Diclepress13@gmail.com
gotar
63
Têkiliya Îktîdar û Şîdetê
Mûrad Dildar
Destpêk Di siyasetê de û girêdayî wê di felsefeya siyasetê de têgeha îktîdarê (desthilatî), têgeheke gelek girîng e. Bi wateya giştî di maneya ‘bidestxistina hêzê’ de ye û li her ciyê ku dewlet an pergaleke siyasî lê hebe ev têgeh derdikeve pêşberî me. Otorîte û pergala siyasî ya
heyî, ji bo îsbatkirina hebûn û hêza xwe, îktîdara ku li ser ‘bindestan’ tê li dar xistin, di roja me de jî, hema bibêje di her qadê de û bi rêbazên cuda xwe dide hîskirin. Yek ji van rêbazan jî <şîdet> e. Îktîdar li ser navê ‘terbiyekirina bindestan’, tu carî ji bikaranîna şîdetê dûr nemaye. Di vê xebatê de, li gorî fikir û ramanên Foucault, îktîdar şîdetê çawa bi kar tîne, têkiliya îktîdar û şîdetê çawa ye, ev têkilî di kîjan pêvajoyan re derbas bûye, em ê hemûyan li ber çavan raxin.
HEJMAR 21
2021/3/30
SAL 4
KOVAR DICLE
I. Îktîdar û Şîdet Îktîdar çi ye? Yek ji bersivên vê pirsê ev e: ‘Hêzeke siyasî, huqûqî yan ehlaqî ye ku derfeta bikaranîna bandor an çalakiyan dide. Wek formel, ew hêz û qudret e ku A tiştê ku B naxwaze bike, bi B yê dide kirin.’ (Cevîzcî, 2005) Di vê pênaseyê de, têgeha bingehîn a ku tê destnîşankirin, têgeha ‘hêz’ ê ye. Di warê siyasî de, sebeba herî girîng a bikaranîna vê hêzê ya hêza rêvebiriyê bi dest dixin, yanî yên îktîdarê bi dest dixin, parastina hêza heyî û lêzêdekirina vê hêzê ye. Ji bo parastina vê hêzê rêya herî sereke ev e ku ji holê rakirina ûnsûrên ‘xeternak’ an dikarin bibin xeternak, e. Ji bo ji holê rakirinê, rêya herî zêde tê zanîn jî şîdet e. Weke rêxistineke siyasî, ji roja dewlet derketiye meydanê û heta îro, hema bibêje hemû îktîdaran şîdetê bi kar anîne û di bikaranîna vê rêbazê de tu astengî nedîtine. Girêdayî pênaseya ku me di paragrafa pêşîn de kiribû, îktîdar gava bixwaze bi zorê tiştekî bi kesên di bin desthilatdariya xwe de ne bide kirin, rêbaza herî pêşîn şîdet bûye. Li gorî fama huqûqa dewra ku Foucault wê wek çaxa Klasîk bi nav dike (hema bibê ji nîveka sedsala 17an heta dawiya sedsala 18an didome) û kêm zêde bi pergala monarşiyê re li hev dike, taybetmendî û hedefa wî çi dibe bila bibe, sûcê li hemberî qanûnê tê kirin, di rastiyê de li hemberî hukumdaran hatiye kirin. (Keskîn 1996) Sûc li ser vî asasî dihatin bicîkirin, sebeb jî ew bû ku di wê dewrê de