û vexwerin di wana de nîne. Lewra bi baweriya vêxistina agir, mirov hêz dide miliyaket û xwedanên li devdorên ocax û ziyareta, yanî bi rengekî din agir wek xêr û qurbanî ji bo hêzdayina wan tên vêxistin. Agir heman demê jî nîşaneya enerjîyê ye. Di vê menayê de, gor baweriya olî, bi pêxistina agir ve pêwandiya ruhê benda bi miliyaketa re diha hêztir dibe. Bi vê baweriyê bende agir vêdixe, duwa û daxwezî ji Xweda û miliyaketan re, ji Xwedanên ziyaret û ocaxan dike. Di rê û risimên êzdiya de dema zarokê kurîn 7 an 9 meh temam dibe, ferze biskê wî bê hildanê. Ev prosêdûr dûrî dema êvarê, dema

Di nava gelê me de, ji dema kevnar de çend rêformên olî çêbûne, navê olê hatiye guhertin hema dîsa jî hebûna sereke ya gelê me û bergeha silav û duwayê wan Roja ronîdar bûye. Xwedan û rêvebirê wê di demên kevnar de Mîhra,Mîsra, an jî Mîtra, Mîfra, Ûtî, Sûrya hatine binavkirin

Roj hê li jorêye gere pêk be! Di nava gelê me de, ji dema kevnar de çend rêformên olî çêbûne, navê olê hatiye guhertin hema dîsa jî hebûna sereke ya gelê me û bergeha silav û duwayê wan Roja ronîdar bûye. Xwedan û rêvebirê wê di demên kevnar de Mîhra,Mîsra, an jî Mîtra, Mîfra, Ûtî, Sûrya hatine binavkirin. Di nava hemû olên kevnar de, li ser nave Rojê silavgeh hatine avakirin û wek peresta Rojê binav kirine. Li ber van silavgeha bi rê û risimên êzdeyetî curbecur vacibên olî pêkanîne, cejnên olî pîrozkirine û qurban dane. Di nava pir netewa de Tav bi pir şêweya hatiye şikilandin. Bi giranî glovereka bi 6, an 12 an jî bi 24 tîrêjan hatiye şikilandin. Her hejmareka tîrêjê wê teybetmendiyeka Tave vedibêje. Tav a bi 6 tîrêjan destnîşankirî, bandora tavê li ser van 6 berên gerdûnê pênase dike:Bakûr, Başûr, Rojhilat, Rojava, Jor û Jêr. Tav a bi 12 tîrêjan destnîşankirî, 12 mehên sala bi


Diclepress13@gmail.com

tavê tê pîvanê destnîşan dike. Lê Tava bi 24 tîrêjan, 24 sehetên rojê destnîşan dike. Ev her sê şêwayên me destnîşankirî wek nîşan di ola êzdiya de wek nîşan derbaz dibin. Ji ber ku zêr jî wek Tavê zere û birqoke, kirêj nagire û hemdeme, ji ber wê jî çawa dema bapîrên me, wisa jî di astrolojiya niha de, ew wek madaya burca pênca ya Tavê tê diyarkirin. Xêncî van sembolan, herwisa Roj bi totema dihat destnîşankirin. Nîşana totemî ya Rojê bi giranî şêr û eylo ye. Ji ber ku şêr heywaneka here bi hêze û şahê heywana tê dîtin, ji ber wê ew bûye nîşana Tava bihêz. Ji ber ku eylo li jor hemû teyra re difire û ji nav hemûyan yê here bihêze, ew bûye nîşana Tavê. Ji ber mizgîna rabûna Rojê radigihîne, dîk jî yek ji nîşana Tavê ye. Li ser bingeha Tavê pir tradîsyon pêşketine. Mînak: dema Roja dice ava ji dema kevnar de dihat weteya mirinê, lewra di dema avabûnê de kesî li Rojê mêze nedikirin. Dema Roj diçû ava, teybet

lêkolîn

35

jî zarokên pêçeka dernedixistin derva, lê eger ew li derva biba, gerekê rûyê wî ne li aliyê Tavê biba. Ev tradîsyona êzdeyatî de hatiye parastin, di nava gelê Misir Hopta de, di nava Hîndî û çermsorên Amêrîka de jî hebûne û niha bi kêmasî be jî, ev tradîsyon dewam dike. Bi tradîsyona êzdiya dema heywan tê serjêkirin, rewşa sekina Rojê li ber berçav tê girtin ango Tav gere li jorê be, ne li ber dema dakatina wê be. Heman awayî dema xêr tên belavkirin jî ev sekina wê ber çav tê girtin. Girêdayî demê, piştî Roj dice ava derxistina ji male tiştên wek xwey, haven, meya, zêr û pere wek guneh tê dîtin. Ji guneh bêtir ew dihate weteya çûyina bereketê ji wê mala êvarê tişt dida kesekî. Wek tê zanîn çav perçeyek leşê mirovane, organa here grîng ya jiyanê ye, organeka ronîzire! Dîtin û naskirina hawirdor tenê bi çav gengaze. Jiyana benda tenê bi dîtina çava pêkane. Çav wek organa

HEJMAR 17

2020/2/20

SAL 3

KOVAR DICLE

Di nava civakê de dema zarok tê jiyanê an jî neferên malê ji rêwîtiya demdirêj vedigerên malê, xêrxwez ji malmezin an nefêrin din yê malê re dibêje: “Çavê te ronî be”! An jî dema mirov tên malekî mêvanî, kesên malê ji wan re dibêjin “Tu ser çava hatî!”


KOVAR DICLE

SAL 3

2020/2/20

HEJMAR 17

ronîzirî, Tavê û hebûnên bi xêra ronahiya Tavê xuya dikin dibîne, bi wê dîtinê xweşiya jiyanê nasdike û bi eşqa bi wê re jiyan dike! Ji ber vê sedemê çav bi roniya rojê tê senbolîzekirin. Ji ber wê di nav civakê de gotarên wek “ji çavê wê ronî dibare”, an “roniya çavê wê geşe” an jî “roniya çavê wî lewaze”derbaz dibin. Di nava civakê de dema zarok tê jiyanê an jî neferên malê ji rêwîtiya demdirêj vedigerên malê, xêrxwez ji malmezin an nefêrin din yê malê re dibêje: “Çavê te ronî be”! An jî dema mirov tên malekî mêvanî, kesên malê ji wan re dibêjin “Tu ser çava hatî!”, an jî dema bende di rasthatina de silav didin hev û “dibêjin ser çava” û heman demê jî destê xwe dide li jora çavê xwe. Ev mînak diyar dikin ku yek ji yekê re dibêje “bî ditina te kêfxweşim”. Heta niha, bêtir jî beşa civakê yên temen mezin di rasthatinan de destê xwe didin li jor çavê xwe û bi gotina “ser çava” silav didin kesê pêşberî xwe. Dibê derbarê vê mijarê de, mirov vê gotinê dîrokzanên Îtalî berçav

36

lêkolîn

Diclepress13@gmail.com

bigire yên ku dibêjin: “silavên leşkerî ya niha li cîhanê, ya dest danîna ber enî, ji silavê gelên meda (kurd) tê yên ku di rasthatinan de bi hev re dibêjin: “ser cava û destê xwe didin jora çavên xwe”. Di zanista xalda ango ya kurdên rojparêz tarîbûna Tavê bi hatina xwedanê erdê dihat şirovekirin û diyar dikirin ku piştî vê hatinê feleketekê xwezayî çêbibe, bêtir jî erdhejê pêk bên. An jî bûyereka mezin pêşbikeve. Mînak: dibe navdarek di vê roja tarîbûna Tavê de ji dayik dibe an jî bê li ser text yê ku demên pêş de bibe padşayekî zilmkar an jî bibe sedema şerên giran. Yanî di nav civakê me de tarîbûna Royê wek “tiştekê ne ji bo xêrê be” dihate şirovekirin. Di nav olên kevnar yên gelên arî, hopt û çermsoran de tradîsyoneke hevbeş yê girêdayî Rojê heye. Dîrok û pêşbêniyên wan de tê diyarkirin ku di nava heyama cerbê de 24 zarokên Xwedayê Rojê wê bêne cîhanê, ji wan yê 22-a wê cîhan rizgar bike û zemana zêrîn ava bike. Di vir de du tişt dertên pêş me:

1. Kesê cîhan rizgar bike wê ji gelê bi rojê re pêwendîdare derkeve. 2. Dîn û tradîsyona destpêkê yê bi Tavê re pêwendîdar wê careka din vegere cîhanê. Li gor ola êzdiya kesê cîhan rizgar bike, zemana zêrîn bîne Melik Şerfedînê Mad e, yê ku piştî derketina ji mixarê zarokên osmaniya têk dibe, textê xwe li Amedê daytîne! Girêdayî rewşa rojê tradîsyona kurdên êzdî û yên misilmana serlêdane goristana miriyan çêdibin heye. Bê guman di nav kurdên misilman de ev pêkhate girêdayî tradîsyona olên kurdî yên êzdeyetî, zerdeştiyê ne. Ev serlêdana di nav kurdên misilman de, dema demdirêjaya rojê dikeve pêşiya demdirêjaya şevê ango li sersalê dema roj berbi germê ve diçe, di roja pênşemê pêş an paş de pêk tê. Lê di nav êzdiya de, serlêdana li goristanê pênşema berî 22 meha hizêranê pêk tê, dema demdirêjaya Rojê digihêje asta here jor.

Rêkirina mêvanan an neferên male li ser rêwîtiya dûr, duwayên “rêya te ronî be”, “roniya Rojê li ser tebe” an jî “Şems bi te re be” an “Şems piştovaniya te be” an jî Şems mertala te be


Diclepress13@gmail.com

çîrok

37

HEJMAR 17

2020/2/20

SAL 3

KOVAR DICLE

Çîroka Birahîm Xelîl û Nebî Simayîl

Çîroka Birahîm Xelîl û Nebî Simayîl ya ku li nav gelek Milet û Deveran heye, li ser vê Çîrokê Pîr Hecî Mîrza ‘Asî ku li Serdeşta Çiyayê Şingalê dimînê wiha Çîroka ji mere bi rêzkir û got:-

A: ŞIRÎN SEYDO

Birahîm Xelîl yê ku bi Bavê Nebi-

ya tê naskirin ev Çîrok ji serdemekî pir kevin maye hitanî Roja meya Îro, û Birahîm Xelîl jiyana Hevjîniyê di gel Keçmama xwe ya bi navê Sara pêkanîbû lê Zaroyên wî jê çênedibûn û jiyê mezinbûbû nêzîka 40 Salî bû, ji ber wê jî dakû Zaroyên wî çêbibin Hacer ji xwere anî û li xwe markir bi dil razîbûna Srayê, û dema ku jiyana Hevjîniyê di gel Hacerê pêkanî Xwedayê

Mezin Zarokek avête ber bedena Hacirayê, û Mala wan li Gûmirka Birahîm Xelîl bûn ku li nêva Tirkiya û Îraqê û hita nihajî bi wî bi nave û bûye deriyê Sinûrî yê bazirganiyê, û Feretek hindekî dûrî wan bû ji cihê xwe diçûn av ji Ferat bi pişta xwe di anîn Rojekê Dora Sarayê bû di çû avê û Rojekê jî Dora Hacerê bû ji Ferat av tanîn Malê, li wî Serdemî Gawirstanî bû Miletê wî serdemî bi Ga di Perisîn lê Serkeftiyeke ne Heq bi ser Deverê de di anîn, û gotin ev Mirovekî ne ji Miletiya meye ankû mebest Birahîm Xelîle divê em bi kujin, ji ber ku Birahîm Xelîl Bawerî bi hebûna Xwedê di anî lê Miletên li dorê bi Ga di Persîn û Pîroz di dîtin, ji ber wêjî Birahîm Xelîl girtin û birine ber destê Mezinê Gawir ku Qiralê wane û biryar dan ku Birahîm Xe-

lîl bi Şewitînin dar ji bo agir pêxistinê anîn, Hevjîna wî Sara gote Hacerê”ka Birahîm Xelîl” Hacerê jî lî vegêra û got”Gawirstaniya hatin Birahîm Xelîl girtin û birin” Sarayê got”Tû neçûye pê” Hacerê lê vegêra û got”ne bi Xwedê min ne di wîrî û ez neçûm, ji ber wêjî Sara bi Birahîm Xelîl ve çû û Gawirstaniya gotinê vegerî lê Sarayî got”hûn çi Birahîm Xelîl dikin ezjî di geldeme û ez bêyî wî bi Cihekî de naçim” Gawirstaniya dar danîn û Birahîm Xelîl li ser dara danîn dakû bi Şewitînin, ji ber ku Sara ji cem Birahîm Xelîl venegeriya Gawiristaniya Sara jî di gel Birahîm Xelîl Şidandin, û Gawiristaniya Agir berdanê lê cara yekem Agir pêneket Birahîm Xelîl Hîvî ji xwedê dikirin û bawerî bi hebûna Xwedê di anî ji ber wêjî Agir


KOVAR DICLE

SAL 3

2020/2/20

HEJMAR 17

pîneket, û Gawiristaniya gotine Qiralê xwe Agir pînakevê Qiralê wanjî gotê herin Kêweliya bînin û bila li dorê Dîlanê bikin Behtinê xwe ji Dorê de alî û Agirê pîkevê, rabûn çûn Kêwelî anîn dorê û Agir berdanê û dema Agir pîket Birahîm Xelîl Hawara xwe gihande Xwedê û got”ya Xwedayê min tû min ji vî Agirî Xelaskî û çi tiştê li ber dilê min yê ‘ezîzî şêrîn min ji boyî te Nedir kiribê”, ji gotina Ciwamêra Teyrekî Sîm Berxê hat û Birahîm Xelîl û Sara ji nav Agir herdû rakirin û birin li Çolekê avêt, Agir bi wan Dara ket û Şewitîn û hatin pişta xwe danê û gotin Agir pîket û Şewitiye ankû bi ya Gawiristaniyaye herdû li nav Agir

38

çîrok

Diclepress13@gmail.com

de Şewitîne, û gotin ew Nebiyê ku Xwedê Perês bû li Deverê de me Agir berdayê û Şewitîn û neman, ji ber ku li wî Serdemî her kesekî Baweriya xwe ya cuda hebû hindek Kes bi Ga, Senem û Pûş di Perisîn Senem Şêweyê Çêkirina wan wek Peykerane û ji Dar çêdikirin lê Birahîm Xelîl Bawerî bi Hebûna Xwedê di anî, Herdû ji Agir Rizgar bûn û hatine Malê Hacerê gotê hûn di saxin wan got”Xwedayê me Alîkariya me kirin û em ji Agir rizgarkirin em di Saxi” û piştî borîna demî, Sarayê gote Birahîm Xelîl bi Xwedê te Hacer ji min Xweştire û min xwe bi tere avîte Agir lê te ew ji min xweştire lê Birahîm Xelîl got”nexêr te Ruhê xwe tebayî min kir cudayî

we li ba min nîne lê çêdibê ji ber ku ew bi halbê min bîtir hîlet bi wê heye û wekû din min tû ji wê xweştirî” Sarayê got nexêr ev tişt nîn, Dorekê Sara diçû avê û yekêjî Hacer diçû avê dema ku Hacer dihat ji avê Sara û Birahîm Xelîl ji pêşve radibûn Cewdê avê ji piştê vedikirin û diçûn li ser Kundînê datanîn, û dema ku Sara av di anî yek ji herdûyan ji berve ranedibûn û Sara bi xwe diçû Cewdê xwe li ser Kundînê datanî ji ber wêjî Sara dilgiran bû, û gote Birahîm Xelîl ji ber çi dema ku ez têm tû nayî pêşiya min lê dema Hacer ji avê tê tu di çiye pêşiya wê lê Birahîm Xelîl got ne ji ber wê çendêye, lê çêdibê ji ber ku Zikê Hacerê bi Xelat bê û Xwedê li me nêrîbê li Xati-


Diclepress13@gmail.com

ra Zikê wê ez berve radibim û Birahîm Xelîl gote Sarayê her ez ji ber ve radibim tû ji ber çi ji berve radibî, Sarayê got ji ber te ezjî ji berve radibim Birahîm Xelîl gotê ewê ji avê êt ne ez radibim û ne tu rabe ji berve Sarayê got bila xemnîne, dema ku ji avê hat û gihiştî ber derê Hewşê Sara çû dest avête Cewdê wê ji piştê danî û çû li ser Kundînê danî, Birahîm Xelîk gote Sarayê ji ber çi tu ji pêşve rabûyî Sara got bi Xwedê her te ew ji min xweştire raste ez ji berve rabûm lê li xatira Zikê wê ez ji berve rabûm, Birahîma Xelîl got ezjî li Xatira Zikê ji berve radibim Sarayê got nexêr piştî dusê Heyvan ku ji Agir Xelas bûyîn Sarayê gote Birahîm yan ezê li cem te mînim yan wê Hacer li cem te bimînê, yanî yan tu yê wê berdî û min Xweyî kî yan jî tu yê min berdî û wê Xweyî kî Birahîm Xelîl jî Sekinî û ji xwere fikirî û got”ez vê berdem xwe bi minre avête Agir çênabê û ji Xwedê gunehe, û ez ya dî berdem bi Zaroya û Xwedê li me nêrî ye çênabê û piştî ku baş Hizra xwe kirî got”Sarayê xwe bi min re avêtiye Agir kêrnayê ez Berdim” Birahîm Xelîl gote Hacirayê”were li Hespê Swarbe li pişt min emê çin Seyranekê derkevin, û Hacirayê got”Bila lê ez di zanim Fesadiya min hatiye kirin û ji ber ku wê xwe bi tere avêtiye nav Agir tu nikarî bê Diliya wê bikî li xatira Şewitandinê lê Xemnîne ezê bi tere bêm heçî dera ku te bivê” li pişt li Hespê Swarbû û Şeve Rojkirin û ji Gûmirka Birahîm Xelîl berê xwe dane çûne cihê Mekehê, wek Şorkekî bû ‘Agûl û ew tê dihat û avine çevir jê di herikî ji ber ku bi Hespê bûn nêzîka Heyvekê bi

çîrok

39

Piştî wê Cibrayîl li bar hazirdibe û Cibrayîl gotê”ka Emanetê min” Birahîm Xelîl gotê”li ser seran û ser çavan tiştê ku te got ezê bidim” Cibrayîl gotê”bawer bike li ser Erdê te Ruhek ji yê vî xweştir nîne û tiştek ji vî xweştir nîne” Birahîm Xelîl got”erê raste” Cibrayîl gotê”pa te Nedir kiribû rêvebûn û di çûn, piştî ku gihiştîn wî cihî gotin emê Îşêv li virbin û Sibê emê berê xwe bidin Misrê tevî ku Hacerê dizanî mesele çawaye, lê Hacerê Serê xwe danî ser Çoka Birahîm Xelîl û dema ku bi Xew ve çû Birahîm Xelîl hêdîka Serê wê danî qadê û Siwarî Hespê xwe bû, li cihê ku Hacer tê danî tu Mirov li wir xwiyanake û najî bitinê Rûbarekê Avê ye lê ne pir paqij jî bû, Birahîm Xelîl çû malê û dema ku Hacer bi xwe hisyayî û Roj dayî dinê berê xwe da dormandora xwe dît ku ne ‘inse û ne jî Cinse li wî Cihî û dest bi girî kir hitanî ku bêhna xwe lê deranî, piştre

HEJMAR 17

2020/2/20

SAL 3

KOVAR DICLE

rabû çû ser wê Avê û jî vexwar û dîsan dest bi girî kir Birahîm Xelîl piştî ku gihiştî malê gote Sarayê min Hacer ber bi cihekî bir ku hitanî dinê nikaribê bê û vegeriye Malê, piştî ku çend Rojan Hacer bi tinê li wî Cihî mayî Cihek ji xwere xweşkir û Xwedayê Mezin Kurek dayê û riya Avê xweşkir ji boyî ku bi herikê û li wî Cihî ma û av ji wî Rûbarî Vedixwar, Receb û Şa’iban û Remedan Serbazirgançî bûn ji Misrê bûn û Barê xwe bi nêzîka Dused Qantirî bardikirin û birin li cihên wek Şam, Heleb û Bexdayî... hwd. li van Bajêrên Mezin di gerandin û Firotin, ev Bazirganjî li di rêya xwede li wî Cihê ku Hacer tê re hatin berê xwe dan avê û dîtin ku Av bi qewet bûye û çîqekî paqij bûye di nav Avêre wek Çevdankekî têre derbas dibûn, hersê Fikirîn û gotin ev Av bi hêz bûye û di herikê û yek jî di ber rexa rûbar re hilgeriyan û çûê dîtin ku Pîrekek bi Zaroyekî ve li ser wê Avê ye, û Pirs ji Hacerê kirin û gotin kê kar li vê Avê kiriye wisa bi hêz av di herikê?Hacerêjî bersiv da û got”dema ku ez hatîm vî Cihî min ber Avê vekir û paqijdikim û ez û Zaroyê xwe li virin” hat vegeriya û gote Remedan hal û mesel eve vêcar hersê vegeriyn hatine balê û gotinê”tû ji ber çi hatiye û bi çi awayî hatiye vir” Hacerêjî gotê”hima hazir bibîne” herçend gotinê bi mere were lê Hacer qayîl nebû û neçû, gunehê wan pê hat û Sîhkeke wê û Zarokê wê çêkirin û Xulamek li bal danîn û gotinê kainî jêre bike hitanî ku em barê xwe dibin û vedigerîn, û dema ku vegeryayîn hindek Darû ber anîn û jorek jêre çêkirin û Xwarin û vexwarin li balê danîn û dîsan bi


