SORMEY Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê
Kovareke Hizirî-Çandî ya Dumehane ye Ji Weşanên Sazîya Çarçirayê ya Çandî Hejmar: 8 / Rezber, Kewçêr
• Girîngîya Xoybûnê û Mezintîya Pirsgirêka Kurd Di Şeş Belgenameyên Nehênî De • Termên Hevbeş û Xewna Zimanekî Yekbûyî • George Orwell, Zorbazîya Nîv-nixumandî û ya Vêvirandî (Çewlika Ajelan û 1984) • Rûpeleke Nû ya Serîhildana Simkoyê Şikak: Kar û Xebatên Sîyasî û Çandî
SORMEY Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê Sormey
Kovareke Hizirî-Çandî ya Dumehane ye Ji Weşanên Sazîya Çarçirayê ya Çandî Hejmar: 8 / Rezber, Kewçêr
Naverok
Kovareke Hizirî-Çandî ya Dumehane ye Hejmar: 8 -Rezber, Kewçêr Gerînendeyê Giştî: Nihad Iskan Desteya Sernivîskarîyê: Ebas Mûsa, Evdo Şêxo, M. Mecîd Hisên, Xalid Umer Sernivîskarî û Serrastkirina Beşê Kurdî: Evdo Şêxo Sernivîskarî û Serrastkirina Beşê Erebî: Ebas Mûsa Kevalên Bergê: Zuhêr Hesîb Derhînerê Dîtbarî û Rûpelsaz: Şivanê Dêrikî Tel: (+963) 0938 408 206 (+963) 0999 656 125 e-mail: kovara.sormey@gmail.com Mafê weşandina gotaran ê Kovara Sormeyê ye, lê nivîskar berpirsyarên naveroka nivîsên xwe ne. Rêzkirina nivîsan girêdayî hin egerên teknîkî ye
Gotina Sormeyê: Teşîya Zirav, Barek Dirav / 2 Kemal Mezher Ehmed: Girîngîya Xoybûnê û Mezintîya Meseleya Kurd Di Şeş Belgenameyên Nehênî De / 4 Deham Ebdulfetah: Termên Hevbeş û Xewna Zimanekî Yekbûyî /14 Evdo Şêxo: George Orwell, Zorbazîya Nîv-nixumandî û ya Vêvirandî (Çewlika Ajelan û 1984) / 22 Kaşkar Oremar: Rûpeleke Nû ya Serîhildana Simkoyê Şikak: Kar û Xebatên Sîyasî û Çandî / 26 Bindarûk: / 40
Rezber -Kewçêr 2015, Hejmar: 8
2
Teşîya Zirav, Barek Dirav
P
D
i himûguma tevgera çandî û hizirî ya Rojavayê Kurdistanê de, alîyên ku axa li dora dara zimanê Kurdî dixepêrin, hespê zimên di meydana ceribandinên celeb celeb de dibezînin û bi rêkûpêkî guh didin hêla çandî, hizirî û dîrokî, pir kêm in. Ev yeka han jî, kêmasîyeke pir mezin a di warê bipêşvebirin, dewlemendkirin û geşepêdana zimanê Kurdî -wekî zimanekî ku hewl dide mohra xwe li lênivîska çanda cîhanê bide- de dide der. Pêşîyên Kurdan ji berê ve gotiye: “Teşîya zirav, barek dirav,” an ku tenê karên ku bi zanabûn têne meşandin, şopekê li dû xwe dihêlin, keda xwedîyê xwe li erdê nadin û sûd û mifayekê li xwedîyê xwe û civakê jî dikin. Li ser şopa pêşîyên Kurdan, Kovara Sormeyê jî bi her rengî hewl daye ku dirûvê zanîn û ramanwerîyê li jîyana çandî û hizirî ya vê herêmê bixe, wê ji çarçoveya xwedubarekirinê derîne û bipengizîne ber bi asoyên berfireh ên nûjenxwazîyê ku êdî ew aso bûne hêlînên zimanên cîhanê bi tevahî. Zimanê ku xwe di bêrma wêjeya sade û xas de tenê noq dike; xwe di deryaya nezanîn û xwedîlgirtinê de gut dike û difetisîne. Helbet ev nayê wateya binaxkirina wêje, kelepor, mîrat û çanda devkî ya zimanê Kurdî, lê divê Kurd di heman demê de zanibin ku zimanê Kurdî nikare pêş bikeve û xwe bigihîne karwanê zimanên dinyayê yên rûniştî û belavbûyî heger serî li hemû rengên jîyanê nede û xwe li hemû waran nehêçîne. Alîyê herî girîng ê jîyanê jî, alîyê hizirî ye ku wêje bi
xwe jî dikare were bikaranîn di geşkirina vî alîyî de. Di qelibandina rûpelên dîroka nêzîk û hevdem de, em dibînin ku piranîya zimanên pêşketî û belavbûyî, pêşî bi rêya hizir û felsefeyê û paşê bi rêya nûjenxwazî, zanist û teknolojîyê, cîhan dagir kiriye û bandora xwe li ser hemû zimanên cîhanê yên bêderfet û lipaşmayî hêlaye. Mînakên vê yekê jî pir in û nayêne hejmartin, ji zimanê Almanî û Fransizî bigire heta bi zimanê Îngilîzî. Li jêr van dane û rastîyên navbihurî, em -wekî Kovara Sormeyê- hewl didin ku rişmeyê Kurdîyê bikişînin ber bi meydana nivîsên hizirî, şirovekirinên dîrokî yên zanistî û nirxandinên wêjeyî yên ku xwe dispêrin dîwarê berawirdkirinên ku hişê merivan -bi erênî- diçelqînin. Li vir jî, helbet, me wekî Sormeyê, ji bîr nekiriye ku em serîyekî li kêşeyên zimên ên ku hîn dewam dikin bidin, ew jî bi hêvîya geşkirina gengeşeyên lidarketî û dehfandina kêşeyên zimanê Kurdî ber bi kevîya çareserkirinê ve; an ku rûniştandina zimên. Di beşê Kurdî yê hejmara heştan a Kovara Sormeyê de, me hin nivîsên curbicur ên sûdewer di bilûla kovarê de ro kirine; ji eşkerekirina hin kîtekîtên veşartî yên mêjûya gelê Kurd bigire heta bi berawirdkirin û nirxandinên wêjeyî, çandî û sîyasî û heta bi tevdana arêşeyên zimên. Di beşê dîrokê de, du nivîsên pir hêja û berfireh hene: Nivîsa dr. Kemal Mezher Ehmed a ku hatiye Kurmancîkirin ji Soranîyê, hewl dide ku dîroka veşartî ya Komeleya Xoybûnê eşkere bike û tawan-
SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê barkirinên nokertîyê yên li dijî wê li bêjinga rastîya dîrokî bide. Nivîsa duduyan a dîrokî jî, di der barê rêberê Kurd Simkoyê Şikak de ye û hewl dide hin rûpelên tarî û paşperdekirî yên dîroka vî mêrxas û sereksiwarê Kurd ronî bike. Di vê nivîsa cihêwaz de, nivîskar Kaşkar Oremar balê dikişîne ser alîyê çandî yê desthilatdarîya Simkoyê Şikak, bi taybetî jî Rojnameya Kurdê ya ku kêm tê naskirin di nav Kurdan de. Di nivîsa li ser her du romanên George Orwell ên navdar de, nivîskarê gotarê hewl daye ku mijara zorbazîyê ya her du romanan bide ber tava nirxandineke derûnî-sîyasî û mekanîzmaya xebata totalîteran belî bike. Nivîs giranîyê dide
3
zorbazîya beloq û ya veşartî di tevina her du şahberhemên Orwell de. Di mijara zimên de, mamosta Deham Ebdulfetah berê nivîsa xwe daye ser kêşeya pirbûna zaravayên zimanê Kurdî, û yekkirina termên zanistî û nûafirandî wekî çareyeke yekkirina zaravayên Kurdîyê pêşnîyar kiriye. Sormey; an ku meya sor; qurta rizgarbûna ji xwedubarekirinê; gulpa serxweşîya xwehilfirandina ber bi esmanê zanîna bêsînor ve; fira ji pîyaleya hizirên hevçax e. Sernivîskarîya Beşê Kurdî yê Kovara Sormeyê
Rezber -Kewçêr 2015, Hejmar: 8
4
Girîngîya Xoybûnê û Mezintîya Pirsgirêka Kurd Di Şeş Belgenameyên Nehênî De*
P
Dr. Kemal Mezher Ehmed Tîpguhêzîya Ji Soranîyê: Ziya Avcı
Destpêk
D
amezirandina Komeleya Xoybûnê di dawîya sala 1927an de, di dîroka rêxistinên sîyasî yên Kurdistanê de, çi di warê bername û rêziknameyê de, an di warê awa û asta têgihaştinê û dereceya xwendewarîya birêveber, rabihurîya wan, bav, bavpîr û malbatan di nav xebata Kurdayetîyê de, çi di warê kar û têkoşînê de, çerxbûneke dîyar e. Lê çi heye li gel vê jî heta niha tiştekî wisa di der barê Xoybûnê de wekî rêxistinekê û encamên damezirandin, kil û kêmasîyan û gelek rûyên wê yên din ên pêwîst de nehatiye nivîsandin. Bi ser vê de jî çend milên dîrokî yên vê rêxistinê hatine biserûbinkirin û tohmeta wê yekê lê hatiye kirin ku goya destkira Îngilîz û Fransizan bû. Ew tohmeta han di dawîya sedsala bihurî de, di salên 20an û destpêka salên 30î de, Tirkan li her milî belav dikir û piştî vê yekê jî, dîroknivîsan bi zanatî, bêyî lisersekinîn û lêkolîn heman tişt dubare dikir. Lê piştî ku belgeyên nehênî derketin holê, gelek milên binirx ên xebata Xoybûnê, ku nedihatin zanîn, eşkere bûn û ew hemû nêrîn pûç kirin, girîngî û mezintîya Xoybûnê wekî beşekî pirsgirêka Kurd sax dikin. Ev jî barekî dîrokî yê rastîn ê wan rêxistinên Kurdistanî ye ku li ber ronahîya naveroka wan şeş belgeyên nehênî yên biqîmet(1) belî dibe.
Helwesta Kurdên Amerîkayê, Charberlayinê Brîtanî û Mussoliniyê Îtalî Li Hemberê Xoybûnê
Sembola Xoybûnê Hemû, çi Îngilîz, çi Fransiz, çi Sovyet û yên din jî bi hişyarî ketibûn soraxa her zanyarîyeke ku pêwendîyên wê bi Xoybûnê û birêveberên wê re hebe, ku ev bi serê xwe nîşana giranîya mezin a wê rêxistina Kurdî ye. Îngilîzan bi xebata xwe gav bi gav Xoybûn dişopand, ji ber vê yekê, bi sedan û bi sedan belgeyên binirx di dosyayên wan ên taybet de di der barê Xoybûnê de hatine ragirtin. Yek ji wan belgeyan jî, raporeke çarrûpelî ya konsolosê Brîtanyayê yê bajarê Detroitê yê girêdayî wîlayeta Michiganê ya Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê, Jon Kamiron e, ku di roja
SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê
Sureya Bedirxan 18ê Nîsana sala 1929an de bi lez ji Londrayê, ji Wiston Chamberlain(2) ê wezîrê karûbarên derveyî yê Brîtanyayê re şandiye(3). Ev bi serê xwe belgeyeke eşkere ya qîmetpêdana dewletên mezin e, çi bi Xoybûnê û çi bi pirsgirêka Kurd bi tevahî. Wî wextî, hîn dewletek di meydanê de tunebû ku bikare li Rojhilata Nêzîk, Rojhilata Navîn û gelek melbendên din ên cîhanê serê xwe bide ber serê Brîtanyaya Mezin. Chamberlain bi xwe jî sîyasetmedarekî mezin û naskirî yê wê demê yê Brîtanya û cîhanê bû. Ew ji sala 1892yan ve bûbû endamê parlamentoyê û ji sala 1903yan ve heta koça xwe ya dawî ya sala 1937an, çend caran bûbû wezîrê darayî, ê karûbarên Hindistanê, ê deryayê û yê karûbarên derveyî. Ev jî eşkere ye ku wan tenê ew arêşeyên nirxê wan ê taybet heye dikirin raporên nehênî û amadeyî ber destê wezîrê karûbarên derve bi xwe dikirin. Li gor kurtîya naveroka belgeyê, Sureya Bedirxan ê birayê Celadet û Kamuran Bedirxanê mezin, wisa dixuye serokê Xoybûnê bû, heft mehan li Dewletên Yekgirtî
5
yên Amerîkayê maye, yanî ji nîvê Çirîya Pêşîn a sala 1928an heta nîvê Nîsana sala 1929an. Sureya Bedirxan di vê maweya dûrûdirêj de ji bo karûbarên Xoybûnê di nav Kurdên Amerîkayê de gerîyaye ku li gor raporê, wî wextî hejmara wan deh heta duwazdeh hezar kesan bû. Ecêbî ew e ku wan Kurdan di nav xwe de her salê pêncî heta 60 hezar dolarî wekî alîkarî berhev kiriye û bi wî dilê Kurdbînîyê ve daye Mistefa Kemal Atatrük. Dibe ku ev karê han di destpêka tevgera Kemalîstan de rewa be, lê piştî ku hêzên Tirkîyeyê di sala 1925an de Kurdistan di xwînê de niqum kir, êdî tu erênîyek di meydanê de nema ku ew Kurd mifteya pereyekî weha zêde bidin destê rêberekî wekî Mistefa Kemal ku heta wê demê kesekî di dîrokê de bi qasî wî dijmintîya Kurd û Kurdistanê nekiribû. Her çi hal be, Sureya Bedirxan bi alîkarîya Gregor Vartanyan -ku em ê di dawîyê de behsa wî jî bikin-, Kurdên Amerîkayê qayîl kirine ku mil bidin ber Komeleya Xoybûnê û êdî wan pereyan ji Mistefa Kemal re neşînin û bidin Xoybûnê. Ew jî biryarê didin ku ji wir û bi şûn de di hefteyê de dolarekî ji heqdestê xwe yê rojane bidinê. Ev rastîya han a nirxdar yek ji girêyên kor ên Xoybûnê vedike ku pêwendîya wê bi dahatîya malî ya wê komeleyê ve heye. Pêwîstîya çalakîyên Xoybûnê û hatin û çûyîna rêberên wê û cihbicihkirina neqişeyên wê yên berfireh bi pereyan hebû, nehezên Xoybûnê bi zanatî dixwest bi vê behaneyê wê bi tohmeta nokertîya Rojavayê tawanbar bikin. Wisa dixuye ku Kurdên Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê bi vî awayî bûne palpişteke mezin a Xoybûnê. Hêjayî gotinê ye ku D. Bileç Şêrko, ku naznavê Sureya Bedirxan bi xwe ye, li ser rûpela pişta wê kitêbê ku bi navê “Elqedîye Elkurdîye/ Doza Kurd” ye û di sala 1930î de weşandiye, wêneyê yekê ji wan civînan danîye ku di rojên geşta xwe ya Amerîkayê ya li Detroitê de saz kiriye(4).
