KOVAR DICLE
SAL 4
2021/5/30
HEJMAR 22
20
çand
Diclepress13@gmail.com
Ji devê zarokekî çîroka Kûmê Ew êrîşî kesekî nakin, lê belê eger êrîş bên ser wan, bi egîdî bersiv didin
Mehsûm bagok
Xezalek hebû û di nava mêrgê de
diçêriya. Gurekî çiyê êrîşî wê dike, ji bo ku wê xezalê bixwe. Xezal dibêje gur; “niha min nexwe, ez ê herim şîr bidim çêlîkên xwe. Çêlikên min niha birçî ne û li benda min in. Ez şîr bidim wan û piştre min bixwe”. Gur jî qebûl dike. Xezal jî diçe cem çêlîkên xwe û ji wan re jî dibêje ev şîrê min ê dawiyê ye ku hûn ê vexwin. Êdî ez ê biçim û gur wê min bixwe. Çêlîkên xezalê dibêjin, madem ku wisa ye dilê me ranake û di ber dilê me de şîrê te naçe û em nikarin vexwin. Çêlîkên
xezalê şîr venexwarin. Xezal diçe cem gur. Gur dibêje; te şîr da çêlîkên xwe? Xezal dibêje; na ji ber ku tu yê min bixwe û çêlîkên min hez nekirin şîrê min ê dawî vexwin. Lewma çêlîkan şîr venexwarin û ez hatim. Gur ji Xezalê re dibêje; madem rewş wisa ye û şîrê te venexwarine, ez jî te naxwim. Êdî gur xezalê naxwe. Xezal guhanê wê ji şîr tijî bûne. Ji guhanê xezalê dilop dilop şîr dirije erdê. Ev şîrê xezalê di bin axê de dibin kûmeya. Ji ber ku hindirê kûmeya spî ye û pir jî xweş e. Çand û baweriya kevnar Êzîdî weke civak xwediyê çandeke gelek kevnar e û xwediyê rabûriyeke bi hezarên salan e. Ew, weke giyayê ku li ser koka
xwe ya dîrokî şîn bûye û heyanî roja me ya îro hatine. Di cewherê çanda Êzîdiyan de her tim kedkarî, komînalbûn,cîrantî, qencî û bextbûn hebû. Ew mêvanperwer û merd in. Ew êrîşî kesekî nakin, lê belê eger êrîş bên ser wan, bi egîdî bersiv didin û xwe diparêzin. Ew, bi keda xwe li ser axa xwe jiyan dikin. Ew, dilbirehm in û li dijî êrîş û zilmê alîgirê mezlûman in. Bandora serdema dayika xwedawend a neolîtîkê, di nava jiyana xwe de berdewam dikin. Ew mijarên neolîtîkê lewaz jî bibin, cardin cewherê wê çandê û şopên wê diparêzin. Ew, gelekî bi xwezayê re eleqedar in. Fêmkirina xwezayê, nêzîkbûna wan a ji xwezayê re, xwezayî ye. Ew gelekî wate didin, av, ax, hewa, agir û ronahiyê.