KOVAR DICLE
SAL 4
2021/7/30
HEJMAR 23
34
DÎROK
Diclepress13@gmail.com
KOMKUJÎYA ÊZDIYÊN ÊLA AXBARANÊ
Eskerê Boyîk
Li welatê Rûsyayê, ji pey serketina
șorișa Bolșêvîka dest bi șerê navxweyî yê bajarvaniyê bû. Hukumdarîya Rûsa mecbûr ma hêzên xwe yên leşkerî ji Bașûrê Kavkazê, Qersê, Bazîdê û heremên din, ku bin hukumdarîya wan da bûn, șûnda bikșînin. Ev herêm bê xwedî, bê hêzên parastinê man. Nenihêrî Impêratorîya Osmaniyê hilweșiyayî bû, lê dîsa Tirk ji wî halê çêbûyî sûdê wardigrin, bi xeysetê xwe yê dagirkirinê, bi zulm, qirr û birr berê xwe didine wê heremê. Pêra jî karê xweyî komkujiya Ermeniya, ku ew çend sal bû welêt da dest pê kiribûn, berdewam dikin. Leșkerê wanî giran û hêzên Ermeniyan yên xweparastinê rûbirû pêşberî hev dimînin. Ermenî șerê hebûn-nebûnê
dimeșînin. Êzdiyên Serhedê jî dikevin li ber xezeba șûrê Tirka yê komkujiyê, xwe bi Ermenîya digrin. Leskerên Tirkan dawiya zivistana sala 1918 a qeza Qersê dagir dikin, dikevine Alêksandropolê /Gumrîyê/. Xwestina wan bû bi sê rêya1 ra herin bigihîjin Azerbêcanê, bajarê Bekûyê cîyê kannê pêtrolê û li wur ra, di deriya Xezarê ra ji xwe ra rê vekin berbi herêmên Asîya Navîn. Ji wan rêya, yek jî bi pilana Tirkan bajarê Gumriyê, rexê çiyayê Elegezê, BașAparanê ra gerekê biketa bajarê Yêrêvanê. Ev rêya wan li ser gundên Êzdîyan yê berpala çîyayê Elegezê, êla Êzdiyên Axbaranê ra derbas dibû. Êzdîyên Êla Axbaranê2 êdî ew sed sal bû li wur, bin hukumdariya Rûsa da dijîtin. Donzdeh gund bûn: Mîreka jorîn û ya jêrîn, Qundesaz, Quruboxaz, Cercerîs, Korbilax, Camûșvana mezin, Camûșvana biçûk, Pampa Kurda, Senger, Karvansera û Gozeldera Kurda. Xelkên Êzdî, yên
wan gundan tê derdixin ku qezîyake pir xezeb berbi wan tê. Lê ne qewata wan hebûye pêșîya wê xezebê bigrin, ne jî derfeteke din ku xwe biparêzin. Serda jî, wan sala Êzdiyên qeza Qersê, êla Sîpka, ji dest qir û bira leșkerê Tirkê dagirkir, zordarî û neheqiya musulmanîyê, derba giran xweribûn, gund û warê xwe, milk û malê xwe hîstibûn, bi wundayên mezin, șikestî bi teherekî xwe gîhandibûn wê navçê, li cem mirovên xwe, sitar bûbûn. Xelk bê cî û war ketibûn devê xelayê, nexweșîyan, halê hebûn-nemanê. Êla Ezdiyên Sîpkî wek ya Zuquryan û Hesinyan bi tifaq û bi hêz nî bu, ku pirî-hindikî karibe xwe biparêze. Pêșîkêșekî wan yê li nava êlê da, ku xelk pey here, bawariya xwe ji wî bîne nî bû. Êla Axbaranê jî wî halî da bû. Li nav wan da zilamên xurt hebûn, lê xweyê hêzeke xweparastinê nî bûn. Mala K’ok‘ axa, ku gundê Mîreka jorin dijîtin hêza xwe wunda kiribûn û