6 Heta niha, min bi dehan ji wan belgeyan dîtine, bi zelalî vê yekê ji me re ronî dikin ku çawa Ermenan bi germî ji bo damezirandina Komeleya Xoybûnê û belavbûna çalakîyên wê -ku helbet mebesta wan jî ew bû ku Tirkîyeyê bileqînin- alî rêberên Kurdan kiriye. Raporên konsolosê Brîtanyayê Jon Kameron ji Detroitê jî, bêyî ku mebesta wî be, ev rastî di sê xalan de ji me re weşandine. A yekê di der barê Gregor Vartanyan e, ku wisa dixuye ku rêberekî Ermenan ê çalak bû û endamê “Komîteya Bihawarçûna Ermenên Li Derve”(5) bû. Gregor Vartanyan wî wextî bi dûrûdirêjî bi Sureya Bedirxan re li Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê rêberî kiriye, pê re çûye Londra, Roma, Atîna, Parîs û cihên din jî. Xala duduyan jî beşdarîya Ermenên Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê di van alîkarîyan de ye ku Sureya Bedirxan û Vartanyan ji bo piştgirîya Xoybûnê li wir saz kiribûn. Xala dawîyê jî ew e ku dr. Tomas Mizerdîçyan ê Ermen, beşê herî zêde ji zanyarîyên dokumentên nav raporê gihandine konsolosê Brîtanyayê yê Detroitê û wî jî ew şandine Londrayê. Mizerdîçyan ku bi Tomas Efendî re sûret kêşabû, berî Şerê Cîhanê yê Yekem cîgirê konsolosê Brîtanyayê yê Dîyarbekirê bû û di wê sayeyê de nasnameya Bîtanyayê wergirtibû. Li gor wan zanyarîyên ku heta niha min li ser Komeleya Xoybûnê berhev kirine, wisa tê xuyakirin ku rêberên wê rêxistinê hez kiriye awayekî pêwendîya wan bi Sovyetê re hebe û hewleke zêde ji bo pêkanîna wê xwesteka xwe daye ku Îngilîzan her carê di belgeyên xwe yên nehênî de behs kiriye û bi hişyarî ketine berhevkirina nûçeyan ku jê dilteng bûn. Naveroka belgeyan îro bi tu awayî gumanekê di wê de nahêlin ku Sovyetîyan jî xwestiye ji nêzîk ve pêwendîya wan li gel Xoybûnê hebe. Ew jî wekî Îngilîz, Fransiz û alîyên din bi lez ketine berhevkirina xeberên tevgerê û
Rezber -Kewçêr 2015, Hejmar: 8 çalakîyên wê. Tomas, wekî rapor bi zelalî behs dike, Vartanyan mirovê Sovyetê bû, heta mala wî jî li Êrîvana paytexta Komara Ermenistana Sovyetê bû ku adresa wî ya temam di destê Îngilîzan de bû. Ji vê jî girîngtir ew e ku li gor eynî rapora roja 19ê Nîsana sala 1929an, berî ku Sureya Bedirxna bi keştîyê ji New Yorkê biçe Londrayê, niwênerê Yekîtîya Sovyetê yê li DewletênYekgirtî yên Amerîkayê(6) bi wî û Vartanyan re civîyaye. Ev du rastîyên binirx ên di nav raporên nehênî yên konsolosê Brîtanyayê yê Detroitê de, di eynî wextî de bersiveke bêdengkirinê ye ji bo wan rojhilatnasên Sovyetê ku ji hemûyan zêdetir tohmeta nokerîyê didin ba Xoybûnê ku bêguman wekî rêxistineke ji dinyayê fêm kiriye û hewl daye ku pêwendîyên wê bi hemûyan re hebe -çi Fransa, çi Brîtanya, çi Sovyet, çi Yûnanistan, çi Iraq, Îran, Sûrîye û milên din jî, lê ew welat ne amade bûn ku berê xwe bidin Xoybûnê, ji ber vê yekê jî, wan jî nedixwest ku di wê demê de pirsgirêka Kurd bikin barê ser milê xwe, ku barekî gelekî giran bû, zorî dikete ser milên ku bixwestaya destê alîkarîyê jê re dirêj bike. A cihê dildaxîyê ye, Sovyetê di wextê xwe de firset neda kesekî ku nêzîkî belgeyên nehênî bibe, heke na, rojhilatnasên Sovyetê gelekî lêhatî bûn û bi hêsanî nediketin şaşîyeke dîrokî ya mezin a wekî wê şaşîya di der barê tevgera niştimanî ya Kurdan de. Her di vî warî de, rapora Jon Kameron du xalên pir binirx ên ku nedihatin zanîn ji me re weşandine; yek jê di der barê dawetnameya Mossulini ya ji bo Sureya Bedirxan e, ku ji bo pazdeh rojan li ser hesabê Hikûmeta Îtalyayê were Romayê. Sureya berî ku biçe Amerîkayê çûye Romaya paytexta wî welatî û wisa dixuye ku li wir bi Mossulini re civîyaye û di encamê de gihaştiye wê bawerîyê ku rêberê Îtalyaya
SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê Faşîst amade ye alî Kurdan bike. Pêwîstîya vî milê raporê jî, ku careke din mezintîya Xoybûnê û pirsgirêka Kurd bi hev re dide nîşan, hinekî bi lêkolîn û lêgerînê heye. Benito Mossulini (1883-1945) damezirînerê Partîya Faşîst e ku ji dawîya Çirîya Pêşîn a sala 1922yan ve li Îtalyayê desthilatî girtiye destê xwe. Mirovekî zêde zana bû û plangerên wekî wî kêm bûn. Her ji destpêkê ve wî çav berdabûn navçeya Balkan, Danub, bakurê Afrîkayê û cihên din, gelekî bilez bû ku Deryaya Naverast têke bin rikêfa Îtalyayê. Heta Faşîstan di neqişe û nivîsên xwe de wekî Romayîyên kevn, ji naverasta Deryaya Spî re digot “Deryaya Me”. Li vir metirsîya sîyaseta Faşîstên Îtalyayê, Tirkîye jî digirt. Heta yek ji wan sebebên sereke yên mildaneberîya ji bo girêdana Peymana Seidebadê, dijîtîyên di navbera Tirkîye û Îtalyayê de bûn. Mistefa Kemal bi pêwîstî dizanî ku pişta xwe bi wê peymanê qayîm bike, her ji ber wê jî hewl da ku Brîtanya û Sovyetê di Seidebadê de beşdar bike. Wisa dixuye ku Mossulini jî bawer dikir ku dikare bi rêya milgirtina pirsgirêka Kurd re, gurzekî ji şîyana Tirkîyeyê biweşîne û wê li hemberê Îtalyayê jar bike. Helbet ji ber vê sebebê bû ku Mossulini qîmet daye Komeleya Xoybûnê û bi taybetî Sureya Bedirxan dawetî Romayê kiriye. Bêguman di dosyayên taybet ên Îtalyaya Faşîst de divê zanyarîyên bifeyde yên di vî warî de hebin. Xala duduyan a behsê, dawetnameyeke din e ku serokwezîrê Yûnanistanê Eleftereyos Venezelos ji Sureya Bedirxan re şandiye ku piştî temambûna geşta wî ya Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê serî li Atînayê bide. Rast e Yûnanistan bi hestên xwe her wextî bi Kurdan re bû, ji ber ku wan jî di wextê xwe de kêm ji destê Osmanîyan nekêşaye, û piştî wê jî ji dema Kemalîstan heta îro dijîtî, dubendî û şer û
7
qirên di navbera Tirkîye û Yûnanistanê de her berdewam bûye, û dîyar e heta ku neteweperestîya her du alîyan -û bi taybetî bayê xwemezinzanîna Tirkan- di meydanê de bimîne, ev jî dê bidomin. Lê berî banga Venezelos tu wextî nêrîneke birêveberên Yûnan a wisa ji bo Kurdan tunebû. Divê em vê jî bibêjin ku Venezelos di wê qonaxê de mezintirîn sîyasetmedarê Yûnan û yek ji wan kesên sîyasî yên naskirî yên Ewropayê bû, ji sala 1910an heta sala 1933yan pênc caran bûye serokwezîrê welatê xwe. Berî em geşta xwe ya bi Sureya Bedirxan û Xoybûnê re temam bikin, em ê bên ser rapora Jon Kameron ê konsolosê Brîtanyayê yê Detroitê, ku ji wezîrê karûbarên derveyî yê dewleta xwe Osten Chamberlain re şandiye û ev jî temamê teksta wê ye: “Konsolxaneya Brîtanyayê, Detroit, Michigen, 18ê Nîsana 1929an, hejmar: 21, Nehênî. Ji bo: Sir Osten Chamberlain (li gel madalye û navnîşana wî) wezîrê serekî û derve yê hikûmeta xwedî şikir, Londra, Îngilistan. Ez benî(7), ez xwe şerefmend dizanim we agahdar bikim ku mîrê Kurd Sureya Bedirxan, serokê Eşîra Botan, ku rûniştîyê ‘melbenda’ di navbera Botan û Urmîyeyê de ye(8) û va ye heft meh in li Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê û di dawîyê de li Detroitê bû, sibe, 19ê Nîsanê, ji New Yorkê bi rêya deryayê bi keştîya Eledi Franser ber bi Parîsê ve û li gel Gregor Vartanyan ê endamê desteya Komîteya Bihawarçûna Ermenên Li Derve(9) dikeve rê. Sureya Bedirxan
8 dixwaze piştgirîya dewleteke ji dewletan ji bo berpakirina serîhildanekê li dijî Tirkan bi dest bixe. Her ji bo vê mebestê jî mijûlê berhevkirina alîkarîyê di nav Kurdan de bû, ku hejmara wan li Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê digihîje nêzîkî deh heta duwazdeh hezar kesan. Ew Ermenên ku li Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê dijîn li hemberê Kurdan hestyar in û bi qasî ez dizanim bi pereyan alî wan dikin. Vartanyan li Êrîvana Ermenistana Sovyetê dijî. Sureya ji Parîsê dê biçe Londrayê, ne dûr e di plana geşta xwe de guherînekê bike, ji ber vê pêwîst e bê zanîn ka ew guherînên niha çi ne.” Çavkanîyên zanyarîyên min (dr. K. M.) Tomas e ku hevwelatîyekî Brîtanî ye û berî şer(10) cihgirê konsolosê Brîtanyayê yê Dîyarbekirê bû. Di wextê şer de jî, bi qasî ez dizanim, li ba general Ditis, kolonel Lawrens(11) û serekê serkantiya giştî, general Elin, li Misirê bi navê Tomas Efendî dihat naskirin. Serokatîya eşîreke Ermen ji bav û bavpîran ji dr. Tomas re mabû, ew eşîr cîrana Kurdan bû û pêwendîyên pê re dostane bûn, lê Tirkan ew ji holê rakir. Ev çend sal in dr. Tomas li Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê dijî, bi qasî ez dizanim, va ye nêzîkî çar salan e ku ez wî li Detroitê dinasim. Min hinek alîkarî jî daye ji bo ku astengên xwe û meseleya Ermenên din bigihîne wê komîteya navneteweyî ya diçe Stenbolê, wê pirsa qerebûkirinê ya li dijî Tirkan pêşkêş kiriye. Ên li xwarê kurtîya ragihandinên wî ne ku wî bi xwe gotine: “Sureya ji alîyê Xoybûnê ve, yanî Komeleya Serxwebûnê ya Kurdan, ji bo Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê re hatiye şandin. Kurdên vî welatî her salê 50 heta 60 hezar dolar ji Mistefa Kemal
Rezber -Kewçêr 2015, Hejmar: 8 re dişandin, lê Sureya qinyata wan guhert û wisa li wan kir ku berê xwe bidin serxwebûna Kurdan û wan biryar daye her yek ji wan her hefteyê dolarekî ji bo Xoybûnê bide wî û di pratîkê de vê yekê di van çar mehên dawîyê de encam daye, bi vî karî jî hemû bûne endamên sondxwarî yên vê komeleyê. Dema ku Sureya ji çûna Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê di rê de bû, Mossulini ew dawet kir û wî pazdeh rojên xwe bi mêvanî li ba wî li Romayê derbas kirin. Ew (yanî Sureya Bedirxan) gihaşte wê bawerîyê ku Mossulini hez dike alî Kurdan bike. Venezelos jî ew di wextê vegera wî de dawet kir (ji Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê) ku serî li Atînayê bide. Li Mûsilê, li gor gotinên dr. Tomas, rêya xebatê ji Xoybûnê re nehatiye dayîn, lê li Helebê Fransizan rê daye wê. Hikûmeta Rûsyaya Sovyetê jî dixwaze pêwendîyên wê bi wan re hebin (yanî bi birêveberên Xoybûnê re). Niwênerê Sovyetê yê New Yorkê, ji bo sibe serê sibehê, berî ku bi rêya deryayê re bikeve rê, tertîba dîtina Sureya Bedirxan kiriye.
SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê Eşîra Baban a Kurd li Îranê(12) terefdar in (yanî terefdarên Xoybûnê ne). Hikûmeta Rûsyayê daxwaz ji Vartanyan kiriye ku di pêwendîyên xwe yên bi Kurdan re de berdewam be û hewl bide rêketinnameyekê di navbera wan û hikûmeta Rûsyayê de pêk bîne. Ev jî adresa wî ye (adresa Vartanyan): Bi rêya Berlînê ji Moskovayê re, Êrîvan, Ermenistana Sovyetê, Kafkasya. Hejmara kolanê û zanyarîyên din (ên di der barê adresê de) bi zimanê Ermenî li ser nameyê hatine nivîsandin. Vartanyan dixwaze dr. Tomas biçe Êrîvanê û ji wir jî biçe Moskovayê. Dr. Tomas di bersiva xwe de gotiye ku ew hevwelatîyê Brîtanyayê ye û nikare bêyî pirsa ji hikûmeta Brîtanyayê tiştekî bike. Gelekî girîng e ku divê Sureya heta hetayê nizanibe ku dr. Tomas ev agahdarî şandine, ev merca dr. Tomas bi xwe ye. Li gor gotina Sureya, Kurd dikarin ji bo serîhildana di bin serokatîya efserekî berê yê di nav leşkerên Tirk de, ku çend efserên din pê re ne, 150 hezar kesî berhev bikin. Pêwîstîya wan tenê bi cebilxane û alavên şer heye(13). Nameyek ji Xoybûnê ji Sureya re hatiye ku ji Helebê jê re hatiye şandin, behsa wê yekê dike ku Tirk çawa mijûl in ku xwe ji bo êrîşekê re amade dikin, Kurd jî amadeyî bergirîyê ne û daxwazê jê dikin, tiştên ji te tên li Londra û Parîsê teqsîrîyê lê neke. Sureya li New Yorkê pirtûkek li ser pirsgirêka Kurd weşandiye, dr. Tomas dê sibê nisxeyekê ji min re bîne û ez ê jî ji te re bişînim. Lê herçî ev rapor e, ez ê îşev wê bi firokê bişînim, ez dixwazim wê bi Berengariayê bişînim(14). Ez dilnîya me ku rapo-
9
ra min berî gihaştina Sureya bigihêje Londrayê. Dr. Tomas dibêje, ew bi rêya hikûmeta Brîtanyayê re amade ye biçe her cihî. Temenê wî 65-70 sal heye, lê hîn gelekî xurt û hişyar e. Helbet bêyî ez jê re bibêjim û hayê wî jê çêbibe, min wisa li xwe kir ku qet agahê min di warê sîyaseta hikûmeta we ya xwedî şikran de tuneye û ez nizanim sîyaseta we ya di vî warî de çawa ye(15). Navê temam ê dr. Tomas bi Ermenî bi vî awayî ye: Tomas K. Mizerdîçyan, ne dûr e dema ku ew cihgirê konsolosê Brîtanyayê yê Dîyarbekirê bû, bi vî navî hatibe naskirin, lê ez niha nikarim bi dilnîyabûn weha bibêjim, ev heye, di dema şerê li Misirê de, jê re Tomas Efendî dihate gotin. Ez şerefmend dibim, ez benî, xulamê we yê herî dilsoz û koleyê we. Îmza Jon Kameron(16). Sovyet û Komeleya Xoybûnê Ev rapora han ku qet sînorek ji bo qîmeta wê ya dîroka Kurdan tuneye, nisxayek jê ji çend wezaret û alîyan re hatiye dayîn û hejmareke zêde ji balyozxaneyên Brîtanyayê yên li Roma, Atîna, Parîs, Enqere, Tehran û gelek cihên din ên wekî Bexdad, Şam û Helebê re jî hatiye şandin. Ew nisxeya li ba min ji ber wê libê hatiye girtin ku bi taybetî li Wezareta Firokvanîyê ya Londrayê ye, ew di nav dosyeya hejmara 23/415an, X/M, 4583an de hatiye parastin ku ji beşê pêncan ê rêzedosyeyên arşîva wê wezaretê ye ku li jêr vî sernavî, li Londrayê, hatine parastin: “Tevgera Neteweya Kurd ji 18ê Nîsanê Heta 13ê Kanûna Pêşîn a Sala 1929an.” Ji hemû milan ve, karbidestên Îngilîz dikevin soraxa wan zanyarîyên girîng ên
10 Jon Kameron ê konsolosê Brîtanyayê yê Detroitê, ku di raporên xwe yên nehênî de ji bo dîtina Austen Chamberlain ê wezîrê karûbarên derveyî yê welatê xwe nivîsandibûn. Ji her tiştî zêdetir qîmetpêdana Sovyetê bi Xoybûnê bal kişandiye û zirav qetandiye, bêyî sekin dikevin şopandina Vartanyan, dixwazin zanibin ew kî ye, çi bû û çi kiriye. Name û nivîs dest pê dikin, gelek derbas nabe Îngilîz di dosyayên xwe yên kevn ên Bexdadê de zanyarîyeke binirx di der barê Vartanyan de dibînin û di cih de sekreterê Komîserê Bilind ê Brîtanyayê li Bexdadê, Kaptan Viviyan Holt ê binavûdeng(17) ê hêzên esmanî yên Brîtanyayê li Iraqê, agahdar dikin û ev jî teksta wê belgeyê ye. Em ê ji ber girîngîya wê çawa hatiye nivîsandin bi wî awayî biweşînin: “Nehênî, D. W. hejmar: G. W, 582, Sekreterîya Komîserê Bilind ê Hikûmeta Xwedî Şukir Li Iraqê, 31ê Gulana 1929an. Ji bo serhengê pîlot Robert Jope Slade (li gel madalyaya wî), bingeha hêza esmanî, Hinaidi(18) bi nivîsa sekreteryayê ya hejmara G. W., 547ê, roja 22yê Gulana 1929an. Min di nav dosyayên me de peyda kir ku di Sibata sala 1922yan de karmendê leşkerî yê Brîtanyayê yê li Tehranê ji me re ragihandiye ku Rotiştiynê wezîrê yekîneya wî wextî ya Yekîtîya Sovyetê li Îranê, wekîlekî Ermen ê navê wî Rayzam Bêkove şandiye Bexdadê ku navê wî yê rastîn Vartanyan an Vartanov e, bi ser û sîma û qisekirina xwe li Tirkan diçe. Ez di wê bawerîyê de me ku hîç zanyarîyeke me ya din di der barê hatina rastîn a vî mirovî ya li vir de hebe, lê meseleya ku Vartanyan di dorûberê sala 1922yan de ji bo Rotiştiyn kar dikir, bi
Rezber -Kewçêr 2015, Hejmar: 8 rastîyeke temam di gel raporên Detroit û Michigenê diguncin. Dilsozê te, V. Holt.”(19) Ev kar li vir nasekine. Di dawîyê de, Sir Gilbert Clyton ê Komîserê Bilind bi xwe nameyeke têrûtijî di der barê eynî behsê de ji wezîrê kolonîyan ê Londrayê re dişîne. Bersiva Clyton sebeba behsa Vartanyan ronî dike li ser pêwendîyên di navbera Sovyet û Xoybûnê de û bêyî hîç û hîç û parastinekê jî, pîvana sexletbûna bilindtirîn dezgeh û karbidestê Îngilîz ji bo me zelal dibe, ev jî teksta wê belgenameya girîng e: “Nehênî, Baregeha Komîserê Bilind, Bexdad, Roja 7ê Hezîrana 1929an. Ez benî: 1- Ez şerefmend dibim îşaretê bi nameya we ya nehênî ya roja 6ê Gulana sala 1929an bikim ku rapora konsolosxaneya Brîtanyayê ya Detroitê, di der barê çalakîyên Sureya Bedirxan û Vartanyan de yên li Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê ji me re hat ragihandin. 2- Piştî wê birûskeya min ku bi hejmara 213an a roja 7ê Gulana sala 1929an min ji bo xizmeta we şandibû. Gerîna me li nav dosyayên arşîva baregeha Komîserê Bilind ê Bexdadê, ev yek peyitand ku di sala 1922yan de Vartanyan (naznavê wî Vartanov û Rayzam Bêkove) e, mirovê wekîlê M. Rotiştîyn ê wezîrê yekîneya wî wextî ya Yekîtîya Sovyetê ya li Tehranê bû. Ev rastîya han gumana me ya belavbûyî qayîm dike ku pêwendîyên Bolşevîkan ji nêz ve bi Komeleya Xoybûnê re hene û îhtîmal e wê yekê nîşan bidin ku tevgera neteweyî ya Kurd ji bo mebesta xwe bi kar bînin.
SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê 3- Min pêwîstî dît ku ez Gerînendetîya Lêpirsînê ya Tawankarîyan a Hikûmeta Iraqê ji xalên sereke yên di nav wê rapora xwe ya ku min bi nameyê re şandiye de agahdar bikim. Dema ku zanyarîyeke dirust bi destê wan jî bikeve ez ê yekser di wî warî de we agahdar bikim. 4- Di eynî wextî de, Gerînendetîya Lêpirsînê ya Tawankarîyan, ji bo peydakirina wî, alîkarîyê bide, daxwaza wêneyê Sureya Bedirxan û Vartanyan dike. Heger hûn bikarin wêneyekî wî ji me re peyda bikin, ez kêfxweş dibim. Ez şerefmend dibim, ez benî, heger hûn min bi dilsoztirîn koleyê xwe qebûl bikin. Gilbert Clyton, Komîserê Bilind ê Brîtanyayê li Iraqê.”(20) Pirsgirêka Kurd Di Navbera Sureya Bedirxan û Gilbert Clyton De Her di wan rojan de, dezgehên taybet ên Îngilîzan ên Londrayê zanîye ku Sureya Bedirxan û Gregor Vartanyan dixwazin bi hev re bên Iraqê û ji wir jî biçin Îran û Hindistanê. Wezîrê kolonîyan jî yekser roja 6ê Gulana sala 1929an, bi nameyeke nehênî, Komîserê Bilind ê Brîtanyayê li Bexdadê, Gilbert Clyton ji vê xeberê agahdar dike. Di bersivê de, Komîserê Bilind di roja 21ê Gulana eynî salê de bi birûskeyekê daxwazê ji wezîrê kolonîyan dike ku bi tu awayî, tu kes ji balyozxane û konsolosxaneyên Brîtanyayê li tu cihî vîzeya hatina Iraqê nede Sureya Bedirxan û Vartanyan, ev jî teksta wê birûskeyê ye: “Birûske, bişîfre, normal, ji: Komîserê Bilind, Bexdad. Ji bo: Wezîrê Kolonîyan, Londra, hejmar: 204.