KOVAR DICLE

SAL 3

2020/2/20

HEJMAR 17

Piştî ku çend Rojan Hacer bi tinê li wî Cihî mayî Cihek ji xwere xweşkir û Xwedayê Mezin Kurek dayê û riya Avê xweşkir ji boyî ku bi herikê û li wî Cihî ma û av ji wî Rûbarî Vedixwar, Receb û Şa’iban û Remedan Serbazirgançî bûn ji Misrê bûn û Barê xwe bi nêzîka Dused Qantirî bardikirin rêya xwe ketin û çûn, Barê xwe yê Bazirganiyê birin dîsan li Bajarên mezin gerandin û dîsan li bal re hatin û Xwarin û hindek Amûrên Kar li bal danîn û gotnê lê karbike hitanî ku em tên, piştî demekî ew Cihê ku Hacer tê dimîne kirin Xanek û hita niha dibîjin Mekeh û Medîn ev Medîne kirin Saheyek û di wê rêyê re Karê Bazirganiyê dikirin û hem têde di nivistin, û ser Avê kirin Cihê Bajarê Mekehê ku hita niha heye û hindek kes bi kirê li ber danîn ku lê karbikin û Alîkariya hem Madî û Manewî jî danê, û piştî ku Bazirgan zehiv li wê rêyê re çûyîn û hatîn kirêya

40

çîrok

Diclepress13@gmail.com


Diclepress13@gmail.com

çîrok

41

HEJMAR 17

2020/2/20

SAL 3

KOVAR DICLE


KOVAR DICLE

SAL 3

2020/2/20

HEJMAR 17

Gûmirkê ji Bazirganê ku li wê rê re diçin û tên re jêbirin, û ji ber ku Av jî li wir hebû Bazirganan dihatin Şevekê li wir di nivistin û ber bi riyeke dinde diçûn, piştî ku Kurê wê Hacerê Mezin bûyî û gihiştî jiyê Zewacê ji ber hidêjî gote Remedan Keçekê jêre bibîne ji boyî ku jiyana Hevjîniyê pêkbînê, Birahîm Xelîl pirsiyara rewşa wan dikir ji Bazirganan û bihîst ku Kurê wî jiyana Hevjîniyê pêkaniye û Xanek li bal Çêkirine û Bazirgan li wê riyê re diçin û tên, ji xwere fikirî û got eger min serek li bal dabe pir baş bû Sarayê gotê”xwiyaye ku tu yê

42

çîrok

Diclepress13@gmail.com

sistî û dilê te bi Hacerê veye ji ber ku te bihîstiye Kurekî wê bûye” û Birahîm Xelîl gotê”eger bi dilê te yê xweşe min divên ez biçim Serdana wan” lê Sarayê gotê”tu hiş Hacerê dikî ne ji ber Kurê wê diçî” Birahîm Xelîl gotê” Xwedê li navbera medebê ne ez pîre bi axivim û nejî ez ji hespê dayêm bi tinê ezê biçim û bêm zû” Sarayê got”bila” Birahîm Xelîl li Hespê Siwarbû pir dûr bû hitanî ku gihiştî balê ji ber ku zanî li kî cihî danîbû û Saloxdanên wê ankû dizanî ku Xanek çêkirîne û riya Bazirganiyê ye, lê nêrî dît ku li male çi dît naskir û Bûka wê diçû û dihat banî Bûka

wê kir û gotê”ev mala Nebî Simayîle” Bûka wan go”erê ewe” Birahîm Xelîl gotê”ka Nebî Simayîl” Bûka wan got”Nebî Simayîl çûye Nêçîrê û ne li male” Birahîm Xelîl kûr lê dinêre û dibîne ku tekilifek lê nake, serê Hespa xwe zîvirand û gotê” eger Nebî Simayîl hat bîjêtê Kesekî bi vî rengî bû û gotiye Silava lîke û bîjê gotiye ev Derî kêrî ber deriyê te nayê” û dema ku Nebî Simayîl hatî malê Hevjîna wî gotê” hal û mesel wihaye”Nebî Simayîl gote Diya xwe ew kî Kes bû Dayîka wî gotê”ew Babê tebû got çi got Hevjîna wî gotê” wiha gotiye” Nebî Simayîl gotê”Here Keça qenc mala Babê xwe tu kêrî min nayî” Hevjîna wî got”eman dexîl ne wiha gotiye” lê Nebî Simayîl Hevjîna xwe berda çû malbaba xwe, Bazirgan dîsan vegeriyn Hacirê gote Remedan”eger te yeke Nebî Simayîl dîtina başbû” û ji ber ku li deveran di greriyan yek jîre anî û dîsan jiyana hevjîniyê pêkanî Birahîm Xelîl bihîst dîsan bi rêket û ber bi Mala Nebî Simayîl ve, Sarayê gotê”te bîrî kiriye” Birahîm Xelîl got”ne bi Xwedê ez cara dinjî pêre ne peyivîbûn û vêcar jî pîre na peyivim, û ez ji Hespê jî danehatîme û xwarina wan bi devê min nebûye û dîsan ezê vegerîm” dîsan hate mala wan dîsan Hevjîna Nebî Simayîl li malde diçû û di hat, lê nêrî li serfa wê na qenc bû gotê”ka Nebî Simayîl” hevjîna wî gotê”çûye Nêçîrê ne li male” , Birahîm Xelîl gotê eger hat bîjêtê Kesekî bi vî awayî bû û gotiye ev Derî bi kêr ber Derê wî nayê û dema ku Nebî Simayîl hatî gotê”kesekî bi vî rengî hatibû û gote min bîjê ev Derî bi kêr ber Derê wî nayê” dîsan Nebî Simayîl


Diclepress13@gmail.com

gote Hevjîna xwe”Keça qenc here malbata xwe” û piştî çendekê dîsan gotine Remedan divê tu yeke wî bibînî û yeke wî anîn, Birahîm Xelîl bihîst ku yeke wî anîne got divê ez biçim mala Nebî Simayîl dîsan Sarayê gotê”tu ji ber Hacerê diçî ne ji ber Kurê xwe” Birahîm Xeîl got”ne bi Xwedê ez bi Hacerê re ne peyivîme û ez pîre na peyivim jî û ez ji Hespa xwe danayêm” bi heman Şêwe berê xwe da Mala wan û hat Hevjîna Nebî Simayîl li ber derî bû silametî lîda, Hevjîna wî gotê Mamo kerem ke derbasbe lê Birahîm Xelîl ji Hespê bi peya nebû gotê”ka Nebî Simayîl” Hevjîna Nebî Simayîl gotê”ne li male çûye Nêçîrê” herçende Hevjîna Nebî Simayîl jêre Xizmet kir û gotê kermke derbasbe lê Birahîm Xelîl qayîl nebû û dawîyê Hevjîna wî bi serê Hespa Birahîm Xelîl girt û nehêla biçe, û got eger Nebî Simayîl hat wê bîje min çawa Mîhvanekî Xwedê hat û te tekif(xizmet) nekir, û li dawiyê Hacerê gote Hevjîna Nebî Simayîl”ew Birahîm Xelîle Babê Nebî Simayîle û ji Hevjîna xwere yê Sonxwere nikarê ji Hespê dayê û nejî bi min re di axivê û serê Hespa wî berde bila biçe” dema ku wisa got Hevjîna Nebî Simayîl gote Birahîm Xelîl” bi Xwedê tu ji vir naçî” û Hevjîna Nebî Simayîl çû Xwarin li ser serê xwe kir û li ber ragirt hitanî ku xwarî û gotê”Mamo tu li ser serê min hatî” Hevjîna Nebî Simayîl gote Birahîm Xelîl”eger Nebî Simayîl hat wê torebê û bîjê ji ber çi te hêla ku biçe” Birahîm Xelîl gote”nexêr eger hat bîjêtê Babê te gotiye ev Derî li ber Derê wî Pîrozî bê û ezî çûm”û piştî ku Birahîm Xelîl bi rêketî ne gelekî

çîrok

43

dûr çû û Nebî Simayîl hate Malê Hevjîna wî çû Pîşiyê û gotê”hal û meselê Babê te ev bûn” Nebî Simayîl got tu tişt negot Hevjîna wî got”Birahîm Xelîl gotiye ev Derî li ber Derê wî Pîrozî bê” Nebî Simayîl gotê ji kengêve bi rêketiye Hevjîna wî got”hima bi vî Qeraçokî de nepenî bûye” Nebî Simayîl gotê”pa eger ez niha çûm ezê gehimê” Hevjîna wî got”ev nêzîka nîv Demjimêrî çûye me kir û nekir ra lê nebû” Nebî Simayîl bi dîv Birahîm Xelîl ket û dema ku bi dûvket tikînî ji Dilê Dayîka wî hat ji xwere got bi Xwedê ezê bi dûve çim eger hevdû dîtin wê Kurê min bi xwere bibê, lê ezê li dûvçim û ez nahêlim Kurê min bi xwere bibê, û Nebî Simayîl bi peya datê û Qeraç nepenî kir û dît ku Swarekî li Hespê yê Sware gotê bisekine Swaro got heye nîne ev Nebî Simayîle, di wî demîde Babê wîjî li xwe zîvirî û got ev Nebî Simayîle û piştî ku nêzî hev bûyîn û hevdû naskirîn kêka wan ji hevre hat û çûne çavên hev û dest li Stugrêre bir, û piştî wê Cibrayîl li bar hazirdibe û Cibrayîl gotê”ka Emanetê min” Birahîm Xelîl gotê”li ser seran û ser çavan tiştê ku te got ezê bidim” Cibrayîl gotê”bawer bike li ser Erdê te Ruhek ji yê vî xweştir nîne û tiştek ji vî xweştir nîne” Birahîm Xelîl got”erê raste” Cibrayîl gotê”pa te Nedir kiribû û te gotibû tiştê herî xweştirê ez bi Qurbaniya te bidim” Nebî Simayîl gotê”çima ji ber çi ev çi dibîjê” Birahîm Xelîl gotê”hal û mesel ev min tu Nedir kirî bi Qurbaniya Ciwamêrê Cibrayîl” Nebî Simayîl gotê” eger wisaye destên min ji piştve girêde û çavên min jî girêde bila Sûcê min li bin Rebê min de giran nebê û

HEJMAR 17

2020/2/20

SAL 3

KOVAR DICLE

Xwedayê me Alîkariya me kirin û em ji Agir rizgarkirin em di Saxi” û piştî borîna demî, Sarayê gote Birahîm Xelîl bi Xwedê te Hacer ji min Xweştire xemnîne li ser sera û ser çava” Kevrek li wir bû li ser rûnişt û dest û çavên wî girêdan li wî demîde Dayîka Nebî Simayîl li ser hazir dibê û dibîne ku Cibrayîl yê li ser rawestiyayî da ku riha wî bistînê, Dengek ji Esmana jêre hat û dibîje”Beranek li ber serê Nebî Simayîl geryaye û wî serê xwe li berde Nedir kiriye, Beranekî bînin bikujin û Nebî Simayîl berdin ne dema wî ye here rabe tu xêr ji oxira xwe bibînî” Beranek anîn û bi xêra Nedrê xwe ser jêkir Birahîm Xelîl, piştî wê Birahîm Xelîl diçe cem Nebî Simayîl û dibîjê”hûn venagerîn” lê ew di bîjin”nexêr em venagerîn” ji ber ku Dayîka Nebî Simayîl got ez nayêm ji ber hindê Nebî Simayîl jî got”ez terka Dayîka xwe nadim” û piştî wê Birahîm Xelîl vedigere Malê û Sara pirsiyar jêkir û gotê”Çi çêbû” Birahîm Xelîl dibîjê”hal û mesel evbû û min kir û nekir venegeriyan, lê Ciwamêrê Cibrayîl hat û Beranek bi xêra Serê Nebî Simayîl Qebiland û ra li serê Nebî Simayîl nebû û nehat”.


KOVAR DICLE

SAL 3

2020/2/20

HEJMAR 17

44

çand

Diclepress13@gmail.com

Danasîna Filiklorê Şingalî

Hunermend ne tinê karê wî Stran gotinin

Dengbêj

* dema ku em em dibêjin Filiklor ji dû beşan pêkdihêt ya yekem ku(Folk)e tê wateya Gel, û ya didûyanjî tê ku (lore) tê wateya lorandinê û herdû peyiv pêkve dibe(lorandina Gel), dû beşên Folklorê hene beşa Nivîskî û beşa Devkî, û di navde beşên din jî hene wek:- çêkirina Xaniya, jiyana gunA: ŞIRÎN HISÊN da ku pez, mirîşk û çûn û hatina - Filiklorê Şingalê bi çi şêweyî tê ber reza...hwd, beşê dinjî ku Nivîskiye wek:-Roman, Helbest, Dîrok naskirin? û hûnermend(fehid herbo), li hevpeyvînêkî bi kovara dicle re li ser filiklorê şengalê dibêje; tiştekî gelek şaşe Stranên Folklor goyinên wê bên guhartin ji ber ku Dîroka wê tê guhartin.

ên ku hatîne Nivîsandin û herwisa ên devkî ku nehatine nivîsîn, ankû yên ku bi rêya wan gelek Çîrok, Ferman û Şerên ku bi rêya devkî gehiştîne hitanî roja meya îro, ev beşjî gelek giringe ji ber ku ji devê kesekî di gihe guhê Kesekî din û ew ji berdike û di xwaza neyê guhartin ji ber ku neyê Nivîskiye, ankû çawa ku dema Mirov ji kesekî dinre bîjê di xwazê neyê guhartin yanî çawa li Mirov guhdarkiriye û min spartiye wî Kesî, û dîroka Xelkikiye yanjî Dîroka Şerekî ku çêbûye yan dastanekî ku çêbûye, û çîroka ku hatiye gotin di vê neyê guhartin ji ber vê çendêjî Beşê Devkî gelek giringiya xwe heye Mînak:-Stranên li ser Mem û Zînêre, Xecê û Siyabend re, Şerên ku hatine ser Êzidiyan, eger mirov gotinekê ji wê Stranê bi guhere çêdibê Dem ankû Dîroka wê bê guhartin Mînak eger Şerek bi ser Miletê Êzidîde hatî eger gotinek ji wî Şerî hat guhartin û Vekoleran Vekolîn li ser kirin wê di encam de derkevê ku Şerek bi ser Êzidiyan de ne hatiye eger gotinên wê hatin guhartin, ji ber vê çendê gelek giringe ku Mirov wî tiştî rast bîjê ankû tiştê ku Mirov girt bi Devkî divê wek wê bê gotin û belavkirin.Beşê dijî ê Cil û Bergaye ewjî girêdayî wê Dever û Cûxrafiya(Erdingarî) yê ye, Mînak eger Mirov li Cihekî pir Sar bijî wê gelek cil û berg bi ser hevde li Mirov bê, û eger Mirov li Cihekî Deştî germ bijî wê Kiras li ber Mirov bin û bê Pîlav û Gorejî wek Welatên Erebî Îmarat, Behreyin û Si’ûdiye ankû Çilê Zivistanê


Diclepress13@gmail.com

ye lê xwe bi Pîlav nakin ji ber ku Serma nedîtiîne, lê em wek Êzidî li Çiyadene û hîşke me xwe dîtî em li nav Çiya de jiyandikin, ji ber wê çendêjî em qemsel û Şerwalan li ber xwe dikin ji boyî ku em xwe pê gerim bikin û em xwe di parêzin ji ber Sermayê, ankû ev tiştekî girêdayî Erdîngariyê(Cuxrafî)yê ye, eger Mirov li kê Deverê bijî Mirovê tştekî li gor keş û hewayê wê li ber xwe bike ji boyî ku xwe pê biparêze, ya dinjî eger em li Çiya jiyanbikin divê tiştekî hebê em li ber xwe bikin em bikarin gava xwe rehet bavêjin û li berxwekirina wan li Mirov asankariyê li karde bike.di nêrîna min de li berxwekirina Şerwal ji mere ji Kerasên dirîj rehetirbûn dema ku em li ser Çiya û Zozana û li ser Pez û çûyîn û hatinê asankarî bû, lê gelek nêrîn li ser vê çendê hene û hindekjî di bêjin Keras Cilên meyne lê ne Ci-

çand

45

dahiye û ya giring ewke ku Cil û Berg tişteke ku Mirov xwe pê di parêzê ji ber Germê, Sermê, Rojê, Ba û baranê ew tinê girêdayî Erdîngariyê ye, hinek nêrîn wisa heyne ku dibêjin em her ji despêkêde bi Kersan bûn başe eger em bi Kiras bin û li Çiya debin wê jiyan û çûn û hatin gelek bi zehmet bin û her kesî li gor nêrîna xwe. Beşê devkî Stranên ku hatîne gotin bê dîrok û bê Çîrok nehatine gotin û girêdayî Erdîngariya wêne Mînak dema ku stranbêj yan Hunermend Stranê çêdike tiştên ku li derdora wî heyîn wê wan tiştan bike Stranê de, ji ber çi li Stranên ‘Îdoyê Kutî de Sefîne û Deşt têde nînin ji ber ku ev tişt li Erdîngariya mede nînin yanjî çima em li Stranan de nabînin ji ber ku li Erdîngariyê de nebûn, û gotinên wê Stranê Mirov dikare wek belge ji bo xwiyakirina Dîro, Çîrok , Erdîngariya wê û ew kwsê

HEJMAR 17

2020/2/20

SAL 3

KOVAR DICLE

di Stranê de dijî derêxê û bide xwiyakirin, lê mixabin Mînak hindek kes radibin bi Stran gotinê û parçeyekê ji Stranê qutbikin û wê bikin telefûnan, û wê Erdîngariya Stranê jinavbibin Mînak behsa hindek tişta dike yên wî demî heyîn û behsa hindek tiştan dike ku li vî demî heyîn, bi vê çendêjî Dîroka wê tê guhartin Mînak eger Dîroka wê Sed Salî kevin bê wê bikin Deh sal ji ber wê çendêjî tiştekî gelek şaşe Stranên Folklor goyinên wê bên guhartin ji ber ku Dîroka wê tê guhartin. - Ew kesê ku palayî dikir çawa peyiv gihandin hev û kire Stran û teqand? * derketina Huner li aliyê Zanistî ku vekolîn dikin û dibînin, dibîjê her dera ku Însan lê hebê divê Xuliqkarî lê hebê ankû huner hebê ji ber ku Huner tişteke ku


KOVAR DICLE

SAL 3

2020/2/20

HEJMAR 17

Mirov di xuliqînê, ew jî tişteke ku Mirov dibînê yanjî pê dihisê û bi şêweyekî ciwantir Mirov di Hûnê, û hindek dikine Stran, Helbest, Şano, Nîgar, Şano û Vîdyo ankû tiştekî ku Mirov ji nûve di hûnê û diyarî Xelkikî dikî, derketina Hunerê gelek nêrîn li ser hene Mînak Amûrên Mozîkê yên ku hatine bi karînan Bilûrek hatiye dîtin ji Hestiyê Lawira ye, jiyê wê 17 hezar Sale li Gundekî li Bakûr dîtine lê ka yên beriya wê çi hebû nediyare, tiştê ku bûye sebeb Huner hatiye derêxistin ji devê Însana û çi bi rêya nivîsê û êş û azar yanjî xweşî û şahiyên ku di dîtin bi rêya Hûnandineke nû didane Xelkê, Mînak li dema berê dema ku Birayê Kesekî çûba rehmetê Dayîk yannjî Xwîşka wî li berde di rûniştin wê giryaba, û gotin li bere gotibane ankû wek Lorandinekê çêdibû ku Kesên li derdorêjî pê di êşiyan, diyare dema Mirov gotinan li ser awayekî hizîn bîjê kesên li derdorê wê pê tasîr bin, û ji van tişta destpêkir û li dûvre Çîrokên Şeran jî bûne Stran, Çîrokên Evînî û dû Hevalên hev jî bûne Stran, ankû bi Sedan Çîro heyne Ku Mirov Stranan li sere bîjê derketina wê ji êşêye bêhtir bi raya min, ankû Kêf jî heye dema ku kêfxweşiyek hebê Mirov xwe hiltavîjê(Bilindike) ankû dikine Hose(Hê Hê) dibîjin lê Hûnandina Stranê ji êşekê çêbûye li ba Mirovan. - Li Devera Şingal Stranên Şer bêhtirin yanjî yên Evînî û Beşên din? * Herdû beş yên Şerjî û yên Evînî jî lê Stranên li ser Şeran re hatîne gotin bêhtirin ji ber ku gelek Şer û

