Diclepress13@gmail.com
Fikrî
5
HEJMAR 21
2021/3/30
SAL 4
KOVAR DICLE
Abdulla ocellan
Têkiliya Tirk – Îsraîl bigorê bi Têkiliya Kurd - îsraîl
Cihûtî, Têkiliya Tirk-Îsraîl û Pirsgirêka Kurd Mirov heta li rastiya Cihû û Îsraîlê rast serwext nebe, zor e ku mirov li pirsgirêka Kurd serwext bibe û çareser bike. Min ji ber vê yekê hewce dît ku ez meseleya Ibriyan di parêznameyê de weke beşekî cihê binirxînim. Marks bi xwe jî dema hewl dide pirsgirêkên der barê sosyalîzmê de çareser bike, neçar maye ‘Meseleya Cihûyan’ weke pirtûkçeyekê binivsîne. Meseleya Cihûyan ji dema şaristaniyên Sumer û Misrê ve hebûna xwe dewam dike û her ku diçe ev pirsgirêk girantir dibe û heta roja me ya îro tê. Di Ahtî Atîk de bi awayekî berfireh behs dike ku Brahîm ji ber pirsgirêkên bi Nemrûdên Babîlan re û Mûsa jî ji ber pirsgirêkên bi Firewnên
Misrê re cihûwarê xwe terikandine, derketine bi qebîleya Ibrî ber bi diyarê Kenan-Filistînê ketine rê, çûne. Pêkhatin û dewamkirina Qraltiya Cihû-Îsraîlê ku bi pêxember Dawit dest pê dike û bi qasî hezar salî dewam dike, cewherê pirsgirêkê pêk tîne. Serê pêşî bi qebîleyên li welatê Kenan pirsgirêkên wan ên der barê cihûwar û dînî de çêdibin(dema 13001000 B.Z. bi Mûsa dest pê dike; dema 1300-1600 B.Z. bi Brahîm dest pê dike) û di heyama pêxember Dawit de hewl didin van pirsgirêkan bi qraltiyeke piçûk çareser bikin. Dema Pêxember Silêman ‘serdema zêrîn’ a vê qraltiya piçûk e. Di Pirtûkên Pîroz bi awayekî rengîn behsa çîroka wê tê kirin. Qraltî paşê ji hev belav dibe. Şêxên serekqebîle û zanyarên ji
wan re pêxember dihat gotin(pirr kêm be jî di nava wan de jin hene) tevî ku gelekî hewl dan careke din nikarîbûn qraltiyê bi ser hev de bînin. Ya rastî, Ahdî Atîk ji rêzeçîrokên li dora pirsgirêkên vê qraltiya piçûk çêdibin pêk tê. Li herêma berê ket bin destê Împaratoriya Asûrê(B.Z. 720), paşê jî ket bin destê Împaratoriya Med-Pers(B.Z. 546) pirsgirêka Cihû bêhtir giran bû. Berxwedan û serîrakirin çêdibin. Cara pêşî di dema Qralê Babîlê Nebûqednezar de(B.Z. 596) bi komî ji Babîlê têne mişextkirin. Bi vî awayî dema mişextkirinê ya çil salî dest pê dike. Keyayê Persan Kyros(bi Medî-bi Kurdî kuro ye, bi Grekî kyros tê xwendin) wan rizgar dike û ji nû ve wan dişîne welatê Yehûda-Îsraîlê. Di wê demê de ji dok