11
Roja 21ê Gulana sala 1929an. Daxwaza me ew e ku ji bo qedexekirina vîzewergirtina Sureya Bedirxan (hejmara sisê ya di nav lîsteya bi raporên nehênî de, hejmar: 23yê Sibata sala 1923yan hatibû şandin) û Vartanyan ya ji bo hatina Iraqê, gavên taybet bêne avêtin. Bersiva nameya we ya nehênî ya roja 6ê Gulana sala 1929an.”(21) Karbidestên Îngilîz ên li Bexdadê bi wê qayîl nabin, tirs dikeve dilê wan ku Sureya Bedirxan û Vartanyan bi qaçaxî, bêyî vîze bên nav erdê Iraqê. Ji ber vê yekê, Sir Gilbert Clyton, wekî me got, di nameyeke 7ê Hezîranê de daxwaz ji wezîrê kolonîyan dike ku wêneyên her duyan jê re bişîne ku li ser sînorê Iraqê belav bikin û nebe ew her du bi dizî, an jî bi dizî bi navên din ji sînor derbas bibin. Roja 22yê Tîrmehê, Îngilîzan careke din ji Bexdadê daxwaza wêneyên Bedirxan û Vartanyan dubare dikin. Di eynî wextî de fermanên taybet ji bo wan dezgehan derdikevin ku bi hişyarî agahê wan li sînoran be û firseta derbasbûna Sureya Bedirxan nedin. Qasekê bi şûn de, du wêneyên Sureya Bedirxan ji Londrayê digihêjin Bexdadê û wisa dixuye ku Îngilîz wan gelekî zêde dikin û bi ser dezgehên taybet de belav dikin(22). Sureya Bedirxan nexwestiye bi dizî bê nav erdê Iraqê, piştî geşta Amerîka û Ewropayê, yekser diçe Beyrûtê û ji wir roja 8ê Tîrmeha 1929an daxwaza vîzeya normal ji konsolosxaneya Brîtanyayê dike, her eynî rojê konsolosê Brîtanyayê yê Beyrûtê H. E. Satow nameyeke nehênî dişîne ji Sir Gilbert Clyton re li Bexdadê, ku tê de dibêje:
12 “Ezîzê min Clyton Îro serê sibehê, Mîr Sureya Beg Bedirxan hat dîtina min û got ku ew ji Misirê, di dema Şerê (Yekem) de we nas dike û daxwaz ji min kir ku ez nameyekê bigihînim we. Piştî ku min name xwend, min biryar da ku ez wê ji we re bişînim, ez hêvîdar im ku min şaşî nekiribe. Ez di der barê naveroka nameyê de li ser tiştekî pê re neaxivîm û min wisa miameleya wê nameyê meşand, wekî daxwazek be ji bo rê jê re bê dayîn bê Iraqê. Ez wisa dinêrim ku xwedîyê vê nameyê her ew Sureya “Jirya” Bedirxan e ku fermana P. S. Dyî, hejmara S 36121an a roja 6ê Sibata sala 1929an de daxwaz kiribû ku jê re vîze neyê dayîn. Her çi hal be, min pîrozbahîya rastgoyîya wî ya ji bo daxwaza vîzeyê lê kir.”(23) Sato bi vê nameya xwe ya “nehênî û taybet” re nameyeke Sureya Bedirxan jî ji Clyton re şandiye. Nameya Sureya Bedirxan bi Fransizî ye û sê rûpelên mezin ên zêde dagirtiye ku di roja 30ê Hezîranê de amade kiriye(24). Sureya Bedirxan bi zimanekî bilind ê dîplomatîk bi Clyton re diaxive û bêyî tu daxwazekê, kurtîya dîroka pirsgirêka Kurd bi bîra wî dixe û daxwaza alîkarîyê ji Brîtanyaya Mezin dike, ku Kurd jî bikarin wekî gelên din ên herêmê xwe ji zilima Tirkan rizgar bikin(25). Sureya Bedirxan di eynî wextî de behsa damezirandina Xoybûnê, armancên wê û awayê karkirina wê di nameyê de dinivîse û daxwaz dike rê jê re bê dayîn ku bê Iraqê. Roja 17ê Tîrmeha 1929an, Sir Gilbert Clyton bi nameyeke “bi dest û nehênî” bersiva nameya Satow dide. Clyton di vê nameyê de bi temamî perdeya li ser rûyê rasteqîn ê sîyaseta Îngilîzan a li hemberê Xoybûnê û pirsgirêka Kurdên Tirkîyeyê
Rezber -Kewçêr 2015, Hejmar: 8 hildide û ez tê nagihîjim ji bo çi kerba xwe ya li hemberê Sureya Bedirxan dimale û bi wî awayî, wan gotin û gotinokên Sureya Bedirxan ku ji bo Xoybûnê û Kurdan hûnandibûn derew derdixe… Ev jî teksta wê belgeya biqîmet e: “Bi dest û nehênî, Hejmar: S. W 1427, Baregeha Komîserê Bilind, Bexdad, roja 17ê Tîrmeha 1929an Ezîzê min Satow Bersiva birûskeya hejmara (S/75)an a roja 17ê Tîrmeha sala 1929an a zayînî, bi vê nameyê re ez wêneyê wê nameyê ji te re dişînim ku behsa çalakîyên van dawîyan ên Sureya “Jîrya” Bedirxan dike û eşkere nîşan dide ku çawa hatina vî mirovî ji bo Iraqê karekî yekcar ne di cih de ye. Wekî xeyal tê bîra min ku min ev mirov di dema şer de dîtiye, ew jî yek ji wan melşûmeyên(26) bêhejmar ên wan rojan bû ku dezgehên saloxgerîyê pêwendî bi wan re datanîn. Lê di rewşa îro de ez ji ber armanc û planên eşkere naxwazim tiştekî di der barê karên taybet de wergirim ku heta dereceyekê mirov bêzar dikin. Ez nizanim heta çi radeyê tiştên ku ew di der barê wê qonaxa xweamadekirina ku Kurd gihaştinê de dibêje, bi rastîyê re diguncin. Li gor min, zêdekarî tê de dixuye. Tirk ji daxwaza wî zêdetir ku dixwaze qinyata me pê bîne, bi ser rewşê de hakim in. Ez hêvîdar im wisa be, ji ber ku her çawa be, her serîhildaneke ku ew bi wî awayî lê dinêre, tenê dibe sebeba bobelat û gobenda li her milî. Ji ber vê egerê, gelekî pêwîst e em bi dilsozî pêşî lê bigirin. Dilsozê te Clyton.”(27)
SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê Wisa dixuye ku yek ji wan sebebên weha li Clyton kiriye û bi vî awayî bîr û raya xwe ji Satow re bide nîşan, ku rêberên Komeleya Xoybûnê bajarê Beyrûtê kiriye yek ji bingehên sereke ji bo karûbarên xwe û wan girîngtirîn kongreya Xoybûnê li havîngeha Hemdûnê ya Libnanê pêk anîye. Sebeba wê ew e ku dîyar e Satow ji Sureya Bedirxan hez kiriye, ne dûr e hez kiribe vîzeya hatina Iraqê bide wî, ji ber vê egerê, Clyton bi vî awayî bi tundî li dijî karekî weha sekinîye. Her çi hal be, naveroka vê belgeyê, wekî bi sedan belgeyên din, wan nêrînên nerewa pûç dike ku goya damezirandina Xoybûnê û serîhildana sala 1930î ya Kurdistana Tirkîyeyê bi tevdana Îngilîzan û li dijî Sovyetê bû. Kar gihaşte wê dereceyê ku di rojên serîhildanê de fermanrewayên Tirkîyeyê bi her awayî hewl bidin ku ji hemû cîhanê re bipeyitînin ku goya Lewrensê bi nav deng bi taybetî ji bo wê mebestê hatiye Kurdistanê(28). Gotina Dawîyê Belgeyên di nav vê gotarê de beşekî gelekî kêm in ji pêlên wan belgeyên Îngilîzan ku ji bo behsa Komeleya Xoybûnê, çalakîyên wê, bername, rêzikname û jînnameya birêveberên wê amade kirine û her hemû jî nêrîna vê gotarê dipeyitînin û wê yekê ji me re sax dikin ku rûpelên dîroka nû û hevdem a Kurd çi qasî hatine tehrîfkirin û çi qasî pêwîstîya wan bi lêkolînên kûr heye. Heger ez bibêjim heta rêberekî mezin ê Kurd, dr. Ebdulrehman Qasimlo yê zana jî di nirxandina Xoybûnê de rast neçûye ser meseleyê(29). Heger weha be, wî wextî em baştir tê digihêjin ku erka ser milê dîroknivîsên Kurd çi qasî asê û giran e. Xwezî ew Kurd jî ku ji îro pê ve tiştekî din nabînin, di wê yekê de bigihêjin ku nivîsandina dîrokê gelekî mezin e, cihê
13
hemû başî û xerabîyan tê de tê dîtin, ne xizmet û dilsozî, ne xayînkirin û xwefiroşîya kesekî feramûş dike. Jêrnot: Di hejmara 138an a Kovara Rewşenbîrî Nwê ya sala 1996an de hatiye weşandin. 1) Hejmara wan belgeyên ku ji bo vê gotarê hatine bikaranîn ji şeş belgeyan zêdetir e, lê me teksta naveroka ya şeşan tenê di vê gotarê de pêşkêş kiriye, ji ber vê me ev sernav jê re hilbijartiye. 2) Di wextê xwe de, li Brîtanyayê du sîyasetmedarên ku navê wan Chamberlain hebûn, ê din navê wî Novel Chamberlain e (1869-1940), ew jî çend caran bûye wezîr û ji sala 1937an ve heta koçî dawî bûye serokwezîr. 3) Public Record Office, Air 23/415,X/ M4583, Kurdish Nationalist Movement 18.4.1929-13.12.1929, Britis Consulate, Detroit, Michigan, 18th April, No.21, Confidential, To: Sir Austen Chamberlain, His Magesty s Principal Secretary of Stat efor Foreign Afairs, London, England. 4) Dr. Bleç Şîrko, Elqedîye Elkurdîye. Madî Elkurd we Hadiruhim (Doza Kurdî. Rabihurî û Îronîya Kurdan), Qahîre, 1930. 5) Yanî, “Licnete E’asetu’l-Ermen Fî Elxaric” (Komîteya Bihawarcûna Ermenên Li Derve), ku demek bû ji bo alîkarîya Ermenên koçber hatibû damezirandin, di gelek welatan de liqên wê hebûn. 6) Hîn wî wextî Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê Yekîtîya Sovyetê nas nekiribû (lê ne mikurîbû), ji ber vê yekê, ji bo meşandina karûbarên xelkê û serperiştîkirina pêwendîyên aborî yên di navbera her du milan de, her yek ji wan niwênerekî wî yê bilind li ba yê din hebû. 7) “Ez benî” tê bi meneya “sir”a Îngilîzî. 8) Di hinek cihên raporê de, bi destxeteke spehî, yekî hinek caran bîr û rayên xwe di der barê zanyarîyên nav raporan de nivîsandine, ez texmîn dikim ew têbînî yan ên Sir Gilbert *)
Rezber -Kewçêr 2015, Hejmar: 8
14 Clatoy ê Komîserê Bilind ê Brîtanyayê li Iraqê ye, an jî yên Kaptan Viviyan Holt ê sekreter bin. Li vir, li kêlekê, behsa Eşîra Botan, bi destxetekê weha nivîsandiye: “Gelekî ne ronî ye, di sala 1840î de ew malbat hatiye derxistin, eşîra wî jî hatiye şikandin.” 9) Navê komîteyê di belgeyê de bi Fransizî bi vî awayî nivîsandiye: “Comite du Secours Pour l Armenie.” 10) Mebest, Şerê Cîhanê yê Yekem e. 11) Mebest, Loransê binavûdeng e ku her bi Loransê Ereban dihat binavkirin. 12) Di vî cihê raporê de, bi destxetekê hatiye nivîsandin “eşîreke weha tune,” ev jî rast e, ji ber ku Baban demek bû ji pêwendîyên eşîrî xelas bûbûn û bûbûn malbateke desthilatdar a naskirî. 13) Careke din li vir têbînîyeke gelekî zelal bi destxetekê hatiye nivîsandin û ev jî teksta wê ye: “Her weha birêveberek”, yanî Kurd di serbarê tifaq û alavan de pêwîstîya wan bi birêveberekî lêhatî jî heye, hêjayî gotinê ye ku xwedîyê vê têbînîyê ji bo çespandina nêrîna xwe ya rast, xalbangek (nîşaneke piştrastkirinê) jî danîye ber, yanî ev (!) nîşana han. 14) Wî wextî, firok jî wekî keştîyan navên wan hebûn, di teksta raporê de dibêje: “Ez dixwazim wê bi rêya Berengariayê bişînim ku wisa dixuye navê firokeke Brîtanyayê bû ku wê şevê ji New Yorkê ber bi Londrayê ve firîyaye, ev jî careke din qîmeta zêde ya naveroka belgeyê nîşan dide, herçî Berengaria jî ye navê qiralîçeyeke Îngilîz e, di eynî wextî de Berengartorsky navê fîlozofekî Fransiz e ku di sedsala 11an de jîyaye. 15) Dîyar e mebest sîyaseta Brîtanyayê ya li hemberê pirsgirêka Kurd e ku li gor gotina John Cameron bi xwe, eşkere dîyar e ew gelekî baş agahdarê wê sîyasetê ye. 16) Binêre jêrnota hejmara 3yan. 17) Di der barê Kaptan Viviyan Holt de binêre, wê gotara me ku bi navnîşana “Galte û Kep û Gemekanî Nêwan Şêx Mehmûd û Firokewane Îngilîzekan,” di hejmara 136an a sala 1995an a di Kovara Rewşenbîrî Nwê de hatiye weşandin, bi taybetî rûpela çardehan a wê hejmarê.
Wî wextî, wan ji baregehên Reşîd re Hinaidi digot. 19) PRO, Air 23/415, X/M 04583, Kurdish Nationalist Movement, 18.4.192913.12.1929, Secret, D.O. No. G.O. 582, Secretariat of H.E. the High Commissioner for Iraq, Baghdad, 31 May 1929, To: Squadon Leader Robert Jope Slade, D. S. O, Air Headquarters, Hinaidi. 20) Ibid, Secret The Residency, Baghdad, Date 7th June, 1929. 21) Ibid, Telegram from High Commissioner, Baghdad, To: Secretary of Stat efor Colonies, London, No, 204, Dated 21st May, 1929. 22) Ibid, Secret, Secretariat of H.E the High Corm. For Iraq, D.O. No. G.O 960, Baghdad, 11 September, 1929, To: Air Commodore S.C Burnett. 23) Ibid Copy, No. 1040/C3/29, Persanol and Confidential, To Sir Gilbert Clyton…, Baghdad, From: H.E. Satow, Beyrouth, July 8th, 1929. 24) Ibid. 25) Birêz Sînem Bedirxan, birazîya Sureya Bedirxan, teksa nameya mamê xwe ji min re wergerand, ez gelekî spasîya wê dikim. 26) Di teksta belgeyê de (Stormy Petrel) ku qirakê deryayî yê çengdirêj ê dûrfir e, gelekî ji reşahîyê dûr dikeve, bi Erebî jê re “taire new-i” dibêjin, navê vî firindeyî di zimanê Îngilîzî de bûye gotin, bi maneya “têkilhevker” tê bikaranîn. Piştî Sureya Bedirxan, Îngilîzan eynî nav ji bo Şêx Mehmûd û Şêx Ehmedê Barzanî jî bi kar anîye, Binêre: Rewşenbîrî Nwê, hejmar: 136, sal: 1995, rû: 17, 22. 27) PRO, Air 23/415, MX 04583, Kurdish Nationalist Movment, Part II, 18.4.192913.12.1929, Personal and Confidential, No. S.O.1427, The Residency, Baghdad, Dated 17th July, 1929. 28) Ev behsa Lorans, ku bi serê xwe gelekî ecêb e, pêwîstîya wê bi gotareke bi serê xwe heye. 29) Binêre: Dr. Ebdulrehman Qasimlo, Kurdistan we Elekrad, Dirase Sîyasîye we Îqtîsadîye (Kurdistan û Kurd: Lêkolîneke Sîyasî û Aborî), wergera Sabit Mensûr, Beyrût(?), 1968, rû: 47-51. 18)
15
SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê
Termên Hevbeş û Xewna Zimanekî Yekbûyî
P
Ç
i gelê ku heye, bi zimanê xwe tê nasîn û bi zimanê xwe jî xewn û xeyalan dibîne û şirove dike. Li gor vê têgihê, zimanê her gelekî cîhanê, nasnameya wî ya rastîn e û pênasa dîrokî ya neteweya wî ye. Ji ber vê egerê jî, dema dagirkerekî regezperest dest bi bişaftina gelên li bin destê xwe dike, berî her pêngavê, dest bi tunekirina zimanê wan gelan dike û zimanê xwe li şûna wan zimanan diçîne! Ji lew re, ziman ne bi tenê alaveke derbirîn, têgihaştin û ragihandinê ye; ew zimanê dîroka bîrewerîya hebûna her gelî ye, gencîneya çand, kelepûr û şaristanîtîyê ye. Îcar heger ziman were tunekirin, dê hemû hêmanên taybetmendîyên neteweyî jî bêne tunekirin. Li ber ronahîya vê rastîyê, ew têkilîya hevdengî ya di navbera navê mêjûyê (dîroka mirovan) û mejî (mejîyê mirovan) de xweş zelal dibe. Em dizanin ku dîrok (mêjû), bîrewerî û berkêşanên mejî ye. Berhevkirina dîrokê bi çalakîyên zimên pêk tê û bi zimên jî mêjû û pêgirên mejî têne parastin. An ku, heger zimanê neteweyî têk biçe, jixwe mêjû û mejîyê neteweyî jî dê têk biçin. Ev girêdana di navbera mejî û zimên de, gelek dîyardeyên tarî ronî dike, wekî helwesta hindek Kurdên ku hatine bişaftin di nav civaka dagirkerên xwe de, ku ji encama bişaftina kesayetîya wan a neteweyî, wan milê xwe dida milê dijminan û şerê gelê xwe û mafên wî dikir! Rastîya dîtir jî ew e ku dîyardeya hebûna şêwezaran di zimanan de, dîyardeyeke
Deham Ebdulfetah
xweristî û asayî ye. Ev dîyarde di piranîya zimanên cîhanê de peyda dibe. Îcar ku ew şêwezar di radeya axaftina devgotî de bin, dibine gencîneyeke giranbiha ku ferhenga ziman, çand û kelepûra neteweyî zengîn dikin. Lê heger bigihêjin radeya zimanê xwendin û nivîsandinê, hingê dê bibin pirsgirêkek û dê rê li ber zimanê yeker teng bikin. Bêguman, zimanê Kurdî jî yek ji wan zimanan e ku ji çend şêwezaran pêk hatiye. Lêbelê ew derfetên dîrokî ku ji wan zimanan re peyda bûne ku wan kêşeya şêwezarên xwe -li gor nîrên taybet ên wan derftan- çareser kir, ji zimanê Kurdî re peyda nebûne. Zimanê Kurdî li ser çar pênc şêwezarên sereke bi par ve dibe. Di bin sîwana her şêwezarekî sereke de jî, çend şêwezarkên piçûk hene. Hin ji wan şêwezaran di qonaxa zargotina devgotî de ne û hin jî ketine qonaxa zimanên xwendin û nivîsînê. Pirsa ku rewşenbîrên Kurd li cem wê radiwestin ev e: Li beranberî vê rewşa aloz a zimanê me, gelo çi ji me tê xwestin?! An jî, ji bo vê yekê em dikarin çi bikin?! Nifşên berî me jî rastî vê arêşeya şêwezaran hatine û wan jî li gor derfetên dema xwe bizav daye ku xwe nêzîkî pêngavên çareserkirinê bikin: - Di zaroktîya Mîr Celadet Bedirxan û birayên wî ya li Stenbolê de, bavê wan Emîn Alî Bedirxan jineke perwerdeker a ji Cizîra Botan bo wan amade kir, Celadet jî bi wê perwerdekirinê baş fêrî şêwezarê herêma Botanê bû. Lê di warê karedarî
16 de, hemû çalakîyên xwe bi şêwezarê (Kurmancîya sereke) ya berfireh nivîsandin. Di vî warî de, ji Celadet hate pirsîn: “Çima te çalakîyên xwe bi şêwezarê Botanî nenivîsandin?!” Bersiva Celadet jî ev bû: “Min xwest ku ez ji çarçoveya şêwezarê teng derbasî meydana Kurmancîya sereke ya berfireh bibim û ez wî şêwezarî bidim pêş!” Di bawerîya min de, ev pêngava Celadet Bedirxan -li gor merc û derfetên wê demê- bizaveke biserketî bû ji bo çareserkirina arêşeya şêwezarên zimanê Kurdî! - Di destpêka salên şêstî yên sedsala bîstem de, sê mamostayên Beşê Kurdî yê Zanîngeha Bexdadê li hev civîyan û komîteyek ava kir ji bo çareserkirina arêşeya şêwezarên Kurdî. Projeya komîteyê ew bû ku ferhengekê ji zarav (term) û navlêkirinên hevbeş ên di nav şêwezarên zimanê Kurdî de amade bikin. Ew komîte ji van kesan pêk dihat: 1- Cegerxwîn, ji ber şêwezarê Kurmancî ve. 2- Nûrî Elî Emîn, ji ber şêwezarê Soranî ve. 3- Kamil Beşîr, ji ber şêwezarê Hewramî ve. Bêguman, mebesta yekem a wê projeya han, damezirandin û amadekirina rêbaza zimanekî neteweyî bû, lê ji ber ku ew nexşerêya hêvîdar nehate kêşan di atmosfera mercên xwe yên gerek de; ew wisa di henga hewldanê de pûç bû. - Di destpêka çerxa bîst û yekem de, bizaveke germ di der barê kêşeya şêwezarên zimanê Kurdî de li bakur û başûrê welêt gerîya. Çend konferansên salane û peyapey li Amedê û hindek jî li Dihokê li dar ketin.