46

çand

Diclepress13@gmail.com

Çîroka (Mîrmih)eger Mırov Şirovebike pir balkêşe ev Çîrok li nav gelek gelan heye, lê ne bi vî navî Mînak behsa Gilgamiş dikin ew jî li dermanekî di geriya ku nemirê û ji ber Mirinê di reviya, Mînak ev Çîrok li nav gelên Yonan û Rûsiya jî heye êş û nexweşî hatine serê me ji ber vê çendêjî yên Stranên Şera ji yên din bêhtirin, Çîrokên me heyne ên ku bi Sedên Salayne gihiştîne hitanî Roja meya Îro ku Xelk behsê dike, îş û azarên ku hatîne serê me Hunermendan kirîne Stran û Çîrok hûnayne û hitanî roja meya Îro em dibîjin. -Beşê Evîniyê çi Core û çawa Stranê li sere hatine gotin? *Mînaka mezin a ku li van Devera çêbûyî Evîniya Xensê û Reşo ne ku tên behiskirin li Stranê de, Straneke gelek xweşe û Aşê Xerîb û Sînem jî behis dikin li van De-

veran gelek heyene û her yekêjî Strana wî heye, ankû Çîroka tiştên ku çêbûyîn dibîjin û li Stranê de di bîjê li kê Dîrkê ye û li kî cihî ye û çi Sîfetên Herdû Kesane, û eşq û Evîna Herdû Kesan ya çawa bû li kur çêbû û li kur digihane hevdû, ankû di wê Stranê de Dîrok, Çîrok, Erdîngarî û Cil û bergên Xort û yên Keçikê jî yanî her tiştî diyar dike, ji ber wê çendêjî Folklor pênaseye ji Xelkê re Mînak eger li Stranekê de bîjê ew kes li filan Dîrokê ji Dayîk bûye, û li filan Gundî jiyayî û Cil û bergan li xwe dikî û Erdîngariya Mirov ku li Çiyaye yan Deşte yan li nêzî avekê ye ankû tiştên Mirov Pênase dike, ji ber wê çendêjî her kes dibîjê Folklor Nasnameya Gelaye. - Ew Kesê ku Evînî dikirin Stran tinê Dengbêj nû yanjî hindek Kesên din jî dane xwiyakirin bi Civakê? * Hunermend ne tinê karê wî Stran gotinin yê ku van tişta çêdike û di gihîne xelkekî divê Mirov ji wan re bîjê Hunermend, ji ber ku ew Hunerekê di Hûnê ji Xelkekîre Hûnandina Çîrok û Dîrokên me kê çêkiribin gihandine roja meya Îro, tabî vî gelî çêkirîne û ji nav vî Xelkî deketine tiştekî pir başe û divê Mirov hertim Spasdarbê ji wan kesan re, ji ber kû Çîrokên me belgeyne ku em li van Devera ne yanî ev cih û warê meye ji ber vê çendêjî tiştekî gelek başe, yên ku ev Stan çêkirine Mirov nikare bîje ji Sedî Sed kê çêkirine lê Pêşengên ku çûne rehmetê ên wek:-Mam Kiçê, Qepal, Pîr Giro, Pîr Miço û Mamoste Xidir Feqîr Xwedê hemûyanjî bi rehimînê, ankû van kesan gelek tişt ji mere hêlan eger wan çêkiri-


Diclepress13@gmail.com

bin yan ne wan çêkiribin gihandin destê me, divê em wan Stanan bi parêzin û ew Stranên ku wan dayîn min ez jî bigihînime yên li pey xwere, nekû Mirov gotinekê ji vir derînê û gotineke din bike di cihê wêde, Mînak Stanvanên me li Civata di rûnin û Stranên wan têne Tomarkirin lê wê navekî ji kesên ku li Civatê de di amadeyne dixe Stranê, yanjî cihê ku lê yê amade dike nav Stranê de lê mixabin ji ber ku ew Stran tê Tomarkirin wê Kesek ji xwere ezberbike û bîjê, ji ber ku nizanê kî kese û wê wan Gotina bîjê ew Stran wê xirabibê, divê Strana Folklor eger hate Gotin yek gotine ji derve tîde neyê

çand

47

gotin ji ber ku Dîroka vî gelî ye. - Dengbêjiya ku li Devera Şingal heyî çi core û çi beşên din heyne? * Gelek beşên wê hene ew jî Beşên:-Folklor heye ku jiyê kiçik û mezin jî dibîjin, û beşê Stranê bi ritim(Îqa’i) heye bi Şingalî jêre tê gotin Dûrik, û Beşên Hunerê dinjî Şano(Sînema) kêm Zîde heye, Wênwsazî(Risim), Şêwekarî, Vîdyo, Derhênerî, gelek Core heyne lê Coreyê girin eger Dîroka me nebê Mînak eger Mirov Fêrî Sînemayê bibê û Dîroka Mirov nebê wê çi Wênebike, bi heman şêwe eger Mirov Fêrî Stran gotinê

HEJMAR 17

2020/2/20

SAL 3

KOVAR DICLE

bibê û Dîroka Mirov nebê wê li ser çire bîjê, Dîroka me divê her hebê lê Pertûk û Nivîs pir di kêmin Dîroka me Êzidiya li vî Folklorî deye, Mînak Çîroka (Mîrmih) eger Mırov Şirovebike pir balkêşe ev Çîrok li nav gelek gelan heye, lê ne bi vî navî Mînak behsa Gilgamiş dikin ew jî li dermanekî di geriya ku nemirê û ji ber Mirinê di reviya, Mînak ev Çîrok li nav gelên Yonan û Rûsiya jî heye kesek heye ku naxwazê bimirê û di gerî ankû eynî Çîroka Mîr Mihe, ev Çîrok ji ber çi li nav van Gelan yanjî Welatan heyne ji ber kû Sirek li Çîrokêde heye di gihînin Xelkê ne bi xweye(La Îradî), ankû


KOVAR DICLE

SAL 3

2020/2/20

HEJMAR 17

48

çand

Diclepress13@gmail.com

Mozîk ji xwe tiştekî Ruhiye yanî tiştekî ku Mirov nabînê bi rêya Guh diçe nav laşê Însana de û bandora xwe çêdike ev meselek dirîje, Hunera me kê parastiye bi Tayîbet Stranên Dengbêjî ên bê Rîtim

dema Mirov vê Çîrokê dibîjê li Mejiyê Mirov de tiştin çêdibê ew ewe ku Kesek namînê wek Çîrok di bîjê, yanjî Mînak têde behsa Cibrayîl Qasidê Mirinê dike ku tê pêşiya Mîr Mih Çîrok bi xwe pir dirêje, lê dixwazim bîjim ku ev Çîrok tiştinî digihînê me ku em pê nahisîn jî ankû ewqasî hêz û qeweta wê heye.Beşê ku zêdetir li nav me Êzidiyan de tê bikaranîn Dûrikin, Stranjî heye lê ne bi qasî Dûrika ankû beşê Dûriak Stranên bi ritîm(Îqa’i), Ritîmên wek Şêxanî li nav me pir tê bi karanîn yên dinjî hene lê di kêmin wek Corcîna, Pênc li ser Heşt, Deh li ser Heşt, Çar li ser Çar, Dû li ser Çar hin caran bikartînin, Hindekên wek Neh li ser Heşt tû kesî li vir negotiye, Heft li ser Heşt jî di kêmin, ankû yên ku em pê di rehet dibîjin Beşê Dûra li Şahiya tê gotin niha zehiv bûye û eger zehiv bibê pir başe, lê eger rast bê Gotin niha gelek kesan em di bînin li Şahiya û Keyfxoşiyan di bîjin, temam eger kesek Dûrkekê çêbike divê wê çawa bîjê bila bi bîjê yanî Ez dikarim bîjim ev Strana ku te çêkirî na xweşe, eger neya xweş bê lê eger Stranek me ya kevin kesek bi guherê û xirakê heqê her kesekî Êzidiya bîjê carek din vê Stranê nebîje, ji ber ku Dîroka meye û ew kesê ku di guherê xira dike ev tişt divê gelek di baldar bin, Mînak Stranên meyên kevin divê neyne guhartin. - Ew kî Kesbûn ku Dengbêjî parastine hitanî roja meya Îro? * Mozîk ji xwe tiştekî Ruhiye yanî tiştekî ku Mirov nabînê bi rêya Guh diçe nav laşê Însana de û bandora xwe çêdike ev meselek


Diclepress13@gmail.com

dirîje, Hunera me kê parastiyr bi Tayîbet Stranên Dengbêjî ên bê Rîtim(Îqa’i) ewjî hatine parastin hitanî bi cihekî ankû nehemû, ên ku Parastîn pirin ên wek:-Xidir Feqîr, Şêx Çêlî, Celo, Xelo...hwd. ên ku çûne rehmetê hitanî niha Stranê ji mere di bîjin û em jî dûr neketîne, û nihajî Nifşê nû derketiye di jiyê Sêzde û Çarde saliyê dest bi vî şêweyê Stran gotinê kirine, û gelek Stran ji ber kirine û di bîjin jî hitanî ku Kesên wisa li nav mede hebin wê tiştên me neyên winda kirin. - Çi Amûrên jenînê ji dema kevin û hitanî roja meya Îro mayne û tên bi karînan? * Amûra ku ya me Êzidiya Tembûra Şingaliye di gotin ku 14 perdeyne lê li gorî min 12 perde bûn me Vekolînek li sere çêkir Tembûra meya Şingalî derkrt 12 Perde, ew Perdejî ji Roviyên daxilî Lawira çêdikirin û datanîn ber Rojê hitanî ku Hişk dibûn û li dûvre dikirin Perdeyên Tembûrê, Dû Têl pêvebûn û Sê Qulên piçûk li Koda Tembûrê dikirin, ewjî li bindeyî Çeneka kesê ku li wê Tembûrê bide û ew Qûl jî Çîrokeke wê heye tê Gotin li Mîtelojiya Tembûrê li nav Gelê Êzidî, Tembûr Çêkir û Qul lî nekirin û danî ser Çoka xwe û lîdida lê Deng ji Tembûrê nayê, eger Mirov Zanistî pê bi Fikirê Sindoqeke eger derketina Dengê wê nebê Dengê wê kêm bê, Felsefî çêkirine Tembûr ya bê Qul bû û Tembûr di bîje Kesê ku lîdide”Ez te nabînim ezê çawa ji tere Deng Derînim”, Kesê ku di Jenê di bîjê”Ez çawa bikim tûyê Deng Derînî”, Tembûr di bîje”Divê ku tû çavên min vekî” Kesê ku lîdide çawa çavên wê ve-

çand

49

dike Sê Qulan(Kun) li bin Çenka xwe li ser Kodê dike ankû kesê ku lî dide, dakû Tembûr bibînê ka Kesê ku lîdide di jenînê yê kêf xweşe yan yê Hizîne ankû ez bi çi awayî ji tere lîbidim ankû Çîroka wan Hersê Qulan bû, Amûrê ku bêhtir li Folklorê Êzidiyan de hatî jenîn û bikaranîn Tembûr bû, Def û Şibab(Şaz û Qidûm) jî li nav Êzidiyan tê jenîn bi raya min ew herdû Amûrên herî Kevinin Dîrok behsê dike ji wan herdûyan hîj kevintir nedîtine, Êzidî di bîjin Demê Veguhastina Qedema ya Xas û Çakên me Êzidiyan dibîjin nemirine lê Qedem guhastine, li ber Cinazê wîde lîdidin hitanî ku Merasîm bi dawî bibê tiştek pir xweşe yanî dengê wan yê xweşe Însan pî rehet dibê, Mînak li nav Êzidiyan jî dema ku Dengê wê di bihîzin wek rêzgirtin radibin ser xwe û diçin lî Ziyaretî dibin maç dikin, ji ber vê çendêjî ev tê wateya wê çendê ku Mozîk li nav Êzdiyan tiştekî gelek miqedise(Pîroz) û tiştekî gelek paqije, ji ber ku Mozîk tişteke laşê Mirovan di Şo yanî tiştekî ku Mirov pê rehet dibê, û Mirov pê di hisê çevriya ku li nav laşê Mirovan de heyî di Şo û paqij dike Mînak dema ku Qewal tên nav Êzidiya beriy ku weirn bi Heftiyekê xwe ji pêşwaziya wêre berhev dikin, û li bendêne wek Mirovekî ku Mehekê xwe ne Şoştî û ji nû xwe bi Şo wek Mînak ankû Mozîk Ruhê Mirovan di Şo. - Folklorê Şingalê tinê girêdayî Deverê ye yan girêdayî Kurdistanê bi giştiye? * Folklorê Devera Şingalê neyê wê bi tinêye ji ber ku bi mere meşiyaye ankû em zîde li cihekî

HEJMAR 17

2020/2/20

SAL 3

KOVAR DICLE

Amûrê ku bêhtir li Folklorê Êzidiyan de hatî jenîn û bikaranîn Tembûr bû, Def û Şibab(Şaz û Qidûm) jî li nav Êzidiyan tê jenîn bi raya min ew herdû Amûrên herî Kevinin Dîrok behsê dike ji wan herdûyan hîj kevintir nedîtine nemayne Mînak ji Welatê Xalta hindek çûn Rojava û hindek hatin Deverê, û hindek çûne Corciya û Ermînistan ev Erdîngarî hemû jî li Stranên mede diyar dibê gelek Stranên me yên kevin, Gundên Bakûrê Kurdistanê tîde diyar dibin û Gundên Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Corciya, Ermîniya, ev dever hemû di Stranên mere derbasdibin ji ber vê çendê em nikarin bîjin yê Devera Şingalê bi tinê ye, yanî girêdayî gelek Deverên Kurdistanê ye belavbûna Gelê Êzidî li van Deveran hemûyan sedema wê jî Fermanên ku bi ser Êzidiyan de di hatin, yanî ne ji


KOVAR DICLE

SAL 3

2020/2/20

HEJMAR 17

kêfxweşiya xwe li belav bûyne ji sedema Şer û Fermanan bû, Diniya û alem hemû dizanê ku em ne di man li Cihekî Hêza me hebû û me li ber xwe dida, lê hercar bi xiyanetekê hotanî ku em terka Cih û warên xwe bidin wek Ferman dawiyê ya sala 2014 me hemûyan dît ku çi çêbû û em çawa revîn, û ketine Çiya de û hita roja meya Îro jî Gundên me di valay ne eynî ev Sînaryobû, lê li Devernên dî bû Folklor behsa van tiştan hemûyan dike Mînak li Çîrok û Stranên mede dibîjê Filan Kesî û Filan Kesê dî bi rêya Filan Kesî ev Ferman anîn serê me, li Filan Salê li Filan Deverê û em Koçberî kê Deverê bûn ankû ji ber Fermanan Cih û Warên xwe hêlayne avala, ji ber wê çendêjî li Stranên mede navê gelek Dever û Bajarên Kurdistanê dihête bikaranîn, jiber wê çendêjî em nikarin bîjin yê vê Deverê bi tinê ye Folklor yanî yê gelek Devera ye Folklor.

50

çand

Diclepress13@gmail.com

Stranên nû û zîde çênekirine, Lîstina ku bi gotinên wê tê kirin yanî eger ewk xwe bimînê û neyê guhartin hitanî Sed Salên dinjî Dengbêjî û Stranên ku heyîn besî meye, Ekîde li vî Sed Salê bêde wê pêşkeftin tîde çêbibê ez wek Şexsî di Fikirim ku emê çawa vî Folklorî û Dengbêjiyê gihînine Welatên Ewrûpayî, yanî ji bilî Deverên me gelo emê hertim li ber Tembûrê de tinê Stranan bîjin û hew teman bila Tembûr hebê lê emê tiştinan li navde bikaînin ku Xelk jî jê Fîm bike, Mînak ihtimale ku Tembûr gelek Gel û Welat heyne bikarneynin yanjî eger dengê wê bikin bibîjin ev tişt çênabê, yanî emê tiştinan bikarînin ku Welatên Rojavayî(Xerbî) bikarbînin yanî emê ji nûve bîjin û Dengbêjan komkin emê karnabikin ji Pêşkeftina Dengbêjiya me ya Kevin re.

- Kesin hene ku li ser Dengbêjiya kevin kardikin, û çi guhartin avîtin? * Erê kar li ser Dengbêjiyê başe lê kême ji bo Dengbêjiyê û têrê nake Tayîbet divê kî Kar li ser vê çendê bike divê ewên ku Stranan dibîjin berdewan ji ber ku çêtir di zanin, û ew çêtir zanin ku Mirov bi çi dihisin û divê Şirovekirbane çi li Stranê de heye ev gotin tê wateya çi û ev Stran kê gotiye, îhtimale ku gelekan tiştên meyên kevin nîsîbin lê yên ku Stranê dibîjin eger Stran çêkiriban çêtir bû, ji ber ku ew çêtir bi Hestên Mirov di hisin û ji ber ku wan Stran gotîne yanî tecrûbeyên wan bêhtir bûn. Pêşkeftina ku ketiyê kême yanî wek xwe maye Pîşketina ku ketiyê ji Nifşekî di gihe Nifşekî, yên jiyê Piçûk jî kêfa wan ji Stran gotinê re tê û dibîjin ew tiştek pir başe, lê Pêşkeftineke wisa berçav wek ev Dengbêjên me yên kevin wan - Ji bo ku Dengbêjiya Kevin wek


Diclepress13@gmail.com

Folklorê Devera Şingalê neyê wê bi tinêye ji ber ku bi mere meşiyaye ankû em zîde li cihekî nemayne Mînak ji Welatê Xalta hindek çûn Rojava û hindek hatin Deverê, û hindek çûne Corciya û Ermînistan ev Erdîngarî hemû jî li Stranên mede diyar dibê xwe bimînê û xurt bibê çi lazime? * Divê ticarî bi Gotinên Stranê ne lîzin ez hertim dibîjim û divê yek Gotin tîde neyê guhartin, îhtimale ku Gotineke şaş tîde hebê lê tu kes çênabê bi guherê Mînak eger kesek pê hisiya ku ev Gotin kêrnayê, wê biçe gel Stran bêjekî dî gelo ev gotin tê wateya çi eger neya rast bê wî demî temame dikarê wê Gotinê biguher, lê eger her Kes bi serê xwe Stranekê çêke û bîjê Mînak Stranbêjekî me heye li vir berî demekiye min Straneke wî dît, Stranekê di bîjê dema ku dibîjê çi gotina xwe bi dawî dkiê dibîjê Hola Tawisî Meleke yanî

çand

51

ew Gotin eger pî Fikirîba ew Gotin kêr wir nayê, yanî divê Însan zanê çi Gotinê li kî Cihî de bîjê ihtimale eger Gotinek Didû yên ne rast di Srtranê de hebin, wî demî dikarin çend Kesek li gel hev rûnin û bîjin ev Gotin kêrnayê lê eger her kesekî tiştekî li gor xwe bi guherê yanî kêrnayê ji ber ku ew kesê di guherê Dîroka vî Gelî jinav dibe, ya dinjî eger tiştek bê kirin divê Stranên me rast bêne Gotin û bêne Tomarkirin Mînak ez diçime ba Stranbêjekî me yê Şingalî li vir, û ez bîjimê min Stodyo heye ka were ba min û Stranên ku tû dizanî hemûyan bîje û ezê Tomarkin û bila wek Arşîv bimînin lê mixabin nayêmn, gelek jî heyne nabîjin yanî Strana nabîjin yan

HEJMAR 17

2020/2/20

SAL 3

KOVAR DICLE

biçe Civatekê û derdora wî tijî bibê ankû divê Dengbêjên me Strana bîjin da bên Tomarkirin û bê Nivîsandin û bimînin. - Eger Civateke Dengbêja hebaye wê bêhtir Dengbêjî Pêşveneçûya û ne maya? * Civat tiştekî tiştekî pir giringe ekîde Mînak eger Çarpênc Stranbêj li gel hev rûniştiban dema ku Stran dihate gotin, û Şaştiyek tîde derkeftiba Stranbêjên li derdorê wê gotiban ev gotin Şaşe û wisa raste ew kesî jî wê rast gotiba, yanî eger Civat nebê û neçine ba yek û do ew tiştekî ne başe lê min bawere ku di gihine hevdû Stranbêjên me xwe ji hev dûrnaxin, yên wek:-Çêlî, Celo, Xelo û Feqîr


KOVAR DICLE

SAL 3

2020/2/20

HEJMAR 17

52

çand

Diclepress13@gmail.com

Ekîde li vî Sed Salê bêde wê pêşkeftin tîde çêbibê ez wek Şexsî di Fikirim ku emê çawa vî Folklorî û Dengbêjiyê gihînine Welatên Ewrûpayî, yanî ji bilî Deverên me gelo emê hertim li ber Tembûrê de tinê Stranan bîjin

