KOVAR DICLE
SAL 5
2022/1/30
HEJMAR 26
32
CANGORÎ
Diclepress13@gmail.com
MERWAN BEDEL
PÊŞENGÊ PARASTIN, RIZGARKIRIN Û AVAKIRINA ŞENGALÊ BÛ
A: ÎBRAHÎM ÊZIDÎ
Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel ku bavê wî Bedel Xwedêda jî yek ji qurbaniyên şerê Iraq û Îranê ye, ji ber bêdengiya Hikumeta Iraqê, di êrişa balafirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû. Şehîd Merwan Bedel ji parastina Şengalê heya pêngava rizgarkirinê û avakirina Şengala xweser û azad di hemû qadan de şev û roj ji bo civaka xwe têkoşînê kir û bû yek ji canbexşê Êzîdxanê. Di Iraqê de civaka Êzidî ku pêkhateyeke sereke ye û xwedî dîrokeke kevnar e, bi heman awayî ne tenê
ji bo parastina warê xwe yê pîroz, di parastina Iraqê de jî xwe berpirsiyar ditiye. Çawa niha li Şengalê Asayîşa Êzidîxanê parastina pêkhateyên Şengalê dike, Êzidiyan di demên borî de jî li hemû bajar û ser sînorên Iraqê berdêl dane û cihê xwe di parastina serweriya Iraqê de jî girtine. Bi taybetî di şerê Iraq û Îranê de Êzidiyan bi sedan şehîd di nava rêzên artêşa Iraqê de dane. Ji bo parastina axa xwe, Iraqê bi sedan Êzidî kirine qurbanî lê ji bo parastina Êzdiyan Iraqê tu tiştek nekiriye. Dema Êzidî rastî êrîş û gefan hatine, Iraqê pişta xwe daye wan û ew bi tenê hiştine. Ev rastiya dîrokî herî dawî di dema êrîşên DAIŞ’ê de car din xwe îspat kiriye. Yek ji pêşengên parastina Şengala pîroz û yekbûna Iraqê jî Hevserokê
Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel bû ku bi nasnav Dijwar Feqîr bû. Lê çawa ji ber bêdengî û hevkariya Iraqê ya ji dewleta Tirk re Merwan Bedel hate hedefgirtin û şehîd bû bi heman awayî bavê wî, Bedel Xwedêda jî di şerê Iraq û Îranê de ji bo parastina axa Iraqê jiyana xwe ji dest dabû. Bavê Merwan Bedel jî di parastina Iraqê de şehîd dikeve Malbata Merwan Bedel ku malbetek ji tebeqeya Feqîran a Êzidiyan e, herdem bê tereddud xwestine ji bo parastina axa xwe li ber xwe bidin. Wekî Merwan Bedel gelek caran digot; “Em ne şerxwaz in lê eger dijmin êrîşî me bike emê li ber xwe bidin.” Diyar e ev gotineke dîrokî ya malbata Merwan e. Ji ber dema şerê Iraq û