Rezber -Kewçêr 2015, Hejmar: 8 Endamên wan konferansan ji her çar parçayên Kurdistanê û ji Ewropayê beşdar dibûn. Ew konferansên han li jêr dirûşmên “Ji Bo Zimanekî Standard”, “Ber Bi Zimanekî Yekbûyî Ve” û dirûşmên nêzîkî van têgihan hatine lidarxistin. Di wan konferansan de, endamên beşdar rewşa zimanê Kurdî, pirsgirêkên şêwezaran û hin mijarên din jî di ber çavan re derbas dikirin. Di gel ku ew rewşenbîrên ku beşdarî van konferansan bûbûn, bi şêwezarên curbicur diaxivîn -wekî Kurmancî, Soranî, Mukrî û Kirmanckî (Zazakî)- lê di encamê de wan nikarîbû bi gavekê jî nêzîkî armanca xwe bibin. - Di destpêka sala 2015an de, hêzeke Kurdî, “HDP”yê, xwest zanîngeheke taybet li jêr navê “Zanîngeha Mezopotamyayê” li Amedê damezirîne. Berpirsên wê projeyê xwest ku zaravên perwerdekirinê yên wê zanîngehê bi zimanê Kurdî bin. Bi wê mebestê, komîteyeke ji “16” kesan hate destnîşankirin. Komîte di 14-15ê Adarê de civîna xwe ya yekem li Amedê li dar xist û dest bi karê xwe kir. Civîna duyem jî di 30-31ê Gulanê de, li heman cîyî gerîya. Bi dîtina min, ev komîte çi qasî berdewam bike û çi qasî li ser nêrînên xwe rijde (helsûr) be jî; ew ê negihêje encameke mifadar bo paşeroja zimanê neteweyî! Di çarçoveya derfetên vê serdema me ya nuha de û li gor mercên îroroj, pêngava herî biserketî ya hevnêzîkkirina şêwezarên Kurdî ew e ku em bikarin bi şêwazeke rastîn û bi sîyaseteke zimanî ya neteweyî, bingeha termînîlojîya zimanê Kurdî ji nû ve damezirînin. Mebesta me ji gotina “sîyaseta zimanî”, destnîşankirina armancên projeya zimanî
SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê ye û ew bi xwe jî dibe nexşerê ji bo bidestxistina wan armancan. An em dixwazin bigihêjin çi ji vê plana zimanî û em ê çawa bigihêjin wê xwestekê?! Li gor vê têgihê, dê sîyasetên damezirandina zimanên cîhanê ne wekî hev bin û dê rêbazên karnameya wan jî wisa bin. Nimûne: Zimanê Erebî li hemû dewletên Ereban zimanekî fermî û yekbûyî ye. Şêwezarên Erebî pir in, lê xwecihî û devgotî ne. Ji ber vê rewşê jî, dema ku zarav û navlêkirinên nûjen di vî zimanî de têne danîn; ew bi armanca zengînkirin û bipêşvexistina zimên têne danîn. Wisa jî zimanê Tirkî, Farisî...hwd. Di rewşa hin zimanên wekî zimanê Kurdî de, ku ji çend şêwezaran pêk hatine û hin ji wan şêwezaran gihaştine radeya zimanên serbixwe; mirov dikare bi du armancan nêzîkî danîna zaravên wan zimanan bibe û sîyaseta karnameya xwe jî li gor wan armancan destnîşan bike. Îcar di vê pêvajoyê de, heger em zimanê Kurdî -wekî mînak- di ber çavan re derbas bikin, em ê bibêjin: 1- Heger em li şêwezarê Kurmancîya Jorîn wekî zimanekî serbixwe binêrin, gerek e em bi armanca zengînkirin û bipêşvexistina zimên nêzîkî zaravên wî bibin û sîyaseta rêbazên karnameya xwe jî li gor wan armancan destnîşan bikin. An ku divê hemû regez û keresteyên (madeyên) amadekirina termînîlojîya Kurmancîyê ji çarçoveya pêkhatîyên ferhenga wê bêne standin, bêyî ku em destên xwe dirêjî şêwezarên Kurdî yên dîtir bikin. 2- Lê heger em bawer bikin ku Kurmancîya Jorîn şêwezarekî zimanê Kurdî yê neteweyî ye, hingê divê em
17
armancên danîna zaravan li gor wê bawerîyê destnîşan bikin û sîyaseta karnameya xebata xwe jî -li gor mercên heyî- ber bi wan mebest û armancan ve bidin meşandin. An ku em regezên damezirandina zaravên zimanê neteweyî ji şêwezarên Kurdî yên mayî wergirin. (Heman tişt ji bo şêwezarên dîtir jî derbasdar in). Her mirov xwedî hêvîyekê ye ku ew hêvî nanê jîyana wî ye. Ji bo pêkanîna wê hêvîyê jî, ew mirov bi awayekî berdewam dixebite. Xwestina zimanekî yekbûyî û welatekî azad û serbixwe, hêvîya rewşenbîr û bîrewerên Kurd e. Lêbelê ne her xwestek pêk tê û ne her hêvî jî dilê hêvîdarên xwe hênik dike! Îcar ku em rewşa zimanê Kurdî û bardoxa Kurd û Kurdistanê di ber çavan re derbas bikin, em ê bigihêjin wê bawerîyê ku di vê rewşa han de, hemû rêyên zimanê yekbûyî li ber me girtî ne. Ev jî nayê wê wateyê ku em destên xwe di ber xwe re berdin û wan hêvîyên xwe bi saxîtî binax bikin. Heger di çarçoveya merc û derfetên vê dema me de, me neşîya em zimanekî yekbûyî pêk bînin û ew hewldanên me yên bo vê armanca neteweyî tev badilhewa çûn -ku ev yek jî bêguman rastîyeke tehl e; gerek e em karibin di çarçoveya şêwezarên heyî de pêngaveke pir girîng ber bi wê armancê ve biavêjin. Ew pêngav jî ew e ku em şêwezarên Kurdî di rêka danîna zaravên hevbeş de nêzîkî hev bikin. Reng e ku hindek kes bibêjin: “Ma ev (nêzîkkirina) şêwezaran kêşeya wan şêwezaran di zimên de çareser dike?!” Hingê em ê bibêjin: “Çînîyan berî me gotiye: “Rêya hezar mîlî bi gavekê dest pê dibe.”
18 Li gor hel û mercên îroyîn, em dikarin vê pêngavê tenê biavêjin, ev pêngav jî destpêka rêya hezar mîlî ye. zaravên ku heta nuha hatine danîn; gaveke tenê jî neavêtiye ber bi wê armanca ku me amaje pê kiriye. Ji ber ku her nivîskarekî, zaravên xwe -nemaze yên rêzimanî- ji çarçoveya şêwezarê xwe amade kirine û di pirtûkên xwe yên rêzimanî de belav kirine. Li gor vê yekê, hemû zaravên heyî ji encama xebata kesayetîyeke yekta ne. Ev dîyarde bi xwe jî arêşeyeke din e, ji ber ku her mijareke rêzimanî bi çend navlêkirinên têvel (cihêwaz) hatiye binavkirin. Em dizanin ku nav ji bo danasîna kes, mijar û tiştan e, her yek bi navekî tê nasîn, lê heger gelek nav li mirovekî yan mijarekê yan tiştekî bibin; gelo dê ew “navlêkirin” bi xwe bi çi navî bê nasîn?! Di pirtûkên rêzimana Kurdî de, ji bo terma (verb)a Îngilîzî, ev zarav (navlêkirin) hatine nivîsîn: Lêker, pîşk, kirin, ferman, kar, kardar û fiil. Hêmanên hevokê yên dîtir jî wisa gelek nav li wan bûne. Ev pirbûna zaravan a ji bo yek mijarê, şermezarîyeke zanistî ye ku nayê pejirandin di tu şêwezar an zimanî de. Dîsa em ê li pirsa xwe ya derbasbûyî vegerin û ji xwe bipirsin: “Ji bo çareserkirina vê kêşeya aloz, gelo çi ji me tê xwestin ku em bikin û di van mercên heyî de em dikarin çi bikin?!” Berî pêncî salî, mamosta Nûrî Elî Emîn ji Cegerxwîn re got: “Seyda, xwe newestîne, xelkên Silêmanîyê projeya komîteya me ya zimanî qebûl nakin.” Piştî pêncî salî, hîn jî em gotina “qebûl nakin” ji hin rewşenbîrên Kurd dibihîzin. Di sala 2005an de, Konferansa Zimanê Kurdî li dar ket. Ez jî endamekî
Rezber -Kewçêr 2015, Hejmar: 8 konferansê bûm. Di wiçanekê (bêhnvedanekê) de, ez û mamostayê zanîngehekê em ketibûn gengeşeya zimanê yekbûyî de. Mamosta li min nêrî û got: “Ma dibe ku em zimanekî zindî û têkûz ku bi hezarên pirtûk, kovar û rojnameyan pê hatine çapkirin tune bikin û li şûna wî, zimanekî tune çêkin?! Ma ev dibe, hê…?!” Wiçan bi dawî bû û gotebêja me jî pê re hate birîn. Heger “hûn” berjenga vî hestê raperîyayî “qebûl” bikin, jixwe Kurdistan ne Silêmanî û Amed bi tenê ye, belku Kurdistan.. Kurdsitan e, û zimanê wê jî ne Soranî û ne Kurmancî bi tenê ye, lê ew jî Kurdîyeke Kurdî ye. Di vê pêvajoyê de, pirsa ku xwe dide pêş ev e: “Gelo em ê çawa pirên derbirînên bêsînor di navbera hemû herêmên zimanê Kurdî de ava bikin?!” Em ê çawa şêwezarên xwe yên jihevcuda, nêzîkî hev bikin?! Li gor mercên jîngeha me ya îroroj, endazeyarên avahîya zimanên cîhanî teqez dikin ku heger zaravên di nav şêwezarên têvel de hevbeş bin; dê wan şêwezaran nêzîkî hev bikin. Em dizanin ku rê dirêj e û qonax dûr e, lê heger bawerîya me bi me û hêvîyên me hebe, em ê bi qasî giranîya wê bawerîyê berê xwe bidin avakirina pirên xewnan! Di çanda Îranî ya dêrîn de, çîrokeke weha heye: Rojekê Şah Xisro derketibû nêçîrê, Şah di ber zevîyekê re derbas bû, dît ku cotyarekî kal derxikên darxurmeyan diçîne. Şah ji cotyarê kalemêr pirsî: “Ma gelo tu dê ji berên van derxikan bixwî?!” Kalamêrê pendeyar got: “Wan çand û me xwar, em ê jî biçînin bila ew bixwin!” An ku bavpîran ji me re kir, em ê jî ji nevîyan re bikin.
SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê Bêguman em nagihêjin wê dema ku em karibin li ser wan pirên hêvîyan pîyaseya şanazîyê bikin. Lê bila di pey me re jî, hindek kesên me wê sirûda mayînde bixwînin: Wan çand û me çinî, em ê jî biçînin, bila hindekên din biçinin! Di vê jîyanê de, her kes û her tişt jî bi bîr û bawerî ye. Her bizavek jî, hêzeke bawerîyê li pey wê heye, wê bi pêş ve yan bi paş ve dibe. Hemû rengên siruştî jî bi bawerî ne, ew reng, li gor bawerîyên xwe, ji hev dûr dikevin an jî nêzîkî hev dibin, hev hembêz dikin û bi hev re dibin yek reng. Li gor qanûna pîvanên rengan û pêwendîyên wan, dibe ku du rengên bawermend an jî pirtir, ji xwezaya zimanê Kurdî re bibin “ta” û “po”1 yên tevina derbirîna hemû rengên xwerista Kurdistanê. Reng e ku hindek kes di ber xwe de bigirnijin û bibêjin: “Ev xewn e, leylan e! Geşbînî ye, xweşkirina dilan e!” Heger na! Ma kî dikare pireke rewanmeş di navbera Kirmanşan û Amedê de ava bike?! Zimanekî hevbeş di navbera çarbendên (çarînî) Baba Tahirê Hemedanî û helbestên Melayê Cizîrî de peyda bike?! Kî?! Erê rast e! Em jî dizanin ku tu kes neşê sînorên dewreber2 derbas bike. Lêbelê em dizanin ku gelek kesên bawermend di çarçoveya karîn û zanînên xwe de, pêngavine girîng ber bi çespandina hêmayên hebûna xwe ya taybet ve avêtine. Ew pêşengên wekî Celadet Bedirxan û Tewfîq Wehbî, ên ku bi qasî bawerîyên xwe tovên hêvîyan di jîngeha welatê xewnan de çandine. Ew tovên pîroz ber girtin û bûn bingehên gelek zanyarîyên celebceleb. Di warê zimên de, gelek mijarên sereke hene, wekî: Rêziman, rastnivîsîn,
19
hevoksazî û hinine din jî li ser wan bingehan hatine avakirin. Ew xebata ku di bar zimên de bûbû, ji çarçoveya şêwezarên Kurdî (Soranî, Kurmancî, Hewramî, Kirmanckî...hwd) derneketibû. Ev rewş jî li gor xwesteka sîyaseta zimanî ya wê qonaxê digerîya. Çi ku di wê qonaxê de, çespandina hebûna zimanê Kurdî û parastina wî ji armanca sîyaseta zimanî bû. Ji hêleke din ve jî, ew cihêwazîya di navbera zimên û şêwezarên zimên de, baş xuya nedibû. Bi vê nêrînê, şêwezarê ku hebû, zimanê Kurdî bû, ne ku ew (ji) zimanê Kurdî bû; lê ew qonaxa destpêkê ya demezirandina bingehên mijaran bû. Nuha em di qonaxaeke din de ne, di vê qonaxê de, hin şêwezarên Kurdî gihaştine asta zimanên serbixwe û axiverên wan jî bi wê nêrînê li wan dinêrin. Ev yek jî, rê li ber hewldanên ber bi sîyaseta zimanekî neteweyî ve digire. Bêguman, di vê qonaxê de em nikarin projeyeke bi qasî damezirandina zimanekî yekbûyî li ber xwe deynin, lê em dikarin ji dil û can hewl bidin ku em van şêwezarên Kurdî yan jî hindekan ji wan nêzîkî hev bikin. Em dizanin ku dema şêwezarên Kurdî bi hin hêmanên zimanî hevbeş bin; bêguman dê têgihaştina derbirînên wan jî hêsantir bibe. Ji bo vê rastîyê jî, divê em bi hemû hêza xwe hewl bidin ku em şêwezarên Kurdî bi baştirîn şêwaz nêzîkî hev bikin. Di vê pêvajoyê de, şêwazên herî rast û mifadar ev in: Zaravên hevbeş û şêwezarên ragihandinê. 1- Zaravên Hevbeş: Zarav bi wateya navlêkirinê tê xebitandin. Her zaravek jî bi dirêjahîya demê re
20 dibe wekî navekî giştî û mijara navlêbûyî dide nasîn. Li vê gorê, di zimanekî serbixwe de, her mijareke serbixwe, li gor taybetmendîya wî zimanî, zaravekî cuda werdigire. Bi vê egerê, em teqez dikin ku çi qasî kokên zimanan nêzîkî hev bin, ew qasî jî zaravên hevbeş di nav wan zimanan de peyda dibin, wekî mînak (malbata zimanên Îranî). Li dawîya vê ronîkirinê em cext (teqez) dikin ku dînana (danîna) zaravên hevbeş di nav şêwezarên Kurdî de, wan şêwezaran nêzîkî hev dike û têgihaştina derbirînên wan jî hêsantir dike. 2- Şêwezarên Ragihandinê: Rola ragihandinê di warê belavkirina ramanan de roleke sereke ye. Ramana hevnêzîkkirina şêwezarên Kurdî ramaneke neteweyî ye, lê ku ev raman bibe proje, hingê dê pêwîstya wê bi ragihandineke berfireh hebe. Di vî warî de jî, ragihandin bi gelek şêwezan pêk tê. Di serê wan şêwazan de berkêşanên (berhemên) çapemenîyê têne xebitandin, wekî rojname, kovar û pirtûkan. Ji mêj ve ye ku berkêşanên çapemenîyê bûne meydanên ragihandina raman, pêşnîyaz û projeyan. Hîn jî ew meydan li ber ramanên celebceleb vekirî ne û hîn jî ragihandinên bêsînor berdewam in. Bêguman, pêdivîya mijareke girîng wekî mijara tevdana van pirsgirêkên şêwezarên Kurdî bi ragihandineke berfireh heye, ew jî bi mebesta ku em wan
Rezber -Kewçêr 2015, Hejmar: 8 hindekî binasin û wird wird (hino hino) nêzîkî hev bikin. An ku em rojnameyekê yan jî kovarekê bo vê mijarê terxan bikin, gengeşeyên xwe û bîr û bawerîyên xwe tê de biweşînin û wê li ser rûberê nexşeya zimanê Kurdî belav bikin. Li vir jî, rola (radyo, televîzyon û amyarên medyaya civakî) di warê ragihandina pêwîstîyên mijara me de roleke kûr û berfireh e. Lê rola herî girîng di nav wan amyaran de; rola televîzyonê ye. Piranîya televîzyonên Kurdî, bernameyên xwe bi du sê şêwezaran diweşînin. Hin caran jî nûçe û hin mijar bi du şêwezaran li pey hev têne weşandin. Carinan jî hevpeyvîn di navbera bêjerekî Soran û mêvanekî Kurmanc de yan jî berevajî vê çêdibin. Ev şêwazê xebitandina televîzyonê, ne tenê şêwezaran nêzîkî hev dike, lêbelê dilê me bi paşeroja zimanê Kurdî xweş dike. Îcar ku em vê projeya girîng bipejirînin; gerek e em wê bispêrin dezgeheke rewşenbîrî ya xwedan bawerî da ku wê hembêz bike, pêdivîyên biserketinê jê re pêşkêş bike û wê heta bi dawîyê destek bike! Jêrnot 1- “Ta” û “Po”: Du cureyên sereke yên benên tevinê ne. - Ta: Ew benên ku bi dirêjahîya tevinê re li rex hev têne raxistin. - Po: Ew benên ku bi pehnayîya tevinê re di nav benên “ta” re derbas dibin û her du cureyên ben bi hev re têne ristin. Ji Ferhenga “Estêrî Geşe”. 2- Dewreber: Natwanîyan, nekarîn (mustehîlan).
21
SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê George Orwell Zorbazîya Nîv-nixumandî û ya Vêvirandî (Çewlika Ajelan û 1984)
P
Evdo Şêxo
“All animals are equal, but some animals are more equal than others.” “Hemû ajel wekî hev in, lê wekhevîya hinan, du liban zêdetir e.” Kurtejîyanname: eorge Orwell, bi navê xwe yê rastîn Eric Arthur Blair, rojnameger û romannivîsekî Îngilîz e, di sala 1903yan de hatiye dinyayê û di sala 1950yî de koça dawî kiriye. Romanên wî bi gelemperî li dijî zordarî û totalîtarîzmê ne. Bi her du romanên xwe yên giranbiha, Çewlika Ajelan û Hezar û Neh Sed û Heştê û Çar, navdar bûye û wekî yek ji zîrektirîn nivîskarên sedsala bîstan, mohra xwe li romannivîsîya Îngilîzî û cîhanî daye. Li gel ku Orwell sosyalîstekî desmokrat bû, lê her du romanên wî yên navbihurî li dijî zordestîya li welatên sosyalîst/komunîst in. Li kêleka van her du
G
romanan, wî -wekî rojnameger û romannivîsekî- gelek gotar, guwahî (govanî), hêçan û helbestên nîgaşî jî nivîsîne. Ji guwahî û hêçanên xwe yên di heyamên peywira xwe ya di nav refên polîsên Îngilistanê yên li Bûrmayê de, pirtûka (Rojên Bûrmayê) nivîsîye, ji guwahîyên xwe yên dema beşdarbûna di Şerê Navxweyî yê Spanyayê de, pirtûka (Silav Ji Katalonyayê Re) nivîsîye û ji guwahîyên xwe yên di der barê şerpezebûn û derbiderîya li kolanên Parîs û Londrayê, wî pirtûka (Şût û Rût Li Parîs û Londrayê) nivîsîye. Her weha li ser rêwîtîyên xwe yên ber bi bakurê Îngilistanê ve, pirtûka (Rêya Ber Bi Wigan Pierê ve) nivîsîye. Çewlika Ajelan: Zorbazîya Nîvnixumandî Çewlika Ajelan romaneke nîgaşî (aşopî) ye ku çîroka wê di atmosfereke despotîk de derbas dibe û di salên Cenga Cîhanê ya Yekem de hatiye nivîsîn. Roman bi rengekî nixumandî û veşartî zordestî û zorbazîya pergala totalîter
22 a Stalîn radixe ber çavan. Romannivîs kesayetîyên romanê bi hostayî bijartine ku her yek niwênerîya kesayetîyeke rejîma Stalîn a dîktator dike. Li gel ku gelek derdorên dijî marksîzm û komunîzmê ev roman bi kar anîye û gotiye ku Orwell di romana xwe de dijberîya marksîzmê dike, lê Orwell bi xwe dibêje ku wî ev roman li dijî stalînîzmê nivîsîye, an ku wî ew li dijî rejîmeke totalîter û zordar nivîsîye û jixwe di romanê de jî belî ye ku Orwell rexneyê li Şoreşê bi xwe nake, belam ew şêweyên bikaranîna Şoreşê û keysbazîya rêberan berpêş dike û di der barê vê yekê de, Orwell weha dibêje: “Şerê Spanyayê û hemû bûyerên din ên ku di 1936 û 1937an de pêk hatin, nêrînên min guhertin û wê demê min cihê xwe nas kir. Hemû berhemên ku min ji 1936an û vir de nivîsîne, rasterê yan jî nerasterê li dijî totalîterîyê ne û li gel sosyalîzma demokratîk in.” Çîroka romanê li çewlikeke ajelan (heywan/ lawir) derbas dibe. Çewlika Manorê ku Jones Beg xwedîyê wê, ji ber sersarî û bêpaxavîya wî di rewşeke pir kambax û bed de derbas dibe. Li hemberî vê jîyana dojehî ya ku ajelên çewlikê tê de derbas dibin, Majorê Pîr, ku wekî rêberê Şoreşê derdikeve pêş, ajelan hişyar dike û wan dide ser rêya şoreşa li dijî sitemkarî û newekhevîyê; ji wan re rave dike ku meriv tiral, zexel û xwînxwar in, tadeyê li ajelan dikin, kar nakin û li ser pişta ajelan dijîn. Majorê Pîr, ku li gor şirovekirinan, niwênerîya kesyetîya Karl Marx dike, Şoreşê bi çavên serê xwe nabîne, çi ku ew berî hilbûna agirê wê, jîyana xwe ji dest dide û diçe, lê tovê ku wî reşandiye, di dilê ajelên sitemdîtî de hêşîn dibe, zîl dide û dihêle ku ajel wekî volkanekê di rûyê merivên kedxwar de bipijiqin!