Mîrza...hwd.Ez li wê hêviyê deme ku li ba hev rûdinin û Straneke ku Şikek tîde hebê ji hevre dibîjin ekîde tiştekî wisa heye. - ji bo yekîtiyek Dengbêjan çêbibê ji aliyê Madî û Manewî ve çi pêwîste bê kirin? * Yekîtiyeke ku çêbibê ji xwe Yekîtiya her tiştî ya başe yanî çi tişt bê eger Komînal bê Hêza wê zîdetir dibê yanî pêkre nîqaş hebê, yanî eger Yekîtî çêbibê tiştekî pir başe tiştê ku Pêwîst Madî û Manewî herdûk jî divên wek Cıhekî baş û Çûn û hatineke baş, Pisgirêk ewe ku ne li ba yekin yanî her kesekşî li

bet wê li Stranan û Gotinên Stranê nîqaş hatiba kirin û wê çareserî cihekî ye hinek li Welêtin û hindek çêbûba. çûyne derveyî Welêt, û hindek çûyne Başû û hindek çûyne El- - Îdoyê Kutî çi ciyawaziya xwe maniya yanî Yekîtiyek wisa ku em hebû? bîjin sedî sed bawernakim ku * Îdoyê Kutî ez pir jê hezdikim ji çêbibê, lê yê ku li Welat eger ci- ber ku bêyî yek Amûra Mozîkê hekî baş heba û wan xwe bi rêve yanî bê tiştek Mînak li ber çepka birba yanî dûrî Partiyan û û dûrî Dawet di gêran û bi Sedan li ber Alîgiran û dûrî Siyasetê, ji ber ku Dengê wî bi tinêre Dîlan dikirin, lê Miletê me ji Siyasetê ditirsê û heqê niha eger Mirov bîje Stranvanên me heye ji ber ku gelek hatiye serê me yên niha Stranan ji mere bîje me ji wê Siyaseta ku me Baweriya wê bîjin ka Cihaza(Amîre) vixwe didayê û me dît çi bi serê me yêxin, û ka divê deng hebê û Org hat li Fermanê, yanjî tiştekî wek hebê Tembûr hebê û dengê min Rabîtekê(Peywendî) û ne girêdayî xweşkin niha gelek jî wisa dibîjin, ti aliyên Siyasî ez di wê baweriyê û ji nûve Dûrka dibîjin hitanî ku deme ku Yekîtiyek çêbibê, û hel


Diclepress13@gmail.com

Mirov li bere Dîlanê bike lê ‘Îdoyê Kutî bêyî vsn tiştan hemûyan yanî bi qirka xwe Rîtim(îqa’i)çêdikirin, û li ber dengî çepika bi rastî tiştek gelek balkêş bû eger Mirov Zanistî bifikirê di Rîtmê(Îqa’i) de Dima berî eger Çar li ser Çar bê yanî Dima berî hertim gelek qewiye bi hêze, lê Îdoyê Kutî Dima Dûyê Qewî dikir yanî Mirov bêyî xwe xwe pîre hiltavîjê yanî Sirekî wisa tîde hebû û Stranên wî gelek Dever tîde hatine gotin lê mixabin gelekjî li ber destê me nînin, yanî Çarpênc Dûrkên wî bi tinê ne yên xwiyay ne em li Kasêt û Şerîtên wî digerîn, Hitanî ku me wek Rêveberiya Peymangeha Mîrzo Miyûzîk dema ku me vekirî em çûn ber Şêx Hesen û gora wî me nûkir, û divê Kesên wisa em ji xwere bikin wek Hêmaya Straneke wî heye ku behsa Karwanekî dike ku ji gelek Devera tên û gotinên wê gelek di xweşin, Gotina min ya dawî jî ez wek Mirovekî ku Karê Mozîkê dikim û kêfa me tê ku em bibin xwedî Hunereke baş, û xwedî Mozîkike baş yanî em kardikin ji ber vê çendê ez hêvîdarim ji Mirovên ku vî karî dikin, tişta giringtirê dema ku Stranê dibîjin divê pî bifikirê ku Stranê çawa bîjê û li ser çire hatiye gotin, Mînak hindek Stran heyne li Şînê de hatiye gotin lê gelek ji Civaka me li Şahî û Dawetan dibîjin û li bere Dîlanê dikin, Mînaka wê jî Strana di bîjê Mala barkir goştê me xwarin Mişk û Maran lê lê, û li bere digirîn yên ku gotîn lê yên me li Dawetan di bîjin û Dîlanê dikin yanî çênabê, divê Strana ku bê Gotin zanibin kê gotiye û kengê hatiye gotin û ya kê Deverê ye eger tiştekî wisa hatiba çêkirin ji evên ku vî karî dikin tiştekî gelek

çand

53

HEJMAR 17

2020/2/20

SAL 3

KOVAR DICLE

baş bû, û daxwaza min jî ji Xwedê Gulê Danî li biniya Deşta Mûşê Sal û Zeman Gulê û Tawisî Melek Gelê me hertim li nav Aştiyê û xêr î xweşiyê debê, Te ez Kuştim ez helandim lê lê lê, înşa eleh xelkê meyê ku derbeder- lê Gulê Kirme darê Dergûşê Bedil û Heywan Gulê bûyî bi zûtirîn dem vegerîn ser cih ..... û warên xwe bi rastî pir nexweşe Hat Karwanê Mirov aciz dibê, û hêviya min ji Xelkê ku bêhti giringiyê bidine Mêrdînê lê lê lê, lê Gulê li biniya mala datînê sal û zeman Gulê Folklor û karê Hunerê. Te ez kuştim ez Evejî Yek ji Stranên wî ye:helandim lê lê lê, lê Gulê kirme darê Mêzînê sal û zeman Gulê Hat Karwanê Koçera yar yar yar, ..... yar Gulê Danî li biniya bêndera Hat Karwanê Helevûbê lê lê lê, sal û Zeman Gulê Çêkinkeke gurovere yar yar yar, lê Gulê danî li devê Neqebê sal û zeman Gulê yar Gulê wez radmûsim dîsa û Te ez kuştim ez helandim lê lê lê, here sal û zeman Gulê lê Gulê Kirme darê Lewlebê sal û ..... zeman Gulê Hat Karwanê Atrûşê lê lê lê, lê


KOVAR DICLE

SAL 3

2020/2/20

HEJMAR 17

54

çand

Diclepress13@gmail.com

Gotinin zêrîn a jiyan, rastiya jiyan nîşan didin

Aqil bi peran nayê pis: Wekî aqil bi pereyan nabe piştgirî. Aqil bi pereyan naxebite. Divê aqilê Agir bi çiyan dikeve ter û hişk mirovan ji xwezayî de an bi azmunan tevde dişewite: Wekî bûyerek mezin pêk were û û perwerdehiyê bixebite.Mirovin tiştên rast neyê xuyabûn. Kesên hene ku dewlemend in lê aqilê wan mafdar û ne mafdar têkevin rêzekê. wekî yê xizanekî ne pêşketî ye. Mînak: Dema du girse şer bikin, berê Aqil bi pereyan nayê firotin: xwe didin girseyê gişî, nabêjin ku di nava girseyê de hinekî bê sûc hene. Ev tê wateya ku aqil(hiş)tiştekî Dema hevalê mirov an yê di heman xwezayî ye û nayê kirîn û firotin. fikrê de be û şaşiyekê bike mirov jî jê Mirovê çiqas dewlemend be jî dibe ku aqilê wî kêm be. Ne wekî alavexisarê dibîne. kî dikanan be ku mirov here bikire. Heke aqilê mirovan bi xwe çê nebe ji Agir û pîşo li cem hev nabe: Tiştên li hevdû neke li ba hev nabin. xwe bi pereyan çê nabe. Pişo ku mirov ji paçika bi êgir çêdike.Dema agir û paçik li ba hev bin Aqil di serya de ye ne di riya de ye: wê bişewite. Dîsa pîşo di wateya Wekî nayê wateya ku mirovên pîr bi barûdê de ye. Ku agir here ba barûdê aqil bin,lewre dibe ku aqilê ciwanan wê biteqe. Du mirovên ku dijminê hê pir dişixule. Hin ciwan henin ku hevdû bin û ji bo kuştinê li hev bi- bi perwerdehiyê bi hertiştî dihesin û gerin mirov nikare wan li ba hevdû zane ne. Lê hin mirovên pîr jî henin ku aqilê wan wekî yê zarokekî tune bihêle. ye. Agirê gûr di qurman de ye: Aqil ji aqil zêdetir e: Wekî karê hêja,mirovên bi ezmûn diTê wateya ku aqilê herkesî ne wekî yê karin pêk bînin. Mirovên pîr pir geriyane pir bûyer dîtine,ji ber wê yekê hev in.Yên hinekan pir e yê hinekan jî bi ezmûn in.Ew kesana tiştan hê hindik e. Dîsa wekî ku fikir û raman xweş bikartînin û çêdikin.Çawa agirê jî ji hevdû cûda ne. Her mirov li gor qurman mirov baş germ dike ,kirinên xwe an li gor ku hişê wan digihîjê mirovên bi ezmûn jî bandorê li miro- difikirin. van çêdike. Aqil ne li bejnê ye li serî ye:

A: XATUN XIDIR

Ev gotin jî wekî mirovên dirêj bin an kin bin nayê wê wateyê ku biaqilbin an bê aqilbin.Aqil ne li gorî bejnê ye. Dibe ku mirovên dirêj aqilê wan kêm be û yên kin jî pir be. Aqil taca zêrîn e li serê herkesî nîne: Ev jî,wekî aqil pir bi rûmet e,kêm kes dikarın bikar bînin. Heke aqil hebe ji xwe ew bi xwe zêr e û zêr tîne. Tiştê ku mirov bi serdixe an mirov bi pêş de dixew dîsa aqil e û aqile pir an baş jî ne di serê her mirovî de ye di serê kêm mirovan de ye. Aqlê sivik barê giran e: Aqilê sivik her tim astengiyan derdixe û nikare pirsgrêkan çareser bike. An mirovê ku aqilê wan kêm be an kêm bişixule li ser pişta mirovên din dibin bar.Mirovê nezan li ser pişta yê zane bar e. Herwiha aqilê sivik li ser serê xwediyê xwe jî bar e.Dema aqilê wî kêm be û nezan be ,bi wê nezaniya xwe dike nava tevgerek û kar. Lê ji ber ku nezan e ji heq wî karî dernakeve û di dawiyê de li çiravê rast tê û nikare derkeve. Ar ji kesê nezan re bar e: Ar, tê wateya heya an namûs û fediyê, ji ber wê yekê ev gotin jî tê wateya ku mirovên nezan nizane namûs çiye an fedî çiye û li kîjan deverê xuya dibe.


Diclepress13@gmail.com

çand

55

HEJMAR 17

2020/2/20

SAL 3

KOVAR DICLE

CÎROKA ÇAR BiRA

Îbrahîm Osman

Vê çîrokê bixwînin û ji zarokên

xwe re jî bibêjin. Şevên zivistanê sarin û dirêjin! Habû tunebû. Dibêjin, wextekî li navbera du çemên mezin, welatekî pirr dewlemend hebû. Rêya hevrîşim di vî welatî re derbas dibû. Karwanên ji bo anîna hevrîşim, qahwê û babetên biharatan ku ji rojava diçûn rojhilat, di vî welatî re derbas dibûn. Hinekan jê re digotin welatê çiyan, hineka digotin welatê rojê, hinekan digotin kevana zêrîn. Navê wê yê destpêkê li ser nexşeyan wek Mezra Botan hatibû nivîsandin. Li wî welatî çar bira hebûn. Her yek ji wan mîna şêrekî xurt bû. Li şer û talanan, li kişandina şûr û mertalan,

tu kesî nikarîbû pişta yekî ji vana bide erdê. Her çar bira şervanbûn, lê ne şerûdbûn. Çar dujminên herçar birayan ên mîna keftar û hûtan hebûn. Hûtan bi çavsorî welatê birayan li xwe parkiribûn, çar şûr danîbûn navbera her çar birayan û ew ji hev veqetandibûn. Hûtan çawa ku her çar bira ji hev qetandinûn, her wisa jî mal û milkên wan didizîn. Heta bi xwarina ber wan jî dixwarin. Hûtan qedexe danîbûn ser nav, nasname, ziman, al û çanda her çar birayan. Wan nedihîştin ku bira dagerin malên hev. Her hûtekî xwîna birayekî dimêt. Rê nedidan ku ew tev bilivin. Çi gava birayekî serê xwe radikir her çar hût lê dibûn yek û ew diperçiqandin. Hûta keysa xwe li wan anîbû, pişta wan şikandibû, ew ji desthilanîn xistibûn.

Lê heke her çar bira, fikra xwe bikirana yek, dest bidana hev û her carê bi dore şerê hûtekî bikirana, wê malik li hûtan xerab bikirana û kerren wan di korên wan re derxistana. Mixabin, ku wan ev yek nedikirin. Mîna ku ava reş bi çavê wan de hatibu, ew şevkorkî bûbûn, wisa pêşiya xwe nedidîtin. Her yekî di binî re hevkariya dujminê birayê xweyî din dikir. Her birayekî dujminekî wan hebû, ew bi xwe jî dujminê hevbûn, û bi vî hawî diçûn sal û zeman, Her çar bira bêyî al û tac û text diman. Ji paran bê par diman. Wan digot qey bindestî qedera wan e. Lê wan nedizanî nezanî û bêtifaqî belaya serê wan e. Heke wan dest bidana hev bibûna yek, wê ji bin destan xelas bibûna yek bi yek. Çîroka me li diyara, rahmet li miriyên hazir û guhdêran...


KOVAR DICLE

SAL 3

2020/2/20

HEJMAR 17

56

LÊKOLÎN

Diclepress13@gmail.com

Gelî û gundên çiyayê Şengalê

Mehsum Bagok

Di nava gotinên pêşiyan de, di nava

stranên dengbêjiyê de, di nava çîrok, helbest û gelek destanan de, çiyayê Şengalê navê xwe bi awayekî layiq girtiye. Dayîkek ji Amadê 82 salî ye. Dapîr û bapîrên wê jê re gotine ku çiyayê Şengalê ji rojhilat ber bi rojava zirav û dirêj dibe. Dora çiyayê Şengalê weke tezbiya not û neh morî ye. Serê tezbiyê ku jê re îmame tê gotin, dişibînin bajarê Şengalê. Navbera her moriyekê geliyek e, her moriyek jî gundek e. Bi vî awayî çiyayê Şengalê dişibînin tezbiyekî û li ser tezbiyê pirbûna gelî û gundên çiyayê Şengalê didin diyarkirin. Ew jî pênaseyeke pir lihevhatî ye. Dîsan dayîk dibêje ku; pilingan nedikarîn

4- Geliyê Pîr Ûsif 5- Geliyê Hacî : Ev gelî rêya mêvanan bû. Karwan tê de diçûn û dihatin. Serê gelî dibin du gelî. 6- Geliyê Qiçraxê 7- Geliyê Zero Her du aliyê gelî, tehtên gelekî bilind in. Lawirên kovî pir bûn. Ji wir dadiketin ser ava Solaxê. Ew geliyê Tehtê raserî gund û ava Solaxê ye. Li derdora gundê Solaxê û ava kaniyê, deh aşên avê hebûn. 8- Geliyê Dêrasê: Raserî bajarê Şengalê ye. Geliyekî dirêj e û gelekî Başûrê Çiyê: Ji rojhilat ber bi kûr e, zinar û tehtên mezin û bilind rojavayê çiyê ve navên geliyan lê hene. Di wan zinarên bilind de wiha ne; teyrên çiyê peyda dibin û dema difirin, xuya dikin. Dema gelî digihêje 1- Geliyê Berînê (Xilxolê): Bi behîvên hêla bilind, êdî gelî weke meqesê vexwe bi nav û deng bû. Her wiha tirî, dibe. Ew der dibe weke sêgoşeyekê. hejîr û hinarên wê jî hebûn. Meydana gelî jî qederekî fireh e. 2- Geliyê Mehrika: Mehrika navê Hawirdorê sêgoşeyê gelek şikeft eşîrê ye. hene. Biçûk û mezin gelek şikeftên 3- Geliyê Tehtê xwezayî yan jî yên çêkerî li wir diyar di daristanên çiyayê Şengalê de bimeşin û xezalên çiyê jî pir bûn. Bi rastî jî wê dayîkê pênaseyeke gelekî xweşik û sade li çiyayê Şengalê kiriye. Mirov ecîb dimîne ji tarîfên mirovên berê, çi qasî zanîbûn ku xweşik bidin naskirin. Tarîfên bi vî rengî mirov ji bîr nake û her tim di bîra mirov de dimînin. Mînaka ku ev dayîk jî dide me, isbat dike ku çiyayê Şengalê bi geliyê xwe bi nav û deng e, di devê her gelîyekî de gundek heye û navên hin gelîyan jî wiha ne;


Diclepress13@gmail.com

dibin. Ji van şikeftan jî diyar dibe ku ew der cihekî pir kevnar e û bi nav û deng e. Kaniya wan şikeftan jî heye. Ava kaniyê xweş e û ev kanî pîroz tê dîtin. Di demên berê de êrîşkarên ku hatine û ev av xetimandine. Êdî ava wê kêm bûye. Di rojên ji beriya fermanê de, şivanan ev der bi kar tanîn. Şikeft stara pez bû û wê derê av jî hebû. Li jêra çiyê jî çêre heye. Ew der şûnewarek e û di heyamên berê de cihekî stratejîk bû. Jora van şikeftan dikeve aliyê Çilmêran, di navbera gelî û Çilmêran de navbereke kin heye û zêde ne dûrî hev in. 9- Geliyê Fisteqan: Ev fisteq tal in û tenê lawir dixwin. Mirov van fisteqan naxwin. 10- Geliyê Rehwêl: Rehwêl kesekî egîd û jêhatî ye. Kaniya gund çikiya ye. 11- Geliyê Sîsyalk: Sîsyalk teyrekî spî ye. 12- Geliyê Hinkê : Lof û nêzî gelî diçin 13- Geliyê Xidir Mûsa: Şikefta Stûnê li wir e. Mûsûsana navê eşîreke Ezîdiya ye. Di demekê de bi navê Mûsûsana li

LÊKOLÎN

57

çiyayê Qereçox eşîrek hebû. Heyanî li Çiyayê Şengalê jî rista wan hebû. Ew eşîr Êzîdî ne. Di wê demê de navê çiyayê Qereçox jî çiyayê Mûsûsana bû. Ew nav beriya navê Qereçoxê bû. 14- Geliyê Firêca 15- Geliyê Ciwana: Ciwana navê eşîrê ye. Çanda wan hinekî cuda ye. Kum, kezî û guliyên pora wan hene. Heyanî roja îro jî van tiştên resen bi kar tînin. 16- Geliyê Natûfê: Natûfê navê jinekê ye. 17- Geliyê Mîrê Cin: Mîrê cinan e. 18- Geliyê Kelha Pola : Pol pere ye û li wê kelhê hatiye çêkirin. 19- Geliyê Sîmergê: Şikeft hene û yek ji wan jî pir mezin e. 20- Geliyê Qaramîxara: Şikefteke tarî lê heye 21- Geliyê Kele Spiye 22- Geliyê Mîsûrê 23- Geliyê Mitirban(Ew ne Êzîdî ne.) 24- Geliyê Kelha Jar 25- Geliyê Reşiyê 26- Geliyê Asê 27- Geliyê Pîrê Mem: Silavgeh heye û raserî avê ye. Ciheke pîroz e.

