KOVAR DICLE
SAL 5
2022/1/30
HEJMAR 26
72
HEVDÎTIN
Diclepress13@gmail.com
HISÊN HECÎ: XELKÊ ÊZIDÎ DIVÊ HÊVIYÊ JI DEWLETA IRAQÊ NEKE
EHecîndamê Polîtburo ya PADÊ Hisên diyar kir ku divê xelkê Êzidî
hêviya xwe bi dewleta Iraqê ve girênede û got, “Hin partî li herêmê aştiyê naxwazin. Em alîgirê şer nînin. Em ê nehêlin ku aramiya Şengalê xera bibe”. Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Azadî û Demorasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Hisên Hacî qala alozî û nakokiyên hikumeta Iraqê yên demê dawî li Şengalê kir û destnîşan kir, ku Iraq lewaz e, nikare xwedî li xelkê Iraqê derkeve. Hecî bibîr xist ku Êzidî ne di rojeva Iraqê de ne, ji bo wê tiştek nake, çi bê kirin divê Êzidî bi xwe bike. ‘IRAQ NIKARE NÛNERTIYA GELÊ IRAQÊ BIKE, HINEK BIRYAR DIGIRIN, IRAQ JÎ PÊK TÎNE’ Hecî bal kişand ser lewaziya hikumeta Iraqê û destwerdanên
hêzên derve ya li karûbarên Iraqê û got:“Dewket Iraqê lewaz e, nikare nûnertiya gelê Iraqê bike û xwestekê wê pêk bibîne. Nuqteya esasî, destê dewletên biyanî têde heye. Gelek hêz di nav de heye. Ew hêz biryar didin, Iraq pêk tîne. Hikûmeta Iraqê ne bûye xwedî gotin û biryara xwe. Her hêza li Iraqê heye, her çi Kurd, Ereb û çi Şîa û Sine be dewletek li pişt heye. Ji ber vê yekê sala 2003 û 2014’ê komkujî li ser Şengalê pêk hatin. Me pir caran denge xwe gihandiye hemû aliyê Iraqê, dîsa baweriyan. Her wiha Neteweyên Yekbûyî(NY) û saziyên mafê mirovan. Rastî jî heta îro yek ji van saziyan bi awayekî cidî li serdana şengalê nedaye û ne gotiye Şengal xwedî heq û maf e. Bi taybet xelkê Êzidî û yên derveyî êzîdî xwedî maf in”.
‘HIKUMET XWE JI BO ŞENGALÊ BERPIRS NABÎNE KU ÇARESERIYÊ JI BO ÊZDIYAN PEYDA BIKE’ Endamê Mekteba Siyasî ya PADÊ Hesen Hecî destnîşan kir ku heta niha Iraq li ser kar û barê cidî yê Şengalê nesekiniye wiha pêde çû:“Şengal di rojeva Iraqê de nîne ku xwedî cih û maf e. Hikûmet xwe nabîne berpirs, wê çawa bikare çareseriyê ji bo Êzidiyan peyda bike”. ‘NE IRAQ, NE NY Û NE JÎ SAZIYÊN MAFÊ MIROVAN BI ERKA XWE RANEBÛYE’ Hecî bal kişand ser pîlan û lîstikên navneteweyî, Tirkiye, Iraq û hêzên navxweyî ya li ser Şengal û Êzidiyan ev nirxandin kir: “Lê niha em dibînin Şengal bi proje û pîlanên navnetewî di rojevê de ye. Gelek pîlan li ser şengalê tên gerandin. Sedema van tevan jî, hemû siyas-