Sormey 10 kurdî

Page 1

SORMEY

Kovareke Hizirî-Çandî ya Dumehane ye Ji Weşanên Sazîya Çarçirayê ya Çandê

َ

Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê

Hejmar: 10 / Rêbendan, Reşemî

Dosyaya Hejmarê: Ragihandin û Azadîyên Şarwer • Ragihandin û Pêwîstîya Avakirina Civakeke Têgihaştî • Ragihandin Wekî Darê Di Destê Cengê De • Dema Ku Ragihandin Dibe Qada Radîkalîzmê • Rola Ragihandinê Di Kûrkirin û Rûniştandina Demokrasîyê De


SORMEY Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê

Sormey

Kovareke Hizirî-Çandî ya Dumehane ye Ji Weşanên Sazîya Çarçirayê ya Çandê Hejmar: 10 / Rêbendan, Reşemî

Naverok

Kovareke Hizirî-Çandî ya Dumehane ye Hejmar: 10 / Rêbendan, Reşemî Dosyaya Hejmarê: Ragihandin û Azadîyên Şarwer Gerînendeyê Giştî: Nihad Iskan Desteya Sernivîskarîyê: Ebas Mûsa, Evdo Şêxo, Soz Hec Yûnis, Bihar Mirad, M. Mecîd Hisên.

Sernivîskarî û Serrastkirina Beşê Kurdî: Evdo Şêxo Sernivîskarî û Serrastkirina Beşê Erebî: Ebas Mûsa Wêneyên Bergê: Xalid Elbayih @khalidalbaih Derhênerê Dîtbarî û Rûpelsaz: Şivanê Dêrikî Çapxane: Sîmav Kovara Sormeyê Tel: (+963) 0938 408 206 (+963) 0999 656 125 e-mail: kovara.sormey@gmail.com Facebook: Sormey Magazine Twitter: Kovara Sormeyê Mafê çapkirina gotaran ê komîteya weşana Kovara Sormeyê ye, lê nivîskar berpirsyarên naveroka nivîsên xwe ne. Rêzkirina nivîsan girêdayî hin egerên teknîkî ye

Gotina Sormeyê: Ragihandin, Şer û Azadî: Sê Kêlên Ku Bi Kevirekî Nayêne Wergerandin/ 2 Xoşman Qado: Ragihandin û Pêwîstîya Avakirina Civakeke Têgihaştî / 5 Ebas Mûsa: Dema Ku Ragihandin Dibe Qada Radîkalîzmê / 10 Kenneth Payne: Ragihandin Wekî Darê Di Destê Cengê De /13 Ebdula Peşêw: Çend Têbînîyên Serpêyî Der Barê Medya û Ziman De /19 Sheila S. Coronel: Rola Ragihandinê Di Kûrkirin û Rûniştandina Demokrasîyê De /37 Bindarûk /44


Rêbendan -Reşemî 2016, Hejmar: 10

2

Sê Kêlên Ku Bi Kevirekî Nayêne Wergerandin

P

D

i dahûrandina rewşa ragihandinê ya li jêr sîya ecngê de, meriv rasterast li binpêkirin û herifandina bingeha azadîyê diterpile. Ragihandina ku di nava bend û mercên cengê de dixebite, dimîne girtîya rêbazên şer ên derqanûnî û gelek caran xwe di çeperê xweparastinê de dibîne. Lê ev yek nayê wateya ku ragihandin her dem xwe li bêalîtîyê dideyne û kirasê spî yê bêgunehîyê li bejna xwe dialîne, çi ku navgînên ragihandinê, gelek caran, dibin darê di destê alîyên şer de û hino hino xwe wekî alîyekî cengê dibînin. Di hejmara dehan a Kovara Sormeyê de, me giranî daye rewşa ragihandinê ya di hengama şer de û rola navgînên ragihandinê di avakirin û rûniştandina civakeke têgihaştî de, da ku bibe amûra danîna binyata sîstemeke demokratîk a ku bikare azadîyên şarwer ên welatîyên xwe biparêze û tovê demokrasîyeke rûniştî û mayînde biavêje. Di gotara li jêr serenavê “Ragihandin û Pêwîstîya Avakirina Civakeke Têgihaştî” de, nivîskar Xoşman Qado hewl dide ku rola ragihandinê ya girîng di danîna bingeha civakeke hişmend û bîrewer de zelal bike. Nivîskar her weha giranîyê dide rewşa ragihandinê li Rojavayê Kurdistanê, sedemên alîgirîya kor û bêhevseng a navgînên medyaya Kurdî nîqaş dike û vê fêmkorîya medyaya Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê bi nexweşîya partîperestîyê û xwedûrkirina ji pîvanên sincî û pîşeyî yên ragihandinê ve girê dide. Li hêla din, nivîskar Ebas Mûsa mijareke girîng û hestyar a girîdayî bikaranî-

na navgînên ragihandinê ji hêla radîkalîzmê ve tev dide. Di gotara bi navê “Dema Ku Ragihandin Dibe Qada Radîkalîzmê” de, nivîskar, bêserûberîya amyarên ragihandinê û tektîkên komên radîkalîst ên sûdwergirtina ji sadetîya van amyaran raber dike. Gotar xwe berdide nava şêwazên komên radîkalîst ên belavkirina sawgerîyê di rêya ragihandinê re û ji me re eşkere dike bê ev kom çawa ragihandinê wekî jehreke kujer li hemberî cîhanê bi kar tînin. Wekî din, di gotara Kenneth Payne ya bi navê “Ragihandin Wekî Darê Di Destê Cengê De”, ku ji hêla Bihar Mirad ve hatiye wergerandin, nivîskar, bikaranîna ragihandinê ji hêla alîyên şerker ve û bindestî, bêderfetî û pepûkî û her weha zîyanokerîya navgînên ragihandinê di dema şer û pevçûnan de rave dike. Dîsa di nava dosyaya vê hejmarê de, Sormey, gotara dirêj û girîng a helbestkar Ebdula Peşêw piştî pazdeh salan -bi edîtorî û lêvegereke hûrbîn- ji nû ve diweşîne. Gotara li jêr navê “ Çend Têbînîyên Serpêyî Der Barê Medya û Ziman De”, giranî daye cîyê zimanê Kurdî di nava rewşa kambax a medyaya Kurdî de. Gotara ku Kakşar Oremar tîpguhêzîya wê ya ji Soranîyê kiriye, tevî derbasbûna vê dema dirêj a li ser weşandina wê ya yekem jî, girîngî û giranîya xwe winda nekiriye, çi ku ew rewşa kambax a ku di gotarê de tê destnîşankirin, hîn heta radeyekê didome û birîn jî hîn nehatiye dermankirin! Her weha ji ber ku dosyaya Sormeyê ya vê hejmarê girêdayî ragihandinê ye, me wekî Sazîya Çarçirayê ya Çandê xwest ku


SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê

hejmareke wêneyên nûçegihanê Reutersê yê herêmên Cizîr û Kobanîyê, rojnameger Rodî Seîd, biweşînin. Wêneyên der barê rewşa çend salên rabihurî yên her du herêman de, bi hostatî û pisporîyeke bêhempa hatine kişandin. Sormeyê jî ev wêne çap kirine û wan di qutîyeke rengîn de raberî xwînerên xwe yên hêja dike. Her dawî jî, em dixwazin vê biwêja Kurdî wekî pirsekê der barê rewşa niha

3

ya ragihandinê de pêşkêş bikin: Gelo di nava rewş û nîrên şerê heyî de, ragihandin dikare atmosfereke guncer a misogerkirina azadîyên şarwer peyda bike û dikare sîstemên heyî neçarî rêzgirtina serbestîya qanûnî ya ragihandinê bike ku em êdî bişên sê kêlan bi kevirekî wergerînin?! Sernivîskarîya Beşê Kurdî yê Kovara Sormeyê


4

Rêbendan -Reşemî 2016, Hejmar: 10

Dosyaya Hejmarê

RAGIHANDIN Û AZADÎYÊN ŞARWER


5

SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê

RAGIHANDIN Û PÊWÎSTÎYA AVAKIRINA CIVAKEKE TÊGIHAŞTÎ

P

Pêşgotin

S

erdema sedsala 21ê wekî serdema lezgînîyê tê naskirin, ew jî vedigere sedema pêşketina mezin a di warê veguhastinê û alavên wê de, her weha girêdayî şoreşa di warê pêwendîdanîna têldar û netêldar de ye, ku di rêya wê re, derfeteke berfireh çêbû ku her mirov bikare li mala xwe, di demeke kurt de, bi rêya deng û wêne re yan jî her duyan bi hev re, bigihe hemû agahî û nûçeyan. Bi pêşketina van alavan re, çapkirin jî her weha pêş ket û vê yekê bi xwe delîveyeke baş ji bo çapkirin û weşandina berfireh a rojname û kovaran jî vekir.

Ragihandin, bi hemû şêweyên xwe, bandoreke pir mezin di arastekirin û kontrolkirina nêrîna giştî de lîst, ku ew bi xwe jî destikekî guhertinê ye, ji ber ku ew têgihaştinekê di civakê de peyda dike, rewşa civakê û mirovan şirove dike û miz-

Xoşman Qado

gînîya guhertinê dide. Wekî din, ew rêyê li pêşîya ramanên wekhevî, azadî û dadmendîya civakî vedike. Ragihandin, Warê Têkilîdanîn û Pêwendîdanînê ye Rast e ku îroroj, warê ragihandina nû, dubarekirina dariştina têgihên demokrasîyê, beşdarîya sîyasî û têkilîya welatîyan bi dewlet û desthiladarîyê re ye û her weha nêrîneke nû bo karêgerî û beşdarbûnê derdixe holê. Wekî din, hemû sînoran, bendên çavdêrîyê û şêweyên deshiladarîyê derbas dike. Lêbelê heman warê ku dariştina cîhana me ya sexte û azmûnên me yên hizirî jî dubare dike, di rêya navgînên

ragihandinê re; warekî li gel wê peyda dike, warekî ku tijî gêre ye û hemû navgîn û amrazên nû bi kar tîne. An ku pîvana nêrîna giştî bi şêweyekî sexte tê bikaranîn çaxa ku pirsekê li ser malpereke înternetê ya rojnameyekê yan jî sazîyekê dikin û


6

piştî hefteyekê yan bêhtir encamên wê derdikevin, dibe ku tenê niwênerîya alîyê ku pirs kiriye dike û dide xuyakirin ku ew nêrîna giştî ye. Hejmar û rêjeya wan encaman di ragihandina derve de tê dîyarkirin ku ew tiştê bûye derbirîneke rastîn a nêrîna giştî ye. Her wisa ew encam di rêya karekî zanistî re hatine ber destan û alîyekî serbixwe pê rabûye ku xwedî bawerî ye di warê pîvanên nêrîna giştî û lêkolînên bi vî şêweyî de. Zanistên ragihandin û pêwendîdanînê dibînin ku navgînên pêwendîdanîna cemawerî xwedî roline girîng in di afirandina nêrîna giştî de û ew çar qonaxan bo pêkanîna nêrîna giştî destnîşan dikin: 1- Qonaxa derketinê, ku cara yekê doz tê naskirin. 2- Qonaxa dansîna nakokîyê û şirovekirina wê. 3- Qonaxa danasîna giştî ya nakokîyê ji bo welatîyan. 4- Gihaştina dozê bo asta çêkirina biryarê. Di sedsala 18an de, hêza nêrîna giştî mîna dîyardeyeke sîyasî û civakî hate naskirin, lêbelê şêwaza bikaranîna nêrîna giştî û çawanîya pêkanîna rola wê di sîyaseta giştî de, di qonaxine dîrokî re derbas bûn. Jixwe prosesa radîtina nêrîna giştî û pîvandina wê bi awaeykî zanistî, di dawîya salên 30î yên sedsala bihurî de hate aktîvkirin, ew jî li jêr sîya nimûne û şêweyine cihêreng. “Em dikarin cudahîyê bixin navbera bandor (effects) û karêgerîyê (effectiveness), a yekê vedigere hemû encamên ku ji karê navgînên pêwendîdanîna cemawerî dertên lê ya duduyan şîyana pêkanîna armancine destnîşankirî raber dike, mîna: Balkişandina hejmareke mezin a cemaweran an bandorkirina li nêrîn an jî li reftarê.

Rêbendan -Reşemî 2016, Hejmar: 10

Ji lew re, ji hêla teybetmendîyên girêdayî wan ve, cihêwazîyeke mezin di navbera ya yekê û ya dudyan de heye. Gerek bû ku ji destpêkê ve em xaleke din destnîşan bikin, xala ku bi lêvegera demane ve girêdayî ye. An ku divê em nas bikin bê ka me di dema rabihurî de guh dida çi, an em ê di paşerojê de bi pêşdîtinine cuda binêrin. Heger guhdana me bi dema rabihurî be, gerek e em bi hûrbînî pesinê bûyerên ku bûne bidin. Lê heger em guh bidin pêşdîtinê û tiştan li gor wê şirove bikin, divê em tunebûna bawerîyê bidin ber çavên xwe. An ku dê encamên me ne girêdayî bin bi asta hûrbînîya ku di rewşa yekê de tê pêkanîn. “Divê asta bandoran bê xuyakirin, gelo ew asteke takekesî ye, an komî ye, an rejîm e, an civak bi tevahî ye, an jî çand e? Dibe ku her astek ji van astan bi şêweyekî bi pêwendîdanîna cemawerî bandordar bibe.”(1) Dariştin û pêkanîna nêrîna giştî di civakan de yek ji rolên sereke yên navgînên ragihandinê ye, nexasim li gel pêşketina teknîkî û alavên pêwendîdanînê. Bandora li ser nêrîna giştî bi şêweyên cihêreng dibe, navgînên ragihandinê jî yek ji jêderên girîng ên wergirtina zanyarî û agahîyan e. Her weha dibe ku ev zanyarî û agahî rast bin an bêne guhertin li gor sîyaseta her sazîyeke ragihandinê, mîna ku agahîyine kêm bêne dayîn an jî derew tê de hebin. Wekî din, dibe ku agahî bêalî bin û ne di xizmeta nêrîneke destnîşankirî de bin, an jî dibe ku bo dîyarkirina alîyekî destnîşankirî bin. Ev agahî û zanistên celebceleb, bingeha sereke ye ya ku navgîna ragihandinê dikare di rêya wê re bandorekê çêke. “Nêrîna giştî, koma nêrînên ku mirov wan dişopîne bi kar tîne; çi nêrînên ku bandora wan li ser karûbarên civakê


SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê

heye, an jî yên ku pê ve girêdayî ne. Ew bi xwe komeke ji her celebekî nûçeyên dijhev, bawerî, xeyal, ramanên negihaştî û pêşdîtinan e. Tim tevlihev e û ji rojekê heta bi rojeke din an ji hefteyekê heta bi hefteyeke din tê guhertin; lewma têkilîyek di navbera xwezayîya cemaweran û nêrîna giştî de heye.” (2) Ji ber ku rola ragihandinê di çêkirina nêrîna giştî de sereke ye, deweletên pêşketî girîngî û pêwîstîyeke mezin didin vî warî, ji ber ku ew tê naskirin wekî yek ji hêmanên harî xurt ên biryarwergirtinê, kontrolkirina nêrînên welatîyan û bidestxistina hezkirina wan. Ji lew re, ew dewlet û her wisa sazî û rêxistinên mezin, pûtepêdaneke pir mezin didin vî warî û budceyeke mezin jê terxan dikin. Armanca ragihandinê di civakê de: An çandina ramanekê di hişê mirovan de ye, an rakirina ramanekê ji mejîyên wan, an jî piştgirtin û bicîkirina ramaneke ku berê di civakê de heye. Rojnamegerî Jî Qadeke Girîng a Nêrîna Giştî ye Hubert POV-Marie, damezirînerê Rojnameya Le Mondeyê dibêje: “Rojnameyên mezin ên rojane, tenê sazîyine pîşeyî û bazirganî ne û nabe ku tiştekî din bin, ji ber ku ew navgînên bidestxistina agahîyan in.” Rola rojnamegerîyê di çêkirina nêrîna giştî û pêkanîna alîyên cihêreng de, li gor rejîma desthiladar û nêrîna wê ya der barê rojnamegerîyê de, her wisa li gor derfeta azadîya heyî, ji welatekî heta bi welatekî din tê guhertin. Rojname tê nasîn wekî navgîna herî xurt a ragihandinê di warê çêkirina nêrîna giştî de, ew jî di rêya belavkirina gotar, nirxandin, nûçe, lêpirsîn, wêne û karîke-

7

turan re. Jixwe rojnamegerîya nûjen wêne û nîgaran wekî bingeh ji xwe re digire ji bo ku bandorê li nêrîna giştî bike, ji ber ku wêneyê biwate dikare gelek mijar û pirsgirêkan der bibire û bandora gotaran jî derbas dike. “Erkên ku rojnamegerî pêşkêşî cemaweran dike, pir in, lê erkê herî girîng ragihandin e, an ku nûçe û nirxandina wan e. Her weha divê rojname nûçeyê bi rengekî balkêş pêşkêş bike.”(3) Têkilîya rojnamegerîyê bi nêrîna giştî re têkilîyeke hevgirtî ye, ji ber ku girêdaneke xurt û karîger di navbera wan de heye, nexasim piştî wan pêşketinên mezin ên ku di sedsala 20an de di warê rojnamegerîyê de çêbûne. Rojnamegerî amûreke girîng a guhertinê ye, çi li ser asta ragihandinê û çi li ser asta civakê. Ji ber ku peyameke rojnamegerîyê di civakê de heye; jê tê xwestin ku cîyekî sereke bide mijarên civakî û sincî, çi ku ew navgir e di navbera gelek şêweyan de, çi civakî û çi sîyasî. Tê nasîn ku di civakên pêşketî de, hindek sazî çavdêrîya karûbarên sîyasî, aborî, çandî û hin karûbarên din jî dikin. Pêdivîya vê rewşê jî bi amûrekê heye ku karîbe çalakîyên wan sazîyan bigihîne welatîyan. Her wisa pêdivî heye ku welatî hindek kiryarên ku desthilatî pê radibe nas bikin. Îcar li vê derê, rola rojnamegerîyê derdikeve holê ji bo ku rastî û agahîyan raberî milet bike da ku milet karîbe li hemberî kesên xwedîbiryar, nêrîneke giştî ya xwedî hêz û bandor ava bike, ew jî gava ku kêmanî yan jî şaşîtî çêbibin. Jixwe ev rewş nayê wateya ku desthilatdarî û rojnamegerî xwe li hev rakişînin û bibin dijminên hev, lêbelê berevajî vê yekê, ew têkilîyeke serbixwe ye ku tenê ji bo çavdêrîkirinê ye. Ji lew re jî, wekî ku