HEJMAR 17

2020/2/20

SAL 3

KOVAR DICLE

Bi navê Nebî Hûrî li Herêma Efrînê jî şûnewarek heye. Bermahiya serdema dîrokî di roja îro de jî pir balkêş e. Li gelek herêmên Kurdistanê bi navê Hûriyê jin hene. Li Herêma Efrînê û bi taybet jî li navçeya Bilbilê navê mêran Hûrik hene 28- Geliyê Sîdanê: Li wir dareke mezin a berûyan heye. 29- Geliyê Devolî 30- Geliyê Dirêja: Pir dirêj e û zinarên wê gelekî bilind in. Berehên mezin pir lê hene. Bereh ji bergefan mezintir in. 31- Geliyê Şikefta Reş. 32- Geliyê Hespa : Çalên avê yên xwezayî li wir gelek in. 33- Geliyê Warbe 34- Geliyê Ber Zere: Zinarên wê bilind in û rengên wan zer in. Şikeftên wê gelek in. 35- Geliyê Kelka 36- Geliyê Sefayê: Ew gelî di navbera bakur û başûrê çiyê de ye. Rêya çûn û hatinê ya karwanan bû. Ew di rasta gundê Kersê de ye. 37- Geliyê Berxwar: Li wir jî şikeft hene. 38- Geliyê Hesînan: Eşîra Hesînan li


KOVAR DICLE

SAL 3

2020/2/20

HEJMAR 17

wir hebû. 39- Geliyê Guharê: 40- Geliyê Cangir 41- Geliyê Cewanê Heso: Li ser navê eşîreke Feqîran e. 42- Geliyê Mehmûdê Şekir 43- Geliyê Şikefta Xewas: Xewas Çelkî ye û ji gundê Kîwexê ye. 44- Geliyê gulê: Geliyekî mezin e. 45- Geliyê Enter 46- Geliyê Kaniya Gurîka Avî 47- Geliyê Bîra Rast 48- Geliyê Kaniya Gurîka Dêm: Darên wê yên nêzî avê gelek mezin in. 49- Geliyê Gerê 50- Geliyê Sîserk: Sîserk teyrê spî ne. 51- Geliyê Seker: Seker teyrekî hûr e û bi rengê şahînan e. Zinarên gelî bilind in. Dar jî lê hene. 52- Geliyê Kurê Bahrûde: Ji axa şikeftekî li wir barût çêdikirin. 53- Geliyê Cewanê Eftar: (Niha jî li

58

LÊKOLÎN

Diclepress13@gmail.com

wir Eftar hene.) 54- Geliyê Aliyê Din. 55- Geliyê Milkê Ricmê: Di nîvê gelî de gir hene. 56- Geliyê Kadînka 57- Geliyê Natûfê: Ji du geliyan pêk tê. di gelî de hewza avê heye. 58- Geliyê Bitino: Bitino giyayekî bisitrî ye, bilind dibe û pir belav dibe. 59- Geliyê Mîranê 60- Geliyê Pilingan: Gelekî asê ye, rê nade û zinarên bêfesal hene. 61- Geliyê Hiso Hefdela: Şikeft tê de heye. 62- Geliyê Xwerka: Xwerka navê eşîrê ye. Ew jî ji gelek eşîran pêk tê. 63- Geliyê Şamaxî 64- Geliyê Metê: Bêfesal mezin e û zinar lê gelek in. 65- Geliyê Belîl 66- Geliyê Hesarê 67- Geliyê Pîroz 68- Geliyê Kela Spî

69- Geliyê Mihoka 70- Geliyê Natûfkê Cefriya 71- Geliyê Kayê 72- Geliyê Hesin 73- Geliyê Sîriç 74- Geliyê Telaşî 75- Geliyê Hefdela 76- Geliyê Bana Hewş 77- Geliyê Şilo: Ava wê hebû û pir şikeft lê hene. 78- Geliyê Kêvotî 79- Geliyê Habîs 80- Geliyê Hatê 81- Geliyê Sînkê 82- Geliyê Pîvaz 83- Geliyê Kêwar BAKURÊ ÇIYÊ: Ji aliyê rojhilat ber bi rojavayê çiyê ve navê geliyên çiyayê Şengalê ev in: 1- Geliyê Pîrê Ewra 2- Geliyê Serdiyara


Diclepress13@gmail.com

3- Geliyê Şikeftîka 4- Geliyê Mezin 5- Geliyê Kêrox 6- Geliyê Mendeba 7- Geliyê Hasin 8- Geliyê Nîgûre 9- Geliyê Kayê 10- Geliyê Kurikê Merdo 11- Geliyê Kurkê Kişto 12- Geliyê Kurkê Spî 13- Geliyê Şabê Şerqî 14- Geliyê Şabê Xerbî 15- Geliyê Zêya 16- Geliyê Qilaşkê 17- Geliyê Gundê Sînê 18- Geliyê Kurkê Şekrî 19- Geliyê Xiloxê 20- Geliyê Gamîre 21- Geliyê Girver 22- Geliyê Tembel 23- Geliyê Şabirket 24- Geliyê Sîvok 25- Geliyê Darê Rîma Şems 26- Geliyê Kersê 27- Geliyê Guherê: Ev gelî dikeve navbera geliyê Kersê û geliyê Şêx Mend. Ew navber qederekî fireh e. Lê belê geliyek heye. Ew jî Geliyê Guherê ye. Li jor jî, ew gelî hinekî fireh dibe û bîra avê jî li wir heye. 28- Geliyê Şêx Mend: Di nava gelî de Quba Şêx Mend û Amadîn hene. 29- Geliyê Eştîrka: Li jora wî geliyî ziyareta Xatûna Fexra heye. 30- Geliyê Nebî Hûrî: Li wir silavgehek heye Hûrî pêşiyên me ne. Di serdema xwe de risteke erênî û girîng ji bo xwe û derorên xwe lîstine. Paytexta Hûriyan jî Orkêş e. Orkêş îro weke Girê Mozan tê naskirin. Ew şûnewarê kevnar dikeve navbera Qamişlo û Amûdê. Lê zêdetir nêzî Amûdê ye. Bi navê Nebî Hûrî li Herêma Efrînê jî şûnewarek heye. Bermahiya serdema dîrokî di roja îro de jî pir balkêş e.

LÊKOLÎN

59

Li gelek herêmên Kurdistanê bi navê Hûriyê jin hene. Li Herêma Efrînê û bi taybet jî li navçeya Bilbilê navê mêran Hûrik hene. Jixwe şûnewarên Nebî Hûrî dikeve akarên navçeya Bilbilê. Dema ku mijar bû geliyê Nebî Hûrî yê Şengalê, ev tişt hatin bîra me. Geliyê Nebî Hûrî jî li çiyayê Şengalê ye. Ew nav û herêm ji hev du nayên qutkirin. Çavkaniya wan tevan jî bi navê Hûriyan re têkildar e. Di vê çarçoveyê de dema ku geliyê Nebî Hûrî were lêkolînkirin, wê gelek tişt derkevin pêşberî civakê. 31- Geliyê Derê Bereha 32- Geliyê Bilqesîm 33- Geliyê Cefriyê: Cefriyê navê gund e. Li jora gund, ziyareta Şêx Şems heye. 34- Geliyê Dara Kalo 35- Geliyê Mezela 36- Geliyê Simoqî: Deqê Mêran ziyareta Simoqiyan e. Gelî raserî Deqê Mêran e. Ziyaret li jora gelî ye. Raserî kora Simoqya, zinarên gewr hene. 37- Geliyê Kiçik 38- Geliyê Keliha Lalo: Li ser çiyê, keleh hebû. 39- Geliyê Kurê Kelhê 40- Geliyê Qîla: Ji gundê Barê û vir de, li aliyê rojhilat e. 41- Geliyê Şikeftan: Ev der raserî gundê Barê ye. 42- Geliyê Banya Alî Ûsoka: Ev der jî raserî gundê Barê ye. 43- Geliyê Şêx Mihema 44- Geliyê Hinaran 45- Geliyê Hifayra 46- Geliyê Dizan: Berê vî gelî li çiyayê Kolka ye. Li aliyê rojava dinêre. Di heman demê de li Deriyê Barê jî dinêre. Komkirina nav û hejmara wan geliyan ji mirovên ku çiyê baş nas dikin, ew kesên ku bi salan li wê derê

HEJMAR 17

2020/2/20

SAL 3

KOVAR DICLE

Geliyê Dêrasê, Raserî bajarê Şengalê ye. Geliyekî dirêj e û gelekî kûr e, zinar û tehtên mezin û bilind lê hene. Di wan zinarên bilind de teyrên çiyê peyda dibin û dema difirin, xuya dikin. Dema gelî digihêje hêla bilind, êdî gelî weke meqesê vedibe. Ew der dibe weke sêgoşeyekê şivantî kirine û ew kesên ku bi salan kewgirî kirine û bûn alîkar. Bi wê alîkariyê, ew nav hatine komkirin û nivîsandin. Spasiya mirovên ku ji me re bûne alîkar dikim. Ew mirovên kedkar bûn. Bi salan di nava geliyên çiyê de ked dane. Derfetên me kêm bûn. Pêwîst bû ku yek bi yek li ser wateya navên geliyan, agahî hatibana komkirin û ew jî dê karekî pir baş bûya. Bêguman li ser her geliyekî mijarên ku bêne nivîsandin jî gelek in. Wê çaxê li ser her geliyekî wê rewşa gelî jî pênase bibûya. Bi wê ya re dê kaniyên avê, rewşa şikeftan, dar û zinarên geliyan, şopên dîrokî û şopên


KOVAR DICLE

SAL 3

2020/2/20

HEJMAR 17

çanda civakê, wê diyar bûya. Her geliyek ji geliyên çiyayê Şengalê bûye çavdêrê dîroka sed û hezarên salan. Ew gelî pir tiştan dizanin. Wan pir tişt dîtine û bihîstîne. Ew li bendê ne ku hinek mirov werin serdana wan bikin û ji zimanê wan fêm bikin da ku li serpêhatî û çîrokên wan bi sebir û bi cidiyeteke mezin guhdar bikin. Mirov ji zimanê wan geliyan fêm bike, ew gelî amade ne ku serpêhatî û çavdêriyên xwe bi mirovan re parve bikin. Yên ku xwe berpirsyar dibînin, yên ku xwe deyndarên keda mirovahiyê dibînin, ew ê bikaribin zimanê geliyan fêm bikin. Yên ku hez bikin û bi wate nêz bibin, wê bikaribin ji zimanê wan geliyan fêm bikin. Ger çîroka geliyekî bê nivîsandin, wê pirtûkek derkeve. Kîjan mirov hatin van geliyan û çûn? Ew kî bûn û jiyana wan çawa bû, çi êrîş hatin serê wan, bi berxwedaneke çi rengî bersiv dan, ew êrîş ji bo çi bûn, şîn

60

LÊKOLÎN

Diclepress13@gmail.com

û şahiyên van geliyan çawa derbas bûne, civakên di nava wan geliyan de jiyan dikirin, debara xwe çawa pêk tînan? Belê; ew gelî li benda bersivdayîna wan pirsan e. Şopên Kevnar Ji beriya her tiştî divê were zanîn ku şop û bermahiyên gundên kevnar gelek in. Ji dîwarên ku bi keviran xanî çêkirine, diyar in. Xwediyên van gundan di pêvajoya sed salan û hezar salan de ji ber gelek sedeman koçber bûne. Yan jî êrîş li ser wan çêbûne û li rastî komkujiyan hatine, ji ber wê xanî û gundên wan hatine şewitandin û wêrankirin. Bandora sereke jî di encama êrîşên dagirkeriyê de ev rewş derketiye holê. Girîng e ku kesên dîroknas an jî kesên ji lêkolînê hez dikin xwe berpirsyar bibînin û wan pêvajoyên dîrokî yên çiyayê Şengalê lêkolîn bikin û binivîsînin. Rewşa gundan bû rojev. Bi vê

boneyê em çend gundên çiyayên Şengalê kêm jî be bidin naskirin. Em ê di destpêkê de bibêjin ku di danasandina wan gundan de wê tiştên berbiçav bêne ser ziman. Mijar çi qas kêm jî be, lê wê dîsan baş be.

Mirov ecîb dimîne ji tarîfên mirovên berê, çi qasî zanîbûn ku xweşik bidin naskirin. Tarîfên bi vî rengî mirov ji bîr nake û her tim di bîra mirov de dimînin


Diclepress13@gmail.com

LÊKOLÎN

61

HEJMAR 17

2020/2/20

PÊŞKETINA DÎROKÎ YA ZIMANÊ NIVÎSÎNA KURDÎ

A: Nesrîn Şengalî

B-Xetên Pehlewî Nivîsek din a bi Kurdî(Gelek lêkolînvanan gotine Îranî ye lê di rastiyê de dema mirov hin çespandinên fonîtîka wê digire dest ji Îranî zêdetir Kurdî ye) “Pehlewî” bûye ji 24 tîpan pêkhatiye û ji aliyê rastê ve bo aliyê çepê dihate nivîsîn. “Kevintirîn belgeyên vî zimanî ku heya niha bi dest ketine, çend qeware ne ku li Hewremanê payda dibin. Li vir 24 tîpên Pehlewî hatine nivîsandin. Zimanê Pehlewî ku zimanê serdema Part û Sasaniyan bûye, dişebe zimanê Kurdî û nêzîktirîn zaravayên Kurdî ku dişibin zimanê Pehlewî, zaravayên Goranî û Lorî ne. Mamosta Gîw Mukriyanî dibêje:“Kevintirîn pirtûka Kurdî ya bi navê “Dînkerd”

bi zimanê Pehlewî hatiye nivîsîn ku dişibe zaravayên Kurdî yên wekî Lorî û Kelhorî”. Aze Ribud di gel peydabûna Îslamê dibêje:“Ez ku Aze Ribudiyê kurê Hemed û pêşewa û rêberê Behdînan im, min pirtûka “Dînkerd” li ser wan kaxetên çiryayî kom kir û bi arîkariya Xwedê, dîsa dinivîsîm”. Piştî wan belge û nivîsan derdikeve holê ku zimanê Pehlewî beşek ji zimanê Kurdî ye. Şemsî Qeysî Razî ku di sedsala heftemîn koçî de jiyaye, di pirtûka ‘Elmiecem fî miayîrê şîârê elecem’ de dibêje:“Baştirîn û xweşiktirîn hewa û meqam ‘kêşî honrawî Hewramanê’ ye ku bi devoka Hewramî û Goranî jê re tê gotin”. Îbnî Xurdadbe û hin ji erdnîgarnasên Îslamê welatên ku bi zimanê Pehlewî axivîne wekî “Biladel bihluyun” bi nav kirine. Ev nav heta çend sedsalan piştî Îslamê jî li tenişta navê “Elcebalyanê Kêwistan” di çavkaniyan de tê dîtin. Piştre ev nav

SAL 3

KOVAR DICLE

beşî(2)

wekî ‘Hewreman’ bi nav û deng bû û piştî maweyekê bi awayê Hewramanat ji beşeke biçûk re hatiye gotin. Îbnî Xurdadbe navê bajarên ‘Biladel bihluyun’ ku bi zimanê Pehlewî diaxivîn bi vî awayî bi nav kirine:“Rey, Espehan, Hewreman, Deynewer, Nehawend, Masîdan, Sûre, Werd, Şarezûr û Mihrcanqzif”. Mamoste Merdûx jî dibêje:“Zimanê Pehlewî yek ji zaravayên Kurdî bûye ku bêhtir nêzîkî zaravayên Lor û Goranî ye”. Ew peyvên ku di zimanê Pehlewî de dihatin bikaranîn niha jî piştî demeke dûr û dirêj, têne bikaranîn, Mînakên li jêr jî vê yekê dinimînin. Rûberûkirina hin peyvên Pehlewî û Kurdî Pehlewî Kurdî Art Ard Azat Azad Asan Asan, hêsan Astanek Astane


KOVAR DICLE

SAL 3

2020/2/20

HEJMAR 17

Asiyaw Asiyaw Aşt Aşt Eywaç Awaz Epêran Wêran Enar Hinar Hendam Endam Bax Bax Ban Ban Behanek Bahane Bêş êş Cawer Car Roç Roj Kenîk Kenîşk, keç Ken Jin Giyan Giyan Ayîk Hêlke, hêk Serokfermandarê Şoreşa Agirî Îhsan Nûrî Paşa di pirtûka “Mêjûya Bi Navê Binc û Regeza Kurd” de dibêje:“Zimanê Pehlewî ku di nav Part û Sasaniyan de bi nav û deng e, her ew şêwe û zarava ye ku di nav Goraniyan de bi nav û deng e û niha jî jêre Goranî dibêjin”.… Kevintirîn pirtûka ku bi zimanê Pehlewî hatiye nivîsîn pirtûka “Dînkerd” e. Gelek pirtûkên civaknasî, zanistî, pîşe, efsane, çîrok û stêrnasî bi vî zimanî hatine nivîsîn ku navê çend ji wan ev in: “Bundehişîn, Dadsitan Dîng, Erdawêrafname, Şikend Gumanîk Wîjar, Zat Siperem, Madîganî Çetreng û Matîganî Gucestek Ebalîş”. C-Sedema Têkçûna Zimanê Pehlewî Dema Emewî bûne desthilatê welatên Îslamê, ji ber ku di warê ramyarî û birêveberiyê de agahî tine bûn, neçar man ku dîwan, kar û barên dewletê bi ziman û xeta Pehlewî binivîsîn û ew kar heya serdema Hecacê(Zalim) kurê Yûsif

62

LÊKOLÎN

Diclepress13@gmail.com

dom kir. Di serdema Hecac de hemû dîwan û nivîsên dewletê di bin çavdêriya Kurdekî bi navê “Zadan Ferux” de bûn û kesekî bi navê “Salih kurê Evdirehmanê Sîstanî” di nivîsîna dîwanan de arîkariya wî dikir. Dibistan, Pehlewî bûye. Ew difikirî ku dîwanan ji Pehlewî wergerîne ser zimanê Erebî, lê mamostayê wî li dij derdiket. Piştî ku mamostayê wî çû ser dilovaniya Xwedê ew bû berpirsiyarê nivîsên dewletê û berevajî Zadan Ferux, hemû dîwanên dewletê wergerandin ser zimanê Erebî. Dibêjin dema ku Merdan şahê kurê Zadan Ferux ji biryara Salih agahdar bû, jê re got:“Xwedê koka te ji cîhanê hilke û ji holê rake û tiliyên te biweşîne her wekî ku te kok û rîşa zimanê Kurdî ji rêgez û rîşê deranî”. Her wiha dibêjin ku Kurd çûne cem Salih û sed hezar dirhem dane wî da ku dev ji helwesta xwe berde, lê wî rûyekî xweş nîşanî Kurdan nedaye û li ser biryara xwe maye. D-Xetên Masî Soratî Dapîr û bapîrên Kurdan alfabeyeke din a bi navê Masî Soratî tê gotin bikaranîne. Li gor Îbîn Wehşiye dide diyarkirin ku sê pirtûkên Kurdî ku bi alfabeya Masî Soratî hatî nivîsîn li Bexdad û du pirtûk jî li Şamê li gel wî hebûne. Kurdan alfabeyeke din a bi navê “Alfabeya Masî Soratî” hebûye ku ew alfabe 37 tîp bûye. Îbin Wehşiye di berhema xwe ya bi navê “Şuqelmistiham fî meirifet rimuzil eqlam” de ku di sala 241’ê koçî de ji bo “Ebdulmelek Merwanî” nivîsiye, min di Naûsiya(pirtûkxane) Bexdayê de sê pirtûkên Kurdî ku bi

Bi qasî ku dîrokê tomarkiriye, zimanê Kurdî, 10 hezar heta 15 hezar sal in ku li ser xaka Mezopotamyayê wekî zimanê herî kevnar û dîrokî dijî. Ji bo cihê belavbûna çand û zimanê Aryenî li gor zîhniyetên xwenavend dîtinê de tîpên Masiya Soratî hatibûn nivîsîn dîtin. Niha jî li Şamê du cild ji wan pirtûkan li bal min in ku ji wan yek dabaşa perwerde û çeqandina dara xurmê û darên dinê dike û yek jî dabaşa peydakirina avê di herêmên hişk, dêmîn û bêav de dike. Min ev herdu pirtûk wergerandine ser zimanê Erebî, da ku her kes kelk(havil) û sûdê(kar) jê wergire. Ew alfabeya ku bi Masî Soratî bi nav û deng e, piştî ku ji wê tîpên Ebcedî wergirtin û ji ‘elîf’ heta ‘xeyna’ Erebî jê derxistin, lê çend tîpên din ên zêde man, piştî ku tîpên ‘P’ û ‘Ç’ jî jê derxistin, dîsa jî heft tîpên dinê zêde man ku di ti zimanê din de tinebûn û tine ne. Her wiha deng û fonotîka wan di ti alfa-


Diclepress13@gmail.com

LÊKOLÎN

63

beyeke din de nayê dîtin…” Ji pirtûka pêşxistin. Helbestên wan bi piranî li ‘Dîroka Wêjeya Kurdî’ Feqî Huseyn ser çerman hatiye nivîsîn. Sağniç. 6-Kurdiya Navîn: 5-Kurdiya Kevin: Li gor belgeyên dîrokî olê Îslamê di Ev dem, bi hatina Yunaniyan re dest sala 640’an de, di serdema Emewipê dike û heta hatina Îslamê didome. yan de derbazî Kurdistanê dibe û Di vê pêvajoyê de her çiqas gelê belav dibe. Kurd bi tîpên Farisî û Romî(Yunanî) Wekî tê çespandin û diyarkirin ku hinek berhemên wêjeyî nivisî bin jî beriya hatina Îslamê(dîroka nivîs lê bi awayekî giştî, gelê Kurd wêjeya û zimanê Kurdî heta hatina beriya xwe bi devokî parastiye. Zimanê Îslamê ku hatiye destgirtin vê yekê wî zêde nakeve di bin bandora zi- dide çespandin) di warê nivîs û manên biyanî lê nekarî di nav xwe wêjeya Kurdî de bi awayeke pir dewde jî nûbûn û guhertinan çêbike. lemend, pirtûkên olî, efsane, dîrok, “Gelê Kurd alfabeyeke din a 31 tîpî çand, ziman û helbest hatine nivîsîn. bi navê “Tîpên Êzidî” hebûye ku ji Nexasim ji ber êrîşên bê navber ên li aliyê rastê ve tê nivîsîn. Ew alfabe ser xaka Kurdistanê gelek ji wan yan ji tîpên Avestayî, Pehlewî û Erebî hatine tinekirin û şewitandin yan hatiye wergirtin… Pirtûkên Cilwe, jî wergerandine zimanê xwe û ziMishefa Reş û hin pirtûkên din ên olî man û wêjeya Kurdî mandêl(înkar) bi van tîpan hatine nivîsîn û wek di- kirine. yarî ji me re mane”. Ji pirtûka ‘Dîroka Beriya hatina Îslamê, di nava gelê Wêjeya Kurdî’ Feqî Huseyn Sağniç. Kurd de gelek wêjevan derketine û Marfet û Pîr Şalyar nivîsînên wan bi Kurdî helbestên xwe ristine. Weke bi warê helbestî hatiye nivîsîn û Feqî Huseyn Sağniç di pirtûka xwe

