kovara dicle beşî kurdî latînî hejmara 22

Page 4

Ji Edîtor

Îradeya şengaliyan bi ser ket?!

Xwendevanên hêja!

Her çiqasî êzîdî û şengaliya di îrade buna xweser

de bi israr bin ewqasî jî divê di bendê êriş û pilanan de jî bin. Di îraqê de salêk bi ser serok wezîrtiya mistefa kazimî jî derbas bu. Kazimî jî mîna hempîşeyên xwe ya berê çiqasî jî hewl dabê kû çareseriyêkî ji arîşeyên îraqê peyda bike jî, lê di piratîkê de rewişa îraqê ji ya pêşiya kazimî pir baştir nîne û divê kû xirabtir jî bê. Bi taybetî jî di hember gelê me ya êzîdî nizîkbun û ferast mîna berêye û hewldana wan jî ewe kû êzîdî û civaka şengalê wekî berê rêve bibin û di hemî aliyan de xwe di ser civaka me de ferz bikin. Ev hewldana wan di piratîkê de çiqasî pêk hatiye û pêk nehatiye ev gotinêkî diye, lê di eyneka kû me xwe têde dibînin tê xweya kirin û dewleta îraqê û deselatdaryetiya navendî ji ferastêkî dimokratîk û azadîxwaz û wekhev pir durin û berovajî vê yekê jî

hewldana wan ewe kû di demê pêşde jî hikumetêkî navandî a bihêz pêkbînin, ji neha ve sitarta vê yekê lê xistine û banga vê yekê dikin, aliyên kû beşdarî helbijartina demê pêş ya parlemanê îraqê bibin vê yekê radixe pêş çava, ji ber vê yekê metirsiya ser civaka me bi dawî nehatiye, raste gelê me di hember rêketina îraq – pdk ê kû hewl dan îradeya gelê me teslîm bigrin û pergala xwerêveberiyê ji hev belav bikin seknêkî xûrt nîşan dan, civak bi hemî pêkhateyên xwe, bi sazî û genc û jin û mezinin xwe dengê nerazîbunê biland kirin û îradeyêkî hevgirtî nîşanê dost û neyara dan, lê car din pilangerî û metirsiyên ser civaka me ji holê nehatiye rakirin û hêj metirsî jî berdewamê, mirov dikarê bibêje kingî xwerêveberiya civaka me bi awayêkî fermî hate pejrandin, hêza xweparstina me û asayêşa me hate misogerkirin û erêkin û me xwe bi xwe ve rêve bir, vê demê dikarîn bibêjîn em serketine, civaka me dikarê bi awayêî azad bijî û bi vê azadiya xwe ya xweser jî rêzê ji pêkvejiyana dimokratîk a derdora xwe jî bigrê. Aliyen îraqê û hewlêr ê qala vê yekê dikin kû hezin hevbeş cardin di xetê made 140 bi cih bikin, di aliyêkî dî her roje çeteyên daîş ê çalakiyan li dar dixin û gefê ji civakê dixwen, dewleta tirk bi êrişa xwe li ser gelê me, hemî destketiyên me kirye armanca xwe û hewl dide xwe di musil û kerkukê de bi cih bike, hêzin navdewletî xwe ker û kur kirye û dengêk ji wane dernakevê, ev hemî metirsiyên cidîne. Ji ber wan sebeba di neha de tenê yek rê di pêşiya me ye, ev jî berxwedan û bi hêzkirina hêzin parastinê civakî û bi hêzî kirina rêveberiya xwe û aktîvkirina wê ye. Divê gelê me baweriya bi îradeya xwe hebê, di civaka xwe vegerê û cih û warê xwe jî avedan bike.

..........


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.