pdf giştî beşa kurdî latînî hejmara 23

Page 31

Diclepress13@gmail.com

DÎROK

31

HEJMAR 23

2021/7/30

SAL 4

KOVAR DICLE

ÇIYA HER TIM BÛNE DOSTÊN CIVAKÊN XWEZAYÎ

Mehsum bagok

Ji devê zarokekî çîroka Kûmê Xezalek hebû û di nava mêrgê de diçêriya. Gurekî çiyê êrîşî wê dike, ji bo ku wê xezalê bixwe. Xezal dibêje gur; “niha min nexwe, ez ê herim şîr bidim çêlîkên xwe. Çêlikên min niha birçî ne û li benda min in. Ez şîr bidim wan û piştre min bixwe”. Gur jî qebûl dike. Xezal jî diçe cem çêlîkên xwe û ji wan re jî dibêje ev şîrê min ê dawiyê ye ku hûn ê vexwin. Êdî ez ê biçim û gur wê min bixwe. Çêlîkên xezalê dibêjin, madem ku wisa ye dilê me ranake û di ber dilê me de şîrê te naçe û em nikarin vexwin. Çêlîkên xezalê şîr venexwarin. Xezal diçe cem gur. Gur dibêje; te şîr da çêlîkên xwe? Xezal dibêje; na ji ber ku tu yê min bixwe û çêlîkên

min hez nekirin şîrê min ê dawî vexwin. Lewma çêlîkan şîr venexwarin û ez hatim. Gur ji Xezalê re dibêje; madem rewş wisa ye û şîrê te venexwarine, ez jî te naxwim. Êdî gur xezalê naxwe. Xezal guhanê wê ji şîr tijî bûne. Ji guhanê xezalê dilop dilop şîr dirije erdê. Ev şîrê xezalê di bin axê de dibin kûmeya. Ji ber ku hindirê kûmeya spî ye û pir jî xweş e. Çand û baweriya kevnar Êzîdî weke civak xwediyê çandeke gelek kevnar e û xwediyê rabûriyeke bi hezarên salan e. Ew, weke giyayê ku li ser koka xwe ya dîrokî şîn bûye û heyanî roja me ya îro hatine. Di cewherê çanda Êzîdiyan de her tim kedkarî, komînalbûn,cîrantî, qencî û bextbûn hebû. Ew mêvanperwer û merd in. Ew êrîşî kesekî nakin, lê belê eger êrîş bên ser wan, bi egîdî bersiv didin û xwe diparêzin. Ew,

bi keda xwe li ser axa xwe jiyan dikin. Ew, dilbirehm in û li dijî êrîş û zilmê alîgirê mezlûman in. Bandora serdema dayika xwedawend a neolîtîkê, di nava jiyana xwe de berdewam dikin. Ew mijarên neolîtîkê lewaz jî bibin, cardin cewherê wê çandê û şopên wê diparêzin. Ew, gelekî bi xwezayê re eleqedar in. Fêmkirina xwezayê, nêzîkbûna wan a ji xwezayê re, xwezayî ye. Ew gelekî wate didin, av, ax, hewa, agir û ronahiyê. Dema ku sibehan roj hil tê û êvaran diçe ava, pir bi wate dibînin û wateyeke mezin didin şev û rojê. Ew, ji bo rojê duayan dikin û pîroz dibînin. Agir an jî ronahî ji bo wan pîroz e. Bi xweda, bi Melekê Tawûs, bi rojê, heyvê, stêrkan, agir û çirayê sond dixwin. Weke din bi ziyaretgehên xwe jî sond dixwin. Zimanê wan yê axaftinê û duayên wan, bi zaravayê Kurmancî ye. Di nava gelek serdemên dîrokê de,


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.