HEJMAR 17

2020/2/20

SAL 3

KOVAR DICLE

ya bi navê “Dîroka Wêjeya Kurdî” de dibêje:“Beşa Avestayê ya bi navê “Gata yan jî Gatan” hemû bi awayê kiteyî hatine nivîsîn… Li gor ku wan belgeyên di destên me de ne, derdikeve holê ku berî Îslamê di nava gelê Kurd de gelek helbestkar derketine ku bi Kurdî helbest nivîsîne. Mamoste Enwer Mayî di rêpela 196’ê pirtûka xwe ya bi navê “Elekrad fî Behdînan” de dibêje:“Dr. Bileç Şêrko di bîrnivîsên xwe de nivîsiye ku Rojhilatnasê bi navê “Fliyamînof” berdenûsrawêk ku li ser wî kevirî du beyt helbest ji helbestvanê bi navê “Boraboz” hatine nivîsîn. Ku ew helbestkar di salên 330’ê Berî Zayînê de jiyaye. Ew cotik helbest ev in: Xwazdî ez to bi hev re bîn Werdî bihîrîn kûtira bîn Bi hîv ra hîrîn xurînî Bangik dîn bi hîv ra narînî


KOVAR DICLE

SAL 3

2020/2/20

HEJMAR 17

Wate: Xweziya hingê wextê ez û tu bi hev re bûn, em bi hev re diçûn çiyayan(kohistan), were da ku em xurîniyê herin derve, bi hev re stranekê(narînê) bibêjin. Li gor Mamoste Dr. Seîd Xanî Kurdistanî nêzîkî sed sal berî, li ser parçe çermik li Şikefta Cêşane ya Silêmaniyê hatiye dîtin ku çend helbest bi zaravayê Goranî li ser hatine nivîsîn. Di wê serdemê de misilmanan Şarezûr û gundên derdorê dagirkirine, ew helbest jî rengê wê serdemê vedibêje. Ev helbest ku nêzîkî 1400 sal berê hatine gotin. Ev yekê nîşan didin ku helbest di nav Kurdan de berî Îslamê jî wekî niha li pêş bûye. Helbest ev in: Hormizgan riman atiran kujan Wêşan şardewe gewrey gewrekan Zokar Ereb kerdine xapûr Ginaw Paleyî heta Şarezûr Şin û kenîkan we dîl beşîna

64

LÊKOLÎN

Diclepress13@gmail.com

Mêrd azar tilî we rûy hiwêna Rewişt Zertuştir e manewe bêdes Bezêka nêka Hormiz we hêwiç kes Wate: Bajarê Hormizganê dagirkirin, agirê agirdankan(ateşdan) temirandin, mezin û girêgiran xwe veşart, biyaniyan bi zor û sitemê gund û bajar heta Şarezûr talankirin û xerakirin, jin û keç bi dîl birin, mêrên çeleng di nav xwînê de hiştin. Rêz û rêçikên ayîna Zerdeşt bê bandor mane. Dilê Ahûra Mazda bi kesî neşewitî û gunehê wî bi kesî nehat…” Di vê helbestê de tê xuyakirin ku gelê Kurd hatina olê Îslamê zû bi zû nepejirandiye û bi hezarên salan bi baweriya ola Zerdeştî ayînên xwe yên baweriyê domandine. Di serdema Emewiyan de gelek berhemên nivîskî yên dîrokî û wêjeyî ji holê hatine rakirin û tinekirin. Piştî mîladê di sala 640’an de Îslamiyet derbazî Kurdistanê dibe û bi hatina Îslamê re alfebeya Erebî û zimanê

Kurdan alfabeyeke din a bi navê “Alfabeya Masî Soratî” hebûye ku ew alfabe 37 tîp bûye. Îbin Wehşiye di berhema xwe ya bi navê “Şuqelmistiham fî meirifet rimuzil eqlam” de ku di sala 241’ê koçî de ji bo “Ebdulmelek Merwanî” nivîsiye


Diclepress13@gmail.com

Erebî di nav Kurdan de bandoriyek nerênî çêdike û desthilatdar dibe. Di vê serdemê de, herî zêde di nav civaka Kurd de, di aliyê çand û ziman de bişaftin pêşdikevin. Weke; navên Erebî li zarokên xwe kirin, guhertina cil û bergan û hwd. Berhemên olê Îslamê, li Kurdistanê bi Erebî hatin xwendin û nivîsandin. Di bin bandoriya elfabeya Erebî de bi tîpên Erebî, berhemên Kurdî jî hatin derxistin. Her çiqas hizirîn bi Kurdî jî be, ji ber ku bi zimanê Erebî ev berhem hatine nivîsîn, her ku çûye bandora zimanê Erebî zêde bûye. Li herêmên Kurdistanê Hemedan û Hewremanê di sedsala nehemîn de gelek wêjevan û helbestvan bi zaravayê Hewremî berhemên xwe vehûnandine. Hinek ji wan ev in: Balûlê Mahî: Diwana wî ya çapnekirî heye, Babe Loreyê Loristanî, Babe Recebê Loristanî, Babe Hatemê Loristanî, Babe Nicûmê Loristanî. Di sedsala nehemîn û dehemîn de hinek wêjevan û helbestvanên ku derketine ev in: Baba Tahirê Lorî-Uryan(938-1010), diwanek wî ya destnivîs heye, hîn nehatiye çapkirin. Baba Gerçekê Hewremî: Di sedsala çaremîn a Hîcrî de ji dayîkbûye û di heman sedsalê de li Hewremanê çûye berdilovaniya Yezdan. Babe Sirincê Kelatî: Di sedsala çaremîn a Hîcrî de ji dayîkbûye û di heman sedsalê de li Hewremanê çûye berdilovaniya Yezdan. Dayê Tewrêza Hewremî: Di sedsala çaremîn a Hîcrî de ji dayîkbûye û di heman sedsalê de li Hewremanê çûye berdilovaniya Yezdan. Yekem jina Kurd ku helbestên wê pirtûka Serencam, ya nehatî çapkirin de, helbestên wê hatine tomarkirin. Avdilsemedê Babek(974-1020). Di sedsala yazdemîn de hinek wêje

LÊKOLÎN

65

Gelê Kurd alfabeyeke din a 31 tîpî bi navê “Tîpên Êzidî” hebûye ku ji aliyê rastê ve tê nivîsîn. Ew alfabe ji tîpên Avestayî, Pehlewî û Erebî hatiye wergirtin… Pirtûkên Cilwe, Mishefa Reş û hin pirtûkên din ên olî bi van tîpan hatine nivîsîn û wek diyarî ji me re mane van û helbestvanên ku derketine ev in: Celale Xanima Loristanî: Di sala 387’ê Hîcrî de jidayîk dibe, di sedsala pêncem a Hîcrî de koça dawî dike. Helbestên destnivîs a çapnebûyî ya Celale Xanim li pey xwe hiştiye. Şa Xweşînê Loristanî kurê Celale Xanima Loristaniye(406-467’ê Hîcrî). Helbest û berhemên destnivîs ên çapnebûyî Şa Xweşîn hene. Rîhan Xanima Loristanî: Li gor pirtûka serencamê di sedsela pêncemîn a hîcrî de li dorhêla Yafteko li Loristanê jidayîk dibe. Lîza Xanim: Di sedsala pêncemîn a Hîcrî de jidayîk dibe û di heman sedsala Hîcrî de diçe ber dilovaniya Yezdan. Lîza Xanim

HEJMAR 17

2020/2/20

SAL 3

KOVAR DICLE

helbestên wê yên destnivîs ku nehatine çapkirin hene. Xatû Mey Zerd: Di sedsala pêncemîn a Hîcrî de li Loristanê jidayîk dibe û di heman sedsalê de diçe ber dilovaniya Yezdan. Daye Xezana Serketî: Di sedsala pêncemîn a Hîcrî de li gundê Serketî jidayîk dibe û di heman sedsala Hîcrî de diçe ber dilovaniya Yezdan. Fatime Loreya Goranî: Di sedsala pêncemîn a Hîcrî de li Hemedanê jidayîk dibe û di heman sedsalê de li wir koça dawî dike. Di sedsala 12. û 13. de hinek wêjevan û helbestvanên ku derketine ev in: Şêx Adî-Hadî(li Colemêrgê -1162’an koça dawî kiriye). Berhemên Şêx Adî: Helbest, Mishefa Reş û Cîlwe. Ebdûlberekatê Hekarî(Hîcrî: 545615). Şêx Hesenê Hekarî(Hîcrî: 591644). Di sala 1155-1424’an de hinek wêjevan û helbestvanên ku derketine ev in: Yay Hebîbeya Şarezûrî(1282’an li gundê Yawa girêdayî Şarezûr jidayîk dibe û di sala 1348’an li Şêxanê diçe ber dilovaniya Yezdan). Hebîbe Yay, helbestên destnîvîs yên neçapkirî hene. Şêx Îsayê Berzencî(-1353). Nazdar Xatûna Şîrazî(-1363). Nêrgiz Xanima Şarezûrî(Hîcrî: 713-). San Sehakê Berzencî(1330-1396). Dîwaneke helbestan a neçapkirî û destnivîsa wî heye. Xatûn Dayrakî Rezbar: Li gor pirtûka Serencamê de di serê çarîka dawî ya sedsala sêzdehan de li bajarê Helwanê jidayîk dibe. Dîwaneke helbestan a neçapkirî û destnivîsa wê heye. Xatûn Zerbanûya Derzanî: Di dawiya sedsala heştemîn a Hîcrî de li gundê Derzyanê ji dayîkbûye. Di nabera sedsalên 15, 16, 17,18 19 û 20. de hinek wêjevan û helbest-


KOVAR DICLE

SAL 3

2020/2/20

HEJMAR 17

vanên ku derketine ev in: Elî Herîrî:(Di navbera sedsalên 15-16’an de dijî). Feqiyê Teyran(1570-1638). Melayê Cizîrî(1589-1664). Melayê Cizîrî ji me re pirtûkek helbestan diyar hêlaye. Siyapûş:(Di navbera sedsalên 15. û 16. de dijî). Destana Seyfilmulûk, Xezel û helbest ji me re diyarî hêlane. Eliyê Teremaxî(1592-1655). Pirtûkek destnivîs a neçapkirî ji me re hêlaye. Bekir Begê Erzî(1637-1672). Ehmedê Xanî(1651-1707). Pirtûka Mem û Zîn û gelek pirtûk û helbestên din diyarî roja me kirine. Melayê Bateyî(1689-1755). Mewlûda Kurmancî nivîsiye û gelek helbestên din. Mîr Ehmedê Zengene(1689-1757). Hezar Mêrdî(1707-1785). Navê pirtûka wî “Mehdî Nam”e. Mirad Xanê Bazidî(1743-) Destana Zembîlfiroz ji 254 malikan nivîsiye lê yên di dest de heyî ji 129 malikane û gelek helbest nivîsîne. Mele Xelîlê Sêrtî(1754-1843). Nehculeman û ji 30 pirtûk zêdetir nivîsîne. Mele Omerê Rencûrî(1751-1810). Rencûrî li pişt xwe ji mere hêlaye. Xaris Bedlîsî(1758-). Nivîskarê destanên Yûsiv û Zuleyxa, Leyla û Mecnûn hunandiye û gelek helbestên din. Elî Berdeşanî 17711813). Mewlana Xalid(1778-1827). (Pirtûkên wî ev in: Dîwan Senendec, Eqîda Kurdî ya destnivîs ku nehatiye çapkirin, hene. Mele Xidir Rîwarî(1732-1796). Mele Mensûrê Girgaşî(1783-1846). Şêx Nûredînê Birîfkanî(1791-1852). Muhemed Seîdê Mehrî(1796-1883). Mele Mehmûdê Bazîdî(1779-1863). Adab û Rusumên Kurdan nivîsiye. Ehmed Begê Komasî(Di sala 1799’an dea li gundê Berdespî ya Merîwanê ji dayîkbûye û 1879’an de wefat kiriye.

66

LÊKOLÎN

Diclepress13@gmail.com

Dibêjin dema ku Merdan şahê kurê Zadan Ferux ji biryara Salih agahdar bû, jê re got:“Xwedê koka te ji cîhanê hilke û ji holê rake û tiliyên te biweşîne her wekî ku te kok û rîşa zimanê Kurdî ji rêgez û rîşê deranî”

ye û dîwana helbestan a destnivîskî nehatî çapkirin ya Mehcûrî heye. Ehmed Perisî(1818-1890). Cîhan Ara Xanim(1859-1911). Şêx Riza Talabanî(1837-1910). Dîwana wî ya helbestan heye. Sey Can(18801916). Mele Xasî(1866-1937). Gelek helbest û Mewlûda Pêxember a bi zaravayê Zazakî nivîsiye. Osman Efendî(-1932). Mewlûda Pêxember û gelek helbestên bi zaravayên Kirmancî û Zazakî nivîsîne. Sey Qajî(1871-1936). Pîremêrd(1867-1950). Dîwana wî ya helbestan heye. Seyîd Eliyê Findikî(1892-1967). Du dîwanên helbestên wî hene. Xurşîd Xanima Dawaşî(1902-1966). Îbrahîm Ehmed(1914-2000). Berhemên wî: Sê Roman, 6 Çîrok, kovarek, gelek helbest nivîsîne. Dildar(1918-1948). Dîwanek helbestan heye. Hêmin Mukriyanî(1920-1986). Hejar(1921-1991). Feqî Evdilê Borekeyî(1925-1952). Mele Borekeyî(1927-1975). Şêrko Bêkes(1940- 2013). Bi dehan pirtûkên helbest, şano, roman û çîrok ji me re diyarî kirine.(Çavkanî: Pirtûka “Dîroka Wêjeya Kurdî”) Di vê serdemê de nivîskar û wêjevanên Kurdan, berhemên xwe nîvbinîv Erebî, Farsî û Tirkî(Osmanî) derdixistin. Di sedsala 20’an de piştî Kurdistan ji aliyê dagirkeran ve dabeşî çar parçeyan kirin, bandoriyên zimanê Erebî, Farisî û Tirkî li ser çand, ziman û dîroka civaka Kurdan kir. Heya gelek hozanvanên Kurd helbestên xwe yên Kurdî wergerandin bi Tirkî, Farisî, Erebî. Gelek zanyarên Kurd jî berhemên xwe bi zimanê Tirkî, Farisî û Erebî nivîsîne.

Dîwanek helbestan ji me re diyarî hiştiye. Nalî Şarazûrî(1798-1878). Dîwanek a helbestan ji me re diyarî kiriye. Mestûre Kurdistanî(Di sala 1804’an de li bajarê Sineyê ji dayîk dibe û di sala 1847’an de koça dawî kiriye. Dîwanek helbestan a destnivîs ku nehatiye çapkirin ya Mestûre Kurdistanî heye. Bertew Begê Hekarî(1824-1872). Du diwanê Pertew Begê Hekarî û gelek helbestên wî hene. Hacî Qadirê Koyî(1825-1897) Dîwanek helbestan heye. Hesen Kenoşê Cinûbî(1844-1897). Mehcûrî(Di sala 1814’an de li gundê Gewentû ya bi ser Bayînçoya Sineyê ji dayîk 7-Kurdiya Nû: dibe û di sala 1887’an de jiyana xwe ji dest dide. Pirtûka “Bîrname” nivîsi- Karwanê huner û wêjeya Kurdî


Diclepress13@gmail.com

bi destan, çîrok, helbest, stran û cûreyên din ên zargotinî ji kûrahiya dîrokê ve destpêkiriye û heta serdema niha aniye. Kesên weke Celale Xanima Loristanî, Fatma Loriya Goristanî, Mestûre Kurdistanî Sîne, Nalî Şerezorî, Hacî Qadirê Koyî, Pîremêrd, Celadet Elî Bedirxan, Mîthat Mîqdat Elî Bedirxan, Erebê Şemo, Qanadê Kurdo, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Mihemed Uzun, Musa Anter, Mihemed Şêxo, Şêrgo Bêkes û hwd. gelek wêjevanên Kurd ên bi nav û deng bi berhemên xwe ve, ev çand û zimanê Kurdî anîn heya roja me ya îro. Tê zanîn ku di vê pêvajoyê de gelê Kurd 28 caran li dijî siyaseta mandêl û tinekirinê ketiye nav serhildan û berxwedanan. Mirov dikare Kurdiya nûjen, bi rojnameya Kurdistan(1898), pêşengên wê û Celaded Bedirxan û wek şopdarên wan Erebê Şemo, Qanadê Kurdo bigire dest. Ev pêvajo di aliyê ziman û çanda Kurdî de jî pêvajoyeke berxwedanê ye. Gelek rewşenbîr û nivîskarên Kurd, di van pêvajoyan

LÊKOLÎN

Serokfermandarê Şoreşa Agirî Îhsan Nûrî Paşa di pirtûka “Mêjûya Bi Navê Binc û Regeza Kurd” de dibêje:“Zimanê Pehlewî ku di nav Part û Sasaniyan de bi nav û deng e, her ew şêwe û zarava ye ku di nav Goraniyan de bi nav û deng e û niha jî jêre Goranî dibêjin

67

HEJMAR 17

2020/2/20

SAL 3

KOVAR DICLE

de ketine nav têkoşîna çand û zimanê Kurdî û ji bo pêşxistinê hewl dane. Her çendî ev xebat ji derveyî welat hatibin meşandin jî lê bi giranî girêdayî rastiya Kurd û Kurdistanê hatine rêveberin. Armanca van teva ya sereke ew bûye ku çand û zimanê Kurdî yê ku ji aliyê pergalên serdest ve tine tê hesabkirin, tê bişaftin; zindî û nûjen bikin. Mirov dikare bêje heta radeyekê di vê armanca xwe de jî serkeftî bûne. Lê ji ber polîtîkayên bişaftinê yên ku ji aliyê hemû dewletên serdest ve li ser gel, civak û netewa Kurd dihat meşandin ev hewldan nekarîne van polîtîkayan di hemû aliyan de vala derxin û bigihêjin aramanca xwe ya sereke. Ev rewş heta derketina tevgera azadiyê jî bi vî rengî dom kiriye. Lê bi pêşketinên cihanê ve girêdayî di salên 1970’an de serhildana tevgera azadiya Gelê Kurd dikarî bikeve nava hewldanên bi dawîkirina van polîtîkayan. Piştî derketina PKK’ê bi giştî li Kurdistanê, bi taybet li bakurê Kurdistanê êdî rewş tê guhertin. Piştî demezrandina PKK’ê û şûn de


KOVAR DICLE

SAL 3

2020/2/20

HEJMAR 17

êdî ev xebat hem li derveyî welat û hem jî li welat hatine meşandin. Di bin pêşengiya Rêber APO de wêjeya Kurdî ya ku ji hêla desthilatdarên weke Ereb, Faris û Tirkan ve hatî talankirin, bişaftin û hatî qedexekirin, carek din girêdayî xwezaya xwe merg girt û ji nav pencên serdestan ve hat kişandin. Ji wê dîrokê heya îro gelek berhemên nivîskî yên dîrokî derketine holê. Gele Kurd yê ku zimanê xwe ji bîrkirî, dest bi afirandina zimanekî hemdem kir û ev pêvajo heya niha berdewam dike. Wekî encam: bi qasî ku dîrokê tomarkiriye, zimanê Kurdî, 10 hezar heta 15 hezar sal in ku li ser xaka Mezopotamyayê wekî zimanê herî kevnar û dîrokî dijî. Ji bo cihê belavbûna çand û zimanê Aryenî li gor zîhniyetên xwenavend dîtinê de, gelek tezên cûrbecûr ji aliyên Rojavayî, Rusya û Tirkan(Teoriya Zi-

68

LÊKOLÎN

Diclepress13@gmail.com

Kevintirîn pirtûka Kurdî ya bi navê “Dînkerd” bi zimanê Pehlewî hatiye nivîsîn ku dişibe zaravayên Kurdî yên wekî Lorî û Kelhorî manê Roj) ve hatine pêşxistin. Her tezekê belavbûna çand û zimanê Aryenî li gor herêmên xwe yan jî nêzikî herêmên xwe girtine dest. Ji bo vê di nexşeya belavbûna gelên Aryenî ya ku didan pêş; gelê Kurd ji Awrupayê, Qafqasyayê û ji Rojhilatê

Dûr hatine Mezopotamyayê didan nasîn. Li gor lêkolînên(antropolojî, etîmolojî, arkeolojî û etnolojî) dawiya sedsala 20. li Mezopotamyayê hatîne pêşxistin û bi taybetî nêrînên Rêber Apo, teza ku heta niha qala wê dihat kirin vala derxistiye û belavbûna çand û zimanê Aryenî ji herêma Mezopotamyaya Jorîn(Toros-Zagros, Hîlala Zêrîn), ji aliyê proto-Kurd ve hatiye afirandin û belavbûye. Dapîr û bapîrên Kurdan(protoKurd) di vê dîroka qedîm de sazûmaniyên weke; Hûriyan, Gotiyan, Qasîtan, Mîtaniyan, Naîriyan, Urartuyan, Mediyan û hwd. bi vê koka çand û zimanê Aryenî avakirine, pêşxistine û li hember hemû êrîşên ji aliyê şaristaniyê ve pêşketine; bi asîmîlasyon, îmha û înkarkirinê hebûna xwe(Çand û zimanê Aryenî) dayîne berdewamkirin.


