KOVAR DICLE
SAL 4
2021/5/30
HEJMAR 22
16
çand
Diclepress13@gmail.com
KEREMÊ SEYAD(1938 - 2021)
Tîtalê Kerem
Keremê
Seyad(z. 1938, gundê Heko, qeza Talîn, Ermenistan - m. 28ê adara 2021’an Ermenistan), pêşkêşkar û xebatkarê Radyoya Êrîvanê bû. Malbata wî sala 1918a ji ber zilmê, ji Qersê koçberî Ermenistanê bûne. Xwendina xwe li dibistana gundê Hekoyê temam dike. Di sala 1938’an de li gundê Heko, qeza Talîn a Ermenistanê ji dayik bûye. Di rojnameya bi navê “Bolşêvîkyan Droşov” de nivîsên xwe belav dike. Bi wan nivîsên xwe bi nav û deng dibe. Gotarên wî di rojnameyên Ermenistanên ên bi navê “Avangard”, “Sovêtakan Hayastan”, “Komûnîst” de tên
weşandin. Di sala 1960’an de Xelîl Mûradov wî dawetê Radyoya Êrîvanê dike. Ew di sala 1960an de di Radyoya Êrîvanê de wek spîker dest bi kar dike. Bi gotina xwe ya “Yêrîvan xeber dide” jî tê zanîn. Piştî belavbûna Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst aboriya Ermenistanê kete haleke nebaş. Di vê demê de Keremê Seyad di radyoyê de tenê ma. Vladîk Zadayan wê çaxê ji ber tinebûna xebatkaran xwestiye ku beşa kurdî ya radyoyê bide girtin, lê Keremê Seyad wê demê kurê xwe Tîtal û keça xwe Leylê jî dixe nav kadroya xebatkaran. Herçiqas birayê wî, wî û malbata wî ji bo îmkanên baş dawetê Rûsyayê kiribe jî ew neçûye Rûsyayê û xebatên beşa kurdî ya radyoyê daye dewamkirin. Keremê Seyad bi qasî 5 salan jî di
rojnameya Riya Teze de korêktorî kiriye, xebitiye. Ji xeynî wê korêktoriya bi dehan kitêban kiriye. Herwisa tevî xebatên hazirkirina fîlma kurdî a bi navê”Zerê” jî bûye. Ew heya 2014’an tevî kurê xwe Tîtalê Kerem di Radyoya Êrîvanê de xebitiye. Lê piştî sala 2014an ji ber sedemên tendiristiyê xwe ji karên radyoyê vedikişîne. Di 28ê adara 2021’an de çû ber dilovaniya Xwedê. Kurê wî Tîtalê Kerem redaktoriya rojnameya Riya Teze kiriye. 50 SAL XEBAT DI RADYOYA YERÎVANÊ DE Sala 1918’an pareke gelê Kurd, ku ola êzidî bûn, ji destê zulma Roma reş nava şevekê de ji cih û warên xwe ên kal û bavan qetiyan û ber bi Ermenîstana Rojhilatê koçber bûn. Nava wan de malbeta Xalidê Çolo, hebû, cerdevan û leşkerên