8

Rêbendan -Reşemî 2016, Hejmar: 10

nîşankirina şêweyê ramanîna me de heye, ew wêneyekî têkûz der barê xweyîtîya me de dide nîşan.” Îcar heger em bixwazin radeya bandora navgînên ragihandinê nas bikin, divê em wê bandorê şirove bikin, her wisa divê em wê li gor têgihaştina Çand û Nêrît Bandorê Li Berîdayî- xwe û têkilîya wê ya bi civakê re destnîşan bikin. Ji ber vê yekê, mijara bandora na Civakê dikin navgînên ragihandinê ya li ser civakê û “Paşmayîya şaristanî û çandî ya her mi- pêkanîna wê ya çandî bû cîyê pûtepêdana letekî, ji girîngtirîn hêmanên bandordar gelek zanyaran. ên çêkirina nêrîna giştî ye.”(4) Tiştekî normal e ku mirov bikeve bin Ragihandin û Rojnamegerîya Kurdî bandora dab û nêrîtan, dîrok û nirxên ku di civakekê de hene. Li vir jî em dizanin Tenê Nav e Ji ber ku beşê mezin ê ragihandina ku têkilîya di navbera nêrîn û yekalîtîyê Kurdî negihaştiye asta perwerdekirin û de xurt e, ji ber ku nêrîna giştî gelek caran derbirîna alîyekî ye û bi gelek kesan rêbertîya civaka Kurdî ber bi armancine re dibe xwedî nêrînekê di civakê de. Li taybet ve, ew nikare bi rola xwe ya avahêla din, lêkolînên zanistî teqez dikin ku kirina çandeke Kurdî li hemberî çanda çand xwedî bandoreke mezin e di çêkiri- miletên din rabe û ji ber vî tiştî jî ew nina alîyên derûnî û nêrîna giştî de. Hemû kare di nav milet de dîyardeyeke dirust, pêlên çandî, sîyasî, civakî û aborî dibin ku karîbe bibe birêvebera milet, peyda bingehine sereke bo projeyên ragihîner û bike. Li hêla din, ji ber ku gelê Kurd mîna hebûneke neteweyî bi şêweyekî sivîl nejîrojnamegeran. Ji bo peydakirina nêrîneke giştî ya yaye û ji ber ku bi sedên salan li bin dekarîger, pêwîstî bi rojnamegerîyeke stan maye; vî gelî nikarîbû çand, huner, azad heye da ku karîbe bi erkê xwe yê wêje, raman û rewşa jîyana xwe bi awayekî ronîkirina civakê rabe, hem di warê karîger ji miletên din re pêşkêş bike û her şopandina bûyerên ku diqewimin de û tim ew dîlê ramanên çandine din dima, hem di warê dîyarkirina rastîyên heyî çi ku ragihandineke giştî ku berjewende. Ev bingeha rûmetê ya karê rojna- dîyên miletê Kurd pêk bîne, nehatiye megerîyê ye, ne ku bi dûv xweşkirin û avakirin. Dîsa tê naskirin ku ragihandina propagandayê bikeve yan jî bibe peyê Kurdî, rewşa jîyana mirovê Kurd bi gedesthiladarîyekê. Ji lew re, rojname- lek raman û dîtinan dide xuyan: An bi gerîya azad bingeha sereke ya avakirina hin dîtinên partîparêz ên berteng, an jî nêrîneke giştî ya xwedîbandor û karîger bi hin dîtinên kesane. Helbet her du alî e. Her wisa ji bo dozên girîng, rojname- jî hîn negihane asta têgihaştina têgiha gerî di rêya zelalmendî û şaristanîtîyê re ragihandinê û pêwîstîya wê di pêşketina mirov û civakê de. dikare alîyan di civakê de ava bike. Pêdivîya miletê Kurd ya bi ragihanJane Root di pirtûka xwe ya li jêr seredinê, pêdivîyeke sereke ye û divê xebatên navê “Sebetê Veke/Open the Box” de dibêje: “Rola navgînên ragihandinê di dest- mezin ên bi pisporî di vî warî de bêne meşandin, ji ber ku qada ragihandinê qada tê nasîn, gelek armancên rojnamegerîyê hene, ji wan armancan: Nûçe, ragihandin, şirovekirin, şopandin, birêvebirin, ronîkirin û pêkanîna daxwaz û pêdivîyên cemaweran.


SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê

herî girîng a şerê çandê û ramanan e û ew bi xwe rêya herî baş a guhertina nêrîna giştî ya civakê ye. Reng e gelek nimûne di dîroka têkoşîna miletê Kurd de peyda bibin, lê îroroj nimûneyek li ber çavan peyda dibe ku ew jî Rojavayê Kurdistanê ye. Li vî parçeyê Kurdistanê, ragihandin bûye qadeke taybet a belavkirina bangeşeyên derewîn di nav milet de, ew jî di rêya hin plan û projeyên taybet re. Her wisa bûye alaveke dûrkirina milet ji birêveberîya sîyasî. Di rewşeke bi vî awayî de, gerek bû ku ragihandina Kurdî bi hemû beşên xwe; malper, rojname, televîzyon û radyo li dijî van bangeşeyan rawestîyane da ku aramîyek di nav civakê de bidana rûniştandin, lê mixabin gelek ji wan alîkar bûn di belavkirina wan bangeşeyan de û bi wî awayî wan xwest gengeşeyekê di nav milet de çêkin; helbet ev yek jî ji bo berjewendîyên wan ên kesane yên teng bû, ji ber tu carî wan kesan kar û xebat ji bo neteweya Kurdî nekirine û nikarîbû doza xwe bi rengekî dirust ji miletên cîhanê re jî bidin xuyakirin û ravekirin. Êdî çaxa ku em bala xwe bidin ragihandina Kurdî bi giştî, em dibînin ku tenê ew di çarçoveya ragihandina partîparêzî û partîperestîyê de ye û li kêleka wê jî piranîya rojnamegeran jî xwe di wê xelekê de hiştiye û wan tu carî hewl nedaye ku xwe ji jêr bandora wê ramanê derxînin û nêzîkî sinc û erkên karê xwe bibin. Di jîyana miletan de, rojnamegerî tê naskirin wekî desthilatîya çaremîn, ji ber ku ew çevdêra tewrî paqij a hemû mirovan e, seba vê yekê jî, barekî gelekî giran dikeve ser milên rojnamegeran, çi ku erkê wan ê di civakê de erkekî sereke ye di warê bîrewerkirin û hişyarkirina miletan de û gerek e ew bi qasî vê berpirsyarîyê bin û bi rola xwe rabin wekî mirovine ku asta têgihaştina hişê civaka xwe bilind dikin.

9

Jêder: 1. Dr. Kamil Xorşîd: Medxel Ila Elraiî Eleam (Derbasekek Bo Nêrîn Giştî), Dar Elmesîra lilneşir û Eltewzî û Eltibae, Uman, 2011. 2. Dr. Samîya Mihemed Cabir û Dr. Nemat Ehmed Itman, Elitisal Welilam (Teknelocîya Elmelûmat) (Pêgihandin û Ragihandin “Teknolojîya Zanyaîyan”), rû: 122, Dar Elmerfe Elcamiye, 2003. 3. Dr. Ebdulletîf Hemze: Elilam lehû tarîxehû we mezahibehû (Ragihandin Xwedî Dîrok û Zavên Taybet e), Dar Elfikir Elerebî, Qahîra, rû: 27-32 4. Dr. Xelîl Sabat: Elsehafe Rîsale we Istidad we Fen we Ilim (Rojnamegerî Peyam, Amadebûn, Huner û Zanist e), Dar Elmearif, Qahîra 1968, rû: 21 5. D.r Ehmed Bedir: Elrayî Elam (Nêrîna Giştî), Wekalet Elmetbûat, Kiwêt, 1982.


Rêbendan -Reşemî 2016, Hejmar: 10

10

DEMA KU RAGIHANDIN DIBE QADA RADÎKALÎZMÊ

P

D

i tevdana pêwendîya redîkalîzm û ragiahndinê de, meriv xweş dibîne ku ya rast û berbiçav ew e ku tevgera radîkalîzmê karîbû ragihandinê bi rengekî berfireh û aktîv bi kar bîne û cilikê ji bin lingên dijberên xwe bikişîne.

Ebas Mûsa

berhemên wan (di hemû amyarên ragihandinê de) belav dikin, nemaze vîdeoyên serjêkirinê yên ku rêxistineke mîna DAIŞê belav dike. Dema ku rêxistineke wekî DAIŞê, vîdeoyan dikişîne, berê xwe ne tenê dide hevalbendên xwe, lêbelê berê xwe dide

dijberên xwe jî; ev yek jî bi şêweyekî ku gilêza rojnameger û piranîya karmendên amyarên ragihandinê yên din diherikîne. Qada ragihandinê ya cîhanî, bi giranî, bi heman çavî li kiryarên komên radîkalîst dinêre û nameyine bi heman naverokê ji temaşevan û şopîneran re dişîne, ku ev kiryar dijberîya mirovatîyê dikin, lê mijar ne wisa ye, çi ku hin kodên veşartî Radîkalîzm û Ragihandina Dijber di navbera van nameyan re têne şandin ji hevalbendên wan re yan jî ji piranîya Hevalbend in! Em dikarin bibêjin ku, ji alîyên Misilmanan re yên ku bi dudilî li karê radîklaîst bêhtir, dijberên radîkalîzmê, van koman dinêrin. Ji ber ku şêweyê ku nameyên xwe pê dirêsin wisa zehf bedew Dema ku meriv vê gotina rabihurî wekî rastîyekê bipejirîne, dê mat nemîne, çi ku welatên Rojavayê, tevî navgînên ragihandinê yên qerase yên ku êrîşeke bêhempa diajon ser van komên radîkalîst, nikarîbû heta niha hêza wan a di qada ragihandinê de bişikînin an çewtîya rêya radîkalîzmê bi dilxwazên wê bidin bawerkirin.


SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê

dixuye û xemilandî ye bi gotinên Qurana Pîroz an bi peyvên Muhemedê pêxember, wisa jî name nîvçe digihe alîyê dijberên van koman. Temaşevan û şopîner van dîmen û nûçeyên girêdayî komên radîkalîst li ser sê beşên sereke dabeş dibin: Beşê yekem welatîyên welatên Rojavayê ne ku jixwe bi çavê dijberîyê li van kiryaran dinêrin, nemaze paşê êrîşên hovane yên li gelek bajarên wan yên sereke mîna êrîşên li Parîsê û yek ji encamên vê nêrînê ku qutebirînek di navbera penaberên Misilman û welatîyên wan dewletan de çêbû, çi ku ew êdî bi heman pîvanan li Misilmanan dinêrin. Beşê duyem ji Misilmanan pêk tê; ên ku dilê wan li ber gotinên Quranê û peyvên Muhemedê pêxember zîz e û heger li dijî hin kiryarên hovane yên tûj bisekinin jî, dê nikaribin dijberîyeke berfireh li dijî Misilmanîya xwe biajon. Beşê sêyem ji dezgeh û kompanîyên ragihandinê yên mezin û xwedîbandor pêk tê, ew beş jî berhem û kiryarên komên radîkalîst wekî tiştê herî balkêş bo şopîner û temaşevanan dide pêş. Ev her sê beş jî bi giranî di rêya înternetê re têne şopandin û bi taybet li ser rûpelên medyaya civakî. Kompanîyên mezin û xwedîbandor ên mîna Google, You Tube, Twitter û Facebookê, êrîşeke birêkûpêk didin meşandin li dijî malper û rûpelên ku propagandaya komên radîkalîst dikin, lê tevî wilo jî ew dibin egera belavkirineke berfireh a karên hovane yên wan koman; çi bi awayekî rasterast ji hêla wan koman bi xwe ve û çi ji hêla navgînên ragihandinê yên dijber ve. Heger em jî bibêjin ku “ji bandora kiryara terorîst bêhtir, belavkirin û ragihandina wê xwedî bandoreke berfirehtir

11

e”[1], wê çaxê em ê karibin bibêjin ku peyama wan her tim bi ser dikeve, ne tenê ji alîyê amûran ve lê biserketinekê li ser erdê jî dide rûniştandin, ew biserketin jî di hejmara peyrew û alîgirên wan de dixuye, hem ji alîyê bawerîyan ve û hem ji alîyê pratîkî, şervanan û alîkarên lojestîk ve. DAIŞ, Birêvebirina Hovîtîyê û Vejandina Serdema Zêrîn Tê zanîn ku hovîtîya DAIŞê rûyê herî reş ê xerabkirin û kuştinê ye. Vê rêxistina han motka xwe li gelek deveran danîbû lê lingên xwe bêhtir di Sûrîye û Iraqê de radane, ji ber ku cîyine ku tevlihevî û şer li wan li dar e, ji ber vê yekê DAIŞê karîbû navendine xwe yên sereke, an ku paytexta xwe ya Peyrewtîyê (Xilafet) li wan her du welatan ragihîne. Birêvebirina hovîtîyê termeke taybetî komên radîkalîzma Îslamî ye ku di pirtûka li jêr heman serenavî de, di 2004an de hatiye weşandin[2], jixwe rengê belavbûna vê pirtûkê jî tê wateya ku ragihandin çi qasî alî belavkirina raman û hizirên van komên terorîst dike. Pirtûk ji destpêka çapkirina xwe ve, ku bi rengekî sexte û navekî sexte belav bûbû, li welatên Ereban hate qedexekirin, lê paşê êdî li hezarên malperên înternetê hate barkirin û bû pirtûkeke berdest. Êrîşa Leşkerî ya Tund Li Dijî Komên Radîkalîst: Roja 11ê Îlona 2001ê rojeke herî giran e di guhertina sîyaseta navneteweyî de, bi taybetî sîyaseta Dûgelên Yekgirtî yên Amerîkayê li hemberî welatên Rojhilatê, ji ber vê yekê jî hin êrîşên mezin li hemberî Iraq û Efxanistanê pêk hatin û destwerdana hêzên hevpeyman di Lîbya û Sûrîyeyê de jî çû serî.


Rêbendan -Reşemî 2016, Hejmar: 10

12

Li hemberî terorîzma bêhempa, welatên Rojavayê çareserîyeke leşkerî da pêş vê pirsgirêkê, ku ev şêwaza çareserîyê heta vê kêlîyê jî didome lê hîn koka pirsgirêkê û bingeha wê nehatine çareserkrin, ji ber ku rêxistinên radîkalîst ne tenê karîbû hêlîneke xwe li herêmê ava bikin, belam wan hêlîna xwe di hişmendî û wijdanê Misilmanan de jî ava kiriye, ji ber ku li gelek deverên ku ji nava lepên Rêxistina DAIŞê rizgar bûne, xuya bû çawa zarok navên mîna navên terorsîstên DAIŞê yên wekî Ebû Bekir, Ebû Umer…hwd hildidin. Gerek e çareserkirina pirsgirêkeke wisa lihevgelicandî ji reh û kokê ve dest pê bike, çi ku Misilmanî tiştekî hevbeş e di navbera van rêxistinên terorîst û kesên sivîl ên ku bi ola xwe Misilman in de, êdî pir zehmet dibe ku tu cudahîyê bixî di navbera rastî û çewtîyê de; an ku di navbera Misilmanîya normal û Misilmanîya tund û dijwar de. Asta Ragihandina DAIŞê: Zimanê ragihandina Rêxistina DAIŞê, mîna zimanê hemû komên Îslamî yên din, pûtedaneke pir mezin dide resenî û xweşikbûna zimanê Erebî, bi şêweyekî ku nêzîkî ziman Quranê, zimanê pêxember û zimanê wê serdema zêrîn bibe. DAIŞ belavokên xwe û her weha hemû berhemên xwe yên ragihandinê bê pere belav dike, derhînandina wan jî pir bi rengekî spehî û bedew diafirîne û heman naverokan bi du sê zimanan li ser înternetê belav dike û carinan bi pênc şeş zimanan belav dike.[2] DAIŞê, li Mûsil û Reqayê, ji bilî belavok, namilke, pêvek û posteran; kovareke duzimanî li jêr serenavê Dabiqê diweşîne û li ser tora înternetê jî kanalên wê yên li ser YouTube û malbend û malperên

celebceleb hene. Ew her weha xwedî hin radyoyên herêmî ye ku yek ji wan bi navê Elbeyanê ye û weşana xwe li Mûsilê didomîne.[3] Tê xuyakirin ku bedewkirina rûyê ragihandinê, stratejîya herî bingehîn a radîkalîzmê ye û jixwe ev e sedema ku peyrewên wê yên ji nifşê ciwanan pir in, ji ber ku radîkalîzmê, bi wan dîmenên xwe yên tund, karîbû xwe bigihîne psîkolojîya van ciwanên ku dîmenên xwîn û serjêkirinê wan dikişînin ber bi van komên radîkalîst ve. Di dawîyê de, xweş belî ye ku radîkalîzm dikare di her kiryareke xwe de gelek armancan pêk bîne. Tê xuyakirin jî ku pirsgirêk ne bi rakirina navendên sereke yên komên terorîst ji kokê ye, ji ber ku wan reh û şaxên xwe vedane û li hin deverên mîna Sûrîye û Iraqê, dê karibin hizir û sozên xwe li ser erdê pêk bînin, da ku ji peyrewên xwe re bidin peyitandin ku ew dikarin li ser erdê jî hebin.

Lêveger û Çavkanî: Muhemed Elsemak, Elirhab We’lunif Elsîyasî (Terorîzm û Tundûtûjîya Sîyasî), Weşanxaneya Elnefaisê, Beyrût, 1992. [2] Îdaret Eltewehuş (Birêvebirina Hovîtîyê), Nacî Ebû Bekir, Navenda Lêkolîn û Vekolînên Îslamî, dîroka çapkirin û weşandinê ne dîyar e. [3] Ji hin belavokên ku min bi rêya rojnamegerên ku serdeana hin cîyên rizgarkirî kiribûn bi dest xistin, li nêzî Hisiçaya Rojavayê Kurdistanê (Rojnameyeke bi navê Elnebeiyê, hin namilke, daxuyanîname û pirtûk hebûn). [4] Raporetek ji Malbata Ragihandina Iraqî, bi navê Çavdêrîya Ragihandinê ya Çarem. [1]


SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê

13

RAGIHANDIN WEKÎ DARÊ DI DESTÊ CENGÊ DE

P Nivîskar: Kenneth Payne Wergerandina ji zimanê Îngilîzî: Bihar Mirad

D

i dema îroyîn de, ragihandin wekî darê di destê cengê de tê bikaranîn, ji ber ku biserketina di cengên nû de, xwe dispêre guhastina agahî û nûçeyan bi awayekî ku bandora wî li bipaşvebirina dijmin a di qada şer de hebe. Ev tişt rast e û li dijî xweşhêvîyên gelek rojnamegeran e ku nirxandineke bêalî û hevseng der barê şer de bidin. Serpêhatîyên leşkerên Dûgelên Yekbûyî yên Amerîkayê yên piştî Şerê Sar nîşan didin ku biserketina di qada şer de kêm caran bi rêya têkbirina dijmin a bi hêza çekan pêk tê. Li Somalya, Haîtî, Kosova û Efxanistanê, biserketina ramyarî bi ser ya leşkerî re bû.