Rezber -Kewçêr 2015, Hejmar: 8 Şoreşgerê Duh Zorbazê Îroj e û Şoreşgêrê Îroj Zorbazê Sibe ye: Di Çewlika Ajelan de, ev gotina Orwell xweş tê raberkirin. Çi ku piştî mirina Majorê Pîr, berazên ku wekî hişmend û zanayên ajelan derdikevin pêş, hevsarê Şoreşê digirin destên xwe û dibin pêşengên ajelan di serîhildana wan de, paşê nakokî dikevin navbera wan bi xwe de, bi taybetî di navbera Snowballê ku niwênerîya kesayetîya Leon Trotsky a di Yekîtîya Sovetê de dike û Napoleonê ku kesayetîya Satlîn dide dîyarkirin. Li vir jî, Snowballê ku bi zanatî û zîrekîya xwe dixwaze utopîyayekê li çewlikê bide damezirandin û bawerîya ajelan pê tê, dibe armanca êrîşên Napoleonê dîktator. Îcar Napoleon dide dû wî heta ku wî ji çewlikê diqewirîne, ev yek jî bi alîkarîya cewrikên har ên ku niwênerîya Dezgeha Saloxgerîyê ya Yekîtîya Soveyetê (KGB)yê dikin. Piştî ku Napoleon hevrikê xwe yê zîrek diqewirîne û meydan jê re vala dibe ku desthilatîya xwe qayîm bike, dest bi bikaranîna kesayetîya Snowball dike, îcar wî gumanbar dike bi sîxurî û hevkarîya li gel çewlikên derdorê û danîna planan li dijî aramî û hedara Çewlika Ajelan, li vir jî “Teorîya Komplogerîyê” tê bîra meriv ku hema hema hemû pergalên totalîter wê li dijî rikber û dijberên xwe bi kar tînin. Piştî berdan û pûçkirina Snowball, tu dijberên xurt namînin ji bilî çar berazên ku carcaran li dijî biryarên Napoleon derdikevin. Li vir, Napoleon wan rasterast bi hevkaîya li gel Snowballê komploger tawanbar dike û dihêle ku ew bi zora îşkenceyê li xwe mikur bên, paşê segên xwe yên har berdide ser canên wan ku wan parçeparçe bikin. Li vir jî hin şirovekirin dibêjin ku ev her çar beraz niwênerîya kesayetîyên her çar efser û wezîrên Soveyet dikin, ên ku hatibûn îşkencekirin û kuştin di heyama komkujîyên Paqijkirina Me-
SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê
23
“Hevalê sêwîyan! Kanîya bextewerîya me! Begê alifê xwarina me ya pir! Ox, çi qasî Bangeşeya (Propaganda) Desthi- jê hez dikim latdarîya Zorbaz Dema ku lê dinêrim, dilê min dişewite Wekî hemû desthilatdarîyên dîktator, Çavên aram û hêja desthilatdarîya Napoleon jî dezgeheke Wekî roja li esmên bangeşeyê dide avakirin ku peywira barê Hevrê Napoleon! qanîkirina ajelan û lihevanîna derewan hildigire ser milên xwe. Helbet divê ajelên Mî û “Bîrîşa Kerî” yan “Bîrûbawerîku vê erkê bi cih bînin, jêhatî bin, û ma kî ji berazan zanatir û bîrewertir heye? Ber- ya Kerî” zaê bi navê Squealer, ku berazekî çenebaz Di Çewlika Ajelan de, mî, niwênerîya e û pir jîr e di axaftinê de, vê peywirê di- beşekî ji gelên Yekîtîya Sovyetê dikin ku gire destên xwe û di navbera Napoleon û her û her bang dikin û dirûşman diavêjin ajelan de diçe û tê, hewl dide ku biryar û bêyî ku bi tu tiştî biramin. An ku bêyî ku kiryarên Napoleon bi ajelan bide pesen- bûyer û qewimînan dahûrînin û şirove bidkirin, wan bi rewatîya biryar û kiryaran kin. Di vî warî de, ji ber aqilsivikîya wan, qanî bike û ew her dem ji ajelan re dibê- Napoleon wan her dem di derxistina qeje ku Hevrê Napoleon rêberekî zana ye û lebalixê û şaşwazkirina dijberên xwe de bi bêyî wî tu kar naçe serî! Nivîskar jîrîtîya kar tîne, çi ku her ku gengeşe derdikeve Squealer bi van gotinan rave dike: “Snow- û Napoleon dikeve tengasîyekê û nema ball di axaftina xwe de ji Napoleon sivik- dikare bi rengekî aqilane li ber xwe bide, tir û afirînertir bû, lê di kesayetîya xwe de, mî diqîrin û dibêjin: “Çar ling baş, du ling ew bi qasî wî ne kûr bû. Li çewlikê, hemû xerab!” Û di pişt re gava ku beraz di dawîberazên din, ên nêr dermale bûn. Di nav ya romanê de li ser du lingan dimeşin û wan de, ê herî bêhtir dihate naskirin, ê yek ji girîngtirîn Her Heft Fermanan têk hûrik û qelew, Squealer bû, hinarikên wî dibin, Squealer mîyan ji ajelan vediqetîne gilover bûn, çavên wî diçirûsîn, di rabûn û wan fêrî dirûşmeke nû dike, îcar ew jî û rûniştina xwe de şidîyayî bû. Di axaftinê -bêyî ku biramin û aqilê xwe bidin xebide jêhatî bû, dema ku ew di hin mijarên gi- tandin- diqîrin û bang dikin: “Çar ling ran de dipeyivî, wî dida çindikan, ji alîyekî baş, du ling hîn baştir!” diçû alîyê din û terîya xwe li vî alîyî û wî alîyî kil dikir, wekî ku vê tevgera wî yên din Gelê Diloz û Cangorî bêhtir qanî dikirin. Ajelan digot ku SqueLi kêleka beşê debeng ê gel û yê ku her aler dikare rengê reş veguherîne û bike spî.” dem dike barebar bêyî ku li ser tu tiştî biLi kêleka Squealer, berazekî din heye ku hizire; em di vê romanê de rastî hin kesabehremend û pispor e di warê danîna helyetîyan tên ku hin ji wan kedkar, dilsoz û best û stranan de û ew vê şîyana xwe dixe cangorî ne, hin dilzîz û têgihîtî ne û hin ji jêr sîya qelewkirin û nepixandina gotin û wan pir hişmend in lê her dem xwe didin reftarên Hevrê Napoleon. Wekî mînak, alî û hewl nadin ku rewşê ber bi başîyê ve ew di helbesteke xwe de weha pesinê Na- biguherin! Di romanê de, hespê bi navê poleonê rêber dide: Boxer niwênerîya proletaryayê dike, ew zin a ku berî Cenga Cîhanê ya Duyem li Yekîtîya Sovyetê qewimîbûn.
24 ajelekî kedkar û dilsoz e û dike ku xwe bide kuştin di ber karê çewlikê de û ji ber ku ew sade û nezan e, ew gelek caran tê bikaranîn ji alîyê berazan ve û di dawîyê de birîndar dibe û Napoleon wî difiroşe qesabekî û di nav ajelên çewlikê de belav dike ku wî Boxer şandiye nexweşxaneyê û gelek pere di ber dermankirina wî de dane lê wî dawîyê bi rehetî û dilnîyabûn serê xwe danîye! Li hêla din, mehîna bi navê Cloverê jî, niwênerîya beşekî proletaryayê dike, ku ew mehîneke dilzîz û dilovan e û her dem li kêleka Boxer radiweste, ew di hin waran de têgihiştî ye û tiştan ji hev derdixe, lê bêderfet e û nikare tu guhertinê pêk bîne. Wekî din, kesayetîya kêşedar ku dibe cihê gelek pirsyaran, kerê bi navê Benjamin e. Ew ajelekî bîrewer û zana ye, dizane bixwîne û binivîse lê vê şîyanê bi kar nayîne û xwedî kesayetîyeke neyînî ye, li vir jî ew weyna hin rewşenbîran dilîze ku gelek rastîyan dizanin lê xwe tev li tu mijaran nakin û bi reşbînî li her tiştî dinêrin. Helbet kesayetîyên romanê li vir naqedin û roman têrtijî ye bi gelek kesayetîyên din ku her yek ji wan weyna kesayetîyeke rastîn dilîze û hûnandina tevina romanê têkûz dike. Puxte Di Çewlika Ajelan de, li gel ku her tişt te dide ser rêya berawirdkirina bûyer, tevin û kesayetîyên romanê bi hilbûna Şoreşa Cotmehê (Şoreşa Kewçêrê), damezirandina Yekîtîya Soveyetê û dizîya destketîyên Şoreşê ji hêla pergala totalîter a Joseph Stalîn û keysperestên derdora wî re; romannivîs kincekî sembolîk li laşê çîroka xwe dike û wekî kesekî netêkildar, bûyeran ji derveyî çîrokê vedibêje. An ku çîroka romanê bi tevayî nixumandî
Rezber -Kewçêr 2015, Hejmar: 8 ye -an jî nîv-nixumandî ye- bi çarşeva dirûvê sembolîk. Û jixwe ev e ya ku çêjeke seyr dide xwendina romanê û dihêle ku xwîner bûyer û qewimînên sîyasî bi hev ve girê bide da ku encam û puxteyan jê derxe û li vir, xwîner hem sûdê werdigire, hem ditehmije! 1984 û Zorbazîya Vêvirandî (Nenixumandî), Beloq û Sîstematîk Berevajî Çewlika Ajelan, a ku hemû bûyer û kesayetîyan bi awayekî sembolîk berpêş dike û tevina romanê li gor mekanîzmayeke xapînok û pêkenok dihûne; Orwell, di Hezar û Neh Sed û Heştê û Çar’ê de, çîroka xwe bi awayekî dilêş û guhişîner raber dike û di gelek cihan de xwîner ditengijîne û hêvîyên wî dişikîne. Bûyerên romanê di dahatîyê de diqewimin ku dûgelên bi navê Okyanûsya, Ewrasya û Asyaya Rojhilat, cîhan li hev bi par ve kiriye. Bûyer bi gelemperî li Okyanûsyayê derbas dibin ku lehengê romanê, Winston Smith, li bajarê Londrayê dijî û li Wezareta Rastîyê dixebite. Birayê Mezin: Rastîya Ku Mirinê Nas Nake! Tu bi ku ve biçî, tu dê rastî posterên Birayê Mezin werî, ku her dem çavdêrîya te dike, an ku welatîyên Okyanûsyayê her dem di bin çavan de ne û her dem têne şopandin, wekî ku gumanbar an tawanbar bin, û jixwe ew wilo ne! Ji bilî çavdêrîya Birayê Mezin, çavdêrîya bingehîn ji alîyê Telemonîtorê ve tê kirin ku ew jî alavek e ku her dem li pey endamên Partîyê ye û axaftin û tevgerên wan tomar dike. Wekî din, hemû zarok ji alîyê Partîyê ve têne perwerdekirin ku sîxurîyê li dê, bav, cîran û xizimên xwe bikin û ev yeka han wekî welatperwerî û serbilindîyê tê be-
SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê risandin (hesabkirin); jixwe gelek bav jî serbilind dibin bi zîrekîya zarokên xwe di karê sîxurîyê de! Nivîskar li vir jî ji me re dide xuyakirin ku civaka ku li ser tirs û bêbawerîyê hatiye bixwedîkirin û desthilatîya ku li ser pêkutî û serçemandinê hatiye damezirandin, dikare çi bîne serê merivan û Merivekî çawa biafirîne? Birayê Mezin kesayetîyeke aşopî ye, an ku tu kesî ne ew dîtiye û ne ew bînaye, lê ew her û her rastîya herî rast e û ew heye lê gel tuneye! Li vir jî em dikarin hevpeyivîna di navbera Winston û O’Brien de bînin bîra xwe: “Winston: Birayê Mezin heye? O’Brien: Helbet heye! Winston: Ew jî wekî min heye? O’Brien: Tu tuneyî!” “Winston: Dê Birayê Mezin tu carî bimire? O’Brien: Helbet ew namire, çawa dibe ku bimire!” Navlêkirinên Nakok Tiştê hem balkêş û hem dilêş di romanê de, navlêkirinên nakok in. An ku her sazîyek/wezaretek bi berevajîya karê xwe yê bingehîn tê binavkirin. Wezareta Rastîyê ku bi karûbarên ragihandin û medyayê radibe û gerek e -li gor navê xwe- rastîyên ji gel re ragihîne, berevajî navê xwe, derewan li hev tîne û bi rengekî sîstematîk derewên Partîyê dike rastî û şaşîtîyên wê sererast dike yan jî ji holê radike, wekî ku hîç neqewimîbin! Li vir jî, Orwell hin peyv û termên taybet bi kar tîne ku îroj di meydana sîyasetê de bi berfirehî têne bikaranîn, wekî terma Kuna Bîrewerîyê (Memory hole) ku hemû belge û dosyayên ku bi kêrî bangeşeya Partîyê nayên an jî Partîyê
25
tangav dikin, tê de têne şewitandin, û wekî terma Cotehizirê (Doublethink) ku tê wateya hilgirtina du raman û boçonên dijberî hev di heman bîstekê de û ev yek jî bo tevlihevkirina aqilê gel e... Ji bilî Wezareta Rastîyê, Wezareta Aştîyê heye ku karûbarên şer bi rê ve dibe û Wezareta Evînê ku wekî dezgeheke saloxgerîyê tevdigere: Çavdêrîya mirovan dike, wan binçav dike, îşkenceyê li wan dike, wan tîne ser Rêya Rast û wan bi dar ve dike! Şerê Derewîn Di romanê de, welatê Okyanûsyayê di şerekî hemdemî de ye, geh bi Ewrasyayê re û geh bi Asyaya Rojhilatî re, bêyî ku tu kes vî şerî bi çavên xwe bibîne û jixwe dijmin her gavê tê guhertin bêyî ku sedemeke beraqilane hebe: Carinan Ewrasya dijmin e û carinan hevalbend e! Li vir jî Orwell teorîya afirandina dijminan ji hêla pergalên zordest ve radixe ber çavan, an ku pêdivîya zorbazan her dem bi afirandina dijminekî heye ku temenê xwe pê dirêj bikin û pêwîsîtya hebûna xwe bipeyitînin. Kembera Sor û Yekîtîya Ciwanên Li Dijî Seksê (Zayend) Xala din a girîng ku roman wê tev dide, hewldana partîyê ye ku hest û hezên mirovane di nava endamên xwe de bikuje, yanî wan ji kirasê mirovahîyê rût bike û wan bike wekî pût û hejmaran. Di vî warî de jî, Partî, Yekîtîya Ciwanên Li Dijî Seksê dadimezirîne û ciwanan han dide ku tev lê bibin û hewl dide ku hemû têkilîyên evîn û seksê li ber çavên wan qirêj bike. Keçên ku tev li vê yekîtîyê dibin, kemberên sor li newqa xwe digerînin û laşê xwe wekî tiştekî qedexe didin dîyarkirin. Ev nayê wateya ku zewac di navbera
26 endamên Partîyê de qedexe ye, lê zewac bêhtir wekî kar û erkekê tê berisandin û têkilîya zayendî tê valakirin ji bihevşabûnê. Li hêla din, Partî bi xwe pirtûkên li ser seksê yên xwedî naverokeke erzan û pûç çap dike û wan di nav prolateran de belav dike, çi ku prolaterên ku % 85 ji gelê Okyanûsyayê pêk tînin, nakevin bin rêbazên Partîyê û jîyana xwe ya xwezayî -bi rengekî ji rengan- derbas dikin! Afirandina Mirovê Bêbîrewerî Karê din ê ku Partî wî wekî erkekê ji xwe re dibîne, çikandin û miçiqandina kanîya bîranînên endamên wê ye. An ku divê bîrewerîya endaman bê bişaftin da ku mirovê nû yê bêbîrewerî û yê li gor hizir û ramnên Partîyê bê afirandin. Sembola vê yekê jî, lorîkek/nînikek e ku Carrington Beg wê li ber guhên Winston dixe û Winston pir ji lorîkê hez dike, lê li gel ku Carrington Beg zilamekî kal e jî û berî hatina Partîyê jîyaye, ew dewama stranê nizane, ew tenê serê wê dibêje: “Naqosa St. Clementê dibêje pirteqal û lîmon. Naqosa St. Clementê dibêje tu bi sê qurişan deyndarê min î...” Paşê O’Brien bi xwe lorîkê ji Winston re temam dike: Naqosên St Clementê dibêjin pirteqal û lîmon, Naqosên Martinê dibêjin tu bi sê qurişan deyndarê min î, Naqosên Baileyê kal dibêjin tu dê kengê bidî min? Naqosên Shoreditchê dibêjin dema ku ez dewlemend bûm.”
Rezber -Kewçêr 2015, Hejmar: 8 Li vir jî belî dibe ku Partî naxwaze ku endamên wê tiştekî ji rabihurîyê bizanin, û di vî warî de ew hemû tiştên girêdayî rabihurîyê tune dike û dîrokeke nû diafirîne... Odeya 101ê û Kedîkirina Mirovan Di romanê de, odeya 101ê wekî cihê herî sawdar û toqîner tê dîyarkirin. Tawanbarên ku têne binçavkirin, piştî ku di îşkencekirin û lêpirsîneke giran re derbas dibin, têne şandin bo Odeya 101ê. Winston (lehengê romanê) dibîne ku navê vê odeyê gelekî li girtîyan giran tê û ji ber vê yekê, ew hem meraqa wê dike û hem ji navê wê vediciniqe. Dema ku pasevan girtîyekî tînin zindana ku ew lê ye û girtîyên din ji qelsbûn û hejarîya wî vediciniqin, dilê girtîyekî pê dişewite û hewl dide ku hin kurtêlên nên bide wî, îcar Telemonîtor diqîre û fermanê dide ku nên ji destê xwe biavêje û berê xwe bide dîwêr û fermanê dide zilamê qels û hejar ku berê xwe bide Odeya 101ê, li vir zilam vediciniqe, xwe lavayî wan dike û dibêje: “Hûn çi dixwazin bi min bikin. Bi hefteyan e we ez birçî hiştime. Êdî dev ji vî karî berdin, bihêlin ku ez bimirim. Guleyekê bera min bidin. Min daliqînin. Bîst û pênc salan ceza bidin min. Tu kesên din ku hûn dixwazin ez bidim destên we hene? Hew navê wan bibêjin û ez ê her tiştê ku hûn dixwazin bibêjim. Ji min re ne girîng e kî ne û hûn çi bi wan dikin. Jina min û sê zarokên min hene. Mezinê wan ne şeşsalî ye jî. Hûn dikarin wan hemûyan bînin û li ber çavên min ser jê bikin û ez ê li wan binêrim. Lê min nebin jûra 101ê!” Li vir belî ye ku zilamê qels amade ku kurê xwe yê şeşsalî li ber çavên xwe bide
SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê serjêkirin û gurandin da ku ji çûna Odeya 101ê rizgar bibe. Gava ku di dawîya îşkencekirina Winston de, wî dibin Odeya 101ê. Ji ber ku Winston ji mişkan hez nake, O’Brien rekehekê (qefes) tîne ku du mişkên qerase tê de ne û wan tîne ber rûyê Winston ku rûyê wî bixwin. Winston vediciniqe, ditirse, dîn dibe, har dibe, xwe lavayî wî dike û dawîya dawîyê jê dixwaze ku vî karî bi hezkirîya wî Juliayê bike; li vir O’Brien bi ser dikeve di vekuştin û vemirandina her tiştî di hundirê Winston de û wî bi rengekî ji rengan kedî dike. Jixwe Partî, li kêleka tirsandina endamên xwe, dixwaze wan kedî bike, yanî dixwaze kesên jirêderketî ji dil û can bawerîyê bi Partîyê bînin û jixwe ev bû tiştê ku hate serê Winston, çi ku di dawîya romanê de, wî êdî ji Birayê Mezin hez dikir û bawerî bi Partîyê tanî! Hêvî Tune! Her kesê ku romana Hezar û Neh Sed û Heştê û Çar’ê dixwîne, bi ser reşbînîya wê ve dibe. Gelek xwîner û rexnegir dibêjin ku Orwell di romana xwe de derîyê hêvîya felatbûna ji pencên pergala totalîter û zorbaz bi carekê re dadaye; lê kîtekîtên romanê tiştekî din dibêjin. Orwell gelek
27
caran li ser zimanê lehengê romana xwe (Winston) dibêje ku: “Heger ku hêvîyek hebe, ji proletaran e.” Lê dîsa jî, roman diqede bêyî ku tiştek bê guhertin û bêyî ku tu derz di avahîya qayîm a Partîyê de derkeve... Puxte Berevajî Çewlika Ajelan, her tişt di romana Hezar û Neh Sed û Heştê û Çar’ê de belî û eşkere ye. An ku romannivîs rastî û daneyan rasterast li ber çavan radixe bêyî ku xwe bi vir de û wir de bibe. Bûyer belî ne, kesayetî belî ne, sitemkarî belî ye, êş belî ye, rastî belî ye, derew belî ye..hwd. Bi kurtayî, xwîner pîyaleya jehra zordestîyê bi qurtekê dinoşe. Çavkanî û Referans 1- Çewlika Heywanan, George Orwell, wergera ji Îngilîzî: Salih Agir Qoserî, Weşanxaneya Lîsê, 2015. 2- 1984, George Orwell, wergera ji Îngilîzî: Salih Agir Qoserî, Weşanxaneya Lîsê, 2015. 3- Animal Farm, George Orwell, HARCOURT, INC, 1995, Singapore. 4- http://en.wikipedia.org/wiki/Animal_ Farm.
