PDF BESI KURDÎ HEJMARA 26

Page 36

KOVAR DICLE

SAL 5

2022/1/30

HEJMAR 26

36

GOTAR

Diclepress13@gmail.com

JI EDŞANÊ HETANÎ NAÎROBÎ

IBRAHÎM OSMAN

Vberxwedana ê nivîsê diyarî kelha rûmetê û lehengên Kobanî di-

kim.. Gava hûn vê ser nivîsê dixwînin, hema yekser dengekî zîzî beloq tê ber guhê min, ku hinek weha dibêjin: “Lawo malneketo, ma Edşan li ku û Nairobî li ku? Yek li parzemîna Efrîqa yek li Asya. Navbera wan herdûyan tam 6.345 Kîlo Metre ye. Tu çawa û bi çi aqilî wan tîne ba hev? Çi girêdana wan bi hev re heye?”. Belê bêguman, di aliyê erdîngarî de her du deverên mijara vê nivîsê, pirr û pirr dûrî hev in. Naîrobiya paytexta Kenya, warê reşikên Efrîqa ye. Edşan jî gundekî biçûkî warê Kurdên rengesmere. Lê li her du ciyan jî, bêbextiyek û rûreşiyeke dîrokî heye ku wan bi hev ve dide girêdan. Bêbextiyek li xerabbajarê kunemişkan, yek jî li navenda CIA qewimî. Ezê vê girêdanê hevde bi hevde vekim. Hetanî dawiyê bixwînin eger hûn qanih nebûn wî wextî gilî û gazinan ji min bikin. Du maqûl. Du mêrxas. Du bûyer û bêbextiyek dîrokî ku wê tu caran neyê jibîrkirin. Di navbera her du bûyeran de 215 sal û 6.345 KM dûrbên hebin jî, xefk û davka bi bêbextî li pêş du egîdên Kurd hatiye danîn xwedî heman taybetiyê ye ku gengeşî li

ser nabe. Bêbext heman bêbextin û armanca wan yeke. Osmanî, bermayên osmaniyan, hêzên bêbextî navdewletî û îxaneta hundir tilya xwe li vê bêbextiya mijara gotinê xistine. Di her du bûyeran de jî, yê bêbextî lê hatine kirin du gernasên Kurd in. Her du jî evîndar, her du jî serhişk û serhildêr. Ên bêbextî lê hatine kirin, yek ji bine mala Evdoyê Milhim e, ê din ji binemala Hisênê Ocê ye. Navê yekî Dewrêşê Evdî ye, yê din jî Evdile Ocalan e. Yek kurê Evdiyê Milhim û Eyşa Welî ye, ê din kurê Emer û Ewaş e. Dibe ku hin kesan ji we navê Edşanê ne bihîstibe. Di dîrokê de lî Edşanê çi qewimiye, jê agahdar nebin û nizanibin. Nairobî jî her welê. Bi kurtayibe jî ezê pêwendiya navbera bûyera Edşanê û Naîrobî çi ye, zelal bikim. Belê, lehengên her du bûyeran jî ji Ruhayê ne. Her du jî Ciwan in. Lê ji xwe bawer û xwedan vîn in. Qibilgeha her du egîdên me daxwaza jiyaneke azad e. Ê yekê bi 12 kesan, ê dudiyan jî bi 6 kesan dest bi serhildêriya destpêkê kir. Lehengên me, her du jî ji du malbatên jar û feqîr in. Her du malbat, du reh û tamarên serhildêr ên hişkin ku ji hêla dagirkeran ve bi hêsanî nehatine daqurtandin. Sal 1784. Osmanî, Turkmen û Erbên Gêsî, bi hev re tifiqîn û li dijî eşîra Milan elama şer ragihandin. Siyarên wan, bi şervanên xwe ên herî bijare, qîzên neqane ji bo lîlandin û halanan di şervanan hildin, xistin todeyên deveyan bi xwe re

anîn û ji bo şerê Milan bikin, koçên xwe li biniya Girê Edşanê danîn. Edşan girekî biçûke li binya navçeya Wêranşarê. Wêranşar di navbera beryê û Çiyayê Qerejdaxê de mîna kelayekê ye. Roja şer hat ber deryê eşîra Milan, du qasidan nameya elama şer anîn ji Temir Paşa re, milan dest hilneanîn. Temir Paşa neçar ma keça xwe Edûlê derxist bazarê. Dewrêş rahîşt fîncana qahwê ya ser bixwîn ku mîna jehra marên kaşan dihat bi navkirin û li gel 11 hevalên xwe ji bo kifşê daket qada şer. Ew bi şev û rojan li gelî û şargên bi guman li dujmin geryan. Li kêleka Girê Edşanê li dujminên xwe rast hatin. Dewrêş û koma hevalên xwe bi 4-5 hezar siyar re ketin nava şerekî giranî bêveger. Di şer de, pir kes hatin kuştin. Gelek hesp bê siyar nan. Gelel bûkên dest bi hine di binê konan, navbera çît û rewagan de li bende hezkiriyên


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.