Diclepress13@gmail.com

ÇAND

69

HEJMAR 17

2020/2/20

SAL 3

KOVAR DICLE

Xaka Êzidiyan veguherî nîşangeh û polîgona dewleta Tirk a faşîst

Qendîl şengalî

Dewleta haydût a Rojhilata Navîn

Tirkiye, di demên dawî de êrîşên xwe yên li ser xaka êzidiyan Şengalê zêde kirine. Dixwaze êrîşên xwe yên ku ji her aliyî ve kirî armanc bi rojane lê dide, asayî bike. Hema bêje her roj bi SÎHA’yên xwe li ser qadê digere, êrîşên sûîqastê dike û ev jî ji ber êşa dûvê wî yê ji ber têkçûna DAÎŞ’ê ye. Dewleta Tirk dixwaze PKK’ê hincet nîşan bide û li ser van cinayetên xwe binixumîne. Çima Şengal û çima Êzidî tên hedefgirtin? Bi van êrîşan dixwazin çi bikin? Armanc û hedefên van polîtîkayên wan ên li dijî Şengalê çi ne? Di stratejiya xwe ya herêmê de rolê Şengalê çi ye? Dema ev êrîş pêk tên û di van êrîşan de mirov jiyana xwe ji dest didin, çima ti bertekên fermî

pêş nakevin? Divê ji van pirsan re bersiv bê dayîn. Dewleta Tirk weke mayîneke serserî li herêmê terorê pêk tîne. Em ji dagirkeriya wê ya Sûriyeyê dizanin ku bi polîtîkayên êrîşkariyê dixwaze ji xwe re cih veke. Dagirkirina başûrê Kurdistanê, êrîşên li ser Herêmên Parastinê Yên Medyayê, dîsa çûyîna wê ya heta hundirê Iraqê, bicihbûna li Başîqa ku warê Êzidiyan e û niha li êrîşkirina li ser Şengalê nîşane û teyîsîna feraseta wan a Osmanîgeriya nû ye. Nirxandina tevahiya van êrîş, dagirkerî, komkujiyan a weke derveyî sînor xeletiyek e. Van operasyonan weke operasyonên hundirîn pêk tîne. Ango di navbera ku balafirên şer ji Amedê rabin û li Şirnexê bidin yan jî li Şengalê bidin de ti ferq nîne. Sînor êdî fîîlî ji holê rabûne. Di van êrîşan de ti fonksiyona sînoran nemaye. Weke qadên berbelavbûna osmanîgeriya nû yên hundirîn tên dîtin. Êrîşkariya wiha bê perwa nîşaneyeke vê ye.

Aliyekî herî girîng ê êrîşên dewleta Tirk a faşîst a li ser Êzidiyan, aliyê wê yê bîrdozî ye. Di bin êrîşên ku 14’ê Tebaxa 2007’an li gundên Til Ezir û Siba Şêx Xidir pêk hatî jî dewleta Tirk derket. Di vê êrîşa ku MÎT’in Tirk pêk anî de bi sedan Êzidiyan jiyana xwe ji dest dabû. Divê neyê jibîrkirin ku li Tirkiyeyê hişmendiyeke ku Êzidiyan weke kafir dibîne li ser desthilatdariyê ye. DAÎŞ’ê jî bi çi hişmendiyê feman bi serê Êzidiyan de pêk anî û komkujiyê bi serê wan de anî, êrîşên dewleta Tirk jî berhema heman hişmendiyê ye. Dîktator Erdogan ku xwe weke palpişta DAÎŞ’iyan dibîne, ji bo ku komkujiya Êzidiyan a nîvî mayî bibe serî, xeta ku referans digire xeta îslamî ya cîhadîst wêdetir ne tişt e. Şengal; qadeke ku ji aliyê jeostratejîk û jeopolîtîk ve xwedî asûneke girîng e. Xewneke girîng a osmaniyan e ku Tirk dixwazin vê xewnê pêk bînin û lê bi cih bibin. Planeke mîna ku li ser Tirkmenan re li Kerkukê pêk anî, dix-


KOVAR DICLE

SAL 3

2020/2/20

HEJMAR 17

waze li ser Telaferê re Şengalê bike armanc. Ango dixwazin bibin xwedî xeteke ku ji Sûriyeyê destpê dike û heta Îranê diçe û Mûsûlê jî digire nava xwe. Ango dixwazin mîsaqî mîllî rojane bikin. Ji bo vê stratejiya ku hêviyên wan geş dike, rewşa belave û lawaz a Iraqê jî fersendeke erênî dide dewleta Tirk. Bi van êrîşên nemerdane dixwazin komkujiya Êzidiyan bibin serî. Çawa ku deverên weke Efrîn, Serêkaniyê û girê spî yên Kurdan dagir kirin û gel çawa dabe koçberkirin, heman taktîkî îro dixwaze li ser Şengalê jî biceribîne. Bi van êrîşên hewayî re tê armanckirin ku gel bitirsîne, biçewisîne û erdnîgariya Şengalê vala bike. Dema em, tevlîheviyên hundirîn ên Iraq dijî, dîsa nakokî pevçûnên DYEÎran ên li ser vê xakê, rewşa parçeyî û pevçûnî ya şîayan di nav xwe de, nêzikatiyên Kurd û suniyan ên ku destpêkê berjewendiyên xwe difiki-

70

ÇAND

Diclepress13@gmail.com

rin, bigirin ber çav, erdnîgariyeke ku ber bi parçebûnê ve diçe xwe dide der. Di vê rewşa ku Iraq ber mirinê ye de, dewleta Tirk weke çeqelê ku çav berdayî term li fersendan digere. Di navengeke wiha de êrîşên xwe yên ser Şengalê zêde dike. Dewletên herêmê yên li hemberî êrîşên ser Şengalê bêdeng dimînin û hêzên global, ji ber nêzîkatiyên wan ên ku berjewendiyên xwe didin pêş, li hemberî komkujiyan bêdeng dimînin. Çawa ku ji dagirkirina Rojava re çawa lemba kesk pê xistin, êrîşên ser Şengalê jî bi vî awayî erê dike. Ji bo ku hêzên derveyî dixwazin ji polîtîkayên dewleta Tirk ên şêt û û serserî sûd wergirin, ji qirkirina dewleta Tirk a li ser Êzidiyan re bêdeng û bêalî dimînin. Dewleta Tirk ji her aliyî ve xwedî helwesteke ku xwe bide bide bikaranîn û bazar bike. Lewre her kes li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdan ker û

Çima Şengal û çima Êzidî tên hedefgirtin? Bi van êrîşan dixwazin çi bikin? Armanc û hedefên van polîtîkayên wan ên li dijî Şengalê çi ne?

lal e. Lif hemberî êrîşên ser Êzidiyan hatî kirin jî vê rewşa xwe didomînin. Di van êrîşên xayînane de hedefgirtina hêzên berxwedana Şengalê, encameke vê belengaziya tê jiyîn e. hatiye rewşeke wisa alçax ku li civakeke baweriyê ya ji qirkirinan re derbas bûyî bide. Dewleta Tirk a destê wê ketî xwîna Êzidiyan, hem li pêşberî dîrokê hem jî mirovahiyê sûcdar e. Lewre divê her kes bi Êzidiyan re di nav tevkariyê de be ku ev êrîş bên sekinandin.


Diclepress13@gmail.com

ÇAND

71

HEJMAR 17

2020/2/20

SAL 3

KOVAR DICLE

JIN Û PARASTINA CEWHERÎ

Berîvan Ezda

Gerdûn hebûnekê bi parastin jiyan

dike ye, di gerdûne de hebûnekê bêparastin tine ye. Her hebûna heyî bi rengekî cuda parastina xwe pek tîne. Ji bo jiyan kirine, çawa ku xwe têr kirin û zêde kirin pêwistiyekê jiyanî ye, heman dême de parastina xwe kirin jî xalek ji van pêwistiya ye ku bêparastin mirov nikare jiyan bike. Di xwezaye de, mirovan û giştî zindiyen de ev parastin heye. Çawa ku çûkek ji bo çîvîkê xwe helîna xwe cihê jore çêdike mirov jî wisa ne. Rêber Apo ji bo vê mînaka gûl û sitrî dide. Ji bo parastina gûle çawa ku sitrî heye, an kîso ji bo parastina xwe dikeve nava qaqilka xwe de, her mabetê heyî jî bi rê û rêbazekî cuda parastina xwe pêk tînin. Lê belê dêma ku tê gotin parastin yekser tişta ku tê bîra mirovahî eskerbûyîn, şervan bûyîn dinav arteşekê ango dinav hizbekê de cîh girtine, Lê parastin ne bi arteşekê re hatiya destpêkirin ne jî dinav hizbekê de bi cih girtin re pêk tê. Di bîngeha mirovahiyê de, di civaka xwezayî û li gorî qanûnên civakî ev pêdiviyêke. Însanên despêke li hemberî hinek bûyeren xwezayî weke baran, berf, lehî û hwd. parastina xwe pêş xistina. A ku di serî de pêşengtiya vê jî kiriya jine, dayîka xwedevend de. Dîsa li hemberî erîşen derve ji bo qabîle û kilanên xwe biparezin amurê cur be cur ava kirine. Lê belê di van parastinan de dagirkirin, qatil kirin tune ye. Wekê mafê kî xwezayî, parastina xwe yî rewa pêş xistina.

Lê di roja me yî îro de dêma ku em têmaşe dikin di bin navê parastina rewa de însan têne qetilkirin, kuştin û welat tene dagirkirin. Dêma ku em roja me yî îro dinerin rûyê parastine hatiya guhertin, di şerê ku di qewimin de tenê xake hev dagirkirin, însan kuştin, revandin, bi fermanen re derbas kirin pêk tê. Yek mafê mirovahî jî nîne û şerê ku dikin de tenê bêehlaqî heye. Ev erîş tenê di mile fizîkî de jî namîne, heman erîş di mile çand, ziman, ol û baweriyê de jî pêk te. Mînaka ve a herî esasî ji serdema Osmaniyen de destpê dike û bi ruyê xwe yî nû di roja me a îro de bi akp-mhp re berdewam dike. Bi taybet di Rojhilata navîn de jî ev erîşen çand ûbaweriye li ser miletê mze e Êzidî pêk tê. Ji ole dûr xistin, zimane xwe neaxaftin, fermanen re derbas kirin, koçber kirin ev hemû erîşekê. Beramberî van a ku girînge parastina xwe a rewa pêk anîne. Lê belê dêma ku em dinerin ji ber ku parastin pêş nakeve, dixwazin gelê Êzidî bêîrade bimîne. Dewleten dagirker, zihniyetên bêehlaq ji ber dagirkirina xwe pêş bixînin jî di serî de erişî jine dikin. Ji ber dizanin ku a herî zêde bi xaka xwe re, ziman, ol, bawerî û welate xwe re giredayî ye jine. Dîsa a ku di serî de parastina van dike jine. Bo ve jî di civaken de erîşî herî mezin li ser jine pêk ten. Li beramberî xwe jine tehdîtekê herî mezin dibînin.Van erîşan tenê kesên dagirker jî nakin. Dêma ku mîjar dibê jin, bi taybet jinên ciwan di her male de ev erîş hene. Bav, bira, xal ji ber jinê bêhêz bixînin lêdan, maf nêdayîn, wekê îrade nadîtin, bi cavekî xulamtî meyze kirin çêdibe. Heman dême de ji ber ku jin her wisa dibîne her nifşa nû jî ve wekê qedera xwe dibînin û dest girtinekê bi vî rengî

pêş dikeve. Ji bo parastine mînaka herî esasî fermana 3/8 e ku jinên ciwan, dayîk çawa hatin rêvandin, firotin û qetilkirin.Ev bo hemû jinên cihane bû tecrûbeyekê pir mezin ku, dêma ku jin bêparastin werê hiştin li beramberî zihniyeta dagirker tê girtin, kûştin û hwd. Lê belê heger xwedî hêzbûyîn û bizanibana wê parastina xwe çawa bikin îro keç û jinên Êzidî di destê daîşe de hîna jî nadiman. Lê dêma ku em îro li Şengale jin û ciwanên Êzidî dinerin di her milî de e ku pêşengtiya parastine dike jinin. Li hemberî dagirkeriye serî hildidin û asta têkoşîne her roj mezintir û bilindtir dibe. Her erîşe ku derve re xwe amade kirin û dîsa ol, bawerî û zimane xwe parastin pêş dikeve. Ev jî bi xera fikir û felsefeya Rêber Apo ye ku nîrxa herî mezin da jine û jina ku em berdin parastina xwe pêş bixîne, jina ku wekê mirovek nedihat dîtin îro li her derê cîhane, li her qade, li her çêperê şer de pêşengtiye ji şoreşa mirovahiyê re dike. Di her milî de xwe parastin erkê me wekê jinên Ezidî e sêrekê ye. Encax wê dême em dizanin ku fermanekê dî serê me naye. Rêber Apo dibêje;‘‘ heger bi hêzaren hêza min hebê ez, erişî tu kesî nakim, lê heger bi hêzaren kes erişî min bike, ez ê heya dawî parastina xwe bikim’’. Ew dem jî ev dême ku bi hêzaren kes dixwazin me qetil bikin, fermanen re derbas bikin, bêol, bêbawerî û ji welate me xariç bikin. A ku girînge beramberî ve parastina xwe pêş xistin, hêza xwe yî YJŞ-YBŞ mezin kirin û gelê xwe beramberî her erişî ji şerê gelê şoreşgerî re amade kirin e. Wê encax wê dême tola jinên Êzidî û şehîden 74 fermanen werê girtin.


KOVAR DICLE

SAL 3

2020/2/20

HEJMAR 17

72

raport

Diclepress13@gmail.com

Dewleta Tirk li Başîqa çi kiriye û çi dike? Nesrulla Surçi:

di bombebarankirina Şengalê de rolê baregeha Başîqayê heye

Tirkiye bi hatina çeteyên DAIŞ’ê re li bakurê rojhilatê bajarê Musilê baregeha leşkerî ya Başîqayê avakir. Bi avakirina vê baregehê re gelek komkujî li Başûrê Kurdistanê pêkaniye, şehîdxistina Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî li gundê Digurê yê Şengalê komkujiya herî dawî bû ku li vê baregehê pilana wê hate danîn. Berpirsê Malbenda YNK’ê li Musilê Nesrulla Surçi jî da diyarkirin ku di bombebarankirina Şengalê de rolê baregeha Başîqayê heye.

mandarê Yekîneyên Berxwedana Şengalê(YBŞ) Zerdeşt Şengalî û sê şervanên din şehîd bûn. Piştî êrişê hinek çavkaniyan dan diyarkirin ku pilana vê êrişê li baregeha leşkerî ya Tirk a li Başîqayê hatiye danîn û hatiye pêkanîn. Pisporên leşkerî jî diyar dikin ji bo pêkanîna êrîşek bi vî rengî, divê cihê ku balafirên bê mirov jê dirabin nêzî cihê ku were armanc girtin be. Baregeha leşkerî ya Başîqa kengê hatiye damezrandin, çi giringiya wê ji bo dewleta Tirk heye, heya niha li vê baregehê çi hatiye kirin, çima A: BERHEM LETÎF gundê Digurê bû armanca êrişê, di vê raportê de me lêkolîn li ser van Roja 15’ê Çile balafirên bê mirov ên pirsan û çend pirsek din kiriye. bi çek yên dewleta Tirk gundê Digurê yê Şengalê bombebaran kirin. Baregeha Başîqa Di encama bombebaranê de Fer-

Sala 2015’an piştî bajarê Musilê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat dagirkirin, dewleta Tirk li bajaroka Zelkan a Başîqayê baregehek leşkerî avakir. Dewleta Tirk bi behaneya ku ewê şerê DAIŞ’ê bikin, leşkerên xwe anîn vê baregehê bicihkir ku ev baregeh nêzî 100 kîlometran dûrî sinorê Tirkiye ye. Ji roja ev baregeh hatî avakirin ve liv û tevgera di nava vê baregehê de berovajî behaneyên hatina wan bûne. Ev baregeh bi qasî 12 kîlometran dikeve bakurê rojhilatê bajarê Musilê. Bajaroka Başîqa dikeve sêgoşeya Musil, Hewlêr û Dihokê. Baregeh li ser 250 donim zevî hatiye avakirin, di dema şerê DAIŞ’ê de 5 kîlometran dûrî çeperên hêzên pêşmerge bû. Destpêkê dewleta Tirk 600 leşker û


Diclepress13@gmail.com

25 wesayîtên zirxî li gel çekên giran û sivik li baregehê bicih kir. Lê piştre hêz û cebilxaneya xwe li baregehê zêdetir kir. Li gorî zanyariyên ne fermî zêdetirê 2 hezar 500 leşkerên Tirk li baregeha Başîqayê hatine bicihkirin. Hinek rojnamevanên Tirk ku serdana baregehê kiribûn, dabûn diyarkirin ku bi ti awayek destûr nayê dayîn zanyarî li ser baregehê ji bo raya giştî were dayîn. Ji bona wê tam nayê zanîn jimara leşker û çekên li vê baregehê hene çiqase. Çi giringiyek stratejîk a baregeha Başîqa ji bo Tirkiye heye? Bajoroka Başîqa ji bo parêzgeha Musil xwedî cihek stratejîke, herêmek çiyayî ye û çiyayên Başîq, Meqlub û Mexar li vê deverê ne. Piraniya şêniyên bajarok Êzidî, Şebek û Kildan û Aşurî ne. Bajaroka Başîqa bi qasî 95 kîlometran dûrî sinorê Tirkiye ye. Deverek stratejîke, dikeve navbera

raport

73

Musil, Dihok û sinorê Tirkiye. Rêya bejahî ku bajaroka Başîqayê bi deriyê sinorî yê Îbrahîm Xelîl ve girê dide, bûye rêya çûnûhatina leşkerên Tirk. Leşkerên Tirk li ser vê rêyê bêy ku rastî tu astengiyek werin çûnûhatina wan ji bo Tirkiye berdewame. Her wiha li sinorê parêzgeha Dihokê jî 18 baregeh û navendên leşkerî û MÎT’ê hene. Serokkomarê Tirk Erdogan jî çend carek di daxuyaniyên xwe de gotiye, Başîqa li Iraqê wek navendek ya parastina ewlehiya Tirkiye ye. Tirkiye li Başîqayê çi kiriye? Dewleta Tirk bi behaneya şerê DAIŞ’ê baregeha xwe ya leşkerî li Başîqayê avakir. Lê Koalîsyona li dijî DAIŞ’ê diyar kiribû ku wê Tirkiye di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de alîkariyê neke û ji Tirkiye daxwaz kiribû ku hêzên xwe ji wê deverê bi paşde bikişîne.

