KOVAR DICLE
SAL 5
2022/1/30
HEJMAR 26
40
CANGORÎ
Diclepress13@gmail.com
‘MERWAN BEDEL DIKARÎ HEVALTIYA JINA AZAD BIKE’
A: HEVAL ÊZIDÎ
ERîham ndama Koordînasyona TAJÊ Hiço destnîşan kir ku şehîd
Merwan Bedel bi berxwedan û pêşketina jinên Êzidî gelekî serbilind bû û got:“Mirov dizanî ku dikare hevaltiya jinê bike. Ji her kesî zêdetir îradeya jinê qebûl dikir. Wî dikarî hevaltiyeke rast a bê berjewendî bi jinê re bide meşandin”. Di 11’ê Kanûnê de Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Merwan Bedel(Dijwar Feqîr) di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû. Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî(TAJÊ) Rîham Hiço ku yek Ji rêhevalên nêzîk a Merwan Bedel bû, li ser kesayet û têkoşîna Şehîd Mer-
wan û bi taybet jî derbarê sekin û helwesta wî ya azadiya jinên Êzidî de axivî. Rîham Hiço di destpêkê de destnîşan kir ku rastiya Êzidiyatiya resen di şexsê Şehîd Merwan de dihate dîtin û vê kesayetê wiha şîrove kir:“Di kesayetiya wî de kesekî xwedî cesaret û bi îrade dihate dîtin. Bi taybet dema mirov behsa dîroka Êzidiyan bike ew çanda kevnar a Êzdiyan di kesayetiya wî de dihate hîs kirin”. Rîham Hiço û Şehîd Merwan, di demên zor û zehmet de hev nas dikin û dest bi rêhevaltiyê dikin. Rîham Hiço wan rojan wiha bibîr anî:“Di 2015’an de, dema li hemberî çeteyan şer destpêkir me ew naskir. Lê naskirina min bi xwe bi wî re di sala 2017’an de dema Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê hate lidarxistin û em wekî hevseroka meclisê
hatin hilbijartin çêbû. Ji ber wî bi xwe jî wek temsîlê hêzên leşkeri cihê xwe di meclisê de di girt, wê demê me hîn zêdetir naskir”. ‘Bendek ji stûna yekîtiya Êzidiyan bû’ Şehîd Merwan, fermandarekî leşkerî ya civaka xwe bû lê çi demî pêwîst dikir di qada civakî de jî pirsgirêkên civakê çareser dikir. Rîham Hiço jî balê kişand ser vê taymetmendiya wî û wiha axivî:“Merwan bendek ji stûna yekîtiya civaka Êzidî bû. Ne tenê di nava civakê de, di aliyê diplomasî de jî bi erka xwe radibû û rolekî girîng dilîst. Me bi hev re gelek karên diplomasiyê dan meşandin. Dema ku serdana cihekî dikir gel pir jê bawer bû, gel dizanî ku ew ji dilê xwe ji bo xizmeta civakê kar dike.”