KOVAR DICLE
SAL 5
2022/1/30
HEJMAR 26
58
DOSIYE
Diclepress13@gmail.com
KOMPLOYA NAVNETEWÎ ÇEWA PÊK HAT?!
JI BER KU MIN HEVKARÎ QEBÛL NEKIR êzên hegemon ên sîstema kapîtalîst Îngilîstan û DYA, ku hewl didin li ser hemû dewlemendiyên ser û binê erdê, petrol, civak û rêveberiyên Rojhilata Navîn serdest bin, dewlet, civak, rêxistin û kesayetên hevkariya vê polîtîkayê nakin îmha û tasfiye dikin. Vê yekê ji berê ve weke rêbazekê bi kar tînin. Em ji destpêkê ve di xeta azadîparêzî û serxwebûna gelên Rojhilata Navîn de israr dikin, lewma em bûn hedefa van polîtîkayên tasfiyeyê û komployê. Dema ku em li Şamê bûn, Îngilîstanê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) qasidên xwe şandin û gotin ku divê em li gorî polîtîkayên wan ên Rojhilata navîn tevbigerin, naxwe wê me tasfiye bikin. Min pêşniyara wan a ji bo hevkariyê red kir. Min ji wan re got ku em ê dev ji xeta serxwebûn û azadîparêziya gelan bernedin.
H
Piştre Talabanî hat û ji min re got, “Ocalan te çi kir, te serê xwe xist nava belayê!” û xwest ku ez biryara xwe ji nû ve binirxînim. Hewl da ku min îqna bike ji bo bi van hêzan re hevkariyê bikim. Lê min pêşniyar qebûl nekir. Min got, “Ez mirovekî xwedî pîvan im, xeta min ji bo gelan e. Ez şervanekî azadiyê me ku utopya wekhevî û azadiyê ya hezaran salan a gelan temsîl dikim, nabim şervanê kesî”. Ji ber vê yekê biryar dan ku min tasfiye bikin. Hesabê wê yekê dikirin ku bi tasfiyekirina min re PKK bê serî bimîne yan na. SÊ HÊZAN BIRYAR DAN, GLADIYOYÊ BI CIH ANÎ Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-ÎngilîstanÎsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi destê Gladiyoya NATO’yê gav bi gav bi cih bihata anîn. Operasyonên Gladiyoyê
di heman demê de ji bo wê yekê bûn ku Tirkiyeyê hîn bêhtir bi xwe ve girê bidin. 9’ê Nîsana 1996’an di navbera Serokwezîrê Yewnanîstanê Kostas Sîmîtîs û Serokê DYA’yê Bîll Clînton de li Qesra Spî hevdîtineke veşartî hate kirin(Rapora vê hevdîtinê wê piştre di çapemeniyê de bihata weşandin). Di vê hevdîtinê de li ser min bazarî dihate kirin. Zêdeyî 20 salan li Rojhilata Navîn û li Sûriyeyê mabûm. Min gelek têkilî danîbû û kar kiribû. Pêşketin û gavên dîrokî rû dabûn. Lê belê DYA-NATO-Îsraîl û Tirkiyeyê ji aliyê siyasî, leşkerî û dîplomatîk ve dor li Sûriyeyê girtin. Ev dorpêçî roja 9’ê Cotmeha sala 1998’an derket asta herî bilind. SÛRIYEYÊ SERÎ TEWAND Sûriyeyê serê xwe li ber van zextan tewand û di mijara PKK’ê de bi van hêzan re li hev kir. Rayedarên Sûriyeyê ji min xwestin ku bi lez û bez