kovara dicle beşî kurdî latînî hejmara 22

Page 68

KOVAR DICLE

SAL 4

2021/5/30

HEJMAR 22

68

jin

Diclepress13@gmail.com

Di temenê xwe yê sadsale de 6 ferman derbas kiriye

Dayê Rewşê ya 111 salî ku 6 fer-

manan di jiyana xwe ya sedsalî de derbas kiriye, dibeje, “Ev fermana herî dawî pir giran bû, ne wekî yên berê bû” Dayê Rewşê ku jiyana xwe li çiyayên Şengalê derbas kiriye her çiqas dibejê , “fermana dawî min pir êşand, min nexweş xist” jî diyar dike ku ew tu carî dest ji Şengalê û çiyayên xwe bernadin Gelê me xwedî şêwaza jiyana bêhempa ye… Gotina Êzidiyeen me a “Beriya her tiştî bibe mirov”, li gorî jiyana me ye û ji sedî sed ji bo Êzidiyan hatiye gotin. Her sibeh, digel çivîkan, rojê silav dikin, dua dikin û giyanê xwe diherikînin xwezayê. Ew ji ber ku bi hesab û kîtab nizanin, bawer dikin ku her zindî, zindî ye û ji ber vê yekê ew wateyê didin her tiştê di xwezayê de. Dema cara destpêke min gava xwe avêt Şengalê yekemîn tişta ku bala min kişand, nepeniya bawer-

dijî, mîna dara çinarê ya sedsalî ye. Bi dilgermî û bi ken pêşwaziya me dike, ew hê jî pir bi hêz û xurt e. Me vedixwîne çayê, em li tenişta wê rûdinin û dest bi vegotina çîroka xwe dike… Dayê Rewşê li gundê Guhbele yê bajarokê Sinûnê yê Şengalê dijî. Di zarokatiya xwe de dê û bavê xwe winda kiriye û heya 9 saliya xwe li cem jinbira xwe maye. Ew bi van gotinan dest bi vegotina çîroka jiyana xwe dike:“Ez li vê axê bi tenê jiyam; ne diya min, ne bavê min, ne jî xwişk û birayên min hebûn. Ez li cem jinbira xwe dimam. Ew ji min re nebaş bû, rojekê wê ez ji malê derxistim. Geliyê Şilo geliyek e hem çiya ye hem jî deşt e. Min berê xwe da çiyayan. Ez Li gel temenê xwe yê sedsalan, hê mesafeyek dirêj meşiyam hatim Berçema. Du salan li Berçema jî bi hêz û xurt e Dayê Rewşê ya ku li gundê Guh- mam. Temenê min pir biçûk bû. bel ê bajarokê Sinûnê yê Şengalê Ez tenê bûm, kes tunebû ku min

iya Êzdayetiyê ya ku bi zimanê jiyanê re li dora xwe hiştiye ye. Ew şopên ku hiştine we dikişînin. Hûn meraq dikin, hûn pê bi bandor dibin, hûn di wê baweriyê de kûr dibin, ew hestek aîdiyetê dide we, ew hesta bîrxistina bîranînên ku hûn di hundirê xwe de vedişêrin dide we. Her tiştê ku diqewime û her axaftin te dikişîne. Dema ku em li dû van şopan diçin, em rastî Dayê Rewşê Murad a temenê wê 111 salî ku sedsalek berê ji dayik bûye tên. Dayê Rewşê temenê xwe li çiya û zozanên Şengalê derbas kiriye. Ew nîvê emrê xwe li çiyayê Şengal û nîvê din jî li Dola Şilo derbas dike.


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.