Rêberên leşkerî yên vê demê, ji berê bêtir li ber xwe didin da ku di şer de bi ser bikevin; ew jî di rêya kontrolkirina ragihandinê, ku ew bi vî awayî armancên xwe pêk tînin. Qanûn û peymanên cengê, rola girîng a ku ragihandin di çêkirina berhemên cengê yên sîyasî de digerîne, bi awayekî aza dîyar nake. Qanûnên mirovane yên navneteweyî dibêjin ku divê karmendên ragihandinê mafên kesên sivîl wergirin. Ragihandin û Qanûnên Cengê Zehmet e ku em bi awayekî gelemper der barê ragihandina navneteweyî de biaxêvin, ji ber ku nimînendeyên gelek rêxistinên ku li ser hîmine ramyarî û civakî yên curbicur ava bûne, di ragihandina navneteweyî de hene. Lê tevî wilo jî, ew rastîyeke dîyar e ku ragihandina navneteweyî di qada şer de ne hêzeke bêalî ye. Di êrîşa Dûgelên Yekbûyî yên Amerîkayê ya li ser Iraqê de, artêşa DYAyê agahdarên rojnamegerîyeke bed bûn. Peyamhinêr agahîyên xwe tînin, asta gihaştinê û peyamhinêrîya bi azadî tê wateya ku raportên zîyanoker gengaz in. Bi rastî raportên zîyanoker


14

Rêbendan -Reşemî 2016, Hejmar: 10

berî sala 1977an, tu peymanên taybet têkildarî rojnamegeran û peyama wan tê de cî negirtiye.” Peymanên Cenevê yên sala 1949an, giranîyê didin rewşa ragihandinê ya di qada şer de û her weha zora ku şerker li ser peyamhinêrên girtî dikin. Divê rojnameger ji şerkeran bêne parastin, ji ber ku dema ku ew têne girtin, heye ku şerker destên xwe deynin ser alavên wan. Ew ne bi awayekî qanûnî têne binçavkirin da ku bikevin ber lêpirsînê. Divê peyamhinêrên nexweş û birîndar bêne dermankirin û heger ew hatibin girtin ji alîyê dûgela dijmin ve, divê ew bi wan re bi awayekî mirovane tev bigerin. Di protokola sala 1977an a ji bo peymanan de, rewş hinekî hate guhertin, îmzekaran qubûl kir ku “divê rojnameger bêne qebûlkirin wekî kesine sivîl, ji ber ku ew ji bo erkekî tirsnak û li devereke şer dixebitin, ev yek jî li jêr merca ku ew tu tiştekî zîyanoker li dijî rewşa xwe ya wekî kesine sivîl nekin.” Ji ber vê yekê, divê peyamhinêr xwe ji şerkeran cuda bikin; wekî mînak divê ew kincên şerkeran li xwe nekin. Wekî ku şirovekirina li ser protokolê dibêje: “Di qada cengê de, tu kes nikare bi awayekî hişmend ji şerkeran Protokola Cenevê bixwaze ku kesekî nekujin, nemaze ew Çarçoveya qanûna mirovane ya ku sin- kesê ku şerker nikare wî wekî rojnameger cên şervanan hikim dike, vedigere dema nas bike.” “Wekî kesên sivîl, rojnameger jî berî belavbûna torên nûçeyên navnetew- di rêya protokola sala 1977an re mafdar eyî yên ku di nav atmosfereke ragihandinê in ku bêne parastin li hemberî metirsîya de mijûl dibin û dikarin raporteke zindî ji ku ji operasyonên leşkerî encam dide û qada şer pêşkêş bikin. her weha divê êrîş li ser wan neyê kirin. Qanûnên mirovane yên navnetew- Amerîkayê li ser protokola sala 1977an a eyî yên ji berê ve, guh nadin maf û ber- peymanên Cenevê îmze nekiriye, lê tevî pirsyarîyên ragihandinê yên di nava şer wilo jî, hin hêzên Amrîkayê xwedî dab û de, wekî ku di têbînîya li ser protokola nêrîteke rehgirtî ne; dab û nêrîta ku bi rayekem de dîyar e, ji Peymana Cenevê zê- gihandinê re wekî tiştekî sivîl dide û disdeter jî, “alavên qanûnî û mirovane yên tîne. Di cewherê xwe de, rewş li jêr merca navneteweyî yên ku vedigerin heyama ku di protokolê de hatiye danîn digere, derketin holê dema ku Washington Postê gotina Lieutenant General William Wallace wergirt, gava ku wî got: “Dijminê ku me pê re şer kir cuda bû ji dijminê ku me lîstika cengê li dijî wî lîst.” Di Şerê Felûcayê de, di Nîsana 2004an de, Ralph Peter li ser vekişîna gelek hêzên hevpeyman ji navenda bajarê Felûcayê nivîsî. Ralph Peter vê nirxandinê li ser rola ragihandinê di destnîşankirina berhemên leşkerî di şer de dide: “Li Felûcayê, zîyana ku giha serbazên deryayî, ne ji alîyê terorîstan ve bû; zîyan ji alîyê kanala Elcezîrayê ve bû. Gelek caran ragihandin tê nîşandan wekî faktorekî stratejîk, lê em heta niha jî nirxê hêza ragihandinê ya kujer nizanin. Li Felûcayê, ragihandina navneteweyî Amerîka têk bir… Me karîbû ku em li ser asta leşkerî bi ser bikevin, lê li ser asta sîyasî, em şikestin û me got em bi ser ketin jî. Dijminê me di cenga agahîyan de bi ser ket. Bi rastî me nizanîbû bê derb ji ku derê li me ketiye.” Tengavîya Felûcayê nîşan dide ku rewşa bêalî ya ku tê ber destê ragihandinê di qada şer de, ragihandin dûrî bêalîtîyê xistiye.


SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê

merca ku ragihandin tu tiştî bi neyarî neke, ku bandora wî tiştî li ser rewşa wan a wekî kesine sivîl hebe.” Alexandre Balguy-Gallois, di International Review of the Red Crossê de nivîsîye: “Em nikarin ragihandinê wekî nîşaneke qanûnî bipejirînin, heta gava ku ew ji bo mebesta bangeşeyê jî were bikaranîn.” Li hêla din, vê nirxandina ji alîyê ofîsa bergirîyê hizir bikin: “Hêzên dijmin ên leşkerî wekî neyar hatine agahdarkirin. Kengî be jî, heye ku êrîş li ser wan, alav û baregehên wan were kirin, her weha dibe ku êrîş here ser kesên sivîl û milkên wan ên sivîl; ew kesên ku yekser di cengê de beşdar dibin û heye ku êrîşa ser wan sûdeke leşkerî be.” Ragihandina sivîl bi giştî nehatiye pejirandin wekî armanceke leşkerî ya qanûnî, lê reng e carinan merc lê ferz bikin ku bikeve vî warî. Wekî mînak, weşana radyoya sivîl a li Rawandayê, şûnîyên sivîl han da ku çalakîyên xerab li dijî welatîyên ji êlên din bikin.

15

Dema ku tê destnîşankirin ku weşana ragihandinê ya sivîl bi yekserî dest di pêkanîna peyama hêzine leşkerî de wer dide, tu qanûneke şer nîne ku hêzê bi kar bîne ji bo girtina wan weşanên ragihandinê yên sivîl. Mirov dikare hêzê bi kar bîne ji bo mebestên derûnî, wekî mînak: Ku êzgeha radyoya sivîl bigire û armanca girtinê ew be ku moralên kesên sivîl lawaz bike. Kontrolkirina Ragihandinê Pêwendîya di navbera ragihandin û artêşê de dimîne li ser wê asta ku ragihandin, di dema şer de, bi artêşê re dide û distîne. Her û her nakokî di navbera armancên ragihandinê yên dadpewerîyane û hevseng û armancên şerkeran ên leşkerî de hene. Karûbarên Giştî Wekî Mijara Agehîyan Artêşên Rojavayî guh didin alavên ku dibe di rêya wan re bandorê li çalakî


16

û berhemên ragihandinê bikin. Dibe ku alavên di nav destên leşkeran de, xapandin, tarîkirin an jî reşkirin bin. Leşkerên Amerîkayê agahdar in ji girîngîya ragihandinê ya di warê sirovekirina şer de û her weha hinek teknîk bi pêş ve xistine da ku bandora wan li ser pêşkêşkirinê hebe. Reng e ku derewên eşkere di ragihandinê de gelek caran xwedîwate bin, lê bêguman kontrolkirina rewanîya agahîyan tiştekî baş e. Derewên eşkere di şer de têne bikaranîn. Dê rojnameger hewl bidin ku ragihandinê bi kar bînin da ku yekser bandorê li planên dijmin bikin, em dikarin bibêjin ev awayekî xapandina leşkerî ye. Xapandina leşkerî ne amûreke bingehîn a tektîka leşkerî ye. Armanca xapandina leşkerî ya herî sereke ew e ku dijmin der barê daxwaz, pêkarî û mebestên hêzeke heval de bixapîne. Armancgirtina Ragihandinê Heger ragihandin hazir be û stratejîya sîyasî û leşkerî lawaz bike, divê ragihandin were kontrolkirin. Heger ragihandin bi awayekî alîgirane tev bigere, belkî ew tiştekî baş be ku li cîyê ragihandinê bixin, lêbelê sînorên bêalîtîyê çi ne? Belkî girtina navgînên ragihandinê wekî armanc, karekî qanûnî be heger dijmin ragihandinê bi kar bîne da ku zora artêşê bi awayekî leşkerî bibe, wekî mînak: Heger ew xapandinê bi kar bîne. Heger ragihandin bi awayekî bêalî tev bigere, wê çaxê ragihandin xwedî mafê danûstandinê ye; tam wekî danûstandina li gel kesên sivîl. Devera ku ew tê de ne bêalî be, nirxandina encûmana giştî pêşnîyaz dike ku dibe ew dever bibe armanceke leşkerî. Mînakeke nûjen, Şerê Kosovayê ye. Di sala 1999an de, dema ku hêzên hevpey-

Rêbendan -Reşemî 2016, Hejmar: 10

man ên biserketî êrîşî radyo û TVên Sirbistanê kir. Rêberê leşkerî yê herî zal û berz ê Hevpeymanîya NATOyê, General Wesley Clark, bûyerên berê di pirtûka xwe ya li jêr serenavê Waging Modern War de wesif dide: “Zehmet bû ku em pejirandineke sîyasî bi dest bixin da ku em li kanaleke televîzyonê bixin, ji ber ku lêxistina kanala televîzyonê tiştekî ne demokratîk e û ne qanûnî ye jî. Carekê min destûreke Fransizî wergirt da ku em êrîşî pêlweşa televîzyona Sirbî bikin.” Qebûlkirin dîyar bû û êrîşa li ser kanala birêveberîya giştî ya Belgradê, di 23ê Nîsana 1999an de, weşan bi awayekî demkî rawestand û têk da. Ragihandina dûgela Sirbistanê bi awayekî bêalî di hinartina şer de kar nedikir û nimînendeya hikûmeta xwe bû. Rewş aloztir e dema ku ragihandina nekontrolkirî ji alîyê dûgelê ve kar dike. Carinan ragihandina nefermî biryarê dide ku bi alîgirîtî kar bike, nêrîneke qanûnî tê encamdan ku êdî ragihandina nefermî nema wekî kesên sivîl tê pejirandin. Heger em bêalîtîya weşînerekî yan jî rojnameyekê bidin ber darizandinekê, ew tiştekî kêşeyî ye. Angaşt bike heger kanala televîzyonê wêneyên kesên sivîl ên ku hatine birîndarkirin ji alîyê leşkerên te ve yan jî hevpeyvînekê li ser televîzyonê bi girtîyên xemgîn re yên ku di şer de ji alîyê dijminê te ve hatine girtin biweşîne. Di her du mînakên jorîn de, belkî bandora vê pîvanê, li ser têgihaştina şer a li cem temaşevanên her du alîyên şerker hebe. Dema ku li ser şerkeran bi xwe qedexe be ku çalakîyên bi vî awayî li dar bixin, ragihandina serbixwe ne alîyekî qanûnî yê şer e. Lê gelo ev tê wateya ku kanala


SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê

televîzyonê bi awayekî qanûnî bibe armanceke leşkeran? Pirseke din derdikeve hole: Ma gelo dibe ku mirov zîyanê bigihîne veguhastina wan, bawerîyê bi wan kêm bike, an jî mirov bi bangeşeya xwe li dijî peyamê bixebite? Wan dûrî qada şer bihêle, ji ber ku dê raportên wan zîyanoker bin, lê heta çi astê mirov dikare vî tiştî bike da ku wê armancê pêk bîne?

Kutahî Şerên di van her deh salên dawî de dîyar dikin ku ragihandin bûye bendeke girîng di gelek şerên navneteweyî de. Biserketina di şerê ragihandinê de tiştekî gelekî girîng e li nik plandanerên şer ên Rojavayî. Gava ku amûr û armancên şer di van her deh salên dawî de hatin guhertin, ragihandin jî di guhertineke tavildanî (ji nişka ve) re derbas bû. Pêşketina ku di van her deh salên dawî de di warê ragihandinê de rû daye, hiştiye ku kêm caran pêdivîya wê bi meşqkirinê hebe; ji kanalên nûçeyên 24 saetan bigire heta bi malperên înternetê yên elektronîk.

17

Têbînî: 1. Rick Atkinson, “General: A Longer War Likely,” The Washington Post, 28 March 2003, p. A01. For more detail on the background of this episode, see Rick Atkinson, In the Company of Soldiers (London: Little Brown, 2004), pp. 171-75. 2. Ralph Peters, “Kill Faster,” New York Post, 20 May 2004. 3. Protocol Additional to the Geneva Conventions of 12 August 1949, and relating to the Protection of Victims of International Armed Conflicts (Protocol I), 8 June 1977. Part IV: Civilian population. Section III—Treatment of persons in the power of a party to the conflict, Chapter III— Journalists. This Protocol and subsequent references to the Geneva Conventions may be found at http://www.icrc.org. 4. The Geneva conventions define civilians in “Convention III Relative to the Treatment of Prisoners of War, Part I (1949).” Article 50 defines a civilian as anyone who is not a member of the armed forces of a party to the conflict, or of a militia, or an inhabitant of a non-occupied territory who takes up arms on the approach of invading forces, provided they carry arms openly and respect the laws of war. 5. Article 79, Protocol Additional to the Geneva Conventions of 12 August 1949, and relating to the Protection of Victims of International Armed Conflicts (Protocol I). The relevant text in full reads: “1. Journalists engaged in dangerous professional missions in areas of armed conflict shall be considered as civilians within the meaning of Article 50. . . . 2. They shall be protected as such under the Conventions and this Protocol, provided that they take no action adversely affecting their status as civilians.” 6. Protocol Additional to the Geneva Conventions of 12 August 1949, and relating to the Protection of Victims of International Armed Conflicts (Protocol I), 8 June 1977. Part IV: Civilian population, Section III, Chapter III—Journalists, Commentary at para 2. This is an interesting point given the proclivity of Special Forces soldiers to wear a hybrid of military and civilian outdoor clothing, and the tendency of some journalists to do likewise.


18 7. Article 51, Protocol Additional to the Geneva Conventions of 12 August 1949, and relating to the Protection of Victims of International Armed Conflicts (Protocol I), 8 June 1977. 8. Alexandre Balguy-Gallois, “The Protection of Journalists and News Media Personnel in Armed Conflict,” International Review of the Red Cross, March 2004, pp. 37-68. 9. Department of Defense, Office of General Counsel, “An Assessment of International Legal Issues in Information Operations,” May 1999, pp. 6-9, http://www.au.af.mil/au/awc/awcgate/dodio-legal/dod-io-legal.pdf. 10. US Department of the Army, Public Affairs Tactics, Techniques and Procedures, Field Manual 3-61.1 (Washington: GPO, 1 October 2000), ch. 9, “Information Operations,” http://www. globalsecurity.org/military/library/policy/army/ fm/3-61-1/. 11. Ibid., para 9-18. 12. US Department of the Army, Information Operations: Doctrine, Tactics, Techniques, and Procedures, Field Manual 3-13 (FM 100-6) (Washington: GPO, November 2003), para. 4-4. 13. Ibid., para. 4-60. 14. Ibid., box inset. 15. Walter Cronkite, Reuters report, 22 April 2003. 16. Project for Excellence in Journalism, “Embedded Reporters: What Are Americans Getting?”

Rêbendan -Reşemî 2016, Hejmar: 10 April 2003, http://www.journalism.org/resources/research/reports/war/embed/default.asp. 17. Chief of the General Staff, General Sir Mike Jackson, Ministry of Defence Press Conference, London, 28 March 2003. 18. George Wilson, National Journal, interview with PBS, 22 April 2003. 19. US CENTCOM briefing transcript, 27 March 2003, Release No. 03-03-70, http://www. centcom. mil/CENTCOMNews/News_Release.asp?NewsRelease=20030370.txt. 20. Peters. 21. Wesley K. Clark, Waging Modern War (New York: Public Affairs, 2001), p. 251. 22. BBC News, “‘Friendly Fire’ Hits Kurdish Convoy,” 6 April 2003, http://news.bbc.co.uk/1/ hi/world/middle_east/2921743.stm. 23. “Missing ITN Crew May Have Come Under ‘Friendly Fire,’” The Guardian, 23 March 2003, http://www.guardian.co.uk/Iraq/Story/0,2763,919832,00.html. 24. BBC News, “Al Jazeera ‘Hit by Missile,”’8 April 2003, http://news.bbc.co.uk/1/hi/world/ middle_east/2927527.stm. 25. Dominic Timms, “War Toll Rises to 51,” The Guardian, 27 August 2004. 26. Ciar Byrne, “Iraq: The Most Dangerous War for Journalists,” The Guardian, 9 April 2003.


SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê

19

ÇEND TÊBÎNÎYÊN SERPÊYÎ DER BARÊ MEDYA Û ZIMAN DE (REWŞA MEDYA, ZIMAN Û RAGIHANDINÊ DI NAV KURDAN DE)

P

Ebdula Peşêw Tîpguhêzîya ji Soranîyê: Kakşar Oremar

Kurtepeyvek Ji Bo Destpêkê:

M

amosta Ebdula Peşêw, helbestkarê me yê milî, di sedsala 21ê de, di çaxekî de ku sîyasta bişaftinê li Kurdistanê (bi taybetî jî li bakurê welêt) bi çar gavan ve bi pêş ve diçe, di nivîseke binirx de, xalên pir girîng û balkêş tîne bîra me. Şîret û rexneyên wî ji rûyê dilsojîyê ne. Ew baş dizane ku di vê sedsalê de, çawa dagirkerên Kurdistanê sûdên herî mezin ji teknolojîyê werdigirin ku taybetmendîyên Kurdan ên neteweyî ji holê rakin. Nîşanên nasnameya neteweyekê çend tiştên girîng in: Ax, ziman û dîrok. Mamosta Peşêw di vê gotara xwe ya dîrokî de bi rindî li ser şirovekirina van xalên girîng disekine. Di sala 2000î de, ev gotar bi zaravayê Soranî û bi tîpên Erebî di Kovara Baskarê de hatiye weşandin. Her weha di roja 17.04.2002yan de, di Heftenameya Mîdyayê de hatiye belavkirin. Di wê heftenameyê de gelek gengeşe û axaftin li ser vê gotara mamosta E. Peşêw hatine kirin. Heta roja îro jî (ku pazdeh

sal li ser weşandina nivîsê derbas bûne), ji biha û naveroka gotarê tiştek kêm nebûye. Bi dîtina min, ev nivîs tijî rastîyên objektîv e û belgeyeke dîrokî ye ku derbasbûna çax û salan ji bihayê wê nayîne xwarê. Ji bona wê jî min dît a baş ew e ku li ser destûra mamosta E. Peşêw, vê nivîsa wî wergerînim ser zaravayê Kurmancî jî. Hêvîdar im ku bîr û ramanên mamosta yên Kurdistanî, dûrbînîyên wî yên kûr û dûrdirêj, rêyeke nû di qada rewşenbîrîya Kurdî de vekin. Çi ku mîna ku di çendîn cîyên vê nivîsê de jî hatiye gotin, heger îro em liv û lebateke zêdetir nedin kar û xebata xwe, dê sibe gelekî dereng be. Hestyarî û girîngbûna dema ku em tê re derbas dibin (dema teknolojîyê), rêyeke nû li ber me vekiriye. Rêya ku dikare hebûna me bi yek carî ji holê rake yan jî em bi xwe, xwe ji tunebûnê rizgar bikin. Her tişt dikeve ser bizav, xwenaskirin û hevgirtina me Kurdan. Helbet di vê navê re, çîna rewşenbîr, sîyasetmedar û partîyên Kurdistanî xwedî roleke mezintir û girîngtir in. Kakşar Oremar


20

Çend Têbînîyên Serpêyî Der Barê Medya û Ziman De Ji mêj de ye ku meseleya kesayetîya Kurd û ziman bala min kişandiye ser xwe. Şopandineke hûrbînane ya rojname, kovar, radyo û kanalên televzîyonê, gelek hizir, raman û pirsan diafirînin, lê ji bo nivîsandineke têrtijî, ku qet nebe bersiva hinek pirsên ku xwe ferz kiriye yan jî xwe sepandiye tê de bin, pêwîstîya mirov bi hinek jêderên pêbawer û veqetandina çend salên ji bo xebatê heye. Ji bilî vê pirsgirêkê, pêwendîyeke rasterast bi sîyasetê ve heye, çi ku xuya ye ku medyaya sazîyeke serbixwebûnxwaz bi çavên medyaya sazîyeke kosmopolî(t.1) li ziman û çanda neteweyî nanêre. Nivîsîna akademîk an zanistî heta ku karîbe xwe ji giştgirîyê diparêze û zêdetir meyla wê bi alîyê xanexankirinê de ye, çi ku her

Rêbendan -Reşemî 2016, Hejmar: 10

meseleya ku tu destnîşan bikî, bi dehan pirsan dadiûre: Kîjan zimanê Kurdî yê standard? Kîjan medya? A kîjan qonaxê? Li jêr sîya kîjan rewşa dîrokî? A prîvat an a partîparêz? Platform an jî bingeha îdeolojîk a wê partîyê bi giştî û ya serokê wê bi taybetî çi ye? Li kîjan para Kurdistanê û bi kîjan zaravayî tê belavkirin? Kîjan kovar an rojname? Kîjan hejmar? Kîjan kanal? Gelo mebesta ji medyaya Kurdî her ew e ya ku bi zimanê Kurdî ji alîyê Kurdan ve tê belavkirin an wê medyaya ku bi zimanekî din jî diweşîne û digihe xelkê, li xwe digire? Lê ewa bi (zimanê) Kurdî ye û ji alîyê bîyanîyan ve tê belavkirin? Ev pirsên rabihurî û bi dehan pirsên din.... ji her pirsekê jî çendîn liq û ta cuda dibin. Ji bo vê yekê jî, ji niha de dibêjim ku min di vê gotarê de bersivdayîna van pirsan ji xwe re nekiriye armanc, belkî tenê min xwestiye ku ez careke din jî dosyaya dozeke girîng vekim ku ew jî doza ziman


SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê

e û bala rewşenbîran rakişînim ser rola medyayê ya girîng ku di van salên dawî, berfireh bûye û pêş ketiye. Îro em di cîhanekê de dijîn ku bi çandên celebceleb tijî bûye. Hinek ji wan çandan şermîn in û berî bikevin nava mala me, li ber dêrî dikuxin, lê hin çandên din hene ku derîyê mala te ji binî ve hildikin an jî dişikînin û derbasî hundir dibin. Belê, ez dizanim ku tu çareya me tuneye, divê em pencereyekê ji bo ronahî û hewaguherînê vekin. Gerek e em pêşwazîya ewên li dêrî didin bikin. Pêwîst e em bersînga xwe vekein li pêş wan serîlêderên ku tên tiştekî ji me bistînin û li şûna wê, tiştekî jî ji me re deynin û bihêlin. Lê divê em fêrî vê hindê jî bibin, ka em çawa dikarin derîyê mala xwe di rûyê wan serîlêderên din de dadin; ewên ku dixwazin di wêraneya mala me de, me lixab bikin û mîrata me û welatê me biguherînin. Ev qonaxa dîrokî ya ku em û dagirkerên welatê me tê de dijîn, bi tu awayî ji qonaxa derebegtîya sedsalên navîn ên Ewropayê ne pêşketîtir e. Me ew pêvajoya dûrûdirêj a geşkirina aborî û civakî nedîtiye, ku Ewropa bi sedan salan tê re

21

derbas bûye. Bêyî ku me beşdarîyê di wê pêvajoyê bi xwe de bikin, em tûkilê berhema dîroka wan dixwin û kakilê wê jî diavêjin. Telefon, televzîyon, komputer û înternetê werdigirin lê wî hişê (bîr û ramanên) ku ev tiştên navbihurî afirandine red dikin. Em dikarin toneke pirtûkan li ser demokrasîyê binivîsin lê em qet nikarin bigihin asta demokrasîya Ewropayê heger ne di encama proseseke demdirêj û bijan a civakî de be. Ji bilî wê, em heta êvarê dirûşmên aştî, biratî û demokrasîyê bibêjin jî, pêwendîya gelên Tirk, Ereb û Faris bi me re qet nabe mîna pêwendîya di navbera Alman, Fransiz û Îtalîyên Swîsê de. Ez dixwazim ji we re bibêjim ku Ewropayî bi sedan salan li pêş me ne û wan -qet nebe li ber çavan- qonaxa netewetîyê derbas kiriye yan mijûlên derbaskirina wê ne, lê em dibînin ku di rewşa bipêşveçûna teknolojîya ragihandinê de, her alîyek û her kesek bizava wê hindê dike ku rûyê xwe, zimanê xwe, çanda xwe, dab û nêrîtên xwe û taybetmendîyên xwe yên çandî biparêze. Heta niha, min di çend hilkeftinan (bone) de hewl daye ku bi nivîskarê


22

Eston û welatên din ên Baltîkê re bi zimanê Rûsî biaxêvim, lê ew her dem xwe ji axaftina bi zimanê Rûsî vedidizin û li axaftina bi zimanê xwe vedigerin! Her çendî ez dizanim ku di nava wan de tu kes tuneye ku di çaxê Sovyetê de nejîyabe û Rûsî jî nizanibe! Swêdîyên welatê Fînlandayê % 6 ji rûniştîyên welat pêk tînin, li Girava Alandê jî ku hejmara wan tenê 25 hezar kes e, xweserîya wan heye. Divê em vê jî bizanin ku xweserîya wan ne wekî “xweserîya me ya rastîn” e! Ew xwedî alaya xwe ya taybet in, parlamentoya wan heye, qanûneke wan a bingehîn heye û heta pêwendîyên wan ên bazirganîyê jî bi welatên derve re hene. Ji bilî vê jî, ne ji Fînlandayê re leşkerîyê dikin, ne jî rêyê didin Fînlandayîyekî ku ji xwe re erdekî di nava girava wan de bikire yan jî xanîyekî ava bike. Zimanê wan jî ne tenê di girava wan de, lêbelê li seranserê welat (Fînlandayê) zimanekî fermî ye... lê ne gengaz e ku tu guh li Swêdîyekî bikî ku bi Swêdîyekî din re, an jî Xwedê neke bi zarokê xw re, bi zimanê Fînlandî biaxêve, an jî zarokên xwe bişîne xwendingeheke Fînlandî. Heger Eston û Swêdî, ku xwedî dewlet û bi sedan sazî û dezgehên çandî ne, j windakirina çand û zimanê xwe ditirsin, nexwe em çi bikin ku ji hemû alîyan ve ketine ber renî yan jî êrîş û pelamara dagirkeran? Dagirkerên me ji sitemkar, nezan û bipaşverûyên cîhana vê serdemê ne, ku ne tenê ax û saman, lêbelê navê welatê me jî diguherînin, zimanê me li me qedexe dikin û hebûna me jî mandel dikin. Ji dema ku prosesa bişaftina Kurdan hatiye danîn û heta niha jî, bi rengekî germegerm û di asta xwe ya herî bilind û xurt de ye. Di nîvê sedsala derbasbûyî de, înternasyonalîzma bê der û dîwar a Kurdan, bûye bingeha hizirî û derûnî ya

Rêbendan -Reşemî 2016, Hejmar: 10

bişaftina hêdî û bêdeng. Di salên dawî de jî, ji encama şikestina leşkerî û sîyasî ya rêxsitinên Kurdan, banga bê bend û merc ji hêlekê ve û panîslamîzim ji hêleke din ve dibin bingeha teze ya heman bişafitinê. Heger hişyarîya neteweyî negihe hawara me û em li ser parastina kesayetî, ziman û çanada xwe heter nekin, ez vê yekê bi eşkeretî dibêjim: Tiştê ku “çêkerên topên zeman” neşikandiye, dê globalîzim û teknolojîya nû ya zanyarî bişikîne û prosesa bişaftinê bi liv û lebattir bike. Êdî qîreqîr û qîjeqîja li kolanan û anîn û birina gelekî ku nenasê nasname, dîrok, ax û zimanê xwe ye, tiştekî ji pirsgirêkê naguherîne. Bêhêvîtî, tarûmarbûn, parçebûn û riswatîya me, çend nîşanên vê çarenivîsa reş in. Di şerê gelên bindest de, ziman çeperê dawî yê bergirî û liberxwedanê ye. Girtina wî çeperî ji alîyê dagirkeran ve, ji têkşikandina neteweyê pê ve tu wateyeke din nade. Bişaftina gelên jêrdest, her bi zordarî, zimanlêqedexekirin, raguhastin û tirsandinê tenê naçe serî. Nexêr, li jêr sîya teknolojîya ragihandinê û nebûna hişyarîya neteweyî, bihujandin encameke objektîv a hevjîyîna dûrûdirêj a gelê serdest û bindest e. An ku pêwendîya wê bi vê yekê ve nîne ka gelo dagirkerên me dilovan in an sitemkar in, biwijdan in an bêwijdan in. Em ne Vîetnamî ne, ku tenê tank, firok û leşkerên dagirkeran bibînin û gelê serdest jî bi hezaran kîlometran ji me dûr be. Tu dîwarê kin û çeper, me û dagirkerên welatê me ji hev venaqetînin. Em û ew ne tenê hemol (hemayîn) in, rengê çermê me yek e, dab û nêrîtên me jî nêzî hev in û dîrokeke me ya tevhev û hevpar heye, belkî wekî Bulent Ecevit dibêje: “Em mîna goşt û hestî têkilî hev bûne!” Ez zêde ji genetîk û kîmyayê fêm nakim, lê vê rastîyê dizanim ku alîyê pir û


SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê

bihêz, her tim li ser alîyê kêm û lawaz serdest e. Vê yekê jî dizanim ku heger rengekî zêde û tîrûtijî bi rengekî kêm û -kal- re bê têkilkirin, ê yekê bi serê yê duduyan de zal dibe. Bişaftin, proseseke liserxwe (hêdî), veşartî (nedîyar) û demdirêj e, bi salekê û duduyan encamên wê xuya nabin û nayên dîtin. Di dîroka dûr de, şûnewarê bi dehan gelan hatiye birîn û bi dawî bûye. Di dîroka nû de jî, bi dehan netewe li ber candayînê ne û hinek ji wan jî (mîna Çermsorên Amrîkayê û Samîyên Skandînavyayê) mîna tiştekî degmen û egzotîk têne parastin. Yekîtîya Soveytê ya berê, mîna amûreke bişaftina hêdî û liserxwe ya kêmneteweyan, nimûneya herî baş e: Di destpêka salên 1980yî de, Komara Kazaxistanê pazdeh mîlyom û pêncî û sê hezar (15.53000) kes bû(1). Ji vê hejmarê tenê pênc mîlyon û sê sed hezar (5.300.000) kes Kazax bûn(2). Heger weha be, di çaxê 60 salên desthilatdarîya Sovyetê de, birayên mezin ên Rûs karîbû bibin zêdetirî ji nîvê xelkê Kazaxistanê. Hejmara niştecîyên Letonyayê di sala 1940î de du mîlyon (2.000.000) bû(3), lê di sal 1981ê de (37 sal piştî dagirkirina wê), hejmara rûniştîyên vê komarê bûye du mîlyon û pênc sed û sî û neh hezar (2.539.000) kes. Lê ji vê hejmarê tenê mîlyonek û sê sed û çil û çar hezar (1.344.000) kes Leton bûn(4). Wate, di çaxê çend salan de, gelê Leton ne tenê zêde nebûye, belkî kêm jî bûye û di komara xwe de zêde nemaye û tişt nemabû ku bibe kêmar jî! Heger ne prostrokaya Gorbaçov bûya, sed komarên wan jî hebûna, tiştekî wan nedima û ji holê radibûn! Rewş û halê komarên din ên Sovyetistana berê ji halê Kazaxistan û Letonyayê ne baştir bû. Li bajarê Bakûyê yê

23

paytexta Azerbaycanê, Azer kêmar bûn. Li Rûsyaya Spî û Ukranyayê, ji bilî koregundan, her kes bi zimanê Rûsî dipeyivî û tu kesî devê xwe bi zimanê xwe yê zikmakî venedikir. Bi dehan gelên piçûk ku tenê bi nav xwedî xweserî jî bûn, bi yekcarê bişivîn û hinek ji wan jî weha canê xwe ji dest dida û li ber sikratê bûn. Di sala 1930î de, her du neteweyên resen ên Sîberyayê “Hantî” û “Mansî”yan, xweserî stand. Di serhejmêrîya sala 1969an de, wate piştî nêzî 40 salî, hejmara niştecihên ji her du neteweyan tenê % 3 ji gelê herêma xwedî xweserî bû(5). Heger ev hal û rewşa gelên “welatên karker û cotyaran” be, nexwe divê rewşa Kurdên parçeparçebûyî û bindest çawa be, ku dagirkerên welatê Kurdan ji Stalîn, Berîya û Jdanov jî bipaşverûtir in?!! Tu şêweyekî bişaftinê nemaye ku dagirkerên Kurdistanê li ser Kurdan nedaye meşandin. Komkujî, kavilkirina gundan, dagirkirina rasterast a leşkerî, mişextkirin, mandelkirina Kurdan mîna netewe...hwd. Lê şêweyê herî bibandor ê bişaftinê, ku dagirkerên Kurdistanê bi giştî û giranî pişta xwe pê ve girê daye, jinavbirina zimanê Kurdî ye. Hinek ji wan rûlirû û rasterast mîna zimanekî serbixwe, hebûna vî zimanî mandel dikin (Sûrîye û Tirkîye), heye yê ku zimanê Kurdî wekî zimanê xwendin, zanist û medyayê diavêje pişt guhên xwe (Îran) û her weha heye yê ku zimanê Kurdî mîna zimanekî serbixwe dipejirîne lê bi bend û zincîr dike, rêya geşkirinê nade wî û nahêle ku mîna zimanekî standard û fermî cîgir bibe (Iraq)(6). Ziman mîna laşekî bican an jî cinawirekî zindî ye. Mîna cuhokeke avê ye ku heger berê wê vala nebe, nelive û nelebite, nexuşe, zêde nebe, piştî demekê dibe pengav û gola aveke genî. Zimanê ku di xwendingehê de bi kar neyê, ro-


24

jane di dezgehên ragihandinê de nefesê nekişîne, di dem û dezgehên fermî de pê neyê nivîsandin, gelo dê paşeroja wî bi çi rengî be? Zimanê Kurdî bi çend zimanên din ên serdest hatiye dorpêçkirin û her ku dem tê re derbas dibe, xeleka dora wî digihe hev û teng dibe. Belê li çend deverên Başûrê Kurdistanê rewş baştir e, lê heger em bi awayekî hûrbînane bala xwe bidin wî alîyî jî, em ê tê bigihin ku sîyaseta Erebîkirinê heta ku derê çûye û çawa kesayetîya çandî ya Kurdî hingavtiye. Ji encama Şerê Kendavê, piştî serîhildana xelkê Kurdistanê û ramalandina dem û dezgehên Beisê, pêwîst bû desthilatdar yekser dest bi Kurdîkirina jîyana rewşenbîrî û herifandina çanda dasepandî ya dagirkeran bikin. Gerek bû wan di demeke herî kin de karekî weha bikiraya ku zarokên Kurd dema ku destê sibehê biçin xwendingehan, pirtûkên bin çengê wan bi zimanê wan ê zikmakî be. Wêje, erdnîgarî û dîroka welatê xwe bixwînin. Pêwîst bû rojname, radyo, kanalên televîzyonê, nivîsandina dezgehên fermî û gelek tiştên din bibûna bi Kurdî. Pêwîst bû di demeke herî kin de akademîya zanyarî bihata damezirandin û hemû derfetên ji bo çêkirina ferhengnameyeke pêbawer û ensîklopedîya Kurdistanê bihatana pêşkêşkirin. Ev karên weha yan nehatine kirin an jî bi xavî hatine kirin. Vê hindê bese bibêjim: “Heta sala derbasbûyî jî, tenê dersa ku di nava azmûnên lîseyê de cî negirtibû, zimanê Kurdî bû!!! Heta niha jî pareke berbiçav a bernameyên kanalên televîzyonê û êzgehên radyoyê, bi taybetî jî ew bernameyên ku ji bo demderbaskirinê têne nîşandan, bi zimanê Erebî, Tirkî û Farsî ne (heger zimanê Hindî jî lê zêde nekiribin!!!) Piştî neh salên jîyana bê Beisê, hîn jî Erebî mîna zimanê yekem û fermî cîyê

Rêbendan -Reşemî 2016, Hejmar: 10

xwe bernedaye. Xelk, bi taybetî jî rewşenbîr, heta bi pêkenîna xwe jî di nava zimanê Erebî de niqumîne û bi Erebî dihizirin. Muzîka Erebî, Farisî û Tirkî di nava hemû malan de, li hemû cîyên rehetî û dembihurandinê, gazîno, çayxane û taksîyan, bi şev û rojan dike qîrqîr. Ragihandin roleke mezin di guherandin û bihêzkirina celebê hunera civatên xelkê de dilîze, bi taybetî di nav xelkê sade û nexwende de. Heta radeyeke zêde li ser pêwendîya di navbera civakê û zimanê zikmakî de bibandor e. Medya berpirsyara wê hindê ye bê ka netewe heta çi radeyê rêzê ji zimanê zikmakî re digire. Neteweyeke ku li hêvîya wê hindê ye ku rojekê ji rojan zimanê wê dê bibe zimanê dewlet û desthilatdarîyê, neteweyeke ku qet parçepaçikekî wekî sembola welatê wê jê re nedabin xuyanîkirin, miletekî ku di ragihandinê de, di çûn û hatinê de, rojê sed carî ji welatê xwe yê nîvazad û parastî re dibêje: Herêma Kurdistana Iraqê... divê bi çi çavî li taybetmendîyên xwe binêre? Wey Gelê Bask, hûn çi qasî gêj in ku hûn ji welatê xwe re nabêjin “herêma Baskê ya Spanyayê.” Albanên Kosovayê, hûn çi qasî debeng û gêj in ku hûn çav li me Kurdan nakin û ji welatê xwe re nabêjin “herêma Kosovayê ya Yûgoslavyayê”, ew Skotlandî çendî gêj û wêj in ku nabêjin “herêma Skotlandayê ya Brîtanyaya Mezin”, an ew Abxaz çendî bêaqil û serhişk in ku ji welatê xwe re navê “herêma Abxazyayê ya Gurcistanê” nabijêrin. Ez dikarim ku bi dehan debeng, nivîşkan, kelho, mirovên nezan û serhişkên din bihejmêrim ku sîyaset û çakzanîyê ji me hîn nabin. Ez bawer nakim Kurdek hebe ku bi dîtina kanalên peykî yên Kurdî ji kêfxweş nabe. Di rastîyê de, wan mala Kurdan ava kiriye, xizmeteke bênimûne dikin û her weha nû ne û ber bi pêş ve diçin. Ji bo wê


SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê

jî her rexneya ku ji van sazîyên bihagiran re tê kirin, bi armanca bipêşvebirina wan e, ne sarkirina karê wan. Carinan li bernameyên bi zimanê Erebî dinêrim, ne bi destê min e, meseleya wî polîsî tê bîra min: Dibêjin polîsek hebû, qet di jîyana xwe de destûra rehetîyê nestandibû. Di dawîyê de, di temenê xwe yê pîrîyê de destûrekê distîne, lê polîsê pîr her tim bi derketina rojê re, berê sibehê tê ber derîyê cîyê ku her tim lê disekinî û careke din disekine. Ne bi destê min e, hinek caran rewşa me mîna rewşa polîsê navbirî tê ber çavan. Ê ev carek ji caran e ku me destûr ji xizmetkarîyê standiye lê dîsan em bi pêyên xwe careke din tên ber derîyê cîyê polîsan. Dibe bê feyde nebe ku di destpêk an jî dawîya bernameyan de, nûçeyên Kurdistanê bi zimanê bîyanîyan jî bêne weşandin. Lê tenê nûçe, ne tiştên hunerî. Ereb, ku xwedî bi dehan kanalên peykî û herêmî ne, tu bibêjî Xwedê wan bîne ser rêyê, hîdayet bike û demhejmêr neh û dehê êvarê li ber TVyên Kurdî rûnin û guhdarîya stranên Iraqî bikin?! An jî li bernameyeke taybet a der bar pêwendîyên di navbera Tirkîye û welatên Ereb de binêrin(7)? An bernameyeke taybet li ser pirsgirêkên Deryaya Qeziwînê?!(8) An jî dibe ku Erebekî çend çîrokên Kurdî xwendibin, da ku di nav van hemû kanalên Erebî yên heyî de, guhê xwe bide du Kurdên ku behsa pirsgirêkên çîroka Kurdî dikin?!(9) Bêguman, wekî prensîp, kes nikare li dijî bernameyên hunerî be ku bi zimanên gelê cîran têne pêşkêşkirin, lê li jêr merca ku em jî xwedî bi dehan kanalên TVyê bin, her kanalek jî bi şev û roj zirmezirma wê bigihe ber guhên me! Lê ev tiştê ku niha diqewime, tenê û tenê xwepiçûkdîtin e û windakirina çend demhejmêrên ku Kurd hene ji bo ku qet nebe zimanê bav û kalan ji bîr nekin.