Rezber -Kewçêr 2015, Hejmar: 8
28
Rûpeleke Nû ya Serîhildana Simkoyê Şikak Kar û Xebatên Sîyasî û Çandî
P
Kaşkar Oremar
Ji bo salvegera 85an a terorkirina lîderê Kurd, Simkoyê Şikak.
R
oj: Duşem, 21ê Tîrmeha sala 1930î. Cih: Bajarê Şinoyê ku hingê nifûsa wî 3000 kes bû. Êvara wê rojê, esmanê bajarê Şinoyê bi ewrekî reş dagirtî bû. Wekî ku di xodîka xwe de xema dilê xelkê hêrêmê bide xuyanîkirin, dihate ber çavan. Xelkê bajêr xemgîn û dilgiran bû. Pîrejineke bi navê Seyîdzade Fatim (keça Şêx Celal Derbendî ) li pêşîya Simko disekine û jê re dibêje: “Eceman di nava bajêr de ji te re tele danîne, welahî ev ava ku diherike dê careke din vegere, lê heger tu herî hevdîtina wan, êdî tu qet venagerî…”(1) Dîsa jî bêbextî û terorkirina lîderekî Kurdan, lê ne di qada şer de, belkî di halê hevdîtinên sîyasî de ku pê re rêyeke çareserîyê ji “Pirsgirêka Kurd” re peyda bikin. Îranîyan mîna her carê, dîsa bi dek û dolabên xwe bi bîra dîrokê anî ku ew karên “nemirovane û nemerdane” ji xwe re wekî hunereke bilind dihesibînin. Karê ku bi kuştina Emîrxanê Lepzêrîn, Ebdalxanê Mûkirî, Simaîlxanê mezin û Elîxanê Simko nesekinî û pê re jî bi terorkirina Hemzeaxayê Mengor, Ceweraxayê Şikak, Simkoyê Şikak, pêşewa Qazî, Silêman Muînî, dr. Qasimlo û dr Sadiq Şerefkendî berdewam bû û hîn jî berdewam e. Lê kanîya ku bi ava xwîna xwe doza Kurdistanê dida jîyandin, neçikîya. Yanî sala ku Şêx Ubeydulahê Nehrî çû ber rehma
Xwedê, Simko hate dinyayê û pê re jî sala 1930î, dema ku Simko hate terorkirin, dr Ebdulrehman Qasimlo hate dinyayê. Dr. Hesen Şetewî, xwarzîyê dr. E. Qasimlo, di pirtûka xwe ya bi navê “Rê û Qeder” de weha dinivîse: “Tê bîra min dema ku ez û nemir dr. Qasimlo bi hev re li ser mijarên dîroka Kurdistanê diaxivîn, gelek caran weha digot: Bavê min her dem ji min re digot: Kurê min, ji bîr neke ku wê sala tu hatiyî dinyayê ew sal bû ku dewleta Eceman a dijmina me, bi awayekî nemerdane, rêberê şoreşa Kurdistanê ya hingê, yanî Simkoyê Şikak, bi bêbextî şehîd xist. Tu vê meseleyê qet ji bîr neke…” Malbata Simko û Doza Kurdînîyê Di dîroka serdema her sê împeratorîyên Sefewî, Osmanî û Qacarî de, em rastî navên kesayetîyên malbat û xanedaneke Kurdên herêma Urmîye û Selmasê tên ku her yek ji wan bi awayekî ji hêla rayedarên dewleta navendî ve tê girtin, kuştin û terorkirin. Îbrahîmaxayê Çep bavê Hacîaxa bû. Ew jî bavê Îsmaîlxanê Mezin bû ku dîwarên keleya wî hîn jî li nêzî gundê Nazloyê yê li ser rêya Urmîye-Soma-Biradostê mane. Kurê wî jî Elîxanê Şikak bû ku dibe bavê Mihemedaxayê bavê Simko û Ceweraxayê Şikak. Ceweraxa an jî Rabin Hoodê Kurdan jî di sala 1905an de li pey hevdîtinên sîyasî li koşka hakimê Tebrêzê û bi destê wan hatiye terorkirin. Li pey wê
SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê
29
kiryara nemirovane, Serîhildana Simkoyê Kurdên Rojhilatê Kurdistanê de wekî Şikak bi qasî 25 salan li dijî Qacarî û Pe- herêmeke şoreşên sîyasî, xwedî nasnavekî eyan e. Herêmeke jeopolîtîk û cihûwarê hlewîyan berdewam bû. jîyana Kurdan a kevnar e. Ji ber wê jî sînga wê axê ji serdema Sefewîyan heta roja îro Simkoyê Şikak (1887-1930) kurê Mibûye qada şer û pevçûnan. hemedaxayê Şikak e û navê dayîka wî jî Dorê ye ku ji malbata Pisaxayên Evdûyî Rewşa Îranê û Hatina Riza Pehlewî û keça Behrîbegê pismamê Elîxanê Şikak Îran welatekî pirneteweyî ye. Azer, bû. Di dîroka Îranê de, navê Simko wekî Kurd, Ereb, Belûç, Mazenderanî û çend lîder û kesayetîyeke naskirî tê bilêvkirin, komên din ên etnîkî xalîçeyeke rengîn lê piranîya nivîskar û dîroknivîsên Îranî a gelên nava sînorên sîyasî yên Îranê pêk li gor berjewendîyên sîstema desthilatdar tînin. Li pey biserketina Şoreşa Cotmeha li dijî wî û doza Kurdistanê nivîsîye. Kêm 1917an a Rûsyayê, li Îranê jî gelek kes ji wan jî hene ku bi başî behsa serek û serîhildan çêbûn. Li Kurdistanê, berî wê jî malmezinên Kurdan dikin ku li dijî dew- şoreş li dijî desthilatdarîya sîyasî ya Îranê letên berê û heyî serî hildane û daxwaza çêbûbûn. Armanca wan serîhildanan mafên xwe yên neteweyî û rewa kirine. Di ew bû ku Kurd di bin sîwana dewleteke dîroka sîyasî ya Îranê de, carinan Simko neteweyî ya xwedî ala û statuyeke xwe wekî “Serdarê Nusret” hatiye binavkirin ya serbixwe bin, lê Îngilîz li dijî vê yekê û bi qencî behsa kar û xebatên wî hatiye bûn. Li Îranê, wan rejîmeke nasyonalîst kirin; carinan jî bi kîneke tijî alîgirîya me- a Farisan damezirand û armanca wan zhebî-neteweyî ji hêla nivîskar û dîrok- a sereke ew bû ku pêşî li Rûsan bigirin nivîsên Îranê ve behsa wî û xebata wî ya ku dixwestin xwe bigihînin ava şîrîn a Kendava Farisî. Rizaxanê Mîrpenc ku di sîyasî û çandî hatiye kirin. pişt re bû Rizaşahê Pehlewî (1887-1944), Çend nifş ji bav, bira û kalikên Simko wekî fermandarê hêza Qezaq, bi planekê, bi destê rayedarên Îranî hatine kuştin û Ehmedşahê Qacar şande Ewropayê û di terorkirin. Herêma jîyana wan di dîroka pişt re bi hevkarî û plana Îngilîzan, di roja
Keleya Çarîyê - Simko li ber derîyê Keleya Çarîyê
30 25.04.1926an de, dawî li desthilatdarîya Qacarîyan a li Îranê anî. Li pey wê bi merasîmeke taybet, xwe wekî şahê Hikûmeta Îranê da nasîn û tacê padîşahîyê danî ser serê xwe. Êdî ew bûbû Rizaşahê Pehlewî û bi qasî 53 salan ew û kurê xwe Mihemedriza hakimên Îranê bûn. Daxwaz û Armancên Îngilîzan Sedema sereke ya piştgirîya Îngilîzan a ji bo damezirandina hikûmeteke weha ew bû ku Bolşevîk di bin serokatîya Lenîn de bi ser ketibûn û wan piştgirî dida çîna feqîr û hejarên civakê û her weha hevkarî dida wan neteweyên bindest û bêmaf ku li dijî dewletên totalîter bûn. Jiholêrakirina kedxwarîya emperyalîzmê li hemû cîhanê, armanc û stratejîya sîyasî ya rejîma komunîst a li axa berfireh a Rûsyayê bû. Li Îranê, berî sala 1917an, bîr û ramanên komunîzmê di nav çîna karker û rewşenbîran de belav bûbûn. Di dawîya salên sedsala 19an de, ji ber xelayê, zêdetirî 500.000 kes li Îranî ji bo kar û peydakirina nanê jîyanê çûbûn Rûsyayê û li wir di fabrîke û kargehên bazirganîyê de bi rêya endam û kadroyên Hizba Komu nîst, bîr û ramanên çepgirîyê nas kiribûn. Di pişt re piranîya wan vegerîyan Îranê û bîr û ramanên xwe yên nû di nav xelkê de belav kirin. Sala 1920an, yekem rêxistina komunîst a bi navê “Hizba Komunîstên Îranê” li parêzgeha Gîlanê (hevsînor e li gel welatê Soveytê), li jêr serokatîya sîyasetmedar û rewşenbîrekî wekî Heydərxan Emoğlu (1880-1920), dest bi karê xwe yê sîyasî kir. Zû di nav gel de reh û rîşalên xwe belav kirin. Lê dema kesên akademîsyen ên mîna dr. Teqî Eranî (1903-1940) bûn endamên wê rêxistinê, piranîya çîna rewşenbîrên wê serdemê ber bi wê hizbê ve çûn. Atmosfereke sîyasî ya bi vî rengî, Brîtanya xiste nava tirseke mezin. Çi ku
Rezber -Kewçêr 2015, Hejmar: 8 hingê Kendava Farisî şahdamara hêz û aborîya wan dihate hesibandin û heger Rûsyayê xwe bi hevkarîya hêza ku li Îranê hebû, bigihanda wir, ew serekanîya jîyanê li ser wan dihate çikkirin. Wan salan, Brîtanya mezintirîn dewleta kolonîyalîst a cîhanê bû ku xwe xwedîya hetahetayî ya petrolê û hemû samanên jêrerd ên Îranê û gelek welatên din dizanî. Ji ber wê jî, wê zû dest bi perwerdekirina leşkeran û damezirandina dezgeh û sazîyên Hikûmeta Riza Pehlewî kir. Sal bi sal ew bi hêz kirin û vê carê bi rêya jiholêrakirina serîhildanên herêmî yên Îranê, mayîna kursîyê şahê nûhatî da peyitandin û rûniştandin. Li bakurê Îranê, Serîhildana Mîrza Kûçûkxanê Cengelî (1880-1921), li Xozistanê Serîhildana Şêx Xezel Bin Cabir Elkeibî (1863-1936), li Loristanê Serîhildana Kurdên Bextyarî û li Kurdistanê jî Serîhildana Qedemxêr û lîderê qehreman Simkoyê Şikak bi xwîn, top û guleyên Artêşa Îranê bi dawî kirin. Generalên wê serdemê, ji ber karên xwe yên hovane, ji hêla gel ve paşnavê “qesab” li ser navê wan hate zêdekirin ku hejmara wan li Kurdistanê pir zêde bû. Li kêleka wê, li Tehran, Gîlan û bajarên din ên Îranê, polîs û hêza taybet, kesên komunîst digirtin û di dadgehên formalîte de dadirizandin û bi vî awayî hemû destketîyên Şoreşa Nûxwaz (Ênqalê Meşrûtêh ku li serdema Nasiredîn şahê Qacar dest pê kiribû), cihê xwe da girtîgeh û zindanên rejîma totalîter ku pişta xwe bi hêzeke bîyanî girê dabû. Azadîxwaz, rojnameger, sîyasetmedar û dijberên sîyaseta Rizaxan hatin girtin û rojnameyên dijber jî hatin daxistin. Êdî dawî li salên xweş û azad hatibû û di pey re jî atmosfereke tijî tirs û bêdengî li her dera Îranê hakim bû. Farisan karîbû bi rêya Hikûmeta Riza Pelewî hejmonî û desthilatîya xwe ya sîyasî bi ser serê komên
SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê din ên etnîkî de bisepînin û komkujîyên çandî û aborî li dijî wan bi rê ve bibin. Sîyaseta ku heta roja îro jî berdewam e; sîyaseta mandelkirin û tunekirina dewlemendîyên çandî, dîrokî û civakî ku hîn jî li Kurdistanê berdewam e. Riza Pehlewî û Tirkîye Li pey vemirandina agirê wan serîhildanan, li sala 1934an, Riza Pehlewî çû serdana Mistefa Kemal û ji nêz ve rewşa Tirkîyeyê dît. Şêwazên sîstema neteweperestîya Mistefa Kemal kopî kirin û xwest li Îranê jî bide meşandin. Berî wê, her duyan li dijî Serîhildana Agirîyê û Serîhildana Urmîyeyê destê hevkarîyê dabû hev. Fermîkirina kincên Ewropayî li hemû Îranê, vekirina navendên çandî û ajansên nûçegihandinê û ji wê jî girîngtir, bi awayekî fermî zimanê Farisî bû zimanê fermî yê xwendinê li hemû xwendingehan û ji nû ve amadekirina dîrokeke nû, sexte û tijî derew ku di dibistan û zanîngehan de her kes neçar bû bixwîne û hîn bibe; ew pêngav bûn ku Riza Pehlewî li pey sala 1934an di praktîkê de pêk anîn. Armanca
31
sereke ew bû ku miletên ne Faris bêne bişaftin. Heta sala 1935an, ji welatê Îranê re “Perşia” dihate gotin, lê li ser daxwaza wî êdî navê nû yê welat bû “Îran”. Armanca wî ew bû ku hemû neteweyên di nava sînorên Îranê de di nava çanda Farisî de bihelîne û mîna Tirkîyeyê bibe xwedî “Yek milet, yek ala, yek ziman û yek dîrok!!” Simko, wekî lîderekî hişyar, sîyasetmedar û rewşenbîr hay ji planên Riza Pehlewî û Îngilîzan hebû. Ew bi hemû hêza xwe ya sîyasî û leşkerî li dijî şahê nûhatî sekinî. Li pey Şoreşa Simkoyê Şikak, Îranîyan baş dizanî ku hêza bîr û ramanên şoreşa Kurdînîyê xwedî du navendên girîng ên Rojhilatê Kurdistanê ye: 1. Herêma Kurmancnişîn ku navenda wê bajarê Urmîyeyê bû. 2. Herêma Mûkrîyan ku navenda wê bajarê Mehabadê bû. Di wan her du herêman de, gelek serîhildanên sîyasî li dijî hikûmeta navendî ya Îranê berpa bûbûn. Wan ew her du herêm xistin nava sînorên wîlayetekê û navê “Azerbaycana Rojava” li ser danî. Di serdema Serîhildana Simko de, ew wîla-
Riza Pehlewî û Mistefa Kemal, 1934
Rezber -Kewçêr 2015, Hejmar: 8
32 yet tev û parek ji wîlayeta Sineyê jî di bin desthilatdarîya alîyê Kurd de bûn û paytext jî bajarê Urmîyeyê bû. Li pey hevkarîya Îngilîzan û hinek dewletên cîran, Simkoyê Şikak di sala 1926an de ji Rojhilatê Kurdistanê derket. Carinan li Başûr û carinan jî li Bakurê Kurdistanê bû. Carinan jî li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê li bende derfetekê bû ku vegere cihûwarê bav û kalên xwe û şoreşeke nû bi rê bixe. Ji ber wê jî, dewleta navendî ya Îranê û bi taybetî jî Riza Pehlewî ji hêz û karîzmatîkbûna lîderekî wekî Simko û hezkirina wî ya ji alîyê gelê Kurd ve ditirsîya. Hikûmet li bende derfetekê bû ku bi behaneyekê wî û hêza pê re bikişîne nava sînorên desthilatdarîya xwe û bi kuştina wî, gelê Kurd bêhêvî bike.
Hevdîtin û Hatina Simko Bo Bajarê Şinoyê Di wê hevdîtinê de, alîyê Îranî kesên jêr bûn: 1. Sertîp Zefer-eldule. 2. Sertîp Moqedem Ehmedî (fermandarê Artêşa 3yan a Tebrîzê). 3. Serheng Sadiqxanê Nûrozî (ku ji alîyê leşkerên Tebrêzê ve wekî serokê eşîran li bajarê Şinoyê hatibû peywirdarkirin). 4. Haşim Ehmedzade (sekreterê serheng Sadiqxan). 5. Qasidê wan ê razber Hacî Seidûn Serac bû, ku Kurd bû, dostekî Simko bû û mirîdê Şêx Ehmedê Barzanî bû. 6. Têymorxanê Şikak ku ji bo dîyarkirina efûnameya Şahê Îranê çûye cem Sim-
Simkoyê Şikak û Sadiqxanê Nûrozî, 20.06. 1930, rojekê berî kuştina wî ya li bajarê Şinoyê
SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê ko û bi texmîn, hevkarîya wan kiriye an jî name di navbera her du alîyan de birine û anîne. Alîyê Kurdan jî ev bûn: 1. Simkoyê Şikak. 2. Şêx Ehmedê Barzanî (hay ji hevdîtina hebû). 3. Xurşîdaxayê Herkî. 4. Fetahaxayê Herkî û çend serekeşîrên din ên Kurd. Li gor nivîsa kesên wekî Haşim Ehmedzade, bi hatina Simko re 100 siwarên Barzanî, 150 siwarên Şikak ên çekdar bi tifing û xenceran pê re bûn. Pêşî, Serheng Nûrozî û Fetahaxayê Herkî li zozanên xwe pêşwazîya Simko kiriye û bi 250 siwarên Barzanî û Şikak re 50 kes jî ji siwarên Fetahbegê Herkî tev li wan bûne ku biçine bajarê Şinoyê. Li Şinoyê, xelkê wekî lîderekî Kurd bi germî pêşwazîya Simko kiriye û vê rewşê serleşkerên Îranê xistiye nava tirs û fikaran. Her weha careke din ji wan re
33
eşkere bûye ku Simko wekî serokekî Kurd di nav xelkê de kesekî hezkirî ye û nav û keda wî di hişê civakê de zindî ye. Di roja 17.07.1930î de, Simko digihe nava bajarê Şinoyê û di heman rojê de, Hacî Hemzeaxa, serekê êla Zerza, Mûsaxan û Ebdulahxan, mezinê êla Zerza, hatine dîtina Simko û bixêrhatina wî kiriye. Roja di pişt re, Xurşîdaxayê Herkî û Tahiaxayê Herkî yê Deştebêlê hatine cem Simko. Mezinên bajarê Şinoyê, kesên wekî Hacî Şêx Îsmaîl û Hacî Mehmûd Şinoyî jî hatine dîtina wî. Bi vî awayî, li dora Simko, gelek giregir û mezinên herêmê kom dibin. Îranî ji vê pêşwazî û hirmeta ji Simko re ditirsin. Plan û Cihê Terorkirinê Dema ku rayedarên Îranî vê pêşwazîya gel û giregirên Kurd dibînin, dibe ku nêrîna xwe guheribin û berî ku Simko ber bi Urmîyeyê yan jî Tebrîzê ve bibin, hema li wir wî dikujin.
