Diclepress13@gmail.com
dosiye
63
HEJMAR 22
2021/5/30
SAL 4
KOVAR DICLE
Şengal li hember peymanan e…çi qewimî û çi diqewime?
Di 9`ê Cotmeha 2020`an de hi- ciwanên Êzidî bi destekdayîna Lê siyaseta dijminatî ya hikûmeta
kumeta Iraqê û PDK`ê peymaneke girêdayî rewşên rêveberî û ewlehî li Şengalê îmze kir, bêyî ku nêrîna êzidiyan û xwestekên wan di ber çavan re derbas bikin. Piştî 6 mehan ji peymanê çi li Şengalê qewimî û diqewime?
A: SÎPAN SILO 3`yê Tebaxa 2014`an rojeke ku Êzidî nikarin ji bîr bikin. Ew roj weke fermaneke nû li dijî civaka Êzidî di dîrokê de hate qeydkirin. Piştî ku artêşa Irqaê û hêzên PDK`ê şêniyên Şengal bê parastin hiştin û reviyan, çeteyên DAIŞ`ê bi awayekî hovane êrişî Şengalê kir. Gerîlayên HPG`ê ji çiyayên Kurdistanê destwerdan kir. Di heman demê de şervanên YPJ û YPG`ê û Hêzên Asayîşê ji Rojava berê xwe da sînorê Şengalê, korîdoreke ewlehiyê vekir da ku malbatên di çiyayan de asê mane bigihînin deverên ewle. Bi bicihkirina malbatan li Rojava,
ji şervanên YPJ, YPG û HPG`ê piştî rojekê ji êrişa 4`ê Tebaxa 2014`an Yekîneyên Berxwedana Şengalê(YBŞ), ava kir. Ji wê demê de YBŞ`ê û hêzên Asayîşa Êzidîxanê parastina Şengalê girtine ser milê xwe da ku careke din komkujî li dijî wan pêk neyên. Jinên ciwan ên Êzidî hêza ya taybet bi vê Yekîneyên Jinên Şengalê(YJŞ) ava kir ku di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de jî cih girt. Li gorî dadweriyê, hêza ku ciwanên Êzidî ava kirine, tekane hêza ku ji mafê wê ye erka parastina Şengalê, pêk bîne. Her wiha Rêveberiya Xweser ku di 14`ê Çileyê 2015`an de hate avakirin, rêveberina Şengal û rêxistinkirina şêniyên wê girt ser milê xwe. 1`ê Nîsana 2018`an HPG`ê piştî ku erka xwe bi dawî kir û bi ser ket, kevirê bingehîn ê parastina herêmê danî û erka parastinê da hêzên Şengalê, ragihand ku ew hêzên xwe ji Şengalê vedikşîne.
Iraqê, PDK`ê û dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Şengalê ne, sekinî. Piştî ku dev jê berdabû, li tiştekî digeriya da ku li Şengalê vegere. Di 9`ê Cotmeha 2020`an de hikumeta Iraqê bi serkêşiya Mistefa Kazimî û hikumeta Hewlêrê ya bi serkêşiya PDK`ê ragihand ku ew gihaştin peymanekê û got ku peyman girêdayî rêxistinkirina rewşên ewlehî û rêveberî li Şengalê ye. Civaka êzidî ji destpêkê ve vê peymanê red dike û weke berdewama komkujiyan pênase kir û wiha got: “Ew fermanek di din bi navê qanûnê de ye û teqez kir ku ew derfetê nade yên ku ew bi mirinê re rûbirû hiştin ku careke din vegerin Şengalê û wê vegerînin beriya 2014`an. “ Weke refleksek li dijî peymanê ku nêrîna şêniyên Şengalê di mijara rêveberiya herêma wan de û parastina wê di ber çavan re derbas nekir, şêniyên Şengalê xwepêşandanên girseyî lidar xistin û redkirina xwe ji hepymanê re