25

Encamên Erebîkirina hêdî ya Başûrê Kurdistanê bi zelalî ji wî zimanê ecêb û axaftinê derdikeve, ku piranîya xelkê asayî û hinek rewşenbîr pê dipeyivin. Carinan heger Erebîya yekî ne baş be, ji wan fêm nake. Kanalake ku bi mîlyonan kes lê temaşe dikin, divê gelekî bi hişyarî nêzî pirsgirêka ziman bibe. Ew zimanê ku di sazîyên ragihandinê de bi kar tê, pêwîst e cuda be ji zimanê çayxane û xwaringehan. Karmendên sazîyên ragihandinê, bi taybetî jî kanalên televîzyonê, divê pîvanên zimanê standard biparêzin(10). Pisporî û biserketina di warekî hunerî yan jî zanistî de, têra wê hindê nakin ku yek ji bo nîqaşa di kanaleke televîzyonê bê gazîkirin. Divê ew kes, qet nebe heta radeyekê agahdarê wî zimanê nîvstandard be, ku îro j bo nivîsandinê bi kar tê. Ez qet ne bi zimanê petî (xwerû) re me û ez di wê bawerîyê de me ku zimanê petî di cîhanê de tuneye. Lê wekî Kurd dibêjin: “Her tişt bi xwê û xwê jî bi mane.” Ji bo bikaranîn an jî derbirîna daxwazî û karûbarên rojane, bi agahdarî dibêjim ku zimanê Kurdî yek ji wan zimanên herî dewlemend ên dinyayê ye. Her peyveke bîyanî jî ku hatibe nava zimanê me, va ye bav û kalên me cemedanîyeke wisa daye serê wê peyvê, şûtikeke wisa li piştê girê daye, wisa mist daye ku xwedîyê wê careke din nas neke! Bav û kalên me qet nehatine ku peyveke bîyanî li gor rêziman û rêbazên fonetîka zimanê resen bi kar bînin, lêbelê wan her tim bi şêwazeke rewan û di bilûleke xwemalî de darijandiye. Belam tiştê ku niha tê ber çavan tam tiştekî din e. Niha peyva bîyanî çawa ye, weha jî bi kar tê. Nizanim, ji bo bernameyeke televîzyonê, di zanîngeheke mezin û giran de, çima divê keçekê hilbijêrin ku nikare du peyvên birêkûpêk bibêje? Ew jî ne der barê felsefe û zanistê


26

de, lêbelê der barê dostanî û hevaltîyê de! Nedibû ku berî bernameyê wekî dibêjin, bê mane, tama zarê wê bikin? Çi bû, qey peyvek di zimanê Kurdî yê xwelîliser de nebû ku li cîyê “sedîq/heval” bi kar bê? Wê nikarîbû bibêje “heval, yar, dost, birader, nasyar, hemdem... hwd”, an heger bi Erebî nebûya, dilê wê aram nedibû? Ma peyvek li beranberî peyva “zewac”ê ya Erebî di zimanê Kurdî de nebû? Kengî û çawa rewa ye ku di çend risteyan de, ev hemû peyv û gotinên Erebî bêne gotin: “Ger sedaqet nebit heyat nabit, em rayî min e, sedaqet eiez şit e, adat û teqalîd, îhtîfaz, rewabit, efkar, zewac, însan, zirûf, tehekum..., teisîratê selbî...hwd”(11). Bi xwe rewşa rewşenbîran jî ne ew qasî baş e. Êvara roja 29.05.2000î, Kurdistan TVya delal, bi nivîskarekî bira re çavpêketinek der barê xwevekişandina Îsraîlê ji Libnanê de kir. Kesê ku Erebîya wî ne baş be, ez bawer nakim ku jê fêm bike: “Heq (maf ), însîhab, îhtilal û muhtel, muehel, qenae, quwat, quwe, muqaweme, hucûm, qewanînî diwelî, eceba, cundî, îstîimar, cinûb, qezîye, muzahîm, îhtîmamtî diwelî, miwezeie, xîlafat, herekatî Kurdî, mezîye, siqilî îhtîmamatî diwelî, halatî îhtîlal, hell be terîqeyek, amîlî xarîcî, kîtle, îstîfade, hellêkî nîhayî, esasî heq, teqrîr elmesîr, weziî muheyee, hîmayeyî Kurdistan, merkezî qerar... hwd.” Êdî heger ev zimanê nivîskarekî li ser ekranê be, ne ku li çayxaneyekê, divê rewşa xelkê normal ê civakê çawa be?! Mafê wan tuneye ji zarokên xwe re bibêjin: “Birûne xurfey newm” (Herin odeya nivistinê yan jî razanê), an “elabekan mebene xurfey îstîqbal” (pêlîstokan nebin odeya rûniştinê!” “Qemîseket le ser xessal danê!” (Gomlekê xwe deyne ser cilşoyê.” Heger ev rewşa para nîvazadbûyî ya welat be, ku kêm an jî zêde bi dehan salan Kurdî

Rêbendan -Reşemî 2016, Hejmar: 10

tê de hatiye xwendin, gelo divê rewşa parên din çawa be, ku xwendingeheke Kurdî tê de nebûye û hîn jî nîne? Zimanê Kurdî têgiheke sîyasî ye û ew rûyê herî dîyar û xuya yê pirsgirêka neteweya Kurd e. Sînorekî dîyarkirî yê Kurdistanê tuneye û hilkişîn û dakişîna rûbera Kurdistanê jî bi qasî hilkişîn û dakişîna zimanê Kurdî ye. Dijminan jî ev rastî fêm kiriye. Ji bo wê jî, dema ji Turgut Ozal hate pirsîn: “Hûn naxwazin xweserîyê bidin Kurdan?” Ozal tenê ev bersiv da: “Heta sala 1996an, dê her kes hînî zimanê Tirkî bibe!!!”(12) Tirk dizanin ku Kurd, Kurdayetî, Kurdistan, ramana serbixwexwazîyê hwd... ev tev di yek tiştî de dîyar in: Ew jî ziman e. Ew tê gihaştine ku ew birc û keleya ku bi hezarên salan ev neteweya çîyayî parastiye, efsûna zimanê Kurdî ye. Wan zanîbû û hîn jî agahdar in ku heta ev efsûna han betal nebe, ew Kurdê serhişk ji Kurdayetîyê nayê şûştin! Ji bo wê jî, Kemalîstên kevin û nû hemû hêza xwe ya madî û arişî bi kar tînin ji bo xerakirina vê kelayê û betalkirina wê sêhr û efsûnê. Piştî damezirandina Komara Tirkîyeyê, piranîya herî zêde ya rûniştîyên gundên Bakurê Kurdistanê, ji bilî zimanê Kurdî, bi tu zimanekî din nizanîbû. Vîyabû kesayetîya wan bê bişaftin û tunekirin. Bi rêya wêrankirina gundên Kurdan û koçberkirina wan bo nava bajarên Tirkîyeyê, Tirkan xwest kesayetîya Kurdan a berê bikujin û kesayetîyeke din bidin rûniştandin, ew jî bi rêya danjibîrbirin û kuştina zimanê Kurdî û bihujandina gelê Kurd di nava “gelê Tirk ê şad û bextewer” de. Belê, li Tirkîyeyê ne tenê Kurd, Tirk jî dikare şahîya Kurdî bike, guhdarîya awazên Kurdî bike, Roja Newrozê kincên Kurdî li xwe bike...hwd, çi ku ne tenê zîyana van tiştan ji pez re tuneye, lêbelê


SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê

ev tişt çanda Tirkî dewlemend dikin û zû yan dereng dibin malê wan û navê Kurdan di kundirê ter de jî namîne, ji ber ku tovê ziman tê de nîne. Ne tenê ev, lêbelê vê sîyasetê rê daye azadîya Kurdayetîyeke vala, ew jî li jêr merca ku amraza wê zimanê Tirkî be! Tu dikarî bê pirsgirêk li Tirkîyeyê bijî û heta bibî wekî Ismet Inonu, Ecavit, Hikmet Çetin û Ismail Cem, lê bi merca ku tu dest ji wî zimanê “çîyayî” berdî. Bila yên mîna Yaşar Kamal tim pirtûkên qerase li ser hejarên “Çukurova”yê binivîsin; lê bi zimanê Tirkî! Bila yên mîna Ahmet Kaya û Ibrahim Tatlises bi hemû hêza dengê xwe li dijî çewsandinê biqîrin; lê bi zimanê Tirkî! Di neteweperestîya Tirkan de xislet an jî taybetmendîya dagirkerên Fransiz heye. Ew taybetmendî jî sepandina ziman e. Heger ji Tirkan re here serî, bi laş na, dê te bi can jî bikujin, kesayetîya te neşîrîn û pir kirêt bikin û biposînin, dê wisa li te bikin ku tu kînê ji jîyan xwe ya derbasbûyî bikî û ji wê yekê şermê bikî ku tu ji dayîk û bavekî Kurd hatiyî dinyayê. Kemalîstan, ne tenê Tirk, belam piranîya herî zêde ya Kurdan jî bi vê hindê tê gihandiye ku zimanê Kurdî zimanê mirovên nexwenede, mitrib, paşketî, çete û rêgiran e. Tirkî jî zimanê şaristanîtî, zanist, rewşenbîrî û pêşketinê ye, dayîka hemû zimanên zindî yên cîhanê ye. Vê rewşê wisa li Kurdan kiriye ku ji xwe şerm bikin û bêza wan pê neyê ku bi zimanê xwe yê zikmakî bipeyvin. Partî û rêxistinên Kurdan jî, di pratîka xwe de, ne tenê li dijî vê sîyasetê nesekinîn, lê her weha wan bi xwe jî bi rêya medya û wêjeya xwe, ev sîyaset bi navê pêşketinxwazî û înternasyonalîzmê da rûniştandin û zimanê Tirkî anî nava mala her Kurdekî. Helbet, ez bi giştî behsa tiştên berbiçav

27

dikim, lê çi di nava refên van partîyan de û çi li derveyî wan, hinek rewşenbîrên naskirî û şêremêrên mîna Mûsa Anter rabûne, ku wan pirsgirêka zimanê Kurdî ji xwe re kiriye doza man û nemanê. Lê mixabin, partîyên Kurdî tu piştgirîyeke cidî nedaye têkoşîna van kesên ciwanmêr û hîn jî nadin. Yek ji rûyên herî xuya yên medyaya Kurdan a bi zimanê cîranên wan, rûxweşnîşandan û xweşîrînkirina li hemberî cîranan e ku carinan ew rûxweşî xweşîrînkirina han digihe radeya zimanlûsîyê (şelafî) û dibe ku bandoreke neyînî jî li ser wêneyê Kurdan bike. Ji xwe bav û kalên me ji vala re negotiye: “Ne ew qasî tehl be ku te nexwin û biavêjin, ne ew qasî jî şîrîn be ku te daqurtînin.” Wate: Sînorê her tiştî heye. Medyaya Kurdî ji xwe re kiriye adet ku di rabûn û rûniştinê de behsa biratî, hevparîya olî, dîroka hevpar û qedera hevpar bike. Weha nîşan dide ku jîyana me bêyî van birayên mezin dojeh e. Medyaya Kurdî her rojê ji wan re dubare dike ku nivîskarên me bi zimanê wan nivîsîye, hunermendên me bi zimanê wan straye, zanayên me xizmeta çanda wan kiriye û zarokên me ji doza wan re bûne cangorî. Kurt û Kurmancî, Xwedayê mezin tenê em bo wê hindê afirandine ku em solan li ber pêyên wan deynin. Ev jî bûye sedem ku cîranên me, me bi “bêpê an jî jêrpî”yên xwe bizanin û me nexin nava xanîyekî taybet. Tirk tu carî nikarin bibêjin ku Ermen û Cihû li Tirkîyeyê tunene, lê bi rûyekî qayîm dibêjin tu “kêmnetewe”yeke bi navê Kurdan li Tirkîyeyê nîne. Li dewleta Sûrîyeyê ya pêşketinxwaz (!!) çend hezar Ermen û Asûr dikarin bi zimanê xwe bixwînin, lê du mîlyon Kurdên ku hemolên Ereban in, ji hemen mafî bêpar in. Her weha heta Kurd zêdetir behsa Selahedînê


Rêbendan -Reşemî 2016, Hejmar: 10

28

Eyûbî bikin, dê Ereb zêdetir wî wekî peyayê xwe bizanin! Ji bo wê jî ez di wê bawerîyê de me, çi qasî ku medyaya Kurdan li ser xalên hevpar heter dike, divê ew qasî jî heterê li ser wan sînoran bike ku Kurd û cîranên wan ji hev cuda dikin. Ew xwecudakirina han bi tu şêweyî nayê wateya serkêşî û tunekirina wan, berevajî wê, ew tê wateya naskirina taybetmendîyên wan e jî. Cudatîya bê dijminahî jîyanê rengîntir û dewlemendtir dike. Birîna xwepiçûkdîtinê yan jî xwebikêmzanîna Kurdan, xwedî dîrokeke dûrûdirêj e. Bi sedan salan Erebî zimanê olê, Farisî zimanê wêjeyê, Tirkî jî zimanê desthilatdarî û fermandarîyê bû. Zimanê Kurdî jî, ji şerma van zimanan, xwe ber bi çîya û gundan ve hilkişandiye, xwe şayesteyî şaristanîtîyê nedîtiye. Hezret Ehmedê Xanî berî zêdetirî sê sed salî, weha fermoye: “Hasil ji ‘inad eger ji bêdad Ev bid’ete kir xilafê mu’tad Şafî şemirand vexwar-I durdî Manendê derê lisanê Kurdî Înaye nizam û intizamê Kêşaye cefa ji boyî ‘amê Da xelq nebêjitin ko ekrad Bême’rifet in, bêesl û bunyad.” (13).

tiştekî xweşik ê mîna şahkarên Nîzamî pê hatiye vehûnandin. Ehmedê Xanî ne tenê ji bo çend xwendevanên hilbijartî, lêbelê ji bo “‘amê”, vê cefayê dikişîne. Wax..., xwezî niha tenê bo demeke kin hezret Xanî bidîta bê ka pişt sê sed salî, ne tenê yê “‘am”, lêbelê bijarteyên “Ekrad” jî zimanê şahkara wî wekî “bide’et”ê bi nav dikin û bi gotinê jî nebe, va ye di pratîkê de jî şerm dikin ku ew nevîyên wî ne û niha jî mîna wê demê şêxê şairan divê bi ser xwe de bikişîne û bibêje: “Ç›bikim ko qewî kesad e bazar Nînin ji qumaşê ra xerîdar.” (14) Belê, ew qumaşê bênimûne yê ku hezret Xanî di raçandina wî de ew hemû cefa kişandiye, niha jî li cem nevîyên wî bazar jê re pir kesad e û bikir jê re tunene. Niha jî ji hezar kesî yek jî zimanê wî naxwîne. Li mezarê wî yê tijî nûr û ronahî, ji sibê heta êvarê li ser hest û hişyarbûna degmen û pir kêm, yek ji wan kesên ku serî li gora wî didin, du peyvên Kurdî di guhê wî de diçirpîne. Xuya ye helbestkarê mezin Nalî (1856-1800) jî gelek caran bûye armanca zixt û êrîşên nexweşîyên hinek Kurdan, ji ber ku wî helbest bi Kurdî nivîsîne û Kurdî “înşa” kiriye. Bawer nakim ku ev dûkela şî ya Nalî bê agir be, çaxê ku weha kerem dike: “Kes be elfazim nelê xo Kurdî ye, xo kirdiye, Her kesê nadan nebê xoy talîbî me´ina deka.”(15)

Belê, xuya ye wê demê jî Xanî li vir û wir bihîstiye ku “Ekrad” nezan, hişsivik û “bêbinyad” in. Di wê serdemê de jî nivîsîna bi Kurdî tiştekî ecêb, sosret û “bid’et” bû. Lê Xanî badeya saf û zelal (ku zimanên Nebûna kiryarê qumaşê kêmpeyda û ne Kurdî ne) diavêje û xilta wê (ku zimanê bênimûne yê Xanî û di pişt re jî henekKurdî ye) vedixwe, lêbelê ji xêra Xwedê re ku zimanê Kurdî jî mîn zimanê Derî kirina nezanan bi peyven resen “elfazî


SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê

xokirdî” yên Nalî, tam ew xencera bibandor e ku hezret Hacî Qadirê Koyî jî heta ser hestîyan biriye. Di dawîya sedsala 19an de, her Baba bû (mîna Hacî dibêje) wekî mirîşkê, hêka mirwarî dikir. Carekê hezret Hacî li Stenbolê Kurdekî bajarê Koyê dibîne. Hal û hewalên li ser rewşa welat li ba wî Kurdê bajarê Koyê hebûn û pesinê Kak Ehmedê Şê dida, lê ne bi dilê wî bû ku Kak Ehmed şerîetê û ayetên Quranê werdigerîne ser zimanê Kurdî: “Ew niha tiştekî çak ji bo Kurdan dike ku şerîetê û ayetên Quranê werdigerîne û jixwe bi rastî ev di xizmeta Xwedê de ye, lê ma dê çi bibûya heger ne bi Kurdî bûya?!”(16) Gelo Hacî pêrgî çend Kurdên serbişaşik hatiye ku li mal, dîwanxane û mizgeftên Stenbolê bi zimanê xwe nedipeyivîn? Û gelo bi wî hestê xwe yê neteweyî yê agirîn, çendî şerê “cilxwar”ên serdema xwe kiriye! Gelo çi ye ew tiştê ku hiştiye ev zatê mezin û nûranî şûrê zimên weha rakirşîne: “Eger Kurdêk qisey babî nezanî Muheqqeq dakî hîz e babî zanî.”(17) Heger Hacî sed û çend salan berî niha, weha ji hinek kesan bienire ku Kurd in û ji ber çi sedemê dibe bila bibe, bi zimanê Kurdî nizanin (ku heye bêsûc jî bin), lê îro, di çaxekî de ku tîre û hozên Afrîkayê jî tevan ji xwe re dewlet ava kirine, gerek e Hacî çi bike û ji “ewladên vê sedsalê” re çi bibêje, ku Kurdî dizanin û pê naaxêvin! Di destpêka salên 20an de, ku hîn ne înternasyonalîzma proleterî gihaştibû gundê Cirtaweyê (navê gundekî pir paşketî ye), ne Kemalîzm mîna nexweşîyekê belav bûbû, ne jî zimanê Kurdî hatibû qedexekirin, em dibînin ku Kurdekî herêma mîrnişîna Babanan, Mistefa Sayîb ê xwarzayê Pîremêrdê şair, kurtanê xwe dide

29

pişta xwe û bi zimanê Tirkî ji xalê xwe re nameyekê dinivîse!(Wê demê Kurdên ku Tirkçîtî dikirin, Kurdperweran ew bi navê “Cilxwar” bi nav dikirin). Pîremêrd jî bi helbesta li jêr navê “Misto, Wa Dîyar e-Misto weha Xuya ye...” bersiva wî dide: “Misto, wa diyar e toş Cilxwar ekey Estot exurê we meylî bar ekey Name enûsît be zibanî Turkî, Le mîllîyet da mayîl be şîrkî.”(18) Hewlêra salên 50yî baş tê bîra min: Her zarokekî ku bêkêmasî bûya yan jî bavê mirovekî xwende “efendî” bûya, li xwendingehê hewl dida ku bi zimanê Tirkî biaxêve. Baş tê bîra min, ku gelek caran zarokên Kurdên “Cilxwar” henekên xwe bi “Kerekurmanc”an dikirin, ku ji gundan hatibûn û Tirkî nizanîbû! Dikarim bibêjim ku wê demê, zimanê Kurdî nîşana çîntîyê li xwe girtibû (an ku zimanê çîneke taybet a civakê bû). Mûçexwir, efendî û xelkê bazarê Tirkîziman bûn; şivan, gavan, cotyarên gundan, karker, barkêş û belengazên bajar jî Kurdîziman bûn. Her kes dixebitî ku xwe zû bi zû ji “çîn”a yekem rizgar bike û bigihêje “çîn”a jortir. Mixabin, ew tiştê ku ji Hewlêr re wekî dîrok maye, ji bo bakurê welatê me halxweş û zindî ye. Îro, li welatê Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, û Seîdê Nûrisî, Kurd bûye şermezarîya herî mezin. Zimanê Kurdî, ku Pîremêrd wekî zimanê “bêhevta û bênimûne” bi nav kiriye, nema cîyê wî li civat û rûniştinan heye û mezin, wekî ku penceşêr be, zarokên xwe jê dûr dixin ku pê neaxêvin. Dema ku ez li Moskovayê xwendevan bûm, min hinek Kurdên Bakur jî nas


30

dikirin. Bi hesabê xwe, tev li ser Kurdayetîyê mişext û penaber bûbûn. Bi rastî jî Kurdîyeke wan a baş hebû û bi me re (ên çîyayî û Tirkînezan!!) re tenê bi Kurdî diaxêvîn, lê hema ku serê Kurdekî din ê ji Bakurê Kurdistanê derdiket, yekser gera ziman diguherî û yekrast “geldim bildim” dest pê dikir! Baş e, rast e me got li Tirkîyeyê zimanê Kurdî qedexe bû, lê li Moskovayê çima?! Va ye me got, li Kurdistanê nabe zarok hînî zimanê xwe yê zikmakî bibin, lê li Ewropayê çima?! Va ye li wir navên Kurdî qedexe ne, lê li Ewropayê ev qas Deniz, Orhan, Turan, Eylem û Yıldırım çi ne ku wekî kuvarkên biharê şîn dibin?! Par, pênc kes bi navê nivîskavên Kurd hatibûn kongreya nivîskarên Pena cîhanî. Çar kes ji wan, ji Bakurê Kurdistanê bûn. Di wan çend rojên ku em bi hev re bûn de, min nikarîbû tiştekî weha bikim ku ew birayên min, ku tev bi ziman Kurdî diaxêvîn, di nava xwe de jî bi zimanê Kurdî bipeyivin! Lê ji alîyê din jî, bi hesaba xwe hatibûn wir ku li ser tore û zimanê Kurdî biaxêvin û zimanê me biparêzin! Dema ku di roja sêyemîn de, kongreyê li ser pirsgirêka Kurd konfranseke taybet li dar xist, niwênerê Pena Kurd berî ku bi zimanê xwe yê zikmakî biaxêve, dest bi qisekirina bi zimanê Tirkî kir! Cîyê sosretmayînê ew bû ku wergêr jî Kurd bû!!! Civaknas û bîrmendê mezin ê Tirk, Ismaîl Beşikçi, di pirtûka xwe ya bihagiran a bi navê “Çend Gotin Li Ser Ronakbîrên Kurd” de, li ser vê hindê gelek nimûneyên berbiçav û cergbir dide ber çavan(19): Beşikçi behsa pizîşkekî dike ku praksîsa wî li bajarekî Kurdnişîn ê Tirkîziman!! hebû. Rojekê nexweşeke gundî ya hejar tê cem wî. Dema ku pizîşk rewşa wê jinê dibîne, bi zimanê Kurdî pê re diaxêve û bi nermî pê re dipeyive. Jinik di cîyê xwe

Rêbendan -Reşemî 2016, Hejmar: 10

de sar dibe û ji pizîşk dikeve nava guman û dudilîyê. Ew jinik tê nagihêje bê çawa kesek ku bi Kurdî diaxêve pizîşk e! Êdî tu çare li pêş pizîşk namîne û bi ser serê wê de diqîre û bi piçûkdîtin û heqaret pê re diaxêve ji bo ku bawerîyê pê bîne ku ew pizîşk e!(20) Carekê di Girtîgeha Dîyarbekirê de, dengxweşek lawika “Bêrîvanê” distrê. Ji nişka ve, di hicreyeke din de, kesek bi Tirkî dest pê dike û strana wî dibire û diqetîne. Dema ku jê dipirsin te çima wisa kir û te nehişt ew heval strana Bêrîvanê berdewam bike? Ew Kurd dibêje: “Gelî hevalan, ez înternasyonalîst im!” Yek ji alozîyên dijwar ên xebata neteweya me li Bakurê Kurdistanê, cudakirin û jihevveqetandina zimanê Kurdî û xebata Kurdayetîyê ye. Ziman, wêje û dîroka Kurdî di bernameya partîyan de ne xwedî roleke dîyar e. Zimanê Kurdî nebûye amûra Kurdayetîyê û pareke kesayetîya welatparêzan. Helwesta medyaya Bakurê Kurdistanê der barê rola ziman di huner û wêjeyê de, vê cudakirinê bi eşkeretî nîşan dide. Gelek caran dengxweşên mîna Ahmet Kaya wekî dengbêjekî Kurd û berhemdarekî mezin ê mîna Yaşar Kamal jî wekî nivîskarekî Kurd têne binavkirin. Ev jî, ne tenê ji hêla sîyasî ve, lêbelê ji hêla zanistî ve jî tu girêdana wê bi rastîyê ve tuneye û tenê nîşana xwekêmdîtinê ye. Heger Kurdekî Kurdîzan bi zimanê dagirkeran bistrê, bixwaze yan nexwaze, beşdarî Tirkîkirina Kurdan dibe. Ew stranbêj çi qasî biserketî be, ew qasî jî tirsnaktir e. Çi ku ew zimanê dasepandî li ber guhan şîrîn dike û canê liberxwedan û bergirîyê di nava hunerê de dikuje…. ji ber ku folklor û kelepûra neteweyî ya Kurdan didize û ji neteweyeke din re dike milk û saman…. çi ku ew zimanê dagirker dike parîyek û bi awaza resen a Kurdî bi çewir û nerm dike, da ku Kurd karîbe wî parîyî daûre.


SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê

Astengîyên ji alîyê Kurdan ve kêmtir dibin li hemberî tiştên ku di rêya Kurdekî re jê re tên. Ziman, nemaze ji bo Kurdan, ne tenê keresteyeke hunerê ye, lêbelê armanc û nasname ye jî. Zimanê me jî ji zimanên din ên li ser rûyê erdê ne kêmtir e. Di nava şeş hezar zimanan de, Kurdî yek ji çil zimanên herî mezin û berbelav ên dinyayê ye. Ji bo wê jî, her kesê ku pişta xwe bide Kurdî û bi Tirkî bistrê, ew dengbêjekî Tirk e. Her kesê ku bi zimanê Tirkî, bi armanca afirandinê, pênûsê bi ser kaxezê de bîne, nivîskarekî Tirk e. Li vir, ez van kesan, bi tu bandoreke erênî, an jî bi bêrewiştîyê (bêexlaqî) tawanbar nakim. Ez di wê bawerîyê de me ku mirov azad e. Hilbijartina amûra stirîn û nivîsînê jî, (ku ziman e), pareke azadîyê ye. Lê bi tu awayî ne dirust e ku kesên weha wekî nivîskar û hunermendên Kurd bêne hesibandin. Carekê, serokê Lîbyayê, Muemer Qezafî -ku ez wekî Kurdekî nikarin rêzê jê re negirim- di gotarekê de behsa mezinahîya Ereban dikir. Yek ji belgeyên wî ew bû ku William Shakespeare nivîskarekî Ereb e. Çi ku, li gor gotina Qezafî, navê wî yê rastîn “Şêx Zubeyr” e! Carinan em Kurd jî dixwazîn ku hemû William Shakespeareên xelkê bikin “Şêx Zubeyr”ên xwe! Ev mijara ku ez behsa wê dikim, mijareke girîng a wêjeya berawirdker e ku ev demeke dirêj e li cem xelkên din bi dawî bûye: Zehmet e ku Erebek bibêje Albert Camus nivîskarekî Ereb e, her çendî ji dayîk û bavekî Ereb hatibe dinyayê, çi ku zimanê wî yê nivîsînê Fransizî bû û xizmeta ziman û çanda Fransizî kiriye. Rainer Rilke bi koka xwe Çek e. Zimanê Çekî jî zimanê wî yê zikmakî ye, lê me nebihîstiye ku kesî gotiye Rilke helbestkarekî Çekî ye, çi ku zimanê ku wî pê nivîsîye zimanê Almanî ye. Yek ji helbestkarên herî mezin ên Rûs, Mandelstam, bi esilê

31

xwe Cihû ye, lê di ensîklopedîyê de nehatiye gotin ku Mandelstam helbestkarekî Cihû ye. Erê… bi rastî! Jixwe mezintirîn helbestkarên Rûs, Aleksandr Pûşkîn, bi koka xwe Hebeşî ye! Tu dibêjî dê Hebeşî jî sibe doza Pûşkînê xwe ji Rûsan nekin?! An jî qet neb li şûna Pûşkîn daxwaza çend firokên Suxoyê ji Rûsyayê nekin!? Ji bo destnîşankirina nasnameya nivîskar, dengbêj, şanokar…hwd, berhem ne girîng e. An ku ne girîng e ka hunermedek der barê çi de dinivîse yan jî distrê, belam a girîng amraz e -bi çi zimanî dinvîse, distrê an jî diaxêve. Her weha jêdera bîyolojîk a nivîser an hunermend qiruşekî şewitî nayîne: Îbrahîm Ehmed, romana “Janî Gel” der barê xebata gelê Cezayirê de nivîsîye, lê wekî nivîskarekî Kurd tê binavkirin. Berevajî wê jî, nabe kes James Allridge wekî nivîskarekî Kurd bihesibîne, gerçî li ser pirsgirêka Kurd nivîsîye û qehremanên romana wî ya li jêr navê “Çek û Çîya” tev Kurd in; çi ku amraza wî ya nivîsînê ne Kurdî ye. Hemin ku ez behsa berhemekê dikim ku afirînerê wê bi koka xwe Kurd e lê zimanekî din wekî amraz bi kar anîye û xizmeta çandeke din kiriye, ez dixwazim li ber xaleke girîng bisekinim: Dema ku em bi yek çavî li hunermendekî Kurd û hunermendekî Tirk, Ereb an Faris yên bi koka xwe Kurd dinêrin, ji hêla psîkolojîk ve, çi qasî em xwe kêm bibînin ew qasî jî zêdetir em ê xwe kêmtir bihesibînîn û wisa li nifşên paşerojê bikin ku rêya hêsan bidin ber xwe, xwe tûşî teşqele û nexweşîyan nekin û dest ji zimanê Kurdî yê piçûk û parçeparçebûyî berdin û navê Xwedê û pêxemberan lê bînin, ew jî mîna nemir Mihemed Qazî, şahkarên wêjeya cîhanê wergerînin ser ziman Farisî, an jî mîna bi dehan kesên wekî Selîm Berekat û Bilind Heyderî, roman û helbestên be-


32

dew bi zimanê Erebî binvîsin, an jî mîna Ahmet Kaya û Ibrahim Tatlises bi Tirkî bistrên, da ku li hêlekê nanekî birûntir ji xwe re peyda bikin û li hêla din jî Kurdên bêkes xwe pê bilind bibînin û şanazîyê bi wan bikin. Nivîserekî Kurd ê hêja, di gotarekê de, tenê û tenê du serîyan di jîyana gîyanî ya Kurdan de dibîne: “Melayê Cizîrî û Selîm Berekat.”(22) Ez bi tu awayî naxwazim ji qîmeta Berekat kêm bikim, lê heger ez bixwazim di nav hemû Kurdan de du serîyan bibijêrim, dibe ku yê yekem Melayê Cizîrî “Şebçiraxê Kurdistanê” be, ku deryayeke wisa kûr bû, sed rûbarên mîna Nîl û Ferat di nava dilê wî de têper bûne û ew pê nehesîyaye jî! “Sed Nîl-i we tên û diderin qelbê me Pê nahisihîn Qulzem û derya yim ez.”(23) Belê melayek ku mêhraba wî pê re be û amadebûna xwe dabe nîşan, mîn arifekî rastîn e, mîna dûrnasekî bênimûne, rû bide Laleşê, rûgeha muqedes a Êzidîyan, zatekî weha nikare nebe serî û qutibek: “Dilgeşte min ji dêrê, naçim kenîşteyê qet Mihrabê wê bi min ra wer da biçîne Laleş.”(24) Lê ji bo serîyê duduyan em çi bikin? Em çi ji her du pîrên terîqeta Kurdayetîyê Ehmedê Xanî û Hacî Qadirê Koyî bikin, ku bi her hesabî ji şairên herî mezin in? Li ku cîyê Pîremêrdê mîna deryayê bibînin? Birayê me yê nivîskar wisa hizir kiriye ku Selîm Berekat medalyeyek e li ser sînga wêjeya Kurdî, çi ku -li gor nêrîna

Rêbendan -Reşemî 2016, Hejmar: 10

wî- rola wî ya di wêjeya Kurdî de dimîne rola Mihyedîn Bin Erebî û Edonîs di wêjeya Erebî de, William Shakespeare di ya Îngilîzî de, Cervantes di ya Spanyolî de û Dostoyevskî û Pûşkîn di ya Rûsî de(25). Ev hişmendîya jorîn, zimanê Kurdî û Kurdayetîyê bi eşkeretî û beloqî ji hev vediqetîne. Di wêje û çandê de, heger tu cîyekî ji bo ziman nedî xuyakirin, mîna wê hindê ye ku tu bibêjî ziman ne hestîbenda wêjeyê ye! Mehmûd Derwîş û Edonîs, ku Selîm Berekat wekî rewanbêjtirîn dîkê taxê û kilîddarê zimanê Erebî bi nav dikin(26), mafdar in ku şanazîyê bi wî bikin; ew ji girîngîya ziman fêm dikin û dizanin ku Selîm Berekat ji bo jîyana wan a arişî xebateke zêde kiriye, lê rewanbêjî û Erebîzanîna Berekat çi ji bo Kurdekî belengaz kiriye?! Ma gelo ji bo ziman û toreya Kurdî, Selîm Berekat ji Xanî, Nalî, Hacî, Pîremêrd, Goran û Erebê Şemo mezintir e? Tu texmîn dikî ku nivîsên vî rêzdarî, di gundên Kurdistanê de, ji helbestên Cegerxwîn û Qanî jî zêdetir dest bi dest gerîyane û bandor li ser jîyana arişî ya xelkê hiştiye? Ez careke din dubare dikim, ku bi qasî mûyekî jî naxwazim ji nirx û bihayê nivîserê jêhatî Selîm Berekat kêm bikim. Min ê tiştek jî negota heger cîyekî wî yê taybet di wêjeya Erebî yan jî ya cîhanî de bihata veqetandin, an jî heger gotin biçûya ser rola eşkere ya nivîskar di nasandina doza Kurd bo birayên Ereb de û bi qasî vê hindê jî şanazî pê bihata kirin. Ez behsa paye û bilindahîya nivîskar nakim, belam dixwazim heter û teqezê li ser rola ziman di jîyana arişî ya mirovan de bikim. Berpirsyarên Tirk gelek caran çend gotinên şekirkirî dibêjin ku goya tu cudahî di navebra Kurd û Tirkan de tuneye. Ma gelo tu hizir dikî ku ew hema vê yekê ji ber xwe ve dibêjin, an jî xwegirêdana Kurdan


SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê

bi ziman û çanda Tirkan ve wêrekîyê dide wan ku vê gotinê bibêjin? Li bajarên Bakurê Kurdistanê, zimanê Tirkî tozê radike. Ji bilî hejarî û perpotîyê, Kurdek û Tirkek bi çi awayî ji hev têne cudakirin? Di wan hemû civînên ku li bajarên Kurdistanê têne sazkirin de, çima gelo qey kesek devê xwe bi Kurdî vedike. Dirûşmek bi zimanê Kurdî tê nivîsîn? Serok an jî şaredarek bi zimanê xwe yê zikmakî diaxêve? Ma gelo carekê niwênerên Kurd daxwazname biriye cem desthilatdarê Tirk û rêxistinên navneteweyî da ku ji wan re bibêjin, em dixwazin îsal zarokên me bi zimanê Kurdî bixwînin? Ma careke tenê wan ji bo vê armancê, bi rêpîvan, metîng, girevên birçîbûnê yan jî xwebirçîkirinekê, dinya hejandiye? Heger tiştek hebe û li ber çavan be, qet nayê mandelkirin. Ez nabêjim bîst mîlyon Kurdên Bakurê Kurdistanê, lêbelê heger tenê mîlyonek jî bi eşkeretî û rasterast bi zimanê xwe biaxêvîya, Tirkan nediwêrî bibêjin Kurd tunene. Ew hebûna me mandel dikin, çi ku di rastîyê de ji vê mandelkirinê sûdê werdigirin. Bi rengekî rojane jî berheman ji xebat û hewlên xwe diçinin, dema ku dibînin Kurd bi zarokên xwe yên di nava dergûşê de jî bi Tirkî diaxêvin!! Tirk hebûna me mandel dikin, çi ku em bi xwe jî li ser hebûna xwe heter nakin. Ev heterlênekirin û destpankirin di nava medyaya Kurdan de eşkere ye. Li pankartên meşên berdewam û zêde yên birayên me yên Medya TVyê binêrin. Li vê Ewropaya azad, peyveke Kurdî tê de tuneye. Çima divê li Almanyayê pankart bi zimanê Tirkî bêne nivîsandin? Tu dibêjî gelo qey Kurdan bawerîya xwe bi wê hindê anîye ku ne tenê Kurd, lêbelê Alman jî tev Tirkî dizanin? Heger Almanek an Hollandayîyek ji “yaşasın” û “barış”ê fêm bike, ez gerewê bi were dikim ku di demeke kin de, ne tenê ew, lêbelê

33

dê “kardaş”ên me yên Tirk jî hînî peyvên “bijî” û “aştî”yê bibin! Hinek tişt hene ku bi nêrîneke asayî û sade pir kêmnirx û pûç in, lê heger meriv heyamekê li ser tiştekî ji wan bihizire, tevan bîne ber çavên xwe, di pişt re bi hûrî li wan binêre û pê de biçe xwarê, meriv dibîne ku ev tiştên piçûk şopeke kûr li ser dil û hundirê xelkê dihêlin. Bi taybetî jî ku di nava medyaya Kurdan de dubare û dehbare têne kirin: Pêrar, Medya TV bi dehan caran firokeke neyar nîşan dida ku dikeve xwarê. Ev ji bo her Kurdekî binamûs, nûçeyeke xweş bû. Lê ji nişka ve, gerîlayekî li serê çîyê hawar dike: “düştü!” Ez di wê bawerîyê de me ku bi qasî mûyekî zîyan nedigiha xebata hevpar a proletarîya Kurd û Tirkan heger wî gerîlayî li şûna “düştü” bigota: “Ket!” Ev tiştekî piçûk e lê wateyeke pir mezin dinimîne. Vê rastîyê digihîne ku Tirkî zimanê gerîlayên serê çîyayan û şoreşê ye jî! An jî çend caran heman TV keçeke Alman nîşan dida ku di pişt re, hezar heyf û mixabin, di şer de ji alîyê Tirkan bi dîlî hate girtin. Di rûniştinekê de, ji wê keçê tê daxwazkirin ku stranekê bibêje, ew jî nake nemerdî, bi Tirkî dest pê dike. Helbet tu gunehê vê keça fedakar tuneye, keçikê bi wê armancê, welat û cîyê xwe terk kiriye û berê xwe daye wan çîya û gelîyan da ku bergirîyê li ax, çand û zimanê belengaztirîn neteweya li ser rûyê erdê bike. Di vê navê re, ew kes gunehkar in ên ku di wan çîya û newalan de, li şûna zimanê Melayê Cizîrî û hezret Ehmedê Xanî, ew hînî Tirkî kiriye. Çima na? Zimanê fermî yê hemû kom, civîn û kongreyên partîyên Bakurê Kurdistanê, her weha zimanê rojane yê biryargeh û baregehên wan, tenê Tirkî ye. Takerojnameya Kurdan a li Ewropayê “Özgür Politika” jî bi wî zimanî ye. Di televîzyonê de, sazîya herî zêde ku


34

gel li dora xwe civandiye, li zimanê Tirkî mîna zimanê fermî tê nêrîn. Piranîya babetên germ û sîyasî jî bi zimanê Tirkî ne. Piranîya êvaran, di quncê destê rastê yê ekrana TVyê de weha tê nivîsandin “Canli” û êdî wê êvarê kes bi Kurdî naaxêve û deng ji kesî dernakeve. Wisa lê hatiye ku zimanê Kurdî tenê bi tembûrê re ji bo lêlê û lolo bi kar tê û bes! Asayîkirina zimanê dagirker û şîrînkirina wî li ber guh û dilê mirovê Kurd, bi eşkeretî tê meşandin. Kurd li derveyî radeyê bi serokên xwe ve girêdayî ne. Her zimanê ku serok jî pê biaxêvin, rengekî biserketinê distîne û li ber guhê Kurdan şîrîn dibe. Ma ne cîyê mixabinîyê ye ku serokê HADEPyê, hêja Turan Demir, di rojeke mîna Newrozê de, ji bo bi dehhezarên Kurdan û li ber çavên niwênerên Parlamentoya Ewropayê, bi zimanê Tirkî biaxêve! Êdî çawa Ecevit nabêje ku Kurd û Tirkan mîna goşt û hestî hev girtiye. Karê herî bitirs û xeternak ku Medya TV dest pê kiriye, têkilhevkirina Kurdî û Tirkîyê di nava bernameyekê de ye. Yanî gelek caran bernameyek bi Kurdî ye û ji nişka ve Tirkî dikeve nava bernameya Kurdî. Bi taybetî jî bernameyên “Sêla Sor”, “Nêrîn” û “Ronahî”. karekî weha li hemû dinyayê, di tu TVyê de çênabe. Heger tiştekî weha jî çêbibe, yekser wergêr dest werdide mijarê û gotinê werdigerîne. Çi ku her kesê ku zimanê xwe serbixwe bihesibîne, divê her tim vê xalê biparêze. Welatîyekî Rûsyaya Spî tuneye ku zimanê Rûsî ji zimanê xwe baştir nizane, lê negengaz e ku kesek di bernameyeke Belarûsî de bi zimanê Rûsî bipeyive. Xwedê neke heger kesekî tiştekî wisa kir, yekser nahêlin biaxêve yan jî gotinên wî werdigerînin. Bi vê re gelê Belarûs statûya zimanê xwe mîna zimanekî fermî û serbixwe, diparêze. Divê em vê

Rêbendan -Reşemî 2016, Hejmar: 10

jî bizanin ku ev du ziman pir nêzîkî hev in û Rûs û Belarûs bi hêsanî ji hev fêm dikin. Ji Kurdan re xeter hîn jî mezintir e, çi ku Tirk haşatîyê li hebûna Kurdan dikin. Berî her tiştî ji ber wê hindê ye ku wisa dizanin her Kurdek bi Tirkî dizanin û pêwîstîya wan bi zimanekî din tuneye! Kesê ku Kurdî nizane, çima tê bernameyeke Kurdî yan jî pêwendî pê re tê danîn? Tenê ji bo rêznegirtina li zimanê Kurdî? Ku dixwaze bi zimanê Tirkî jî biaxêve, çima divê bernameger bê sê û duduyan bibêje: “Buyrun efendim!” Dema ku ev jî got, çima Tirkîyê bi ser zimanê Kurdî wernagerîne?! Çima vê rastîyê ji bîr dike ku Kurdî û Tirkî du zimanên ji hev cuda ne? Çima vê rastîyê ji bîra xwe dibe ku Kurdên sê parçeyên Kurdistanê (Başûr, Rojhilat û Başûrê Rojava) hîn jî ji şaristanîtîyê dûr in û Tirkî nizanin?!! Navenda Medya TVyê di dilê Ewropayê de ye. Ji hemû gund û bajarên Kurdistanê jî Kurd hatinê û tê de kar dikin. Tu bajar û bajarok tunene ku niwênerên hemû zaravayan tê de nebin. Ji bo wê jî, Medya TV dikare bibe dezgeheke bibandor û karîger a ji bo belavkirin, bipêşvebirin û standardkirina zimanê Kurdî. Dikare zaravayên ziman Kurdî bike jêdereke bêdawî ya zimanê standard û bi têkilkirina zaravayan, bi hezarên peyvan ji boxçika deverekê derxîne û wan bixe nava gencîneya zimanê neteweyî. Dikare hemû bernameyên xwe bi her du zaravayên sereke yên xelkê Kurdistanê, bi hev re biweşîne, ne ku me bike çend miletokên cudacuda (Soran, Kurmanc, Zaza… hwd). Heger ev pirsgirêk zû neyê çareserkirin, va ye karekî gelekî neyînî dide ber doza me ya neteweyî û li hêla din derûnîya Kurdan ji bo jihevveqetînê amade dike. Di nûçe û bernameyên din de, nabe ku zaravayên zimanê Kurdî ji hev bêne cuda-


SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê

kirin û kesayetîyeke serbixwe ji yekê re bê dayîn. Wekî nimûne, gawirî û zirgawirî ye ku nûçe carekê bi Soranî bin û carekê jî bi Kurmancî bin. Hêvîdar im ku Medya TV jî di bernameyên xwe de, mîna Kurdistan TVyê û Dengê Amrîkayê, her du zaravayên sereke yên zimanê Kurdî bi hostatî û hişyarî têkil bike. Arêşeya birêvebirina bernameyan bi her du zaravayên sereke (Kurmancî û Soranî) û têkilkirina wan, arêşeyeke pir germ û ektuel e. Girêdan û pêwendîdanîna wişeyî ya di navbera zaravayan de û hevnêzîkkirina wan, çi qasî zû dest pê bike, dîsa jî dereng e. Mixabin, di sazî û dezgehên fermî yên Ewropayê de, zaravayên zimanê Kurdî di pratîkê de mîna zimanên serbixwe têne dîtin û danûstandina bi wan re li ser vê bingehê tê meşandin. Di afirandina vê bobelata neteweyî de, Kurdan bi xwe roleke mezin lîstiye. Heger medyaya Kurdî di vê derbarê de hişyar nebe, wa ye mîna ku min berê jî gotiye, di dahatîyeke nêzîk de, em ê ji neteweyekê bibin çend miletên piçûk. Bêguman ew xala ku li jor hatiye gotin, stran, folklor û hunera neteweyî nagire nava xwe. Ez ew qasî li ser pirsgirêka ziman peyivîm, çi ku ez zanim ku ziman kilîda çandê ye û rengvedana kesayetîya mirov e. Ji ber ku ez dizanim ku ji bilî ziman, tu nîşaneke neteweyî ya Kurdan nemaye ku wan ji dagirkerên welatê wan cuda bike. Nabe ku em li ser vê yekê nehizirin, çima ew tiştê ku di çaxê 2500 salî de bi Cihûyan nehat kirin, di 75 salan de li Bakurê Kurdistanê bi me hat kirin. Cihû bi hezarên salan, tarûmar bûbûn û li her çar alîyên dinyayê belav bûbûn, lê dîsa wan ziman û çanda xwe parastin. Lê em li ser axa bav û kalên xwe dijîn û tenê di 75 salan de em zimanê xwe ji bîr dikin.

35

Heger em ji bîr nekin jî, namûsa zimanê xwe dibin. Ez hêvîdar im kes weha nehizire ku ez di destpêka sedsala bîstan de li dijî zimanê Tirkî yan jî her zimanekî din yê bîyanî me. Berevajî wê, ez evîndarê her zimanekî me ku li ser bihosteke vê axê, çar kes pê diaxêvin, lê li jêr merca ku ez jî di bijartinê de azad bim… bi agir û hesin bi ser serê min de neyê sepandin, bi zorê nekin cîgirê zimanê min ê zikmakî. Ez bihêvî me ku dê rojek bê, di Kurdistaneke azad û serbixwe de, zimanê Kurdî bibe zimenê fermî yê dewletê, di kolejên wêjeyê yên zimanên bîyanî de, bi hezaran kur û keçên Kurd, hînî zimanên Beşikçi, Cewahirî û Hafiz Şîrazî bibin.

Jêder û Jêrnivîs: 1. Esîklopedîya Sovyetî, Silver, Moskova, 1985, rû: 522 (bi zimanê Rûsî). 2. Heman jêder. 3. Nasêlênîyê Mîre, Moskova, 1989, xişte (xaçepirs), hejmara 3yan, rû: 10 (bi zimanê Rûsî). 4. Esîklopedîya Sovyetî, Silver, Mosko, 1985, rû: 688 (bi zimanê Rûsî). 5. Nasêlênîyê Mîre, Mosko 1989, xişte (xaçepirs), hejmara 4an, rû: 431 (bi zimanê Rûsî) 6. Bêguman dibe ku dagirkerên Kurdistana hevçax hemû sedemên jorîn bi kar bînin, lê di qonaxeke xuyakirî de, zêdetir li ser yekê heter dikin. 7. Kurdistan TV, êvara roja 12.05.2000î. 8. Kurdistan TV, êvara roja 19.05.2000î. 9. Kurdistan TV, êvara roja 23.04.2000î. 10. Rast e ku hîn zimanê standard bi temamî cîgir nebûye, lê piranîya pîvaên wî dîyar in û reva ji standardkirinê tê wateya nezanîna wan pîvan in.


36 11. Kanala peykî ya Kurdistan TVyê, êvara roja 26.05.2000î. 12. Ismail Beşikçi, Çend Gotin Li Ser Ronakbîrên Kurd, Weşanên Rewşenê, 1992, rû: 86 13 Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, Îtalya, 1989, rû: 24 û 25 14. Heman jêder. 15. Dîwana Nalî, Bexdad, 1976, Rû: 107 16. Dîwana Hacî Qadirê Koyî, Bexdad, 1986, rû:. 240, 246 17. Heman jêder. 18. Dîwana Pîremêrdê nemir, Bexdad, 1970, rû: 61. Wateya helbestê: “Misto, weha dîyar e ku tu jî ji Cilxwaran î, pişta te dixure û te bêrîya bar kiriye, îcar tu bi zimanê Tirkî ji min re dinivîsî û tu ber bi xwedênenasîyê ve diçî.” 19. Ismail Beşikçi: Çend Gotin Li Ser Ronakbîrên Kurd, Weşanên Rewşenê, 1992.

Rêbendan -Reşemî 2016, Hejmar: 10 20. Hemen jêder, rû: 74, 75. 21. Hemen serûkanî, rû: 25-26. 22. Hîwa, hejmara 5an, 20ê Gulana 2000î (kovara ku her 15 rojan carekê bi Özgür Politikayê re derdikeve). 23 û 24. Dîwana Melayê Cizîrî, Tehran, 1361ê Îranî, rû: 241, 269, 25, 26. Hîwa, hejmara 5an, 20ê Gulana 2000î). Têbînî 1: Ew mirov an sazîya ku hemû dinyayê wekî welat ji xwe re dibîne, bawerîya wî bi welat tuneye. Têbînî 2: Ew tel an jî dafika ku nêçîrvan ji bo rav û nêçîrê datîne, gava ew tel diteqe êdî hereket nake. Heger kesek bêdeng be, bi Soranî dibêjin: “Demî tele teqîwe!”


SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê

37

ROLA RAGIHANDINÊ DI KÛRKIRIN Û RÛNIŞTANDINA DEMOKRASÎYÊ DE

P Sheila S. Coronel Wergerandina ji zimanê Îngilîzî: Bihar Mirad

J

i sedsala 17em de, rola rojnamegerîyê wekî desthilatdarîya çaremîn û navendeke gengeşekirina giştî û hevaxaftinê hatiye naskirin. Îro, hizira ragihandinê wekî pasvaneke berjewendîyên giştî û wekî pirekê di navbera hikûmet û xelkê de, reh û rîşal bi kûrî berdane. Bi rastî ragihandin di demokrasîyên nû û nûkirî de her û her nagihin asta nimûnetîyê. Ew bi qanûnine tund û pawankar ve têne bendkirin, lê li hêleke din, hinek caran ragihandin wekî nimînendeyeke şerê di navbera komên sîyasî yên hevrik de tê bikaranîn. Raportên rojnamegerîyê yên ku di hinek rewşan de bûne sedema derkirina serokan û hilweşandina hikûmetên xirab, ragihandin kiriye pasvaneke çalak û baw-

erbar û piştgirîya bawerbarîya wê di civakê de dikin. Pêdivîya demokrasîyê bi beşdarîyeke hemwelatîyan a çalak heye. Bi awayekî nimûneyî, divê ragihandin bihêle ku welatî bi karên hikûmetê mijûl bibin, ew jî di rêya agahdarkirin û hînkirina xelkê re. Di gelek demokrasîyên nû de, radyo bûye navgîneke berbelav ji ber ku erzantir û berdesttir e. Pêla FMê û êzgehên radyoyê yên civakî, alavine çalak bûn di warê danîna bingeha demokrasîyê de, ew jî di rêya weşandina pirsên xwecihî û belîkirina pirrengîya etnîkî û zimanî re. Li gor vê yekê, ragihandin dikare alîkarîya aştîyê bike û hevdengîya civakê ava bike, ku bêyî wan, demokrasî her û her li jêr gefan e.


Rêbendan -Reşemî 2016, Hejmar: 10

38

Pêşgotin

demokrasîyên nû de û di demokrasîyên nûkirî de, ragihandin di hînkirin û reJi ber wê rola ku ew digerîne, wşenbîrkirina xelkê de beşdar bû. Ragiragihandin wekî desthilatdarîya çaremîn handin bi lîsteyekê ji qewîtîyan bi dawî tê binavkirin. Ji sedsala 17em de, rola dibe, qewîtîyên ku beşdarîya ragihandrojnamegerîyê li jêr sîya hikûmetên inê bi awayekî erênî di bipêşvexistina demokratîk wekî desthilatdarîya demokrasîyê de misoger dike. çaremîn û navendeke berhevdana giştî Bandora Ragihandinê Li Ser û hevaxaftinê hatiye naskirin û hîn jî ew prensîpeke binyatî ya danîna demokrasîya Demokrasîyê serdema nû ye. Demokrasî Bêyî çapemenîyeke azad Ev lêkolîn, pêwendîya di navbera ragi- estem e (negengaz e). handin, hikûmet,demokrasî û bipêşvexEv qewîtîya jorîn bi kûrî di teorî û refistina aram de raber dike. Ragihandin tara demokrasîyê de xwegir û rûniştî ye. nêrîna giştî çêdike lêbelê bandora berjew- Di sedsala hevdemîn de, teorîzanên reendîgêrên di civakê de li ser ragihandinê wşenbîrîyê nîşan da ku eşkeretî, parastina heye. Ragihandin, dikare demokrasîyê di herî baş a li dijî zordarîyê û hikimdarîya rêya hînkirina dengder, parastina mafên zordar peyda dike. mirovan û aramîyê re di nav komên civakî Di sedsala 17emîn de, jîrzanayê sîyasî yên pirreng de berz û misoger bike û bide yê Fransiz, Montesquieu, dienire li dijî nîşandan bê ka ew hikûmetên desthilat- tohmetên razber ên ku şîretkarê koşkê li dar çi qasî dîweder û berpirsyar in. şahê Fransiz bar dike, ku ev yek jî nîşan Ragihandin her weha dikare roleke dide ku eşkeretî dermanê bikaranîna bed nedemokratîk jî bigerîne. Tirs, li şûna ku a desthilatdarîyê ye. demokrasîyê berz bike, dikare parçekirin Ji wî çaxî ve, rojnamegerî bi berfireû zordestîyê di nava civakê de biçîne. Ragi- hî wekî “desthilatdarîya çaremîn” hatiye handin dikare di jihevxistina demokrasîyê binavkirin. de beşdar bibe. Ev lêkolîn giranîyê dide Êdî ragihandin bû şaxekî hevyeksan ê şirovakirina qeyd û bendên ku pêkarîyên ragihandinê girê dide da ku roleke erênî hikûmetê, ku rastkirin û hevsengîyê peyda di demokrasîyên nû de bigerîne. Pawan- dike û hikûmet nikare bêyî wê çalak be. Ji karîya xwedîtîyê û kontrola hikûmeteke ber vê yekê, demokratan, rojnamegerî wekî tund jî dikevin çarçoveya bendên ku em alaveke rewşenbîrîyê pejirand. Tevî ku li ser wan dipeyivin. Ji wilo bêhtir jî, ref- Thomas Jefferson li dijî rexnegirîya ji hêla tarên rojnamegeran ên nesincî û bikaranî- rojnamegeran ve bû, ew dibêje ku tenê bi na sazîyên ragihandinê ji alîyê kesên ku rêya veguhastina agahî û ramanan ji hêla berjewendîyên kesane pêk tînin ve, dibin rojnamegerîyê ve, dê rastî eşkere bibe. Tevî wilo, Jefferson vê gotina xwe ya asteng li pêş cîbicîkirina erkê ragihandin ê demokraîtkkirinê. Ragihandinê, bi- navdar dibêje: “Heger bi ya min bûya û karanîna bed a di ofîsan de eşkere kir, jik- ez xwedîyê biryarê bûma bê ka gelo divê arxistin an jî ketina serokên dewletan en- hikûmet bêyî rojnameyê hebe yan rocam da û qanûnkirina sazkirina hikûmetê jname bêyî hikûmetê hebe, ez ê bijara jî derxist holê. Ji bilî xê yekê, di hinek dawî bêyî dudilî hevyaz bikim.”


SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê

Teorîyên demokratîk ên hevdem, rola ragihandinê di misogerkirina hikûmetan de bilind dinirxîne, rola wê ku miroger bike bê ka hikûmet berpirsyar in an na. Di demokrasîyên nû û kevin de, teorîya ku ragihandinê wekî pasevan û ne tenê wekî tomarkereke pasîv a çalakîyan dibîne, bi berfirehî hatiye pejirandin. Em nikarin bibêjin ku hikûmet berpirsyar e heger welatîyên wê bi awayekî bed li ser karên karmend û sazîyan hatibin agahdarkirin. Rojnamegerîya pasevan, berjewendîyên giştî diparêze û welatîyan jî li dijî wan kesên ku êşê ji wan re tînin, agahdar dike. Gelek caran ragihandin bi tenê li dijî bikaranîna bed a desthilatdarîyê disekine. Bi vî awayî, ew roleke leheng digerîne, bêqamîya serok, serokwezîr, qanûndaner û dadgeran, tevî hemû zehmetîyan, eşkere dike. Her weha ragihandin wekî pirekê di navbera hikûmet û xelkê de xizmetê dike û dibe meydana hevaxaftineke giştî ya ku civakê ber bi çêkirina biyaran ve dibe. Di demokrasîyên nû de, tê pêşbînkirin ku dê ragihandin di avakirina çandeke sivîl û bêalî de alîkar be, ji bo rêxweşkirina li ber axaftineke ku ne gengaz bû di dema hikimê sitemkar de pêk were. Amartya Sen ragihandinê wekî pasevan dibîne, ne tenê li dijî xerabîyê lêbelê li dijî derdên giran jî: “Di demokrasîyeke çalak a ku ji gelek partîyan hatiye pêkanîn de, birçîbûn hîç peyda nabe.” Amartya Sen dibêje: “Rojnamegerîyeke azad û meşandina demokrasîyê, beşdarî danîna agahîyan dibin, agahîyên ku dikarin bandoreke mezin li ser ramyarîyê bikin ji bo ku rê li pêş birçîbûnê bigirin. Rojnamegerîyeke azad û opozîsyoneke ramyarî ya çalak, sîstemeke agahdar a dûgeleke li jêr gefa birçîbûnê dideynin.”

39

Bernameyên bipêşvexistinê yên Neteweyên Yekbûyî dibêjin ku rêya çareserkirina perîşanîyê ne tenê ew e ku em derametên aborî bigihînin kesên destteneg û hejar, lêbelê divê em bihêlin agahîyan bînin ber destên perîşanan jî da ku karibin bi awayekî watedar di jîyana ramyarî û civakî de beşdar bibin. Tevî her tiştî, perîşan nikarin mafên xwe biparêzin heger ew van agahîyan nizanibin. Heger perîşan û kesên qels li derveyî meydana giştî bimînin, demokrasî nikare cî bigire. Bi awayekî nimûneyî, divê ragihandin derfetê bide wan kesên ku ji ber birçîbûnê yan jî ji ber endamtîya xwe ya olî, etnîkî û zayendî marjînal bûne. Îro, li gelek dûgelên ku di veguhastineke demokratîk re derbas bûne, rojnamegerî roleke gelekî girîng li hemberî ramyarîyê digerîne. Tirs li ser rojnamegeran ji alîyê ramyaran ve heye ji ber ku rojnameger bi ser ketin û gendelî û bikaranîna bed a desthilatdarîyê eşkere kirin. Di gelek demokrasîyên nû de, rojnamegerîyeke neyar, parçeyekî prosesa ramyarî ye û zehmet e ku tu hizir bikî bê dê çawa hikûmet bêyî wê karîbe bi erkên xwe rabe. Tevî misogerkirinên makeqanûnî, di gelek dozan de, ragihandin di demokrasîyên nûhatî de bi bendên qanûnî û pawankarîya xwedîtîyê hatibû astengkirin. Gelek caran, piştî hilweşandina zordarîyê, şoreşeke ragihandinê hil dibe. Piştî ketina Ferdinand Marcos, gelek rojnameyên nû û êzgehên radyoyê derketin holê. Tevî ku ragihandin li gelek dûgelan projeyeke sûdbar û havilbar e, serkarên ragihandinê dibînin ku ji amedekirina roportajekê bêhtir, a baştir ew e ku perekên xwe bixin warê teknolojîyê. Ji wilo


40

bêhtir jî, gelek caran şarezayî û xwerahênandina rojnamegeran nîne ku karibin raportên ku pêdivîya demokrasîya nû pê heye, bi awayekî belgeyî amade bikin. Heger şarezayî û xwerahênandin hebin jî, sponser û birêveberên sîyasî yên navgînên ragihandinê dibin bend û kelem li pêş azadîya rojnamegeran. Li gelek dûgelan, xwedanîya ragihandinê tê çavdêrîkirin ji alîyê hinek berjewendîyên sîyasî û darayî ve. Di sala 2001ê de, lêkolîneke Banka Cîhanî ya li ser 97 dûgelan dide xuyakirin ku pawankirina ragihandinê serdest e. Di 97 dûgelan de, tenê ji sedî çar ji projeyên ragihandinê têne pêkanîn. Rojnameyên ku têne kontrolkirin ji alîyê malbatan ve digihin ji sedî 57 û ji sedî 34 ji kanalên televîzyonê jî li jêr destên malbatan in. Xwedîtîya dûgelê jî berfireh e. Ji sedî 29 ji rojnameyan, ji sedî 60 ji kanalên televîzyonê û ji sedî 72 ji êzgehên radyoyê jî di bin kontrola dûgelê de ne.

Rêbendan -Reşemî 2016, Hejmar: 10

Giregirên ragihandinê yên demokrasîyên nû, rojnameyên xwe û êzgehên xwe yên radyoyê dixin ber xizmeta berjewendîyên karê xwe da ku hevrikên xwe bînin xwarê û bi awayekî ji awayan, karnameyên karê xwe û sîyaseta xwe jî bi pêş ve bibin. Gelek caran jî ragihandin dibe spartedara şerê di navbera komên sîyasî yên hevrik de û wilo parçekirinê li şûna hevdengîyê û gumanê li şûna bawerîya civakî diçîne û disepîne. Bi vî awayî, ragihandin dibe dijbera demokrasîyê û di jihevxistina demokrasîyê de beşdar dibe, îcar gumandarî li dor hikûmetê peyda dibe û wilo nema bawerîya xelkê bi ragihandinê û sazîyên demokratîk tê. Reftara baş: Çawa ragihandin, demokrasîyê û hikûmeteke çak berz dike. Di gelek demokrasîyên nû de, navendên nûçeyan û ragihandinê bi ser ketin da ku rola ragihandinê di piştgirî û kûrkirina demokrasîyê de bidin peyitandin.


SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê

Roportaj Ragihadin Di Kirasê Pasevanîyê De

41

tirs çêke û berevajî wê, dibe ku raportan ji bo berjewendîyên kesane çêke. Divê piştgirîya mafên rojnamegeran ji alîyê dadgerîyeke serbixwe ve û li jêr hikimê Rewşa herî hînder, rewşa Amerîkaya qanûnê were parastin. Li Amerîkaya Latînî ye. Bi awayekî berfireh hatiye na- Latînî, gelek kuştî bûne qurbanên qelsbûskirin ku roportajên der barê gendelî, na dûgelên ku nikarin qanûnê bi cî bînin mafên mirovan û hin awayên din ên bi- an jî nikarin welatîyên xwe, nemaze rokaranîna bed a desthilatdarîyê de, alîkarî jnamegeran, biparêzin. daye avakirina çandeke berpirsyar di nava hikûmetê de û demokrasîyên nû yên Rojnamegerî Wekî Navgîneke parzemînê bi hêz kirine. Şoreşa ragihandinê, bi taybetî ya li ser gendelîya di cîyên Agahîyan û Forumeke Gengeşekirinê Pêdivîya civakeke demokratîk bi berpirsyar de, destekek daye hilweşandina beşdarbûna welatîyan heye. Heger welatî hikûmatan û jikarxistina serokan. Wekî Fujimoriyê ku di sala 2000î de, karên xwe baş bikin û cîyê berpirsyarîyê ji encama roportajekê li ser danûstandina bin, ragihandin wan bi karê hikûmetê desthilardarîya wî bi gendelîyê re ji kar mijûl dike û wan han dide ku tiştekî hate avêtin. Roportajeke wekî vê ropor- baş bikin. Wekî navgîneke belavkirina tajê, rojnamegerî kir tiştekî pêbawer û agahîyan, ragihandin alî xelkê dike û wan hêja ji ber ku erkên xwe bi awayekî çalak agahdar dike bê ka çawa hilbijêrin, dengê û serbixwe bi cî anîn. Li Taylandê, ropor- xwe bidin kê , divê bi kîjan sîyasetê re bin tajekê peytên li ser danûstandina serok- û li dijî kîjanê jî bin. Bi awayekî nimûneyî, wezîr Thaksin Shinawatra di karekî aşopî divê rojname û bernameyên radyo û de eşkere kirin. Ev biserketin wekî karekî televîzyonê yên der barê karûbarên xelkê giranbiha hatin nirxandin. Komîteya de, xelkê agahdar û mijûl bikin. Hilbijartin kilîda rahênandineke New Yorkê ya ku rojnamegeran diparêze, eşkere kir ku ji sala 1982yan heta sala demokratîk e. Devera ku ragihandin 1988an, 117 rojnameger li Amrîkaya dikare lê xwedî roleke erênî û neyînî be, Latînî hatine kuştin. Li Fîlîpînê, di sala her ku civak bêhtir nûjenkirî û ragihan1986an de, ji çaxa nûkirina demokrasîyê, din jî bêhtir belav bibe, bandora partî û 36 rojnameger hatine serjêkirin. Li Tay- sazîyên kevin li ser prosesa hilbijartinê land û Endonezyayê, di sala 2001ê de, kêm dibe. Berendam û partî, gazîya xwe ji 58 rojnamegeran, ji ber roportajên ku û peyamên xwe di rêya ragihandinê re têkilîya wan bi eşkerekirina gendelîyê re diweşînin. Ji ber vê yekê, kampanyaya hilbijartinê li gelek dûgelan pir biha ye. hebû, 15 rojnameger hatine kuştin. Ji van kuştinan, gelek li dûgelên ku Heta niha, di demokrasîyên nû de, hîn hikimê qanûnê li wan qels e qewimîne û ragihandin beşdarî fêrkirina xelkê der dadgeran jî mafê rojnamegerîyê yê xwep- barê hilbijartinê de dibe. Li Nepalê, piştî arastinê misoger nekiriye. Mercên qanûnî 5 salan, rojnamegeran û civaka sivîl got û makeqanûnî di demokrasîyên nûhatî ku kontrolkirina pêlên weşandinê ji hêla de hene, lê ev yeka han her û her misoger hikûmetê ve, li dijî makeqanûnê ye. Di nake ku rojnamegerî dikare raportan bê sala 1996an de, Nepal dûgela yekem a Asyaya Başûr bû ku destûrê bide êzgehên


42

FMê yên nehikûmetî. Êzgeha FMê ya Nepalê tê pejirandin wekî jêdereke alternatîv a rast li şûna êzgeha fermî. Ji ber ku êzgehên FMê yên xwecihî giranîyê didin karûbarên xwecihî û pirrengîyeke etnîkî û zimanî dîyar dikin. Heger mafê ragihandina azad were parastin, ragihandin dikare beşdarî xurtkirina demokrasîyê bibe. Ji ber ku ragihandin serdest e, divê hin sazgêrî hebin da misoger bikin ku ew li pêşîya xelkê berpirsyar e û piştgirîya pîvanên sincî û pîşeyî dike. Serbixwebûna ragihandinê dikare were cîbicîkirin û navgînên ragihandinê dikarin azad bibin û ji desttêwerdana sermîyanên ragihandinê rizgar bibin heger sazîyên ragihandinê xwedî hêzeke darayî bin û budceyeke wan a serbixwe hebe. Wekî gotineke dawî jî, çi qasî ragihandin bi berfirehî belav bibe, ew qasî hêza wê zêde dibe û piştgirîya wê ji alîyê civakê ve jî geş dibe. Ragihandin dikare demokasîyê di rêya parastina rojnamegeran re kûr bike. Divê rojnameger di rêya qanûnên ku mafên wan misoger bikin re, bêne parastin. Her weha di warê darayî de serbixwe bin.

Rêbendan -Reşemî 2016, Hejmar: 10

Hin Qewîtîyên Ji Bo Berzkirina Ragihandinê: 1- Parastina Rojnamegeran: Divê rojnameger di rêya qanûnên ku mafên wan misoger bikin re, bêne parastin. 2- Qayîmkirina Berpirsyarîya Ragihandinê: Heger ragihandin li pêşberî xelkê berpirsyar be, bawerîya bi ragihandinê wekî sazîyeke demokratîk tê qayîmkirin. 3- Rûniştandina Şîyanên Ragihandinê: Di gelek dûgelên ku di veguhastineke demokratîk re derbas dibin, bi berfirehî tê naskirin ku kêmpisporî, faktorê sereke yê gîrokirina bipêşvebirina ragihandinê ye. 4- Di hinek dûgelan de, kêşe ew e ku sazîyên nû nikarin serbixwe bin. Di hin rewşên din de, ne dûgel lêbelê kesên dewlemend destekeke darayî didin ragihandinê û bi vî awayî ragihandinê dikin berdevka berjewendîyên xwe yên kesane. Divê navendên nûçeyan xwe li ser birêvebirina darayî rahênin da ku karibin serbixwe bin. Ragihandina ku xwe bigihîne beşekî mezin ê xelkê, dikare çalak be.


SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê

Lêveger: 1. Stephen Holmes, “Liberal constraints on private power?” in Judith Lichtenberg (ed), Democracy and the Mass Media,” Cambridge: Cambridge University Press, 1991. pp. 21-65. 2. Bill Moyers, “Overcoming Civic Literacy” in Media Reader: Perspectives on Mass Media Industries, Effects, and Issues, 2nd Edition, Belmont: Wadsworth Publishing Company, 1993. 3. Amartya Sen, Development and Freedom, New York: Anchor Books, 1999. 4. “Corruption and Good Governance: Discussion Paper 3,” published by the Management Development and Governance Division, Bureau for Policy and Programme Support, United Nations Development Programme, 1997. 5. Committee to Protect Journalists, Attacks on the Press in 2002. New York: Committee to Protect Journalists, 2003. 6. Simeon Djankov, Caralee McLeish, Tatiana Nenova and Andrei Shleifer, “Who Owns the Media?” Draft paper for the World Bank’s World Development Report 2001. 7. Joel Simon, “Overview of the Americas,” in Attacks on the Press 1998, New York: Committee to Protect Journalists, p. 159. 8. Ma. Roselle B. Miranda, “Targeting Journalists,” Philippine Journalism Review, October 2002, pp. 16-20. 9. Bettina Peters, “The Media’s Role: Covering or Covering up Corruption?” in Transparency International, Global Corruption Report 2003, Berlin: Transparency International, p.48. 10. Ibid. 11. Alex Ulmanu, “Romanian Election Enters Net Battleground,” in Online Journalism Review, h t t p : / / w w w. o j r. o r g / o j r / t e c h n o l o gy/1017962590.php. 12. Cited in the World Bank, World Development Report 2002, p. 182.

43

13. Office of Democracy and Governance, Bureau for Democracy, Conflict and Humanitarian Assistance, U.S. Agency for International Development, “The Enabling Environment for Free and Independent Media: Contribution to Transparent and Accountable Governance,” Occasional Papers Series, January 2002, p. 4. 14. P. Bambang Wisudo, “Broadening Access to Information as a Way of Ending War Journalism,” paper presented in a conference on “Access to Information in Southeast Asia,” held in Hua Hin, Thailand, 4-6 March 2002. 15. “How We Survive: A series of Special Reports from Macedonia,” in http://www.mediadiversity. org/articles_publications/how%20we%20survive.htm. 16. Angela Castellanos, “SIPAZ: Peace Journalism in Rural Colombia,” in http://www.idrc. ca/reports/read_article_english.cfm?article_ num=1029. 17. http://www.rfpi.org. 18. Joel Simon, “Banding Together,” in Attacks on the Press in 1998, New York: Committee to Protect Journalists, 1992, p.201. 19. See http://www.seapabkk.org 20. See http://www.misanet.org 21. Atmakusumah Astraatmadja, “Indonesia: Press Freedom in a Fledgling Democracy,” in Watching the Watchdog: Media Self-Regulation in Southeast Asia, Bangkok: Southeast Asian Press Alliance, 2003, p. 52-57. 22. Freedom House, “Media Responses to Corruption in Emerging Democracies: Bulagaria, Hungary, Romania, Ukraine,” p. 10, http://freedomhouse.org/reports/mediatxt.htm


Rêbendan -Reşemî 2016, Hejmar: 10

44

BINDARÛK P

NAVENDA GEŞEPÊDANÊ Û ÇALAKÎYÊN ŞARWER

N

avendeke şarwer, serbixwe û Nirxên Navendê: neqezenckar e. Xebatên xwe li Demokrasî û hevjîyîn. bajarê Tirbespîyê dide meşanNêrîna Navendê: din. Navend li ser geşkirin û belavkirina têCivakeke avabûyî li ser bingeha welatîgihên civaka şarwer kar dike û bawerîyê bi demokrasî û prensîpên hevjîyînê tîne; ew jî bûnê. Armancên Navendê: di rêya lidarxistin û meşandina kampanya, kargeh, sempozyum û civînan re. 1. Belavkirin û rûniştandina têgihên şarwer. 2. Belavkirin û rûniştandina têgihên demokrasî û hevjîyînê.


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.