kovara dicle beşî kurdî latînî hejmara 22

Page 62

KOVAR DICLE

SAL 4

2021/5/30

HEJMAR 22

62

pakrewan

Diclepress13@gmail.com

Şehîd Genco Hewlêrî xwedî rihêkî NîŞtimanî Bu

Şehîd Mejdel Mîrza Elî bi nasnav

Genco Hewlêrî di 3/3/1998 di gûndê til qeseb ê ji eşîra xalta hatiye dinê û di 17/9/2015 li kampa newroz de jî beşdarî refin berxwedanê şervanin YBŞ e dibê û di dîroka 27/3/2016 li gûndê medîban bi heşt hevalin xwe re di encama mayîna daîş ê de şehîd dibin. Şehîd genco di malbatê xwede 3 xûşik û 2 bira ne û di nav zarokin malê de jî zarokê herî bûçûk bû. Di temena xwe ya bûçktî di 2 saliya xwe de diya wî wefat dike û genco di ser destê xweşka xwe ya mezin(emşa)tê mezin kirin. Ji ber kû di malê de zarokê herî biçûk bu bi delalî tê mezin kirin û di nav malbatê de gelêkî dihat hezkirin û her tim di nava malbatê de xwedî nirxêkî mezin bû, bi taybetî jî ji ber kû di aliyê xweşka xwe eşmê dihat mezin kirin û kedêkî mezin di ber de dida û hem erka xweşktî û hem jî erka dayîkê ji bo şehîd genco bi cih dianî. Ş gênco zarokekî bi taybetmendiyên xwe bi ken û henekên listokên xwe yên zaroktî di hat naskirin hertim dev li ken bû. Di zarokatîya xwe de pir ji lîstokan hezdikir ji ber wê jî hevalên wî ji li dora wî kom dibûn û bi hevalên xwe re di nava hevsengîyekê de bû. Em dikarin bêjin kû Ş. Gênco

zarokekî di cihê xwe ne di sekinî hertim zîndî bû û bi vê zindî bûna xwe û ken û henekên xwe di nava hevalên xwe de di hate hezkirin û naskirin. Di medresê de dema dixwend ji bo pêşeroja xwe fikirandin zêdetir meyla wi ne li ser xwedinê bû ji ber bê derfetîya malbatê dixwast bişûxûle kar bike da kû alîkarîya malbatê bike. Ji xwe hê temenê wî 9 sali bû Bave wî ji wefat dike ji ber wê ji kar kirin ji bona xwe weki wacibek didît. Di temenê bûçûk de diçû karê herî giran dikir ji bo alikarîya malbata xwe bike. Heya kû roja ferman çêbû jî dişûxûlî. Şehîd genco heya refê 5ê diçe medrese erebî, ji ber şert û merc û bêderfetiya malbatê nikarîbû xwendina xwe berdewam bike. Di fermana 3.8.2014 de berpisyariya malbatê dide ser milê xwe. malbata xwe ji gûndê til qeseb derdixe digehînê çîya û weki 7 rojan di çîya de dimînin û pişt re jî derbasî kampa Newroz ya li rojavayê kûrdistanê dibin. di kampê de ji tevlî kar û xebatên ciwana dibê û nêzî 5 mehan cihê xwe di xebatê gencan de digrê. Bi şehadeta şehîd genco hewlêrî biryar dide navê şehîd genco hewlêrî ji xwe re radike û wisa jî beşdarî refin şervanin berxwedêr ya yekîneyên berxwedanin şengalê(YBŞ)e dibê. Despêkî

beşdarî dewreyêkî perwerde ya şervanin nû dibê û piştî wergirtina bawernameya xwe beşdarî saheya piratîkê dibê. Ş.genco ji ber fedakarî û dilsoziya xwe bi hevalin xwe re û têkoşîn li hember çeteyên daîş ê di nav hevalin xwe ve gelêkî dihate hezkirin û xwe di dilê hevalin xwe de bi cihê kirî bû. Ji ber kû kesekî zîrek û fedekar bû û her weha xwedi kesayeteki bî xîret bû her çiqasî temenê wî bûçûk ji bû lê belê li hemberî hovîtîya daîş ê tû carî gav paşde ne nedavêt û ji xwe re soz dabû û gotibû heya kû keçek û jinekî Êzîdî di destê daîş ê de mabe ez naçim mal û ezê li diji daîş ê şer bikem. Dîsan gotibû dema kû kesek di destê daîş ê de nema ezê li Gûndê medîban li ser rêkê rehet rûnim û nefeseki bistinim. Ş. genco li gorî soza kû dabû tev digerîya. em dikarin bêjin hemû hemleyên ku li ser daîş ê hatine lidar xistin bê navber beşdar bûna xwe jêra çêkiriye. Di şerde carekê ji lingên xwe birîndar jî dibê, lê belê piştî kû birînên wî baş dibin dûbare cihê xwe di nava şer de digrê heya ku roja digihêje asta şehadetê. Ş. Gênco ji wekî her genceki Êzîdxanê keseki dilsozê axa xwe û netewa xwe bû bi bi nîştimanperweriya xwe jî girêdaî bû.


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook

Articles inside

PEyMANA ŞENGALÊDIGIHÎJE RÊyA ARÊMûŞÊ

3min
pages 71-73

DITEMENÊXwE yÊSADSALEDE 6 FERMANDERBASKIRIyE

7min
pages 68-70

ŞENGALLIHEMBERPEyMANANE…çIQEwIMÎ û çIDIQEwIME?

10min
pages 63-67

ŞEHÎD GENCO HEwLERÎXwEDÎRIHÊKÎ NÎŞTIMANÎ BU

3min
page 62

ARMACNA HEwLÊR-BEXDADûBAREKIRINAKOMKUJIyÊNLISER ŞENGALÊ yE

4min
pages 60-61

ESKERÊ BOyÎKXUDANÊDEVEDEVÎ 40 XEBATÊ zANyARÎ yE

22min
pages 48-57

JINÊN ŞENGALÊXwEJIBOPARASTINA ÊzÎDXANÊAMADEDIKIN

5min
pages 58-59

LINGDIMEŞ E û çAVDITIRSÊ

6min
pages 46-47

XUŞKAMINLI TIRKIyÊ yE

3min
pages 39-40

EMJIGEFANMEzINTIRIN

6min
pages 41-45

çAVEK LI SER OLA EzDAHÎ(ÊzÎDATÎ

3min
page 38

LISERDESTÊFRENSIyAAVABUyE

3min
pages 32-33

BERXwEDAN zIMANÊ HEBûN û GERDûNÊ yE

5min
pages 34-37

CENNET-XwEDA, HEBûNÊNMUCEREDÊNXwEzAyÊNE

15min
pages 5-12

KEREMÊ SEyAD(1938 - 2021

8min
pages 16-19

JIDEVÊ zAROKEKÎ çÎROKA KûMÊ

7min
pages 20-23

VÎTAMÎN û MÎNERALÊN SEREKE

6min
pages 29-31

ŞERÊ TAyBET BI RÊyA OLPERESTÎ

11min
pages 24-28

ÎRADEyA şENGALIyANBISERKET?

2min
page 4
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.