kovara dicle beşî kurdî latînî hejmara 22

Page 48

KOVAR DICLE

SAL 4

2021/5/30

HEJMAR 22

48

çand

Diclepress13@gmail.com

Eskerê Boyîk

xudanê devedevî 40 xebatê zanyarî ye

A: ARASÊ HESENÊ

Eskerê

Boyik(jdb. 31ê tebaxa 1941,li Axbaranê li Ermenistan) helbestvan û nivîskarekî di Ermenistanê ye. Niha ew li Almanyayê de dijî. Jiyan Eskerê Boyîk(Askiyar Broyan) 31ê tebaxa sala 1941ê li gundekî kurdayî navça Ermenistanê ya Axbaranê: Qundesazê(niha Riya Teze li herêma Aragasotinê) malbeteke êzdî da hatîye dinê. Piştî tamkirina dibistanên gundê xwe û gundê cînar Elegezê ew sala 1961ê înstîtûta Malhebûna Gundîtiyê ya bajarê Yêrevanê da tê qebûlbûn û sala 1966an bi

qîmetên here bilind dawiyê li wê tîne. Demekê li înstîtûteke zanyaryê-lêkolînê ya Yêrêvanê da wek pêşekzanê sereke dixebite, paşê Instîtûta zanyaryê ya Aboriya Malhebûna Gundîtiyê da dikeve Aspîrantûrayê(xwendina standina dereca doktoriyê). Sala 1974a têza doktoriyê diparêze û navê doktorê aboriyê distîne. Wî kivş dikin wek serokê beşeke wê înstîtûtê. Tevî karê zaniyaryê ew wusa jî gelek sala Zanîngeha Yêrêvanê ya Malhebûna Gundîtiyê da dersê rêvabirina(serkarîkirina) malhebûnên gundîtiyê dide. Di warê zaniyariya aboriya gundîtiya Ermenistanê da xudanê devedevî 40 xebatê zanyarî ye.

Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyêtiyê sala 1993a dest ji kar û barê xwe berdide, diçe Komara Qazaxistanê. Sê sala li wir dimîne û pey re berê xwe dide Ewropayê û li Almaniyayê bi cî dibe, wî derê jî hetanî roja îroyîn karê xwe yê nivîskariyê, zanyariyê, civakiyê dimeşîne, lê êdî bi temamî di warê wêje, çand û dîroka kurdî da. Her çiqas jî, di warê zanyariya aboriya malhebûna gundîtiyê da bicîanîna lêkolînên zaniyariyê û perwerdekirinê da barekî giran hilgirtibû û bi serketn dimeşand, lê wî li nav xwendevanên kurd da weke helbestvan, diramatûrg, rojnamevan, pûblîsîst deng dabû. Eskerê Boyîk bi ruhê xwe ve helbestvan e. Di salên karê ew


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.