kovara dicle beşî kurdî latînî hejmara 22

Page 24

KOVAR DICLE

SAL 4

2021/5/30

HEJMAR 22

24

gotar

Diclepress13@gmail.com

şERÊ TAYBET BI RÊYA OLPERESTÎ

pêvajoya olên yek xwedayî yê şikestina cinsî ya dûyemîn a jinê tê jiyîn

Şaristaniya çînî, amûrên xwe yên

êrişên birdozî weke pergalên danevevkirina hêz û desthilatdariyê bibandor şixulandiye. Têgîn û teoriyan him di avakirina wateyê de him jî di bingehê avahîbûnê de birêxistin kiriye. Bi nîvenga hêz ê daye avakirinê ve, di bingehê mîsogerkirina berjewendiyên xwe û pêkanîna berdewama vê de amûr û rê-rêbazên her serdemê di pêvajoyên piştre bi êrîşên birdozî û polîtîkayên bi bandor amûr û aqilê dewletê şixûlandiye. Pergala şaristaniya çînî cîhana feraset û teoriya ku weke ol, netewperestî, zanistperestî û zayendperestiyê formule kiriye, bêyî ku têkilî bi van têgînan neke, xwedî qabîliyeta di nav hev de şixulandinê ye. Di vê bingehê de xwe bisazî kiriye û birêxistin kiriye.

Olperestî; Rêbertiya me dibêje; “Însan bêyî metafîzîk nikare bike. Çand-hûner, sazbendî, ehlaq û hwd metafîzîk e. Li vê derê ya girîng tiştên metafîzîk ên bedew û kêrhatî zêdekirin e”. Ji bo moral û manewiyata civakê qada metafîzîkê pêdîviyek e. Tu civak nikare bêyî metafîzîkê jiyan bike. Çand, hûner, bawerî, ehlaq, dîrok, wêje û gelek qadên weke van pêdiviyên me yên derî şirûştî (metafîzîk) bi cih tîne. Ger însan hebûnekê difikre be, di heman demê de hebûneke dikare hîs bike û dibihîse ye. Çawa ku di civakên xwezayî de zad û eşyayên ji bo civakê kêr tê veduguhere totemekê pîroz, di civaka çînî de jî weke hêza fikrekê ol, weke amûrê birêxistinbûn û vesazkirina civakê hebûna xwe parastiye. Her ol di derketina xwe de, ji bo pêdiviyek

civakî bi lêgerînên bûyîna bersiv derdikeve. Civak, di civakên xwezayî de bi fikrê anîmîzmê û rihperestiyê xweza û gerdûnê zindî dîtiye û pîroz nêzbûye. Ev şeweyê fikrandinê bi ahenga bi xwezayê re, rêzdayîna hev û hestiyariyeke ku vediguhere hev-hevdû hîs dike hatiye bidest girtin û ji pîvana di nav cûdabûnê de hevgirtinê re girêdayî hatiye mayîn. Çawa ku weke birdoziyên zilam pêşketina pêrgalên yek xweda ne rasthatinekî ye, di derbasbûna civaka hiyerarşîk ê çînî de bersiva ji forma nû yê avabûye re bersiva hatiye dayîn e. Gelbûyîn û netewbûyîn bi bandora olê çêbûye; weke ummeta Îslamê, Xirîstiyanî û Cihubûn. Çanda pêxemberbûnê, di warê birdozî de bi teorîbûna fikrê û bi pergala baweriyê bidestxistina formê û di bingehê


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.