HEJMAR 17

2020/2/20

SAL 3

KOVAR DICLE

Dewleta Tirk bi behaneya ku ewê şerê DAIŞ’ê bikin, leşkerên xwe anîn vê baregehê bicihkir ku ev baregeh nêzî 100 kîlometran dûrî sinorê Tirkiye ye. Ji roja ev baregeh hatî avakirin ve liv û tevgera di nava vê baregehê de berovajî behaneyên hatina wan bûne


KOVAR DICLE

SAL 3

2020/2/20

HEJMAR 17

Li gorî zanyariyên ne fermî zêdetirê 2 hezar 500 leşkerên Tirk li baregeha Başîqayê hatine bicihkirin. Hinek rojnamevanên Tirk ku serdana baregehê kiribûn, dabûn diyarkirin ku bi ti awayek destûr nayê dayîn zanyarî li ser baregehê ji bo raya giştî were dayîn. Ji bona wê tam nayê zanîn jimara leşker û çekên li vê baregehê hene çiqase

74

raport

Diclepress13@gmail.com

Ji destpêka avakirina vê baregehê ve dewleta Tirk li herêmê dest bi perwerdekirina çekdarên Sine kir. Zêdetirê 5 hezar çekdarên Sine yên ji Musil û derdora wê perwerde kir û bi çek kir. Her wiha van çekdaran girêdayî muçe kir û waliyê berê yê Musilê Esîl Nucêfî jî kir berpirsê vê hêzê. Roja 11’ê Tîrmeha sala 2018’an Parlamenterê Berê yê Iraqê Şiwan Dawidî di daxuyaniya xwe ya ji bo Rojnews’ê de eşkere kiribû ku Tirkiye hêzek ji 500 kesî ji bo Eniya Tirkmena avakiriye. Dawidî dabû diyarkirin ev hêz rasterast ji aliyê Tirkiye ve tê birêvebirin, li Tirkiye û Başîqayê hatine perwerdekirin û her wiha muçeyê wan jî ji aliyê Tirkiye ve tê dayîn. Gelek belge hene dewleta Tirk ji bilî Tirkmenan, alîkariya komên çete jî kiriye ji bo xerbakirna aramiya herêmê. Ji bo mînak, şeva 8’ê Nîsana sala 2018’an li gundê Humerî ya ser bi bajaroka Raşad a Hewîceyê di pevçûnek dinavbera Heşda Şebî û çeteyên DAIŞ’ê de pênç çete hatin

kuştin. Li ser tîşortê yek ji wan çeteyan ala Tirkiye hebû. Her wiha 3’yê Nîsana sala 2017’an çend komek çekdar binavê Pêşmergeyên Roj êrişê ser bajaroka Xanesor a Şengalê kirin. Piştre eşkere bû ku di nava wan çekdaran de çeteyên ser bi dewleta Tirk jî hebûn û ew hêz li Başîqayê hatibûn perwerdekirin. Her wiha dinava wan çekdaran de hin endamên MÎT’ê yên bi Tirkî diaxivîn jî hebûn. Di nava sê salên derbasbûyî de dewleta Tirk zêdetir ji 5 caran bi balafirên şer û yên bê mirov êrişê Şengalê û Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî(Mexmûrê) kiriye. Piraniya van êrişan li ser Şengalê pêkhatine. Roja 25’ê Nîsana sala 2017’an yekem car dewleta Tirk bi balafirên şer êrişê Şengal, çiyayê Şengal û Çiyayê Qereçox ê Rojavayê Kurdistanê kir. Herî dawî dewleta Tirk di 15’ê Çileyê de bi êrişek asîmanî Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî û sê şervanên din şehîd xist. Di 15’ê Tebaxa sala


Diclepress13@gmail.com

2018’an de jî di encama êrîşa asîmanî de Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî şehîd bibû. Rolek sereke ya baregeha Başîqa di van kiryarên dewleta Tirk ku me li jor rêzkirîn de heye. Çima dewleta Tirk gundê Digurê kir armanc? Piştî êrişa dawî ya 15’ê Çileyê pirsa çima dewleta Tirk gundê Digurê kir armanc tê pirsîn. Gundê Digurê dikeve bakurê rojhilatê çiyayê Şengalê. Di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê li ser Şengalê de li ser daxwaza xelkê Şengalê şervanên YPG’ê û YPJ’ê bi hewara xelkê Şengalê hatin. Di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de korîdora mirovî hate vekirin û di vê korîdorê de bi deh hezaran Êzidî derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn. Gundê Digurê yekem xala vê korîdorê bû ku hate vekirin û wek deriyek bû ji bo rizgarkirina Şengalê û avakirina sîstema xweseriya demokratîk a Şengalê. Piştî vekirina vê korîdorê Yekîneyên Berxwedana Şengalê(YBŞ) hate damezrandin û Zerdeşt Şengalî jî yek ji damezrênerên YBŞ’ê bû. Rolek sereke yê YBŞ’ê di rizgarkirina Şengalê de heye û niha jî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve wek hêzek fermî tê nasîn. Damezrandina YBŞ’ê gelek pilan vala derxistin. Ji bona wê çavdêrên siyasî diyardikin ev êrişa Tirkiye li dijî sîstema Rêveberiya Xwesere.

raport

75

Cotmeha sala 2016’an serokwezîrê wê demê yê Iraqê Heyder Ebadî bi fermî daxwaza derketina hêzên Tirk ji baregeha Başîqayê kir û mana leşkerên Tirk li herêmê wek sedema ‘derketina şerê herêmî’ bi navkir

Mijdara sala 2015’an Wezîrê Derve yê Tirk ê wê demê Ferîdûn Sinirlioglu li gel Serokê wê demê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser avakirina baregehê lihevkirinek îmze kirin. Lê piştî dewleta Tirk hêzek zêdetir şand baregehê, hikûmeta Iraqê nerazîbûn nîşan da û daxwaz kir Tirkiye hêza xwe ji baregehê vekêşe. Her wiha ji bo girtina baregeha Başîqayê hikûmeta Iraqê nameyek pêşkêşê Encûmena Ewlehî ya Netewên Yekbûyî kir. Lê ev hewildan hemû bê encam man. Cotmeha sala 2016’an serokwezîrê wê demê yê Iraqê Heyder Ebadî bi fermî daxwaza derketina hêzên Tirk ji baregeha Başîqayê kir û mana leşkerên Tirk li herêmê wek sedema ‘derketina şerê herêmî’ bi navkir. Hewildanên girtina baregeha Li ser vê daxwaza Ebadî sala 2016’an Başîqa Encûmena Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî li ser hebûna leşkerên Hatina artêşa Tirk ji bo Başîqayê bi Tirk li Başîqa civiya. Di civînê de bi lihevkirina li gel Herêma Kurdistan û fermî daxwaz ji Tirkiye hate kirin agahiya Hikûmeta Iraqê bû. Roja 4’ê hêzên xwe ji herêmê paşde bikêşe.

HEJMAR 17

2020/2/20

SAL 3

KOVAR DICLE

Lê dewleta Tirk guh neda vê banga Netewên Yekbûyî. Roja 4’ê Cotmeha 2016’an Erdogan wek bersivdayîna vê daxwaza Heyder Ebadî, bi zimanek tûnd gef xwar û got; “Sinirê xwe bizane, artêşa Tirk bi fermana te tevnagere. Divê bizanî tu kîy û em kîne, hewil nede heqaretê li me bikî. Destpêkê we daxwaza hatina leşkerên Tirk ji bo Başîqayê kir, niha jî ji mere dibêjin derkevin. Em guh nadin qare qara we û em dizanin em çi dikin”. Di sala 2016’an de ji ber zextên Koalîsyona Navenetewî Tirkiye hinek ji hêzên xwe ji baregeha Başîqayê kişand. Li gorî çapemeniya Tirk, bi hevkariya rayedarên Herêma Kurdistanê ev leşkerên ji Başîqayê hatin kişandin, li baregehên din ên dewleta Tirk ku li Herêma Kurdistanê ne hatin bicihkirin. Têkildarî armanca avakirina baregeha Başîqayê, Berpirsê Malbenda YNK’ê ya Musilê Nesrûla Surçî ji Rojnews’ê re axivî û got; “Bi qasî ku ez dizanim karê vê baregehê şerkirina li dijî PKK’ê ye. Çavdêriya PKK’ê dike, ne ji ber DAIŞ’ê li wirin, ji berku li wê deverê şerê DAIŞ’ê nehatiye kirin. Em dibînin rojane bi balafiran Şengalê bombebaran dikin. Li gorî zanyariyên bi destê me ketine rola vê baregehê di van bombebaranan de heye. Her wiha tu peywendiyek ya hêza Tirk a li vê baregehê jî bi hêzên li herêmê re tineye”. Sê sal in Musil ji çeteyên DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin. Tirkiye ji bo vekişandina hêzên xwe ji Başîqayê ti pêngavek neavêtiye. Berovajî hertim di nava hewildanan de ye cihê xwe li vê baregehê qayîm bike û ti niyetek ya wê nine hêzên xwe ji herêmê vekişîne.


KOVAR DICLE

SAL 3

2020/2/20

HEJMAR 17

76

hevdîtin

Diclepress13@gmail.com

Dexîl garo:

”Eşqa min a ji bo helbestê bê dawiye”

Li gorî min helbest weke eynika mirove, ji ber ku ew eynik derewan nake; êş û jana, keyfxweşî û nexweşiya civakê derdixe derve. Hinek cih hene bi wejeye xwe hinek jî bi çanda xwe tên nasîn, her yêk ji wan bi rengekî din bi nav û dengin. Helbest jî dikare bibe nasnameyek, dikarê bibê berfirhebûneke fikrî.

A: NESRÎN ŞENGALÎ Helbestvanê navdar Dexîl Garo li ser wate û girîngiya wêje û helbestê bersiva pirsên me da. Garo diyar kir, “Divê helbest, hemû rengê jiyanê; xweşî û nexweşiyên wê bi hêmayên wêjeyî bihone. Ango divê helbestvan tevna helbestê wisa bihone ku civak, ango xwendevan xwe di wê berhemê de bibîne.” HELBEST WEKE CANÊ BEDENA MIROV E * Beriya em bikevin mijara

helbestê, Dexîl Garo kiye? Tu dikarî xwe bidî nasîn. We kengê dest bi nivîsandina helbestê kir? - Navê min Dexîl Garo ye. Ez ji Sîbe Şêx Xidir im. Min sala 2007 an dest bi nivîsandina helbestan kir. Min helbesta xwe ya yekem jî wê demê nivîsî û got. * We çawa hez ji helbestê kir û dest bi nivîsandina helbestê kir? - Ev pirs ji min re gelekî xweş hat. Weke ku mirov bibêje gelo çima ev stêrka ha li wir e? Yan jî çima ev kendal li vire? Helbest di bedena mirov de weke can û giyan e. Gava mirov ji hinek tiştan îlham digre dikare wan gotinên ji hindirê xwe derxîne. Ne tinê wek helbest jî; dikare bi rêya şano, muzîk, stran û hwd jî vê pêk bîne bike. Ez jî nizanim min çima ji helbestê hez kiriye. Ez ji hemû karê hunerî hez dikim lê herî zêde jî ji helbestê hez dikim. Li gora min ti kes nikare hezkirinê bînê ziman. Ji ber ku hezkirin bi xwe tiştekî bê sînor e. Ez jî nizanim çawa şîrove bikim, ji

ber ku helbest wekî parçeyek ji xwe dibînim û pê ve gelekî girêdayîme. HELBEST EYNIKA MIROV E *Helbest bi xwe ji bo we tê çi wateyê? - Ez jî dikarim wiha bipirsim, gelo şexs helbestê dinivîse, yan helbest şexs dinivîse? Helbest parçeyek ji wêjeyê ya her miletî ye. Çandîn helbestvan, nivîskaran, helbest nivîsîne. Her yek bi şêweyekê ye. Li gor min weke eynika mirov e. Lewre ew eynik derewan nake; êş û jan, keyfxweşî û nexweşiya civakê derdixe derve. Hinek cih hene bi wejeya xwe, hinek jî bi çanda xwe tên nasîn. Her yêk ji wan bi rengekî dîtir tên nasîn. Helbest jî dikare bibe nasnameyek, dikarê bibê berfirhebûneke fikrî. Helbest gava ku bê nivîsandin, eger mirov di warê mejî, ruh de xwe ava nekiribe, nikare bibe xwediyê afirîneriya helbestê. Wê demê ew helbest jî wê qels be û ti wateya xwe jî nebe.


Diclepress13@gmail.com

Divê helbestvan mejiyê civakê berfireh bike, şiyar bike, zindî bike, daku civak bizane dagirkerî çiye, ol çiye, welat çiye, ax çiye, mûzîk çiye. Van hemû rastiyên heyî divê li civakê bide naskirin. Heger helbestvan bi vî rengî tevbigere û li gora rastiya civakê pêde biçe dikare bi helbestên xwe bandorê hem li ser şexs hem jî li ser civakê jî çêbike .......... Divê helbestvan ji her demî zêdetir li beramberî van bûyerên rojane diqewimin û berxwedaniya ku tê dayîn xwe berpirsiyar bibîne û êşa ku em civaka Êzîdî dikşînin wek helbestvan û hunermend jî bibin xwedî rol * Yekemhelbesta we nivîsîbû kîjan bû? We kengê û li ser çi nivîsî? - Di zarokatiya xwe de min gelek ji stran gotinê hez dikir. Dayik û bavê min jî dixwestin ez stranan bêjim da ku ez kêfxweş bibim. Lewma ez kurê malê yê tenê bûm. Ji ber wê jî ez bi delalî hatim mezinkirin. Lê belê min dît ku dengê min ji bo stran gotinê nabe. Min jî tenê carnan ji xwe re bêyî hevalan li nava malê distiriyam. Lê min hez ji wêjeyê dikir. Min xwe ji hunerê qut nekir. Helbesta min a yekem li ser êvarek ku berf dibarî bû. Min, dema nivîsandî, behsa hezkirana ji êvarekî ku berf dibarî û zarok jî pê dilîstin dikir. Ango sala 2007’an bû min helbesta xwe ya yekemîn nivîsî. * Xislet û kesayeta helbestvan bi xwe kî ye? Di navbera helbest, helbestvan û civakê de çi pêwendî

hevdîtin

77

HEJMAR 17

2020/2/20

SAL 3

KOVAR DICLE

heye? - Ev yek ji bo her helbestvan, hunermend û mûzîkjenekî/ê derbasdar e. Roj bi roj rewş têne guhartin û her carê helbestvan dibe tiştek. Di hinek wextan de helbestvan pesnê hinek axayan daye, yan jî behsa jinê kirine, lê ne bi rengekî pîroz. Ez dixwazim bêjim ku dema li ser jinê dinivîsandin rastiya heyî bi rengekî raste rast dernedixistin holê. Dikarî li ser yara xwe beje, lê şerm dikir li ser dayîka xwe bêjê. Lê belê helbest û helbestvan jî têne guhartin. Dema niha dinivîsin, gelek jê li ser mirovahiyê ye, helbestvanên niha li ser olan jî nabêjin, li ser mirovahiyê dibêjen da ku bikarin mirovahiyê û mirov ava bikin. Ya girîng ew e ku ev ruh li gel helbestvan hebe . Çanda her civakekê bi rengekî cuda ye. Helbestvanên wê civakê jî li gorî wê çanda wê diçin. Heger di nava civakê de her tim kêfxweşî hebûya tenê pêwîstiya civakê bi helbest nedibû. Nexasim helbestvan û hunermend divê xwe di nava


KOVAR DICLE

SAL 3

2020/2/20

HEJMAR 17

civaka xwe de bibînin. Ji ber ku ew kesên ku zêdetir bala xwe divê bidin civakê û hemû bûyerên di nava wê civakê de diqewimin bişopînin û li gorî wê tevbigerin. Divê helbestvan ji bo civaka xwe bibe çirayeke ronahiyê.

78

hevdîtin

Diclepress13@gmail.com

xweş e, na ya din xweştire, yê filan kesî xweştirin’ hwd. Helbestên ez dinivîsim zêdetir helbestên azad in û ez heya niha zêdetir bi wî awayî dinivîsim. Ez her car ne tinê bi terzekê dinivîsim. Carina helbestên min dirêj dibin, carina jî gelek kûrt dinivîsim. Ji xwe helbest jî her carê *Hûn helbestên xwe bi kîjan qali- tê guhartin; li gora demê carna jî bî dinivîsin? Şêweyê helbestên we helbestên klasik dinivîsim. kîjan e, hinek hene klasik, hinek sûryal dinivîsin, şêwaza we kîjan * Heta niha we çend helbest e? nivîsandine û herî zêde helbestên - Dema helbesta kilasîkî tê gotin, ku hûn dinivîsin li ser kîjan mijarê nayê wateya ku ji kevintiyê mirov ne, yan jî em bêjin helbestên we li tê. Helbesta klasîk mirov ji ber ku ser çi ne? rûmet dide dinivîse. Niha herî zêde - Beriya fermana 3’ê Tabaxa helbest bi terzê sûryalî têne nivîsan- 2014’an min hazirtî ji bo pirtûkekê din. Lê belê min bi xwe bi wê şêwazê dikir. Helbestên ku min wê deme nenivîsandiye. Ji ber ku heta niha nivîsandîbû têra derxistina pirtûkê derfetê min çênebûye. Ez nakevim dikir. Lê dema fermana 3ê Tebaxa bin bandora ku bê gotin, ‘ev helbest 2014’an ew helbestên min jî man,

hemû di bin wan xirban de man. Min piştî fermanê jî gelek helbest nivîsandine û ez dîsa hazirtiya derxistina pirtûkê dikim. Lê belê ez her tim jî nanivîsim. Carna heyîvek jî diçe ku min tiştek nenivîsandiye. Lê carna jî dema hestên min derdikevin pêş, îlham digirim vê carê pênûsa min jî nasekine. Wê demê dinivîsim û gelek caran di mejiyê min de jî helbest çêdibe lê hîn min nenivîsandiye û derbasî rûpelan nekiriye. * Li gorî nêrîna we divê helbest bandoreke çawa li ser civak û kes bike? - Her helbest her tim nayê gûhdarkirin. Hinek helbest hene ku her tim wextê wan heye û her dem xweş in. Weke qehweyekê ne ku her tim hêlma germ jê radibe û mirov dixwaze


Diclepress13@gmail.com

her dem guhdar bike. Heger helbestvan rêyekî din di mejiyê mirovan de veneke ti wateya wê jî nîne. Heger mirov xwe di warê helbestê de ava neke nikare helbestê jî binivîse. Heger mirov her roj helbestan guhdar bike wekî filmekî ku mirov rojekê tenê lê binêre û biqedi diçe ew helbest û encam nagire. Divê helbestvan mejiyê civakê berfireh bike, şiyar bike, zindî bike, daku civak bizane dagirkerî çiye, ol çiye, welat çiye, ax çiye, mûzîk çiye. Van hemû rastiyên heyî divê li civakê bide naskirin. Heger helbestvan bi vî rengî tevbigere û li gora rastiya civakê pêde biçe dikare bi helbestên xwe bandorê hem li ser şexs hem jî li ser civakê jî çêbike. * Hûn kîjan helbestvanan ji xwe re wek mînak dibînin, ango hûn bêtir ji kîjan helbestvanî/ê hez dikin? - Gelek helbest û helbestvan hene. Ez nizanim çawa bêjim, lê her helbestek di cihê xwe de baş e, xweş e. Weke mînak, heger em kevirekê ji deştê bibin deynin zozanan yê nexweş be. Dibe ne cih û demê wê be. Niha her helbestvanek bi rengekê dibêje. Weke mînak, demê Hekîm Sefqan helbesta xwe li ser dayîk, xwişk û welat dibêjê ez nikarim ji wî bêtir behsa van bikim. Dema Ferhadê Merdê di helbestên xwe de dibêje “korikû”, ez nikarim ji wî bêtir behsa êş û jana miletan û bindestiyê bikim. Cegerxwîn dibêje “Şam şekir e û welat şêrîntir e. Car din Hecî Qîranî ji dilê xwe behsa Ezîdxanê dike, Xidir Şaqûlî ji dilê xwe behsa hezkirinê dike û her wiha, ez gelek ji wan hez dikim. Ez ji her helbesteke ku xweş hatiye nivîsandin hez dikim.

hevdîtin

79

* Di nav civakê de rojane bi hezaran bûyer, dagirkirin û rewşên cur bi cur rû didin, Gelo bi nêrîne we hem helbestvan hem jî hunermend çiqasî li gorî van bûyeran xwedî li civakê derdikevin? - Tişta ku herî zêde civaka me êşandiye, keç û jinên ku di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatine ravendine. Heta niha tinê yêk an jî du helbest hene, lê ewqas jî ne xwedî bandor bûne. Hêjan li ser wan keç û jinên ketine destê DAÎŞ’êhelbestek bi bandor nehatine nivîsîn. Heta filmek an jî tiştekî din ê bi bandor nehatiye pêşxistin. Dibe xwedî lê derketin hebe lê ev yêk têr nake. Ez bi xwe jî di vê mijarê de kêm dibînim, ez jî gelek kêm mame. Ji êşa ku niha mirov dikişîne gelekî kêm û qelstir e. Niha divê helbestvan ji her demî zêdetir li beramberî van bûyerên rojane diqewimin û berxwedaniya ku tê dayîn xwe berpirsiyar bibîne û êşa ku em civaka Êzîdî dikşînin wek helbestvan û hunermend jî bibin xwedî rol. Ev yêk girîng e û watedar e. Divê em li çanda xwe, li gelê xwe û zimanê xwe xwedî derbikevin. Vê îvarê dojeh gelekê e sare...! “Ofînên betilî,

îskên li ber xirgemanê, qefeqefa dev û dinanêd mi, melodiya xewnên min yên serjîkirî.! dîlekên bi hebinê sêdarê ve daliqandî li badibin, pişta min e şikestî, xwihdane demsalên dijminatiyê, bi kevirên reş yên dîwarên vê dojehê ve seqihandîne...! dest û lingên min yên girêdayî bi zincîrên sincirî

HEJMAR 17

2020/2/20

SAL 3

KOVAR DICLE

li bendemana sîqîna deriyên kilîtkirî dibuhijin, li nêv pêndela perde yên tarî ya pencere ya vê îvarê de, heyv mîna pîrejineka por sipî mirûsdadayî kirika xwe li min hildikêşê, ev der mozexana mirinê ye, li vir hemû tişt bê ramanin, sar, xav, bê tam, bê wate, xwe nas dikin, tenê îş tinebûn koçberî û bûkêla agir ê li nêv zeviyên kedkara de serhildide, çavê min yê qerimî li hizreta honşkeke xewê ye, xew ji çire madem xewin li vir hatîne qedaxe kirin? li vêderê tenê kabûsên giran xafilqeda yên har li henasa min de dixarînin, ev der welatê bê roje, ji mêj deye roj ji vir hatiye qewitandin, li vir mûmirkên dinan bi jehir bê nimet li deqa nîro hêlê dikin.! li vêderê tiştekî sax tineye, tenê dengê qurpequrpa şakalên rêberên petrodolar in, ber bi borse yên kirîn û firotina millet û bajaran ve diçin, car caran bazirganên endamên laşên zaroke, simsarên li nêv istiriyên sinûran de, hosta yên tabûtên bi xwîn, pehle yên dîwarên kînê, şeqebane yên tijî tovê mirinê, li vê derê re derbas dibin...! lê jibîra neke dayika me hîj e saxe, heskirnê û hebûnê bi hêvînê jiyanê bi destê xwe yê sipî hîj di meyînê”


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.