Nemir Simkoyê Şikak piştî ku hatiye terorkirin.
34 Telegrafên ku bi awayekî pir nehînî û veşartî di navbera serleşkerên Îranê de hatine û çûne, vê rastîyê bi zelalî ji me re dipeyitînin ku ji destpêkê heta dawîyê ew bi Simko re ne rastgo bûn. Hemû hewlên wan ew bûn ku wî bikişînin nava dafika xwe ya jiholêrakirinê. Di çendîn telegrafên remzî de, sertîp Hesen Moqedem ji serheng Nûrozî xwestiye ku bi danîna dafikekê, Simko bikujin û gelek soz dane wan ku heger karekî weha ber bigire, wê xelatên giranbiha bistînin. Berî wê jî, hêza xwe yên Urmîye û Mehabadê agahdar kirine ku ber bi bajarê Şinoyê ve biçin. Roja 21ê Tîrmehê, serheng Nûrozî û kesên derdora wî ji Simko daxwaz dikin ku ji bo pêşwazîya serleşker Moqedem biçine derveyî bajarê Şinoyê. Ew bi dizî hêzeke mezin li şeqama Bazarê û di îdareyên leşkerên dewletê de bi cih dikin û plana terorkirinê û awayê destpêkirina karekî weha bi hûrgilî ji wan re dîyar dikin. Dema Simko bi Xurşîdaxa û kesên din re li gel serheng Sadiq Nûrozî diçine derveyî bajêr ku berî serleşkerê Artêşa Îranê yê ji Umîyeyê bê û Simko bibîne, sertîp Moqedem bi telegrafekê wan agahdar dike ku makîneya wî li ser rêya Soldozê (nêzî bajarê Neqedeyê) xera bûye û wê sibe bê hizûra Simkoyê Şikak. Ew ber bi bajêr ve vedigerin û dema digihên nêzî Kompanîya Ferhengîyan, gule ji her derê bi ser sînga Simko û hevalên wî de dibarin. Simko dikeve û bi hawareke bilind ji şervanên Evdûyî re dibêje: “Xosrû xelas bikin…” Xosrû kurê wî yê mezin bû û bi texmîn hingê 14-15 salî bû. Ew şahidekî zindî yê wê roja nexweş bû, lê ez nizanim ka wî bîranînên xwe nivîsîne yan ne! Wê rojê, şer sê çar saetan berdewam bûye û gelek kes ji her du alîyan hatine kuştin û birîndarkirin.
Rezber -Kewçêr 2015, Hejmar: 8 Cihê Terorkirina Simko Cihê terorkirina Simko û çend hevalên wî heta roja îro jî li bajarê Şinoyê cihekî taybet e. Ji wir re “Bazarî Qedîm” an jî “Kevin” tê gotin. Dema koma şoreşgerên Kurd ji baxê Milet (li hemberê Mizgefta Bazarê) vedigerin, bi kemîna ji berê de amadekirî re, Simko û Xurşîdaxayê Herkî di cih de têne kuştin. Kurê wî Xosrû yê 14-15 salî jî birîndar bûbû û destê Kerîmxanê Xeylanî jî birîndar bûbû. Kes nizane Simko li ku derê hatiye veşartin lê Xurşîdaxayê Herekî li Kelarê hatiye veşartin. Hejmara kesên ku wê rojê ji hêla Îranîyan ve hatine kuştin weha ye: 30 heta 40 kesî ji eşîrên Xoşnaw, Gerdî, Barzanî û Xeylanî bi Simko re çûne Şinoyê ku gelek şehîdên wan jî hebûn. Ji Herkîyan jî 11 kes birîndar bûne (ji wan yek bi navê Qeto Mihemed Mîro ji Herkîyên Kanîyespîya Herkîyan e). Du Barzanî bi navên Heme Emînaxa û Mirowet jî hatine kuştin. Li gor jêderên Kurdan, kesên ku bi Simko re hatine hemû li ser hev 50-60 kes bûn ku tenê 7 ji wan Barzanî bûn û dudu ji wan hatine kuştin. Simko berî çûnê û hereketa ber bi Rojhilatê Kurdistanê ve, bi Şêx Ehmedê Barzanî dişêwire û her du razî dibin ku ew here hevdîtina rayedarên Îranî. Hinek şahidên wê serdemê didin dîyarkirin ku dema Simko nêzî Çemê Gaderê dibe, Şêx Ehmed deh siwarên xwe dişîne ku nehêle Simko biçe û wî zanîye ku Eceman jê re komplo gerandiye û tele danîye. Belgeyên Komployê Çend belegeyên girîng hene ku plana ji berê de amadekirî bo terorkirina Simko dipeyitînin. Rapora sertîp Hesen Moqedem bo Wezareta Şer (30 Tîr,
SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê
35
Simko û Eşîra Herkî Di nav eşîrên Kurd de, bêhtir ji tevan, eşîra Herkî di her du alîyên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de hevalbendên wî yên herî nêz bûn. Ew di çaxê derbiderîyê de li kêleka wî bûn. Her weha çend kes ji eşîra Hesenan û ji wan jî Ebdulbaqî pê re man ku niha jî bi dehan malbatên wan li herêma jîyana Evdûyîyan mane û li wir dijîn. Xurşîdaxayê Herkî, Fetahaxayê Herkî û Qadiraxayê Herkî, her sê bira û mezinên eşîra xwe bûn û bi kesên derdora xwe re di Şoreşa Simko de xwedî roleke çalak bûn. Simko bi rêya jinxwestin û xizimatîyê, xwestiye ku hozên Efşar û Nezmî jî ber bi xwe ve bikişîne. Hacîbegê bavê Reşîdbegê Herkî yek ji wan kesan bû ku li pey kuştina Simko, li bajarê Şinoyê, bi qasî 13 salan Tahirxanê kurê wî di nava malbata xwe de veşartiye. Dewlet û hêzên ewlekarîyê yên Mihemedriza Şah ê Pehlewî li pey girtin û dûrxistina Tahirxan bûn, lê her carê bi awayekî, Hacîbegê Herkî ew ji destê Simko û Hevgirtina Eşîrên Kurd wan rizgar dikir. Di pişt re li ser daxwaDi dîroka Kurdistanê de, hewlên ji bo za Evdûyîyan, vegerîya nav êla xwe û wekî hevgirtina êl û eşîrên Kurdan pir hebûn, cîgirê Simkoyê bavê xwe hate destnîşankilê di nav wan de Şêx Ubeydulahê Nehrî rin. Reşîdbegê Herkî jî rêya bavê xwe do(1826-1884) û Simko karîye wan li jêr mand û keça kesekî nêzî xwe da wî. Ew sîya alaya şoreşa xwe kom bikin. Ş. Ubey- weha bûne xizimên hev û nêzîkatîya wan dulah di sala 1879an de hemû serekeşîrên niha jî berdewam e. Kurd li du alîyên sînorê Kurdistanê (BakLi Başûrê Kurdistanê jî, Simko di nav ur û Rojhilat) li gundê Nehrê tîne ba hev Barzanî, Xeylanî û Suriçîyan de xwedî û li ser armancên şoreşeke sîyasî-neteweyî rêzeke taybet bû. bi wan re diaxive. Simko jî karekî weha Ew di karê xwe de kesekî pispor û şarekiriye û êlên Kurd li dijî Dewleta Îranê gi- za bû û baş şarezayê rê û rêbazên dan û handine hev û alaya doza Kurdînîyê daye standina bi eşîran re bû. Kesên ku ji nêz destê wan. ve Simko dîtiye, bi qencî behsa sifetên wî dikin. Şêx Letîfê kurê Şêx Mehmûdê Berzencî di der heqê Simko de weha dibêje: 1309 Hetavî – 21ê Tîrmeha sala 1930î ya zayînî) bi dirêjî behsa hewldanên wan dike ka çawa bi rêya çend qasidên xwe û dostên Simko jê re name nivîsandine û wan, bi hevkarîya qasidê Şêx Ehmedê Barzanî, ew di nava daristana bi navê Marîyê de kişandiye nava sînorên axa Rojhilatê Kurdistanê.(2) Di nivîs, rapor û vegotinên rayedarên artêş, rojnameger û dîroknivîsên Îranê de, hest û alîyê wan ê hisî û axaftinên lihevnehatî bi eşkeretî dîyar in. Ji Ehmed Kesrewî, Mihemed Temedon û Serwan Ehmed Kavîyanpur bigire heta nivîs û raporên serleşker Moqedem û Haşim Ehmedzade, em rastî derew û durûtîya wan tên. Ji ber wê jî di warê lêkolînên zanistî de, nivîsên wan nikarin wekî belgeyên nirxdar an jî cihê bawerîyê bêne bikaranîn. Simko heger ne Kurd bûya, belkî ji ber dijberîya wî ya li hemberî hakimên xerab ên wê serdema Îranê niha paşnavê “qehremanekî milî” hilgirtaya, lê ew kedkarekî doza xwe ya neteweyî bû û hîn jî Îranî bi xerabî behsa wî dikin.
36 “Ew kesekî çalak û jîr bû. Di şer de kesekî bihêz û jêhatî bû. Dixwest dewleteke Kurdî damezirîne û li dijî dagirkarî û talankerîyê bû. Di warê dîplomasîyê de kesekî bihêz bû. Her tim pêwendîyên wî yên baş hebûn û komcivîn çêdikirin. Simko ji wan rêberan bû ku qet li ser wê hindê nedifikirî ku welatê xwe bi pereyan bifiroşe yan jî ji pile û payeyên bilind hez bike.” Paşnavê Simko û Malbat Li pey şehîdbûna Simko, ew paşnav li her derê ji kur, keç, nevî û kesên nêzî wan re bûbû sedema serêşî û nerehetîya wan. Jin û zarên wî, ji tirsa girtin û kuştinê, xwe ji ber çavên karmendên Dewleta Pehlewî (bav û kur) winda kirin. Wan sivikatî bi malbatê dikir û li her derê astengî li ber pêşketina wê derdixistin. Endamên malbatê, hinek li Bakur û hinek jî li Başûr di rewşeke pir xerab de bûn. Hinek jî bi neçarî vegerîyan Urmîyeyê û herêma Somayê. Xala girîng ew e ku tevî hemû zordarîyên Dewleta Pehlewî, tu kes ji wan razî nebû ku paşnavê “Simko” ji pey navê xwe hilîne. Îro jî ew malbateke pir rêzdar a herêma xwe ne. Şêx Şemsedîn Burhan (13421428/1906-2007) di der barê sala şehîdbûna Simko de weha dibêje: “Ew sal tarîx hezar û du sed û nehwêd û neh (1293) bû Hemû pêkwe du saet nîne Simko şehîd bû li şehrê Şino.” Gotina Balkêş a Emerxanê Şikak Li pey şikestina dawî ya şerê Simko û Artêşa Îranê, Emerxanê Şikak jî bi hinek mirovên xwe re hevkarîya Artêşa Îranê dike. Li wir, gotineke wî ya navdar heye
Rezber -Kewçêr 2015, Hejmar: 8 ku ji kesên derdora xwe re gotiye: “Bila sax be, lê li milê din ê sînor be.” Bi vê gotinê re, wî xwestiye bi bîra Kurdan bîne ku heta lîder û şoreşgerên Kurd sax bin û şerê dewletên dagirker bikin, qîmeta xayîn û cehşikan jî dê di çavên rayedarên dewletê de bilind be, lê piştî wê êdî karê wan heta bi xayînên doza gel û welatê wan re jî namîne. Xizmetên Çandî û Navroka Rûpelên Rojnameya “Kurd”ê Di 25 salên jîyana sîyasî ya serdema Simko de, em rastî hinek karên wî yên girîng tên ku hingê cîbicîkirin û pêkanîna wan ne hêsan bû. Sala 1912-13an, bi hevkarîya Ebdulrezaq Bedirxan, kovara bi navê Kurdistan tê weşandin. Li bajarê Xoyê komeleya bi navê “Gihandanî”yê tê avakirin ku tê de armanc pêgihandin û perwerdekirina zarok û ciwanên Kurd e. Dîsa li sala 1916an, xwendingeheke Kurdî ji zarokên Kurd re tê vekirin û Simko bi hemû hêza xwe ya sîyasî û madî pişta wê pêngava mezin digire. Di warê aborî de, hin pere ji bazirgan û dewlemendên herêma desthilatdarîyê tê standin û ew bi hemû hêza xwe dixwaze ku gel ji hikimdarîya wî razî û memnûn be. Helbet tevahîya van kar û xebatên weha divê li gor derfetên wê serdemê bêne nirxandin. Rojnameya “Kurd”ê, peyvdara desthilatdarîya Simkoyê Şikak bû ku bi texmînî tenê 6-7 hejmar jê derketine. Rûpelên wê dêr bi dêr xwedî naverokeke pir dewlemend bûn û peyamên sîyasî-civakî yên wê serdemê tê de cî digirt. Bi xwendin û şirovekirina gotar û peyamên wê, rêyeke tijî ronahî li ber me vedibe ku em baştir bîr û ramanên Simkoyê Şikak û armancên şoreşa wî binasin. Armancên wî çi bûn û çima serî hildabû li dijî desthilatdarên nelayîq û sîstema desthilatdar ku li Îran
SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê û Kurdistanê xwedî berpisrên sitemkar û xerabker bû. Wî çend caran bi bîra wan anîbû ku her tişt: “Ne bi zorê ye, belkî bi dorê ye!” Û êdî dewrana wan jî divê bê dawîya xwe. Weha jî kir û di dema çend salan de nîvê axa Rojhilatê Kurdistanê azad kir. Simko wekî bazekî, nêçîra koremaran dikir; ew koremarên ku jehra xwe bi ser jîyana xelkê de belav kiribû.
Ablema rûpela yekê ya Rojnameya Kurdê Kesên wekî Mihemed Temedon îdia dikin ku navê rojnameya serdema Simko berê: “Rojî Kurd û Şewî Ecem” bû, lê logoya hejmara yekem di destê me de ye ku roja pêncşemê, 12ê meha Şewala sala 1340î ya Hicrî-Qemerî (08.06.1922 a zayînî) li Urmîyeyê hatiye weşandin. Rojname heftane bû û tevî ku hejmara duduyan hîn peyda nebûbû, lê divê ew hejmar jî di 15.06. 1922yan de hatibe weşandin. Hejmara sisêyan jî, ku hemû rûpelên wê di destê me de hene, roja yekşemê, 28ê Zulqeideya sala 1340î (23.07. 1922)an hatiye weşandin. Werin em 6 rûpelên wê rojnameyê vedin ka çi tê de ye.
37
Rojname heftane û di nava du xêzan de bi Kurdîya Naverast û bi tîpên Erebî weha li ser hatiye nivîsandin: “Rojnameke sîyasî, edebî, exbarî, sermeqale tercume dekirê be Farisî denûsê Kurdek bo hemû Kurdan.” Li alîyê rastê yê rojnameyê jî weha hatiye nivîsandin: “Cîgey îdare Wirmê Çapxaney Xîret Mudîr: Mihemed Turcanî Meqalatek menfeitî Kurdan tê da bê werdegirê. Carê le her hefte da yekek çap dekirê 12 mang Şiwal 1340.” Li vir, xala herî balkêş ew e ku birêveberên rojnameyê bi awayekî zelal didin dîyarkirin ku tenê ew gotar têne belavkirin ku di ber berjewendîya Kurdan de bin. Di naverasta rûpela yekê ya rojnameyê de, sûreta Al Umran, ayeta 103an hatiye nivîsandin: “We i`tesimû bi heblillah cemîen we la teferreqû - واعتصموا بحبل هللا جميعا ً و ال 3( ”)تفرقوا Li jêr wê ayetê jî du destên hevgirtî hene ku wekî sembola yekîtî û tifaqê hatine dîyarkirin. Di nîvê rûpela yekê ya rojnameyê de jî navê rojnameyê “Kurd” hatiye nivîsandin. Li alîyê çepê jî weha hatiye nivîsandin: “Heqê rojnamê pêşekî werdigirê.” Bihayê rojnameyê yê hundir û derveyî welêt jî weha hatiye dîyarkirin: “Daxile: Salek 50 Qiran. Şeş mang 27 Qiran Xarice: Salek 60 Qiran. Şeş mang 35 Qiran Qîmetî yek nusxe deh Şahî Qîmetî îlanan her dêrî du Qiran.”
38 Nêrînên Simkoyê Şikak Simko xwedî armancên pîroz û dîrokî bû. Ji hemû kar û xebatên çandî û sîyasî yên ku di serdema Serîhildana Simko de li Kurdistanê hatine kirin, mirov hingê dizane ka çima ji hêla desthilatdar û Îranîyên nasyonalîst ve ew qas rik û kîn li hemberî wî hebû ku hîn jî ew dijberî bi dawî nebûne. Heta rewşenbîrên wê serdemê jî tevî ku baş dizanî Rizaşahê Pehlewî dê welêt ber bi sîstemeke dîktator ve bibe, dîsa jî xwe ji vegotin û nivîsandina rûdanên rast vedidizî û bi bêşermî li dijî şoreşgerên Kurd û armancên wan ên sîyasî dinivîsî. Rojnameya Kurdê wekî yekemîn rojnameya Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê, xwedî hinek taybetmendîyên berbiçav e. 1. Bi du zimanan, Kurdî û Farisî, hatiye weşandin. 2. Bi du zaravayên Kurdîyê, Kurmancî û Soranî, hatiye amadekirin û weşandin. 3. Di rojnameyê de, ji hêla lîderên şoreşê ve, rêbaz û armancên şoreşa Kurdistanê hatine şirovekirin. 4. Rewşenbîrên navdar û sernas li dora Simko hebûn: Mîrza Ebo Elhesen Seyfulquzat (1876-1945), Mihemed Turcanîzade, Ehmed Turcanîzade, Ebdulrezaq Bedirxan (1864-1918) û kesekî kêmnaskirî bi navê Mihemed Cemaledîn Elhekarî ku wekî qazîyê wî yê karên dadwerîyê bû.(4) 5. Ji naveroka rojnameyê tê kifşê ku wan xebat kiriye da ku sîstema xwe ya desthilatdarîyê bidin rûniştandin û bêhtir bi gel bidine naskirin. Her weha pê re jî ji dijmin û dewletên bîyanî re bipeyitînin ku ew ne ajaweçî, talanker û tevlihevkar in, lê berevajî wê, şoreşa wan xwedî armancên bingehîn, sîyasî û civakî ye. Di rûpela yekê ya hejmara sisêyan a Rojnameya Kurdê de, kesek bi navê Mihemed Cemaledîn Elhekarî bi zaravayê
Rezber -Kewçêr 2015, Hejmar: 8 Kurmancî nivîsek belav kiriye. Wî di dawîya nivîsê de weha nivîsîye: “Qazîyê Simko, Mihemed Cemaledîn Elhekarî.” Li vir, du pirs derdikevin holê: Ew kes kî ye, û aya Simko qazîyekî wî hebû ku şêwira xwe pê kiriye û ramanên xwe pê re bi par ve kirine ku di pey re jî di nav raya giştî de belav bike? Naveroka nivîsê xwedî hin peyamên sîyasî ye ku sedemên Serîhildana Simko didin xuyanîkirin û ji hêla din ve jî behsa sîyaset û rêbazên çewt ên Dewleta Îranê li Kurdistanê dike. Nivîs bi du zimanan û bi awayê jêr (bi Kurmamcî û li hember jî bi zimanê Farisî) hatiye belavkirin û ez jî li vir, nivîsê wekî orjînala wê, lê bi tîpên Latînî dinivîsim û radixim ber çavên we: “Çar sal e wiqûatêt li wan serhedan waqêi dibin, bi wasita xezetêt(5) xwe bi navê şeqawet(6) îlan dikin(7). Mirovêt dûr jî çi ko ji heqîqeta şolî(8) bêxeber in, bi wî terzî dizanin, hal ew e heqîqeta şolî ne we ye. Me hêvî heye cerîda(9) Kurdan îro û paş ve rastîya dê şêt(10) wiha binivîsît da xelq heqîqetê bizanit: Di wê babê(11) da çend xeberan ez dê bêjim: Bal her kesî meilûm e ku di wê Herba Umemî(12) da, Îranê bêterefîya xwe îlan kiribû. Hal ew e miletê çi dewletêt miharib(13) hindî Kurdêt keftî di serheda Îranê da mutezerzir nebûye(14) û ew e li meydanê ye û her kes bawer neket bilan(ê) bêt bibînît. Ne nifûs, ne mal bo Kurdên feqîr nemaye. Aya ew e ji çi bû? Eger Dewleta Îranê -ku heta xwe metbûî(15) wî miletê Kurd ê feqîrkeftî di wî muhîtî(16) dizanî- miharib bû lewra miletê tabiê wî mutezerir bû. Kanê îlan(a) herb di gel kî dewletê kiriye bila bide zanîn. Hal ew e bêterefîya xwe resmen bi defeatan(17) îlan kiriye, her wekî li nik hemî (kesî) meilûm û miqeyd e.
SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê Eger miharib nebû, miletê tabiê wî çira hinde mehû û mutezezir bû. Elbet ewî sebeb heye, belê sebebê wê ew e ye ku Dewleta Îranê muqtedir nebû (ku) miletê tabiê xwe ji pinca(18) ecnebîyan mihafize biket. Dewletêt micawirî(19) wî ku miharib bûn, hatine nav milkê wî ehalî û miletê tabiê wî mehû û perîşan kirin. Paş ku du dewletêt xarcî ji nav milkê wî paş ve çûn, Îranê dîsa îdara xwe ya zalimane teisîs kir. Miletê Kurdan fikirî ew e ne carek e herçî zemanê yek ecnebî hez ket daxil miklî dibît, miletî mehû diket, kes lê napirsît. Zêde(tir) ji wê û bi rikî û tekalîfêt mafewqeltaqet(20) û cirîmêt bêqanûn(21) hindî hez diket ji Kurdan distînît, li keyfa xwe mesref diket, ne mektebekê, ne fabrîqekê, ne rêyekê, ne pirekê, ne eczaxanekê, hasilî çu(tu) eserêt medenîyetê bo Kurdan teisîs naket, çi kesê hez diket bê siwal û cewab dikujît, digirît, ne qanûn, ne şerîet, ne sîyaset çu destûrekê emel naket(22). Roja lazim jî bît, miletê tabiê xwe nikarit mihafize biket. Belke(î) bi xwe jî hawî(23) ecnebîyan miletê tabiê xwe diherişînît her wekî çar salan ber(î) niha Kurd û Ermenîyêt (di nava) milkê Îranê da ku çend esran(24) heta niha wekî biran derbas dikirin, Îranî tehrîk kirin berdane hemû nifûsa Kurdan bi destê Ermenî û Asûrîyan wa mehû kirin. Namûsa Kurdan bi destê Ermenî û Asûrîyan ji nav birin; Ermenî û Aşûrî weke zarokên xweştivî birin nik xwe û ew hembêz kirin. Di destpêka kar de Kurdistan teşwîq û terxîb kirin û gotin: Meger Ekrad Misilman nînin, çira întiqama xwe ji Asûrî û Ermenan nastînin? Wan ser Kurdan gelek şolêt wiha kirine. Kurdên feqîr ji wê zulmê, ji wê cebirê bêtab man, êdî tehemula wam nema, mecbûr bûn îdia kirin madam
39
Dewleta Îranê neşêt me mihafize bikit û ji xeyr(î) zulmê çu muamilêt dîtir di gel me naket, bilan destê xwe ji me bikêşît em bo xwe dê îdara xwe bikin û milk û cîyê xwe jî dê mihafize bikin. Kurdên feqîr çi ku wasita neşirê, û mirovêt wan li nav meclisa dewletan tinebûn ji bo wê fikira xwe ji xeyr silahî çu wasite(yên) dîtir nedîtin, dest dane silaha xwe, Ecem hêdî hêdî ji nav xwe derxistin, ewên ku mayî jî înşelah dê dema nêzîk da ji eceman tamîz kin. Eceman ew fikire dizanî, sebebê êqdama Kurdan dizanî, belê rastî nedigot, digot Kurd şeqawetê dikin, her dem orduyek tertîb dikir, sewq dikire ser Kurdan, belkî Kurdan temamen mehû ket, şocaeta xwe ya fitrî îzhar kirin, (lê) di hemî şeran da xalib bûn. Niha şol gehiştîye derecekê, nêzîk e Ecem bo xwe jî mexlûbîyeta xwe(25) û xalibîyet û heqanîyeta Kurdan îqrar ket, eger îqrar neket jî weqayêi dê şehadetîyê li heqîqetê bidin, mecala înkarîyê namînît. Ew wiqûaêt(26) çar sal e di wî muhîtî (de) diqewimit sebeb ew bû ku min erz kir, şeqawet nîne mudafia heqî ye(27). Qazîyê Simko-Mihemed Cemaledîn Elhekarî.” Para Wêjeyî ya Rojnameya “Kurd”ê Di beşê edebî (wêjeyî) de jî peyamên balkêş hene ku helbesteke mamosta Seyfulquzat bi awayê jêr hatiye belavkirin: “Qismet Edebî (eser qelemî Axay Seyfu’l-Quzat): Kurdî ne, ta key ême le kêwan mîsalî dêw/Bêyn û biçîn û bo me nebê qet xudan û xêw? Xelkî hemû le bax û le şaran a kêfxoş/ Êmeş bilaw û bêsere mawîn le deşt û kêw.
Rezber -Kewçêr 2015, Hejmar: 8 Reşmal e mal û keşk û penîr e meta’î Her mîlletê le la we heqî xoy be destê we/ me/Qesr û serayî xelkî dî ye pir le zêr û zêw. Kurdê ke ser helênê, delên bo te ser bizêw. Jêrdestî û îta’etî bêgane ta be key?/Şerm Azadî, serbexoyî, mîrî û gewreyî/Dawa e le bo me, hênde bijîn bênîşan û nêw. biken be zar û ziman û didan û lêw. 40
Rûpela 3yan a Rojnameya Kurdê
SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê Her kes ke pirr tewawî heqî babî xoy newê/Ew bêbeş e le Kurdî, derî ken, neyate nêw.”(28) Ew di helbesteke xwe ya din de behsa lîderê Şoreşa Kudistanê, Simkoyê Şikak, dike û ji gel daxwaz dike ku bihagiranîya wî baş bizane: “Kurdan Kurdekan be Xuda rojî xeyret e/Dest deyne xenceran û pêyawane bêne lêw. Simko (Xuda) ke dawe be me sahib û reîs/Şukrî bikeyin be zar û ziban û didan û lêw. Meqsud(î) wî eme: Ke heq(î) me bidate me/Teklîf(î) meş wiha ye feday bîn be nêr û mêw.” Di rûpelên din ên Rojnameya Kurdê de, şiroveya qanûnên hikûmetê hene û bi giştî behsa sîstema desthilatdarîyê hatiye ravekirin.
41
Emiliano Zapata û Simkoyê Şikak Emiliano Zapata (1879-1919) şoreşgerekî Meksîkayî bû. Ew gundîyekî Çermsor bû ku li dijî kedxwarîya feodal û hakimên herêma xwe serkêşîya şoreşekê kiribû. Karkerên gundî yên di kargehan de bi rêxistin kirin û di destpêka serîhildana xwe de ji sê parên axa welatê xwe, parek rizgar kir. Di pişt re ji hemû axa Meksîkayê, hemû başûrê welêt bi dest xist. Lêbelê serokkomarê wê demê yê bi navê Carranza xwest reforma zevî û axê ya ku E. Zapata dabû destpêkirin rawestîne û bi komployekê bi merema hevdîtinên sîyasî ew lehengê xizmetkarê berjewendîyên gel, kuşt. Zapata dema ku ji alîyê hêzên dewletê ve li cihekî bi navê Cuernavacayê hate kuştin, 39 salî bû. Xala balkêş ew e ku di awayê kuştina Zapata û Simko de wekhevî pir in. Her
Simkoyê Şikak û Emiliano Zapata
Rezber -Kewçêr 2015, Hejmar: 8
42 du jî şoreşger bûn û di dema hevdîtinên sîyasî de hatine kuştin. Yek, rêberê Şoreşa Meksîkayê û yê din jî serokê Şoreşa Kurdistanê bû. Dijberên her duyan jî dîktator û mirovên virek û sextekar bûn ku pişta wan ne bi hêza gel ve girêdayî bû, belam bi hêzdarên kedxwar ve. Her du jî di dîroka welat û gelê xwe de wekî “qehremanên milî”, bi nav û deng in. Li pey şehîdbûna her du lîderan, ji hêla gel ve gelek stran û helbest hatine gotin û nivîsandin, lê bi qasî ku li ser Zapata filmên sînemayê, konferans û semînar hatine çêkirin û lidarxistin, mixanin li ser Simko xebatên weha kêm in. Dema Simko tê şehîdxsitin, helbesta jêr li her derê dikeve ser zarê xelkê: “Rijandî namerd xwênî merdanit/Tolet estênît lawî Kurdanit.” Di folklora Kurdî de, nêzî 20 stranan ji hêla dengbêj û hunermendên Kurd ve li ser Simko û endamên din ên malbata wî hatine gotin. Kawîs Axa, Şakiro, Hecî Ebdulkerîm, Kazo û Şehram Dostanî hinek ji wan kesan in ku bi peyvên xweş li ser jîyan, qehremanî û şerê mêrxasên Kurd, kilamên xweş gotine. Di kilamên dengbêjên me de, li ser zilim û zora serdestan û hejarî û liberxwedana bindestan, bi zelalî behsa gelek rûdanên nexweş tê dikin.
Jêder û Têbînî . Ev gotin di nav xelkê herêmê de pir hatiye bihîstin û mamosta Rehîm Işnoyê jî di pirtûka xwe (Îhsan Nûrî Paşa) de li ser nivîsîye. (2) . Rapora nivîskî ya Artêşa Îranê, hejmar 2367, hejmara Telegrafê 2997. (1)
. Wateya wê ayetê weha ye: “Û hûn tev lepên xwe biavêjin benê Xwedê û ji hev belav nebin.” (4) . Lêkolîna min a li ser jîyan û kesayetîya wî heye lê hîn bi dawî nebûye. Bes a girîng, ew ji Colemêrgê bû û kesekî pir zana û şoreşger bû. Dema dibîne ku Rojhilatê Kurdistanê azad dibe, xwe digihîne cem Simko û wekî qazîyê wî pê re kar dike. (5) . Rojnameyên… (6) . Tevlihevkar, têkder. (7) . Belav dikin, diweşînin. (8) . Ji rastîya kar û şixul. (9) . Rojname. (10) . Dikare. (11) . Di vê derbarê de, li ser vê mijarê. (12) . Yanî di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de (1914-1918). (13) . Dewletên şerker, dewletên di halê şer de. (14) . Rastî xisar û zîyanê nehatiye. (15) . Girêdayî. (16) . Cih, herêm. (17) . Bi caran. Çendîn caran. (18) . Ji destê. (19) . Dewletên cîran. (20) . Li derveyî sînorê hêza wan. (21) . Cezayên li derveyî qanûnê. (22) . Cî bi cî nake. (23) . Wekî, mîna, bi awayê. (24) . Çend qirnan, çend sedsalan. (25) . Şikestin û binketina xwe. (26) . Bûyer, rûdan. (27) . Parastina maf û emekê ye. (28) . Ew helbest di nava Kurdan de naskirî ye û xwedî peyamên civakî û sîyasî ye ku rewşa Kurdan a serdema Qacarî û Riza Pehlewî bi eşkeretî dide xuyanîkirin. Mamosta Seyfulquzat, bi zimanekî wêjeyî û xweş, gilî û gazinên xwe ji dagirkerên welatê xwe vedibêje. (3)
SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê
43
Bindarûk 101 Biwêj, 101 Çîrok Xebata Mehmet Oncu ‘101 Biwêj, 101 Çîrok’ di nav Weşanên Avestayê de derket. “Biwêjên ku bi çend peyvan, bi qalibên dîyar û bi şibandineke kubar vegotina komên peyvan e, di heman demê de, hêza gel a afirandina gotinan e. Biwêj, dewlemendîya vegotinê bi hostatîya peyvan, bi awayekî bedew derdixin pêş. Min di vê xebatê de, wilo kêm û zêde serkanîya gelek biwêjên ku îro di zimanê Kurdî de têne bikaranîn raberî we ezîzan kir. Hûn dikarin di vê xebatê de gelek çîrok, serhatî û serborîyên ku ji biwêjên zimanê Kurdî re bûne çavkanî bibînin. Bi hêvîya ku ew berhem ji xebatên bi vî rengî re bibe referans…” (M.O.) 101 Biwêj, 101 Çîrok Ziman Mehmet Oncu 272 rûpel
Dayîk Dayîk, kebanîya malê ye. Erkên jîyana xwe yên herî bilind di bixwedîkirin û perwerdekirina zarokên xwe de û di hezkirina wan û ya mêrê xwe de dibîne. Serê xwe bi sîyaset û ramanên civakî yên mezin naêşêne. Lê qeder wan şîrînên li ber dilê wê yek bi yek bi şêweyekî dramatîk dispêre axa sar. Kurê wê yê nûgihayî wekî tayekî rihanê bi tenê ji dayîka xwe re dimîne. Li welêt, şerekî çînî diqewime. Bi ser de jî dijmin dikevin xaka welêt û çavên xwe berdidin xêr û bêrên wî. Dayîk, ji bo parastina mêrê xwe û zarokên xwe, heta nefesa dawî li dijî şer û cengan e. Hestên dayîka dêya zarokan û hestên dayîka ku bobelata welatê xwe dibîne di vê şanoyê de derbas dibin. Kîjan hest bi ser dikevin? Divê şano tev were xwendin. Dayîk Şanoname Karl Çapek Wergera ji zimanê Çekî: Zagros Haco 115 rûpel
Rezber -Kewçêr 2015, Hejmar: 8
44
Neqişejîyan
Ferîke Ûsiv: Helbestkar û wergêr. Di 2yê Sermaweza 1934an de, li gundê Sîpanê yê Êrêvanê ji dayîk bû. Kurê Ûsivê Îvo û Cemeda Emer e. Pêşîyên wî ji bajarê Qersê, ji gundê Emançayîrê, piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, tevî Kurdên Êzidî yên din û Ermenên herêmê derbasî alîyê Ûris bûne, bi rê de ji malbata wî gelek kes mirine. Wî dibistana seretayî li gundê xwe, Sîpanê, di sala 1951ê de kuta kir. Zarokatîya wî, di ber xwendinê re, di nava xwezaya çîyayên Kurdan ên li alîyê Ermenistanê de derbas bû, vê yekê jî hiştiye ku ew bibe tebîyetbêjekî yekta. Piştî xwendina xwe ya çar salan di dibistana navînî de, Fêrîkê Ûsiv, di 1955an de, di Enstîtûya Pedagojîyê ya Xaçatûr Abovyan de dest bi xwendina xwe ya bilind a di Para Fîlolojî û Dîrokê de kir. Heman salê, ku rojnameya Rya Tezeyê dest bi weşana xwe kir, dest pê bû helbest û bendên wî di vê rojnameya navdar de weşîyan. Wî di sala 1960î de enstîtû kuta kir. Paşê di Radyoya Kurdî ya Yerevanê de wekî serokê Beşê Wêjeyê dest bi xebatê kir. Pirtûka wî ya pêşîn, Çavkanî, di sala 1961ê de hate çapkirin. Piştî vê yekê bi demeke kurt, ji ber ku ji ber rastgotîya xwe ya di jîyana xwe ya xebatê de tûşî êrîşan bû, rojekê girt hemû helbestên xwe yên çapbûyî û çapnebûyî giş şewitandin. Bi hanedana Hecîyê Cindî yê xezûrê xwe, di sala 1963yan de, beşdarî pêşbirka wergerê ya bo berhemên Sayat-Nova bû û bi wergera xwe ya bo Kurmancî xelata
sêyemînîyê wergirt. Wî di navbera salên 1963 û 1967an de ji Avedîk Îsahakyan, Lêrmontov û Shakespeare berhem wergerandine Kurdî, di 1964an de, pirtûka wî ya bi navê Gula Elegezê hate çapkirin, di 1967an de jî ya bi navê Lîrîka. Wî di 1968an de li gundê xwe dest bi mamostatîyê kir. Di sala 1971ê de, dastana wî, Xewna Mîrmih, li Moskovayê, di nava pirtûka Hikayet Der Heqê Bar Mûraz De, bi Rûsî hate weşandin. Di sala 1974an de, bû endamê Yekîtîya Nivîskaran. Dastana wî ya bi navê Ûsivê Neviya di 1973yan de hate weşandin. Pirtûka wî ya bi navê Narê di sala 1977an de çap bû. Du dastanên wî yên din, Rihana Reso û Hesretdefter, di 1984an de, di berhevoka helbestkar û nivîskarên Kurdên Sovyetê, Bahara Tezeyê de hatin weşandin. Wî di nava van salan re her weha ji Byron, Goethe, Pûşkîn, Yêsênîn û Hovannes Tûmanyan berhem wergerandine Kurdî. Di helbestê de, du helbestkarên mezin hebûn, ku Fêrîk ew wekî hosta qebûl kirine: Pûşkîn û Yêsênîn. Ji ber vê yekê, di sala 1987an de derkete gereke demdirêj, ji bo ku bajarên Pûşkîn lê mayî bibîne, li duwazdeh bajarên welatê Ûris gerîya. Ûsiv di payîza 1996an de çû dîtina keça xwe, Zerê û nevîyên xwe, Narê û Alîk, ên ku li bajarê Nîjnî Tagîlê diman, lê Fêrîk êdî nexweş bû. Di gel pêdagirîya malbatê, çû. Di 28ê Nîsana 1997an de, vegerîya Êrêvanê, mala xwe. Lê nexweşîyê lê giran kir, Fêrîk di 1ê Gulanê de rakirin nexweşxaneyê. Tevî hewldanên pakkirinê, Fêrîkê Ûsivê helbestkar û wergêrê mezin,
SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê di 3yê Gulana 1997an de, di 63 salîya xwe de, li Êrêvana paytexta Ermenistanê kiras guhast û tevî karwanê nemirên Kurd bû. Li ser xwestina wî, Fêrîkê Ûsiv li gundê Sîpanê, li berpala Çîyayê Dibûrî hate veşartin. “Tîrinc di ewran de vesiyan tewtewî, Gund çarşeva sîyê wergirt kerr û lal. Ji kingê de ji min re bûne tehlexewî Şevêd Pampê ye şêrîn û şemal? Ba bazirganê dûmanê dajo Li şax u şiverêyen li dora Qemerdax, Li ber kelefeyekî kevin, kajovajo Îx bûme di binê barê derdan.”
45
“Di eyna esmên de min dî sifetê ruhê xwe yî mirr Digirîm, dinalim bi şîn û şewata qirnan û dewran.”
Rezber -Kewçêr 2015, Hejmar: 8
46 Xodîka Çandê
Kovara Şarê: Vedenga Herêma Keskesorî
K
ovareke çandî ya mehane ye. Ji weşanên Rêxistina Şarê ya Geşepêdanê ye. Kovar, bi du zimanan (Kurdî-Erebî) tê weşandin û xebatên xwe li Qamişloyê dide meşandin. Kovara Şarê giranîyê dide tevdana mijarên girêdayî hevjîyîn, aştîya navxweyî û karûbarên sivîl ên ku di encama lêkdan û pevçûnan de derdikevin holê. Şar, bi nivîsên xwe yên celeb celeb, dixwaze dîwarê pûtepênedana çandî ya li Herêma Cizîrê hilweşîne û di heman demê de, pirên hevnasîn û hevpejirandinê di navbera pêkhatîyên Herêma Cizîrê de ava bike. Rêxistina Şarê ya Geşepêdanê heta niha şeş hejmarên kovarê weşandine. Di
her hejmarekê de, pênc hezar dane têne çapkirin û têne belavkirin li bajarên Dêrik, Girikê Legê, Çilaxa, Tirbespî, Qamişlo, Dirbêsî, Serê Kanîyê û Amûdê. Ji nav mijarên ku naveroka hejmara şeşan a Kovara Şarê tijî kiriye: - Tund û Êşa Wêneyan. - Zemîna Zêrîn, Dema Pirtûk Binax Dibûn. - Dirbêsîya Binxetê. - Leşkerê Bafon ê Mêrxas. - Bazara Ezra, Bêhna Kevnartiyê.